id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
3758
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hasiy%C3%BBm
Hasiyûm
Hasiyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3759
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kobalt
Kobalt
Kobalt (, ji ) metalek û elementek e. Element
3760
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Er%C3%AEdy%C3%BBm
Îrîdyûm
Îrîdyûm (, ji navê , ) metalek û elementek e. Element
3761
https://ku.wikipedia.org/wiki/Meitnery%C3%BBm
Meitneryûm
Meitneryûm (, ji navê ) metalek û elementek e. Element
3762
https://ku.wikipedia.org/wiki/N%C3%AEkel
Nîkel
Nîkel () metalek û elementek e. Element
3763
https://ku.wikipedia.org/wiki/Palady%C3%BBm
Paladyûm
Paladyûm (, ji Pallas) metalek û elementek e. Element
3764
https://ku.wikipedia.org/wiki/Plat%C3%AEn
Platîn
Platîn (, ji ) metalek û elementek e. Element
3765
https://ku.wikipedia.org/wiki/Darmstadtiy%C3%BBm
Darmstadtiyûm
Darmstadtiyûm (, ji Darmstadt) metalek û elementek e. Çavkanî Element
3766
https://ku.wikipedia.org/wiki/Roentgeniy%C3%BBm
Roentgeniyûm
Roentgeniyûm (, ji navê Wilhelm Röntgen) metalek û elementek e. Çavkanî: Element
3767
https://ku.wikipedia.org/wiki/Enzel%20%28nahiye%29
Enzel (nahiye)
Enzel, yek ji nahiyeyên ku bi navçeya Ûrmiye ve girêdayî ye. Nahiye dikeve parezgeha Azerbaycana Rojava a Rojhilata Kurdistanê. Dabeşkirina nahiyeyê Enzel Enzela Serî Enzela Binî Çavkanî Nahiyeyên Ûrmiyeyê (navçe)
3769
https://ku.wikipedia.org/wiki/Yekem%C3%AEn%20p%C3%BBl%C3%AA%20kurd%C3%AE
Yekemîn pûlê kurdî
Yekemîn pûlê postayê yê kurdî berî 70 salan ji aliyê Hikûmeta Kurdistana Başûr (Hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî) ve di meha çiriya pêşîn a sala 1923'an de hatiye derxistin û di warê muemeleyên nava dewletê de wek pûlê malî hatiye bikaranîn. Li gor agahiyên Tariq Cambaz ku di rojnameya el-Îttihad de belav kirî sê babet pûl li ser kaxizên rengîn derketine. Buhayên pûlan Buhayê pûl ê bi rengê kesk 8 ane nîv rûpî (yanî 32 qûriş). Buhayê pûl ê bi rengê şîn 1 rûpî. Buhayê pûl ê bi rengê mor qîmeta wî 3 rûpî. Li ser pûl "Hikumetî Kurdistan Cenûbî" hatiye nivisandin û di ortê de wêneyê du xencerên çapraz heye û di binî de jî "ane" hatiye nivisandin. Çavkanî Malpera Webkurd Kurdistan Dîrok Pûlê postayê
3770
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kadmiy%C3%BBm
Kadmiyûm
Kadmiyûm (, ji , ) metalek û elementek e. Element
3771
https://ku.wikipedia.org/wiki/Z%C3%AEbeq
Zîbeq
Zîbeq ( an ; , ji ) metalek û elementek e. <center> {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" style="background-color:#ffffff;" | |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | T+ |} Element Jehrî
3772
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kopern%C3%AEsy%C3%BBm
Kopernîsyûm
Kopernîsyûm (, ji navê "Nicolaus Copernicus") metalek û elementeke kîmyawî ya radyoaktîv e. Navê wê ya berê ûnunbyûm bû. Çavkanî Wikipedia bi zimanê îngilîzî (15.04.2010). Element
3773
https://ku.wikipedia.org/wiki/Baf%C3%BBn
Bafûn
Bafûn () metalek û elementek e. alumin danek la bashterin felezatah bo sazkerdeni sazai sok bo Element Bafûn
3774
https://ku.wikipedia.org/wiki/Galy%C3%BBm
Galyûm
Galyûm (, ji Gallia) metalek û elementek e. Element
3775
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Endiy%C3%BBm
Îndiyûm
Îndiyûm (, ji navê çivîtê: ) metalek û elementek e. Element
