id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
2882
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zivistan
Zivistan
Zivistan (carina wekî zîstan, ziwistan, zimistan an jî zistan tê nivîsandin), demsaleke salê ye û ji mehên kanûna pêşîn, kanûna paşîn û sibatê pêk tê. Demsala Zivistanê li Kurdistanê demsala herî sar e. Li gelek derên Kurdistanê berf bi metreyan dibare û riyên gelek navçeyan tê girtin. Girêdanên derve Demsal
2883
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bihar%20%28demsal%29
Bihar (demsal)
Bihar (carina wekî behar an buhar an jî bahar tê nivîsandin), demsaleke salê ye û ji mehên adar, nîsan û gulanê pêk tê. Li Kurdistanê demsala biharê bi taybetî bi cejna Newrozê her dem hatiye pîrozkirin. Bihar demsala herî xweş a Kurdistanê ye û di vê demsalê de giha hêşîn dibe, pelên daran vedibin, kulîlk û gul erdnîgariyê geş dikin. Girêdanên derve Demsal
2884
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demsal
Demsal
Demsal, beşeke ji çar beşên salê ye. Li Kurdistanê salek ji çar demsalan pêk tê. Navên van demsalan jî bihar, havîn, payîz û zivistan in. Girêdanên derve Demsal
2885
https://ku.wikipedia.org/wiki/Du%C5%9Fem
Duşem
Duşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Duşem anegorî Îslamê roja sêyem a hefteyê ye; lê li gor Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî roja duşemê roja pêşîn a destpêka hefteyê ye. Girêdanên derve Roja hefteyê
2886
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AA%C5%9Fem
Sêşem
Sêşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Sêşem anegorî Îslamê roja çarem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî roja sêşemê roja duyem a hefteyê ye. Girêdanên derve Roja hefteyê
2887
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87ar%C5%9Fem
Çarşem
Çarşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Çarşem anegorî Îslamê roja pêncem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî çarşem roja sêyem a hefteyê ye. Navê rojê ji gotina çar û şemî tê. Girêdanên derve Roja hefteyê
2888
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AAnc%C5%9Fem
Pêncşem
Pêncşem, rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Pêncşem anegorî Îslamê roja şeşem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî çarşem roja çarem a hefteyê ye. Navê rojê ji gotina pènc û şemî tê. Zimannas didin zanîn ku gotina şemî jî dibe ku ji gotina "şems" a erebî tê, ku tê wateya rojê. Girêdanên derve Roja hefteyê
2889
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8En
În
În an înî yan cume, (bi soranî heynî, zazakî îne) rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Roja înê anegorî Îslamê roja heftem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî în roja pêncem a hefteyê ye. Girêdanên derve Roja hefteyê
2890
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eem%C3%AE
Şemî
Şemî (bi çend devokan sebt an jî paşînî jî dibêjin), rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Şemî anegorî Îslamê roja pêşîn a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî şemî roja şeşem a hefteyê ye. Gotina şemî li gor hinek zimannasan dibe ku ji gotina "şems" a erebî tê, ku tê wateya "rojê". Girêdanên derve Roja hefteyê
2891
https://ku.wikipedia.org/wiki/Yek%C5%9Fem
Yekşem
Yekşem (li hin herêman lehd an bazar jî dibêjin), rojeke ji heft rojên hefteyê ye. Yekşem anegorî Îslamê roja duyem a hefteyê ye; lê li gorî Rêxistina Navneteweyî ji bo Standardkirinê (ISO) û salnameya Gregorî yekşem roja heftem a hefteyê ye. Girêdanên derve Roja hefteyê
2892
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kod
Kod
Du wateyên vê peyvê hene: Kod, amûre Kod, gund
2901
https://ku.wikipedia.org/wiki/Peldank
Peldank
Peldank ji gotina pel danîn û qertafa k pêk tê. Tê wateya cihê ku mirov pelan tê de hiltîne. Peldank gotineke lîteratura teknîkê ye û di şûna klasorê de tê bikaranîn. Teknolojî
2902
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sepan
Sepan
Sepan gotineke zimanê teknîk a kurdî ye. Di şûna "uygulama" ya tirkî û "application" a îngilîzî de tê bikaranîn. Teknolojî Çavkanî
2903
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AEmender
Dîmender
Dîmender gotineke teknîk a zimanê kurdî ye û di şûna "monitor" a îngilîzî û "ekran" a tirkî de tê bikaranîn. Mînak dîmendara televizyonê û dîmendera kompûterê heye ku em pê dikarin lê temaşe bikin. Teknolojiya dîmenê
2904
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%BBresaz
Dûresaz
Dûresez amûra ji dûr ve sazkirina televizyon û hwd ne. Mînak ji bo mirov ji dûr ve kanala televizyonê biguherîne, mirov dûresazê bi kar tîne. Teknolojî
2905
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kamera
Kamera
Kamera, amûra girtina wêneyan e. Mirov bi alîkariya kamerayê wêneyan digirin û dûv re derbasî ser kartan, an jî derbasî kompûterê dikin û wekî bîranîn hiltînin. Di sedsala 21em de bêhtir kamerayên digital tên bikaranîn. Dîrok Kamerayên di sedsala 19em de bi yekbûna teknolojîyê optîk û kîmya hat derketin. Kamerayên kevn, mekanîk bû zehf giran bû û nehat kişandin. Di van sala de wêneyên li ser lewhe tên pêl kirin. Wêneyên kevn bê reng bû, reş û sipî bû. Wêneyê herî pêşîn, di sala 1827 de, lewheya metal bi madeya kîmyawî hat rû kirin. Paşê, bi şewl wêne li ser lewhe çêdibe. Kamerayên nûjen Kamerayên nûjen bi peresîn dewreyên elektronîk bu erzantir. Ji bo cihên tarî, Filaşê Wênekêş jî hat veserkirin. Çavkanî Teknolojî
2906
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eore%C5%9Fa%20K%C3%BBbay%C3%AA
Şoreşa Kûbayê
Şoreşa Kûbayê, navê serhildana Bizava 26'ê Tîrmehê ya şoreşgerê kubayî Fidel Castro li dijî dîktatorê Kubayê Fulgencio Batista ye. Serhildan di navbera salên 1953 û 1959'an de çêbû. Di 26 Tîrmeha 1953'an de komên di pêşengiya Fidel Castro de, avêtin ser qereqola Moncada ya li Santiagoyê. Serdegirtin bi serneket. Gelek kesên ku tevlî serdegirtinê bûn, mirin, yên sax jî bi Kastro re hatin girtin. Di sala 1955ê de Fidel Castro bi şêweyekî surgunê çû Meksîkayê. Kastro ji bo ku li Kûêbayê şerê gerîlla bide dest pê kirin, dest bi amadekariyan kir. Cengewarên di bin fermandariya Kastro de, di 25 mijdara sala 1956an de bi keştiyeke biçûk ya bi navê "Granma" ku tê de cil, xwarin, çek, lewazim û hi pêwîstiyên leşkerî yên pir kêm bi hêviya pêk anîna şoreşê ji Meksîkê, da rê û berê xwe dan Kûbayê. Piştî rêwîtiyeke 7 rojan 82 şervan, çawa ku gava xwe avêtin Kûbayê rastî êrîşekê hatin. Pir ji wan hatin qetinkirin. Yên mayî jî xwe gîhandin hev û gîhîştin Sîera Maestrayê. Sîera Maestra, bû biryargeha esasî ya mezinbûna artêşa gerîlla. Gerîllayên Kûbayî, di 14 Çileya 1957an de, yekem car êrîşeke serkeftî li ser garnîzona leşkerî ya li ber çemê La Plata li darxistin. Artêşa gerîla her ku çû mezinbû. Li jêr fermandariya Camilo Cienfuegos, Raul Castro ve Che Guevara de yekîneyên nûh hatin sazkirin û şerê gerîlla li herêmên nûh belav bû. Bahoza Şoreşê li hemu welêt digeriya. Hêz û taqeta hukumeta Batîsta jî her ku diçû diqediya. Hukumetê li Sîerra Meastra dest bi êrîşa dawî kir. Lê belê ev êrîş jî bi ser neket û bû êrîşa dawiyê. Êdî gel, li cem şoreşê bû. Di vê navberê de artêşa di bin fermandariya Che Guevara û Camîlo de, destpê kirin, ber bakûrê giravê ango ber bi Havanayê ve pêş de çûn. Batîsta, şensê xwe yê dawiyê lîst û beyan kir ku bila hilbijartinên serokkomariyê werin kirin û ewê tevlî hilbijartinan nebe. Lê belê gel, hilbijartinan boykot kirin û ev pêşniyaz qebûl nekirin. Şer, ji du eniyan ve berdewam dikir. Yekîneyên girêdayî Fîdel li Orîentê, yekîneyên girêdayî Che jî ber bi herêma Las Vîlasê ve diçûn, rêyên çûn û hatinê dihatin girtin, hêzên Batîstiyan her diçû tengezar dibû. Di 1 çileya 1959ê de, li Sîerra Meastrayê Fîdel, bi şîara "hemu desthilatdarî û destur a milletê serhildêre" gelê Kûbayê vexwend greva giştî. Di heman rojê de Batîsya reviya Emerîkayê. Li ser vê yekê artêşa gerîlla ya girêdayî Fîdel, ji greva giştî îstîfade kirin û bêyî ku rastî kelemek tenê jî werin ketin Havanayê. Bi vî awayî dîktatoriya bi xwîn a Batîsta ku di 1952an de ji aliyê Emerîkayê ve hatibû ser desthilatdariyê, bi dawî bû. Serketin, bû ya gelê Kûba ya li jêr serokatiya artêşa şoreşê de. Çavkanî Şoreş Kûba Şerê Sar
2910
https://ku.wikipedia.org/wiki/Maml%C3%AA
Mamlê
Muhemmedê Mamlê (z. 1925 − m. 23yê kanûna paşîn a 1999, Mehabad, Rojhilatê Kurdistanê (Îran)), hunermendekî kurd e. Muhemmed Mamlê di sala 1925an de li bajarê Mehabadê ji dayik dibe, di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Hunermendê kurd ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de jiyana xwe derbas dike. Mamlê endamê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê bû. Muhemmedê Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23yê çileya sala 1999an piştî nîvro, li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da. Mamlê li goristana Mehabadê ya bi navê Bûdak Siltan hate definkirin. Çavkanî Hunermendên kurd Jidayikbûn 1925 Mirin 1999 Kesên sedsala 20an Kurdên Rojhilata Kurdistanê Kesên ji Mehabadê Siyasetmedarên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
2912
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eer%C3%AA%20Kendav%C3%AA%201991
Şerê Kendavê 1991
Şerê Kendavê an jî Şerê Kendavê yê yekem di 17ê kanûna paşîn a sala 1991an de bi navê bahoza çolê destpê kir û meh û nîvekê berdewam kir. Şerê duyem yê Kendavê ji ber ku Sedam Huseyn li ser daxwaza Neteweyên Yekbûyî xwe ji Kuweyta dagirkiribû paşve nekişand, destpêkiribû. Balafirên şer û roketên Amerîka û welatên hevgirtî, di encama bombardûmaneke 40 rojan de, Îraqê wergerandin moxilê. Şerê Kendavê, di 28ê sibata sala 1991î de, bi teslîmbûna Îraqê re, bi agirbestekê, bi dawî bû. Niştecihên paytext Baxdayê û hin bajarên Îraqê, di 17ê Çileya sala 1991an de danê Sibê bi awaz û dengên balafir, roket û çekên ezmanparêz re, çavên xwe ji xewa şîrîn vekirin. Di yekemîn şeva şer de, bi sedan balafirên şer li ezmanên Baxdayê ref bi ref xuyakirin û bombeyên xwe barandin. Di heman demê de, keştiyên şer yên Amerîka û keştiyên hin welatên hevgirtî ji Kendavê û derya Spî ya naverast, Baxdat dan ber roketan. Artêşa Îraqê, beriya êrîşa Amerîka û hêzên hevgirtî li Kuweytê 4 meh û nîvên xwe tijî kiribû. Artêşa Îraqê bi alîkariya welatên rojava û bi taybetî-jî bi hevkariya Amerîka, di dema şerê Îraq û Îranê de bûbû artêşeke mezin û nûjen. Di wê demê de, hefsarê artêşa Îraqê bi destgirtin li derveyî derfetan bû. Neteweyên Yekbûyî, bang li Iraqê kir ku heta 15ê Çile xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Lêbelê digel banga navnetewî, biryarên Neteweyên Yekbûyî, gefên hêzên hevgirtî û leşker komkirina wan li Kendavê, Sadam Huseyn razî nekir ku xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Balafirên şer yên welatên Hevgirtî, heta 24ê sibata sala 1991an ji ezmanan, erda Îraqê bohist bi bohist bombebarankirin. Di encama bomberdûmanê de Îraq bi dehan sala paşve zivîrî û wergeriya çolekê. Hêzên Hevgirtî di 25 sibata heman salê de, di erdê re êrîşî ser leşkerên Îraqê kir û di encama şerekî 100 saetî de, leşkerên Îraqê ji Kuweytê derxistin. Şerê Kendavê bêyî ku dawî li desthilatiya Saddam Husên bîne di 28 sibatê de bi teslîmbûna desthilatiya Baxdayê û bi agirbestê dawî lê hat. Di dema şer de serokê wê demê yê Amerîka George W. Bush gelê kurd û gelên Îraqê ji bo serhildanê xiste nava heyecan û xwîngermiyekê. Lêbelê Amerîka, piştî serhildana gelên Iraqê, di serî de gelê kurd, hemû însanên Îraqê li ber dergahê mehdera desthilatiya Baxdayê hişt. Ev helwesta Washington bi giranî li ser gelê kurd û gelên Îraqê bi nebaşî bandora xwe kir. Herwiha rêxistinên kurd yên li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên xwe yên bi derve girêdayî ketin nava aloziyekê. Şer Iraq
2915
https://ku.wikipedia.org/wiki/Komara%20Kurdistan%C3%AA
Komara Kurdistanê
Komara Kurdistanê yan jî Komara Kurdistanê ya Mehabadê komareke kurd bû ku bi serbajariya bajarê Mehabadê di 22ê çileya sala 1946an de ji aliyê damezranêr û serokê wî ji aliyê Qazî Mihemed ve hatiye ragihandin. Berê ragihandina Komara Mehabadê di çiriya pêşîn (sermawez) a sala 1945an de bi teşwîq û piştgiriya Sovyetê li Îranê Hikûmeta Azerbaycanê hat damezrandin. Demek piştî damezrandina Hikûmeta Azerbaycan a Îranê, di 22ê çileya sala 1946an de li Qada Çarçira ya Mahabadê, di bin garantoriya Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst de, avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate ragihandin. Lijneya Wezîran ji sêzdeh kesan hate avakirin û Qazî Mihemed wek serokomar hate hilbijartin. Di nav sînorê komarê de bajarên Sine, Şino û Miyanduaw hebûn û paytexta komarê bajarê Mehabadê bû. Komara Mehabadê ku tenê 11e mehan dewam kir, di dema rêveberiya xwe de di warê sazîbûnê de serkevtinek mezin bi dest xist. Hinek ji van avakirina bingehên artêşê yên nûjen ên girêdayî Komarê, avakirina rêxistinên îdarî û rêveberî, avakirina dadgehan, berhevkirina bac, avakirina xezîneyê, çareserkirina pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê bûn. Serokwezîrê komarê Hacî Babe Şêx, Wezîrê Berevanî û Fermandarê Giştî yê Artêşê Husên Xanî Sêyfî Qazî, Wezîrê Navxwe Mihemed Emîn Muînî, Wezîrê Aborî Ehmed Îlahî Wezîrî, Wezîrê Ragihandinê Kerîm Ehmediyan, Wezîrê Çandiniyê Menaf Kerîmî, Wezîrê Kar Xreq Heydil Si, Wezîrê Bazirganî Hacî Mistefa Dawûdî, Wezîrê Rewşenbîrî Mehmûd Welîzade, Wezîrê Tenduristiyê Seyîd Mihemed Eyûbiyan, Wezîrê Dewletê Ebdulrehman Îlxanîzade, Wezîrê Dadê Mela Husên Mecdî hatin hilbijartin. Bi vekişîna Artêşa Rûsyayê ji nû ve paytexta komarê, bajarê Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê ve di 17ê kanûna sala 1946an de hatiye dagirkirin û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê ve hate rûxandin. Berî avabûnê Piştî encamdana serhildanên Şêx Ubeydullahê Nehrî û Simkoyê Şikak, di nava kurdên rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. Huseynê Mukriyanî ku ji Mehabadê ye, bi rêya zanayê Îranî Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera naziyan û fikra naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsa neteweyê kurd dike ku kurd jî ji qewmên aryan in û divê wek almanan kurd jî împeratoriya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên kurdên rojhilat de her dihatin niqaşkirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir. Sepanên Riza Şah li Rojhilata Kurdistanê nerazîbûnên mezin li navbera kurdan de peyda dikir. Ji bo modernîzekirina Îranê gelek serokeşîrên deverê ji welêt hatin dûrxistin. Ji bo modernîzekirina Îranê cilûbergên kurdî qedexe kirin. Sepanên wiha nerazîbûnên mezin li navbera serokeşîr û kesayetên kurd peyda kirin. Ev jî bû sedema dijberiya Reza Şah. Şêx Seyîd Tahayê Hekarî neviyê Şêx Ubeydullah zindanî kiribû û li wir mir. Gelek serokeşîrên Bextiyariyan û Loran jî darve kiribûn. Li van salan Brîtanî Başûrê Kurdistanê, yanî Îlam, Loristan û Kirmaşan, Sovyetan jî Bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda Kurdistanê jî bi taybetî herêma mukriyan di bin desthilata kurdan de bû. Li sala 1941ê de şahê Îranê Riza Şah bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê de ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên kurd ve Komeley Jiyanewey Kurdistan hate avakirin. Vê komeleyê nêzîkî sê salan xebatên xwe nepenî kirin. Her wisa li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekên xwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li herêma Mukriyan, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma Seqiz û Bane serokeşîrê Begzadeyan Heme Reşîd Xan bû fermanrewayê herêmê. Bajarê Serdeştê ket bin destê kurê Şêx Mehmûdê Berzencî, Şêx Letîf. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu . Hêzên rûsî bi giştî bi şêwirmendiya Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Îran dagir kiribûn. Bi alikariya tirkên Azerbaycana Sovyet, Azerbaycana Îranê jî hate dagir kirin. Gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî tirkên Azerbaycanê (ecem) mecbûr man ku ji kurdan alîkariyê bixwazin. Sekreterê yekem yê Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê Mîr Cefer Baxirov di daxuyaniyeke xwe de wiha dibêje: "Pirsgirêka kurdî, nuqteya qelstirîn ya Îran û Tirkiyê ye û sîlehê xweşik yê Brîtanî e. Divê ev xal çi wextan ji bîran me neçe. Divê li nav ecemên başûr û kurdan de têkiliyên xurt werin avakirin. Her çi be bila bibe, divê li gel kurdan zimanekî hevpar were avakirin. Xebatên me yên di nav kurdan de, divê kurd guhê xwe nedin îstîxbaratên derve û divê ji bo ku kurd ji serxwebûna xwe çek nehilgirin". Di payîza sala 1941ê de Brîtanî dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û Bokanê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku Brîtanî bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî Brîtanî li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. Efserên rûsî Selîm Atakşîov û hevalê wî Caferov û kurd di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî Ebulqasim Sedir Qazî û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel Mîr Cefer Baxirov. Jixwe paşî 18ê çiriya paşîn a 1941ê eşîra tirk Şahsevenî, 20ê çiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê çiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn Bakûyê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên kurd û ecem çûn Urmiyeyê. Ji xwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera kurd û eceman de şer û pêvçûn rûneda. Piştî dagirkirina rûsan a Îran û Rojhilata Kurdistanê, tevlîhevî û kêşeyên mezin li herêmê qewimîn. Di nav vê kaosê de dewleta Tirkiye jî xwest ku bi hinceta ku kurd zilmê li eceman (tirkên Azerbaycanê) dikin xwestin bikevin nav xaka Rojhilata Kurdistanê. Her wisa balyozê rûsî yê wê demê digot ku tirk dixwazin Azerbaycanê dagir bikin û tevlî Tirkiyê bikin. Avabûna PDKê Li wî wextî desthilata Îranê bi taybetî li rojavayê Îranê nemabû, rojavayê Îranê ketibû bin desthilata kurd û azerbaycaniyan. Di vê demê de rûsî jî ketin rojavaya Îranê. Hatina rûsî bo kurd û azerbaycaniyan bû sîwanek li dijî Şahê Îranê. Li sala 1942an de li Mehabadê ku di bin desthilata rûsî de bû bi navê Nîştiman kovarek bi beşdarbûna 11 kesan ava bû. Niştiman di demek din dibe rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurdistanê. Di Niştimanê de xwestekên reformê her wisa li ser şerê eşîran û serokên eşîran nivîsar tên nivîsîn. Ji bo yekîtiya kurdan kêmasî û astengiyên eşîran tên gengeşekirin. Piştî li Azerbaycana Îranê Partiya Demokratîk ya Azerbaycanê hate avakirin, baa kurdan jî ket Sovyetan ku alîkariya kurdan jî bikin. Hindek rewşenbîr û serokeşîrên kurd ji Mîr Cefer Baxirov xwestibû ku li Mehabadê jî wek Tebrîzê dibistaneke heft salî were vekirin, nexweşxaneyeke 25-30 cihrazanî were vekirin ku xizmeta gel bike. Her wisa xwestin ku hindek xwendekar kurd li xwendingehên leşkerî û sivîl de bixwînin ku paşî werin xizmeta Kurdistanê bikin. Li sala 1945an de Komele belav bû, piştî belavbûnê bi pêşengiya Qazî Mihemed Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê hate avakirin. Di bernameya partiyê de ji bo kurdan xweserî, bi zimanê dayikê perwerdehî, fermîbûna zimanê kurdî hwd hebûn. Di bernameya PDKÎ de xalên girîng ev in: Kurd dê serbixwe bin di nava xaka Îranê de, di kar û xebatên xwe yên herêmên kurdan de dê serbixwe bin Ji bo karên rêvebirinê dê kurdî were serbest kirin û di kar û xebatan de kurdî dê were bikaranîn Rêvebirên dewletê yên li vê derê dê ji nav xelkê deverê were hilbijartin Bi lezgînî endamên Konseya Deverî ya Kurdistanê bi dûçûna qanûnên hilbijartinê dê werin hilbijartin ku kar û xebatên deverê bikin Bi qanûneke giştî, pirsgirêkên di navbera xwedî-ax û rênçberan de dê werin çareser kirin û ji bo paşerojê rolên wan dê bên aşkera kirin Partiya Demokratîk ya Kurdistanê dê kedeke taybet xerc bike ku birayetî yekbûnê di navbera gelê Azerbaycanê û gelên din yê Azerbaycanê (asûrî,ermenî, hwd) de pêk bîne Partiya Demokratîk ya Kurdistanê dê bixebite ku aramiyê ji bo xelkê Kurdistanê pêk bîne Em hêvîdarin ku gelên di Îranê de dijîn dê ji bo azadiya xwe û aramiya xwe bi hev re bixebitin Piştî Almanyayê xwe teslîm kir di şerê cihanê yê duyem de, Îran jî ber bi guherîne ve diçû, ji ber ku hêzên emperyalîst ji ber parastina Îranê ji Almanyayê ketibûn Îranê. Êdî wextê vekêşana hêzên van dewletan hatibû ku meclîsa Îranê jî ev dixwast. Sovyetan jî ji bo piştî vekişînê hêza wana siyasî bimîne, xebatên xwe li Azerbaycanê û Kurdistanê bi awayekê propagandî dewam kir. Tirk û Kurd bihêz dikirin ku li van deran herêmên xweser ên di bin tesîra Sovyetan de bimîne, ava bikin. 28ê îlona 1945ê de Mir Cefer Baxirov ji Stalîn re raporekê dişîne, di raporê de wiha dibêje: Avabûna Komarê Di nava sedsala 20an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Di 22ê kanûna paşîn a 1946an de, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çwarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin. Li ser avabûna Komara Kurdistanê McDowell wiha dibêje: Di roja bangewazîrikirina Komara Kurdistanê de gelek kesên navdar, serokeşîr, nas, gundî û bajarî li dor komîteya navendî û pêşewa Qazî Mihemed berhev bûn. Li ser kombûna van kes û karan Wezîrê Perwerdehiyê Mîrza Menaf Kerîmî wiha bibîrtîne: 13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Her çiqas Komara Mehabadê heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, alaya neteweyî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê herwiha rêxistinên aborî, civakî, wêjeyî, hunerî û leşkerî jî saz kirin. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hate hewldan ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê kurdî bi fermî hate pejirandin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14ê adarê de, Komîteya Jinan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mîna Qazî di xebatên jinan de roleke aktîv leyist, seroka Komîteya Jinan bû. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê. Di 23ê nîsana 1946ê de di navbera kurd û azeriyan de peymaneke dostînî hate destnîşankirin. Temsîla kurdan di bin rêberiya Qazî Mihemed, ya azeriyan jî di bin rêberiya Cefer Pîşeverî de bû. Gelek kesên navdar û serokeşîr di vê peymanê de hebûn. Li Tebrîzê ev peyman hate destnîşan kirin. 9ê tîrmeha sala 1946ê de Pêşewa tevî 30 kesan geştekê dike bo Tehranê ku ji bo maf û xwestinên kurdan li gel rêvebirina Taranê gengeşe bike. Lê di vê hevdîtinê de armanca rêvebiriya Taranê ew bû ku kurd û azeriyan li dijî hev bikarbînin û dawiya her du komaran bi destê wan bînin. Di van rojên li Taranê de Pêşewa Qazî Mihemed hevdîtinek li gel pêşewayê Serhildanên Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa re jî di mala Îhsan Nûrî de hevdîtin kiribûn. Piştî têkçûna serhildanên Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa çûbû Taranê û li wir nîştecî bibû. Di vê hevdîtinê de xwarzayê Qazî Mihemed, Seîd Hûmayûn jî hazir bû, di derbarê mala Îhsan Nûrî Paşa de wiha dibêje: Her weha Seîd Hûmayûn dibêje ku hûrgiliyên hevdîtinên Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî Paşa û balyozê Brîtanyayê di bîranînên Dr. Haşim Şîrazî de tomarkirî ne. Piştî van hevdîtinan Pêşewa vedigere Tebrîz û ji wir jî diçe Mehabadê. Piştî Mehabadê diçe nîştecihên kurmancîaxêv li herêma bakurê Kurdistana îranê. Li herêmên Urmiye, Mako, Selmas û Xoy li gel serokeşîr û mezinên bajêran ve hevdîtin kirin. Li her deran diçûyê çi kurd be çi azerî çi jî ermenî bi coş dihate pêşwazîkirin. Jiyana civakî Piştî dagirkirina Îranê ji hemû gelên Îranî ve fersendên mezin çêbûn. Neteweyên wekî kurd û azeriyan di jiyana xwe ya civakî de zimanê xwe yê dayikî li her derê bikardianin. Ji bo belavbûn û biqîmetbûna zimanê dayikê fersendên mezin çêbûn. Zimanê dayikê li nav berhemên hunerî de dihate bikaranîn. Piyesa kurdî a bi navê Dayika Niştiman bi coş ve ji aliyê gel ve hate seyr kirin. Operaya kurdî hate ava kirin Bi dûçûna Ebdulrehman Qasimlo li Kurdistanê ev pêşketin çêbûn; Sovyetan dixwast ku li Tebrîzê zaningehekê ava bikin û 80 kontenjan ji bo kurdan soz dabûn. Her wisa ji bo weşana pirtûkan makineyeke metbeeyê ji kurdan re şandibû 10ê adara 1946ê Sovyetan ji kurdan re stastonek radyoyê şand, radyoya mahabadê dest bi weşana kurdî kir. Her wiha maşînek jî wek xelat hate dayîn ji Qazî Mihemed re Hikûmeta komara Kurdistan Serokkomar: Qazî Mihemed Serokwezîr: Hecî Baba Şêx Wezîrê Karên Navxwe:Muhemmed Emîn Muînî Wezîrê Darayiyê: Ehmed Elahî Wezîrê Şer û Parastin: Seyfî Qazî Wezîrê Karên Derve: Ebdurehman Îlhanîzade (Mohtedî) Wezîrê Rêyan: Îsmaîl Îlhanîzade Wezîrê Posta, Telefon û Telegraf: Kerîm Ehmedeyn Wezîrê Perwerdehiyê: Menaf Kerîmî Wezîrê Kar : Xelîl Xûsrevî Wezîrê Ticaretê: Hecî Mistefa Davudî Wezîrê Tenduristiyê: Seyyîd Muhemmed Eyyûbiyan Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade Wezîrê Danasînê: Sidiq Heyderî Hêjayî gotinê ye ku çend ku Komara Kurdistanê xwedî hikûmetekê jî bûye, gelek kar û barên Komara Kurdistanê ji aliyê komiteya navendî ya PDK-Î dihate kirin. Xebatên Hikûmeta Kurdistanê Fermîkirina zimanê kurdî di dibistan û rêvebirina dewletê de Perwerdehiya mecbûrî ji bo zarokan û belaş amadekirina du taxim bergên fermî ji bo xwendekaran Sazkirina polên perwerdehiyê ji bo temendaran û kampanya têkoşînê ji xwendinê Sazkirin û rêvebirina çapxaneyê ji bo çapkirina rojname, kovar û pirtukan Weşandina çend rojname û kovaran bi zimanê kurdî. Wek rojnameya Kurdistan û kovarên Helale, Hawara Niştiman, Girûgalî Zarokên Kurd hwd. Sazkirina hêza Pêşmerge Sazkirina komîteya jinan û parastina mafê wekheviya jin û mêran Pêkanîna ewlekarî û aramiyê di hemû herêmên azad de Berfirehkirina cihên zanistî Pêkanîna pêwendiyên bazirganî digel dugelên cîran Ragihandina daxwazên gelê kurd bo cîhanê, wek di konferansa Potsdamê û danasîna gelê kurd bo cîhanê Navendeke edebî ya bi kurmancî li Mahabadê hatibû ava kirin Artêşa komara Kurdistan Heta ku Komara Kurdistanê hatiye ava kirin, hêzên kurdî bênîzam bûn. Hêzên kurdî bênîzamî tevdigerîn û têkilî û haya wan bi hev nebû. Ji ber van sedeman hêza pêşmerge 17ê kanûna pêşîn a sala 1945ê de hate damezirandin. 