id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
4271
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ds
Ds
Ds kurtenavê Darmstadtiyûm (element) Devrimci Sol e.
4293
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pt
Pt
Pt kurtenavê Platîn e. Kurtenav
4296
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tc
Tc
Tc kurtenavê Komara Tirkiyê (TC, Türkiye Cumhuriyeti) Elementa Teknesyûm e.
4299
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tl
Tl
Tl kurtenavê Talyûm (element) Türk Lirasi (pere) ye.
4300
https://ku.wikipedia.org/wiki/CD
CD
Cd kurtenavê Compact disc (CD) Kadmiyûm (element) e.
4301
https://ku.wikipedia.org/wiki/Po
Po
.po navê formateke ji bo dosyayên zimên e Po navê çemekê di bakûra Îtalyayê ye. Po kurtenavê Polonyûm e.
4302
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hs
Hs
Hs kurtenavê Hassiyûm ye. Ev pir ji Kîmya ra mihume. Hên seke Kîmya Kurtenav Rûpelên cudakirinê
4304
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ba
Ba
Binihêre: Baryûm Ba (hewa) Ba (albûm)
4305
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sportske%20novosti
Sportske novosti
Sportske novosti () rojnameyeke werzîşê ya rojane ya kroatî ye ku li Zagrebê ye. Çavkanî Rojname
4306
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ga
Ga
Ga, kurtenavê Galyum Ga, ajalek e. Ga, komstêrek e.
4308
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pd
Pd
Pd kurtenavê Palladyûm e. Kurtenav Rûpelên cudakirinê
4309
https://ku.wikipedia.org/wiki/Os
Os
Os kurtenavê Osmiyûm (element) Operating System (sîstema şixulandinê, OS) e.
4310
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sg
Sg
Sg kurtenavê Seaborgiyûm e. Kurtenav
4311
https://ku.wikipedia.org/wiki/H
H
H herfa 10. a alfabeya kurdî ye. Binihêre: H (tîp). Wekî din H kurtenavê Hîdrojenê ye. Saetê ye.
4316
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ubuntu
Ubuntu
Ubuntu reşaneyeke (dîstrîbusyoneke) Linuxê ye. Ubuntu bi sponsoriya şîrketa Canonical Ltd (Xwediyê wê Mark Shuttleworth e) ve tê birêxistin. Portala wergerandinê Rosetta jî girêdayî wê ye. Ubuntu bi GNOME dimeşe, lê guhertoyên Ubuntu ji bo KDE (Kubuntu) û XFCE (Xubuntu) jî hene. Ubuntu bi zimanê zûlû yê Afrîkaya Başûr tê wateya “ez, ji ber ku tu tu yî, ez im”. Sazkirina Ubuntuyê gelekî hêsan e. Ubuntu Debianê ji xwe re wekî bingeh distîne û xebatên wê ji aliyê Canonical Ltd. ve tên meşandin. Ubuntu, ji her 6 mehan carekê guhertoyeke nû derdixe û 18 mehan piştgiriyê dide guhertoyan. Ubuntu, bi sazbûna xwe ya hêsan, ji SuSe Linux, Mandrake Linux û Fedora Coreyê çêtir tê hesibandin. (Sazkirina wê tenê tikandina “enter”ê ye.) Piştî sazkirinê heke ji malpera http://www.ubuntuguide.org'ê bête şopandin; hemû bernameyên ku bi bingeha Javayê dixebitin, taybetiyên Mozilla Firefoxê yên wekî temaşekirina videoyên bi codec'ên Windows Media Player, bernameyên p2p yên wekî limewire û emule dê peyda bibin. Guhertoya Ubuntuyê ya 6.06 (Dapper) bi Gnome 2.14 û OpenOfficeyê 2.0.2 tê. Taybetiyeke din a Ubuntuyê ew e ku Ubuntu ji bo kamerayên digital automount bi kar tîne û piraniya kamerayên digital dema ku bi komputerê ve bên girêdan, li ser masê dîska xwe didin nîşandan û ji bo xebatê amade ne. Ji ber ku Ubuntu, hemû taybetiyên Microsoft Windowsê (yên baş) li dû sazkirineke ku 20-30 deqîqe dem digire, tîne ber destan, di demeke kin de kete nava Linux'ên herî navdar. Ji ber ku Ubuntu wekî pergala pakêtan APT’eya (Advanced Package Tool) Debianê bi kar tîne, piştî firehkirina repertuarê ji bo bikaranîna nêzî 150 hezar bernameyan destûrê dide. Ji malpera Ubuntuyê ya fermî CD'yên sazkirinê (install) û CD'yên zindî (live) bê pere û bê sînor tên belavkirin û heta ber deriyê mirov ji mirov re tên şandin. Kurdîkirina Ubuntuyê Ubuntu Linux/GNU ji aliyê Koma Pc Kurdê ve tê wergerandin. Ji bo kurdan girîngiya Ubuntu Ji bo kurdan heta niha ji %100 Pergaleke Xebatê bi kurdî nîn e. Cara yekem Ubuntu 6.06 zimanê kurdî li xiste nav lîsteya xwe. Ji ber ku tê zanîn piraniya kurdan Windowsê bi kar tînin û taybetiyên baş ên Windowsê li ser Ubuntu jî hene, ev taybetî ji bo kurdan gelekî girîng e. Saziyên kurdan ên ku kar û barê weşana kurdî dikin bi Ubuntuyê hêsaniya karê xwe gelekî pêşde dixin. Ji ber ku bi riya Ubuntu OpenOffice.Org jî tê. Bernameyên nivîsê, yên hesab, yên xêzkirinê û gelek ên din li ser Ubuntu hem bi kurdî ne, hem jî kontrola rastnivîsa kurdî dike. Guherto Ubuntu ji her 6 mehan carekê guhertoyekê derdixe. Hejmara guhertoyê li gor sal û meha weşanê ye. Mînak Ubuntu 4.10 di sala 2004 meha 10an de hatiye pêşkêşkirin. Screenshots Binguherto Hinek binguhertoyên Ubuntu hene ku vê felsefeyê diparêzin lê li gor daxwazên bikarhêneran hatine amadekikirin. Hin ji van ninguhertoyan, Kubuntu, li şûna GNOME sermaseya KDE bi kar tîne Edubuntu, bi armanca perwerdeyê Xubuntu, guhertaya "sivik" a sermaseya Xfce Her wisa hinek binguhertoyên ne fermî yên ubuntu jî hene... nUbuntu, bi amûrên ewlekariyê hatiye pêçan Ubuntu Lite , ji bo komputerên lawaz hatiye amadekirin zUbuntu, ji bo makîneyên IBM zSeries hatiye amadekirin Ebuntu, Enlightenment 0.17 rêveberê paceyê bi kar tîne Google Tê gotin ku fîrmaya google bi navê Goobuntu amade kiriye. Li gor daxuyaniyên google ev binguherto ji bo armanceke wan a ku vê binguhertoyê derxin ji dervê şîrketê nîn e. Çavkanî Girêdanên derve ubuntu-ku.org Ubuntu Linux bi kurdî wiki.ubuntu-ku.org Wikiya Ubuntu Linux a bi kurdî Malpera Ubuntu (en) Rosetta Kurdish Ubuntu on the news Rêberê Ubuntu-ku Dîstrîbusyon Nivîsbariya kurdî
4350
https://ku.wikipedia.org/wiki/W
W
Herf: W (herf) Kovara W (kovar) Sembola tûngsten (element) Kurtenavê Watt
4358
https://ku.wikipedia.org/wiki/C
C
Pir manên C ya c hene. Herfê C, seke C (herf). Kurtenave Karbonê, seke Karbon. Zimanê bernamekirinê C
4359
https://ku.wikipedia.org/wiki/N
N
Pir manên N (ya n) hene. Herfe N, seke N (tîp). Di matematîkê da kurtenavê hejmarên xwezayî ye. N di fîzîk da kurtenavê Newtonê ye. N di kîmya da kurtenavê nîtrojenê ye. N di cografiya da kurtenavê bakurê ye. Kurtenav
4369
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hereketa%20%C3%8Eslamiya%20Kurdistan%C3%AA
Hereketa Îslamiya Kurdistanê
Hereketa Îslamî ya Kurdistanê partiyake siyasî ye, ku di sala 1993an de hat damezrandin. Serokê HÎK'ê Seyda Mele Abdullah bû. Pîştî wî Mele Şafîî di meha Gulanê 1995 de ji bo Serokatiya Civaka Îslamiya Kurdistan hat helbijartin. Girêdanên derve Malpera HÎK baweri Îslam Rêxistinên kurdan Rêxistinên îslamî yên kurd
4370
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tahoma
Tahoma
Tahoma navê fontekê ye. Ev font di monîtoran de baş tê xwendin. Ji bo soranî Tahoma girîng e, ji ber ku herfên taybet ên alfabeya kurdî baş nîşan dide. Ji ber vê Tahoma wekî Unikurd Web di malperên soranî gelek tê bi kar anîn. Ji aliyê kurditgroup.org versiyoneke Tahoma ya taybet ji bo kurdî heye. Girêdanên derve Daxistina Tahoma Font Kurdish Font
4376
https://ku.wikipedia.org/wiki/Alfabe
Alfabe
Alfabe koma sembolên standard (tîp) yên di zimanekî de ji bo nivîsandinê tên bikaranîn e. Peyva alfabe ji zimanê grekên berê tê. Alfabe ji navên herdu tîpên grekî yên pêşin, Alfa û Beta, çêbûye. Paşê jî ereban alfabeya xwe çêkirin û navên wan tîpên siftê Elif û Be bûn. Wê lewma şûna Alfabe, berê digotin Elifba. Di alfabeyê da, pir hindik, her dengek bi sembolekê tê nivîsandin. Di dîrokê re û heta niha hin systemên din, mina logografî û sîlabarî jî ji bo nivîsandinê hatin bi kar anîn. Alfabe ji wan sisteman yek e. Gorî bi kar anînê dengdêrên zimên alfabe di sê koman da topdibin. Alfabeya rastî: Dengdêr mina dengdaran tên nîvisandin, (mn. kurdî). Abûgîda: Dengdêr ji guhartinên dengdaran çêdibin, (mn. hindî). Ebced: Dengdêr bi tenî xwe tunene, (mn. erebî). Li cîhanê gelek cureyên alfabeyên mîna alfabeya latînî, alfabeya erebî, alfabeya kîrîl (sîrîlîk), û hwd hene. Ji bo alfabeyên ku kurd bi kar tînin binihêre: alfabeyên kurdî Nivîs Alfabe
4377
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tsunam%C3%AE
Tsunamî
Tsunamî peyveke japonî ye, ya ku tê wateya pêla benderê (lîmanê). Ji 15ê hezîrana 1896an û bi vir de ye ku ev peyv ketiye nav zimanên cîhanê. Wê demê li Japonê tsunamiya mezin ya Meiji pêk hat û 21.000 kes mirin. Piştî vê karesatê, japonan hawar-hawara alîkariyê kirin. Bi vê hawarê re ev peyv li cîhanê belav bû û ket nav zimanên cîhanê. Tsunamî li Asyayê (26.12.2004) Piştî karesata tsunamiyê ya li Asyayê, peyva “tsunamî”yê bû peyva ku herî pirtir li cîhanê hat axaftin. Di vê karesata dawiyê de li derdora 157 300 (11.01.2005) mirovan jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de mirovên ji gelek neteweyên têvel hebûn. Ji wan neteweyan yek jî swêdî bûn. Ji 20 hezarî pirtir swêdî wek turîst li wê herêmê bûn. Termên hin swêdiyan hatin dîtin. Lê li derdora 2000an hîn jî wenda ne. Piştî ku vê duşemiyê xwendegeh vebûn, di hemû xwendegehan de ji bo karesata tsunamiyê û swêdiyên ku wenda ne, merasim hatin li darxistin. Di dersên kurdî yên vê hefteyê de mamoste û şagirdên dersa kurdî jî behsa vê karesatê kirin. Em pê nehesiyane ku di nav yên mirî yan jî wendayî de kurd jî hene. Lê gelek hevalên zarokên kurd yên ku diçin heman xwendegehan yan wenda yan jî mirine. Tsunamî çawa diqewime? Tsunamî, di bin okyanûs yan jî behran de; di encama erdhej yan jî teqandina volkanan de erd dihedime yan jî dişemite. Bi van tevgerên erdê re enerjiyeke mezin peyda dibe. Ev enerjî di behrê de pêlên mezin yên peryodîk ava dike. Ji van pêlan re tsunamî tê gotin. Ferqa pêlên ku piştî tsunamî pêk tên ji yên din ev e: dema ku pêlên tsunamî tev digerin, molakulên avê bi xwe re kaş dikin. Ev kaşkirin tevgereke zêdetir dide pêlan. Bandora van pêlan di ava kûr de diyar nabe. Dema ku digîjin ava bibinî; di peravên tîk û kendavên teng de bi qasî 30 metroyî bilind dibin. Tsunamiya vê dawiyê di çend saetan de gihaşt ku û çend kes mirin? Piştî 15 deqeyan Îndonezya, 105.300 mirî Piştî 30 deqeyan Giravên Andamanan, 15.800 mirî Piştî 90 deqeyan Burma, 60 mirî Piştî 90 deqeyan Taylenda, 5.300 mirî Piştî 2 saetan de Malezya, 70 mirî Piştî 3 saetan Srî Lanka, 30.700 mirî Piştî 3 saetan Hindistan, 8.800 mirî Piştî 3,5 saetan Giravên Maledîvan, 80 mirî Piştî 4 saetan Bengladeş, 2 mirî Piştî 7 saetan Somaliya, 300 mirî Piştî 7 saetan Tanzanya, 10 mirî Piştî 7 saetan Kenya, mirîyek Ku sîstemeke hişyariyê hebûna, evqas kes dê nemirana. Lewma niha ji aliyê Yekitiya Neteweyan (YN) hewldana avakirina sîstemeke hişyariyê dest pê kirîye. Tê ragihandin ku ev sîstem dê di sala 2007ê de têkeve faliyetê. Mirov çawa dikare xwe ji tsunamiyê biparêze? 1. Dema ku mirov bixwaze li qeraxa behrê ji bo cîwarbûnê cihekî bikire, divê mirov ligel erdhej, ba û lehiyê; fikra tsunamiyê jî bike. Ev yeka ha di pirsa parastinê de xala herî girîng e. 2. Di erdhejeke biçûk de jî dikare tsunamî pêk bê. Tavilê ber bi cihên bilind baz din. 3. Ku li nêzî behrê kendalên bilind hebin, herin ser wan. 4. Piştî ku pêla tsunamiyê ya peşî derbas bû, nefikirin ku talûke derbas bûye. Carna pêla duyem dikare ji ya yekem mezintir be. 5. Ji radyoyê li nûçeyên tsunamiyê guhdar bikin. 6. Tsunamî, li gor mezinbûn û awayê pêkhatina erdhejê, di nav 10-15 deqan de xwe li qeraxa deryayê dide xuyakirin. Ango ava behrê yan bilind dibe yan jî kêm dibe (vedikişe). Ev pêla pêşî ya lawaz xebera 2-3 pêlên din yên bi hêz ku li rê ne dide. Di rewşeka weha da divê mirov tavilê ji qeraxa bahrê bi dûr bikeve. Kesên ku di nav behrê de seyehetê dikin jî divê ber bi ava kûr biçin ku xwe ji qeraxa behrê bi dûr bixin û xwe û wesayîta xwe ji tsunamiyê biparêzin. Kesên ku li qeraxa behrê ne, divê ji behrê bi dûr bikevin û herin cihên bilind. Çavkanî Tema Modersmål û cûre cûre rojname û nûçeyên ajansan Ji: Dibistana Kurdî Karesatên xwezayî
4379
https://ku.wikipedia.org/wiki/Francis%20Bacon
Francis Bacon
Francis Bacon (tê xwendin: Fransis Beykin) (22ê kanûna paşîn, 1561 - 9ê nîsanê, 1626) fîlozof, mirovê dewletê û nivîskarê înglîz bû. Bacon ceribandin û mantik diparast. Girêdanên derve Îngilîz Fîlozofên îngilîz Jidayikbûn 1561 Mirin 1626 Romannivîsên îngilîz ên sedsala 16an Nivîskarên îngilîz ên sedsala 16an Romannivîsên îngilîz ên sedsala 17an Nivîskarên îngilîz ên sedsala 17an
4382
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ens%C3%AEkloped%C3%AE
Ensîklopedî
Ensîklopedî, ji zimanê yewnanî enkyklios paideia, ango daîreya perwerdehiyê, yan jî zanistname hewla berhevkirina hemû zanîna ser mijarekê an hemû zanîna cîhanê ye. Dîrok Di dîrokê de gelek zanistname hatin nivîsandin. Zanistnameyên bi nav û deng ji aliyê Arîstotelês, Îbn Sîna, Francis Bacon (Dara Zanîna), Jean Baptiste le Rond d’Alembert û Denîs Dîderot (Encylopédie) hatin weşandin. Îro Zanistname ên Ensîklopedîa Britannica, Encarta, Brockhaus û Wîkîpediya ensîklopediyên girîng in. Zanistnameyên kurdî Wîkîpediya kurdî zanistnameya yekem a bi zimanê kurdî ye, derve vê Ansîklopediya Zarokan jî heye. Li Bêrûtê di sala 2009'an de zanistnameyeke kurdî bi 10 berg û 18 beş hate amadekirin. Serokê Komîsyona Bilind a Amadekirina Ansîklopediya Kurdî Ebdullah Elyawayî bû. Çavkanî Zanîn Pirtûk Berhemên li ser dîrokê
4383
https://ku.wikipedia.org/wiki/Entax
Entax
Entax an Entaq (), gundekî girêdayî navçeya Amedê Lîceyê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin. Li herêma Licê wek bajar ciyê herî kevn û dîrokî yek jê jî Entax e. Di dîrokê de navê wê Atax, Ataq û Hetax derbas dibe. Entax îro gundekî Licê ye. Ew dikeve başûrê rojhilatê Licê û bi qasî 15–20 km yî ji Licê dûr e. Ne awayekî dîrokî û zanyarî lê li gor gotinên bav û kalên liciyan, licî ji Entaxê koçkirine û hatine li ciyê Licêya îroyîn bi cî bûne. Ji ber vê yekê jî tukes nizane kîjan sal û dem ji Entaxê hatine û Licê ya îroyîn avakirine. Lê bi awayekî dîrokî û zanyarî nayê zanîn ku dema Entax sancaxa (qezaya) Farqînê bûye, gelo wê demê rewşa Licê çi bûye. Dibe ku Licê wê demê gund be û bi Entaxê ve girêdayî be. Li ser Licê dokumenta herî kevn a nivîskî ya ku li ser camiya Mezin a Licê ye di sala 1540î hatiye nivîsin, e. Di derheqê Entaxê de du çavkaniyên dîrokî hene: Dîroka Kurdên Merwanî û Şerefname. Li gor dîroka Kurdên Merwanî di navbera salên 985-1086 an de paytextê Dewleta Merwanî Farqîn bûye û Entax jî sancaxa wê bûye. Entax ciyê havîngeh û seyrangeha serokê dewleta Merwniyan bûye. Padîşahên Merwaniyan li Entaxê qesr û qonaxên bedew lêkirine. Di mehên bihar û havînan de çûne li wir kêyf û seyranê, xwarine û vedixwarine, guhdariya saz û stranan kirine. Li govend, reqs û dîlanan temaşe kirine û carnan jî çûne nêçîrê. Mirov dikare bêje ku Entax havîngeh û evîngeha padîşayên Merwaniyan bûye. Nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdên Merwanî Îbnul-Erzak, 990 sal berî îro, li Entaxê behsa serpêhatiyeke padîşah û wezîrên Merwanî dike. Serpêhatî weha ye: ”…Hukimdariya Mumehidîdewle dewam dikir. Şêro jî wezîrê wî bû. Hukimdar ji Şêro gelek bawer dikir. Şêro birêvebiriya hemû karûbarî girtibû destê xwe. Bi navê Înbî Felyus kurekî Şêro hebû. Şêro gelek ji kurê xwe hez dikir û ew kiribû serokê parastinê ya giştî. Lê hukimdarê Merwaniyan Mumehidîdewle ji kurê wî Înbî Fulyas hez nedikir. Ji aliyê din ve hukimdar keleya Hetaxê dabû Şêro. Kela Hetaxê gelek saxlem bû. Axa wê fireh, bi xêr û ber bû. Xwediyê çêrgeheke mezin bû. Edeteke Şêro hebû, di rojên biharê de padîşah dibir wir û herduyan rojên xwe yên biharê li wir derbas dikir. Şêro di wê demê de ziyafet û şahiyên mezin çêdikir. Di bihara 1010 an de, dîsa çûn Hetaxê. Bi roj xwarin, vexwarin, kêfkirin û çûn nêçîrê. Îbnê Felyus ji wan re xwarin û vexwarinên xweş û tehmdar amade kir. Rojên xweş û geş derbas kirin. Şêro ji lawê xwe re emîr dike û dibêje, ku divê çend pêwan (nobedar) bikevin deriyê keleyê bila nehêlin tu mirovên padîşah bikevin hundir. Ew jî dest bi xwarin, vexwarin û şahiyê dikin. Padîşah dixwe, vedixwe û emîr dike û Şêro jî rûne. Lêbelê li pêş padîşah xwar dibe erdê radimîse û dîsa rûnane û her car şûşe tijî dike û pêşkêşî padîşah dike. Padîşah baş mest û serxweş dibe. Pismamên padîşa yek bi yek radibin û Şêro jî wek ku wan bi rê bike, yek bi yek dibe der û her yekê di malekê de hefs dike. Û ew dibêje ku vî karî bi emîrê padîşah kiriye. Heta ku ew kesên meclisê diqedin vê plana xwe weha didomîne. Di dawiyê de ji derî sê stranbêjan tukes li ba padîşa namîne. Yek jê jî bi navê Muşrîk xizmetkarekî padîşahê yê taybetî ye. Şêro dema dibîne ku di rûyê padîşah de şopên serxweşiyê xuya dikin weha dibêje: ”Heger padîşahê min bixwaze raze nivîn amade ne!” Padîşa weha bersiv dide: ”Belê, ez ê razim lê divê ez vê qedexa di destê xwe de jî vala bikim. De were ji bo jiyana min, em bi hev re qedeheke mey vexwin.” Şêro, ” bi ser ser û çavên min” dibêje û bi hev re dest bi vexwarinê dikin. Piştre padîşah radibe û diçe wetaqa xwe û di nav ciyê xwe de dirêj dibe. Xizmetkarê wî yê taybetî jî, lingên wî digire hembêza xwe û miz dide. Wê demê Îbnî Felyus ji Şêro re weha dibêje: ”De haydê tam dema wê ye! Fersend ket destê te.” Şêro jê re weha dibêje: ”Welahî, ji bo vê yekê wijdana min bi min re îtaet nake.” Îbn Felyus bi heyecan û tirs: ”Divê em vî îşî bibin serî an em hemû tên kuştin.” Şêro weha bersiv dide: ”Wele ez nikarim vî karî bikim, dixwazî tu bi xwe bike!” Li ser vê yekê Îbnî Felyus şûrê tazî di dest de û dikeve odeya Padîşah. Dema padîşah ew dibîne bi awayekî sert jê dipirse: ”Di vê saetê de tu ji bo çi hatî vê derê?” Îbnî Felyus dibêje ku ji bo xizmetê hatiye. Padîşa bi awirekî sert: ”Derkeve, here û carekê din jî mewe!” Lê Îbnî Felyus dernakeve. Padîşah bi hêz û heybet ji nav nivînên xwe derdikeve û di hemleyekê de wî davêje erdê û li ser rûdine. Gaziyê Şêro dike ku şûrê wî bîne. Şûrê padîşa tim pê re bûye lê wê demê dibin nivînên wî de maye. Şêro şûrê wî ji bên nivînên wî digire û di nav milên wî de lê dixe. Wê demê padîşah ji Şêro re dibêje: ”Ax Şêro tu bi gotina Îbnî Felyus xapiyayî. Lê bi Xwedê dê tu ji vir û bi şûn ve îflah nebî.” Piştre Şêro bi eskerên ku bawer dike, ji xewê radike û rewşê ji wan re dibêje. Pismam û mirovên padîşah jî davêje zîndanê. Şêro bi kurê xwe Îbnî Felyus ve diçin Farqînê û ew li wir hukimdariya xwe elan dikin.” Gelhenasî Çavkanî Gundên Lîceyê
4387
https://ku.wikipedia.org/wiki/F%C3%AEs%20%28her%C3%AAm%29
Fîs (herêm)
Fîs, dikeve başûrê rojavayê Licê. Ji Celkê heta Fîs, Zerra û Hewrê dom dike. Di navê de deşta Fîsê heye ku gelek biçûk e. Di vê deştê de çandiniya genim tê kirin. Gundê Fîsê, li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 20 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye. Balicnê, li başûrê rojavayê Licê dikeve û 38 km ji Licê dûr e. Gundekî li sînorê Karazê û Hezroyê ye û bejî ye. Gundî pez û dewar xwedî dikin. Bi kurmancî dipeyîvin. Goma Goçxarê li ser Balicnê ye. Di dema tirkkirinê de navê Balicnê kirine Esenler. Zerra, li başûrê rojavayê Licê dikeve û 28 km ji Licê dûr e. Gundê Zerê dikeve rojavayê deşta Fîsê. Gundekî bejî ye. Pez û dewar xwedî dikin. Li devera gund nêzîkî ser riya Licê û Amedê newaleke lat heye û axa wê derê şîn û şil e. Ji zemanê berê ve jinên herêmê heta yên navenda Licê vê heriya şîn wek sabûnê bi kar danîn. Bi wê heriya şîn porê xwe dişûştin. Tê gotin ku ev herî porê mirov nerm dike. Ev heriya Zerayê wek sabûna Helebê bi navûdeng e. Mirov dikare bêje ku heta çend sal berî niha jî wê heriya ha şampûana jin û keçan bû. Zera bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Gökçe lê kiriye. Hûrê, li rojavayê Licê ye, di sînorê Hênê de ye. Gundekî kevn e. Ji dema Hûriyan ve maye û navê xwe ji wir digire. Şopên Hûriyan hîn jî li herêmê hene. Di nawis û şikeftan de mirov rastî gelek wêne û xerabeyên wê demê tê. Gundê Hûrê yê îro gundekî biçûk û bejî ye. Du gomên wê hene. Pez û dewar xwedî dikin. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Gömeç lê kiriye. Gundên Sîsê, Dêrxust, Cinezûr, Pîrik, Huseynîk û Celkê dikevin başûr û başûrê rojavayê Licê û di navbera Licê û herêmên Pêşêkevir û Fîsê de dimînin. Sîsê, li başûrê Licê, li qontara çiyê ye û 11 km ji Licê dûr e. Cîranê Dêrxustê ye. Gundekî mezin û avî ye. Gundî çandiniya titûn, firingî, îsot û balîcanan dikin. Dema berê sîsiyan komirên daran çêdikirin û difirotin. Gomên Hinyat, Eloxişo û Babikê li ser in. Sîsê wek birêvebirî bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Ji salên 50î ve dibistan li gund heye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Yolçatı lê kiriye. Şefiqe Henyatî merivekî welatparêz ekî seyr bû. EW di xizmeta Fhmiyê Bîlal de bû û heta ku Xalê Fehmî wefat kir. Ked û xwêdana ku wi dabû Xale Fehmi, ewlad nadin bave xwe. Xale Sefiq gundi bû û Newxendibu. Keser u hesreta xwendine pe re mabû. Çerçîtî dikir. Pasiye çawa dibe Seid Elciye rehmeti nas dike u dikeve nav Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye. Demek ew tên girtin û li Antalyayê tên dadgeh kirin. Xeribe, kurê wî giliya wan kiribû. Şefiqe Hinyatî hîn li heyate bû, tehta gora xwe bi destê xwe hazir kiribû û ji bo kurê xwe li ser weha nivîsî bû: ”Min nexwend, tu bixwin” Ci siretek giranbuha! Kevire ber sere mezele wi he ji sekinandi ye. Dêrxust, li başûrê Licê gundê herî nêzîk e û 15 km ji navenda Licê dûr e. Li herêma Licê Dêrxustî bi şerûdî û çovên xwe yên xisûsî tên nas kirin. Gundekî mezin e. Bi navê Goma Binê Merya, Goma Sofî Elî û Goma Sarûxan sê gomê wê heye. Rez û zeviyên Dêrxustiyan gelek in. Xwedî rez û pez in. Gundekî nîv bejî ye. Dêrxust bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Ew jî wek gundê cîranê xwe Sîsê ji salên 50yî ve xwediyê dibistaneke sereta ye. Bi kurmancî diaxivin. Ziyareta Şêx Hesen li Dêrxustê ye. Dewletê navê Dibek lê kiriye. Cinezûr, li başûrê Licê, cîranê Dêrxustê ye û 17 km ji Licê dûr e. Gundekî bejî ye. Di efsaneya Daknanos de Cinezûr Cehenema Deqnanos e. Di nav teht û zinarên pişt gund de bi dehan nawis hene. Yek ji wan nawisan du tebeqe ye. Dibe ku ew mala mezinê wê demê be. Rezên Cinezûrê bi nav û deng in. Tiriya Cinezûrê hata zivistanê bi mêwan ve dimîne. Behîvên Cinezûriyan pir in. Cinezûr wek birêvebiriya sîyasî bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Çağdaş lê kiriye. Pîrik, li başûrê rojavayê Licê ye û 19 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e. Rezên pîrikê gelek in û li ber çem çend aşên avê hene. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Serince lê kiriye. Huseynîk, li başûrê rojavayê Licê ye û 18km ji Licê dûr e. Gundekî mezin û bejî ye. Pez û dewar xwedî dikin. Bi navê Goma Çelebî û Goma Hemê Tahar du gomê Huseynîk hene. Bi kurmancî diaxifin. Dewletê navê Arıklı lê kiriye. Celik, li rojavayê Licê, li ser riya Amedê û 18 km ji Licê dûr e. Gund di bin Zarga Fîsê de ye. Bi navê Goma Hecî Qadê û Goma Gêdûgê Du gomên wê hene. Gundekî avî ye. Firingî û îsotên Celikê bi nav û deng in. Pez û dewar xwedî dikin. Bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50yî ve dibistanek li gund heye. Tirkan navê Güçlü lê kiriye. Herêm Licê
4388
https://ku.wikipedia.org/wiki/F%C3%AEs
Fîs
Di bin navê Fîs de du cih hene: Fîs, herêmeke Liceyê ye. Fîs, gundekî ser Liceyê ye.
4390
https://ku.wikipedia.org/wiki/F%C3%AEs%2C%20Lic%C3%AA
Fîs, Licê
Fîs () li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 60 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye. Li gundê Fîsê di roja 27ê çiriya paşîn a 1978an de PKK hat damezrandin. Gelhenasî Çavkanî Gundên Lîceyê
4392
https://ku.wikipedia.org/wiki/Farq%C3%AEn
Farqîn
Farqîn an Silîvan (1928: فارقين / Farqine (Farqîn, navend), Sîlvan (qeza); 1946: Silvan) bajêr û navçeya Amedê ye. Navê wê yê Tirkî Silvan e. Nav Silîvan (Meya Farqîn) Farqîn Kurtkirina Meyafarqîn an Mafarqîn an jî Mayyafarqîn e ku navê bajarê di nav kelê de ye. Li Rojhilat gundê Qulfayê, li nîvroyê Rojhilat Gundê Reşo an li Bakurê Rojava Şifqet ji aliyê îdarî ve girêdayê Farqînê bin jî Farqîn nîn in. Silvan Di çaryeka dawîn a 1800î de ku Farqîn bû baregehê qeymeqamiyê, bi Tirkî navê Silvan lê hate danîn. Silvan dejenere bûyiya navê Silîvan e ku îro bi tenê Tirk bi kar tînin û di nivîsên Tirkî an fermî de bi kar tê. Silîvan Di nav gel de bi piranî "n" ya dawî dikeve û wek Silîva tê bikar anîn; herwekî Botan, Xerzan û Şikakan. Silîvan navê yek ji sê federasyonên eşîrên Kurmancên e: Xelîkan, Milan, Zîlan û Silîvan. Ji zozanên xwe yên li Sîpana Xelatê heta germiyanên xwe yên li Rojhilat û Bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, lê wanderên danîne û dêmanî bûne. Di danîna hengên Hemîdiyê de seltenet vê taybetiyê daye berçavê xwe û li wê gorê ji Milan Brahîm Paşa, ji Zîlan Kor Huseyn Paşa, ji Silîvan jî Seyfedîn Paşa (Sêvdîn/Sêrdîn) kiriye paşayê wan herêmên. Di wê demê de Farqîn hem biye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Sêfedîn Paşa ku li navçê bi navê Sêrdîn Paşa tê nasîn. Tigranocerta - Tigranokerta - Tigranakert Li gor hin çavkaniyan Farqîn beriya zayînê bi navê Tîgranocerta hatiye avakirin. Tîgranê Mezin di sala 80ê beriya zayînê de Farqînê avakiriye û navê xwe daye vê bajarê. Bajar bi navê Tigranokerta (Tigranocerta) hatiye naskirin. Di vê demê de hejmara niştecihên Farqînê digihije derûdora 300.000î. Farqîn dibe navenda siyasî û aboriyê. Lê bermayiyên ji serdema Neolitik û Xorriyan didine xuyakirin ku bajar ji vê dîroka tê gotin pir kevntir e. Martîropolîs Di sala 410an a piştî zayînê de metranê Farqînê Mar Marutha, ji Îranê 40 şehîdên Xiristiyan tîne û li Farqînê bi derindêzekî mazin niştin dike. Ji bunî van şehîdan nave bajar dibe Martîropolîs, anku Bajarê Şehîdan. Farqîn di vê demê da dibe garnîzoneke leşkerî yê herêmê. Yustîniyanpolîs Împeratorê Bîzansê Yustîniyan I di 527an a piştî zayînê de dertê ser text. Kela Farqînê tamîr dike û tîne şeklê iro. Navê bajêr tê guherandin û dibe Justîniyanopolîs. Meyafariqîn - Meyafarqîn - Farqîn Ewliya Çelebî ji bo navê Farqînê û avakirina Farqînê ewe dinîvîse: "Bajar di navbera çemê Farqînê û cemê Êlihê de hatiye avakirin. An ku Farqîn bi daxweza Hz. Cercîs, bi aliyê Hindîk ve hatiye avakirin." Ji bo ku li ber çemê Farqînê hatiye avakirin. Jê ra gotine Kelheya Farqînê. Derûdora wî bi av û ber biye navê wê dane Meyafarqîn. Erdnîgarî Meyafarqîn, li ser rêya Amedê û Sêrtê ye. Li qontara Çiyayê Elbatê de hatiye avakirin ku ev çiya heta 1500 mêtroyî bilind dibe. ji hemû herême re Silîvan tê gotin. Lêbelê Tirk ji bajêr re Sîlvan dibêjin. Derûdora bajêr bi kêlekê hatiye girtin. ji Rojavayê bajêr Amed û navçeya Hezroyê, ji başûr navçeya Bismil, ji Bakûr navçeyên Licê û Pasûrê, ji rojhilat ve jî bajarê Êlihê cîranên Farqînê ne. Rûberê Farqînê nêzîkî 1400 km çarçik e. Erazî bi giranî bi kurtik û mesîl e. Çiyayên Elbatê ji seranserê deştê ve bajêr ji rojhilat ber bi rojava ve dibire. Deşta Farqînê bi giranî bê şênayî û dar û ber in lê di aliyê çiyan de, cî bi cî darên maz, berû û yên fêkiyan hene. Avhewaya herêmê havînan germ û ziwa, zivistanan jî serma, şilî û şepelî ye. Niha bi giştî 75 gund û 82 mezra li ser Farqînê ne û bajar bi xwe ji 11 Taxan pêk tê. Taxa Rezan Taxa Bahçelievlerê Taxa Camiyê Taxa Kelê Taxa Konakê Taxa Kevirspî (Feridun) Taxa Selahedîn Taxa Mescîd Taxa Tekelê Taxa Yenişehirê Taxa Bilind Dîrok Li gor çavkaniyekê, Farqîn di dema asûriyan de hatiye avakirin û mîna Miferket an Mifirkert hatiye bi navkirin. Li gor efsaneyekê jî, bajar di dema urartuyan de ji aliyê Marusu Layuta ve hatiye avakirin. Îdîayeke din jî ku ev bajar ji aliyê dewleta Tîgran ve hatiye avakirin û yek ji bajarên herî mezin û girîng a dema helenîstîkî bûye û navê bajêr Kerta bûye. Dewleta Tîgran a Ermeniyan beriya zayinê di sala 77an de hatiye avakirin. Li gor Moltke jî, bajarê bi navê Tîgranokerta ku ji aliyê Tîgranê Mezin ve beriya zayinê di salên 80'yî de hatiye avakirin û Meyafarqîn heman bajar e. Ev bajarê bi navê Tîgranokerta cara yekem ji aliyê kumandarê romayî Lukulûs (Lucullus) ve, paşê jî di dema kumandarê Neron, Korbulo (Corbulo, 7-67 p.z.) ve tê dagîrkirin û bajar heta dawiya sedsala VII an jî girîngiya xwe diparêze. Li gor dîroknas Ibn el-Ezreqê Farqînî jî, piştî şerê navbera Rromî û Sasaniyan (387 p.z.) Pîskoposekî Farqînî bi navê Mar Maruthan, bi destûra împeratorê Bîzansê û zoranê Îranê Yezdîgirt, şehîdên Xiristiyan li vê herêmê vedişêre û bajarek li ser ava dike û navê Martyropolis an ku, Bajarê Şehîdan lê dike. Bajar, di sedsala VIan de, yek ji wargehên leşkerî yên herî girîng ê Împeratorê Bîzansî Justinianus bûye. Bermayiyên ji serdema neolitiklerini ve hatine dîtin û gelen daneyên berçav didine xuyan ku Farqîn an jî ya rasttir Silîvan, ji demên neolîtîk ve, ji ber ku li nêzî ava Batmanê û Tîjleyê cih digire, ciheke şaristaniyê ya mirovahiyê ye. Ji peykerên (tabletên) sûmerî heta yên Asûrî em tê digihîjin ku derûdora herêma Silîvan, li gel Amedê(Amîda) û Xerzan (Arzanane) û bi hev re hatiye nivîsin. Û ev her sê heremana, an ku qeraxên Tîjle û şaxên wê, ji demên nayên zanîn heta dema me cihekî kevnar ê mirovahiyê ye. Divê mirov ev her sê herêm bi hev re binirxîne, ji lew re girêdahiyê hev in û gelê wan jî yek e. Sûmerî wan weke XOR - RÎ, KUR -TÎ û KAR-DA bi nav kiriye. Welatê wan re jî gotiye: KARDAKA. Asûrî jî wan re gotiye "KAR-DU û welatê wan jî wek BET-KARDU (Mala Kardan) bi nav kiriye. Sûrên Amedê anegorî nêrîn û lêkolînên zanyarê fransî Grousset, hê di dema Xorriyan de an ku berê 5 hezar sal hatine avakirin. Û em baş dizanin ev daneyeke dîroka nivîskî ye. Ka berê de çend sal Xorrî li van deveran hikim kiriye ne diyar e. Û dîsa anegorî zanîna kevnare, Xorrî ji Amedê heta Rihayê û Hekariya desthilatdar bûn. Cihekî mîna Silîvan kevnar, ne pêkan e ku bê keleh an jî bê parastin hiştibin. Mina Xerzan (Xerabajar a îroyîn). Di serdema Îslamiyetê de, bajar cara yekem ji aliyê fermandarên Xelîfe Omer iyaz bin Ganem ve hatiye girtin. Di wê demê de bajar bi navê Meyafarqîn hatiye bi navkirin. Paşê bajar ketiye destê Hemdanî, Biweyhî û Merwaniyan. Serdema Merwaniyan 983-1085 Dewleta Merwaniyan ji aliyê Bazê Dostikî ve tê damezirandin. Di pey mirina Edudedewle de 983 p.z. (372ê koçî), Baz Meyafarqînê dike bin desthilatdariya xwe û ev xanedaniya Kurdan ji sed salî bêtir li ser piyan dimîne. Xanedanê duyem ê Merwaniyan Mumehidedewle (997-1011 p.z.) ye. Mumehidedewle dîwarên kela Meyafarqînê tamîr dike û navê xwe li ser dide nivîsandin. Li dema Merwaniyan de demeke dûr û dirêj Amed bi xwe bi Meyafarqînê ve hatiye girêdan ango paytêx Meyafarqîn bûye. Di serdema Merwaniyan de çand û huner li Meyafarqînê gelek bi pêş dikeve. Bi taybetî Nesredewle (1011-1061 p.z.), ji her deverên ku destên wî digihîjinê, hunermend û nivîskaran tîne û dike bin xizmeta xanedaniya xwe. li vê dewletê de her çendî bandor û motîvên Îslamî zêdebin jî, dewleta Kurdan a herî temendirêj e. Lewra Kurd wê demê bi giranî Misilman bûne û ew dem serdema pêşketina Misilmaniyê bûye. Serdema Selçûqiyan 512-1118 Bajarên li derûdora Amedê û Amed bi xwe jî, di sala 1085an an de dikeve destê Selçûqiyan. Di pey de Meyafarqîn di destê Merwaniyan de ma heta ku bajar û deverên mayî yên Amed di 1085an de ketin destê Selçûqiyan. Êrîşa bi ser Merwaniyan ve, ji aliyê Fexredewle Ibn Cehîr ve tê birêvebirin. Ibn Cehîr, yek ji wezîrên kevin ê dewleta Merwaniyan e. ji bo zêr û dewlemendiyên dewleta Merwaniyan a mezin bi dest bixe, siltanê Selçûqiyan Melik Şah îqna dike û li gel hêzên Selçûqiyan êrîş dibe bi ser Meyafarqînê. Serdema Ertuqiyan 1118 Piştî mirina siltanê Selçûqiyan Mihemed bin Melik Şah 1118 Necmedîn Îl-Xaziyê Ertuqî, di 19ê sala 1118an de dikeve bajarê Meyafarqînê û bajar dike bin desthilatdariya xwe. Piştî ku Îl-Xazî di sala 1122'yan de dimre, kurê wî Temurtaş dikeve dewsa wî û li ser bajarên Mêrdîn û Meyafarqînê sî sal desthilatdariya xwe didomîne. Piştî mirina Temurtaş jî, di 1152an de, Meyafarqîn demeke kurt di bin destê Ertuqiyan de dimîne. Serdema eyûbiyan 1185-1260 Meyafarqîn, di sala 1185an de, ji aliyê Selahedînê Eyûbî ve tê vegirtin. Selahedîn, Meyafarqînê di 1195an de dispêre birayê xwe Seyfedîn û bajar 165 sal ji aliyê Eyûbiyan ve tê birêvebirin, ta ku di sala 1260an de bajar dikeve bin dagîrkeriya Mongolan. Piştê ku Seyfedînê birayê Selahedîn diçe Misrê Farqin dikeve destê kurê wî. Dema Eyyûbiyê Meyafarqînê dest pê dike. Ku ji wan ra dibejin Eyyûbiyê Mezopotamya yê. li dema Eyyûbiyê Meyafarqînê da herem dibe navenda çand û Aboriye. Farqîn dibe paytêxtê herêmê. Serdema Mongolan 1259 Di sala 1257an de zoranê Meyafarqînê Melik Kamil, bîryara dagîrkirina bajarê Amedê digire, lewra ew sal Mongolan Anatoliyayê dagîr kirine, artêşa siltan Izedîn Key Kawûsê Duyem di şer de têk çûye û artêşa ku bajarê Amedê diparêze jî derketiye seferê. Melik Kamil, pismamê xwe wî Melik Musammir û ji pêgirtiyên xwe Necmedîn Mûxter dide ser artêşa xwe û heman salê bi ser Amedê ve dişîne. Piştî ku bajar tê girtin, Melik Kamil Sefyedîn bin Mucelî mîna Subaşî (karê ewlekariyê dike û di dema aştiyê de jî bac berhev dike) dişîne Amedê. Hulagûyê Mongol, ango Tirkê Îlxanî bi vê yekê dihise û daxwez dike ku bajar paşve bidine siltanê Selçûqiyan Qiliç Arslanê Çarem û ew bi xwe jî bê û li gel wî bi ser Bexdayê ve bigire. Lê Melik Kamil li vê daxweziya Hulagû guhdarî nake. Hulagû jî, piştî ku di sala 1258an de Bexdayê dagîr dike, kurê xwe Yeşmût bi ser Meyafarqînê ve dişîne. Meyafarqîn du sal, berxwedaneke pir mezin dide li dij mongolan. Beriya ku mongol bikevine Meyafarqînê, herêmên li derûdora Farqînê talan û wêran dikin. Bajar di sala 1259an de, di bin fermandariya Yaşmûtê Mongol de, dikeve destê Hulagû. Hulagû, piştî ku bajar digire, hemû rêvebirên Eyûbiyan dide kuştin û bajar talan û wêran dike. Paşê, bajêr di dema sefera artêşên Tîmur Leng a bi ser Amedê ve, ev bajarê xirabe dikeve bin desthilatdariya Tîmur. Piştî şerê Çaldêranê jî bajar dikeve bin destê Osmaniyan. Mîrên Meyafarqînê Eslê mîrên Meyafarqînê jî digihêje Mîr Şêx Ehmedê kurê Emîr Izedîn. Ew pismamên mîrê Pasûrê ne. Yekemîn kesê ji vê malbata han ê wezîfeya mîrektiyê girtiye, Behlûl Begê kurê Elwend Begê kurê Mîr Şêx Ehmed e. Behlûl Beg gelek mêrxas, destvekirî û merd bû. Berê ew û birayê xwe Omer Beg bi hev re di bin xizmeta Îskender Paşayê Mîrêmîran ê Amedê de bûn. Piştî kuştina Behlûl Beg, kurê wî Emîr Xan Beg kar û barên welêt bi rê ve birin. Piştî kuştina Emir Xan Beg jî, birayê wî Omer Begê kurê Behlûl Beg bû desthilatdarê Meyafarqînê. Lê karê desthilatdariyê jê nedihat û di vî karî de kêm ket. Ji ber vî qasî, li ser daxweza Mîrêmîran ê Amedê û defterdarê wî, Dîwana sultan Mihemed Xan (1595-1603) rêvebiriya kar û barên mîrektiya eşîrên Kurdan û Meyafarqînê da Îbrahîm Begê Aqsaqê kurê Cîhangîr Beg. Cihên taybet ên Farqînê Kela Farqînê Kela Farqînê li gor Ewliya Çelebî, bi kêmayî bi qasî kela Amedê kevn e. Daneyên çavkaniyên kevnar didine duyan ku, Sûrên Silîvan jî mîna yên Amedê hê di dema Xorriyan de û ji hêla wan ve hatine lêkirin. Bermahiyên avahî û daneyên kevnar, ev têz piştrast dike. Dîsa Ibnul Ezrak ê Farqînî di pirtûka xwe a "Dîroka kurdên Merwanî" de destnîşan dike ku, ev sûr pir kevnar bûne lê Merwanî careka din û jinûve ew zexm û xurt kirine û hema bibêje jinûve ava kirine. Sûrên Farqînê du qat hatine avakirin û di navbera her du sûran de rêyeke fireh hebûye. Stûrî û firehiya sûra hundir 4,5 m û ya derve jî 1,93 m ye. Sûra derve neha hindik be jî, ji aliyê deriyê Amedê ve tê dîtin. Kele çargoşe ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve 600 m, ji bakûr ber bi başur ve jî 500 m, bi giştî 2200 m dirêjayiya kelê ye. 50 birc û kulek di kelê de hene. Dirêjiya bircan ji der ve 10,5 m û berên wan jî 7 m ne. Bilindahiya wan li seriya 25 m ne. Di navbera du bircan de dîwarek ji bo destekê heye. Mesafeya di navbera du bircan de ji 20 m