3776
https://ku.wikipedia.org/wiki/Taly%C3%BBm
Talyûm
Talyûm (, ji ) metalek û elementek e. <center> {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" style="background-color:#ffffff;" | |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | T+ |} Element Jehrî
3777
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nihon%C3%AEy%C3%BBm
Nihonîyûm
Nihonîyûm (, ji ) metalek û elementek e. Çavkanî: Element
3778
https://ku.wikipedia.org/wiki/Germany%C3%BBm
Germanyûm
Germanyûm (, ji ) metalek û elementek e. Element
3779
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AEl%20%28metal%29
Pîl (metal)
Pîl (), metalek û elementek e. Girêdanên derve Element
3780
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sirb
Sirb
Lead ya sirîç (; ) metalek û elementek e, nîşan û hêmayê wê yê zanistî (Pb), û hijmara atomên wê ji (82) yan pêkdihê. {|width="40%" ! colspan="2" style="background-color:#00cd00;" | Nîşanên xeterê |----- | colspan="2" style="background-color:#ffffff;" | |----- | colspan="2" |<center> |----- | colspan="2" | T+ |} Çavkanî Element Jehrî
3781
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fleroviy%C3%BBm
Fleroviyûm
Fleroviyûm (, ji navê ) metalek û yek ji elementan e. Çavkanî: Element
3782
https://ku.wikipedia.org/wiki/St%C3%AEby%C3%BBm
Stîbyûm
Stîbyûm ( an ; ) metalek û elementek e. Element
3783
https://ku.wikipedia.org/wiki/B%C3%AEzm%C3%BBt
Bîzmût
Bîzmût (carina wek bîsmût jî tê nivîsandin; ji ) metalek û elementek e. Element
3784
https://ku.wikipedia.org/wiki/Moskov%C3%AEy%C3%BBm
Moskovîyûm
Moskovîyûm (, ji Mosko) metalek û elementek e. Çavkanî: Element
3785
https://ku.wikipedia.org/wiki/Polony%C3%BBm
Polonyûm
Polonyûm (, ) metalek û elementek e. Element
3786
https://ku.wikipedia.org/wiki/Livermoriy%C3%BBm
Livermoriyûm
Livermoriyûm (, ji navê ) metalek û elementek e. Çavkanî Element
3787
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rody%C3%BBm
Rodyûm
Rodyûm (, ) metalek û elementek e. Element
3789
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bedirxan%20Sind%C3%AE
Bedirxan Sindî
Dr. Bedirxan Sindî (Rojbûn 1943 li Zaxo li Başûrê Kurdistanê) nivîskar, helbestvan û wêjevanekê kurd e. Jiyan Di sala 1943 an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966 an de, li Îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979 an de, li Ingilîstanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wî ji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, paşê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bû ne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne. Berhem Ev pirtûkên jêrî gehandîne çapê: Civata kurdî di edebê wîda Sadiq Behaeddîn Amêdî nivîskarekî kurd e, 1983 Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî Zêmarên Çiyayî,hozan Helbest ASO (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine). EY FELEK (bûye sitrane ji hêla şivan Perwer ve hatiya gotine). BÊRÎVAN (bûye sitrane ji hêla tahsîn taha ve hatiya gotine). EZ KEÇIM KEÇA KURDANIM (bûye sitrane ji hêla Gulbuhar ve hatiya gotine). Çavkanî https://m.nerinaazad.org/kr/tags/dr-bedirxan-sindi https://rojevakurd.com/sindi-akademiya-kurdi-li-kurdistane-tembelxaneye/ https://zagrosn.com/93650-12 Sindî, Bedirxan Sindî, Bedirxan Kesên ji Dihokê
3791
https://ku.wikipedia.org/wiki/Berken%20Bereh
Berken Bereh