4 kesên Kurd di bin wezareta berevaniyê de bi fermana Qazî Mihemed bûn general. Bi dûçûna Wadie Jwaideh jî 5 mareşal hebûn, ew her çarên li xwarê û serokê hoza Herkîyan Zêro Beg jî general bû; Mihemed Huseyn Seyf Qazî : Wezîrê Berevaniyê, her wisa serkanê hêza pêşmerge bû. Mela Mistefa Barzanî: Serokê hoza Barzaniyan Mihemed Reşîdxan Qadirxanzade : Serokê hoza Begzadeyên Baneyê Emer Xan Şikak :Serokê hoza Şikakan Artêşa Komara Kurdistan ji du beşa pêk tê. Beşa Yekem leşkerên perderweyî ne, hejmara wan 3 hezar pêşmerge bûn. 2 hezar ji wan suwarî bûn û 1 hezar ji wan jî peyayî bûn. Beşa duyem ji leşkerên eşîran pêk dihat ku hejmara nêzîkî 15 hezar kesan bû. Perwerdeya van peşmergeyan li salên 1940an de ji aliyê leşkerên pîlebilind yên ji Artêşa Îraqê veqetîn re dihate dayîn. Di payîza sala 1942yê de ji aliyê Sovyetan ve ji bo 400 kesan ku navên wan nivîsî bûn, tifingek birno û 100 gule hatin dayîn . Peyva pêşmerge yekemîn car di artêşa Komara Kurdistanê de tê bikaranîn. Bi dûçûna Mehmûd Axa; ev nav ji aliyê bavê wî, Seyfî Qazî hatiye bikaranîn. Wextê Komara Kurdistanê û Komara Azerbaycanê ava dibin, gelek caran şerên van herdu dewletên otonom, bi dewleta Îranê re çêdibin. Bi dûçûna hîkayeta Mehmûd Axa dibêje; di nav şerekê wiha de leşkerekê kurd tê cem Seyfî Qazî û jê re dibêje; azerî bi sedan kes diçin şer lê em bi dehan kes diçin şer û ji wan bêhtir serdikevin û gazinda xwe ya vê rewşê anî ziman. Seyfî Qazî jî jê re dibêje ku azerî leşkerên kurdan wek pêşmerge dibîne ku bi soranî tê wateya kesên diçin mirinê. Aborî Aboriya Komara Kurdistan li ser bac û şirketa Terakkî ve birêvediçû. Di nav bajarên girêdayî Kurdistanê ve bac dihatin standin. Ji bo bac standinê du komîsyon hatibûn ava kirin. Komîsyonekê li navendên bajaran ji ticaran bac disitandin,komîsyona din jî li gundewaran ji xwedanên axê bac disitandin. Şîrketa Terakkî jî ji aliyê komîteya navendî ya PDK-Î dihate rêvebirin û li ser navê Komara Kurdistan ticaret dikir. Dahateyên aboriyê bi giştî li ser bazirganiyê bû û bazirganî jî bi giştî li ser firotina cigareyan bû, bo dewleta Sovyetan Sovyetan jî alîkariya ekonomîk hem bi ticaretê hem bi alîkariya pere dikir. Rûxana Komarê Bi dûçûna hevpeymana li Çileya 1942an de ji aliyê Îran-Sovyet û İngilîzan hatiye destnîşan kirin diviyabû ku İngilîz û Sovyet piştî şerê cîhanî, di 6 mehan de ji Îranê derbikevin. Lê berî vekişînê Sovyetan li gel Îranê hevpeymanek dî destnîşan kiribû ku têkiliyên sovyet û îranê ên aborî dê her dewam bikin û her wisa hatibû gotin ku pirsgirêka Azerbaycanê(Kurdistan jî di nav de) pirsgirêka navxweyî Îranê ye û divêt îran bi awayek aştiyane vê pirsgirêkê çareser bike.24ê adara 1946ê de leşkerên Sovyetan dest bi vekişandinê kirin. Dema vekişîna hêzên Sovyetan li rojavayê Îranê xelas bû hêzên leşkerî yên Îranê kanûna pêşîn a 1946an de bi alikariya hêzên DYAyê êrîş bir ser Azerbaycan û Kurdistanê. Hêjayî gotinê ye ku givaşa DYA tesîrbar bû li ser vekişîna Sovyetan. Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed û Azeriyan paşve hêdî hêdî kişand û dest bi vekişîna leşkerên xwe kirin. Ev vekişîn atmosfereke sar di navbera gelên Kurd û Azerî de. Her çend reşbînî ketibe nav van her du gelan de jî, hê jî hêviya wan hebû ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Piştî vekişîna Sovyetan, Kurd û azeriyan li derê Tahranê dida ku pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Bi serokatiya Pîşeverî di nav heyetê de Seyfî Qazî jî hebû ku nûnerê Kurdan bû, çûn Tahranê û 13ê xizîrana 1946ê de hevpeymanek di navbera heyetê û hikûmeta îranê de hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ; Dahatûyên li Azerbaycanê û Kurdistanê tên kom kirin dê %75ê li herêmê bimîne, %25 jî dê biçe Tahranê. Leşkerên Azerbaycanê û kurdistanê dê wek jandarmayên hikûmeta îranê werin bicîh kirin. Ostanên sêyemîn û çaremîn yên Îranê wek Azerbaycan dê werin binav kirin. Ostana sêyemîn; Herêmên Tebrîz û Erdebîl, ostana çaremîn; Xoy, Urmiye, Mahabad, Merexe û Bîcar dihundirîne. Xwendina van herêman de bi sê zimanan were kirin: Kurdî, Farisî, Azerî Her çend ev hevpeyman hatibe destnîşan kirin jî, hikûmeta Îranê li ser gotina xwe nema û serokwezîrê Îranê Kavam di 21ê çiriya paşîn a 1946ê de got ku ji bo ewlehiya hilbijartinên 7ê kanûna pêşîn li Îranê, dê leşkerên Îranê biçin her derê Îranê. 4ê kanûna pêşîn a 1946an de hêzên Îranê êriş li ser Azerbaycanê dan destpê kirin. Di 14ê kanûna pêşîn a sala 1946an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17ê kanûna pêşîn a sala 1946an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.20ê kanûna pêşîn de hemû Kurdistan û Azerbaycan hate dagir kirin. Serokê Azerbaycanê Pîşeverî ber bi Sovyetan ve reviya lê Qazî Mihemed soza anî cih. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû: Piştî rûxandina Komara Azerbaycanê ji layê dewleta Îranê ve bi awayeke xerab, di nav Komara Kurdistanê de jî tirs çêbû. Komîteya Navendî ya PDKê kom bi serokatiya Pêşewa û biryara teslîmbûnê da. Pêşewa nedixwast ew hovîtiyên li Azerbaycanê çêbûn li Kurdistanê jî çêbin. Soz da gelê xwe ku heta dawiyê ew dê li Mahabadê bimîne û ku zerar negihîje Kurdistanê dê bixebite. Jixwe serok û rêberên Azerbaycanê revîbûn û bi fedaîyên azerî gelek berxwedan çênebû û hovîtiyek mezin li bajarê Tebrîzê rûda.Piştî biryara Komiteya Navendî ya PDKê, General Mistefa Barzanî roja 17ê kanûna pêşîn 1946ê de ji Pêşewa xatira xwe xwast. Dema di hevdîtina Pêşewa ala Kurdistanê ku li ser maseya karê wî bû, pêça, ramûsa û da destê Mele Mistefa û got: Paşî Mele Mistefa û hêza wî ji Seqiz ber bi hidûdê başûrê Kurdistanê rêketin. Her wisa gelek eşîrên piştgirî didan Komarê ji komarê veqetîn. Piştî ku hate zanîn Kurdistan nikare xwe li dijî dewleta Îranê biparêze; Serokayetiya Komara Kurdistanê li Miyandûabê xwe teslîmî General Humayunî kirin. Berî ku darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed jê re tê xwestin ku dixwaze çi bibêje, ew jî axiftinên dawî vedibêje: Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Ebulqasim Sedir Qazî ku nûnerê Mahabadê bû di parlamena Îranê de, li meydana Çarçira ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31ê adara 1947an de hatin dardekirin. Gelek rêvebir û berpirsiyarên Komara Kurdistanê an hatin darvekirin an jî hatin zindanîkirin. Piştî vî wextî rêvebirina Şah, bihêztir lêhat û li sala 1949ê de gelek alîgirên PDKê hatin girtin û zindanî kirin. Hêjayî gotinê ye ku piştî van darvekirinan li Urumabada girêdayî Loristanê li dijî van darvekirinan nerazîbûnên mezin li sala 1947ê hatin nîşandan Sedemên rûxanê Ji bo sedemên rûxana komarê nivîskar Fereshteh Koohi Kamali wiha dibêje: Olga Jigalina jî li ser xalek dî disekîne û dibêje ku Komara Kurdistanê encax %25ê hemû Kurdistana Îranê be, ev jî tê wê wateyê ku hemû Kurd di nav komarê de nîn in. Ev parçebûna Kurdan ji bo Îranê rewş asantir dikir. Her wisa dema hêzên Îranê ji bakurê Mahabadê hatin. Hêjayî gotinê ye ku ew jî Kurd bûn. Lê divêt ev jî bê zanîn ku sebeba beşdarbûna hemû Kurdan ne tenê girêdayî kurdan bûn. İngilîzan Sîne û Kirmaşan dagir kiribûn û têkiliya van deveran bi herêma Mukriyan re nemabû. Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Nadirî ku bi eslê xwe ji Kirmaşanê bû ji bo xîzmetkirina Kurdistana serbixwe de hatibû Mahabadê û bibû cîgirê wezîrê perwerdehiyê. Her wisa gelek kurdên din jî ji Kirmaşan û deverên din hatibûn Mahabadê. Bi dûçûna -xwarzayê Pêşewa Qazî Mihemed û her wisa her dem li gel Qazî bû-, Seîd Hûmayûn sedemên têkçûne du ne, yek sedemên derveyî ne û sedemên din jî navxweyî ne; Ingilîzan başûrê Kurdistanê, Sovyetan jî bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda kurdistanê jî bi taybetî herêma mukrîyan di bin desthilata kurdan de bû. Ji ber vê parçebûnê jî di Kurdistana Îranê de yekitîyeke sîyasî nehatibû ava kirin. Têkiliyên kurd û azeriyan Bingeh û tirsa di navbera van herdu neteweyan de digehe şerê cîhanî yê yekem. Piştî şerê cîhanî yê yekem Peymana Sevrê dewletên Ewropayî dixwastin Dewleta Kurdistanê û Ermenîstanê ava bibe li nav axa Osmanîyan. Lêkolîner Robert Olson dibêje ku dewletên rojavayî dixwastin dewletên kurd û ermenan bikin herêmeke tampon di navbera gelên nijad-turan re. Bi taybetî dixwastin tamponek hebe di navbera tirkan û ecemên Îranê de. Di vî wextî de têkiliyên Kurd û Eceman, Kurd û Tirkiyê, Tirkiye û Eceman balê dikşîne. Tirkiye ji ber tirsa pirsgirêka xwe ya Kurd û gefên Rûsî ku dixwastin li bakur-rojhilatê tirkiyê, hindek parçeya Gurcistanê, hindek jî parçeyên Ermenistanê ye, nedixwast bi aşkerayî alikarî an jî desteka Ecemên Îranê bike. Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin. Di raportekê de ku ji Tebrîzê bo M.C. Baxirov re hatiye şandin wiha dibêje: Lê Qazî Mihemed wek Baxirov û siyasetmedarên Azerbaycanî nedifikirî, Qazî dixwast ku Kurd jî wek her netewekî azad bijîn li ser rûyê erdê. Piştî ku li Bakuyê Qazî Mihemed û heyeta wî li gel Baxirov hevdîtin kirî, vegerî welat û xwast pirsgirêkên devera kurdnişîn û azerînişîn çareser bike. Jixwe li herêma Urmiyeyê dest bi hevdîtina kir. Bi serokeşîrên Mengur û Mameşan ve çû Urmiyeyê. Dest bi hevdîtinan kir li gel eşîrên Kurd ên herêma Urmiyeyê. Ji eşîra xwest ku dest ji destdirêjahiyê berdin û ji kesayetên herêmê xwest ku aştî di navbera kurd û azeriyan de hebe . Di encama van hevdîtinan de heta Komara Kurdistan û Komara Azerbaycanê hatine rûxandin jî çi şer û pevçûn di navbera kurd û azeriyan de çênebû. Lê hêjayî gotinê ye ku ji ber germahiya biryara dagirkirina Îranê bo van herdu herêman, wext nema ku ev herdu gel li dijî hev xebatê bikin. Di avakirina herdu komaran de ferqek girîng heye ku ji bo Komara Azeriyan reforma axê û pirsgirêkên karkeran yekemîn pirsgirêk bû lê ji bo kurdan pêşvebirina neteweyetiya kurdî girîngtir bû. Jixwe li deverên kurdî pêkhateyên senayiyê û endûstriyê kêm hebûn lê li Azerbaycanê ev pêkhate gelek hebûn. Her wisa di navbera kurd û azeriyan de pirsgirêkên hidûdî jî hebûn ku heta herdu komar hatin rûxandin jî hidûdên van herdu deveran berçav nebûn. Jixwe Hikûmeta Azerbaycanê û Sovyetan, Kurdistan di nav Azerbaycanê de dihesiband. Hem ji ber vê dîtinê hem jî ji tirsa dagirkirina Îranê ev xal negihişt radeyeke cidî. Wextê Qazî Mihemed li Tebrîzê li Miyanduawê şer di navbera kurd û azeriyan derdikeve. Li ser 23 nîsana 1946ê di navbera van herdu gelan de Peymana Dostînî û Hevkariyê tê destnîşan kirin . Bi taybetî li Xoy, Urmiye, Selmas, Makû pirsgirêk di navbera kurd û azeriyan de çêdibû. Rêzçawaniya avabûna Komarê Komeley Azadixwazî Kurdistan >> Komeley Jiyanewey Kurdistan >> Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê >> Komara Kurdistanê ya Mehabadê Kronolojî Li dawiya sala 1941ê de nêzî 30 serokeşîr û rêberên kurd diçin serdana Sovyetan 22 gulana 1942yê Sovyetan li Urmiye, bi serokeşîrê Herkiyan Reşîd Beg û Kemal Beg; bi serokeşîrê Begzadeyan Nurî Beg û bi serokeşîrên Şikakan hedîtin kirin . 16ê îlona 1942yê ji aliyê rewşenbîrên Mahabadê ve Komeley Jiyanewey Kurdistan hate ava kirin. Li sala 1943yê Ebulqasim Sedir Qazî ji parlamena Îranê tê hilbijartin 3yê îlona sala 1945ê rêberên Komeley Jiyanewey Kurdistan seredana Tebrîzê kirin ku Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê-TUDEH ê navê xwe guherand û kir Partiya Demokrat ya Azerbaycanê 3yê çiriya pêşîn a 1945ê Komeleyê navê xwe wek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê guherand 12ê kanûna pêşîn a 1945ê ala Kurdistanê li bînayetên bajarê Mahabadê hate hilawîstin 22 kanûna paşîn a 1946ê Komara Kurdistanê hate ragihandin Bide ber Keyaniya Kurdistanê Komara Agiriyê Komara Laçînê Şoreşa Rojhilata Kurdistanê (2016-...) Wêje The Republic of Kurdistan. Fifty Years Later. in: International Journal of Kurdish Studies. Library, Brooklin NY 11.1997, 1 & 2. William Eagleton, Jr.: The Kurdish Republic of 1946. Oxford University Press, London 1963. Moradi Golmorad: Ein Jahr autonome Regierung in Kurdistan, die Mahabad-Republik 1946 - 1947 in: Geschichte der kurdischen Aufstandsbewegungen von der arabisch-islamischen Invasion bis zur Mahabad-Republik, Bremen 1992, ISBN 3929089009 M. Khoubrouy-Pak: Une république éphémère au Kurdistan, Paris u.a. 2002, ISBN 2-7475-2803-0 David A. McDowall: Modern History of the Kurds, I. B. Tauris, 1996 (Current revision at May 14, 2004). ISBN 1-86064-185-7 Susan Meiselas: Kurdistan In the Shadow of History, Random House, 1997. ISBN 0-679-42389-3 Archie Roosevelt, Jr.: The Kurdish Republic of Mahabad. in: Middle East Journal. Washington DC 1947,1 (July), pp. 247-69. Kurdish Republic of Mahabad. in: Encyclopedia of the Orient. The Kurds: People without a country. in: Encyclopedia Britannica. Yassin, Burhaneddin A., Vision or Realty: The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947, Lund University Press, Lund/Sweden, 1995. , ISBN 91-7966-315-X Lund University Press. ou ISBN 0-86238-389-7 Chartwell-Bratt Ltd. Çavkanî Dewletên dîrokî Dîroka Rojhilata Kurdistanê Dîroka Îranê
2929
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhildana%20%C5%9E%C3%AAx%20Se%C3%AEd%C3%AA%20P%C3%AEran%C3%AE
Serhildana Şêx Seîdê Pîranî
Serhildana Şêx Seîdê Pîran yek ji serhildanên mezin ên kurdan ên sedsala 20an e. Li gundê Pîran a bajeroka Egil ya navçeya Darahênê Erxenîyê, di 13 sibata sala 1925'an de dengên çekan, xebera yek ji serhildanên girîng ên dîroka Kurd dida. Ev Serhildana ku weke Serhildana Şêx Saîd derbasî dîrokê bûye, wiha dest pê kir: Cendirmeyên Tirkan hatin gundê Pîranê û navê 10 kesan dan. Cendirmeyên Tirk, ji gundiyan xwestin ku 10 kesên li wan digerin werin radest kirin. Lê belê gundiyan 10 kesên ku cendirmeyan dixwest radest ne kirin û şer derket. Piraniya lêkolîneran hem raman in ku serhildan, ji ber vê bûyerê berî wextê xwe dest pêk kiriye. Piştî vê çurûska yekem, Serhildana li herêmeke berfireh belavbû û di dirêjahiya 3 hefteyên destpêkê de, hêzên Şêx Saîd li hemberî hêzên hukumetê serweriya xwe sazkirin. Hêzên Şêx Saîd, di 17 Sibatê de avêtin li ser bajeroka Darahênê ya navenda bajerê Darahênê û parêzgar û rayedarên din girtin. Şêx Saîd di demeke nêz de Darahênê, Maden, Sêwreg û Erxaniyê bi destxist û ber bi Amedê ve meşiya. Komeke din jî Xinûsê bi destxist û berê xwe da Mûşê. Hukumetê di 21 Sibatê de li bajarên Kurdan rêvebiriya leşkerî ragihandin. Lê belê yekîneyên artêşê di 23 sibatê de li hemberî serhildêran paş ve kişiya Amedê. Dotira rojê jî Elezîz kete destê berxwedanvanên Kurd. Enqere tevlî hev bibû: Misto Kemal, di dest pêka meha adarê de (îstîfaya) dest-ji-kar-kişandina Serokwezîr Fethî Okyar xwest. Piştî ku hikumetê îstîfa kir, di 3 adarê de erka serokwezîriyê dan İsmet İnönü. Di 4 adarê de hikumetê ji parlemenê dengê ewlebûnê wergirt û û di heman rojê de Qanûna Teqrîrî Sukûn derxist. Ev qanûna ku sala dest pêkê di nerîtê ma, destura rewşa awarte dida hikumetê. Hêzên Şêx Saîd, di 7 adarê de derûdorê li Amedê girtin. Lê belê bêyî ku bajêr bi destbixin, naçar man ku peş ve bikişîn. Piştî ku li herêma Serhildanê tijî leşker kirin, yekîneyên artêşa Tirk di 26 adarê de ji hewayê û ji erdê ve êrîş da dest pêkirin. Êdî serweriya şer diket destê hêzên hikumetê. Di naverasta meha Nîsanê de Şêx Saîd li nêzîk Gimgimê û yek ji pêşengên din ên Serhildanê Şêx Şerîf jî li Palûyê radest bûn. Li ser bîryara Dadgeha Şerqil Îstîklalê Şêx Saîd di 29 Hezîrana 1925an de hate dardekirin. Şêx Saîd ku li Palûyê ji dayikbibû, neviyê Şêx Septî û kurê Şêx Mehmûd Fewzî bû. Dİ encama serhildanê de gelek rêvebirên serhildanê tên darve kirin. Li ser vê kurê Seyîd Ebdulqadir, Seyîd Ebdulla li Şemzînanê serhildanê dide destpê kirin lê bisernakeve û diçe Iraqê ji ber êrîşên tirkan. Her wisa 7 hezar goyî, hezar feleyên derdora turabdînê û deh hezar atroşî direvin Iraqê Girîngiya serhildanê ji bo kurdan Piştî rêkeftina Lozanê di sala 1923an de, bizavên Mistefa Kemal Etatûrk yên eşkere li dijî Kurdan bo tunekirina hebûna Kurdî destpê kirin,hin Şoreşgerên Kurd di wê demê de wekû şêx Se’îdê Pîranî,Kemal Fewzî,Yûsiv Zeya û Xalid Beg Cebrî tevgera azadiyê bi serokatiya Xalid Beg Cebrî damezirandin,ku armanca vê tevgerê rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê bû Sedemên şikestinê Bikaranîna rêyên hêsinî yê Helebê bi erêkirina Fransayiyan ji aliyê artêşa tirkan Encamên serhildanê Di hûner û wêjeyê de serhildan Strana Şêx Xiyaseddîn ji aliyê dengbêj Şakiro Binêre Pirsa Mûsilê Çavkanî Serhildanên kurdan Serhildana Şêx Seîd
2937
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhildan
Serhildan
Lîsteya serhildanên kurdan Sema Yüce navê kod ê Sema Yüce bû.
2941
https://ku.wikipedia.org/wiki/Weqfa%20W%C3%AEk%C3%AEmedyay%C3%AA
Weqfa Wîkîmedyayê
Weqfa Wikimedyayê (bi îngilîzî: Wikimedia Foundation Inc.), saziyeke ku bi alîkariya diravî ya dilxwaziyên Wîkîpediyayê ve tê fînansekirin. Navenda saziyê li bajarê San Francisco ya Kalîforniyayê ye. Ev bingeh di Hezîrana 2003an de ji aliyê Jimmy Wales ve hat avakirin. Ji Adara 2016an û vir ve rêvebera giştî ya weqfê ye Katherine Maher e. Weqfa Wîkîmediyayê 12 projeyên ku li jêr hatine lîstekirin bi rê ve dibe. Ev proje jibo piştevaniya pêşvebirina projeyên din têne bikaranîn. Projeya herî girîng ya saziyê wîkîpediya ye. Projeyên weqfê Girêdanên derve http://wikimediafoundation.org Çavkanî
2949
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xet%C3%AAn%20avestay%C3%AE
Xetên avestayî
Ariyan ji bilî tîpên bizmarî elfabeyeke din a bi navê "Alfabeya Avestayî" jî hebûne. Ew alfabeya ku 53 tîpên wê hebûn ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn. Ev alfabe di her warî de bi pêş ketibû û tu kêmasiyek tê de nedihat dîtin. Pirtûka pîroz "Avesta" bi vê xetê hatiye nivîsîn. Hemû şareza û rojhilatnas li ser vê baweriyê ne ku zimanê Avestayê ew ziman e ku Med pê axivîne. Mamoste mihemed Teqî Behar di berhema xwe ya bi navê "Rêbaznasî", rûpela 65'an de dibêje: "Alfabeya bizmarî ya medan" 42 tîp bûne ku ji wan tîpan 36 tîp ji tîpên bizmarî yên aşûriyan wergirtine û 6 tîpên din jî bi xwe danîne ser û xebitandine. Piştî ku Hexamenişî hatine ser kar û bûne deshilat, wan jî ew alfabeya medan bi kar aniye û li ser keviran bi tîpên medî nivîsandine. Pêwist e bê gotin ku Dewleta Medê bi destên parsiyan û Kûrişê Pars têk çû û dema ku wan dît cih û warê medan ji yên wan xweşiktir in hewl dane xwe ku wan cih û warên medan xerab û kavil bikin, her wiha nakokiyên di nav medan de bûne sedem ku ew bigihîjine armanca xwe û bi ser bikevin. Heredot ku berî mîladê di sala 450'yan de li Rojhilata Navîn û Îranê geriyaye, dibêje: "Ez çûme Îranê û min dîtiye ku nav û bang û cih û warên medan di nav gel de kêm deng vedaye û gelê bûyerên berê di bîra gel de nemabûn? bi baweriya min reng e hemû şûn û war û kevirên nivîsî yên medan ji holê rakiribin û êdî tiştek di dest de nemabe." Kurdî - Avestî Hindik Tîpên Latînî (Kurdî) û Avestî: Aa - Bb - Cc - Çç - Dd - Ee - Êê - Ff - Gg - Hh - Ii - Îî - Jj - Kk - Ll - Łł - Mm - Nn - Oo - Pp - Qq - Rr - Řř - Ss - Şş - Tt - Uu - Ûû - Vv - Ww - Xx - Ẍẍ - Yy - Zz - Ziman Pirtûk Alfabe
2950
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xet%C3%AAn%20pehlew%C3%AE
Xetên pehlewî
Îraniyan alfabeyeke bi navê "Alfabeya Pehlewî" hebûye ku 24 tîp bûne û ji aliyê rastê ve bo aliyê çepê dihate nivîsîn. Kevintirîn belgeyên vî zimanî ku heta niha bi dest ketine, çend qeware ne ku li Hewremanê peyda dibin. Li jêrr 24 tîpên pehlewî hatine nivîsandin. Alfabe
2951
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xet%C3%AAn%20mas%C3%AE%20sorat%C3%AE
Xetên masî soratî
Alfabeya Masî Soratî yek ji alfabeyên kevnareye ku ji aliyê kurdan ve hatiye bikaranîn. Ev alfabe xwediyê 37 tîpan bû. Ibn Wehşiye di berhema xwe ya bi navê Şûq el-mistiham fî me'irifet rimûz el-aqlam (bi îngilîzî An Explanation of Ancient Alphabets and Hieroglyphics) de ku di sala 241ê koçî / 855ê zayînî de ji bo Evdilmelîkê Merwan nivîsiye, dibêje: "Gelê kurd piraniya nivîsên xwe bi tîpên masî soratî dinivîsin. Min di Naûsiya Bexdayê de sê pirtûkên kurdî ku bi tîpên masiya soratî hatibûne nivîsîn dîtin. Niha jî li Şamê du cild ji wan pirtûkan li ba min in ku ji wan yek dabaşa perwerde û çeqandina dara xurmê û darên dinê dike û yek jî dabaşa peydakirina avê di herêmên hişk, dêmîn û bêav de dike. Min ev her du pirtûk wergerandine ser zimanê erebî, da ku her kes kelk (havil) û sûdê (kar) jê werbigire. Ew alfabeya ku bi masî soratî bi nav û deng e, piştî ku ji wê tîpên ebcedî wergirtin û ji elîf heta xeyna erebî jê derxistin, lê çend tîpên din ên zêde man, piştî ku tîpên 'p' û 'ç' jî jê derxistin, lê belê dîsa jî heft tîpên dinê zêde man ku di tu zimanê din de tune ne. Her wiha deng û fonetîka wan di tu alfabeyeke din de nayê dîtin. Me ji bo 6 tîpan ji wan ti deng û wêneyek di nav ti alfabe û zimanekî de nedît. Diyar e ku dengên pir seyr û balkêş hene û bi alîkariya wan tîpan xwendina her nivîsekê bi her cure zimanî ji bo kurdan hêsan e. Herwiha Quranê jî wekî erebên deştê dixwînin û belkî baştir jî dixwînin. Pêwist e bê gotin ku gelek peyv û bêje di bingeh û koka xwe de bi kurdî ne û ereban ji kurdan wergirtine û niha bi navê ereban tên bikaranîn lê di rastiyê de koka wan tenê û tenê di zimanê kurdî de tê dîtin. Alfabe Çavkanî
2952
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xet%C3%AAn%20%C3%AAz%C3%AEd%C3%AE
Xetên êzîdî
Gelê kurd alfabeyeke 31 tîpî ya bi navê "Tîpên Êzîdî" hebûye ku ji aliyê rastê ve tê nivîsîn. Ew alfabe ji tîpên avestayî, pehlewî û erebî hatiye wergirtin û pirtir di nav kurdên me yên êzîdî de belav bûye û hatiye nasîn. Pirtûkên Cilwe, Mishefa Reş û hin pirtûkên din ên olî bi van tîpan hatine nivîsîn û wekî diyarî ji me re mane. Alfabe
2953
https://ku.wikipedia.org/wiki/Farisiya%20kevn
Farisiya kevn
Farisiya kevn an farsiya kevnar an jî Exmînî, zimanê farisiya bastane ku di serdema Hexamenişiyan de heta têk çûna Silsileya Silûkiyan di Îranê de Farisan pê diaxivtin û ketîbeyên xwe pê dinivîsîn. Belge ya herî girîng ji vê Farisiyê Ketêbeya Daryûş ya di Bêstûnê ye ku bi sê zimanê Îlamî, Akadî û Farisî nivîsiye. Daryûşi li ser wan keviran behs a pîrozî û serkeftina xwe ya li hemberî dijmin dike û laveyan ji Ahûra Mezda dike û dibêje: "Xwedayo tu vî welatî ji derew, nepakî, nexweşî û nerastiyê biparêze." Ev çend mînak in ji şûn û warên zimanê parsiya kevin ku li ser çiyayê Bêstûn hatine kolan. "Dareyewe ûş xişayetiye wezerke xişayetiye xişayetiya nam xişayetiye de hîw nam hiştaspehiya putir hexamenişiyahî emem teçerem ekewnûş." Wate: Daryûş şahê mezin, şahê şahan, şahê welatan, kurê Guştaspî Hexamenişî ku ev koşk û qesr çêkirin Çavkanî Zimanên îranî
2954
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ziman%C3%AA%20avestay%C3%AE
Zimanê avestayî
Zimanê avestayî, piraniya şareza, rojhilatnas û lêkolîner li ser vê baweriyê ne ku çavkaniya zimanê farisî zimanê îranî ye ku Avesta bi vî zimanî hatiye nivîsîn. Mîcerson dibêje: "Çavkaniya zimanê kurdî zimanê medî ye. Li gorî belgeyên dawî ku bi dest ketine, Avestaya Zerdeşt bi vî zimanî hatiye nivîsandin." Rojhilatnasê navdar Darmestito dibêje: "Avesta bi zimanê madekan, bi zimanê medî hatiye nivîsandin. Zimanê kurdî, paşmayê zimanê medî ye." Noldkeş dibêje: "Ger nivîsên paşayetiya medan bi dest bikevin ez bawer dikim, dê şik bikeve giyana berdenivîsên parsiyan." Hirtsfiludê bi nav û bang ê rojhilatnas dibêje: "Zerdeşt ji binemala Sipîtameya med e ku di destpêkê de desthilatdarê bajarê Rey bûn. Peyva spîtme navê binemaleya zerdeşt e ku di gateyên de wekî Spîtme hatiye nivîsandin û bi wateya regez (nijad)a spî yan binemala spî ye." Pilînûsê mezin ku berî zayînê di navbera salên 79-23'yan de jiyaye, di cizya sêyem û benda duyem a perawa xwe ya bi navê "Mêjûy Xorskî" de dibêje: "Zerdeşt ji binemala Med e û Avesta jî bi zimanê medî nivîsiye." Babe Yadîgar ku yek ji pêşeng û hunermendê mezin ê sedsala heştemîn e, di berhema xwe ya bi navê "Zulal Zulal" de dibêje: "Zerdeşt ku ji binemaleya Spîmenê ye, di dema paşayetiya Guştasip şahê keyanî de serî hildaye û gel, deste deste li dora wî kom bûye û rêz û rêçikên wî hîn û fêr bûne. Wî jî agir pêxibstiye û gel ji bo nasîna Xwedayê yekane hay daye." Mînorskî dibêje: "Her çend ku ji zimanê medî ji bilî çend navên taybetî tu tişt li cih nemaye jî, lê belê piştî ku ew sened û belge ketine destên me, derdikeve holê ku gelê kurd paşmayê qewmê med e û diyar e ku zimanê wan jî beşek ji zimanê medan e ku Avesta pê hatiye nivîsîn." Hêrodotos di dîroka xwe de çend peyvên medî dane ku ew peyv niha jî di zimanê kurdî de hin caran tên bikaranîn. Ji bo mînak Hêrodotos dibêje: "Medan ji dêlesegan re gotiye sipako" ku niha jî di zaravayên kurdî de ji segan re dibêjin sipak, sipa, sipe û siplot." Ji ber ku me ji re ron û diyar be ku zimanê avestayî û zimanê kurdî her yek ziman e, emê çend peyvên Avestayê digel kurdiya niha mînak bidin, da ku bê zanîn piştî derbasbûna demeke dûr û dirêj hîna jî zimanê kurdî ji zimanê avestayî cuda nebûye û neguheriye. Bi van mînak û belgeyên ku me diyar kirin, xuya ye ku zimanê kurdî paşmayê zimanê medî ye û Avesta jî ku Zerdeşt diyarî me kiriye her bi zimanê medî hatiye nivîsîn. Her wekî me got Pilînûsê Romî ku berî zayînê di salên 79-237an de jiyaye û di berhema xwe de gotiye: "Zerdeşt ji binemala med bûye û Avesta jî bi zimanê medî nivîsîye. Êdî ger di paşerojê de Medistan an kurdistan bikeve ber lêkolînê û berdenivîsan şûnewarek bi dest bikeve ev mebesta bi tevahî dê ronî û diyar bibe." Girêdanên derve Ferhenga Avesta-Înglîzî Çavkanî avestayî avestayî
2955
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gotin%C3%AAn%20p%C3%AA%C5%9Fiyan
Gotinên pêşiyan
Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje. Çend Mînakên Cûrbecûr ji herema Oxîyê ya nivîsandî:Canê Elî Lîsteya gotinên pêşiyan Ji gayê bor re hincet fîtik e. Heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmiyê ne. Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin. Dema mirov kal dibe, zarok tilîkan davêjin mirov. Ker bi ku ve here jî ker e. Şîrê kerê encax dehşekê mezin dike. Mirov pîvazê nexwe bêhn ji devê mirov nayê. Şîreta kerê palasa wî ye. Bi fisan çarşef boyax nabe. Bi tirr û fisan hundir germ nabe. Hêter çi qas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hev bin. Dijminê bavan nabin dostê lawan. Dostê bavan nabin dijminê lawan. Rih dibe bihost, dijmin nabe dost. Mala bavê meydan e mala xezûr zindan e. Kûsi miskê naxwe. Mêr çol e jin gol e. Ne bihara dûbihar, ne jî pîra diranzêr û guh bi guhar. Seg (kûçik) goştê seg naxwe. Nokê rabû li kokê. Girêdanên derve Şahidê rovî dêla rovî ye. Dims bi sebrê nabe helaw. Dema seydê gûyê tajî tê. Çavê li deriyan xwelî li seriyan. Dengê defê ji dûr ve xweş tê. Menêre li bejnê, binihêre li vînê. Nan û mast taştiya rast, nan û dew taştiya derew. Here ba wî yê te bigrine, meçe ba yê te bikenîne. Gişkê neda ber nîskê. Dinya bi dor e, sire tê gahay bor e. Deriyê xeratan bi benan girêdayî ye. Deriyê xwe bigir cîranê xwe meke diz. Destê xebitî li ser zikê têr e. Destiyê bivir ne ji darê be dar nakeve. Dev dixwe rû fedî dike. Dêhn ne dêhn in, ê ji wan bawer dikin dêhn in. Dê û dotê şer kirin, bêaqilan bawer kirin. Dibêjin tu li rê, qeda û bela li rê. Dilê şivên bixwaze dikare ji nêrî şîr derxe. Dilê tirsonek sîng û berên gewr nabîne. Dinya gul e, bêhn bike û bide hevalê xwe. Dinya li dinyê, çavên gur li mîhê. Ku dît ez im, ku nedît diz im. Ku dijminê te gêrîk be jî hesabê xwe bike. Dûr bi nûr e. Eger xêr bê welatekiwê bigihije hemî cihê welât. Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe. Eyarê bênamûsa firehe. Ez çi dibêjim bilûra mi çi dibêje. Ez ezim tu tuye. Ez hêdi dimeşim bela dighê mi, ez zû dimeşimez dighêm bela. Ê dizya hingiv bike wê mêş pêvedin. Ê jinê berde li paniyê nanêre. Ê ne di şerde be şêre. Ê rabe cihê wi, ê bimre jina wi dimine. Êş hat Şam'ê, ecelhati mirin. Fala qereçiya lihev derdikeve. Feqir çûn xwe daliqinin ditin ku dewlemend li ba dibin. Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana. Giha dibin kevirde namine. Gotna rast bi mirov ne xweş tê. Gul ew gul bû baran ji lê hat şil bû. Gur dikujin qijak dixun. Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. Hechecikê silava li hecêk. Hemi çêlek tên dotin, hemi gotin nayên gotin. - Hem ji dêrê bû hem ji ji mizgeftê. Hem serê xwe dişkine hem ji xercê xwe dide. Here miletan, bigre adetan. Her giha li ser koka xwe şin tê. Her kezizerek simbêlsorek li himbere. Her tişt ji ziravi mirov ji stûri diqete. Heta mi xwe naskir mal li xwe xelas kir. Hevalê bêje "heval heval" mede dû. Heyfa ciwaniyê pîrî li pêye. Heywana tu bigerinî wê erzan bibe. Hin dikin, hin dixon. Hingivê debeye di eyarê kâçikdaye. Hûrik hûrik dagir tûrik. Ji hirçkê du eyar dernayê. Jin kelehe mêr girtiye. Ji pira pir diçe ji hindika hindik. Ji rovi fenektir tune ji eyarê wi pirtir tune. Ji xelkêre masigiro ji xwere kwêsigiro. Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê. Karê ne ji mire bayê wê di ser mire. Keçkê bêbav çiyayê bêav. Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe weris ji diqete. Kerê miri ji gur natirse. Kes nakeve gora kesi. Ku kela şorbê çû buhayê heskê pere nake. Kumê rasta tim qetyayiye. Kurmê şiri heta piri. Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve. Kûçik ji kê bitirse bi wi ali direye. Lê kaliyê lê koriyê; mirin çêtireji feqiriyê. Li bejnê neri bi zêra kirî, laçek rakir kertkê guri. Li kerê mirî digere ku nala jêke. Mala me li çoyê meye; çoyê me li ser milê meye. Malê axê diçe canê xulêm dêşe. Malê çamêrki û xesiski wek hev dire. Mal li ser malê nabe. Mal mala teye lê bi alyê firaxa nere. Meger li newala nebin xeyala. Mêja Kurmanca ne ibadete, adete. Mêrê qels du cara şer dixwaze. Mirin mirine xirexir çiye? Mirişka bigere wê lingê wê bi zelq be. Mirov bi carkê qûnek nabe. Mirov xwe bi destê xwe ne xurine xura mirov naşkê. Nabêjin kê kir; dibêjin kê got. Nan û pivaz hebe nexweşi çavreşiye. Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir. Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabiyê bin. Ne fene, ev çi dar û bene? Ne xwar ne da hevala, geni kir avêt newala. Nivişta bê tişt, xwedyê xwe kuşt. Pisik ne li male mişk Evdirrehman'e. Pivaz, çi sor çi sipi. Qantir nazê xwê şin nayê. Qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş. Qûna wê qûna mirişkêye hêkê qaza dike. Reng rengin, sor bi dengin. Rûyê reş ne hewci teniyêye. Serê du berana di beroşkêde nakela. Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano. Simbêl bi pisika ji heye. Şahdê rovi terya wiye. Şeb û şekir çûn Diyarbekir, şekir rûnişt deng nekir, şeb rabû pesnê xwe kir. Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire. Şeva reş keleha mêraye. Şeytên gotiye "ê li xwe bi heyire ez di winim. Şêr şêre; çi jine çi mêre. Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê. Şûr kalanê xwe nabire. Ta bi ta dibe rih. Taji bi zorê nare nêçirê. Teyrê ku goşt dixwun nikilxwarin. Timayi birakuje. Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra. Tîr bikî dan diçe,rohn bikî nan diçe Tu bi hiriba tê li nav keri ba. Tu cehnemê nebini buhuşt bi te xweş nabe. Tu çi têxi kewarê wê ew bê xwarê. War ew ware lê bihar ne ew bihare. Wê ev hevira hin gelek avê hiline. Xeber çekê jinêye. Xeta xwar ji gayê pire. Xwedê ji yekire xera bike diranê wi di pelûlê de dişkê. Xwedyê xêra dibe evdalê ber dêra. Xwestek û kodik bi şûnde? Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike. Ya nare aş ya ji dire aşvan dikuje. Yarê diya mi yek ba minê bi dendikê bihiva bi xwedi bikra. Zikê zaroka tijeye lê zimanê wan nagere. Zimanê dirêj darkukê serê xwedyê xwe ye. Zor gêzerê radike. Çikas ser saxbe ewkas kûn we nenera bibîne Çavkanî Malpera Wîkîgotinan Lîste Çand Ziman Zanîn Folklor Antropolojiya çandî Wêje
2956
https://ku.wikipedia.org/wiki/M%C3%AAzgerda%20li%20ser%20niv%C3%AEsin%C3%AA
Mêzgerda li ser nivîsinê
Mêzgerdên li ser bivîsinê li gelek derên dinê bi gelek cureyan tên lidarxistin. Di van mêzgerdan de bi piranî kesên ku ji wêjeyê hez dikin tên perwerdekirin, an jî li ser berhemên wan xebatên pevre tên meşandin. Bo mînak bernameya mêzgerdeke li ser nivîsinê: Wekî bingeha zimên Derketina Ziman Derketina Helbestê Derketina Çîrokê Derketina Romanê Taybetiyên neteweyan Dîroka Wêjeya Ereban Dîroka Wêjeya Farisan Dîroka Wêjeya Ûrisan Dîroka Wêjeya Almanan Dîroka Wêjeya Îngilîzan Dîroka Wêjeya Firansiyan Dîroka Wêjeya Îtaliyan Derketina cureyan Derketina Wêjeya Absurd Derketina Wêjeya Qerfî Derketina Wêjeya Trajîk Derketina Wêjeya Dîrokî Derketina Wêjeya Polîsiye Derketina Wêjeya Surrealîst Wêjeya kurdî Dîroka Zimanê Kurdî Dîroka Helbest, Çîrok û Romana Kurdî Di Wêjeya Kurdî de absurd, qerf, trajedî, dîrok, surrealîzm û hwd. Çavkanî Wêje Sazî
2957
https://ku.wikipedia.org/wiki/Daxistin
Daxistin
Daxistin (en:download) anîna pelan ji înternetê û tomarkirina komputera xwe ye. Lêkereke ji pêşgira da û lêkera xistinê pêk tê. Daxistin tê wateya anîna tiştekî ji cihekî bilind. Mînak: Hesp ji serê çiyê daxistin. Komputer
2958
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AA%C5%9Fek
Pêşek
Pêşek bi kurdî tê wateya biresera ku tiştekî nîşanî mirov dide. Mînak: Garson pêşeka xwarinan dide destê mirov ku mirov li lîsteya xwarinan binihêre û xwarineke li gor dilê xwe bixwaze. Bi îngilîzî menu, bi tirkî menü. Komputer
2959
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bireser
Bireser
Bireser ew tişt e ku bi çavan tê dîtin, bi destan tê girtin û bi alîkariya hinek amûrên pîvanê tê pîvan. Girêdanên derve Rêziman
2961
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87aper
Çaper
Çaper amûreke taybet e ku bi kompûteran ve tê girêdan ji bo çapkirina rûpelan e. Cureyên çaperan Çaperên lazer Çaperên toner Teknolojî Komputer
2964
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhildana%20Gel%20a%20li%20Ba%C5%9F%C3%BBr%C3%AA%20Kurdistan%C3%AA
Serhildana Gel a li Başûrê Kurdistanê
Di bihara sala 1991an de li hemerî rejîma Îraqê ku di şerê kendavê de têk çûbû Kurd û Şîiyan serî hildan. Kesên pêşî serî hildan xelkên bajarê Ranyayê bûn. Di sala 1991an de rejîma Îraqê ku li hemberî Amerîka û hevalbendên wê kete nav şerekî dijwar, nema dikaribû kontrola xwe ya li ser başûrê Kurdistanê berdewam bike. Bi sistbûna kontrola rejîma Îraqê re, nîşanên serhildanê jî xwe li hin deveran dane xuyakirin. Radyo û rojnameyên li Başûrê Kurdistanê bang dikirin ji bo ku gel serî hilde. Çirûskên pêşiyên serhildana bihara sala 1991an di 5ê adarê de li Ranyayê ronî dan.Serhildana li bajarê Ranyayê roj bi roj berfirehtir bû û 3 heftiyan berdewam kir û di şeva Newrozê de bi dest danîna ser bajarê Kerkukê re serhildan gihîşt qonaxeke nû û girîng. Tevî vêyekê, gel ne xwedî pêşengiyeke xurt bû. Di vê navberê de Amerîkayê hin îşaret dan rejîma Îraqê ji bo ku serhildanên kurd û şiiyan biperçiqîne. Li ser vê yekê rejîma Îraqê pêşî serhildana şiiyan perçiqand, di pey re jî di meha nîsanê de berê xwe da kurda.Partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê nekarîn li hemberî êrîşên rejîma Îraqê hêzeke berxwedanê bi rêxistin bikin û li ser vê rewşê kurdên li herêmê ber bi sînorên Tirkiyê û Îranê ve dest bi koçberiyê kirin. Bi milyonan kurd di wan şert û mercên xerab û dijwar de tevî zarûzêçên xwe ketin ser rêyan. Li gorî çavkaniyên başûrê Kurdistanê, di vê reva ber bi sînoran ya piştî serhildana bihara 1991an de zêdetirî 50 hezar Kurdistaniyî jiyana xwe ji dest da. Serhildanên kurdan
2965
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhildana%20Qo%C3%A7giriy%C3%AA
Serhildana Qoçgiriyê
Serhildana Qoçgiriyê an jî Şoreşa Qoçgîrê, yekemîn serhildana li hemberî hikûmeta Enqereyê ye û di tîrmeha 1920an de li Qoçgiriyê rû da. Berî serhildanê xebatên amade kirinê ji aliyê Elîşêrê Dêrsîmî û Baytar Nuriyê Dêrsîmî ve hate meşandin. Di tîrmeha 1920an de hin yekîneyên di bin fermana serok-eşîrê bi navê Misto, avêtin li ser qereqola Çulfa Alî ya Zarayê. Piştî vê serdegirtinê navbêra Sêwas-Ezirgan û Qenxal-Qoçgîr û derûdora wê kete bin hikmê yekîneyên Kurdan. Serok-eşîrê Şedanê Paso, Gercanê dagir kir û bi kirar wî dest danî li ser rêvebiriyê û li avahiya hikûmetê ala kurdî hildan. Dirok Hikûmeta Enqereyê jî di çiriya pêşîn a 1920an de, bi armanca asteng kirina pêşkeftina serhildanê heyetên şîretê şand vê derê. Di 15 çiriya paşîn de li Xozatê di serokatiya Elîşan de civîneke hate li darxistin û danezaneke dan hikûmetê. Enqere jî dest pê kir li Sêwazê leşkerên xwe kom kirin. Di vê navbêrê de Serhildana Qoçgiriyê belav bû: Dêrsîm, xwe amade dikir ku di buhara 1921ê de serxwe bû na xwe danezan bike. Enqereyê, pêwendiya Dêrsîmê bi derûdora wê rê qût kir û ji vê derê hinek kesan vexwend Civakê û xwest bi vî awayî tevgerê bi sînor bike. Lê ev rêbazên han encam nedan û di encamê de di adara 1921ê de yekîneyên artêşa TÎrk tevgereke leşkerî dane dest pê kirin. Her wiha 3 fermandarên serhildêr ên Kurd yê Serhildana Serokê eşîra Ginyanî Murat Paşa bi fenan hatin girtin. Lewma di 24ê nîsana 1921ê de yekîneyên Serhildana Qoçgiriyê ji hev feşkilîn. Artêşê, heta nava Qoçgiriyê ve çû û serhildanê bi awayekî bi xwîn temirand û Serokê Serhildanê hate girtin. Di vê navbêrê de serhildana Qoçgiriyê, bi taytbetmendiyên xwe yên welatparêz bandora serokeşîran derbas kirî bû û wisa derbasî dîrokê. Di 28ê nîsana sala 1937an de yek ji serokên Serhildana Dêrsimê Elîşêr û Zerîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin pakrewan kirin. Danûstandin Kurdên li dora Dêrsimê dest pê kirin ku bi netewperwerên Tirk re pêşandanek pêşwext amade bikin û êrîş birin ser gelek depoyên çekên Tirk. Di Çirî 1920 de ew têra xwe girtin ku xwe di rewşek hêzdar de hîs bikin û Alisan Bey, serokê Refahiye eşîrên ji bo serxwebûnê amade kir. Di dawiyê de, di 15ê Çiriya Paşîn a 1920-an de, wan daxuyaniyek radestî Mustafa Kemal Atatürk kir ku li jêrê digot. Divê hikûmeta li Enqereyê pabendê peymana ku Kurdan bi Sultan re li Stenbolê kirî be û xweseriya Kurd bipejirîne Pêwîst e hikûmeta Enqereyê kesên ku danezanê nivîsandine têkildarî nêzîkbûna wan a li hember Kurdistanek xweser agahdar bike. Divê hemû girtiyên Kurd ên li girtîgehên Ezirgan, Meletî, Elaziz (îro Elezîz) û Sêwasê werin berdan. Divê rêveberiya Tirk a li herêmên ku piraniya wan Kurd in derkeve The arteşa Tirk a ku bo deverên Kurdî hatî şandin, divê vekişe Wan di 24ê Çiriya Paşîn 1920 de bersivek xwest. Robert Olson, (1989) p. 30 Di 25 Kanûn de, Kurdan dîsa daxwaz kir ku bêtir mafên siyasî li Parêzgehên Amed,Bidlîs,Wan û Xarpêt ku di Peymana Sèvres de li ser hate lihev kirin. Kemalîstan di destpêkê de guh didin daxwazên wan ji bo azadiya siyasî bêtir, lê di heman demê de leşkerên girîng bar dikin herêmê da ku serhildanê bişkînin. Lêbelê, Hikûmeta Tirk hewl da ku Kurd gava ku wan Waliyê Elazizê şand Pertek ji bo ku wan piştrast bike ku Mustafa Kemal bi daxwazan razî ye. Mustafa Kemal heta ji herêmê endamên dî yên parlamenê jî destnîşan kir. Robert Olson, (1989) r. 31 Hikûmeta Tirk jî pêşniyar kir ku Kurdek Mütessarif bide herêmê, lê şoreşgerên ku ji hêla Seyit Riza û Alişan Beg ve (nûnerê Refahiye pêşniyar red kir, û daxwaza wan dubare kir ku ew dixwazin hikûmetek Kurdî ya serbixwe û ne ya ku Enqere ferz kirî. Mijarên têkildar Çavkanî Girêdanên derve http://www.kurdistantime.com/?p=180 (tirkî) Serhildana Qoçgiriyê
2966
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rengd%C3%AAr
Rengdêr
Rengdêr di ziman de ew gotin e ku rewşa nav dide nîşan e. Mînak, dema "Eliyê dirêj" tê gotin, ji ber ku gotina "dirêj" rewş û rengê Elî diyar dike, ji bo Elî bûye rengdêr. Hinek rengdêrên kurdî asê, aware, azad, bedew, bêwate, ciwan, cuda, dlal, dijwar, eşkere, fer, gelemper Girêdanên derve Rêziman
2969
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AAker
Lêker
Lêker anku kirde di rêzimanê de ji bêjeyên ku xebatê, kar û lebatê diyar dikin re tê gotin. Mînak, kirin, rabûn, çûn û hwd. Lêkerên kurdî Lêker (kirin), di nava hevokê de an jî bi serê xwe lebatê nîşan dide. Lêker di nava xwe de du cure ne: xwerû yan nexwerû . Lêkerên xwerû Ev cure lêker ji hêmanekê tenê pek hatine. Dema li gorî dem û kesan neyên kişandin, qertafên raderan digrin. Mînak: alastin, angaştin, anîn, guvaştin, hatin, lîstin, spartin, qewaztin û hwd. Dema qertafên raderan bên avetin, rayê lêkeran alast, angaşt, anî, guvaşt, hat, lîst, spart, qewazt bi tenê dimînin û ji wê zedetir nayê parçekirin. Lêkerên nexwerû Lêkerên nexwerû, ji lêkerên xwerû, navdêr û hevalnavan bi alîkariya qertaf, daçek, û lêkerên din têne bidestxistin. Lêkerên nexwerû jî dibin du cure: hevedudanî û pêkhatî. Lêkerên hevedudanî Lêkerên hevedudanî ji çend hêmanên serbixwe pêk hatine. Her hêmanek bi serê xwe xwediyê wateyekê ye. Bi alîkariya lêkera kirin lêkerên hevedudanî yên gerguhêz û bi lêkera bûn jî lêkerên hevedudanî yên negerguhêz têne bidestxistin. Mînak: olandan, diyar kirin, danzanîn, baş bûn, delal bûn, hêvî şikestîn, sor kirin, top avêtin, bêhn vedan, biryar dan, cihêrengî kirin û hwd. Lêkerên pêkhatî Lêkerên pêkhatî ji lêkereke xwerû û qertafekê pêk tên 1) bi pêşgiran: pêşgirên lêkersaz ev in: ve-: vexwarin, vedan, verisîn; hil-: hildan, hilanîn, hilbijartin; wer-: werkirin, wergirtin; ra-: rakirin, rabûn, radan, rabûrîn; da-: dadan, daketin, daxistin, danîn, ro-: rokirin, rû-, rûniştin, çê-; çêkirin… Paşgirên lêkerçêker Di kurmancî de bi paşgirên /-în/, /-andin/ lêkerên pêkhatî çêdibin. Ji wan /-în/ lêkerên negerguhêz, /-andin/ jî yên gerguhêz çêdike. Mînak : Belişandin, belişîn, bihurandin, bihurîn, kelîşandin, kelmişîn, kefandin, mijandi, nalîn, nalandin ... Ji bilî van çend heb paşgirên din jî hene, wekî /-ijîn/, /-ijandin/, /-isîn/, /-isandin/. Nimûne : germ germijîn germijandin kel kelijîn kelijandin rep repisîn repisandin Hin lêkerên din jî guherîne û ketine dirûvê van lêkerên pêkhatî . Heristin herifîn herifandin lîstin -------- lîstandin Pêşgirên lêkerçêker Hinek qertaf têne ber lêkeran û wateyeke nû li wê lêkerê bar dikin û lêkereke nû pêk tînin.Ev qertafên lêker çêker yên pêşgir ev in : /wer-/, /da-/, /ra-/, /ve-/, /hil-/. /wer- / Gerîn wergerîn girtin wergirtin dan werdan pêçan werpêçan guhartin werguhartin /da-/ dan dadan ketin daketin xistin daxistin weşandin daweşandi n beşandin dabeşandin /ra-/ kirin rakirin bûn rabû n xistin raxistin kişandin rakişandin hejandin rahejandin hiştin rahiştin /ve-/ ev pêşgira tevgera dubarebûnê û ji hev vebûnê dide lêkerê. dan vedan bûn vebûn kirin vekirin girtin vegirtin şuştin veşuştin lîstin velîstin /hil-/ ev pêşgir bizaveke berbijor dide lêkerê. Kirin hilkirin anîn hilanîn girtin hilgirtin hatin hilhatin weşandin hilweşandin pekîn hilpekîn ji bilî vana du pêşgirên din jî hene ku zêde nayên bikaranîn. Ew jî /ro-/ û /çê-/ ne. Kirin rokirin niştin rûniştin kirin çêkirin bûn çêbûn tê-,pê-,lê-,jê- dema tên pêş lêkeran wateyeke nû didin wan lêkeran samî tan dibêje ku ne pêşgir in ,daçek in lê hê li ser vê yekê yekkirinek tuneye. Berdan,beranîn,deranîn,têgihîştin,lênihertin,lêxistin, pêvedan, jêbirin. Hinek lêker jî tevî daçekan têne bikaranîn,bêyî daçekan wateya wan lêkera temam nabe.Lê nihertin,lê dan,pê zanîn, lê xistin Lêkerên alîkar Di kurmancî de lêkerên alîkar ev in : bûn, kirin, dan , hatin, karîn/şiyan, vîyan/xwestin,zanîn, wêrîn. Bûn Di pêkanîna hinek deman de kar digre ser xwe. Mînak : Zarokên me zû mezin bûn. Ez bi dîtina te kêfxweş bûm. Divê em hinekî bêhnfireh bin. Çîrokiya dema boriya têdeyî de Ez çûbûm. Min dîtibû. We nan firotibû. Di çîrokiya dema boriya dûdar de : Ez hatibûme. Ew çûbûne. Kulîlk nehatibûye. Di raweyên daxwzî de jî xwedî erk e. Heke ez çûbim. Xwezî ew hatibûye. Ezê çûbim. KIRIN Dema bê ya nêzik de alîkare. Ez dikim herî ba wî. Hevalê erkan dike ku xwe bikuje ji bo kompîturê. Mi xwîn jê berz kir. Te ji wan pirs kir. HATIN Lêkerên lebatî bi alîkariya vê lêkerê dibin tebatî. Ji min re hate gotin. Ji wî tê pirsîn. Dê ji wan were xwestin. Bi navekî din dihat nasîn. viyan/xwestin Divê ez werim. Vîyabû me xwestibû. Ez dixwazim tu herî. Min xwest tu werî. şiyan/karin Mirov dikare têrêkirina hêza xwe bi riya van lêkeran dîyar dike. Ez dişêm wî hevalî bi xwe re bibim. Tu karî aliyê min bikî? ZANÎN Lêkera zanîn di pêkanîna hevokên hevedudanî de dibe alîkar. Ez dizanim vî karî bikim. WÊRIN Di hevokên ku ev lêker hatiye bikaranîn de hem lêkera wêrîn hem jî lêkera bingehîn li gorî kes û cîh têne kişandin u kesandin. Ez diwêrim herim ber wan. Di lêkeran de avanî Avanî ev tişt e ku avasaziya lêkeran nîşan dide.di tirkîde jê re çati tê gotin.di zaravayê kurmancî de ji aliyê avaniyê ve lêker dibin pênc bir : Gerguhêz-Negerguhêz, Lebatî-Tebatî û dançêker . Gerguhêzî û negerguhêzî Gerguhêzî û negerguhêzî li gorî bireser dîyar dibe.Heke lêkerek bi bireser be ,ew lêker gerguhêz e, lê heke bê bireser be negerguhêz e.di kurmancî de bireser û kirde bi riya tewangê ji hev têne veqetandin.di hevokê de dema mirov ji lêkerê pirsa çi bike,heke bersiv ji kirde cudatir be, ew lêker gerguhêz e,heke bersiva pirsa çi dîsa li kirde vegere,ew lêker negerguhêz e. Mînak : Me şîv xwar. Kê çi xwar. Me şîv xwar. Ji vê yekê diyar e lêkera xwarin gerguhêz e. Bêrîvan ji dibistanê hat. Kî ji dibistanê hat? Bêrîvan hat. Çi hat? Bêrîvan. Lewre jî ev lêker negerguhêz e. Lêkerên hevedudanî ku bî alîkariya /kirin/ pêk hatine gerguhêz in, ên ku bi lêkera /bûn/ pêk hatine, negerguhêz in. Mînak : Ez ji bo xebatê amade bûm .Kî ji bo xwendinê amade bû?Ez amade bûm.(negerguhêz) Wê lawik amade kir. Kê amade kir? Wê lawik amade kir.(gerguhêz) Di lêkerên pêk hatî de paşgira /-în/ lêkerên negerguhêz , paşgira /-andin/ jî lêkerên gerguhêz pêk tîne. LEBATÎ Û TEBATÎ Dema ku yek rasterast karekî bike, lêkera wî karî lêkereke lebatî ye. Mînak : Min nan xwar. Lêkera xwarin lebatî ye. Tê de kirde dîyar e. Lê dema ku mirov bibêje : Nan hate xwarin. Di vir de kirde ne dîyar e. Di vê hevokê de karê ku tê kirin ango bireser li pêş e. Lêkerên tebatî bi alîkariya lêkera hatin tên bidestxistin. Mînak : Lebatî :Min kevir avêt. Tebatê : Kevir hate avêtin. Avaniya lêkerên tebatî bi lêkerên gerguhêz tên çêkirin. Mînak : Çûk hate firîn.divê pêşî mirov lêker bike gerguhêz,piştre bike tebatî. Çûk hate firandin. AVANÎYA DANÇÊKER Dema mirov karekî bi yekî din bide kirin , divê mirov avaniya dançêker bi kar bîne.Avaniya dançêker bi alîkariya lêkera /dan-/ tê pê. Mînak : Bozo xanî da çêkirin. Zînê kinc dan şûştin. Yên desthilatdar in mûxalîfan didin kuştin. Di zimanê gelêrî de avaniya dan çêker bi awayekî din jî tên çêkirin. Wan ew bi kuştin da. Li aliyê din lêkerên gerguhêz bi paşgira /-andin/ dibe dançêker; lîstandin, axivandin, nijandin... RAYÊN LÊKERAN Di kurmancî de lêker wekî rader têne bilêvkirin û di hevokê de ev awayê raderî wekî navdêr têne bikaranîn.Di kurdî de du cure rayên lêkeran hene; raya dema borî û raya dema niha. RAYA DEMA BORÎ Raya dema borî ya lêkeran , dema ku ji lêkeran qertafên raderîn têne avêtin, tê bidestxistin. Raya dema borî ya lêkeran dema boriya têdeyî nîşan dide. Mînak : Lêker raya dema borî alastin alast anîn anî guhartin guhart hiştin hişt pêçan pêça stran stra mijiyan mijî kirîn kirî reviyan revîya kişandin kişand qelişandin qelişand Raya dema niha Ev li gorî her lêkerê diguhere.pişti ku lêkerek li gorî dema niha hate kişandin û qertafên dem û kesan hatin avêtin, tişte ku li holê dimîne raya dema niha ye. Mînak : Lêker raya dema niha alastin di-alês-e anîn di-hîn-e avêtin di-avêj-e hejmartin di-hejmêr-e gerîn di-ger-e mijîn di-mij-e şewitîn di-şewit-e gerandin di-gerîn-e rijandin di-rijî-ne firandin di-firîn-e Rayên ku dibin paşgir Her wekî ji hin mînakên li jor jî tên dîtin,raya dema niha ya hin lêkeran wekî paşgir tên bikaranîn. Her wiha hin caran bi xwe paşgiran digire û peyveke nû tîne. Çavkanî Rêziman
2971
https://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%AAziman
Rêziman
Rêziman bingeh û zagonên ziman e. Rêzimana her zimanên serbixwe cuda ye. Lê dîsa jî di navbera zimanan de nêzîkatiyeke rêzimanî jî heye. Di kurdî de rêzimana zaravayên soranî, kurmancî û dimilî cuda ye. Beşên rêzimanê Baneşan Daçek Cînav Hoker Lêker Navdêr Rengdêr Rêzimana kurdî Rêzimana kurdî Girêdanên derve
2972
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koma%20Asm%C3%AEn
Koma Asmîn
Koma Asmîn komeke muzîk ku ji jinan pêk tê. Yek ji armancên Koma Asmîn ew e ku rindbûn û spehîtiya jinê di hunêrê de destnîşan bike. Her wiha damezrandina komekê ku bi tevahiya endamên xwe jin bin, diyariyek ji bo têkoşîna jinê di roja 8ê Adarê de. Piraniya endamên koma Asmîn ku bi xwe 11 kes in, di heman demê de, endamên komên curbecur ên çandî ne. Xebatên xwe yên çandî di hemû hêlan de didin meşandin. Her wiha asmîn jî navê gulekê ye ku li cihên bilin û li zozanan şîn dibe. Hêviya koma Asmîn ewe ku di xebata xwe ya hunerî de, mîna gula Asmîn geş û spehîbin. Çavkanî Komên muzîkê yên kurd
2973
https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEferheng
Wîkîferheng
Wîkîferheng ango Wiktionary ferhengeke azad e. Tê de peyv bi wate, rêziman û etîmolojiya wan tên şirovekirin. Di ferhengê de wergerên bi zimanên din jî hene. Di beşa kurdî de peyvên kurdî hene, di beşa îngilîzî an giştî de peyvên hemû zimanan hene. Projeya Wîkîferheng projeya xwişka Wîkîpediyayê ye. Wekî Wîkîpediya, Wîkîferheng jî Wîkiyek e. Binihêre Serûpela Wîkîferhengê (kurdî) Wîkîpediya:Ferqên nav Ensîklopedî û Ferhengan Weqfa Wikimedia Wîkîferheng Kurdî
2974
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eiyar%20Perin%C3%A7ek
Şiyar Perinçek
Şiyar Perinçek şervanekî Hêzên Parastina Gel bû, ku gelek salên wî li nav hêzên gerîlayên kurd çêbûbû. Di sala 2004'an de li bajarê tirkan ê Edenê, li sûkê, li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)'yê ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Navê Bavê wî: Mihdi Perinçek Bajar: Amed Goriyên mêrkujiyê
2977
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmet%20Sait%20Alpaslan
Mehmet Sait Alpaslan
Mehmet Saît Alpaslan helbestvan, rojnamevan û nivîskarê senaryoyên fîlm û teatrayan e. Mehmet Sait Alpaslan di sala 1972 an de li Amedê ji dayîk bûye. Heta zaningehê perwerdeya xwe li Amedê domand. Zaningeha Anatolyayê ji ber şertên politik nivco hişt. Di sala 1992 an de pirtûka wi ya helbestan ya yekem, "Helbestên Welatê Bindest" di sala 1994 an de ya duwemin "Stranên Azadî" di sala 1995 an de, ji ber pirtûka helbestvan Ezelî Doganay, wergera wi "Gule çi bike ji stranê" hatin weşandin. Di rojnameyên Newroz, Azadi, Welat, Evrensel, Roj û di kovarên Newroz, Deng, Toplumsal Dayanişma, Rewşen, Newroz Ateşî û Tîrojê de helbest û nivîsên wi hatın weşandin. Di vê navberê de, him di şanoya şaredarıya Amedê de şanogeriyê, him ji berpirsiyariya Kovara (paşê ji)/rojnameya Newroz ya şaxa Amedê kir. Di sala 1994 an de kete girtîgeha Amedê, 5 meh ma. Di sala 1996 an de lîstika wî ya ji Pirtûka Victor Hugo ya "Mirovên hejar" di Şanoya Bajêr ya Şaredariya Sûrê de leyîst. Di vê navberê de leyîstikên Jana Zirav (2003), Hilbijartin (2004), Wendayî / Kayip (2005) û Zagona Çiyê (Dağ Kanunu) (2006) Nivîsand û rêvebiriya Wendayî / Kayip kir. Di sala 1999 an de dest bi karê sinemayê kir. Ji wê roja ve rêwebıri û nivîskariya sinemayê kir. Bi navê "Melle Huznî/ Dîkê Gund" û "Jana Zirav" du film kişand. Di navbera salên 1997 - 2004 an de tevi hevkariya Resûlê Qereqoçanî bi wergera Încîlê mijûl bû. Pirtûk li Almanyayê hate çapkirin. Lîstikên Wî yên hatine leyîstin: Hejaran - 1996 Yoksul Türküler - 1997 Jana Zirav - 2003 Hilbijartin - 2004 Wendayî/Kayip - 2005 Zagona Çiyê - 2006 Şûjin - 2007 Zext - 2010 Hîn li Amedê dijî û bi werger, şano û sînemayê mijûl dibe. Çavkanî Helbestvan Rojnamevan Nivîskar Şanoger Jidayikbûn 1970 Mêr
2981
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AErvanok
Çîrvanok
Çîrvanok ew çîrok in ku cih didin leheng, bûyer û tiştên awarte. Gotina çîrvanokê berî her tiştî ji çîrvanokên wekî Mîrze Mihemed , Şengê û Pengê û Bahlûl ên devkî, ku gelîrî ne tê. Lê berhemên ku tu têkiliya wan bi gelêriya devkî re tune bin jî hene ku wekî çîrvanok hatine nivîsîn. Ew jî ji ber taybetiya xwe di nav çîrvanokan de cih digirin. Çîrvanokên gelêrî dibe 4 komik: Çîrvanokên ajalan Çîrvanokên awarte û rasteqîn Çîrvanokên qerfî Rêzeçîrvanok Çîrvanokên ajalan bi gelemperî kin û kurt in. Çîrvanokên Lafontaine jî mînakeke biyanî ji bo çîrvanokan e ku mirov dikare bîne zimên. Li dinyayê çîrvanokên Lafontaine wekî çîrvanokên herî xweş tên zanîn. Di kurdî de Şengê û Pengê û Gur û Rovî jî wekî bi sedan çîrvanokên ajalan li Kurdistanê hîn jî tên gotin. Di çîrvanokên awarte de digel hebûnên asayî qala cin, pêrî, hût (dêw), zîha û hwd tê kirin. Di çîrvanokên rasteqîn de jî bi piranî qala padîşahekî tê kirin, wezîr, dota wezîr û dota padîşah, kurikekî feqîr û jîr û hwd. tê kirin. Çîrvanokên Qerfî jî li ser armanca kenînê hatine hûnandin. Keçelo , Bahlûl û hwd jî mînakên çîrvanokên qerfî ne. Rêzeçîrvanok jî bi piranî li ser têkiliyeke mantiqî bi hev hatine girêdan, li ser bûyer û pêkhatinên hêsan didome. Wêje
2982
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nis%C3%AAb%C3%AEn
Nisêbîn
Nisêbîn (, ji ; ) navçeyeke bajarê Mêrdînê ye. Navçeya Nisêbînê li başûrê bajarê Mêrdînê ye û li kêleka sînorê Başûrê Rojavaya Kurdistanê ye. Navçe li ser Riya Hevrîşm e ku ji Edenê tê û ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçe. Gelê navçeyê bi piranî debara xwe bi çandiniya genim, nîsk, nok, ceh û pembû dike. Hebûna riya hevrîşm jî ji bo gelê navçeyê hatineke aborî tîne. Hemû kamyonên ku dê derbasî Başûrê Kurdistanê û Îraqê bibin di Nisêbînê re derbas dibin û ev yek ji bo gelê bajêr hatineke aborî ye. Navçeya Nisêbînê di dîrokê de bi sed salan serbixwe maye û ji aliyê mîrên kurdan ve hatiye parastin. Di dîrokê de Nisêbîn Her gelî, her qewmî li gora xwe û di serdema xwe de navek li vî bajarî kirine. Di nav xelkê de weke "welatê Şahmaran" jî hatiye bi nav kirin. Çanda Şahmaran têde mezin bicih e. Sumeriyan gotine Nirbo, Babîliyan gotine Aramîs-Nîsîbîs, Hûrî-Mîtaniyan jê re gotine Nabila-Kengê an jî Nas û bîna, Aşûriyan gotine Meppîn-Suba, Suryaniyan gotine Nasibîna-Sarbo, Sasaniyan gotine Ahvaz, Ereban nav lê kirine Nasîbeyn û Osmaniyan jî gotine Nisêbîn. Nisêbîn şahidê dîrokeke kevnar e. Gelek şêx, siltan û serleşkerên navdar tê re derbas bûne û şopên xwe lê hiştine. Nimûneyek ji dîroka Nisêbînê ya kevnar, Girnewas e. Di encama kolanên demdirêj de arkeologan li Girnewas, xwe gihandine bermayiyên dîroka berî zayînê bi heft hezar salan. Di roja me de jî gelek nexweş ji bo saxbûnê xwe davêjin ber dergeha Girnewas û paçên xwe yên rengo rengo li dara serê gir girê didin. Yê ku paçekî bi darê ve girê bide dikare paçekî jî jê veke û li destê xwe girê bide da ku xwe ji qeda û belayê biparêze. Gelek gerrokên navdar û alimên mezin bûne mêvanên Nisêbînê û di nivîsên xwe de pesnê bajêr û bereketa deşta Mêrdînê dane. Yek ji van aliman Ibn Cubeyr e ku di sala 1148 an de çûye serdana Nisêbînê û piştre di geştnameya xwe de ev gotinên jêrîn li ser Nisêbînê nivîsîne: “Bajar ji derve ve ciwan, ji hundir ve kevnar e, xwediyê dîmenekî bedew e. Hêja ye ku mirov bibêje paşî û pêşiya bajêr bi keskayîyeke zumrutî û gul û kulîlkan xemiliye. Bax û bostan û fêkî lê pir e, cihekî xweş e ji bo kêf û seyranê“. Dibistana Nisêbînê Piştî belavbûna ola xiristiyaniyê li bajêr zanîngeheke ku hemû zanistên wê demê fêr dikirin hate damezirandin (326'an ji aliyê Mar Yaqûb û şagirdê wî Mar Efram ve). Li gor belgeyên dîrokî di dibistana Nisêbînê de 2000 xwendekarî dixwend û destûr û rêziknameyeke dibistanê jî hebû. Taybetmendiyên bajêr Jinên deqandî, bi kiras û xeftanên xwe yên rengîn vî bajarê deştê dixemilînin. Ew bi qasî dîroka bajêr xemgîn, serbilind û bi bereket in. Pira herî navdar ya bajêr Pira Eleman e, ku li ser çemê Nisêbînê an Cexcex () di destpêka salên 1900î de ji aliyê Elmanan ve hatiye çêkirin û navê wê maye “pira Eleman“. Her wiha meqamê Salmanê Farisî, keleh û xirbeyên Marînê, keşîşxaneyên Mar Yaqûb, Mar Bobî, Mar Abraham, Qesra Belek, Xerabê Baba, Qijleya Nisêbînê, Tirbeya Pîr Kemal û Ziyareta Noka çendek ji cihên kevnar yên bajêr û derdora bajêr in û hêjayî dîtinê ne. Deverên Bajêr Mehelleya Qijlê Derîyê Sînor Pira Eleman Serê Avê Newala Bûnisra Dêra Mor Yaqup Mizgefta Zeynel Abîdîn Girnewaz Mizgefta Selmanê Farisî Mezrikên Hecacan Rêhesîna Bexda û Heydarpaşayê Gundên Nisêbînê Navdarên Bajêr Dilazad ART Musa Anter Muhemmed Emînê Heyderî Binere jî Şahmaran (pirtûk) Şahmaran Çavkanî