zêdetir e. Neha ji xeynî çend bircan ku ew jî texrîb bûne, bircên kelê û kel bi xwe jî nemaye, lewra him dewletê ji bo avakirina qişleyên eskerî û saziyên dewletê û him jî gelê herêmê, bi taybet jî dewlemendên Farqînê ji bo avakirina xaniyan kevirên kelê jê birin û bi kar anîn. Bêyî ku li sira di wan keviran de veşarî bihizirin û bikine xem û derd ji xwe re! Kevirên ku pê kelê avakirine, dirûvê kevirê Maltayê dide, spî û hişk in. Kevir bi hostatiyeke mezin hatine şekirin, ango birîn. Ewliya Çelebî ji bo avakirina kelê weha dibêje: "Ev kele di navbera çemê Şatê û Batmanê de ye û li ser daxwaza Hz. Cercîs, ji aliyê pêgirtiyê wî Melîk Handîk ve hatiye avakirin." Li gor çavkaniyan neh dergehên kelê hebûne. Çar ji van li başûr, du li bakûr, du li rojava û yek jê jî li rojhilatê bajêr bûye. Ji van dergehan ên ku neha têne zanîn ev in: Dergehê Meyxanê, Dergehê Boşatê, Dergehê Qulfayê, Dergehê Taxa Jêrîn û Dergehê Amedê. Li ser dîwarên kelê nivîstekên ji dema eyûbî, ertuqî û merwaniyan hene. Herî zêde di dema Hulagû de, kela Farqînê hatiye rûxandin. Di sala 532'yan de jî ji aliyê împeratorê bîzansî Yustîniyan I ve hatiye restore û qewîkirin. Şikeftên Hesûnê Şikeftên Hesûnê ber bi rojavayê bajêr ve, nêzîkî 8 km li derveyê bajêr e. Li ser rêya di navbera Farqînê û Batmanê de, dema mirov ber bi Batmanê ve diçe, li ser mile çepê dikeve. Ev di rastiya xwe de bajarekî ji şikeftan e. Wisa xuya ye ku bi kolana zinaran ev şikeft hatine avakirin. Di qontra çiyê de, beriya ku mirov bigihêje şikeftan xirabeyên hemamekê hene. Ev avahî ji kirêc û tûxlayan hatiye avakirin û di rengê mîmariya romayiyan de ye. Hinek li seriya vê avahiyê, çalek heye ku av lê kom dibe û dibe gol ango hewiz. Hinek li jortir jî dêrek heye. Bilindahiya vê dêrê heft mêtro ye. Mîhraba dêrê mina nîvdaîreyekê ye. Dêr li ser sê kemberan hatiye avakirin. Sir û sêra di van şikeftan de veşarî mirovan serxweş dikin û dibine serdema kevirî. Di deriyên teng de mirov dikeve hundirê şikeftan lê dema mirov dikeve hundir, ode û salonên mezin, di nav hev de, du tebeq û yekpare derdikevin pêşberî mirovan. Herweha dêreke mezin jî di nava şikeftan de heye ku salon û mîhraba dêrê di nav zinaran de ne, lê aşkere ye ku ev dêr pir piştî avakirina vî bajarê zinarîn, piştî hatina ola xirîstiyaniyê, hatiye veguhestin û wekî dêr hatiye bikaranîn. Ji herî jora çiya ber bi jêr ve, li ser zinaran cih hatine vedan. Ava berf û baranê ji van cihan diherike û li jêr, li sarincan kom dibe. Zinarên vî çiyayên ku ev şikeft lê hatine kolan û vedan ji kevirên nerm û gewr têne pê. Temtemburk Temtemburk navê sê şikeftan e. Ev şikeft li ser çiyayên Elbatê, li ser rast û çepê rêya Boşatê ne û her yek ji wan odeyek e. Ev şikeft jî mîna şikeftên Hesûnê bi dest hatine çêkirin lê dîroka kolan û vedana van şikeftan nayê zanîn. Herweha navê Temtemburkê jî!.. Ji van her sê şikeftan, di ya herî mezin de du ciyên razanê ji kevir hatine çêkirin. Mirov bi pêplûkên ku di zinaran de hatine neqişandin ber bi van şikeftan ve hildikişe. Wisa tê texmînkirin ku ev şikeft ji bo di dema şer de mirov xwe biparêzin û lê bisitirin hatine çêkirin. Kela Boşatê Kela Boşatê li bakûrê Farqînê ye û ew herêm xwedî gelek berhemên dîrokî ye. Di demên berê de ev kele mîna zîndan hatiye bikaranîn. Taybetiya vê kelê ew e ku li ser zinarekî hatiye avakirin û dagîrkirina kelê pir dijwar û zehmet e. Minareya Qot Ev minare 400–500 m li başûrê rojavayê bajêr e. Ji dema eyûbiyan maye û ji aliyê sê birayan (Melik Ewhed Eyûb, Melik Eşref Mûsa û Melik Muzefer Xazî) ve hatiye avakirin. Minare pênc qat e. Di demên berê de mîna rasatxane jî hatiye bikaranîn. Herweha demek zingila dêrê jî lê hatiye daleqandin. Sedema ku dibêjin minareya qot, li gor tê gotin, ev minare ji pênc qatan hîn bilindtir bûye û paşê xerabûye. Lê di demên dawî de hatiye restorekirin û neha nayê dîtin ku ev minare berê xerabûye. Pira Mala Badê Carinan pişaftin wisa mêjî dişo û bîra mêjî tevlihev dike ku mirov nizane çi dibêje. Lewre bîra mirov, bîra mirovê bindest şolî ye. Navê Pira Mala Badê kirine / yan jî bûye Malabadî û em nafikirin ku kîjan rast e! Lê ku mirov hebikî li ser bifikire, ku peyv kodên çand û dîrok û ziman in, aşkera ye ku Pir+a+Mala+Bad+ê, Pira (malbat, eşîr, azbet..) a ku navê wan Bad e ku her kes dizane; Bad Kurê Dostik, avakarê Dewleta Merwaniyan û pêşkêş û bavikê eşîra Badikan e ku ev eşîr hê jî li herêma Mûş-Çewlik û Silîva zindî ye. Yanî Malabadî şolîkirina hiş e. Dîsa li gorî dîrokê di sala 1147an ji aliyê Begîtiya Artukluyan ve hatiye çêkirin, lê ez ne bawer im. Hûn ê bibêjin çima? Artuklu çima wê navê Mala Badê lê bikin? Û serdestan xwestine ku avahîsaziya kurdan înkar bikin. Ku mirov bifikire ku dewleta Merwaniyan di 1085an de hilweşiya be jî bandora wê domiyaye. Bi vê mebestê dixwazim du çîrokên têkildarî Pira Mala Badê bi we re parve bikim. Yek; Bad, evîndarê keçikeke ku li aliyê din ê çem dijî ye. Li ser çem pira tune ye. Bad nikare xwe bigihîne dildara xwe. Her roj her yek ji aliyekî, bi bangewaziyê bi hev re dipeyîvin. Arê evînê dilê wan diperitîne. Rojekê keçik li avê dixe û bêyî ku bigihîje cem Bad, dibe dilopek ji pêlên avê û di avê de winda dibe, lêgerîna Bad tu encamê nade. Radibe diçe cem Mîrê Silîva û dibêje “were em pirekê çêkin ku dildar bi rehetî herin cem hev.” Mîr hurmetkarê evînê ye. Zilamên Mîr dest bi çêkirina pirê dikin, lê heta nîvî tên kember zêde bilind dibe, hev dikarin çêbikin. Mîr bangî Bad dike, dibêje, “ma tu dikarî pirê biqedînî?” Bad wisa bersivê didê, “ku ez pirê biqedînim ez destê te yê rastê di zendê wî de jêbikim, dijberê wê tu destê min jêbike.” Wisa li hev dikin û Bad pira nîvco bi tena serê xwe, bi hêza evîna dildariyê, diqedîne û destên Mîr jê dike û navê pirê dikin “Mala Bad” ango Pira Mala Bad, Pira Mala Badê… Tê gotin ku ew nîgar-rismê destê jêkirî ku li nîvê pirê ye, sembola destê Mîr ê jêkirî ye. Dudo; Piştî 9 qirn î çêkirina vê pirê, êşeke xemdar î serîbilind jiya li ser vê pirê. Rindexana keça Mihemedê Eliyê Ûnis piştî bi binketina Serhildana Sasonê ya di sala 1926an de dîl dikeve destên artêşa tirk û fermandarek ji ber xweşikiya wê serxweş dibe û dixwaze dest biavêjê. Rindexana xweşik a şervan a birîndar a biaqil wisa dibêje; “Ez hêsîrê we me, hûn dikarin her tiştî bi min bikin, lê di nav sînorên xaka malbata min de ev nabe, hûn destdirêjiyê bikin ez ê xwe bikujim. Çemê Êlihê sînorê me ye, piştî wê derê tu dikarî têkildarî min bibî.” Dema ku tên ser Pira Mala Badê, Rindexan dixwaze cara dawîn li xaka bav û kalên xwe binêre û ew jî destûrê didinê. Û hêdîka dimeşe ser pirê û xwe diavêje bextê pêlên çemê pîroziya axa xwe. Beriya ku xwe bavêje, dibêjin wisa qîriyaye; “Ez im rinda Rindexan Keça mîr û axa û çiyan Ey tirkê tacik Karê we çi ye li van ciyan Rinda bûye namdar Ez dimirim, birîndar û bê zar Teslim nabim destên neyar û naçim bê ar.” Divê peyamên çanda xaka me ya pîroz bibin delîl û ronahiya me. Bi hêviya zelalkirina bîra kurdewar a dilê serhildêr ê şoreşger, welatparêz, demokrat û evîndarê mirovahiyê… // Feratê Dengizî // Mizgefta Selahedînê Eyûbî Îbn'ul Ezrak dibêje ku temîra mizgeftê di dema Artuqiyan de bîye. Avakirina mizgeftê di dema Merwanî'yan da ye. Her çendî mizgeft bi vî navî tê nasîn jî, mizgeft ji dema ertuqiyan (1152-1157) maye. Lê di dema eyûbiyan de jî hin tişt li ser hatine zêdekirin. Di nav gel de Camiya Ecem jî tê gotin lê nayê zanîn ku ji ber çi sedemê weha tê gotin. Camî ji kevir û qubeya wê ji tuxlayan hatiye çêkirin. Çapa qubeya camiyê 13,50 m ye. Kela Zembîlfiroş Kela Zembîlfroş, kela herî kevn a Farqînê ye. Tê gotin ku di dema Tîgranê Mezin de hatiye restorekirin û mezinkirin. Pişt re Marûta (Marûsa) kela mezin avakiriye. Kela Zembîlfiroş navê xwe ji destana Gulxatûn û kurê mîrê Hekarê Zembîlfroş digre. Ji ber vê destanê, yek ji cihên ku herî zêde li Farqînê navdar e û li seranserê Kurdistanê hatiye nasîn û bûye malê hemû gelê kurd jî, ev kele û ev destan e. Lê mixabin ku neha ji wê ezameta kela bi nav û deng zêde tiştek li paş nemaye. Kela Mala Mîran Kela Mîra, di waxta Hemdani'yan da hatiye avakirin u seraya Hemdanî'yane. Heta dema Nasruddewle jî seraya Mervanî'ya buye. Piştê ku Nasruddewle dibe hukimdar dev jivir berdide. Li şuna Kela Zembilfroş seray kî bi nav u deng ava dike. Di dawiyê de 500 sal derbas dibe herem dikeve destê Osmaniyan. Kişandina axa serê Kelê jî nezî 100 sal berê biye. 12 gundên mîr hebiye. Pal temam biye. Gundekî deyndar maye. Efsaneyek Balûl beg heye. Di nava Balûl beg u Zilanê Jorîn da çiye. Ev kele, di dema Selîmê Duyem padîşahê osmaniyan de, ji aliyê Behlûl Beg ve tê avakirin. Behlûl Beg ev kele, ji bo parastina xwe ya li dij piştgiriyên sefewiyan bi milê xelkê ava dike. Di nava bajêr de, girek çargoşe û ji axa ku bi pişta gelê Farqînê hatiye kişandin, ava dike. Derdora vî girî bi dîwaran diparêze. Girek wisa bilind ava dike ku ji ser banê koşka mîr ku ew jî li ser vî girî tê avakirin, dema mirov li derdorê dinêre, çaraliyê bajêr û derveyê bajêr tê dîtin. Parastina vî girî û kelê hêsan, dagîrkirin û bidestxistina gir jî ew çend dijwar e. Lewra hevraziya gir nêzî 45 dereceyî ye. Gir hîn heye û hin xanî û avahî jî li ser hene lê ew jî her wekî kela Zembîlfroş ji bêxwedîtiyê, wê mezinahî û ezameta xwe wenda kiriye. Ziyaretên Farqînê Ziyareta Bavodînê Tê gotin ku ew kesê li wir hatiye veşartin û mezelê wî bûye mîna ziyaret, kesekî bi navê Bahedîn e û mezinek ji mala merwaniyan e. Mêreniyê Li gundê Mêreniyê ye. Gund navê xwe ji vê ziyaretê girtiye. Tê gotin ku kesên felc dibin, dev û rûyên wan xwar dibin, şimikek heye li ziyaretê, wê şimikê di dev û rûyên ew kesên nexweş didin û nexweş pê baş dibin. Tê gotin ku kesê mezelê wî li vir e û bûye ziyaret, ne şêx e lê mîrekî kurd e. Şêx Xelîl Ev ziyaret li gundê Pîleka ye. Ziyareta Erqenîsê Ev ziyaret li gundê Boşatê ye. Erqenîs bi xwe kaniyeke pir cemidî ye. Zarokên ku bi sorikan dikevin an kesên zerikî ne diçin ser wê kaniyê xwe bi wê avê dişon û jê vedixwin û pê re baş dibin. Şêx Zeydîn Ev ziyaret jî li Boşatê ye. Ziyareta Zêvetirkê Li çiyayê Hafa Zerbiya, li kêleka Hesûnê ye. Ji vir tiştên antîk û hin dîwar û bermayên bajarekî derdikevin. Xuya ye ciyê bajarekî kevn e ku di bin erdê de maye. Dara Hiznaxiyê Du-sê kîlometre li dervayî Farqînê, li ser rêya Diyarbekirê ye. Darek e û kesek li wir hatiye veşartin. Paşê ew bûye ziyaret û bêtir bi wî darî hatiye nasîn. Lê li gor tê gotin ew kes jî ne şêx bûye. Kesekî bi navê Hesnewî bûye û kumandarekî, lehengekî kurd bûye. Ziyareta Cimşa Di navbera Bêzwanê û Başqeyê de ye. Girkûvî Di navbera Tîrkevankê û Dêrika Miqûrê de ye. Kesên ku tawî û bawî dibin, diçin ser vî ziyaretî û pişta xwe di kêlika mezel didin. Şêx Meazê Cebelî Ev ziyaret li herêma Badika, di navbera Kemûkê û Aliya de ye. Bêtir bi navê “Ser Hivde” tê nasîn. Dibêjin ku ev kes Sehabî bûye û bi navê “Kurê Pîrê” hatiye nasîn. Di şerê sehabiyan de, di 17ê adarê de şehîd ketiye. Loma jî her sal di 17ê adarê de, bi hezaran kes diçûne ser vê ziyaretê û ziyaret dibû mîna festîvalek. Kesên diçûn Ser Hivde, piştî serdana mezelê Şêx, şahî dikin, govend û lîstikên curbecur dilîzin, qurban serjê dikin û keç û xort li wir hevûdu dibînin, bi hev şa dibin û gelek keç û xort wê rojê ji ser ziyaretê bi hev re direvin. Paşê dibe qiyamet, heytehol lê mîna agirê kayê, zû vedimire û şahî didome, ta ku deng û hewara reva keç û xortekî din were bibe. Neha li wê herêmê bendavek hatiye çêkirin û ji bilî wê ziyaretê, hemû herêm di bin avê de maye û girê ku ziyaret lê ye, mîna giravek di nav avê de xuya dike, lewra ciyê ziyaret lê ye bilind e. Bi van bendavên ku li Kurdistanê hatine avakirin û dê hîn bêne avakirin, ne tenê çand û dîroka me ji me tên dizîn, herweha kêf û şahiyên me, kenê li rûyê zarokan, tîra evînê ya ji kevana dilê xort û keçan tê avêtin û tîreja evînê ya di çavên şermok de veşarî jî di nav golên bendavan de difetisin. Şêx Emînê Bêzwanê Li gundê Bêzwanê ye ku neha ev gund jî di bin avê de maye. Qarça Palê Li gundê Herşenê ye. Gora Mele Xelîlê Teraşî li wir e. 1ê gulana mîladî (ku dibêjin hesabê kurmancî) û dibe 14ê gulana mîladî, gel diçe ser ziyareta Mele Xelîlê Teraşî û qurban serjê dikin û daxwaziyên xwe jê dikin. Ziyareta Siniya Nêzî gundê Babina ye. Li hêla Licê gundek heye ku ji wan re dibêjin sinî. Ev ne kurd in û ne jî misilman in. Kes nizane ji kîjan dînî ne û ew ziyareta çi ye ku her dema biharê ji Sinê tên û tewaf dikin? Şêx Xelîl Ev ziyaret li nav bajarê Farqînê ye. Ziyaret di nav goristaneke mezin de ye. Gelê Farqînê miriyên xwe bi piranî li wê goristanê diveşêrin û ji wê goristanê re jî dibêjin “Mezelên Şêxelîlê”. Şêxelîl navê mezela ye. Ciyê ku kaba wî xerabiye tê gotin ku mezelê sahabe tê daye. Farqîn beriya Amedê ket destê îslamê. Di 639an de wexta ku Farqîn tê sendin. Ewil li vir limêj tê kirin. Li Anadolê da mescîda yekem vira ye. Piştê Farqînê Amed dikeve destê îslamê. Kaniyên Farqînê Kaniya Mezin Ji Zuxrê Boşatê berjêr di qontara çiyê de ye. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku 60% ji farqîniyan li kaniya Mezin hînê avjeniyê bûne. Ava ku ji çiya diherikî û ya ku ji axê bi xwe diza, li wir golek çekiribû. Ev gol bi dîwarên beton û keviran ji hev hatibûne veqetandin û yek jê ne zêde mezin û kûr bû, ya din hinek mezintir û kûrtir bû. Zarokên ku melevaniyê nizanibûn, pêşî xwe di ya piçûk de hîn dikirin û paşê diketine hemza kûrtir û mezintir. Li ser Kaniya Mezin stran jî hatiye gotin. Em beşek jê li vir binivîsin: Kaniya Navîn Li kêleka Kaniya Mezin e. Ava bajêr a ji bo vexwarinê ji vê kaniyê li bajêr tê belavkirin. Paşê ava Kaniya Mezin jî li ser hatiye zêdekirin. Qolek Kaniya Qolek, di navbera Moşrîtê û Kaniya Navîn de ye. Moşrît Li taxa Kevirspî (taxa Ferîdon) ye. Ev her çar kanî jî di qontara çiyayê Elbatê de û li pey hev in. Kaniya Xanikê Li binya qişleya eskeriyê, li ser riya Qulfayê, li taxa Zazo ye. Kaniya Zazo Ev nêzîkî kaniya Xanikê ye. Ev her du kanî jî li taxa Kevirspî ne ku demên dawî li wir qişleyên eskerî hatine avakirin. Kanî di quntara heman çiyayî de ne lê hinek ji yên din bi dûr dikevin. Li biniya Zuxrê Qurniya (Qula Hemîdo) ne. Rêya ku diçe gundên Ferhendê, Kurbeytê û Taxikê jî ji wir derbas dibe. Kaniya Tungê Di navbera mala Yumnî Beg û Kaniya Mezin de ye. Kaniya Xuro Li ser riya Diyarbekrê ya kevn, li hember nexweşxaneya Farqînê li taxa Selahedîn e. Li ser vê kaniyê lihevhatiye weha ye: Kaniya Nûrê Li taxa Kelê nêzîkî mizgefta Qere Behlûl Beg e. Kaniya Dergeh Di binê sûrê de ye, li taxa Selahedîn e. Kaniya Massê Li taxa Selahedîn, li kêleka Kaniya Dergeh ye. Kaniya Hecîcarkê Li ser rêya Korît e. Berê xwe bide aşê Nebo, bexçê ziretê li milê rastê dimîne û ew jî li milê çepê nêzîkî aşê Nebo ye. Mala Ezîzan Nêzîkî 450 sal berê du birayên bi navên Feqe Elî û Mele Feyat ji ber nexweşiya ku di navbera wan û pismamê wan de rû dide, ji Colemêrgê tên Farqînê û xwe li mîrê merwanan digrin. Ew jî mîrekên aliyê Colemêrgê bûne û girêdayê mîrê merwanan bûne. Wê demê eşqiyayek hebûye bi navê Grûzê Şeblerî û wî bînê li mala mîra çikandiye. Ji ber ku pir cengawer û jêhatiye bûye, tu kes nikaribûye Grûz bigire. Rojek tê ku pez û dewarên mala mîra ji xwe re bibe, Feqe Elî jî li wir e û bi Grûz re şer dike. Feqe Elî şûr davêjê û goşê kirasê Grûz dibire. Li ser vê yekê Grûzê Şevlerî dibêje: “Heta neha şûrê tu kesî nêzî min nebûye, çawa vî kesî kirasê min birî?” Dibêje: “Pismam bisekine, ez bi te re şer nakim, xuyaye ez extiyar bûme” û diçe malê tobe dike û li ser postê xwe rûdinê û berê xwe dide Xwedê. Mala mîr jî vê yekê sah dikin û radibin ji herdu birayan re dibêjin: “Ên ku divê mal û milkên me biparêzin hûn in” û yekî dişînine Ferhendê û ê din jî dişînine Boşatê. Piştî ku mala mîr êdî bê hêz dibin, ev gund û gelek gundên din ji mala Ezîzan û zarokên wan re dimîne. Mala Ezîzan bi sê navan têne naskirin: Mala Elî Axa, Mala Yumnî Beg û Mala Huseyn Axa. Ev her sê jî ji nesla Mele Feyat û Feqe Elî ne. Pismamê wan jî hene li Mîranga, Mala Mecîdkeyayê Herşenî, hinek ji wan li Tilmînê ne û hinek ji wan jî li Bilbilê ne. Lê ji van ên ku pêş ketine Mala Elî Axa, Mala Huseyn Axa û Mala Mehrem Beg bavê Yumnî beg in. Mala Ezîzan torinê Feyat'in. Yumnî Beg ji mala ustun'a ye. Yumnî beg kurê sadik begê kure Abdulah bege. Mala Ustun'â digîjin Feq Eli. Qesra wan li dêrê Boşatê ye. Kepolî Mezinê eşîra Şêxdoda ne. Bavê Mahmud Kepolî Mehemed axa di sala 1925 an di tevgera Şêx Seîd de, li Amedê hatebi darvekirin. Ew bineciyê Farqînê yên herî kevn in. Niha ew xwedî ax in û çend gunden wan hene. Siyapoş Wisa tê texmînkirin ku Siyahpoş bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bûye. 230-240 sal berê miriye. Li Farqînê mezin bûye û li Farqînê rehmet kiriye. Hemû berhemên wî li Farqînê ne. Pir feqîr û perîşan bûye. Du - sê tûtikê (mirîşkên) wî hebûne xelkê Narikê ew dizîne. Siyapoş ji gundiyên Narikê hez nekiriye. Di sala 1963 yan de gora Siyapoş ku li gundekî Farqînê Kurbeytê ye, ji aliyê Mele Ebdilkerîm Ceyhan û Şêx Mîsbahê Silîvî ve ji nû ve hatiye çêkirin û navê wî bi tîpên erebî li ser kêlika gora wî hatiye nivîsîn. Siyapoş li ser bûyera gundiyên herêma Narikê û mirîşkên xwe van çarînan dinivîse. Narik, bi tenê ne navê gundek, navê herêmeke çiyayî ye: Başimtê, Ferhendê, Boşatê, Heldayê Sêdeqnê, Baqûz, Kufrê... Gundê Seyfilmilûk jî ku Siyapoş li ser nivîsiye, li ser rêya Bismilê ye. Gora Seyfilmilûk bi xwe jî li wî gundî ye û navê wî li gund danîne. Ku mirov diçe Bismilê, di navbera Bismilê û gundê Seyfilmilûk de çem heye, çemê Diyarbekirê. Piştî ku mirov ji Diyarbekirê derdikeve bi 10 km yan gundê Seyfilmilûk li wir e. “Mihbetê kuştî Siyapoş şubhetê Seyfilmilûk lew li ser me ferz û eyn e secdeya pûtxaneyê”. Destana Siyamendê Silîvî Destaneke evînî ya hêla Farqînê ye. "Siyamendê Silîvî xwediyê tîr û kevanê zîv î". Biraziyê keyayê gundekî Farqînê ye û gurî ye. Lê mîna cinan e. Jêhatî û çavvekirî. Ji ber evîna xwe Xecê, bi çiyayê Sîpana Xelatê ve direvîne. Dawiya vê destanê jî, mîna gelek destanên evînî yên din, bi mirina her du evîndaran bi dawî dibe. Bi giranî Siyabend tê gotin û wisa tê zanîn. Mîna nav ne şaş e lê rastiya navê ku di destan de derbas dibe Siyamend e. Lewra di nav gel de ev nav xera jî dibe. Mîna Siyahmed, Siyamet û hwd jî têne gotin. Ev destan mîna pirtûk hatiye çapkirin û wergerandine tirkî jî. Herweha fîlmek wî jî bi tirkî hatiye çêkirin. Di fîlmê de Tarik Akan rola Siyamend, Mine Çayiroglu jî ya Xecê dilîze. Rewşa dawî Nifûs Mîna gelek deverên Bakûrê Kurdistanê, li Farqînê jî bi taybet di navbera salên 1990 û 1993 yan de, di encama êrîşên dewletê û hîzbullahê de, bi sedan kesên bê çek, sivîl û welatparêz hatine kuştin. Ev kes bi piranî û giranî bineciyên Farqînê bûn û xwedî çandeke bajarvaniyê bûn. Di navbera van salan de gelek kes jî ji tirsa mirinê, êrîş û zextên dewletê ji Farqînê bar kirin. Hinek ji wan li Amedê bi cî bûn lê piraniya wan li bajarên tirkiyê yên mîna Stembol, Enqere, Edene, Mersîn û hwd. belav bûn. Piştî demekê, ji gundên derûdorê koçberî çêbûn û bajar car din bi wan hate dagirtin. Niha kesekî ku heya10-15 sal berê jî li Farqînê dijiya û bi dê û bav her kesî dinasî biçe Farqînê, dê ne kes wî/wê ne jî ew dê kesekî binase. Li gor hejmarên dawî, hejmara şêniyên Farqînê 64.100 kes in. Ji vê 33.502 mêr, 30.634 jî jin in. Hejmara ciwanan bi giştî 29.432 ye. Bi piranî jî bê kar û ser û ber in. An koçî metropolên tirkiyê dikin an jî dema xwe li qehwexaneyan dikujin. Çandinî Li gel potansiyela xwe ya dîrokî û çandî, bajarê Farqînê xwedî potansiyeleke mezin a çandiniyê ye. Ji %80 nifûsa bajêr, bi pez û dewar û çandiniyê debara xwe dikin. Li herêmê bi piranî genim, ceh, nîsk û nok têne çandin. Zeviyên ku dikarine bêne çandin bi giştî 88 hezar hektar in. Jı van 35 hezar hektar genim, 19 hezar hektar nîsk, 11 hezar hektar ceh e. Li gel vê yekê jî, bi tenê fabrîkayeke arvan heye. Nîskên ku têne çandin, bi giranî difroşin fabrîkayên Dîlokê. Ji % 60 genimê ku tê çandin jî, ji aliyê Ofîsa Hilberînên ji Axê (TMO) ya dewletê ve tên kirîn. Hatiniya ji ajelan Salê 416 hezar ton goşt, 360 hezar ton şîr, 121 hezar û 666 ton penîr û 5800 ton jî hingiv tê hilberandin. Bazirganî Niha li farqînê 1.602 dikanên ku girêdayê Odeya Esnaf û Sinetkaran in, 414 beqal in û 104 jî qehwexane ne. Şer, êrîşên dewletê, kuştina bi sedan kesên sivîl û bê guneh û koçberî û rakirina tekela Farqînê, bisînorkirina hilberîna titunê ji aliyê dewletê ve û polîtîkayên dewletê ku li hemû kurdistanê derbas dibe, ji gelek aliyan ve pişt li Farqînê şikand. Lê Farqîn bi zeviyên xwe yên dewlemend, bi deşt û çiyayên xwe, bi dewlemendiya çanda xwe ya kevn û bi dewlemendiyên serax û binaxên xwe ve, mîna gelek deverên Kurdistanê, xwedî potansiyeleke mezin e û dikare j nû ve û hîn xurtir li ser van îmkan û potansiyelan şîn bibe. Lê divê xwedî jê re hebin, em hemû xwedî lê derbikevin! Gundên Farqînê GUND Û MEZRAYÊN FARQÎNÊ 1-Aslo, 2-Avanek, 3-Babina, 4-Badikanê Kêşê, 5-Bameydanê, 6-Baqûz, 7-Başboyik, 8-Başimt, 9- Başnîq, 10-Başqa, 11-Bavodîn, 12-Bayîk, 13-Belawela, 14-Bereket, 15-Bexça, 16-Bêzwan, 17-Bilbil, 18-Boşat, 19-Çekûya, 20-Çîçika, 21-Çirikê, 22-Cirnoqî, 23-Cûmat, 24-Dasina, 25-Dêrik, 26-Dêrikaemêreşo 27-Dêrikamiqûrê, 28-Dêrûn, 29-Deyika, 30-Dîda, 31-Elebengî, 32-Emera, 33-Emerka, 34-Etşa, 35-Ezdîn, 36-Fêra, 37-Ferhend, 38-Fişat, 39- Garisî, 40- Germîtkoy, 41-Gilgilo, 42-Girbilok, 43-Girikêboto, 44-Girkinyat, 45-Golemîra, 46- Gormez, 47-Gulîzera, 48-Gundêcano, 49-Gundêreşo, 50-Gundik, 51-Gundikêîbrahîm, 52-Gurêşa 53-Hacîca, 54-Hecîçerkez, 55-Hecîreş, 56-Helda, 57-Hêlîn, 58-Herşen, 59-Hesendeliyê, 60-Heşter, 61-Hevder, 62-Heydereka, 63-Hilêlî, 64-Hogira, 65-Hokan, 66-Huseyna, 67-Kalikî, 68-Kanîqul, 69-Kanîspî, 70-Kejika, 71-Kelaxa, 72-Kelê, 73-Kemûkê, 74-Kenika, 75-Kepo, 76-Kilêsî, 77-Korît, 78-Kufrê, 79-Kurbeyt, 80-Kurêşa, 81-Malabadê, 82-Malaelîkê, 83-Malahirmo, 84-Malaomera, 85-Meleetmanka, 86-Mêrgawaş, 87-Mezirkahêvo, 88-Mîranga, 89-Mîreliya, 90-Mistika, 91-Pîleka, 92-Pîrema, 93-Pîrexala, 94-Pîrhesamê, 95-Qasimî, 96-Qazoxa, 97-Qereeliya, 98-Qeremûs, 99-Qewşan, 100-Qeyçanê, 101-Qeyîk, 102-Qizlal, 103-Qoca, 104-Qulfa, 105-Qurtê, 106-Remdanka, 107-Reşikê, 108-Sabe, 109-Salika, 110-Selmik, 111-Sextê, 112-Sêdeqnê, 113-Siloqê, 114-Siltêniyê, 115-Sora, 116-Sotêniyê, 117-Sûsa, 118-Şêlima, 119-Şemrex, 120-Şevlera, 121-Şêxdawudan, 122-Şivqet, 123-Talî, 124-Taxik, 125-Tewerz, 126-Tilmîn, 127-Tirbespî, 128-Tîrkevank, 129-Weysika, 130-Weysikanê Jêrî, 131-Weysikanê Jorî, 132-Xapa, 133-Xerabgurya, 134-Xirba, 135-Zerbiya, 136-Zêrê, 137-Zinzinê, 138-Zorava. (Çavkaniya bi taybet navên gundên Silîvan û gelek agahiyên derbarê Silîvanê de ku li vir hatine nivîsîn, bi temamî Şêx Mîsbahê Silîvî ye!) M.F.A. Girêdanên derve Arda, Mahabad Felat, Malpera Amîda Kurd Çavkanî Paytextên dewletên dîrokî
4394
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qulp
Qulp
Qulp, bi navê din Pasûr, navçeyeke Amedê Qulp, Îdir
4397
https://ku.wikipedia.org/wiki/De%C5%9Fta%20Dadim%20%C3%BB%20Zer%C3%AA
Deşta Dadim û Zerê
Deşta Dadim û Zerê, ji binê Licê dest pê dike heta binê Sîsê, Girê Dadimê, Helbeqin, Beşişt, Cofitin, Reşan, Dareqol û Bamitnê diçe. Deşteke gelek mezin e. Heta 15-20 berê bi tenê beşê Gir avî bû û bi ber û bereket bû. Li ber çemê Gir medreb hebû. Çandiniya birinc, pembû û titûnê dihat kirin. Piraniya axê di destê mîr û eşrafên Licê de bû. Lê niha bi alîkariya motorên avê pompe û bîrên artîziyên ev deşta mezin ji serî heta binî bûye avî. Çandiniya pembû, titûn, bamiye û zebeşan tê kirin. Mirov dikare bêje ku axa herêma Licê ya herî bi xêr û bereket li vir e. Herêm bûye wek bihuşt (cenet). Jê re dibêjin ”Çûkurova Licê.” Ji hêla Mêrdînê karker û xebatkar tên di çandiniya vê deştê de kar dikin. Helbeqin li başûrê rojhilatê Licê dikeve û 18 km ji Licê dûr e. Berî çend salan gundekî bejî bû, cer û dêzikan çêdikin. Êer û dêzikên xwe li gundên herêmê, Licê, Pasûr û heta Hezro dibin û difrotin. Li deşta bin wê ku heta gundê Zerê berfireh e genim û ceh dihatin çandin. Lê di van çend salên dawiyê de li deşta wê bîrên artîjiyen hatine kolandin û ji çemê zerê bi motoran av dikşînin. îro li Helbeqnê çandiniya bamiye, pembû, titûn û zebeşan tê kirin. Gundî bi zaravayê kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Çıralı lê kiriye. Dareqol, li başûrê rojhilatê Licê dikeve. Di sînorê Pasûrê de ye û 21 km ji Licê dûr e. Sê gomên wê hene: Bamûs, Herag û Dêrik. Ji nîvî zêdetir zeviyên gund di destê eşrafên navenda Licê de ne. Gundekî avî ye û betir çandiniya titûnê lê tê kirin. Gundî çandiniyê bi awayên nîvekarî û îcarê dikin. Bi dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Kıyı lê kiriye. Bêşişt, li başûr û rojhilatê Licê ye û di sînorê Pasûr û Farqînê de ye û 29 km ji Licê dûr e. Gomên Metmûr, Zara û Dehla Zarê li ser in. Bi nifûsa xwe Zira ji ê mezintir e. Zira yê malê mîrên Licê ye û çend malbatên wan li wir bi cî bûne. Bi kurmancî diaxivin. Tirkan navê Türeli lê kiriye. Banadêran, li başûrê rojhilatê Licê ye û 12 km ji Licê dûr e. Gundekî bejî ye. Sê gomên wê hene. Ya mezin navê wê Sema ye. Kevirên sêlê ji wir derdikevin. Ew tehtên tenik ku Licî jê re kevirên sêlê dibêjin, demekê Banadêriyan dibirin li gundên derdorê û navenda Licê difrotin. Nanê kunik û yê sêlê ku li ser sêlên kevir çêdibin ji yên li ser sac û hesin baştir û xweştir e. Gundî pez û dewar jî xwedî dikin. Bi dimilî diaxivin. Dewletê navê Sığınak lê kiriye. Hezmaz, li başûrê rojhilatê Licê ye û 13 km ji Licê dûr e. Bi navê Tepe gomeke wê heye. Gundekî bejî ye. Bêtir pez û dewar xwedî dikin. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Budak lê kiriye. Girê Dadimê, li başûrê Licê ye û 15 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e. Di dema berê de di gund de kurd û ermenî bi hev re jîyane. Piştî qetlîma ermeniyan edî ermenî li gund nemane. Navrasteke mezin, berfireh û avî ye. Axa wê bi ber û bereket e. Medrebên birîncên lê hene. Mirov dikare bêje li herêma Licê gundê herî bi ber û berhemdar yek e. Ji dema mîrîtiya Licê ve gund di destê mîrên Licê de ye û bi îcare didin gundiyan. Li herêma Licê bi tenê li Girê Dadimê gamêş tên xwedî kirin. Di dema şerê Şêx Seîd de dewletê zerareke mezin daye Girê Dadimê. Gund şewitandine û 37 kesî di navbera Gir û Hinyatê de kuştine û kirine çalekê. Ji wê derê re Mezelê Kuştiyan dibêjin. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Tepe lê kiriye. Piştî sala 1990î dewletê qereqoleke mezin li gund çêkiriye. Cofitnê, li başûr û rojhilatê Licê dikeve û 17 km ji Licê dûr e. Gomên, Reşan, Barsûm û Şikakan li ser in. Reşan gomeke mezin e. Piraniya deşta Zarê û Gir dikeve nav sînorên Reşan û Cofitnê. Niha di van salên dawî de bi alîkariya teknîkê deşt bûye avî. Bi çandiniya genim re titûn û pembû jî tê kirin. Cofitnî bi kurmancî dipeyîvin. Di dema nav guhartinê de bi tirkî navê Dallıca lê kirine. Bamitinê, li başûrê Licê dikeve û 24 km ji Licê dûr e. Gundekî di sînorê gundên Hezro û Farqînê de ye. Gundekî mezin e. Wek gundên derdorê bi alîkariya teknîkê deşta Bamitnê bûye avî. Çandiniya titûn, pembû û bamiyan tê kirin.Bamitnî pez û dewar xwedî dikin. Li Bamitnê darên behîvan jî gelek in. Rezên Bamitniyan bi nav û deng in. Gundî bi kurmancî diaxivin. Du gomên wê hene. Gomên Hecî Sefer û Salîhe yên mezin in. Dewletê navê Kutlu lê kiriye. Deşt
4398
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rojhilat%20%C3%BB%20Sarim
Rojhilat û Sarim
Rojhilat û Sarim, gundên rojhilatên Licê ji Fûmê dest pê dike û Heta çemê Sarimê diçe. Di vê herêmê de ax zêde ne bi ber û berhemdar e. Bi tenê li aliyê başûr gundên li ber çemê Sarimê çandiniya genim, birinc, titûn û pembû dikin. Fûm, li rojilatê Licê gundekî herî nêzîkî Licê bû. Ew wek taxeke Licê dihat hesibandin. Gundekî mezin û avî, xwedî rez û bexçe bû. Henar û bîhokên Fûmê bi navûdeng bûn. Li newala Fûmê du aşên avê hebûn. Di zemanê berê de, li Fûmê Kurd û Ermenî di nav hev de dijiyan. Li Fûmê çend malbat beg jî hebûn. Li gundê Fûmê sabûn dihatin çêkirin, tevneyên oberî, meşref û kilîman li dar diket. Liciyan keçên xwe zû bi zû nedidan gundiyan lê gelek jinên Fûmiyan ji Licê bûn. Fûmî wek Liciyan bazirganî û qaçaxçitî dikir. Fûmî gelek qure bûn û loma ji bo wan digotin ku: ” Heger ji quretiya Fûmiyan ne be, çi ferqa Fûmiyan û Liciyan heye?” Ji salên 50yî ve, li Fûmê dibistana sereta hebû. Fûmî bi zaravayê kurmancî dipeyîviyan. Dewletê navê Fûmê kiribû Kumluca. Di erdheja 1975an de Fûm ji binî ve xerab bû. Fûma nû anîn li biniya bexçên Fûmê li ser riya Licê û Pasûrê çêkirin. Êdî Fûm û Licê bûn yek. Niha statuya Fûmê ne gund e, taxeke Licê ye. Di sala 1993 an de, dewletê pêşî bi çekên lav û topan taxa Fûmê şewitand û piştre taxên din ên Licê. Goma Nêrgiziyê jî ku di navbera Fûm û Sernisê de ye,li ser Fûmê ye. Sernis, li ser riya Pasûrê ye û 5 km ji Licê dûr. Sernis gundê Ermeniyan bû. Di zemanê berê de, li Sernisê dezgehên tevnan hebûn. Caw, meşref û oberî li wir dihatin çêkirin. Piştî fermana Ermeniyan hinek ji wan musilmaniyê qebûl kirin û hinek jî gund terk kirin û çûn. Di salên 1960î de, ew çend malên mayî jî koç kirin û çûn Amedê. Gund vala û xerabe bû. Di erdheja 1975an de, li bin Sernisê li ser riya Licê û Pasûrê ji bo Sernisiyan çend xaniyên prefabrike hatin çêkirin lê xanî vala man û çend Şêxanî çûn li wir bi cî bûn. Bi Tirkî navê Damar lê kirine. Şêxan, li rojhilatê Licê 6 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e, bi qasî 30-40 malî ye. Pêşî li qontara çiya bû, piştî erdheja 1975 an gund daxistin rasta bin riya Licê û Pasûrê. Gomeke wê heye. Bi kurmancî dipeyivin. Ji salên 65an ve dibistana sereta heye. Dewletê navê Gurbeylî lê kiriye. Melê, li rojhilatê Licê li ser riya Pasûrê ye û 13 km ji Licê dûr e. Berî erdhejê gund li jor li qontara çiyê bû. Piştre anîn jêr li nêzîkî riya Licê û Pasûrê ava kirin. Di zemanê berê de Suryanî li gund zêde bûne. Ew ji aliyê Liciyan ve wek Ermenî hatine zanîn. Melê ciyekî tarîhiye û xerabeyên wê gelek in. Li Melê kanên cisê hene. Meliyan cis danî li Licê difrotin. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Du gomên Melê hene: Binê Aşan û Qurmik. Binê Aşan bi kurmancî û Qurmikî jî bi dimilî dipeyîvin. Ji salên 60 ve li Melê dibistana sereta heye. Dewletê navê Yünlüce li Melê kiriye. Ez çûme binê Tûtê sê selek bi avê re tên: Yek tû ye, Yek mû ye Yek gû ye. Bi devan çûme tûyan bi destan ketim mûyan bi nigan ketim gûyan. Tûtê, li rojhilatê Licê, li ser riya Licê û Pasûrê ye û 11 km ji Licê dûr e. Berî erdhejê wek Şêxan û Melê, Tûtê jî li jor, li qontara çiyê bû. Piştî erdhejê Tûtêya nû li başûrê rê ji aliyê dewleta Lîbyayê ve hat avakirin. Lîbyayê gundê Tûtê bi kevir û çîmento çêkir. Di meydana gund de mizgefteke bi minare jî ava kir. Tûtê gundekî mezin e. Bi zaravayê kurmancî dipeyîvin. Li gund him nexweşxane û him jî dibistan heye. Dewletê navê Yaprak lê kiriye. Li ser Tûtê zûgotiniyeke weha heye ku zarok di nav xwe de dibêjin ka kî dikare zû bêje û xwe şaş neke. Bekiran, li rojhilatê Licê, nêzîkî çemê Sarimê di sînorê Pasûr de ye û 18km ji Licê dûr e. Bi kurmancî û dimilî dipeyîvin. Du gomên wê hene. Goma herî mezin Dengilhewa ye û bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Xelkê Bekiran û gomên wî aboriya xwe bi xwedîkirina pez û dewar dikin. Bi tirkî jê re Kıpçak dibêjin. Di zemanê berê de, li rojhilatê gund li ser ”Gaz a Erdê Mora” ku bilintirîn cih e, li wir, dingek a ku bi bayê geriya hebûye û navê xwe ji wê girtiye. Piştî cumhuriyetê heta salên 1950yan gund bûye. Beriya 1975an Dingilhewa, Derederg(Newala Dirêj), Hesenan, Qolan, Zoxesalan, Mêrdîniyan (Zumrut), Qûçik, Pirpag û Xodîg tev yek muxtarî bûn. Ev hemû mezra jî li ser Zoxesalan (Kıpçak) dihate bi nav kirin. Lêbelê, di van salên dawiyê de van gundan kirin du muxtarî, lê dîsa Dingilhewa (di resmiyetê de Bekiran) li ser Zoxesalan (Kıpçak) e. Niha, hene bi qasî 15-20 mal tê de ne, lê berî erdhejê 33 mal hebûn. Ji aliyê din ve, ev gund u mezrayên xwe ji alî çandîniyê ve dewlemend in. Zeviyên ku li ber Çemê Benê ne ku çem ji binya Tûtê dest pêdike û heta biniya Hezmazê xwe digihîne Çemê Sîran, avî ne. Niha ber û berê çem seranser baxçe ne û bi giştî jî darên hewr çandî ne. Dîsa baxçeyên fêkî hene. Çandiniya titûn û genim jî tê kirin. Herêm
4399
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AA%C5%9F%C3%AAkevir
Pêşêkevir