Berken Bereh helbestvanekî kurd e. Di sala 1954an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li Bakur) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li Bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê "Êş" Di sala 2001ê de, herweha yek bi navê "Şagirtên Evînê" di 2003yan de bi rêya Weşanên Sî li Stembolê û "Pandomîm" 2006 li Amedê Weşanen Belkî û "Şîna Helbestê" 2008 weşanên Doz çap bûn. Li zanîngeha Bilgiyê ya Stembolê, ya Colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr, Dihok, Amed û Wanê tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir. Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî, Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand. Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike. Berhem Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001) Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003) Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006) Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008) Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010) Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013) Çavkanî Girêdanên derve Kulîna Kulîlkan Helbestvanên kurd Mêr Jidayikbûn 1954
3792
https://ku.wikipedia.org/wiki/Casim%C3%AA%20Cel%C3%AEl
Casimê Celîl
Casimê Celîl helbestvan, nivîskar û wêjevanêk kurd e. Casimê Celîl di sala 1908an de li Ermenistanê ji dayîk bûye. Casimê Celîl di sala 1931an de dixebite. Ew li vira dibe redaktorê pirtukên nivîskarên Kurd, bo lê mêzekirinê, di ber destê wî ra derbas bûne. Casimê Celîl di warê wêje, zargotin û Dîroka Kurdistanê da bê sekinandin û bê westan hettanî van rojên dawiyê jî gelek xebat pêk anîne. Wusa herdu kurên wî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl û keça wî Cemîla Celîl ser folklor, dîrok û sazbendiya Kurdî xebatên hêja pêkanîne. Di nav helbestên Casimê Celîl de welathizî û enternasyonalîzmê cîhikî fireh girtiye. Di sala 1954an de pirtuka Casimê Celîl ya pêşîn bi navên Elegez li Erîvanê hat çapkirinê. Pey vê pirtukê ra di sala 1960în de Casimê Celîl pirtukeke bi navê "Roja min" nivîsî. Di vê pirtukê de nivîskar nîşan dide ku, gelên Sovyet, wusa jî pareke kurdên li Yekîtiya Sovyeta berên çawa paşî Şoreşa Çiriya Pêşîn hatine gîhîştine van rojên dilşa, bextewar û azad. Jidayikbûn 1908 Mirin 1998 Helbestvanên kurd Nivîskarên êzîdî
3795
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmet%20Boncuk
Mehmet Boncuk
Mehmet Boncuk rojnamevanekî kurd e. Mehmet Boncuk di sala 1974'a li gundê Mişecerkê ku girêdayî Pîrsûsa Rihayê ye hatiye dinê. Di malbateke xwedî çar bira û çar xwîşk mezin bûye. Xwendina xwe ya pêşin û navîn li Pîrsûsê, ya bilind jî li Zanîngeha Anadoluyê di beşa Civaknasiyê kir. Dema xwendina xwe di hin rojnameyên herêmî de dest bi nivîsê kir. Di sala 1998'a bi derxistina rojnameya Fıratta Yaşamê Jiyana li Feratê li Dîlokê bi cîh bû. Xebata xwe ya di Fıratta Yaşamê de heta sala 2002'a berdewam kir. Niha di rojnameya Sabahê de xebeta xwe ya rojnamegeriyê berdewam dike. Heta roja îro di hin rojname, kovar û malperên li ser înternetê de nivîs, nûçe û şiroveyên wî yên li ser pirsgirêkên civakî û netewî têne weşandin. Mehmet Boncuk zewîcî ye û bavê sê zarokên e. Mêr Rojnamevanên kurd
3805
https://ku.wikipedia.org/wiki/K
K
Pir manên k ya K hene. Herfê K li alfabe da, seke K (herf) K kurtenavê Qelye li kîmya da ye. K kurtenavê bajarê Köln li Almanya ye.