2986
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tengezar%C3%AA%20Mar%C3%AEn%C3%AE
Tengezarê Marînî
Tengezarê Marînî, nivîskariyê di warê û helbestê de, bi zimanê kurdî dike. Di 04.09.1959an de li Tirbespiyê, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. 2 salan edebiyata erebî li zanîngeha Helebê xwendiye. Pisporiya karmendiya mediya nû (Komunikasyon, relation, rewanbêjî , Derûnasiya xîtaba ragehandinê û șiroveya zimanê wê ) xwendiye. Di gel Prof.Dr. Hartmut Griese, li zanîngeha Hannoverê û Duhokê kar kiriye. Pisporiya wergerandina derûnasî û nojdariyê xwendiye, kar kiriye û rahêner e, li nik EMZ=Navenda nojdariya regezan û bajarê Hannover. Di bîr û raya giştî de, bi helbestên xwe û nivîsên xwe yên li ser rexneya toreyî û wergerandina helbestvanên elmanînivîs tê naskirin. Şarezayî di zimanên kurdî (Kurmancî-Soranî), erebî, engilîzî, Elmanî û Suryanî de heye. Di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de, li cih û welatên cuda de dinivîse Pirtûk ên çapkirî (Kurdî): 1. Kilît, helbest, sala 1992/ Beyrût 2. Çirûska Xewneke Bazdayî, helbest/ 1993 şam 3. Evîna Leylan û Mijê, helbest 1998/ Hannover 4. Şevnema şînê, helbest, 2001/ Hannover 5. Nesrîna Qedexe ji bêcirriya te 2005/ Amed 6. Kalo: Bêdengî nepara te ye(1 Helbest e) 2006/ Hannover 7. Helbest ên rengîn, amadekirin û werger ji Elmanî, Erich Fried, lêkolîn û helbest, 2006/ Duhok 8. Pantelonê Şeytanî, Îtalo Kalvîno, ji Elmanî, 2008/ Duhok 9. Zanista Rexneyî di navbera Tiyorî û Praktîkê de, Rexne, 2014/Duhok 10. Çend berhevok ên tendurustiyê, mîna sîstema Tendurustiyê li Elmaniya, Memografî û penceşêra singê û Trauma (Xemnakî) û Derûnnasî Pirtûk ên bi elmanî: 1. Der Baum der Freiheit (Dara Azadiyê) Dokumentation, 1998/Hannover 2. Funken des Nebel = Tîrêj ên Mijê, helbest, 2000/1 2002/2/ Hannover 3. Was hast du gesagt= Te çi got, helbest, 2010/ Hannover Kar û Xebat Di kovarên Stêr, Pirs û Pêl de Berpirsê destpêşkeriya navenda çanda cîhanî li Hannover/ Elmaniya. Berpirsê komîta kurdên Hannover, navenda rewşebîrî û ragihandinê. Berpirsê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Rojava li Elmaniya. Girêdanên derve Nivîsên Tengezarê Marînî Nivîskarên kurd
2989
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AE%C3%A7ik
Lîçik
Lîçik, gundeki Kanîreşê li dora bajarê Çewlîgê ye. Doktorê Kurd Prof. Husên Bektas li wi gundî hatiye dinê. Gundên Kanîreşê
2991
https://ku.wikipedia.org/wiki/Karl%20Marx
Karl Marx
Karl Heinrich Marx FRSA di 5ê Gulana 1818an de li Triera yek ji bajarên Almanyayê hatiye dinê. Fîlozof, civaknas, aborînasê polîtîk, dîroknas û sazûmankarê sosyalîzma zanistî ye. Di ciwanîya xwe de Hegelîyên Ciwan nas kir û peywendî bi felsefeyê re danî. Li zanîngehên Bonn û Berlîn perwerdeya hiqûqê stand. Ji fîlozofên wek Spînoza, Hegel, Feuerbach feyz wergirtiye û bandor li gelek fîlozof, siyasetmedar û şoreşgerên sedsala 20emîn kiriye û hîna ramanên wî tên nîqaşkirin. Karl Marx di sala 1843an de bi dergistiya xwe a bi navê Jenny re zewicî û ji vê zewacê 7 zarokên wan çêbûn , lê ji ber şert û mercên Marx di nav wan de tenê sê zarok gihîştin emrekî dirêj. Karl Marx di 1843an de dest bi nivîsîn û sazkirina ramanên xwe kir. Di sala 1844an de wî li gel hevalê xwe yê herî nêzîk Friedrich Engels Manîfestoya Partiya Komunîst weşand, ku ev beyanname di cîhanê de yek ji pirtûkên herî zêde hatiye wergerandin û xwendin e. Karl Marx digot, "fîlozofan heta îro bi awayên cuda tenê cdinyayê şîrove kirine, lê ya girîng guhertina wê ye. Marx ji ber fikrên şoreşgerî pêşî ji Prûsya, dûvre ji Fransa tê mişextîkirin û koçî Brîtanya dike, heta dawiya emrê xwe li London dijî. Marx ji ciwanîya xwe heta roja mirinê hemû ked û jîrahî û ramanên xwe ji bo hilweşandina pergala kapîtalîst û avakirina cîhaneke komunîst bi kar anîye. Karl Marx bi gelemperî serê xwe bi ravekirina têkilîyên ked û sermiyanê, kapîtalîzmê, dîrokê, avahîya civakî, materyalîzma dîyalektîk êşandîye. Berhema wî ya herî navdar Kapîtal e ku ji sê bergan pêk tê. Berga yekemîn ji alî Marx ve tê weşandin, berga duyem û sêyem bi nîşe û çavkanîyên Marx ji alî Engels ve tê çapkirin. Navê çend pirtûkên wî yên din ev in: Bîrdozîya Alman, Li Fransa Şerê Çînî, Malbata Pîroz, Grundrisse. Karl Marx di sala 1864an de beşdarî Enternasyonala Yekemîn bû û ji bo yekitîya karkerên cîhanê xebat kir. Piştî têkçûna Komuna Parîsê pirtûka bi navê Li Fransa Şerê Navxweyî dinivîse. Di pirtûka Rexneya Bernameya Gotha de li ser mijarên rêxistina partiya karkeran, ji kapîtalîzmê derbasbûna komunîzmê disekine. Karl Marx li gor otorîteyên ramanî giregirekî felsefeyê ye. Sartre ji bo Marx wiha gotiye: bêyî guh dayîna wî tu zanîst nayên kirin. Li ser jiyan û berhemên Marx bi sedan pirtûk hatine nivîsîn, fîlm hatine çêkirin. Roman a bi navê Dizîna Agir ku ji pênç bergan pêk tê jiyana Marx û serdema wî vedibêje. Marx di 14yê Adara 1881an de jiyana xwe ji dest dide. Li ser kêla gora wî wiha dinivîse: Karkerên hemû welatan, bibin yek! Jiyan û perwerdeya wî Di bin Keyitiya Prusya de li Trier ê di malbata Cuhi de ku xwediyê heft(7) zarokan bû hata dinyê. Bavê wî Heinrich(1777-1838)aşqakî zanistên Deme Rohniyê yên weke Voltaire û Rousseau bû. Ji ber ku rêveberên Prusya Dîploma ne dida mirovakî Cihu, êdî ew ji bû Xiristiyan. Navê ciya wî Henrietta(1788-1863)ya. Xwûşk û birên wî ji Sopfie, Hermann, Henriette, Louise, Emilie û Caroline ne. Marx haya 13 saliya xwe li malê hata perwerde kirin. Ji Gymmnasiumê ku mezûn bû, piştre rê girt û çû Bonn û li Zanko ya Bonnê ji bo xwandine dadê xwe da qeydkirin.Marks, ji ber hizre ku di demên pêş de bavê wî nikarê lê meyîzenê, felsefe û Wêje red kir. Ku salekê li wir xwand, piştre ji aliyê bavê wî ve, ew hata şandin li zankoya Berlinê e ku pir bi rêz dihata pêşwazi kirin û navê wê Fredrich-Wilhelms Uniwersîtî. Di wê demê de marks, di der haqê gelek jiyan û helbest nîvisandina. Di wan nivîs û helbestên wî de bandûra Hegelvanên ciwan heya. Ev koma [[Hegelvanan hinekî weke xwede nenas dihatina naskirin. Di sala 1841 ê de teze xwe ya bi navê "di naqabîna felsefe xwezê ê Demokritosvan û Epîkurûsvana de farq"ê re mezun bû. Marx û demên wî yên piştre Hegelvanên ciwan, ji komaka ku Ludwig Feuerbach û Bruno Bauer serokê wan bû û hegel bi xwe jî rexne dikirin, ji wan pêk dihat. Her ku Hegel rexne dikirin jî, ew Tehera wî yanî Dîyelektika wî olê û polîtîkayê analiz bikin bikar dianîn. Hinek ji amdamên vê komê, di naqabîna "felsefe post-Aristo" û "felsefe post- hegelvanan" Analojîyekî ji xat dikin. Yek ji van Max Stirner]], Feuerbach û Bauer bi pirtûka bi navê Der Einzige sein Eigenthum rexne jî dikin. Rexne wan jî ewê ku wan xwede nenasan bi bêjeyên ne bûjen, bi bûjenkirina wan re oldariyê bi pêş dixin. Max, bi xwe dibêje ku ew pêzawariya Feuerbach di şopêne. Pişt vê re ji Stirner û Feuerbach bi rexne kirinê re bingihe pêzaweriya Dîrokî diavêje û Îdeolojiya Alman di nivîsêne. Lê pirtûka ku di nivîsêne jî nayê weşandin.. 1843 marks, di çiriyê de diçê Parîs. Di 28 tabaxê de di sala 1844an de rastî Friedrich Engels tê û di jiyana wî de demeke nû bi hevalbendiya wan dest pê dike. Engels ji sedeme wî ya herî mazin ya hatina Parîsê jî ji bo naskirina Marx e. Di ofîsa rojname ya bi navê Rheinische Zeitung ye Marx derdixist hevdû dibînin. Engels, berheme xwe ya herî mezin ya ku gîringî dide yê de ya bi navê " Di 1844an de li Îngilistanê şert û mercên çîna karkaran" şanî wî dide. Di wê demê de Parîs ji şoraşgarên Alman, Îngiliz û Îtalî û hê ji yê gelek welatin din re malwelatî dikir. Marx ji bo ku bi Arnold Ruge bi xabitê hatibû. Bi hev re di sala 1844an de rojnama Deutsch-Französische Jahrbücher derxistin. Lê ev rojnema bi ser ne keve û Marx êdî di rojnema li Parîse ya Alman de û ya herî hişk di Vorwärtsê de di nivîsêne, êdî. Ev rojname ya Ewropî ya herî hişk û Marx li ser Hegel di nîvêsêne. Û li ser gote xwe ya li ser pirgirêka Cihuyan di xabitê. Şoreşa Fransayê û Froudhon ji lêkolîn dike.Êdî li ser çîna karkaran bidest hizirandinê dike. Piştre bi demekê re Nivîse xwe ya bi navê " Li ser Pirgirêka Cihuyan" weşand û weke bersivekê ji Bauer ji ev goter dibe û navbara wî û Hegelvanên ciwan ji kifş dike. Di vê gote wî de bi qasî li ser mafê mirov û mafên sivîl di sekinê wilqasî jî li ser azadiya di hundurê xiristiyaniyê ji di rawastihê û hinek rexnan ji digirê. Lê Engels, dike ku marks li ser çîna karkar û Îktîsatê bi ponijê. Riya wî ya ponijbûnê kifş dike. Di sala 1844an de di Nivîsên wî yên dest de hinek minaqên vê yekê cih digirin. Ev nivîsên wî haya 1930 bê ku werina weşandin dimênin. Di wan nivîsên xwe yên dest de li ser Kapitalîzmê, Keda mirov û Beyenîbûnê di rawastihê. Di sala 1845an de piştî ku suîqast li keyê Prusya Li Friedrich William IV, ku rojnema Vorwärts piştgiriya vekirî diyar dike, êdî ferman ji marks re tê ku Parîse terk bikin. Bi Engels re diçina Brukselê. Marks, pişt vê re êdî xwe dide karê xwe yê Îdeolojiya alman û pêzawariya dîrokî. Ev çavkanî ji, li gor wê "ya ku hebûna mirov kifş dike ne têgihiştina wî ya, vajî wê, ya ku têgihiştinê kifş dike hebûne civakê bi xwe ya. Marks, êdî dîrokê li gor têkiliya di nav kedê de di hilde dest. Li ser xuruxurandin ketine pergala pêşawariya di rwastihê. Ev dem, weke ku aqadamisyanan dianî ser ziman ji deme Marksê ciwan qutbûna ji. Marks, piştre "sefeleta Felsefê" di nivîsêne û ew nivîsa wî weke bersivekê ji Pierrer-Joseph Poudhon re ya û weke rexne girtina li Felsefe pêzawar ya Fransa ji ya. Di 21 sibatê de 1848an de weke menîfestoya hevgirtina koma komînîst û hinek komên komînîst, manîfestoya komînîzmê yê engels û marks di weşênin. Sala 1848, li Ewropa gelek şoraşên bingihin dibin, sala wê ya. Marks, piştre, li Berçîqa tê girttin û tê dervî sînorkirin. Piştî li Fransa tekoşîn dise dest pê dikin, êdî careke din, ew dewetî wêderê tê kirin. Li wir, ew gelek serî rakirinên xalkan dibîne. Di sala 1849an de careke din di vegerihê Kolnê û li wir êdî rojeneme yaNeue Rheinische Zeitung, bidest weşana wê dike.Li wir, di deme ku dimêne de du caran wî derdixina dadgahê, lê di herdû caran de baraat dike. Piştî êdî zêde baskî têne ser rojnemê, êdî di vegerihê Parîse û ji wir tê şandin û piştre pênebarî Londonê dike. Li Londonê Marks, ji Gulana 1849an haya dawiya umrê xwe wê li Londonê bimêne. Di sala 1851 de, di rojnameya New York Herald Tribune weke mihabîr kardike. Di sala 1855en de kurê wî Edgar ji nexweşiya veremê dimirê. Li wir di wê demê rewşe wî ya aborî ne başa. Lê belê çend ku rewşe wî ne xweşa ji di sala 1857en de li ser sermayê, milkê teybet û keda bimaf û dewletê pirtûka ku nivîsandibû temem dike. Di sala 1858 de karên xwe ku dana hevdû, ancax di sala 1939an de Li Grundrisse têne weşandin. Berheme wî ya ku cîdî ye ku di sala 1859an de bi navê "ji Rêzaniya Aborî yê re Têkarî" ya. Nîqaşên ku di derbarê Adam Smith û David Ricardo de li ser Pitir-bûha, ji jivîsên wî yên dest pêk tên. Ev pirtûk ji, lê piştî mirina wî re tê weşandin. Ev herdû pirtûk ji hinek beşên di Kapitalê û weke taslakaka wê ne. Di sala 1867an de karê wî yê herî mezin ya li ser Pêvajoya Hilberînê ku analiz dike, Kapîtal hate weşandin. Cilde pêşî hata weşandin. Cildên duyemîn û yê sêyemên ji, ew karê berdewam dike, Lê piştî mirina wî re Engels wan di weşêne. Feqirî û xizaniya wî jêre bûya astang ku wan berhemen nezû bidawi bike. Piştre demên xwe û motive, hinekî dirêj ku dide Enternasyola yekemîn, wê karê wî ji dibe sedem ku hêdî bi rê ve herê. Di Kongre wê de ji bo civine aktif cih digire, di karê wê de. Di navbere wî û Mikhail Bakunin pir hizirên cude di nav wan de çêdibin. Di sala 1872 de Kongre Lehey di navbara wan de niqaş derdikevin. Bakunin, Hizrên Marks "otorîter" şîrove dike. Ev yek ji dibe sedeme pir niqaşên mazin û jidahî û hişk. Piştre Bakunin û yên di gotin em "neotorîter" in, hatina derxisitin ji Kongrê. PIştre ku li Komîna Parîsê, tişte ku li wir dibin, bandûra jev cudetiya hizran ya li Kongre Lehey ji hebû.Jev cudebûn Marks ji bi bandûr dike, piştre marks gote xwe ya bi navê "Şerê navxweyî yê Fransa" Komîna Parîsê di parêze. Marks, piştre ji sihata wî xira dibe, êdî nikarê weke berê bi bi afirêne. Di sala 1875 de "Rexn li bernema Gotha" weke stretejiya, û Dîktetoriya proleterya ji weke ji kapitalizmê buhurîna Komînîzmê û patiyên çîna karkaran mijarên wan hilda dest. Di vê pirtûka xwe de prensiba " ji herkesî li gor jêhatiya wan û ji herkesî re li gor divêtiya wan" anî rojeve. Wî xwest ku ew bibe dirişime xelkê. Jiyana Marks ya bi malbatî ji pir weke ya zanistiya wî ya. Karl Marks, Bi keçe baronekî Prusya re, ku navê wê Jenny Von Westphalen re di zewice. Marks û Westsphalen, ji ber ku pêşî, malbata wê ne xwest, hinekî bi dizî têkiliya wan berdewam kir. Piştre di 19 hezîrene 1843an de ziwici bûn. Ew, pişte bi malbat re li Londonê li taxa Soho di malaka bi sê mezel de bicih bûn. Di wan salan marks û Jenny, çar zarokên wan dibin. Piştre sê zarokên wan din ji bûn. Lê ji wan heft zarokên wan sê zarok li jiyanê man û gahana deme xwe ya balixbûnê. Ji wan ji, sê zarokên wan di deme balixbûnê bixwe dawi li jiyana xwe tênin. Li Manchesterê Engels bi karê malbatê de diçû û ew yê ku herî zêde ji marks ji bû alikar bû. Marks li karkiirna xwe ya li New york Daily Tribune kardikir û hinek pere bidest dixistin. Malbat, di 1856an de hinek mireteye ku ji malabata wê ma ya, êdî barî taxaka Londonê yeka hinekî baş dikin. Lê Marks bi xwe, jiyana xwe, hemû hema bêja bi xizanî buhurand. Xizaniyê, pêşiya wî ne berda. Di sala 1881 de jina wî Jenny ku çû ser dilovaniya xwe, piştre sihata Marks ji xira bû. 15 mihên xwe yên dawiyê wî bi nexweşiya qatarê dibuhurêne. Ev nexweşî piştre di qulube Bronşît û Ploreziyê. Karl Marks, Di 14 adara 1883an de çûya ser dilovaniya xwe. Tirba wî li Londonê ya û li ser kevirê tirba wî, gotina dawiyê ya Manifestoya Komînîst bi bi tipên mazin li ser kevirê tirba wî hatiya nivîsandin. Ew gotin ji, "Bila karkarên hemû welatan bigihin hev" Di binê kevirê wî de ji ji Tezên li ser Feuerbach, ev gotin wî hatiya nivîsandin."Filozofan cîhanê tenê bi hinek awayan şîrove kirin, ye girîng ewe ku mirov wê bi guharêne". Felsefe marksîzmê Felsefe marks ji pêvajoyan felsefê zêdetir kirinê ji dike nava xwe de. Bi vê yekê cude dibe. Marks, kirin û hizir di jiyanê degahanda hevdû û "felsefe praksîs" pêş xist. Li gor vê felsefe markssizmê, kirin û hizir bi hev re dike. Piştî mirina wî re Lenîn, Mao, Stalin û Trotskî marksizîm şîrove kirina. Bi van şîrove yan, Lenînîzm û Maoîzim derdikeve. 1. Hizre felsefê ya marks Felsefe marks, palpişte wê xweza mirov û cihê wî yê di nav civakê de ya. Bi alikariya dîyelektîke Hegel di xwezaya mirov de neguharandinê red dike. Li vir, tişte ku qast tê kirin, ne ji aliyê fizyolojika mirov ya, ji aliyê nêzîkati û di nav civakê de labatina ku di nav civakê de hatiya kirin, ev qast tê kirin. Vê ji "pêvajoya dîrokî" û "Xweza"yê bi hev di hildê dest û pê têne ser ziman. Kifşkirina bi sert û mercên sosyolojikî ya civakê li pêşiya ya xwezayê ya ku li tevgere mirov tê. Lê ev hebûn mirov red nakê. Hizre xwe ya Beyenîbûnê ji li ser vê yekê ava dike. Keda mirov, bi xweza zerengiyekê pê divêt. Vê hizre xwe ji di kisma sêyemîn ya cilde Kapîtelê ye yekemîn de weke têne ser ziman. "Karê pîrabûkê weke yê hunervan weke ku tê dîtin, mêşa hingiv weke di peteke xwe çêkirnê de mîmarekî dike fêhetiyê de, Çi ku, ya avadanî ya xirab ji mêşa hingiv ya baş cude dike tişt, mîmar deme ku avadaniya xwe çêdike di serê xwe de wê di xiyala xwe de avabike ya" Analizkirina Marks ya dîrokê, xwe di sipêre civakên candin û berê û di civaka pêşasaziyê de ji bo malakê çêkirin maden û fabrikên, vê hêza afirandinê û hêze amurên çêkirinê yên ku bikar têne mirov, têkili û teknolojiya ku bikar tê bikar anîn, bi wê re ji wê, wê buhurîne ji pêvajoya faodalozmê li pêvajoya kapitalizmê pêk hatiya.Li gor marks hêze afirandinê berî ya têkiliyan tê û zû tê guharandin. Di Sefeleta Felsefe de ev yek weha cih digirê. "Hêzên civakê pir jidahî bi hêzên afrandîne ve girêdayî ya. Ji bo hêzne afirindinê bêne afirandin, mirov awayê xwe yê afirandinê di guharêne.Awayê afirandina guharandin ji, bi xwe re jiyan û riyên qizinckirina xwe guharandinê re, hemû têkiliyên civakî têne guharandin. Aşê ardê awayê civaka faodalizmê dide, Aşê biharê ji deme pêşasaziyê kapitalistê wê dide .." Li gor marks, di civakê de çînên ku diafirin ji li gor awayê afirandinê ya. Ew mirovên ku çîinekê awa dikin bi hebûna xwe, ne bilince xwe têne cem hevdû. Her çîn, li xwe xwe berjewendiyên wê yên cude hene, ev ji dibe sedeme şer û pevçûnan. Dîrokê mirovahiyê xoslete wê ya herî bigihin ji şerê nav çînan de ya. Li wî, "dîrokê civakê ya hata naha, ya dîroke şerên çînî ya". Marks, bi hêze keda mirov û têkiliya wê re ji eleqeder bûya. Beyenîbûn, di deme xwe ya ciwanîye de li ser sekinî. Di pergala Kapitalizmê de mirov ji xweza beyenîbûn, hem ji keda xwe û hem ji ji têkiliyên xwe yên civakî ji her weha beyen dibe. Di Kapitalê de vê, bi "meta fetisizmê" têne ser ziman. Têgihiştine xalat ji, bêjeyeke ku di terminolojiya marksizmê ya girînge. Bi Îdeolojiyê ve pir girêdayî ya û wê ne baş dike. Li gor wî, yên xwediyê hêzên afirandinê ne, wê nêrîte xwe ji serwerî çînên bindest an ji biçûk bike. Bi vê yekê ji, li gor wî, wê Ploleterya wê nizanibe ku berjewendiyên wî li kuderê ne. Wê hizir bike ku hêze wî ya guharandina pergalê nîn e. wê bûyaran, ji çavaekî şoraşgarî bi çavakî olî an ji mirovî wê şîrove bike. Marks, bi vê ve girêdayî di "Raxnakirina li ser felsefe dadê ya Hegel" vê têne ser ziman. "Xamgîniya olî bi zêdeyê ya rasti ya ku li derve tê xistin û bi awayekî dî ji xamginiya rast ya li ber wê protesto kirina. Ol, mirovên têne binzorkirin zarazara wî ya dil, dinyeke bêdil germbûna wê, arîşa ya ku hatî dervkirin ji dêla wê arîşaya rewşên civakê bixwe ya. 2. Nêzîkatiya hizre wî ya li dîrokê Li gor marks, Pêzawariya dîrokî hertimî li gor sert û mercên bûjenî pêk tên. têkiliyên afirandi yên aborî vê yekê kifş dikin. Mirov, berî her tiştî, ji bo ku xwarin, vexwarin, li xwekirin û bicihbûn, weke van pêdiviyên bicih dixwezê bêne. Marks û Engles, civakên Rojava pêşketin û paşarojên wan, li duv hevdû di çar xalan de tênin ser ziman û li gor wan wê piştre wê gahîne Sisteme komînîzmê wê gahandina wê bê. Komînîzme Îlkel, di deme nêçirkirin û hewgirtinê de mûlkên ku dihatina hevparkirin û xwe sipertina demokrasiya ilkel, koparatif û aşîr û êl. Koladarî, civakê ku ji deme aşîrtiyê buhurtina deme bajartiyê û pêre pêşketina koladariyê, mûlkiyata şaxsî, derketin û pêşketina Zadeganan û deme ku çandin pir li pêşketî.. Faodalizm, key ji ku di nav Zadeganên ku dibin rêveber û ol ku dibe xwediyê cihê pir girîng. Kapitalizm, çîna burziwa ku bû rêveber û Proleterya ku bû ya bindest, sisteme parlementerizmê ku pir bû û aboriya piyasê pir mazin şûxul kir û amûran ku bi zêdeyî mûlkîyete lê taybet serdest bû, demê. Komînîzim, karkaran ku kapitalist dana ardê û civakak bêdewlet,çîn û mûlkîyet ava kirin. Aboriya rêzanî Li gor marks, mirov li keda beyenî bibe, xosletekî kapitalizmî yê herî li ber çava. Berî deme kapitalizmî ticaran mal dianîn û di kirîn û difirotin. Piştî awayê afirandina kapitalizmê pêşket, êdî ked bixwe bû weke malaka firotinê. Mirov, êdî ne tenê tişte ku çêdike hêze keda xwe ji difiroşê. Hêze keda mirov, ji bo ku pergal hebûna xwe berdewam bike, bi tememî bûya mijaraka kirîn û firotinê. Yê keda xwe di firoşîn jê re dibêjin Ptoleterya yê ku hêze kedê dikirin û xwediyê teknolojiya ji burziwa ya. Li gor marks, kapitalistên pêşasazî û ticarên ku kirîn û firotinê jev cude ne. Ticar ji piyasayakê malakê dikirê û di piyasayaka din ji li xwestin û telebê li gor fiyetekî din ku hê zêdetir di firoşê. Bi vê yekê li hehvbûnê di destê xwe de dike. Ji xaynî wê, yekî kapitalist ji, ji malê ku hatiya çêkirin cude ji keda piyasê û piyasê bixwe ji, ji cudetiya di nav wan de fêde digirê. Merks, her pêşasaziyakî serketî di malê pêşasaziyê ye´ê keti hundur de û deme ku tê firotin de wê farq di nav wan de dibîne û bidest dixe. Ev farq ji, pitir-deger bixwe ya. Jê derka wê ji pitir-ked e. Tişte ku dest hati daîn ser, karê kapitalist diafirêne. Marks û Engles, di Manîfestoya Komunîstî de dibêêjin birziwa di dîrokê de weke ku ti kesekî ne dîtî weyneke şoraşgarî ji di leyîzê. Lê di deme afirandina pêvajoya kapitalist de krîzên ku derkevin nikarê pêşiya wan bigirê. Pêşktine teknolojiyê, bi mazinbûna aboriyê ve girêdayî û zêdebûna karê û kapitalizm, her demê wê bi krîzan re ru bi ru bi hêle. Ev mazinbûn, krîz û dise mazinbûn, pêvajoya wê, di her seferê de wê krizên ji yên din maztir li pey hevdû bêne. kapitalist ji vê pêvajoyê, wê xwezê ku hertimî dewlemendtir derkeve û wê karkar ji hertimî xizantir derkeve, ji ber ku pitir deger ya ku wê diafirêne pitir-ked e. Di dawiyê wê proleterya wê dest dêne ser aumrên afirêner û wekhev belav bike. Derfete pevkirinê nîn e, ji ber ku bi pevkirinê wê jevcudetiyên çînî wê ji hole ne rabin. Vajî wê, wê kapitalist wê ji bo hebûna xwe berdewam bikin wê serî li zore bidin. Ji bo rewşe xwe ya serdest berdewam kin, wê hewl bidin. Di vê pêvajoyê de hêzekê ku pir bi organîze divêt ku derkeve û vê rewşê hildê dest û îdere bike. Di "Raxnakirin li bernama Gotha" de her weha têne ser ziman, "Civaka kapitalist û civaka komînîst, di naqabîna wan de deme guharandina şoreşgerî heya. Di vir de deme rêzanî ya buhurîne heya, ku li vir dewlet, tenê ji dîktatoriya proleterya pê ve ne tiştekî dî ya". Rewş û yên ku Marks ji wan bi bandûr bûyî mirov karê bi kurtasi weha bêne ser ziman. Ji felsefe Alman, dîyelektikê Hegel.Felsefe alman bandûraka mazin lê kir. Pêre Îktisata Îngiliz bandûraka mazin lê kir. Hizre Adam Smith û David ricardo ya rêzaniya aborî. Di serî ku mirov Rousseau di nav bêne ser ziman, hizre fransî ya wekhevîye û sosyalizmê, bandûraka mazin lê kir. Makrs bawer dikir ku dîrok û civak bi metoda zanistê re divêt ku mirov hilde dest. Nêzîkatiya wî ya dîrokê weke "pêzawariya dîrokê" tê ser ziman. Engels û Lênîn ji vê weke pêzawariya diyelektîk di hildina dest.Hizre Hegel ya rastî û dîyelektîke dîrokî" yê pir bi bandûr bûya. Hegel, di temenê wê dîyelektikê de ji ber ku Mengîwer di rûniştand, ji aliyê marks ve hatiya raxna kirin. Engels di "pêkariya di rêzaniya aborî" de weha têne ser ziman."Di dîrokê de yê ku di pêşketine hundur de li Duvhevdûbûn aniya ser ziman pêşî Hegel e. di felsefe wî ya dîrokî de gelek tişt çiqa ji me re ecêb ji werin, yên li pey wi ne, hata pişt wî re yên ku li ser dîrokê hizir di meşênin ji, pişt wî re, di tijbandinên hev de, nêzîkatiyên wî yên bingihin i ro ji heyrentiyê bi me re çêdikin. Di ´Phênomênologie´ xwe de, di ´estetîke´ xwe de, di ´felsefe dîrokê´ de di her derê de pîroziye dîrokê dikeve, di her derî de mijar bi awayê dîrokî ya. Bi razberî, bi ser serê wê ve be ji hatibe kirin, dîrokê di nav têkiliya wê de lêkolîn dike" Bi gotina modern, marks dîroke Hegel rakira ser lingên wê. Di redkrina mengîweriyê û erêkirina pêzawariyê de Feuerbach bandûra wî li Marks bûya. Feuerbach û hevalên wî, dibêjin xwede kifşe mirove û metode dîyelektikê ji ji teolojiyê qut dikin û pê olê û rêzaniyê analiz(politika) dikin. Marks ji bawer dike ku ev dinye ji mirov ti "rasti"yê ne veşerê û vajî wê ol û mengiweri ji bo mirov rewşe xwe ya rast bibinin ji wa re dibe astang. PIştî ji "Hegelvanên ciwan" qut dibe, piştre çend ku raxna ji bike ji ji Feuerbach pir bi bandûr bûya. Marks, çend di şandinan ji ji Rousseaure bike ji, Rousseau yê ku mûlkîyekete teybet pêşî raxna kiirya ya. Ji marks re ji bûya bingeh ji bo ku ew hizre xwe ava bike. Marks, çend ku wan weke otopîk ji şrove bike, Charles Fourier û Saint Simon, yên weke sosyalist ji nêrîte wan pir girîng dibîne. Bandora Marks Marks û Engles, karê û xabetên wan, ji gelek serekan pêk tên. Hizr û nêrîte marks, piştî miirna wî re di bin navê marksîzmê de têne lêkolînkirin û nîqaşkirin. Lê di navbara marksîstan de wê nivîsên marks bi çi awayê bêne ser ser ziman şîrovekirin ji bûn mijara pir nîqaşê girînd û cidî. Hê ku marks ji jiyanê ji bo ev yek dibe. Marks berî mirina xwe, di sala 1883an de Hm ji aliyê Paul lafargue û hem ji ji aliyê serokê karkaran yê fransî Jules Guesde ve weke "şoreşgerê ticar yê gotinê" hata gunahbaskirin ji. Partiya fransa bi reformist û Şoreşger, ku bû du hizip, serokê şorasgaran Jules Guesde, weke ku ji marks perman hilda ya hata gunahbarkirin. Marks ji bixwe ji got, li ber wê, " markssizm ev bê, ez bi xwe ne marksistim".Ev gotin di nema ya ku Engels ji Eduard Bernstein re şandibû ji, têde dibuhurê. Bêja markssizme bi xwe ji, bi bêjeyî, ji bo ku mirov Şerê çînî, Fetişisme metê û awayê afirandîne ya kapitelizmê û civakên din fahm bike tê ser ziman. Ya ku wê mirov bê û bigihêne deme komînîzmê ji wê û yê ku wê bigihê de tê gotin. Bêja marks ya ku bêje nêvî an ji qismekî wê erê bike, û aqil yên ne meşandin, mijara nîqaşê ya. Piştî mirina marks ji bi 6 salan re kongre wê ya pêşî hata kirin çêkirin Enternasyonala duyemîn, ji bo hizrên rêzanî navendeka girngî afirand. Partiyên mezin , xosîsî ji parti ya Alman ya "Partiya sosyal demokrat e Alman" bi tevlibûna wê ya Enternasyonala yekemîn bi serketî diçê. Hinek amdamên wê yên weke Edrard Bernstein hizre sosyalizmê Evrîmî diavêjine hole û piştre rudana şerê cihanê yê Yekemîn, dibin sedeme davî lê hatina enternasyonalê. Di bin sereketiya Lenîn serketina boşevîkan û di Rûsya de bûna Şoreşa Çiriya Pêşîn, li cihanê bi giştî dengekî mazin di vedê.LI Moskovê di adara 1919an de levgahan û civîna Enternasyonala Sêyemîn dibe û armaca wê ew bû ku di hêla dinyê de li welatan hemûkan partiyên komînîst werina avakirin û pê şorasa navnetewî ya proleterya li dinyê pêk were, tê kirin. Marks, hizir dikir ku öra¨wø li welatøn weke Fransa, îngîlîstan û Almanya, yên pêsaziya pêşketî wê dest pê bike. Lenîn ji, di Çaxa Emperyalîzmê]] de li gor ne wek heviya di aborî û rêzaniyê de, li Rûsya, her ku welatekî çandinê ji bû, bi Emperyalizmê