id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
3523
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nez%C3%AEr%20Silo
Nezîr Silo
Nezîr Silo (z. 1972, Dêrika Hemko) nivîskarekî kurd e. Silo li Rojavaya Kurdistanê li gundekî girêdayî Dêrika Hemko, di sala 1972 an hatiye dine. di sala 1998an de bi komek rewşenbîr re kovara Rojda dan weşandin. Di rojnama Azadiya Welat de u gelek kovaren di ên bi zimanê kurdî diweşin de dinivîse, her weha bi zimanê erebî jî di gelek malperan de gotaran dinivise. Berhem Wêjeya Kurdî doh û îro (lêkolîn), 2001. Bawer (çîrok), 2002 Gotar û nivîsên wî yên hatine weshandin: NÛJENÎ Û ÇAND Kurd li Ukrayina û Kurtedîroka Kurdistan. XELÎL Û CELÎL (kurteçîrok) MARÎ (kurteçîrok) Her weha di malpera PEN a Kurd de gelek nivisen wi hatine weshandin. Nivîskarên kurd Jidayikbûn 1972
3524
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AArik
Dêrik
Çend cihên bi vî navî hene: Navçe Dêrika Hemo, navçeyeke Hesîçê Dêrika Çiyayê Mazî, navçeyeke Mêrdînê Gund Dêrik, gundekî ser Kerboranê ye. Dêrik, gundekî ser Pîranê ye. Dêrik, gundekî ser Şirnexê ye. Dêrik, gundekî ser Xinûsê ye. Dêrik, gundekî girêdayê Milazgirê ye. Dêrik, gundekî ser Xozatê ye. Dêrika Mukûrê, gundekî ser Farqînê ye. Dêrik, gundekî li Ermenistanê ye Gundê Gimgimê Dêrika Anêrê, gundekî nahiyeya navenda Gimgimê ye. Dêrik, gundekî nahiyeya Gimgimê Qerekoyê ye.
3533
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AErem%C3%AArd
Pîremêrd
Pîremêrd (jdb. 1867 Silêmanî − m. li Silêmaniyê) helbestvan, rojnamevan û rexnegirê kurd bû. Navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû. Perwerdehiya olî dît. Piştre li Stenbolê fakûlteya dadê xelas kir. Di sala 1907an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909an de li Colemêrgê, 1918 li Amasyayê bû qeymaqam. 1923 dîsa vegerand Silemaniyê. Di nav salên 1926 û 1950î de seroke rojnameyên "Jiyanewe" û "Jin" bû. Ser folklor gelek lêkolîn kir. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin. Jînenîgar Navê Pîremêrd yê rasteqînî, Tewfîq bûye. Tewfîq Kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa bû. Ev zat li bajarê Silêmaniyeyê di sala 1867an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin. Piştî salan ji bo edakirina ferza Xweda çûye hecê. Ji ber vê yekê navê wî bûye "Hecî Tewfîq". Heçî navê "Pîremêr" û "Pîremêrd" nasnavê wî camêrî ye. Ev nasnav di jiyana wî de wisa cihê xwe girtiye ku bûye wekî navê hêmanî û her kes bi vî nasnavî wî camêrî dinase. Heya bi xwe jî, xwe bi heman nasnavî dide nasîn. Di giraniya antolojiyên wejeya kurdî de dîrokên wêjeya kurdî û pirtûkên din de jî bi vî nasnavî hatiye nivîsandin. Zaroktî û gihiştina wî Pîremêrd, zarokatiya xwe di bajarê Silêmaniyeyê de derbas dike. Çanda xwe ya zarokatî ji malbata xwe û zarokên Silêmaniyeyê digire. Di temenê 6-7 saliya xwe de dest bi xwendina Qurana pîroz dike û di demeke kin de diqedîne. Dû re derbazî medreseyên Kurdistanê dibe û dest bi jiyana medreseyê û xwendina wê dike. Him pirtûkên kurdî him erebî û him jî pirtûkên farisî dixwîne. Her du zimanên din jî hîn dibe. Ji bo qenctirîn hînbûna van her du zimanan, diçe cem Mele Mihemedê pêşrewê mizgefta Hemze Axa. Li wir domekeke dirêj radiweste û dixwîne. Him xwendina medreseyê diqedîne û him jî zimanê erebî û farisî qenc hîn dibe. Di ber xwendina xwe re gelek helbestên hozanên kurd, ereb û faris jî di ber çavan re derbas dike û gelek rind hînî wêjeya wan jî dibe. Hindik jî be bi zimanê erebî û farisî jî helbest nivîsandine. Pîremêrd, di dema feqîtiya xwe de, li gelek bajar û medreseyên Kurdistanê geriyaye. Kesên curbecur dîtine. Ji wan gelek ramanên cîhanê hîn bûye û ji seydayên têvel sey standiye. Ev stêrka li esmanê wêjeya kurdî, dema dest bi xwendina medreseyê kiriye, di medrese û dîwanan de helbest jî dixwendin. Pêşî helbestên helbestkarên kurd yên bi nav û bang ên wekê Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Mehwî, Şêx Rizayê Talebanî û Mewlewî dixwendin. Dû re hêdî hêdî bi aliyê sazandina helbestên kurdî ve diherike û di dema feqîtiya xwe de bi zaravayê soranî gelek helbest sazandine û nivîsandine. Dema di medrese û dîwanan de bi dengê xwe yê zelal helbestên xwe dixwendin, zewqekî guhertî dida guhdaran. Di ciwaniya xwe de nav û dengê wî belavî Kurdistanê dibe û di giraniya deverên Kurdistanê de tê nasîn. Pîremêrd, di navbera salên 1882 û 1898an de karmendiya hikûmetê dike. Di sala 1882an de li bajarê Silêmaniyê dibe katibê nifûsê û di sala 1886an de dibe katibê sereke (başkatibê) mehkemê. Di sala 1895an de li bajarê Kerbeleyê dibe cîgirê dadgerê pirsyarî. Di sala 1898an de digel şêx Seîdê bavê şêx Mehmud diçe Tirkiyeyê û ji wir jî bi hev re çûne hecê. Piştî edakirina ferza Xwedê car din difetile bajarê Silêmaniyê. Di sala 1891ê de digel şêx Ehmedê Xaniqînê û helbestvan Wefayî diçine Tirkiyeyê. Li bajarê Stebolê rûdine. Piştê domekekê karbidestên Meclîsa Osmanî pê dihesin ku Pîremêrd gelek rind bi zimanê farisî dizane. Wî dikin endamê meclisa alî û ritba begîtiyê didinê. Domekekê vî karî pêk tîne û dû re diçe zankoya Stenbolê. Di peymangeha hiqûqê de qeyda xwe çêdike û dest diavêje xwendina bilind. Bi rewşeke serketî peymangeha xwe dixwîne û diqedîne.Piştî domekekê radiweste û dest bi sitaja parêzeriyê dike û dibe parêzerek qenc. Li bajarê Stenbolê nivîsxaneyekê vedike û parêzeriyê bi rewşeke têkûz dimeşîne. Di navberê re bi keçikek tirk re dizewice û dibe xwedî malavayî. Komela Alîkarî û Pêşketina Kurd Di sala 1908an de ji aliyê rewşenbîrên kurd ve di binê serekiya Seyîd Evdilqadir de cemiyeteke bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti" (Komeleya Alîkarî û Pêşketina Kurd) li bajarê Stenbolê damezirandin û ji aliyê heman cemiyetê ve bi navê "Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi" (Rojnameya Alîkar û Pêşketina Kurd) rojnameyek jî weşandin. Pîremêrd bi navê xwe yê hêmanî "Tewfîqê Silêmanî" di nav de cih girt û bû xwedî berpirsyarê weşana rojnameyê. Di heman demê de helbestên xwe jî di rojnameyê de diweşandin. Di helbesta ku di rojnameya pêşî de hatiye weşandin de wiha digot: Pîremêrd, di sala 1909an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya Huseyn Nazim de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga Lev Tolstoy, Victor Hugo de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse: Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestvan û wêjevanên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje: Pîremêrd, li ser werzan jî helbest li dar xistine. Çawan tê zanîn ku werz jî, parçeyek ji xwezayê ne. Ji xwe xweza bi werzan tê holê. Helbestvanê me werza havînê bi vê rewşa jêrîn hildide destê xwe û wiha dibêje: Pîremêrd, bandora rojê û tavê li ser riwekan û pêşveçûna xwezayê hildide destên xwe. Dihêjîne û pêşkêşî geln cîhanê dike. Mêhvanê me vê mijarê bi peywendiya kesan û dilberan şîrove dike û bi pîşekarane, bi vê helwesta jêrîn radigehîne me û wiha dibêje: Pîremêrd, werza biharê hildide destên xwe bi barana meha avrêlê dinimîne. Bi rewşa helbestên xwe dabaş ji barîna barana avrêlê dike. Bi wê baranê gul û gulzar çawan diriwekin. Kelijandina dilê bengiyan, bi gewherê nîşan dide û bi rewşeke zanistî vê yekê hildide ber çavan û helbesta xwe bi vî awayê jêrîn pêşkêşî me dike: Pîremêrd, di felsefeya xwe de, ew mafê ji law û mêran re hatiye nasîn, divê haman maf ji keç û jinan re jî bê nasîn. Da ku em bi aliyê cîhaneke wekhevî ve biherikîn û ji wan kevneperestiyên gemar rizgar bibin. Mêhvanê me pêşî gazî keçan dike ku wekî lawan ew jî di dibistanan de bixwînin û ji wê perda reş bifilitin da ku bi karibin mafên xwe bistînin û biparêzin. Ji bo gihîştina vê yekê bi vê rewşa jêrîn bang li keçan dike û wiha dibêje: Pîremêrd, ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek qenc pêk aniye. Di sala 1950yî de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83yan de koç dawî kir û li goristana heman bajarî radestî gora pîroz kirin. Dixwazin vî zatê gorbihuşt her dem bi bîra xwe bînin. Siyanet, rûmet û rêz ji gorbihuşt re. Hinek berhemên Pîremêrd Mawlawî kurd (ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935 Trajediya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, 1935 Çîroka 12 suwariyan ji Merîwanê, 1935 Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936 Galte û gep-Berhevka folklora kurdî, 1947 Kemançejen (wergêra ji tirkî) Mewlana Xalid Neqşîbendî Besaranî (ji hewramanî wergêra soranî) Encamî piyawî bengkêş, tebax, 1941 Zoremilî milşikanîle dûwaye, tebax, 1942 Felesefey kiçe kurdek, tebax, 1942 Mehmûd Axa, 1942 Çavkanî Pirtûka Dîroka Wêjeya Kurdî ya Feqî Huseyîn Sagniç (Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê) Pîremêrd; Dîwan, Bexda 1948 Felah, Kakey; Pendekanê Pîremêrd, Bexda 1969 Secadî, Elaedîn; Edebî Kurdî, Bexda 1968 Hewar, Muhemed Resûl; Pîremêrdê Nemir, Bexda 1970 Prof. Qanatê Kurdo; Tarîxa Edebiyata Kurdî, Özge Yayıncılık 1992 Mehmed Uzun; Antolojiya Edebiyata Kurdî, Tüm Zamanlar Yayýncýlýk, Stenbol 1995 Borekeyî (Sefîzade), Sidîq; Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrêz 1951 Kürd Mearif ve Terakki Gazetesi, Stenbol 1908 Jîn, Silêmanî 1934 - 1950 Çavkanî Helbestvanên kurd Jidayikbûn 1867 Mirin 1950 Kesên ji Silêmaniyê Kurdên Başûrê Kurdistanê Nivîskarên zimanê kurdî Rojnamevanên kurd Kurdên sedsala 20an Kurdên sedsala 19an
3536
https://ku.wikipedia.org/wiki/B%C3%AAwar%20Brah%C3%AEm
Bêwar Brahîm
Bêwar Brahîm nivîskar û helbestvaneke kurd e, bi kurdî û erebî dinivîsêne. Bêwar Brahîm di sala 1973 an de li gundê Girbawî, yê nêzîkî Qamişlo hatiye ser rûyê dinyayê. Berhemên wê di piraniya kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine weşandi,ji piçûkanî ve meyla wê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ve hebû, di destpêkê de dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û piştre dîwanên Cegerxwîn xwendine û bandora wan di mêjiyê wê de hatiye çandin. Di her deh salên dawî de gelek caran bi Seydayê Tîrêj re giftûgo kirine û jê fêrî hûnandina helbestên klasîk bûye, lê helbestên xwe yên kilasîk çapnekirin û di van salên dawîn de bêhtir berê xwe da nivîsandina pexşan û gotaran. Berhemên çapkirî evînê bibûre tu bê wateyî; helbest bi zimanê erebî, Şam 1999 (Asife eyûhe elhub leyse leke meena) Nameyek ji bo qederê; helbest bi zimanê kurdî, Şam 2001 Payîzokine çavşil ji dilê xewnê Roman bi zimanê kurdî, Amed 2014, ji weşanên Lîs ê Çavkanî http://www.gavle.to/~zagros/dost/bewar.htm Jinên kurd Helbestvanên kurd Nivîskarên kurd
3538
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rezoy%C3%AA%20Os%C3%AA
Rezoyê Osê
Rezoyê Osê, Ebdulrazaqê Eliyê Îsayê Osê (10ê çiriya pêşîn a 1950yî li gundê Dekşûriyê, li herêma Hesîçeyê - li Qamişlokê) nivîskar û lêkolîner e. Wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de weke Armanc û Dugir û yên din de nivîsandiye û hêjî bi pênûsa xwe ya çalak û zimanê xweyî bilind û resen dinivîse û ew ji damezrênerên kovara Stêr û Pirs e. Xwendina xwe li gundê Tenûrî kuta kiriye, a navendî û lîsa li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navê: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrazaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye (wilo jî di malperan de) ji wan: Stêr, Armanc, Digir, Azadî û Zanîn. Sala 1970 dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî helbesta (kevneşop û nûjen) nivîsiye û şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriy, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zaroka dane hev û pênc pirtûk nivîsandiye. Li deverên cuda kursên fêrbûna zimanê Kurdî vekiriye, Pênc pirtûkên (Dîk-Dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal) wî bi zimanê kurdî û erebî hatine çapkirin. Çîrokên gelêrî yên zarokan Merganê, Pirtûka wî ya helbestan Kevoka min, Bîranînên wî yên bê kêş û bend Xilmaşî, Pirtûka wî rexneya wêjeya Kurdî, Rexne li Rexnê û pirtûka wî ya gotar û nivîsên Tûjik ji bo çapê têne amadekirin. Ronakbîrê kurd Rezoyê Osê di de li Qamişlokê çû ber dilovaniya xwedê. Çavkanî http://hem.passagen.se/zagros/dost/rezo.htm Ose Rezo
3539
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kon%C3%AA%20Re%C5%9F
Konê Reş
Konê Reş (Selmanê Osmanê Evdo) ( li Qamişloyê), nivîskar û helbestvanê kurd e. Jiyan Di sala 1953an de li li gundê Doda ya Qamişloyê ji dayik bû. Li Qamişlo û Hesekê bakaloriya standiye û gelek hewl dane xwe da xwendina bilind jî bidawî bîne, lê ew pê re neçûye serî, ta ko di Almanya ve derketiye. Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye û gelek dostaniyên wî bi rewşenbîrên kurdistanî re hene û di tev kovar, rojname û belavokên kurdî de beşdariya wî heye. Hem jî xwediyê kovara Gurzek Gul e, ew kovara ko di nav salên 1989 û 1992'an de li nav kurdên başûrê Kurdistanê dihate belav kirin. Konê Reş ji ber xebatên xwe yên li ser çand, ziman û wêjeya kurdî Xelata Şerefnamê ya 2020an, ya ku ji aliyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ve tê dayîn, wergirtiye. Berhemên çapkirî Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991 Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997 Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993 Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995 Şagirtê Bedirxan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996 Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997 Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992 Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya (Peyman) de li Dihokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî belav kirin Welato! Konê Reş; 1998; Beyrût, Libnan. Çavkanî Girêdanên derve Welato! Reş, Konê Reş, Konê Kesên ji Qamişloyê Xelatgirên Xelata Şerefnamê
3541
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tirbesp%C3%AE
Tirbespî
Tirbespî (bi erebî navê wê kirine al-Qahtaniya), bajarekî ser Qamişloka Hesîçeyê li rojavaya Kurdistanê ye. Tirbespî weke cihekî cografî heye, weke dîrok xwedî dîrokeke kevnar e, nimûneyên ji gundê Leylên xuya ne. Tirbespî bajarekî piçûk e û xelkên wê mirovine hêja û taybetî ne, lê mixabin ew hinekî bêdeng in û xelkên wê gelekî li ser xwe naaxivin. Navê Tibespiyê ji kêlên goran yên rengspî hatiye. Tirbespî û gundên dora wê biserkêşîya Malbata Haco mazinê eşîra Hevêrkan tê naskirin. Tirbespî gundê malbata Haco bû. Kesên rengekî xwe dane Tirbespiyê Berî sala 1957an Tirbespî navenda veşartina kurdên welatparê û yên pêşvwerû bû (li pirtûka Mihemd Teleb Hîlal meyzêne). Brahîmê Ezem Girgirekekî êla Dorikan ê. Hestûyên şikestî dicebirandin, dermanên kurmancî çêdikirin û keresteyên dermanên xwe bi piranî ji dikana Şamoşo dikirîn. Ebasê Fatê Dema ev camêr diaxivî derzî ketibana deng jê dihat, her kes bêdeng dibû û lê guhdar diman. Bi hostayî û hinerekî bilind diaxivî. Gotinên wî bi rengekî gelekî spehî li hev diguncîn. Wêneyên ciwan ji devê wî derdiketin û şiroveyên wî aqilqne bûn. Dema wî bûyek digot wilo xweşik dihate ber çavê guhdaran weke, ko mirov wê bûyerê di filmekî sînemê de bibîne. Gelo Hêrilo Dikançî bû. Gewrîko Gewrîko bi gewd û gir bû û nîv dîn û behleyî bû û pir dixwar. Ew li pey xwarinê diçû hemû şîna. Carekê di şîna Hesen de, Cemîl birayê Hesen ji Gewrîko pirsî, got niha tu dixwazî her roj yek ji me bimire ne wilo? Gewrîko got, erê bi xwedê xalo! Himo Himo mirovekî her û her serxweş bû, wî eraq ji tenekan divexwar. Ew mirovekî bêzerar û zarxweş bû. Hiseynê Seyîd Hiseynkê Pîxir Navmalî bû. Carekê Hesen gotiyê, here meyzêne, ka ewr e, yan sayî ye! Ew çû derve û hat got: Bi xwedê xalê Hesen baranê nehiş ko ez serê xwe hildim û meyzênim. Mecîdê Êzîdî Mirovekî gelekî xizan û perîşan bû, lê ji dinya xwe jî gelekî dilxweş û razî bû. Tevlî ko pariyek nan di mala wî de peyde nedibû, lê ko tu di ber mala wî re dibuhûtî, bi taybetî danê evaran, te didît gava ko wî û jin û zarokên xwe destên hev girtine, û dîlaneke geş û xweş li ber stranê, ko wan bi xwe digotin, digerênin. Vê malê ti caran ti kes ji xwe tore nekir û ti caran tikesî dengê wan bi xirabî nebihîstiye. Mûro Mirovekî civakhez xizmetkar û xwe tevlî her tiştî dikir. Mûsayê Altê Ew bi eslê xwe ermenî bû, ji herêma Xeran bû. Xwende û wêjevan bû. Wê demê xwendevan kêm bûn û bi ser de ew şeherezayê seqayê bû. Deftereke wî hebû û wî li gor wê zanîbû kengî debe ewr yan sayî û kengî baran dibare. Mûsayê Cido (Mûsayê Kêrker) Mirovekî gelekî henekoyî bû. Devera ko ew lê bana axaftin ya wî bû, bayekî xweş dikete nav civata wî û dibû ken û şahî. Carekê çûbû bajarê Dêrikê. Mûsikê Keçel jê pirsî, got ko apê Mûsa ma tu hatî? Wî lê vegeran, got ko ma ez bêjim na, tê ji min behwer bikî? Wî kêr ji streh û pola çêdikirin û hema gişt ji kêrên wî pêve li herêmê nebûn. Û li gor meteloka kurdî: 'Ne mêrê bê kêr û ne jina bê derzî'kêrkên wî bi her kesî re hebûn, lê gelek caran ew bê kêrik bû. Osmanê Anîşkê Mala wî li ber çêm li anîşka gund bû. Rifeeto Rifeeto kor bû, bi şev bana yan bi roj bana wî bê şaşîtî dizanîbû ka seet çend e. Sewmê Qehyanê (Girêkrîs) Rîsvan bû û borîzevanê leşkerê Tibespiyê bû. Şamoşo Şamoşo xwedî dikan bû. Wî dermanên kurmancî û reng difirotin. Wî derman ji bona alîkariya xelkê difirotin ne ji bona sûdên diravî û bazirganiyê. Şamoşo mirovekî gelekî bêhnteng bû. Wî ti caran sûnd nedixwarin. Heke pêwist kiriban wî bi tenê digot behwer bike. Carekê wî çakêtekî xwe kirî. Dema xwest li xwe bike du caran ceriband destê wî di zendikê re derbas nebû. Wî çakêt avêt û ew nema ti caran li xwe kir. Şibê Şibê mirovekî behle bû. Çakêt û qapût û qirûqaf difirotin. Carekê jî wî sêv difirotin. Zenawer jê pirsî got ko Şibê tu van pîvazan bi çi difiroşî? Şibê di ber xwe de got, ko bi xwedê ko ev pîvaz bin em tê de xisirîn. Ûsiv Gewriyê Ûsivê Çemento Ûsivê Hewarê Di heyama wî de ev alavên ragehandinê yên modern nebûn, lê wî şûna telefon û radyo û televizyonê jî digirt. Te çi pirsîbana xeber li cem wî bû. Cihên ku rengê xwe dane Tirbespiyê Aşê avê Ev aş gelekî kevn e. Dema ku Haco bi êla xwe re hate Tirbespiyê ev aş li wir hebû. Bexçê Mezin Borkê Kehran Bîra Artiwazî Mizgefta Mele Îsa Dêra filehan Dibistana Tirbespiyê Dikana Gelo Hêrilo Diyarê Topê Gola Çîtê Motorê Kehrebê Oda Mala Haco Qehwa Şihadê Qijla leşkerî Şiharê Kerikê Çavkanî Gundên Qamişloyê
3545
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dengb%C3%AAj%C3%AE
Dengbêjî
Dengbêjî, stranên kevneşopiya çanda kurd e ku bûyerên evînî, lehengî û hwd bi stranên bê-enstrûman ji aliyê hûnermendên dengbêj ve hatine gotin û hatine tomarkirin. Di dîrokê taybetiyek girîng e ku bûyerên dîrokî bi nivîskî ne, bi gotinên stranên dengbêjî aliyê hûnermendên dengbêja ve hatine tomarkirin. Dengbejên Kurd li ser gelek bûyerên dîrokî de helbestên xwe nivîsîne û jiber sedemê gelek bûyerên ku di dîrokên dawiyê de qewimiye nehatiye windakirin. Dengbêj Dengbêj bi wan kesên ku nûçe,bûyer û hewalên qewimî bi şêwazeke lîrîk û meqam di nava gel de di civatande distiran re tê gotin. Di vir de deng bi wateya ``xeber,nûçe`` ye. Ne bi maneya hes û seda ye. Dengbêj mirovên gerok bûn. Pirr dereng nîne, dibe ku hîna çend salan pêşta, dengbêjên bi nav û deng gund bi gund, bajar bi bajar digeriyan û li kûçan, li ser bêderan, li koşkên axan û began, li konên reş yên koçber û bertiyan, hemû mirov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra çîrokên û kilamên li ser dilan, şer û mêrtiyê digotin. Bi vî avayî li gundekî demekî kurt disekiniyan û hinek bibe jî jiyana reş yê mirovan şa dikirin. Meriv kare dengbêjan bike du bes: çirokbêj bi giranî çirokan dibêjin û beytbêj jî helbestan dixwîne. Herwiha, li Kurdistana rojhilat ji dengbêjan re lavjebêj tê gotin û cend dengbêjênherî nas ji Qafqasyayê (Ermenistanê) ne. Carina dengbêj kilam û cîrokên xwe bi alîkariya dûdûk/qernetê, tembûr û enstrumanên din didin xwandin. Li hêla din da çand û zimanê kurdî di hêla dengbêjiyê da, yanê di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan da pirr dewlemend bûye. Zimanê kurdî bi gotinên dengbêjên hêja hettanî roja îro hatîye û wunda nebîye. Gava ku em îro hîna kurdî qise dikin, va kerrî pirrî ji saya dengbêjan e. Kilamên li ser Filîtê Quto, Lawikê Metînî, Memê Alan, Evdalê Zeynikê, Derwêşê Evdî, Bavê Fexrîya, Bavê Bexçet, Xalê Cemîl, Geliyê Zîlan, Şerê Ûriz, Xezalê, Têlî nav kurdan gelek bi nav û deng in. Mijarên sereke yên dengbêjiyê Kok û pêkhatina gelê kurd, serhildan û azadî hin mijarên herî girîng ên kilamên dengbêjiyê ne. Tê bawerkirin ku kurd xwe di demên berî zayinê de li çiyayên Zagrosê bi cih kirine û piştre rojhilata navîn ji xwe re kirine welat. Îro gelek texmîn û çîrokên populer di derbarê vê yekê hene ku kurd neviyên sumeran, mediyan yan jî ûrartiyan in. Li hemberî vê yekê efsaneyên dîrokî yên sedan salî hene ku wergeriyane kevneşopan û bûne beşeke çandî ya kurdan. Helbestvanê faris Fîrdewsî (940 - 1020) di berhema xwe ya bi navê Sahname de behsa çîroka hesînkar Kawa dike, yê ku li dijî Dehaqê zalim serî rakiriye. Heman çîrok ji aliyê dîroknasê kurd Şerefxan di sala 1597'an de hate nivîsandin û ev berhem wek çavkaniya herî bedew a dîroka gelê kurd tê hesibandin. Li gorî Şerefxan, gelê kurd neviyên keç û xortan in, ên ku ji Dehaqê zalim hatin xilaskirin. Pişre Kawayê hesînkar serhildaneke serkeftî li dijî Dehaq pêk anî û Dehaqê kuşt. Ev efsaneya Newrozê şera di nava hêlên baş/rind û xirab dike sermijar û bi vî havî serhildan kurdan û daxwaziya wan a azadiyê tîne ziman. Di dema nujên de dengbêjî Dengbêjan li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de biserketine û beşeke girîng a muzîk û çanda kurdî gihandine dema me. Bi saya wan e kilamên dengbêjiyê- hê jî - wek dîrokek zindî - rastî ecibandina gihdarvanan tên. Ewqas ku kilamên dengbêjiyê ji hunermendên ciwan re dibin çavkanî û îlhameke girîng. Çavkanî Mijarên têkildar Lîsteya dengbêjên navdar Girêdanên derve Stran û miqamên kurdî The Sung Home. Narrative, Morality, and the Kurdish Nation Çanda kurdî
3546
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ey%C5%9Fe%20%C5%9Ean
Eyşe Şan
Eyşe Şan (jdb. 1938 Amed − m. Îzmîr), stranbêjeke navdar a kurd e. Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin. Jiyan Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di çiriya paşîn a sala 1938an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedî malbatek mezin û navdare. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû. Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de tesîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çimki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bi hezaran sale ku hê ji di nava Kurdan de didome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebiyata devkî ya Kurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayika Eyşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê. Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê min bi ziman bûna ku ji were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’ Sala 1958an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cimaeta Kurdan dike. Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana kurdî ye û li her derê di nava kom û civatên xwebixwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafirine. Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şerieta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û çanda paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide meşandin. Bûyerek tal di jiyana Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Şewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê Entabê bi zimanê tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana Elî de evîna strana kurdî heye, wê ji karê di radyoya Entabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi zimanê kurdî û tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bi dengê xwe yê xweş dikari bibe xwediyê hertişti û pir dewlemend bibe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkirinê, mafê wê nedidanê û ew hertim feqîr û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê ji ber vê bêedaletiyê gelek xem dikişandin. Ji aliyekê din ew bi vê heqiqetê ji hesilyabû ku sistema komara Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin. Naveroka stranên Eyşe Şanê Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe: 1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bi sedan sale sing bi sing ji aliyê dengbêjên Kurd ve hatine gotin û parastin û samanek netewi û diroki tên hesibandin. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din. 2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mirov dikare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jiyana Eyşe Şanê ne. Ji wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku li ser paşverotiya adet û orfên civaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkirina şexsiyeta jinên Kurd hatiye gotin, bala mirovan pir dikişine ser xwe. Herwiha strana (Qederê Yar) ku li ser jiyan û bextreşiyên xwe yên di cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye. Eyse Sanê strana (Xerîbim Dayê) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn. 3_ Pişti sala 1990an ku agirê şoreş û serhildanên netewi li bakurê Kurdistanê berfirawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya ji bo Kurdistanê ku bi salan ji aliyê Kemalistan ve hatibû serkutkirin, ji nûve geş û gor bûn. Ji bona wê ji Eyşe Şanê bi dengê xwe yê hertin xweş bûyerên siyasi ji ku di civata wê de diqewmin anin ziman. Stranên siyasi ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindine bi pirani behsa wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê û qetilamên ku dagirkerên Kurdistanê pêkanine dike û bi vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya ji doza welatê xwe re dide diyar kirin. Stranên Werin werin Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir li ser bûyerên Kurdistanê hatine strin. Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê di wan salên reş de ku siyaseta asimilasyona Tirkan her dera Kurdistanê girtibû bin bandora xwe û zimanê kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek ji bo tenahiya dilbirindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin. Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn. Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nifşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin. Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nifşparêz û inkarkar nebe û bi rasti ji xanima Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand. Eyşana Kurd li sala 1972an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztir bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgîniyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê. Sala 1979an Eyşe Şan ku bi salan bi hesreta ditina başûrê Kurdistanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bi germi ji aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdistanê hat pêşwazi kirin. Li Bexda, Dihuk, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mina M. Arifê Ciziri, İsa Berwari, Gulbihar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên din re derket ser sehnê û bi hevre konsert pêşkêşi gel kirin. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mizori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje: ’’Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’. Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de. Ji sala 1979an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Beisiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dilsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese: Werin werin Pêşmergene Derd giranin bêçarane Ew xerib Kurmancê mene…ax Ev Dihoke, ev Musile Zalim Seddam li me hu kir Zar û zêçê me belakir Ew qatil fermanê rakir …ax Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken. Eyşe Şanê gelek stran tomar kirine ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye. stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn. Eyşe Şanê di jiyana xwe de ji ber paşverotiya civaki û zordariya dagirkerên Kurdistanê qet xweşi neditin û hertim ji bo bêşansi û êşa girana jiyana xwe stran dixwindin. Dema Heciye Xanima dayika Eyşe Şanê li Diyarbekirê dimire, ew ji tirsa bira û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nikare dayika xwe bibine û vi derdê xwe wiha tine ziman: Dayikê qorban ava çemê Diyarbekir iro diherike leme leme e e e Daykê qorban pêl li pêlê dixe davê ser keleme Wele iro dayika min nexweşe waya min tunine Hêsirê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine Heywax dayê xeribim dayê, hey wax dayê neminim dayê, Heywax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê dayê ez bimirim dayê… Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî. Ew hertim bi tenê bû û di nava xembari û xemginiyek bêdawi de ji nava me koçkir. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj. Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û... Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênimune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû. Eyşe Şan xanimek rewşenbir û welatperwer bû û baş bi derdê bindestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Ji bona wê ji hertim wiha digot: ‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’ Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hinek hunermendên bêhelwest ji bona pere û malê dinyayê huner û kesayetiya xwe ya netewi bifiroştana, bêgoman ewê di rewşek baştir de bijiya. Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene. Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18ê Kanuna sala 1996an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir, bi nexweşiya şêrpenceyê li nexweşxaneya bajarê Îzmîrê çû ber dilovaniya Xwedê. Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên din ji nifşê pişti xwe re bû xwindingehek dewlemend û di roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kilamên wê dixwinin Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike. Xizmet û keda Eyşe Şanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn. 1. Ev stran Eyşe Şan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye. 2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyşe Şan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye. Cend stranên Eyşe Şanê Qederê Were yar... Qederê yar Qederê #er bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar Yar yar yar qederê yar Lê qederê... te gostê min helandî Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar Tu ji min re bûyî bazar Te ez kirime tucarekî bilmez Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar ... Lê qederê maliksewitiyê Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar Tuyê li dawiyê bûye gurekî Siba tu bircîye har yar yar yar Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar Yar yar yar qederê yar, yar yar... Lê qederê ...malik sewitiyê Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim axakî xwe yê rûsar Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar... lê qederê... Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar... Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze Bi heft salan û dilîze bi qumar Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar... Lê qederê... maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar... Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar qederê yar ... Derdê Hewiyê Wele te nagirim, bîlle te nastînim Wele te nagirim lo bîlle te nastînim Derdê hewiyê welle nakisînim Dayê ez nagirim bavo nastînim Derdê hewiyê welle nakişînim Jinê wî diduye çavê wî birçîye Li malê pevçûye wele nastînim Dayê nastînim lo, bavo nastînm Welle te nastînim, bîlle te nastînim Derdê hewiyê welle nakisînim Jinê wî care bi dost û yare Wele nastînim, bîle nastînim Derdê hewiyê nakisînim Wele te nastînim, bîlle nastînim Cembelî kurê mîrê Hekarî Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Dergûsa cembeliyê min ji darê mazî Min hejandî bi zend û bendê xwe yî tazî Tirsa min ji wê tirsê siba li dû min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya dibe hawar û gazî Ay de lorî lorî Cembeliyê min lorî Dergûsa Cembeliyê min li ser dare dike Dergûsa delalê dilê min li ser darê dikê Ezê îsev dergûsa Cembeliyê xwe yê picûk bigirim Bavêjim ser dêla avê me dikim Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Ax Xwedêyo tu çiqas pakî tu berf û baranekî Tu rêçê li van zaliman wendakî Tu min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya Li zozanê Serefdînê bi hev û dinê sakî Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Girêdanên derve Kakşar Oremar, Prensesa Bêtac û Text, Eyşe Şan, çapa yekem: Amed 2012 mp3ên Eyşe Şan www.timekurd.com Stranbêjên kurd Jidayikbûn 1938 Mirin 1996 Dengbêj Kurdên Bakurê Kurdistanê