3816
https://ku.wikipedia.org/wiki/Meden%C3%AE%20Duran
Medenî Duran
Medenî Duran nivîskarekî kurd e. Medenî Duran di sala 1971an de li Nisêbînê hatiye dinyê. Perwerdeya xwe ya dibistanê li Nisêbînê û Stanbolê qedand. Ji sala 1988 ve mina bi milyonan kurd derketiye derveyî welat. Nêzî 13 salan li Stenbolê jî, di wê demêde jî li Navenda Çanda Mezopotamya MKM karê şanoye kiriye, Di sala 2001an de pirtûka xwe ya yekemîn bi rêya Weşana Perî bi navê Pênûsa Min Azdiyê dinivîse weşand. Ji ber pisgirêken bi vî rengî di destpêka sala 2002an de derkete derveyî welat. Vêga jî li Elmanya li bajarê Meiningenê dijî. Li Almanya jî karê xweyî nivîsê berdevam dikê û pirtûka xwe ya bi navê Welatêmin Qîra dide dîse bi rêya Weşana Perî weşand. Endamê PEN'a Kurd ya Navnetewiyêxabatkarê MHA Navenda Nûçeyan a mezopotanya ye Nivîskar karê xwe yê rojane di navbera Navenda Nûçeyên mezopotamya (MHA), de dike nivîsê û bi piranî di Özgür Politika,Roja Azadiya Welat, Yenîden Özgür Gündem,de weke nûçe û hevpeyvîn hatine veşandin Mêr Nivîskarên kurd
4040
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhad%20B.%20R%C3%AAnas
Serhad B. Rênas
Serhad B. Rênas rojnamegerekî kurd e. Damezrînerê malperekî kurdî ya online HAWAR NETê ye. Ji navçeya Erxenî a bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye. Perwerdehiya xwe ya akademîk di Zanîngeha Dîcleyê de li beşa Endezyariya Makîneyê pêk anîye. Yekem car di sala 2001an de dest bi weşandina hin gotar û helbestên xwe yên kurdî kiriye. Piştî sala 2003an dest bi weşandina lêkolînên xwe kir û di gelek rojname, kovar û malperên kurdî û tirkî de nivîs, lêkolîn û hûrnêrînên wî hatin weşandin. Bi taybetî li ser dîroka medya, muzîk, sînema û çanda kurdî hûrnêrîn û nivîsên wî hatin weşandin. Di hin weşanên kurdî de peyamnêriyê kir. Di qada medyayê de jî di sala 2005an de rojnameya dîjîtal HawarNetê damezrand. Herwiha di karên wekî vebûna beşên kurdî û wergerandina ji bo zimanê kurdî ya weşanên navneteweyî ên wekî Google, Facebook, Wikipediya û hwd. de jî cîh girtiye. Pirtûka wî ya bi navê "Medyaya Kurdî û Medyaya Nû" ku tê de bi berfirehî girîngî û bandorên vê pergala nû ya medya û ragihandinê ya li ser civaka kurd û têkoşîna rizgariya Kurdistanê dinirxîne di sala 2014an de ji Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye derket. Berhem Medyaya Kurdî û Medyaya Nû, Weşanxaneya Ronahî 2014 (ISBN: 978-605-5855-29-68) Girêdanên derve Malpera HAWARNETê Çavkanî Rojnamevanên kurd Kesên ji Erxeniyê
4044
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20radyoy%C3%AAn%20kurd%C3%AE
Lîsteya radyoyên kurdî