Ji herêma rêza çiyayên başûrê Licê re ku ji Firdêsê heta gundên Hezan, Nenyas, Kerwes, Licok, Zengê, Entax û Sinê dom dike re Pêşêkevir dibêjin. Piraniya gundên Pêşêkevir avî ne. Li gundên Pêşêkevir bêtir çandiniya titûn, bamye û firingiyan tê kirin. Gundiyên Pêşêkevir di van salên dawî de zêde giraniyê dane ser çandiniya titûnê. Gundî pez û dewar jî xwedî dikin. Firdês, li başûrê Licê ye, bi nehyeya hezanê ve girêdayî ye û 22 km ji Licê dûr e. Li rojavayê Pêşêkevir dikeve. Cîranê Fîsê ye. Li berpala çiyê ye û berê gund bi bakur ve, bi Licê ve ye. Gundekî avî ye, bi dar û ber û bexçe ye. Li herêma Licê bamiyên herî baş li Firdêsê tên çandin. Li ber ava Firdêsê aş hene. Di efsana Deqnanos de ceneta Deqnanos bûye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Uçar1 lê kiriye. Hezan, li başûrê Licê, li qonara çiyê Dêrê ye û 24 km ji Licê dûr e. Ji pozê çiyayê Dêrê re jî dibêjin Darmehîdê. Yanî navê tûmpikê hezanê Darmehîd e. Nehya Licê ye. Ji vê herêmê re dibêjin Pêşêkevir. 14 gund bi nehiya Hezanê ve girêdayî ne: Cinezûr, Dêrxust, Sîsê, Zera, Licok, Hûrê, Fîsê, Firdês, Nenyas, Mişirf, Entax, Sinê, Kerwes û Zengê. Qerekola askeriyê li Hezanê heye. Hezan gundê Meleyê Xasê ye. Li Hezanê mala Şêx hene. Di dema şerê Şêx Seîd de Şêx Selîmê Hezanî bi mirûdên xwe ve beşdarî şer nebûne. Loma jî Mistefa Kemal, gundê Şêx û yên mirûdên Şêx neşewitandiye. Rez û hingivê Hezanê gelek bi navûdeng in. Dibistan û nexweşxaneyek ku jê re bi tirkî salık ocaðı dibêjin li Hezanê hene. Dibistan di sala 1949an de hatiye çêkirin û di heman salê de dest perwerdê hatiye kirin. Piraniya xelkê nehiyê bi dimilî dipeyîvin lê bi kurmancî jî dizanin. Dewletê navê Kayacik (Savat) li Hezanê kiriye. Nenyas, li başûrê Licê li herêma Pêşêkevir e û bi wesîtê 28 km ji Licê dûr e. Avî ye, çandiniya titûnê lê tê kirin. Gund berê bi nehya Hezanê ve girêdayî ye. Niha sîstema nehiyebûnê tune ye. Li Nenyasê kaniyeke dîrokî ye. kanî ji kevirên birî hatiye çêkirin. kaniyeke çar çirik e. Tê gotin ku kêm zêde 1500 dîroka vê kaniyê heye. Kanî ji aliyê keça Entax Begê ve hatiye çêkirin û navê keçikê NÛNAS bûye. Gund navê xwe ji wê keçikê girtiye. Mixabin ev kaniya dîrokî îrô xera bûye û di rewşeke perîşan de ye. Di zemanê berê de Nenyasî zêde bi çerçîtiyê re mijûl dibûn. gundî bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Ortaç lê kiriye. Kerwes, li başûrê Licê li herêma Pêşêkevir e, li ser Hezanê ye û 35 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Bi bexçe ye û sê aş li ber ava Kerwesê digerin. Bi navê Mehlê gomeke wê heye. Mehelî bi zaravayê kurmancû û Kerwesî jî bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Kerwes bi navê malbata Mehmed Keya tê naskirin. Goma Qoqan ku li ser Kerwesê bû ev çend sal in ku xera bûye. Li Kerwesê çandiniya titûnê tê kirin. Dewletê navê Yalaza lê kiriye. Licok, li başûrê Licê li Pêşêkevir di sînorê Hezro de ye û 48 km ji Licê dûr e. Ji rêzeçiyayê pişt Licok, Zengê û Helhelê re dibêjin Binê Zinar. Ji çiyayê ser Şimşimê re jî, dibêjin çiyayê Tûkê. Licok Gundekî avî ye. Li Licokê çandiniya titûnê tê kirin û Licok bi bîhokên xwe navûdeng e. Çandiniya bamiyan jî li Licokê tê kirin. Ava Licokê diçe ser zeviyên Kerwesê. Di dema xwe de sê aşên avê li Licokê hebûn. Mirov dikare bêje ku Licok gundê dengbêjan e. Gundî bi dimilî dipeyîvin. Zevî û bexçeyên mîrên Licê li Licokê hene. Dewletê navê Çavundur lê kiriye. Zengê, li başûrê Licê, li herêma Pêşêkevir e û bi riya wesîteyê 50 km ji Licê dûr e. Di sînorê qeza Hezro de ye. Gundekî avî, paqij û xweş e. Çandiniya titûn û bamiyan lê tê kirin. Di zemanê berê de tevne, şalê hirî, metaf û necarî li gund zêde bûn. Sabûn li gund dihat çêkirin. Zengî bi bazirganî û nêçîrvaniyê bi navûdeng bûn. Di herêma Pêşêkevir de gundekî dewlemend dihatin hesibandin. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Dolunay lê kiriye. Entax, gundekî 50- 60 malî ye û 33 km li başûrê rojhilatê Licê dikeve. Entaxa kevn xerab bûye. Entax di tarîxê de ciyê şaristaniyeke gelek kevn e. Şopên Xiristiyanan jî li wir hene. Hinek ciyên dîwarên Dêra Spî hîn îro jî li piyan mane. Ev jî dide xuyakirin ku Entax ji aliyê Merwaniyan ve nehatiye avakirin. Ew xwediyê dîrokeke dûr û dirêj e. Entax di dema Merwaniyan de sancaxa (qeza) Farqînê bûye. Padîşahên Merwanî Entaxê ji xwe re kirine havîngeh û evîngeh. Heta sala 1871ê jî Licêya îro bi hemû gundên xwe ve, bi sancaxa Entaxê ve girdayî bûne. Ji sala 1871ê şûn ve, vê carê Licê kirine qeza, Entax û hemû gundên herêmê bi Licê ve girêdane. Havîngeha padîşahên Merwanî îro wêran bûye. Kele cî bi cî li ser piyan maye. Minareya Mizgefta Melîk Adil heta erdheja 1975 an jî hebû. Bi erdhejê re ew jî ket. Pireke gelek kevn li Entaxê heye. Navê wê pira Çilkevir e. Tê gotin ku ji 40 kevirî hatiye çêkirin. Niha hinek dîwarê wê li hewa mane û bi piranî ketiye. Bendava li ser çem hilweşiya ye û şopên wê mane. Ava çemên Arisê, Mişirf û yê Kerwesê diçe ser çemê Entaxê. Çemê Entaxê di derbenda Entaxê re derbas dibe û piştre diçe ser çemê Sarimê. Li ber çemê Entaxê aş hene. Li Entaxê hilberîna hingiv heye. Entaxiyan ji şiv û zelikên ber çemê Entaxê zembîl, selek, qetûf û tiştên qirşîn çêdikin. Li Entaxê darên behîvan pir in. Ji salên 50 yî ve dibistana sereta heye. Entax niha bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Kabakaya lê kiriye. Cemar heta van salên dawî mezra Entaxê bû û piştre statûya wê guhartin û bû gundekî serbixwe û nehya Hezanê ve hat girêdan. Li Cemarê darên behîvan gelek in. Hingivên wê yê ji gulên behîvan gelek şêrîn û tamdar e. Bi kurmancî diaxivin. Mişirf, li başûrê Licê li herêma Pêşêkevir dikeve. Li sînorê Hezro ye. Gundekî avî ye û ava Mişirfê ji Helhelê tê. Mişirfî bêtir çandiniya titûn, pembû û zebeşên avî dikin. Li binê Peytûlaqê bi jêr ve li ser çemê Arisê gola Xiraran heye. Gol tijî masîne. Gundî wek masiyên pîroz dizanin. Ciyekî turîstîk û seyrangeh e. Li Mişirfê Mehla Jorîn û goma Peytûloqê bi kurmancî, goma Şathê û taxên din yên Mişirfê jî bi dimilî diaxifin. Dewletê navê Baðlan lê kiriye. Sinê, li başûrê rojhilatê Licê bi sînorê Hezro ve ye û 40 km ji Licê dûr e. Li herêma Licê bi tenê gundê Sinê gundekî taybetî ye. Bi zimanekî din dipeyîvin û ne musilman in. Tê gotin ku miriyên xwe bi cilan ve li ser qûnê dixin gorê. Heta niha li ser Sinêyan lêkolîneke nehatiye çêkirin ka ew çi milet in. Gundekî bi serê xwe ye. Danûstandinên wan bi gundên derdorê re tune. Hemû gundên derdorê bi çavekî ne baş li Siniyan dinêrin. Ji ber ku di herêmê de tecrît in, di dema avakirina sîstema korucitiyê de dewletê vê dijîtiya salan bi kar anî û gundiyên Sinê bi çek kir. Mêrên gund bi tevî bûn cerdevan (korucî). Sinê bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye û dewletê navê Oyuklu lê kiriye. Herêm
4400
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dimbiliyan
Dimbiliyan
Dimilyan, ji herêma bakurê Licê re dibêjin. Ji ber ku hemû xelkê herêmê bi zaravayê dimilî dipeyîvin, vî navî lê kirine. Du Eşîrên mezin li Herêmê hene: Botiyan û Mistan. Herêmeke çiyayî û zozan e. Zivistan dirêj in û berf bi metreyan dibare. Di mehên zivistanê de çûyîn û hatin kêm e. Xelk ji bo ku ji ciyekî here ciyekî din lekan dikin lingên xwe ku di berfê re neçin xwarê. Xelkê herêmê çilo û ardûyên xwe li tawikan dikin û bi ser berfê re li peyê xwe dikşînin. Rûerd çiya ye û ji ber vî yekî li herêmê çandinî kêm e. Heta çandina genim jî nabe. Loma di zemanê berê de, xelkê li herêma Dimbilyan ji bo nan zêde garis û gilgil diçandine. Garis avî ye û zû tê çinîn. Dimbilî ji garis re korek dibêjin. Li ser korek gelek pêkenîn hene. Dimili an jî ji wan re tê gotin Kurdên asî yanê Kirdasi. "Pêwsite em li ser hev pêkonokan çê nekin." Herêma Dimilyan zozan e û sar e. Rez tunin. Li herêma Dimbilyan sebzeyên payîzê gelek in. Li Licê bi tenê ribês li herêma Dimbilyan hene. Berhemdariya hingiv li herêmê zêde ye. Hema hema di her gund û gomên herêma Dimbilyan de darên gûzan hene. Gûzên herêma Dimbilyan li herêmên Licê û Amedê gûzên herî baş in. Li Dimbilyan bêtir bizin tên xwedî kirin. Çiya rê nadin û yek li peyî yê din e. Di navê de newal û geliyên kûr hene. Ji bo bar hêstir (qantir) bi kar tînin. Li Dimbiliyan dewletê dereng dibistan çêkiriye. Piştî salên 1975 an hema hema li her gundê herêmê dibistanek hatibû çêkirin. Lê vê rewşa ha dûr û dirêj dom nekir, piştî 1990î gund bi dibistanan ve hatin xerab kirin û gundî li herêmê neman. Ji başûr ve ber bi bakur, ev gund û gom li herêma Dimiliyan hene: Karincak, li bakurê li Licê li herêma Dimbiliyan ji gundên herî nêzîk yek e û 10 km ji Licê dûr e. Du gom li ser in: Merk û Medrese. Bi zaravayê dimbilî dipeyîvin. Dewletê di van salên dawî de li gund dibistanek çêkiriye û navê Bayirli lê kiriye. Hêdîg, li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 32 km ji Licê dûr e. Herêm bi dar û ber e. Êzingên Licê piranî ji vê deverê tên. Li gund dibistan heye. Du gomên wê hene: Sayrek û Bilbilik zaravayê dimilî dipeyivin. Dewlet jê re Hedik dibêje. Şaxûr, li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 21 km ji Licê dûr e. Neh gomên wê hene. Zozanê wê têrçêr e û gelek pez lê tên xwedî kirin. Heywan xwedî dikin û payîzan sebze û hêşinahiyên wê zêde ne û bi taybetî xiyarên herêmê li Amedê bi navûdeng in. Bi zaravayên dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Saydamlı lê kiriye. Şêxmîran, Mêrgê, Serdênî, Xiş û Kortê li ser Şaxûrê ne. Şavêrdiyan, li bakur, li herêma Dimbiliyan e û 29 km ji Licê dûr e. Li zozanên wê pez tên xwedî kirin. Li sînorê Darahênê, nêzîkî riya Licê û Darahênê ye. Sê gomên wê hene: Xeraban, Rasta Sêvan û Şevê. Bi zaravayên dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Örtülü lê kiriye. Barav, li bakurê rojhilatê Licê ye û 29 km ji Licê dûr e. Du gomên wê hene: Axtîkan û Hemze. Bi zaravayê dimilî diaxivin. Di dema nav guhartinê de Barava me bûye Baharlara xelkê. Bawerd, li bakurê rojhilatê Licê dikeve û 21 km ji Licê dûr e. Nêzîkî çemê Sarimê û li sînorê Pasûrê ye. Goma Bamernê li ser e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Üçdamlar lê kiriye. Hendîf, li bakurê Licê li herêma Dimbilyan e û 31 km ji Licê dûr e. Bi zaravê dimilî dipeyivin. Dewletê navê Yorulmaz lê kiriye Mizag, Berê li ser hendîfê bû, niha statûya gund girtiye. Bi zaravayê dimilî dipeyivin. 20 ji Licê dûr e. Dewletê navê Kiliçli lê kiriye. Heşedere, li bakurê Licê li herêma Dimbilyan e û 39 km ji Licê dûr e. Bi dimilkî Heşdere dibêjin. Di sînorê Darahênê li nav newaleke kûr e. Di zemanê berê de, li derdorê hirç gelek bûne. Ji xwe navê xwe jî ji newala hirçan digire. Goma Miho li ser e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Ulucak lê kiriye. Pêçar, li bakurê rojhilatê Licê li herêma Dimiliyan e û 35 km ji Licê dûr e. Di dema dewleta Osmanî nehiya Licê bûye. Piştî şikestiya Şerê Şêx Seîd dewletê gund bi tevî şewitandiye û qetlîameke mezin kirine. Niha gund e û pênc gomên wê hene: Hesik, Gozerek, Meştax, Neban û Kabana. Mîr li Pêçarê hene û piraniya zeviyên gund di destê mîran de ye. Pêçarî him bi kurmancî û him jî bi dimilkî dipeyîvin. Dewletê navê Güldîken lê kiriye. Xosor, li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 27 km ji Licê dûr e. Gund bi gomên xwe ve cîranê gundên Darahênê ne. Heşt gomên wê hene: Lêxosor, Keşkware, Dewaxê, Horsel, Mezra Eliyo, Baxşo, Xaso û Mezra. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Yalımlı lê kiriye. Hingivê Mezra Eliyo bi nav û deng e. Li serê çiyayê Koz zîyarete heye û jê re bi dimbilî dibêjin Ziyara Koz. Xelkê herêmê rojên înê diçin û ziyaretê tewaf dikin. Zengesor, li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e. Li sînorê Darahênê ye û 35 km ji Licê dûr e. Heft gomên wê hene: Botiyan, Mehmedo, Selmono, Qaso, varmono, Helezîn û Dergî. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Akçabudak lê kiriye. Herêmên Kurdistanê Gundên Lîceyê
4401
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qora%20Berber
Qora Berber
Qora Berber, herêma rojavayê Licê ku ji Eqro, Tilê, Zirext, Xweylîn û heta Korxayê ye. Herêmeke dîrokî û stratejîk e. Li Biryas, Xana Kelê û Birqleynê xeraba û ciyên dîrokî hene. Herêmeke bilind û avî ye. Sebze û hişînayên wê gelek in. Di zemanê berê de, bi tenê dianîn li Licê difrotin. Piştî çêkirina rê bi kamyonan dibın bazara Amedê. Gûzên qaşil tenîk û baş li Qora Berber hene. Tilê, li rojavayê Licê, li herêma Qora Berber e û 6 km ji Licê dûr e. Ji rojava ve gundê herî nêzîkî Licê ye. Ji bo ku gund nêzîkî girekî tûjik hatiye avakirin, jê re dibêjin Tilê. Tilê bi bayê xwe yê sar û dijwar bi navûdeng e. Bi navê Biryas û Kanîspî du gomên wê hene. Li gund dibistana sereta heye. Bi zaravayê kurmancî dipeyîvin. Dewlet jê re dibêje Dernek. Dizdênî, li bakurê rojavayê Licê, li Qora Berber, li kontara çiyê ye û 18 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Bi firingiyê xwe bi navûdeng e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Ji bo li qontara çiyê ye, dewletê navê Yamaçlı lê kiriye. Zirext: Li Qora Berber gundekî biçûk e û 20 km ji Licê dûr e. Goma Qilêder li ser e. Li gund dibistan heye û dewletê navê Kiralan lê kiriye. Xweylîn, li bakurê rojavayê navenda Licê, li herêma Qora Berber e û 23 km ji Licê dûr e. Navê xwe ji kanên xwê digire. Li nêzîkî gund kanên xwê hene. Di dema Osmanî de dewletê ji wir xwê derxistiye. Hîn îro jî kanalên xwê yên xerabe hene. Piştre ji ber sedema ku ev kanên xwê mesrefa xwe dernexistine, girtine. Dîsa kanên cisê jî li herêma Xweylînê hebûn. Xelkê ji wir kevirên cisê danîn, di kûreyan de dişewitand û cis çêdikir. Gundiyê Xweylînê cis danî li Licê difrotin. Xweylîn gundekî avî ye. Firing, xiyar û sebzeyên Xweylîne li bazara Amedê bi navûdeng in. Gûzên Xweylînê yên qaşil tenik û kakil spî ne. Ava Licê ji Xweylînê tê. Çend aşên xweylîne hene. Bi tenê Gomeke wê heye û navê wê Soxa ye. Li gund dibistana sereta heye. Xelkê gund bi zaravayê dimilî dipeyîve. Dewletê navê Tuzla lê kiriye. Xana Kelê, li rojavayê Licê, li meydana derbenda (boxaza) Kelê ye û19 km ji Licê dûr e. Ji vî gundî re Kelê û Çeper jî dibêjin. Derbenda Kelê ji zemanê berê ve rê û warê karwan û bazirganên herêmê bûye. Bi taybetî karwanên Amed û Erzorumê di wir re derbas bûne. Ji wê demê ve xan û karwanseray li wir hatine çêkirin ku îro bi tenê dîwarên wan li piyan mane. Herweha îro jî riya Amed û herêma Serhedê bi tenê di wir re derbas dibe. Ji derî vê derbendê çiyayên bilind, dijwar û zencîre rênadin karwan û rêwiyan. Xana Kelê hîn îro jî gundekî stratejîk, dîrokî û mezin e. Li gund nexweşxanek û dibistanek hene. Du gomên wî hene: Pûneyn û Hasbegan li ser Xana Kelê heye. Ziyaretekê Xana Kelê bi nav û deng e. Bi kurmancî dipeyîvin. Bi tirkî jêre Çeper dibêjin. Korxa, li bakurê rojavayê Licê li dawiya herêma Qora Berber e û 23 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Bêtir çandiniya firingî û îsotê dikin. Bi zaravayê dimilî diaxivin. Li gund dibistanek heye. Dewletê navê Abalı lê kiriye. Herêm Licê
4402
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AEwan%20%28her%C3%AAm%29
Sîwan (herêm)
Sîwan, dikeve rojavayê Qora Berber û ji Xana Kelê şûn ve dest pê dike. Herêma Sîwanê gelek fireh ye, bi tenê beşeke biçûk li ser Licê ye. Zevî û axa Sîwanê ji çandiniyê re dest nade. Herêmeke feqîr û çiyayî ye. Sîwan bi tûwên xwe bi navûdeng e. Ji derî xwarina tûwên teze şîreya tûwên teze jî derdixin û pê bastêx çêdikin. Yên mayî jî hişk dikin û jê e qawindên tûwan dibêjin. Di zemanê berê de qawindên tûwan dibirin di herêmên din û Licê de, bi genim re diguhartin. Niha dibin bajêr difroşin. Li herêma Licê ev cureyên tûwan hene: tûyên malote, mircik, paloyî, reş, romî, sor, sîpanî, spî, şekirik, xurme… Gund Elikan, li bakurê rojavayê Licê, li herêma Sîwanê ye û 23 km ji Licê dûr e. Sê gomên wê hene. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewlet jê re dibêje Birlik. Herek, li bakurê rojavayê Licê li herêma Sîwanê dikeve û bi sînorê Hênê ve ye û 20 km ji Licê dûr e. Sê gomên li ser hene. Bi zaravayê dimilî dipeyivin. Dewletê navê Şenlik lê kiriye. Markê, li bakurê rojavayê Licê li ser riya Licê û Darahênê ye û 20 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Firingî û xiyarên Markê di bazara Amedê de bi nav û deng in. Korxa li ser markê ye. Bi zaravayên dimilî û kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê Ergin lê kiriye. Mala mihê Biro, li Bakurê rojavayê û 40 km ji Licê dûr e. Di sînorê Çewlîgê de ye. Neh gomên wê hene: Xerabe, Elik, Bermal, Kanîspî, Birmak, Dereşel, Dersal, Reşeciya û Tût. Li gund dibistanek heye û demek Mala Mihê Biro ji bo mamostan ciyê sirgûnê bû. Gund dûr e û berf li çiya pir dibare. Bi qasî çend mehî çûyîn û hatin tune. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Ecemiş lê kiriye. Herêm
4403
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AArxeyd
Dêrxeyd
Dêrxeyd, navê deşta başûr û rojavayê Licê ye. Deşta herî bi ber û berhemdar e. Ji binê Licê heta binê Dêrqam û Serdê dom dike. Piranî zeviyên Liciyan bi xwe ne. Li deşta Dêrxeydê gomên, Panav, Xicigan, Qerengoz, Dabilo û Kaniya Feyzo hene ku bi mehelên Qerehesen û Kalê ve girêdayî ne. Çandiniya deşta Dêrxeydê zêde genim e. Li ciyên avî firingî, titûn, pembû û kuncî tên çandin. Di vê herêmê de Dabilo ciyekî xwe yê girîng û mezin heye. Dabilo zemanekê bi nifûsa xwe ji gelek gundî mezintir bû. 35-40 mal bû. Bi peyatî saet û nîv ji navenda Licê dûr e. Hîn îro jî Dabilo ne gund e û mezreya navçê ye. Dabilo Ciyekî avî ye. Di kontara çiyê de aveke weha xurt û sar derdikeve ku him bexçe û him jî aş li ber digerin. Ciyê ku av jê derdikeve re çavî dibêjin. Çaviya Dabiloyê bi qasî 100 metre çargoşe û gilover e û ji du metreyî jî kûrtir e. Aveke weha sar û qerisî ku di kela-kela havînê de mirov nikare dest û lingê xwe bike navê. Me zarokan têde melevanî (aslamberî) dikir. Em ji aliyek heta diçûn aliyê din ji sermanan diqefilîn, diranên me li hev diket. Ji Çaviya Dabiloyê cûweke avê dikişe ku dide pişt çoka mirov. Ew cû ber û berî bexçan ji kîlometreyekî dirêjtir bexçeyên Dabilo av dide û diçe ser aşan. Darên ku di bexçeyên Dabilo de hene piranî sewl in. Licî ji darên spîndarên rast û dirêj re sewl dibêjin. Di nav wan de darên mişmiş, gûz, sêv, încas, bîhok ûhwd. jî gelek in. Her darekî gûzê bi hezaran gûz digirin. Li ciyên bêdar jî firingî, xiyar û îsot tên çandin. Licî ji îsotê re bacik jî dibêjin. Gundê Serdê her çiqas niha ne li ser Licê be jî nîvê axa wê dikeve nav herêma Licê. Dabilo û Serdê li hember hev, ji hevdu xuya ne. Bi peyatî bi qasî saeteke dûrên hev in. Di navbera wan de Deşta Dêrxeyd û ya Serdê hene. Serdê jî gundekî avî ye. Wek Dabilo avekê wek gurz ji bin çiyayê Serdê derdikeve. Bexçê li ber tên avdan. Bi taybetî darên gûzan ên sed salî kesk û şîn dikin. Çend aş li ber ava Serdê digerin. Ava Serdê ji ya Dabilo jî zêdetir e. Li binê Serdê medreb hene. Li wir pembû, birinc, titûn, kuncî, gulên rojê (berberok) tên çandin. Qawindên Serdê li Kurdistanê bi navûdeng in. Bi kurtî û kurdî mirov dikare bêje ku Dabilo û Serdê her yek cineteke direwîn e. Gundên Comelaş û Dêrqamê her çiqas nekevin herêma Dêrxeydê jî dikevin rojavayê Licê. Ji ber wê yekê min ew li wir bi cîkir. Comelaş, li rojavayê Licê ye û 17 km ji Licê dûr e. Gund di bin kontara çiyayê Mîyakuwanê de ye. Miyakuwan çiyayekî gelek bilind û bi dar û ber e. Gundî havînan derdikevin serê çiya û li wir li zozanan war çêdikin. Heta payîzê li wir dimînin. Di zemanê berê de çiyayê Mîyakuwanê gelek pezkovî hebûne lê niha nemane. Taybetiya çiyayê Mîyakuwanê yek jê jî ew e ku piraniya darên wî asindar in. Asindar cureyek ji darê mazî ye û rast, zirav û dirêj in. Xelkê herêmê di çêkirina xanî û avahiyan de darên asindar bi kat tînin. Agirê darê asindar jî gelek gurr û geş e. Comelaş gundekî avî ye û pêşî çandiniya gemim û garis dikirin. Di van salên dawî de dest bi çandiniya firingiyan kirin û rojê bi çend kamyonî dibirin pazara Amedê. Li Comelaşê malbata Şêx heye. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Daralan lê kiriye. Dêrqam, li rojavayê navçeya Licê dikeve û 18 km ji Licê dûr e. Gund bi xwe li kontara çiyayê Sadilkeyfê ye. Zîyareta Sadilkeyfê li bakurê gund, li qontara çiyê ye. Çar gomên Dêrqamê hene: Bekiran, Mala Elî Keya, goma Mala Evdal, goma Mûsabegê. Goma mala Evdal nêzîkî Dêrqamê ye lê hersêyên din ji Dêrqamê gelek dûr in. Binê Dêrqamê û goma Mala Elî Keya û Bekiran li başûrê Dêrqamê, li rojavayê deşta Dêrxeydê ne. Di navbera gundên Serdê, Dêrqamê, Comelaş gomên Engul û Dabilo de ne. Nêzîkî durêya Licê û Hênê ne. Zeviyên wan avî û berhemdar in. Goma Elî Keya û Binê Dêrqamê bi kurmancî û Dêrqam û Goma mala Evdal jî bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dibistan him li Dêrqamê û him jî li Binê Dêrqamê heye. Dewlet ji Dêrkamê re Duru û ji Binê Dêrqamê re jî Aşağı Duru dibêje. Herêm
4404
https://ku.wikipedia.org/wiki/Karincak
Karincak
Karincak (), li bakurê li Licê li herêma Dimbiliyan ji gundên herî nêzîk yek e û 10 km ji Licê dûr e. Du gom li ser in: Merk û Medrese. Bi zaravayê dimbilî dipeyîvin. Dewletê di van salên dawî de li gund dibistanek çêkiriye û navê Bayirli lê kiriye. Gelhenasî Çavkanî Gundên Lîceyê
4406
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zengesor
Zengesor
Zengesor (), gundekî girêdayî navçeya Amedê Lîcê ye ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin. Zengesor, li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e. Li sînorê Darahênê ye û 35 km ji Licê dûr e. Heft gomên wê hene: Botiyan, Mehmedo, Selmono, Qaso, Varmono, Helezîn û Dergî. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Akçabudak lê kiriye. Gelhenasî Çavkanî Gundên Lîceyê
4407
https://ku.wikipedia.org/wiki/He%C5%9Federe
Heşedere
Heşedere (), li bakurê Licê li herêma Dimbilyan e û 39 km ji Licê dûr e. Bi dimilkî Heşdere dibêjin. Di sînorê Darahênê li nav newaleke kûr e. Di zemanê berê de, li derdorê hirç gelek bûne. Ji xwe navê xwe jî ji newala hirçan digire. Goma Miho li ser e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Ulucak lê kiriye. Gelhenasî Çavkanî Gundên Lîceyê
4408
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xosor%2C%20Lic%C3%AA
Xosor, Licê
Gundê Xosor (), li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 27 km ji Licê dûr e. Gund bi gomên xwe ve cîranê gundên Darahênê ne. Heşt gomên wê hene: Lêxosor, Keşkware, Dewaxê, Horsel, Mezra Eliyo, Baxşo, Xaso û Mezra. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Yalımlı lê kiriye. Hingivê Mezra Eliyo bi nav û deng e. Li serê çiyayê Koz zîyarete heye û jê re bi dimbilî dibêjin Ziyara Koz. Xelkê herêmê rojên înê diçin û ziyaretê tewaf dikin. Gelhenasî Çavkanî Gundên Lîceyê
4420
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nexwe%C5%9Fiy%C3%AAn%20koendama%20za%C3%BBz%C3%AA%20ya%20n%C3%AAran
Nexweşiyên koendama zaûzê ya nêran
Kulbûna çûkê Kulbûna mîzerê Nişîvnebûyîna gunan Girbûna prostatê Şêrpenceya prostatê Şêrpenceya gun Stewrî Çavkanî Koendama zaûzê ya nêran
4422
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AEstema%20liv%C3%AEn%C3%AA
Sîstema livînê
Sîstema livînê an koendamê masûlkeyan, sîstemek biyolojîk e ku ji girdik an masûlkeyê kakûtî, masûlkeyê nerm û masûlkeyê dil çêdibe. Ew lebata laşê mirov û lawiran rêdan dike , rewşa laşê radigire an diparêze û xwînê seranserê laşê digerîne. Sîstema rehikan di laşên mirov û lawirên movikdaran kontrola masûlkeyan dike tevî ku hinek masûlkeyên laşê wekî masûlkeyê dil ku tev serbixwe ye. Masûlke Anatomiya masûlkeyên mirov Nêzî 639 masûlkeyên kakûtî di laşê mirov de hene Ev lîsteyk hinek girdik an masûlkeyên gelemper di laşê mirov de: Çalakiyên ayrobîk û neayrobîka masûlkeyan Masûlkeyê dil Masûlkeyê nerm Kontrola kişandina masûlkeyan Çavkanî Complete Human Muscle Tables Girêdanên derve Online Muscle Tutorial GetBody Smart MedBio.info Sîstema livînê
4424
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87erm%C3%AA%20mirov
Çermê mirov
Çerm, pêst an jî pîst,endamê herî gewre yê mirov e. Tevahiya laşê mirov ji aliyê derve bi çerm ve dapoşî ye.Çerm endamê herî gewre yê laş e. %15yê giraniya laşê mirov ji çerm pêk tê. Çerm ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa ji rijênên çerm xwêdan û çewrî jî tê derdan. Çewrî û xwedan liser rûyê çerm belav dibin, pHa rûyê çerm dadixînin 5 heta 3yê ,ango rûyê çerm piçek asîdî ye. Asîd derfet nade hokarên nexweşiyê ko li ser çerm bijîn. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakterîyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin. Stûriya çerm li her aliyê laş de ne ne bi yekşêwe ye. Li gor asta stûriyê, du cor çerm heye, çermê stûr û çermê tenik. Çermê kefa dest, çermê binê pî mînak in ji bo çermê stûr. Radeya asayî (average ) ya stûriya çerm 1 heta 2 mm ye. Stûriya çermê stûr, bi qasî 5 mm ye. Pêkhatê Pêstê mirov ji du çînên serekî pêk tê. 1. Epîdermîs : Li aliyê derve yê çerm 2. Dermîs : Li aliyê navî yê çerm de cih digire. Dermîs bi navbeynkariya çîna hîpodermîs (binçerm) bi masûlke û hestiyan ve girêdayî ye Epîdermîs Epîdermîs çîna li jorê çerm e. Gellek qatên xaneyên rûkeş li ser hev rêz dibin, bi vî awayê çîna epîdermîs peyda dibe. Di nav çîna epîdermîsê de lûleyên xwînê tune, xaneyên epîdermîsê xurek û madeyên pewîst ji mûlûleyên çîna dermîsê digirin.Stûriya epîdermîsê di çermê binê pî û çermê kefa dest ya herî zêde ye. Epîdermîs ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa epîdermîs ava laş jî diparêze, nahêle laşê mirov zuha bibe. Çîna epîdermîs ji 5 qatan pêk tê. 1. Qata hişk (Stratum corneum ) Qata herî jor a epîdermîsê ye. Ji xaneyên pehnkirî yên mirî pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyan de keratîn heye. Keratîn proteînek rîşalî(rîsî) ye. Proteînên keratînê req in û rê nadin avê. Qata hişk peş bi beş diweşe. Xaneyên ji qata zelal dewsa xaneyên weşiyayî digirin. 2. Qata zelal (Stratum lucidum) Ji rêzên rûkeşexaneyên pehn pêk tê. Navikên piraniya xaneyên vê çînê riziyayî ne, hinek xane jî bê navik in. Rêza xaneyên bênavik di bin mîkroskobê de wekî çînek zelal (ron) xuya dibin. Ev qat tenê di epîdermîsa çermê stûr de heye. 3. Qata danikî (Stratum granulosum) Çînek tenik a epîdermîsê ye. Ji 2 heta 5 rêzên xaneyên pehn pêk tê. Di nav sîtpolazmaya xaneyên qata danîkî de bi navê keretohaylîn (keratohyalin) danikên proteîn heye. Keretohylîn pêşkerê keratîn e. 4. Qata striyokî (Stratum spinosum) Ji sîtoplazmaya xaneyên vê çînê, niçikên mîna dirriyên darê ji parzûna xaneyê ber bi derve dirêj dibin. Ev pêkhateyên striyokî xaneyên qata striyokê bi hev re girê dide. 5.Qata binçîne (Stratum basale / Stratum germinativum) Çînek stûr e. Rûyê vê çînê ji rêzên xaneyên firegoşeyî pêk tê. Li aliyê jêrê çînê rûkeşexaneyên şeşpaloyî(bi îngilîzî: cuboidal) an jî yên stûnî (bi îngilîzî: columnar) cih digirin. Ji xaneyên vê derê, bi dabeşbûna mîtozî, xaneyan nû tên çêkirin. Xaneyên nû ber bi qata hişk cih diguherin. Xaneyên ko bi dabeşbûnê xaneyên nû çê dikin, wekî xaneyên bineratî (bi îngilîzî: stem cells) tên navkirin. Di qata binçîneyê de xaneyên keratînê (keratinocytes), xaneyên bineratî ne. Di nav xaneyên keratînê de hinek ji xaneyên melanînê (melanocytes) heye. Xaneyên melanînê pîgmenta (boyax) melanînê berhem dikin. Rengê pêstê mirov li gor rêjeya melanîna nav xaneyên epîdermîsê diyar dibe. Hin beşên qata binçîneyê ber bi nav çîna dermîsê dirêj dibin, bi vî awayê çîna epîdermîsê bi çîna dermîsê ve girê didin. Herwisa ji çîna dermîsê xurek û madeyên pêwîst dabîn dikin ji bo xaneyên epîdermîsê. Dermîs Dermîs li bin epîdermîsê de dirêj dibe, pêkhateyên wekî lûleyên xwînê, demarên hestê, çikildanokê mû, lûsemasûlke, lûleyên lîmfê, rijênên xwedanê û rijênên çewrî lixwe digire. Li gel van pêkhateyan xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî jî xaneyên sereki yên dermîsê ne. Dermîs ji bestereşaneyê pêk tê. Navbera pêkhateyên bestereşaneyê de rîşalên kolajen (bi îngilîzî :collagen fibers) û rîşalên qaîşokî (bi îngilîzî:elastic fibres)heye. Stûriya dermîsê 0.5 mm heta 3 mm ye. Dermîs li aliyê jêr ve bi hîpodermîsê ve girêdayî ye. Dermîs ji du çînê sereke pêk tê; çîna goçkeyî (bi îngilîzî: papillary layer) û çîna torî (bi îngilîzî: reticular layer) Çîna goçkeyî Çîna goçkeyi ji bestereşaneyê pêk tê, lê bestereşaneya vê çînê sist e, ango rîşalên kolojen û rîşalên qaîşokî torek lawaz ava dikin. Pêkhateyên mîna tilî ji çîna goçkeyî ber bi jorê, di nav qata binçîne ya dermîsê dirêj dibin, evan pêkhateyan wekî goçkeyên çermê tên navkirin. Di goçkeyên çermê de gellek mûlûleyên xwînê, mûlûlyen lîmfê, xaneyên hellûşêner, rîşalên demarê, hinek ji xaneyên çewrî, wergirên berkevtinê û xaneyên fîbrobalst heye. Xaneyên hellûşêner, xaneyên bergiriyê ne, heke ji hawirdorê, hokarên nexweşiyê bikevin nava çerm, xaneyên hellûşêner li hember wan bergirî dabîn dike. Herwisa goçkeyên çermê gellek hestewergir jî lixwe digirin. Çîna torî Li bin çîna goçkeyî de çîna torî dirêj dibe. Bestreşaneya li vê çînê gellek gurr e. Ji ber gurahiya rîşalan, ev çîn bi şeweyê torî xuya dibe. Li vê çînê de rîşalên qaîşokî û rîşalên kolojên li nav hev dirêj dibin, lê piraniya rîşalên vê çînê ji rîşalên kolojen pêk tê. Rîşalên qaîşokî nermahî didin çermê, rîşalên kolajen jî girjiya (şidayî) çerm xurtir dike. Rîşalên vê çînê bi gelemperî li derûdora çikildanokê mûyan, rijênên xwêdanê û rijênên çewrî hê zêdetir in. Çîna torî li gel mûlûleyên xwînê, gellek hestewergir û demarên hestê, rijênên xwêdanê, rijênên çewrî, regên (kok) mû lixwe digire. Herwisa li vê çînê de xaneyên mast, xaneyên fîbroblast û lûleyên lîmfê jî cih digirin. Hîpodermîs Hîpodermîs li bin çîna dermîsê de dirêj dibe, loma wekî çîna binçerm tê navkirin. Hîpodermîs beşek çerm nîn e. Çerm bi navbeynkariya hîpodermîsê bi masûlke û hestiyan ve tê girêdan. Herwisa mûlûleyên xwînê û hestedemarên çerm jî ji aliyê hîpodermîsê ve tê dabînkirin. Hîpodermîs ji çîna bestereşaneya sist û proteîna elastînê pêk tê. Xaneyên sereke yên hîpodermîse; xaneyên fîbroblast, xaneyên hellûşêner û xaneyên çewrî ne. % 50yê çewriyê laş di hîpodermîsê de cih digire. Çewriya hîpodermîsê laşê mirov ji sermayê diparêze, nahêle sermaya hewayê derbasî nav laş bibe. Erkên Çerm Parastin Çerm ji bo hokarên nexweşiyê berbestek sirûştî ye. Rê li ber bakterî, vîrus û hemû hokarên nexweşiyê digire, nahêle bikevîn nav laşê mirov. Herwisa ji rijênên çerm, xwêdan û çewrî jî tê derdan. Çewrî û xwedan liser rûyê çerm belav dibin, pHa rûyê çerm dadixînin 5 heta 3yê ,ango rûyê çerm piçek asîdî ye. Asîd derfet nade hokarên nexweşiyê ko li ser çerm bijîn. Di nav şileya xwêdanê (araq) de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakterîyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin. Çerm laşê mirov ji tîrojên serbinefşî diparêze. Tîrojên serbinefşî, tîrojên ziyanbexşên ji bo şane û xaneyên laş. Çerm, laşê ji tîrojên serbinefşî yên rojê diparêze. Gava tîrojên serbinefşî dikeve ser çermê mirov, ji xaneyên çerm melanîn tê derdan. Melanîn boyaxek (pîgment) bi rengê qehweyî ye û tîrojên serbinefşî dimijîne, nahêle tîroj bigihîje şaneyên binê çerm. Herwisa di bin tîrojên rojê de sitûriya qata hişk a çîna epîdermîsê jî zêde dibe. Li gel melanînê, qata hişk a epîdermîsê jî tîrojên serbinefşî dimijîne. Derdan Li çerm çar cor rijên heye; rijênên çewrî, rijênên xwedanê, rijênên şima û rijênên şîr. Rijênên çewriyê Çewriyerijên madeya çewrî der didin ser rûyê çerm. Li ser rûyê çerm de bakteriyên sûdbexş bi vê çevriyê tên xwedîkirin. Herwisa çîna çewrî, rê nade avê ko ji laş derbikeve an jî ji derva bikeve nav laş. Rijênên xwedanê Rijênên xwedanê (araqerijên) şileya xwedanê der didin ser rûyê çerm. Gava şileya xwedanê dukel dibe û wekî madeyek gaz ji rûyê çerm dûr dikeve, di heman demê de rûyê laş jî sar dike. Ango rijênên xwedanê pileya germahiya laş rêk dixe. Di nav şileya xwêdanê de enzîmek heye bi navê lîzozîm (lysozyme), lîzozîm dîwarê xaneyên bakterîyan diherisînê, bi vî awayê bakteriyên li ser rûyê çerm tên kuştin. Li bin çerm de qata şaneya çewrî heye, çewriya binê çerm, laşê mirov ji sermayê diparêze. Rijênên şimayê Rijênên şimayê li nav çermê coga guh (coga bihîstinê) de şimaya (mûm) guh der didin. Şimaya guh rûyê perdeya guh nerm dike, nahêle perdeya guh zuha bibê. Bi vî awayê perdeya guh qaîşokî dimîne û gava pêlên deng lê dixin, perdeya guh bi hêsanî dilerize. Rijênên şîrê Rijênê şîrê, ji memikan şîr der dide. Ango şîrê ji bo dergûşê, ji aliyê van rijênên dayikê ve tê berhemkirin û derdan. Hestkirin Di nav endamên hestê yên laş de, çerm mezintirîn endam e. Di nav xaneyên çerm de gellek hestewergir hene. Mîkanîkewergir, êşanewergir û germahiyewergir, wergirên nav çerm in. Hestewergirên çermê ji demarekotahiya demarexaneyên hestê pêk tê. Hestewergir ji aliyên kartêkirin wekî berkewtin (temas), pestan (pesto), êş , germahî û sermahî tên çalakkirin. Sinyalên ji kartêkiran bi bi navbeynkariya demarên hestê bi şêweyê sînyalên elektrîkî ber bi dirkepetikê tê guhêztin, ji vir jî ber bi mejî ve tên şandin. Têgihîştina hestan li mejî rû dide. Rêkxistina germahiya laş Asta pileya germahiya asayî ya laş 36.8 santîgrat pile ye. Germahiya laş ji aliyê demarekoendama xweyî ve tê rêkxistin. Hin caran ji ber germahiya hawirdore an jî ji ber çalakiya masûlkeyan, germahiya laş ji asta asayî bilindtir dibe. Zêdebûna germahiya laş, beşa sîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalak dike. Demarên sîmpesawî rijênên xwêdanê han dikin ji bo derdana xwêdanê. Şileya xwedanê ji bo dûkelbûnê germahiya laş bi kar tîne. Ango gava şileya xwêdanê ji rûyê çerm dûkel dibe, germahiya çerm digire bi vî awayê rûyê laş hênik dibe. Li gel rijênên xwedanê, lûleyên xwînê jî alîkarî dikin ji bo hênikkirina laş. Gava germahiya laşê mirov zêde dibe, lûleyên xwînê yên çerm fire dibin û ber bi rûyê çerm ve bilind dibin. Xwîna nav lûleyên firebûyî germahiya xwe dide hewayê, laş hênik dike. Heke germahiya laş ji asta pileya asayî nizimtir bibe, vê gavê rijênên xwêdanê, derdana xwedanê kêmtir dikin û lûleyên xwînê jî teng dibin, ji rûyê çerm dûr dikevin. Bi vî awayê germahiya xwînê di nav laş de tê parastin. Çêkirina vîtamîna D Hinek ji vîtamîna D di laşê mirov de, bi alîkariya çerm tê berhemkirin. Bi eslê xwe ne rasterast vîtamîna D lê pêşenga vîtamîna D di çerm de tê berhemkirin. Li bin tîrojên rojê de pêşenga vîtamînê, diguhere bo vîtamîna D. Xaneyên çermê vîtamîna Dyê rasterast der didin nav xwînê. Çavkanî Endam (biyolojî)
4426
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hest%C3%AE
Hestî