3552
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ava%C5%9F%C3%AEn%20%28kovar%29
Avaşîn (kovar)
Kovara Avaşîn ji hêla Înstîtuya Kurdî li Stockholmê (Swêd) di sala 1996an da dest bi weşanê kir. Kovareke demsalî bû û ji sê mehan carê dihat weşandin, 13 hejmar hatin weşandin. Kovarek wêjeyî, çandî û ramanî bû. Çavkanî Kovarên kurdî
3553
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ava%C5%9F%C3%AEn
Avaşîn
Avaşîn (av) Avaşîn (kovar)
3556
https://ku.wikipedia.org/wiki/Deng%20%28kovar%29
Deng (kovar)
Kovara Deng li Istenbole tê weşandin. Kovarek siyasî û Çandî ye. Mehê da carek derdikeve. Bi Kurdî û Tirkî ye. Heya niha 74 hijmar hatîye weşandin. Kemal Burkay, Ibrahim Güçlü, Ekserê Boyik, Mahmut Kilinç di nav nivîskarên kovarê da cîh digrin. Girêdanên derve Malpera Kovara Deng Çavkanî Kovarên kurdî
3557
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AAkol%C3%AEn%20%28kovar%29
Lêkolîn (kovar)
Kovara Lêkolîn weşanê Înstîtûta Kurdî ye û li Berlîne di Adara sala 1995an dest bi weşanê kir. Di kovarê de lêkolînên li ser zanyariyên civakî weke ziman, felsefe, dîrok, civaknasî dihate weşandin. Redaksîyona Kovarê Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî, Selim Ferat, Îzedîn Nasso, Şükrü Alkan û Hüseyin Kartal Çavkanî Girêdanên Derve Malpera Kovara Lêkolîn Kovarên kurdî
3559
https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AAv%C3%AEdar%20Zana
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana di 29ê kanûna pêşîn a 1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî kuştina birayê wê Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve çiya. Di sala 1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û nûçe û bernameyan pêşkêş dike. Di sala 1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêşkêş dikir û moderatoriya bernameyan dikir. Demekê nûçgihaniya radyoya SBS kir, ku ji Awistralya bi zimanê kurdî weşana xwe dike. Gelek çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin. Niha di Kurdistan TV'yê de bernameya Ji Ewropa pêşkêş dike. Girêdanên derve Nivîseke Hêvîdar Zana; DIL BÛ MECNÛNÊ KEZEBÊ Al Hayat hevpeyvînek ligel rojnamevana Kurd Hêvîdar Zana çêkir Zana, Hêvîdar Zana, Hêvîdar
3561
https://ku.wikipedia.org/wiki/Welat%C3%AA%20Min%20%C5%9Eahtamar%C3%AA%20Min
Welatê Min Şahtamarê Min
Pirtûka Ahmed Arîf a dudyane. Ev pirtûk piştî mirina helbestvan, di hêla lawê wî da hinik helbestên nû hinik ên ku berê di kovaran da hatîye weşandin di vê pirtûkê da hatîye berhevkirin. Pirtûk di sala 2003 da di nav weşanên Everest da derketîye. Min evîna te hêdî hêdî Min evîna te mirse-misre Li ser diranên margîskan neqisand, Li diranên bi jehr, Biçiranek, kertik… Li ser simêla werşeq Ku çavên wî cotek dojeh Bêhna xwîne ketîye poz Û bengî… Min evîna te hêdî hêdî Min evîna te mirse-misre Li ser dilên pola ên çiya neqişand Li ser gûzana çîl-hîşîn a birûska Lo min di girtîgehan da ji te hezkirîye Di sirgûnan da. Welatê min şahtamarê min… Li bilindayiyên te cemed Û berf, Kêrgûyên hişîn ên çîyayî Marên zemheri Ku gava tavê le dida sor dibû Û Eyloyên herî rind ên dinyaye Ku bi xişmek yaqûtî Diçîrûskîn ………………………. ………………………. Tu li ser ser û ser çavê min e Tu li ser bêdengî û ser qerîna min e…… Li tu dosyayên dizî Li tu pirtûken vekirî Ji navê te bêtir sîleh Ji qedera te bêtir guneh Nehatîye nivisandin Li dû te harên Dravên bi xwîn Yanî seyên dolaran Gurên sterlîn û zêran Û Nemrûdên neftan Û Yezîdên zirîçan…. ……………… ……………… Tu li revê da, li mişextiyê da Di hewla can da yê….. Û miriyên zarokan Hatiye perçekirin Ku hîn bêhna şîr jêdihat. Û miriyên dayîkan Dayîkên bejn zirav, cîwan Çav vekirî. Gelê min Li ber sêdaran aşît…. Helbest: Ahmed Arîf Wergerandin: Jiyan Alpîranî Helbest
3562
https://ku.wikipedia.org/wiki/Naz%20Xwe%C5%9Fnav
Naz Xweşnav
Nas Xweşnav di sala 1974an de ji dayik bû. Ji Başûrê mezin ê Kurdistanê ye. Xwîşk û birayekî birêz Xweşnav hene. Li Zaningeha Salahaddin a li Hewlêr, beşa aborî xwendi ye. Niha li Roj TV spîkeriya beşa soranî dike. Birêz Xweşnav dibêje: "Spîkertî karekî neteweyî ye û ez jî hewl didim ku, vî nirxî baş biparêzim û nirxên kurdan baş pêşkêşî kurdan bikim." Rojnamevan
3567
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Eran
Îran
Îran an jî Komara Îslamî ya Îranê () welatekî Rojhilata Navîn e. Îran li bakur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Tirkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Efxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt, Erebistana Siûdî, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Omanê re hevsî ye. Bi 1.648.195 km2 mezinahiya xwe ve di dinyayê de dewleta 18em e. Mezhebê fermî yê Îranê şîî û zimanê fermî jî farisî ye. Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewrasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC) ye. Nav Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e. Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê îranî Zerdeşt tê gotin. Lê Zerdeşt bi eslê xwe kurde. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye. Heta 1934ê jî Îran wek Persia dihate nas kirin. Reza Şah Pehlewî ev nav ji bo ku Qacarî û dîroka reş ya herêmê tîne hizra mirov, guherand û bi fermanekê navê nû wek Îran da pejirandin. Dîrok Pêşdîrok Devera dîrokî ya ku Îrana îroyîn pêk tîne ji serdemeke pir kevn ve bûye qada jîngeheke mirovan. Her çend di derheqê demên pêşdîrokî yên Îranê de agahî kêm bin jî, tê zanîn ku li Başûrê Îranê di Paleolîtîkê de mirov dijiyan. Serdema antîk Med û Pers Heyama Med, ku piştî bêdengiya şaristaniya Elam dest pê kir, bû sedem ku Iran di dîroka cîhanê de derkeve pêş. Med qebîleyek naskirî ya hind û ewropî ya Serdema hesinî ne. Ne diyar e ku ew îro ji ku hatine, û ew ne kesek xwedan xwendin bûn ji ber ku wan nivîs bikar neanî. Medî, yên ku êlên li intoranê anîn yekbûnek siyasî ya xurt û kirin ku ew di jîyana sîyasî ya herêmê de rol bilîzin, dibe ku di dawîya sedsala 13-an ya Berî Zayînê de bi Qefqasya ketine erdnîgariya Iranê û li başûrê Deryaya Qezwînê. Mediyên ku piştre dest bi belavbûnê kirin, hebûna xwe li Rojavaya Başûr û bi piranî li navenda bajare Ektabat domandin. Têkilîya med û kurd Êl û hozên Medan yekemcar di deverên di navbera Hemadan û Kirmanşaha îroyîn li başûrê rojhilata Kurdistanê -ku dilê Medya bû- bi cîh bûn. Di tomarên Asûrî de ev dever bî "Medaya" dihat nav kirin. Medan komeke koçber bûn. Wek gelên namzed din yên hind û ewropî; faris, ermen û efxanî di Rojhilata Navîn dijiyan. Medan di serî de, ji başûrê welatê xwe ve, li başûrê rojhilatê Kurdistanê û paytexta wan, Hemedan (Ekbatana kevnar) welatê xwe berfireh kirin, pîşt re, ber çiyayên Zagros û deverên rojavayê zozanên Îran û rojhilatê Anatoliya'yê çûn. Kurdên îroyîn bi zimanek wek zimanê medî, ango, bi zimanek hind û ewropî ya şaxê îranî diaxivin. Bi têgihînek bêtir sînordar, zimanê kurdên hevdem zimanek ji şaxa zimanên îranî yê bakûr-rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye ku medan jî di nav vî şaxê de ye. Lê herwiha gilakî, mazenderanî, tat, talîş û belûç hemû dikevin şaxa zîmanê medan. Heya nêzîkê heşt sedsalan berê, wê deverê li başûrê rojhilatê Kurdistanê hîn wekî Mah (ango, Medya) dihata binav kirin. Di rastiyê de, hê jî hin êl û eşîrên kurdên hevdem bi şêwazên pêşkeftî yên navê Med an jî Mad digirin hene. Wek Meywandlu, Meymand, Mamand, û Mafi. Bestên herî mezin a li wê tevahiya herêmê hîn jî bi nav "Mahî Deşt" bi wateya "Deşta Medan" tê gazîkirin. Împeratoriya Hexamenişî Di dîroka kevin da ew emperatorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Li deman demekê, desthilata wê li aliyê rojhilatê digehişt Efxanistan û Pakistana niha, li aliyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li aliyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên Deryaya Reş, li rojava digehişt tevaya Anatolî û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, Sûrî, Ordin, Libnan, Felestîn, Israîl, nîvgizirta Erebî, Misir û parek ji welatê Lîbyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişiyan nêzî 7.5 - 8.5 milyon kîlometirên çargoşe bû. Ev împeratorî wekî serhildanekê dijberî împeratorî ya Mîdiyan hat avakirin û bi qasekî xurt û bihêz bû ko du caran nêzîk bû tevaya Yewnanistana Kevn bigirt. Li dawiyê jî liser destê Îskenderê Mezin herifya. Leşkirê Îskender paytextê Hexamenişiyan, Persepolîs anko Parse şewitand. Heyama Helenîstîk û Selevkîdî Împeratoriya Hexamenişî, ku serweriya xwe heya Hindistanê saz kir, dema ku Padîşahê Makedonyayê Îskenderê Mezin dewleta xwe li herêma ku heya Hindistanê dirêj dibe ava kir. Îskender, Pers dawîd di navdar de Empiremparatoriya Faris ji dîrokê wêran kir. Hingê Îskender ji herêmê vekişiya, rêveberiya axên Axa ji fermandarên xweyên mezin re hişt. Îskender jî çanda Helenîst anî broughtranê. Bi Împeratoriya Romê serweriya li ser Rojhilata Navîn bi hevra Anatolya di salên paş-Mesîhî de, hem çanda Helenîst û hem jî bandorên ji Farisan dê li van herêman biqedin. Piştî Îskender, herêma Iran, yek ji fermandarên wî Seleukos I Nikator. Gava Seleukos paytexta xwe bar kirâ Sûrî, be Şam kir. Di encama imparatoriya seleukos de hemî hêza xwe li ser tixûbên rojava derbas kir û rojhilat paşguh kir, parêzgehên rojhilat dest bi tevgera serbixwe ji navendê kirin, û ji van parêzgehan, serokê Eşkanî eşîr li dewleta Eşkanîyan Asacres piştî ku li dijî Selevkiyan serî hilda û êlên din di bin serokatiya wî de kir yek, Împeratoriya Eşkanî ava kir. Piştî îslamê Dewleta biweyhiyan (955-1062) Gava ku sê Mîrîtiyên Buwayhid-ê yên yekbûyî bûn yek, dewlet xurttir bû. Gava Adudüddevle, yê ku dewlet yek kir, mir, di 983-an de dîsa tevlihevî çêbû. Wî di sala 1029 de Mehmûdê Gaznî yek ji Büveyhoğulları, ku bû du şax, veqetand. Di dema Adud al-Daula de, gelek mizgeft û nexweşxane li welêt hatin avakirin. Vana di encama Mongolî de hatin rûxandin. Fermandarên Tirk ên Buveyhiogullari li Bexda carinan li dijî Buveyhogullari serî hildan. Ji ber vê sedemê, şaxê din ê Buveyhioğulları dest bi lawazbûnê kir. Xelîfeyê Abbasî Kaim Abassi, ku dixwest ji bin zordariya Buveyhiogullari xelas bibe, ji Siltanê Mezin ê Selçûqî Tuğrul Bey alîkarî xwest. Tuğrul Bey di dema gera xwe ya Bexda di 1055-an de şerê Buveyhiogullari kir û têkçûnek giran li wan kir. Tuğrul Bey, ku hukumdarê Büveyhioğulları dîl girt, dawî li vê dewletê anî. Di dema Büveyihoğulları de gelek xebatên mîmarî jî hatine çêkirin. Büveyhioğulları xanedaniyek e ku li beşek diyarkirî ya erdên Îran, Iraq, Azerbaycan û Tirkiye serdest bû. Xanedana Anûştigîniyan (1077-1220/31) Li vê parêzgehê, ku ji hêla parêzgarên ku ji navendê di bin Dewleta Selcûqîya Mezin de li herêma Xwarezmîyan hatine tayîn kirin de, jiyana azad di dema Anuş Tekin de dest pê kir. Ew di serdema de, ku di 1128an de wekî parêzgarê Xwarezmê hate tayîn kirin, nîv-serxwebûnê bi dest xist. Kurê Aladîn Celaleddîn Rumî li Mongol li Efxanistan şer kir û ber bi başûr ve vekişiya û bi derbasbûna ket Hindistan. Piştî ku Cengîz Xan vegeriya Mongolya, Celaledîn vegeriya Îran û ji Iraq kete Azerbaycan û Atabeylikên Îldenizî di 1225 de hilweşand. Wî bir Tebrîz. Armanca mirovên ku ji Mongol direvin û giregirên Harzem penaber bûn li Anatoliya bû. Lêbelê, berjewendiyên siyasî bûn sedema hilweşandina serdestiya Khwarezm. Herweha, tê fikirîn ku kes û giregirên ku bi xanedaniyê re hatine bi Selçûqiyan re tevlihev bûne. Împeratoriya Mongolan Îlxanî Îlxanî xanedaneke mongolî bû, wekî sedsala 13an de bûne Misilman. Împeratoriya wan ji navbera salan 1256–1335, ku carinan tevahiya Îran, Mezopotamya û perçeyên mezin ên Asya Navîn û Anatolya ketine detê împeratoriyê. Îlxanî bi paytext xwe Tebrîz ji hêla generalên Hulegû, neviyek Cengîz Xan ve hate damezrandin. Desthilata Sefewiyan(1501-1736) Li 1473yê di navbera Osmanîyan û Aqqoyunîyan şerek li Erzîncanê rûda. Di encama wî şerî de Aqqoyunî ji rojhilatê Anatolyayê hatin derxistin. Her wisa ev yekem car jî bû ku kurd bûn du parçe ku yek parçe li nav Osmanîyan ma, yek parçe jî li nav Îranê ma. Bingeha parçebûna welatê kurdan li vî şerê bi navê Otluqbelî destpê dike. Piştî Aqqoyunî ji Anatolyayê hatin derxistin hêza xwe gelek winda kir. Wî wextî jî li bajarê Erdebîlê terîqeta Sefewîyan mezintir dibû. Serokê vê terîqetê Şêx Sefîyudîn bû. Şêx Sefîyudîn nevîyê Fîruz Şahe ku Fîruz Şah bi eslê xwe kurdekê ji Yemenê ye, koçî Azerbaycanê kiribû û malbata wî entegre bibû çanda azerîyan,. Li sala 1501ê de şerek di navbera Aqqoyuniyan û Siltan Îsmaîl de qewimî. Di encama wî şerî de desthilata Aqqoyunî ya li Tebrîzê hate xerab kirin. Îsmaîl şûna emîrên Aqqoyunî hikûmraniya xwe da dest pê kirin. Xwe wek Şahê Îranê da binav kirin û şahitiya xwe li gor çar bingehan damezrand: Siyaset: Îsmaîl li gor şecerekê ku ji aliyê bapîrên wî ve hatiye amade kirin, xwe wek neviyê Îmam Elî dihesiband Terîqet: Îsmaîl xwe wek Murşidê Kamil yê terîqeta Sefewî dihesiband. Hêjayî gotinê ye ku damezrînerê vê terîqetê Şêx Sefyeddînê Erdebîlî bû Teşeyyû(şîekirin): Îsmaîl di yekem roja ragihandina şahitiya xwe de Şîetî kir mezhebê fermî yê dewletê. Ferman da ku êdî di xutbeyan de navê 12 îmamên Şîe bên xwendin û lenet li 3 xelîfeyên berî Elî bê kirin Îranîbûn: Îsmaîl dixwast li axa qedîm ya Îranê de dewleteke yekgirtî ava bike û çanda Îranê zindî bike Şah Îsmaîl kesek Tirkê Azerî bû ku gelek caran helbestên xwe bi tirkî dinivîsand. Şah Îsmaîl di rêvebirina dewletê de alîkarî ji heft êlên Tirkan werdigirt; Şamlo, Rûmlo, Tekelo, Ustaclo, Qacar, Efşar û Zulqedîr. Hêjayî gotinê ye ku piştî binemala Sefewiyan, desthilata Îranê ket di bin destê binemalên Efşarî û Qacariyan de. Şah Îsmaîl mirovekê şîeperest bû, ji ber vê jî dijîtîya wî li dijî sunîyan pir xurt bû. Bi taybetî li wê demê Dewleta Osmanî hebû ku dewleteke sunî bû, her wisa di navbera dewleta Osmaniyan û Sefewî de jî eşîretên Kurdan hebûn ku pirraniyan wan sunî bûn. Ji ber vê sedema sunîbûna Kurdan Şah Îsmaîl gelek zordarî li Kurdan dikir û polîtikayên taybet ji herêmên Kurdan dimeşand. Em dikarin li ser sê xalan siyaseta Şah Îsmaîl a dijî Kurdan aşkere bikin: Nehiştina desthilata serdarên xwecih ên Kurd, di cihê wan de danîna serdarên Qizilbaş bi eşîretên wan ve Naçarkirina xelkê navöeyên dagirkirî yên Kurdistanê ji mezhebê sunî û çûyîna wan a li ser mezhebê caferî Şieya Danzdeh Îmaman Ji bo tirsandina xelkê bikaranîna şîdeteke hişk û bêdengkirina bêmerhemetî ya her awa berxwedan û serhildanê Ev helwestên Şah Îsmaîl di nav du komên mezin ên rojhilata navîn de tovên dijminiyê çand. Di navbera dinyaya Sunnî û Şîe de, her wisa di navbera Kurd û Eceman(Tirkên Şîe-Azerî) de dijminiya bi sedsalan destpê kir. Zilm û zordariya Şah Îsmaîl li ser gelên sunî bi taybetî jî Kurdan bû sedema şer di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de. Li deşta Çaldiranê hêzên Osmaniyan û Sefewiyan şer kir û di encamê de heta Tebrîzê welatê Kurdan ket bin destê Osmaniyan. Hêjayî gotinê ye ku her çend gelek eşîrên Kurd li gel Osmaniyan bin jî, hejmareke zêde ya eşîrên Kurdan jî li gel Sefewiyan bûn. Şah Îsmaîl bo kurdan mirovekê durist nebû. 11 serokeşîrên kurd hatibûn cem wî ku dilsoziya xwe nîşanî wî bidin lê wî ev serokeşîr hemû zindanî kirin. Runiştecihên kurdan kir bin destê hikûmdarên azeriyan de. Bi vî şeklî dijminî hêdî hêdî di navbera kurd û eceman de berdewam kir Li aliyê rojava Osmaniyan tehdît li desthilata Sefewiyan dikir, her wisa li rojhilatê Îranê jî Ozbekan ku bixwe sunî ne, tehdît li desthilata Sefewiyan dikir. Şah Îsmaîl ji bo ku rojhilatê welat biparêze, eşîra Kurd a bi navê Qeremanlo li Xorasanê bicîh kir. Her wisa Şah Tehmasbê kurê Şah Îsmaîl jî gelek hozên Kurd ê bi navên Zengene, Çegnî, Zeyg û Kelhurî veguhestin sinorên Ozbekan yanî li Xorasanê. Di navbera salên 1533 û 1553ê de 20 salan Osmaniyan û Sefewiyan şer kir. Di van şeran de Osmaniyan bi alikariya Kurdan gelek herêmên Sefewiyan jê standin. Di dawiya vî şerî de Hevpeymana Amasyayê hate destnîşan kirin. Aliyên vê hevpeymanê Siltan Silêmanê Qanûnî û Şah Tehmasb bûn. Piştî Şah Tehmasb gelek şah bi wextekê kin hatin guhertin. Di dawiyê de Şah Ebbas bû şahê nû. Di dema desthilata Şah Ebbas de gelek guherînên demografîk li Kurdistanê hatin kirin. Gelek zordarî li hoz û êlên Kurdan hatin. Ji bo mînak serhildana Emîrxan Lepzêrîn di dewra Şah Ebbas de rûda bû. Bi taybetî li herêma Urmiyê guherînên gelek girîng hatin kirin. Hoza mezin ya Eceman Efşar li Urmiyê hatin bicîh kirin. Êlên Efşarî yên li Urmiyê hatin bicîhkirin ev in; êla Kunduzlo li melbenda Dolê, Êla Qerqelo li melbenda Rewzeyê, êla Kuhkelo li melbenda Nazloyê, eşîra Îmanlo li derdora bajarê Urmiyê, êla Arşlo li Şino û Seldozê, eşîra Qasimlo li Sayînqelayê hatin bi cîh kirin. Desthilata Efşaran(1736-1747) Li sala 1736ê dewleta Sefewiyan hate rûxandin û binemala Efşariyan bi rêberiya Nadir Şah desthilata xwe daxuyand. Ev binemal bi eslê xwe tirk in û her wekî sefewiyan vê binemalê jî gelek zilm û zordarî li kurdan kir. Nadir Şah ji ber tirsa ozbekên sunî, gelek kurd şandin rojhilatê îranê ku îranê biparêzin Desthilata Zendan(1747-1779) Piştî mirina Nadir Şah li sala 1747ê li Îranê kaos peyda bû. Di nav vê kaosê de kurdekê bi navê Kerîm Xan Zend, desthilata xwe îlan kir. Ji sala 1750 heta 1779ê desthilata wî berdewam kir. Bi xiyanetekê desthilata wî jî hate rûxandin. Desthilata Qacariyan(1779-1925) Desthilata Qacariyan li sala 1780 heta sala 1921ê bi derbeya leşkerî dewam kir. Li sala 1921ê de ji aliyê Riza Şah ve darbeyek li Îranê çêbû û desthilata Îranê ket bin destê Riza Şah.Li sala 1925ê jî desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî. Şahê dawiyê yê Qacariyan Ehmed Şahê Qacar çû Parîsê. Axa Mihemed Xan(1779-1797) Desthilata Qacariyan bi rêberiya Axa Mihemed Xan ve hate ava kirin û gelek kes ji eşîra Zendan û têkildarî vê eşîrê kuştin Qacarî ji çend eşîran pêk tê. Di navbera salên 1780 û 1790an de bajêrên Îranê yek yek bidest xistin. Li sala 1786an de bajarê Tehranê dagir kirin û ew der wek paytextê xwe îlan kirin. Li sala 1796an de jî Malbata Qacariyan ava kirin. Êdî li Îranê desthilata malbata Qacariyan destpê dike. Nesredîn Şah Piştî mirina Axa Mihemed Xan Dewleta Qacariyan ji aliyê Nesredîn Şah ve dihate rêve birin. Dewlet xwediyê 9 wezaretan bû. 5 wezaret li ser kaxezê hebûn û 4 wezaret jî her çend bi aktîf kar kiribin jî burokrasîya zêde mezin di dewleta Qacariyan da nebû. 4 wezaretên aktîf; Wezareta Şer, Wezareta Darayî, Wezareta Dadê û Wezareta Karên Derve bû. Mîrektiyên kurd Erdelan û Mukrî di dema Nesredîn Şah de hatin rûxandin Wezareta Karên Derve li çend dewletên derve berpirsiyar hebûn, di nav wan de Îstanbul, Parîs, Washington hebû Wezareta Darayî dema destpêka dewleta Qacariyan welat wek 38 herêmên bacê parve kiribû lê li salên 1910an de ev herêmên bacê kiribûn 18. Ji bo bac komkirinê li her herêmê mustavfiyek dihate hilbijartin. Mustavfî bi alikariya serokeşîrên herêmê bacên herêmê kom dikir û dibir Tahranê. Wezareta şer 8 hezar peyadeyan bû 5 hezar ji wan topavêj bûn û xwedî 4 topan bûn. 3 hezar jî ji Lîwaya Qazaxan bû. Fermandeyê Liwaya Qazaxan ji Rusî bû. Leşkerên Liwaya Qazaxan hindek ji eşîra Şahseven bûn, hindek jî penaberên Tirk bûn ku ji Rusî revîbûn û hatbûn Erîvanê. Lê bi dûçûna wezareta şer ew xwedî 200 hezar leşkeran bûn. Lê 200 hezar leşker, leşkerên eşîrî bûn û her yêk xwedî serokeşîrekî bûn. Ji bo ji biryarên Hikûmeta Qacariyan bêhtir biryarên serokeşîran girîngtir bûn. Wezareta Dadê bêhtir li ser sûcên dijî dewletê kar dikir. Wek din gelek kar û barên têkiliyê edaletê li her herêmekê ji aliyê eşîran ve çareser dibû. Ulemayên dewra Qaacariyan xweser bûn. Bacek bi navê Hums ji xwe re kom dikirin. Her wisa zekat jî kom dikirin. Feth Elî Şah Avabûna dînê Bahaî di dewra Qacaryan de ye. Ticarekê Şîrazî li sala 1840an de xwe wek derekî dide nasîn ku di wî derî de Îmam Mehdî dê borît. Piştî vê ev ticar tê darve kirin. Mirîdên wî li sala 1852an de sûîkastekê li dijî Nesredîn Şah pêk tînin. Lê hemû tên girtin, wek zindiq tên binav kirin û ceza dikin. Gelek zanayên vî dînî direvin nav Osmaniyan. Nesredîn Şah Li sala 1880ê de li Şemzînanê Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî ber bi axa Qacariyan ve rû da. Qacariyan bi alikariya dewleta Osmaniyan Şêx Ubeydela bêdeng kir. Xwepêşandana Tûtinê Li sala 1891ê, ji ber rêvebirina xerab ya Nesredîn Şah bû sedema serhildaneke mezin. Şahê Îranê gelek maf dabûn şirketên İngilîzan ku tûtina Îranê çê bikin û ticareta wê bikin. Li dijî vê xelkê Îranê rabûn ser xwe. Her wisa melayên Şîeyan jî bi fetwayan piştgiriya gelê xwe kirin. Li ser van bûyeran Şah naçar ma û li sala 1892yê ev mafê daye ingilîzan betal kir. Mizeferedîn Şah Di 28ê gulana 1901ê de di navbera ticarekê ingilîz bi navê William Knox D'Arcy û Muzaffereddîn Şah de hevpeymaniyeke bi navê Hevpeymana Îmtiyazê ya D'Arcy îmze kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ; Ji bilî 5 parêzgehên bakurê Îranê, li Îranê heqê petrolê 60 sal e Di avabûna yekemîn tesîsa şîrketê de 20 hezar sterlîn pare û bihayê 20 hezar sterlîna jî pişk dê were dayîn bo hikumeta Îranê. Her wisa salane %16e ji qezencê şîrketê dê were dayîn Dema hevpeymana 60 salî xelas dibe, hemû materyal û tesîsên şîrketê dê bibin malê dewletê . Her wisa di dema lêgerîna petrolê de diz û çeteyên herêmê şîrketa petrolê gelek caran aciz dikir. Ji ber vê jî şîrketê li gel eşîrên herême bi taybetî Bextiyariyan pêkhatin. Ji bo ku ev eşîr ewlehiya herêmê biparêzin %3 pişka qezenca şîrket distandin. Lê ev pişk jî dema Şah Reza de bû malê dewletê. Hevpeymana D'Arcy heta şoreşa Îslamî di navbera Îran û Ingîlîzan de dibe sedema pirsgirêkan. Piştî lêgerînên şîrketê, petrol li sala 1908ê de li Mescîda Silêman hate peyda kirin. 14ê nîsana 1909ê de jî Anglo-Persian Oil Company hate damezrandin. Lê ji ber girîngiya petrolê ji bo artêşa Îngîlîzan, Îngîlîzan dest dana ser şîrketê û %55 pişk ji şîrketê kir malê dewleta Îngîlîzan. Li sala 1912ê de jî di gemiyan de şûna komirê, berhemekê petrolê fuel oil hate bikaranîn. Ev pêngav ji bo îngîlîzan, petrola Îranê binirxtir kir. Êdî Îran ji Îngîlîzan wek Hindistanê dibe welateke girîng. Berî ku Şoreşa Makezagonî were îlam kirin sê aliyên Îranê hatibûn dagir kirin. Li aliyê Başûr Brîtanya, aliyê bakur Rûsî, aliyê rojava ve jî Osmaniyan Îran dagir kiribûn. Li zivistana 1905ê hêzên Osmaniyan fersend ji kaosa di nav Îranê de dît û ji Makû, Urmiye heta Seqizê xistin bin kontrola xwe de. Brîtanya û Rûsî ji van pêngavên Osmaniyan gelek aciz bûn û givaşeke mezin li ser Osmaniyan çêkirin ku Osmanî vekêşin. Li sala 1908ê de Osmaniyan bi alîkariya eşîrên kurd heta Mehabadê dagir kirin. Lê li sala 1911ê de bi givaşa rûsan, Osmanî ji ji herêmên kurdî yên Îranê derket. Şoreşa Makezagonî Di hezîrana 1906ê de bi rêberiya Seyîd Evdilla Behbehanî û Seyîd Muhemmed Tabatabayî hezar xwendavanên medreseyan protestoyek lidarxistin. Dixwastin ku li Îranê maf û hiquqa bidad were bicîh kirin. Eger gotina wan neyê cîh, dê xizmetên dînî werin rawestandin. Her wisa ticar û esnafên Îranê jî grevek giştî dan destpê kirin. Ev her du rûdan hêdî hêdî ber bi şoreşekê ve diçû. Bi hêza ticar, dînzana û rewşenbîrên Îranî di tebaxa 1906an de ji aliyê Muzeffereddîn Şah li Îranê şoreşa makezagonî hate kirin. Dû vê jî çiriya pêşîn a 1906ê de meclîsa Îranê hate vekirin. Di meclîsê de ji 60an bêhtir ticar û esnaf, 25 dînzana û nêzî 50 kesan ji axa, rewşenbîr û karmend hebûn. Ev endam bi du fraksiyonan dihatin temsîl kirin; Mutedîlî û Lîberal. Bi vê şoreşê zimanê Îranê yê fermî bû Farisî û Şîîtî jî li Îranê bû dînê fermî. Di civata wezîran de wezaretî tenê ji bo şîîyan hate destnîşan kirin. Piştî Muzeffereddîn Şah, kurê wî Muhemmed Elî Şah bû serokê dewletê. Bi serokatiya xwe mecbûr ma û makezagon pejirand. Di heman salê de Îngîlîzan û Rûsan hevpeymanek destnîşan kir û bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê kirin sê parçe.Bakurê Îranê ket bin desthilata Rûsan, başûrê Îranê ket bin destê Îngîlîzan de û navenda îranê jî wek herêmeke bêalî hat qebûl kirin. Bi vê hevpeymanê hebûna meclîsê hate binpê kirin, tenê Şah hate nasîn, ev jî bû sedema krîzê. Muhemmed Elî Şah bi vê rûdanê bi alikariya liwaya Qazakan derbeya leşkerî kir. Meclîs hate girtin, parlamenter hatin binçav kirin. Piştî van bûyeran şerekê navxweyî li Îranê derket. Şah bi alikariya liwaya Qazakan her der dixist bin destê xwe. Mixalîfan jî bi alikariya partiya taşnak ya ermeniyan, bextiyariyan û karsazên mazenderanê berevaniya xwe kir. Di encamê de mixalîfan dest dana ser îdareyê. Şûna Muhemmed Elî Şah, kurê wî yê 12 salî bû Ehmed Şahê Qacar bû şahê nû. Liwaya Qazakan her wekî xwe ma. Meclîsa duyem di mijdara 1910an de hate vekirin. Lê her çend meclîsa duyem û piştî vê jî meclîsa sêyem vebe jî, rêvebirin di kaosekê de bû. Her kesekê bihêz li herêmekê hikûm dikir. Di vê kaosê de Dewleta Rusî notayek li dijî hikûmdariya Qacariyan weşand ku 3 daxwazên wan hebûn;derkirina nûnerên amerîkî, erêkirina Rûsan dema nûnerek ji dewletek din bê Îranê û xwestina mesrefên leşkerên Rusî ên li Îranê. Piştî vê meclîsa Îranê kom bû. Parlementerê Azerbaycanê Şêx Mihemed Xiyabanî li dijî vê notayê li meclîsê axiftineke kir. Bi tesîra vê axiftinê meclîsê notaya Rûsan nepejirand. 