Îstgehên Radyoyên Kurdî Kurd di radyoyê de cihê xwe bi radyoyên Tehran û Êrîvan girtibûn ku hin jî weşanê wan berdewam dike. Niha Başûrê Kurdistanê li ser pêla FM gelek îstgehên radyoyên kurdî heye. Li bakûrê Kurdistanê hin radyoyên herêmî jî, wekî Gün Radyo, weşana kurdî dikin. Radyo hene ku li Ewropayê û ser înternetê jî weşan dikin. Her wiha radyoyê fermî ya DYA'a VOA (Dengê Amerîka) de beşa kurdî jî heye. Radyoyên Başûrê Radyo Seyran FM, Deng û Rengê Kurdistanê, navê lînkê navê lînkê . Dengî Kurdistana Delal, ji Kurdistana delal weşan dike . Radyo Dengê Kurdistan, ji Hewlêra Kurdistana Azad (Başur) bi riya satelaytê weşan dike. Radyo Dengî Gelî Kurdistan, 24 saet ji Silêmaniya Kurdistana Azad (Başur) bi riya satelaytê weşan dike. Radyo Nawa, 24 saet ji Kurdistana Azad (Başur) bi riya satelaytê weşan dike. Kurdsat FM, ji Kurdistana Başur weşan dike. Gulan FM, ji Kurdistana Başûr weşan dike. Radyo Dengê Aştî, ji Duhoka Kurdistana Başûr weşan dike. Radyo Azadî, li Kurdistana Başûr. Radyo Duhok, ji Kurdistana Başûr weşan dike. Dihok Radoyên Rojava Cudî FM li bajarê qamîşlo weşanê dike. Yekemîn radoya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye. Dengên Kobanê li Kobanê weşanê dikê. Dengê Rojava li Hesekê weşanê dikê. Arta FM li Amûdê weşanê dike. Welat li Dirbêsiyê weşanê dike. Ram li Qamîşlo weşanê dike. Efrîn FM li Efrînê weşan dikir, piştî dagirkirina efrînê ji aliyê tirkan ve, weşana Efrîn FM rawestiya. Dîjle li bajarê Dêrîkê weşanê dike. Xabûr li bajarê Hesekê weşanê dike. Jiyan li Hesekê weşanê dike. Can FM li Kobanê weşanê dike. Miştenûr FM li Kobanê weşanê dike. Rê FM li Qamîşlo weşanê dike. Waşûkanî FM li SerêKaniyê weşana xwe dikir heya ku bajar ji aliyê Tirkan ve hat dagirkirin. Radyoyên Bakurê Hakkari Fm, ji Colemerk Kurdistana Bakur weşan dike Gün Radio, li Ameda Kurdistana Bakur weşan dike. Radyo Karacadağ, li Ameda Kurdistana Bakur weşan dike. Damla Fm, li Stanbol weşan dike. Radyoyên Rojhilatê Dengî Kurdistanî Rojhilat, ji Kurdistana Rojhilat weşan dike . Radyoya Tehran, beşa kurdî, ji Îranê weşan dike. Radyoyên derveyî welêt, bi taybetî li Ewropa û Amerîkayê Dengê Kurdistanê, . Radyo Hawar, ji Ewropa weşan dike . Radio Fırat Fm, ji Almanyayê weşan dike Radio Rêbir, ji Ewropa weşan dike. Radio Aştî, ji Ewropa weşan dike . Kurd FM, ji Almanyayê weşan dike Dicle FM, ji Almanyayê weşan dike Dengê Mezopotamya, 24 katjimer ser satalayt, înternet û pêla kurt de weşan dike. Radio ERF-Beşî soranî, ji Ewropa weşan dike . Radio ERF-Beşa kurmancî, ji Ewropa weşan dike . Radio Komaleh, ji Ewropa weşan dike Radyo Multi-Kulti, beşa kurdî, ji Ewropa weşan dike Radio Berxwedan, radyoya ji aliyê hemcînsbazan ve. Radio Dersim, "Das kulturpolitische Sonntagsmagazin" (rojên yekşemê ji 18:00 heta 19:30). Roj FM, "Jugendmagazin in Kurdisch/Deutsch", ji Viyenayê rojên şemê saet ji 18:30 heta 19:00 www.RojFm.de. Radyoyên derveyî welêt ku beşên wan ên kurdî hene Bernama Kurdî ya WDR, li Almanyayê. VOA SBS RADIO, li Awistralyayê. Radyoya Swêdê, pişka kurdî ya radyoya fermî ya Swêdê ye. Bernma "Radyo Ronkayî" li Gurcistanê Medyaya kurdî
4046
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rojname