ve girêdayî pêşasaziya pêşxe û wê ji zincire wê vaqatihe û her weha wê li welatên xizan ji wê zincire şoraşê wê dest pê bike, got.Ew agirê şoreşê yê hata pêxistin, êdî ew avêje Ewropa û pêşasaziya wê ji. Marks û Engles, di pêşgotina bi rûsî ya di sala 1882 de manîfestoya komînîste yê de weha tê vegotin."Nahaka pirsgirêk ev e: Bi zêdeyî ku zayif ji bûbe, Di asta bilind de awayekî li şûn mayî ya çandinê "Obşînên Rus" ji, rast û rast ji ji mûlkîyete komînîst ya hevpar re bibe bingeh û di asta bilind de bibuhurê, wê karibe? An ji di serî de merhala evrîme ya rojana di afirîne, wê jev belavbûnekê wî jîn kê? Iro bersive ku mirov bide ve ev e: Eger şoraş rûs bibe peyama şoraka ploreter li cihanê û ev hevdû temem bikin, li rûsyê ev xwedibûnên li ard yên hene, sereke şoraşa komînîst ya ku dibe, peyama wê ya, dibe ku bibe". Gotinêne Marks ji Lenîn re cihê destpêkeke bûn, bi Troçkî û Boşevîkên kevn re mêşandina şoraşa rûs, li rojava ji destpêka şoraşaka proleter, weke peyama wê, divêt ku were fahmkirin, armanca Komînternê ji bû, ji bo şoreşa Cihanê. Di komînternê de zimanê wê almanî hata kifşkirin. Lenîn ji weke sîxorê alman hata gunahbarkirin. Piştî ku li rojava tekoşînên şoraşan têk çûn û welatan li sovyet anî girt, piştre hizre ku Stalîn ajote pêş, " di welatekî de sosyalizm" di "yekîtiya Sovyet de bû hizre sereke. Yên ku li ber Stalin anî vekirin Lev Trotskî û hevalên wê di Enternasyonala çaramîn de xwe bi rêxistin kirin û kirin ku li ber wî rabin. Li Çînê ji Mao Zedong ji, çend ku girêdana xwe bi marks ve dianî ser ziman û digot ku ne tenê karkar Gundî ji weke hêze şoraşê karîn weyne xwe bi leyizin. Hê ku di civakên gundî de ku hê çîna karkar ne afiriya, gundiyên ku li hemberê Faodalimê dirabin ji, hebû ji ji aliyê şoraşê ve nêzîkatiya xwe dênin. Ev hizir, ku ji hizrên marks cude ji ban, mao ev hizrên di xataka nêzîkî Marksîzm-Lenînîzm anîn ser ziman û bi teoriya Şoreşa Demokratîk e Nû Anî ser ziman. Di vê mijarê de Mahîr Çayan vê dibêje, "Ev pêkariyên mao, em cewberê wan û ozê wan di Lenîn de ji dibînin. Lê xala Marksîzm-Lenînîzm, ye ku ev pir girîng(Şoreşa demoktatîk ê neteweyî û Şoraşa çandî ê Proletar), awayên xwe yên pir baş di pêkanîna Mao e rêzanî de hilda na". Li Almanya di 1932an de Înstîtuya lêkolînê e civakî ye ku marksistan avakirî, rêz û bi hevgirtina Marksizmê de roleke mezin lîstiye û ev enstîtu piştre weke xetake hatina wê ya ser ziman ji, bi navê Zankoya Frankfurt bûya. Yên weke Theodor Adorno, Max Horkheimer, Walter Benjamin, Herbert Marcuse û Jürgen Habermas, nêzîkatiyê vê Instituyê weke teoriya rexnekar tînin ser ziman. Ev înstîtu, di qada xwe da li ber Marksizme Ortodoks rabûye û li têgihiştina çînî û li ser Aboriya kifşkar gelek rexne anîye. Hinek Marksîstan ji ev înstîtu, ji Marksizmê dûr anîne ser ziman û di qada xwe de weke înstîtuyatake hizirê ku bi hebûna xwe ye, anîne ser ziman. Bi Zanîngeha Frankfurt re di heman demê de jîn bûye Antonio Gramsci ji gelek vekirinên girîng di Marksîzmê de kirine. Raxnayên hatina kirin Raxna yên li marks û li Marksizmê, bi zêdeyî li di Yekîtîiya Sovyet de xwe didine der. Raxnayên li analiza Marks ya li Kapitalizmê û li ser analizên wê yên li ser analiza aboriya hatina kirin, bin yên ku di qada "komînîzmê" û "yekîtiya sovyet hatina kirin in. Hizrên marks yên weke Pitir- heêja, Bahayê Hêja û Sermeye di qada îktisatê de rast têne erêkirin. Gelek parazvanên Kapitalizmê, bawer dikin ku çêkirna refahê û belavkirina wê, ji sosyalizm û komînîzmê bi bandûrtir û wekhevtira.Marks û Engels, bawerkirina ku navbeyne di nav dewlemend û xizan de di deme Kapitalizme hov de ya. Di xwezaya mirov de xwestina li hevdana hevdû û berhevkirin, jê repergala aborî ye herî baş ya Kapitalizmê ya. Îktîsatvanên Zanîngeha Awistirya ya hizre ked hêja ye maks raxna dikin. Piştre, xuruxîna Yekîtiya Sovyet û ketina Hêtê Berlin, popîleteya marksizmê û bandûra hizrên marksist ji hindiktir kirina. Friedrich Hayek, Di pirtûka xwe bi sernavê Riya diçê hişkbûnê de dibêje ku wê di aboriyaka sosyalist de ji wê pirgirêkên têkiliyê wê hebin û di deme yekitiya sovyetê de deme Lenînizmê ji vê yekê re mînaq nîşan dide. Ev pirgirêk ji, ew dibêje ku di deme afirandinê de dibine sedeme asebûnan. Hayek û yên ku wî di şopênin ji, deme lenînizmê û deme Îngistanê ya 1939 û 1951 ji demên tinebûnê yên ku afirnêne mînaq didine nîşandin û pêve ji dikin bêdadî dibe. Hinek raxna ji li qada pêzawariya dîrokê de dibin û digihine hevdû. Di dîrokê dinîvîsandî de û mijarên ku bûn û awayê afirandina çînan de, ku ji bisedeme, yên ku rexne dikin, di pirsin ku ka "awayê çêkirinê ji kuderê tê?". Murray Rotland dibêje, " marks ti carî bersive vê yekê ne da. di rastiyê de ji ne dida, ji ber ku dabana guharandinên bi teknolojiyê û an ji dewlete teknolojiyê ku bi mirov anîbana ser ziman, wê sistemî xuruha bana. Di vê rewşê de ji têgihiştina mirovaahiyê an ji ya mirov wê bûbana kifşkarê awayê çêkirinê, riyaka din ji ne mumkun bû". Lê marks ji di Raxnakirina li rêzaniya aboriyê de weha dibêje, "Di awayê çêkirina afirandinê de, mirov dikeve têkiliyaka ku di dervî vîne wî ya, ev awayê çêkirina afiranê ji rastî awayê çêkirina wan ya aborî û asta pêşketine wan têt".Marks di vir de awayê afirandinê "bi vînê wî bixwe ve ne girêdayê", têne ser ziman û pêve ji awayê pêşketinê yê civaknasî pêgav bi pêngav têne ser ziman. Çavkanî Girêdanên Derve K. Marx - Ji Malpera Felsefevan Marx, Karl Komûnîzm Jidayikbûn 1818 Mirin 1883 Civaknasên alman Şoreşger Sosyalîzm Mêr
2992
https://ku.wikipedia.org/wiki/NATO
NATO
Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê an jî bi kurte (NATO), (bi îngilîzî: North Atlantic Treaty Organisation, fransî: OTAN, Organisation du traité de l'Atlantique nord) hevalbendiyeke leşkerî ye û ji bo parastina li dijî êrişên dewletên din yên ku tê de ne endam in hate sazkirin. Dîrok Yekem car bi tevlîbûna 5 endaman di 17ê adarê sala 1948an de hate sazkirin. Piştî Şerê cîhanî yê duyemîn ji bo sazkirina ewlekariya welatên herêma Atlantîka Bakur hevdîtin hatin çêkirin. Di dawiyê de di 17 adara 1948an de li Brukselê di navbêra 5 dewletan de "paktekek pênc alî" hate mohir kirin. Paşê ji bo pêşxistina sîstema parastina yekgirtî dewletên din jî serî lê dan û li ser vê yekê di 4ê nîsanê 1949a de "Pakta Atlantîka Bakûr" ango NATO hate sazkirin. Welatên ku vê peymanê mohirkirine ev in: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtaniya Mezin, Fransa, Kanada, Belçîka, Holenda, Lûksembûrg, Îtalya, Portûgal, Norwêc, Danîmarka û Îrlenda. Bi vî awayî dewletên mîna Portûgal û Îtalyayê ku qet eleqeya wan bi herêma Atlantîka Bakûr re tune ye jî tevlî paktê bûn. Lewma hukumetên Tirk û Yewnanan jî xwesti tevlî paktê bibin û serî li dewletên endamên paktê dan. Bi tevlîbûna Tirkiye, Yewnanistan, Almanya Rojava (wê demê Almanya du beş bû) û Spanyayê hejmara endamên NATOyê derket 16an. Armanca peymanê Armanca vê peymanê ew bû ku rê li ber firehbûna Sovyetê di nava Ewropayê de bigire. Li gorî peymana Atlantîka Bakur NATOyê, „heger êrîşek li ser endamekî, yan jî çend endamên rêxistinê werin li darxistin, ev tê wateya ku êrîş li hemberî hemû paktê (hevgirtin) hatiye kirin û divê li hemberî êrîşê helwesteke yekgirtî ya parastinê ji aliyê endamên allîansê werê girtin. Yekem navenda NATOyê li nêzî Parîsê hatiye sazkirin, paşê jî li paytexta Belçîka Brukselê. Fermdandariya Başûr-Rojhilatê NATOyê jî li bajarê Tirkiye Îzmîrê ye. Piştî ku dawî bi şerê sar hat, NATOyê armancên xwe careke din di bin çavan de derbas kir û di sala 1991a de stratejiyeke nû da pêşiya xwe. Li gor vê stratejiyê NATO xwest ku hijmara hêzên xwe yên leşkerî kêmtir bike û zêdetir hevkariyê bi saziyên navnetewî bike, beşdarî di operasyonên parastina aştiyê bibe. NATO di hêla kontrol kirina çekan de jî, nêrîna rojava ya ku di Peymana (INF) ya sala 1987 an de hatiye, ji xwe re weke bingeh digre. Ew peyman dibêje ku pêwîste çekên nukleriyên navencî li holê bên rakirin. Sekreterên Giştî ên NATO yê Sergio Balanzino û Alessandro Minuto Rizzo tenê ji bo dema lêgerîna li sekreterekî nû - yanî bi awayekî komîsarî - li ser kar bûn. Mijarên têkildar Têkiliyên navneteweyî Çavkanî Girêdanên derve Malpera NATOyê (bi inglîzî) Rêxistinên navneteweyî
2994
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rakirina%20qedexeya%20li%20ser%20fir%C3%AEna%20balafir%C3%AAn%20art%C3%AA%C5%9Fa%20Iraq%C3%AA
Rakirina qedexeya li ser firîna balafirên artêşa Iraqê
Piştî ku Amerîkayê qedexeya li ser firîna balafirên artêşa Îraqê rakir, di 1'ê nîsanê sala 1991ê de debalafiran careke din bombe barand ser erda Kurdistanê. Bi sed hezaran kurdên ji başûrê Kurdistanê li hemberî vê yekê bi tirs û fikara ku Helebçeyên din çê bibin, berê xwe dan sînorên bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê. Kurdên ku jiber mirinê direviyan ketin pencê trajedî û xizaniyê. Bi sedan kurd ji bîrçînan, serma û seqemê jiyana xwe ji dest da, tenê xelkê Kurd xwedî li wan derket, bi îmkan û derfetên xwe alîkarî gelê xwe yê ji perçeyên din ê Kurdistanê kir. Dîroka Kurdistanê
2995
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Ar%C3%AE%C5%9F%C3%AAn%2011%C3%AA%20%C3%8Elon%C3%AA
Êrîşên 11ê Îlonê
Êrîşên 11ê Îlonê navê êrîşên terorîstên Elqaîde li ser bajarên New York û Washingtonê (DYA) ku di 11ê îlona 2001ê de çêbûn. Di sala 2001ê de li bajarê Amerîka New Yorkê her du kuleyên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bi navbereke 18 deqan bi du balafirên cuda hatin hingaftin. Piştî êrîşa balafira duyemîn, her du bircên ezmanelêş bi navberên kin bi temamî hilweşiyan û bi erdê re bûn yek. Balafireke sêyemîn a rêwiyan li avahiya wezareta parastinê Pentagonê da. Balafira çaremîn berî ku êrîş bibe ser Qesra Spî tevî rêwiyan hate xistin. Dûre li hemberî avahiya Kongreya Amerîkayê çalakiyeke întîharî pêk hat. Li dema ku her kes di nava şok û matmayînê de bû, li Washingtonê di navendeke kirrîn û firotinê de bi teqînekê re şewatê destpêkir. Tam li dema ku teqîn rawestiyan, li ber wezareta karê derve wesaîteke bi bombeyan dagirtî, teqiya. Di encama hemû êrîşan de qasî 3 hezar kesên sivîl mirin. Êrîşên li hemberî cêwîbircan û Pentagonê, deriyên demeke nû vekirin. Nerazîbûna fermî ya Amerîkayê piştî 9 rojan ji George W. Bush hat; Bush, bi gotinên weke divê hemû cîhan biryarekê bide, ya hûnê li gel me yan jî dijminê me bin,' li hemberî terorê şer da destpêkirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serokê El Qaîde Usame Bin Laden ku bi eslê xwe ji Erebistana Siyûdî ye û gelek dewlemend e, weke kesê ji êrîşan berpirsiyar îlan kir û li Efxanistanê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Li Efxanistanê, di encama operasyoneke leşkerî de rêveberiya Taliban ji desthilatiyê hate dûrxistin û li dewsa wê, rêveberiyeke alîgirê Rojava hate wezîfedarkirin. Bi sedan kes li ser gumana ku endamên El Qaîde ne, an hatin kuştin an jî girtin. Rêveberiya Bush li tevahiya cîhanê, ji bo çavkaniyên malî yên El Qaîde operasyonên cemidandina hesabên wê yên li bankayan dan destpêkirin. Li dema mudexeleya Amerîkayê li Efxanistanê 3.767 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji alîkariya 5 milyarî ku Rojava soz dabûyê, tenê ji sedî 5 hatiye dayîn û li Efxanistanê bi milyonan kes bi birçîbûnê re rû bi rû mane. Li gorî demên berî şer, hêjmara zarokên ku ji ber birçîbûnê dimirin 6 qat zêdetir bûne. Çavkanî Dîrok
2997
https://ku.wikipedia.org/wiki/Derbeya%20le%C5%9Fker%C3%AE%20ya%2012%C3%AA%20%C3%AElona%201980%C3%AE
Derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î
Di 12'ê îlona sala 1980'an de Tirkiye bi derbeyeke leşkerî ya di pêşengiya Orgeneral Kenan Evren ve hejiya. Di heman rojê de Parlemen hat girtin, destûra bingehîn ji meriyetê derket û kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin. Li Tirkiyê Cunta leşkerî hat ser hukum. Ji salên 60î û şun ve, pêşketina di nava tevgera sosyalist û ya karkeran rêveberên Dewleta Tirk xistin nava tengavê. Di encama cûntaya leşkerî de, hovîtiyek mezin çêbû, Nezikî milyonek insan hatin girtin û di işkenceyan de hatin derbas kirin. Ev derbeya leşkerî li gor daxwazên politikaya Amerikayê ya di herêmê de dimeşiya. Kenan Evren û hevalên xwe, li dijî şoreşgerên di zindanan de xwedî kînek ewqas mezin bûn ku, ji bo wan digotin: Ma em wan darda nekin xwedi bikin? Ev Helwest û tevgera rêvebirên dewleta Tirk di heman demê de sedemê rewşa xirab û perişan ya civaka Tirk e. Bi qasî 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes jî weke kesên xeter hatin qeyitkirin. Ji bo 7 hezar kesan cezayê dardakirinê hat xwestin. 50 kes hatin dardakirin. 14 hezar kes ji welatiyê Tirkiyê hatin derxistin û 30 hezar kes jî derketin derveyî welat û bûn penaber. 856 kes di bin êşkence, şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. 937 film hatin qedexekirin, kilît li deriyên 23 hezar 677 komeleyan xistin û bi qasî 300 roj rojname nehatin weşandin. Şop û tesîra derbeya 12 Îlonê piştî ewqas salan jî hêna nehatiye jêbirin. Bi qasî 300 hezar kesên şoreşger, demokrat û welatparên avêtina girtîgehan û bi îlankirina rewşa awarte, Kurdistan û Tirkiye bû girtîgeheke servekirî. Di vê demê de li Kurdistanê kiryar û pêkanînên pirr dijwar û veşartî hat meşandin. Zihniyeta qedexeker a 12 Îlonê pirsgirêka Kurd inkar kir, zimanê kurdî qedexe kir û pêvajoya ku bû sedema mirina bi dehan hezaran kesan da destpêkirin. Ji bo astengkirina azadiya nasname, bawerî û çandan, tedbîrên dijwartir ên ji demên berê hatin wergirtin. Zirar û karesata herî mezin ya darbeya 12 Îlonê kir bela serê Tirkiyê, destûra bingehîn ya leşkeran bû. Piştî darbeyê, li gel huquq û kiryarên 12 Îlonê pirr tên rexnekirin jî, hemû hukumetên ku hatin ser desthilatdariyê, destûra bingehîn a leşkeran neguhertin û bi qasî têrê bike ji bo demokratik kirina wê ji dil tevnegeriyane. Bi vî awayî, destûra bingehîn a qedexeker, hêna jî nehatiye guhertin. Di vê destûrê de xalên weke, ``welatî ji bo dewletê hene`` hat bicihkirin û mafên takekesî ên mirovan kirin qurbana dewletê.x Bi vî awayî pêşiya azadiya raman hat girtin û ti qiymeta nêrîna azad nema. Mafên civakî û sendikayan hatin pûçkirin. Qirêja reş ya darbeya 12 îlonê ya ku li ser demokrasiya Tirkiyê xist, hêna di roja me de jî nehatiye jêbirin. Ev roj di dîroka Tirkiyê de wekî rojeke reş ango qirêjek ji bo demokrasiyê hat bin nav kirin û hê jî tê bi nav kirin. Lê belê vê navkirinê nekarî, darbekar û berpirsyarên 12`ê Îlonê bidarîzîne, ango derxe pêşberî dadgehê û Destura Bingehîn a 12`ê Îlonê biguherîne. Çavkanî Girêdanên derve How fear "helps" to prepare turks to accept the violation of democracy (page in Turkish Dîroka Kurdistanê
2998
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tevk%C3%BBjiya%20li%20z%C3%AEndana%20Amed%C3%AA%20%281996%29
Tevkûjiya li zîndana Amedê (1996)
10 girtiyên ji doza PKKê di sala 1996an de bi destê hêzên dewletê li girtîgeha Amedê hatin qetilkirin. Di 24`ê Îlona sala 1996'an de, li zîndana Amedê di roja hevdîtinê de di dema ku 33 dîlên şer ên Kurdistanî, bi şahiya dîtina xizmên xwe vedigeriyan qoxişan, ji aliyê leşker, polês û gardiyanan ve rastî êrîşeke bê perva hatin. Polês û leşkeran bi dar, zincîr û qalasan êrîşî 33 dîlên şer ên PKKê kirin. Piştî êrîşê girtî xistin qabîna hevdîtinê. Polêsên êrîşkar bi çavsorî deriyê qabînê girtin û li gor navên tespîtkirî, dest bi cih anîna fermana kuştinê kirin. Ew roj li wir, Ridvan Bulut, Ahmet Çelik, Cemal Çam, Mehmet Aslan, Edip Dilenci, Nimet Çakmak, Hakki Tekin, Kadir Demir û Erkan Perişan, yek bi yek serê wan, bedena wan hate parçekirin û hatin qetilkirin. Di êrîşê de 23 dîlên şer ên PKKê bi giranî birîndarbûn. Ji van 14 kes dest û lingên wan bi zincîran girêdan û birin bajarê Dîlokê. Leşkerên mêrkûj di dema dîlên şer neqilkirin de M. Kadir Gumuş di rê de bi lêdana zincîran kuştin. Li ser vê hemû sosretê, leşkeran ji ber ku destên wan êşiyane girtî gilîkirin, dozgerê dewletê jî ji ber dar û qalasên dewletê yên di êrîşê de hatine bi kar anîn zirar dîtine di derbarê dîlên şer de mahkeme vekir. Dîroka Kurdistanê Dîroka Tirkiyeyê
2999
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ali%20%C3%87i%C3%A7ek
Ali Çiçek
Ali Çiçek (m. 1982) Elî Çîçek, lawê malbateke xîzan bû. Di temenê xwe yê piçûktiyê de li hemberî neheqiyên li dijî gelê kurd, bû xwedî kîn û nerazîbûnê. Çîçek, dema ku PKKê nas kir, yekser di temenê xwe yê ciwantiyê de tevlî refan dibe û di gelek warên xebatê de cih digire. Alî Çîçek di sala 1982an de ku di çalakiya 14ê tîrmehê ya li hemberî cuntaya 12 Îlonê ya li Amedê cîhekî girîng girt, di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Çiçek, Ali Çiçek, Ali Mirin 1982
3002
https://ku.wikipedia.org/wiki/Deniz%20Gezmi%C5%9F
Deniz Gezmiş
Deniz Gezmiş (z. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965'an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye. Denîz Gezmîş (z. 1947 − m. 1972), yek ji serokên herî girîng ên tevgera ciwanan ku piştî sala 1965an û pê ve li Tirkiyeyê pêşkeft. Di heman demê de ew yek ji rêveber û sazumankarên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiye THKO ye. Di 28ê sibata 1947an li navçeya Ankara Ayaşê ji dayik bû. Ji ber ku ew zarokê malbatake mamoste bû, hîndekariya xwe ya seratayî û navîn li gelek bajaran, lîseyê jî li Stenbolê xwend. Deniz Gezmiş, dê û bavê ji ji Erzurumê bûn. Dayika wî ji navçeya Erzurumê Tortumê bû û Bavê jî ji navçeya Erzurumê Iliçaqê bû. Denîz, di sala 1966an de kete Faqûlteya Huquqê ya Zanîngeha Stenbolê û hîn di salên Dibistana Amadehiyê de çepgiriyê nas dike û di wan salan de xwe di nav çalakiyên demê de dibîne. Di sala 1965an de bû endamê bajarê Üsküdarê yê TİP (Türkiye İşçi Partisi-Partiya Karkerên Tirkiyeyê)ê. Cara pêşî di 31ê Tebaxa 1966an de di dema ku karkerên Şaredariya Çorumê ji Ankarayê dimeşin Stembolê û çelengeke reş datînin ber abîdeya Taksimê pişgtgiriya karkeran dike. Di dema xwepêşandana şermezarkirina rêveberên Türk-İşê de hate binçavkirin. Paşê di bûyerên 19ê kanûna paşîn a 1967an de tê girtin û tevî 2 hevalên xwe derdikevin dadgehê û serbest tên berdan. Pişre di gelek xebatên siyasî û damezirandina saziyan de cîh digire. Di meha rezbara 1968an de tevî hevalên xwe Cihan Alptekin, Mustafa İlker Gürkan, Mustafa Lütfi Kıyıcı, Cevat Ercişli, M. Mehdi Beşpınar, Selahattin Okur, Saim Kurul û Ömer Erim Süerkan Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger damezirand. Di 28ê çiriya pêşîn a 1968an de di dema hatina sefîrê Amerîkayê de li balafirgeha Yeşilkoyê xwepêşandan hatin lidarxistin û Denîz Gezmiş ji ber vê xwepêşandanê hate girtin û piştî demekê serbest hate berdan. Di zanîngeha Stembolê de bi girseya xwendekaran li hemberî hêzên rastgir derketin. Ev çalakiya wî wekî hincet hate nîşandan û di 19ê adarê de dîsa hate girtin û heta 3ê nîsanê di zîndanê de ma. Piştre di 31ê gulana sala 1969an de di çalakiyeke şermezariyê de ji xwendekarên fakûlteyê re serokatî kir. Di yek ji van çalakiyan de birîndar bû. Der heqê wî de biryara giyabî derket. Lê belê ew dîsa jî ji zîndanê reviya û di dawiya meha hezîranê de çû Filîstînê. Heta meha îlonê li kampên gerîlla yên Filîstînê ma. Deniz Gezmiş, di gelek çalakiyên THKOyê de cih girt. Di 4 adara 1971ê de di çalakiya revandina Emerîkiyan de, piştî serbestberdana leşkeran li navçeya Sivas a bi navê Şarkişlayê li nehiya Gemerekê hate girtin. Di doza THKOê de ku di 16 tîrmeha sala 1971ê de dest pê kir, ji ber binpêkirina xala 146emîn a zagona Tirkan a Cezayê, di 9ê îlona sala 1971ê de bi mirinê hate cezakirin û di 6 gulana sala 1972an de tev Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hate dardekirin. Çavakanî Girêdanên derve Parkalı Deniz’in fotoğrafçısı kitap yazdı - Hürriyet (Kelebek), Ali Dağlar, 25 Gulan 2013 (Tirkî) Deniz Gezmiş Ağıdı'nı Kim Yazdı? - Metehan Akbulut, 26 Reşemî 2022 (Tirkî) Şoreşger Jidayikbûn 1947 Mirin 1972 Kesên hatine dardekirin
3004
https://ku.wikipedia.org/wiki/Partiya%20Demokrasiya%20Gel
Partiya Demokrasiya Gel
Partiya Demokrasiya Gel , bi kurtî HADEP, di 11ê gulana sala 1994an de hate damezirandin. Endamên Partiya Demokrasî û Kedê (DEP) daxwaznameya partiya xwe ya nû ji Wezareta Karê hundur re pêşkêş kirin û roja 11ê gulanê bi awayekî fermî Partiya Demokrasiya Gel HADEP damezirandin. Her çiqasî hatibû armanckirin ku HADEP di demên pêş de were damezirandin jî, lê belê jiber ku îmzeyên li ser bernameyê û rêvebirnameya neqediyabûn, damezirandina partiyê dereng ketibû. Li dewsa navê Partiya Demokrasî û Aştiyê BADEPê, ji bo ku nêzîkê navê HEP û DEPê be, navê wê weke HADEP hate hilbijiartin û Murat Bozlak bû serokê wê yê giştî. HADEP, di hilbijartinên 25ê kanuna 1995a û de bibû partiya yekemîn li Kurdistanê, lê belê jiber benda ji sedî 10 a ku dewleta Tirk danîbû, parlementerên hatibûn hilbijartin nekarîn bikevin parlementoyê. HADEP cara yekê di hilbijartinên herêmî yên 1999an de yek jê ya bajarê mezin bi giştî 38 belediye qezenç kiribû. Piştî girtina HADEPê, gelek endamên HADEPê derbasî DEHAPê bûn. Serokên HADEPê Hatip Dicle Murat Bozlak Ahmet Turan Demir
3007
https://ku.wikipedia.org/wiki/Husey%C3%AEn%20%C3%8Enan
Huseyîn Înan
Huseyîn Înan (, 1949-1972) şoreşgerekî kurd bû. Di sala 1949an de li gundê Bozhûyûk ya navçeya Sivas ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Gürünê û lîseyê jî li Qeyseriyê xwend. Di 1966an de xwe di Beşa Zanistiyên Îdarî ya ODTÜyê qeyda xwe çê kir. Înan, piştî demekê bû endamê Qulûba Ramana Sosyalîst SFK û Dev-Gencê ku ew jî girêdayî vê Qulûbê bû. Di vê navbêrê de tevlî nav Partiya Karekerên Tirkiyeyê TİPê bû û di nava çalakiyên vê partiyê de cîh girt. Di heman demê de çi li Stembolê û çi jî li Îzmîr û herêmên din tevlî nav çalakiyên dijî-Emerperyalîst bû; beşdarî mîtîng û çalakiya li diijî Fîloya 6emîn ya Emerîkayê bû. Dîsa beşdarî çalakiyên li herêmên bejayî û yên weke dagirkirina axê bû. Di sala 1966-67 ya hîndekariyê de ji bo boykoteke a amadekirinê ya ODTÜyê re serokatî kir. Hûseyîn Înan, di 1968an de komeke biçûk û veşartî saz kir. Di çarçoveya fikrên rêxistinê yên teng de li herêmên bejayî dest bi amadekariyên gerîllatiyê kir. Armanca wî ew bû ku bi rêya van gerîllayan, ramanê têkoşîna li dijî Emperyalîzmê pêşbixîne. Koma ku bi taybetî ji endamên ODTÜyê pêk dihat, wê paşê kadroyên navendî yên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê THKOyê sazkiribaya. Hûseyîn Înana di heman salê de ji Faqûlteya Zanistiyên Îdarî hatiye derxistin û di van salan de jî li yurdên ODTÜyê de ma. Di 14 çiriya pêşîn a 1969an de tevî beşeke girîng ê komê di ser Suriyê re derbasî kampên El Fetîhê yên Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê bûn. Li vê derê li cem Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê li dijî Îsraîlê şer kirin. Hûseyîn Înan, di nava êrîşên qereqolên li di dijî Îsraîlê de cîhê xwe girt. Di sibata 1970an de vegeriya Tirkiyeyê û di rêya Amed-Dîlokê di otobûsekê de hatiye zeftkirin. Di encama darizandina ku li Amedê berdewam kir, di çiriya pêşîn a 1970an tehliye bû. Hûseyîn Înan, dema ku vegeriya Enqereyê, di serê wî de ramanên gerîllatiyê bejayî tam bi cîh bibû û zelal bibû. Tevî koma Stembolê ku di nava wan de hemfikrên wî yên weke Denîz Gezmîş jî hebû, li hev kombûn û Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê sazkirin THKO. Înan, tevî ku di nava tevgerên girseyî de qet nedihate naskirin jî, bi kesayeta xwe ya biryardar, rêxistinker û zîrekiya xwe ya danîna têkîliyan bi mirovan re, di vana komê de derkete pêş. Hûseyîn Înan bû serokê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê ku di navê de Deniz Gezmiş, Sinan Cemgil û Cihan Alptekin jî cîh digirt. Paştre ne tenê ji çalakiyên çekdarî re pêşengî dikir, di heman demê de di nava hemu çalakiyan de jî cîh girt. Di 29 Kanûna 1970an de yek endamên Dev-Gencê İlker Mansuroğlu tê kuştin. Înan, di nava THKO de, di gelek çalakiyên weke gulebarandina Qereqola Polêsan ya Kavaklıdere, Şêlandina Îşbankasi şaxê Emekê ya di 1 Çileya 1971ê de, serdegirtina tesîsên Emerîkan û revandina Emerîkiyan, de cîh girt. Înan, bi wêrekî û biryardariya xwe ya di van çalakiyan de, di hebûna THKOyê de bû tesîrekî mezin. Di 25 adara 1971an de li navçeya Kayserî Pınarbaşı hatiye zeftkirin û ji aliyê Dadgeha Leşkerî ya Enqereyê rêza yekem tevî Denîz Gezmîş û Yusuf Arslan bi dardekirinê hatin mehkumkirin. Tevî ku ji bo astengkirina dardekirina wan li parlemenê, di nava rayagiştî de û gelek hewildan hatinkirin jî, di 6 gulana sala 1972an de tevî hevalên xwe Yusuf Arslan û Deniz Gezmiş hatin dardekirin. Çavkanî Mêr Şoreşger Jidayikbûn 1949 Mirin 1972 Kesên hatine dardekirin
3008
https://ku.wikipedia.org/wiki/Musa%20Anter
Musa Anter
Mûsa Anter (jdb. 1920 li Nisêbînê − m. 20ê îlona 1992an li Amedê) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû. Jiyan Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya bi ser Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê ve hate dinê. Wî, hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe Fesla Anter mezin bû ya ku di salên 1930-1940an de muxtara gund û muxtara pêşîn a jin a Bakurê Kurdistanê bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû. Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stembolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin. Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî 1942(kovar) ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin. Di sala 1944an de bi keça Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin. Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin. Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter kitêba xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî. Piştî 89an vedigere Stembolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piştî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin. Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976an de piştî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike. Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stembolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin. Kuştina wî Roja 20ê îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê dibe. Musa Anter li ser berga kitêba xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje: "Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me." Xelatên Rojnamegeriyê Li Tirkiyê ji 1993an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994an de Ozgur Ulke, 1995an de Yenî Polîtîka, 1996an de Demokrasî, 1997 û 1998an de Ulkede Gundem, 2000an de Yenî Gundem û sala 2001an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn. Berhem Birîna Reş - 1959 Kımıl - 1962 Ferhenga Kurdî - Stembol, 1967 Hatıralarım, cîld 1 - Stembol, 1991 Hatıralarım, cîld 2 - Stembol, 1992 Çinara Min - Stembol, Weşanên Avesta Girêdanên derve Birîna Reş Goriyên mêrkujiyê Nivîskarên kurd Rojnamevanên kurd Jidayikbûn 1920 Mirin 1992 Kesên ji Nisêbînê Neteweperwerên kurd Kesên sedsala 20an Kesên kuştî
3011
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mihemed%20Sadiq%20%C5%9Eerefkend%C3%AE
Mihemed Sadiq Şerefkendî