24ê mijdara 1914ê parlamena Îranê ji aliyê Şah ve hate girtin. Jixwe paşî şerê cîhanê yê ‎yekem destpê kir. Osmanî heta Tebrîzê hatin û ev der xistin bin hikûmê xwe de.Osmaniyan li Hekarîyê bi alikariya hindek eşîrên Kurdan Nasturî ji Hekariyê derxistin û çûn bo aliyê Urmiyê û Selmasê. Wan navberan Împeretoriya Rusî bi fermî Îranê dagir dike. Bi alikariya Rûsan Nasturiyên Cîloyê herêma Urmiyê heta Selmasê dagir dikin. Lê kuştina serokê Nasturiyan ji aliyê Simkoyê Şikak ve hêza Nasturiyan dişkê û cardîn dikeve bin destê Îranê. Bi dûçûna dîroknasê Ermenî Ervand Abrahamian Osmaniyan alikariya Simkoyê Şikak dikir da ku şer li dijî ermenî, siryanî û leşkerên Îranê bikin. Hêjayî gotinê ye ku di vî wextî de fraksiyonên meclîsê mutedîlî û demokratan li Kirmanşanê hikûmeteke netewî ava kiribûn. Her wisa Yeprem Xanê serokê partiya taşnakê ku ermenî ne, li vir hate kuştin. Lê hikûmeta netewî bi dagirkirina İngilîzan li sala 1916ê de ket. Her çend li nava Îranê ev rûdan çêdibin li nav dewletên wek Rûs û Brîtanyayê de jî parvekirina Îranê bi hindek peymanan sînorên wan tên bellî kirin. Li 31ê tebaxa sala 1907ê de di navbera İngilîz û Rûsan de hevpeymanek hate destnîşan kirin. Bi dûçûna wê hevpeymanê Îran wiha parve dikin; Îran bi dê bibe sê parçe parçeyek cihê rûsan, yek y3e ingilîzan ê di nava herduyan de jî wek bêteref dê bimîne. Rûsya dê li navçeyên hemî Azerbaycan, Xorasan, Gurgan, Mazenderan, Gîlan, Erak, Qûm, Sawe, Yezd, Naîn, Îsfehan, Birûcerd, Tehran, Qezwîn, Zencan, Hemedan, Kirmaşan, Kurdistan û Qesrê Şîrîn xwedî nifûz be. Brîtanya dê li navçeyên; Kirman, Bîrcend, Sîstan, Belûcistan, qeraxên Gewriya Hirmûz, Çahbehar û Benderê Ebbas xwedî nifûz be. Herêmên bêteref jî Qaynat, Xuzistan, Fars, Loristan, Çarmehalê Bextiyarî û Buşehr. Wekî tê dîtin li Îranê êdî nifûza Osmaniyan dişikê û nifûza İngilîz û Rûsan destpê dike. Jixwe heta salên 1950an jî ev welatên han li ser siyaseta Îranê de dibin xwediyê nifûzeke mezin. Her wisa tê dîtin ku li Rojhilata Kurdistanê de dagirkerî û nifûza Rûsyayê dibe xwedî tesîreke mezin. Jixwe Komara Kurdistanê di bin vê nifûzê de şîn dibe. Di temamê Îranê de hêzbûna Rûsyayê xuya ye. Her wisa Brîtanya jî hem ji bo ewlehiya Hindistanê hem jî ji ber cewherên binerd yên Îranê li başûrê Îranê dibe xwedî bandor. Ev peyman di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem hate pêkhate kirin û ev herêm ji aliyan van dewletan ve hatin dagir kirin. Lê li sala 1917ê de li Rûsyayê ji aliê Bolşevîkan ve Şoreşa Cotmehê pêkhat û Sovyetan dagirgirina xwe ya li Îranê û Rojhilata Navîn sekinandin. Di vê navberê de li Rojhilatê Kurdistanê Serhildana Simkoyê Şikak destpê kir. Simko Axa bajarên Urmiyê, Selmas û Mehabad rizgar kir û li vir hikûmraniya xwe da destpê kirin. Lê piştî berdewamiya 2-3 salên desthilatiyê Simko Axa ber bi axa Osmaniyan ve revî. Heta ku 1929ê vegerî welat û li Şinoyê tê kuştin. Di vê kaosê de Îranê hewceyî bi hizûr û rêvebirineke nû heye, deng û nerazîbûn zêde dibin hem di nav gel de hem jî di nav bûrokratan de. 21ê sibata 1921ê de Liwaya Qazaxan bi serdariya Reza Xan ji Qazvîn çûn Tahranê. Tahran dagir kirin û dest danî ser rêvebiriya Îranê.Serkeftînên Reza Pehlewî popûlarîteya wî li Îranê zêde dikir. Di dawîyê de dawîya Serhildana Şêx Xezal anî. Heta sala 1925ê rêvebirina hikûmetê dikir. Desthilata malbata Qacariyan destpê dikir lê sala 1926ê de ev desthilata malbata Qacariyan bi dawî anî û xwe wek Şahê Îranê îlan kir. Desthilata Reza Şah dawî li desthilata malbatên Tirk tîne û desthilata fars-netew destpê dike. Nivîskarê tirk ê Azerbaycanê Cemîl Hasanlu vê bûyerê bi vî awayî neqil dike; Desthilata Tirkan a hezar salî li Îranê bi awayeke xerab bi dawî dibe Desthilata Pehlewiyan(1925-1979) Reza Şah Pehlewî Reza Şah dema hatiye ser rêvebirina dewletê, dewlet di halekê ne-navendî de bû. Hkûmeteke merkezî tune bû û li her derê kesekê bihêz ew der birêve dibir. Li Kurdistanê rêvebirin û nerazîbûna Simkoyê Şikak hebû li dijî desthilata Qacariyan, li Tebrîzê serhildanên Xiyabanî, li Gîlanê Xanê Biçûk û cengeliyan hwd. hebûn. Reza Şah ji ber van sedeman, artêşa xwe bihêz kir û ev rêvebirin û serhildanên herêmî jinav birin. Reza Şah Pehlewî dewleta xwe ber bi modernîzasyonekê ve dibir. Navên Erebî hemû kirine Farisî, navê dewletê guherand, her wisa paşnavê xwe jî ku îrana kevn tîne bîra mirov, wek pehlewî binav kir. Leşkeriya mecbûr ragihand û bi vê hêza dewletê mezintir lêhat. Di encama şoreşa cotmehê ya li rûsî, sala 1921ê Partiya Komûnîst a Îran hate avakirin. Vê partiyê heta sala 1931ê xebatên xwe dewam kirin û ji aliyê Reza Şah ve hate girtin Di dema Qacariyan de ji bilî pişka hikûmeta Îranê, şîrketa petrolê ji ewlehiya herêmê %3 pişk jî da bû eşîrên Bextiyarî û hindek eşîrên Ereban. Şah Reza ev pişka petrolê jî kir malê dewletê. Her wisa li sala 1932an de pişka Îranê ya petrolê her çend %16 be jî, li vê salê li gor salên din kêm pare hate dayîn bo Îranê. Ev jî bû sedema pirsgirêkê di navbera Şah Reza û Îngîlîzan de. Ji ber vê 28ê gulana 1933ê de hevpeymaneke nû di navbera wan de hate destnîşan kirin. Bi vê hevpeymanê pişka Îranê bû %20 û her wisa hevpeyman ji 60 salên din jî hate dirêj kirin . Her wisa navê şîrketê jî wek "Anglo-Iranian Oil Company" hate guherandin. Piştî dahatên dewletê zêde bûn; Reza Şah rê çêkirin, artêşa hewayî bi firokeyan bihêztir kir. Reza Şah ewqas ber bi modernîzasyonê ve çû ku heta peçe û cilûbergên dînî hemî qedexe kirin û kulavê fotr mecbûr kir. Di desthilata Reza Pehlewî de reformên neteweyî jî dihatin kirin. Bo mînak li sala 1935ê de Ferhengîstan, akademiyeke zimanê Farisî hate vekirin ku armanca wê ew bû ku zimanê farisî ji zimanê erebî û biyanî were paqij kirin ji layê peyvan ve. Lê ev siyaset her çend destpê kiribe jî dewam nekir. Mihemed Reza Pehlewî Li sala 1935ê li Meşhedê Mollayekê Şîî li dijî Şahê Îranê weezek da û rûdanên bixwîn li vir derketin ji sed kesan bêhtir mirov li vî bajêrî dînî ji aliyê leşkerên şahî ve hatin kuştin. Van kuştina li dijî desthilata Îranê pirsgirêkên mezin ava kiribûn. Paşî Şerê Cîhanî yê Duyem jî destpê kiribû. Her çend Îran di vî şerî da bêteref xwe îlan kiribe jî, ji ber erdnigariya îranê ya stratejîk ji welatên şerker, Îran jî bû cihê hêznîşandanê. Li sala 1941ê İngilîzan başûrê Îranê, Sovyetan jî bakurê Îranê dagir kir. Dagirkirina Sovyetan bi alikariya Azerbaycana Sovyet re hatiye kirin. Bûrayê Heyder Eliyevê serokkomarê kevn yê Azerbaycanê Ezîz Eliyev serokê mîsyona Sovyetan bû ku wê çawan Azerbaycanê Îranê dagir bikin. Jixwe ev bûyer ta niha jî tesîrê li têkiliyên Îran û Azerbaycanê dike. Wek dema Qacariyan, Îran dîsa bû sê parçe. Parçeyê navendî jî ji bo dewleta Îranê ma. Bi vê dagirkirinê Reza Şah ji kar hate dûrxistin.Hate sirgûnkirin li welatê Afrîkaya Başûr û li wir jî mir. Şûna wî, kurê wî Muhemmed Reza Pehlewî bû desthilatê nû yê Îranê. Lê di dema Muhemmed Reza da dewleta Îranê di bin tesîrên dewletên İngîlîzan û Sovyetan de bû. Tesîra Şah li ser hikûmetê kêm mabû. Rêvebirina dewletê ji bo hikûmet û meclîsê hêla bû. Li sala 1941ê de meclîsa 14emîn hate ava kirin. Di vê meclîsê de çar fraksiyonên sereke hebûn; Fraksiyona Azadî,fraksiyona eşaîrî, fraksiyona îtîhadî millî û fraksiyona mîhan. Hêjayî gotinê ye ku serokê fraksiyona eşaîrî serokeşîrê kelhûran Ebbas Qubadiyan(Emîr Mexsûs) bû. Serkêşên îttîhadî millî jî Seyîd Muhemmed Tabatabayî û Seyîd Ehmed Behbehanî bûn. Hêjayî gotinê ye ku kesek jî hebû di meclîsê de girêdayi ti fraksiyonan nebû; Muhemmed Museddiq.. Her wisa bi rêberiya Îrec Îskenderî partiyeke komûnîst hate ava kirin; Hizba Tudeh. Di dewra Reza Şah de kesên komûnîst dihatin zîndankirin. Îrec Îskenderî jî yek ji wan bû. Gelek partî û rêxistinên din jî hatin vekirin. Destilata Muhemmed Reza Şah di bin van şert û mercan da destpê kir. 3yê gulana 1943ê DYAyê bi awayeke fermî yekitiya axa Îranê daxuyand. Evê pêngavê destê Îranê li dijî mixalîfan û Sovyetan bihêz kir. Avakirina dewletên Kurdistan û Azerbaycanê Di şerê cîhanî yê duyem de di gulana 1945ê de Almanyayê xwe teslîmî kir û şerê li gel Almanyayê xelas. Tu hêceta İngilîzan, Amerîkiyan û Sovyetan nema ku li Îranê bimînin. Ji ber vê sedemê Sovyeta bi taybetî li Azerbaycanê û Kurdistanê xebatên siyasî kirin ku li van deran bimîne.Jixwe tîrmeha 1945ê de serokê Amerikayê Truman da xuya kirin ku ew hairin hêzên xwe ji Îranê vekêşe. Li sala 1945ê Sovyetan wek Îngîlîzan, li bakurê Îranê îmtiyaz ji hikûmeta Îranê xwast, her çend partiya Tudeh dijatiya xwe nîşanî Sovyetan da be jî, parastina wê yekê dikir ku dê Sovyet ji Îngîlîzan bêhtir pişkê bide Îranê. Her wisa bi piştgiriya Sovyetan li Azerbaycanê û Kurdistanê du herêmên xweser bi navên Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hatin ava kirin. Tudehê piştgiriya van partiyan jî dikir ku herêmên xweser ava kirin.Li nîsana 1946ê Îranê û Sovyetan peymanek destnîşan kir ku di encamê de di gulana 1946an de Sovyet ji herêm vekişiyan û Îranê ev her du herêmên xweser serûbin kirin. Dagirkirina Sovyetan bû sedema netewperestiya Îraniya û piştgiriya Tudehê bo Sovyetan jî bû sedema qedexekirina Tudehê di reşemeha 1949an de. Piştî qedexekirina Tudehê bayekê netewperestî li nav rêvebir û parlamenterên Îranê de derket. Li sala 1947ê de hilbijartinên giştî hatin kirin; Ehmed Qavam bû serokwezîrê nû. Lê ji ber dijatiya parlamenteran ji bo hevpeymana wî û Sovyetan, îstîfa kir. Şûna wî Îbrahîm Hakîmî bû serokwezîr. Li sala 1949ê de hilbijartineke din ya giştî hate kirin. General Razmara bû serokwezîrê nû. Cepheya Millî jî di vê hilbijartinê bihêztir bû. Her wisa hêza Fedaiyên Îslamê jî her roja diçû zêdetir dibû. Ayetulah Seyîd Ebdulqasim Qaşanî jî têkildarî vê rêxistinê bû. Vê rêxistinê navê xwe bi sûîkastan anî rojevê. Dîroknas Ehmed Kesrewî Tebrîzî bi kêran ji aliyê terefdarên wan hate kuştin. Gelek bûrokrat û zanayên din jî kuştin. Di dawiyê de serokwezîr Razmara jî bi hinceta piştgiriya imtiyazên Îngîlîzan bi sûîkastekê jiyana xwe ji dest da. Armanca Fedaiyên Îslamê dewleteke şerî bû. Her wisa dixwastin gelek burokrat ji wan bin. Bi vê mebestê gelek caran Museddiq jî tehdîd dikirin. Reforma petrolê û operasyona Ajaxê Piştî van bûyeran Muhemmed Museddiq derket sehneya siyasî ya Îranê de. Museddiq dijî Îngîlîzan bû. Li sala 1952ê de petrola Îranê ya ku Îngîlîzan derdixist bi rêya meclîsê kir malê dewletê. Piştî vê pêngavê ji aliyê Şah ve wek serokwezîr hate tayîn kirin. Piştî vê hemleya wî derbeyeke leşkerî bi alikariya DYA û İngîlîzan çêbû û Museddiq ji kar hate dûr xistin. Ev buyer di dîrokê de wek Operasyon AJax tê binavkirin. Ev rûdane destpêka têkiliyên Îran û DYAyê ye jî. DYAyê îdîa dikir ku Museddiq piştgirê Sovyetan e û alikariya Tudehê dike. Lê ev tenê hêcet bû. Piştî vê derbeya leşkerî qedemên tevgerên netewperest û komûnist şikest. Hêdî hêdî tevgerên Îslamî zêde dibûn. Piştî rêvebirinên meclîsê, bi vê derbeya leşkerî rêvebirin ket destê Şahê îranê. Şah Muhemmed Reza êdî bi dilê xwe reform kirin. Li sala 1957ê de bi alikariya Mossad û CIAyê Savak hate ava kirin. Şoreşa Sipî da destpê kirin. Reforma axê kir. Hindî reform hatibin kirin jî ji bo ferqa tebeqeyên civakê nebû çareserî. Di navbera feqîr û zengînan de gelek ferq hebûn. Şoreşa sipî Li sala 1963yê Şahê Îranê paketeke reformê îlan kir. Bi dûçûna wê paketê ax û zevîyên di bin kontrola mollayên Şîî de xist nav malên dewletê. Di navbera tevgerên Îslamî de jî hêdî hêdî cûdabîn zêde bûn. Piştî salên 1960an du fraksitonên serekê yên Îslamî navdar bûn. Fikrên Elî Şerîetî di navbera zana û rewşenbîrên ciwan de her roja diçû zêde dibû. Şerîetî wek îslamparêzên din ne dijê sosyalîzmê bû; bilakis fikrên wî têkeliya Îslama şîî û sosyalîzm bû. Yekemîn pirtuka wî li ser Ebû Zer bû. Di pirtukê de Ebû Zerî wek mislimanekê sosyalîst dide nasîn.Her wisa ulema û dîndarên Îranê her rexne dikir ku mislimanan pê dîn bêhiş dikin. Hetta dijberê bikaranîna peyvên Ayetulah û Huccetul Îslam jî bû. Hêjayî gotinê ye ku gelek terefdar û piştgirên wî bi navê Micahîdên Gel rêxistineke gerîla ava kirin. Berî şoreşa Îslamê li sala 1977ê li Brîtanya bi awayeke gumanbar mir. Li aliyê din di navbera ulema û dîndarên Îranê de fikrên Ayetula Xumênî dibişkivîn. Bi nêrîna Xumênî divêt heta Mehdî tê dewlet di destê muctehîdan de be. Ev fikrên xwe jî bi pirtuka bi navê Velâyeti Fakih yâ Hukûmeti İslamî weşand. Li sala 1971ê de ji aligirên partiya Tudeh û Cepheya Millî rêxistineke bi navê Fedaiyên Gel hate ava kirin. Micahidên Gel û Fedaiyên Gel gelek caran bi hevra çalakî li dijî malbata Şah û burokratên Şah re lidardixist. Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola Ayetulahê Mezin Şerîetedarî gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê Ayetula Xumênî vegeriya welat. Mixalîfan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû: Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî.... Desthilata Şoreşa Îslamî Piştî şoreşa îslamî desthilata şahê îranê hate rûxandin û desthilata îslamîyan hate destpê kirin. Di rêvebirina Komara Îslamî ya Îranê de li ser her tiştî Rêberê Dînî heye. Di bin kontrola rêberê dînî de jî serokkomarê Îranê, îdareya welat dike. Bi dûçûna dîroknasê îranî Hamid Dabashi, piştî ruxandina seltenata Pehlewiyan sê pirsgirêkên mezin li ber Xûmênî man ; Daxwazên çekdar ji bo rêvebirina Îranê Serhildana kurdan li rojavayê Îranê Çûna Şah Mihemed Reza bo New Yorkê Pêvajoya damezrandina Komara Îslamî ya Îran Vegera Xûmênî û giştpirsîya adara 1979ê Piştî nerazîbûn û xwepêşandanên miletê Îranê Şah ji welêt revî. Ayetula Xûmênî ji sirgûnê vegerî welat û li adara 1979ê giştpirsî hat lidar xistin. Di encama giştpirsiyê de Komara Îslamî ya Îranê hate damezrandin. Piştî îlankirina şoreşê ji hemû aliyan hikûmeteke demkî hate ava kirin. Serokwezîrê hikûmetê endamê Cepheya Millî, Mehdî Bezirgan bû. Ji Tudehê, ji mollayan ji hemû aliyên dijî Şah Muhemmed Reza di hikûmetê de hebûn. Lê belê her çend hikumetek hebe jî bi rêberiya Xûmênî dewleteke paralel dihate ava kirin. Gelek tişt bi biryara Xûmênî dihate kirin. Hêjayê gotinê ye ku şoreşa Îslamî ji aliyê hemû fraksiyonan dihate pejirandin lê aliyên Tudeh, Cepheya Millî dixwast wek îslama demokratîk bê binav kirin. Ev jî ji aliyê Xumênî nehate pejirandin. Di vê van navberan de Xûmênî teşkîlatên xwe bihêztir dikir. Di warê leşkerî de projeyên xwe bicîh dianî. Di navbera aliyên şoreşger de niqaş derketin ku aliyê Xûmênî dixwaze rêjimeke axûnd(rûspî, molla) ava bike. Mixalîfên Xûmênî ne tenê sosyalîst û netewperest bûn. Her wisa di nav Şîeyan de jî hebûn. Yek ji wan Hesen Şerîetmedarî bû. Şerîetmedarî dixwast ji hemû aliyan dewletek bê ava kirin û xwe dûr ji Velayetî Fiqh didît. Jixwe esasê fikrên Xûmênî Velayetî Fiqh e. Di nîsana 1979ê de Xûmênî Partiya Komara Îslamî ava kir. Şerîetmedarî jî li dijî vê Partiya Gel ya Cumhuriya Îslamî ava kir. Di nav van gengeşî û kaosa siyasî de serokê DYAyê Jimmy Carter rê da Muhemmed Şah ku were li DYAyê tedawiya kanserê bibîne. Ev sedema pirgirêkeke mezin di navbera Îran û DYAyê de. 400 xwendevan ên bi navê Xwendevanên Misliman ên di Rêya Îmam de derûdorên balyozxaneya DYA ya Tehranê girtin û çûn hundir. Êdî piştî vê 444 rojan Qeyrana Rehîneyan destpê dike. Di encama vê qeyranê de serokwezîrê Îranê Bezirgan îstîfa kir. Di vê navberê de makezagona Xûmênî amade kirî çû giştpirsiyê. Micahîdên Gel, Fedaiyên Gel û Cepheya Millî ev giştpirsî boykot kirin. Her wisa di vê giştpirsiyê de li Kurdistanê, Belûçistanê û li memleketê Ayetulahê Mezin Şerîetmedarî Azerbaycanê boykoteke berbiçav hebû. Hêjayî gotinê ye ku li adara 1979ê de jî giştpirsiyek hatibû kirin û gel xwedî li vê giştpirsiyê derketi bû. Lê di vê giştpirsiya makezagonê de gelên sunî Kurd û Belûçan boykotek nîşan da ku ew naxwazin dewleteke axûnd, molla were ava kirin. Em dikarin bibêjin ku mixalîfên niha yên rêjima îslamî ev fraksiyon in. Jimmy Carter ji ber têkçûna wî ya di qeyrana rehîneyan de hilbijartinên DYAyê winda kirin. Hêj serokê nû yê DYAyê dest bi kar nekirî, Xûmênî rehîneyên balyozxaneya DYAyê berdan. Ev jî wisa tê şirove kirin ku Xûmênî nexwast ev qeyran ji serokê DYAyê yê nû Ronald Reagan nebe serkeftin. Giştpirsiya kanûna pêşîn 1979ê Ji bo rêvebirina Komara Îslamî ya Îranê giştpirsiyeke din hate kirin û di encamê de Ayetula Xûmênî bû rêberê dînî. Rêberê Dînî Ayetula Xûmênî(kanûna pêşîn, 1979-1989) Serokkomar Ebulhesen Benîsedr(25 çile 1980-20 xizîran 1981) 22yê îlona 1980ê de artêşa Îraqê ji hidûdê Îranê borî û bi fermî şer li dijî Îranê da destpê kirin. Ev şer di çi hesabên avakerên şoreşa Îslamî de nebû. Sedam Huseyn ji ber vê şoreşê ditirsî ku li welatê wî jî şoreşeke Şîîyan çêbe û her wisa li Şetelereb hêj jî pirsgirêkên hidûdî hebûn. Bi vî şerî gelên Îranê piştgiriya hikûmet û dewleta xwe kirin. Ji bo Xûmênî ev nîmetek bû ku cihê xwe saxlemtir bike. Bi vî şerî Artêşa Parastina ên Şoreşa Îslamî hate ava kirin ku şoreş û dewleta Îranê biparêze. Her wisa ji bo ku rêber û rêbazên şoreşa Îslamî biparêze ji Supaya Pasdaran de 2-3 hezar kes hatin hilbijartin û ji wan jî Hêza Qudsê hate ava kirin. Her wisa ji bilî van hêzan, hêzek din jî hebû ku ew ji dilxwazên Îraniyan pêkhatibû. Kesên bi dilxwazî beşdarî şer bûn bi navê rêxistina Besîc ava kirin. Şerê Îran û Iraqê 8 salan berdewam kir û di xizîrana 1988ê de bi agirbestekê bidawî bû. Serokkomar Ebulhesen Benisedr 20ê xizîrana 1981ê ji aliyê meclîsa Îranê ve ji kar hate dûrxistin. Xûmênî dixwast dewlet hemû bikeve bin destê wî. Di encamê de rê li ber gelek rêxistin û partiyan hate girtin. Van partî û rêxistinan jî dijî Xûmênî dest bi çalakiyan kir. Serokkomar Mihemed Elî Recaî(2 tebax 1981-30 tebax 1981) Hêj şerê Îran û Iraqê berdewam dike Micahîdên Gel li tebaxa 1981ê de li dijî hikûmeta ji aliyê Xûmênî ve hate avakirin re derbeyek pêk anî. Gelek wezîr, parlamenter, bûrokrat û rêvebirên pîlebilind yên aligirên Xûmênî di van çalakiyan de hatin kuştin. Hetta serokkomarê paşerojê were tayîn kirin Ekber Haşimî Refsencanî û rêberê paşerojê yê şoreşa îslamê Elî Xameney jî di van çalakiyan de brîndar bibûn. Lê ev derbeya Micahidên Gel ên Îranê negihişt armanca xwe û Xûmênî li dijî mixalîfan bihêztir lêhat. Serokkomar Mihemed Elî Recaî jî di encama van suîkasten de jiyana xwe wenda kir. Serokkomar Elî Xamaney (9 cotmeh 1981-4 xizîran 1989) 5ê gulana 1983yê hemû endam û parlamenterên Tudehê bi hêceta casûsiya Sovyetan hatin girtin û Tudeh hate qedexe kirin. Xûmênî gelek endamên Micahidên Gel, Kurd, Behayî bidarve kirin. Her wisa fetwaya kuştina Selman Ruşdî jî da. Di dema rêberiya Xûmênî de serokkomarê dewletê jî Elî Xameney bû. Lê di vî dewrî de gelek biryarên têkildarî rêvebirina dewletê ji aliyê Xûmênî ve dihatin dan. Piştî dewrê Xûmênî di dewletê de duserî destpê dike. Rêvebirin dikeve destê serokkomar. Lê rêberê şoreşê bixwaze dikare hemû tiştan betal bike. Hêj Xûmênî di sekeratê de konseyeke nû tayîn kir ku wezîfeya wan ew bû rêberê nû tayîn bikin û kontrol bikin. Rêberê Dînî Elî Xamaney(4 xizîran 1989-...) Serokkomar Ekber Haşimî Refsencanî(16 tebax 1989-3 tebax 1997) Di xizîrana 1989ê de Xûmênî mir û şûna wî Ayetula Elî Xaminêyî wek rêberê nû, Ekber Haşimî Refsencanî jî wek serokkomarê nû hate hilbijartin. Refsencanî ji tîrmeha 1989ê heta gulana 1997ê serokkomarê dewletê bû. Di rêvebirina Refsencanî de gelek kesayetên mixalîf û Kurd bi sûîkastan hatin. Serokên PDK-Î; Ebdulrehman Qasimlo û Mihemed Sadiq Şerefkendî, rêvebirên Micahîdên Gel Muhemmed Huseyîn Nexdî, Muhemmed Hesen Erbab û gelek mixalifên din li derveyî welat bi sûîkastan hatin kuştin. Serokkomar Mihemed Xatemî(3 tebax 1997-3 tebax 2005) Di hilbijartinên gulana 1997ê de namzetê lîberal lê ew jî ji pola dînzana de ye Mihemed Xatemî bû serokkomarê nû. Xatemî bi taybetî di polîtîkaya derve de pêngavên nû avêtin. Dixwast li gel dewletên rojava têkiliyên nû ava bike. Heta cihekî jî serkeft. Politîkayên lîberal sepandin, givaşa li ser gelê Îranê kêm kir. Ji ber Qeyrana Rehîneyan poşmaniya xwe anî ziman, her wisa rêvebirên DYAyê jî ji derbeya dijî Museddiq poşmaniyên xwe anîn ziman. Ji bo nekuştina Selman Ruşdî garantî da hikûmeta İngilîzan. Ji ber vê jî İngilîzan mîsyonên xwe yên di sala 1979ê de qut bûn, cardîn geş kirin. Dest bi têkiliyan kirin. Wek tê zanîn gelek mixalîf bi sûîkasta hatibûn kuştin di dewra Refsencanî de. dihate îdîa kirin ku klîkek heye di wezareta Îstîxbaratê de ew van karûbarên kuştina dikin. Ew klîkên kujer ji wezaretê hatin derxistin. Wek tê dîtin di dewra Xatemî de sistbûneke îdeolojîk jî tê dîtin, nermbûnek jî li dijî mixalifan tê dîtin. Di îlona 2001ê de li dijî DYAyê Êrîşên 11 Îlonê pêk hatin. Di encama vê êrîşê de polîtîkaya derve ya DYAyê tûjtir lêhat. George W. Bush di axiftineke xwe de Îran, Koreya Bakur û Iraq wek Xetên Xerabiyê binav kirin. Piştî vê axiftinê dîngirên Îranê li dijî reformgirên Îranê bûn xwedî hêzeke psîkolojîk. Vê jî tesîra xwe li hilbijartinên tîrmeha 2005ê kir û di encamê de Mehmûd Ehmedînejadê namzetê dîngiran bû serokkomarê nû. Serokkomar Mehmûd Ehmedînecad(3 tebax 2005-3 tebax 2013) Serokkomar Hesen Rohanî(3 tebax 2013-...) Siyaset û rêvebirin Makezagona Komara Îslamî Çavkaniya girîngtirîn ya makezagona Komara Îslamî ya Îranê fşkr û ramanên Ayetullah Xûmênî ne. Hindek madeyên girîng di makezagona Komara Îslamî ya Îranê de; Madeya 19(derheqê ferqûcudahî û nebûna ferqûcudahiyê) Her ji kîjan koma etnîk bin, hemû kesên girêdayî gelê Îranê wekhev in; reng, nijad, ziman an jî hêmanên wek van nabin sedema ferqûcudahiyê. Madeya 15(zimanê fermî) Zimanê Îranê yê fermî û zimanê hevpar yê gelê Îranê farisî ye. Dokûmentên fermî, hevnivîsîn, nivîsar û pirtûkên xwendingehan de bi vî zimanê tê nivîsîn. Lê zimanên herêmî û eşîrî di weşanan de û di medyayê de û di fêrkirina wêjeya xwe de dikarin li xwendingehan de li gel zimanê farisî were bikaranîn Madeya 12(dînê fermî) Dînê fermî yê dewleta Îranê Şiîtiya Danzdeh Îmamane, ev made nayê guherandin Maf û Jiyana Jinan li Îranê Dîroka tevger û lîvên jinên Îranê dûr û dirêje. Di dema Şoreşa Makezagonî ya di sala 1906ê de rûdayî jinên Îranê wekî her welatiyên Îranî li kolana bûn. Lê piştî îlankirina makezagonê de mafê jinan zêde nebûn. Jinan çi feydeya makezagonê nedît. Piştî desthilat ketiye destê malbata Pehlewîyan hindek projeyên modernîzasyonê hatin kirin lê ne xwestina gel û jinên Îranê, bi zordarî ew modernîzasyon li ser gel hate sepandin. Jinan jî bahra xwe ya vê modernîzasyonê wergirt. Ji aliyê Şah Reza Pehlewî ve li dijî liberkirina dersokan givaş li ser jinan hate sepandin. Bi zorê dersoka serê jinan jêkirin. Modernîzasyona di dema Şah Reza Pehlewî de gelek dişibe modernîzasyona li Tirkiyeyê. Li sala 1935ê de ji bo jinên Îranê modern bikin cemiyeta Qanunî Banûvanî Îran hate ava kirin. Ev cemiyet bi rêberiya keçên Şah Reza Pehlewî rêve diçû. Li îranê mafê bijêrîn û hilbijêrin di sala 1946ê de ji aliyê Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê hate pejirandin. Lê ev maf dema ev hikûmet piştî salek hatiye rûxandin, ji jinan hate standin. Li sala 1963yê jinên Îranê mafên bijêrin û hilbijêrînê wergirt. Li sala 1979ê de Şoreşa Îslamî pêkhat. Piştî vê şoreşê li sala 1983yê de dersok,serpoş bi qanûnekê bû zarûrî. Êdî jinên Îranê mecbûr man ku serê xwe bi dersokan bipêçin. Rêvebirina Komara Îslama Makezagon-Doktrîna Velayetî Feqîh Komara Îslamî ya Îranê bi makezagonê ve tê birêve birin. Ev makezagon rehên xwe ji şoreşa makezagonî ya di sala 1906ê de di dema Qacariyan de hatiye kirin werdigire. Piştî makezagona 1906ê, di desthilata Pehlewiyan de jî hindek guherandin hatin kirin. Lê guherandinên esas piştî şoreşa Îslamî hate kirin. Makezagona şoreşa îslamî bi dûçûna rê û rêbazên Velayetî Feqih hatiye hûnandin. Ev doktrîna Îslamî ji aliyê Ayetula Xumênî li salên 1960an de dema li Necefê di sirgûnê de bû hate nivîsandin. Qanûnên Komara Îslamî hemî di makezagonê hene lê makezagon li ser bingehên Velayetî Feqîh hatiye amade kirin. Rêberê dînî-Rêvebirê Velayetî Feqîh Rêberê dînî n jî rêvebirê Velayetî Feqîh serê dewletê ye. Di Komara Îslamî de kesê bilindtirîn xwedîhêz e. Gelek rojnameyên welat girêdayî wî ne wek Kayhan, Etleet, Cumhurî Îslamî. Melayên di mizgeftan de jî hemû girêdayî wî ne. Li Îranê weezên eyniyê xwedî hêzeke mezin e ji bo layê propagandayê, weezên eyniyan jî ji aliyê rêberê dînî tê amade kirin. Her wisa gelek weqif û rêxistin jî girêdayî rêberê dînî ne ku xwedî %40ê aboriya Îranê ne. Ev rêxistin ji aliyê erkên darazaiyê ve nayên kontrol kirin ev in; Weqfa Feqîr û Mustezefan(Bonyadî Canbazan ve Mostezefîn), Weqfa Şehîdan(Bonyadî Şehîd), Komiteya Harikariyê(Komiteyî Emdad), Weqfa 15ê Xordad(Bonyadî Panzdehî Xordad). Bi dûçûna madeya 110ê ya makezagona Komara Îslamî, erkên rêberê dînî: Diyarkirina siyaseta giştî ya Komara Îslamî li gel Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê Kontrolkirina siyasetên giştî yên dewletê Biryardana giştpirsiyê Îlankirina şer û aşitiyê Tayînkirin, ji kar dûrxistin û pejirandina îstifayan; endamên Konseya Parastina Makezagonê, Hakimên herî bilind yên Darazî, Gerinendeyê radyoya Komara Îslamî ya Îranê, Serleşkerê Arteşê, serleşkerê Artêşa Parastina ên Şoreşa Îslamî, serleşkerên pîlebilind yên artêş û asayişê. Îxtîlafen di navbera sê hêzan de çareser kirin; qanûnçêkirin, rêvebirin û darazî Pejirandina serokkomarê komara Îslamî Efûkirin û sivikkirina cezayên girtiyan Rêberên dînî: Ruhullah Xûmênî(1979-1989) Seyîd Elî Xamaney(1989-...) Rêxistin û dezgehên rasterast girêdayî rêberê dînî; Melayên Xutbeyan Rêxistina Rasyo û Televîsyonê ya Îranê Serokkomar Bi dûçûna makezagona Komara Îslamî, piştî rêberê dînî kesê qedirbilindtir serokkomarê Komara Îslamî ye. Erkên Serokkomariya Komara Îslamî piştî sala 1989ê de hatin berfireh kirin û serokwezîrî hate betal kirin. Jixwe di navbera salên 1979ê heta 1989ê de gelek erk di bin destê serokwezîr de bû. Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê wî wextî Mîr Huseyn Musevî bû ku li sala 2009ê de ji ber nerazîbûna wî li dijî hilbijartinê hate zindanî kirin di mala xwe de. Rêvebirina serokkomarî 4 sale, her çal sala carekê hilbijartin tên kirin û dihêt hilbijartin. Tenê du serdeman dikare bibe serokkomar. Serokkomarê Îranê desteya wezîran ava dike û rêvebirina dewletê bireve dibe. Pejirandina endamtiya kesê ku dibe serokkomar ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê ve tê kontrol kirin. Pesendkirina dawî ji aliyê Rêberî dînî ve tê kirin û ew kes dibe serokkomar. Serokkomarên Komara Îslamî Ebdul Hesen Benî Sadr(1979-1981) Muhemmed Elî Recayî(1981-1981) (ji aliyê rêxistina Micahîdên Gel ve hate kuştin) Seyîd Elî Xamaney(1981-1989) Elî Ekber Refsencanî(1989-1997) Muhemmed Hetemî(1997-2005) Mehmûd Ehmedînecad(2005-2013) Hesen Rûhanî(2013-...) Meclîsa Şuraya Îslamî Erkên meclîsê qanûnçêkirin, pesendkirina desteya wezîran, kontrolkirin û ji kar dûrxistina serokkomar û desteya wezîran e. Her çend meclîs qanûna çêbike jî, divêt ev qanûn ji layê Konseya Parastina Makezagonê ve bên pejirandin. Her wisa ew kesên dibin parlamenter jî divêt ji aliyê Konseya Parastina Makezagonê ve bên pejirandin. Betalkirina qanûna ne tenê di destê konseyê de ye, her wisa rêberê dînî jî dikare qanûnan betal bike. Di meclîsa Komara Îslamî de heta sala 1999ê 270 parlamenter hebûn, piştî wê salê ev hate zêdekirin. Niha hejmara parlamenteran 285 e û ji bilî van yek Zerdeştî, yek Kelimî, yek Fele û du jî Ermenî bi giştî 5 parlamenterên kêmaniyan jî hene. Bi giştî 290 in. Hilbijartina parlamenteran çar salan carekê tê kirin û sîstema herêma teng tê bikaranîn. Yanî li her herêmeke biçûk tu dikarî yek kes dibe parlamenter. Sîstema partiyan tune ye. Li gor amarên 2011ê nifûs û jimarên parlamenterên parêzgehên Îranê Konseya Parastina Makezagonê Ev konsey di makezagona 1906ê de ketiye nav sîstema Îranê de. Bi dûçûna makezagona 1906ê de ev konsey ji aliyê 5 mictehîdan(zanayên dînî) ve tê rêvebirin û erkê van kesan ew e ku kontrolkirina qanûnçêkirinê bikin ku ev qanûn bi dûçûna dînê Îslamê ve guncaw e an na. Piştî şoreşa 1979ê de erkên vê konseyê hatin berfirehtir kirin. Rêvebirina wê jî xistin destê 12 kesan de. 6 ji wan zanayên dînî ne, 6ên din jî dadnas in. Zanayên dînî ji aliyê Rêberê Dînî ve, dadnas jî bi teklîfa darêzgerî ve ji aliyê Meclîsa Şuraya Îslamî ve tên tayîn kirin. Sekreterên giştî yên konseyê: Ayetula Ehmed Cennetî(1992-..) Ev konsey tespîtkirina kesên dixwazin bibin hilbijêr dike. Parlamenter bêyî vê konseyê nikarin bibin namzet Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê Ev konsey li sala 1988ê de ji aliyê Ruhullah Xûmênî ve hatiye ava kirin. Piştî şoreşa Îslamî gelek pirsgirêk di navbera Meclîsa Şuraya Îslamî û Konseya Parastina Makezagonê de çêdibûn. Ev konsey ji ber çareserkirina van pirsgirêkan hate ava kirin. Her wisa erkê vê konseyê ew e ku têkiliyên rêxistinên dewletê çareser bike. Bi kurtî çareserkirina pirsgirêkên di navbera rêvebirina Komara Îslamî de yekem erka vê konseyê ye.Wek hakemekî di siyaseta Îranê de cihê xwe digire. Bi dûçûna raportên vê konseyê pirsgirêk t3en çareser kirin. Endamên vê konseyê ji aliyê Rêberê Dînî ve tên tayîn kirin û hejmara tê guherîn. Serokên Konseya Teşxîsa Meslehetên Pergalê Seyîd Elî Xamaney(1988-1989)(hem serokkomar hem serokê konseyê) Elî Ekber Refsencanî(1989-1997)(hem serokkomar hem serokê konseyê) Elî Ekber Refsencanî(1997-2017)(tenê serokê konseyê) Mehmûd Haşimî Şahrudî(2017-2018) Sadiq Larîcanî(2018-...) Meclîsa Pisporan Erkê Meclîsa Pisporan hilbijartina Rêberê Dînî ye. Her wisa dema kontrolkirina Rêberê Dînî, hewce hebe jikar dûrxistina Rêberî dînî jî erkê wan e. Li sala 1989ê de piştî mirina Ruhullah Xûmênî, Seyîd Elî Xameneyî ji aliyê Meclîsa Pisporan ve hate hilbijartin. Her wisa makezagona di sala 1979ê de jî ji aliyê vê meclîsê ve hatiye çêkirin. Endamên Meclîsa Pisporan ji aliyên dînzanayên Şîe ve ji bo 8 salan tên hilbijartin. Konseya Bilind ya Ewlehiya Netewî Armanca avakirina vê koseyê ew e ku parastina Şoreşa Îslamî,destînana menfietên neteweyî, parastina yekbûna axa welat û parastina desthilata Komara Îslamî ye. Lê her çend ewqas erk hebin jî, nikare li ser biryara rêberê dînî biryarekê werbigire. Darêzgerî Erkê Daraziyê ji aliyê serokê Daraziyê ve tê rêvebirin. Bi dûçûna doktrîna Velayetî Feqîh pêkhatiye. Serokê Daraziyê ji aliyê rêberê dînî ve tê tayîn kirin. Di nav sîstema daraziyê de mehkemeyeka taybet heye ku tenê darizandina dînzanayan dike. Navê wê mehkemeyê Mehkemeya Taybet ya Ruhaniyet e. Lê ev mehkeme girêdayî erkê Darêzgerî nîne, rasterast girêdayî Rêberê Dînî ye. Dozger û hakimên wê ji aliyê rêberê dînî ve tên tayîn kirin. Li çar aliyê Îranê de 22 mehkemeyên wiha hene Hêzên çekdarî yên Îranê Hêzên çekdarî yên Îranê çar pêkhateyan dihundirîne. Hêzên çekdarî yên Îranê di bin rêvebirina Serkanê Giştî ya Hêzên Komara Îslamî ya Îranê de ye. Hêzên çekdarî yên Îranê girêdayî serokkomariyê ye. Lê biryarên girîng an jî qanûnên giring yên bi têkildarî hêzên çekdarî ji aliyê Rêberê Dînî ve tên dayîn. Serkanên giştî Mîr Huseyn Musavî (1988-1989 Hesen Fîruzabadî (-28 pûşber 2016) Muhemed Baqirî (28 pûşber 2016-...) Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Bi kurtî wek arteş jî tê nasîn. Artêş xwedî çar beşa ye; Hêzên Bejahî Hêzên Hewayî Hêzên Deryayî Hêzên Parastina Hewayî Hêzên Întîzamî yên Komara Îslamî ya Îranê Wek hêza polîsa tê zanîn. Li sala 1992yê bi yekkirina Şehrban, Cenderme û Hêzên Şoreşî ve hate ava kirin. Ji çar beşan pêk tê; Cenderme Polîsên sîvîl Polîsên nepenî Polîsên dînî Artêşa Pasdaran ên Şoreşa Îslamî Artêşa Pasdaran ên Şoreşa Îslamî bi kurtî sepahê pasdaran jî tê nasîn. 22 nîsana 1979ê de ji aliyê Ayetula Xûmênî ve hate damezirandin. Ji 5 beşan pêk tê. Hêzên bejahî Hêzên hewafezayî Hêzên deryayî Hêza Qudsê Hêza Besîc Wezareta Parastin û Alîkarkirina Hêzên Çekdarî Wezareta Parastin û Alîkarkirina Hêzên Çekdarî di bin rêveberiya serokkomarê Îranê de ye. Lê hilbijartina wezîrê vê wezaretê di bin kontrola Rêberê Dînî de ye. Têkiliyên derve yên Komara Îslamî Têkiliyên derve yên Komara Îslamî ya Îranê bi rêya Wezareta Têkiliyên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê birêve diçe. Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îranê Têkiliyên Îran û Tirkiyeyê Têkiliyên Îran û DYAyê Têkiliyên Îran û Iraqê Tevgerên dijrêjimî û etnopolîtîk li Îranê Berî şoreşa îslamî ya Îranê gelek rêxistin û fraksiyonên polîtîk hebûn ku li dijî Şah Muhemed Reza têkoşîn dikirin. Bi giştî em dikarin van fraksiyon û tevgeran bi awayî tasnîf bikin: Rêxistinên dînî: Ev rêxistin û fraksiyonên dînî bi giştî ji sê koman pêk dihat; grûbek bi serkêşiya Ayetulahê Mezin Şerîetmedarî çalakî dikirin, grûbek di bin tesîra fikrên Elî Şerîetî de bû, grûba dawiyê jî di bin tesîra Ayetula Xûmênî de bû û jixwe ev grûb piştî xistina Şahê Îranê ji text bûn desthilatên nû yên Îranê. Fikrên Elî Şerîetî gelek tesîr li mislimanên çepgir kiribû. Fraksiyonên têkildarî Eniya Neteweyî: Ev fraksyiyonên wiha bingeha xwe ji Mihemed Museddiq werdigirn ku sala 1953ê de petrola Îranê kiribû malê dewletê. Piştî ketina şahê Îranê serkêşê wan Mehdî Bazergan serokwezîr bû lê paşî Ayetula Xûmênî ev hikûmet hilweşand û ya xwe ava kir. Partiya Tudeh: Ev partî li sala 1920ê de bi daxuyandina Komara Îranê ya Sosyalîst dengê xwe bi navê Partiya Komûnîst ya Îranê belav kiribû. Li Gîlan bi alikariya gerîlayên xwe û alikariya Sovyetan ev xebat kiribûn. Lê ev komar hate hilweşandin û li sala 1931ê Partiya Komûnîst ya Îranê hate qedexe kirin. Piştî dagirkirina Sovyet û Ingilîzan li sala 1941ê de vê partiyê bi navê TUDEHê xwe aşkera kir û dest bi xebatan kir. Lê ji ber piştgiriya wan bo Sovyetan li sala 1953ê de ev rêxistin jî hate qedexe kirin. Ev rêxistin bi temamî çepgir e. Gerîlayên dijî rêjima monarşîk: Yek ji wan Fedaiyên Gel bûn ku her çend xwe sosyalîst bibînin jî gelek endamên wan ji Eniya Neteweyî bûn. Ya din Micahîdên Gel bû. Micahîdên Gel rêxistineke sosyalîst-îslamî bûn. Li gel Fedaiyên Gel li dijî hêzên şah şer dikirin. Micahîdên Gel piştî şoreşa Îslamî li dijî rêjima îslamî jî şerê gerîlayî berdewam kir û ta niha jî xebatên xwe berdewam dike. Tevgerên etnopolîtîk: Her çend azerî li Îranê piştî farsan duyem neteweyê qelebalix bin jî çi xebatên wan dijî rêjima şah tunebûn. Bi giştî di nav tevgerên îslamî de bûn. Kurdên Îranê bi rêya PDK-Î li dijî rêjimê şerê çekdarî dikir. Erebên Îranê bi rêxistinên Eniya Rizgariya Ahwazê û Ji Bo Rizgariya Erebîstanê Tevgera Şoreşgerî ya Demokratîk xebat û çalakî dikirin. Belûçên Îranê bi rêya Yekitiya Gelê Belûç xebat dikir. Piştî şoreşa îslamî jî ev hereketên neteweyî dîsa berdewamiya şerê çekdarî kirin li dijî rêjima Îranê Piştî şoreşa îslamî gelek ji van fraksiyonan ji holê rabûn. Terefdarên şahê ji text ketî, niha li dijî rêjima îslamî xebatan dikin. Her wisa Micahîdên Gel jî niha li dijî rêjima îslamî xebatan dike. Tevgerên dijrejîmî piştî şoreşa Îslamî ya di sala 1979ê de li Îranê û hatin qedexe kirin û bi awayekî dijrêjimî li derveyî welat û bi veşartî li nav welat xebat dikin. Em dikarin tevgerên dijrêjimî wek sê baskan bidin nasîn. Baska yekemîn piştgirên monarşiyê ne ku dixwazin dîsa malbata Pehlewiyan bibin desthilatdar li Îranê. Baskê duyem çepgirên Îslamî ne, ev kom jî dixwaze li Îranê dewleteke demokratîk û îslamî bê ava kirin. Baska sêyemîn jî tevgerên etnopolîtîk in ku ji aliyê gelên azadîxwazên Îranê tê qebûl kirin. Tevgerên etnopolîtîk ji modernîzma Îranê heta niha berdewam dikin. Li Îranî di dawiya sedsala 19emîn ta niha di serî de netewê Kurd û di sedsala 20ê de jî tevgerên Azerî, Ereb, Belûcî derketin nav siyaseta Îranê de. Her du baskên pêşiyê çareseriyê di guhertina sîstema Îranê de dibînin lê tevgerên etnopolîtîk çend demokratîze kirina Îranê û federalîzmê bixwazin jî carna ber bi serxwebûnxwaziyê ve diçe. Wek tê zanîn li sala 1946ê de Komara Kurdistan û Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê ber bi serxwebûnê ve diçûn. Monarşîxwaz Ev partî û rêxistinên monarşîxwaz bi giştî dixwazin malbata Pehlewî bibe desthilatdar û hemû li derveyî welat dijîn. Şûraya Netewî ya Îranê Encûmena Padîşahî ya Îranê Hizba Meşrutî ya Îranê-Lîberal Demokrat Çepgir Micahîdên Gel-Şûraya Netewî ya Berxwedana Îranê Micahîdên Gel berî şoreşa îslamî hat damezrandin û piştî pêvçûna wan di gel îslamîstên Îranê de li dijî vê rêjimê têkoşîna çekdarî li sala 1980ê de da destpê kirin. Li sala 1984ê de jî ji Îranê hatin derxistin û li Iraqê binecih bûn. Ji ber şerê Îran û Iraqê yê li sala 1980ê heta 1988ê Micahîdên Gel gelek alîkarî ji Sedam Hiseyn wergirt. Piştî dagirkirina Iraqê Îranê gelek hewl da ku Iraq baregehên Micahîdên gel bigire lê ji ber DYAyê nekarî bide girtin. Li sala 2016ê Micahîdên Gel bi awayek fermî ji Iraqê hate derxistin. Tevgerên etnopolîtîk Piştî derbeya leşkerî ya Reza Pehlewî, Îran ber bi modernîzmekê ve diçû. Bi dûçûna fikrên netewe-dewlet jinûve li Îranê jiyan, civak, siyaset, dîrok hwd. hatin şirove kirin. Her çend zimanê farisî li Îranê pêşketî û serdest bibe jî, neteweperestiya fars li Îranê bi desthilata Reza Pehlewî destpê kir. Neteweyê fars li Îranê di navenda her siyasetê de ye. Piştî Şoreşa Îslamî her çend fikrên Îranîbûn hebin jî, van fikran rê li ber gelên dî negirt ku neteweperestiyê nekin. Her çend li Îranê nifûsa bi milyonan nêzî 10 gelan nifûs hebe jî, bi giştî li Îranê li dijî Îranê 4 gel bi awayekî aktîf xebatan dikin. Tevgerên etnopolîtîk bi giştî di bin sîwana Kongreya Netewan ji bo Îrana Federal de kombûn e. Lê hindek jî serbixwe tevgera xwe dikin. Tevgerên kurdan Serhildanên kurdan li Rojhilata Kurdistanê bi navûdeng in. Pêşiyê li sala 1880ê de li Şemzînanê ber bi Urmiyê û Mehabadê ve ji aliyê Şêx Ubeydelayê Nehrî ve serhildan hate destpêkirin. Gelek axa Rojhilata Kurdistanê ket bin destê Şêx Ubeydela de. Lê bi alikariya osmaniyan, qacariyan dawî li vê hereketê anî. Li sala 1919ê de jî ji aliyê Simkoyê Şikak ve rizgarkirina Rojhilata Kurdistanê hate destpêkirin. Simkoyê Şikak bajarên wek Selmas, Urmiye, Xoy, Mehabad, Şino kirin bin desthilata xwe. Lê ev herekete jî li sala 1929ê de bi kuştina Simkoyê Şikak a hovane hate vemirandin. Piştî vê bûyerê li Kurdên Rojhilata Kurdistanê, di nava rewşenbîr û serokeşîrên kurd de hestên neteweyî zêde bûn. Bi rêberiya Qazî Muhemmed sala 1946ê de bi alikariya Sovyetan Komara Kurdistanê hate avakirin. Lê ev komar 11 mehan jiya û hate rûxandin. Vê komarê ji bo Rojhilata Kurdistanê PDK-Î hêla bû û piştî rûxandina komarê ji aliyê PDKÎyê ve û paşî ji aliyên gelek partî û rêxistinên kurdî ve têkoşîna Rojhilata Kurdistanê heta niha dewam dike. Kurdên Îranê ji ber cûdabûna mezhebê wan, têkiliyeke xurt nikarin dijî dewleta Îranê rêk bixin. Jixwe herdu tevgerên sereke Komala û PDKî ji herêma Mukriyan derketî ne ku herêma Mukriyan Sunî mezheb in. Li Kirmaşan, Îlam û Loristanê bi taybetî kurdên şîî, yaresan djîn. Ev kurdên şîî xwedî têkiliyên baş in li gel Komara Îslamî. Lêkolîner Robert Olson di vê mijarê de dibêje ku; Tevgerên belûçan Gelê belûç li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê dijîn. Her wisa hejmareke mezintir jî li Pakistanê dijîn. Ev gel di navbera Îran û Pakistanê û Efxanistanê de dijîn. Ji layê mezhebî ve sunî ne û nijadeke aryanî ye. Di navbera van her du welatan de welatê wan heye û li vir gelek caran ticaretê dikin, hatinçûnan dikin. Ev jî dibe sedema binpêkirina qanûnên Îranê û Pakistanê. Ji ber vê jî pirsgirêkên mezin li navbera van dewletan û gelê belûç de heye. Bi vî alî dişibin kurdan. Ji aliyê din ji mezhebê sunî ne, ev jî ji bo rêjîma şîe ya Îranê wek tehdît tê dîtin. Ji ber van sedeman ji aliyê gelê belûç têkoşîna rizgarkirina welatê wan heye. Tevgerên ereban Erebên li Îranê dijîn bi giştî ji mezheba şîî ne, her çend nêzîkatiyek bi vî awayî li gel rêjima Îranê çêbike jî, ji aliyê netewe jî xwe nêzîkî welatên ereb dibînin û dixwazin di herêmên xwe de xweser bin. Bi giştî li Xûzistanê û li Parêzgeha Bûşêhrê dijîn. Li herêma Xûzistanê petrol derdikeve û ji bo aboriya Îranê ciheke girîng e. Piştî derbeya leşkerî 1958ê li Îraqê, Evdilkerîm Qasim li ser Ervendrûd (Şetelereb) û Xorremşehr mafê dewleta xwe îlan kir ku ev der axa ereban e, ji ber vê jî Cepheya Azadî ya Ahwazê ava kir. Piştî şerê Îran û Iraqê yê di sala 1980ê de qewimî, herêmên erebên Îranê di nava şer de man. Tê îdîakirin ku Sedam Huseyn gelek alîkarî dida ereban ku li Îranê krîzê derxînin. Li sala 1999ê de ji aliyê neteweperestên ereban ve Tevgera Xebata Erebî ji bo Azadiya Ahwazê hate damezrandin. Piştî vê avakirina vê rêxistinê gelek çalakî bi navê vê tevgerê hatin kirin. Di 22yê îlona 2018ê de li bajarê Ehwaza girêdayî parêzgeha Xûzistanê li dijî leşkeên Îranê êrîşek pêkhat. Di encama êrîşê de gelek leşkerên îranî hatin kuştin. Hereketûl Nidal an jî hereketa El Ehwazê li ser navê Artêşa Berxwedana Neteweyî ya Ehwazê ev êrîş girt ser xwe. Tevgerên tirkên Azerbaycanê (azerî) Tirkên Azerbaycanê bi sedsalan e li Îranê bi rêya binemalên sefewiyan, qacaran, efşeran hikûm li Îranê dikir. Piştî derbeya leşkerî ya Reza Şah Pehlewî tesîra tirkan li Îranê li kêmê da. Piştê vê rûdanê li hîsên neteweyî li nav tirkan de mezin bûn. Li sala 1908ê de Îran ber bi mirina desthilata qacariyan de diçû. Wê demê Settar Xan li dijî hikûmraniya Şah û Liwaya Qazaxan li Azerbaycanê serhildan da destpê kirin. Lê ev hereket zû hate vemirandin. 24ê hezîrana 1920an de li Tebrîzê ji aliyê Şêx Mihemed Xiyabanî ve dewleta tirkan a bi navê Azadîstan hate damezirandin. Lê 12ê îlona 1920an de ev desthilat ji aliyê hêzên Şah ve hate mirandin. 20 sal piştî van bûyeran li Tebrîzê bi alikariya Sovyetan Hikûmeta Netewî ya Azerbaycanê hate damezirandin. Lê ev jî 12 mehan jiya, paşî hate rûxandin. Erdnîgarî Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Efxanistan li rojhilatê, Tirkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û deryaya Omanê hene. Dabeşkirina Îranê Bingeha dabeşkirina Îranê digehe Dewleta Sefewiyan. Hemû Kurdistana modern di wê demê de di bin kontrola Safawiyan û di dewra Şah Ebbas de bû. Bi dûçûna sîstema Safawiyan dabeşkirina Îranê ya siyasî xwedî 22 parêzgehan bû. Parêzgehên Safawiyan : Li Îranê di dewra Qacariyan de 8 parêzgeh hebûn, piştî Reza Şah dest dana ser desthilata Îranê hindek reform pêkanîn; parêzgehên Îranê ji 7 zêde kirin û bûn 15. Tehran, Azerbaycan, Fars, Gîlan, Mazenderan, Hemedan, Îsfahan, Kîrman, Kirmanşan, Xorasan, Erebîstan, Kurdistan, Loristan, Belucîstan û Benderên Kendavê Bi dûçûna amarên dawî li Îranê 31 parêzgeh hene, 392 wilayet, 986 navçe hene û ji 1144 bajêr û ji 2513 gundan pêk tê. Hêjayî gotinê ye ku Parêzgeha Elburzê li sala 2010ê de unwana parêzgehê wergirt. Bi dûçûna sîstema dabeşkirina Îranê de; Îran ji parêzgehan pêk tê, îranî jê re dibêjin ostan. Ev parêzgeh jî wek şaristan dabeş dibin. Di wan şaristanan de jî herêmên cuda hene. Parêzgehên kurdnişîn Çarmihal û Bextiyarî (parêzgeh) Kurdistan (parêzgeh) Azerbaycana Rojava (parêzgeh) Xorasana Bakur (parêzgeh) Hemedan (parêzgeh) Kirmaşan (parêzgeh) Îlam (parêzgeh) Luristan (parêzgeh) Xûzistan (parêzgeh) Kûgîluyî û Buwêr Ehmed (parêzgeh) Fars (parêzgeh) Bûşehr (parêzgeh) Tehran (parêzgeh) Rêvebirina îdarî Bi dûçûna rêvebirina îdarî ya Îranê, navên parçeyên dabeşkirî û rêvebirên parçeyan wiha ye : Dîn 98% ji akinciyên îranî misilman in; 89% şiî û 9% sunî ne. 2% mesihî, êzîdî, bahaî, yahudî û zerdeştî ne.. Mezheba fermî ya dewleta Îranê baskê Caferî Şieya Danzdeh Îmamane. Ev mezheb nayê guherandin Misliman Şîî Sunî Yaresanî Zerdeşt Fele Keldanî Asûrî Ermen Cihû Behayî Gelhe û ziman Bi dûçûna amarên sala 2017ê gelheya Îranê 79,926,270 kes in Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn. Gelên Aryanî Fars Kurd Kurmanc Soran Lurê Mezin Bextiyarî Mamesenî Kuhgîlu Lurî Piçûk Feylî Lek Kelhurî Belûç Talişî Gîlekî Mazenderanî Tatî Gelên Turanî Azerî Tirkmen Qaşqayî Gelên Samî Ereb Cihû Gelên Qefqasî Ermen Gurcî Aborî Li Îranê şeş herêmên serbest yên ticaretê hene; Herêma Serbest ya Kîşê: Kîş navê hemû giravên li Kendava Besrayê ye. Li vê derê ticaret di navbera Dubaîyê û Îranê tê kirin. Herêma Serbest ya Geşmê :Geşm li astengiya Hûrmûzê ye. Ticaret li gel Dubaiyê d-ye li vir. Herêma Serbest ya Çabahar: Li okyanûsa Hindê ye. Herêma Serbest ya Anzalî :Li behra Hezarê ye. Têkiliya ticaretê di navbera dewletên cîran ên Hezarê de ye. Herêma Serbest ya Arasê: Di navbera Îran, Ermenîstan, Azerbaycan û Nahcîvanê da ye. Herêma Serbest ya Ervendê: Li kendava Besrayê ye, nêzîkî Kuwêt û Iraqê ye. Cewherên binerd Li Kirman, Yezd û Xorasana Rezewî ji aliyê hesin ve zengîn e. Her wisa li Serçeşme û Çehar Gonbeda girêdayî Kirmanê ji aliyê mis,sifirê ve zengîn e. Risas û kalay li Yezd, Îsfahan û li herêmên Elburzê peyda dibe. Li Kirman û li Xorasana Başûr komira bisûd heye. Perwerdahî Zanîngeha Erak, Erak Zanîngeha Bijîşkî ya Babolê, Babol (navçe) Zanîngeha Mazandaran, Babol (navçe) Zanîngeha Îsfehan, Îsfehan Zanîngeha Kurdistanê, Kurdistan (parêzgeh) Zanîngeha Firdewsî Meşhed, Meşhed Zanîngeha Razî, Kirmanşah Zanîngeha Şîraz, Şîraz (Îran) Zanîngeha Tebrîzê, Tewrêz Zanîngeha Tehranê, Tehran (di 1934 -an de hat damezrandin) Zanîngeha Allameh Tabataba'i, Tehran (di 1950 de hate damezrandin) Zanîngeha Hosmam Huseyîn, Tehran (di 1986 de hate damezrandin) Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Iranranê, Tehran Zanîngeha Teknolojiya Amirkabir, Tehran Zanîngeha Teknolojiya riferîf, Tehran Zanîngeha Zanistên Pizîşkî û Karûbarên Tenduristî ya Iranê, Tehran Zanîngeha Zanistên Bijîşkî û Karûbarên Tenduristî ya Tehranê, Tehran Zanîngeha Medicalehîd Beheshtî ya Zanistên Pizîşkî û Karûbarên Tenduristî, Tehran K. Zanîngeha Teknolojiya N. Toosi, Tehran Zanîngeha Yezd, Yezd Zanîngeha Islamicslamî ya Azad Damavand, Demavend (navçe) Zanîngeha Teknîkî ya Mohajer, Îsfehan Zanîngeha Chamehîd Çemran, Ehvaz Çand Pirtûk Son Devrimci Ayetullah Humeyni, Baqer Moin Çavkanî Girêdanên derve http://www.leader.ir http://president.ir/ Îrannasî
3572
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xal%C3%AEd%20Beg%C3%AA%20Cibir%C3%AE
Xalîd Begê Cibirî
Xalîd Begê Cibirî (jdb. 1882 Gimgim - m. 14'ê avrêlê 1925, Bidlîs) damezrîner û serokê Rêxistina Azadîyê bû. Di sala 1882an de li Gimgima Mûşê hatiye cîhanê. Ji eşîra Mala Sur (Mala Sûwar) e. Di dibistanên leşkerî yên Osmanîyan de dixwîne, dibe Mîralay. Ew û Şêx Seîd him lav xaltiyê hev in him jî ew bûrayê Şêx e. Demekî li Filistînê dixebite. Şerê Cîhanê yê yekem de li Xinûsê û Agiriyê, dijî rûsan şer dike. Piştî Komkujiya Ermeniyan dikeve nav hewldana rêxistina kurd. Di sala 1920an de wek mîralay li Erzîromê dest bi xebatê dike. Di sala 1921ê de rêxistina Azadiyê dadimezirînin. Di vî rêxistinê de gelek şêx û mîrên kurdan cîh digirin. Bi taybetî jî, mebûsê Bidlîsê Ûsiv Ziya di warê birêxistinkirina gel de ristek mezin dilîze. Ji xwe ber vê yekê jî di gelek çavkaniyan de Xalid Beg him wek serok him jî wek berpirsiyarê leşkerî, Ûsiv Ziya jî wek berpirsiyarê siyasî tê ravekirin. Di 14ê nîsana 1925an de li Bidlîsê bi tevî û Ûsiv Ziya çar hevalên xwe yên din tên dardekirin. Ew heya çileya dawî ya 1925an, ango heya dawiya jiyana xwe ji bo Kurdistana serbixwe xebitî û goncan bi kemalîstan re qebûl nekir. Gorî rojnameyên tirkan ên wê demê û qeydên fermî, li Bidlisê beriya ku wî li sêdarê bidin wiha digot: “Ez li hemberê we ne tenê me. Li pişta min, li Îranê, li Mezopotamyayê û li Tirkiyeyê neteweyeke mezin, kurd dijî. Hûn îro min ji holê radikin lê baş bizanin ku sibê, wê sibê neviyên me we ji nav bin”. Çavkanî Leşkerên Împeratoriya Osmanî Siyasetmedarên kurd Jidayikbûn 1882 Mirin 1925 Kesên ji Gimgimê Çalakvanên kurd ên serxwebûnê
3573
https://ku.wikipedia.org/wiki/N%C3%BBdem%20%28kovar%29
Nûdem (kovar)
Nûdem kovarek demsalî û xweser kurdî bû. Sala 1ê kanûna paşîn a 1992an de li Swêdê dest bi weşana xwe kir. Kovarek hunerî, wêjeyî û çandî bû. Piştî hijmara xwe a 40em di sala 2001an de xatir ji xwendevanên xwast û hat girtin. Ji hêla Firat Cewerî ve dihat derxistin. Çavkanî Girêdanên derve Malpera Nûdemê Kovarên kurdî
3574
https://ku.wikipedia.org/wiki/Deng%20%28cudakirin%29
Deng (cudakirin)
Pir gotar derbarê Deng hene. Dengên mera dibîse, seke Deng Kovarek, Deng (kovar) Kovarek, Deng (kovar, 1963) Kovarek, Dengê Me
3578
https://ku.wikipedia.org/wiki/Degaga%2C%20Mer%C3%AEwan
Degaga, Merîwan
Degaga, dekewet rojhelaty kurdistan we le parezgay Kurdistan daye ke serbe berwebary (fermandary) şary Merîwan. Jadekey asfalte u telefun keşrawe bu naw malekanu aw u brqy heye qtabxaney nawendy heye ke derw bery 300 malew u lewaneye 1000 kes nfusy hebe. xelkî em deye pter sergerm jutyaryyn ke be hwy jegyry em gwnde le ser re Merîwan, Kamyaran u Kirmaşan ptr xelkî xeryky homardary ew ştumekany wek jay brenj u shakru. hytren ke le meriwanewe rewaney Kamyaran dekren. Gundên Merîwanê
3579
https://ku.wikipedia.org/wiki/Albistan
Albistan
Albistan an jî Olbistan navçe û bajarekî Mereşê (Gurgumê) a Bakurê Kurdistanê ye Li Albistanê sê elên (eşirên) kurdan hene: Sinemillî, Alxasî û Atmî. Kurdên vê navçeyê hemû/gişt bi lehceye kurmancî qise/deng dikin. Kurdên vê herêmê piranî elewî ne. Bi devokê kurmancî yê herêmê wek "Olbiston" tê telafûzkirin û nivîsandin. Li Albistanê kurdên sunî jî hene. Ev zêdetir li bakurê Albistanê dijîn û eslên wan ji Kifriyê hatina û eşireta wan ji Qurniyê ne. Qasî 20 gund in. Lê hinek ji wan jî li hela Afşîn û Edeneyê hatine. Gundên navçeyê Alçiçek-Sinemilli Hançiplak-Sinemilli Kaniya dizan Mîralli Qantarma-Sinemilli Gucük-Sinemilli Nergele-Sinemilli Karahasanan-Atmi Kangal-Atmi Koşk-Sinemillî Sevdilli-Alxasi Devreşcıvan Gundên navçeya Albistanê Lîsteya gundan Gundên Qurnî Li mintika Sultankorusu Gundên ku eslên wan Qurniya ne: Sugul, Hoplak, Karamagra, Kecemaxa, Akkaya, Korpinar, Evcihoyik, Elmalî, Saricicek, Fakoglu, Ferhatpinarî, Seliman, Erikan, Kalecik, Alkayolu, Alipinari, Palavar, Cevirma, Akarca, Tekepinarî. Navdar Fidan Doğan, çalakvaneke kurd Çavkanî Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934). "Köylerimizin adlari" (1928). Navçeyên Gurgumê Albistan
3580
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hesenel%C3%AEl%C3%AE
Hesenelîlî
Hesenelîlî gundekî navçeya Elbistanê ye. Gundî hemû elewî ne û bi zaravayê kurmancî diaxivin. Toton, Remik û Gundê Orte mezrayên gund in. Gundên Albistanê
3582
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mihelem%C3%AE
Mihelemî
Mihellemî yan jî erebên mihellemî yan jî erebên mardellî (bi sûryanî ܡܚܠܡܝ̈ܐ‎, Mḥallamāye, bi zimanê erebî: المحَلَّمِيّة, al-mhallamiya bi maneya "gelê mihellemî"), gelekî erebî ye Ji Erebên Banû Hilal û erebên Banû Şeybanin. Esasê xwe ji herêma Tur Abdînê ne li welatê Mezopotamyayê a ku bi navê Herêma Mihellemîyan tê naskerîn. Gelê Mihellemî ji eşîrên wekî qertmînî û Saîedî û Salaxî û omerî û zînî û raşdî û mîxaşnî û Xatûnî û Jarudî û kosê û sûrkî û perîxanî û ramanlî pêk tên. Hejmara Mihellemîyan a herî kêm li cîhanê 2,8 - 3,5 milyon e. Mihelemî li Tirkiyeyê Mêrdîn, Mehserte, Stewrê, Midyat, Nisêbîn, Qoser, Diyarbekir, Silîva, Bismil, Riha, Sêrt, Batman, Xetay, Stembol û Enqere. Mihelemî li Sûriyê Qamişlo û bi taybetî li taxa Qedûr Bek, taxa mehmeqiya, taxa Xerbî, taxa Hileliye, taxa Başîriye, taxa Korniş, taxa Westa û her weha li hemû Gund û bajarên parêzgeha Hesîçe, Dêrik, Rimêlan, Tirbespî, Girkê Legê, Til Koçer, Amûde, Dirbêsî, Serê Kaniyê û Helebê, şêx maqsûd, Eşrafiye û Şamê. Mihelemî li Iraqê Bi taybetî li bajarê Mûsil dijîn. Lê belê Mihelemî yên ku li Başiqa û Bahzanî dijîn bi eslê xwe Mihelemî yen ku li ser dînê êzidî ne. Mihellemî li Libnanê Li Beyrut û Trablus û Eddahiya û Elbikaa û Burc Hamûd dijîn. Mihellemî li Almanyayê Li Berlîn, Bremen, Essen, Hamburg, Düsseldorf û gelek bajarên din dijîn. Her weha li hemî welatên erebî û Holenda û Belçîka û Fransa û Swêd û Norwêc û Fînlenda û Danîmark û Awisturya mehelmî hene. Çavkanî Girêdanên derve https://www.youtube.com/watch?v=RIgyddxiPQA Gel Mêrdîn Mihelemî
3584
https://ku.wikipedia.org/wiki/Celk%C3%AE
Celkî
Eşîreta Celkî li navçeya Konya ye Kulu diminîn li gundê bi tirki Kırkpınar, Yeşilyurt u Hisar. Kesen xwe pir ji li gunde Kutukusağı dijînin. Hejmarê wan kêmzêde 7500 e. Li Mêrdînê û Shengale gelekî ji wan bi eslê xwe êzîdî ne. Eşîr
3587
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20e%C5%9F%C3%AEr%C3%AAn%20kurd%20%C3%AAn%20Kurdistana%20Iraq%C3%AA
Lîsteya eşîrên kurd ên Kurdistana Iraqê
Sindî - Zaxo,Duhok,Qileban, Silopî, Botan, Hekarî Dosky - Duhok,Zaxo,Hewler, Hekarî Nihêlî - Amêdî,Dihok Mizûrî - Dihok, Hekarî Berwarî bala - Dihok Berwarî jêrî - Dihok Zêbarî - Mûsil,Dihok,Hewlêr Berzanî - Hewlêr Doskî - Dihok, Hekarî Artûşî/Ertûşî - nêrweyiamêdiyê Guli - Zaxo Rêkanî - Amêdî,Duhok Berwari- Zaxo,Duhok Silêvanî Zaxo Qerealusî - Mendelî Suremirî - Xaneqin Şerefbeyanî - Kerkûk,Te'mim Bacelan - Xaneqin, Musil Deloyî - Xaneqin, Kifri Kaxwar - Xaneqin Kiz/Gez/Kez - Xaneqin, Silêmanî Palanî - Xaneqin Berzincî (Berzencî) - hewler, Kerkûk, Silêmanî Umermîl/homermîl - Kerkuk,te´mim Tîlşanî - Kerkuk,te´mim Zengene - Kerkuk,Xaneqin,Silemani Zend - Xaneqîn,Kerkuk Dawude - Xaneqîn,Kerkuk Leylanî - Kerkuk Cebarî - Kerkuk Şwan/Şiwan - Kerkuk/Silêmanî Salihî/saleyî - Kerkuk Şêy Bizeynî - Xaneqîn/Kerkuk Kakeyî/Kaxanlû - Silêmanî,Xaneqîn,Kerkuk Bîbanî - Kerkuk,Xaneqîn Zirguş - Qîzrebat Xêlatî - Qizrebat Melekşahî - Qizrebat Kwazî - Xaneqîn Nêrîcî - Xuratu-Qoretû Qadirmîroyî - Xuratu-Qoretû Tayşeyî - Xuratu-Qoretû-Xorîn û Şêxan Hewramî - Silêmanî,Helebce Merîwanî - Silêmanî Çinginî - Silêmanî Caf - Kerkuk, Silêmanî, Kelar, Helebce, Derbendîxane Pişderî - Silêmanî,Qeladize Simayîluzeyrî - Silêmanî Hemewen - Silêmanî,Çemçemal Dizeyî - Hewlêr Gerdî - Hewler Kura/Kora - Hewlêr Xoşnaw - Hewlêr Bilbasî - Ranye,Qeladize Pîran - Qeladize Silêmanî Kafiroşî Ako - Silêmanî,Hewlêr Zirarî - Hewlêr Surkî - Hewlêr Balek - Hewlêr Şêrwan - Hewlêr Biradost - Hewlêr Herkî - Hewlêr Xêlanî - Hewlêr Polî - Hewlêr Mendan - Mûsil Eşîra Seb´e Mûsil,Dihok Jêrhatî - Amêdî Hacî - Amêdî Fîrewa - Amêdî Hiseynî - Amêdî Celalî - Mûsil Yezîdî - Mûsil,Sincar Dirre - Mûsil Kuhan/Kohan - Zaxo Şêxan - Zaxo Reşikan - Zaxo Hawrî - Zaxo Sîrtî - Zaxo Rojbeyanî - Zaxo Kokoyî - Helebce Me´mî - Silêmanî Şêx memundî- Hewlêr Ev nivîsa jorîn ji kitêba Mehmûd Ezîz Hesen;"Kurteyek Le Mêjûy Hozî Caf û Basî Hendêk Le Tîrekanî" ,1985, Silêmanîye, r.7-10 ji nav kovara Birnêbûn´e hatiye girtin. Transkripsiyon: Mahmûd Lewendî Eşîr Lîste
3589
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87elikan
Çelikan
Celikan (bi tirkî: Yeşilyurt) gundekî navçeya Qûlekiyê Kulu ya bajarê Qonyeyê ye. Gundê Yeşilyurt di sala 1880'an de ji hêla eşîreta Celikan ve hatiye avakirin, ku bi xwe şaxek ji konfederasyona eşiretên Reşwan e . Malên ku pêşîn bi cih bûne, Malê Ranê, Malê Simê, Malê Nêyîb, Malê Tûmikî, Malê Selmên, Malê Avsef, Malê Çêwîş, Malê Gûllê, Malê Şihelî, Malê Newê û yên din. Çend Wargehên Celikiyan Hene ? Di gelek nivîsaran de behsa hoza Celikan tê kirin, bes bi tevahî heta niha kesekî wargeh û niştîgehên Celikiyan di nivîsarekê de bi rêkûpêkî berpêş ne kiriye. Min xwest di vê gotara xwe de bi awirek werhewandî cihwarên eşîreta Celikî hilbijimêrim. Dîsa jî Kercews tê min bi bakûrê kurdistanê ve tixûbandi ma. Min nikanî û nikanim jî li cih war û gund û bajarên celikiyan ên li her sê parçeyên din ên li Îran, Îraq û Sûriye'yê hene pêşkêşî we bikim çimkî tu delîv û derfet di destê min de tune ne. Weke hozên din ê kurdistanî, hoza celikî jî di çembera felekê re hilqiloziye. Lewma çinî çinî bûne û her yek ji wan bi hêlekê de pekiye. Bi Kercews tê ke rûxalî û gihar min ev wargehên jêrîn peyidandin. Bêguman gengaz e ku mirovekî şareza bi lêkolîneke kûr û fireh dikane hê bi dehan niştîgehên celikiyan bime bide nasandinê. Hoza Celikan hozek kurd, kirmacîaxêv û şaxek ji konfederasyon ango hevsondiya êla Reşiyan e. Di nava Celikiyan de ji aliyê dîn ve fire-bawerîtî heye. Henêfî û Elewî di nava wan de hene. Bêguman Şiî û Fileh jî divêtin di nava wan de hebin. Lê mixabin ji sedema Elî Bêtikê em nikanin bi reya navtorê di wan rexên Kurdistan`ê bigihîjin. Şerefname û hoza Celikan Mîrê Xawênşikû Mîr Şerefxanê Bêdlîsî pirtûkek li sala 1597 nivîsandiye û ev pirtûka xwe gaziyê dîroka Kurdistan`ê kiriye. Cara ewil navê hoza Celikan di pirtûka wî a giranbiha de radibirie. Em pêwist in ji bîr nekin nekin ku ew pirtûka navbihûrî pirtûka yekemîn a dîroka Kurdistan`ê ye ku hatiye nivîsandinê. Gava di pirtûka yekemîn a dîroka welatekî nola Kurdistanê de navê hoza Celikan tê dabaş kirin, ew jî ji weç e ji gelê Celikiyan rê wek şanaziyeke mezin bê berisandin. Ew gava navê hozên kurdî hildijimêre di nava wan de hoza celikan jî heye. Di pirtûka xwe de xawênşikû wisa dabaş dike; Mîrîtiya Heskêfê Keleha Heskêfê bi bilindiya 150 metro ye û dêzeke şût û asê ye. Di binê dolivgeriya wê de çar herêm hene. Van Sêrt, Bişêrî, Tor û Erz in. Li van deverinan 13 hozê kurdan dijîn. Ew evin: Aşitî, Mihelmî, Mihronî, Becnewî, Sîtakî, Îsterkî, Gurdilê Bic, Gurdilê Mez, Reşan, Kêjikî, Cêlikî, Xindegî, Sehonî.` Weke em li jor dibînin, hoza Celikan hem hozek kevn ango ji berê de hebûye, hem jî li her deverên kurdistanê li ser mesela li Heskêfê dixuye. Navê eşîreta Celikan bi fesalên biçewtî wisa jî wek `cellikanî`, `Celikanî`, `celikî`, `Celikan`, `çelikan` tê û hatiye nivîsandinê. Misoger e rast nivîsa wê nola `Celikan` û `Celikî` bê tomar kirinê . Eşîrata Celikan şaxek ji konfederasyona eşîreta `Reşiyan`e , weke me li jor jî dabaş kir. Lêbelê hem şaxên din ên êla Reşiyan hem jî eşîrata Celikan ne tenê li Anadola Navîn dijîn, hem vê re jî li seranserê Kurdistan`ê jî jiyana xwe didomînin. Navên kurdî bi dûgela tirk zehf dijwar tên û ew nikane wan navan biherisîne ,seba wê jî navên kurdî û navên eşîret û kesayetên kurdî bi hidamî çewt nivîsandine an teribandine,hê jî ew helwesta dûgela tirk li dar û li ser kar e. A herî sehm jî ev e ku ew hewna dûgela tirkî di vê hingama sedsala 21 an de jê hê ne hatiye guhartin. Ji vê bişaftin û qûraftina dûgela tirk navê xêla Celikan jî pelîseya xwe wergirtiye. Min hinek ji koleksiyona sosretên dûgela tirk a ku tenê li ser navê hoza Celikan meşandî wek Çewt nivîsndina navên vê hozê weke nimûneyên li jêr berpêş kir. Celkî, Celiko, Celika, Celkan, Cêleka, Cilkan, Çilkan, Çilkanî, Cilkanî, Çelikhan, Çelik, Çalkiran, Çîlkanî, Cola, Cilik... Qewtek mirov ev qes bêxwedan û bêkes dibe? De werin binêrin li vê sosretê! ,li vê zeharê !. Navekî kurdî ye bi hezar şiklê çewt hatiye nivîsndinê. De wer bîza xwe ji dewleta tirk nîne! Kurd ew qes xizan, tirk jî ew hinde sitemkar nabe ! Di vê nixay û bênengiya dûgela tirk de bêgûşane para behletiya kurdan jî zehf e. Ji me kurdan jî tu kes derneketiye û gercust û lêkolandinên zanistî û wêjeyî amede ne kirine, hewl nedane ku wan bi dirûstî bidine tomar kirinê. Divê em kurd vê yekê di mêjiyê xwe de binitirînin ku bii girî, gilî, gazincan em di tu deveran nagihîjin, kes jî ji dêl me ve karên me narewîne, nadolivîne. Ev navên jêrîn hemû cûreyên navên eşîreta Celikan in û divêtin wisa bihatana û bên nivîsandinê! Celikan: Navê hoza Celikan e ku navdêrek nefsî ye. Binema ji navekî kevn û neolîtîkî ê kesayetek bi navê Celo divêt hatî be piraştin ku Celik naznav e û di raweya biç û andinê Celikan: Navên gund û şehrên ji aliyê hoza Celikan de hatine ava kirin re tê gotin ku wargeh in e. Hûn dê li jêr jî bibînin bi dehan wargeh û niştîgehên ji aliyê hoza Celikan ve hatine ava kirin hene. Celikanî: Kesên ji gund û bajar û ji wargehên ji aliyê celikiyan ve hatine damezirandin. Celikî: Kesên girêdayî vê eşîretê ,endamên hoza Celikan. Ne navê hozê bi xwe ye! Celikiyan: Pirjimara peyrew û kesên girêdayî ên hoza ji Celikan rê têt gotin Celikaniyan : Pirjimara wan kesan Xalek din a bala min kişandî heye ku mirovên wek Van Brunissen û Nîşanyan ên şareza û pispor jî der barê civak nasiya kurdan de, bona civaka kurdan de li ser sazî û mezrên civakî ên kurdan de derheqê kurdan û zimanên wan de de çewtî û xeletiyên bingehîn kirine û dikin, ew tişt gelek watedar e. Kilîda Civak nasiya Kurdî Gel, Xelk, êl, xêl, hoz, qewte, mal, bavik, babistîn, ber, koz, kom, ezbet, tîre, eşîr, tayfe, qebîle, kom civak, civat, cemaet, komelge, hwd. Di nava sêl û bêliya van wîşeyan de ên dirûst ev in; Gel: Xelk,gûrek mirovên nêzî hev,netewe,ji zehf û piraniyê tê, ne pîşadiye ku em dibêjin gelek,gelo,gelestêrk,xezûrgel,hemgel. Xêl: Hoza mezin, êl, eşîreta mezin, hevsondiya hozan,konfederasyona eşîretan êl û xêl sînonîm ango hevwateyên hev in. Hoz: Eşîret, ev peyva ji hêz û hiz ê tê. Quwet e, xurtî ye, zexmî ye. Zever e. Tîre: tayfa yekyek binşaxa eşîretekê, menek ji gûrfên binê hozê ye. Ji tîrê tê. Tîr doxek zirav û dirêj û tûj e. Bi kevanê têt avêtin. Ezbet. Qebîle ye. Ji ` ez`ê tê. Di kurdî de numa ye paşebendeke `bet` heye. Şîmane ye bi paşbenda `met`ê ve yek bin. Babistîn: Bavik, Qlan, qilan xuya ye ji bavê tê, bab û bav hevwate ne. Qilan ji çend heb malbatên xizm û lêzim, xinamiyan vediceme. Malbat: Mena herî biçûk a di nava civakê kurdî de Malbat in. Malbat, aîle ye û ji bavk dayikek û ji zaroyên wan vediceme. Malbat, ji malê t û bi paşbenda betê temamiya xwe dîtiye,lê bet ziviriye bat`ê. Hewceyê vepastinê ye. Mal bi xwe ji peyva mane tê ku di hinek peyvên hevdûdanî de hê jî jiyana xwe dikûdîne. Ew jî `Xanûman` e ango `xanî` û `mal`. `Man` jî ji `domanê` piraştiye. Doman zehvaniya dome ye `dom` peyvek arî bû. Xelk: Gel lê ne `em` ên din, kesê biyan, kesê ne ji me. ev wîşe jî ji heman rehê tê, ji `gel`ê tê. Gel > Xêl > Hoz > Tîre > Ezbet > Babistîn > Malbat Gel ji xêlan, xêl ji hozan, hoz jî tîreyan, tîre ji babistînan û yê dawiyê jê ji malbatn çê dibe. Ya sosret ew e ku wîşeya `xelk` jî hê di kurdî de heye ku ew jî tê wateya gelên din, xêlên din, hozên din ango dijê xwenasandinê ye. Gav te go em gel, xêl û hoz tê bîra mirovan, gava te go hûn jî ên din ango xelk tê bîra mirovan. Ger te got `ez` xelk kesên din in. Ger te got malbata me, hîngah xelk malbatên din in. Gava te go gelê kurd wê demê jî `xelk` wateya biyaniyan an gelên din ên wek tirk û ereb û ên din tê siviyandinê. Min jî hê nû veşikaft ku peyva `xelk` di kurdî de weyneke kilîdîn dileyize. Wateya wê li dûv babetê tê guhartin. Ji aliyê semntîkê ve tu têkiliyên xwe bi `halk`a tirkî ve nîn e. Dewra ji aliyê rehnasiyê ve peyva tirkî weke min li jor gotî ji peyva `xêl` ê a kurdî tê. Xêl bi `êl`ê ve hevreh in, xelk bi wan ve dîsa ji heman rehê tên. `Halk` tirkî jî ji xelka kurdî tê. Ev hemû jî bi peyva gel ve dîsa ji heman rehî piraştine. Ew misoger e û herzal e. Qewte, ber koz, kom, peyvinên din ew in ku di babeta me de cihê xwe tune ne. Hinek ji wan jî peyvên biyanî ne ku mirov dikane ji wan jî sûdê werbigire. Martin van Bruinessen û Sosyologên din mixabin gelê kurd hê jî bi zelalî nas nekirine. Wan li ser civaknasiya kurdî gelek çewtî kirine. Têgehên kurdî şehitandine. Lêbelê gava mirov bi dilekî asa lê dinêre tavine re kifş dike ku kîjan peyv tê kîşan wateyê. Lewma jî min nika ji we re ev wîşeyan palaftin û zelandin. Kurd di bin pest û pêkutiyeke mezin de jiyana xwe bi dijwarî didomînin. Heta niha mane nuwazeyeke ! Fer e mirvov vê rastiyê jî xêva xwe der nehîne. Ev gel û ev zimanên kurdî çawa dibin ku piştî ev erişên hov li pê mane. ? Ew bi xwe serkeftineke mezin e. Vaca leşker û elîtên tirkan a hoveber û goneya guhartina navên gund û bajarên kurdan bixwe gosartmeyeke nedîtbar e. Ji bo nimûne ez li jêr rûdaneke berî hanhanika sed salî ji we re vebêjim. Li vî gundî ango li li gundê Celikan ku nave wê bi tirkî ne bel e,gundekî li Erdîş`a bi ser Wan`ê ve ye hewaleke wek Gundê Celikan ku tirkiya wê Kirkpinar e bi ser Qulekiya Qonye`yê ve ye diqewime. Li sala 1928 an gava dûgela tirk nefergeliya dêrsa semyanên kurdî û guhartina navên gund û bajarên kurdan serfetihandibû,vî gundê bextreş ji pelîseya xwe ji vê heciiland.Navê wî gundî guhartin, qinyat anîn ku ew çilkanî bi kurdî ji çil kanî yê tê . Girtin navê wî gundî bi tirkî kirin `Kirkpinar`. Qaşo ji kurdî wergerandin tirkî .Lê nav guherandin tawaneke,wateya qels kirin tawaneke din e. Bi Rastî ne wisa bûye .Navê gund ji hoza Celikan dihat û bi endamên gund re digotin Celikanî ango ew kesên ji gundê Celikan. Rayedarên tirk helbet nexem in maneya wê çiye . Jibo wan tiştek tenê giring heye ,ew jî bila ne bi kurdî be, bi kîjan zimanî dibe bila bibe. Lewma guhartin kirin Kirkpinar. Ew jî qîlek dide me ku navê gundê Kirkpinar a Kulu Konya yê ji ku hatiye û çawa hatiye dexilandin, şapînoz kirin. Niştîgehên Celikiyan Gund Navçe Şehr kurdî/tirkî kurdî/tirkî kurdî/tirkî 1. Celikan jêr/yesilyurt -Qûlekî/Kulu -Qonye/Konya 2. Celikan jor/Kirkpinar –Qûlekî/ Kulu -Qonye/Konya 3. Hesar /Hîsar Qûlekî/Kulu-Qonye/Konya 4. Kûtiga /Kûtûkusagi -Cihanbeg Cihanbeylî Qonye Konya 5. Celikan /Eskibektaşli-Girûn/Gürün-Sêwaz/Sivas 6. Celikan /Sûrendal köyü -Çinar/Çinar -Amed/Diyarbakir 7. Celikan/Yagmurkuyusu köyü -Basê/Gûclûkonak-Şirnex/ Sirnak 8. Celikan/ tirkî ? - Navend /Merkez – Bêdlîs/ Bitlis 9. Celikan /Atlihan Köyü Şax/Catak Wan/Van 10. Celikan(komişîr) /Çelikhan - Semsûr/Adıyaman 11. Celikan /tirkî ?-Erdîş/Ercîş-Wan/Van 12. Celikan jêr û Celikan jor /Koçbaşı köyü – Mehmûdî/Saray – Wan/Van 13. Celikan/ Çelik köyü – Kerboran/Dargeçit – Mêrdîn/Mardin 14. Celikan ,Çola /Çalkiran köyü- Navend/Merkez Mamekî/Tuncelî Derbarê Celikiyên di nava tixûbên Îranê de dimînin de, di ên li Kurdsitan`a îraqê dimînin de herwiha derbarê celikiyên li sûriye`yê jî tu agahiyên bijûn di destê me de tune ne. Digel vê yekê haya me heye ku çend gundên celikiyên Êzdî bi navên celikî, calikî, cillikî li der dora çiyayê Şengalê hene.Her wiha li dûv agahiyên galagalî li tenişta bajarê Îsfehanê jî şaredêyek bi navê Celikan jî heye. Mijareke din yeka hêjayê dabaşê heye ku weke em gişt pêdizanin êdî mirov dikane navên berê dîsa li gund û şehrê xwe bike. Derbarê vê de qanûnek derketiye û êdî ev nav dikanin ji nû ve vejin. Ez tênagihêm ku çima Partiya Demokratîka Gelan an Partiya Demokratika Herêman an jî bi tevahî peşar û pêşawayên kurdan çire vî karî nakin stûyê xwe, van navan yekbiyek venagerînin? Anha ez li vê derê bangewaziya xwe digihînim kurdan û nemaze celikiyan, da ku bilez û bez navên gundê xwe ê mêjîn û dêrîn ji nûve bistînin û ji tunebûnê rizgar bikin! Pate û Giram Cellikanî 19 Mijdarê 2014 Girêdanên derve Malpera gundî Gundên Qûlekiyê,Kuluyê
3590
https://ku.wikipedia.org/wiki/T%C3%AEr%C3%AAj
Tîrêj
Seydayê Tîrêj, helbestvan Tîrêj, kovareke ku 1979 derket tirej.net, malper Tîrêj (fîlm), fîlmeke Halîl Uysal. Ew fîlm ji aliyê gerîlla hat kişandin.