Rojname
Rojname weşana rojane ya bûyeran e ku li ser kaxiz tê çapkirin û dû re tê firotin. Rojnameyên hefteyî û mehane jî hene. Rojnameya pêşîn a bi zimanê kurdî Kurdistan bû ku di sala 1898'an de li serbajarê misrî Qahîreyê derketiye. Roja îro jî gelek rojname li ser înternetê derdikevin. Rojname Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkiriye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kiriye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17'an de bi awayê rojnemegerîye derketiye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatiye dîtin ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imperatoriya Roma hatiye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa", "Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne. Destpêka Rojnamegeriya kurdî Rojnamevaniya kurdî bi rojnameya Kurdistan ku di 22'ê nîsana 1898'an de dest bi weşanê kiriye. 22'ê nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî "Roja Rojnamegeriya Kurdî" tê qebûl kirin. Rewşa niha ya rojnamegeriya kurdî Rojnameyên me piranî ne rojane ye û hinek wan jî ne vedorî derdikevin. Piraniya wan wekî rewşekê xwezayî li Başurê Kurdistanê derdikevin, wekî rojnameyên Evro û War (2012) li Duhokê. Rojnamegeriya kurdî her çi qas li bakur pêşketî be jî ji ber rewşa ziman a xirab rojnameyek rojane tûneye. Rojnameyên ku derdikevin jî ji ber polîtîkayên înkarê yên dewletê zêde nayên firotin. Ev rewş jî bi girêdayê rewşa sîyasî û perwerdehiya bakurê Kurdistanê ye. Lîsteya rojnameyên kurdî (2004) Lîsteya rojnameyên kurdî Çavkanî [Rojname] Nûçeyên ji rojnameyên kurdî Medya
4049
https://ku.wikipedia.org/wiki/We%C5%9Fanvaniya%20kurd%C3%AE%20li%20ser%20%C3%AEnternet%C3%AA
Weşanvaniya kurdî li ser înternetê
Li Cîhanê di 1995'an de bi awayekî giştî înternet hat bikaranîn û wê demêde nêzî 11.000 malper hebû, niha bi mîlyonan malper hene. Kurd yekem car di sala 1997'an de cihê xwe di Web'ê de girt. Yekem malperên Kurdî a partiyan û malpera MED TV bû. Niha ji rojnamegeriyê heta teknolojiyê,ji danûstandin bigrin heta li ser perwerdeyê, ser dezgehên Hikumeta Kurdistan bigrin heta li ser turîzma Kurdistanê jî bi hezaran malperên Kurdî hene û roj bi roj ev hejmar zêde dibe û naveroka wan jî dewlementir û rengîntir dibe. Înternet belkî di cîhanê de herî pir feydeya gelê Kurd bû. Ger rêjeya bikaranîna înternetê nav Kurdan da zêde bibe ev sûdwergirtin jî zêde dibe.Ji ber ku înternet cihêkî azad e, erzan e û sînor nasnake. Welatê Kurdan buye 4 perçe lê bi saya înternetê ev sînor hinek be jî radibin. Kurd dikarin kêmasiya ku rojnamegeriya Kurdî de heye bi înternetê ji holê rakin lê heman demê de pêwîst e ku eleqeya gelê Kurd jî bo bikaranîna înternetê zêde be û ji hêsaniya înternetê sûd wer bigirin. Di malperên hin dewletan de jî beşên Kurdî vebûne. Wekî malpera VOA. Motora lêgerîna bi navûdeng a Google û Dmoz, MUSICMOZ de jî beşên Kurdî hene. Û niha Gelê Kurd li bende Wîndowsa Kurdî û Linux a kurdî ne. Tîrajên hin malperên Kurdî wekî tzpkurdi.com, azadiyawelat.com, rojaciwan.com, presskurd.com, Kurdishinfo.com, rojev.com, Kurdishmedia.com, rojname.com, kurdishpoint.com, demanu.com.tr, ekurd.net... di nav malperên kurdî de yên herî zêde ne. Medya