Mihemed Sadiq Şerefkendî (jdb. 1937-1992 li Bokan ya rojhilatê Kurdistanê) yek ji kesayetiyên herî şareza yên Rojhilata Kurdistanê ye. Jiyan Ew di roja 21ê çileya sala 1937an de li malbateke niştimanperwer, li Bokanê ji dayik dibe. Di temenê zarokatiyê de bavê wî dimire û serperestiya wî dikeve ser milê birayê wî yê mezin Mamoste Hejar. Mihemed Sadiq Şerefkendî li Serdema zarokatiyakxwefde kendî rastî xebatên ji bo rizgariya Kurdistanê û damezirandina Komara Mehabadê tê. Ew xebatên rengîn û çalakiyên serdemê di mêjiyê wî de neqişîn û mêjiyê wî kemilandin. Dr. Şerefkendî pola yekem û duyem li bajarê Bokanê dixwîne û piştî ku malbata wan koçî Mehabadê dike, ew jî li Mehabadê xwendina seretayî û ya navendî deqedîne û lîseyê jî li bajarê Tewrêzê (Tebrîz) dixwîne. Ew di sala 1959an de li Zankoya Bilind a Tehranê dîplomeya Endezarya kîmyayê digire. Di dema xwedina xwe de weke şagirtê yekem dersên xwe diqedîne û di heman salê de dibe hîndekarê kîmyayê û heta sala 1965an li bajarên Urmiye û Mehabadê bi karê hînekariyê re mijûl dibe. Di dema hînekariyê de ji bo gihîştina xwendekarên kurd gelekî zehmetiyê dikişîne û hemû şagirtên wî qebûl dibin û diçin zanîngehê. Ev yek bala Sawakê ango (Dezgeha Casûsiya Rejîma Mihemed Riza Şah) dikişîne û nahêlin ku ew li Kurdistanê bimîne, lewma wî sirgûnî bajarê Erak û paşê jî bajarê Kerecê dikin. Dr. Mihemed Sadiqê Şerefkendî di sala 1970yî de weke asîstanê beşa kîmyayê tê wezîfedarkirin. Ew di sala 1972an de diçe Fransayê û piştî çar salan doktoraya kîmyayî ya analîtîk li zanîngeha hejmara 6an a Parîsê werdigire. Dr. Sadiq Şerefkendî di sala 1976an de vedigere Tehranê û wekî mamosteyê beşa kîmyayê li zanîngehên Tehranê di xebite. Di sala 1973an de, gava ku Dr. Şerefkendî li Parîsê hewil dide doktoraya bistîne, bi riya Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo bername û rêz û rêçikên PDK-Îyê nas dike û bi wan re aşîna dibe. Piştî vê yekê dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê û gelekî zehmetiyê dikişînê û ji bo pêkanîna wezîfeyên ku partiyê dane wî, pêk bîne gelekî hewl dide û têdikoşe. Heta gelek caran jî giyana wî dikeve metirsiyê. Piştî têkçûna rejîma paşayetiyê û destpêkirina eşkere ya PDK-Î li Îranê, ew dibe Berdevkê Komîteya Navendî ya Partiyê û di meha reşemiya sala 1979an de jî di Kongereya Çarem a Partiyê de dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiyê û berpirsiyariya partiyê ya Tehranê dispêrin wî. Di havîna sala 1980yî de ji bo karê herdemî wî vedixwînin Kurdistanê. Dr. Şerefkendî di havîna sala 1980yî de dibe Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Îyê. Di kongreyên pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem ên partiyê de hemû caran bû Endamê Komîteya Navendî û di Komîteyê de jî hemû caran ji bo Endametiya Deftera Siyasî hate hilbijartin. Ji bilî vê yekê jî berpirsiyariya çapemeniya partiyê jî li ser milê wî bû. Ji sala 1986an heta dema şehîdbûna Dr. Qasimlo wekî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê karê têkoşînê meşand. Dr. Şerefkendî piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, bi girtina dengên giştî yên Komîteya Navendî, bû Sekreterê Giştî yê Partiyê. Kongreya nehem a partiyê jî bi rêveberiya wî pêk hat û heta dema şehîdbûnê wekî Sekreterê Giştî yê Partiyê wezîfeya xwe pêk anî. Ew di 17ê îlona sala 1992an de li bajarê Berlînê li welatê Almanya tevî sê hevalên xwe ji aliyê sîxurên dewleta Îranê ve hate kuştin. Binêre Terora li Restorana Mykonos Çavkanî Siyasetmedarên Îranê Siyasetmedarên kurd Goriyên mêrkujiyê Neteweperwerên kurd Siyasetmedarên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Kesên ji Bokanê
3012
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhildana%20Agiriy%C3%AA%20ya%20yekem
Serhildana Agiriyê ya yekem
Serhildana Agiriyê ya yekem di 16ê gulana sala 1926'an de destpê kir. Di salan piştî 1925an de di encama zordestiya li dijî Kurdên, li Agirîyê eşîreta Celaliyan rabû raperînê. Di vê navbêrê de di encama xebatên ronakbîrên Kurd ên bi rêxistinkirinê yên ku di rêxistinên kurdan de xebatkirine, li beldeya Bihamdum ya Libnanê Kongreya Serbixwe ya Xoybûnê hate lidarxistin û vê Kongreyê li gel hemu rêxistinên kurd, serekeşîrên mûxalîf ên li Kurdistanê jî anîbû cem hev. Li hemberî banga hikûmetê ya "efuya giştî" Xoybunê li her deverê belavok belavkirin û bang li eşîretan kir ku bi gotinên efuyê neyên xapandin. Di vê navbêrê de Îhsan Nûrî Paşa di ser Îranê re derbasî cîhê ku eşîreta Celalîyan rabû ser pêyan, yanî derbasî Agirîyê bû. Îhsan Nûrî Paşa, li vê derê serekeşîrên ku rabûne serhildanê, di nava tevgereke çekdarî de bi rêxistin kir. Piştî ku berxwedana Agiriyê ji aliyê hêzên artêşa Komara Tirk ve hatin temirandin, di rojnameyên wê demê de qarîqatorekî qerfî hatibû weşandin û tê de li ser goristanekê wiha hatibû nivîsîn: "Kurdistana Xiyalî li vê derê veşartiye...". Dixwestin bibêjin ku êdî pirsgirêka kurdî hatiye betonkirin. Mijarên têkildar Komara Araratê Serhildanên Agiriyê Dîroka Kurdistanê Serhildanên Agiriyê
3013
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tehs%C3%AEn%20Teha
Tehsîn Teha
Tehsîn Mihemed Selîm Teha (jdb. 25ê gulana 1941an, li Amêdiyê, parêzgeha Dihokê - m. 28ê gulana 1995an, li Holendayê), hunermendekî kurd bû. Jîyan Navê bavê wî Taha Mihemed Selîm e. Dayika wî ji binemala Simbil Xanê ye. Malekê kurdperwer û rewşenbîr in. Tehsîn Tahir zewiciye û bavê heşt zarokan e. Tehsîn Taha li Mangêşkê dest bi dibistana seretayî dike, heya refa çaran li wê derê dixwîne, refa pêncan li Dihokê û refa şeşan jî li Zaxo dixwîne. Di sala 1955an de, li Dihokê dibistana navîn diqedine. Piştî qedandina dibistana navîn diçe bajarokê Hedba ya girêdayî Nînowa (Musil). Jiyana wî ya dengbêjiyê li Nînowa dest pê dike. Di salên 1956-57an de ji Nînowa vedigere, diçe Amêdiyê û dest bi nivîsînên daktîloyê dike. Di sala 1958an de dest bi xwendina dibistana amadeyî dike û dibistanê diqedine. Bi qedandina dibistana amadeyî re, tevlî ezmûneke Radyoya Bexdayê dibe û bi ser dikeve. Strana xwe ya destpêkê ya bi navê "Eşkere nakim" li wir di Radyoya Bexdayê de dibêje. Di sala 1960an de, diçe Peymangeha Huneri ya ciwanan û xwendina xwe li wir berdewam dike. Di navbera salên 1960-61an de, ji ber nakokiyên kurd û ereban tê Kurdistanê û li gel xalê xwe Emer Selim tevlî Şoreşa Îlonê dibe. Piştî êrişên ereban yên li ser Başûrê Kurdistanê. Tehsîn vedigere Bexdayê, li wê derê tê girtin, bi qasî salekê dikeve zindanê. Piştî tê berdan dest bi xebata mamostetiya muzîkê dike. Di sala 1968an de ji bo dibistana amadeyî ya navçeya Mexmûr weke mamosteyê muzîkê tê erkdarkirin. Di heman salê de tayîna wî ji bo Hewlêr derdikeve û heya sala 1970an li wir karê mamostetiyê berdewam dike. 11ê adara 1970an piştî mafê kurdan yê çandî ji aliyê desthilatdariya Bexdayê ve hat pejirandin, Tehsîn Taha ji bo Radyoya Bexdayê beşa kurdî tê erkdarkirin û bi Mihemed Şêxo re xebatên radyoyê berdewam dike. Tehsîn Taha di 13ê adara 1994an de, bi hunermend Fûad Ehmed re diçe Holendayê ji bo ku konserekî bide lê piştî ku diçe Holendayê li wir bi cih dibe û nazivire welatê xwe. Li wir nexweş dikeve û wî dibin nexweşxaneyê. Nexweşiya wî penceşêr e, rizgarî ji destê nexweşiyê nîne. Di 28ê gulana 1995an de diçe ber dilovaniya Yezdan. Termê wî tînin bajarê wî Amêdiyê û li wir dispêrin axa Kurdistanê. Çavkanî Hunermendên kurd
3017
https://ku.wikipedia.org/wiki/Emiliano%20Zapata
Emiliano Zapata
Emiliano Zapata (jdb. 8ê tebaxê 1879 - m. 10ê nîsanê 1919) şoreşgerekî meksîkî ye. Şoreşgerê meksîkî Emiliano Zapata, di sala 1879an de li eyaleta Morelos tê dinê. Ew gundiyekî çermsorbû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistin kir û dest danî ser ji 3an yekê axê. Paşê tevahiya Meksîkê û hemu başûrê welêt bi dest xist. Lê belê Serokkomar Carranza xwest reforma axê ya Zapata daye destpêkirin rawestîne û lewma lihingê xelkê zapatîstiyan Emiliano Zapata bi leşkerên xwe da kuştin. Zapata, dema ku ji aliyê hêzên dewletê ve li Cuernavacayê hatiye kuştin, 39 salî bû. Zapata, di 10 Nisan sala 1919an de mir. Zapata, Emiliano Jidayikbûn 1879 Mirin 1919
3018
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhildana%20Elk%C3%AA
Serhildana Elkê
Serhildana Elkê an jî Serhildana Beytûşebabê ( ) di 3ê îlona sala 1924'an de destpê kir. Serhildan, di pêşengiya serbaz Îhsan Nûrî de ji aliyê rêxistina Azadî ya li alaya piyade ya 18emîn ya li navçeya Elkê (Betûşebabê) hate destpêkirin. Serhildanê, di demeke kin de nêviyê alayê da ber xwe û yekemîn serhildana kurdan a piştî sazbûna komarê ye. Ev serhildan, ji taymendiya berxwedanê ku di serhildanên kurdan de bi giranî tên dîtin zêdetir, bi armcan bi destxistina mewziyekê hatiye lidarxistin. Dema ku li Colemêrgê hewildanên sorkirina êşîrên kurd ji bo serhildanê, bi serneketin, serhildan jî tê serkûtkirin. Îhsan Nûrî û hevalên wî derbasî Îraqê dibin. Îhsan Nûrî ku di pêvajoyên dihatûyê de di serhildana Şêx Saîd de cîh girt, di sala 1930'î de ji serhildana Agiriyê re pêşengiyê dike. Mijarên têkildar Dîroka Bakurê Kurdistanê Pirtûk Gündoğan, Cemil (1994). 1924 Beytüşşebap isyanı ve Şeyh Sait ayaklanmasına etkileri (bi tirkî). Komal. Çavkanî Dîroka Tirkiyeyê Serhildanên kurdan Elkê
3033
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pergala%20xebitandin%C3%AA
Pergala xebitandinê
Di komputerê de pergala xebitandinê sererast ji kontrola û birêveberiya hardwarê berpirsiyar e. Her wiha ji pêkhatinên bingehîn ên pergalî û xebitandina bernameyên pêkanînan berpirsiyar e. Gelemperiya vê berpirsiyariyê wekî pergala xebitandinê tê binavkirin. Destpêk Di zimanê axaftinê de ev gotin bi piranî dema mirov komputerekê distîne, ji bo hemû nivîsbariyên ku pê re tên, tê xebitandin. Pergala Xebatê, rê li ber hemû nivîsbaran vedike ku xwe bigihîne amûrên têketin/derketin û pergala dosyayan. Heke ji yekê bêhtir bername di heman demê de di xebatê de bin, pergala xebatê ji bo her bernameyekê têra wê çavkaniyên xebatê vediqetîne û xebatên wan ên bi hev re dimeşîne. Ew berpirsiyarê vê yekê ye. Li gorî sala 2004'an mirov dikare pergalên xebatê yên herî pir tên xebitandin bike 2 komik: Koma Microsoft Windows û û Koma UNIX (di hundir vê komê de gelek guhertoyên Unix'ê, Linux û Mac OS X dikare bête hejmartin). UNIX, ji aliyê derûdorên akademîk û wekî pêşkêşker tê bikaranîn. Windows li mal û li kargehê tê tercîhkirin. Di komputerên sermase de windows ji pergalên din ên xebatê gelekî bêhtir tê xebitandin. Li gor lêkolînên cur bi cur para Windowsê ya di pazara komputerên sermase de ji %90 û %98 e. Linux di pêşkêşkerên webê de bi rengekî berfireh tê xebitandin. Her wiha hêdî dikeve malan û sermaseyên kargehan jî. Pêşengên Mac OS X, ku ji beşên bingehîn ên UNIX'ê sûde wergirtine, bêhtir di weşangeriya sermaseyê de tê xebitandin. Gelek ji Komputerên Navendî û pergalên nixumandî jî, hin pergalên xebatê yên ku girêdaneke wan a dîrekt bi Windows û UNIX'ê re nîn e, dixebitînin. Çavkanî Girêdanên derve
3034
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20pergal%C3%AAn%20xebitandin%C3%AA
Lîsteya pergalên xebitandinê
Kombers Çavkanîya vekirî GNU/Linux FreeBSD FreeDos32 Çavkanîya veşartî Microsoft Windows MacOS Unix DOS QNX Mobîl Çavkanîya vekirî Android Çavkanîya veşartî iOS Lîste Nivîsbarî
3045
https://ku.wikipedia.org/wiki/Avant%20Browser
Avant Browser
Avant Browser gerokeke belaş tê belavkirin e. Avant Browserê sûde ji Opera, Internet Explorer û hwd. wergirtiye. Guhertoyên 9.1 û 10.0 ên Avant Browser li kurdî jî hatine wergerandin. Girêdanên derve Malpera fermî Nivîsbarî Înternet Gerok
3047
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mac%20OS%20X
Mac OS X
Mac OS X, (wek "Mak oes ten" tê xwendin) yek jî versiyonên Pergaleke Xebatê Macintosh e, ji aliya Apple Inc. hatê dewlemend kirin. Versiyona dawî a Mac OSê ye. Mac OS X di eslê xwe de li ser bingeha Darwin, pergala xebitandinê ya çavkaniya vekirî ya ku li ser mîkrokerneya BSD û Mach hatiye ava kirin. Piştî ku Apple ji bo mebestên xwe ev pergal pêş xist, ew Aqua yê wekî navnîşa bikarhêner a Mac OS X pêş xist. Bi giştî bingeh û hin pêkhatên pergalê çavkaniya vekirî ne, lê piraniya pêkhateyan çavkaniya vekirî nîne. Li aliyê din, macOS Server pergalek xebitandinê ya cihêreng e ku ji bo serverên Appleê hatiye amadekirin. Her çend ew ji aliyê dîzaynê ve wekî sermaseya Mac OS X be jî, ji Mac OS X cûdadir amûrên rêveberiya pêşkeftî hene. Di 25ê tîrmeha 2012an de di danasîna Os X Mountain Lion de navê Mac OS X wek OS X hat guhertin. Di Konferansa Pêşdebirên Cîhanê de (WWDC 2016) di 13ê hezîrana 2016an de hat ragihandin ku navê OS X di dema danasîna macOS Sierra ya nû de wek macOS hatiye guhertin. Mac OS X Public Beta Kodiak, Build 1H39  10.0 Cheetah, Build 4K78 10.0.1 Build 4L13 10.0.2 Build 4P12  10.0.3 Build 4P13  10.0.4 Build 4Q12 10.1 Puma, Build 5G64 10.1.1 Build 5M28  10.1.2 Build 5P48  10.1.3 Build 5Q45  10.1.4 Build 5Q125 10.1.5 Build 5S60 10.2 Jaguar, Build 6C115  10.2.1 Jaguar Red, Build 6D52  10.2.2 Jaguar Blue, Merlot, Build 6F21 10.2.3 Jaguar Green, Build 6G30  10.2.4 Jaguar Pink, Build 6I32  10.2.5 Jaguar Plaid, Build 6L29  10.2.6 Jaguar Black, Build 6L60 10.2.7 Build 6R65  10.2.8 (G4) Build 6R73  10.2.8 (G5) Build 6S90  10.3 Panther, Build 7B85 10.3.1 Build 7C107  10.3.2 Build 7D24  10.3.3 Build 7F44  10.3.4 Build 7H63  10.3.5 Build 7M34  10.3.6 Build 7R28 10.3.7 Build 7S215  10.3.8 Build 7U16  10.3.9 Build 7W98  10.4 Tiger, Build 8A428  10.4.1 Build 8B15  10.4.2 Build 8C46  10.4.3 Build 8F46  10.4.4 Build 8G32  10.4.5 (PowerPC) Build 8H14  10.4.5 (Intel) Build 8G1454 10.4.6 (PowerPC) Build 8I1119  10.4.6 (Intel) Build 7U16  10.4.7 (PowerPC) Build 8J135  10.4.7 (Intel) Build 8J2135  10.4.8 (PowerPC) Build 8L127  10.4.8 (Intel) Build 8L2127  10.4.9 (PowerPC) Build 8P135  10.4.9 (Intel) Build 8P2137  10.4.10 (PowerPC) Build 8R218  10.4.10 (Intel) Build 8R2218 10.4.11 (PowerPC) Build 8S165  10.4.11 (Intel) Build 8S2167  10.5 Leopard, Build 9A581  10.5.1 Build 9B18  10.5.2 Build 9С31  10.5.3 Build 9D34  10.5.4 Build 9E17  10.5.5 Build 9F33  10.5.6 Build 9G55  10.5.7 Build 9J61  10.5.8 Build 9L30  10.6 Snow Leopard, Build 10A432 10.6.1 Build 10B504  10.6.2 Build 10C540  10.6.3 Build 10D573  10.6.4 Build 10F569  10.6.5 Build 10H548  10.6.6 Build 10J567  10.6.7 Build 10J869  10.6.8 Build 10K540  10.7 Lion, Build 11A511 10.7.1 Build 11B211  10.7.2 Build 11C74  10.7.3 Build 11D50  10.7.4 Build 11E53  10.7.5 Build 11G56  10.8 Mountain Lion, Build 12A269 10.8.1 Build 12B19  10.8.2 Build 12C54  10.8.2 Build 12C60  10.8.3 Build 12D78 Mac OS X Server 1.0  10.0  10.1  10.2  10.3  10.4  10.5  10.6  10.7  10.8  Mac OS Pergala xebitandinê Nivîsbariya Apple, Inc.
3048
https://ku.wikipedia.org/wiki/Enwer%20Karahan
Enwer Karahan
Enwer Karahan nivîskarekî kurd e. Ew bi taybetî çîrokan dinivîse. Ji bilî çîrokan ew maqale û nivîsên edebî "ceribandin" dinivîse. Jiyan û Kar Li gora qeyda Enwer Karahanî ya nifûsê, ew di sala 1962yan de li Dêrika Çiyayê Mazîyê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çê bûye. Wî li Dêrikê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye. Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Çar kitêbên wî yên kurteçîrokan bi navê Şevbihêrkên şevên xalî (2001), Duaya êvarê (2003), Xanima Kozê (2005), Du dilop (2008) û romana wî ya yekê bi navê Şapînoz (2010) derketine. Herweha kitêbeke wî ya ceribandinê bi navê Çû (2006)û yek jî bi navê Mêlav wek vegotin di sala (2013)an derketiye. Berhem Şevbihêrkên şevên xalî, kurtenovel 2001 Duaya êvarê, kurtenovel 2003 Xanima kozê, kurtenovel (2005) Çû ceribandin (2006) Du dilop, kurtenovel (2008) Şapînoz, roman (2010) Mêlav, vegotin (2013) Siwarê şînbozê: Êlas efendî, roman 2013 Lorînên şevê ( kuliyata helbestan 478 rûpel) 2016 Şapat ( kurtenovel) 2019 Silûk (Roman) 2021 Girêdanên derve Hevpeyvîna Enwer Karahan ya bi malpera felsefevan re Nivîskarên kurd Jidayikbûn 1962 Nivîskarên zimanê kurdî Mirovên zindî
3049
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sam%C3%AE%20Tan
Samî Tan
Samî Tan lêkolîner û nivîskar e. Tan niha Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye û nivîskarê Azadiya Welat e. Jînenigarî Samî Tan di sala 1965'an de li gundê bi navê Axçelî yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve hatiye cîhanê. Lê di nasnameyê de ev agahî bi awayekî din in. Samî Tanî dibistana seretayî, navincî û amadehî li Mêrsînê kuta kiriye. Piştre li Zanîngeha Bosforê ya Stembolê beşa dîrokê xwendiye, lê nebiriye serî. Niha li Zanîngeha Stembolê Beşa Ziman û Wêjeya Farisî û Beşa Zimannasiyê bi hev re dixwîne. Di sala 1993'yan de li Rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye. Her wiha di rojnameyên mîna Welat, Welatê Me, Özgür Ülke, Dicle Haber Ajansı û Azadiya Welat de wekî edîtor, berpirsê karên nivîsaran û gerînendeyê giştî xebitiye. Du dewreyan serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.Her wiha nivîsên wî ji bilî van weşanan di Kovara Zend, Jiyana Rewşen, Avaşîn de hatine weşandin. Wî ligel Zana Farqînî û Hasan Kaya namilkeyek bi navê Em Zimanê Xwe Binasin amade kiriye. Berhem Waneyên Rêzimanê Kurmancî, Weşanên Welat Beranê Enîbeş, Weşanên Welat Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Tevî Ronayî Onen Seta fêrkirina kurdî Hînker û tevî Maşallah Dekak namilkeyek der barê nûçegihaniyê de amade kiriye. Rêzimana Kurmancî Werger Manîfestoya Komunîst,Friedrich Engels, Karl Marx, Yordam Kitap, 2011 Nivîskarên kurd Zimannasên kurd
3059
https://ku.wikipedia.org/wiki/Feq%C3%AE%20Husey%C3%AEn%20Sagni%C3%A7
Feqî Huseyîn Sagniç
Feqî Huseyîn Sagniç (1926 - 12ê adara 2003) nivîskar û zimannasê kurd bû. Feqî Hûseyîn Sagniç di 1926an da li Kehnîyamîran ji dayîk bûye. Kehnîyamîran taxekê gundê Xorosê navçeya Hîzanê bajarê Bedlîsê ye. Ew salek piştî bizava Şêx Saîd hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navçeya Xîzanê hatiye navçeya Tetwanê. Dûriya Oranisê li gundê Kûtê bicih bûye. Wî zarotiya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heyştan da, bavê xwe winda kiriye û sêwî maye. Ji ber xizaniyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bûye berxvan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûne gavanê gund. Gavaniyê sê sal li pey hev domandiye. Di wê navberê de wî Quranê xwendiye. Li dawiya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çûye gundê Oranisê li medresa Seydayê (Mela Osmanê Xorosî), dest bi Nûbihar a Ehmedê Xanî û fiqha erebî kiriye. Xwendin û feqîtiya wî bi zor çar salan domandiye. Her du birayên wî yên ji wî mezintir, çûne leşkeriyê û bi pêwîstî li şûna wan wî rencberî kiriye. Dûre ew çûye leşkeriyê. Piştî qedana leşkeriyê, di navçeya Tetwanê da rûniştiye. Wan mala xwe jî anîne wir. Ji bo debara xwe bike, dest avêtiye xeradî û çêkirina avayiyan. Piştî xebata çend salek xeradxaneke mezin damezrandiye. Li ber wan karên xwe yên aborî de, xebatên wî yên ilmî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezheb û olan û hînbûna felsefe metafizîk û dîyalektîkî. Hizirîn, raman, peyivîn û gengeşiyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborî da bûn. Wî xebatên sîyasî tenê bi medresiyan re kiriye. Di wan deman da baweriya bi dibistanan tune ye. Û bi wan ra pêwendî jî çênedikir. Pêwendiyê wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Dîyarbekir bi Canip Yildirim, Edîp Altinakar, Musa Anter, Yusuf Ezîzoxlu, Selahedîn Cizrelî û bi Mustefa Ekîncî re çêdibe. Ev dîtin û pêwendiyên han, piştî dawiya sala 1959an, di dema rojnama “Îlerî Yurd”e de bûye û dû ra êdî bi rewşenbîran ra, danûstendinên xwe bipêş xistiye. Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala 1964an bûye revoke. Lê piştre xwe radest kiriye û dikeve zîndana Tetwanê. Di dawiya sala 1965an ji zîndanê derketiye. Di dema revokiya Sagniç de, hin hevalên wî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê damezrandine. Piştî ku ji zîndanê derketiye, bi rêya hevalekî xwe bûye endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Di sala 1968an da navenda partiyê û gelek hevalên wî hatine girtin. Dû re gelek caran hatiye girtin û gelek dadgeh lê hatine vekirin. Feqî Hûseyîn Sagniç, di Navenda Çanda Mezopotamyayê de dersên zimanê kurdî daye. Di damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cîh girtiye. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara enstîtuyê ye û her wiha di bûltenên enstîtûyê de, nivîsan nivîsiye. Nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derketine. Her wiha ew bi giranî bi kurdî nivîsiye. Feqî Huseyn, gelek caran ji ber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hatiye girtin, di zîndanan da razaye û revok maye. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bûye. Di celeb-celeb rojname û kovaran da bi sedan gotar nivisandiye. Roja 20 ê çiriya paşîn, demjimêr 24.00 li ser komputerê xwînrêja mejî derbas kiriye. Ketiye komayê. 112 roj di komayê da maye. Roja 12 adara 2003ê roja çarşemê serê sibê zû li Stembolê, li nexweşxana Bakirköy vefat kiriye. Roja 13ê adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stembolê, cenaze birine Tetwanê. Di merasim û teziyan da bi deh hezaran kes bêşdar bûne. Roja 14 adarê piştî nimêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwanê bi tevlîbûna hezaran hatiye definkirin. Hesen Kaya derheqê Apê Feqî de dibêje: "Ji bo Apê Feqî xebat pîroz û ser her tiştê re bû. Ape Feqî jî bo ku pîrtûka xwe yê Dîroka Wêjeya Kurdî biqedîne bi salan li mala xwe li ser komputera xwe rojê deh saetan rûdinişt û wî berhem qedand. Piştê ku berhem bi dawî bû Apê Feqî berhemê anî û teslîmê min kir. Da min ku ez wî sererast bikim. Piştê ku berhem ji ber destê min jî derket û ji bo sererastkirina helbestê di berhemê de wî û Aysel Xanim dest bi xebatê kirin. Rojê heşt-neh saetan li avahiya enstûtiyê dixebitîyan. Di çarem roja xebatê de piştê ku civîna çarşemê jî qediya, sed heyf û xebînet seyda dozdehê şevê de li ser kompîturê ji ber tansiyona bilind xwîn çû mejiyê wî. Seyda çil û çar roj di komayê de dimîne û çil rojê wî yê di komayê de derbas dibe û bijîşkan ji bo ku Apê Feqî dijî an jî najî wî û xezmên wî re hevdîtinek bikartîne. Jina wî, kurê wî û keça wî ji Apê Feqî dipirsin hela dijî an jî najî. Lê ji wan pirsan diyar nabe ku Apê Feqî dijî an jî najî. Hesen Kaya dibêje ez jî di nav xizmên wî de bûm. Min jî ji Apê Feqî re got: "Seyda! Pirtûka te çap bûye û li çapxaneyê ye." Çavê wî zîq li min ma. Devê xwe lepitant. Pişt re jî min got: "Seyda! li Iraqê dewletan Kurdan avabiye. Soz ku tu rihet bibî emê herin tû yê li Zanîngeha Hewlerê li ser pirtûka xwe konferansekê li dor bixî." Piştê van gotinan şabûna xwe bi awayekî diyar nîşan da. Apê Feqî ne mirovekê wisa ye ku şûna wî were tijîkirin." Berhemên Feqî Huseyîn yên ku hatine weşandin ev in 1. Yûsiv û Zuleyxa, 1998 - (ji tîpên erebî tîpguhêzî) 2. Çîrokên Kurdî, 1999 - (Fablên Kurdî) 3. Hêmana Rêzimana Kurdî, 1991 4. Pêşeriya hewisîna Zimanê Kurdî 1, 1991 5. Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2, 1992 6. Portreler, 2000 (Bi tirkî, portreyên rewşenbîr û sîyasetmedarên ku ne li jiyanê ne) 7. Dîroka Wêjeya Kurdî, 2002 (700 rûpel, dema di komayê da bû kitêb ji çapê derket. Kitêbê birin ser ciyê wî.) Girêdanên Derve Çend gotin li dû Feqî Huseyn-Serhad Bapîr Çavkanî Nivîskarên kurd Zimannasên kurd Mêr Jidayikbûn 1926 Mirin 2003 Kesên ji Bidlîsê Kesên sedsala 20an
3062
https://ku.wikipedia.org/wiki/Had%C3%AE%20Elelew%C3%AE
Hadî Elelewî
Hadî Elelewî (1932-1998) nivîskarekî ereb bû ku di sala 1932'an de li Bexdayê ji dayika xwe bûye. Nivîskar Hadî Elelewî dostekî mezin yê milletê kurd bû. Gelek pirtûk û berhemên wî bi erebî derketine. Dema hêzên faşîst ên Sedam Huseyn li ser Helebceyê bombabarana bi topên kîmyayî kiribû Hadî Elelewî xwe ji nasnameya îraqî bêrî kir. Ew di sala 1998'an de li Şamê çû rehmeta xwedê. Çavkanî Nivîskar
3074
https://ku.wikipedia.org/wiki/Apache
Apache
Apache pêşkêşkareke webê (http) ye. Di WWW de, Apache pêşkêşkara belavtirîn e. Apache nivîsbariya azad e. Girêdanên derve Malpera projeya Apache Nivîsbariya azad
3075
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ciz%C3%AEr
Cizîr