3593
https://ku.wikipedia.org/wiki/Seyday%C3%AA%20T%C3%AEr%C3%AAj
Seydayê Tîrêj
Seydayê Tîrêj (jdb. 1923 − m. ) wêjevan û helbestvanekî Kurd bû. Jînenîgarî Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Quranê û çend pertûkên dînî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurdan, ew jî di dibistana dînî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike. Ew, di sala 1937an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi akam û kartêkirina wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de gul vedide. Bi wan re xebata niştimanperweriyê kiriye û wek gelek welatperwer û rojinbîrên Kurdan, Seydayê Tîrêj jî, di nava civata xwebûn/xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan, têkoşîneke ramyarî jî meşandiye. Di sala 1952an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî jî tê talan kirin. Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser Seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje: Ew, ji neçarî demeke dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973yan de bera xwe dide bajarê Hesîçeyê û li wir cîwar dibe, heta ku ji nav me koç dike. Seyda, di bîr û baweriyên xwe de Berzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû. Sed dilov û mehder li ser gora wî bibarin. Di roja şemiya 23yê adara 2002yan de, demjimêr heştê hêvarê li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê li bajarê Hesîçeyê li Cizîrê, helbestvanê helbesta resen seydayê Tîrêj çû ber dilovaniya Xwedê; navê wî di nava dilê kurdan da herbimîn e. Berhem Berhemên wî yên çapkirî ev in: Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1985. Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1990. Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Libnan-Beyrût-1998. Serpêhatiyên Kurdan (1): Çapa yekem di sala 1992an de li weşanên Zanîn (kovar)ê û li sala 2014an ji no ve, di gel wergera Farisî, li Îranê çap bû. Berhemê wî yên neçapkirî ev in: Mewlûda Kurdmancî Dîwanek ji helbestan Serpêhatiyên Kurdan (2). Seyda sê caran hatiye xelat kirin Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995. Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya kurdî. 1998, Hewlêr. Xelata Koma Helebçe ya Folklorê kurdî li Cizîrê- Hesîçe. 2001. Seydayê Tîrêj û helbest Rêjîmên şovenîst digel talankirina dewlemen-diya serxak û binxakiya welatê me, bi dijwariyek mezin êrîşî ser ziman, tore û folklora kurdî jî dikin. Lê, herwekî xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Ji bo em ji bin destê van rêjîmên şovenîst derkevin, me bi sedan serhildan û berxwedanên birûmet dane jiyandin; gelek keç û xortên me di vê rêyê de xwe gorî axa me ya pîroz kirine. Ev şer, di warê parastina ziman, tore, û zargotina kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi rojê heta gihîştin bi azadiyê, her ku diçe geştir û gurtir dibe. Ronakbîr, nivîskar, helbestvan û hozanên Kurd yên bi rûmet di nava vî şerê ha de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoşîneke giranbiha û birûmet dikin. Pêwîst e, ku em vê xebat û têkoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vê beşa şerê tevgera rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin û ne zindîkuj û mirîperest bin, di saxiyê de xwedî li wan derkevin. Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, seydayê Tîrêj e. Seydayê Tîrêj, li ser şop û rêya helbestvanên helbesta Kilasîk ya resen helbesta xwe ristiye û honandiye. Wî bi van çend gotinan nerîna xwe di warê helbestê de diyar kiriye: “Ez li helbestê bi nezimê(nahelbestê), awazê(ahengê), qafiyeyê(serweyê, rêzbendê), û naveroka wê dinêrim. Ev çar şert, dikin helbest”. Seyda, rûmet, ronahî û gewherê helbestê jî wiha dibîne: Ew, li gorî dîtina xwe van mercan ji bona helbestê dibîne, û ji xwe rê dike mîna per û baskên balayekî baz ku bi yek firê baskê xwe li ezmanê helbesta resen dide û xwe di kûrahiya dilê xwendevanê helbesta kurdî de cîwar dike. Germahiya tîrêja helbestê, pencên xwe di dil û hestê xwendevan de rewa dike, û xwendevanê xwe di nav tevna pursir û pursiriyê de dîl dike. Bi vê raza ne penî, tezînokên xwêşiyê û akama xwe li dil, hest û derûnan dihingêve. Li pişt evî bazê serbilind, bazekî şêt û bêhempa di gasîna helbesta kurdî de heye. Ew baz jî seydayê nemir Cegerxwîn e. Tîrêj, di bin baskê helbesta Cegerxwîn de berz û mezin dibe. Hînî perwaze û firê dibe. Di behra Cezîrî û Xanî de hevotî melevaniyê dibe. Linik wî, bejna helbestê pir bilind, bi xeml û xêz û bi kêş û serwe ye, bi zimanekî rewan, pesin û halan, haldan û salixdanên rojeve, gazin û hêviyên rewşa gel di jîna jîweriyê de, di yek hest û hizrî de, li ber tîrêja ronîkirina reya hişyariyê têne meyandin. Wek me gotî, bi awayekî klasîk helbetên xwe dihûne: (pesin, şînî, evînî, xweşxwan, perwerî û li ser zimanê bale û teban), kêşa helbestan li ser movik û bi bare ne. Çewa seyda di bin baskê helbestvanên me yên klasîk de mezin bû, weharenge gelek helbetvanên me yên kilasîknivîs jî di bin bandora seydayê Tîrêj de mane, û akameke xurt li nifşê pey xwe re kiriye. Ew, ji dibistana helbesta jîwerî bû, bi rewş û bûyerên gelê xwe ve pir girêdayî bû. Heger merov li rêzkirina naveroka helbestan hûr-hûr meyzeke, merov xelekên dîroka gelê xwe, û bûyer û serpêhatiyên wan gav bi gav, roj bi roj û dem bi dem lêdivarqile. Ji wan bûyerên herî balkêş ya ku bû sedemê xwêştir, ciwantir û şêrîntirîn helbest bi seydayê Tîrêj rê bête der. Ew kuştiyarî, talankirin û malwêrankirina ko bi serê gelê Kurd hati bû. Têkçûna peymana yazdehê adarê bû. Seyda, hêtûna derûna wî, kelandin û lihevketina hundirê wî, sergêjî û pizotên hest û hinav û cergê wî bi hev re ew dane ber pêlan û peqiyan, li ezmanê toreya kurdî helbesta (Ey bilbilê dilşadî) hate vejandin. Ev helbest nûzayeke nû bû di dîroka helbesta kurdî ya resen de. Em dikarin bibêjin seyda bi vê helbesta xwe derbasî gerdûna xwêştirîn helbestên kurdî dibe. Ew, di helbestên xwe de, zor û gazinkariya li ser neteweyê Kurd, hoy û sedemên bindestiya gel, û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi yekdest û canbêzariyek bê sînor didît, bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî şêrîn û zelal ev rewş aniye ziman. Bêdiro, bi derd û kovan, xweşî û nexweşî, peşketin û pêşveçûna gelê xwe ve dijiya. Radestî li ber narvînê nedikir, û xwe dîlê hêvî û lavlavan nedidît. Lewra digot: jîn divê kotek û zor e . Ango ûştê azadî û xoybûnê zor e. Zor nebe setem netê hilavêtin. Bi lavlavan merov naghê armanca xwe. Têkoşîn şana hebûnê ye. Bi baweriyeke bêbend û sînor rizgariya Kurdistanê bi şerê çekdariyê dibîne, û dibêje: Bi rastî Seyda, heta bi roja dawîn ji jiyana xwe ji ya xwe nehat xwarê, û digel ko ew bixwe ji malbateke xizan û perîşan bû jî, lê ewê yekê tucarî nikarîbû çavkaniya helbestên wî ziwa û bimiçiqîne, yan berê pênûsa wî ji bîr û baweriyên wî biguhêrîne. Bi pênûseke bejinbilind û zimanekî rewan û zelal, her çavkaniyên wî diherikîn û dizan. Dara evîna wî tim şîn e. Bi hezar berê rengereng xemilandî ye. Lê, heger berê darê tehl nebî şêrînî û sipehîbûnê jî nadin. Tenê şêrîniya gulê bi dîtin û şîravê xweş e. Lê ya xwêştir ew e, ko bilbilekî şeyda bi deh hawan bixwîne û pesnê xeml û xêza gulê bide . Wê gavê nuh gulê li naz û kubariya xwe hay dibe, li ber sura bayê sibê diserçime û bi qurnazî serî dihejîne. Durv girnijî, rûgeş û dilşa dibe. Gul! dezgîr e, bilbilê şêt dilketî ye. Heger tu axaftineke bê sûde, lavijeke bê awaz, sazike bê dûzan bî, tucarî tuwê nikaribî dilê gulê bidestxwekî; ji ber ku gulê dilkoçer e. Seyda, li ser êmîşê welatê xwe mezin dibû, û pir ji xweristiya welatê xwe hezdikir. Girêdaneke xurt di navbera seyda û xweristiya welatê wî de hebû. Di helbestên xwe de pir li ser av û dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zevî û bale û tebayên welatê xwe digot. Navên hersî dîwanên wî navên çiyayên Kurdistanê ne: (Xelat, Zozan, Cûdî). Binavkirina dîwanên wî pirtir ji me re diyar dibin bê seydayê Tîrêj çiqasî bi xweristiya welatê xwe ve girêdayî bû. Ew, di temenê xwe de kalemêr bû. lê berê dara evîna wî naz e, ciwan e. xwêştir û ciwantirîn helbestên evîniyê hûnandiye, û li ser hezkirin û evîndariya keç û xortan û yar û dilberan lorandiye. Seyda ne tenê li ser heskirina keç û xortan nivisandiye, lê belê rola keç û xortên xwendevan di rêvebirina kar û xebatê de mîna serê rimê dibîne û bi dengekî bilind hawar û gaziya xwe digihîne xortên xwendevan û ji wan dixwaze ko bi rola xwe ya dîrokî rabin: Seyda, gelek stranên folklorî bi kêş û serwe hûnandiye. Ew stran ji mirinê reha kiriye û sipehîbûn û qeşengî bera rewanê wê daye û bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 cotmalik in, Sîpan û Perwîn 400 cotmalik in û Ciwan û Kejê jî 421 cotmalik in. Weharenge bi dîrok û mêjûwa gelê xwe ve jî girêdayî bû û leheng, mêrxas û navdarên dîrokê di helbestên xwe de aniye ziman. Pesnê dîroka gelê xwe dida û her û her digot: Çavkanî Xoybûn http://tirej.name/s%20tirej/index.html Kesên ji Hesîçeyê Jidayikbûn 1923 Mirin 2002 Kesên sedsala 20an Kurdên Rojavaya Kurdistanê
3600
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ehmed%C3%AA%20Huseyn%C3%AE
Ehmedê Huseynî
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye. Di Roj TVê de bernameya wî heye. Ehmed Huseynî di sala 1955’an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye. Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê. Huseynî di sala 1989an de çû Swêdê. Niha jî li Îngilistanê dijî. Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin. Di sala 2002’yan de berhemên wî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatin çapkirin. Berhem Mistek ji şîna bêcir, Stockholm, 1990 Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stockholm, 1993, Weşanên Jina Nû Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stockholm, 1994, Weşanên Jina Nû Sîriskên hesinî (Selîm Berekat) Wergerandin, Stocholm, 1997, Weşanên Apecê Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002, Weşanên Avestayê Bajarê Dirinde, 2003, Weşanên belkî Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî 2004, Weşanên Aram Çend mînak ji helbestên wî Girêdanên derve Malpera Ehmedê Huseynî Helbestvanên kurd Kesên ji Amûdê
3602
https://ku.wikipedia.org/wiki/Werger
Werger
Werger, karê ji zimanekî wergerandina li ser zimanekî din e. Ji kesên ku ji zimanekî werdigerîne zimanekî din re wergêr dibêjin. Girêdanên derve Pîşe Zimannasiya sepandî Ragihandin Wergerandin
3603
https://ku.wikipedia.org/wiki/Orhan%20Kotan
Orhan Kotan
Orhan Kotan (jdb. 1944 - m. ) siyasetmedar û nivîskarê kurd bû. Kotan serokê DDKO bû. Orhan Kotan, sala 1944î de li Milazgira a Mûşê hatiyê jiyanê. Perwerdeya xwe ya seretayî û navendî li Kurdistanê bidawî dike. Piştre diçe Enqerê û di Fakûlteya Ziman-Dîrok û Erdnîgariyê de dixwîne. Bi bidawîkirina perwerdeyê re dikeve nav tevgera Dr. Şivan. Sala 1974î de tevlî nava refên DDKOyê, di heman demê de jî ew û hevalên xwe Weşanxaneya Komal dadimezirînin û dibe berpirsîyarê wê. Sala 1976î de tev li lijneya nivîsarên Rizgarî (kovar) dibe û dibe teorîsyenek Rizgarî (tevger)ê. Her ew salê li Enqereyê tê girtin û heşt mehan di girtîgehê de dimîne. Sala 1980î, beriya cûntaya leşkerî ya 12ê Îlonê ji welat derdikeve û diçe Ewropayê. Li Ewropayê weşanxaneya Dengê Komal û Yekîtî (kovar)ê organîze dike. Di damezirandina Partiya Rizgariya Kurdistanê de cihdigire û redaktoriya Kurdistan Pressê dike. Heman salê, bo cara yekemin bi navê xwe dest bi nivîsandinê dike. 1991î de ji partî û hevalên xwe vediqete. Di tîrmeha 1998î de hezkiriyên xwe li pey xwe dihêle û jiyana xwe jidestdide. Berhem Gururla Bakıyorum Dünyaya Çapa 1., 1975, Weşanên Komal Stenbol - Bi serbilindî li cîhanê dinêrim Sancı Çapa 1. 1984, Dengê Komal Stockholm - Azar Bi Serbilindî Li Cîhanê Dinêrim (Werger:Bedîrxan Epözdemîr) , Çapa 1. adar 2003, Weşanên Afîş Medya Hollanda Girêdanên derve Gotareke ser Orhan Kotan ji gelawej.org Siyasetmedarên kurd Nivîskarên kurd
3615
https://ku.wikipedia.org/wiki/F%C3%AArg%C3%AEn%20Mel%C3%AEk%20Ayko%C3%A7
Fêrgîn Melîk Aykoç
Fêrgîn Melîk Aykoç nivîskarê kurd e. Aykoç di meha 12 a 1951'ê de li gundê navçeya Baskan Gimgim ê tê dinê. Ji ber ku kalikê wî bi destê leşkerên Tirk hatî bû kuştin, bavê wî sêwî dimîne, bi diya ji xwe rê ji Depê diçe Gimgimê. Li wir şivanî û xulamî dike. Jiwê zaroktiya Fêrgîn di nav belengazî de derbaz dibe. Fêrgîn Melîk Aykoç bi erdheja ji Gimgimê rê di dibîstanên internat de dixwêne. Sala 1972an de dest bi mamostetî dike. Di sala 1980'î de tê girtin û 17 roj di êşkencê de dimîne. Li pey tê berdan, mamostetî ji destê ji dest wî tê girtin. Neçar dimîne, derdikeve, tê Elmanyayê. Bi salan di warê polîtîkayê de bi çalakî dixebite. Di van salan de giraniya xwe dide ziman. Cara yekem di kovara Rewşen de gotarekî bi sernivîsa Têgînên Zimanê Kurdî dinivîse. Di gin konferensên ziman de gotarên li ser zaravayên Kurdî pêşkêş dike. Berhem Di eluna sala 1996an de pirtûka wî ya bi navê Kurdîzan (rûberîna zaravên Kurdî) bi aliyê Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist ve tê çap kirin. Romana wî ya yekemîn Mamostên Zinaran (bi devoka Serhedê) jî weşanên Rewşen di sala 1999'an de çap dike. Romana wî ya duyemîn Dîlên li ber pûkê çila 2002'an de hat çap kirin. Ev bi giranî ji bîranînên kesên ji qetlîamê filitîne pêk tê. Romana wî ya sêyemîn û xebata wî ya li ser rêzmana Kurdî jî li ber çapê ne. Bi salan e, di kovara Hîwa de dinivîse. Niha di li ser çavkaniyên çandê dixebite. Çavkanî Aykoç, Ferqîn
3619
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ezirgan
Ezirgan
Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye. Nav Navê bajêr yê kevn di çavkanîyên Asûriyan de wek Suhma derbas dibe. Navê Erzinganê ji Erîza tê, ku bajarêk kevn bu li herêmê. Dema Selçûqiyan de navê bajar bûye Erzingan. Dîrok Kronolojiya bajêr Berî Îsa(zayîn) 1000 - 600 Dema Urartiyan 650 - 500 Dema Mediyan 500 - 334 Dema Persan 334 Dema Helenîstiyan Piştî Îsa (zayîn) 55 Dema Romayiyan 644- 656 Dema Ereban 685 Dema Bîzansiyan 699 Dema Ereban 1005 Dema Merwaniyan 1188 Dema Eyûbiyan 1228 Dema Selçûkiyan 1401 Dema Osmaniyan 1502 Dema Sefewiyan 1514 Dema Osmaniyan 1916 Dema Rûsan 1918 Dema Osmaniyan 6 Adar 1921 Serhildana Koçkirî Erdnîgarî Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşxane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dêrsimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden. Taybetiyên erda bajêr Pîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin. Av û hewa Îklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe. Çiyayên herêmê Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê. Deşt, zozan û gelî Deşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye. Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye. Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene. Çem û Gol Çemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir. Babetên heywanan Herêm ji bo nêçira heywanan musaîd e. Bizinên ser çiyan, Semasî (darbir), kûze, xezal, berazên kovî û kewroþk yên pirin ku li herêmê peyde dibin. Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013) Ezirgan (Navend) 146.893 Mans, 9.717 Îliç, 7.367 Kemax, 7.302 Êgin, 5.044 Qerequlax, 2.533 Gercan, 10.988 Têrcan, 18.549 Cîmîn, 11.603 Tevahî sermijar herêmê (tevlî gundan) 219.996 e. Aborî Serwetên bin erdê Li herêmê pirtir krom ji bin erdê dertê. Hesin, mangenez, asbest, perlit û linyit ji madenên dinin, ku ji bin erdê dertên. Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê Şelala Girlevik 29 km li başûrê rojava yê bajar e. Avgermên; Poyuk, Otlukbelî, Horhor jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Li çiyayên Mûnzûrê îmkanên ji bo sporên zivistanê jî hene. Kela Kemahê, dêrên kevn û tirbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Çand û huner Ol û Civak Sermijare herêmê ji Misilmanên Zerdeştîtî/Êzdîtî ango (Elewî) û Sûnnî pêk tê. Bandora seyîddî û pîrîtî pir xurt e di nav gel de. Kurd (Kurmanc û Zazakî) û Tirk civaka herêmê teşkîl dikin. Xwarênên herêmê Li herêmê pirtirîn xwarinên ku ji genim çêdibin tên xwarin. Kirdo; Dew, qavûrme û bulxur bi hevre heta bulxur bikele di beroþek de tê kelandin. Bi ser de rûnê sorkirî û baharat tê reþandin û tê xwarin. Tirşika gah (sêwê zuhakirî) Fasûlye û goþt bi hevre tên kelandin. Gah, pîvaz û xwê bi ser dibe û tê kelandin. Keleco, lepe dugurcuk û Aþtarxane xwarinên din yên herêmê ne. Çavkanî
3620
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gunay%20Aslan
Gunay Aslan
Gunay Aslan rojnamevan û nivîskarekî kurd e. Di sala 1960 da li bajarê Wan ê hat dinê. Di 1981 da dest bi rojnamevaniyê kir. Di rojnamên mîna Cumhuriyet, Hurriyet, Gündem û Özgür Politika, kovarên 2000 e Doğru, Sokak, Halk Gerçeği,Yeni Halk Gerçeği û gelek kovar û rojnamên navnetewî da nûçe, nivîsar û lêkolîn nivisand. Ji bo Pirtûka xwe a bi navê 33 Kurşun-Yas Tutan Tarih hat girtin, nêzîkî 2 sala di girtîgehê da ma. Ber cezayê lê hatibû danîn ji welat derket û niha li Almanya yê dijî. Pirtûkek wî bi navê "33 Gule dîroka di şînê de" ji hêla Davut Özalp ve ji tirkî bo kurdî hate wergerandin, û ji hêla weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin. Piştî hat Almanya yê di navbera salên 1995 û 1999 da di Med Tv da xebitî. Berhem 33 Kurşun-Yas Tutan Tarih (Çîrok-hevpeyvîn) xelata Yunus Nadi girt. Üniformalı Kasaplar (Lêkolîn) Kelebek Kanadında Özgürlük (Nivîsar) Cop Cumhuriyeti (Nivîsên Dîwara) Herkesin Kendini Astığı Şehir(Helbest) Mizgîn (Senaryo) Kurt Partilerinin Çözüm Önerileri(Panel) Vaspurakan Sultanı (Roman) Aslan, Günay Aslan, Günay
3622
https://ku.wikipedia.org/wiki/Michel%20de%20Montaigne
Michel de Montaigne
Michel de Montaigne an jî Michel Eyquem de Montaigne (28.02.1533 - 13.09.1592) yek ji giringtirîn nivîskarê Ronesansa edebî ya fransî ye û damezrînerê ceribanê wekî forma wêjeyî ye. Nivîskar di de li Château de Montaigneyê, Fransayê ji dayîk bûye. Di fakulteyên Hiquq û Felsefeyê de xwendiye. Di 1562an de tevlî artêşa qralî dibe. Di 1572an de dest bi nivisandina berhema xwe ya bi navê Essais (Ceriban) dike. Di 1576an de li ser Raimond Sebond pirtûkek dinivisîne. Di 1580an da cara yekê Ceribanên xwe wek du cilt diweşîne. Michel de Montaigne li Bordeauxê di de dimire. Pirtûka wî ya ceribanan îro li Ewropayê wek çavkaniyeke bingehîn tê pejirandin. Nivîskarên fransî Mêr Mirin 1592 Ronesans Jidayikbûn 1533
3626
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kanza
Kanza
Lajwerd, kanza an jî metal, bûjenên ku bi awayekî baş germî û elektrîkê radiguhezînin, biriqandineke wan a xwemalî heye, dibin têl û lewhe û bi vî awayê tên kêsimandin, di navbera xwe de yekbûn çênakin, dema bi elementên nelajwerd re yekbûnê çêdikin elektronan didin der, ji bilî cîvayê hemû kanza di mercên odê de di rewşa hişk de ne, xala helandin û kelandina wan bilind e, bi piranî di yekbûnên oksîjenî de oksîtên bazîk didin. Di nava elementan de koma herî mezin koma kanzayan e. 80% ji elementan kanzan. Binêre Lîtyûm - Sodyûm - Qelye - Rubîdyûm - Sezyûm - Fransiyûm - Berîlyûm - Magnezyûm - Kalsiyûm - Stronsiyûm - Baryûm - Radyûm - Skandiyûm - Îtrîyûm - Lutesyûm - Lawrensiyûm - Tîtanyûm - Zîrkonyûm - Hafnîyûm - Rûtherfordiyûm - Vanadyûm- Niyobyûm- Tantal- Dubniyûm- Krom- Molîbden- Wolfram- Seaborgiyûm- Teknesyûm- Renyûm- Bohriyûm - Hesin - Rutenyûm- Osmiyûm- Hasiyûm- Kobalt- Rodyûm - Îrîdyûm- Meitneryûm- Nîkel- Paladyûm- Platîn- Sifir - Zîv - Zêr - Çînko - Kadmiyûm - Zîbeq - Bafûn - Galyûm - Îndiyûm - Talyûm - Germanyûm - Pîl - Sirb - Stîbyûm - Bîzmût- Polonyûm -Ûnunîlyûm - Ûnununyûm - Ûnunbiyûm - Ûnunquadyûm - Ûnunheksiyûm Kîmya
3627
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87ir%C3%BBsk%20%28fanz%C3%AEn%29
Çirûsk (fanzîn)
Çirûsk fanzîneke wêjeyî û çandî bû ku di sala 2002'a de ji hêla xwendekarên Zanîngeha Firatê Amed Çeko Jiyan û Rojhat Bawer li Elezîzê dihat derxistin. Di salên 2003 û 2004'a sê hejmarên din jî derketin. Di wan salan de Çirûsk li ser înternetê (wekî kovareke înternetî) jî weşiya. Ji ber kêmasiyên aborî, teknîkî û ji kêmbûna xwendevanan weşana vê fanzînê rawestiya. Çirûskê, bi dirûşma "Her teqînî li dû çirûskekê tê" dest bi weşanê kiribû. Çirûsk fanzîna duwem a kurdî bû, weke fanzîna yekemîn ya bi kurdî Kulîlk dest bi weşanê kiribû. Girêdanên derve Malpera Çirûsk Fanzînên kurdî
3629
https://ku.wikipedia.org/wiki/Navenda%20%C3%87and%20%C3%BB%20Hunera%20D%C3%AEcle%20Firat%C3%AA
Navenda Çand û Hunera Dîcle Firatê
Navenda Çand û Hunera Dîcle Firatê di sala 2003'an de li Amedê hat damezrandin. Tê de komên wekî Koma Avreş hene. Navenda çandê
3633
https://ku.wikipedia.org/wiki/Perv%C3%AEn%20Xel%C3%AEl%C3%AE
Pervîn Xelîlî
Pervîn Xelîlî (bi tîpguherîna latînî ji alfabeya erebî: Parvin Khalili) wênesazeke ji Îranê ye. Yek ji wêneyên wê yên herî navdar "Keça Kurd" e. Xelîlî, Pervîn
3636
https://ku.wikipedia.org/wiki/Osman%C3%AE
Osmanî
Împeratoriya Osmanî Zimanê osmanî
3638
https://ku.wikipedia.org/wiki/Baskil
Baskil
Baskil (an jî Bazkil, Baskel) an Baskîlan qeza Elezîzê ye. Mezinahiya erdê xwe 1.195 km² ye. Ji Elezîzê 38, ji Melediyê jî 80 km dûr e. Başur û rojavayê Baskilê bi ava bendava Karakaya, ku li ser Ferêt hatiye avakirin, hatiye pêçan. Sînorên Baskilê yên din, li rojhilat digihên Elezîz û qezaya Sîwrêcê, li bakûr bi qezaya Kebanê ve dibin cîran. Her çar aliyên navenda qezê bi çiyan ve hatiya pêçan. Beşek ji van çiyan berdewama çiyayên Torosan in. Ji van çiyan yê herî bilind Çiyayê Hesen e, ku 2.110 m bilind e. Baskil di navbera çiyan de wek geliyekî ku bi cûre cûra darên meywe ve xemilî ye. Havînê, baxçeyên mişmişan wek kirasekî zer li deşta Baskilê bikin. Têkiliyên Baskilê bi Elezîzê re bi riya paporê û hesinrê; bi Melediyê re bi hesinrê, papor û bendava Karakaya ve pêk tên. Qezaya Baskilê, ji çar dihiyên (gund) ku wek tax tên hesibandin û navenda qezê ve pek tê. Navê taxan (mehele): Baskêlan, Kurmiyan, Şivqetan û Nederan. Navên van hemuyan jî îro bi navên tirkî ve hatine guhertin. Nifûsa Baskilê di navberê 8.000 û 9.000 ye. Lê bi hinek sedemên siyasî di navberê partiyên dewletê de wek 5000 hatiye nîþandan. Gelê (xelk) Baskilê, bêyî polîs, cendirme û çend karmendên dewletê yên din, hemû kurd in. Sê gund elewî ne. Yên din sûnî ne. Hesinrê wisa hatiya avakirin ku, dema trên di nav Baskilê re derbaz dibe weke tîpa S çivan dide xwe. Ev şiklê hesin rê, dibe xatirayek û bi mejiyê rêwiyên hesinrê ve dizeliqe. Li nêzî dihiyê (gund) Melyan dibistanek hatiye avakirin ku ji 1-8 polan pêk tê. Şagirtên ku di vê dibistanê de dixwînin ji dihiyan hatine berhev kirin û şev û roj li wir dimînin. Armanca vê dibistanê eşkere ye. Aboriya (ekonomiya) Baskilê li ser çandinî û bax û baxçeyan e. Di van salên dawî de mişmişan di aboriya Baskilê de cihekî girîng girt. Dîrok Heta ku Komara Tirkiyê hate damezrandin, Baskil navçeyeke (nahîye) giredayî Elezîzê bû. Piştî damezrandina Komarê, li taxa Baskêlan (Baskila Kevin) weke qeza hat avakirin. Di sala 1928an de merkeza qezê rakirin taxa Şivqetan. Lê piştî demekê dîsa navenda Baskile rakirin Baskêlan. Piştî, ku di sala 1933ê de hesinrê hat çêkirin, navenda (merkez) wê rakirin cihê ku îro lê ye. Xwarin Wek gelek deverên Kurdistanê yên din li Baskile jî xwarin li erdê li ser sifrê tê xwarin. Sifreyek mezin li erdê tê raxistin û tepsiyeke mezin li ser tê danîn. Xwarinên hazirkirî li ser tepsiyê tên rêzkirin. Şîv û xwarinên Baskilê Kilora bin sêlê, kiftên Xarpêtê, kiftên top, dolme, mirîşkên sorkirî û dagirtî, tirşika fasîlên hişk û hêşin, tirşika balcan û frengan (şamik), dan, şorba mehîr, şorba keşkê, şorba nîskan, kundirê nîskan, pastixê bi hêkên sorkirî û helaw. Weke vexwarin, dew û xişav her li cem xwarinê hene. Şevên zivistanê yên dirêj, di gel çirokên bav û kalan, bi xwarina orcix, pastixê tû û tirî, gûz û piyam (behîv), tûyên hişkkirî derbaz dibin. Çavkanî Navçeyên Elezîzê
3640
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kiwex
Kiwex
Kiwex, an jî Kofex () gundekî navçêya Hezexa ser bi Şirnexa li bakurê Kurdistanê ye. Erdnîgariya gund Li Rojhilatê gund du gundên Suryaniyen bi navê Sarê û Basibirin hene, li bakurê gund Soran û Kiferp (li Kiferpê berê Suryanî bi piranî bûn, niha kesî Suryanî li gund najî) û li başûrê jî Ziwenga Adirman, Kirse, Barahka, Derpû û Bahnimn hene. Ev Ziweng bi giştî berê gundê êzîdiyan bûn, demekê di destê misilmanan dabun, lê ji salên heşteyî û vir de êdî yek bi yek vala bûn. Li rojavayê jî gundê Derikê û Qartmin hene (Derik ji sala 1993'a ve xerabe ye). Derdorê Kîwexê çiya ne û bi giştî darê berû hebûn. Li Kîwexê di demsala havînê de weke li hemû herêmê germ digihişt + 45 °C û zivistanê jî pir sar bû û serma digihişt heya -25 °C. Jiyana gund Kiwex, bi gistî ser bî ola êzîdîtiyê bûn û di salê heştêyî da nezîkê 60 malî lê dijîn. Xaniyên Kiwexê ji keviran hatibûn avakirin. Ava gund ji çala dihat peyde kirin û her malek ji hindikayî çaleke xwe hebû. Tenduristiya mirovan li gund bi piranî mirovên kal bi xwe dikirin (ji wan re "hekîm" digotin). Her çiqas milkê Kîwexê ji bo çandiniyê jî hebû, bi pirani aboriya gundiyan bi xwedîkirina pez bû. Rez li Kîwexê pir hindik bûn, çandiniya werza jî pir kêm bû, lê darê behîva, hejîr û hinar jî li Kîwexê hebûn û li sîsla wêjî pir dartahm û geyayên cude hebûn. Gelhenasî Çavkanî Girêdanên derve Malpera gundê Kîwexê Gundên Hezexê Gundên Êzîdiyan
3642
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hezex
Hezex
Hezex () navçeya Şirnexê ye. Dîrok Aboriya navçeyê li ser bingeha çandinî û xwedîkirina ajalan e. Hilberên sereke yên çandiniyê ku têne çandin, ceh, genim, şehrezayek, mêwek, nîsk, mirîşk û tirî ye. Navçe bi rez û rezên xwe navdar bû di heyamên ku Suryanî pir dijiyan. [Hewce dike çavkaniyê] Piştî salên 1970-yî, gundên misilman û malbatên koçer li navenda İdil, ku navçeyek pirraniya niştecihê suryanî ye, bicîh bûne, lê bi koçkirina welatiyên suryanî yên derveyî welat û bajarên mezin re avahiya wê ya demografîk guheriye. Pir hindik malbatên Suryanî hene ku hê jî li İdil dijîn. [Hewce dike] hewce ye ku bi xaniyên kevirî yên ku nû hatine nûvekirin, rengek dîrokî peyda kir. Ji Balafirgeha Şıirnexê ku di sala 2013an de temam bû 14 km ye. Li navçeyê wargeha Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Şırnak û Lîseya Pîşeyî ya İdil hene. Di dema Kampanyaya Misirê ya Yavuz Siltan Selim de, ew bi Împeratoriya Osmanî re bi Navçeya Midyadê ve hate girêdan. Ew bi Qanûna Hejmar 3647 a di 16ê Gulana 1990î de di Rojnameya Fermî No. Çavkanî Girêdanên derve Malpera şaredariya Hezexê Tor
3645
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kurd%C3%AAn%20Anatolyay%C3%AA
Kurdên Anatolyayê