4051
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rojnamegeriya%20kurd%C3%AE
Rojnamegeriya kurdî
Rojnamegeriya kurdî karê kovar û rojnameyên ku bi kurdî yan jî beşek jê bi kurdî derketine, anku yên ku cih dane nivîsarên kurdî jî. Nêrînek giştî bo medya û medyaya kurdî Ragihandin bi destpêbûna mejûya mirovan destpêkirîye. Pêwîstiya ragihandinê bi amûr û şêwazên cûda berdewam kirîye. Lê di nava amurên ragihandinê de herî bibandor ku hîma wî dema romayiyan hatîye avetin û di sedsala 17an de bi awayê rojnemegerîye derketîye holê û her berdewame. Ber çemê Nîlê tabletên 3500 sal berê hatîye ditîn ku ser wan de buyerên rojane hatiye nivîsandin û her wiha tabletên ku ji dema imparatoriya Roma hatîye çêkirin ku ser wan de jî wekî rojnameyek bûyerên rojane heye jî em nekin nava hesabê rojnameyên bi navê "The weekly News From Italy and German", "La Gazette", "Avisa", Gedenck Wurdige Zeitung" û çend rojnameyên din rojnameyên pêşîn a cîhanê ne. Niha jî rojnamegerî bi giştî media bi amurên curbecur didome. Niha rojname, kovar, tv, radio, înternet û amûrên hwd. di rojnamegerî de tê bi kar anîn. Medya îro ro de wek “Hêza Çaremîn” tê bi nav kirin. Dibe ku dahatû de bibe hêza yekemîn. Rojnamegerî bi giştî medya hewcedarîyeke xwezayîye. Bandora mezin a medyayê ji ser modernîzim, postmodernîzm, ol, guherîna civakî, têgihiştina hêz û desthilatdarîye, pêşketinên idolojîk, pêşketina teknolojîk-zanistê heta beralî kirina civakê, pêkanîna guherînên bingehîn û gewre, veşartina karên qirêj a deshilatdariyê, pergala aborî û hwd. de heye. Em dikarin gelek xalên bipeyvendî zêde bikin. Her xal hejayê nirxandinêye, belam ev tişt encax di pirtûkekî lêkolînî de dikare pêk be. Lê ev rewş bo kurdan hinek diguhere. Çunke dewletekî navendî a Gelê kurd tuneye. Ji ber vê him şêweya rojnamegerî di nav gelê kurd de cewaze him jî sedema bikaranîna media cûdaye. Piştî peymana Lozanê welatê kurdan bû çar perçe. Her perçeye de dewleta ku vê perçeya xakê kurdan dagir kiriye, bi şewazên cuda hemberî hebûna kurdan derketiye. Ji ber vê yekê jî her perçeye de rewşa gelê kurd jî ji perçeyeke din cewaztir bûye. Hêmanên ku bo medyaya cihanê dabaşa gotinê ye, medyaya kurdî de hêmanên wekî standartize kirina û pêşxistina zimanê kurdî, hewla rizgarkirina xaka Kurdistan, dîplomasî, pêşxistina muzîk û bi giştî çanda kurdî, pêk anîna hişa neteweyî ya kurdî, modernîze kirina civaka kurdî, pêk anîna hişmendiya dîrokî ya kurdî jî zêde dibin. Her wiha partiyên Kurdistanê dezgehên xwe yên çapamenî bo