Hestî (yan jî hestû) corek ji bestereşaneyê ye. Peykerakoendama mirovên pêgehiştî ji 206 hestiyan pêk tê. Lê bi eslê xwe endamên hestî hemû cor şaneyan lixwe digirin. Şaneya xwînê, şaneya kirkirkê, şaneya masûlkeyê, şaneya demarê, şaneya rûkeşê di pêkhateya hestî de cih digirin. Wekî mînak, serê hestiyên dirêj bi kirkirk dapoşrav e. Xwîn xurek û oksîjen dabîn dike ji bo hestî. Xwîn bi navbeynkariya lûleyên xwînê digihîje hestî, rûyê navî yê lûleyên xwînê bi çînek xaneyên rûkêş ve dapoşrav e. Herwîsa li ser dîwarê lûleyên xwînê de masûlkeyên lûs cih digin. Ji bo hestkirina pesto û azarê şaneya demar li hestî de kar dike. Hesti bi gelemperî ji kirkirk çê dibin. Her wekî hemû corên bestereşaneyan, hestî jî ji xane û madeyên navbera xaneyan (matrîks) pêk tê. Reqbûna hestî ji ber mîneralên kalsîyûmê ye, lê zexmbûna hestiyan ji ber rîşalên kolojen û rîşalên eleastînê ye. Erkên hestî Palpiştkirin û Parastin Hestî binkeyek req dabîn dike ji bo cihbûn û girêdana masûlkeyan. Endamên navî yên laş diparêze. Destek dide ji bo çêbûna bejnûbala mirov. Hestiyên qefesa sîngê dil û pişikan diparêze, hestiyên kiloxê demaxê dorpêç dike û diparêze, hestiyên birrbirreyê dirkepetikê diparêzê û hestiyên hewzê hêlînek awa dike ji bo endamên koendama herisê, endamên zawûzeyê û endamên koendama mîzê. Livîn Hestî cihê girêdanê ne ji bo masûlkeyên peykerê. Gava masûlke girj dibin û xav dibin hestî jî bi navbeynkariya gehan dilive, bi vî awayê ew beşa laş jî dilive. Berhemanîna xaneyên xwînê Xaneyên xwînê di nav corek bestereşaneyê ya bi navê moxê hestî de tên berhemanîn. Moxê hestî du cor in, moxê sor û moxê zer. Xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tê berhemkirin. Moxê sor li beşa hestiyê îsfence yê hestî de cih digire. Moxê sor ê hestî xaneyên bineratî lixwe digire. Xaneyên bineratî yên moxê sor hemû cor xaneyên xwînê berhem dikin. Embarkirina mîneralan û Çavkaniya enerjiyê % 90ê ji mîneralên kalsiyum û fosfar ên laş di hestî de tên enbarkirin an jî ji hestî tê berdan. Kalsiyum mîneralek bingehîn e. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, meyîna xwînê û ji bo demareragihandinê pêdiviya laş bi kalsiyumê heye. Asta kalsiyuma laşê mirov ji aliyê hormonên kalsîtonîn û parathormonê ve tê rêkxistin. Ji bo diristkirin û bikaranîna molekula ATP (Adenozîna sê fosfatî) û molekûlên asîdên navikî (nukleyî); ARN (Asîda rîbononukleyî) û ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) pêdivî bi fosforê heye. Gava di xwîna mirov de rêjeya kalsiyum an jî fosforê ji asata asayî nizimtir dibe, hinek ji bestereşaneyên hestî hildiweşin û mîneralan ji hesti der didin nav xwînê. Bi vî awayî rêjeya fosfor û kalsiyumê dîsa ber bi asta asayî ve bilind dibe. Li gel embarkirina xwêyan, di doxê hestiyên dirêj de di nav moxê zer ê hestî de, çewrî jî tê embarkirin. Gava pêdivî pê hebe, ev çewriya li moxê zer, ji bo bi destxistina enerjiyê tê bikaranîn. Polenkirina hestiyan li gor şêweyê wan Li gor şêweyê xwe hestî pênc cor in; hestiyê dirêj, hestiyê kurt(kin), hestiyê pehn, hestiyê bêserûber û hestiyê kunciyî Hestiyê dirêj Hestiyên ko dirêjiya wan ji firehiyan wan zêde ye wekî hestiyên dirêj tên navkirin. Hestiyên dirêj doxek dirêj a lûleyî lixwe digirin. Ji hestiyên mil û destê, hestiyên bazû, kewere û zende, şeyên dest û tilî hestiyên dirêj in. Herwisa ji hestiyên ling û pêyê; hestiyê ran, qamîşe, telezime, şêyên pê û pêçî jî mînak in ji bo hestiyê dirêj. Hestiyê pehn Hestiyên pehn (an jî pan) vê navê ji ber rûyên xwe yên pehn girtine. Hestiyên pehn ji bo girêdana masûlkeyan rûyek fire dabîn dikin û şaneyên nerm ên li bin xwe diparêzin. Hestiyên kiloxê yên li tasa serî, hestiyên bêrokê, parsû, hestiyê qefesa sîngê mînak in bo hestiyên pehn. Hestiyê kurt Li hestiyê kurt, firehî û dirêjiya hestî hema wekhev e. Hestiyên meçeke yê dest û hestiyên bazinê pê mînak in ji bo hestiyê kurt. Hestiyê kunciyî Hestiyê kunciyî (bi îngilîzî: sesamoid bones) hestiyên hûrik û piçek glover in. Ji ber ko dişibin tovê kunciyê, vê navê girtine. Hestiyê kunciyî di nav jêyan de cih digire. Jê ,masûlkeyan bi hestîyan ve girê didin. Li gehan pestoya li ser jêyan zêde ye, hestiyên kunciyê, jêyan ji hêza pestoyê diparêze. Hestiyê kulavê çokê mînak e ji bo hestiyê kunciyî. Hin caran hestiyên kunciyî wek hestiyê kurt jî tê polenkirin. Hestiyê bêserûber Hestiyên bêserûber xwediyê şêweyêk diyarî nîn in bi gelemperî teşeyê wan aloz e û naşibin hestiyên din. Hestiyê birrbirreyê, hestiyên rûyê mirov mînak in ji bo hestiyên bêserûber. Xaneyên Hestî Çar cor xane di pêkhateya hestî de cih digire Xaneyên çêkerê hestî (Osteoblast) Hestî ji aliyê xaneyên negehiştî yên bi navê osteoblast ve tê çêkirin. Wateya osteoblast “çekerê hestî” ye. Ango xaneyên osteoblast hestî çê dikin. Xaneyên çêkerê hestî li beşa geşê ya hestî de, li bergê hestî û li ser rûyê navî (endosteum) yê hestî de zêde ne. Xaneyên çêkerê hestî dabeş nabin. Çêbûna hestî wekî hestîbûn (bi îngilîzî: ossification) tê navkirin. Di laşê mirov de hestîbûn bi gelemperî piştî qonaxa kirkirkê dest pê dike, lê hinek hestî jî bê ko qonaxa kirkirkî rû bide yekser wekî hestiyê req dirist dibin. Gava hestîbûn rû dide, xaneyên çêkerê hestî li gel derdana xwêyên kalsiyumê, rîşalên ji proteînên kolojen û elastîn jî berhem dike û der dide derdora xwe. Di heman demê de xwêyên kalsîyumê jî li nav rîşal û proteînande kom dibe. Bi vî awayî derdora xaneyên çêkerê hestî req dibe û xane di nav kelênek (lacune) de asê dimîne. Ji vê gavê şûnve êdî ji bo xaneyên çêkerê hestî, erkê diristkirina hestî diqede û xaneyên çêkerê hestî jî diguherin û êdî wekî xaneyên hestî (ostecytes) tên navkirin. Xaneyên hestî (osteosît) Xaneyên hestî (osteosît) xaneyên serekî yên hestiyê pêgehiştî ye. Xaneyên hestî jî mîna xaneyên çêkerê hestî, xaneyên nedabeşdar in. Her çiqas xaneyên hestî di nav kelênê de ji hev cuda cih bigirin jî, ji her xaneyê niçikên sîtoplazma û parzûna xaneyê ber bi xaneyên din ve dirêj dibe, di navbera xaneyên hestî de fersenda têkilîdayîn û alûgorkirina madeyan peyda dike. Ango navbera xaneyên hestî ji pêkhateyek req pêk tê, lê xaneyên hestî bi hev re di nav têkiliyê de ne. Xaneyên bineratî yê hestî Xaneyên bineratî yê hestî (bi îngilîzî: osteogenic cells) xaneyên cora sêyem in ko di pêkhateya hestî de cih digirin. Xaneyên bineratî xaneyên negihîştî û neguherbûyî ne. Di nav her çar cor xaneyên hestî de, tenê xaneyên bineratî dikarin dabeş bibin û hejmara xwe zêde bikin. Dema pêdivî pê hebe, xaneyên bineratî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên çêkerê hestî (osteoblast). Xaneyên bineratî di çîna navî ya bergê hestî û di moxê hestî de cih digirin. Xaneyên hilweşînerê hestî Heke şikestin an jî derizîn di hestiyê mirov de rû bide, ji bo saxkirina hestiyê, xane û şaneyên nû tên çêkirin. Herwisa beşa hestiyê ziyangirtî an jî xaneyên mirî û nekêrhatî jî ji hestî tên dûrxistin. Ji bo hêlweşîna beşa hestiyê ziyangirtî, xaneyên hilweşînerê hestî (bi îngilîzî: osteoclasts) kar dikin. Xaneyên hilweşînerê hestî li ser rûyê hestî de cih digirin. Bi hilweşandina xaneyên hestî, kalsiyum jî serbest dimîne ji bo tevlêkirina nav xwînê. Ango ji alîkî ve xaneyên çêkerên hestî xaneyên nû çê dikin, ji aliyê din ve xaneyên hilweşînerê hestî xaneyên mirî û ziyangirtî hildiweşînin. Bi xebatên van herdu cor xaneyan, şêweyî hestî tê parastin. Matrîksa hestiyê Beşa şaneya hestiyê ko di navbera xaneyên hestî de dimêne, wekî matrîks (bi îngilîz: matrix) tê navkirin. Matrîks ji pêkhateyên endamî (organic) û neendamî (inorganic) pêk tê. Yek ji sisêyê giraniya hestî, ji madeyên endamî pêk tê. Xaneyên hestî û rîşalên kolojen beşa serekî ya endamî ya hestî pêk tînin. Rîşalên kolojen zexmî dide hestî, li hember darbeyên hawirdorê bê ko hestî bitewe an jî kin û dirêj bibe qaîşokiya hestîyê dabîn dike. Rîşalên kolojen di nav madeyek nîvreq de cih digirin, ev made wekî madeya binyat (bi îngilîzî: ground substance) tê navkirin. Madeya binyat jî madeyek endamî ye û hilawîstin û destekkirina rîşan dabîn dike. Madeyên neendamî yên hestî, berpirsiyarin bo reqbûna hestî. Piraniya madeyên neendamî yên hestiyê ji xwêya kalsiyumê pêk tê. Bi taybetî kalsiyuma fosfat Ca 3 (PO 4 ) 2 û kalsiyuma hîdroksîd bi hevre li derdora rîşalên kolojen berhev dibin û navbera xaneyan de matrîksa req ava dikin. Herwisa li gel xwêyên kalsiyumê, dema hestîbûnê de kalsiyuma karbonat û îyonên wekî sodyum, magnezyum, flor û sulfat jî li hestî tên tevlêkirin. Bergê Hestî Bergê hestî (bi îngilîzî: periosteum), perdeyek zexm a li ser rûyê hestiyan e. Hestî bi perdeyek du çînî dapoşrav e. Navê vê perdeyê bergê hestî ye. Bergê hestî, perdeyek bi hêz e, di bergê hestî de lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene.Bergê hestî, hestiyê ji hawirdorê diparêze, lûleyên xwînê û demaran bi hestî ve girê dide, ji bo başkirina hestiyê şikestî û ji bo stûrkirina hestiyê, xaneyên nû dabîn dike. Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: fibrous layer) tê navkirin û ji bestereşeneya şidayî (bi îngilîzî: dense connective tissue), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna xaneyî (bi îngilîzî: cellular layer) tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî pêk tê. Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar lixwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, demarexaneyên hestê demareragihandin dişînin demaxê. Bi vî awayî êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî lixwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayê ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin . Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin. Xaneyên bergê hestî dikarin dabeş bibin û çînên nû li hestî zêde bikin, loma bergê hestî, tîreya hestî zêde dike, hestî stûr dibe.Jê (bi îngilîzî: tendon) û bester (bi îngilîzî: ligament) bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyan ve tên girêdan. Ji xeynî beşa hestiyê ya ko bi hestiyek din ve geh ava dike, hemû rûyê hestî bi bergê hestî dapoşrav e. Pêkhateya Hestî Hestiyê Pitew Hestiyê pitew (bi îngilîzî: compact bone) yek ji du corê şaneya hestî ye. Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê. Kelêna nav doxa hestî, moxê hestî lixwe digire . Hestiyê pitew di bin bergê hestî de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê. % 80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê. Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: lamellae) li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: osteon, Haversian system) tê navkirin. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin. Beşên sîstema Haversê Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê. Coga Havers Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi îngilîzî: Haversian canal or Central canal) tê navkirin. Di nav coga Havers de, lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û demar hene. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo xaneyên hestî tê dabînkirin. Perikên yeknavendî Perikên yeknavendî (bi îngilîzî: concentric lamellae), xelekên bestereşaneya hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen lixwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî mînak, heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyî dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike. Xaneyên hestî (bi îngilîzî: osteocytes) di nav kelênan (lacunae) de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî lixwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e. Cogik Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik (bi îngilîzî: canaliculi). Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên sîtoplazmaya xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayî di navbera xaneyan de ragihandin çê dibe. Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî xaneyên hestî bi coga Havers ve girê didin. Hestiyê Îsfencî Hestiyê îsfencî (bi îngilîzî: spongy bone /cancellous bone/ trabecular bone) . Hestî ji aliyê derve bi şaneya hestiyê pitew dapoşrav e, rûyê navî yê hestiyê bi şaneya hestiyê îsfencî rûpoş e. Cudahiya sereke ya hestiyê îsfencî ji hestiyê pitew ev e ko, hestiyê îsfencî lûle (sîstema havers) lixwe nagire. Li dewsa lûleyan, hestiyê îsfencî ji kêranan (bi latînî: trabeculae) pêk tê. Hestiyê îsfencî bi çavê tazî wekî mîna şaneya hingiv çavçavî xuya dibe. Her wekî hestiyê pitew, hestiyê îsfencî jî di nav kelênan de xaneyên hestî lixwe digire, lê xaneyên hestiyê îsfencî bi awayekî xelekên yeknavendî rezbûyî nîn in. Xane di kelênên nav kêranan de cih digirin. Kêran perikên bi şêweyî pelikên paralelê hev in. Tora kêranan wekî mîna îsfenc xuya dibin. Bi vê pêkhateyê hestî xwe ji pestanên hawirdor û kêşa giraniya laş diparêze, herwîsa kêşa hestî jî kêm dike loma hestî zexm lê hinek sivik dimînin. Valahiyên di navbera kêranan bi moxê sor û lûleleyên xwînê tîjî ne. Her çiqas şaneya hestiyê îsfencî wekî pêkhateyek nerm û bêhêz xuya dibe jî, lê bi eslê xwe hestiyê îsfencî pêkhateyek zexm û mukim e. Di navbera kêranan de moxê sor ê hestî cih digire. Moxê sor xaneyên bineratî yê xaneyên xwînê lixwe digire. Hemû xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tên berhemkirin. %20ê hestiyên laşê mirov ji hestiyê îsfencî pêk tê. Moxê hestî Moxê hestî an jî mejiyê hestî (bi înglîzî bone marrow) şaneyeke nerm e û dişibe jelatînê. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê berhem dike, loma têkiliya wî bi sîstema lîmfê û sîstema gera xwînê ve heye. Hestiyên pehn ên wekî hestiyên kilox, hestiyên hewzê û hestiyê singê, moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran, hestiyên parsû û hestiyên bazû (humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Di nav hestiyên zarok û yên mirovên têgihîştî de cihên moxê sor ê hestî ne yek e. Di laşê zarokan de moxê sor di nav hestiyê îsfencî û di kelêna moxê piraniya hestiyan de cih digire. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Her ko zarok mezin dibe, moxê sor ê di kelêna moxê de hildiweşe û diguhere bo şaneya çewrî ya bi navê moxê zer. Ango piştî temenê heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe. Ji ber vê yeke, di laşê mirovê têgihîştî de moxê sor tenê li hin beşên tewerepeykere de heye. Wekî mînak, hestiyê kiloxê, hestiyên birrbirreyê, parsû, hestiyê sîngê û hestiyê qorikê moxê sor ê hestî lixwe digirin. Herwisa hestiyê ran û hestiyê bazû jî moxê sor lixwe digirin. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire. Di demên asayî de moxê zer wekî embara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, kêmxwînî peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û xaneyên xwînê çê bike<ref . Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin. Di moxê sor de xaneyên bineratî (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Çavkanî Biyolojî Anatomî Tevineka girêdanê
4427
https://ku.wikipedia.org/wiki/Reh
Reh
Reh beşa jêrîn ji riwekan ya ku di bin erdê(zevî) de ye. her visa dibêjne lûleyên xwînê jî reh.(rehê xwînê) riwek
4429
https://ku.wikipedia.org/wiki/Made
Made
Madde Mîde, aşik, asik, ûr
4431
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gede
Gede
Gede, made, aşik, meîde, mîde (bi îngilîzî stomach), endama herisê ye. Dişibe kîsekî (tûrek) masûlkî di navbera soriçik û rûviya zirav de. Gede di binê navpençikê (diyafram), li aliyê çêpê, li jorê zikekelênê (abdomen) de cih digire. Pêkhateya gedeyê Mezinahiya gedeya vala bi qasî kulma mirov e. Gede ji bo embarkiriana demkî ya xurekan, fireh dibe. Ji ber pêkhateya masûlkî, gede bi hêsanî fireh dibe, gedeya tijî bi qasî du lître xurek lixwe digire. Gedeya tijî dişibe pîta J yê. Rûyê hundirîn a gedeya vala qurmiçî ye. Di dîwarê gedeyê de sê cor lûsemasûlke rêz bûne.Masûlkeyên bi şêweyê bazinî, masûlkeyên dirêjkî û masûlkeyên çeperast (dîagonal) li ser diwarê gedeyê de rêz dibin . Rûyê hundirîn ê dîwarê gedeyê bi çîna rûkeşeşaneyê sergirtî ye. Xaneyê rûkeşeşaneyê madeya lînc der didin. Perdeya lînc (lînceperde) şaneyên gedeyê ji asîd û enzîmên nav gedeyê diparêze.Girjbûn û xavbûna masûlkeyên gedeyê di bin kontrola demarekoendama xweyî de ye. Ango masûlkeyên gedeyê, masûlkeyên xwenewîst in. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên gedeyê wekî perîstalsîs bi nav dibe. Ne tenê gede, lê masûlkeyên soriçikê û yen rûviya zirav û rûviya stûr jî bi awaya perîstaltî tevdigerin. Du guşerên (givêşk) gedeyê, hatin û derketina xurekan a nav gedeyê kontrol dikin. Guşera di navbera sorinçik û gedeyê wekî guşera kardia tê navkirin. Guşera di navbera gede û rûviya zirav jî wekî guşera pîlorî bi nav dibe. Dîwarê gedeyê ji çar çînan pêk tê; çîna li ser rûyê hûndirîn a gedeyê wekî lînceperde bi nav dibe. Binê lînceperdeyê de çîna jêrelînceperde heye. Çîna seyemîn çîna masûlkeyan e. Gede ji aliyê derve bi perdeya seroza dorpêçkirî ye. Valahiya gedeyê ji çar beşan pêk tê. Navê van beşan; kardîa, fundus, ten(laş) û pîlorus e. Pîlorus jî ji du beşan pêk te. Antruma pîlorî û coga pîlorî.Beşa kardîa cihê girêdana soriçik û gedeyê ye. Xurekên nav soriçikê, li vir dikeve nav gedeyê. Li jorê kardîa, li aliyê çepê beşa fundus cih digire. Fundus bi şeweyê qube ye. Jêrê fundusê ten(laş) e. Beşa herî gir a gedeyê ten e. Beşa pîlorus bi şêweya kovikî ye. Gedeyê bi rûviya zirav ve girê dide. Beşa fireh a pîlorusê wekî antruma pîlorî bi nav dibe. Beşa teng a pîlorusê jî wekî coga pîlorî bi nav dibe. Gede û heris Di gedeyê de herisa mekanîk û herisa kîmyayî rû dide. Xurek di nav gedeyê de ji ber tevgera perîstaltî bi awayek fîzîkî tê heriskirin. Di nav gedeyê de xurek bi bandora lîkê û derdanên gedeyê hê pirtir şil dibe. Xurekên nermbûyî dişibe şorbeyek tîr a nîvherik. Ev rewşa xurekan wekî kîmos(chyme) bi nav dibe . Xurek bi qasî du seatan di nav gedeyê dimîne, li gel herisa fîzîkî, herisa kîmyayî jî li gedeyê rû dide. Xurekên proteînî cara pêşîn li nav gedeyê rastê enzîmên herisê tên. Enzîma pepsîn xurekên proteînî perçe dike bo polîpepdîdên hûriktir. Li gel proteînan, herisa çewrî jî li gede dest pê dike. Enzîma lîpaz ji aliyê rijênên ziman ve tê derdan (lîpaza zimanî) lê ne di dev de, di gedeyê de çalak dibe. Lîpaz çewrî diguherîne bo asîdên çewrî û glîserolê. Parek biçûk ji çewriyê di gedeyê de tê heriskirin, herisa çewrî bi esasî di nav rûviya donzdetilik (donzdegirêk) de rû dide. Kontrola çalakiya gedeyê Masûlkeyên gedeyê ji aliyê koendama demar a xweyî ve tê kontrolkirin. Sîstema demarî ya xweyî ji sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî pêk tê. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagus ji bo zêdekirina girjbûnê sînyal radigihîne masûlkeyên gedeyê. Sîstema sîmpasawî jî berevajiyê sîstema parasîmpasawî kar dike û lêza çalakiya gedeyê kêm dike.Li gel koendama demar, hormon jî li ser çalakiya gedeyê de bibandor in. Hormona gastirin ji aliyê xaneyên lînceperdeya gedeyê ve tê berhemkirin. Gastirîn di nav xwînê de ber bi rijênên gedeyê ve tê guhastin. Gastirîn rijênan han dike ko hê pirtir ji şileya gedeyê berhem bikin û der bidin. Şileya gedeyê (gastric juice) ji asîda hîroklorî (HCl), sodyum klorîd (NaCl) û Potasyum klorîd (KCl) pêk tê. Karê gedeyê Xurek ji bo demek di nav gedeyê de tê embarkirin, bi vî awayê, ji bo enzîma pepsînê derfeta çalakbûnê çê dibe. Pepsîn xurekên proteînî yên nav gedeyê diherisîne bo polîpeptîdan. Diwarê gedeyê ji sê çînên masûlkeyên lûs pêk tê. Bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan gedê mîna meşkê tê kilandin û guşandin, xurek û derdanên gedeyê li nav hev dikevin. Ev rewş dibe sedema herisa mekanîkî. Gede bi alîkariya guşera pîlorî xurekê (kîmos) hêdî bi hêdî, beş bi beş ber dide nav rûviya zirav. Bi vî awayê heriskirin û mijandina xurkan ji aliyê rûviyan ve hê hêsantir çê dibe. Hinekî av, alkol, xwê û derman gava hîn li nav gedeyê ne, tê mijandin û tevlê xwînê dibin. Ji ber derdana asîda hîdroklorîk, pH-ya nav gedeyê li derdora 1,5-2,5 e ango şileya gede asîda bi hêz e. Bi hebûna vî asîdê, gede li hember hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dike. Ji ber hawirdora asîdî, xwêyên hesinî yên nav xurekan di gedeyê de dihele, bi vî awayê hesin di rûviya zirav de bi hêsanî tê mijandin. Xaneyên dîwarê gedeyê lîncemade der didin, madeya lînc rûyê gedeyê xijokî dike, xurek bi hêsanî nav coga herisê de xiş dibin. Nexweşiya birîna gedeyê Birîna gedeyê (peptic ulcer) bi birindarbûna rûyê hundirê gedeyê peyda dibe. Di navbera asîd û enzîmên nav gedeyê û xaneyên dîwarê gedeyê de lînceperde heyê, loma asîd û enzîm tu ziyan nade xane û şaneyên gedeyê. Hin caran dibe ku ji ber tenikketina lîncepereyê, enzîm û asîd bi rûyê gedeyê ve temas bike. Di rewşek wiha de enzîmên nav gedeyê (enzîma pepsîn) dest bi heriskirina şaneya gedeyê jî dike bi vî awayê li cihê ziyan girtî, birîn peyda dibe. Birîn ne tenê li ser diwarê gedeyê de, lê dibe ku li ser dîwarê rûviya zirav jî peyda bibe. Kesên tûşî bakteriya Helicobacter pylori bibin, egera peydabûna nexweşiya birîna gedeyê li wan zêde dibe. Çavkanî Endam (biyolojî) Zik Sîstema hezmê Aşik
4434
https://ku.wikipedia.org/wiki/Endam%C3%AAn%20zayend%C3%AE
Endamên zayendî
Endamê zayendî, ew beşên anatomî ji laşê ku erka wî di pirbûna zayendî ye. Nimûneyê endamên zayendî li ba riwêkan ew e, kulîlk. Lawir Guhandar Endamên zayendî di guhandaran ji yên din çêdibin wekî li ba mirovan: Zuhariyên mirov Riwêk Kûlîlkirina riwêkan Têgehnasî Hinek têgehên anatomî ku têkiliyên xwe bi zayenditî hene Çiçik Zîlik Quz Kîr Gun Endamên zayendî Herwiha binihêre Endamên zayendî yên mêran Endamên zayendî yên jinan Avisî Çavkanî Girêdanên derve Endamên zayendî Zayenditî
4440
https://ku.wikipedia.org/wiki/Katjim%C3%AAra%20bioloj%C3%AE
Katjimêra biolojî
Jîna mirovî hundurî, ya ko laş û mêjiyê mirov di hundurê laş de tê ve derbasdibin hê jî kûr veşartîne. Katjimêra biolojî, ya laşê mirov ew jî ji wan tiştên bi pîranî hê nependî ye û zane bi ser her tiştî ve nebûne. Lê li gor banê zanîna îro û lêkolînên zanistî hîpotêz (gomanên zanistî) hatine danîn. Di wan lêkolînan de kêlîk bi kêlîk seet bi seet diyrdikin, bê çi di laşê mirov de dibe. Helbet bêgoman wê di pêşrojê de ew tiştên veşartî jî hin bi hin bên vedîtin. Lê niha zanîna mirovî gehaye çi pêpelûkê, emê ji we re pêşkêşbikin, tevlî ko ew hindik ji gelekî ye: Seet yek (piştî nîvê şevê): Di vî çaxî de bêhtirên mirovan berî sê seetan razane û hemû fazên(nore, xul, dewre) xewê derbasbûne. Di vê seetê de xewa mirov sivikdibe û bi hesanî ji xew şiyardibe. Eger kesek nexweşbe, yan birîndar be di vê demê de gelekî bi êşê diheste(dihese), jiber vê yekê, yên hawîrdorî nexweş û birîndaran gerek e bêhna xwe ji kazkaz û nalînên wan re ferehbikin. Seet dido: Bêhtirên organên(endamên) laşê mirov bi eborî kardikin, lê bitenê kezeba reş (cerg) sûdê ji vê dema hedinî dibîne û keresteyên(madeyên) ji organizm(laş ) re gerek diafirêne û hemû jehran ji organizm davêje. Em dikarin bibêjin, ko laş ji hundur ve tê şiştin. Eger win hê di vê demê de şiyarbin, ew ji we re tiştekî nebaş e. Ji xwe vexwarina qehwê, çayê û nemaze meyê(alkohol) ji binî karekî nesewdanî(aqilmendî) ye. Eger win şiyarbin û dixwazin tiştekî vexwin ji piyalek av, yan şîr çêtir nîne. Seet sisê: Di vê demê de laş xwe serewtdike(rehetdike) û ji aliyê fîzîkî ve bi carekê kerixî ye. Eger pêwist be di vî çaxê dereng de win şîyarbin, dive win hemû haya xwe bidin karê, ko win dikin û çavê xwe belkin, ji ber ko şiyarbûna we ne li gor katjimêra biolojî ye, katjimêra laşê we. Di vê demê de pestoya(fişara) xwîna mirov gelekî nizimdibe û dilkutk û bêhnkişandin gelekî hêdîne. Seet çar: Pestoya xwînê hê nizm e û xwîna digihe mêjî di nizimtirîn fazê de ye. Di vê seetê de goristan himbêza xwe divekin û piraniya mirovan dimirin. Mixabin mirov nikare xwe di ser vê seetê re çendke. Laş bi kêmtinîn enerjî(taqet) kardike, lê bihîstin(guh) tûjdibe. Ko mirov pêjneke çiqasî nizim be jî bike, şiyardibe. Seet pênc: Di vê demê de her dû gurçik rawestayî ne û titiştî(mîzê) naavêjin. Mirovên razayî ev çend care di hemû fazên xewê ve derbasbûne. Fazên xewê jî ev in:xewa sivik, xewa xewnan û xewa giranî bê xewn. Eger di vê demê de mirov şiyarbibe bi hesanî dikare ji nav livînan dekeve, ne bi mêkutan û mirov jêhatî ye. Seet şeş: Di vê demê de pestoya xwînê bilinddibe, dil xurt lêdixe û xwîn di sordamaran de bi hêz dijene. Eger em bixwazin hê jî razin, lê laşê me bi rastî şiyardibe. Seet hevt: Xweparastin, ya laş(îmunolojya) bi taybetî xurt e. Eger di vê demê de mirov bihingive vîrus û baktêriyan jî, dîse ferzenda, ko mirov nexweş nekeve gelekî bilind e. Seet heşt: Di vê demê de laş rehet bûye. Kezeba reş laş ji kêresteyên jehrî paqijkiriye. Di vê demêde vexwarina meyê tiştekî pir nesaxlem e û barekî pir ji kezeba reş re giran e. Seet neh: Ji seet neh ve çalakiya psîkolojî bilinddibe û hisandina bi êşê nizimdibe. Dil bi hemû hêza xwe kardike. Seet deh: Çalakiya laş hê bilindtirdibe. Mirov di baştirîn forma sportî(şinokirinî) de ye. Mirov di vê demê de dikare tiştên mezin bike û ev gengazî(imkaniyat) ta firavînê dimênin. Jiber vê yekê gerek e di vê demê de mirov çarê ji tiştên giran re û asê re bibîne. Yên ko li çayxanan dirûnin, bi pelikan dileyzin û yên bi hogirên xwe re li ser tiştên kelevajî dipeyvin hêzên xwe, yên giranbiha pûç û vala diberdin. Ev hêzên wê piştre ji wan re pêwist bin, lê hew bi dest wan dikevin. Seet yazdeh: Dil hê jî bi awakî rîtmî li gor çelengiya mirov, ya psîkologî kardike. Bi mezinkirin û çêtinkirina kar dil nahise. Seet diwazdeh: Kêlîka civandina hemû hêzên mirov tê. Xebînet e niha mirov zikê xwe bide ber xwarinê. Baştir e mirov firavînê hê seeteke din derengbixe. Seet sêzdeh(yekê piştrî nîvro): Kezeba reş xwe rehetdike û hinek glykogên(kerestek e kîmiyayî ye) dikeve nav xwînê. Dema çalakiya mirovî pêşî buhûrt. Mirov bi westabûnê dihese û eger hê kar li pêşiyê hebe jî, lê dîse rehetbûn jê re pêwist e. Seet çardeh: Di vê demê de enerjiya laşê mirov gelekî nizimdibe. Di vê noreya(faza) bîstûçarseetî de ev nizimbûna diduya ye, ya enerjiya laş. Dijekirdara(reaksyon) mirov gelekî sist û hêdî ye. Seet pazdeh: Rewşa mirov hinekî baştirdibe. Her pênc hesteyên(hewas) mirov: dîtin, bihîstin, bêhnkirin, hingivtin û çeştin(tamkirin) tûjdibin. Kurtîlhez di vê demê de hez ji rûniştina ber masê dikin. Ji nû ve hêza mirov lê divegere. Seet şazdeh: Banê şekir di xwînê de bilinddibe. Hin doktor dibêjine vê demê dema diabetes(nexweşiya şekir), ya piştî nîvroyî. Pişta vegera hêza mirov dîse ew hinekî kêmdibe. Seet hivdeh: Gengaziyên karkirinê bilinddibin. Sportvan xwe li gor hêza xwe şinodikin (temrîndikin). Seet hijdeh: Hisandina bi êşa fîzîkî kêmdibe. Daxwaza mirov, ko li ser xwe bigere û xwe bilebitêne bîlinddibe. Zelaliya psîkologî nizimdibe. Seet nozdeh: Pestoya xwînê bilinddibe. Aramiya(stabîlîteya) psîkologî digihe sifir. Mirov nervoz e û dikare ji bona tiştekî pûç pevçûneke mezin çêke. Ev demek e ne xweş e jibo, yên hîstêriya bi wanr e heye. Êşa serî despêdike. Seet bîst: Di vê demê de giraniya laşê mirov digihe pikê(maksîmum), ne çax e, ko yên qelew xwe niha bipîvin. Dijekirdara me xurt û tûj dibe. Şofêr di forma herî baş de ne. Ziyanên li ser riyan çêdibin pir kêm in. Seet bîst û yek: Rewşa mirovî psîkolojî normal e. Ev dem pir bikêrî xwendenkar û hunermendan tê, da xwendin û rola xwe serdilbikin. Mêjî dikare gelek tiştan di hiş de imbarbike, ew tiştên ko bi roj nikarîbû bike. Seet bîst û dido: Hijmara şanikên spî di xwînê de gelekdibe, şûna pênc ta heşt hezar şanik di sentîmetreke kabikî(cm3 ) de hijmara wan digehe diwazdeh hezaran. Germbûna laş kêmdibe. Seet bîst û sisê: Laşê mirov xwe ji rehetiyê re amadike. Çaxê xewê tê, lê ji hundur ve laş xwe ji afirandinên nû re amadedike. seet bîst û çar(nîvê şevê) Seeta dawî ye. Bazinê şevûrojî bîstûçarseetî tewadibe. Eger mirov seet bîst û dido çûbe razabe , niha destpêdike xewnan dibîne. Ne bi tenê laş, lê mêjî jî ji bona jîna roja were çalakiyên xwe nûdike û tiştên bêkêr davêje. Roj tewabû. Biyolojî
4442
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zagros%C3%AA%20Haco
Zagrosê Haco
Zagrosê Haco nivîskar û lêkolînerê kurd e. Girêdanên derve Malpera Zagrosê Haco Nivîskarên kurd
4444
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zan%C3%AEngeha%20Dihok%C3%AA
Zanîngeha Dihokê
Zanîngeha Dihokê zanîngeheke dewletê li bajarê Dihoka Başûrê Kurdistanê ye. Di 14ê îlona 1992an de Parlamena Kurdistanê biryara damezrandina Zanîngeha Dihokê ya ji du kolejan stand: Koleja Bijîşkiyê û Koleja Çandiniyê. Di despêka sala akademî ya 1992/1993 de xwendekaran dest bi xwendinê kir. Kursa pêşî di 31ê çiriya pêşîn a 1992an de vebû. Piştre gelek kolejên din jî vebûn. Bo hevtewawkirina struktûra zanîngehê di van salên dawî de gelek navendên zanistî hatine avakirin. Girêdanen derve Malpera Zanîngeha Dihokê Dihok (navend) Dihok Zanîngehên Iraqê
4445
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zan%C3%AEngeha%20Selahed%C3%AEn%C3%AA
Zanîngeha Selahedînê
Zanîngeha Selahedînê, ango Zanîngeha Selahedînê (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî Zankoy Salahaddin), berê Zanîngeha Silêmaniyê di sala 1968an de hate damezrandin û sala akademî 1982/1983 bi cihê bû. Ew ji nav her sê zanîngehên Kurdistana Îraqê zanîngeha herî mezin e. Ew li herêma paytextê Hewlêrê ye. Zanîngeha Selahedînê endamê Civata Zanîngehên Navneteweyî ye. Niha 12 kolejên wê hene. Fakûlteyên Zanîngeha Selahedînê Fakûlteya Zanistê Fakûlteya Çandiniyê Fakûlteya Endezyariyê Fakûlteya Birêvebirin û Aboriyê Fakûlteya Hunerên Ciwan Fakûlteya Perwerdeyê Fakûlteya Zagon û Ramyariyê Fakûlteya Ziman Fakûlteya Zanista Dînî Fakûlteya Zanistên Mirovan Girêdanên derve Malpera zanîngehê Zanîngehên Kurdistanê Malpera Nû ya zanîngehê Zanîngehên Kurdistanê
4447
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bij%C3%AE%C5%9Fk%C3%AE
Bijîşkî
Bijîşkî , pizişkî, bijîşkarî, dextorî an jî nojdarî, zanist û kiryarkîkirina veniyasîn, çareserkirin û pêşgirtina ji nexweşiyan e. Ew hijmareka karên sexbêrîya saxlemîyê bi xwe ve digire ko armanca tevan hêlan û vegerrandina saxlemîyê bi rêya çareserkirin û pêşgirtina ji nexweşiyan e. Pizişkî huner û zanist e. Ew bi hizaran salan e ko heye û di pirraniya vî demê dirêj da jî wekî huner bûye û bi rijdî bi dîn û felsefeyê ra dihat girêdan. Ji bo mînakê, kesê ko karê pizişkîyê dikir dibû ko giya ji bo merema çareserkirina nexweşiyan bi kar înaban û her di wê demê da jî ji bi nivêjan ji Xudê an xudêyan daxwaza çareserê kiriba. An feylesofekê pizişk bi xwînberdanê bizava çareserkirina nexweşiyan daba, ji ber ko bawerîyeka felsefî li cem wî hebû ko sedema nexweşîyan belxem in. Lê di van çend sed salên bihurî da pizişkî zêdetir wekî huner û zanist bi hev ra peyda bû. Hêşta jî dirûna birînekê wekî hunerekê destan e û pizişk dibê xwe li ser rabhînin, lê ka di astê şaneyan û gerdîleyan da çi diqewimin heta birînek sax ve dibit, hewcedara zanistî ye. Pizişkîyên kevnar ên berê niha wekî pizişkîyên kevneşopî an pizişkîyên gelêrî dihên niyasîn. Her çend e ko ew êdî ne pizişkî bi xwe ne, lê gellek caran wekî tivavkerên karên pizişkîyê dihên dîtin û pizişkîyên berdêl anko tivavker ji wan ra dihêt gotin. Dîroka bijîşkiyê Şaxên bijîşkiyê Çavkanî Girêdanên derve
4448
https://ku.wikipedia.org/wiki/Erdnas%C3%AE
Erdnasî
Erdnasî yan jî jeolojî zanisteke li ser qemûşka erdê di lêkolîn û xebatan dike. Jeolojî gelek beşan di bin xwe de dihewîne. Stratîgrafî, paleontolojî, statîk û dînamîk, mînerolojî, hemet rakirin, jeolojiya bajaran, sedîmanter petrografî û hwd. Çavkanî Girêdanên derve Zanist
4449
https://ku.wikipedia.org/wiki/Komp%C3%BBternas%C3%AE
Kompûternasî
Kompûternasî, lêkolîna komputer û hejmartinê, di nav de bingehên wan ên teorîk û algorîtmîkî, hardware û software, û karanîna wan ji bo hilberandina agahdariyan. Çavkanî Girêdanên derve Zanist
4450
https://ku.wikipedia.org/wiki/Klimatoloj%C3%AE
Klimatolojî
Keşnasî , Keşzanî an jî Klîmatolojî zanîna li ser keş û seqayê û guhertinên wê di heyameke dirêj de Zanist
4451
https://ku.wikipedia.org/wiki/Matemat%C3%AEk
Matematîk
Matematîk, werze, bîrwarî yan jî bîrkarî, (ji yewnanî μάθημα, máthēma bi wateya "zanîn, hêmbûn"), zanîna li ser rewş û mercên çendatî kwantatîv û peywendiyan û li ser formên gewdên jiyana objektîf e. Bîrwarî di tevahî zanistên pozîtîv de tê bikaranîn. Li gora zanyaran bîrwarî 200 sal zêdetir li pêşiya fizîkê dimeşe. Wateya peyva matematîk Peyva matematîk ji μάθημα (máthēma) ya yewnanî tê. Wateya wê di yewnaniya kevn de mîna zanîn û hêmbûnê bû. Di zimanê wan ê anahîn de wek ders tê bikaranîn. fhfjvygijgygihuyhihubib ubib7bobu8blguygkgugkgu7ggikbugkvbuybik Dîroka bîrkariyê Matematîka pêşdîrokî ji ber ku delîlê nivîsî tune ye, mirov kane bibêje a bi devkî ye. Bê guman pêşve çûna pêşîn divê pêkanîna jimareyan û jimartinê be. Tête texmîn kirin ku vê pêşveçûnê ji pêwîstîyên jîyanê derketî. Îhtîyacên komeleyan herçî zêde bûn jê re matematîkek bilindtir jî lazim bû. Li çar şaristanên cîhana kevn (Mezopotamya, dora çemên Nîlê, Hindûs û Ganjê, Hwang Ho û Yangtsê) mirovan aboriya xwe bi ajotina erdan dikir. Bo bikaranîna erdên xwe û debrên xwe kontrol bikin matematîk bikar dianîn. Zimanê bîrkariyê Bîrkarên kurd Koçer Bîrkar Çavkanî Girêdanên derve www.matematikakurdi.com Ankara Özel Ders Zanistên formal Gotarên mijarên sereke
4452
https://ku.wikipedia.org/wiki/Meteoroloj%C3%AE
Meteorolojî
Meteorolojî yan jî Hewanasî, () şaxeke zanistên atmosferê ye (ku kîmya û fizîkê ya atmosferê dihewîne) bi giranî li ser pêşbînkirina hewayê ye. Lêkolîna meteorolojiyê bi hezarsalan e ku heye. Pêşketinên girîng di meteorolojiyê de heya sedsala 18an dest pê nekiriye. Di sedsala 19an de piştî ku torên çavdêriya hewayê li seranserê herêmên berfireh hatin damezrandin, di vî warî de pêşketineke kêm bi dest ket. Hewldanên berê yên pêşbînkirina hewayê bi daneyên dîrokî ve girêdayî dihatin şopandin. Heta ku piştî zelalkirina qanûnên fizîkê û bi taybetî di nîvê dawiya sedsala 20an de bi pêşketina komputerê (destûrê dide çareseriya otomatîkî ya gelek hevkêşeyên modelkirinê) de, di warê pêşbînkirina hewayê de pêşketinên girîng hatin bidestxistin. Şaxeke girîng a pêşbînkirina hewayê pêşbînkirina hewaya deryayî ye ji ber ku ew bi ewlehiya deryayî ve girêdayî ye ku tê de bandorên hewayê di heman demê de danûstendinên atmosferê bi beşên mezin ên avê re jî vedihewîne. Pîvanên cihêreng ji bo ravekirin û pêşbînkirina hewayê li ser astên cih, herêmî û gerdûnî têne bikaranîn. Bûyerên meteorolojiyê, bûyerên hewayê yên berçav in ku ji hêla zanista meteorolojiyê ve têne ravekirin. Bûyerên meteorolojîk ji hêla guhêrbarên atmosfera Erdê ve têne vegotin û têne pîvan: germahî, tansiyona hewayê, dûkela avê, herikîna girseyê û guherbar û danûstendinên van guherbaran û çawa bi demê tê guhertin. Wekî din fizîka atmosferê, lêkolîna avhewa û baştirkirina rêbazên pêşbînîkirina hewa, hewanasî her weha pêvajoyên kîmyewî (mînak avakirina ozonê, gazên serayê) di nav atmosferê de lêkolîn dike û qewimînên fenomenê diparêze. Ew di nav erdnîgariyê de tê hesibandin û li zanîngehan e (binihêrin xwendina hewanasiyê) ku pir caran bi saziyên fîzyaya zemînî an fakulteya fizîkê ya têkildar ve girêdayî ye. Dîrok Serdema yekem Pêşbîniyên pêşîn ên hewayê bi şaristaniyên destpêkê re dest pê dikin ku bûyerên astronomîkî û meteorolojîk ên dubare dişopînin da ku ji wan re bibin alîkar ku guhartinên demsalê bişopînin. Nêzîkî 650 sal Babîliyan hewl dane ku li ser bingeha xuyabûna ewran û diyardeyên optîkî yên meteorolojîk ên wekî hale, guherînên hewayê yên demkurt pêşbînî bikin. Beriya zayînê de, di sala 300ê de, stêrnasên çînî salnameyek çêkiribûn ku sal li 24 festîvalan dabeş kiribû ku her festîvalek bi celebek hewayê ve girêdayî ye. Feylesofê Yewnanî Arîstoteles Meteorologica nivîsa, nivîsareke zanistî ya felsefî nivîsandiye ku tê de teoriyên li ser derdora 340 diyardeyên meteorolojîk ên wekî baran, ewr, befr, ba, birûsk, birûsk û bahoz hene. Serdema Navîn û Serdema Nû Bi sedsalan, hewl hatine dayîn ku li ser bingeha agahdariya hewaya gelemperî û çavdêriyên kesane pêşbîniyan çêbikin. Ligel vê yekê di dawiya Ronesansê de, her ku diçe zelal dibe ku spekulasyonên fîlozofên xwezayî têrê nakin û ji bo çêtir fêmkirina atmosferê zêdetir agahdarî hewce ne. Ji bo vê yekê, amûrên ku ji bo pîvandina taybetmendiyên atmosferê, wekî şilbûn, germahî û zexta hewayê hewce bûn. Di şaristaniya ewrûpayê de, yekem sêwirana naskirî ji bo hîgrometer, amûrek ji bo pîvandina şilbûna hewayê, ji aliyê Nicholas Cusa (c.1401-1464, Almanî) di nîvê sedsala panzdehan de hate sêwirandin. Galileo Galilei (1564-1642, Îtalî) di sala 1592 an de piştî demeke kurt termometreyek bingehîn îcad kir û li pey vê Evangelista Torricelli (1608-1647, Îtalî) di sala 1643 de barometre ji bo pîvandina zexta atmosferê îcad kir. Serdema Nû Dema ku ev amûrên meteorolojîk ji sedsala heftemîn heta sedsala nozdehan hatine çêkirin, pêşveçûnên çavdêrî, teorîk û teknolojîk jî beşdarî li zanistiya atmosferê kirine. Kesên ku li deverên cuda yên Cîhanê dijîn, dest bi tomarkirin û pîvandina atmosferê kirine. Dahênana telegrafê û derketina şebekeyên telegrafê di nîveka sedsala nozdehan de bû sedema birêkûpêk ku veguheztina çavdêriyên hewayê ji çavdêr û berhevkaran re were şandin. Bi karanîna van daneyan, nexşeyên hewayê bêyî hûrgulî hatine kişandin. Tevgerên bayê rûvî û pergalên bahozê dikarin werin vegotin û werin lêkolîn kirin. Pêşbîniya hewayê ya Sînoptîk, li ser bingeha berhevkirin û analîzkirina gelek çavdêriyên hevdem ên li herêmek mezin de, di sala 1860an de bi zêdebûna hejmara stasyonên çavdêriya hewayê re çêbû. Roja îro de Di sedsalên nozdehan û sedsala bîstan de bi avabûna torên çavdêriya meteorolojîk ên herêmî û cîhanî re, ji bo pêşbînkirina hewaya çavdêriyê zêdetir dane hatine peydakirin. Di sala 1920an de bi îcadkirina radyosondeyê, di şopandina hewayê li bilindahiyên cihêreng de gavek pêşkevtî hate avêtin. Radiosondes, qutiyeke piçûk a sivik a ku bi amûrên hewayê û veguhezkarek radyoyê ve girêdayî ye, bi balonek ku bi hîdrojen an helyûmê tije ye ku bi navînî 30 kîlometre bilind dibe, şandin atmosfera dinyayê. Di dema bilindbûnê de, amûr daneya germahî, şilatî û zextê dipîvin û vedigerîna stasyona erdê. Li stasyona erdê, dane têne hilberandin û profîlek vertîkal a atmosferê dihate çêkirin. Digel vê yekê, ev dane ji bo çêkirina nexşeyên hewayê an jî ji bo pêşbînkirina hewayê di modelên komputerê de bicîh kirin têne peyda kirin. Di roja îro de xizmetên meteorolojî bi rêbazên zanistî û bi hevkariya navneteweyî têne kirin. Îro, li dora deh hezar stasyonên bejahî li 24 saetan dixebitin. Zêdetirî şeş hezar keştiyên çavdêriyê li deryaya vekirî dixebitin û ji hezarî zêdetir stasyonên meteorolojiyê sondajên hewayî yên bilind daneyên avhewayê tomar dikin. Çavkanî Fizîka sepandî û navdîsîplînî Okyanûsnasî Erdnîgariya fizîkî
4453
https://ku.wikipedia.org/wiki/Der%C3%BBnnas%C3%AE
Derûnnasî
Derûnnasî yan jî psîkolojî, zanîna li ser qanûn, pêşveçûn û rûdan û çalakiyên derûnî yên mirov e. Derûnnasî zanîstiyeke nû ye li dinyayê. Heya destpêka serdema 20em wekî dîsîplîneke biyolojîk, felsefe, bîjîşkî hwd bû. Wilhelm Wundt, Sigmund Freud, Carl Gustav Jung û derûnnasên Emerîkayî ku rêbaza tevgerzaniyê bi kar anîn. Hêdî hêdî bi serê xwe bû zanîstiyek. Di demên dawî de bi navê derûnnasiya kognîtîv şaxekê din jî lê zêde bû. Psîkolojiya bingehîn an hîmê derûnnasiyê Perwerdeya metodên derûnnasiyê, dibistanên derûnnasiyê Derûnnasiya giştî Derûnnasiya biyolojîk Derûnnasiya gihîştinê Derûnnasiya civakî Derûnnasiya kesayetî û cudatiyê Derûnnasiya bi zanîstiyên din re kar dike Derûnnasiya klînîkê Derûnnasiya aborîzaniyê Derûnnasiya perwerdeyê Girêdanên Derve Danasîna derûnnasiyê Bineşaxên derûnnasiyê Di Psîkolojîyê De Rêbaz û Teknîkên Lêkolînê Têkiliya Psîkolojî û Zanistên Din Nêzîkayîtêdanên Psîkolojîk û Taybetmendiyên Wan Destewajey serekî saykolojî (alfûbêy) lê ra xiştekêk le desrewajey serekî dete nîşandan, ke derwanête buarêkî Frewan le têoryekan û bernamey xwêndinekan. Desitnîşan bo babete têorîyekan, taybete bo têoriyek yan têoriyekan. Hest kesayetî Nasname Xud Bîrkirdinewe Peresendin !