Cizîr (, , ), navçeyeke bi ser bajarê Şirnexê ce ye ku bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin. Weke "Bajerê Nebî Nuh" jî hatiye naskirin. Bi Nisêbînê re bajerê herî mezin ku çanda Şahmaran têde bicih bûye. Cizîra Botan xwediyê dîrokeke ku pir demdirêj e. Avabûna wê ta dema sûmeriyan û berî wê demê diçê. Ji hûrî û mîtanîyan re navendetîtî kir. Ji wê deme wan pêde êdî ku Başûr rojavayê Kurdistanê ji di nav de weke herême Botanê hate binavkirin. Sînorê wê demekê Riha ji kiriye nav xwe de. Ev, di deme hûrî û mîtaniyan de bû. Piştre ji wilo berdewam kir. Ev bajarê Kurdistanê, di civakbûn û pêşketina Kurdistanê de xwediyê weyneke pir mezin û girîng e. Gelhe û Demokrafî, Navenda Cizîre, 153.142 Tewahiya bajar û gond Kurd in Dîrok Dibêjin Cizîre ji aliyê pêxember Nûh ve hatiye avakirin herwesa û li gor dîroka Îslamê tê gotin ku bajarê diwemîn yê ku hatiye avakirin piştî tofanê bajarê Cizîrê bû, dîsa li gor vekolera di bêjin ku gora pêxember Nûh di Cizîrê de ye ji ber ku sorhên Cizîrê wekî gemiyekî hatine danan. Çanda pêxember Nûh li wir bicih e. Her wiha herême ku çanda Şahmaran têde û li dore wê mazin pêşketi ye. Di derbarê dîroka Mezopotamya pirtûka herî kevin ya Herodote, dîsa pirtûka bi navê "Vejîna dehhezaran". Herwisa di hemi pirtûkên olî de behsa Mezopotamya tê kirin. Li gora vekolînan jî tê gotin ku Cizîre bajarê herî kevinar e. Li gora olan hatiye gotin ku piştî Adem û Hewa tofana herî mezin hatiye jiyan kirin tofana pêxmber Nûh bûye, ji ber ku piştî vê tofanê mirov neman li ser rûyê zemînê, tenê bi hiziretê Nûh re heşt an ku heştê rizgar bûne ji vê tofanê, ew jî ji ber ku di gemiya hiziretê Nûh de bûn, û ya herî rast jî hizirete Nûh ew rizgar kirine. Dema ku mirov di bêje tofan tê wateya ku gemiya Nûh yek û li dîrokê tekes kiriye ku li serê çiyayê Cudî rawestiya ye tê naskirin û ji lewma jî çiyayê Cudî weke çiyayê zêdebûna hijmara mirovan ji nû ve tê naskirin. Li gora Abdula Yaşîn, Cizîre duwemîn bajarê ku li Mezopotamya hatiye ava kirin. Alfred Flobil yê ku xelkê Puerto Ricoyê bû, di sala 1953-1954 û di encama vekolîna xwe ya ku li Tepê Reş kirî, tabloyek dît û li ser vî tabloyî nexşeya Cizîrê ya wê heyamê hat bû neqiş kirin, di nîvê nexşê de rojek hebû û di bin de wêneyê du şêran, rûyê her du şêran li hev bû û li ser nivîsên bizmarî hebûn û li gor vekolîna pisporên nivîsa bizmarî hate gotin ku: navê Cizîrê yê wê demê Gerzu bakart bû û hijmara xelkê wê 1.850.000 bû. Dîsa û 4000 sal berî zayinê û di dema gotiyan de jî ji Cizîrê re digotin. Gerzu bakartda û ev nave ji aliyê dîroknasan ve hatiye tekes kirin, li milekî din û li gor dîroknasê mezin Îbin Alesîr di bêje ku di qonaxa Persiyan de jî ji Cizîrê re di gotin Gazarta û Bazîbda. Di qonxa ebasiyan de Cizîre gelek sod gihndae ebasiyan û bi taybet mîrê wê demê ku hakimê Cizîrê bû, mîr Abdilezîz Îzafedîn ku wî jî nav lê kir Cezîret ibn Omer. Di sala 1956 peykerek li Cizirê hate dîtin û gotin ev peykere peykerê Boda ye, ev peykerê ku hate dîtin ji hela qaçaxçiya ve hat bu dîtin û wan jî ew peyker firotin. Lê li gor Abdula Yaşîn ew peykerê ku birbûne Amerîka, li ser bigihê ku peykerê Bodaye tekes kir ku ew heykel ne yê Bodayeher wisa piştire li ser vî heykelê ku niha di mozexana kilasîkên cîhanê de dimîne hatiye nivîsandin" peykerê serokekî ne nas yê mezopotamiya". Li milekî din û piştî ku Sçomokle yê vekoler kevirê vî peykerî di sala 1975 kevrên vî peykerî xisine di bin nekolînê û bi riya Kerbûnê jiyê vî peykerê derxistiye û di domahiyê de gotiye ku jiyê vî kevirî di veger 45 sal berî zaiyinê. Piştire û dema ku Cizire weku bajar pêş ketiye êdî bi navê Cizira Botan hatiye naskirin, wate warê botaniyan. Bi belavbûna îslamê ji di cizrê de êdî nezî 360 mizgeft hatine ava kirin û di dema me ya niha de du dibistanên mezin, sê minarên bilind û di pir mane û têne dîtin. Her wisa sor û kelhên kevin ku hîna ciwaniya xwe di parêzin û weke cihên zivistana leşger bi kar tînin li ber çavane û rawestiyane. Her wisa û tişta ku heta niha maye û navê wan li ser zimanê her kurdekiye û mezarên wan li Cizîra Botanê mezara Mem û Zîn e û Bekoyê awan dimînin. Li milekî din bajarê Cezîrê bajarekî çandî ye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye û her wextî sirûşta Cizîrê û bajarê Cizîrê bûye kaniya helbesta kurdî û helbestvanê kurd yê avdar û mezin ku heta niha kurd li ser rêça helbesta wî diçin û gelek mifa jê giritne di warê wêje û helbestê de Melayê Cizîrî ye ku helbestvanê herî navdar ê kurd e. Bûyerên 4-12ê îlona 2015an li Cizîrê Di 4ê îlona 2015an de li Cizîra Botan qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Ji vê rojê ve xelkê sîvîl ê Cizîrê rastî êrîşên hêzên leşkerî yên dewleta tirkî tê û di van êrîşan de gelek sîvîlên bajêr jiyana xwe ji dest da. Qurbanên sîvîl ên ku di êrîşên dewleta Tirkî de jiyana xwe ji dest dane 5ê îlonê: Muhammed Tahir Yaramış, biçûkekî 35 rojî 7ê îlonê: Sait Çağdavul, xortekî 19 salî 7ê îlonê: Osman Çağlı, xortekî 18 salî 7ê îlonê: Cemîle Çağırga, keçeke 13 salî 8ê îlonê: Ibrahim Çiçek, kalekî 80 salî 8ê îlonê: Meryem Süme, jineke 53 salî 10ê îlonê: Selman Ağar, zarokekî 10 salî 11ê îlonê: Bünyamin İrci, xortekî 14 salî 11ê îlonê: Mehmet Erdoğan, mirovekî 75 salî Erdnîgar Erdnîgar û sînorên bajêr Li rojhilat bi Silopî ve, li bakur bi Gundik ve, li başûr bi Dêrikê ve li rojava jî bi Hezexê ve tê girêdan. Hilbijartinên Cizîr 29'ê adarê 2009 Hilbijartine Civaka Giştî ya Parêzgeh; 29'ê adarê 2009 Hilbijartine Şaredarî; 30'ê adarê 2014 Hilbijartine Şaredarî; Gundên Cizîrê Lîsteya gundên navçeya Cizîrê (1928-2009) Binêrin: Gundên navçeya Cizîrê Aynşeş Basîsik Batil Bazift Behmor Bilinda Darê Birkê Cinibir Derbaciya Dimbilya Emerîn Ernebat Fêrîsî Gijal Girêgewr Gozek Hebler Herbaq Hoser Kavilbekran Mîsîrî Mizgeftok Nêhrib Robar Serdehil Sêrdehlê Sirsirik Stewrik Şax Tilehferik Zerê Zerê Zêwik Melayê Cizîrî Melayê Cizirî Navê wî Şêx Ehmed e, hem jî bi naznavê Nîşanî di hin helbestên xwe de diyar kiriye. Bi wateya (Nîşan) ango ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re. Navê bavê wî 'Şex Mihemed' e bi koka xwe ji hoza Bextiyan e di herêma Botan de. Cihên dîrokî Gundê Şaxê Kela Cizîrê Medreseya Sor Mizgefta Nûh Pêxember Mizgefta Mezin Sûrhên Cizîrê Xirbeyên Finikê Mezela Mem û Zîn Mezelê Nebî Nûh Çiyayê Cûdî Cihên navdar ên Cizîrê Mala Ûsfê Katib Qesra Mehmet Axa Mala Ensariya Kahniya Sitya Nefis Pira Cûdeyt Aşên Cûdeyt Pira Bafid-Yafes Pira Baqarta Xirebajarê Mizgeftogê Xirabajarê Kêre Navdarên bajêr El Cizîrîyê Kurd Melayê Cizîrî Bedirxanê Evdalxan (Bedirxan Beg) Mîr Azîzan Şêxê bê serî Mem û Zîn Abdusamet Yigit Dengbêjên Cizîrê Mihemed Arif Cizrawî, Tirba wî li Duhokê ye. Hesenê Cizîrî,li Zaxo hatiye verşartin. Se'idê Hemo Aşık Selimê Ciziri Fadilê Cizîrî Nesim Ciziri Evdilezîzê Cizîrî Meryem Xan Erkan Emerînî Abdu alane Ciziri Mesut Ciziri Cemile Tehlo Seyit Uğır Tapıkî İsıf Kopra Cuvan Kaduye Hileci Babacik Serfıraz Çekdar Şerîfê Firamez Esker Cizîrî Dîndar Cizîrî Çavkanî Girêdanên derve http://www.nufusu.com/ilce/cizre_sirnak-nufusu http://secim.iha.com.tr/Bolgeler.aspx?il=0&ilce=0&belde=0&parti=0&skod=1064&stip=7&s=29%20Mart%202009%20Belediye%20Se%C3%A7imi Bajarên Tirkiyeyê Bajarên Kurdistanê Tor
3076
https://ku.wikipedia.org/wiki/Peyama%20Kurd%20%28rojname%29
Peyama Kurd (rojname)
Peyama Kurd, rojnameyeke giştî ya hefteyî bû, li Elmanyayê derket. Di 10ê îlona 2004ê dest bi weşana xwe kir. Ew ji 24 rûpelan hat tê û nivîsên bi zaravayên kurmancî, soranî û kirdkî (zazakî) weşand. Di sala 2006an de pişti 96 hejmar Peyama Kurd hat girtin. Hejmara dawî di 7ê tîrmeha 2006an de derket. Redaksiyona Rojnameyê Kurmancî Sîrwan Hecî Berko, koordînatorê redaksyonê û edîtorê bo başûrê-rojavayî Kurdistanê û diyasporayê, SHB Fadil Ozçelîk, edîtorê bo bakurê Kurdistanê Silêman Alîxanî Z. Pîrkemal Kirdkî (zazakî) Seyîdxan Kurij Çavkanî Rojnameyên rawestandî Rojnameyên kurdî
3078
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bawer%20Can
Bawer Can
Bawer Can hunermendekî kurd ê muzîkê ye. Jiyan Bawer Can li Dêrika Çiyayê Mazî girêdayî Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana Dest pêk, Navîn û Dibistana Amadehiye li Dêrikê xwend. Ket imtihana Zanîngeh û qezenckir, Armanca wî biva Mamoste lê ji bo ku Stran bi kurdî digot zilm û zoriyê wî ji welatê wî koçberî Çûkûrova Tirkiyê kir. Bawer can ji zaroktiya xwe di nava hunerdeye, diçû dawetan li Rîtim (Darbûke) dixist û stran digot. Bawer Can û hevalê wî Turhan Yapıştıran di sala 1987 an bi navê Koma Azad komek avakirin. Li gelek deveran dawet û Konser Çêkirin. Navê wê komê di demek kurt hudûdên Dêrik ê derbaskir û li Çûkûrova Tirkiye û li hemû deveran belabû. Koma Azad di sala 1991 ê bi damezirandina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) re xebatên xweyî çandî û hunerî li wir berdewamkir. Di sala 1994 a bi navê „ Semal „ kaset derxistin. Di meha 4 a sala 1996 a jiber zilm û zoriyê ji welatê wî bi tûmerî bi dûr xist û di welatê Ewropa de derket. Li Ewropa jî dîsa xebatên xwe yê hunerî û Muzîkê berdewam dike. Bi Komeke xwirt diçe Dawetan, sahiyan û Konsêran. Nuha Mamosteya Zarokan û Ciwanan dike û ji alyê muzîkê wan perwerde dike. Bawer Can Ji dervî komê bi navê „Vegerya „Kaset û CD çêkir û gelek gotin û muzîk wî çêkiriye. Ji stranên xwe tevan re Kilîp kisand û VCD derxist. Albûm Semal-1994 Vegerya Gulbîn Girêdanên derve Malpera fermî ya Bawer Can Hunermendên kurd
3081
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dewran%20Agir%C3%AE
Dewran Agirî
Dewran Agirî, şanoger û lîstikvanekî kurd e. Jiyan Li bajarê Mêrdînê navça Midyad'ê hatiya dinê. Dibistana serete û dibistane navandî li Midyat'ê û li Zaningeha Universiteya Gazi perwerde dit. Lê çi heyf û sed mixabin! weke her kurden bakur jibo sebeben siyasî anjî bi kurtasî ji bo ku got "Ez kurdim û ziriyatamin hemû kurdin" ew ji zaningehê avetin. sala 1995 de derket Ewropayê, aniha li Elmanya Li bajarê Bochumê dijî. Xebatên Tiyatro 1990- Di bingeha Zaningehêde tevli xebetên tiyatro bu. 1991- Di destpêke avakirina NÇM Stenbolê demekê li cem memoste Cemil perwerdeyiye şano dit. 1995- Li Elmanyeyê Li bajarê Bochumê bi navê Şanoya Evîna Welat, komeke tiyatro avakir. Senaryo ji bo grup nivisandin û derhenertiya komekir 1996- Tevlî Şanoya Ehmedê Xanî bû. Di nav komêde cîh girt. 1997-98- Ji Kurden Rojhilat Mamoste Behram dersên tiyatro ditin. Rêzefilmê Televizyonê 1996-97-Kenê Reş 1997-Karê Bê Kara (16 xelek) 1998-Qolinc ( 15 xelek) Dengê Defê (6 xelek) Bernameyê Televîzyonê 2000-2001-Bi Kamiran Abdulla're Programa Sinematêk amadekir û Pêşkeşkirine wî programê kir Nivîs 1995-Çîroka wî ya bi nevê "Riya Ava Sipî" di nav 250 çirokêde Xelata ku liser navê şehit Huseyîn Çelebî tê belavkirin, xalate yekemin vergirt. Girêdanên derve Malpera Dewran Agirî Şanoger Kesên ji Midyadê
3084
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eanoya%20Ev%C3%AEna%20Welat
Şanoya Evîna Welat
Şanoya Evîna Welat, komeke kurdî ya şanogeriyê ye ku di 1995an de li bajarê Bochuma Almanyayê ji aliyê Dewran Agirî ve hate damezrandin. Ev kom nêzikî du salan li Komela Bochumê karê xwe yê şanoyê berdewam kir. Paşê di vê komê de wek şanovanê navdar Îsmaîl Ferheng ê ku xelkê Helebceyê ye, jî cîh girt. Di vî koma şanoyê de aktorên wek Emel Îçener, Murat Oguz, Omer Farqîn, Şivan Buldan, Evîn, Gazî, Battal, Guzîde, Hayatî û Ozgur cîh stendin. Çavkanî Şano
3089
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eanoya%20Ehmed%C3%AA%20Xan%C3%AE
Şanoya Ehmedê Xanî
Şanoya Ehmedê Xanî di sala 1989 de li Akademiya Kurdî li Elmanye hat ji aliyê Dewran Agirî û çend kesên anoger ve damazrandin. Cara yekem bi destpêka waşanê Televizyona kurdî ya Med TV de bi navê "Konê Reş" bi derhênerîye lîstikvanê kurd Dara Kutlay kete nav rojeva kurda. Destpêkê de hejmara lîstikvana nezîkî 25 kes bû ev hejmar ji sala 1995'an heta îro car bi car kêm bû car caran jî zêde bû. Lê em dikarin bibejin heta vî rojê nêzikî 60-70 kes cîh stend. Koma Şanoya Ehmedê Xanî di gelek şevên kurdî , mihrican û bernameyên weşanê televîzyonêde hunere xwe pêşkêşî girseyan kir. Dikarin bêjin ji bo muzîka kurdî Koma Berxwedan çi be; bo Şanoya kurdî, bi taybetî bo kurdên bakur Koma Ehmedê Xanî jî ew bû. Ew koma şanoyê ji ber pirsgirekên teknîkî, aborî û biyolojîk xebatên xwe daye rawestandin.. Çavkanî Şano Ehmedê Xanî
3094
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kar%C3%AA%20B%C3%AA%20Kara
Karê Bê Kara
Bi derhêneriya A. Xalîl rêzefîlmê ku koma Şanoya Ehmedê Xani amade kiribû. Bernameyên hefteyî a komedî ku jibo Med Tv skeçê wan hatubû kişandin; ji alî Jîr Dilovan, Faysal Dağli, Mehmûd Lewendî û Gabar Ciyan ve hat nivîsandin. Piraniyê bernameyên komedî li Elmanya li bajarê Dusseldorf hat çêkirin. Rêzefîlmê Qilinc ji bo MED TV wek 16 xelek hate kişandin û ji aliyê Jîr Dilovan ve hatiye nivîsandin. Rêzefîlmên kurdî
3100
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qolinc
Qolinc
Qolinc yekem rêzfîlmê kurdî ye. Ev fîlm ji bo MED TV wek 15 xelek hate kişandin. Ji aliyê Jîr Dilovan ve hatiye nivîsandin Taybetiya fîlm a herî girîng ewe ku yekem car rêzefîlmekî bi kurdî ye. Di nav kurdan de ev destpêk e! Ew fîlm bi maliyeteke wisa erzan hat kişandin ku li dinyayê dikare bikeve nav pirtûka rekoran. Em bifikirin ku jibo her beşên fîlmên bi vî awayî 150 hezar markên almanî tê serfkirin. Lê bes jibo 15 beşê Qolinc tenê 5 hezar markên almanî hate serfkirin. Helbet sedemên wî yê cuda hene, wek girêdena bi tekoşîna netewî û alîkariyên gel. Herweha derhêner, senarîst û lîstikvan jî ji dil û can bêpere cîhêxwe girtin û keda xwe dane rêzefîlm. Bi taybetî di destpêke de divê bê şirovakirin ku rola derhêner gelek mezin bû û bi qasî 40 sala keda wî di warê sînemayê de hebû. Ev jî hizkiriyê rêzefîlm zêde kir. Rêzefîlmên kurdî
3105
https://ku.wikipedia.org/wiki/Deng%C3%AA%20Def%C3%AA
Dengê Defê
Derhênerê vê rêzefîlmê Kamiran Abdullah û senaryo jî ji alî helbestvan Hekîm Sefkan ve hatibû amadekirin. ev rêzefîlm li başûrê Fransayê li bajarê Montpellier hat kişandin. Bingeha lîstikvanê fîlme endamê Koma Şanoya Ehmedê Xanî bûn. Derî viya wek mînak Hozan Fatê, Brader, kurdê li Montpellier û aktorê Fransî cihê xwe girtin. Naveroka rêzefilme li ser malbatên penaber, têkilîyen mafya bi Dewleta Tirk re û pêkve girêdana kurda bi çi awayî dikevin destê şebekeyan. Ev rêzefîlm ji bo MEDYA TV wek 6 xelek hatibû amadekirin. Rêzefîlmên kurdî
3142
https://ku.wikipedia.org/wiki/AbiWord
AbiWord
AbiWord bernameyeke nivîsandinê ye. Fonksyionên wê ji Wordpadê firehtir e, lê ji OpenOffice.org an Microsoft Wordê kêmtir e. AbiWord nivîsbariya azad e û li gelek zimanan hatiye wergerandin. Kurdî jî di nav van zimanan de ye. Wergera kurdî ji aliyê Koma PCKurd ve hate pêkanîn. Piştî guhertoya (versiyon) 2.2.8 AbiWord kontrola rastnivîsa kurdî jî pêk tîne. Ji Bo Rojname, Kovar, Tv û Radyoyên Kurdî Ev bername dê karê rojname, kovar, tv û radyoyên kurdî hêsantir bike. Lewre ew dê nûçeyên xwe zûtir binivîsin û ji ber redaksiyon (rastnivîs) a otomatik (jixweber) dê demeke zêde li ser komputerê winda nekin û bikaribin nûçeyên xwe bi kurdiyeke serast bidin. Ji Bo Weşanxaneyan Weşanxane dê redaksiyona pirtûkên xwe di demeke kurt de û bi awayê herî nêzîkî rastiyê biqedînin. Piştî ku gotinên çewt di pirtûkê de neman, dê bi tenê ji bo serastkirina hevokan pirtûka xwe bixwînin û dê gotinên ji ber kumik, tîp, an jî nîşanekekê çewt tên çapkirin êdî nemînin. Girêdanên derve Malpera AbiWord Nivîsbariya azad Nivîsbariya kurdî
3144
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kat
Kat
Kat bi kurdî ji bo şaxên nû yên ku ji gulî û koka darê derdikevin re tê gotin. Her sal, ji biharê û pê ve katên nû li daran dikevin û piştî ku ew kat mezin bûn, dibin gulî. Ji bo mirov jê re bêje gulî, divê gelek katên nû li wê katê bikeve. Riwek
3145
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kutilka%20d%C3%AElan%C3%AA
Kutilka dîlanê
Kutilka dîlanê, kutilk, kutlik, kutilka Mêrdînê, kutilka suryaniyan xwarineke kurdewarî ya pir kevnare ye, grover tê çêkirin; mezin, piçûk û çêdibe. Ya mezin yeklepî, ya piçûk jî mîna hêka mirîşkê heye. Cûreyek jî ji hêkê piçûktir û bevçikî tê çêkirin. Wek xwarin pir kevn e û li gelek herêmên Kurdistanê tê çêkirin. Hinek meselokên folklorî jî, li ser xwarina kutilkan hene. Di pêjgeha kurd, suryanî, ereb û farsan de navdar e. Mirov dikare kutilka dîlanê wekî kufteyê jî bibîne, lewra carnan ji kutilkên danê re kufte jî dibêjin. Li hin deverên Kurdistanê ji kutilka dîlanê re kufte, kiftika mezin, dolmeha mezin jî dibêjin. Kutilka dîlanê ya Serhedê di nava rûn û çênca xwe de tê servîskirin. Kutilka serhedî glover û hinekê din jî mezin e. Çêkirina Kutilkan Dema savar tê hêran, hûrikê savar wek danê kutilkan tê hilanîn. Têra xwarinekê ji vî danî dixin firaqeke mezin û ava kel bera serê didin, piştre potekî davêjin serê û bi qederê nîv saetî dimîne da binermije. Piştî ku nermijî, li hev dixin û wek girêkekê hildidin, bi destan pehn dikin, dikin kortik û navoşk dinin navê, devê wê didin hev û wisa grover çêdibe, herwekî xarek e. Ji bo ku rind hilustankî bibe jî, derveyê wê bi ava şîrgermî û bi kefa dest tê mizdan. Navoşka kutilkê ji van tiştan çêdibe: Çend serî pîvaz hûr dikin, diranek-dido sîr diperiçêqin û dixin navê, goştê qîme yan goştê ku bi kêrê hatiye piçûparîkirin, hin texlît biharat û dermanê germ (bîbera tûj û ne tûj) di tawê de dipijînin û hinek diqelînin, piştre hindik birinc an savar dixin navê, keleke din lê dixin. Hin kebanî hene ku navoşka kutilkan tenê ji kunciyên qelandî û kutayî îêdikin. Navoşk li got zîrektî û pêzanîna kebaniyan tê guhertin. Jimara çêkirina kutilkan, li gor nefsên di malê de çêdibe. Lê kebanî hertim hesabê hatina hinek mêvanê bêwext dike û çend gutilk zêde çêdike. Piştî ku çêkirina kutilkan qediya, beroşek av li ser êgir dikelînin. Divê kela ava di beroşê de, ne zêde be û nermik be. Her carê çend kutilk dixin nêv ava li ser êgir, kelandina wan bi qederê 20 deqîqe didomîne. Eger kelandina avê gur be, kutilk dipelişin. Piştî ku ev pijiyan, îcar hinekên din dixin nêv axa kelandin. Di kelandinê de divê kutilk nekevin ser hevûdu, eger bikevin ser hev, xetera ku hev bipelişînin heye. Piştî kutilk tev hatin pijandin, hemû dixin teştikekê û ji bo her mirovekî 2,3,4,5 belkî zêdetir lib dixin firaqekê. Rûnê qijilandî bera ser wan didin, dev bi xwarina wan tê kirin. Hin kebanî jî hene, kutilkên bevşikî (pehn) piştî pijandina di nava avê de, di nava rûn de jî diqelînin û hêv dixwin. Çavkanî Xwarin Pêjgeha Êzdîxan û Hesîçeyê Pêjgeha Metînanê Pêjgeha Serhed û deşta Rewanê Pêjgeha Mêrdînê Pêjgeha kurd Kutilk
3147
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mast
Mast
Mast an qatix xwarineke herî kevin a mirovan e, ku ji dema hînbûna xwedîkirina ajalan maye. Mast ji şîrê kelandî ku havên ketiye nav çêdibe. Mastê tirş Mastê ku zêde av tê de hebe û li cihekî germ were hilanîn, zû tirş dibe. Sedama vê yekê Bakterî ne. Bakterî ji nav havênê ku mast dimeyinîne tên. Heke ew bakterî tune bin, jixwe şîr nabe mast. Ew bakteriyên baş in. Lê, dema ku ew bakterî pir zêde dibin, çêjeke nexweş didin mêst û tirş dikin. Heta, dema ku pir zêde dibin, ji tevgera wan mirov bi çavên xwe jî dibîne ku mast peqpeqokan dide. Parzinandina mast Li Kurdistanê mast xwarineke bingehîn e. Lê dema ku mast tirş dibe, nema tê xwarin. Ji lew re, koçer û gundiyên kurd, ji kîsikên xas parzûn çêdikirin û mast bera hundir wan parzûnan didan. Dûvre ew parzûn bi derekê ve dadiliqandin. Piştî demekê ava mast dadiwerivî û mast ziha dibû. Ji ber ku av di hundir mast de nedima, bakterî jî nema dikaribûn zêde bûbûna. Dema bakterî zêde nebûna, mast jî çêjeke tirş nedida. Başiyên mast Tê gotin ku mast ji gelek nexweşiyan re dibe. Xwarin Hilberînên şîremenî Pêjgeha bulgarî Pêjgeha Tirkiyeyê
3148
https://ku.wikipedia.org/wiki/Symbian
Symbian
Symbian, şirketek e ku bi armanca çêkirina pergalên xebatê ku hemû amûrên mobîl bixebitînin, çêbike derketiye holê. Pergala Xebatê ya bi navê Symbian OS ji aliyê vê şîrketê ve hatiye çêkirin. Çavkanî Komputer Şirket
3150
https://ku.wikipedia.org/wiki/Heyva%20Sor%20a%20Kurdistan%C3%AA
Heyva Sor a Kurdistanê
Heyva Sor a Kurdistanê di adara 1993´î de li Almanya ji bo alîkariyên mirovî li Kurdistan û qada navneteweyî hatiye damezrandin. Ev rêxistin ji aliyê dadgehên Almanya û YEyê ve bi fermî hatiye naskirin. Mixabin li Bakurê Kurdistanê nikare bi fermî karê xwe birêve bibe, lewra dûgela Tirkiyê navê rêxistinê û karê wê qedexe kiriye. Dîsa jî Heyva Sor a Kurdistanê gorî derfetên xwe di felaketên sirûştî de alîkariyê radigihîne hemû deverên li Kurdistanê. Xebatên alîkariyê yên Heyva Sor a Kurdistanê hûn dikarîn li ser vê giradanê bixwînin.http://www.heyvasor.com/ku/brosur/ Girêdanên derve Malpera Heyva Sor a Kurdistanê Rûpela Fermî ya Facebookê Rûpela Fermî ya Twitterê Rûpela Fermî ya Instagramê Kanala Fermî ya Youtube Rêxistin Rêxistinên kurdan
3151
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mi%C5%9Fk%20%28am%C3%BBr%29
Mişk (amûr)
Mişk, (bi Îngilîzî: mouse), bi piranî amûreke di nav kefa destan de tê girtin, tevgera wê ji aliyê komputerê ve tê şopandin û li dîmendera komputerê wekî nîşanek xuya dike. Di nav alavên komputerê de yek ji amûrên têketina daneyan e. Li gor modela mişkan, li ser wan dibe bişkokek an jî gelek bişkok hebin. Cara yekem mişkê komputerê di sala 1964'an de ji aliyê Douglas Engelbart ve hat çêkirin. Mişk tevgera dest wekî mekanîk, bi optîka bi LED, bi optîka bi lazer dikare bihise. Mişk daneyên xwe dikare bi riya qablo, înfrared, pêla radyo an jî Bluetoot bişîne komputerê. Bêyî mişk, dema mirov bixwaze ji pêşekê, an ji cihekî dîmenderê tiştekî hilbijêre û bitikîne, divê mirov gelek bişkojkên qlavyeyê bitikîne, ev li gor çêkirina bernameyê dibe demek kin an dirêj bigire. Ji bo ev dem kintir bibe, bişk hatiye çêkirin.  Mişk, amûreke kompûterê ye ku mirov di xebitandina kompûterê de sûdeyê jê werdigire. Girêdanên derve Komputer
3152
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mi%C5%9Fk%20%28cudakirin%29
Mişk (cudakirin)
Çend wateyên "Mişk" hene: Biyolojî Mişk (ajal) Informatîk Mişk (amûr)
3163
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hesen%20Z%C3%AErek
Hesen Zîrek
Hesen Zîrek (jdb. 1921 li Bokanê – m. 1972), hunermend û helbestvanekî kurdê Îranê ye. Jînenîgarî Hesen Zîrek di sala 1921'ê de li gereka qelai serdari bajarê Bokanê ya Îranê ji dayik bû. Navî bavê wî Ebdullah e, nasnavê wî Zîrek e. Zîrek du birayên wî hebûne. Navê birayekî wî Hemedemîn bûye ku wekî Mîne dihate bilêvkirin.. Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û rêveberiya malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di temenê dazdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li ba xanan dibe meyter. Piştî maweyekê îcar serê xwe hildide û bi çolê dikeve û diçe xerîbiyê. Ew qas dem nabore ku li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: "Xulamtiya axayan û şêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye." Lewre dest ji wî karî dikêşe û çeka axa dide wî û dest bi xebatê dike. Ew dibe şagirtê şofêr. Lê ji bextreşiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi maşînê li ciwanekî dide û ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve. Dîsa Zîrek sergêj dibe û bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihîje başûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distrê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike. Zîrek di sala 1953'yan de bi alîkariya Neşet Ebdurehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên sitranbêjiyê pêşkêş dike. Ew bi maweyeke pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa kurdî dixebite. Di sala 1958'an de Iraqê bi cih dihêle û vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê li beşa kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: "Baş tê bîra min di sala 1958'an de dema ku ez li mala bavê xwe keç bûm, Zîrek hate mala me. Hê nû bernameya kurdî hatibû damezirandin. Pêwîst bû ku di bernameyeke bi kurdî de jineke kurd jî qise bikikra. Ez bi xwe kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Piştî mehekê ez bi wî re zewicîm. Berhemên wê jiyanê du keç bûn. Sakar û Arezû. Piştî dawetê wan Zîrek şand Radyoya Kirmanşanê. Wî li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar kirin." Hesen Zîrek di sala 1966'an de pirtûkeke bi navê "Çirîkey Kurdistan" dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê kirmanşanî notayên sitranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê bilêvkirin. Zîrek di sala 1967'an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina sitranan diçe Radyoya Bexdayê, lê sitranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê. Di havîna sala 1968'an de li nêzîkî bajarê Bane li 'Kanî Mela Ehmed' çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabîeyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje: "Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Eger hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim." Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama sitrangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: "Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî şêrpenceya kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir." Hesen Zîrek di roja 28 Hezîranê de (li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 26 e û li gorî hinekan jî 24 e) sala 1972'yan de koça dawî kir û xatir ji me xwest û dengê xwe yê xweş ji me re bi cih hêla. Di dema mirina wî de Mîdya û zarokên wî û Rabîe li bal bûne. Berî ku bimire ji pêşnimêjê Bokanê re gotibû ku gava ku ez mirim min li Çiyayê Naleşikên veşêrin. Li ser kêla li ser singê wî wiha dinivîse: Zîrek zor kird xizmetî huner Jînit le pênaw huner birde ser Rojgarit satê be bêxem nebû Belam le huner hîçit kem nebû Çavkanî Girêdanên derve Hînek ji stranên Hesen zîrek Hesen zîrek Jidayikbûn 1921 Mirin 1972 Hunermendên kurd Helbestvanên kurd Kesên ji Bokanê Kurdên Rojhilata Kurdistanê Muzîkvanên kurd
3168
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rew%C5%9Fen%20Bedirxan
Rewşen Bedirxan