Kurdên Anatolyayê (bi romî: İç Anadolu Kürtleri û Tuz Gölü Kürtleri (Kurdên Deryaçeya Xwêyî)) ev kurd in ku li Anatolyayê (Anatolyaya Navîn) dijîn. Îro li Anatoliyaya Navîn, li Enqere, - Haymana, Polatlı, Bala, Şereflikoçhisar, Qonye - Kulu, Cihanbeyli, Yunak, Kırşehir (Kaman, Çîçekdaxi, Nevşehir, Aksaray, Yozgat (Yerkoy), Çorum, Sivas û li Tokatê ji milyonek zedetîr kurd hene. Li Anatolyaya Navîn li Enqerê 102, li Qonyê 75, li Kırşehirê 52, li Nevşehirê 50, li Aksarayê 70, li dorbera sinorên Yozgat - Tokat - Amasyê 41, li Kayseriyê 23 bi giştî nêzîkî 300 gundên kurdan hene. Du kovarên kurdên Anatolyayê hene: Bîrnebûn û Veger. Dîrok Dîroka kurdên Anatolyayê pir kevn e. Ew 200 - 300 salî berê di dema Împaratoriya Osmanî de hatine Anatoliyaya Navîn. Sedeme hatina wan ji sedî sed nayê zanîn. Sedeme bingehî: hekokiyên eşîretî û koçberî bûne. ji Welatê Rojê - Kurdîstanê bi dehan eşîr û ezbete koçber bûne û hatine Anatoliyaya Navîn. Navê çend eşîrên ewên: eşiri giştek eşiri Reşwanî, Xelîkanî, Canbegî, Şêxbizinî Şêxbizinî na Reşwan, Reşî, zimanê Şêxbizinî na Kurmancîye, Omerî, Sefkanî, Celkî, Nasîrî, Têrikanî, Mikaîlayî, Rûtanî, Zirkî, Sidunî, Qilorî, Doykan, Motikan, Şêxbilîyan, Bilkî, Hêcibî, Atmana, Bazikî, Milan, Bereketî, Mifkî, Oxçiyan, Pisî, Sêwidî, Cutkî. Şêxbilian, Berakatî, Oxçî, Pisî û Mifkî Kurdên Kırşehire. Kurdên Anatoliyaya Navîn li wan derûdoran: li Haymanayê, li Qonyeyê 75 gund; li Cihanbeyli, Încow, li Yunakê, li Kuluyê, li Balayê, li Polatlîyê, li Enqereyê 102 gund, li Kırşehirê 52 gund, li Nevşehirê 50 gund, li Çîçekdaxi, li Aksarayê 39 gund û li Koçhisarê bi cîh bûna. Mêrhijmareyê sermijar Kurdên Anatoliyaya Navîn li gor texmînên nêzîkî 1,5 - 2 Mîlyoniyê. Kurdên Anatoliyaya Navîn heta îro zimanên xwe dayikî yên Kurmancî, Şêxbizinkî û Dimilkî paristinê. li gund û malan xwe de bi zimanên xwe diaxavin. Zarokên wan heta dest bi dibistaneyê Tirkan nakin, zimanê Tirkî fêhmnekin. Eşîrên Şêxbizinî bi piranî li derûdora Haymanayê û Yunakê dijîn, bi ziravê Şêxbizinkî, eşîrên li derûdora Aksaray bi ziravê Dimilkî û eşîrên din ji bi ziravê Kurmancî diaxavin. Kurdên Anatoliyaya Navîn beşek ji netewê Kurd in. ji bo wan ji çareserkirina pirsa Kurd gelek girînge. Wak her netewekî serbixwe ew ji dixwezin jiyanê xwe berdewam bikin. Rexistenên Kurden bi salan dijî zilm û zordariyên dewleten kedxêr tekoşînê xwe berdewam dikin. Kurdên Anatoliyaya Navîn her çi qas ji welatê xwe Kurdistanê dûrketina ji, wan giredayîne xwe bi welat re naketandinê. bi sedan keç û xortên Kurdên Anatoliyaya Navîn di nav tekoşîna Kurden de cihê xwe girtinê û şehîd ketinê. Ew ji bo jiyanekê bi rûmet û serkeftin vegeriyan welatê xwe Kurdistanê. Ji bervê ku koçberî û sirgûna berê 300 salî edî bi dawî bûyê. Peyamên wan hevalen ku vegeriyan Welate Rojê ew bû: "Me xwe ji bîrnakir û ji bîrnakin" Gundên kurdên Anatolyaya Navîn Qonye (Konya) Cihanbeyli Beşkardeş Beyliova Buldix Çimen Çolkoy Damlakuyu Beşkavaka mezin Beşkavaka biçûk Xelîkan Cudkan Kandil Kelhasan Molika Kutiga Hacilaro Sağlık Qemera Încow Yêyla Mewlid Zaferiye Kulu Birtalik Altılar Germik Torina Burnagil Bozan Canımana Celep Çopler Dipdede Hisar Xelîkan Karacadere Kirkpinar Serder Mehîna Çelikan Omero Tûzyaka Gordoglû Sarayonu Boyali Kadioglû Sarikaya Yunak Beşişikli Çayirbaşi Gunde xofê Kamaran Hacimaran Bodan Karayayla Kurdan Civikan Meselij Halisinan Ortakişla Ozyayla Golan ga Sinanli Galikan Çeltik Rengan Sorikan Sagan Enqere (Ankara) Haymana Balcihisar Burumsuz Bostanyuklu Cihanşah Dikkulak Hacimusa Kerpiç Kirpolu Sazbaglari Sebilibağlar Sindiran Tepekoy Yenice Yenicik Yurtbeyli Karagedik Li Haymanayê 56 gundê kurdan hene. Hemi lîsta gundan di malpera kovara Bîrnebûnê da cî digre. Bala Aşagi hacibekir Aşagîoren, Aydogan Bektaşlî Buyuk biyik Buyuk camîlî Çîgdemlî Derekişla Egrî basan Ergîn koy Kesîk kopru Kuçuk biyik Kuçuk camili Tatar hoyuk Tepekoy Suguzel Yukarihacibekir Polatlı Ada Toprakpınar Eski Karsak Zirka Gülpınar Milsefa Hacımuslu Avda Hacımusa Hacıosmanoğlu Hecosmana Ilıca Îlce İnler Mikaîla Karabenli Rute Gazê Kayabaşı Karapınar Mıcıkoğlu Micixa Özyurt Tecîra Kurmanca Sapanca Koçika Sinanlı Sînaye Şuse Sincik Şeyhahmetli Qirpoli Uzunbeyli Yenimehmetli Ruta Nevalê Yeşilöz Memela Yukarı Tüfekçioğlu Milsefa Yüzükbaşı Sewidî Şereflikoçhisar Buyuk damlacik Kuçuk damlacik Şanlikişla Buyukişla Odun bogazi Akarca Yusuf kuyusu Nevşehir Kırşehir Navend Golî (Gollu) Tawira (Taburoglu- Şix Aga Çiftligi) Guriyo Yeşiloba Mala Benê (Pizbênika Jûr) Tosunburnu Kanîkûrik (Körpinar) Sêrek, Hurmîk (Seyrekkoy) Cadirli haci yusuf Çiçekdaxi Sorik Acikoy, Galikan Alahacili Torin Baxçepinar Berkati Barakli HoçikÇanakpinar Siditler Ramikan Dogankas Kongus Konir Konurkale Qişlê, Çiçekdaxi Gêder Şahinoglu Zekere Yalnizagac Alan Boztepe Çamalê (Çamalak/Çamalaxhan) Çidali (Çigdeli) Çevirme Sira Uzunpinar Pizbênika Jêr Şuayipli, Harmanalti Ûsînli Huseyinli Kûlik Kulhoyuk Xaladîno Hatunoglu, öksüzkale Ûçkî Üçkuyu Qişlê, Boztepe (Terziyanli, Buyukkişla, Taşlitepe) Otko Arapli Cedit (Yenidoganli) Solax (Horla-Eskidoganli) Kaman Agapinar Cadirli haci bayram Cadirli kor mehmet Cadirli haci yusuf Kekilli Ali Molla Osmanlar Axsere Pornega Mezin Gundaki li aksaray ê Ekecik Nifusê xwe, 2000 kes ê. Ew gunda him zazaki him ji kurmanci diaxifin. Bajara navende aksaraya 45. km ye u navceye ekecik 15. km. dur e. Kaleköy Gundaki ekecike ye. 1800 nifuse xwe heye. ji bajare navende 40km, ji navceye 20km ye. u wa gundaji kurmanci diaxifin. Akin : Kurmanc Alayhan : Kurmanc /Dimilî Babakonağı : Kurmanc Bebek : Kurmanc Borucu : Dimilî Büyük Pörnek : Kurmanc / Dimilî Cami : Kurmanc Cangıllı : Dimilî Çavdarlı : Kurmanc Çalı Bekir : Dimilî Çekiçler : Dimilî Çolak Nebi : Kurmanc Düğüz : Kurmanc Ekecik Gödeler : Dimilî Ekeceiktolu : Dimilî Ekecik Yeniköy : Dimilî Fatmauşağı : Kurmanc Gökkaya : Kurmanc Göksugüzel : Kurmanc Kalebalta : Kurmanc Karaçayır : Dimilî Karakova : Kurmanc Karakuyu : Dimilî Koyakköy : Dimilî Küçükpörnek : Kurmanc Çavdarlı : Kurmanc Macir : Kurmanc Macarlı : Kurmanc Kışla Sor : Kurmanc Reşadiye : Kurmanc Sağırkaraca : Kurmanc Salmanlı : Dimilî Sarıağıl : Kurmanc Susadı : Kurmanc Şeyhler : Dimilî Taptuk : Dimilî Tepesidelik : Kurmanc Yalnızceviz : Kurmanc Yanyurt : Dimilî Binêre Canbegan Qulek Yunak Çavkanî Girêdanên derve Malpera Kurdên Kirşehîrê Malpera Xelkedondurma Gundên Kurdên Anatoliya Navîn Malpera Gundê Sêwidî yan (Yêyla Mewlid (Yeşildere Koyu), Yêyla Çollê (Çolkoy), Beşkavaxa Mezin u Biçuk (Buyuk Beşkavak Kasabasi ve Kuçuk Beşkavak Koyu), Qendil (Kandil Kasabasi), Çiman (Çimen Koyu), Yêyla Kirligê (Killik Yaylasi), Qonax (Mutlu Konak Koyu) Anatoliya Kurdên Anatoliyaya Navîn
3649
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fanz%C3%AEn
Fanzîn
Heyranname an jî Fanzîn (bi îngilîzî ji FAN ("heyran") û magaZINE ("kovar") pêk hatiye) awayekî weşanê ye ku nêzîkî formata kovarê ye. Wekî kovarê ne giştî û profesyonel e. Ji bo derketina kovarekê destûra fermî divê, lê ji bo heyrannameyan ev ne pêwîst e. Ji ber vê yekê kovar, xwediyê buhayêkê ne lê heyranname bêbuha tên belavkirin. Wekî ku tê zanîn heya niha du Heyrannameyên kurdî weşiyane. Heyrannameya pêşîn a bi kurdî Kulîlk, a duyem jî Çirûsk e. Çavkanî
3650
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hesin
Hesin
Hesin an jî Asin metaleke kîmyewî ye ku hejmara wê ya atomî 26 e. Sembola wê Fe ye, ji . Hesin yek ji metalên koma lajwerdên derbasiyê ye. Hesin lajwerda herî pirr li cîhanê tê dîtin e. Herwiha di qafika erdê de lajwerda herî zêde ya çarem e. Ji ber ku di navenda erdê de wilqas gelek hesin heye, tê texmînkirin ku rola hesin li ser qada manyetîk a cîhanê gelek e. Lajwerda hesin, ji cewherên hesin tê çêkirin û li xwezayê bi awayê elementî ne gelek e. Ji ber ku mirov hesinê lajwerdî bi dest bixe pêwîst e reaksiyonên lêvegerker (îng: reducer) di nava cewherên hesin de pêk werin. Hesin bi pirranî ji bo çêkirina, amêjena (îng: alloy) bi karbon ango polayê tê bikaranîn. Hinga hesin bi karbonê re heta germahiya 1420–1470K tê kelandin di hundirê şileya helînek a ku pêk tê de, 96,5% hesin û 3,5% karbon heye ku av amêjen weke hesinê darêjtî tê binavkirin. Lê berî ku ev amêjen were bikaranîn divê reaksiyona dekarburasyonê pêk were, ji ber ku ev amêje hê jî gelekî qurfok e. Dîroka hesinê Bikaranîna hesin a pêşin ji bo serikê rim, kêr û tiştên xemlê re pêk hatiye. Dîroka bikaranîna pêşîn a hesin digihe serdema Misiriyên kevn ku di dema berî zayînê 3500'î de bû. Bikaranîna hesin li ser serdema bronzê bandoreke mezin kiriye ku alavên şer ên qewîn bi hesin hatine çêkirin. Lê dîsa jî ji ber ku hesin bi bandora korozyonê xera dibe gelek mînakên berê yên ji hesin çêkirine nîn in. Mînakên alavên ji hesin çêkirine hene ku li herêma Mezopotamya hatine dîtin û dîroka wan digihîje 2000'ê berî zayînê. Herwiha di dîrokê de ku ji ber dîtin û bikaranîna hesin bi navê Serdema hesin tê bilêvkirin, li cîhanê di navbera salên cur bi cur pêk hatiye. Mînak serdema hesin li Mezopotamya di navbera sedsalên 13 û 6'ên berî zayînê de pêk hatiye. Berhemên helandî yên hesinî ku li Hindistanê hatine dîtin digihine salên 1800 û 1200'ên berî zayînê. Herwiha berhemên hesinî yên ji herêma Levante digihine salên 1500'ê berî zayînê. Bikaranîna hesina a li Ewropa hinekî dereng çêbûye. Li Ewropa hesinê darêjtî yê pêşî li Swêdê pêk hatiye. Di dema pêşketina sanayî ya Ewropa de rola hesin pir girîng bû. Piştî vê re li cîhanê heta roja me hertim bi awayekî payebilind hatiye bikaranîn. Hesinê darêjtî cara pêşî li Çînê di sala 550'ê berî zayînê de hatiye bikaranîn. Di serdema kevnare de sembola yezdanê şer Mars herwiha ji bo hesin jî dihate bikaranîn. Bikaranîn Hesin di nav hemû lajwerdan de ya herî pirr tê bikaranîn e. Metalên ku li cîhanê tên çêkirin 95% hesin in. Ji ber bihayê wê yê erzan û bikaranîna hêsan; di qadên mîna tirimbêlçêkirin, keştîçêkirin, avahî û hwd de gelekî tê bikaranîn. Xavhesin: Di hundirê wê de 4–5% karbon û bi awayên guhêzbar S, Si, P hene. Ji ber ku navê rewşa hesin a di navbera cewherên hesin û hesinê darêjtinê de ye, bi zimanê almanî roheisen ango hesinê xav tê bikaranîn. Hesinê darêjtî: Di hundirê wê de 2–4% karbon, 1–6% sîlîsyûm û hinek manganez heye. Malzemeyên weke kewkurd û fosforê yên di hundirê xavhesin de pirr in, bi kelandinê di nava hesinê darêjtinê de gelekî kêm dibin. Xala kelînê 1420–1470 K ji xala kelînê ya hesin û karbon kêmtir e. Lewma dema bi hev du re tên kelandin pêkhatiya pêşî diderkeve berhema hesinê darêjtinê ye. Taybetmendiyên wê yên mekanîk bi pirranî dişibin karbona di hundirê wê de. Di nav hesinê darêjtî yê spî de, karbon weke sementît an jî hesin karbur e. Lewma ev pêkhatî taybetmendiya hesinê darêjtinê diguhere û wê hişk dike lê li hemberî derban qels dike. Di nava hesinê darêjtî yê gewr de karbon bi awayê grafît a libên tenik e. Lewma ev taybetmendî di nava grafîtê de dihêle ku malzeme qurfok bê. Polaya karbonê: Di hundirê wê de 0,4–1,5% karbon û hinek manganez, kewkurd, fosfor û sîlîsyûm heye. Hesinê darêjtî yê kutanbar: Di hundirê wê de kêmtirî 0,2% karbon heye ku ev berhemeke têr û kutanbar e. Polaya amêjenî: Di hundirê wê de têdahiya karbonê guhêzbar e û herwiha di nav de krom, vanadyûm, molîbden, nîkel û tungsten jî heye. Di roja me de gelek amêjeyên hesin-polayê yên xwediyê taybetmendiyên cur bi cur hatine çêkirin. Bi giştî taybetmendiya van amêjeyên polayê ew e ku, bi tevlîkirina mîktareke kêm ew dibin xwediyê awayekî têr û qewîn. Hesin(III) oksît: Ev cure di çêkirina beşên tomarkirinê yên manyetîk ên xêvjimêran de tên bikaranîn. Binyatên kîmyaya nûjen Antoine Lavoisier ji bo bidestxistina hîdrojen ê, reaksiyona hilma avê ya ku di hundirê wê de hesina lajwerdî hebû, di nava tûpekî birqokî de ji bo îspatkirina parastina gomlatê pêk anî. Oksîdasyona anaerobîk a bi hesin a di bin tîna bilind de dikare weke reaksiyonên jêr werin nivîsandin:    Fe +    H2O → FeO + H2 2 Fe + 3 H2O → Fe2O3 + 3 H2 3 Fe + 4 H2O → Fe3O4 + 4 H2 Çavkanî Girêdanên derve Element
3651
https://ku.wikipedia.org/wiki/Z%C3%AAr
Zêr
Zêr () metalek û elementek e. Element
3652
https://ku.wikipedia.org/wiki/Z%C3%AEv
Zîv
Zîv () metalek û elementek e. Element
3653
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mis
Mis
Mis an sifir () metalek û elementek e. bi latînî tê maneya . Ji ber ku li Kîprosê () bi zêdebûn sifir heye. Element
3654
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AEnko
Çînko
Çînko (, ji ) metalek û elementek e. Element
3657
https://ku.wikipedia.org/wiki/Edduba
Edduba
Edduba, şoreşa wêje çand û hunerê pirtûkeke Abdullah Öcalan e. Ji bo vê pirtûkê nivîsên Öcalanê ser çand û hunerê ji aliyê rojnamevan Polat Can hatin wergerandin. Edduba di Weşanên Azadî li Başûrê Kurdistanê de derket. Edduba peyveke Sumeriye û tê wateya edeb, ango wêje. “Perestgehên Sumer û akademiyên çandê yên bi navê Edduba, saziyên ramanê ne ku otorîteya qeralên rahîb pêşve bibin û bidin meşandin. Di çêkirina mîtolojiyê de, ji aliyekî ve ola di rewşa teolojiyê de, ji aliyê din ve jî, pêşnûmayên di rewşa destanên wêjeyê de, peywirên bingeh yên rahîban, wêjevanan û ramangêra ne.” Ev hevok ji parêznameya Abdullah Ocalan ya bi navê ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Şaristaniya Demokratîk ve hatiye girtin û li ser berga paşîn ya pirtûka Edduba hatiye bi cih kirin. Rojnamevan Polat Can ji gelek pirtûkên Abdullah Ocalan mijar berhevkirine û pişt re jî wergerandiye zimanê Kurdî. Girêdanên derve Gotareke Azadiya Welat li der barê Edduba Pirtûkên kurdî
3658
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dema%20N%C3%BB%20%28rojname%29
Dema Nû (rojname)
Dema Nû rojnameyeke hefteyî ya çandî û siyasî ye, ku di 1'ê adara 2001ê de dest bi weşanê kirîye. Dema Nû bi zimanên tirkî û kurdî weşanê dikê. Di destpêkê de navenda rojnameya Dema Nû li Stembolê bû, lê paşê biryara veguhestina navenda rojname bo Kurdistanê hat dayîn û rojname niha li Amedê derdikevê. Ji bo demeke kurt Dema Nû li Ewropayê û bi taybetî li Almanyayê li rojnamefiroşan jî dihat belav kirin, lê jiber kêmbûna xwendevanan belavkirina bi riya rojnamefiroşan li Ewropayê hate rawestandin. Dema Nû bi riya sistema abonetiyê xwe digihînê xwendevanên li Başûrê Kurdistanê û Awustralyayê jî. Dema Nû nêzîkî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSKê) ye. Girêdanên derve Malpera rojnameya Dema Nû Rojnameyên kurdî Rojnameyên kurdan bi zimanê tirkî
3661
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmet%20Bayrak
Mehmet Bayrak
Mehmet Bayrak lêkolîner û rojnamevanê kurd e. Bayrak gelek kitêbên ser dîroka kurdan nivîsan. Bayrak xwediyê Weşanên Özge ye. Firaz Baran di sala 2008an bîyografiya Mehmet Bayrak nivîsand. Ev kitêb bi zimanê tirkî ye û di weşanên Öz-Ge hate çap kirin. Navê kitêbê "Karanlığa Süzülen Işık" (Tarîtiyê de Ronahiyek). Di vê kitêbê de li ser jiyan û xebatên Bayrak ev agahî hene (rûpela 13-14): "Mehmet Bayrak di sala 1948an de gundê Dallikavakê (Sariz-Kayserî) hate dine. Zanîngehê li bajarê Ankarayê, beşa tirknasiyê xwend. Berhem Tevfik Fikret û Şoreş: Weşanên Tel, 1973/Stenbol Hozan û Nivîskarên Enstîtuyên Gund: Weşanên TÖB-DER, 1978/Enqere Tevgerên Gelêrî û Destanên Hemdem: Weşanên Yorum, 1984/Enqere Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî: Weşanên Yorum, 1985/Enqere Pir Sultan Abdal: Weşanên Yorumê, 1986/Enqere Pêkenokên Gelerî: 1987/Enqere Kilam û Stranên Kurdî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1991 Ji Redkirin û Şemartinê Ber Bi Qebûlkirinê - Têkoşîna Nasnameya Kurd (Axaftinên Parastinê û Biryarên Dadgehan: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1992 Kurd û Tekoşînên Neteweyî yên Demokrat/Belgeyên Veşartî, Lêkolîn, Nîşe: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1993 Belgeyên Kurdolojiyê I: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1994 Bi Çîrokan Vebêjeyên Stranên Gelerî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1996. Ev kitêb çêtirkirina kitêba bi navê "Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî" ye ku di sala 1985an de hatiye weşandin. Alawîtî û Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1997 Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîk: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1999 Enstîtuyên Gund û Wêjeya Gundî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2000 Muzîk, Reqs û Stranên Kurdî I-II-III: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002 Di Dema Borî Hetanî Îro - Jinê Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002 Bi Gravûran Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002 Ji Serdema Navîn heya Serdema Nûjen Elewîtî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004 Belgeyên Kurdolojiyê II: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004 Di Wêjeya Elewî-Beştaşî de Aşiqên Ermenî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2005 Li Torosên Navîn Eşîrên Kurd-Elewî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2006 Jinê Kurd di Serdema Osmanî de: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2007" Çavkanî Firaz Baran: Tarîtiyê de Ronahiyek (Karanlığa Süzülen Işık) Mehmet Bayrak, Weşanên Öz-Ge, 2008/Ankara Nivîskarên kurd Lêkolînerên kurd
3662
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nef%C3%AE
Nefî
Nefî (jdb. 1572 Erzirom − m. 1635 Stembol) helbestvanê bi eslê kurd ê mezin e, helbestên xwe bi zimanê tirkî û kurdî nivîsandiye, lê yên kurdî zêde negihiştî destan. Jiyan Navê wî yê rastî Omer e, ji Erziromê ye. Paşê çûye Stembolê û li wê derê di karên dewletê de wezîfe standiye. Lê ji ber rexne û gazinên xwe gelek caran têkiliyên wî û serwêran xirab bûne, û di dawiyê de ew xeniqandine. Digel zimanê kurdî û osmanî, wî zimanê farisî û erebî jî baş zanibûye. Ji bilî dîwanên wî yên osmanî û farisî, bi navê Sîham-i Kaza (Tîrên qedayê) berhevokek wî ya hîcîvan jî heye. Niha hay ji berhemên wî ya bi zimanê kurdî tune ne ka nivîsandiye yan na. Kesekî ku ji alî Nefî ve hatiye hîcîvkirin, ji bo ku Nefî xirab nîşande wî bi bûyîna (kurdê pîs) tawanbar dike: Nef’î-yî rû-sîyehîn nîydüşünü hep bîldîk Kendî çîngene dîr ama babasi Kürd-î pelîd Berhemên wî Sihâm-ı Kazâ (helbest). Dîwana Tirkî (Türkçe Dîvan) Dîwana Farisî Çavkanî Helbestvan Jidayikbûn 1572 Mirin 1635 Kesên ji Erzîromê
3664
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nab%C3%AE
Nabî
Nabî (z. 1642 − m. 1712), yek ji helbestvanên kurd yên şiêra dîwanê de ye. Nebî şairekî naskirî û bi eslê xwe kurd e. Navê wî yê rastî Yûsif e û ji Rihayê ye, di navbera salên 1642 û 1712an da jiyaye. Ew jî wek Nefî diçe Stembolê û di hinek karan da wezîfe digre, lê piştî demekê ji wir diçe li Helebê bi cî dibe û beşekî mezin ji jiyana xwe li wir derbas dike. Ji bilî Dîwana Osmanî, du mesneviyên bi navê Hayriyye û Sûrname û gernameyeke wî ya bi navê Tûhfetu’l-Harameyn hene. Ev berhema dawîn behsa çûyîna wî ya Hîcazê dike. Pirtûken wî Tûhfetu’l-Harameyn Hayriyye û Sûrname Çavkanî Mehmet Bayrak Helbestvanên kurd Jidayikbûn 1642 Mirin 1712 Kesên sedsala 17an
3666
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fuz%C3%BBl%C3%AE
Fuzûlî
Fuzûlî-î Bexdadî yek ji helbestvanên Azerî yên mezin di şiêra dîwanê da ye. Navê wî yê rastî Mihemed e, texmînen di navbera salên 1495-1556’a da jîyaye. Derbarî eslê wî yê etnîkî da gelek dîtinên cuda hene. Clément Huart -ku rojhîlatnasekî bi nav û deng e, Dîroka Bexdayê (Hîstorîe de Bagdad) û Ansîklopediya Îslamî da gelek maddeyên li ser Rohilatê nivîsîye, di van herdu ciyan da Fuzûlî weha dide naskirin: türkîscher Dîchter aus Bagdad ango helbestvanê tirk û xelkê Bexdayê. Ew bi eslê xwe Tirkekî Azerbaycanî bû û ev agahî bi awayên cihêreng hat pejirandin . Fuad Köprülü, dîrokvanên wêjeya tirk, wî ji alî etnîkî va wek tirk didin nasandin. Lê di Dîwana farisî ya Fuzûlî da, ya ku wergerandine zimanê azerî, di vê rêzê da tirk wek kesên “xûy xirab“ tên wesifkirin: “Atlanip ol Türk-î bed-xu eyledî azm-î şîkar.“ (Bnr. Fuzûlî`nîn Eserlerî, Cild:1, Bakû 1995, Rûpel:321.) Digel ku ew li Kurdistan, Îran, Azerbêcan û li Anatolyê di nav Alewîyan da gelekî belavbûyî û xwedî rûmet e û heta tê pejirandin ku yek ji heft helbestên mezin yên e`lewiyan e; dîsan jî dîrokzanên wêjeya tirkî heta van demên dawî jî qebûl ne dikirin ku ew e`lewî ye. Her çend helbestvan Fuzûlî wek Bexdayî tê zanîn jî, lê esasen li ser erdê Mezopotamyayê li Hîlleyê hatiye dinê û beşekî mezin ê jîyana xwe li wir derbas kirîye, ev yek rastîyeke e bê şik û guman e. Çawa ku îro piraniya helbestvan û nivîskaran li bajarên çandê yên wek Stenbol û Enqerê dijîn; wê çaxê jî helbestvan û nivîskar li navendên îdarî û çandî kom dibûn. Çawa ku Nefî û Nabî ew axa ku lê bûne hîştine û çûne bajarên wek ‹stenbol û Helebê, Fuzûlî jî piştî Hîlleyê çûye li bajarên wek Bexda û Kerbelayê jîyaye, û dûra êdî wek Bexdadî hatiye naskirin. Tezkêrevan Sadikî Sadik Bey Avşar, di tezkîreyeke xwe ya bi navê Mecma’l -Havas, ya bi dîroka 1598`a da dinivise ku helbestvanê me ji eşîra Bayat e. Hurşît Efendiyê ku ew herêm tetqîq kirîye, di berhema xwe ya bi navê Seyahatname-î Hudud da dinivîse ku li wê herêmê di nav kurdan da eşîrek heye bi navê Bayat. Bi rastî jî di nav belgeyên kurdzaniyê da tê diyarkirin ku di nav eşîrên Kurdistana navîn da bi navê Bayatî eşîrek heye. (Bnr. M. Îzady: The kurds, r.82). Li hember vê hizrê Köprülü îddîa dike ku “Bayat eşîreke Oxûzan ya kevn û pir mezin e“. Fuzûlî bi zimanên osmanî, farisî û erebî gelek helbestvan nivîsîne, di hersê zimana da jî xwedî dîwan e, lê piraniya berhemên wî bi farisî ne. Beng û Bade, Haft Cam (Sakîname), Rind û Zahid, Husn û Aşk (Sihat û Marûz) Enîsu’l-Kalb, tenê çendek ji wan in. Ji qirnê XVÎ. şûnda, zimanê farisî wek zimanê wêjeyî li pêşiya zimanê kurdî bûye. Ev rastîyek e ku em hemû pê dizanin. Rastîyeke din jî heye, ku Köprülü jî destnîşan dike: “ Di sedsala XVÎ ´ a da, di nav kurdên tehsîl û terbîyegirtî da kesin derketine ku di bin tesîra xurt ya zimanê tirkî da mane û bi tirkî helbest nivîsandine, mesela ji Tezkîreya Aşik Çelebî û fierefnameya Şerefxanê Bitlîsî em agahdar dibin.“ (Bnr. M. F. Köprülü: mad. Fuzûlî îslam ans) Helbestvan Fuzûlî yê ku di bin tesîra mezin ya çandên Îran û Mezopotamyayê da maye û ji hukumdarê Safevî yê bi eslê xwe kurd Şah Îsmaîl Hatayî, û ji waliyê Bexdayê Îbrahîm Xan ra – ê ku ji eşîreke kurdên Mûsûlê ye, û ji gelek kurdên din ra pesinname nivîsîne, gelo çênabe ku ew jî bibe yek ji wan helbestên kategoriya jorîn? Piştî maqaleya Fuzûlî em dîna xwe bidin ser“Luxata Manzûm ya Tirkî-Farsî“ hingê wê baştir diyar bibe ku bi rastî jî pêwîst e mirov bi awayekî berfireh bifikire û ramanê baştir cî bi cî bike. (Bnr. Fuzûlî ve Leyla ve Mecnûn, UNESCO yayini, 1959). Ji van çend rêzên ku em ji vê ferhengoka manzûm didin, xweş diyar dibe ku Fuzûlî berhemê çi bêndereke çandê ye: Yer zemîn gök asman gün aftab u ay mah Rûz gündüz gece şeb ulduz sîtare söz suhan Îldurum berk bulut ebr est damar mîçekîd Geceler şebha vû baran yaiş u banga bemen Tiştekî xuya ye ku Fuzûlî li navçeyeke wek Mezopotamyayê ku lê gelek çandên cuda yê têkilhevbûyî da gihîştîye, şairekî tirk ê bi eslê xwe kurd e. Ji vî alî va Mewlana çiqas tirk e, Fuzûlî jî ewqas kurd e... Çavkanî Mehmet Bayrak, http://www.rojanu.org Nivîskarên azerî Helbestvanên azerî Helbestvanên zimanê azerî Jidayikbûn 1494 Mirin 1556
3669
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sait%20El%C3%A7i
Sait Elçi
Sait Elçi, Seîd Elçî (z. 1925 - m. 5'ê pûşperê, 1971) sekreterê gistî yê T-KDPê bû. Di sala 1971ê de hat kuştin. Seîd Elçî sala 1925an li bajarê Çewlikê li gundê Zeynebê ji dayîk bûye. Piştî xwendina navîn, di gelek karên cuda de xebitiye. Seîd gelek zû ketiye nav xebata siyasî û kurdeyatî bi serbilindî dikir. Di sala 1959an de, Seîd jî li gel hinek welatparezên kurd hate girtin û 149 rojan di bin şertên xirab de ma girtî û wî qet di bin lêdanê de serê xwe netewand û ji bîr û baweriya xwe taviz nedan. Di 1963an de, dîsa li gel 23 hevalên xwe hate girtin. Dewleta Tirk ew wek pêşkêşek tevgera kurd li Tirkiyeyê û ji bo piştgiriya Barzanî tawanbar kir. Lê Seîd Elçî di dadgehê de li doza kurd xwedî derket û parastinek serfiraz kir. Vê yekê Seîd di nav hevalên wî de da pêş. Seîd li gel hevalên xwe karek berbiçav ji bo damezirandina partiyeke kurdî dikir. Piraniya kurdên rewşenbîr di wê demê de xwe nêzîkî fikra partiyek kurd nekirin û di [Partiya Karkerên Tirkiyeyê]] (TİP) de siyaset dikirin. Lê Seîd bi israr li gel hinek demokrat û welatparezên kurd ji bo pêkanina partiyeke kurdî kar dikir. Di Temûza 1965an de li bajarê Amedê, Elçî li gek hinek welatparêzên kurd wek Emer Turhan û hinek kesayetên din (ji ber ku ew kesayet hîn dijîn, em navê wan li vir nabêjin) Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê damezirandin û Seîd bû yekemîn serokê partiyê. Di sala 1968an de, Seîd li gel 16 hevalên xwe yên partiyê hate girtin. Ew 16 kes ji bo damezirandin û virêvebirina PDK-T hatin dadgeh kirin. Dewleta Tirk dadgehek taybet ji bo wan li bajarê Antalya danî û wan pirsa kurd di dadgehê de bi zanyariyeke mezin û mêranî parastin. (Dema Seîd û hevalên wî li Antalya hatin girtin û dadgeh kirin, di wê demê de Seîd Kirmizitoprak hate ba wan û naskirin di nav wan de çêbû). 1971 hatina rêjîma eskerî li Tirkiyeyê bû. Elçî ji bo çareseriya hin pirsgirêkên nav partiyê çû Başûrê Kurdistanê û li wir hate kuştin. Wekî berpirsyarê ji bo kuştina wî Dr. Şivan hat nîşan dan, her wiha gelek kes dibêjin ku Elçî ji aliyê PDK-I hatiye kuştin. Mijarên têkildar Dîroka Bakurê Kurdistanê Çavkanî Elçi, Said Kesên ji Çewlîgê
3672
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sait%20K%C4%B1rm%C4%B1z%C4%B1toprak
Sait Kırmızıtoprak
Sait Kırmızıtoprak an jî Dr. Şivan (jdb. 1935 − m. 26ê sermawezê 1971 Civarik, Dêrsim), şoreşgerekî kurd bû. Li Îzmîrê û Stembolê xwend. Ew yek ji kesên Doza 49an e ku di salên 1959 - 1960an de girtî ma û hikûm xwar. Di payîza 1969an de tevî çend hevalên xwe çû Kurdistana başûr û li wir bijîşkî kir. li wir amadekarîya danîna partîyekê kir. bi danîna partîyê re, Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê, nakokîya di navbera partîya wî û PDKT ya Sait Elçi xurttir bû. Di dawîyê de, komployeke ku destê mîta dewleta tirk jî nav de ye, bi tawanbariya kuştina Sait Elçi ve tê tawanbarkirin. Ji ber vê yekê Dr. Şivan û hevalên wî Çeko Hikmet Buluttekin û Brûsk Hasan Yıkmış di 26ê mijdara 1971ê de ji aliyê KDPÎê ve hat kuştin. Berhemên wî Kürt Millet Hareketleri ve Irak’ta Kürdistan İhtilali Kuzey Irak Kürt Halk Hareketi ve Baas Irkçılığı Zmanê Kurd Cahş û Cahşîtî Ezen ve Ezilen Milletler Sorunu Memo Qol Ferheng Kurdî û Tırkî (werger) Mijarên têkildar Dîroka Bakurê Kurdistanê Çavkanî Girênanên Derve http://www.saradistribution.com/dr-sivan-sait-kirmizitoprak.htm http://drsivan.info/tr/biyografi.aspx malpera fermî http://www.youtube.com/watch?v=wfPF336lhbA Belgefîlma Dr. Şivan Kirmizitoprak, Sait Kesên ji Dêrsimê Jidayikbûn 1935 Mirin 1971
3676
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AArko%20B%C3%AAkes
Şêrko Bêkes
Şêrko Bêkes (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Sherko Bekas; z. 2 gulan 1940 – m. 4 tebax 2013) helbestvanekî kurd bû û yek ji mirovên herî dahêner û bilîmet ên wêje û helbestvaniya kurdî yên hevdem bû. Jiyana wî Di 2ê gulana 1940î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye. Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de kitêba wî ya duyem jî derxistiye. Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin. Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî. Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyeke nû vedike û helbesta nûjen derdikeve holê. Bi vê beyannameyê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin. Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an, hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Di 1979an de Bêkes vedigere Silêmaniyê. Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û dibe pêşmerge. Di 1986an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî. Di 1991/1992an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê. Di sala 1998an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgeh. Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Şaîrê gewre yê kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye. Berhemên wî Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivîsandin. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe were naskirin jî helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatine wergerandin bo kurmancî. Heya niha 20 kitêbên wî yên helbestan hatine çapkirin. Kitêbên wî bi gellek zimanan wek yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî û swêdî hatine wergerandin. Bi soranî Tirîfey hellbest (1968), dîwana helbestan, Îraq. Kawey Asinger (1971), dastaneke helbestî ya ser şanoyê, Îran. Min tînuyetîm be gir eşkêt (1973), dîwan. Askîm (1976). Kazîwe (1978), dîwana kurteşiîran. Rûbar (1986), dîwana çîrokşiîran. Kursî (?). Êsta kiçêkî nîştimanime (?). Keşkollî pêşmerge (?). Dall (1989), çîrokeşiîr, Swêd. Derbendî pepûle (1991), Swêd. Dîwana Şêrko Bêkes, I (Sara, 1990), Swêd. Dîwana Şêrko Bêkes, II (1992), Swêd. Dîwana Şêrko Bêkes, III (1995), Swêd. Mêrgî zam, mêgî hetaw (1996), Swêd. Xaç u mar u rojjimêrî şaîrê (1997), romaneşiîr, Swêd. Bonname (1998), helbest, Kurdistan. Çirakanî ser Helemût (1999), helbest, Kurdistan. Piyawî la darsew (2001), helbest, Kurdistan. Qesîdey rengdan (2001), helbest, Kurdistan. Ezmûn 1985-2000 (2001), Kurdistan. Jîn u baran (2001), helbest, Kurdistan. Xom ew wextey balindem! (2002), helbest, Kurdistan. Kukuxîtiya bizêweke (2003), helbest, Kurdistan. Espêk le perrey gullalle. Helbestên bijartî yên Şêrko Bêkes (Mil, Pilûrey x Zayelle : "Çwar biray qurbanî leyek mallî Kerkûkda!", Adan û hwd) di salên 2010-2011an de li kovara Rexney Çawdêr jî derketin. Wergerên bo kurmancî Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes (1991). Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in. Dev ji min berde ez dixwazim biçim (2007). Belki. Hemû helbest (2012). Wergêr: Sîrwan Rehîm û Muhsî Ozdemîr. Ronahî, Amed. Bi zimanên din Xelat Şêrko Bêkes du xelat wergirtine. 1987: Li Swêdê ji aliyê PENa Swêdî ve bi xelata Tucholsky hat xelatkirin. Serekwezîrê Swêdê Ingvar Karlsson ev xelat dayê. 2001: Li Silêmaniyê ji Navenda Kulturî Xak, xelata Pîrêmerd girt. Çavkanî Ibrahîm Yûsif û Ebdulbaqî Husênî (1993). Hevpeyvîn bi Şêrgo Bêkes re. Di kovara Zanîn, 7, 1993 de, Qamişlo. Kitêb 1976-1993 be zimanî kurdî / Böcker på kurdiska 1976-1993. Stockholms stadsbibliotek, Swêd. Mehmed Uzun (1995). Antolojiya Edebiyata Kurdî, II. Tüm zamanlar yayincilik, Stembol. Xelîl Duhokî (2006). Şêrko Bêkes. Di kovara Nûbûn, 82, 2006 de, Dihok. Girêdanên derve Hevpeyveke Xelîl Duhokî ligel Şêrko Bêkes, Nûbûn 82, 2006. Helbestvanên kurd Jidayikbûn 1940 Mirin 2013