4455
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tekn%C3%AEk
Teknîk
Koma çalakiyên mirovatî yên şêweyên kar û navgînên afrandina berhemên madî bo civaka mirovatî û pakkirina mercên bikaranîna hêzên xwezayî û hebûnên xwezayî. Bi wate xwe re, ji du awayan ve heya. Heyak ji aliyê kirinî (piretîk) û ya din jî ji aliyê amûrên ku tên bikarhanîn ve wate wê heya. Her amûrekîku em bikardihênin, weke teknîkekê ya. Lê kêrhatîya bikarhanîna wê jî, teknîkîtîyê dihêne ser ziman. Zanînên di derbarê bikarhanînê de, ên weke "zanîn pêwîst" ku tê bi navkiirn, bi navê teknî û ankû "zanîna teknîkî" tê bi nav kirin. Zanist
4457
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AEstema%20hormonan
Sîstema hormonan
Sîstema hormonan , koendamê livikên endokrîn an destgehê toşpiyên kerr , ew endamê ku hormonan çêdikin e. Ji organên ku hormonên xwe didin xwîne re em organên endokrîn jî dibejin. Toşpiyên navrijîner Hormon di gelek organên mirovan de tên çêkirin. Hormon xebatên bedenê regule dikin. Organên hormonan girîngtirîn ji jor ber bi jêr ev in: Hîpofîz Livika troîd Livika paratroîd Livika tîmus Pankreas Bergurçik Livika bergurçik ya dorîn Livika bergurçik ya navçeyin Hêkdank (jin) Livika gun an batî (mêr) Erka toşpiyên navrijîner Tîpên hormonan Me dû tîpên Hormonan hene ew jî Pîptîdî û Stîroyid in. Yên Pîptîdî ji pirotînên guhorî pêk dehêt ku dişên gorînê di xanêda biken bi harîkariya wergiran yên li ser Perida xanê heyn. Hormonên Stîroyid ew hormonene yên ji esîdî çewrî guhorî pêk dehên ku ew dişên biçin dinav xanêda û bi wergirên dinav Saytosolêda heyn yan Navkêda heyn bimînin da guhorîne di xanêda biken. Êgizampil bo Hormonên Piptîdî: Adrînalîn, Însulîn, Gilokagon, ...htd. Êgizampil bo Hormonên Stîroyid: Tîstostîron, Projêstiron, Êstrojên, ...htd. Çavkanî Sîstema hormonan Toşpiyên navrijîner
4458
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rij%C3%AAn%C3%AA%20zen%C3%A7elok%C3%AA
Rijênê zençelokê
Rijênê zençelokê an rijênê tiroîd lebatek ji sîstema rijênên kor (endokrîn) yan sîstemê hormonan e. Di wê organ an endamê de hormonên triyodtîronîn (T3) û tetrayodtîronîn (tîroksîn, T4) têne çêkirin. Ew hormonana ji bo telefkirina enerjî û ji livînê girîng in. Ger ew hormona tunebin, mirov her tim diweste, naxwaze xwe bileqîne û karbike. Gava pir ji wan hormonan hebin, dilê mirovan pir zû lêdixe, mirov nikanê di şûna xwe de bimîne û dixwaze hertim bilive. Çavkanî Toşpiya zençelokê Sîstema hormonan Anatomiya mirov
4459
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rij%C3%AAn%C3%AA%20parat%C3%AEro%C3%AEd
Rijênê paratîroîd
Rijênê paratiroîdê an toşbiya paratiroîdê endamek sîstema hormonan e. Li dora rijênê tiroîdê çar rijênên piçûk bi navê paratiroîd hene. Ew jî ji bo rêkxistina kalsiyûma nav xwînê hormonan çêdikin. Kalsiyûm ji bo hestiyan gelek girîng e. Ger ew hormonana di xwînê de pir hebin, di laş de pir kalsiyûm tê komkirin. Ew kalsiyûmê ji lûleyên xwînê dide girtin. Gava hindik be, hestiyên mirovan dihelin. Anatomî Biyolojî
4460
https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AEpof%C3%AEz
Hîpofîz
Hîpofîz an jî rijênê hîpofîz (bi ingilîzî: pituitary gland). Hîpofîz rijênek biçûk e, bi qasî habika nokê ye. Lê hîpofîz rijênêk gelek bibandor e, hormonên vî rijênê gelek rijên û şaneyên laş ji xwe re dike armanc. Çalakiya rijênê hîpofîzê bi hîpotalamusê ve girêdayî ye. Hîpofîz li gor hormonên hîpotalamusê, hin hormonan berhem dike û der dide nav xwînê. Ango hîpotalamus bi navbeynkariya hormonan, çalkiya hîpofîzê rêk dixe. Rijenê hîpofîzê ji du pişikên sereke pêk tê, loba pêş û loba paş. (Hin caran wekî hîpofîza pêş û hîpofîza paş jî tê navkirin). Hormonên hîpofîzê an rasterast bandor li ser endam û şaneyan dike an jî bi navbeynkariya hormonên hander (teşwîqer), bandor li ser rijênên din dike da ko ew rijên hormon berhem bikin. Wekî mînak; hormona geşê bandor li hemû xane û şaneyen hestî û masûlkeyan dike. Hormona handera rijênê tîroîdê, bandor li ser rijênê tîroîdê dike ko ev rijên hormona tîroksînê berhem bike. Çavkanî Girêdanên derve Sîstema hormonan
4461
https://ku.wikipedia.org/wiki/Vejetaryan%C3%AEt%C3%AE
Vejetaryanîtî
Vejetaryanîtî parêz û şêwaza jiyanê ya ku dev ji xwarinên ku ji ajalên kuştî tên digire dike. Ev goşt, masî (ajalên avî yên din jî tê de), û her weha hilberên ku ji wan têne çêkirin in. Bi tevlêkirina xwarinên ku ji ajalên zindî wekî hêk, şîr û hingiv hatine girtin, gelek bin-formên gihaştîparêziyê têne veqetandin. Di veganîzmê de, ji hemî xwarin û kelûmêlên xwerû yên bi koka ajalan têne dûr xistin. Kesên ku goşt naxwin, vejeteryan in. Girêdanên derve [ Îlankirina rûmeta vejetaryanan] Xwedîbûn Sebze
4463
https://ku.wikipedia.org/wiki/DicOOo
DicOOo
DicOOo (ji Dictionary=ferheng û OOo=OpenOffice.org) bernameyeke ji bo daxistina ferhengên OpenOffice.org'ê ye. DicOOo bi kurdî hat wergerandin. Armanca DicOOo'ye, daxistin û sazkirina ferhenga rastnivîsa MySpell a kurdî ji bo OpenOffice.org'ê ye. Di versyonên 1.9 û 2.0 yên OOo'ye de mirov dikare kurdî wekî zimanê nivîsê hilbijêre û kontrola rastnivîsê wê bike. DicOOo 1.4.1 bi xwe jî bi kurdî ye. Nivîskarê wê Laurent Godard e. Vêkirina DicOOo DicOOo bi xwe belgeyeke OpenOffice.org'ê ye. Ji bo vekirina wê gel te OpenOffice.org hebe. Dema tê vekirin, divê destûr ji bo makroyan bê dan ("Enable macros"). Girêdanên derve DicOOo 1.4.1 daxe (bi bernameya OpenOffice.org veke) Nivîsbariya azad Nivîsbariya kurdî
4469
https://ku.wikipedia.org/wiki/Herbak
Herbak
Gundê Herbak girêdayi Hezexê ye. Li rojhilat bi Hoser ve, li bakur bi Cirehi ve, li başûr bi Sirsirk ê ve li rojava jî bi Kovex û Girê Sira Navdarên Herbakê Gundên Hezexê
4472
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kontrola%20rastniv%C3%AEsa%20kurd%C3%AE
Kontrola rastnivîsa kurdî
Ji bo kontrola rastnivîsa kurdî ferhenga rastnivîsa kurdî ya bernameya MySpell hatiye derxistin. Cihê MySpell îro Hunspell digire. Her dû bername bi gelek bernameyên nivîsbariya azad re dixebitin, wekî Firefox û OpenOffice.org. Girêdanên derve Rastnivîs a ji bo Firefoxê Rastnivîs a ji bo OpenOffice.org 3'yê Komputer
4477
https://ku.wikipedia.org/wiki/PhpBB
PhpBB
phpBB (php Bulletin Board) sîstemeke ji bo avakirina foruman e. phpBB bi kurdî hat wergerandin. Girêdanên derve Malpera phpBB Nivîsbariya kurdî Nivîsbariya azad
4479
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rastniv%C3%AEsa%20kurd%C3%AE
Rastnivîsa kurdî
Rastnivîsa kurdî yan rastnivîsandina kurdî rêzikên nivîsandina bi zimanê kurdî ne. Ji ber ku saziyeke fermî tune, ji aliyên cuda rêzikên cuda tên esas girtin. Bernameyên kontrola rastnivîsê ya kurdî hene. Ev MySpell, Ispell û Aspell in. Pirtûkeke Samî Tan a bi navê Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî ser vê mijarê heye. Binêre Kontrola rastnivîsa kurdî MySpell Girêdanên derve Malpera MySpell a kurdî E-pirtûka Arif Zêrevan: Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (pdf) Rêziman Zimanê kurdî
4483
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmed%20Em%C3%AEn%20Bozarslan
Mehmed Emîn Bozarslan
Mehmed Emîn Bozarslan (jdb. 1935, li Amedê), mele û nivîskarekî kurd e. Ew bavê dîroknasê Hamît Bozarslan e. Bozarslan, di sala 1935an de, li qeza Diyarbekirê (Amed) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kiriye, dest bi meletiyê kiriye. Dura li wê heremê ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtî kiriye. gelekan bernavê ‘Muftî’ yan ‘Muftiyê Komunîst’ lê dikir. Çawa ku ‘telebe’ bi mana ‘şoreşger’ dihête karanîn, ‘qomunîst’ jî di nav Kurda de pirî caran ji dêvla welatparêzî, mafperestî ango ji bo kesên ku mafê Kurda û belengazan parastiye, hatiye karanîn. Bi gotinekî din, di raya giştî a Kurda de tu çiqas ji dewletê dûr bî, ewqas qomunîst î. Meleyên Kurda yên berê jî, hema bêje piraniya wan bi vî navî hatîne naskirin. Tiştên balkeş ya nivîskar û lêkolînvanên Kurda, di Mehmet Emîn Bozarslan de jî tê dîtin. Ew jî bingeha welatparêziya xwe û her weha bingeha nivîskariya xwe, ji rewşa axa xwe ya bindest digre. Gelek deweran digere, rewşa gelê xwe yê xizan û bindestan dibîne û sedema vê yekê pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê ‘Şeyhlîk ve Aðalik’ (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964a de şirove dike, raya xwe radixe ber gel. Pirtûka duyemîn a Bozarslan jî, li ser pirsa Kurdî ye. Di sala 1966a de, pirtûka Bozarslan bi navê ‘Doðu’nun Sorunlari’ (Pirsên Rojhilat) dikeve destê xwendevanan. Bozarslan, girîngiya ziman û hînkariya bi zimanê zikmakî jî, her weha di vê pirtûka xwe de cara yekemîn eşkere dike. Her du pirtûkên ewil ya Bozarslan, bi Tirkî nin û her weha li ser pirsên gel û herêmê nin. Yekem alfabeya kurdî li Tirkiyeyê Pirtûka ewil a Bozarslan ya bi Kurdî, ‘Alfabe’ ye. ‘Alfabe’, di sala 1968an de li Stenbolê hat çapkirin. Ev pirtûkê ha, her weha, yekemîn pirtûka alfabeyê ye ku bi tîpên Latînî li Komara Tirkiye hatiye çapkirin. Ji bilî ‘Alfabe’yê, Bozarslan, ‘Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî wergêrandibû Tirkî û ev pirtûkê ha jî, di sala 1968an de ligel Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê li nav Weşanên Hasat de hatibû çapkirin. Her du xebatên Bozarslan, ji hêla dozgerên Amed û Stenbolê ve, tafilê hatin berhevkirin. Bozarslan jî hat girtin. Ew, bi îdiaya “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiyeyê û sazkirina dewleteke Kurdî ya xweser” dihat tawanbarkirin. Dozgerê Amedê, ‘Alfabe’ û ‘Mem û Zîn’a ku Bozarslan wergerandibû Tirkî, wekî “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiye” binav kir. Doza ‘Alfabe’yê heta sala 1974an berdewam kir. Di sala 1974an de, ji ber lêborîna giştî (amnesty) doza Bozarslan ket, lê ‘Alfabe’ wekî hacetekî sucê hat dîtin û qedexekirina li ser wî dom kir. Ango, ‘lêborîn’ ji şexsan re bû; ji pirtûkan re ‘lêborîn’ tûne bû. Bi vê biryara dadgehê ya Komara Tirkiyê, li tevayî cîhanê, ev cara ewil bû ku elîfbayekî dihate qedexekirin. Çapa ‘Alfabe’yê ya li Swêd jî, li Tirkiyê bû egerekî nijadperestiyê: Piştî sala 1979an ku Bozarslan derket derveyî welêt, li Swêdê cîhwar bû û xebatên xwe li vî welatî domand. Çapa duyemîn ya ‘Alfabe’yê jî di sala 1980an de, li Swêd çêbû. Rojnama ‘Milliyet’, ev yek wekî nûçeyekî sansasyonel, li serrûpela xwe çap kir. Yê nizanibû, dê bigota qey “li Swêdê şer derketiye”. Bozarslan wek siyasetvan Piştî ewqas eziyet û îşkence û zîndaniyê, Bozarslan neçar ma di sala 1979a de derket dervayî welat. Nefîkirin çiqas zor be jî, lê meriv dikare bêje ku, baş bû Bozarslan derket dervayî welat. Bê guman ew li Tirkiyê bimana, nedikarîbû ku ewqas berhemên hêja biafrîne; ewqas xizmeta zimanê Kurdî bike. Bozarslan, eger li Tirkiyê bijiya, ew hem berhemên xwe nedikarîbû ewqas bi azadî biafrîne, hem jî wê ji ber keda xwe ya hêja gelek salên xwe li zîndanê derbas bikira. Bozarslan, di nav xebata DDKOyê (Devrimci Doðu Kültür Ocaklarý) de jî cîhê xwe girtiye. Tê zanîn ku DDKO, ewil komela legal e ku piştî têkçûna Serhildana Seyît Riza li Komara Tirkiye di sala 1969a de hatiye damezrandin. Ji kesên ku bîranînên xwe ya li derhaq DDKOyê de nivîsandine em zanin ku, di nav komelê de du şax bi eşkereyî xuya dikin. Yek ji van şaxana, nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (TKDP) ye; ya din jî şexsiyetên çep in û pêywendiya wan bêtir bi FKF (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TÝP (Türkiye Ýşçi Partisi) re henin. Bozarslan di nav van şaxana de bi taybetî li cîhekî nîne. Lê tesîra Bozarslan, di nav komelê de bêtir li ser ew xortên welatparêz ku xwe nêzîkî TKDP dihesîbînîn de, heye. Piştî ku leşkerên Komarê di sala 1971a de dest danîn ser hukim, wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirk, Bozarslan jî hem ji ber pirtûkên xwe hem jî ji ber endametiya DDKOyê kete zîndana Diyarbekirê û di doza DDKOyê de jî hat dadgehkirin. Xebatên Bozarslan, ji ber sazumana leşkerî heta sala 1974a sekinî an jî bi nêhînî dom kir. Di van salan de çi pirtûkên wî nehatin çapkirin. Bi lêborîna giştî re gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji zîndanan derketin û dest pê kirin rêxistinên xwe damezrandin. Bozarslan jî, carekî din bi eşkereyî dest bi wergêrandin û nivîsîna pirtûkan kir. Ew, durî rêxistinên Kurda nema, lê di nav tu rêxistinên ku wê demê hatibûn damezrandin, cîh negirt. Ev yekê han bi raya min di vî warî de balkêş e: Bozarslan, bê guman tena serê xwe wekî rêxistinekî bû. Lê ji ber ku ne endamê rêxistinekî bû, tu rêxistin jî bi xûrtî alîkariya wî nedikir. Her weha di nivîsandin û çapkirin, bi taybetî jî firotina pirtûkên Bozarslan de ji bilî astengiya dewletê, astengiya hin ‘siyasetmedaran’ jî hebûn. Bawer nakim ku li derhaq vê yekê de, tu kesek heta niha ji Bozarslan gazinekî bîhîstibe. Ew ji çi kesî gazina nekir, lê karê xwe jî bê westan domand. Ýro meriv bi dilekî rehet dikare bêje ku, pirtukên ku Bozarslan nivîsandiye an jî wergêrandiye, ji weşanxanê heta ji pirtûkxaneyê hinek rêxistinan dewlemendtir e. Xebata rastnivîsiya kurdî Bozarslan, piştî xebata evqas salan hê jî bê westan karê xwe didomîne û niha jî dest bi xebatekî din ya giranbiha kiriye. Ev xebata wî lý ser rastnivîsandina (imla) peyvên Kurdî û her weha etîmolojiya ziman e. Ev xebata giranbiha berî çend salan li rojnama hefteyî, li Ronahî beş bi beş dest bi weşanê kir û niha jî li rojnama panzdeh roji, li Dema Nû de didome. Qasî ku ez zanim, li ser vê yekê heta niha li nav Kurdên Tirkiyê tu xebatekî bi vî rengî nehatiye çêkirin. Berhem Şeyhlik ve Ağalık (çapa 1, 1964 Stenbol); Doğu’nun Sorunları (çapa 1, 1966 Stenbol); Alfabe (çapa 1, 1968 Stenbol, çapa 2, 3 û 4 Swêd); Anarşistler (çapa 1, 1977 Stenbol); Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergêra Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1971 Stenbol; çapa 2, Weşanên Deng, 1998 Stenbol); Meyro (çîrok, çapa 1, 2 û 3, Swêd; çapa 4, Weşanên Deng, Stenbol); Mîr Zoro, (meselokên lawiran, çapa 1, 1981 Swêd; çapa 2, weşanên Deng, Stenbol); Gurê Bilûrvan (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd); Kêz Xatûn (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd); İçerdekiler ve Dýşardakiler (çapa 1, 1974 Stenbol; çapa 2, 1983 Swêd); Serketina Mişkan (meselokên lawiran, çapa 1, 1984 Swêd); Pepûk (meselokên lawiran, çapa 1, 1985 Swêd); Melayê Meşhûr (pêkenokên Kurdî, çapa 1, 1986 Swêd); Şerefa Ristem Keya (kurteçîrok, çapa 1, 1992 Swêd); Kemal Paşa Weledê Kê Ye? (meselokên siyasî, çapa 1, 1993 Swêd); Gulî Xatûn (çîrokên gelî, çapa 1, 1997 Swêd); Kurê Mîrê Masiyan (çîrokên gelî, çapa 1, 1998 Swêd); Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî: Kovara Kurdî-Tîrkî (wergêr jî tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan. çapa 1, 1998 Swêd); Jîn-Cilda Yekemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd); Jîn-Cilda Duyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd); Jîn-Cilda Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1986 Swêd); Jîn-Cilda Çaremîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1987 Swêd); Jîn-Cilda Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1988 Swêd); Masiyên Bejî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1987 Swêd); Ji Dînan Dîntir (pêkenokên gelî, çapa 1, 1988 Swêd); Ilmê Tûrik (pêkenokên gelî, çapa 1, 1989 Swêd); Bûka Gulsûn (pêkenokên gelî, çapa 1, 1990 Swêd); Mela Kulî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1991 Swêd); Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 1 (wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd); Kurdistan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 2 (wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd); Mem û Zîn / Ehmedê Xanî (wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1968 Stenbol; çapa 2, 1995 Swêd; çapa 3, Weşanxana Deng, 1997 Stenbol); Kürtçe-Türkçe Sözlük / Yusuf Ziyaeddîn Paşa (Bi berhevkirin û wergêrandina Tirkî ya M. Emîn Bozarslan, çapa l, Weşanên Çira, 1978 Stenbol); Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Şemseddîn Samî (Wergêr ji zimanê Osmanî bo Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, Weşanxana Deng, 2001 Stenbol); Mervani Kürtleri Tarihi / Ibn-ül Ezrak (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1975 Stenbol; çapa 2 Weşanên Komkar, 1987 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1991 Stenbol); Mahabad Kürd Cumhuriyeti / William Aegleton (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1976 Stenbol; çapa 2, Weşanên Komkar, 1988 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1992 Stenbol). Çavkanî https://web.archive.org/web/20090810143547/http://www.geocities.com/mehname2006a/78/nirxandin3.html Nivîskarên kurd Zimannasên kurd Mêr Jidayikbûn 1935 Nivîskarên zimanê kurdî Mirovên zindî
4485
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bozarslan
Bozarslan
Mehmed Emîn Bozarslan Hamît Bozarslan Fatma Bozarslan, helbestvaneke kurd
4486
https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AAviy%C3%AAn%20Bir%C3%AEndar
Hêviyên Birîndar
Hêviyên Birîndar romana yekem a Omer Dilsoz e ku ji 164 rûpelan pêk tê. Weşanxaneya Berçem diweşîne. Bûyera romanê li ser felsefeya "Heke tu pişta êşan neşkênî dê êş pişta te bişkênin" ava bûye. Salên lixwegerîn û aloz ên 1988-1994'an bi çavên hin zarokên ku bêyî dilê xwe bi nav pêlên jiyanê ketine, li jiyan, civak û têkoşînê dinêre. Roman bi zimanekî rewan î bi kurmanciya Hekarî hatiye hûnandin. Wekî gencîneyeke nedîtî ya peyvên resen û birîndar a Kurdî ye. Her wiha roman bi du milan diherike. Her aliyekî wê pêlî birîneke civakî dike. Tê de gelek mijar bi aloziya demê, di dîtina zarokên ku zaroktiya xwe nikarîne bijîn, xwendevanan li nav civaka Kurdî digerîne. Bûyer pir aloz di nav hev de derbas dibin. Mirov bêhemdê xwe dikeve nav xeleka aloz a bûyerên cuda cuda ku hemû jî berxwedana li dijî xeman in. Herçend hêvî tê birîndarkirin jî lehengên romanê hewl didin ku van birînên xwe bipêçin û dest bi destpêkeke nû bikin. Roman bi destpêkekê diqede; ango roman cihê lê dest pê dike, bi dawî tê. Dawîlêanîna romanê ji xwendevan re hatiye hiştin. Yanî ew naqete tam ji nû dest pê dike.. Girêdanên derve (Jînenîgarî bi tirkî) Roman
4494
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9E%C3%AAx%C3%AA%20Sen%27an
Şêxê Sen'an
Şêxê Sen'an an jî Şêxê Senaniyan yek ji berhemên Feqiyê Teyran e. Berhem li ser şêxekiye ku wekî Şêxê Sen'an tê danasîn. Bi kurtî naveroka Şêxê Sen'an Şêxê Sen'an yê herdem di zikr û taeta Xwedê de serdarê 500 sofiyan e. Kar û xebata Şêx tev ji bo axretê ye. Elaqê wî qet ji xweşî û lezetên vê cîhanê tine. Ew ewlîyakî Xwedê ye. Şêt tên ser ji bo ku baş bibin, kor tên cem ji bo ku bi çav bibin, dîn tên cem ji bo ku saxlem bibin. Feqiyê Teyran kesayetiya Şêxê Sen'an bi van rêzikan tîne ziman. Dûr bû ji ev dinya fanî Pir digrî kêm dikenî Kul bû ji ber secdê enî Di karê zewada axretê Wî her zewade kar dikir Zikrekî bê hejmar dikir Ji dinyayê istixfar dikir Dûr bû ji her ci sibhe tê Temenê Şêx dibe 77. Sofî li hev dicivin û biryara çûna Hecê dikin. Şêxê Sen'an wekî rêberê karwanê 500 sofî tê hilbijartin û dikevine riya Hecê de. Karwanê Heciyan li nêzîkê bajarê Tîflîsê, ji bo bêhndanê li baxekî rûdinin. Ev bax baxê qîza hukumdarê Gurcan e. Çavên Şêx di vî baxî de bi keça Gurcî dikeve. Piştî ku ew qîzê dibîne biryar dide ku li vira bimîne û xizmeta keça Gurcî bike. Sofî dikin nakin bisernakevin ku Şêx ji biryara wî vegerînin, ew mecbûr dev ji Şêxê xwe diberdin û bê rêber divegerin warê xwe. Şêx li xwe nakit sitaran Eşkere xwe gote yaran Ax ji destê dohta kufaran Bimre dînê şirketê Bê mezheb û bê dîn kirim Bê xwendin û yasîn kirim Ji yar û biran şermîn kirim Werdek xeyala min ne tê Lew nesîm werdan bixwûnim Bejnekê nazik dibînim Dîn dibim wer dimînim Dil ji min bir qametê .......... ...... Şerm û edeb çû wê demê Nalî ji tîra sertemê Bûye kenînê alemê Avêt kirasê rûmetê Şêxê 77 salî, yê di riya Hecê de bi hêviya ku keça Îsawî işaretekê bidiyê dev ji her tiştî diberde. Dema Şêx ji keça Gurcî re evîna xwe diyar dike, keç xebera dawî jê re dibêje: Eger Şêx bibe Îsawî ewê mecal bide ku ew hevûdin bibînin. Şêx hemû şertên keça hikûmdarê Gurciyan ya xiristiyan dipejirînin e. Ew Şêxê ewliyayê Xwedê, rêberê karwanê Heciyan di 77 saliya xwe de dest bi vexwarina meyê dike û dibe gavanê berazan. Şêx serpêhatiya xwe wiha tîne ziman: Hem no kirim, hem bed kirim Ku ewê ez Îsawî kirim Ji vê terîqê der kirim Kafir kirim bê murwetê Kafir kirim meyxur kirim Dîwane û epter kirim Balekê ji pêxember kirim Ev reng bela li ser min tê Sofiyên mirîdê Şêx di dawiyê de ji warê xwe cardin tên û Şêx bi xwe re dibin. Keça Gurcî jî li dûv Şêx diçe, lê dema ku ew digihîjin hev Azraîl ruhê herduyan distîne û ew bi bihiştê tên xelatkirin. Çavkanî Helbestên kurdî Feqiyê Teyran Pirtûkên kurdî
4502
https://ku.wikipedia.org/wiki/F%C3%AEnlenda
Fînlenda
Fînlenda bi fermî Komara Fînlendayê (bi fînî: Suomi an Suomen tasavalta, bi swêdî: Finland an Republiken Finland), welatekî li bakurê Ewropayê di hêrema Skandînavyayê e. Welat li bakur-rojavayê bi Swêd, li bakur Norwêc, û li rojhilat bi Rûsyayê re, li rojava bi kendava Botniyayê û li başûr jî bi kendava Fînlendayê re, li hemberê Estonyayê, sinor dike. Rûerda Fînlendayê 338,145 kîlometre çargoşe ye, û nifûsa wê 5,6 mîlyon e. Helsînkî paytext û bajarê herî mezin e. Fînî û swêdî zimanên fermî ne, ku swêdî zimanê dayikê yê %5,2 ê nifûsê ye. Fînlenda yekem car li dora sala 9000 BZ piştî Serdema Qeşayê ya paşîn ji mirovan bi cih bû. Ji dawiya sedsala 13an de, Fînlenda di encama Seferên Xaçperestên Bakur de bû beşek ji Swêdê. Di sala 1809an de, di encama Şerê Fînlendayê de, herêma Fînlenda bû beşek ji Împeratoriya Rûsî wekî Dukata Mezin a Fînlandiyayê ya xweser. Di vê serdemê de hunera Fînî geş bû û fikra serxwebûnê dest pê kir. Piştî Şorêşa Rûsyayê ya 1917, Fînlenda serxwebûna xwe ji hikûmdarê Rûsî ragihand. Di sala 1918an de neteweya ciwan ji hêla Şerê Navxweyî Fînlendayê ve hate dabeş kirin. Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, Fînlenda di Şerê Zivistanê û Şerê Berdewam de li dijî Yekîtiya Sovyetê şer kir, paşê di Şerê Laponyayê de li dijî Almanyaya Nazî şer kir. Di encamê de beşek ji axa xwe winda kir lê serxwebûna xwe parast. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ev zû pîşesazî kir û aboriyek pêşkeftî ava kir, bi dewletek refahê ku li ser modela bakurî (wekî welatên bakurê Ewropayê) hatî çêkirin. Di dema Şerê Sar de, Fînlenda bi fermî polîtîkaya bêalîbûnê qebûl kir. Ji hingê ve, ev di sala 1995an de bûye endamê Yekîtiya Ewropayê, di sala 1999an de bûye endamê Hêrema Ewro û di sala 2023an de bûye endamê NATO. Fînlenda endamê rêxistinên navneteweyî yên cuda ye, wek Neteweyên Yekbûyî, Konseya Bakur, Herêma Şengenê, Konseya Ewropayê, Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê, û Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê. Netewe di metrîkên performansa neteweyî de, di nav de perwerdehî, pêşbaziya aborî, azadiyên sivîl, kalîteya jiyanê, û pêşkeftina mirovî bi awayekî pir baş pêk tîne. Erdnîgarî Nêzî 168,000 golan û 179,000 giravan li Fînlenda hene. Saimaa gol mezintirîn li Fînlenda ye û çarem mezintirîn li Ewropa ye. Pirraniya golê li herêm başûr-rojhilatê hene, ku jê re Gol Fînlenda (fînî: Järvi-Suomi) tê gotîn. Pirraniya giravê li başûr-rojavayê û li Derya Behra giravan, di navbera Fînlendaya parzemînî û girava serekî ya Ålenda de hene. Herêmên Fînlendayê Fînlenda 19 herêman pêk dihê: Deh bajaren herî mezin ev in (dem: kanûna pêşîn 2016) û li pey nifûsa wan: Helsinki: 650,058 Espoo: 284,444 Tampere : 235,615 Vantaa: 228,678 Oulu: 203,750 Turku: 191,603 Jyväskylä: 141,374 Lahti: 120,081 Kuopio: 118,667 Kouvola: 83,149 Çavkanî Girêdanên derve Endamên Konseya Ewropayê
4505
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dihok
Dihok
Dihok an Duhok (bi tîpên erebî ; bi suryanî: ܢܘܗܕܪܐ, Nohadra), bajarekê mezinê başûrê Kurdistanê ye, li devera Badînan, navê parêzgeh, qeza û bajarê herê mezin e. Nêzîkî 1.500.000 kesan tê da dijîn. Bi qasî 60 km ji sînorên Tirkiyeyê dûr e. Bajar di nav nihaleka berfireh da ye. Sê aliyên bajarî çiyayên bilind in. Li jor Çiyayê Spî, li jêr Çiyayê Dehkan (Şindoxa), li rojhelatî Çiyayê Mamsîn û li rojavaya wî, deşta Sêmêlê ye, ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî, axeka zêrîn heye. û Parêzgarê niha yê Dihokê Elî Teter e. Nav Ji wan şûnwarên, ku li dorûberên bajarî hene, xuya ye ku Dihok pir kevn e. Di berê de û di demê dewleta Nozî de, mîrê bajarê ku digotinê Axşindo, li Girêbasê, baca rê li ser karwaniyan dadina û ji her barî du mist digirtin. Navê bajarî jî, ji hindê peydabûye. Du hok, anku du mist. Erdnîgar Li Dihokê digel navceyên wê Zaxo, Amedî, Sêmêl, Şêxan û gundên wê ji 1,5 milyon lê dijîn. Ji wan 90% misilman, 5% êzdî in û 5% fileh in. Du çem di nav bajarî de diçin. Yê yekê çemê Dihokê ye, ji jora bajarî, ku serekaniya wî, li nêzîkî gundê Xazyava dizê û yê duyê jî, biçûktir e, navê wî, Hişkerû ye, ku serekaniya wî, ji rojhelata bajarî, li nêzîkî gundê Berêbuharê dizê. Li ser çemê Dihokê, berî bigehî gelî, sikrekê avê hatiye çêkirin. Dûra herdû çema, ku di nav bajarî de diçin, bi baxçe û dehlên fêkî: hinar, hilîk, mijmij, sêv, tireqî, tirî, hirmîka xemlandi ye. Li bakurê Dihokê kelheya Firun e. Rojhilat kelheya Şedayê, li başurê Çiyayê Reş e. Taxên Dihokê Nahiyeyên Dihokê Navên fermî, 2009: Dihok (navend) Mangêş Zawîte Bamernê Batifa Kanî masê Derkar Boselê Dîrok herêma Dihokê Dîroka beriya zayinê Mezopotamya û Kurdistan ew welatin ku cara yekem mirovahiyê dest bi jiyanê kiriye. BZ 6 hezar sal şop hatine dîtin ku mirovan li ser vê xakê dest bi jiyanê kirine gund û bajar avakirine û çandinî pêşxistine. Di cîhanê de ewil qesir û xan, çandûhûner, stran û helbest, zanyarî û teknîk li ser vê xakê hatine çêkirin. Bingeha xwe ya zanyarî ji dewleta Sumeran digre. Dewleta Sumeran li başurê Iraqê dewleta xwe avakirbûn. Dema mirov diroka Sumeran lêkolîn dike, weke bingeha felsefeya jiyanê derdikeve pêşberî mirovan. Zanyarên Iro jî, ji xwe dewleta Sumeran û hewildanên wan yên afirandêriyê, wek Sumernasî yanî Zanyariya Sûmeran, bi nav dikin. Sîstema Bajarvanî, binesazî wek sistema kanalên avê, perestgeh û temsildarên perestgehan ji aliyê Sumeran ve hatine pêşxistin. Her wiha Hûnera nexş û nîgar ya destan ji aliyê heman dewletê ve ku di erdkolanan de peyda kirine, hatiye destpêkirin. Işaretên zanyarî yek ji wan peydakirina xetên nivisa bizmarîne. Cara yêkem alfabe ji aliyê Sumeran ve hatiye peyda kirin. Bi hezaran tablet yên nivîsên li ser keviran hati bûn çêkirin ji aliyê argologan ve hatine bidestxistin. Her wiha di cîhanê de çîroka yêkem ya bi navê Gilgamêş li Mezopotamya serdema Sumeran BZ 2700 salan de hatiye nivîsandin. Bingeha Qanûna îro ya cîhanê ji aliyê Hamurabî ve hatiye amadekirin û pêk anin. Li gorî lêkolînên zanistî, Zimanê Samiyan bingeha xwe ji Zimanê Sumeran digre. Zimanê Erebî, İbrî yê Akadî û yê Asuriyan ji heman familiyêne. Li gorî pêşketina şaristaniyê jî, ev yek mirovan iqna dike. Yanî ev dewletene ber bi qontarên çiyayên Zagrosê ve sinorên xwe berfireh kirine. Li Başurê Mezopotamya Qewmê Samî wek Summer, Akad, Babil, Assur, Li bakurê Mezopotamya jî, Qewmê Arî wek Gutî, Urartû-Naîrî, Hurrî, Kasît, Hîtitt, Mîtanî, Mîdya uhw...Wek şaristan serdemên xwe derbaz kirine. Van dewletan bi başî û xirabiyên xwe ve, bingeha medeniyêta îro ya cîhanê avakirine. Serdema herî dijwar, bi başî û xerabiyên xwe ve serdema Babil, Aşuran û Mîdiya dihê zanîn. Asuran, li Mezopotamya BZ salên 1350-ê de dewleta xwe avakirin. Serdema sêyem ku jê re dihê gotin ya BZ 900 heta 612, hemû biêriş, şer û cengê derbaz kirî ye. Paytexta Dewleta Asur Nînova ye ku îro di nav sinûrên bajarê Mûsilê de ye. Asur di destpêkê de sinurên xwe li ser xaka Mezopotamya berfireh kirin. Serdemê Aşûriyan Û Şikefta Hilametê Asuran, li Mezopotamya BZ salên 1350-an de dewleta xwe avakirin. Bi hêza xwe ya leşkerî welatê xwe berfireh kirin. Ev îşaretên serkeftina leşkeri berî ya mîladê 1350-ê de li ser kevirê Şikefta Helamata ya beramberî Dihokê nexşkirine. Nîzama leşkerî ya Asuran li gorî dema xwe Nîzama herî xûrt û xwediyê teknîka pêşketî bû. Di warê dîrokê de jî ew desthilatdariye ku xwedî fermandariyek herî dijwar û otorîter bû. Her wiha bi gişti hem artêş hem jî civak bi xwedayên xwe ve girêdayî bûn. Her çi qas ev xeraba dîrokî Arkologan ti xebat li ser nemeşandibe jî, li derdorê îşaret û hin sembol hatine çêkirin ku van agahiyên dîrokî rast dike. Ev sembolene li ser kevirê Şikefta Helamata li çar deverên cuda Xwedayê mezin Asur û xwedayê rojê Mîtra-İŞTAR, Her wiha yê Esmanan, Xêr-Bereketê HEPA, xwedayê temen, heyvê OTTO, xwedayê heway, bruskan, canegayan û çiyan TEŞUP, xwedayên din Anilil, Seen, Sun, Adid, hatine nexşkirin. Her wiha ev sembolene serkeftina Aşuran ya leşkerî û dewletî destnişan dike. Li gorî ramanê wê demê mirovan bi baweriya bi van xwedayan, serkeftin bidestxistine. Her devera ku desthilatdariya Asuran xwe gihandiyê, remzên ku xwedayên wan destnîşan dikin li ser keviran nexş kirine. Li gelek deverên Mezopotamya jorîn-Kurdistanê û Mezopotamya jêrîn li ser keviran Şems bi zimanê kurdî Roj hatine çêkirin. Taybet di şikefta Helmata ya Beramberî Dihokê de, li ser her Xodayekî Asuran Rojek hatiye çêkirin. Ev yek jî diyar dike ku di baweriya civaka wê demê de roj ji her tiştî pîroz tire. Di gel her xwedayekê an şêrek an jî hespey ango canegayek heye. Remzên li ser cil bergên hespan hatine çêkirin, heşê mirovan radiwestîne. Bi hustayiyek gelek xûrt hatine çêkirin. Asur li pêşiyê ye. Pey Asûr Iştar heye. Iştar li ser kursiyekê runiştiyê. Her wiha li ser Kursiyê jî hin sembolên zarîf û nazik hatine çêkirin ku xilam û xidamên İştar destnîşan dike. Di serî de em mêze bikîn. Roj- dihê maneya Ronahî ango baweriyê. Civaka wê demê derdiket beramberî roja pîroz dua dikirin û gunehên xwe li beramberî rojê paqij dikirin. Şêr- Hêz, Quwet, Mêranî. Hemû hewıldana desthilatdariyê ew bû ku leşkerên xwe ji bo şer mîna şêr zîrek bike. Cane Ga- dihê maneya Çandiniyê, xêr û bereketê ye. Li gorî baweriya wê demê Ga hebûnek pîroz ya xêr û bereketê bû. Ji ber ku cot û kêl bi hêza canegayan dihat pêşxistin. Di wê demê de li kîjan malê Canega hebûya wek wê malê de xêr û bereket hebûya qebûl dikir. Hesp- dihê maneya şer,êriş û qehremaniyê. Hesp malê dewletê yê herî sadiq bû. Ji bo şer û cengê pêwîstiyek dîrokî bû. Xelek- Yekitî û yasaya dewletê. Her çi qas bingeha Qanuna nivîskî ji aliyê Hamurabbîî ve hatibe çêkirin jî,Berfirek kirin û mukimkirina wê jî ji aliyê desthilatdariya Asuran ve hat danîn. Xişt- Darê dewletê yê zorê destnîşan dike. Dewleta Assuran jî wek hemû dewletên cîhanê, İmparatorek Koledarkirinê bû. Her tişt bi darê zorê li ser koleyan dihat ferz kirin. Kefa Giya- Di cîhanê de, cara yekem devera ku mirovan dest bi çandiniyê kirine û genım peyda kirine. Xaka Mezopotamya ye. Kefa Giya jî çandinî, Afirandêrî, xêr û bereketê destnîşan dike. Di bin tasfîran re ku çar deverên cuda hatine çêkirin Kanalek avê derbaz kirine ku iro hatiye xerakirin. Di tasfîrên ku nîvekê hatine çêkirin de, şikeftek hatiye kulan ku 3 kursî tê de ne. Dema mirov kursiyê nîvekê de rudine û mêzeyî derve dike, tenê girê Malta yê di nava Dihokê de dibîne, dema kursiyê milê rastê de rudne Geliyê Dihokê dibîne. Malta delîveyek leşkerî ya Asuriyan bû. Bi zimanê Asurî jî Malyatê dihê manaya delîve. Her wiha li ser kevirê şikeftê, gelek îşaretên din hene, ji ber ku kesên nezan xerakirine, mirov nikare şirove bika ka dihê çi maneyê. Lê mixabîn ev dîroka pîroz ji aliyê dizên dîrokê ve hatinê dizîn û hin dever jî ji alî mirovên nezan û cahel ve, hatine xerakirin. Deverek jî ji aliyê Fransiyan ve kevir hatiye kulan û ji xwe re birine. Di heman demê de li Muzexaneya Leuwra ya Parîsê de ye. Hin perçeyên din ku şkandine û dizîne dihê gotin di muzexaneya Înglistan ya bi navê Muzexaneya Brîtanî û hin ji wan jî di muzexaneya Almanya ya bajarê Berlîn Bergamayê de ye. Girê Maltayê bi zimanê aşûrî ango: Malyatê Girê Malta jî di Dihokê de deverek qedîme. Malyate jî, bi zimanê Aşûrî dihê maneya ‘Delive’ ango ‘Dergehê’ derbaz bûnê. Malyate Girek mezin ya di nava Dihokê de ye ku Xîmên Qesrek esarî ya Leşkerên Aşurî dihê zanîn. Qesir ji ber bêxûdaniyê herifiye û di nav axê de winda bûye. Her wiha dihê gotin pişti ku Kildaniyan Dînê Mesîhiyan Qebûlkir li ser Girê Malta Dêrek avakiribûn. Derdorên Girê Malta ji bilî hin dîwaran, dewsa xirabeyekê jî diyarnake. Tiştê diyar dike di bin gir û derdorê wê de Goristanek e. Geliyê Dihokê, ikefta Çarsitûn Mezopotamyaya jorîn û rêzeçiyayên Zagrosê di bin desthilatdariya dewleta Hurrî û Mîtaniyan de bû. Piştî ku cara 3-yê. BZ salên 900-an de dewleta Asuran hat sazkirin, şerê di navbera Dewleta Mîtanî, Hurrî û Asuran de, bê navber berdewam kir. Devera herî pir nêzî paytexta Asuran bû û rastîêrişan dihat Kurdên qontarê çiyayê Zagrosê û derdorên devera Dihokê bûn. Asuran ber bi herêma Zagrosê ve çend dergehên leşkerî ji xwe re avakiri bûn. Yêk ji van dergerhan geliyê Zaxobû ku dikeve çiyayê bêxêrê din jî geliyê Dihokê bû. Mîtaniyan Geliyê Dihokê ji bo xwe kiribûn noqteyek leşkeri ya çavdêriyê. Aşuriyan êrişek anîn ser Geliyê Duhokê ku di bin kontrola Leşkerên Mîtaniyan de bû. BZ salên 700 an de di navbera Çiyayê Spî û Çiyayê Bêxêr de jî şerek dijwar çêdibe. Aşurî di vî şerî de winda dikin. Geliyê Dihokê ku deverek stratejîk bû dîsa kete destê Mîtaniya. Di navbera Mîtaniyan û 3. Keyê Aşûriyan Tîglatpalazar de peymanek dihê sazkirin. Çiyayê Sipî wek sînorê herdu dewletan dihê qebûl kirin. Aşûrî Malyatê ku li Dihokê îro wek taxê Malta dihê zanîn, kirin baregeha xwe ya leşkerî. Mîtaniyan jî geliyê Dihokê ji xwe e kirin baregeha leşkerî ku dihê maneya Du Mist. Yanî her karwanê ku derbaz dibû Du-Hokên dexl û danî wek bac bi zimanek din gumrik jê distendin. Geliyê Dihokê, jibo Kurdên Mîtanî hem dergehek stratejîk bû, hem jî bibû waregeha karwanan ku bazirgan derbazî nav gundên Kurdên Mîtanî û Gundên Aşûriyan dibûn. Sembolên ku di geliyê Dihokê derdora Çarsitûnê de hatine peyda kirin, gelek balkêşin. Ev îşaretene xwedayê Temen, Heyvê OTTO, yê rojê MÎTRA, IŞTAR Her wiha yê Esmanan, Xêr-Bereketê HEPA û Xwedayê Heway, Bruskan, Canegayan û Çiyan TEŞUP û gelek sembolên felsefeya Zerdeştî û Asuriyan li ser keviran hatine nexşkirin ku di heman demê de, nemane. Her wiha ji hin işaretan diyare ku geliyê Dihokê di navbera desthilatdariya Asuran û Mîtaniyan de dest gohartine. Şopên felsefeya zerdeştiyan û mecusiyan di çarsitûnê hatine diyarin. Li gorî baweriya zerdeştiyan, dema ku mirovek dimire ruhê wî diçe cem xwedêîteala, laşêwî jî ji bo ku gunehên wî werin efukirin û feyde ji laşêwî re were dîtin li ser kevirek bilind bi cîh dikin ku teyrûtewal, balinde bixwûn. Li gorî felsefeya Zerdeştişyan nabe ku laşê mirovan yê bê ruh bikeve nava erdî û erdê pîroz were qirêj kirin. Her wiha mirov perçeyek xwezayê ye û pêwîste wek xelat dîsa diyarî zindeyên siruştê bihê kirin. Ji bo vê yekê Çarsitûn wek perestgehekê jî di serdema Mitaniyan û Nairiyan de bikar anîne. Hin kevir hatine kulan ku hînê nayê fêm kirin ka sedemên çêkirina wan çi bû. Dibe ku li heman deverê qesrek hebûye. Dibe ku perestgehek be ango bicîhbûna leşkerên Împeratoran be. Hin noqte hene ku diyare cîhê heresiyê û nobedariyê ye. Di nav vê xerabeya dîrokî de zîndanek jî heye ku çar met re di bin erdê de ji kevirî çêkirine. Ev zîndan destnîşan dike ku geliyê Dihokê noqteyek leşkerî ya gumrukê bû. Her wiha Tunela ku hatiye çêkirin başûr û Bakur dixe bin kontrola xwe. Hem bakur hem jî başur rêya di gelî de diçe dibîne. Her wiha aliyek tunêlê ango Qenterê wek cihek leşkerî aliye bakur jî weke cih û warên desthilatiye dihê texmînkirin. Şikefta Çarsitûn deriyê biçûk bû. Lê hatiyê şkandin û fereh kirin. Dîmen û sembolên li ser kevîr hat bûn çêkirin di heman demê de xera bûne û mirov nikare bi giştî şîrove bike. Şikefta Çarsitûn Mir û pîrên beriya hezaran salan wek meclis bikar anîne. Gelek İşaret hene ku ev şikeft meclisa desthilatdaran bû. Di nav Şikeftê de Çarsitûn hatine çêkirin. Li gorî çîrokên gelê Dihokê, Mîrên Kurdan di nava van çar stûnan de disekinî û bi nûnerên xwe re civîn çêdikirin. Nûnerên mîr jî li ser Kursiyên ku derdora şikeftê de hati bûn çêkirin rudiniştin. Di serdema Naîriyan de wek meclisa Xanedana Dasiniyan jî hatiye bikar anîn. Eger li ser vê devera dîrokî lêkolîn werin kirin dibe ku hin îşaretên olê mecusiyan jî werin peyda kirin. Mecusiyan jî ku baweriya Asuriyan bû miriyên xwe dişewitandin, xweliya laşê wan dikirin cerên mezin de û binax dikirin. Lê sembolên li ser keviran hatine çêkirin diyar dikin ku Çarsitûn hin caran ketiye destê Asuriyan û hin caran jî di destê Kurdan de maye. Ji ber ku hin işaret hene yên Asuriyanin hin îşaret jî yên Kurdanin. Li Dihokê, heta sedsala dawiyê jî mûsewî hebûn Desthilatdariya Aşuriyan, BZ salên 1260-ê de berfireh dibe û şer, êrişên xwe li ser dewletên derdorê zêde dike û sinûrên xwe heta welatê Kenan heta navîna Bakurê Kurdistanê berfireh dike. Cihuyan jî, ji welatê Kenan koçberî herêma Kurdistanê dikin. Cuhuyên ji bo xwe xeter didîtin, hin ji wan devera Dihok e bin Çiyayê Sipî û qontarê çiyayên Zagrosê cîh û war dike. Di heman salan de Aşûriyan êrişên xwe li ser Mîtaniyan û Huriyan jî berdewam kirin. Herêma Zagrosê û Bakurê Kurdistanê bi giştî BZ 704-ê de xistin bin desthilatdariya xwe. Welatê Cihuyan ku ji aliyê Aşuriyan ve hatibû dagirkirin, Cihuyên dîl girti bûn menteqeya Hekar û Behdînan bi cîh kirin. Piştî ku Imp. Midya hat avakirin û dawî li desthilatdariya Nînova anî hin Cihuyên derdora Dihokê vegeriyan ser gund û warên xwe. Împeratoriya Med ku Paytexta wê Hemedan bû BZ di salên 612ê de hat avakirin. Sazumankarê Împeratoriya Med Kiyaksar, di heman salê de êriş bir ser paytext Nînewa û dawî li desthilatdariya Asuran anî. Di heman şeran de Cihuyên menteqê jî alîkarî dan Medan. Şerê herî dijwar jî, li deşta bin çiyayê Spî ku Dihok a îro ye û Deşta Mûsilê pêk hat. Li gorî gotinan Girê Malteya Dihokê li ser kuştina bi dehan hezaran Zerdeştiyan hatiye avakirin û li ser kuştina bi dehan hezaran Aşuriyan jî xera bû ye. Qeleya Malyate jî, di encama şerê di navbera Kiyaksar û Asuran de dawî lê hatî ye. Di tabletek dîrokî ku li menteqeya Behdînan hatiye ditin de, Kiyaksar bang li cihuyan dike wiha dibêje: ‘‘Hûn niha azadin, ferqa we û gelê me nîne, eger hûn bixwezin herin welatê xwe, eger nexwezin jî hûn dikarin li ser vê xakê bi awayeke azad bijîn’’ Hin cuhî vegeriyan welatê xwe û hinek jî heta sedsala 19 di Kurdistanê de man. Geliyê Dihokê BZ nêzî sed salan di destê desthilatdariya Kurdên Mîdya de ma û zerdeştiyan ev dever wek deverek perestgeh bi zimanek din Zîgorat bûxwe bikar anîn. Împeratoriya Med ku pişti sed salan têk çû, edî herêma Kurdistan bi gişti kete bin destê Desthilatiya hevpar ya Kurd û Sasaniyan pey vê desthilatdariyê, Helen-Grekan demekê desthilatdariya xwe li herêmê domandî ye. Peyra demek dirêj Kurdistan dikeve bindestê desthilatdariya Ebbasiyan, Eyûbiyan û Tirkên Osmanî. Serdema herî pir kurd rastî zordestiyê hatine û tevkujiyan re derbaz bûne serdema PZ 1516-ê de ye. Di vê serdemê de Paşayê Tirkan Biyikli Mehmet kete Mûsilê û derdora Dihokê û fermana gelê Kurd û Asuriyan anî. Bi hezaran Kurd di qetlîamê re derbaz kirin. Her wiha, hem Asurî hem jî Kurd vê serdema Tirkên Osmanî wek serdema Reş û Tarî bi nav dikin. Serdema gehiştina îslamê Di sala 641'ê zayînî de, Ayînê misilmanan gehişte Dihokê. Di sala 1236 Z ê de, Dihok bingehê mîrgeha Dasiniya bû. Di sala 940 ê hicrî(1533 zayînî) de, Dihok kete jêr deselata mîrgeha Badînan, ku mîrê wê Hesen Begê kurê Seyfedînî bû. Di sala 1842 Z de, kete jêr desela bajarê Mûsilê. Sala 1873 Z, bo qaymeqamî û sala 1969 Z jî, bo parêzgeh. Dihok li serdemê navîn Lê her çi qas deverên Kurdan ketibine bin destê biyaniyan jî ti caran ji ber şert û mercên wê yên cografîik nikarîne bixin bin kontrola xwe. Her tim Mîr û Pîrên Kurdan li ser xaka xwe xwediyê gotinê bûne. Mîrê Dihokê yê bi navê Ax Şîndo, geliyê Dihokê ji bo Emîrata Kurdan ya Amêdiyê ku serokê wê Noîzî bû di salên PZ 600-ê de wek dergehê bac stendinê bikar anî. Dihok û derdora wê jî girêdayî Emirata Behdinan bû ku navend Amêdiyê bû. PZ 940-ê de Emîrata Behdînan ji aliyê Hesen beg Kurê Emîr Seyfo ve hat rêve birin. Qubad beg Kurê Siltan Hisonn PZ 981-ê de Hesen begê dikuje û desthilatdariya Emîrata Behdînan rêve dibe. Geliyê Dihokê û gundên derdorê di sala 1290-ê PZ de, ji destê Emîratên Kurdan deredikeve û li ser Bajarê Mûsilê ve dihê girêdan. Sedsala 19 -ê Ji sala 1290ê heta 1822-ê ser Mûsilê ve, hat girêdan. Ji sala 1825-ê heta 1873-ê dîsa li ser Emîrata Kurdan ya Amêdiyê ve hat girêdan. İngiliz di sala 1873-ê de, Iraq dagirkirin û hatin Kurdistanê. Dihok jî wek gundekî li ser Mûsilê ve girêdan. Nûnerek xwe yê bi navê Kembelan ku eslê xwe Amerîkî bû li Dihokê bi cîh kirin. Li Dihoka kevin Qesrek du tebeq ji xwe re avakir. Pişti ku Kembelan hat kuştin, Qesra wî demek dirêj wek Nexweşxane hat bikaranîn û Pey nexweşxanê ev qesir wek postexane hat bikaranîn. Şûnwarên kevn li Dihokê Keleha Dihokê: Di encama vekolinan de, ci Kele di nava bajar de, nine. Bes di nava bajar de,şunuwarek bazare derkeftiye. Yani Cend dikan. Lê Keleha Dihokê Keleya Zehferanê ye. Ev Pêzanin di pirtûka Gerokê tirk Ewliya Çelebî de heye. Ewliya Çelebî di salên 1625 ê, devera Dihokê geriyaye û gelek pêzaninên giring dide civakê (Dennis Dargul) Şkefta Çarstûn: Dikeve pişta çiyayê Spî û rojhelata gelyê Dihokê û li cihekê asê ye. Berî mirov bigehe cihê perêsgehê di nav şkeftê de, wênên pênc Xudayên berê li ser kevran çêkirîne, ew jî (Sîn, Xudayê heyvê, Oto, Xudayê rojê û yên Mîtra, Iştar û Zirwan) bûne. Di serdemê deselata Auskaniya (147 - 226 B.Z) de hebûye. Girê Maltayê (Miilsaya) girekê mezin û bilind e, li nêzîkî Dihokê ye û şûnwarên Aşûriyan (900 B.Z) lê hene. Şkefta Helameta dikeve kuntara çiyayê Şindoxa. Di serdemê şahê Aşûriyan, Sanharîbî de (704 - 681 B.Z) hebûye û gelek şûnwar û wênên Xudayên kevin jî, tê de hene. Qesra Kemberlan Di destpêka 1. Şerê cîhanê de, İngilizan Nunerek xwe yê bi navê Ehmed Azawî şandin Dihokê. Peyra Nûnerek Siyasî yê bi navê ‘‘ Sîr Lîne’’şand Dihokê. Ev Nûner heta Hikûmeta Iraqê hat avakirin li Dihokê ma. Pişti ku Hikûmet hat avakirin, di sala 1922ê de Fettahbegê Kurd wek berpirsyarê yekem yê Dihokê hat wezîfedar kirin. Piştî heman salan Dihok wek bajarokek biçuk mezin bû. Gundên derdorê jî Dihok ji bo xwe wek navendek bazirganiyê hilbijartin. Cihuyên Dihokê jî piştî ku Dewleta Îsraêlê hat sazkirin vegeriyan Îsraêlê û hin ji wan jî ji ber zordestiya desthilatdariya ereban koçî deverên din kirin. Desthilatdariya Ereban jî wek hemû Kurdistanê bi dehan salan hewldaku Kurd û Asuriyên Dihokê jî bikin Ereb. Ev yek bu sedem ku Şoreşa İlonê bête destpêkirin. Şoreşa İlonê ku ji salên 1960-ê heta 1975-ê berdewam kir tesirek mezin ya Kurdewariyê li ser gelê Dihokê kir. Di sala 1969 an de, Dihok wek bajarek navendî yê Behdînan hat qebûl kirin. Piştî van salan Zordestiya Behsiyan zêde bû û xwestin ku Dihokê bikin Ereb. Hemû gund û bajarokên ku ji aliyê Desthilatdariya Dikdatoriyê ve hati bûn xerakirin û şewitandin, koçî bajarê Dihokê kirin. Pişti salên 1975-ê û vir de Bajarê Dihokê mezin bû û bû qesta her kurdek welatparêz ku rastî zordestiya desthilatiya rejîma Bexdayê hati bûn. Dêrên Xiristiniyan Bajarê Dihokê yek ji wan bajara ne ku Sûryanî , Kurdên Ezdî, Kurdên Misilman û Cuhî, Ermen bi hevre bi hezaran salan wek bira jiyane. Dagirkeriyê her çi qas di navbera gelên me de xwestibine xerabiyê çebikin jî, lê dîsa zanîna ku pêkve di nav aştî û wekheviyê de bijîn. Bi salan dewletên dagirker îngilîzan mesîhî, li hemberi Kurdan bikaranîn, Tirkan Kurd li hemberî Mesihiyan û Cihuyan bikar anîn, Ereban jî nîjadperestiya xwe li ser hemû gelên me ferz dikirin. Lê encam hemû Miletê me rastî malwêraniyê hat. Koçber bû derbeder bû. Pişti serhildana sala 1991-ê de gelê Dihokê edî wek hemû gelê Başurê Kurdistanê dawî zordestiya Behsiyên Nîjadperest înat. Li Bajarê Dihokê edî Kurdên Misilman, Kurdên Ezdî, Mesihi dîn û mesebên cuda dikarîn xwe ifade bikin û xwedî nirxên xwe yên pîroz derkevîn. Dihok bûye bajarek dewlemend ya çandên cuda... Dewlemendiya Bajarê Dihokê, dewlemendiya Kurdistane. Dewlemendiya Kurdistan Azadiya Asuri, Keldanî, Ezdî, Ermen û hemû gelên me ne. Parêzgarê ali tatar Navdarên bajêr Bekir Begê Erizî Mele Yehyayê Mizûrî Ebdulkerîm Findî (Nivîskar, Rewşenbîrî) Piştevan Dostikî (Siyasetmedar) Sherwan Hazim(7azm)Mizuri Yarizan Karwan Kamil (stranbej) Bilind Îbrahîm (Stranbej) Kurdvîn Eyûb , derhêner û senarîsta kurd Îsmail Coma (stranbej) Jegir Abdilrehman Rekani ( lîstikvanê sînemayî) Aram Rashid Berwari (siyasetmedar) Arat Rashid Berwari (Yarizan) Lawek Azad Adel Aban Axa (Rahener) Chira Kucher Çavkanî Çavkanîyên din Dennis Dargul (Ev tekste ji Pirtuka Rojnamevan û Nivîskar Dennis Dargul ya bi navê "Bistanê Zêrîn" hatiye wergirtin) Nexşeya Pêşketina Mirovahiyê ya Zankoya Schikago AnaBritanîka İnternasyonal Muzexaneya Brîtanî Welt Ansichlopedia Wiki Ansicklopedia-Mesopotamiya Duhok Album-Ş Koçer Malpera İNT. Ya Asuriyan Malpera Irak-Duhok Mezopotamya Map Yurt Ansiklopedia Girêdanên derve www.krso.net Bajarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bajarên Iraqê