Rewşen Bedirxan (jdb. , Qeyserî, Tirkiye – m. , Şam, Sûrî), mamoste û nivîskareke kurd bû. Keça biraziyê Mîr Bedirxanê Azîzî bû. Rewşen Bedirxan di de li Qeyseriyê ji dayik bûye û malbata wê di sala 1913an de ji ber xebatên ramyarî nefî bûnê Rojhilata Navîn bûn. Bavê wê Salih Bedirxan e. Rewşen Bedirxan, hîndekariya xwe li Şam û Ûrdûnû berdewam kir û li Ûrdûnê bû yek ji mamosteyên jin ên dest pê dike. Rewşen, di sala 1935an de bi Celadet Bedirxan re dizewice. Rewşen Bedirxan, dibe nivîskareke kovara Hawarê. Di sala 1957an de li Yewnanistanê kongreya dijberî mêtingeriyê tê lidarxistin û di nava şeş delegeyên kurd ku pêwistê beşdarî kongreyê bibin. Tenê Rewşen Bedirxan beşdar dibe. Di 1971ê de li ser daxwaza Mistafa Berzanî, diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hecî Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike. Nivîskara Rewşen Bedirxan, bi çalaktiya xwe ya di warên civakî, ramyarî û hîndekariyê de tê naskirin. Di nava berhemên Rewşen Bedirxan de gelek pirtûk û werger hene. Di de Rewşen Bedirxan jiyana xwe ji dest da. Jiyana wê Piştî têkçûna Siltan Ebdulhemîd û di sala 1908an de hatina Siltan Reşîd, hîn bêhtir rewşa azadiyê pêş ve çû û efû ji girtiyan rê derket. Di wê demê de Mihemed Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandi bû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî xelas bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê. Di roja 11ê meha tîrmeha sala 1909an de Siltan Reşad hat li ser hikûm. Di wê rojê de xwedê keçek da Salih Bedirxan. Ew keç bi xwe Rewşen Bedirxan bû. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan çûn Stembolê; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn. Salih Bedirxan ji Stembolê jî berê xwe da riya Şamê. Bavê Rewşenê bazirgan ne disekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo netewê kurd dixebitî, li xwêşî û kêfa jiyanê ne dipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî ne digeriya. Salih Bedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çapdikir. Daxwaza wî ya yekem ew bû di jiyanê de hişya kirin û bi pêşxistina neteweyê xwe. Ew bê westan, şev û roj li kar bû. Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de Şerê Cîhanî yê Yekem çêbû; mercên jiyanê pir dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana Keleha Şamê kar kir. Lê mixabin bi êşa tîfoyê ket û pir dirêj najot, di 30yê adara 1915an de mir. Di wê demê de temenê Rewşenê negihiştibû şeş salan. Piştî mirina Salih Bedirxan diya wî Rewşenê ew şand dibistanê. Rewşenê piştî ko dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar el-Muelîmat) û ew jî xelas kir. Rewşen bû mamoste û ji nifşên sêyem ên ko li Sûriyê dibistana mamostetî qedandî bû tê hejmartin. Rewşen Bedirxan di sala 1925an de diçe bajarê Kerehê (li Urdun) û li wir dibe berpirsiyara dibistanê. Di sala 1928an de vedigere Şamê, dibe mamoste û berpirsiyariya (kargîra) gelek dibistanan dike. Di sala 1934an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê. Di roja de bi Mîr Celadet Bedirxan rê dizewice. Bi navên Sînem û Cemşîd keç û lawek ji wan rê çêdibin. Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen Xanimê ya niştimanî pir berfireh û kûr e; ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî kolonyalîzma Fransayê sekinî û piştgiriya doza erebî kir. Bi taybetî jî wê doza gelê Filistînê parast û wê di dibistanên ereban de mamostetî kir û gelek nivîs û gotar di kovarên erebî de weşand. Rewşen Xanim bi qasî ko li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedîkirina zarokan de mamoste bû. Jiyana wê ya niştimanî gelek giranbuha ye; cihê serbilindî û mezinahiyê ye. Di gel ko Rewşen Xanim mamoste bû, xebata wê di behsa zindanan de, ji bo rast kirina tendûristiya keç, jin û pîrekên bê sinçî yê di girtîgehan de jî he bû. Bi aramî û bîhnfirehiya xwe dest dawête hemû aloziyên jiyanê. Lewra quretî û serşorî di ferhenga jiyana wê de ne bû. Jîna Rewşen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîr Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka netewê xwe ya kevn û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ko bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirî ne. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû. Nimêje di warê dijwarî û zehmetiyan de piştî mirina mêrê wê Celadet Bedirxan. Rewşen piştevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piştevana amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja ewê bi xwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand. Rewşen Xanim di kovara Hawarê hejmar 27an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de ewha dinivîse: "Mêrên ko bexta neteweyan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Hêvojtin xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr ne kin û ew tim û tim li wan hikûm dikin. Ji lewre methelokê gotiye : Kurmê şîrî heta pîrî." Rewşen Bedirxan karê jina kurd ne tenê kebanî û xwedîkirina zarokan dibîne, li ba wê karê jinan ê girîng li dijî ne zaniyê şer kirin û perwerde kirina zarokan e. Bêguman di vê xebata perwerdehiye de rolê welatperweriyê jî ji bîr ne ke. Rewşen Bedirxan bi dengekî bilind û zelâl ewha bang dike (Xwehên min ên delâl, her wekî hûn jî dizanin derdê netewê me yê mezin û xedar ne zanî ye. Ne zanî nexwêşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik netewên xwedan hikûmet û dezgeh vê nexweşiyê di nexwêşxaneyên taybetî de derman dikin û ji wan nexwêşxanan rê dibêjin dibistan. Mamoste bijîşkên wan nexwêşxanan e). Em dikarin bibêjin ko Rewşen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakiyên hêja daye. Rewşen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28an a Kovara Hawarê ya bi ne bê (Jin û bextiyariya malê) de ewha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ko rihetî û xwêşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea'det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê rê ye. Xincîkên belengazan hene ku sea'det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêhtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihetî cîh dibînin). Rewşen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide fêhmkirin : xwêşî û bextiyarî ne pere û qesr û kaşxane in; belê xwêşî ew e gotina xwêş, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji netew û welatê xwe rê bike. Xwêşiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweşiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede. Ji bilî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewşen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewşen Bedirxan di sala 1971an de beşdarî Kongra Sêyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (li başûrê Kurdistanê) bû û bi piştgiriya xwe serketina wan parast. Di eynî salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd girt û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo kom kirin û civandina destnivîs û pirtûkên ko di arşîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ko li ser Kurdan e bêne civandin û ji Korî Zanyarî Kurd rê bêne rê kirin bû. Bi rastî jî ev şirjawî pesindanê ye ko ew di vî karê xwe de bi zane bûn û bi bêdengî bi li ser ket. Rewşen Xanimê di sala 1956an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hîşyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewşen Xanim bi bîhinfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi li ser diket. Jiyana mirovan bi salan nayê jimartin; ne jî bi mal û milkên ko mirov li dû xwe dihêle. Jiyan bîranîna şopeke kamûranî, ciwanî, comerdî û mirovatiyê ye. Nimêje ji bo mirovên xwedî berhem, şop, têkoşîn, xebat û kar e. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ko Rewşen Xanim ne miriye; ew ji me Heyder e û em jî pê Heyder in. Herçiqas wê di roja an de ji nav me koçberî kir ew di dilê me de dijî. Heta roja mirînê jî ew ji bo gel û welatê xwe xebitî. Rewşen Xanim di doşeka mirinê de ew tişt ji min rê digot : (Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn ; îroj hûn giha ne ; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, bela wela ne bin). Piştî ko ez hinekî li ser rewşa Kurdistana Başûr û li ser hilbijartinan sekinîm, Rewşen Xanimê gotina min birî û ewha got : (Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te). Ev e rewşen Bedirxan, ya herdem wekî bav û kalên xwe êşa netewê xwe dikişand û qet ji bîr ne dikir. Wê mezinahiya xwe ji stûnên Birca Belek girtî bû. Rewşenbîriya xwe ji dibistana Sor, ji kaniya Cizîrî û Xanî wergirtî bû. Piştî ko Rewşen Xanimê canê xwe spart Xwedê, -Li ser daxwaza wê û li gor sozê ko min pêre da bû - min kar û barê veşartina wê kir, û min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Şamê li tenişta mêrê wê Celadet û bapîrê wê Bedirxan Beg li goristana Şêx Xalidê Neqşibendî veşart. Piştî ko li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekê wê limêj kirin, mderindêzên veşartinê bi beşdariya gelek ji heval û nasên malbata Bedirxaniyan û nivîskar û rewşenbîran dest pê kir. Ji ber rewşa Kurdan ya dijwar û awarte û li ser daxwaza keça wê Sînem Xanimê kesekî tu gotin û tu helbest li ser gora wê ne xwendin. Berhem Berhemên wê yên çapkirî Bîranînên Jinekê, werger, ji zimanê Tirkî bo Erebû, 1951. Xeramî We Alamî, werger,(çîrok)ji Tirkî bo Erebî 1953. Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), werger, ji Tirkî bo Erebî 1954. Rûpelên ji Toreya Kurdî 1954. Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber rewşa siyasî navê xwe li ser vê pirtûkê ne nivîsî ye. Name ji Mustefa Kemal Paşa re, werger ji Tirkî bo Erebî (Ev pirtûk bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin). Bîranênên Min-Salih Bedirxan-,werger ji Turkî bo Erebî. (Ev pirtûk jî bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin). El-red ‘ele El-kosmopolîtiye, Mehmûd Şîniwî, werger, (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî). Pirtûkên wê yên ne çapkirî (wendabûyî) Bîranînên jinekê (perçê duwemîn). Ev pirtûk hate çapkirin. Bavê min Abdulhemîd - nivîsa Ayşe keça Sultan Ebdulhemîd e. Bîranînên min. Destnivîs e. Çavkanî Nivîskarên kurd ên jin Nivîskarên kurd Malbata Bedirxaniyan Jidayikbûn 1909 Mirin 1986 Kesên ji Qeyseriyê
3169
https://ku.wikipedia.org/wiki/Clara%20Zetkin
Clara Zetkin
Clara Zetkin (wekî Klara Tsetkîn bixwîne, jdb. 5ê tîrmehê 1857 li Wiederau, Amtshauptmannschaft Rochlitz, Keyaniya Saksonyayê ; m. 20ê hezîranê 1933 li Archangelskoje, Oblasta Moskoyê, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst), ramyar û parêzvana mafên jinan e. Zetkîn di 5'ê tîrmeha sala 1857an de li gundê Wiederau li eyaleta Saksonya ya Almanya hate dinê. Ji ber ku bavê wê mamosteyê gundbû, jiyana gund ji nêz ve nas kir. Di dema dibistanê de rêbaz û birdoziya Marx û Engels nas kir. Ew tevlî civînên karkeran bû û xebatên partiyê nas kir. Di sala 1878an de piştî ku li Almanyayê qanûna anti-sosyalist kete meriyetê de û partiya Sosyalîst derbasî qada îllegal bû, Clara Zetkin jî derkete dervehî welat. Demeke dirêj li Fransayê ma û paşê jî li Swêdê weke koçber jiya. Zetkin, ne tenê rizgariya jinan, wê rizgariya hemû kedkarên jêrdest hedef dikir. Clara Zetkîn, enternasyonele rastîn bû û hemû jiyana fedayî rizgariya jinên kedkar kir. Clara Zetkîn di 20 hezîrana 1933an di sirgunê de mir. Girêdanên derve Zetkin, Clara Zetkin, Clara Jidayikbûn 1857 Mirin 1933 Femînîstên alman
3170
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sey%C3%AEd%20Riza
Seyîd Riza
Seyîd Riza (jdb. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15ê çiriya paşîn a 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû. Jînenîgarî Seyîd Riza sala 1862an, li Dêrsimê ji dayik bû ye. Seyîd Riza lawê Seyda Îbrahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerdehiye dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cîh bû. Terteleya Dêrsimê Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û birqiyeeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da koçberan. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî gumana operasyonê bi li sereke eşîran rê hevdîtinê çê dike ku di nava xwe de yekîtiyê çê kin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di de rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di reya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi berdariye tê darazxwarî kirin. Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15ê çiriya paşîn a sala 1937an de, bi tevahî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin darda kirin. Çar têkoşerên din jî berê bi sizayê berdariye siza dikin, paşê sizayê wan werdigerînin girtî bû nê. Hin ji wan ji li ser 90 salî rê bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviya bû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û berdariya dikin. Siyasetmedar û têkoşerên darvekirî Seyîd Riza Resik Huseyînê lawê Seyîd Riza Seyd Husên, Seyd Wuşên, Seyd Husênê Şêxî Findiq Axayê Ûsivî, Findiqê lawê Qemer Hesen Axayê Demenî, Hesenê Cibo, Hesenê lawê Cebraîl Hesenê Qurêşî, Hesenê lawê Ûlkiye Elî Axayê Mîrza, Eliyê lawê Mîrza Elî Kesên ji berdariye filitî Cebraîl Axayê Demenî, Civê Kejî, Ciboyê Demenî Qemer Axayê Ûsivî Qemer Axayê Heyderî, Qemoyê Heyderî (96 salî ye 31 sal ceza didinê, di zîndanê de jiyana xwe jidest dide) Çavkanî Girêdanên derve Seyîd Rizayê Dêrsimî (1862–1937), Seîd Veroj, 2008-12-05, NEFEL Elewî Şoreşger Kesên ji Dêrsimê Jidayikbûn 1862 Mirin 1937 Serhildana Dêrsimê Şoreşgerên kurd Serhildêrên kurd Kurdên hatine dardekirin Kesên hatine dardekirin Jidayikbûn 1863
3174
https://ku.wikipedia.org/wiki/Wolfgang%20Amadeus%20Mozart
Wolfgang Amadeus Mozart
Wolfgang Amadeus Mozart (jdb 27ê kanûna paşîn a 1756 - m. 5ê kanûna pêşîn a 1791), ku wek Joannes Chrysostomus Wolfgangus Theophilus Mozart hate imadkirin, bestekarekî berhemdar û bibandor ê serdema klasîk bû. Tevî jiyana wî ya kurt, leza wî ya bilez a kompozîsyonê di encamê de zêdetirî 800 berhemên hema hema her celebên serdema wî encam da. Gelek ji van kompozîsyonan wekî lûtkeyên repertuara senfonîk, konsertant, chamber, operatîk û koral têne pejirandin. Mozart bi gelemperî di dîroka muzîka rojavayî de di nav bestekarê herî mezin de tê hesibandin, bi muzîka xwe re ji ber "bedewiya melodîk, zerafeta wê ya fermî û dewlemendiya aheng û teşeyê" tê heyrankirin. Mozart li Salzburgê, di Împaratoriya Romaya Pîroz de ji dayik bû, ji zaroktiya xwe ya destpêkê ve jêhatîbûnek berbiçav nîşan da. Jixwe di piyano û kemanê de jêhatî bû, wî ji pênc saliya xwe de stran çêkir û li ber mîrektiyên Ewropî derket. Bavê wî ew bir serdanek mezin a Ewropayê û dûv re sê gerên Îtalyayê. Di 17 saliya xwe de, ew li dadgeha Salzburgê muzîkjenek bû lê bêhnteng bû û ji bo lêgerîna cîhek çêtir rêwîtî kir. Dema ku di sala 1781 de serdana Viyanayê kir, Mozart ji wezîfeya xwe ya Salzburgê hate avêtin. Ew li Viyanayê ma, ku li wir navdar bû lê ewlehiya aborî hindik bû. Di salên xwe yên dawîn de li wir, wî gelek senfonî, konserto û operayên xwe yên herî naskirî çêkir. Dema mirina wî di 35 saliya xwe de Requiem a wî bi piranî neqediya bû. Kurtejiyan Zarokek jîr û jêhatî Wolfgang Amadeus Mozart di 27ê kanûna paşîn a 1756ê de li Salzburgê, wek kurê kemançêkerekî dadgehê hate dinê. Xwişkek wî ya mezin, Maria Anna, bi navê "Nannerl" hebû, ku bi bavê xwe re bi rêkûpêk muzîkê dilîst. Mozart ji zayîna xwe bi muzîkê re têkildar bû. Wî jêhatîbûnek awarte nîşan da: Di çar saliya xwe de wî dest bi lêdana piyanoyê kir. Di pênc saliya xwe de yekem şanoyên xwe nivîsand û yekem car derket pêşberî gel. Bavê wî Leopold Mozart tavilê jêhatiya kurê xwe nas kir û hewl da ku wî teşwîq bike û bi wî pere qezenc bike. Mozart tenê şeş ​​salî bû dema ku bi malbata xwe re dest bi gera konsera xwe ya yekem kir. Van seferên bi erebeyên hespan carna bi salan dom dikirin û diçûn bajarên wekî Munîh, Köln, Parîs û London. Bavê Mozart di destpêkê de kur û keça xwe wekî şanaziyên muzîkê pêşkêş kirin. Lêbelê, pir zû, Wolfgang wekî "stêrkek" pêşve çû. Kurê piçûk ne tenê li keman û piyanoyê pir baş lêxist. Di heman demê de wî bi awayek pir dostane jî hebû, bi vê yekê wî dilê gelek temaşevanên hêja bi dest xist. Komponîst Bi mezinbûna temen re, Mozart ji wergêrek berbi bestekarê cidî ve çû. Di 12 saliya xwe de li Viyanayê yekem komîsyona operayê wergirt. Her çend ev xebat nehat pêşkêş kirin jî, di derdorên pîşeyî de gelek deng veda. Lêbelê, derbasbûna ji stêrka zarok berbi muzîkjenê profesyonel ne ew qas hêsan bû ku hêvî dikir. Piştî ku ji zaroktiyê derket, Mozart "faktora xweşik" winda kir û jêhatiya wî ya awarte ji bo bestekerên din wekî xeterek hate dîtin. Di dema jiyana xwe de ew neçar ma ku gelek rexneyên nerast, ku pir caran li ser bingeha çavnebariyê bû, bikira. Heta tê gotin ku mûzîkjenan bi qestî bi xerab lêxistina stranên wî sabote kirine. Mozart bi operaya "Idomeneo", ku di sala 1781an de li Munchenê derket, pêşkeftina xwe ya mezin wek bestekar bû. Tiştê ku Mozart wekî mûzîkjenek diyar dikir pirrengiya wî bû. Ew dikaribû perçeyên pir tevlihev binivîsîne û dûv re bi melodiyên pir balkêş temaşevanên xwe ji nû ve bikişîne. Wî şanoyê drama û sivikbûnê wek tu bestekarên piştî wî bi dest xist, loma jî îro jî îstîsna ye. Jiyana wî ya taybet Ka Mozart bi rastî dilkêş bû, wekî ku îro pir caran tê xuyang kirin, guman e. Şahidên wekî nivîskar Franz Xaver Niemetschek, ku Mozart bi xwe nas dikir, ew wekî "di xuyangê de ne xweş" binav kir. Di 1.58 metre de, tê gotin ku ew pir piçûk bû. Û ji ber ku piraniya dema xwe li ber piyanoyê rûdinişt, ne xwediyê rewşeke werzîşî jî bû. Di zarokatiya xwe de, bi şêwazê xwe yê pir dostane û baldar bal dikişand. Ew kesekî dilşewat bû û pir dilpak bû, ku tê gotin ku mirovên cihêreng di jiyana wî de îstîsmar kirine. Di nameyên xwe de, Mozart hestek pêkenokî ya pir kesane hebû, ku îro pir caran ecêb xuya dike dema ku wî ji evîndarek re hevokên eşkere dinivîsî, mîna "Ez ê wê gavê di şexsê xwe yê bilind de bikutim we, qûna we wêran bikim". Zimanê wî yê pir caran dijwar, ku di heman demê de gelek peyvên pistepist jî dihewand, tê gotin ku bi gelemperî taybetmendiya wê demê bû. Ka Mozart bi rastî gelek têkiliyan bi jinan re hebû an na, wekî ku pir caran tê îdia kirin, tê nîqaş kirin. Em pêwendiyek bi pismama wî ya piçûk Maria Anna Thekla re dizanin, ku wî jê re digot "Bäsle". Evîna wî ya bêserûber ji stranbêja Mannheim Aloisia Weber, ku xwişka wê Constanze paşê zewicî, ​​tê belge kirin. Ji bilî wê, jiyana wî ya taybet hindik belgekirî ye. Di nameyên wî de der barê têkiliyên muhtemel ên bi jinên din re îşaret hene, lê hûrguliyên rast êdî nayên diyarkirin. Bi gelemperî tê gotin ku Mozart hindik hurmetê nîşanî rayedaran da - dibe ku ji ber vê yekê wî nekarî, tevî jêhatiya wî ya awarte, pozîsyonên daîmî wekî muzîkjenek dadgehê bigire. Ji bilî muzîkê, tê gotin ku Mozart ji lîstina bîlardoyê jî hez dikir, û wî ji "Bölzlshooting" jî hez dikir, rengek destpêkê ya gulebarana armancê bi celebek çeka hewayê. Bi qasî hunera wî, tê gotin ku Mozart ji gelek hemdemên wî yên muzîkê kêmtir "bilind" bûye. Ew kêm caran behsa karê xwe dikir an pesnê destkeftiyên xwe dikir. Lêbelê, ji wî re girîng bû ku ew ji bo kê dilîze, gelo temaşevan di derbarê muzîkê de tiştek dizanibû an na. Gava ku di temaşevanan de hezkirên muzîkê hebûn, wî bi dilgermî û, berî her tiştî, dirêjtir dilîst. Kariyera wî Kariyera Wolfgang Amadeus Mozart di karsaziya muzîka îroyîn de bi kariyeran re gelek paralelan nîşan dide. Wî gerên dirêj dikir, yên ku wî di zaroktiya xwe de wekî "şehînek muzîkê" derbas dikir. Mozart sêyeka baş a 35 salên xwe di rêwîtiyê de derbas kir da ku muzîka xwe li qada navneteweyî bide bihîstin. Wî gelek cihên ku îro jî divê ji bo muzîkjenan werin dîtin parast. Li Almanyayê li Munchen, Mannheim, Köln û Berlînê bû mêvan. Cihên din ên 17 rêwîtiyên wî London, Parîs û Prag û her weha Italytalya bûn, ku di wê demê de bi tevahî welatê muzîkê bû. Bê guman, di dema jiyana Mozart de tu tomar tune bûn ku ew bikaribe perçeyên xwe li ser belav bike. Jixwe, Mozart ji bo gelek berhemên xwe pelên muzîkê çap kiribû da ku ew paşê wan bifroşe. Vê yekê - û li vir jî paralelek bi karsaziya muzîkê ya îroyîn re heye - bû sedema "kopiyên korsan" a wê demê: yên din pelên muzîka wî kopî dikirin û bi wê pere qezenç dikirin. Tiştê ku ji bo hunermendên îro peymanek tomar e, ji bo muzîkjenên wê demê li dadgehê cîhek daîmî bû. Ew dahatek ewledar garantî dikir, lê di heman demê de kêmasiya wê jî hebû ku azadiya hunerî bi tundî hate asteng kirin. Ji ber ku kompozîsyon bi piranî pêdivî bû ku fonksiyonek bi cih bînin: wekî muzîka paşîn ji bo pêşangehên bazirganiyê an bûyerên taybetî. Mozart bi rêya bavê xwe li Salzburgê du cihên daîmî hebûn, lê wî li wir bi hunerî xwe sînordar hîs kir. Wî hewl da ku li Munich, Mannheim û Parîsê cihên daîmî bibîne. Di sala 1781an de li Salzburgê dev ji wezîfeya xwe ya daîmî beda û çû Viyanayê. Tenê çar sal berî mirina wî, wî wekî Kapellmeister pozîsyonek nû ya daîmî girt. Di navberê de, wî ji performans, komîsyonên kompozîsyonê û dersên piyanoyê debara xwe dikir. Bi qasî populerbûna wî, tê gotin ku Mozart di dema jiyana xwe ya li Pragê de bi taybetî serfiraz bû. Berhemên wî li wir hatin hezkirin, ku ev yek di demên dirêj ên operayên wî de diyar bû. Li aliyê din, li Viyanayê, ku li dora wî ji hêla gelek pêşbazî û mirovên çavnebar ve hatibû dorpêç kirin, populerbûna wî pir dihejiya. Her wiha hefteyên dawî yên jiyana xwe li Viyanayê derbas kir. Demeke kin piştî promiyera "Flute Magic" ew di Kanûna 1791 de di 35 saliya xwe de mir. Şert û mercên mirina wî heta roja îro jî ne diyar e. Berhemên wî Li gorî zanyariyên heyî, temamiya berhemên Mozart derdora 1060 sernavan pêk tîne. Lêbelê, hinek ji wan winda ne. Hemû berhemên Mozart di îndeksekê de ku ji aliyê botanîst Ludwig Ritter von Köchel ve di sedsala 19-an de hatiye çêkirin de hatine tomarkirin û ji wê demê ve vedîtinên nû car bi car li wê hatine zêdekirin. Ji ber ku Mozart bi xwe sernavên xwe yên rast nedane berhemên xwe, heta perçeyên ku melodiyên wan ji aliyê her kesî ve tê zanîn jî bi navên wekî "Piano Sonata No. 11 di A major, KV 331" de ne. Berhemên wî yên temam jî 15 berhemên sehneyê, ango operayên wek "Revandina ji Seraglio" û "Don Giovanni" hene. Operaya wî ya herî navdar belkî "The Magic Flute" ye: Çîroka Prince Tamino, ku tê xwestin keça padîşah Pamîna azad bike, digel gelek karakteran ku her gav ji qencî ber bi xirabiyê ve diguhezin, îro jî îlhamek mezin dide temaşevanan. Mozart bi xwe metnên operayên xwe nenivîsandiye, kesên bi navê "librettîst" berpirsê vê yekê bûn. An jî wî muzîk ji bo dramayên heyî nivîsand, û bi vê yekê operayên wek "Figaro" carek duyemîn dihatin nivîsandin. Tewra bi perçeyên xwe yên takekesî, Mozart hema bêje ti metnên xwe nenivîsand, lê berhemên helbestvanên hevdem, di nav de Goethe, bikar anî. Ji ber bêhejmar kompozîsyonên fermanî, Mozart xebatek pirreng li pey xwe hişt. Wî xwe di serî de wek bestekarê operayê didît. Mîrasê wî Rastiya ku îro di derbarê Mozart de pir zêde tê zanîn bi piranî li ser nameyên ku di hundurê malbata Mozart de di dema rêwîtiyên wan de mane ve girêdayî ye. Lêkolîner di serî de ji nameyên bavê wî û helbet ji nameyên Mozart bi xwe encaman li ser kar û jiyana wî derdixin. Nameyên wî heta îro jî ji nû ve tên şîrovekirin. Mozarteum li Salzburgê ji sala 1841an vir ve tevkariyek girîng ji lêkolîna Mozart re kiriye - bi eslê xwe komeleyek sivîl ku carekê Mozart ji kurên wî yên bêzar mîras girtiye. Bi salan, Mozarteum belge û berhemên Mozart berhev kir û gelek muze vekirin. Piştre, dibistanek muzîkê jî hate damezrandin, ku niha zanîngehek muzîkê ya navdar e. Eleqeya cîhanê ya ji bo Mozart bênavber e. Nîşe hîn jî di arşîvên ku ji Mozart re têne destnîşan kirin xuya dibin û dûv re ji hêla pisporan ve bi germî têne nîqaş kirin. Û her sal pirtûkên nû li çaraliyê cîhanê têne weşandin ku xebata Mozart ji perspektîfên nû ronî dikin - bi hêviya ku ev kerameta muzîkê bi tevahî were fam kirin. Mozart, Wolfgang Amadeus Jidayikbûn 1756 Mirin 1791
3179
https://ku.wikipedia.org/wiki/N%C3%BBr%C3%AE%20D%C3%AArsim%C3%AE
Nûrî Dêrsimî
Nûrî Dersimî (z. 1894 − m. 22'ê gelawêjê 1973 li Helebê), yek ji serekên Serhildana Dêrsimê ye. Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1894'an de li Darayê ji dayik bû ye. Di temenê xwe yê ciwaniyê de tevgera neteweyî ya kurd nas dike. Nûrî Dêrsîmî, di nava Komeleya Bilind ya Kurd ku di sala 1918an de di pêşengiya Seyîd Ebdulqadir de tê saz kirin, cih digire. Dêrsimî, di nava vê tevgerê de bi awayekî çalak xebatê dike û bi tevahî Elîşêr ji bo meşandina xebatên ramyarî diçe Qoçgiriyê. Dêrsîmî, di nava pêşengên Serhildana Koçgiriyê de cih digire û ji aliyê hêzên dewleta tirk ve tê girtin, lê belê paşê bi alîkariya Seyîd Riza serbest tê berdan. Nûrî Dêrsîmî, dev ji têkoşîna xwe berneda û ji serhildana Dêrsimê re jî pêşengî kir. Piştî ku Serhildan bi awayekî bi xwîn hate serkûtkirin, Nûrî Dêrsîmî jî derbasî binxetê bi bû. Dêrsîmî, li vê derê jî xebatên xwe yên ramyarî berdewam kir. Û li Qirîkana Haco Axa ye li cem mayîn bûn. Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 22'ê tebaxa 1973an de li bajarê Helebê çû li ser dilovaniya xwe. Goristana Nûrî Dêrsîmî li goristana Xanen ya li nêzîkî Efrînê ye. Çavkanî Kürdistan Tarihinde Dersim (Heleb 1952). Hatıratım, Weşanêm Roja Nu, Stockholm 1986 Girêdanên derve ku.pydrojava.com: Navdarê Kurd Nûrî Dêrsimî hate bîranîn (24/08/2015) Şoreşgerên kurd Kesên ji Dêrsimê Jidayikbûn 1894 Mirin 1973 Kesên sedsala 20an Neteweperwerên kurd Jidayikbûn 1893 Siyasetmedarên kurd Nivîskarên kurd
3190
https://ku.wikipedia.org/wiki/Z%C3%AEndana%20Amed%C3%AA
Zîndana Amedê
Zîndana Amedê yan Girtîgeha Amedê girtîgeheke li navenda Amedê ye. Bi êşkenceyên dewleta tirk û bexwedana ciwanên kurd navdar bûye. Di dema êşkenceyan de ji aliyê Esat Oktay Yıldıran ve dihate birêvebirin ku wî jî ferman ji serkaniya artêşa tirk digirt. Ev zîndan, bi taybetî piştî cûntaya leşkerî ya 12ê îlona 1980an ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate îlankirin, bû navenda êşkenceya li dijî şoreşgeran. Li vê zîndanê desthilatdariya mîlîtarîst a tirk, li hemberî şoreşgerên kurd, her cûre êşkence dida meşandin û herwiha vê derê kiribû cîhê aşartîş (îtîraf) û radestiyê (teslîmiyetê). Lê belê bi taybetî pêla berxwedanê ku bi şoreşgerê kurd endamê komîteya navendî ya PKKê Mazlum Dogan destpê kir, êdî bi Şeva Çaran û berxwedana 14ê tîrmehê li hemî zîndanê belav bû. Piştî van berxwedanan êdî kiryarên teslîmgirtin û îtîrafkariyê yên desthilatdariya mîlîtarîst têk çû û zîndana Amedê bû kela berxwedanê. Zîndana Amedê piştî cûntaya leşkerî ya 12`ê îlonê bû akademiya şoreşgeran. Navekî din ê Zîndana Amedê jî Akademiya Mazlum Dogan e. Ango mirov dikare bêje ku li rûyekî vê zîndanê êşkence, kuştin û her cûre kiryarên dervehî mirovatiyê û li rûyê din jî şeref, namûs, serberzî û berxwedana şoreşgeran. Gelek şoreşgerên kurd ên weke Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik, Necmî Oner, Akîf Yilmaz di encama berxwedaneke bêhempa de jiyana xwe jidest dan. Mijarên têkildar Lîsteya girtiyên mirî li girtîgeha Amedê (1981-1984) Girêdanên derve Malperek li ser Zîndana Amedê (bi tirkî) Dîroka Tirkiyeyê Amed
3203
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bruksel
Bruksel
Bruksel (, ) paytextê Belçîkayê ye û di heman demê de paytexta Yekîtiya Ewropayê û navenda rêxistina NATOyê ye. Piraniya biryarên Yekîtiya Ewropayê li vî bajarî tên wergirtin. Li bajêr sê zimanên ku wekê zimanên fermî tên axaftin flemenî (zaravayekî nederlendî), fransî û almanî ye. Ji xeynî bajarokê dîrokî ya navendî ku di hundurê Pentagonê de ye, Bajarê Brukselê û hinen derûdora bajêr di nav devera mezin a Bruksela paytext de ye yanê şaredariyên berê yên Haren, Laeken û Neder-Over-Heembeek ku li bakur in. Li gorî daneyên 1ê çileya sala 2022an nifûsa bajêr 188.737 kes e. Rûbera giştî ya bajêr 33.09 km² (çargoşe) ye ku belavkirina nifûsê 5.704/km² (çargoşe) cih digire. Di sala 2007an de, li bajarê Brukselê bi qasî 50.000 kesên ku belçîkî nebûn qeydkirî bûn. Li gel hemû şaredariyên Brukselê hemî şaredarî bi qanûnî duzimanî ne ku zimanên fransî û holendî bi awayekî qanûnî li şaredariyan fermî ne. Dîmenên ji Brukselê Çavkanî Girêdanên derve Malpera fermî ya Brukselê Belçîka Paytextên Ewropayê
3212
https://ku.wikipedia.org/wiki/Roja%20Rojnamegeriya%20Kurd%C3%AE
Roja Rojnamegeriya Kurdî
Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina rojnameya pêşîn a kurdî ya bi navê Kurdistan e. Rojname di 22ê nîsana 1898an de ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve bo yekem car li paytexta Misirê Qahîreyê hatiye çapkirin. Bi helkefta vê hindê, di roja 22ê nîsanê de Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Çavkanî Salveger
3213
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tevgera%20%C5%9Eore%C5%9Fger%20a%20Hemc%C3%AEnsbazan
Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan
Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan TŞH () tevgereke hemcînsbazan li Tirkiye û Kurdistanê ye. Di danezana sazbûnê tevgerê, DEH bi vê rengê tê tarîf kirin: Tevgera şoreşger a Hemcînsbazan rêxistina hemcînsbazên şoreşger ên vî welatî ye. Bêyî ku civakên bi çîn ji holê rabin ne ji bo hemcînbaz ne jî bo nasnameyên din ên bindest azadiyeke rasteqînî guncan e. Cihê ku wekhevî lê nebe azadî hesta rehetiyeke demdemî pêvtir tiştekî nîn e. Eşkere ye ku bi dest xistinên têkoşîna di pergala civakên bi çîn de dest ketine bi tenê bi kêrî çîna bilind tê û di jiyana takekesên ji çîna bin de guherîneke erênî pêk nayne. Ji bo hemcînsbazan û ji bo hemû nasnameyên din ên bindest azadiya rasteqînî di civakên ji Kapîtalîzmê wêdetir de guncan e. Di vî warî de TŞH têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst, burjuva, faşîst ji xwe re dike rêgezek. Li ser axên ku em dijîn hebûna pergala kapîtalîst-burjuva diyar û bêşik e. Û heger li dîroka têkoşîna şoreşger were temaşekirin taybetmendiya faşîst a vê pergalê diyar e. Ji ber ku vê dewletê, aliyên civakê yên pêşwerû, welatparêz, demokrat û şoreşgeran ji îşkenceyên cur be cur bigirin heta komkujiyan re rû be rû hiştiye. Hewarên demokrasî û azadî yên serdestan bi rastî jî di tixûbên ramyariya lîberal de yekgirtî ye. Ji xwe dema mirov bi berçavkên lîberalîzmê binêre her takekesek xwedî azdaziyeke bêsînor e. Çawa ku Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan vê nêzîktêdayînê yekcar red dike û di heman demê de hebûna wê bersiveke baş a hemcînsbazên şoreşgeran e bo ew rêxistên ku bi pergalê re li hev dikin. Çawa ku di her aliyê civakê de weha ye , hemcînsbazên ku di nava tevgerên demokrat û peşverû de cî digirin ji bilî pêkutiya civakî û terora dewletê mixabin bi pêkutiyên wan tevgerên ku di nav wan de ne jî rû be rû dimînin. Gelek rêxistinên şoreşger ku hemû nirxên pergala kapîtalîst û burjuva red dikin lê dema ku qala hemcînsbaziyê dibe, ji wê pergala ku dixwazin birûxînin bêhtir hişkebawer û zordest dibin. Ji ber vê yekê Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan di vî warî de rêxistina yekta ye ku têkoşîna azadî ya hemcînsbazan bikaribe pêş bixîne. Girêdanên derve Malpera TŞH Rêxistin