3681
https://ku.wikipedia.org/wiki/Anatolya%20Nav%C3%AEn
Anatolya Navîn
Anatolya Navîn herêmeke di nav sînorên Tirkiyeyê ye. Serbajarê Tirkiyeyê Enqere li Anatolya Navîn e. Çemê mezintiyê de yekem ê Tirkiyeyê Kizilirmak ("Çemê Sor") di vê heremê de ye. Bajarên mezin ên vê herêmê Enqere, Qonye û Qeyserî ne. Qeyserî awayê karên ekonomîk gelek dewlemend e. Nifûsê Enqereyê nêzikî çar milyon e û nifûsê Qeyseriyê jî nêzikî 1,5 milyon e. Li bakur herêma Deryaya Reş, li rojhilat herêma Rojhilata Tirkiyeyê, li başûr herêma Deryaya Spî û li rojava jî herêma Egeyê re cînar e. Çiyayê mezintiyê de duyem ê Tirkiyeyê Çiyayê Erciyesê di vê herêmê de li bajarê Qeyserî ye û bilindiya Çiyayê Erciyesê 3916 m ye. Hinek salan berfa Çiyayê Erciyesê havînan jî nahele. Mijarên têkildar Kurdên Anatolya Navîn Çavkanî
3683
https://ku.wikipedia.org/wiki/Veger%20%28kovar%29
Veger (kovar)
Kovara sîyasî, çandî, hunerî, dîrokî û lekolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn. Veger kovareke ku di sala 2003'an de dest bi weşanê xwe kiriyê. Nivîsên wê bi kurdî û tirkî ne. Di hêjmaran ye heta iro derketin de nivîsên dîrokî, lekolînî û berhevkarî li ser Kurdên Anatoliya Navîn hatin nivîsandinê. VEGER dixwaze bibê dengê Kurdên Anatoliya Navîn. Armancên kovara VEGERê bingeh ewên: Kar û xêbatên sîyasî, çandî, hunerî, dîrokî û lekolînî yê li ser Kurdên Anatoliya Navîn pekbîne û pêş de bibe. Çavkanî Girêdanên derve Malpera Kovara VEGER Kovarên kurdî
3684
https://ku.wikipedia.org/wiki/Re%C5%9Fwan%20%28e%C5%9F%C3%AEr%29
Reşwan (eşîr)
Reşwan, Reşî, Reşwend, Rişvan an Reşan, êleke kurdan e. Êla Reşwan bi zedêyî li Meledî, Semsûr, bakurê Iranê, Xorasan û Anatoliya Navîn dimîne. Di dema osmaniyan de kesên vê êla kurdan wek gelekî serbixwe dihatin dabilandin: di gelek salname û pirtûkên osmaniyan de ji reşwaniyan wek Kara Ulus, bi wateya "Neteweyê Reş", tê behskirin. Hemû parêzgarên parezgeha Edene heta sedsala 19an ji vê êla kurdan bûn. Di sedsala 18an de osmaniyan bi zordarî vê êlê ji hev parve dikin: hin tîrên (qebîle) reşwanan li Reqqa, hin li Anatoliya Navîn û bakur, hin jî li rojavayê Sûriyê tên bicîkirin. Kesên reşwan li Anatoliyê (Qonye, Çorûm, Yozqad, Amasya, Enqere û Qirşehrê) belav bin jî, ziman û çanda xwe heta îroj parastine, bi taybetî ên li rojavayê Sûriyê hatin pişaftin û dest ji kurdî û çanda kalê xwe berdan e. Di lîsteyên pirtûka Mehrdad Izady ya êl û eşîrên kurdan de çend eşîrê bi navê Reşwend tên ditin. Li Qesra Şirîn û Lekistanê êşîreke bi navê Reşwend dijî. Eşîr bi eslê xwe elewî ye. Li Semsurê, bi taybetî jî li Kolikê êla herî mezin reşiyan e. Reşiyê, li herêmên Kolikên çiyayî bi temamî, li deştê jî 1/4an belav bûnê. Sinorên xwe ji gundê Narinceyê yî giredayî Kolikê dest pê dikê heta bakurê çemê Kolikê û navçeya Sincik bi temamî dike nava xwe û heta navçeya Tutê dirêj dibe. Bê guman, êlên mîna canbegî (îkîzce, adali, ekîncî, eceler, bostanli û hwd), mirdêsî (Narince), şadî, cêlikî û yen din jê hene ku parçêyek ji wanî li Anatoliya Navîn dijî. Serjimara reşiyan nêzikî 250 hezar e. Kolikê serjimara xwe 100 hezare û ji % 80'ê xwe; Sincik 10 hezar in û gîştik, Çelîkhan 25 hezar e û ji % 60'î xwe; Pinarbaşi û Kûrû Dere jî 20 hezar in û tevahî Reşî ne. Çavkanî Eşîr
3693
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ahmet%20Kaya
Ahmet Kaya
Ahmet Kaya (z. 28ê çiriya pêşîn, 1957 li Meletiyê − m. 16ê çiriya paşîn 2000 li Parîsê), hunermendekî kurd e ku wekî gelek hunermendên nifşa wî stranên xwe bi tirkî digotin. Eger mirov şert û mercên payîza 1957'an ku Ahmet Kaya ji dayîk bû bide ber çavên xwe, texmîna ku wê ew temenê xwe hemûyî bi payîzan derbas bike, ne zehmet bû. Ne bavê wî ye ku di karxaneya qumêş de karkerî dikir, nêtekê wî yî ku dinyayê biguherîne hebû, ne jî li bajarê ku lê ji dayîk bûbû, li Meletiyê pencereyeke xaniyê wan î mîna kozikekê ku tê re xweşikiyên dinyayê bibînin, hebû. Axa ku li serê hatibû dinê, belkî jî bi her cûre nîmetên xwezayê hatibû xelatkirin, lê wan salan li wê herêma dinyayê tu xweşiyên ku bên dîtin, tune bûn. Tirkiyeya ku bi Şerê Cîhanî yê Duyem xizantir bûbû, piştî bûyîna Ahmet bi sê salan wê bibûya şahidê derba leşkerî ya mezin a pêşîn ji komarê û vir ve û li sêdaran wê serokwezîr û nûnerên xwe bidîta. Komara ciwan a 34 salî li hêviya janên xedar bû. Bi hezaran sal e li ser dîn, li ser zêr û ta bi li ser jinan xwîna bi milyonan ji her qewmekî ku li ser erda Anatolyayê hatiye rijandin û êş daye van erdan, lê dîsa jî wê ev êş kî dizane heta çend salên din berdewam bikira bi vê derbê. Ahmet Kaya di tevahiya jiyana xwe de stran û albûmên tirkî derxistiye. Tenê 4 kurdîaxêv hene. Ya yekem strana 'Karwan' bû ku di albûma Ahmet Kaya ya piştî mirina 'Hoşçakalın Gözüm' de cih girtibû, ya duyemîn jî di albuma 'Biraz da Sen Ağla' de axaftina 'Vebûna Kurdî' bû, dîsa piştî mirina wî, ya sêyemîn. Yek jê di şahiya Newrozê de 'Çavanî Başim, Newroza mîn Pîroz Bê' û herî dawî helbesta helbestvanê kurd Cegerxwîn 'Pir xweşe Serxwebûn' li paytexta Swêdê Stockholmê di konserê de xwend. Jiyangerî Zarokatî û çîroka wî Ahmet zarokê pêncem û dawî bû. Bavê wî yekî kurd bû ku ji Semsûrê bo kar bar kiribû Meletiyê, dayîka wî jî yeke Kurd bû ku hewl dida zarokên xwe bi namûs û baş mezin bike. Yanî hinekî dişibiyan kurteya Tirkiyeya wan salan. Lihevnekirina Ahmet a bi otorîteyê re hîn gava 4-5 salî bû û kuçe nas kir, dest pê kir. Digel ku malbata wî bêdeng û di halê xwe de bû, ew yekî şerkirû çalak bû û nedihate disiplînekirin. Ji bo ku biçe sînemayê carna bîhokên bapîrê xwe difirotin fêkîfiroş, carna jî li kerê beredayî yê taxê siwar dibû û dibû Kara Muratê lehengê xêzeromana ku di rojnameya herî navdar a wê demê de dihat weşandin, yên nebaş dida ber şûran. Destpêkên wî yên muzîkî Bavê wî yê ku yekem car ew bi eleqeya wî ya muzîka hesiya, hîn Ahmet 6 salî, hema bibêje baxlemeyeke bi qasî qama wî bo xelata rojbûna wî anî malê. Ev baxlemeya ku ji heqê nanê malbatê hatiye kuştin û pê hatiye kirîn, destpêka bahozekê bû ku wê neyê danîn, helbet malbat ev texmîn nedikir. Te digot qey, parçeyek ji laşê wî kêm bû gava hatibû dinê û piştî ku ew baxleme hat malê laşê wî temam bû. Di nav çend heyvan de bi dengên ku ji baxlemeyê derdixist, malî ji ruhê xwe aciz kirin. Lê li gorî wî belkî jî êdî dema ku derkeve ser dikê hatibû, eger mirov lê guhdar nekin jî wî dê hineke ku lê guhdar bikin illeh bidîta, ev çende eksoyî bû. Konsera xwe ya yekem bo mirîşkên di kozika bêxçe de, da. Em nizanin gelo mirîşk jê kêfxweş dibûn an na, lê wî demeke dirêj ev konserên belaş domand. Ji bo sehneya xwe ya rastî ya ewil jî divabû heta 9 saliya xwe bipa. Gava temenê wî bû neh, di şevşahiya cejna karkeran de ku karkerên karxaneya ku bavê wî jî lê kar dikir, li dar xistibûn, derket ser dikê. Wê şevê kêfa karkeran pir ji guhdarkirina lê hatibû, kêfa Ahmet jî pir ji karkeran hatibû... Sê sal mabûn ji derba leşkerî ya duwem ku wê dîsa jiyana bi sedhezaran mirovî û karkerî belawela bikira. Wê şevê ne karkerên li wir, ne jî Ahmet bîr nedibirin ku demeke nêzîk cejna karkeran li aliyekî, wê nikarîna peyva 'karker' bi xwe jî bi lêv bikirana. Gava Tirkiyeyê bi deh hezaran şagirdên zanîngehê û karker xistin girtîgehan bo tê de birizin, bûyera ku mohra xwe li derba 1970'yî da ew bû ku sê xortên sosyalîst ên nestêle ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê bûn, digel tu kes nekuştibûn û tu kes birîndar nekiribûn, piştî darizandineke bi lez û bez hatibûn îdamkirin. Ahmet 13 salî bû. Xaka Anatolyayê heqê nîmetên ku dabû, dîsa distand. Bi vê atmosfera civakî û siyasî re nifşekî din mezin dibû û hişê vî nifşî dirûv digirt. Wê ev ne neheqiya ewil bûya ku vî nifşî şahdebûnî lê dikir. Ahmet diçû dibistanê û demên xwe yên vala jî ligel dostekî malbata xwe, di dikana kaset-plakfiroşekî de kar dikir. Wan demên ku li vê dikanê kar dikir, derfeta wî çêbû ku gelek cûreyên muzîkê nas bike. Bi taybetî jî yên bala wî dikişandin ew xort bûn ku dihatin dikanê kasetên Ruhi Su dikirîn û porên wan dirêj û devlingê pantorên wan fireh bûn. Piştî salan di belgefîlmekî de ku jiyana wî nîşan dida, wê bigota ku wê çaxê digote wan Sucular. Besteya xwe ya ewil Xortên ku Ahmet digote wan, Sucular li hemû dinyayê wekî nifşê 68'an dihate naskirin û nifşek bû ku bihîstiyariya wan acivakî hebû. Besteya ku digot, tê bîra min a yekem e jî ji bo xortekî ji van hatibû nivîsandin; yê li ser hatî nivîsandin Başar Abê bû ku bi mînîbûseke Volkswagen dolmîşçîtî dikir û Ahmet bi xwe jî demekê li balê kar kiribû. Ahmetê ku gelekî pê êşiya gava rojekê li nava kuçeyê polîs hatin ew birin, rabû besteya xwe ya ewil nivîsand ku wiha dest pê dikir "Ezê Volkswagenekê bikirim, navê wê bikim Başar". Helbet nizanîbû ku ev beste wê bibe destpêka repertuareke bi sedan stranî. Malbat, piştî ku bavê Ahmet teqawît dibe û mehaneya ku digire têrî wan nake, bi hêviya ku karekî nû bibînin û ji bo zarokan dahatûyeke baştir ava bikin, biryarê digire ku Meletiyê terk bikin û barî Stenbolê bikin. Dem, li Tirkiyeyê hemûyî dema koçberiyê ye. Bi sedan otobûs û qemyon ji Rojhilat bo bajarên Rojavayê, bi taybetî jî bo Stenbolê hêviyan bar dike. Her roj bi hezaran zarokên biçûk, mîna ku Ahmet jî wan rojan pê dihesiya, bi tirs û xofa ku bajarê mezin xistibû dilê wan, dijiyan. Hatina wî ya Stenbolê Ahmet deryaya ku cara pêşîn dibîne mîna çemekî mezin hesibandibû, ji ber ku li ser koliyên alavên wan "Meletî" hatibû nivîsandin hîn ji roja pêşîn ve fêm kiribû ku hatibûn bajarekî ku lê biçûk tên dîtin, hîn roja pêşîn digel ku bi eynî zimanî dipeyivîn, ji ber ku devoka wî cuda bû, ferq kiribû ku ew bi xwe "Yê din" e. Vê "cudahiyê", kesên ku ji bilî keda wan pê ve tiştekî wan tuneye ku winda bikin, her diçû tenê dihişt û ev yek jî ber bi hêrseke bêçare di dil de kom dibû. Her ku rojavayê Tirkiyeyê wekî nifûs zêde dibû, cudahiya di navbera beşên civakê de jî zêdetir dibû, kombûnên siyasî bêhtir ji hev dûr diketin û welat roj bi roj ji rojhilat ta bi rojava hîn bêhtir tevlîhev dibû. Ji zanîngehan her roj xeberên mirinê dihatin û bêkarî û aboriya ku roj bi roj xerab dibû, şêniyên ku xwe diavêtin kuçeyan diafirand. Ahmet êdî divabû dev ji dibistanê berde û ji bo ku alîkariya malbatê bike, karekî bike. Êdî derve li ber çavên wî tiştekî din bû. Jiyana derve bi awayekî din nas dikir edî. Pir dihesidî ciwanên Stenbolê ku keç û xort bi hev re digeriyan lê pê dihesiya ku ger mîna wan li xwe bike wê lê neyê û ji ber vê pir xemgîn dibû. Ne dikare çanda ku pê mezin bûye, bi temamî dev jê berde û ne jî dikare Stenbolê bike Meletî. Wan salan di gellek karan de kar dike û dev jê berdide. Li bazarê şportakariyê dike, li ber destê gellek kesan kar dike lê dîsa jî dev ji baxlemeya xwe bernade. Bi muzîkê radibe û bi muzîkê rûdine. Û helbet rewşa ku welat tê de çawa tesîrê li ruhiyeta wî dike, wiha tesîrê li muzîka whi jî dike. Piştî ku Ahmet dev ji dibistanê berdide û dest bi kar dike, jiyana derve bêhtir nas dikir lê vê naskirinê hiştibû ku di dilê wî de birîneke din vebe. Xwestibû ku konservatuarê bixwîne lê êdî piştî vê yekê ev ne mumkin xuya dikir. Ji bo ku hêviya xwe winda neke, biryarê digire ku lîseyê ji derve biqedîne. Ev salên herî bi lerz ên Ahmet bûn ku bi erdlerza di dilê wî de hatibûn pê. Dijberiya civakî ya ku ber bi nîvê salên 1970'yî bi pêş ve diçû, demarekî ku tê de bigere nedidît û di nav vê kişwera nediyar de yek ji yên ku herî serma xwaribû jî Ahmetê ku haya wî ji van hemûyan hebû û bi wê heyecana xwe ya di wî temenî de li cîhanê dinihêrî, bû. Digel ku nizanîbû wê çi biqewime, mîna ku piştî salan wî bi xwe jî dê bigota; beste çêdikirin, bi hewldana pereqezenckirinê bi awayekî bêhêvî li kuçeyan digeriya. Wan deman, rojeke ku pir nebextewar û hêvîşikestî bû, ketibû nav daweteke ku di ber re derbas bûbû û qet yên wir nas nedikirin, mîna dînan ketibû nava yên direqisin û çavên wî bi girî reqisîbû; bi salan wî dê ev bûyer ji bîr nekira û di gelek sohbetan de wê behs bikira. Xortên ku bêçareyiyê, derbederiyê, biçûkdîtin û xizaniyê ew gihandibûn hev, bi hemû armancên xwe û hewldana ku jiyanê biguherînin, di her warî de bi rêxistin dibûn. Mîna hemû hevalên xwe yên şoreşger wî jî êdî dest bi çûna Komeleya Zanyariyên Gel (Halk Bilimleri Dernegi) dikir û tevî xebatên çandî yên wir dibû. Helbet li wir jî baxlemeya wî ji destê wî neket. Hîn di rojên ewil de ecêb hatibû dîtin baxlemelêdana Ahmet. Ji ber ku bi serê xwe fêr bûbû li gorî tu qayde yan jî rêbazê nediçû. Hevdîtina wî ya digel Ruhi Su Wê demê diçe konsereke Ruhi Suyê ku bengiyê wî bû li Zanîngeha Bosforê û piştî konserê bi awayekî xwe digihîne cem Mamoste. Dixwaze nîşanî bide ku besteyên Ruhi Su ew bi xwe çawa şirove dike. Ji berhemên Mamoste Ruhi yên ku herî tê naskirin, strana "Mahsus Mahal" lêdide. Mamoste hîn di nîvê stranê de baxlemeyê ji destê Ahmet digire û bi hêrs dibêjiyê, "Wilo mîna ku tu şer bikî li baxlemeyê nayê xistin, mirov bi baxlemeyê bi hev naçe, bi baxlemeyê mirov meşkê dike." Ahmet serê xwe ditewîne û ji wir derdikeve. Helbet Ahmet wê li ser a xwe bûya. Gotinên Mamoste bêhtir wî tûj dikin, ew heta wê rojê li pey tiştên nehatî ceribandin e her. Ji ber ku besteyên wî jî ne di qalibekî ku tê zanîn de bû, ecêb dihat dîtin. Tevî hevalên xwe yên Komeleya Zanyariyên Gel bo pêşkêşkirina konser û reqsê diçin gelek bajarên Tirkiyeyê. Ahmetê ku ji aliyekî ve di van "Şevşahiyên Şoreşgerî" de bi aşiq û hunermendên wê demê re derdiket ser sehneyê û bi hêrs li baxlemeya xwe dida û sirûdên şoreşgerî û stran digotin, ji aliyê din ve jî bi hemû hestiyariya xwe di nava gel de, bi armanca ku bibe bersiv ji daxwazên wan ên jiyaneweyî û rasteqînî re, piştgiriya wan dikir. Piştî erdlerza Wanê di nav xortên şoreşger ên ku bi qemyonan alav dabûn hev û çûbûn cem erdlerzedeyan de Ahmet jî hebû ku wî jî di piştgiriya pêkanîna taxeke şevnişînî de cî girtibû. Di pîrozkirina cejna karkeran a 1ê gulana 1977'an a li meydana Taksimê, di gullebaranê de ku îro jî hîn diyar nebûye ka ji aliyê kê ve hatiye kirin, hevalên li cem Ahmet hatin kuştin. Her çend bi fereke sola xwe ji wê derê bi silametî rizgar bibûya jî êşa ewil a kuştina hevalên xwe jiya. Paşê gava afîşeke naveroka wê masûm didaleqand, dihat girtin û êdî hîsa li "hundir"bûnê jî dijiya. Hevnasiya wî digel Emine Gava şêniyên dijber û bi hêrs, di nav xirecir û amadekariyê de bûn ku ji bo xwe "dahatû"yekê ava bikin, Ahmet ji derve lîse diqedand û diket Beşa Kemanê ya Enstîtûya Perwedehiyê. Vê pêleyê li Komeleya Zanyariyên Gel keçeke bi navê Emine nas dike, pir derbas nebûyî di ser naskirina wan re ev du ciwanên ku xwe nêzîkî hev dibînin, biryarê didin ku bizewicin. Bi destgîrî (dergistî) dibin. Lê wezîfeyeke her xortekî Tirk heye berî têkeve nav karûbarê dinyayê: Leşkerî. Leşkerî Sala 1978'an ku Ahmet 21 salî bû, perwerdehiya kemanê nîvco û destgîriya xwe li pey xwe hişt û ji bo 18 mehan çû leşkeriyê. Leşkeriya wî derdikeve Geliboluyê. Di demeke kurt de eleqe û qabiliyeta xwe ya li ser muzîkê nîşanî qumandanên xwe dide û dikeve orkestra Artêşxane de. Temamê leşkeriya xwe wekî endamê joker ê orkestrê derbas dike. Pêwendiya xwe bi gelek amûrên muzîkê re bi pêş dixe. Di serê xwe de motîfên roavayî ku bi kemanê tevî muzîka ku bi baxlemeyê çêkiriye, kiriye, bi çelloya ku li leşkeriyê ji mecbûrî lêdixist bêhtir bi pêş ve diçe. Darbeya leşkerî ya 12ê îlonê Li vegera leşkeriyê hîn porê wî dirêj nebûbû derba sêyem û ya herî mezin a Tirkiyeyê û jiyana Ahmet ji nişka ve tê. Sibeha 12ê îlonê Tirkiye bi sirûdên leşkerî şiyar dibe. Temamê kabîneyê û serokkomar digirin û wan diavêjin girtîgehê. Li kuçeyan nêçîrek dest pê dike. Gelek hevalên Ahmet jî digirin û wan dibin cihên ku tu kes pê nizane, ji yên çûyî tu kes nikare saloxekê hilîne. Ji ber ku beriya leşkeriyê çend caran ji ber daleqandina afîşan ew girtibûn û ji ber pêwendiya wî ya bi Komeleya Zanyariyên Gel re, difikire ku eynî aqibet bê serê wî bi xwe jî û rojên tirsnak derbas dike. Paletên tangan di ser Tirkiyeyê re derbas dibin. Li gorî texmînên îro ji ber sedemên cur be cur 600.000 kes tê girtin, bi hezaran kes di şikenceyê de jiyana xwe ji dest dide û bi hezaran kes jî bi riya qaçaxî direve derveyî welêt û penaber dibe. Ahmet nayê girtin lê tikîtenê dimîne, hemû hevalên wî, hema bibêje kê nas dike yan ketiye girtîgehê yan jî li cîne ku nayê zanîn e. Sala 1981ê janeke din a mezin bo Ahmet tîne. Meha nîsanê, bavê wî yê ku Ahmet di jiyanê de herî qedr û qîmetê wî digirt, bavê wî yê ku tenê wî bi rastî jî baweriya xwe bi muzîka Ahmet dianî, diçe rehmetê. Ahmet bêyî ku kes wî bibîne, radije baxlemeya ewil a ku bavê wî jê re kirîbû û bi rojan li kuçeyan digirî. Ahmet û Emineya ku êdî hînî jiyana di nava derbê de dibûn, dizewicin. Ahmet dixwaze muzîkê bike û yên di dilê xwe de vebêje û dengê xwe bigihîne dostên xwe yên di girtîgehan de lê êdî maleke wî ya ku divabe debara wê jî bike, heye. Lewre piştî demekê di tebaxa 1982'an de keçeke wan tê dinê. Navê wê dikin Çiğdem. Ahmet radije baxlemeya xwe û straneke dinivîse, di strana xwe de ji Çiğdem re dibêje ku li xerabiya vê dinyaya ku lê çêbûye negirî û dibêjiyê ku hêvîdar be ji vê jiyanê: "Megrî dergûşa min, tu jî megrî, hêvî bi te re ye, dahatû bi te re... Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir şadî û jiyanek heye ku amade ye bo parvekirinê..." Piştî demeke kurt ji ber ku Ahmet li pey derxistina kasethe bû û tu pere qezenc nedikir ji bo debara malê, Emine dikeve xema dahatûya xwe û rojeke bêxeber bi destê Çiğdem jî digire û malê diterkîne, paşê jî hev berdidin. Careke din Ahmet û baxlemeya xwe, li kuçeyan tikîtenê ne. Destpêkirina wî ya muzîka profesyonel Amadekariyên yekemîn albûma xwe Sala 1984'an Ahmet stranên wî di berîka wî de bi israr diçe devhe deriyên şirketên muzîkê. Êdî stran jî Ahmet jî westiyane. Ji ber ku stranên wî naşibin tu cureyên din ên muzîkê û ji ber naveroka wan a civakî tu şirket newêre xwe bide ber çêkirina albuma wî. Lêbelê hin bi hin navê Ahmet û stranên wî li ser zimanan digerin êdî. Bi alîkariya çend hevalên xwe li kafeyeke li Beyoğluyê konserekê pêk tîne, navê konserê jî dike "Baxleme wiha jî tê lêxistin!", bi vî navî bersivê dide wan gotinên Ruhi Su ku jê re kiribûn. Li ser ku vê konserê ji ya texmîn kiribûn zêdetir bal kişand, bi pereyên ku ji vê konserê hatî û bi piştgiriya dayîka wî û hevalên wî yekser diçe Beyoğluyê, Studyoya Değişim a Sezer Bağcan. Wê albuma xwe ew bi xwe çêbike. Sezer Bağcan pir ji vî xortê bi daxwaz û xwedî stranên cuda hez dike û dest bi albumê dikin. Stranên wî bo wê demê pir xeternak in. Dev ji belavkirina wê berdin, dibe ku guhdarkirina li wan jî bibûya sûc û girtîgeh bihata holê lê Ahmet wiha dibêje: "Kar tuneye, em li kuçeyan birçî digerin, ez hatim terkkirin, dergûşa min nîşanî min nadin, hevalhen min hemû jî jixwe di girtîgehê de ne, ezê stranên xwe bibêjim û biçim cem hevalên xwe"... Lêbelê mîna ku Ahmet jî wê paşê li xwe mikur bihata, dixwest ku têkeve girtîgehê lê nedixwest ku pir tê de bimîne. Digel ewqas stranên rexneyî, straneke anonîm jî dixe albumê ku ev stran behsa lehengiya artêşa Tirk a di Şerê Rizgariyê de dike... Wê serî tevlihev bibin! Albûma Ağlama bebeğim (Negirî dergûşa min) Albûm di demeke kurt û di nav şertên giran de diqede. Ji ber ku albûmeke qediyayî digel ku neyê firotin jî wê zêde zerareke ticarî neyîne, ne zehmet bû ji bo ku Ahmet şirketekê bibîne. Meha nîsana sala 1985'an bi navê "Ağlama Bebeğim" ku navê strana ku ji bo Çiğdem nivîsandibû, albûm tê belavkirin. Di pey vê re jî li Şanê ku yek ji navdartirîn salonên wê demê ye, bi tena serê xwe konserekê dide û salon bêyî ku ew çende texmîn bikin, bi serî ve tê dagirtin. Albûma "Ağlama Bebeğim" nû tê belavkirin, berhev dibe û Ahmet dixin nezaretê. Dadgeha ewil, dadger li ser gotinên di strana wî ya "Ağlama Bebeğim" de radiweste ku wiha ye: "Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir şadî û bextewerî heye." Ji Ahmet dipirsin ku ew der ku der in! Darizandin zêde dirhej nakeabelkî jî ji ber wê strana lehengiyê ku serî tevlihev kiriye, albûm serbest dibe dîsa. Şirket û Ahmet îlaneke didin rojnameyê ku firotina albûmê serbest e. Îlana ku bi van gotinan belav dibe, "Albûma Ahmet Kaya ya bi navê 'Ağlama Bebeğim' ku hatibû qedexekirin, bi biryara dadgehê êdî serbest e", dihêle ku eleqeya bo albumê zêdetir bibe. Bi rengekî ecêb albûm pêşîn li girtîgehan, paşê jî li derve pir balhe dikşîne. Ahmet bi albûma xwe bûye dengê bi sedhezaran mehkûmî û malbatên wan êdî. Hevnasîna digel Gülten Yên 1980'yî ketine girtîgehê êdî hêdî hêdî jê derdikevin. Bo albuma duwem Ahmet dîsa dikeve studyoya Değişim. Sezer Bağcanê xwediyê studyoya Değişimê, birayê mezin ê Selda Bağcan e ku ew bi xwe hunermendeke navdar e û Selda jî bi derbê re demekê li Girtîgeha Metrîsê girtî maye. Gava Selda di girtîgehê de ye, hevaltiyeke wê ya nêzîk bi keçekê ji yên wir re pêk tê. Ev keç, Gülten Hayaloğlu, piştî ku 4 salan girtî dimîne derdikeve û li ser daxwaza Selda tê li studyoya Değişimê kar dike. Dema tomarkirina albuma duwem, Ahmet û Gülten derfeta ku dûr û dirêj sohbet bikin, dikeve dest wan û pişthi van sohbetên dirêj hevaltiyeke wan a xurt pêk tê, lewre her du jî bi heman hestan li dinyayê dinihêrin. Albuma duwem a bi navê 'Acilara tutunmak Ji xwe Gültenê li albuma ewil a Ahmet hîn di girtîgehê de guhdar kiriye û pir kêfa wê jê re hatiye, lê mîna gelek kesan wê jî nizaniye ka rûyê wî çawa ye, yekî çilo ye ta ku hev nas dikin. Zêde di ser re derbas nebû albuma duwem a bi navê "Acılara Tutunmak" belav dibe û vê pêleyê êdî hevaltiya di navbera wî û Gültenê de vediguhere evînê. Albuma duwem jî bê reklam li ser zimanan digere, firotineke ecêb dike. Ahmet wê vê bexteweriya xwe bi jina ku jê hez dike re bijî. Album tên firotin lê pere nayên. Li gelek ciyan konseran dide. Bi tena serê xwe ligel baxlemeya xwe. Di gelek konseran de tê girtin, wî dixin nezaretê. Vê pêleyê ew û Gülten dizewicin. Berbanga Sibehê (Şafak Türküsü) Wan rojan Gülten, şiîreke Nevzat Çelik ku mehkûmê îdamê bû û Gültenê ew ji girtîgehê nas kiribû ku bo dayîka xwe nivîsandibû, datîne ber Ahmet, "Şafak Türküsü"(Strana Berbangê). Sala 1987'an e û hîn jî derbarê sedhezarên girtîgehan de biryar nehatiye girtin, û bi salan e ev girtî li bendê ne ku dadgehên wan biqedin. Devê deriyê girtîgehan bi dê û bavên ku digirîn, tije ye. Albuma sêyem bi navê "Şafak Türküsü" ya ku Ahmet besteya wê çêkiriye, derdikeve. Ahmet careke din qala birîna civakê kiriye, careke din bûye zarokê netebite yê pergalê. Nezaret û lêpirsîn tu car naqedin, lê êdî Ahmet başe baş tê naskirin û tê nîqaşkirin. Digel ku sala 1987'an sala "Şafak Türküsü" ye jî lêbelê dibe sala bûyîna Melis jî ku ji Ahmet û Gülten dibe. Ahmet bi heyecana ku car din bûye bav, dest diavêje besteyên nikûnû. Albuma 'An gelir' û populerbûna muzîka xweser (Ozgun) 1988'an li Tirkiyeye, di rojnameyan de lîsteyên "Yên pir tên firotin" jî êdî bûne mode. Albuma "An Gelir" a Ahmet ku whe salê derçûye, gava çû serê lîsteyê firotana rastî û bê çiqasî lê the guhdarkirin, bi awayekî fermî jî tê ispatkirin. Muzîka Ahmet a ku heta wê demê kesî nexistiye tu kategoriyê, belkî jî ji hewcedariya kku rojname navê cureyekî lê bikin, navê cureyekî nû tê afirandin ji aliyê van rojnameyan ve: "Muzîka Xweser"(Ozgûn). Êdî Ahmet kulvara xwe vekiriye û nav lê hatiye danîn. Hevkariya digel Yusuf Hayaloğlu Birayekî mezin ê Gültenê heye; Yusuf Hayaloğlu. Yusuf wê demê di kargeha xwe ya biçûk de karên grafîk û dîzaynê dike. Ji şiîrê hez dike û şiîrê dixwîne. Gülten bawer dike ku wê ji şiîrên kekê wê û ji muzîka Ahmet encameke xweş derkeve. Hewl dide ku her duyan bi afirandineke hevpar bigihîne hev. Rojekê gava hemû bi hev re li milê Tarabya eraq vedixwarin, Yusuf ceribandina ewil a gotinên stranê datîne ber Ahmet; "Hani Benim Gençliğim." Ahmet nû van gotinan dixwîne dest bi girhi dike ku wê ev stran bi salan ji ser zimanan nekeve û wê li Tirkiyeyê bibe fenomenek ku tê de qala xortaniyeke ku hemû tiştên wê ji destê wê hatiye sitandin, dike. Bi şev nû digihe malê bi derbekê re besteya van gotinan temam dike. 