4507
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xel%C3%AEl%20Duhok%C3%AE
Xelîl Duhokî
Xelîl Duhokî an Xelîl Dihokî (jdb. 1951 li bajêr Dihokê, Badînan, Herêma Kurdistanê, Îraq) nivîskarekî kurd e. Jiyan Xelîl Duhokî, li sala 1951ê li bajarê Dihokê hatiye jiyanê, li despêka salên 1970yan wî dest daye vehandina helbesta. Piştî çend salên xebatê rû kiriye Swêdê û di çend rojnameyên kurdî de kar kiriye, weka Berebang û bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê. Çend sal e Xelîl Duhokî vegeryaye Kurdistanê û bûye rawêjkar li Wezareta Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Xelîl Duhokî ji Başûrê Kurdistanê ye lê ew demek dirêj li Swêdê maye. Wi ta niha li wir çend pirtûkê zarokan ji swêdî bo kurdî wergerandiye. Piştî ku Duhokî vegeriya Kurdistanê ew li Dihokê kovara Nûbûn diweşîne. Pirtûkên çapkirî Te çi viya û min neanî. Dîwana helbestan, Kurdistana başûr 1982. Bi tîpên erebî. Leheng. Li ser nivîsîn û wergerandina çîrokên kurdên bakur, ji tîpên latînî bo yên erebî. Kurdistana Başûr, 1983. Bi tîpên erebî. Osman Sebrî, helbestvan û şoreşger. Kurdistana başûr, 1983. Bi tîpên erebî. Gaziyek ji cerigê asiya. Dîwana helbestan, swêd1989. Bi tîpên latînî. Min digot û te vedigêra. Dîwana helbestan, swêd 1990. Bi tîpên latînî. Ragirtin. Dîwana helbestan, bi swêdî û kurdî, swêd 1990. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I, antolojî, swêd 1992. Bi tîpên latînî. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II, antolojî, swêd 1994. Bi tîpên latînî. Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III, antolojî, swêd 1995. Bi tîpên latînî. Antolojiya çîroka nû ya kurmancên başûr. Swêd 1995. Bi tîpên latînî. Mirov û welat di helbestên Refîq Sabirî de. Swêd 1996. Bi tîpên latînî. Peyv û tablo daxivin. Swêd 1997. Bi tîpên latînî. Helbestvanê tepeser û hejaran, Letîf Helmet. Swêd 1998. Bi tîpên latînî. Qertelê ji bilindahyê ditirsîya. Lars Klinting. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 1999. Bi tîpên latînî. Lêopold. Lars Klinting. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2000. Bi tîpên latînî. Du patolên befrê. Çîrok ji bo zarokan. Hîwa Qadir. Ji kurmanciya jêrî bo kurmanciya jorî. Swêd 2001. Bi tîpên latînî. Mereqa li ser zirafê. Ingegerd Zetterlund û Sven Zetterlund. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî. Mereqa li ser fîlî. Ingegerd Zetterlund û Sven Zetterlund. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî. Doktorn som vet allt. Mats Rehnman. Çîrok ji bo zarokan. Werger ji zimanê swêdî, 2001. Bi tîpên latînî. Mereqa li ser Zirafê û Fîlî. Du pirtûk ji bo zarakan. Ingegerd Zetterlund û Sven Zetterlund. Werger ji zimanê swêdî, 2007. Bi tîpên erebî. Helbesta hevçerx ya kurdî. Çapa duyê. Weşanên Deng. Amed 2007. Bi tîpên latînî. Mem û Zîn ya ku Mela Mehmûdê Bazîdî, wek cîrok, di sala 1856 ê de, nivîsî. Ji tîpên erebî veguhaztiye yên latînî. Weşanxaneya Lîs ê, 2007 Amed. Bi tîpên latînî. Çend stêrên geş di esmana helbesta nû ya kurdî de. Duhok 2008. Bi tîpên erebî. Qefteka gulan, ji baxçê peyv û dahînana kurdan. Hevlêr 2010. bi Bi tîpên erebî. Hejarino. Hemû berhem. Helbest. Weşanxanya Lîsê, Diyarbekir 2011. Bi tîpên latînî. Antolojiya çîrokên başûr (bi rengekê berfirehtir) Weşanxaneya Avestayê, Îstenbul 2011. Bi tîpên latînî. Antolojiya Helbeta nû ya kurmancên başûr (bi rengekê berfirehtir) Weşanxaneya Berbangê, Îstenbul 2013. Bi tîpên latînî. Dê roj hilê. Çîrok. Weşanxaneya Lîsê. 2014. Bi tîpên latînî. Dîwana Şewçira. Hemû berhemên helbestvanê navdar Refîq Sabirî 1976 - 2017. Vekolîn, berhevkirin û veguhaztin ji tîpên erebî. Weşanxaneya Lîsê. Diyarbekir 2019. 607 rûpel e. Çavkanî Girêdanên derve Malpera Xelîl Duhokî Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê I Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê II Helbesta hevçerx ya kurdî. Bergê III Kesên ji Dihokê Nivîskarên kurd
4509
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kab%20%28l%C3%AEstik%29
Kab (lîstik)
Kab hestiyê kaba miyê ye. Bi van kaban lîstikeke bi heman navî heye. Mîna lîstika zarê tê lîstin. Lîstik Galerî
4514
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87irr%C3%AA
Çirrê
Çirrê lîstikek e ku tê de hilê heye. Lîstik
4519
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koendama%20hest%C3%AA
Koendama hestê
Koendama hestê, demarekoendama hestê (bi îngilîzî: sensory nervous system) beşek ji koendama demarê ye. Koendama hestê ji hestewergir, xaneyên hestê, demarên hestê û ji beşên mejî yên ko bi hestê re têkildar e, pêk tê. Hestewergir kartêkirê tespît dike. Demarexane zanyariyên (agahî) derbarê kartêkirê diguhêzînê demaxê. Li demaxê, di hin beşên tûkila mejî de agahiyên kartêkirê tê tekûzkirin, şîrovekin û cîbicîkirin. Ji boy kartêkirên derveyî laş, koma hestewergiran di nav endamên hestê de cih digirin. Wekî mînak, ji boy wergirtina bêhnê, koma kîmîkewergirên behnê di difinê mirov de cih digire. Kartêkir bi eslê xwe corek enerjî lixwe digire. Ev enerjya kartêkiran, hestewergiran çalak dike. Enerjiya kartêkiran bi şêweyî erkê kar wekî peyamek, li ser rûyê parzûna demarexaneyan de, ber bi demaxê ve tê guhêztin. Çar gavên serekî yên koendama hestê Wergirtina kartêkirê, Guherandina kartêkirê bo erkê kar, Gihandina demareragihandinê boy mejî Şîrovekirin û têgihîştina kartêkirê di mejî de. Wergirtin Ji boy hestkirinê, gava yekem çalakbûna hestewergiran e. Çalakbûna hestewergiran jî piştê pêşwazîkirna kartêkiran rû dide. Gava hestewergir bi kartêkirên wekî yên mîkanîkî, kîmyayî, germahî hwd rûbirû dimîne, enerjiya kartêkirê bandor li ser parzûna xaneya hestewergirê dike, hestewergir ji qonaxa erkê bêhnvedanê, derbasî qonaxa erkê kar dibe. Hestewergir nikare ji her dûrayî (mesafe) kartêkir werbigire. Mesafeya herî dûr a ko hestewegir hê jî dikare kartêkirê werbigire, ji boy hestewergirê wekî qada wergirtinê tê navkirin. Qada wergirtênê ya hestewergiran ne yek e. Hin hestewergir kartêkirên ji laş pir dûr in jî werdigire. Wekî mînak, roniyewergirên çavê mirov dikare ronahiya stêrkên pir dûr ji werbigire. Lê mîkanîkewergirên bin pêstê mirov, hema gava kartêkir rasterast temasê pêstê dike, wê gavê kartêkirê werdigirin. Hesteveguherandin Kartêkir ne yek cor e, ji ber vê yekê enerjiya wan jî ne yek cor e. Dibe ko kartêkirek enerjiya ronahiyê lixwe bigire, a din enerjiya pestanê lixwe bigire. Di hestewergiran de enerjiya kartêkiran bo enerjiya elektrîkê ya destpêkirina erkê kar ve tê veguherîn. Li ser parzûna hestewergiran de veguherîna enerjiya kartêkiran, wekî hesteveguherandin (bi îngilîzî: sensory transduction) tê navkirin. Hesteveguherandin bi du awayê rû dide. Rêbaza yekem ji aliyê xaneyên taybet ve tê birêvebirin. Demarexaneya hestê û xaneya taybet bi hev re dixebitin. Xaneya taybet an jî kotahiya xaneya taybet a ji bo kartêkira diyarkirî, kartêkirê tespît dike. Ji ber ko xaneya taybet bi demarexaneya hestê ve bi navbeynakriya gehînkeyan ve di nav têkiliyêde ye, çalakbûna xaneya taybet rê li ber çalakbûna xaneya hestê jî ve dike, ango li ser parzûna xaneya hestê erkê kar dest pê dike. Demarexaneya hatî (demarexaneya hestê) kartêkirê bi şêweyî demareragihandinê, dişîne demarekoendama navendî. Wekî mînak; di çavê mirov de xaneyên taybet hene ji boy hesteveguherandinê. Ev xaneyên taybet wekî ronahiyewergir kar dikin. Enerjiya kartêkira ronahiyê vediguherînin erkê kar û dişînin demarexaneya hatî. Di rebaza duyemê de demarexaneya hestê rasterast enerjiya kartêkirê ji bo erkê kar bi kar tîne. Li van demarexaneyan de dendrît an jî serê xaneyê bi awayek serbest di nav şaneyan de dirêj dibe. Ango dendrîdên van demarexaneyan bi xaneyên din ve girêdayî nîn in, bi awayekî serbest bi kartêkiran ve rûbirû dimînin. Wekî mînak, li bin pêstê mirov de êşanewergir hene, êşanewergir ji dendrîdên serbest pêk tên, kartêkirên dibin sedema çêbûna êşê, ji aliyê serê serbest a demarexaneya hestê ve tên wergirtin. Kodkirin û gihandina ragihandinên hestê Hemû corên kartêkiran dibin sedema çêbûna erkê kar li hestewergiran de. Erkê kar yek cor e, li ser esasê guherîna bargeyê elektrîkê ya li nava xaneyê û derdora xaneyê rû dide. Ango kartêkirên deng, tam, bêhn êş hvd hemû bi şeweyî erkê kar tên guhêztin, lê di mejî de her kartêkir bi awayek cuda tên şîrovekirin. Mejî tê digihîje ko erkê kar ji guh tê, ji ziman tê an jî difin tê. Ji aliyê koendama hestê ve çar taybetmendiyên ragihandinên hestê tên kodkirin: cora kartêkirê, cihê kartêkirê a li qada wergirtinê de, maweya (dirêjî, wext) kartêkirê, tundiya (xurtî) kartêkirê. Ji ber vê yekê erkê kar a li tewereyên hestewergiran de tê guhêztin, tenê corekî kartêkir kod dike. Bi vî awayê hestkirin hêsantir dibe. Wekî minak, hestewergirên bihîstinê bi beşa bihîstinê ya tûkilê mejî ve girêdayî ne, dema demareragihandinên hestewergirê bi navbeynkariya demarên hestê xwe digihîjînin mejiyê, mejî vê ragihandinê wekî deng şîrove dike. Têgihîştin Di asta wergira kartêkiran de çalakbûna hestewergiran, wekî hestkirin tê navkirin. Her corekî hestewergir ji boy corekî hestê ye. Ango hestewergir taybet e ji boy hestê diyarkirî. Ji aliyê mirov ve şîrovekirina hestê, wekî têgihîştin (bi îngilîzî: perception) tê navkirin. Bingeha tegihîştinê çalakbûna hestewergiran e, lê têgihîştin ne li asta hestewergiran lê li asta mejî de çê dibe. Mejî li gor rêya gihandina hestê, kartêkiran ji hev derdixe. Erkê kar ji hestewergirê bi navbeynkariya demarexaneyên taybet, tên şandin boy demarekoendama navendî. Ev demarexaneyan ji boy hestek diyarkirî taybet in û bi demarexaneyên diyarkirî yên dirkepetikê, an jî yên mejî ve gehînke ava dikin. Ji xeynî demareragihandinên ji hestewergirên behnê, hemû demareragihandinên ji boy mejî tên şandin, bê ko bigihîje mejî, pêşî ber bi talamusê ve tên arastekirin. Polenkirina hestewergiran li talamusê de rû dide. Demareragihandin ji aliyê talamusê ve tê şandin boy beşa guncav a tûkila mejî. Ji boy her corek hestê beşek taybet a tûkila mejî heye. Li tûkila mejî de şîrovekirina hestê, ango têgihîştin çê dibe. Çavkanî Anatomiya mirov Sîstema rehikan
4520
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87%C3%AAjtin
Çêjtin
Çêjtin , ango hestê nasîna çêja xurekan bi reya kîmîkewergirên taybet. Di laşê mirov de du hest, hestê bêhnkirin û çêjtinê bi navbeynkariya kîmîkewergiran rû dide. Ango molekulên kîmyayî yên bêhndar an jî çêjdar kîmîkewergiran çalak dikin, bi vî awayê pêvajoya hestkirinê didin destpêkirin. Ziman endamê sereke ye ji bo hestê çêjtinê. Rûyê ziman zivir e. Rûyê ziman û kêlekên ziman bi goçkêyan dapoşî ye. Goçke (bi latînî : yekjimar papilla , pirrjimar papillae) pêkhateyên mîna gupikên piçûk in. Li ser zimanê mirov de çar cor goçke heye. Goçkeyên kivarkî (fungiform papillae) li ser rûyê ziman li aliyê pêş de cih digirin. Goçkeyên çeperkirî (circumvallate papillae) li aliyê paşê rûyê ziman de cih digirin. Goçkeyên pelî (foliate papillae) jî li herdu kêlekên rûyê ziman de cih digirin. Goçkeyên benikî (filiform papilla) li serê ziman de cih digirin. Gavên rûdana hestê çêjtinê Ji bo peydabûna hestê çêjtinê, divê van pênc gavên serekî bêne avitin. 1. Helîna molekûlên çêjdar di nav lîkê de. 2. Ji aliyê kîmîkewergirên xaneya çêjewergir ve wergirtina molekulên çêjdar. An jî girêdana xaneya çêjewergir û molekulên çêjdar . 3. Hesteveguherandin, ango guherandina sînyalên kîmyayî yên molekula çêjdar bo sînyalên elektrîkî . 4. Bi şeweyê demareragihandin, gihandina sînyalên çêjê bo talamus û navenda çêjtinê ya tûkila mejî 5. Şîrovekirin û têgihîştina çêjê di mejî de Gavên duyemîn û sêyemîn di çêjegopkeyan de di nav xaneyên çêjewergir de rû dide. Çêjegopkê Çêjegopke pêkhateyên bi şeweyê hêlkeyî ne, kar dikin ji bo nasîna çêja xurekan. Ji xeynî goçkeyên benikî, di nav hemû goçkeyan de çêjegopke (bi îngilîzî: taste bud) heye. Kîmîkewergirin çêjtinê di nav çêjegopkeyan de cih digirin. Piraniya çêjegopkeyan li ser rûyê ziman, di nav goçkeyan de cih digire. Ji xeynî nav goçkeyan, li esmanê dev, li gewrî, li beşa jor a soriçikê jî çêjegopke hene. Laşê mirov bi qasî 10000 çêjegopkê lixwe digire. Çêjegopkeyek ji sê cor xaneyan pêk tê; xaneyên palpişt, xaneyên binçîne û xaneyên çêjewergir. Xaneyên çêjewergir, kîmîkewergir in, lê demarexane nîn in. Bi eslê xwe çêjewergir xaneyên rûkeş in, lê ji bo erkê çêjtinê şêweyên wan hatiye guhertin. Ji parzûna xaneya çêjewergiran wîrdememîleyên çêjtinê dirêj dibin. Kotahiya xaneya çêjewergir bi demarexaneya hestê re gehînke ava dike.Xaneyên binçîne, bi eslê xwe xaneyên bineretî ne. Temenê xaneyên çêjewergir bi qasî 10 roj e, xaneyên bînçîne li dewsa xaneyên çêjewergir ên mirî, çêjewergirên nû çê dikin. Rêbaza wergirtina molekula çêjdar li çêjegopkê Çêjegopkê li her aliyê rûyê ziman de cih digirin, bi vî awayê her beşa rûyê ziman dikare hemû corên çêjan nas bike. Ango, bi eslê xwe li ser rûyê ziman de ji bo çêjek taybet, beşek taybet nîn e. Ji ber ko di nav çêjegopkeyek de gellek ji xaneyên çêjewergir heye, çêjegopkeyek jî ne tenê çêjek, lê pirtir cor çêjan dinase. Lê her xaneyek çêjewergir, taybet e ji bo corek çêjê. Wirdememîleyên xaneyên çêjewergir di nav lîkê de dirêj dibin, bi vî awayê molekûlên çêjdar bi hêsanî rastê xaneyên çêjewergiran tên. Pênc cor çêj ji aliyê çêjewergiran ve tên nasîn. Evana; şîrîn, tirş, şor, tal û umamî ye. Ji bo rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Ji molekulên çêjdar, molekulên ji bo çêja tirş û şor bi navbeynkariya cogên îyonan, raste rast ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneya çêjewergir dibin. Çêja şor ji ber xestiya îyonên sodyumê, çêja tirş jî ji ber xestiya îyonên hîdrojenê peyda dibe. Ev herdu cor îyon jî dibin sedema berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir. Molekulên ji bo çêja tal, şîrîn û umamî, peşî bi wergirên taybet ên li ser parzûna xaneya çêjewergir ve tên girêdan. Evan wergiran, wekî “wergira bi proteînên-G ve girêdayî “ tên navkirin. Bi wergiran ve girêdana molekulên çêjdar, di nav xaneya çêjewergiran de rêzereaksiyon dide dest pêkirin, bi vî awayê berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergir rû dide. Piştî berevajîbûna cemsergiriyê, xaneyên çêjewergir, demareguhêzer der didin û demarexaneya hestê çalak dikin. Bi çalakbûna demarexaneya hestê, ragihandinên ji molekulên çêjdar, bi şêweyê demareragihandin ber bi qedê demax , ji wer jî ber talamusû tûkila mejî ve tên şandin. Têgihîştina çêjê di navenda çêjtinê ya tûkila mejî de peyda dibe. Çêj û tam Di jiyana rojane de peyven çêj (bi înglîzî: taste) û tam (bi înglîzî: flavour) ji bo heman wateyê tên bikaranîn, lê bi eslê xwe ev herdu peyv ne peyvên hevwate ne. Wekî mînak heke mirov pir hindik şekir bavêje nav çayê, mirov hê jî dikare çêja şîrîniya şekirê çayê bigire, lê ji bo hin mirovan tama çaya kêmşekir xweş nîn e. An jî heke mirov çayek asayî çê bike û bi têra xwe şekir jî bavêje nav çaya germ, çêja çaya bi şekir li mirov xweş tê. Heke mirov heman çayê sar bike wisa vebixwe, mirov çêja şîrînî ya çayê hest dike lê ji tama çaya sar hez nake. Li vî mînakê de çêja şîrînî ya çayê naguhere lê ji ber kêmbûna germahiya çayê, tama çayê diguhere. Heke mirov bi têra xwe rûn, xwê û av bixe nav meqarneyê, lê meqarneyê bi têra xwe nekelîne, ango meqarne nerm nebe, mirov çêja şoriya meqarneyê digire lê tama meqarneyê li mirov xweş nayê. Îsot, sîr, pûng, darçîn, hinek ji corên biharatan in. Çêja van biharatan nîn e, ango mirov ji vana çêja tirş, şor, tal, şîrîn an jî umamî hêst nake, lê gava mirov vana li xwarin û vexwarinan zêde dike, tama xurekan hê xweştir dibe. Her wekî di mînakên li jor jî tên dîtin, peyva çêj ji bo yek ji hestê şirînî, şorî, talî, tirşî û umamî tê bikaranîn. Peyva tam li gel hebûna yek an jî zêdetir çêjan di nav xurekan, li gor germahî, bêhn, nermî an jî reqiya xurekan, hin caran jî hebûn an jî nebûna biharatên li nav xurekan peyda dibe. Çêja şor Ji bo rûdana hestê çêjkirinê, divê molekulên çêjdar ên di nav xurekan, di nav lîkê de bi têra xwe bihele û di kunika çêjê de derbasî nav çêjegopkeyê bibe, li wir rastê wîrdememîleyên xaneya çêjewergiran were. Hestê çêja şor bi gelemperî ji ber Îyonên sodyumê (Na+) peyda dibe. Çavkaniya sereke ya sodyumê xwêya sifreyê ye. Xwê ji îyonên sodyum û klorê (NaCl) pêk tê. Xwêya nav xurekan, di nav lîkê de dihelê û bendên kîmyayî yên navbera îyonên xwêyê diqete, loma îyonên Na+ û Cl- bi awayekî serbest di nav lîkê de belav dibin. Xaneya çêjewergir a çêja şor di dema asayî de, ango gava mirov tiştek xwêyî naxwe, di asta cemsergiriyê de ye. Gava mirov xurekek bixwê (şor) dixwe, îyonên sodyumê di nav lîke de dikeve nav çêjegopkeyan, bi vî awayê xestiya îyonên sodyumê li derdora wirdememîleyên (kûlkên çêjtinê) xaneyên çêjewergir de zêde dibe. Loma Na+ ji derveyê xaneyê bi navbeynkariya cogên sodyumê, diherike nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Bi berevajîbûna cemsergiriyê, cogên kalsiyumê ve dibin, kalsiyum ber bi nav sîtoplazmayê diherrike. Di nav xaneyê de zêdebûna iyonên sodyum û kalsiyumê xaneya çêjewergirê han dike ko demareguhêzer der bide. Bi derdana demareguhêzer demarexaneyên hestê yên bi çêjewergiran ve girêdayî çalak dibin. Çêja tirş Çêja tirş an jî tama tirş, çêja xurekên asîdî ye. Ji bo nasîna çêja tirş, molekula çêjdar îyonên hîdrojenê ye. Ango îyonên hîdrojenê yên di nav xurekan de, xaneya çêjewergir a bo çêja tirş çalak dikin. Gava asîdên nav xurekan bi wergirên xaneya çêjê ve tên girêdan, dibin sedema guherîna cogên îyonan. Gava cogên îyonên ser parzûna xaneya çêjewergir ve dibin, îyonên hîdrojenê ji parzûna xaneya çêjewergir, derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibin. Ji ber hatina protonan (îyonên hîdrojenê) bargeya (+) a nav xaneyê zêde dibe, xane dikeve rewşa berevajîbûna cemsergiriyê. Ji xaneyên çêjewergir demareguhêzer tê derdan, demareguhêzer jî demarexaneyên hestê han dike. Bi vî awayê di demarexaneya hestê de erkê kar dest pê dike. Sînyalên kîmyayî yên molekula çêjdar, bi şeweyî demareragihandin, ber bi talamus û mejî ve tên şandin . Çêja tal Bi gelemperî heke çêja xurekek hinekî şor, şîrîn an jî tirş be, xurek hê tamxweş dibe. Lê ji bo çêja tal rewş ne heman e. Heke di nav xurekek de çêja tal hebe, ji taliya xurekê mehdê mirov tê girtin û mirov dev ji xwarina wê xurekê ber dide.Ne hertim, lê bi gelemperî xurekên jêhrdar tal in. Wergirên xaneyên ji bo çêja tal dikare heta 100 molekulên çêjdar ên ji hev cuda binase û ji hev derxe . Bi vî awayê jiyana mirov ji xurekên jêhrdar tê parastin. Bi taybetî du komên awêteyan endamî (bi îngilîzî: organic compaunds) dibin sedema peydabûna çêja tal. A yekem, awêteyên endamî yên ji zincîrek dirêj pêk tên û azot (N) lixwe digirin, a duyem, koma alkaloîdan e. Alkaloîd ji riwekan tê bi destxistin. Wekî mînak, nîkotîna nav titûna cixarê, kafeîna nav qehwê an jî kînîn (quinine) madeyên alkaloîd in. Her wisa taliya hin derman jî ji ber hebûna alkaloîdan e. Wekî mînak aspirîn alkaloîd lixwe digire loma çêja aspirînê tal e.Ji bo têgihîştina çêja tal, molekula çêjdar bi wergirên taybet ên çêjewergirê ve girêdan ava dike. Navê van wergiran “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ye (bi îngilîzî: G-protein-coupled receptors).Gava molekulên çêja tal (peyambera seratayî) bi wergirên ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibin, binebeşên protina-G ji wergirê diqetin û belavê nav sîtoplazmayê dibin. Binebeşên proteîna-G di nav xaneya çêjewergir de peyambera duyem dide destpêkirin, pêştê rêzereaksiyonan, cogên potasyumê tê girtin ko potasyumên nav sîtoplazmayê, dernekevên dervayê xaneya çêjewergir. Di heman demê de retîkûlûma endoplazmî jî kalsîyum (Ca+2) der dide nav xaneyê. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de berevajîbûna cemsergiriyê rû dide. Ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer jî demarexaneyên hestê çalak dike û erkê kar dide destpêkirin. Ango sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja tal te veguherandin bo sinyalên elektrîkê. Sînyal bi şeweyê demareragihandin ber bi mejî ve tê şandin. Çêja şîrîn Bi gelemperî awêteyên endamî (bi îngilîzî: organic compounds) dibin sedema çêbûna hestê çêja şîrîn. Glukoz, fruktoz, sukroz, glîserol, alkol mînak in ji bo awêteyên kîmyayî ko ji aliyê çêjewergirên bo çêja şîrîn ve tên naskirin. Wergirên çêja şîrîn, corek ji “wergirên bi proteîna-G ve gêrêdayî” ne. Şekirên nav xurekan, yên wekî glukoz, fruktoz, sukroz di nav lîkê de dihelên. Bi vî awayê li derdora çêjegopkeyan de xestiya molekulên şekir zêde dibe. Molekula şekir gava rastê wergira guncav a li ser parzûna xaneyê te, bi wergirê ve girê dibe . Piştê girêdanê , proteîna-G ji wergirê diqete. Serbestmayina binebeşên proteîna-G, adenîl sîklazê çalak dike, bi vî awayê di nav xaneyê de rêzereaksiyonan dide destpêkirin. Adenîl sîklaz, adenozîna sêfosfatî(Adenosine triphosphate (ATP)) han dike ko biguhere û ji wê, molekula cAMP peyda bibe. Molekula adenozîna yekfosfatî ya sîklîk (bi îngilîzî: cyclic adenosine monophosphate (cAMP)) di nav xaneyê de wekî peyambera duyem kar dike. cAMP cogên potasyumê digire û berevajîbûna cemsergiriya xaneya çêjewergirê dide destpêkirin. Li dawiya van gavan, ji xaneyê demareguhêzer tê derdan. Derdana demareguhêzer demarexaneya hestê çalak dike. Demarexaneya hestê sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêja şîrîn, bi şêweyê demareragihandin ber bi demax ve dişîne. Sînyalên çêjtinê pêşî digihîjin talamusê, ji wir jî tên guheztin bo navenda çêjtinê ya tûkila mejî. Çêja umamî Çêja umamî di van salên dawî de wekî corek nû ya çêjê hat pêjîrandin. Umamî peyvek japonî ye ji bo xurekên çêja wan xweş, ango tamxweş tê bi karanîn. Ji ber ko çêjewergirên ji bo çêja umami ji aliyê asîdên amînî ve tên çalakkirin, di xurekên proteînî de hê pirtir çêja umamî peyda dibe. Her wekî mîna yên çêja şîrîn û tal, wergirên çêja umamî jî “wergirên bi proteîna-G ve girêdayî” ne. Asîdên amînî yên bi navê glutamet (asîda glutamî) û aspartat (asîda aspartî) molekulên çêja umamî ne ko dikarin bi wergirin xaneya çêjewergir ve girêdan ava bikin. Çêja goştav (ava goştê kelandî), goşt, firingiyê hişkkirî, çaya kesk, masî, karok hin ji xurekên mînak in ji bo çêja umamî. Gava mirov xurekên bi çêja umamî dixwe, asîda glutamî di nav lîkê de dihele û dikeve nav çêjegopkeyan. Ji bo peydabûna çêja umamî, peyambera seratayî asîda glutamî ye. Asîda glutamî bi wergira li ser parzûna xaneya çêjewergir ve girê dibe. Bi girêdana asîda glutamî, proteînên-G ji wergirê diqetîn û di nav sîtoplazmayê de rêzereaksiyonan didin destpêkirn. Bi vî awayê di xaneya çêjewergir de peyambera duyem ava dibe , di xaneyê de berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) rû dide. Piştê berevajîbûna cemsergiriyê, ji xaneya çêjewergir demareguhêzer tê derdan. Demareguhêzer demarexaneyên hestê çalak dikin, di demarexaneya hestê de erkê kar didin destpêkirin. Sînyalên kîmyayî yên ji molekula çêjdar bi navbeynkariya demaran, bi şêweyê sinyalên elektrîkî ber bi demax ve tê şandin. Ji hev derxistin, nasîn û têgihîştina çêja umamî di tûkila mejî de, di navenda çêjtinê de rû dide. Çavkanî Biyolojî
4522
https://ku.wikipedia.org/wiki/M%C3%AEkroprosesor
Mîkroprosesor
Mîkroprosesor, yanî yekîneya xebatê ya navendî (YXN an jî CPU, central processing unit) parçeyê herî girîng ê komputerê ye. Çi fermanên di hundirê Pergala Xebatê de hebe, ji aliyê vî parçeyî ve tê xebitandin. Microprosesor jî CPU eke ku di hundirê tek yongayekê de ye. Di roja me de CPU bêhtir wekî Microprosesor e. Yekîneya Xebatê ya Navendî xwedî bikêriyea arîtmetîk û mentiqî ye. Di navbera yekîneyên têketin û derketinê Û bernameya ku hatiye dayin de xebateke pêkan derdixe holê. YXN an jî CPU bi zimanê makîneyê, ango pergala kêmast a kodkirinê dixebite. Ev pergala kodkirinê ji kodên operasyonê pêk tên ku komputer dikare têbigihîje. Yekîneya xebatê ya navendî karê arîtmetîk û mentiqî bi riya ALU pêk tîne. Her wiha FPU heye da ku bi hejmarên bibêhnok jî bikaribe hesaban bike. Her wiha parçeyekî wê jî BIU ye ku têkiliya YXN bi cîhana derve re çêdike. Di hundirê YXN de hinek derên hiş ango bîrê hene ku jê re register tê gotin. Komputer
4526
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ewropa
Ewropa
Ewropa (, ), parzemînek e ku ji nîvgiravên herî rojavayî yên Ewrasyayê pêk tê ku bi tevahî li nîvkada bakur e. Afro-Ewrasya erdê bejahî hem bi Asyayê re parvedike û hem bi Afrîkayê re parvedike. Parzemîna Ewropayê li bakur bi Okyanûsa Arktîkê re, li rojava bi Okyanûsa Atlantîkê, li başûr bi Deryaya Navîn re û li rojhilat jî Asyayê sinorê parzemînî parve dike. Ewropa bi gelemperî veqetandina ji parzemîna Asyayê bi ava Çiyayên Ûralê, Çemê Ûralê, Deryaya Qezwînê, Qefkasyaya Mezin, Deryaya Reş û rêyên avê yên Tengava Stembolê tê qebûl kirin. Ewropa li dor 10.18 milyon km² (3.93 milyon sq mi), yan %2 ji rûberê cîhanê (%6.8% ji axa erdê) digire ev jî Ewropayê wekê parzemîna herî biçûkê cihanê destnîşan dike. Di warê siyasî de, Ewropa li dora pêncî dewletên serwer hatiye dabeş kirin ku Rûsya welatê mezintirîn û nifûsa herî mezin e Ewropayê ye ku ji %39 ji erdê Ewropayê digire û %15 ji nifûsa Ewropayê pêk tîne. Li gorî daneyên sala 2021an de bi tevahî nifûsa Ewropayê 745 milyon e (nêzîkî 10% ji nifûsa cîhanê) ku piştî Asya û Afrîkayê sêyem parzemîna herî mezin e. Avhewaya Ewropayê bi giranî ji aliyê germên Atlantîkê ve tê bandor kirin ku hewaya parzemînê bi zivistan û bi havînan jî nerm e. Ji deryayê wêdetir, cûdahiyên demsalî li nêzê peravê zêdetir diyar in. Çanda Ewropî koka şaristaniya rojavayî ye ku çandeke dîrokî ye ku ki Yewnanistana Kevnare û Romaya Kevnare vedigere. Hilweşîna Împeratoriya Romayê ya Rojava di sala 476ê de û Serdema Koçberiyê ya ji ber hilweşîna împeratoriyê dawiya dîroka kevnar a Ewropayê û destpêka Serdema Navîn a Ewropayê dide destpêkirin. Ronesans li Firansayê dest pê dike û li parzemîna mayî belav dibe ku eleqeyek nû bi humanîzm, keşfkirin, huner û zanistê bi xwe re tîne ku beşdarî destpêka serdema nûjen dibe. Ji Serdema Keşfê ku bi pêşengiya Spanya û Portugalê pêk tê, Ewropa di pêwendiyên gerdûnî de bi gelek keşf û fethên li çaraliyê cîhanê de rolek serdest lîstîye. Di navbera sedsalên 16an û 20an de, hêzên ewropî di demên cûda de Amerîka, nêzîkî temamiya Afrîka, Okyanûsya û nêzîkî piraniya Asyayê kolonî kirin. Serdema Ronahiyê, Şoreşa Fransayê û Şerên Napolyon ji dawiya sedsala 17an heya nîvê yekem a sedsala 19an de Ewropayê ji aliyê çandî, siyasî û aborî ve diguherîne. Şoreşa Pîşesaziyê ku di dawiya sedsala 18an de li Brîtanyaya Mezin dest pê dike, li Ewropaya Rojava û di dawiyê de li cîhana berfireh di warê aborî, çandî û civakî guhertinên girîng dide destpêkirin. Herdu şerên cîhanê (şerê cîhanî yekem û duyem) li Ewropayê despêdike ku di nîvê sedsala 20an de ji ber ku Yekîtiya Sovyetê û Dewletên Yekbûyî derdikevin pêş, serdestiya Ewropaya Rojava di warê çareserkirnên li cîhanê de kêm dibe. Heya Şoreşên sala 1989an ku dibe sedema hilweşîna Dîwarê Berlînê û hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di dema Şerê Sar de Ewropa li ser perdeya hesinî ya di navbera NATOyê li Rojava û Pakta Warşovayê de li Rojhilat hatiye dabeş kirin. Yekîtiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê du rêxistinên navneteweyî yên girîng in ku armanca rêxistinan di asta siyasî de temsîlkirina parzemîna Ewropayê ye. Konseya Ewropayê di sala 1948an de bi fikra yekkirina Ewropayê ji bo bidestxistina armancên hevpar û pêşîlêgirtina şerên pêşerojê hatiye damezrandin. Entegrasyona Ewropî ya ji aliyê hinek dewletan ve bûye sedema damezrandina Yekîtiya Ewropayê ku saziyek siyasî ya serneteweyî ye ku li ser bingeha pergala hiqûqa ewropî ye û di navbera konfederasyon û federasyonê de ye. Yekîtiya Ewropayê li Ewropaya Rojava despêkiriye û piştre jî bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ku di 1991an de pêk hatiye ber bi rojhilat ve berfireh bûye. Piraniya endamên yekîtiyê diravek hevbeş, ewroyê qebûl kirine û beşdarî bazara yekgirtî ya ewropî û yekîtiya gumrikê bûne. Herêma Şengenê ku blokek mezinê welatan e kontrola sinorên navxweyî Ewropayê û koçberiyê betal kiriye. Hilbijartinên gelerî yên asayî her pênc salan carekê di nav Yekîtiya Ewropayê de pêk tên ku piştî hilbijartinên Hindistanê wekê duyem hilbijartinên herî mezin ên demokratîkê li cîhanê tên dîtin. Bêjenasî Di mîtolojiya yewnanî ya klasîk de, Europa (yewnaniya kevn: Εὐρώπη, Eurṓpē) prensesa fenîkî bû. Nêrînek din jî ev e ku navê Ewropayê ji hêmanên yewnaniya kevnar εὐρύς (eurús) 'berfireh, fireh' û ὤψ (ōps, gen. ὠπός, ōpós) 'çav, rû, rûy e', ji ber vê yekê Eurṓpē tê wateya 'berfireh' nihêrîna fireh yan 'aliyê fireh'. Broad di dînê Proto-Hind-Ewropî ya ku ji nû ve hatiye avakirin de û helbestên ku jê re hatine terxankirin de bûye rengdêra Cîhanê. Nêrînek alternatîf a Robert Beekes ku ji bo navekî pêş-hindûewropî nîqaş kiriye, rave dike ku veqetandinek ji euros dê toponîmek cûda ji Europa derxe. Beekes li herêma Yewnanistana kevnar toponên bi navê Europayê û li Makedonyaya kevnar jî navên cihên wekî Europosê dîtiye. Erdnigarî Dabeşkirin Dîrok Gelhenasî Ziman Dîn Siyaset Dewletên Ewropayê Li Ewropa ev dewlet hene: Welatên din Welatin hene nîvî an jê ribek di Ewropa de ye ew evin. Dirav (pere) Ewro navê diravê fermî yê van welatên Ewropayê ye (2011): Wekî din Euro li paş dolarên DYA duyem diravê ku herî zêde li cihanê danûstendin pê tê kirin. Binêre Êvaristan Çavkanî Girêdanên derve Etîmolojiya peyva "Ewropa" Parzemîn Ewropa
4527
https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AEv%C3%AE%20Berwar%C3%AE
Hîvî Berwarî
Hîvî Berwarî helbestvaneke kurd e. Jiyana wê Berwarî di sala 1963an de, li Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye. Li Dihokê xwendiye û her li wêrê xwendegeha mamostetiyê bi dawî aniye. Helbestên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirine. Di mîhrecanên edebî de helbest xwendîne. Berhemên wê Binavê vegera hîviyek windabûyî. Meşa bokan. Ji aliyê Êketiya Nivîserên Dihokê ve hatiye çapkirin. (2006). Kesatiya jinê di dîrokê da. Spîrêz, Duhok (2008). Çavkanî Helbestvanên kurd Jidayikbûn 1963 Jinên kurd Nivîskarên kurd
4528
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hesen%20Sil%C3%AAvan%C3%AE
Hesen Silêvanî
Hesen Silêvanî (jdb 1957'an li gundê Tirkija, devera Silêvaniya, nêzîkî bajarê Zaxoyê, Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye). Niviskar û helbestvanê kurd û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê Dihokê ye.Karê wergêranê jî dike . Jiyan Hikûmeta faşîst a berê ya rejîma Be's her zû gundên wan wêran kirin û ereb anîne deverê. Lewre çûne bajêrê Mûsilê. Di sala 1982'an de, dest bi nivîsînê kiriye. Çîrok û helbest jî nivîsêne. Berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî, erebî de, belav kirîne. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê (Êketiya Nivîserên Kurd a Dihokê) ye li Başûrê Kurdistanê. Xudiyê kovara Peyv e, kovara nivîskarên kurd li Dihok. Endamê çivata parêzgeha Dihokê ye ji sala 2001'an were bi hilbijartinan. Berhemên wî yên bi kurdî Heta niha, wî ev berhemên xwe çap kirine: Dîwaneka helbestan bi navê Hozanên sava di sala 1993'an de, bi tîpên latini çap kiriye. Balûlka şekirê, kurteçîrok di sala 1994'an de li Stokholma Swêdê, bi tîpên latînî, li weşanxana APEC'ê derxistiye. Gulistan û şev, kurteromana wî, bi latînî çapa yekê di 1996'an de li Duhokê, çapa duyê di 2000'î de li Duhokê bi tîpên erebi û çapa siyê jî di 1997'an de li Amedê li weşanxana Lîs dîsan bi pîtên latînî derketiye. Dara û nisrîn, çîrokeke perwerdeyî bi hevkarî di gel niviser Arif Hîto, di sala 1997'an de bo UNICEF'ê hatiye çapkirin. Pirtûka wî ya herî nû ya bi navê Ew Xanima Henê bi tîpên erebî di 2010'an de li Duhokê derketiye, dû re çapa yekê ya bi tîpên latînî jî di heman salê de di weşanên Lîs hatiye çapkirin. Eger xwêvizangî gotiba min 2019 Hawar- Duhok . helbestên erebîne bo 26 helbestvanan wergerandîne ser zimanê kurdî Bêje wan bila min nekujin .2020 çîrokên ji zimanê Erebî wrgêrayn kurdî Berhemên wî yên bi erebî Bi zimanê erebî jî, ev pirtûk hene: Dami al-ladhi sayadhhak, دمي الذي سيضحك. Helbest, 1995, Duhok. Laylat al-matar, ليلة المطر. Çîrok, 1997, Duhok. Qasa'id min bilad al-narjis, قصائد من بلاد النرجس. Helbestên wergêray ji kurdi, 1999, Duhok. Qisas min bilad al-narjis, قصص من بلاد النرجس. Çîrokên wergêray ji kurdî, 2002 û 2005 çapa duyê. Gulistan we l-layl, كولستان والليل. Kurteroman wergêray erebi, 2009, Duhok. qesayid teşequlşems قصائد تعشق الشمس helbestên kurdî wergêrayne ser zimanê Erebî 2012 Mesaolananas مساء الاناناس 2013 helbest bi zimanê Erebi 2013 Xubz Muhela Bilsuker خبز محلى بالسكر çîrok bi Erebî 2019 Çavkanî Girêdanên derve Malpera Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Duhokê Silêvanî, Hesen Silêvanî, Hesen Kesên ji Dihokê
4530
https://ku.wikipedia.org/wiki/Jaro%20Duhok%C3%AE
Jaro Duhokî
Jaro Duhokî helbestvanê kurd e. Navê wî yê rast Celal Mihemed e. Di sala 1959-an de, li bajarê Duhokê ji dayik bûye. Her li Duhokê xwendîye û di sala 1985-an de, zanîngeh Mîsil bi dawî anîye. Helbestên xwe di rojname û kovarên kurdî da belav kirîne. Endamû Yeketiya Nivîskarên Kurd e li Kurdistana Îraqê. Sala 1985-an, ji ber terora faşiyên Bexda revîye û gehaye şoreşa kurdî. Heta niha jî pêşmerge ye. Niha jî li kurdistanêye. Du dîwanên helbestan çap kirîne: Sirgûm. 1986. Ragirtin. 1987. Duhokî, Jaro
4531
https://ku.wikipedia.org/wiki/NVU
NVU
NVU bernameyeke ji bo çêkirina rûpelên înternetê ye. Bi îngilîzî ji van bernameyan re "HTML Editor" jî tê gotin. NVU ji malbata Mozilla ye û wekî Mozilla Firefox û Mozilla Thunderbird azad û belaş e. Girêdanên derve Malpera NVU Nivîsbariya azad
4532
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bel%C3%A7%C3%AEka
Belçîka
Belçîka an jî Belcîka, Keyaniya Belçîkayê (wekî Beljîka, Beljîk û Beljîkistan jî tê naskirin, bi holendî (flemenî): Koninkrijk België, , ) welatek li rojavayê Ewropayê ye ku dikeve ser sinorên çar welatan: li rojhilatê welat Almanya, Lûksembûrg dikeve başur-rojhilat û Holenda jî dikeve bakurê vî welatî. Beşeke mezin ê Belçîkayê dikeve ser sinorê Fransayê. Herwisa beşeke biçûk a vî welatî dikeve ser Deryaya Bakur. Desthilata vî welatî demokratî û federalî ye, lê şahîtî (melik) jî hêj heye. Belçîka ji deh parêzgehan pêk hatiye. Paytextê Belçîkayê Bruksel e ku dikeve navenda Belçîkayê. Bajarên dî yên giring ev in: Antwerpen, Gent, Charleroi, Luik û Brugge. Zimanên fermî yên Belçîkayê (holendî (60%), fransî (40%) û almanî (< 1%) ne. Herêmên Belçîkayê Herêmên Belçîkayê deh in. Ji van pênc flemen (holendîaxêv) û pênc jî walon (fransîaxêv) in. Bruksel ne tevî van herêman e. Berberiya herêman Belçîka ji dû gelên sereke pêk tê: ew jî flemen (60%) û walonî (40%) ne. Flemen bi zimanekî (anjî dîalektek) nezîkî holendî û walonî jî bi fransî diaxifin. Li Brukselê 80% ji rûniştvanên bajêr bi fransî û ên din jî bi flemenî diaxifin, eger biyaniyên ku li Brukselê kar dikin li ber çavan neyên girtin. Ji aliyê cografîk ve Bruksel li navenda Belçîkayê dikeve û bajar weke giravekê di nav herêma flemenan de ye. Lê çiqasî bajar dikevê nav herêma flemenan jî, dîsa piraniya niştecihên bajêr ne bi flemenî, lê bi fransî diaxifin. Sedemen vê yeke jî dîrokî ne û bî tesîra zimanê fransî di sedsalên borî de girêdayî ye. Belçîka di nav wan sînorên kû em îro dibînin di sala 1831ê de hat damezrandin. Di navbera flemenan û waloniyan de hertim raqîbiyet û tengezarî hebûn, lê evyek tucara nebû sebeba şer û bihevçûnên çekdarî, ku hêjayî gotinê bin. Piştî pevajoyek dirêj ku Belçîka di nav de gelek caran bi parçebûne rûbirû ma û munaqeşeyên kûr li ser pirsa Brukselê di salên şêstî de, di sala 1970î de biryar hat girtin ku Belçîka bibê dewletek federal kû ji sê herêman pêk bê: herêma flemenan, herêma waloniyan û bajarê Bruksel. Bruksel ji ber wê yekê kirin herêmek otonom, ji ber ku herdû aliyan nekarîbûn li hev bikin, ka bajar bikêvê nav herêma kijan alî: ji bo flemenan Bruksel bajarekî ji aliyê dirokî ve bajarekî flemenî bû û herweha diket nav herêma flemenan, lê li gor waloniyan Bruksel bajarekî fransî bû û hejmara niştecihên bajêr jî evjek nîşan dida. Û ji aliyê din ve, sedemek herî giring jî ew bû, ku pêwistî bi baytextek ne di bin desthilatdariya yekî ji herdû aliyan de dihat dîtin. Ji bo van sedeman dawiya dawî -çiqasî biryar di sala 70`yî de hatibê stendin jî- di sala 1989 de Bruksel bû herêmek otonom. Ji xeynî herêmên otonom, kû xwedî dezgehen fermî ne, her komek civakê (flemen, walon û alman) jî xwedî statû û dezgehên fermî ne. Yanî li hêlekê parlamena herêma Walonya heye û li aliyê din parlamena gelê walonî jî heye. Wek nimûne parlamena herêma Walonya tenê li ser gelê di nava sînorên herêma xwe da hukumdare, lê parlamena gelê walonî ji bo hemû mirovên walonî berpirsyare, ew li kudera Belçîka bijîn bila bijîn. Galeriya Wêneyan Girêdanên derve Malpera bajarê Brukselê Keyanî Endamên Konseya Ewropayê
4535
https://ku.wikipedia.org/wiki/Yek%C3%AEtiya%20Ewropay%C3%AA
Yekîtiya Ewropayê
Yekîtiya Ewropa, bi kurtasî YE (bi îngilîzî: European Union (EU), elmanî: Europäische Union, frensî: Union européenne), rêxistina navneteweyî ya aborî û siyasî ye di navbera 28 welatên Ewropayê de. Di sala 1992an bi Peymana Maastrichtê ava bû ye navê YEyê pejirandiye. Bingeha zagonî ya yekîtiyê Peymana Nice ya ku di sala 2003an de xebitî an go bû meriyet. Alaya Yekîtiya Ewropayê ji 12 stêrkên zer yên li ser zemîna şîn hatine bicîhkirin pêk tê. Ev ala di 29ê gulana sala 1986an de li Brukselê ber bi ezmana hatiye bilindkirin. Sirûda Yekîtiyê, beşa 4em a "Pesna Şadiyê" ya senfoniyaya 9em a Beethoven e. Roja Yekîtiyê 9ê gulanê ye. Yekitiya Ewropayê xwedî pasaport û ehliyeta hevbeş e. Dîrok Parzemîna Ewropayê bi sedan salan bû şahidê şerên gelek mezin û dijwar. Di navbera salên 1870 û 1945an Almanya û Fransayê li hemberî hev sê caran şer kirin. Gelek mirov di van şeran de jiyana xwe ji dest dan. Hîn serokên welatên Ewropî ji bo ku di nav xwe de aştiyeke domdar damezrînin baweriya xwe pê anîn ku divê yekîtiyek aborî û siyasî ava bibe. Piştî Şerê cîhanî yê duyem, welatên ewropî ji bo birînên xwe yên şer derman bike û aştiyek pêk bîne ketin hewldana. Di sala 1950î de ji aliyê Wezîrê karûbarên derveyî yê Fransayê Robert Schuman ve ji bo yekkirina pîşesaziyên komir û hesinê ya welatên Ewropaya Rojava, planek hate danîn. Piştre Peymana Parîsê hate îmzekirin û di encamê de di sala 1951an Civata Komir û Pola ya Ewropayê (CKPE) (European Coal and Steel Community) bi şeş endamên ku ji Belçîka, Almanyaya Rojava, Lûksembûrg, Fransa, Îtalya û Holendayê pêk dihat hate damezrandin. Di van welatan de biryarên ku derbarê komir û polayê hatine girtin li saziyeke bilind serbixwe û serwelatî ya bi navê Otoriteya Bilind (High Authority) hate dewirkirin. Serokê yekemîn ya vê saziyê Jean Monnet bû. Di nava çend salan CKPE ew qas serkeftî bû ku şeş welatên endam, di derbarê pêşvebirina hevkariya di nav xwe û ji bo yekkirina beşên an go sektorên din yên aboriyên xwe biryar girtin. Peyama Romayê, 1957 Di sala 1957an Peymana Romayê îmze kirin. Di encamê de Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (European Atomic Energy Community) û Civata Aboriya Ewropayê (European Economic Community) hate damezrandin. Welatên endam bi darxistina "Bazara Hevbeş" ya di nav xwe de, hemû astengiyên bazirganî ji holê rakirin. Di sala 1967an, saziyên CKPE, CVAE û CAE yê hatin yekkirin. Ji wê demê pê ve, ji bilî Parlamena Ewropayê,tenê komisyonek û yek dîwana wezîran çêbû. Di destpêkê de endamên Parlamena Ewropayê ji parlamenên neteweyî dihatin hilbijartin. Di sala 1979an hilbijartin hatin lidarxistin. Bi vê riyê li hemwelatiyên welatên endam, derfeta hilbijartina li gor daxwaziyên xwe hate dayîn. Ji wê salê şûn de ji her 5 salan carekê hilbijartin hatin li darxistin. Peyama Maastrichtê, 1992 Peymana Maastrichtê (1992) ji bo destpêkirina hevkariya di navbera hikûmetên welatên endam bû firsendek nû. Bi tevlîkirina mekanizmeya hevkariya navbera hikûmetan de li sîstema civatê ve, Peymana Maastrichtê Yekîtiya Ewropayê derxist holê. Di destpêkê de girîngi li ser polîtikayên hevbeş yên di derbarê komir û polayê û polîtikayek hevbeş derbarê cotemeniyê bû. Armancên polîtikayên din bi derbasbûna demê û bi pêwistiyan ve derket holê. Hinek armancên polîtikayên bingehîn bi guherîna şert û mercên demê, hate guherîn. Bi derbasbûna wextê girîngiya têkiliyên YE bi welatên din re zêdetir bû. YE, bi welatêb din re li ser peymanên bingehîn ya bazirganî û alîkariyê peymanan çêdike û polîtikayên karûbarên hevbeş yên derveyî û ewlekariyê pêşvedixe. Ji bo ku dewletên endam astengiyên bazirganî yên di navbera xwe de ji holê rakin û ji bona avakirina bazareke ku tê de gerîna kes, xizmet, mal, sermayeyan serbest be, gelek wext derbas bû. Di dawiya sala 1992an de "Bazara Hevbeş" bi şêweyekê fermî hatibû darxistin. Di salên 90î de bi rakirina kontorolên gumrik û pasaporta di nav sînorên YE yê hindurîn, li Ewropayê hatin û çûyîn hêsantir bû. Bi vî awayî xwendina zaningehê ya li derveyî welêt jî hêsantir bû. Yekîtiya Ewropayê, di sala 1992an de ji bo derbasbûna li cûreyek diravê ku ev yek wê ji aliyê Banka Navendî ya Ewropayê ve bihate birêvebirin û ji bo Yekîtiya Aborî û Diravî pêşvebixe, biryaran girt. Di 1ê kanûna paşîn sala 2002an ji nav 15 endamên Yekîtiya Ewropa 12 welatên endam ji bo bikaranîna dirava hevbeş ya Euro yê dev ji diravên xwe yên neteweyî berdan. Ev 12 welat Belçîka, Almanya, Yewnanistan, Spanya, Fransa, Îrlenda, Îtalya, Lûksembûrg, Holenda, Awistirya, Portûgal û Fînlenda ne. Piştre bi endambûn Slovenya yê hejmara van welatan gihîşt 13 yê. Erdnîgarî Dewletên endamên Yekîtiya Ewropî rûberek 4.233.262 kîlomêtre çargoşe rûerd vedihewîne. Çiyayê herî bilind ê yekitiyê Çiyayê Blancê ye li Alperên Graianê bi qasî 4.810.45 mêtre ji asta deryayê bilind e. Xalên herî nizm ên yekîtiya ewropayê Lammefjorden, Danîmarka û Zuidplaspolder, Holanda ye ku 7 mêtre ji asta deryayê jêrdetir e. Erdnîgarî, avhewa û aboriya YE ji hêla peravê wê ve ku 65.993 kîlomêtre dirêj e, bandor dike. Tevê herêmên derveyî welat ên Fransayê ku li derveyî parzemîna Ewropayê ne, lê endamên yekîtiyê ne, YE ji Arktîkê (bakur-rojhilatê Ewropayê) heta tropîkal a (Guiana ya Fransayê) herî zêde cureyên avhewayê diceribîne û ji bo YE navîna meteorolojiyê bi temamî bêwate dike. Piraniya nifûsê li herêmên xwedan avhewaya deryayî ya nerm (Ewropa Bakur-Rojava û Ewropaya Navîn), avhewa Deryaya Navîn (Ewropa Başûr), an avhewa germ a havînê ya parzemînî an hemîboral (Bakûrên Balkan û Ewropa Navîn) dijîn. Niştecihên yekitiyê bi piranî bajarvanî ne. Ji 2006an vir ve ji sedî 75 ê niştecihan li herêmên bajarî dijîn. Bajar bi giranî li seranserê Yekîtiya Ewropî bi komek mezin li Benelux û derdora wê belav bûne. Gelek herêmên li derveyî welêt û girêdayîbûna welatên cuda yên endam jî bi awayekî fermî di nava Yekîtiya Ewropayê de cih digirin. Dewletên endam Yekîtiya Ewropayê, bi endambûna gelek welatan roj bi roj fireh û mezin bû. Almanya, Belçîka, Fransa, Holenda, Îtalya, Lûksembûrg di 1951ê wek damezrêner, Danîmarka, Îrlenda û Brîtaniya Mezin di 1973an, Yewnanistan di 1981ê, Spanya û Portûgal di 1986an, Awistirya, Fînlenda û Swêd di 1995an, Çekya, Estonya, Kîpros, Letonya, Lîtvanya, Mecaristan, Malta, Polonya, Slovakya û Slovenya di , û Bulgaristan, Makedonya û Romanya di 2007an bûn endamê Yekîtiya Ewropayê. Di dawiyê de di de Kroatya bû 28êmîn endama Yekîtiyê. Ji bilî van Tirkiyê berendamekî Yekîtiya Ewropayê ye. Ji bo bi 28 endamên xwe re pergala ku Yekîtiya Ewropayê li ser ava bûye çalaktir bixebite, divê mekanizmeya biryargirtinê baştir bihata lidarxistin. Ji bo vê yekê Peymana Nice li ser xebat û meşandina YE yê zagon û fermanên nû xist xebitandinê. Ev peyman di 1ê sibatya sala 2003an xebitî. Ji bo ku welatek bibe endam, divê krîterên Kopenhagê, ku di civîna 1993an ya Konseya Ewropî ya li Kopenhagê de hatine diyarkirin, bicîh bîne. Ji bo van demokrasiyek bi îstîqrar hewce dike ku rêzê li mafên mirovan û serweriya qanûnê bigire; aboriya bazarê ya bikêrhatî; û pejirandina erkên endamtiyê, di nav de qanûnên yekitiyê. Nirxandina cîbicîkirina pîvanan ji aliyê welatekî ve, berpirsiyariya Konseya Ewropayê ye. Benda 50emîn ya Peymana Lîzbonê destûra derketina endamekî ji YEyê dide. Du herêm ji yekîtiyê veqetiyan: Grînlenda (wîlayeteke xweser a Danîmarkayê) di sala 1985an de vekişiya. Di sala 2017an de Keyaniya Yekbûyî benda 50îemîn a Peymana Yekitiya Ewropayê bi awayekî fermî betal kir û di sala 2020an de bû yekem dewleta serwer ku ji YEyê vekişiya. Pêvajoya firehbûnê Damezrandina Yekîtiya Ewropayê bi îmzekirina Peymana Parîsê (1951) ya ji bo avakirina Civata Komir û Pola ya Ewropayê û bi îmzekirina Peymana Romayê (1957) ya ji bo avakirina Civata Vejena Atomî ya Ewropayê (EURATOM) û Civata Aborî ya Ewropayê, bi îmzekirina ji aliyê şeş damezrêneran ve pêk hatibû. Hejmara welatên endam piştî şeş welatên damezrêner yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Lûksembûrg û Holenda bi pêkhatina 6 pêvajoyên firehbûnê gihîşte 28ê: 1973 Danîmarka, Îrlenda û Brîtaniya Mezin 1981 Yewnanistan 1986 Portûgal û Spanya 1995 Awistriya, Fînlenda û Swêd 2004 Kîpros, Malta, Mecaristan, Polonya, Slovakya, Letonya, Estonya, Lîtvanya, Çekya û Slovenya 2007 Bulgaristan û Romanya 2013 Kroatya Sazî û organ Saziyên YE Parlamena Ewropayê Dîwana Wezîran ya YE Komîsyona YE Konseya YE Dîwana Dadê ya Ewropayê Dadgeha Bilind Saziyên aborî Banka Nevendî ya Ewropayê Banka Ramedan ya Ewropayê Komîta Aborî û Civatî Komîta Herêman Herwiha binêre Makezagona Yekîtiya Ewropayê Berendamên Yekîtiya Ewropayê Girêdanên derve Portala Yekîtiya Ewropa 'Ewropaya Te' malpera agahdariyê Europedia: Guide to European policies and legislation Çavkanî Rêxistinên navneteweyî Yekîtiya Ewropayê Sîstemên siyasî
4540
https://ku.wikipedia.org/wiki/Macintosh
Macintosh
Macintosh modeleke kompûteran e ku ji aliyê fîrmeya Apple ve tê çêkirin. Çavkanî Girêdanên derve Komputera Macintosh
4542
https://ku.wikipedia.org/wiki/The%20Sharezoor
The Sharezoor
The Sharezoor navê ferhenga kurdî (Soranî)- İngilîzî ye ku ji aliyê Şefîq Qezzaz (Shafiq Qazzaz) ve hatiye nivîsandin. Navê ferhengê ji navê bajarê Kurd Şarezor hatiye wergirtin. Mezintirîn ferhenga soranî-inglîzî Ferhengî Şarezor Kurdî-Îngilîzî (The Sharezoor Kurdish-English Dictionary) mezintirîn ferhenga kurdî-îngilîzî ye ku ta niha heye. Ev ferheng ji alî wezîrê karûbarên mirovanî yê Başûrê Kurdistanê Dr. Şefîq Qezaz (Shafiq Qazzaz) ve hatiye danîn û sala 2000ê li Hewlêrê ji weşanxaneya Aras belav bûye. Qezaz ji salên 1960î ta derketina wê li ser vê ferhenga 600-rûpelî xebitiye. Pergala ferhengê Pergala ferhengê wa ye ku peyvên serekî li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin û di bin wan de hemû bêje û biwêjên têkildarî wan hatine dan. Her peyva serekî herwa bi alfabeya kurdî-latînî jî hatiye nivîsîn. Nirxandin Gelek sedem hene bêt gotin ku ev baştirîn ferhenga zimanê kurdî ye ku li ber destê xwendevanan e. Lê kêmasiyên wê jî pirr in. Ferheng tenê zaravaya soranî ji xwe re bingeh girtiye. Tevî ku hin peyvên kurmancî hatine dan jî, ew pirr kêm in û li ser bikaranîna wan jî daner zêde ranewestiye. Herwa eger heman peyvê di soranî de wateyek û di zaravayek din yê kurdî de maneyek dî hebe, tenê wateya soranî hatiye dan. Çavkanî Husein Muhammed: Kovara Mehname, hejmar 40, 5/2003 Ferhengên kurdî
4547
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koendama%20m%C3%AEz%C3%AA
Koendama mîzê
Koendama mîzê (bi înglîzî: urinary system) komek endam in bo parzûnkirin, embarkirin û avêtina mîzê ber bi derveyê laş. Gurçik, borrîmîz, mîzdank û borrîmîz endamên koendama mîzê ne. Karê serekî yê koendama mîzê, dûrxistina paşmayiyên nîtrojenî û dabînkirina hevsengiya osmozî ya laş e. Paşmayiyên nîtrojenî dema çêkirin an jî têkşikestina proteîn û asîdên nûkleyî de peyda dibe. Proteîn ji asîdên amînî pêk tên. Asîdên amînê bo hanaseya xaneyê tê bikaranîn. An jî dibe ko asîdên amînî ji bo bidestxistina madeyên wekî glukoz were bikaranîn. Gava asîdên amînî tên hilweşandin, koma amîn (-NH2 ) ji asîda amînî diqete lê ji bo berhemkirina madeyên kêrhatî nayê bikaranîn. Ji koma amîn, amonyak (NH3 ) peyda dibe. Amonyak di şileya navbera şaneyan de an jî di nav plazmaya xwînê de dihele û iyonên amonyum (NH4+ ) û iyonên (OH-) pêyda dibe. Amonyak madeyek jehrî ye û ji bo laşê mirov zîyanbexş e. Piraniya ajalan amonyakê diguherîn ure an jî asîda ureyê. Amonyak di kezeba mirov de bi karbona dîoksîd ve yek dibe û diguhere bo ureyê. Her çiqas bi qasî amonyakê nebe jî, ure jî madeyek ziyanbexş e û divê bi koendama mîzê ji laş were dûrxistin. Rêkxistina pestoya osmozê wekî hevsengiya osmozî (bi înglîzî: osmoregulation) tê navkirin. Koendama mîzê kar dike bo dabînkirina hevsengiya xwê, av û pH ya xwînê. Ji bo vê erkê madeyên paşmayî an jî yên bêkêr ji laş tê dûrxistin. Madeyên paşmayî ji zîndeçalakiyên asayî yên xane û şaneyan peyda dibe. Madeyên paşmayî yên xaneyên mirov, bi gelemperî ji paşmayîyên nîtrojenî yên wekî ure, kreatîn, amonyum, asîda ureyî û karbona dîoksîd pêk tê. Desîlîtreyek xwîna mirov 10 heta 20 mîlîgram (10 heta20 mg/dl) ure lixwe digire. Kreatîn paşmayiya ji têkşikestina fosfata kreatînî ye. Fosfata kreatînî, molekula fosfat a bi enerjiya bilind e, di masûlkeyan da cih digire. Dema pêdivî bi enerjiyê çê dibe ji bo demek kurt wekî embarek enerjiyê kar dike. Asîda ureyî bermayîyê nukleotîdan e. Dabînkirina hevsengiya guncav a xwê û ava xwînê yek ji erkên serekî yê gurçikan e. Heke nav xwînê de rêjeya xwê zêde bibe, xestiya iyonên wek sodyum (Na + ) û potasyum (K + ) jî zêde dibe. Ev rewş dibe sedema bilindbûna pestoya osmozî ya xwînê. Heke pestoya osmozî ya xwînê bilind bibe, vê gavê hê pirtir av ji her beşên laş derbasî nav xwînê dibe, loma pestoya xwînê jî bilind dibe. Ji bo rêgirtina li ber bilindbûna pestoya xwînê, dive xwêyên zêde ji laş were dûrxistin. Iyonên xweyê bi navbeynkariya gurçikan ji laş tê deravêtin û xestiya iyonên xwînê dadikeve xala asayî. Asta rêjeya iyonên wekî bîkarbonat (HCO3– ) û klasiyum (Ca 2+ ) ên nav xwînê jî ji aliyê gurçikan ve tê rêkxistin. Çevderîkirin û rêkxistina pH ya xwînê jî yek ji erkên serekî yê koendama mîzê ye. Di rewşa asayî de pH ya xwîna mirov 7.4 e. Lê ji ber cor û mêjera xawrin vexwarinê an jî ji ber paşmayiyên zîndeçalakiyên xaneyan, dibe ko pH ya xwînê biguhere. Guherîna pH ya xwînê rewşek metirsîdar e bo tendurîstiya mîrov, loma bi navbeynkariya koendama mîzê gurçik xala asayî ya pH ya xwînê dabîn dikin. Gurçik Gurçik endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e. Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike. Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweyê kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e. Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin. Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin. Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûeyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlûleyan, xêzikî xuya dibe. Erkên Gurçikan Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin. Mîz ji pêkhateyên nav plazmaya xwînê, di nefronên gurçikan de çê dibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike; 1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê, 2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê, 3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê, 4. Asta pH ya plazmayê jî rêk dixe. Gurçik gellek hormon derdide. Her wîsa çikirina xaneyên xwînê yên xiroka sor û perikên xwînê jî ji aliyê gurçikan ve tê rêkxistin. Nefron Nefron yekeyên bingehîn ên parzûnkirinê ne di gurçikan de. Her yek gurçikek mirov malavaniya bi qasî milyonek nefronan dike.Erkê serekî yê nefronan, bi parzûnkirina xwînê, rêkxistaina rêjeya av û madeyen tîwawe ye.Li gor dirêjbûna wan a li kurahiya gurçikê, du cor nefron heye. Giloka mûlûleyan a hin nefronan li nezîkê beşa derve ya tûkilê de cih digire, nefronên wisa, wekî nefronên tûkilî (bi înglîzî: cortical nephrons) tên navkirin.% 85 ê nefronên gurçikê ji nefronên tûkilî pêk tê. Badoka Henle ya nefronên tûkilî kurt e û dirêjiya wan a di nav kiroka gurçikê de hindik e. Badoka Henle ya % 15 yê nefronên gurçikan dirêj e. Ji van nefronan re tê gotin nefronên kêleka kirokê (bi înglîzî: juxtamedullary nephrones). Giloka mûlûleyan a nefrona kêleka kirokê li aliyê jêrê tûkilê, li nêzîkî kirokê de cih digire û badoka Henle di nav kirokê de hê pirtir dirêj dibe. Nefron ji du beşên serekî pêk tê; tenolkeyê gurçikê û lûleka gurçikê.Tenolke pêkhateyên bo parzûnkirina plazmaya xwînê lixwe digire. Lûlek pekhateya taybet e ji bo dubaremijîn û derdanê. Tenolke ji tora mûlleyên xwînê û qepsûla Bowman pêk tê. Tora mûlûleyên xwînê wekî giloka mûlûleyanan an jî glomerul (bi latînî: glomerulus ) tê navkirin. Qepsûla Bowman (bi înglîzî: Bowman's capsule ) pêkhateyek kovikî ye û giloka mûlûleyan dipêçe. Parzûnkirina plazmaya xwînê di tenolkeyan de rû dide. Lûleka gûrçikê (bi înglîzî: renal tubule) pêkhateyek dirêj û badayî ye di tenolkeyê gurçikê, ji qepsûla Bowman dest pê dike heta coga berhevkirinê dirêj dibe. Lûleka gurçikê ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji ber ko nezîkê giloka mûlûleyan e, wekî lûleka badayî ya nêzikî tê navkirin û di tûkila gurçikê de cih digire. Beşa duyem a lûleka gurçikê wekî badoka Henle tê navkirin. Badoka Henlê ji milê dakêşayî û milê hilkêşayî pêk tê. Badoka Henlê heta kiroka gurçikê dirêj dibe. Beşa sêyem a lûleka gûrçikê wekî lûleka badayî ya dûrî tê navkirin. Ev beş, beşa dawî ya nefonê ye û di tûkilê de cih digire. Lûleka badayî ya dûrî bi coga berhevkirinê ve girêdayî ye. Madeyên bikêr ji nefronan dubare tên mijandin û tevlê xwînê dibin, madeyên bêker an jî madeyên paşmayî jî wekî mîz tên deravêtin. Bi deravêtina paşmayiyan, nefron qebare û pestoya xwînê rêk dixe, asta xwê û iyonên xwînê û pH ya xwînê rêk dixe. Borrîmîz Borrîmîz, an jî borriya mîzê (bi latînî: ureter) cotek pêkhateyên lûleyî ne, mîzê ji hewza gurçikan, diguhazînên bo mîzdankê. Ji her gurçikek mirov, borrîmîzek ber bi mîzdankê ve dirêj dibe. Dirêjiya asayî ya borrîmîzên mîrovê temenê pêgihîştî bi qasî 25 heta 30 santîmetre ne. Borrîmîz di dîwarê mîzdankê de wisa derbas dibin ko dema mîzdank bi mîzê tijî dibe û pestoya nav mîzdankê zêde dibe, masûlkeyên detrusor ên li diwarê mîzdankê, serê borrîmîzan diguvêşên. Guvaştina masûlkeyan, rê li ber mîza nav mîzdankê digire ko paşve neherrike nav borrîmîzan.Ji gurçikê ber bi mîzdankê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên borrîmîzan, beş bi beş rû dide. Ango hemû masûlke bi carek ve girj nabin. Dor bi dor û bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyan borrîmîzan wekî perîstalsî tê navkirin. Bi pêlên perîstalsiyê, mîz di nav borrîmîzan de ji gurçikan ber bi mîzdankê ve tê tehnkirin.Çalakiya masûlkeyên borrîmîzê ji aliyê herdu sisteman; sîstema sîmpasawî û ya parasîmpasawî ve tên kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalakiyên masûlkeyên borrîmîzan zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya masûlkeyan kêm dike. Mîzdank Mîzdank an jî kîsikê mîzê (bi înglîzî: urinary bladder) yek ji endamê koendama mîzê ye ko ji borrîmîzan, mîz werdigre û ji bo demek kin embar dike. Mizdank endamek firehbar û masûlkî ya bi şêweyî tûrik e. Mîzdank di hewzekelênê de cih digire. Qebareya mîzdanka vala bi qasî gûzek e, lê mîzdank dikare fireh bibe û bi qasî 800 mL mîz embar bike. Mîzdanka mêyan ji ya nêran kêmtir mîz embar dike. Qebareya mîzdanka mirovek piştî temenê pêgihîştinê bi qasî 500 heta 600 mL (mîlîlître) ye. Valakirina mîzdanka tijî, wekî mîzkirin (bi înglîzî:micturition-urination) tê navkirin. Mîzkirin bi du gavên serekî rû dide. Gava yekem hêdî bi hêdî tijîbûna mîzdankê ye. Her ko mîzdank bi mîzê tijî dibe, diwerime û qebaraya wê zêde dibe. Werimiya mîzdankê dibe sedema vekêşina masûlkeyên li dîwarê mîzdankê. Heke hêza vekêşinê ji asta derazinkê (bi înglîzî: threshold level) ya masûlkeyan bilindtir bibe, gava duyem a mîzkirinê dest pê dike. Gava duyem refleksa demarî ye û wekî refleksa mîzkirinê (bi înglîzî: micturition reflex) tê navkirin.Heke mîzdanka tijî neyê valakirin, mîzdank pir diwerime, ji ber firehbûna mîzdankê li masûlkeyên dîwarê mîzdankê de vekêşin zêde dibe. Hêza vekêşinê ya li ser dîwarê mîzdankê, dibe ko bibe sedema qelîşbûna diwarê mîzdankê û xwînberbûn rû bide. Herwisa dibe ko bibe sedema çêbûna bîrînan (bi înglîzî: ulcerations) li ser dîwarê mîzdankê. Mîzerê Mîzerê (bi înglîzî: urethra) cogek masûlkî ye ji bo deravêtina mîza mîzadankê ber bi derveyî laş.Bi mîzkirinê,mîz ji mîzdankê tê berdan û di mîzerêyê de ber bi derveyî laş diherrike.Erk û pêkhateya mîzerêya mê û nêran ne yek e. Dirêjiya mîzerêya mêyan kurt e, bi qasî 4 cm û tîreya wê 6 mm ye. Mîzerê ji stûyê mîzdankê dest pê dike, li jorê devê zêyê, li bin gilikê (clitoris) de li devê mîzerê de bi dawî dibe. Di laşê nêran de du erkên mîzerê heyê, avêtina mîzê û avêtina tovavê.Ango mîzerê bi eslê xwe cogek hevpar e ji bo herrika mîz û tovavê. Lê tu car mîz û tovav di heman demê de di nav mîzerêyê de derbas nabin. Di nêran de mîzerê hê dirêjtir e û di nav çûk de dirêjê derveyî laş dibe. Dirêjiya mîzerêya nêran bi qasî 20 cm e. Mîzerê ji mîzdankê dirêjê nav rijênê prostat dibe, paşê di nav çûk de ber bi derve dirêj dibe. Mîz Mîz (bi înglîzî: urine) şilemenîyek laş e ji aliyê gurçikan ve ji plazmaya xwînê tê berhemkirin, di mîzdankê de tê embarkirin û bi mîzerê ji laş tê avêtin.Taybetmendî û pêkhateya mîzê guherbar e, li gor mêjara vexwarina avê, germahiya hawirdorê, cora xurekên hatine xwarin û çalakiya laş rêjeya pêkhateyên nav mîzê diguhere.Wekî minak; rojên ko mirov karên giran dike û gellek xwêdan dide, rengê mîza mirov ji rengê zer a vekirî diguhere bo zer a tarî û ji mîza mirov piçek zêdetir bêhn ra dibe. Lê bi gelemperî di rewşa asayî de % 96ê mîzê ji avê, % 2.5ê ji paşmayîyên nîtrojenî, % 1.5ê mîzê ji xwêyan pêk tê.Mirovek tendurist rojê 1 heta 2 lître mîz bi mîzkirinê ji laş davêje. Ji bo dûrxistina paşmayîyên ziyanbexş, divê gurçik rojê herî kêm nîv lître mîz berhem bike û ji laş dûr bixe.Di gurçikan de mîz ji plazmaya xwînê bi sê gavên serekî tê cihêkirin; parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. Rêkxistina hormonî ya koendama mîzê Koendama mîzê ji aliyê koendama demar û hormonan ve tê rêkxistin. 4 hormon bandor li ser çalakiya koendama mîzê dikin. 1. Hormona dijemîztin Hormona dijemîztin di hîpotalamusê de tê berhemkirin û bo hîpofîza paş tê guhaztin Hormona dijemîztin li ser lûleka badayî ya dûrî û coga berhevkirinê bandor dike, delînbariya wan a avê zêde dike loma dubaremijîna avê zêde dibe. Bi vî awayê xestiya osmozî ya mîzê zêde dibe, qebareya mîzê kêm dibe. Bi zêdebûna dubaremijînê, hê pirtir av ji mîzê cihê dibe û vedigere nav şileya laş. Herwisa ji ber hestê tîbûnê vexwarina avê jî zêde dibe. Dawiya dawî xestiya osmozî ya plazmaya xwînê dadikeve asta xwe ya asayî.Heke mirov bi têra xwe av venexwe,an jî xurekên pir şor an jî şîrîn bixwe pestoya osmozî ya xwînê zêde dibe. Zêdebûna xestiya osmozî, osmozewergirên li hîpotalamusê han dike. Du encamên hankirina osmozewrgirên hîpotalamusê heye. A yekem hestê tîbûnê peyda dibe û zorê dide mirov bo vexwarina avê. A duyem jî ji rijêne hîpofîza paş, hormona dijemîztin tê derdan 2. Aldosteron Aldosteron hormonek steroîdî ye, di tûkila rijênên ser gurçik (rijênên adrenal) de tê berhemkirin û derdan. Li ser lûleka badayî ya dûrî û coga berhevkirinê bandor dike. Dubaremijîna sodyumê dabîn dike, ev jî dibe sedema bilindbûna pestoya xwînê. Hebûna anjiyotensîn II an jî kêmbûna pestoya xwînê, kartêkir ê bo derdana aldosteronê. 3. Anjiyotensîn II (angiotensin II) Ev hormon hormon, hormonek peptîdî ye. Ji polîpeptîda anjiyotensîn I ê tê çêkirin. Li ser lûleyên xwînê û rijênên adrenal bandor dike. Lûleyên xwînê teng dike, bi vê awayê pestoya xwînê bilind dike. Rijênên adrenal han dike bo derdana aldosteronê. Çêbûna hestê tîbûnê dabîn dike. Gava pestoya xwînê dadikeve, gurçik enzîma renîn der didin. Renîn proteîna anjiyotensînojenê hildiweşîne bo anjiyotensîn I, paşê ji pişikan enzîma guhertina anjiyotensîn I tê derdan bi bandora vê enzîmê, ji anjiyotensîn I ê du asîdên amînî tên qetandin û anjiyotensîn II çê dibe. 4. Peptîda natrîuretî ya guhikeyî (atrial natriuretic peptide (ANP)) Peptîda natrîuretî ya guhikeyî (PNG) hormonek peptîdî ye. Di guhikeyên dil de tê berhemkirin. Ji bo deravêtina sodyumê û kêmkirina pestoya xwînê kar dike.Heke di laş de xestiya sodyumê zêde bibe, gellek zêde av di laş de tê girtin û qebareya xwînê zêde dibe. Ji ber zêdebûna qebareyê, pestoya xwînê jî bilind dibe û masûlkexaneyên guhikeyan tên vekêşin.Vekêşîna masûlkexaneyan dibe sedema derdana hormona PNGyê. PNG mûlûleyên hatî fire dike, ev rewş di glomerulê de parzûnkirinê zêde dike. Hormona PNG di cogên berhevkirinê û lûlekên badayî yên dûrî de dubaremijîna sodyumê asteng dike, derdana aldosteronê kêm dike. Bi çalakiya PNG deravêtina sodyumê û mîzê zêde dibe loma qebare û pestoya xwînê kêm dibe. Çavkanî Biyolojî Koendama mîzê
4548
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gur%C3%A7ik
Gurçik
Gurçik (bi înglîzî: kidney) endamên serekî yên koendama deravêtinê ya mirov û ajalên birrbirredar e. Li gel erkê deravêtinê, gurçik hormon berhem dike, hevsengiya ava laş, hevsengiya ozmosa laş, hevsengiya iyonên xwînê û rêkxistina asta pH ya laş dabîn dike. Cotek gurçik li aliyê paşî yê zikekelênê de li jêrê navpencikê de li herdu aliyên birrbirreya piştê de cih digirin. Di laşê mirov de gurçika aliyê rastê ji ber şeweya kezebê, ji gurçika aliyê çepê bi qasî 2 cm nizimtir e. Gurçik ji asta birrbirreya 12mîn a sîngê heta birrbirreya 3yemîn a kêlekê dirêj dibin. Şêwe û pêkhateya gurçikan Gurçik bi şêweyê fasûlî û bi rengê sor a qehweyî ne. Qebareya gurçikek mirov bi qasî kulma mirov e. Giraniya gurçikek mirov bi qasî 100 gram e. Dirêjiya gurçikê biqasî 12 cm, panî (firehî) ya wê bi qasî 6.5 cm û stûriya wê jî 2.5 cm e. Beşên jor û jêr ên gurçikê wekî cemser tên navkirin. Li ser cemsera jorê ya her gurçikek de rijênek adrenal cih digire. Rijênê adrenal endamên koendama mîzê nîn in, lê bi berhemkirin û derdana hormona aldosteronê, gurçikan han dikin bo dubaremijîna sodyumê. Beşa gurçikê ya li aliyê birrbirreyê rûçal (bi înglîzî: concave) e û wekî hîlum (bi latînî: hilum) tê navkirin. Beşa rûçal a herdu gurçikan rûbirûyê hev de cih digirin. Lûleyên xwînê, lûleyên lîmfe, demar û borrîmîz bi rêya hîlumê derbasê gurçikê dibin an jî ji gurçikê der dikevin. Gurçik bi qaşilê gurçikê dapoşrav e. Qaşilê gurçikê qaşilek zexm e û ji bestereşaneya rîşalî pêk tê. Qaşilê gurçikê bi çînek çewrî dapoşrav e. Çewrî mîna balîfek gurçikan dipêçin û wan ji darbeyên hawirdorê diparêzin. Birgeha dirêjkî ya gurçika mirov li aliyê derve ji tûkila gurçikê (bi înglîzî: renal cortex), li aliyê navî ji kiroka gurçikê (bi înglîzî: renal medulla) pêk tê. Gurzên lûlek û mûlûleyên gurçikê di herdu beşên gurçikêde cih digirin. Tûkila gurçikê ji ber mûlûleyên xwînê, danikî ye û bi rengê sorê qehweyî xuya dibe. Kiroka gurçikê ji ber hebûna lûlek û mûlûleyan, xêzikî xuya dibe. Nefron yekeya parzûnkirinê ya gurçikan e û pêkhateyek lûlekî (bi înglîzî:tubule)ye. Nefron ji tûkilê dadikêşin nav kiroka gurçikê û ji kirokê jî dîsa hildikêşin nav tûkila gurçikê. Di her gurçikek mirov de bi qasî mîlyonek nefron û gellek cogên berhevkirinê hene. Dirêjiya lûlek û cogên nav gurçikê bi qasî 80 km ye. Ji tûkilê ber bi kiroka gurçikê, stûnên gurçikê (bi înglîzî: renal columns ) dirêj dibin. Stûnên gurçikê ji bestereşaneyê pêk tê, di navbera qoçekên gurçikan de dirêj dibin û qoçekên gurçikê ji hev cihê dikin.Kirok ji 8 heta 15 qoçekên gurçikê(bi înglîzî: renal pyramid) pêk tê. Stûnên gurçikê, cihê girêdan û destekê ye ji bo lûleyên xwînê yên ji tûkilê derbas dibin. Gurçik ji aliyê stûnên gurçikan ve dabeşê 6 heta 8 pilan dibe. Li serê qoçekên gurçikê de goçkeyên gurçikê (bi latînî: renal papilla) hene, mîza di nav gurçik de çê dibe, bi navbeynkariya cogên berhevkirinê, ji goçkeyên gurçikê derbasê hewza gurçikê (bi înglîzî: renal pelvis) dibe. Hewza gurçikê pêkhateyek bi şeweyê kovik e û bi borrîmîzê ve girêdayî ye. Gîhandina xwînê di gurçikan de Di her dillêdanekê de %25ê xwîna ji dil hatiye pompekirin, bo gurçikan tê şandin. Xwîn di nav gurçikan de di nav tora lûleyên xwînê de diherrike. 1. Xwîna nav xwînbera sereke (şaxwînber) bi nabeynkariya xwînbera gurçikê derbasî nav gurçikê dibe. 2. Xwînbera gurçikê şax dide bo xwînberên pila (lobe) gurçikê, bi vî awayê xwîn digihîje qoçekên gurçikê. Ji xwînberên pila gurçikê, xwînberên hê ziravtir ber bi navbera qoçekan dirêj dibin, ji vana re tê gotin xwînberên navbera pilan. 3. Xwînberên navbera pilan xwînê digihîjinin tûkilê gurçikê. Li tûkil, xwînber he pirtir şax didin û dibin xwînberoka hatî, xwînberoka derketî û mûlûleyên xwînê. Xwînberoka hatî xwînê digihîjinê giloka mûlûleyan (glomerul), xwînberoka derketî jî xwînê ji gloka mûlûleyan dûr dixe. 4.Xwîna parzûnbûyî bi navbeynkariya xwînberokên derketî ji giloka mûlûleyan ber bi xwînhênerên navbera pilan. ji wir jî derbas dibe nav xwînhênerên pila. Xwînhênerên pilan jî digihîjin hev û wekî xwînhênera gurçikê ji gurçikê derdikevin, bi vî awayê xwîna parzûnbûyê tevlê xwînhênera sereke ya jêrîn dibe. Erkên Gurçikan Karê serekî yên gurçikan rêkxistina şileya derveyê xaneyan (plazma û şileya navber) e. Hevsengiya şileya hawirdora navî bi çêkirina mîzê tê dabînkirin. Gûrçik gava mîzê ji xwînê parzûn dike; 1. Qebareya plazmayê û pestoya xwînê, 2. Xestiya paşmayiyên nav plazmayê, 3. Xestiya iyonên wekî sodyum, potasyum û bîkarbonata nav plazmayê, 4. Asta pH ya plazmayê jî rêk dixe 1. Erkên bo hevsengiya navekî Dabînkirina hevsengiya navekî karê serekî yê gurçikan e. Hevsengiya navekî bi çêbûna mîzê rû dide. Bi çêbûna mîzê gurçik hin çalakiyan laş rêk dixe, bi vî awayê hevsengiya nevekî dabîn dike. A. Deravêtina madeyên paşmayî Ji ber zîndeçalakiyan di laş de madeyên paşmayî an jî madeyên bêkêr peyda dibe evan madeyan ji aliyê gurçikan ve ji laş tê deravêtin. Hin paşmayîyên tên deravêtinê; a. Ure (paşmayiya metabolîzmaya asîdên amînî) b. Asîda ureyî (paşmayîya metabolîzmaya asîdên nukleyî) c. Kreatîn (paşmayîya metabolîzmaya masûlkeyan) d. Bilîrûbîn (paşmayîya hilweşîna hemoglobînê) e. Paşmayîyên ji metabolîzmaya madeyên din. Gurçik li gel van madeyan madeyên kîmyayî yên zîyanbexş ên wekî jehr, derman, metalên giran û hvd jî derdavêje. B. Dabînkirina hevsengiya avê. Gava av di laş de zêde be, gurçik avê di nav mîzê de an jî bi xwêdanê ji laş dûr dixe. Lê heke di laş de av kêm bibe, rê li ber deravêtina avê digire, avê di laş de dihêle. Bi vî awayê hevsengiya navekî ya avê dabîn dike. Hevsengiya avê bi navbeynkariya hormona dijemîztin tê dabînkirin. Gava di laş de asta avê kêm be, ji hîpofîzê derdana hormona dijemîztin (bi înglîzî: antidiuretic hormone) (ADH) ) zêdetir dibe. ADH bi navbeynkariya xwînê digihîje gurçikan. ADH di gurçikan de dubaremijina avê dide zêdekirin. Ji lûlekên nefronan û ji cogên berhevkirinê, av ji mîzê cihê dibe, tevlê xwînê dibê. Bi vî awayê rê li ber kêmbûna ava laş tê girtin. Mîza kêmav a bi xestiyek bilind û bi rengê zerê tarî ji laş tê deravêtin. Lê heke di laş de asta avê bilind be, derdana ADH tê kêmkirin. Dubaremijîna avê tê kêmkirin, ava zêde di nav mîza ron a bi rengê zerê vekirî ji laş tê deravêtin. C. Dabînkirina hevsengiya elektrolîdan Heke xestiya osmozî ya ava laş kêm bibe, gurçik sodyumê di laş de digire, lê heke xestiya osmozî ya ava laş zêde bibe vê gavê gurçik sodyumê ji laş davêje. D. Dabînkirina hevsengiya pH yê pH ya xwînê dive li derdora 7.4 be û pir neguhere. Di laş de ji ber zîndeçalakiyan, asîdiya hawirdora navî zêde dibe. Gurçik û pişik rê li ber zêdebûna asîdiya laş digirin. Îyonên bîkarbonat (HCO 3 −) û îyonên hîdrojenê(H+) kar dikin bo dabînkirina hevsengiya pH ya xwînê. Heke asîdiya xwînê bilind bibe, ango pH ya xwînê ji 7.4ê nizimtir bibe, ji lûlekên nefronan dubaremijîna îyonên bîkarbonatê zêde dibe, îyonên hîdrojenê bi derdanê ji xwînê ber bi lûlekên nefronan tê avêtin û di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin bi vî awayê asîdiya xwînê kêm dibe, pH ya xwînê ber 7.4ê bilind dibe. Na heke pH ya xwînê ji 7.4ê bilintir bibe, vê gavê dubaremijîna iyonên bîkarbonatê tê kêmkirin, iyonên bîkarbonatê tevlê mîzê ji laş tê deravêtin. Herwisa derdana iyonên hîdrojenê jî tê kêmkirin. Ev rewş dibe sedema kêmbûna alkalîbûna xwînê û pH ya xwînê ber bi 7.4 ê dadikeve. 2. Erkê çêkirina xwînê Gurçik hormona eritropoietîn (bi latînî: erythropoietin) der dide, ev hormon çêbûna xirokên sor han dide. Herwisa gurçik hormona trombopoietîn (bi latînî: thrombopoietin) jî der dide bo berhemkirina perikên xwînê. 3. Erkê derdanê Gurçik gellek hormon der dide. Hormonên gurçikê; Eritropoietîn (erythropoietin): Bo berhemkirina xirokên sor Trombopoietîn(thrombopoietin): Bo berhemkirina perikên xwînê Renîn (renin): Hormona renîn hin caran wekî enzîm jî tê navkirin. Renîn bo bilindkirina pestoya xwînê kar dike. Kalsîtrîol (calcitriol): Bo zêdekirina rêjeya kalsiyuma xwînê. Prostaglandîn (prostaglandins): bo zêdekirina deravêtina xwêyê. Bandor li çalakiya renîn û erîtropoîetînê dike. Gavên çêbûna mîzê di gurçikan de Mîz ji pêkhateyên nav xwînê, di nefronên gurçikan de çê dibe. Pêvajoya çêbûna mîzê bi sê qonaxan rû dide: parzûnkirin, dubaremijîn û derdan. 1. Parzûnkirin (bi înglîzî: filtration): Xwîn di nefronên gurçikan de tê parzûnkirin. Ji bilî xaneyên xwînê û proteînên plazmayê, pirraniya pêkhateyên plazmaya xwînê, ji mûlûleyên xwînê derbasî nav lûlekên nefronan dibe. 2. Dubaremijîn (bi înglîzî: reabsorption) Dubaremijîn, tevgera bijartî ya madeyên bikêr ên nav lûlekên nefronan e. Glukoz, asîdên amînî, hin cor iyon û av bi dubaremijînê ji lûlekên nefronan derbasî nav şileya derveyî, ji wir jî dikeve nav mûlûleyên xwînê yên derdora lûlekên nefronan. Madeyên bêkêr an jî ziyanbexş di lûlekên nefronan de dimînin û ber bi cogên berhevkirinê diherrikin. Dubaremijîn bi guhaztina çalak an jî bi guhaztina neçalak rû dide. 3. Derdan (bi înglîzî: secretion): Derdan, tevgera madeyan a ji xwînê ber bi şileya derveyî (bi înglîzî: extracellular fluid)ye. Madeyên hatine derdan ji şileya derveyî derbasî lûlekên nefronan dibin. Bi gelemperî madeyên jehrî bi derdanê ji xwînê tên dûrxistin. Nexweşiyên gurçikê Nexweşiya şekir, xwîna bi pestoya bilind, girêkên li gurçikê, hin derman, kulbûna nefronan an jî xwîna bi pestoya nizm û zanyariya bomaweyî ya mirov hin sedemên serekî ne bo nexweşiya gurçikan. Dibe ko hin caran gurçikek mirov ji kar bikeve, mirov dikare bi gurçikek sax jî bijî. Kevirê gurçikan Ji ber hin cor xurek, kêm av vexwarin, qelewî û zanyariyên bomaweyî, li mirov de egera tûşbûna nexweşiya kevirên gurçikê rû dide. Îyonên nav mîzê yekdigirin, pêkhateyak bi şeweyê krîstalî peyda dibe, ji vê pakhateyê re tê gotin kevirê gurçikê(bi înglîzî: kidney stone). Bi gelemperî di hewza gurçikan de ji ber zêdebûna xestiyê, hin xwêyên nav mîzê telp dibin û wekî kevirên hurik di hewzê gurçikê de an jî di borrîmîzê de berhev dibin. Kevirên gurçikê bi gelemperî ji kalsiyum okzalat an jî asîda ureyî pêk tên. Qebareya kevirên gurçikê guharbar e. Diyalîza gurçikan Hin caran li mirov de sistîya gurçikan an jî têkçûna gurçikan rû dide. Di rewşek wisa da gurçik têra xwe karê paqijkirina xwînê û dabînkirina hevsengiya navekî nake. Ji bo mîrovên bi vê nexweşiyê, li dewsa gurçikên mirov, gurçikek destkar tê bikaranîn. Ev rewş wekî diyalîz, hemodiyalîz an jî diyalîza gurçkê tê navkirin. Xwîna mirovê nexweş li derveyê laş di makîneya diyalîzê de tê parzûnkirin û paqijkirin. Makîneya diyalîza gurçikê bi eslê xwe gurçikek destkarî e. Madeyên paşmayî û yên bêkêr di makîneya diyalîzê de ji xwînê tên cihê kirin. Herwisa heke di xwînê de kêmasiya hin madeyan hebe, madeyên pêwîst jî dîsa di makîneya dîyalîzê de tevlê xwînê dibin. Bi vî awayê xwîna paqij a bi pH ya guncav ji makîneya diyalîzê vedigere nav laşê nexweşê. Mirovên nexweş bi gelemperî hefteyek de sê car bi diyalîza gurçikan xwîna xwe dide paqijkirin. Lê ji bo hin nexweşan, pêdiviya diyalîzê rojê carek e. Çandiniya gurçik ji bexşerê tendurist Hin caran li herdu gurçikên mirov jî têkşikestin rû dide. Di rewşek wisa da çareseriya herî baş çandiniya gurçik e. Ji mirovek tendurist û guncav gurçikek tê girtin û wekî gurçika sêyem di laşê nexweşê gurçikê de tê çandin. Ji bo çandinek serkeftî, divê zanyariyên bomaweyî (genetîk) yê bexşînerê gurçik û yê gurçikwergir li hev werin, an na lihevnehatina şaneyan rû dide. Bi gelemperî gurçikên endamên heman malbatê li aliyê bomaweyî de hê pirtir dişîbin hev, loma şaneyên gurçika bexşîner û şaneyên gurçikwergir ên heman malbatê jî hê pirtir lihevhati ne. Çavkanî Koendama mîzê Sîstema hormonan
4549
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87av%C3%AA%20mirov
Çavê mirov