'Yorgun Demokrat', 'Başkaldırıyorum', û 'Resitaller' Rojên li pêş çend gotinên stranan ên din ên Yusuf beste dike û tevî stranên xwe dike, piştî vê yekê Ahmet, sala 1987'an meha çiriya paşîn albuma xwe ya bi navê "Yorgun Demokrat" çêdike. Album dîsa gelek caran tê darizandin, dîsa ji serhe lîsteyan danakeve û tê ispatkirin ku serkeftina Ahmet, nelihevkirina wî ya bi pergalê re û muxalifiya wî ne derbaskî ye lê mayînde ye. Ahmet di ber afirandina xwe re, bi tembûra xwe piştgiriyê dide karkeran, xwendekaran û mexdûrên li her aliyê Tirkiyeyê ku bo jiyaneke mafê wan e têdikoşin û di ber van konseran re jî dîsa albumên xwe berdewam dike. tebaxa 1988'an albuma "Başkaldırıyorum" û nîsana 1989'an jî albuma "Resitaller" ku bi baxlemeyekê tenê ji tomarkirinên konseran pêkhatî, derdixe piyaseyê. Her du albûm jî careke din dibin albumên ku herî pir tên firotin wê demê. Lê bi taybetî jî ya balkêş ew e ku "Resitaller" bi enstrumaneke tenê û bi du mîkrofonan hatiye tomarkirin û digel vê demeke dirêj ji serê lîsteyan daneketiye; ev jî wê wekî cara pêşîn li dîrokê bihata nivîsandin. Huner û siyaset Yekemîn konsera wî ya mezin Ahmetê ku sala 1990'î cara yekem şansê wî çebû ku li Parka Gülhaneyê konser bide 70.000 bi bilêt, texmînî 100.000 kes tê konsera wî. Di konserê de bûyerên mezin pêk tên, polis guleyan berdide hewayê û gelek kes jî birîndar dibin. Ahmet vê carê jî ji bo ku temaşevan bi sergermî tevnegeriyane û bi paçê kesk, sor û zer ku weke sembola kurdî tê nasîn xwe ber sahnê ve avêtine tê darizandin. Rastiya girseyeke wisa mezin ku van salan xwe li dor Ahmet girtibû li Tirkiyeyê tunebûna televizyonên taybet û bi tenê hebûna televizyon û radyoya dewletê bû. Yanî Ahmet Kaya, ji ber ku qedexekirî bû di tu medyaya bihîzyarî û dîtbarî de ne dihate bihîstin, dîtin û stranên wî dernediketin. Ahmet di van deman de giraniyê dide konseran. Hezkarên wî yên ku tenê bi wêneyekî wî dinasin, her cihê ku lê konser dide salonan têrtije dikin. Em Ahmet, di van salan de bi piranî an dema darizandinê, an bi bûyerên li konseran pêk hatine, an ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngehan ku şermezarkirina kiryarên antîdemokratîk dikirin ketina wî ya grevên birçîbûnê, an cihgirtina li cem karkerên ketine grevê, an jî bi alîkariya wî ya ji nasên mehkûman re dike, dibînin. Ahmet Kaya di televîzyonên taybet ên tirk de Her çiqas piştî salên 80'yan, parlemena Tirkiyeyê ku bi destûr û rênîşandina leşkerî hatibû sazûmankirin derbasî demokrasiya pir partî bûbe jî, girtîgeh bi kesên ku bi 12ê îlonê re ketine hepsan tije bû û ji demokrasiya rasteqînî hê jî gelekî dûr bûn. Televizyonên tirkî yên taybet, cara yekem van salan ji derveyî welat li Tirkiyeyê dest bi weşanê dikin. Ji niha û şûnde Ahmet Kaya, cara yekem derdikeve televizyonan û bi gel re hevnas dibe. Her çendî zimanê wî yê tuj, hevnasîna hezkarên wî ya tiştê ku dihate ber devê wî bê tirs gotina li hemberî bêdadiyê zêdetir ew pê ve girê didan, lê ev pêşveçûn pergal dixiste nav mitalan û astentengiyên pêşberî wî zêdetir dikirin. Li gelek bajaran albûm dihatin berhevkirin, konser qedexe dibûn, gelek dozên ku bi salan heps jê re dihate xwestin lê vedibûn. Çawa ku televizyonên taybet zêde bûn, Ahmet Kaya jî derfet dît ji destê yekem qala xwe bike, meraqa xwe ya hêla dîtbarî derxe holê. Stranên wî yên kevn jî tê de ji gelek stranên xwe re bi derhêneriya xwe klîban dikişîne. Ahmet, êdî bûye yek ji hunermendên Tirkiyeyê ku pir li ser wan tê mijûlbûn, herî populer bûne û kasetên wan zêde difiroşin. Ahmet, mîna kesekî dijber hay ji pêdiviya nirxandina rastîn a vê rewşê heye. Di her gava ku bi medyayê dihate şopandin, dema programên televizyonan ji bo berzbûna reytinga wî gazî dikirinê, di her firsendê de mesajên civakî didan. Nikare raweste heta tiştên ku rast dizane, bi şêwaza xwe ya xweser nebêje. Digel ku ji bo medyayê malzemeyekî baş e jî, ji ber rexneyên wî yên tûj û şêwaza wî ya tund dîsa ji aliyê medyayê ve pir tê rexnekirin û jê vedikişin. Serkeftinên wî Van salan ligel konserên xwe yên nav welêt û derveyî welêt, li pey hev albuman derdixe ku rekorên firotinê dişkînin. Bi rêzê van albumên xwe derdixe piyaseyê: İyimser Bir Gül (1989 çiriya paşîn), Resitaller 2 (1990 gulan), Sevgi Duvarı (1990 çiriya pêşîn), Başım Belada (1991 tebax), Dokunma Yanarsın (1992 tîrmeh), Tedirgin (1993 nîsan). Gava her albumek li serê lîsteyan bi cî dibû, Ahmet Kaya ji sazî û rojnameyên cur be cur bi dehan xelatan werdigire. Di heman salan de ji her komeke siyasî texlîdên Ahmet Kaya derdikevin piyaseyê. Li ser bergên gelek albumên ku piyase dagirtine, fotografên hunermendên ku mîna Ahmet Kaya li xwe kirine, mîna wî rî berdane, hene û stranên ku dixwazin bişibînin ên Ahmet Kaya dibêjin. Heta bi bilêvkirina cuda ku li hin ciyan ji devoka Ahmet Kaya bi xwe pêkhatî jî mîna wî hatiye bilêvkirin. Xebatên wî yên derveyî welat Ji welatên ku Ahmet herî pir meraq dikir yek jê Kuba ye. Sala 1993'yan tevî jina xwe Gülten, keça wan Melis û çend hevalên xwe diçin Kubayê bo pîrozbahiya 1ê gulanê. Ahmet li Kubayê gelek hunermend û wezîfedarên hikûmetê nas dike. Li vegerê beşek ji koma navdar a Kubayê, Tropicana vedixwîne Tirkiyeyê. Koma Tropicana ku ji 9 kesan pêkhatî li ser vexwendinê tê Tirkiyeyê û Ahmet wan li mala xwe dike mêvan û turneyeke bi 16 konseran pêk tînin ku hatina van konseran hemû bo zarokên Kubayî ye. Vê demê Ahmet Kaya beşdarî konserên ku bo zarokên Bosnayî, bo karkerên Denmarkî saz bûne, dibe. Hema bibêje li her welatê Ewropayê konserên alîkariyê yên cur be cur dide. Ahmet Kaya û mijara kurd Salên '90'î li Tirkiyeyê bi gurbûna şerekî nû ji şerên ku li ser axa Anatolyayê ranaweste, dest pê dike. Li bajarên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyeyê teqandina di navbera artêşa tirk û PKKê de di demeke kurt de vediguhere şerekî navxweyî ku tesîra xwe li hemû Tirkiyeyê dike. Li her çar aliyên Tirkiyeyê her roj cinazeyeke bi bûyer û hêleman radibe. Gava dayîk li ser lawikên xwe digrîn, ji herêmên ku kurd lê zêde ne jî hema bibêje ji her malbatekê çend kes derdikevin serê çiyê û dest bi şer dikin û şîn tu car naqede. Her ku tê gotin, "Tiştekî bi navê kurd tuneye, zimanekî bi navê kurdî tuneye", hemwelatiyên kurd hîn bêhtir tevî refên PKKê dibin û her ku êrîşên PKKê zêde dibin, dewlet tedbîrên xwe tundtir dike. Medya, di vê rewşa şerê giran de û di nava van tedbîran de, peyva "kurd" dike peyveke tirsnak. Êdî kurd û PKK hema bibêje yek in. Bi milyonan kurd û tirkên ku ev hezar sal e mîna dostan bi hev re jiyane li ser vê erdnîgariyê, êdî dijiminên hev in. Gelek mirovên ku dibêjin, hewce ye çanda kurd û zimanê kurdî bê pejirandin, digel ku qet neketine nav refên PKKê û pêwendiya wan pê re tuneye, wekî xayînên welatê xwe tên îlankirin. Yek ji van kesan jî Ahmet Kaya ye. Ahmet Kaya di her mîkrofona ku medya dirêjî wî dike de, di her konserên xwe de, di her bernameyeke televizyonê de vê muşkileyê tîne zimên. Di her firsendê de dibêje ku ew naxwaze Komara Tirkiyeyê bê dabeşkirin herwiha hîn bêhtir bi hev ve bê girêdan û li Komara Tirkiyeyeke bi temamî demokratîk, bi her mirovê ji her qewmî re bi awayekî birayetî bijî. Lê balê dikşîne ser wê ku hewce ye dewlet bipejirîne ku kurd jî li vî welatî dijîn, zimanê kurdî bipejirîne û şert û mercên jiyaneweyî û perwerdehiyê li herêmên ku kurd lê dijîn baş bike. Illeh dibêje ku tu carî piştgiriya tu rêxisitinê nekiriye û huner di ser rêxistinan re ye û nabe ku huner bi rêxistinî bê kirin û dîsa dibêje ku wî tenê rastiyên xwe gotine û kirine stran û ji rojhilat ta bi rojava pir ji Tirkiyeyê hez dike û yekbûna vî welatî diparêze lêbelê gotina ku "Tiştekî bi navê kurd tuneye" muşkileyê çareser nake. Her ku Ahmet dibêje "Kurd" nûçeyên li ser Ahmet Kaya ku di çapemeniyê de belav dibin, tundtir dibin. 'Şarkılarım dağlara' (Stranên min ji çiyan re) Nû ku albuma wî ya "Şarkılarım Dağlara" sala 1994'an tê belavkirin, dîsa hildikişe serê lîsteyan. Klîbên 3 stranên di vê albumê de dibin klîbên ku herî pir tên daxwazkirin: Saza Niye Gelmedin, Kum Gibi, Ağladıkça. Stranek ji yên di vê albumê de ku hîn jî ji ser zimanan neketiye, "Ağladıkça" ye ku nivîskara wê jina wî Gülten Kaya ye. Albuma "Şarkılarım Dağlara" bi firotina xwe ya 2 milyon 800 hezar libî li gorî hejmarên fermî, gihîştiye rekoreke ku zehmet bê şikandin. Eger em bînin ber çavê xwe ku li Tirkiyeyê çapên neqanûnî û bêbandrol ên kaset û CD'yan ji çapên bi bandrol zêdetir e, em dikarin bi rehetî bibêjin ku ev hejmar çend qat zêdetir e. Bernameya 'Vapûra Ahmet Abê' Ahmet Kaya hema li pey albumê bi Kanal D re peymana bernameyekê pêk tîne. Navê bernameya ku ligel Gülten Kaya û Yusuf Hayaloğlu amade dike, "Ahmet Abi'nin Vapuru" (Vapûra Ahmet Abê) ye. Di vê bernameyê de ligel hunermendên ku dike mêvan, stranan dibêje û li ser rojeva welêt dipeyive. Kursiyê xwe yê bernameyê jî piranî ji bo banga aştî, biratî û demokrasiyê bi kar tîne. Ligel hunermendên ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê ew vexwendine, balê dikşîne ser dewlemendiya pirçandîtiya welêt. Ji bo her yek ji van bernameyên ku 13 hefteyan berdewam kir jî, klîbên şiîran ên ku wî bi xwe derhêneriya wan kiriye û bi xwe lîstiye, dikşîne. Albûma wî ya ji bo dayikên şemiyê Sala 1995'an Tirkiye wan dayîkan nas dike ku her şemî li Beyoğluyê, li ber Lîseya Galatasarayê kom dibin û dibêjin ku ew li zarokên xwe yên winda digerin. Pir di ser ve neçûyî ev insiyatîfa sivîl ku navê "Dayîkên Şemiyê" lê hatiye kirin, bi astengkirina dayîkan û girtina wan dê bihata navenda rojevê. Dayîkên Şemiyê ji wan dayîkan pêk hatiye ku bi hincetên cur be cur ên siyasî polisan ew dane ber lêpirsînê û ji yên ku zarokên wan winda bûne û tu xeber ji wan wernegirtine. Ahmet Kaya ku jixwe di gelek stranên xwe de têgîna dayîkê pîroz girtiye, di cî de piştgiriya Dayîkên Şemiyê dike û strana ku navê xwe daye albuma ku wê salê, yanî sala 1995'an derxistî, ji bo Dayîkên Şemiyê dinivîse: "Beni Bul (Anne) -Min Bibîne (Dayê)." Ahmet Kaya, tu caran di bin kesayetiya xwe ya serhildêrî de rûyekî madekirî xwe nîşan ne daye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku kesê ew naskiriye wî weke kesekî bi kêf, henekçî, balkêş, hazircewab rave dikin. Ew bi aliyekî xwe, weke zarokekî li ser kerê berdayî yê taxê ketiye pey dijminê xwe maye di hiş de. Dema piştî konseran û karê mûzîkê firsend didît bi dost û hevalên xwe re xwarinên xweş xwarin, xwarin çêkirin, heya sibehê sohbetkirin, bi awayê henekî ji dost û hevalên xwe re xefkvedan ew gelekî kêfxweş dikir. Pir kêfa wî ji wextveqetana keça xwe Melis, alavên elektronîk bikire û nava wan tev bide, bi kameraya xwe sahneyên dixwaze bikişîne dihat. Fêhmê wî yê li pereyan kêm e. Ji bilî pêşeroja jin û keça xwe tu razandinên wî yên pereyan tunebû. Ji gelek turneyan bêyî pênc qirûşan vedigeriya. Organîzator pere nebûya jî derdiket konserê ango li gor wî tu sûcê mirovên li benda wî ne, nebû, hemû pereyên berîka xwe didan kesên pêdivî pê heye, hin caran hemû hatina pereyên konserê li muzîsyenên xwe belav dikir. Ev helwesta xwe jî bi gotinên, "Ez kengî bixwazim jixwe dikarim pereyan qezenc bikim" rave dikir. Qewitandina 'baştirîn hunermendê welêt' Bûyerên 10ê sibatê 1999 10ê sibatê 1999 ji bo Ahmet Kaya û hezkiriyên wî wê weke roja tarî bikeve dîrokê, ji ber ku bûyerên wê şevê wê bibin sedema êş, jan û surgunê: ji wê şevê bi şunde jiyana Ahmet Kaya bi tevahî wê bê guhertin. Ahmet Kaya weke baştirîn hunermendê salê bûbû mêvanê galayeke rojnamevanan û wê xelata 'Sekeftîtirîn hunermendê welêt' werbigirta. Di dema wergirtina xelêt ew çû ser dikê û got ku ew bi eslê xwe kurd e û ewê di albuma xwe ya bi dorê de kilameke kurdî biclxwîne û ji wê stranê re klîb jî bikişîne. Ji ber van gotinan çend mêvanên galayê eciz bûn û bi hûhakirin û fîskaniyan ecizbûna xwe anîn ziman. Ahmet Kaya wiha bersiv da reaksiyonan: "Min li her dere gotiye ku ez baweriya biratiya hezar salî ya gelên tirk û kurd dikim û bi bawer im ku pêwîstiya wan bi biratiya çend hezar salên din jî heye.Min vê jî gotiye ku em nahêlin ew welat bê perçekirin." Li ser vê yekê hunermenda qehpik Ebru Gundeş kêr û çetel avêt ser Ahmet Kaya. Serdar Ortaçê bênamûs piştî axaftina Ahmet Kaya çû ser dikê û stranên xwe xwend û wan stranan bi sloganên nijadperestiyê tijî kir, weke: "Di vê dewrê de tu kes ne siltan e, ne jî padîşah e. Li ser rêya Misto Kemal e Tirkiye! Ev warê me ye, ne yê xelkê!" Şenay Dudek, qehpikeke din a tirk ku bavê xwe bêsinnet e, li Ahmet Kaya bi gotina 'Sünnetsiz pezevenk' (Pezewenkê bêsinnet) heqeret kir. Herwiha, pîncê doxînsist Serdar Ortaç bi stranên nijadperest gaz da provokasyonan: êdî xwestin Ahmet Kaya lînç bikin û Ahmet Kaya û jina wî bi zorê ji lînçbûnê filitîn. Çend roj bi şunde doz li dijî Ahmet Kaya hat vekirin û ji ber axaftinên wî 12 sal cezayê zîndanê jê re hat xwestin. Êdî gelek rojnamê li dijî wî kampanyayeke tûnd meşandin, û Ahmet Kaya mecbûr ma welêt di heman salê de veqetîne. Jiyan û mirina wî ya li xerîbiyê Jiyana wî ya di xerîbiyê de di nava depresyon û tenetiyê de derbas bû, ji ber ku ew, di şeva wergirtirtina xelata baştirîn hunermendê welêt de bi carekê ve xaînê welêt hatibû îlankirin û bi awayeke nepayî ji warê xwe hatibû qewitandin. Lê dîsa jî li hemberî ew tecrubeyên tijî êş û birînê, hêviya xwe hebû ku rojekê vegere welatê xwe. Qey lewra ye guhdarvanên xwe re soza vegera digel albumeke nu ê dabûbû. Mixabin, him albûm him jî ew klîba kurdî ya ku qalê kiribû piştî wefaatkirina wî derketin. Di jiyana xwe ya xerîbiyê de civata kurd bû rêhevalê wî. Herçiqas dewleta romî û çapemeniya wê ya faşîst wî qewitandibin jî, li xerîbiyê gelê kurd xwest li Ahmet Kaya xwedî derkeve. Kurdên Ewropayê wî bi himbêzên vekirî, bi germahiya welêt pêşwazî kirin. Êdî gelê kurd di çarçoveya mîhrîcanên xwe de rastî Ahmet Kaya dihatin û bi dilgermî guhdarî wî dikirin. Ahmet Kaya ji nişka ve bû sinbila trajediya gelê kurd. Hevpeyvîna wî ya herî dawî li ser ekranê MEDYA TV hat weşandin. Ahmet Kaya êdî wergeriyabû ew demokratê westiyayî ku di strana xwe ya 'Yorgun Demokrat' de qalê kiribû. Hê salek derbas nebû, di sala 2000an de Ahmet Kaya ji ber krîza dilê çavên xwe ji jiyanê re girt. Laşê wî li Goristana Père-Lachaise li nêzî gora Yilmaz Guney hat defn kirin. Berhem Girêdanên derve Malpera fermî Kaya − Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Paris. Hunermendên kurd Jidayikbûn 1957 Mirin 2000 Kurdên Bakurê Kurdistanê
3694
https://ku.wikipedia.org/wiki/AIDS
AIDS
Nîşana Nemana Bergiriya Destketî (bi înglîzî: Acquired Immune Deficiency Syndrome (AIDS)) nexweşiyek ji ber tûşbûna bi Vîrûsa Nemana Bergiriya Mirovan e (bi îngilîzî: Human Immunodeficiency Virus (HIV)). Ango AIDS navê nexweşiyê ye, HIV navê hokara nexweşiyê ye. Pêkhateya HIVê Nexweşiya AIDS (bixwîne: eyds) di navbera mirovan de cara pêşîn, li sala 1981ê hat dîtin. Çavkaniya nexweşiyê rojhilatê Efrîqayê ye. Mirovahî ji zû da ji hokara vê nexweşiyê hayadar bû, lê ev nexweşî hetanê salên 1980ê tûşî mirovan nedibû, tenê hin meymûn bi nexweşiya AIDSê diketin. Lê paşê, ji ber rûdana bazdanê (mutasyon), zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HIVê guherî û coreyekê nû yê vîrûsa HIVê peyda bû. Ev vîrûsa nû êdî dikarîbû tûşê xaneyên mirovan jî bibe. Vîrûsa HIVê, virûseka ARNyî yê, ango zanyariyên bomaweyî yên vîrûsê li ser zincîra asîda rîbonukleyî (ARN) ye. Asîda rîbonukleyî (bi îngilîzî: RNA (Ribonucleic acid) ji zincîreka nukleotîdan pêk tê, ev zincîra ARNyê bi hêsanî rastê bazdanê tê û diguhere, loma heta niha li dij virûsa HIVê kutan (vaksîn) an jî dermanek bi bandor bi dest neketiye. HIV hokara nexweşiyek bêderman e. Rêbaza tûşbûnê bi xaneyên lîmfê ve Vîrûsa HIVê êrîşê xaneyên lîmfê dike, loma koendama bergiriya mirovê bi HIVê tûşbûyî qels dibe, laşê mirov li hember hokarên nexweşiyê bê parastin dimînê. Li ser rûyê parzûna xaneyên T alîkar û xaneyên hellûşenera gewre de wergirên taybet ên bi navê CD4 û CCR5 heye. Vîrûsa HIVê xwe bi van wergiran ve girê dide bi vî awayê tûşê xaneyên lîmfê dibe. Xaneyên tûşê hokarên nexweşiyê bûne, wekî xaneyên mêvandar tê bi navkirin. Vîrûsa HIVê di nav xaneya mêvandar de ARNya xwe wekî bingeh(qalib) bi kar tîne û bi navbeynkariya xaneya mêvandar, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) dide berhmkirin. ADNya vîrûsî ya nû çêbûyî zanyariyên bomaweyî yê vîrûsa HÎVê lixwe digire. Paşê ev ADN ya HIVê tevlê ADNya xaneya mêvandar dibe. Bi vê awayê xaneya mêvandar hemû derfetên xwe ji bo çêkirina vîrûsên nû bi kar tîne, hejmara vîrûsan di nav xaneyê de zêdetir dibe. Vîrûsên nû ji xaneya mêvandar derdikevin û tûşê hin xaneyên din dibin, bi vî awayê hokara nexweşiyê belavî hemû beşên laş dibe. 1-2 hefte piştê tûşbûna bi vîrûsa HIVê, hê jî di nav laşê mirov de nîşaneyên nexweşiya AIDSê peyda nabe. Lê mirov hin caran dibe ko ji ber hebûna HIVê, wekî bi nexweşiya arsimê ketiye hest bike. Qonaxên nexweşiyê Piştê tûşbûna bi HÎVê, di laşê mirov de sê qonaxên taybet rû dide, di qonaxa sêyem de nîşaneyên nexweşiya AIDSê xuya dibe. Dirêjiya Ev hersê qonax 10 heta 12 sal ê, ango mirov ji bo demek dirêj pê ji nexweşiyê nahese. Qonaxa yekem Ev qonax wekê qonaxa hilgirtinê bi nav dibe. Di vê qonaxê de hema tu nîşaneyî nexweşiyê peyda nabe. Lê hejmara vîrûsa HIVê di nav xaneyan de zêde dibe. Loma, koendama bergiriyê çalak dibe, xaneyên plazma dijeten berhem dike û der dide. Dijeten hêjmara vîrûsên nav xwîn û şileya laş de kêm dike. Mirovê tûşbûyî di qonaxa yekem de xwe ne wekî yekî nexweş, lê wekî kesek sax hest dike. Lê ji ber ko di laşê mirovê tûşbûyî de vîrûs heye, eger heye ko vîrûs ji wî tûşe hin kesên din jî bibe . Qonaxa yekêm hin caran ji 10 salan zêdetir didome. Di qonaxa yekem de di nav xwîna mirovê tûşbûyî de li dij HIVê dijeten tê berhemkirin, bi taqîkirina xwînê, mirov ji van dijetenan hayadar dibe, zêdebûna dijeten nîşaneya hebûna HIV ye, loma evan kesan wekî kesên HIV+ (HIV pozîtîv) tê bi navkirin. Qonaxa duyem Di qonaxa duyem de nîşaneyên nexweşiyê xuya dibin. Xaneyên B ji bo têkbirina vîrûsa HIVê hê pirtir dijeten berhem dike, lê ji ber çalakiya HÎVê, hê pirtir ji xaneyên B tûşî vîrûsê dibin. Ji ber zêdebûna HIVê hejmara lîmfexaneyan, bi taybetî hêjmara xaneyên T, kêm dibe, dawiya dawî koendama bergiriya mirov têk diçe. Loma di laşê mirov de lîmfegirê diwerimin, ta tê mirov, hêjarbûn (zeîfbûn) rû dide. Herwisa dibe ko zikçûn çê be û bo demek dirêj bidome. Hin caran hişê mirov jî ji ber nexweşiyê têk diçe. Qonaxa sêyem Têkbirina xaneyên T alîkar ji aliyê HIVê ve didome, loma hejmara xaneyên T alîkar gellek kêm dibe, êdî xaneyên T alîkar nikare xaneyên B û xaneyên T jehravî han bike ji bo têkşikestina hokarên nexweşiyê. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dijetenan. Li dij hokarên nexweşiyê bergirya laş lawaz dibe. Di nav xwîna mirovê tendûrist de ji bo mîlîlîtreyek xwînê 600-700 heb xaneya T alîkar heye. Di qonaxa sêyem de di laşê mirovê tûşbûyî de ji bo mîlîlîtreyek xwînê, hêjmara xaneyên T alîkar ji 200î kêmtir dibe. Di rewşek wisa da êdî ew kes wekî nexweşê AIDSê, ango nexweşê nîşana kêmasiya bergiriya destketî tê bi navkirin. Mirov raste rast ji ber AIDS namire, vîrûsa HIVê koendama bergiriya mirov lawaz dike û têk dişkîne. Gava bergiriya mirov lawaz be, îcar hokarên nexweşiyê bi hêsanî di laşê mirov de zêde dibin û mirov nexweş dikin. Wekî mînak ji ber kêmbûna bergiriya laş, dibe ko mirov ji ber şêrpenceyê an jî ji ber nexweşiya siyê (tuberkuloz) nexweş bikeve. Di laşê mirov de hin hokarên nexweşiyê hene bi navê hokarên helperest (oportunîst), di demên asayî de, ji ber hebûn û berevaniya koendama bergiriya mirov, hokarên helperest nikarin mirov nexweş bikin, lê gava bergiriya laş ji ber hebûna vîrûsa HIVê lawaz dibe, fersend dikeve destê wana ko di nav laş de zêde bibin û mirov bi nexweşiyê bixin. Riyên veguhêztina HIVê Kesên bi nexweşiya AIDSê ketine, an jî tûşî vîrûsa HIVê bûne lê hê bi nexweşiya AIDSê neketine, dibin sedema belavbûna nexweşiya AIDSê. Di nav xwîn û şileya laşê van kesan de vîrûsa HIVê heye, heke xwîna van kesan an jî şileya laşê van kesan bi xwîna kesek sax ve têkil bibe, vîrûsa HIVê jî ji kesê nexweş diguhêze kesê sax. Plazmaya xwînê û şileya koendama zawzê ya mê û nêrên bi HIV+, gellek virûsên HIVê lixwe digire. Berevajiyê piraniya corên vîrûsan, HIV li derveyî laş an jî li derveyî şileya laş de lawaz e û zû hildiweşe. Heke vîrûsa HIVê bi qasî 20 xulek bi oksîjen û atmosferê ve rû bi rû bimîne, pêkhateya vîrûsê xira dibe û metirsiya tûşbûna laşê mirov bi HIVê kêmtir dibe. Ango HIV tenê di nav şileya laş de tê guhêztin bo kesek din. Bi kesên tûşbûyî ve peywendiya seksî (zayendî), riya herî bingehîn e ji bo veguhêztina vîrûsa HIVê. Bi awayek hewbeş bikaranîna derziyek, ji bo derzîdana madeyên hişber an jî ji bo tiştek din jî rê li ber veguhêztina HIVê ve dike. Heke dayik tûşî HIVê be, dema ducaniyê, bi riya xwînê, piştê zayînê bi riya şîrê dayikê vîrûsa HIVê ji dayik diguhêze derguşê. HIV nayê veguhêztin bi riya destavê, pêvêdana mêşan, bi riya henasedanê an jî xwarin û vexwarinê. Herwisa maçkirina dest, rû û lêvê kesê bi nexweşiya AIDSê jî nabe sedema guhêztina nexweşiyê. Çavkanî Tendurustî Biyolojî
3697
https://ku.wikipedia.org/wiki/Burhan%20Karadeniz
Burhan Karadeniz
Burhan Karadeniz (jdb. 1973 li Amed - m. 2003 li Bochum, Almanya) rojnamevanê kurd bû. Xortekî ji qirna 90î bû. Xorteke çalak, zana û serwext bû. Dema rojnamevaniya xwe de li Amedê bi dest çekdarên dewletê yên veşartî ve hate birindarkirin û ji ber vê êrişê heta dawiya emrê xwe jiyana xwe li ser kursiyê gerê derbas kir. Burhan piştî birindariya xwe derket derveyê welêt û li nexweşxaneyên Almanyayê li çareseriya felca xwe geriya. Mixabin hate zanîn ku Burhan dê êdi nikaribe piyên xwe bikar bine. Burhan bi jiyana xwe ya li ser kursiya gerê dest ji bawerî û xebata xwe berneda û xebata xwe berdewam kir. Destpêkê de li rojnameya kurdan ya li Almanya çap dibû xebat kir. Piştre bi destpêkirina weşana TVya kurdan MED TV, li wir karê rojnamegeriya xwe domand. Televîzyonên kurdan hatin girtin û vekirin, nav guhartin lê Burhan her dem xebata xwe berdewam kir. Burhan li nav hemî tebeqeyen kurd de dihate naskirin û hezkirin. Ji karkeran, ji xwendevanan, ji şoreşgeran û ji rewşenbîran hevalên wî hebûn. Wî li mala xwe tenê bi serê xwe mirin pêşwazî kir. Cenazê wî li Bochum bajarê Almanyayê piştî merasîmekê hate şandin bo Kurdistanê. Bedena wî li Amedê hate binaxkirin. Çavkanî Rojnamevanên kurd Mêr Jidayikbûn 1973 Mirin 2003
3712
https://ku.wikipedia.org/wiki/Miraz%20Ron%C3%AE
Miraz Ronî
Miraz Ronî, bi navê xwe yê fermî Mulazim Özcan e. Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, endamê PEN'a Kurd a Navneteweyî, nivîskar, helbestvan û wergêr e. Kurtejiyan Miraz Ronî di sala 1966'an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîst hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê ji dûr ve (bi sîstema açikogretîmê) beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992'yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye. Di avakirin û kargeriya rêxistina HEP'ê (Halkin Emek Partîsî) de li Norşêna Betlîsê cih girtiye. Her wiha di damezrandina DEHAP'ê (Demokratîk Halk Partîsî) de wekî damezrîner cih girtiye û demekê serokatiya rêxistina DEHAP'ê ya bajarê Mersînê kiriye. Di damezrandina NÇM'yê ya şaxa Mersînê de bi awayekî cih girtiye û li wir demekê dersa zimanê kurdî daye zarokan. Di sala 1998'an de di desteya kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. Di vê maweyê de tevlî hemû kar û barên rojane yên enstîtuyê, bi awayekî aktîf tevlî xebata dersa kurdî, xebatên li ser ziman, karên redaksiyonê, karên weşanê, werger û her wiha wekî panelîst beşdarî gelek semîner, panel, konferans û sempozyuman bûye û li ser çand û edebiyata kurdî gelek axaftinan kiriye. Karên xwe yên Desteya Kargeriyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê heta sala 2003'yan domandiye. Hêj wekî endamekî Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê xebatên xwe didomîne. Miraz Ronî, di sala 2000'î de tevlî qursa zimanê kurdî ya li Zanîngeha Uppsala ya Swedê bûye û sertîfîkaya mamostetiya kurdî girtiye. Di salên xwe yên li Enstîtuyê de çend caran wekî wergêrekî fermî li DGM'yê (Devlet Guvenlîk Mahkemesî) wergera kurdî-tirkî kiriye. Di salên 2014-2015'an de Li Zanîngeha Yûzûncî Yilê ya Wanê li ser ziman û çanda Kurdî master xwendîye. Berhem Di Siya Dara Xaçê de Serhildan; helbest, Weşanên Pêrî, Stenbol 1999. Pratik Kürtçe Konuşma Klavuzu; Mulazim Özcan, Gün Yayınları, Stenbol 2002. Tesewira Xaniyê Fîlozof; H. Mem, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2004. Keça Ardil; Cafer Şahîn, Wergêr Miraz Ronî, Weşanên M, Stenbol 2004. Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî Li Bakur(1900-2000) Li ser çand û edebîyats Kurdî hin gotarên lêkolînî Girêdanên derve Hevpeyvîna bi Miraz Ronî re - Bernameya Deriyê Din li ser Youtubê Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd Wergêrên kurd
3719
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEty%C3%BBm
Lîtyûm
Lîtyûm () metalê alkalî ye. Hên jî lîtyûm elementek e. Nav Navê lîtyûm ji zimanê yewnanî λιθος, lithos yê ku bi kurdî tê wateya kevir. Element Zû dişewte Tirş
3720
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qelye
Qelye
Qelye (‎) elementek e û di koma metalên alkalî da ye. Element Zû dişewte Tirş
3721
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rub%C3%AEdy%C3%BBm
Rubîdyûm
Rubîdyûm () metalek û elementek e. Element
3722
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sezy%C3%BBm
Sezyûm
Sezyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3723
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fransiy%C3%BBm
Fransiyûm
Fransîyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3724
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ber%C3%AEly%C3%BBm
Berîlyûm
Berîlyûm () metalek û elementek e. Nav Berîlyûm ji zimanê yewnanî tê: βήρυλλος, anku béryllos. Çavkanî Element Jehrî
3725
https://ku.wikipedia.org/wiki/Magnezy%C3%BBm
Magnezyûm
Magnezyûm (, ji ) metalek û elementek e. Magnezyûm dix xwarinê de Magnezyûm di gelek xwarinan de heye, bi taybetî di nav: Ava mîneral Masî Dendikê kundiran Gûz Fekiyan Kartolan de. Çavkanî Girêdan Element
3726
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kalsiy%C3%BBm
Kalsiyûm
Kalsiyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3727
https://ku.wikipedia.org/wiki/Stronsiy%C3%BBm
Stronsiyûm
Stronsuyûm (, ji navê ) metalek û elementek e. Element
3728
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bary%C3%BBm
Baryûm
Baryûm (, ji ) metalek û elementek e. Hên seke Kîmya Element Jehrnasî
3729
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rady%C3%BBm
Radyûm
Radyûm () metalek û elementek e. <center> {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" style="background-color:#ffffff;" | |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" |<center> T |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | Çalakiya atomî |} Element Jehrî
3730
https://ku.wikipedia.org/wiki/Skandiy%C3%BBm
Skandiyûm
Skandiyûm (, ji navê ) metalek û elementek e. Element
3731
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Etriy%C3%BBm
Îtriyûm
Îtriyûm (, ji navê , Swêd) metalek û elementek e. Element
3732
https://ku.wikipedia.org/wiki/Lutesy%C3%BBm
Lutesyûm
Lutesyûm (, ji navê , berê an ) metalek û elementek e. Element
3733
https://ku.wikipedia.org/wiki/T%C3%AEtany%C3%BBm
Tîtanyûm
Tîtan (, ji navê Tîtanî, ) metalek û yek ji elementan e. Element
3734
https://ku.wikipedia.org/wiki/Lawrensiy%C3%BBm
Lawrensiyûm
Lawrensiyûm (, ji navê Ernest Lawrence) metalek û elementek e. <center> {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | Çalakiya atomî |} Element
3737
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C4%B0brahim%20Bilgin
İbrahim Bilgin
İbrahim Bilgin, çalakdarê siyasî yê tirk bû ku di nav bi kurdan re têkoşîna azadiya Kurdistanê dimeşand. İbrahim Bilgin, di sala 1983an de li Çiyayên Qendîl li gel Mehmet Karasungur ji aliyê YNKê ve hat kuştin. Bîlgîn, Îbrahîm Bîlgîn, Îbrahîm Mirin 1983
3741
https://ku.wikipedia.org/wiki/Z%C3%AErkony%C3%BBm
Zîrkonyûm
Zîrkonyûm () metalek û elementek e. Element
3742
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hafniy%C3%BBm
Hafniyûm
Hafniyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3743
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ruterfordiy%C3%BBm
Ruterfordiyûm
Ruterfordiyûm (, navê ji ) metalek û elementek e. <center> {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" style="background-color:#ffffff;" | |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | Çalakiya atomî |} Element
3744
https://ku.wikipedia.org/wiki/Vanady%C3%BBm
Vanadyûm
Vanadyûm (, ji ()) metalek û elementek e. Element
3745
https://ku.wikipedia.org/wiki/Niyoby%C3%BBm
Niyobyûm
Niyobyûm (, ji an , ji ) metalek û elementek e. Element
3746
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tantal
Tantal
Tantal (, ji navê , ) metalek û elementek e. Element
3747
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dubniy%C3%BBm
Dubniyûm
Dubniyûm (; , ji ) metalek û elementek e. Çavkanî Element
3748
https://ku.wikipedia.org/wiki/Krom
Krom
Krom (, ji ) metalek û elementek e. Element
3749
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mol%C3%AEbden
Molîbden
Molîbdên (, ji ) metal û elementek e. Element
3750
https://ku.wikipedia.org/wiki/Wolfram
Wolfram
Wolfram (/ˈwʊlfrəm/) an Tungsten (/tʌŋstən/) jî ye te zanîn elementeke kîmyewî bi sembola kîmyewî W û nimra atomîk 74. Dîrok Di 1871, asideke nu peydekir, tungstik asid. Etîmolojî Tungsten di yanî "kevire gîran" te, le belê ew ji di bejin wolfram. Wolfram jî di gelek zimane awrupa da te gotin. Teybetîya Fîzîkî Wolframe xam î hişk di renge gewra-pola û zu te şîkestin. Di nav elementade germa helandine ya heri zeda a wolframe ya. Wolfram di elektronike de X-ray, ampul û gelek vedore elektronîkte te amelkirin. Element
3751
https://ku.wikipedia.org/wiki/Seaborgiy%C3%BBm
Seaborgiyûm
Seaborgiyûm (, ji navê ) metalek û elementek e. <center> {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" style="background-color:#ffffff;" | |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | Çalakiya atomî |} Element
3753
https://ku.wikipedia.org/wiki/Teknesy%C3%BBm
Teknesyûm
Teknesyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3754
https://ku.wikipedia.org/wiki/Reny%C3%BBm
Renyûm
Renyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3755
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bohriy%C3%BBm
Bohriyûm
Bohrîyûm () metalek û elementek e. Navê bohriyûm ji fîzîknasê danîmarkî Niels Bohr tê. Hên seke Kîmya Element
3756
https://ku.wikipedia.org/wiki/R%C3%BBteny%C3%BBm
Rûtenyûm
Rûtenyûm () metalek û elementek e. Element Ruthenium elementek kîmyewî ye ku bi sembola Ru û jimara atomî 44 e. Ew li herêma metalên veguhastinê ya pergala periodoidê pêk tê û girêdayî koma 8-ê ya serdema 5-ê ye. Ew metalek zîv, hişk û hişk e. Ruthenium di 1844-an de ji hêla kîmologê Alman Karl Ernst Claus di Platinum Siberian de hate vedîtin. Ruthenium pir kêm e û di piçûkên piçûk de tête bikar anîn. Di pîşesaziya elektro de û wekî katalîzator tête bikar anîn. -This reading edit from:Zafer-
3757
https://ku.wikipedia.org/wiki/Osmiy%C3%BBm
Osmiyûm
Osmiyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element