Çavên mirov cotek endamê hestê bînînî ne û li kiloxê, di hundirê kortikên çav de cih digirin. Çavê mirov hema bi şeweyî gogî ye, tîreya çav bi qasî 2.5 cm e. Di kiloxê de valahiya derdora goga çav bi şaneya çewrî ve tijîkirî ye. Hestiyên kortikê û çewrî, çavan ji ziyanên hawirdorê diparêzin. Herwisa palikên çav, hêsrê çav, bijang û birû jî alîkariya parastina çav dikin. Herdu çavê mirov ji hev cihê ne, lê ji bo hestê bînînê şirîkê hev in. Mirov dikare bi çavek jî bibîne, lê dema dîmenên herdu çav werin ser hevdu bînîn hê baştir dibe. Goga çav, di kortika çav de bi 6 masûkeyan ve girêdayî ye, bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan, çav di nav kortikê de dilive. Çavê mirov ji sê çînan pêk tê. Çîna derve reqe û korniye lixwe digire. Çîna naverast ji koroyîd, tenê kûlkdar û rengîneyê pêk tê. Çîna navî jî toreyê lixwe digire. Çîna derve Reqe Reqe an jî spîka çav, ji bestereşaneya rîşalî yên spî û rîşalên qaîşokî pêk tê . Çîna rîşalî çînek req (zexm) e, ev çîna zexm ji bo girêdana masûlkeyên çav tê bikaranîn. Reqê ji xeynî aliyê pêşîyê, goga çavê ji alîyê paşî, herdu kêlekê û ji aliyê jêr ve dipêçe. Reqê pêkhateyên nav çav diparêze, herwisa ji ber zexmiya reqeyê, şeweyê (şikil) gogî ya çavjî tê parastin. Masülkeyên bo lîvîna goga çaç di nav kortika çav de bi reqeyê ve girêdayî ne. Korniye Li aliyê pêşiya goga çav de reqe diguhere, dibe wekî perdeyek ron (şefaf) ev beşa reqeyê wekî korniye tê navkirin. Pêkhateya di navbera reqe û korniye jî, wekî lîmbus (bi îngilîzî: limbus) tê navkirin. Ango lîmbus, reqeyê bi korniyeyê ve girê dide. Du erkên serekî yê korniye heye, parastina çav û tîşkokirin (bi îngilîzî: focusing) û derbaskirina tîrojên ronahiyê ber bi odeya pêşî ya çav. Korniye ber bi aliyê derveyî çav ve qoqiz e (bi îngilîzî: convex). Ronahî, pêşî di nav korniyeyê de derbasî çav dibe. Tîrojên ronahiyê gava di nav korniye de derbas dibin piçek ditewin ko tîroj ber bi toreyê ve were arastekirin. Çîna naverast Çîna naverast a çav, ji koroyîd, rengîne û tenê kûlkdar (bi îngilîzî: ciliary body) pêk tê. Koroyîd Koroyîd beşa serekî ya çîna naverast a çavê mirov e. Koroyîd di navbera reqe û toreyê de cih digire. 5 ji 6 (5/6) beş ê çîna naverast a çav jî koroyîdê pêk tê. Koroyîd bi mûlûleyên xwînê dewlemend e. Her wisa koroyîd ji bo tarîkirina hundirê goga çav, pîgmenta melanînê lixwe digire. Rengîne Rengîne (bi îngilîzî: iris) xeleka rengîn a di aliyê pêşîya çavê mirov e. Rengîne firehiya bibikê rêk dixe . Bi vî awayê mêjera ronahiya dikeve nava çav kontrol dike. Her wisa çavên mirov jî rengên xwe ji rengê rengîneyê digire. Li pêşîya rengîneyê de korniye heye, li paşiya rengîneyê de hawêne heye. Rengîne beşa pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî. Herdu ode jî bi şileya avî tijî ne. Bîbika çav Di naverasta rengîneyê de kunek, bi rengê reş heye, navê wê bîbika çav e. Bîbik ji bo tîrojên ronahiyê derîçe ye. Ronahî bi rêya bîbikê dikeve nav çav. Bîbik di ronahiya zêde de teng dibe, ronahiya kêm de fire dibe. Firebûn û tengbûna bîbikê bi alîkariya masûlkeyên lûs, bi awayekî xwenewîst rû dide. Du cor rîşalemasûlkeyên rengîneyê ji bo guhertina firehiya bîbikê kar dikin. Masûlkeyên bazneyî û masûlkeyên tîrojî (bi îngilîzî: radial muscle). Masûlkeyên bazneyî masûlkeyên gûşer in (bi îngilîzî: sphincter muscle), masûlkeyên tîrojî jî masûlkeyên veker in (bi îngilîzî: dilator muscle). Bîbika çav bi girjbûna masûlkeyen bazneyî teng dibe, bi girjbûna masûlkeyên tîrojî jî fire dibe. Tenê kûlkdar Çîna koroyîd li aliyê pêşiyê çav de diguhere û tenê kûlkdar peyda dibe. Tenê kûlkdar masûlkeyên kûlkdar lixwe digire. Masûlkeyên kûlkdar, rîşalemasûlkeyên lûs in. Her wisa tenê kûlkdar rûkeşaxaneyên dardanî jî lixwe digire. Rûkeşaxaneyên derdanî, şileya avî der didin nav odeya pêşî û paşî ya kelêna pêşî. Masûlkeyên kûlkdar, masûlkeyên baznî ne. Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin. Çîna navî Tore Çîna navî bi tora demarexaneyan ve dewlemend e, wekî tore tê navkirin. Tore çînek tenik a demareşaneyê ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire. Ronehiyewergirên bi navê xaneyên qoçekî û xaneyên çîlkeyî di toreyê de cih digirin. Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji bo enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan han dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin bo tûkila mejî. Tore ji du çînên serkî pêk tê, çîna derve ya pîgmentî û çîna navî ya demarî. Çîna pîgmentî di binê çîna koroyidê de cih digire û bi çîna koroyidê ve girêdayî ye. Çîna pîgmentî ji qatek rûkeşexaneyên şeşgoşeyî pêk tê. Ji ber ko xaneyên rûkeş pîgmenta reş a bi navê melanîn lixwe digirin, navê van xaneyan, rûkeşexaneyên pîgmentî ye. Ronahiyewergir û demarexaneyên hevkarê ronahiyewergiran di çîna demarî de cih digirin. Vê çîna toreyê berpirse bo wergirtina tîrojên ronahiyê û veguherandina enerjiya ronahiyê bo demareragihandinê. Herwisa demareragihandin ji vê çînê tê şandin bo tûkila mejiyê. Xala kor Li ser toreyê xalek heye ko demarên bînînê ji çav derdikevîn û ber bi mejî ve dirêj dibin. Di wê xalê de ne xaneyên qoçekî û ne jî xaneyên çîlkeyî heye, tenê tewereyên xaneyên girêk hene, loma li wir ronahî nayê mijîn û bînîn rû nade. Ev beşa toreyê wekî xala kor tê navkirin. Ji xeynî xala kor, hemû beşên toreyê çalak e ji bo hestê bînînê. Lekeya zer Di navenda toreyê di beşek piçûk a wek mîna xalek zer xuya dibe, ji wê beşê re lekeya zer an jî makula (bi latînî : macula lutea) tê gotên. Li ser lekeya zer jî çalikek bîçûk heye û wekî çalika navendî an jî fovea (bi latînî: fovea centralis) tê navkirin. Di çalika navendî de hejmara xaneyên qoçekî zêde ye, loma di çavê mirov de bînîna herî zelal û xurt di çalika navendî ya toreyê de rû dide. Hawêneya çav Hawêne, (bi îngilîzî: lens) pêkhateyek şûşeyî, zelal (ruhnik), qaîşokî û bi herdu rûyê xwe qoqiz e. Hawêne li paş bîbikê de cih digire, bi awayekî dardekirî, bi kûlkemasûlkeyên bazneyî ve girêdayî ye. Di navbera hawêne û kûlkemasûlkeyên bazneyî de bendikên hilawîstiner heye, ango hawêne bi navbeynkariya wan bendikan, bi kûlkemasûlkeyan ve girêdayî ye. Mirov carna li tiştên nêzîk, carnan ji li yên dûr dinêre, durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, lê ji bo bînînê, divê her car tîrojên derûdor rasterast bikeve ser çîna toreya çav. Karê serekî ya hawêneyê, arastekirina ronahiyê li ser çîna tore û çalika navendî ye. Ango bi rêkxistina hawêneyê, li gel guherbariya dûrahiya çavkaniya ronahiyê, tîrojên ronahiyê dîsa jî dikevin ser çîna toreyê. Hawêne ji bo vê erkê, qoqiziya xwe diguherîne û tîrojan ditewîne (dîşkîne). Ronahiyewergirên çav Ronahiya hawirdor di korniye û hawêneyê de tê şikestin û tîroj li ser toreyê tên tîşkokirin. Çîna toreya çav, jo bo wergirtina ronahiyê, demarexaneyên taybet, ango ronahiyewergir lixwe digire. Ronahiyewergir hestewergirên ji bo hestê bînînê ne. Du cor ronahiyewergir di çîna toreyê de cih digirin. Yek ji wan xaneyên çîlkeyî ne (bi îngilîzî: Rod cells) a din jî xaneyên qoçekî (bi îngilîzî: cone cells) ne. Ev herdu cor hestewergir navên xwe ji şêweyên xwe digirin. Xaneya çîlkeyî Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Karê serekî yên xaneyên çîlkeyî mijandina ronahiyê ye. Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, parzûna xaneyê qatên bi şeweyê xeple (dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji bo mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire. Rodopsîn corek ji proteînên heste ye ko boax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Hestiyariya xaneyên çîlkeyî ji bo ronahiyê gelek zêde ye, bi gelemperî xaneyên çîlkeyî ne li navend lê li derdora navenda toreyê de zêde ne. Xaneyên çîlkeyî ji bo bînîna çêweyî (herdu kêlekên çav) û binîna di ronahiya kiz (lawaz) de tên bikaranîn. Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin. Xaneya qoçekî Di çavê mirov de hejmara xaneyên qoçekî ji ya xaneyên çîlkeyî gellek kêmtir e, loma belavbûna van herdu cor xaneyan a li ser beşên toreyê ne wekhev e. Asta derazînkê ya xaneyên qoçekî bo kartêkirên ronahiyê gelek bilind e. Loma xaneyên qoçekî tenê di ronahiya geş de çalak in. Ji ber vê yekê xaneyên qoçekî wekî wergirên bînîna ronahiya geş tên navkirin. Herwisa xaneyên qoçekî berpirsiyar in ji bo bînîna zelal û rengîn. Li mirov de hestê bînînê, bi bînîna rengîn a sêrengî (trichromat) rû dide. Bînîna rengîn a li mirov ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê diristkirin. Her yek ji van xaneyan corek ji ronahiya bînraw dimijîne. Pîgmenta corek ji xaneyên qoçekî herî zêde ronahiya şîn, pîgmenta cora din ronahiya kesk, pîgmenta cora dawî jî herî zêde ronahiya sor dimijîne. Xaneyên qoçekî tên polenkirin li gor cora dirêjiya pêla ronahiya ji aliyê wan ve tên mijandin. Xaneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya şîn a dirêjiya pêla wê 420nm (nanometre) dimijînin, wekî qoçekên şîn an jî qoçekên kin (bi îngilîzî: S cones) tên navkirin. Yên ko herî zêde ronahiya kesk a dirêjiya pêla wê 530 nm dimijînin, wekî qoçekên kesk an jî koçekên navîn (bi îngilîzî: M cones) tê navkirin. Xeneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya sor a dirêjiya pêla wê 562nm dimijînên, wekî qoçekên sor an jî qoçekên dirêj (bi îngilîzî: L cones) tên navkirin. Hejmara xaneyên qoçekî di çalika navendî (bi latînî: fovea centralis) ya lekeya zer ( bi latînî: macula lutea) a beşa toreyêde hê pirtir in. Ronahiya bînraw Tîrojên ronahiyê li ser kelûpelan dixe, ji wir şewq dide û tê ser çavê mirov, li gor dirêjiya pêla ronahiyê, çavê mirov ronahiyê bi awayekî rengîn dibîne. Tîrojên ronahiyê, corek ji tîrojên karomiqnatîsî ye. Tîrojên karomiqnatîsî jî mîna deng, bi şêwaza pêl belav dibin. Pêlên deng di nav madeyên şile, req û di nav hewayê de derbas dibin, cudahiya pelên karomiqnatîsî ji pêlên deng ev e ko pêlên ronahiyê dikare di nav valahiyê de jî derbas bibe. Çavê mirov hemû tîrojên karomiqnatîsiyê nabîne. Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan ji 400 heta 700 nanometre ne, ji aliyê çav ve dikarin bên dîtin, çav enerjiya van tîrojan veduguherîne sînyalên elektrîkê . Ew ronahiya ko mirov tîrojên wan bi çav dibîne, wekî ronahiya bînraw tê navkirin. Kêlênên Çav Hawêne û tenê kûlkdar, çavê dabeşê du kelênan dikin. Valahiya di navbera korniye û hawêne wekî kelêna pêşî tê navkirin. Valahiya pişt hawêneyê jî wekî kelêna paşî tê navkirin. Kelêna paşî li gor kelêna pêşî xwediyê qebareyek mezintir e û bi şileya şûşeyî(bi latînî: vitreous humor) tijî ye. Şileya şûşeyî destek dide çîna toreyê û tîrojên ronahiyê ji hawêneyê diguhêzîne ser toreyê. Herwisa şeweyî gogî ya çav jî ji ber hebûna vê şileyê ye. Rengîne kêlena pêşî ya çavê, dabeşê du beşên biçûktir dike, odeya pêşî û odeya paşî. Odeya pêşî di navbera rengîne û korniye, oda paşî jî di navbera rengîne û hawêneyê de cih digire. Herdu ode jî bi şileya avî (bi latînî: aqueous humor) tijî ne. Şileya avî ji aliyê rûkeşexaneyên tenê kûlkdar ve tê berhemkirin û derdan. Xaneyên hawêneyê xurek û oksîjenê ji şileya avî digirin. Guncandin Di jiyana rojane de durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, hin tişt nêzîk hinek tişt jî dûrê çavê mirov e, lê dîsa jî tîrojên derûdor rasterast dikeve ser çîna toreya çav. Hawêne ronahiyê ji derdorê digire, bi aweyekî guncav dişkîne û raste rast arasteyî ser çîna toreyê dike. Ev karê hawêneyê wekî guncandin (bi îngilîzî: eye accommodation) tê navkirin. Guncandin bi kêmkirin û zêdekirina qoqiziya hawêneyê rû dide. Qoziya hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê guhertin. Gava mirov li tiştek nezîkê xwe dinêre, wekî mînak, gava pirtûk dixwîne, külkemasülke yên dora hawêneyê girj dibin, bendên hilawîstiner sist dibin, hawêne hê pirtir qoqiz debe. Heke mirov li cihek, an jî tiştek li dûr binêre, kûlkemasûlke xav dibin, îcar bendikên hilawîstîner tên şidandin û hawêneyê ber bi xwe ve dikişînin, loma qoqiziya hawêneyê kêm dibe, hawêne tenik dibe. Tîrojên ronahiya hawirdorê, cara pêşîn dikevin ser korniyeyê û di korniyeyê de tên şikestin, tîroj wekî gurzekî ronahiyê, ji korniyeyê derbasî bîbikê dibin, ji wir jî tên ser hawêneyê. Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqiziya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin ko bi bi qebareya piçûktir û bi awayek serûbin qulipî, rasterast dikevin ser çîna toreyê. Mijîna ronahiyê û çalkbûna ronahiyewergiran Demarexane di rewşa asayî de, ango dema ji hawirdor kartêkir wernagirin, di qonaxa bêhnvedanê da ye. Ev rewşa xaneya demarê wekî cemsergirî (bi îngilîzî: polarization)tê navkirin. Di qonaxa cemsergirî de, cogên sodyumê yên li ser parzûna xaneyê girtî ne. Di navbera herdu aliyên parzûna demarexaneyê de cudahiya bargeyê elektrîkê peyda dibe. Ev bargeyê elektrîkî ji ber hebûna iyonan çê dibe. Aliyê hundirê parzûnê bi bargeyê negativ, aliyê derveyî parzûnê jî bi bargeyê pozîtiv ve barkirî tê hiştin. Lê ev rewş ji bo ronahiyewergiran ne wisa ye. Demarexaneyên ronahiyewergiran, di qonaxa bêhnvedanê de ango gava tîrojên ronahiyê li ser wan nakeve, di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de (bi îngilîzî: depolarization) dimînin. Di vê qonaxê de cogên sodyumê yên ronahiyewergirê vekirî ne û di heman demê de ji kotahiya gehînkeyî ya ronahiyawergirê demareguhêzer a bi navê glutamet tê derdan. Glutamet di gehînkeqelîşê de derbasî ser dendrîta demarexaneya ducemserî dibe. Ji ber derdana glutametê xaneya ducemserî di rewşa cemsergiriya hîper de dimîne. Loma ji xaneya ducemserî ber bi xaneyên girêk demareguhêzer an jî demareragihandin nayê şandin, ji ber vê rewşê, cemsergiriya xaneyên girêk hilnaweşe, ji xaneyên girêk sînyal naçe demarên bînînê. Tûkila mejî ji demarên bînîne ragihandin nagire, di mejî de têgihîştina bînînê peyda nabe, loma mirov di tariyê tiştan nabîne. Di ronahiyê de rodopsîna xaneyên çîlkeyî û fotopsîna xaneyên qoçekî tîrojên ronahiyê dimijin. Ji vê gavê şûn ve berteka herdu cor ronahiyewergir, xaneyên çîlkeyî û yên qoçekî hema mîna hev in, lê ji ber ko xaneyên qoçekî sê cor in, çalakiya her yekî li gor rengê ronahiyêk taybet e. Ango li gor hebûn an jî nebûna rengên kesk, sor û şîn xaneyên koçekî çalak dibin an jî di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de dimînin. Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê fotonên ronahiyê ve tê guhertin bo all-trans-retînalê. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê(Na+) yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergiriye û derdana demareguhêzer (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji demarexaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û erkê kar dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin bo tûkila mejî. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin (bi înglîzî: bleaching) tê navkirin. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin bo 11-cis-retînal, paşê bo ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin bo xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çê dike. Demareguhêzer di xaneyên girêk de erkê kar dide destpêkirin, bi vî awayê demareragihandin ji xaneyên girêk , bi navbeynkariya demarên bînînê ber bi navenda bînînê ya tûkila mejiyê ve tên şandin. Di mejî de li gor ragihandinên ji xaneyên qoçekî, an jî ji xaneyên çîlkeyî têgihîştina bînîna rengîn an jî reş û spî rû dide. Rêbaza rûdana bînînê Endamê hestê bînîne, ango çavê mirov piştî çar gavên serekî rê li ber çêbûna hestê bînînê ve dike. Ev çar gav ji beşên li jêr pêk tê. 1.Wergirtina ronahiyê, 2.Veguherandina enerjiya ronahiyê bo erkê kar, 3.Gihandina demareragihandinê bo mejî 4.Şîrovekirin û têgihîştina wêneyê di mejî de Ji bo peydabûna hestê bînînî gava yekem, hebûna ronahiyê ye. Ji bo bînîna wêneyek (tişt, obje) hebûna ronahiyê pêwîste. Divê tîrojên ronahiyê bikeve ser wêneyê û hinek ji tîrojan ji wêneyê şewq bide û bigihîje çavên mirov. Di çavê mirov de ronahiya wêneyê dikeve ser korniyeyê, korniye pêkhateyek ron e, loma tîrojên ronahiyê di korniyeyê de pîçek dişkê û derbasî nav odeya pêşî ya çav dibe. Odeya pêşî bi şileya avî tijî ye. Ronahî di nav şileya avî de derbasî bîbikê dibe. Bîbik di ronahiya zêde de teng dibe, ronahiya kêm de fire dibe. Firebûn û tengbûna bîbikê bi alîkariya masûlkeyên lûs ên rengîneyê, bi awayekî xwenewîst rû dide. Tîrojên ronahiyê ji bîbika çav derbas dibin û dikevin ser hawêneyê. Di hawêneyê de guncandin rû dide, ango li gor dûrbûn an jî nêzîkbûna wênêyê, qoqiziya hawêneyê tê guhertin ko tîşkoya hawêneyê bikeve ser toreyê. Tîrojên ronahiya wêneyê di hawêneyê de tên şikestin(tewîn), paşê di şileya şûşeyî de derbas dibin û dikevin ser toreyê. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin ko bi qebareya piçûktir û bi awayek serûbin qulipî, rasterast dikevin ser çîna toreyê. Di toreyê de hesteveguherandin rû dide, ango enerjiya tîrojên ronahiyê tê guhertin bo enerjiya elektrîkê. Ronahiyewergirên toreyê, ango xaneyên qoçekî û xaneyên çîlkeyî ji ber ronahiya wêneyê çalak dibin. Ronahiyewergirên çalakbûyî demarexaneyên dûcemserî han dikin, xaneyên dûcemserî jî xaneyên girêk han dikin, bi vî awayê di xaneyên girêk de erkê kar dest pê dike. Xaneyên girêk demareragihandinên wêneyê bi navbeynkariya tewereyên xwe arasteyê mejî dikin. Gurza tewereyên xaneyên girêk, demarên bînînê pêk tînin. Demarên bînîne di xala kor a çav de ji çav derdikevin. Bînînedemarên (demara bînînê) çavê rast û yên çavê çepê berê ko bigihîjin patikepila mejiyê, li nêzikê talamusê, tevlê hev dibin. Ev cihê ko bînînedemar rastê hev tên, wekî qada çeperast a bînînê (bi îngilîzî: optic chiasm) tê navkirin. Di qada çeperastê de hinek bînînedemarên çavê rastê derbasi aliyê çepê, hinek ji bînînedemarên çavê çepê jî derbasî aliyê rastê dibin û bi vî awayê bînînedemar xwe digihînin talamusê, demareragihandinên bînînê li talamusê tên tekûzkirin. Ji talamusê, demareragihandinên bînînê tên şandin bo patikepilên tûkila mejiyê. Şîrovekirina wêneyê û têgihîştina bînînê di patikêpila mejî de çê dibe. Kêmasiyên çav / Kêmasiyên bînînê Ji bo bînîna zelal a asayî, divê tîrojên ronahiyê ji wêneyê şewq bide paşê ji korniye, bîbik û hawêneyê derbas bibe û rasterast li ser toreya çav de were tîşkokirin. Lê hin caran dibe ko wêne ne li ser toreyê lê li pêşî an jî paşiya toreyê de were tîşkokirin. Ev rewş wekî kêmasîya (qisûr) bînînê an jî kêmasiya çav tê navkirin. Sê corê kêmasiya bînînî heye, nêzîkbînîn, dûrbînîn û astîgmatî. Ev hersê kêmasî jî ji ber ne asayîbûna giloveriya goga çav, an jî ne asayîbûna qoqiziya hawêne û korniyeyê rû dide. Çavê dûrbînî Goga çav ne gilover e, tîreya asoyî li gor tîreya stûnî ya çav, piçek kin e. Li hin mirovan jî qoqiziya korniyeyê an jî hawêneyê kêm e. Tîşkoya hawêneyê ne li ser toreyê, lê li paşiya toreyê çê dibe. Mirovên bi çavê dûrbînî, tiştên dûr dibînîn, lê yên nezîk baş nabînîn. Ji ber vê yekê vê kêmasiya çav, wekî dûrbînî (bi îngilîzî: hypermetropia / farsightedness) tê navkirin. Dûrbînî bi alîkariya berçavkên bi hawêneya qoqiz tê saxkirin . Çavê nêzîkbînî Goga çav ne gilover e, ber bi asoyî dirêj e. Ronahiya wêneyê dikeve ser hawêneyê, lê tîşkoya hawêneyê ne li ser toreyê, lê li pêşiya toreyê çê dibe. Ji ber vê kêmasiya çav, mirov tiştên nêzik dibîne lê yên li dûr nabîne. Loma vê kêmasiya (qisûr) çav wekî nêzîkbînî(bi îngilîzî:myopia / nearsightedness) tê navkirin. Nêzîkbînî bi alîkariya berçavkên bi hawêneya rûçal tê başkirin. Çavê astîgmatî Ev kêmasiya çav ji ber neasayîbûna şeweyê hawêneyê an jî korniyeyê rû dide. Di çavên asayî de şeweyê korniyeyê dişibe porteqalê lê çavên bi astîgmatî de, korniyeyê ne gogî lê bi şêweyê hêkê ye, ango hêlkeyî ye. Loma tîrojên ronahiyê bi awayekî asayî nayên şikestin. Ne yek lê zêdetir tîşkoyên hawêneyê di nav çav de peyda dibin. Ev rewş bînîna zelal asteng dike, bînîn bi awayekî şêlîkirî çê dibe. Astigmatî bi hawêneyên guncav tê çareserkirin. Nexweşiyên çav Şevkorî Heke di xaneyên çîlkeyî de bi têra xwe rodopsîn berhem nebe, çalakiya xaneyên çîlkeyî têk diçe. Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Bi eslê xwe nexweşiya şevkorî, nexweşiyek bomaweyî (genetîk) ye. Lê kêmasiya vîtamîna A jî dibe sedama çêbûna nexweşiyê. Xaneyên çîlkeyî ji nav sîtoplazma û xepleyên pîgmentê de vîtamîna A digirin û rodopsîn berhem dikin. Ji ber ko retînal ji vîtamîna A berhem dibe, heke di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna A tune be xaneyên çîlkeyî nikarin rodopsîn berhem bikin loma nexweşiya şevkorî li mirov peyda dibe. Rengkorî Hin caran yek an jî du cor ji xaneyên qoçekî têk diçin, loma li mirov de nexweşiya rengkorî peyda dibe. Nexweşiya rengkorî ne yek cor e, lê ji wê nexweşiyê, a herî pirtir li mirov peyda dibe, nexweşiya koriya rengên kesk û sor e. Kesên bi vê nexweşiyê, rengê kesk û rengê sor ji hev dernaxin. Nexweşiya rengkorî nexweşiyek bomaweyî( genetîkî) ye. Nexweşiya rengkoriya bi kesk û sor li ser kromozoma X, ji dê û bavan derbasî zarokan dibe, taybetiya vê nexweşiyê ev e ko, nexweşiya rengkoriya bi rengên kesk û sor di nav zilaman (nêr) de hê pirtir balavî ye. Egera ketina kurekî ya bi vê nexweşiyê, ji egera nexweşketina kêçekî deh car zêdetir e. Piresbîtî Piştî temenê 45-50 saliyê, bi gelemperî qaîşokiya hawêneyê kêm dibe. Kûlkemasûlkeyên bazneyî girj dibin, bendên hilawîstîner jî sist dibin lê hawêne bi têra xwe qoqiz nabe. Ji ber wê rewşê, tîrojên ronahiyê yên ji derdora nezikê çav kêm ditewin, bi awayekî rast nakevin ser toreyê loma nexweşiya çav a bi navê piresbîtî li herdu çavên mirov peyda dibe. Ji bo kesên bi çavên piresbît, berçavkên rû qoqiz tên bikaranîn. Navê wan berçavkan di nav gel de wekî berçevka xwendinê jî tê navkirin. Nexweşiya ava spî Hin caran hawêneya çav mat dibe, zelaliya hawêneyê winda dibe, hawêne bi rengê spî xuya dibe. Ev rewş wekî nexweşiya ava spî (katarak) tê navkirin. Bi gelemperî nexweşiya ava spî di çavek de peyda dibe, çavê din sax dimîne. Ji bo çareseriya nexweşiyê, hawêneya resen a çavê bi ava spî, bi hawêneyek destkar ve tê guhertin. Nexweşiya glukom Hin caran di nav çav de pestoya şileya şûşeyî zêde dibe, ji ber pestoya berz ziyan digihîje toreyê û demarên bînînê, dibe ko ji ber pestoya berz korî jî li mirov peyda be. Çavkanî Biyolojî Sîstema sehkirinê
4550
https://ku.wikipedia.org/wiki/Guh
Guh
Guh endamê bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê beşên serkî pêk tê; guhê derve, guhê naverast û guhê navî. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverast dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin bo demareragihandin û bi navbeynkariya demarên bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya tûkila mejî ve tê guhêztin. Pêkhateya guhê mirov Guhê derve Guhê derve ji perrê guh û coga bihîstinê (coga guh) pêk tê. Karê serekî yê guhe derve, wergirtina dengan e. Perrên guh pêkhateyên kirkiragî ne, rûyê wan biçal û mirtik e. Kevaneyên li ser perrên guh dişibe tîpa C yê, pêlên dengê yên ji hawirdorê, ber bi coga bihîstinê bi alîkariya van kevanan tê arastekirin. Coga bihîstinê ji perrê guh dirêjî perdeya guh dibe. Dirêjiya coga guhê (coga bihîstinê) bi qasî 2,5 cm e. Perdeya guh, guhê derve ji guhê naverast cuda dike. Perdeya guh bi şêweyî hêlkeyî ye û ber bi aliyê guhê naverast ve piçek qoqiz e. Deng û hewaya nav coga bihîstinê, li ser perdeya guh zext dikin û perdeya guh dilerizînin Guhê naverast Guhê naverast bi eslê xwe kelên e di navbera perdeya guh û lûlpeçê de. Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê. Li guhê naverast sê hestiyên pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê tê gotin. Hestîk ji perdeya guh, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin. Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi guhê navî dişîne. Guhê naverast bi nevbaynkariya cogek, bi gewrî ve girêdayî ye. Navê vê cogê, coga ostakî ye, dirêjiya wê bi qasî 4 cm ye. Bi navbeynkariya coga ostakî hewa ji gewrî diçe heta kelêna guhê naverast. Pelên dengê yên ji aliyê guhê derve, li ser perdeya guhê de dibin sedema çêbûna pestoyê. Coga ostakî ji aliyê hundir ve hewayê ji gewrî ber bi pişta perdeya guh dişîne û bandora pestoya ser perdeyê kêm dike. Bi eslê xwe pesto kêm nabe lê li herdu alî de pestoyên bi heman hêzê hevdu hevseng dikin. Guhê navî Guhê navî endamên bihîstinê û hevsengiyê lixwe digire. Guhê navî, ji sê beşên serekî pêk tê, 1.dalan ( bi îngilîzî: vestibule) 2.cogên kevaneyî (bi îngilîzî: semicircular canals) 3.lûlpêç (bi îngilîzî: cochlea) Dalan beşa herî nezikê guhê naverast e. Li ser dîwarê aliyê guhê naverast a dalanê de, kuna hêlkeyî û kuna bazinî cih digire. Dalan du kîsikok lixwe digire, navê van kîsokan utrîkil û sekul e. Herdu kîsikok ji bo parastina hevsengiya laş kar dikin. Cogên kevaneyî ji sê lûleyên bi şeweyî kevan pêk tê. Devê cogan vedibe nav dalanê. Hersê cog wisa cih bûne ko, livîna kiloxê ya bo her alî hest dikin. Parastina hevsengî erkê cogên kevaneyî ye. Erkê lûlpêçê nasîna dengan e. Endamê hestê bihîstinê, endamê Corti (bilêvkirin: kortî) di lûlpêçê de cih digire. Şeweyî lûlpeçê dişibe qalikê şeytanokê. Bihîstin Bi navbeynkariya guh, veguherandina pêla dengê bo demareragihandinê wekî bihîstin tê navkirin. Pêvajoya bihîstinê 1. Wergirtina pêlên dengê 2. Veguherandina enerjiya pêlên dengê bo erkê kar 3. Gihandina pêlên dengê bo demax 4. Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên dengê û têgihîştina bihîstinê. Perrê guh pêlên dengan ber bi coga bihîstinê araste dike. Li dawiya coga bihîstinê de perdeya guh heye. Pêlên deng gava rastê perdeya guh tên, dibin sedema lerizîna perdeyê. Hestîkên bihîstinê bi perdeya guh ve girêdayî ne, loma leriza perdeyê di heman demê de hestikên bihîstinê jî dilerizîne. Ji zengû leriza pêlên deng digihîjin ser kuna hêlkeyî. Lerizên hestîkên bihîstinê kuna hêlkeyî ber bi aliyê navî pal dide, kuna hêlkeyî jî şileya nav coga naverastê tehn dide, şile cih diguherîne. Bi vî awayê leriza pêlên dengê tên veguherandin bo pêlên pestoya şileyê. Pêlên pestoyê li guhê navî, di kuna hêlkeyî de dest pê dike û di nav şileya perîlîmfê ya coga serî (dalanî) de pêl bi pêl pêş ve diçe. Di vê gavê de perdeya dalanî jî ji ber pestoyê dilerize. Leriza perdeyê dibe sedama çêbûna pêlên pestoyê di nav şileya endolîmfê ya coga naverastê. Pêlên pestoyê perdeya binî ya coga naverastê dilivîne. Li ser perdeya binî de endamê Corti heye. Endamê Corti hestewergirên mîkanîkî yen ji bo wergirtina deng lixwe digire. Ji ber livîna perdeya binî, kûlkên mûxaneyên endamê Corti ditewin(diçemin). Bi tewîna kûlkan, mûxane demareguhêzer der dide, demareguhêzer di demearexaneyên bihîstinê de erke kar didin destpêkirin .Bi vî awayê pelên dengê tên veguherandin bo demareragihandinê. Demareragihandin bi demarên bihîstinê ber bi talamusê ve tê guhêztin. Piştî tekuzkirinê, demareragihandin tê şandin ji bo beşa bihîstinê ya tûkila mejî. Şîrovekirin û têgihîştina deng di pila cênikê (cênikepil) ya mejî de rû dide. Diyarkirina hêla dengê Gava dengek tê guhê mirov, mirov dikare bi du rêbazê bingehîn hêla çavkaniya dengê diyar bike. Heke çavkaniya deng rasterast li pêşî an jî li paşiya mirov be, durahiya çavkaniya deng ji bo herdu guh yeksan e. Loma deng di heman demê de digihîje guhan. Lê heke çavkaniya deng li aliyê çepê an jî rastê be, vê gavê guhek nezîkê çavkaniya deng dibe, guhê din piçek dûrê çavkaniyê dimîne. Wekî mînak, heke çavkaniya deng nezîkê guhê rastê be, deng berê digihîje guhê rastê, paşê digihîje guhê çepê. Derengketina wergirtina deng, ji aliyê mejî ve ji bo diyarkirina hêla dengê tê bikaranîn. Heke deng ji aliyê rastê an jî çepê were, tundiya dengê ji bo herdu guhan yeksan nabe. Wekî mînak, heke çavkaniya deng li aliyê rastê be û tundiya wî jî 80 desîbel be, deng berê digihîje guhê rastê. Di navbera guhê rastê û ê çepê de serê mirov heye, pêlên dengê gava rastê serî tên, serî wekî mîna berbestek, rê li ber pêlên dengê digire, loma tevahiya deng derbasî aliyê çepê nabe, tundiya deng kêm dibe.Cudahiya navbera tundiya deng ji bo diyarkirina çavkaniya deng tê bikaranîn. Hevsengî Li gel erkê nasîna dengan, parastina hevsengiya laş jî bi alîkariya guhê navî pêk tê. Bi alîkariya hestê hevsengiyê, mirov dikare li ser lingê xwe bisekine û li erdê nekeve. Ango hestê hevsengiyê laşê mirov ji xeteriyê diparêze, karên rojenê yê mirov hêsantir dike. Hevsengiya laş bi hevkariya mejîk, guhê navî, çav û masûlkeyên peykerê tê parastin. Di guhê navî de pênc pêkhate berpirsiyar in ji bo dabînkirin û parastina hevsengiya laş, evana sê cogên kevaneyî û du kîsikok in. Di her guhekî mirov de sê cogên kevaneyî heye. Cogên kevaneyî pêkhateyên lûleyî ne, li ser dalanê de wisa cih bûne ko di navbera her yekê de goşeya 90 pile heye. Cogên kevaneyî li gor cihê (pozîsyon) xwe tên navkirin. Livîna serî ji aliyê cogên kevaneyî ve tê hestkirin. 1. coga pêşî (coga jorî) 2. coga paşî 3. coga asoyî (coga teniştê) Her yek ji cogên kevaneyî ji kîsikê utrikilê dest pê dike û disa li utrikilê dawî dibe. Ji herdu seriyên lûleya her cogê, seriyek teng e, ya din li nezikê qulika utrikilê piçek fire û werimî ye. Ev beşa fire ya coga kevaniyê wekî ampul (ampulla) tê navkirin. Li nav ampulê de hestewergirên hevsengî yê coga kevaneyî heye. Di nav ampulên hersê cogên kevaneyî de pêkhateyek bi navê kupul (cupula) heye, kûlkên mûxaneyên hestê hevsengiyî di nav kupulê de cih digirin.Livîna goşeyî (bi îngilîzî: angular motion) ya serî a ber bi jor û jêr, pêş û paş, çep û rast ji aliyê hersê cogên kevaneyî ve tê hestkirin. Dalan du kîsikok lixwe digire navê van kîsikokan utrîkil û sekul. Di nav van kîsikokan de mûxane hene, cihê (pozîsyon) serî ji aliyê van herdu kisikokan ve tê hestkirin. Hestewergirên van herdu kîsokokan ji bo hestkirina tawdana hêllî (bi îngilîzî: linear acceleration) ye. Di nav utrîkil û sekulê de pêkhateyek heye bi navê makul (macula). Makul li gel xaneyên din mûxaneyan ji lixwe digire. Makul bi perdeyek nermokî dapoşî ye. Navê vê perdeyê, perdeya otolîtî e.Serê kûlkên mûxaneyan di nav perdeya otolîtî de dirêjkî ye. Perdeya otolîtî belûrên kalsiyuma karbonat (CaCO3) lixwe digire. Hêza erdkêşê bandor li ser pirtikên kalsiyuma karbonatê (kevirên guh) dike. Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya cogên kevaneyî, utrîkil û sekulê. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser parzûna mûxaneyan çalak dike û erkê kar dide destpêkirin. Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin bo demarên hevsengiyê (demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje lakêşemoxê, ji wir jî tê şandin bo mejîkê. Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne tûkila mejî, masûlke û gehan. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji bo pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin. Çavkanî Guh
4552
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qizilce
Qizilce
Qizilce (), gundekî piçûk û şîrin ê di herema Oxiyê da ye. Deşta ku bajarê Depê bi xwe jî di tê de cîh digire bi navê Oxî yê tê navkirin. Oxî bi xwe navê heremê ye. Depe bi navê fermî Karkoçan e ku qezayek girêdayî bajarê mezin Mezre yê ye. Mezre bi navê fermî Elaziğ e. Di navbera Mezre û Depê 100 km ye. Dep alîyê rojhilat dikeve. Navbera Depê û Çewlîgê/Bîngolê 50 km ye. Qizilce li bakûrê Depê dikeve. Navbera Depê û Qizilcê 5–6 km ye. Gundên ku bi sinorên xwe cîranên Qizilcê ne avana ne: Hemzelîyan, Cobir, Oxçîyan, Mêrga Mendê, Badiran, Alikana Jorin û Alikana Jêrin. Der û dora Qizilcê, yanê herema Oxi yê, havînê gelekî germ e. Lomaye ku Hozan Zinar Sozdar di stranek xwe de wusa dibêje: « Erdê Depê erdekî germ e, hêkê dayînî hêk dipêjî. » Erdê Qizilcê mîna navê wê sor e û pirr berdan e. Gundî û cotkar li zeviyên mezin nîsk, genim, lazût, gulên berbîro, zebeş û qultixan (qawûnên piçûk) diçînin/dajon. Li deşta gundê Qizilcê mermerekî delal û has derdikeve. Bi demekî dirêj hinek fîrmayên li vê derê bi kepçan û kamyonan mermer derdixistin û dibirin bajarên din difirotin. Lê derxistina vî mermera Qizilcê pirr bi zexmete û di nav de tîş derdikevin. Lomaye ku êdî di derxistina wî dest hatîye berdanê. Qizilce bi ava xwe yê şor û bi germika xwe yê li gola şorê û gola kûpik meşhûre. Va ava ji bona mirovên ku kevir li gurçikên wan da hene baş e. Germik jî ji bona pirzik û xurê şîfayekî mezin e. Ji ber vî yekê her sal ji derdora Oxiyê bi sedan mirov tên erdê Qizilcê, ava şor vedixwin û dikevin germikê. Zîyareta Qizilcê, Şengul Baba, jî li wî heremê bi nav û deng e. Zîyaret di navbera Qizilcê û Mêrga Mendê da li ser tepikekî ye. Mezela Şengul Baba di nav darên Qizbanan da bi kevirên sipî hatîye çê kirin. Hinek caran mirov tên li ser zîyaretê û dûa dikin, quranê dixînin, mûman vedixinin û xaliya zîyaretê dixwin, yan jî bi tev xwe dibin mal. Gava ku roj kurt dibin û hêdî hêdî payîz tê qizbanên zîyaretê mîna xwînê sor dibin û mirov bi xwerina wan têr nabe. Li Qizilcê jî mîna gund û bajarên din yên Kurdistanê pirr mirov li tê da nemane. Gundîyan malên xwe li ber şerê devleta romê bar kirin, koçber bûn, çûn bajarên mezin mîna Mezreyê, Stenbolê, yan jî welatên Evrûpa yê mîna Elmanya yê û Hollanda yê. Tenê kal û zarok man bi serî xwe li gundê Qizilcê. Gelhenasî Çavkanî Gundên Depê
4554
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pankreas
Pankreas
Pankreas endamek taybet e. Hem wekî endama koendama herisê, hem jî yek ji endamên koendama hormon tê hesibandin. Bi eslê xwe pankreas rijên e. Ji bo koendama herisê enzîm û şileya pankreasê, ji bo koendama hormon jî hormon berhem dike û dide der. Enzîmên herisê bi navbeynkariya cogan digihîne rûviya donzdetilîkê, bi vî karê xwe pankreas wekî rijênek cogedar tê hesibandin. Hormonên di pankreasê de hatine berhemkirin rasterast tevlî xwînê dibin, loma bi vî erka xwe pankreas wekî rijênê bêcogî, ango korerijên tê hesibandin. Heke rijênek hem derdanên xwe bi navbeynkariya cogan hem jî bê cog der bide, ev rijên wekî rijênê têkel bi nav dibe. Pankreas û kezeb rijênên têkel in. Pêkhateya pankreasê Penkreas endamek nerm û pilokdar (bi îngilîzî: lobular) e. Rengê wê pembeyî – gewrîkî ye. Dirêjiya pankreasê bi qasî 12-15 cm ye, giraniya wê 60 gram e . Pankreas li beşa jor a zikekelênê de li aliyê çepê, li pişt gedeyê de cih digire. Rijênê pankreas ji sê beşên sereke pêk tê; serî, laş û dûvik. Rûviya donzdetilîk mîna pîta C badayî ye. Serê pankreasê di nav vê badokê de cih bûye. Laşê pankreasê li paş gedeyê dirêj dibe, dûvika vê heta sipilê dirêj dibe. Gurçika çepê li paş dûvikê dimîne. Beşa cogedar a pankreasê Di zimanê latînî de wateya tirî “acinus” e, xaneyên pankreasê yên enzîm berhem dikin, wekî mîna hebên gûşiya tirî li dora cogên pankreasê kombûyî ne, loma navê van xaneyan jî xaneyên asînî (bi îngilîzî: acinar cells) hatiye dayîn. Xaneyên asînî di pilokên pankreasê de bi cogên zirav tevlê cogên pankreasê dibin. Du cogê sereke ji pankreasê ber bi rûviya donzdetilîkê dirêj dibe. Ji vana yek fireh e, a din jî biçûk e. Coga biçûk wekî coga alîkar tê navkirin. Coga mezin wekî coga pankreasê bi nav dibe, li nêzî rûviya donzdetilîkê bi coga hevbeş a zeravê ve yek dibe, paşê xwe digihîne rûviya donzdetilîkê. Şileya pankreasê di beşa cogedar a pankreasê de tê berhemkirin. Pankreas li gel enzîmên amîlaz, lîpaz û nukleazê, enzîmên neçalk jî der dide nav cogê. Enzîma trîpsînojen û kîmotrîpsînojen wekî enzîmên neçalak tên berhemkirin û derdan. Enzîmên neçalak di rûviya donzdetilîkê de tê çalakkirin. Ne tenê enzîm, lê di nav şileya pankreasê de xwê, îyon û av jî heye. Ji ber hebûna îyonên bîkarbonat(HCO3 - ), pH a şileya pankreasê 8 e. Di nav gedeyê de pH 1-2 ye lê di rûviya donzdetilikê de pH 6-8 e. Şileye pankreas û zerav pH a rûviya donzdetilîkê rêk dixe. Enzîmên herisê yên li rûviya donzdetilîkê, herî baş di pH a 7- 8 tê de çalak dibin. Lîpaz ji bo herisa çewrî, amîlaza pankreasê ji bo herisa nîşayê tê bikaranîn. Trîpsînojen bi alikariya enterokînazê çalak dibe û wekî trîpsîn tê bi navkirin. Trîpsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike kîmotrîpsînojena çalak wekî kîmotrîpsîn bi nav dibe. Trîpsîn û kîmotrîpsîn proteînan diherisînin. Enzîma nukleaz ADN(asîda deoksîrîbonukleî) û ARN (Asîda rîbonukleî) heris dike. Beşa korerijên a pankreasê Di navbera xaneyên asînî de komên xaneyên taybet wekî mîna dûrgeh(girav) belavî ne. Ev komên xaneyan, wekî Dûrgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyên dûrgeha Langerhans hormon berhem dikin û rasterast ber didin nav xwînê. Dûrgeha Langerhans sê cure xane lixwe digire; xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta. Xaneyên alfa Xaneyên alfa hormona glukagon berhem dike û der dide. Gava mirov birçî dibe heke xwarin nexwe, asta rêjeya glukoza xwînê dadikeve. Bi nivizbûna rêjeya glukozê, xaneyên alfa han dibin û glukagon der didin nav xwînê. Glukagon li ser kezeb û masûlkeyên peyker bandor dike, glîkojena embarkirî tê perçekirin ji bo glukozê. Bi vî awayê rêjeya glukoza xwînê berz dibe ji bo asta asayî. Xaneyên beta Xaneyên beta hormona însulînê berhem dike û der dide. Piştî xwarinê, rêjeya glukoza xwînê zêde dibe, ev rewş derdana însulînê han dike. Bi bandora însulînê, xaneyên masûlke û xaneyên kezebê glukozê diguherîne glîkojenê û embar dike. Herwiha însulîn ji glukozê çewrî jî dide çêkirin. Hormona însulîn û ya glukagon li dij hev kar dikin. Însulîn glukoza xwînê kêm dike, lê glukagon zêde dike. Heke xebata du hormonan dijberê hev be, ev hormonan wekî hormonên antagonîst tên bi navkirin.Însulîn û glukagon hormonên antagonîst in. Xaneyên delta Xaneyên delta hormona somatostatîn berhem dike. Ev hormon li ser xaneyên alfa û betayê bandor dike û derdana van xaneyan radiwestîne, an jî kêm dike. Bi derdana hormonên pankreasê, mirov çi bixwe û çiqas bixwe jî asta rêjeya glukoza xwînê her tim di rêjeya asayî de dimîne. Kontrola çalakiya Pankreasê Çalakiya pankreasê ji aliyê koendama demar û koendama hormon ve tê kontrolkirin. Hormona kolesîstokînîn û hormona sekretîn ji aliyê rijenên rûviya zirav ve tên berhemkirin û derdan. Kolesîstokînîn xaneyên asînî yên pankreasê han dike ji bo derdana şileya pankreasê. Hormona sekretîn jî derdana îyonên bîkarbonatê han dike. Herwiha derdana şileya pankreasê ji aliyê sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî ve jî tê kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagusê, derdana şileya pankreasê han dike. Sîstema sîmpasawî jî derdana şileya pankreasê radiwestîne. Nexweşiyên pankresê Nexweşiya şekir Heke pankreas bi têra xwe însulîn berhem neke, nexweşiya şekir rû dide. Însulîn parzûna xaneyê ji bo glukozê delînbar dike. Kesên bi nexweşiya şekir in, parzûna xaneyên wan rê nadin glukozê ko bikevin nav xaneyê. Glukoz di nav xwînê de berhev dibe, loma xwîna wan tîr e. Şêrpenceya pankreasê Xaneyên pankreasê bi awayekî bê kontrol dabeş dibin.Ev rewş dibe sedema çêbûna girêyan. Bi gelemperî beşa cogadar a rijenê pankreas bi nexweşiya şêrpence dikeve. Hin caran girêyên şêrpenceyî coga pankreasê an jî coga hevbeş a zeravê dixitimînê. Mixabîn şerpenceya pankrease di destpêka nexweşiyê de tu nîşneyek taybet rava nake, gava nîşaneyên nexweşiyê tê dîtin, êdî nexweşî gihîştiye qonaxa dawî. Çavkanî Girêdanên derve Erka sergihayî ya pankreasê: http://www.myvits.com/pancreas-digestion/vitamins.aspx Sîstema hezmê Endam (biyolojî)
4558
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dep
Dep
Dep () girêdayî Mezrayê / Elezîzê ye. Dep bi rêbejahî 102 km dûrî bajarê Elezîzê ye. Navbera Depê û Çewlîgê (Bîngol) jî bi rêbejahî 50 km ye. Reya ku ji Elezîzê tê û aliyê Çewlîgê heya Wanê diçe, ber Depê rê derbaz dibe. Dema hîna bajêr biçûk bû va reya bajêr 4 km dûr bû. Lê niha bajer berî bi aliyê rê de jî çûye û xwe gihandiye rê. Erdnîgarî Cî û tixûbên bajêr Sînorên Depê li bakur bi Gêxiyê ve, li rojava bi Mêzgirtê ve, li başûr bi Qowanciyan re û li rojhilat jî bi Bîngolê ve tê girêdan. Pîvana erdê Dep ê 1.085 km² ye û bajêr ji rûyê avê 1.090 m bilind e. Rewşa hewayê bi havînan pir germ û ziwa, zivistanên jî sar derbas dibe. Herêma ku bajêr di tê de ye bi Kurdî Oxî tê binavkirin. Dep heya sala 1936'î gundekî Oxiyê bû û di sala 1936'î de bûye bajêrok navçe. Berê bajêrokbûna Depê melbenda Çanê girêdayî Gêxiyê, melbenda Oxî û Lexanê jî girêdayî Paloyê bû. Van hersê melbend bi navê bî Tirkî Karakoçanê dibe bajêrokê Xarpêtê Çiya û çem Çiyayên herî bilind ê Depê li rojhilatê çiyayê Qirûcê (2.372 m) û çiyayê Qizildağê (1.538 m) ne. Li rojavayê jî çiyayê Tor (1.615 m), çiyayê Celo (1.594 m) û Dîyarê Gazê (1.690 m) bilind dibin. Çemê Pêrê: çavkaniya Pêrê li bajarê Gêxiyê ye. Çemê Pêrê wekî sînorê di navbera Depê û Nazmiye (Qisle) û Mêzgirtê di başûr de diherike gola Kebanê. Li ser çemê Pêrêyê sê pirê ji beton û sê pirê ji dar hene. Di bihar û payîzê de ne gengaz e ku, mirov derbazî hêla din bibe. Çemê Oxîyê li gundê Sarican derdikeve, ji nav Depê re derbaz dibe û li nêzikê gundê Golanê dikeve nav çemê Pêrê. Aborî û civak Aboriya Depê li ser çandinî û ajaldariyê ye. Pir kes ji welêt diçin dewletên Ewropa ji bo karkirinê. Ew ji lêzimên xwe re pereyan dişînin û di warê aborî de alîkarî dikin. Erdê ku ji çandiniyê re munasîb e 417.000 dekar e. Ew jî ji sedî 38 (38 %) erdé Depê ye. Tenê 10 %ê vê axê avî, yên din bej e. Çavkanî Girêdanên derve www.karakocan.info
4562
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gabar%20%C3%87iyan
Gabar Çiyan
Gabar Çiyan (Zarathustra Acat) parêzvanê mafê mirovan, polîtîker, rojnamevan- nivîskarekî kurd e. Di 1960î de li Tora Evdînê, li Nisêbînê hatiye dinyê. Bi eslê xwe ji Darê ye. Ji 1978an ve rojnamevaniyê dike. Di rojnameyên rojane û lokal de kar kiriye û perwerdeya rojnamevaniyê girtiye. Ji ber xebatên rojnamevaniyê, mecbûr ma, welat bi cî hişt û 1988an de derket derveyî welêt, li Stockholmê dijî. Di qonaxa avakirina YRWK-Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê de beşdarî kir. Di kongreya yekem ya YRK-Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê de, di rêvebiriya wê de wezîfe girt. Di Enstîtuya Kurdî li Stockholmê de xebitî. Ji bo avakirina Enstîtuya Mezopotamya li Swêdê di gel rewşenbîrên asurî/suryaniyan kar kir. Birêvebiriya kovarên Şano û Sînema û Cîhana Weşanan û niwêneriya rojnameya Yeni Ülke li bakurê Ewropayê kir. Di kovara Rewşenê de edîtorî kir. Nivîsên wî di gelek rojname û kovarên kurdî de belav bûne... Kar û xebatên wî derbarê mafê mirovan de: 2009-2012 Cîgirê Serokê Giştî yê saziya “Kurdocide Watch-CHAK” 2018-2020 Cîgire Serokê “Amnesty International Stockholm” 2017- ... Serokê “Amnesty International Koma Turkiye li Swêd” 2021-2022 Serokê “Komîteya Rawêj (hilbijartinê) Amnesty Intenational herêma Stockholm” 2022-2024 Endamê esîl “Komîteya Rawêj Amnestya Swêd” Xelatên girtine: 1993, Lêkolîna derbarê kurdên Anadolê, Xelata rojnamevaniyê ya Musa Anter 2017, Amnesty 06 Koma Turkiye, "Xelata Amnesty Stockholm a aktivism" 2018, Amnesty 06 Koma Turkiyê, "Xelata mezin a Amnesty Swêd" ji hêla polîtîk ve: . 2018-2020 Rêvebirê MP (Partiya Keska li Swêdê) taxa Skärholmen . 2018-2020 MP Stockholm, Endamê Komîteya Rawêj Şaredariya Mezin Stockholm . 2019-2021 MP Ombudê Stockholmê . 2021-2022 MP Huddinge, endamê komîteya karger . 2022-… MP Endamê Komîteya Rawêj Herêma Stockholm Berhem Bexçeya zarokan 1-2, Norsborg: Nûçevaniya Swêd: Istanbul : Rojnameya Welat, [1992]. - 66 s. : ill., kartor. - ISBN 91-630-1453-X Şanoyên zarokan - Stockholm, [1992]. - 32 s. : ill. Êsa Zirav, "ji kehniya sanoya Brîna Res", Norsborg: Çand-Kültür, [1993]. - 26 s. - ISBN 91-972106-2-5 Melayê Meshûr, (şano), Norsborg: Çand-Kültür, [1993] - 40 s. - ISBN 91-972106-1-7 Pêkenokên me: ji dîna dîntir : lêkolîn. - Norsborg : Çand-Kültür, [1993]. - 57 s. - ISBN 91-972106-0-9 Pirsa sînema Kurd û Yilmaz Guney - Norsborg: Wesanxaneya Çand, [1993]. - 53 s. Süryani-Kildani 1, 2, 3, 4, 5, Asurlar-Asûrî, Norsborg-Södertalje, Nsibin Yayinları, [1993-96] Kurdiska ordspråk och talesätt, Norsborg: [G. Çiyan], [1994]. - 41 s. - ISBN 91-972388-0-5 Bîrova çavan, Çapa 1, Hägersten: Jîndan bokförl./Wesanxaneya Jîndan, 1995. - 92 s. - ISBN 91-972436-1-2 Şorbe / Gabar Çiyan, Bekir Yildiz- Norsborg: Çand-Kültür, [1993]. - 36 s. Dengê jar û evîndaran hunermend Ehmed Salih Silo, jiyana wî, çavpêketin, hunera wî, ed. by Beşîr Botanî (Stockholm, 1994), 36 p. Evîna şahmeran, îlon 1997, ISBN 91 972338880, Swêd Mehmed Uzun Anlatıyor, ISBN 978-605-9183-13-0, Do yayınları, İstanbul Sewdanameya winda, 2017, ISBN 978 605 2356 09 8, Weşanxaneya J&J, Amed Çiyan, Gabar Jidayikbûn 1963 Mêr