propagandaya rexistinê xwe jî bi kar tînin. Ev yek li ber medyaya kurdî de astengiyek din e ku divê were bihartin. Rojnamegeriya kurdî jî ji dema zayîna xwe ve bi dijwarî, êş, asteng û qedexeyên bi curbecur re rûbirû maye. Rêwîtiya ku em niha derkevin ne tenê rêwîtiya çapemeniya kurdî an jî mediyaya kurdî ye her wiha rêwingiya bibiryarî, dijwarî û serkeftinêye jî. Destpêka rojnamegeriya kurdî Wekî tê zanîn rojnamegeriya kurdî bi Rojnameya Kurdistanê ku di sala 1898an de derketîye, dest pê dike. Ev rojname di 22yê Nîsanê de dest bi weşanê kirîye. 22yê Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegeriya kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana Başûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegeriya Kurdî” tê qebûl kirin. Ev rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegeriya kurdî bi sirgunê derdikeve holê. Rojnameya Kurdistanê ji alîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin. Di dîroka me de gelek tiştên "cara pêşîn" ji alîye malbata Bedîxanan ve hatîye pêkanîn. Rojnamegeriya kurdî jî wisa bûye. Piştî Mîqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weşandina wê kir. Rojnameya Kurdistanê piştî Qahîreyê li Swîsre û Londonê jî hatîye derxistin. Hejmara dawîn ya Rojnameya Kurdistanê (no: 30-31) 14ê Nîsanê, di sala 1902yê da derket. Destpêbûna rojnamegeriya kurdî li gorî ciranên me pir dereng nîne. Ahmed KANÎ, Analîzek Li Ser Rojnameya Kurdistanê, APEC 2019. Lê ji ber astengiyan bi qasê cîranên me pêşveneçuye. Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1900-1950an de Piştî Rojnameya Kurdistan di sala 1918 de ji alîye rewşenbîrên me ku ji pêşveçunên vê demê sudvergirtibûn bi navê "Jîn" kovarek derxistin û 21 hejmara wî kovarê derçu. Di heman demê de him li her perçeyê Kurdistanê de him ji di gelek welatên din de gelê kurd gelek rojname û kovar derxist. "Şark ve Kurdistan"-1908 li stenbolê hat derxistin. "Kürd Teavun Ve Terakki Gazetesi" 1908 ji aliyê Kürd Teavun Ve Terakki Cemîyetî li stenbolê hat drexistin. Di wê demê de ev rojname gelek deng da û bandorekî mezin li ser gelê kurd kir. Her wiha kovara "Kurdistan"1908-1909-Stenbol, "Amîda Reş" 1909, "Peyman"1909-Dîyarbekir, "Rojî Kurd-Hetawî Kurd" 1913 ji aliyê Komala Hêvî, "Yekbûn" 1913 û hin kovar û rojnameyên din jî hat weşandin. Di sala 1919 kovara KURDISTAN li Stenbolê hat derxistin. Di sala 1923an de li Siwêrg rojnama "Îrfan" derket. Di 1929 an de ji aliyê serokê serhildanê Agirî îhsan Nurî Paşa Rojnameya “Agirî” ji gelê kurd re hat pêşkeş kirin. Li Tirkîye ji ber zordestiya rejîma faşîst a Tirkan gelê kurd maweyekê dirêj bêdeng ma. Lê perçeyên dinê Kurdistanê de bi taybetî Kurdistana Başur de gelek rojname û kovar wekî "Rojnama Umêdî istiqlal, Suleymanî, 1923", "Rojnama Bangî Heq, Suleymanî, 1923", "Rojnama Pêşkewtin, Suleymanî, 1920", "Kovara Peyje Bexdad" 1927, "Rojnama Rojî Kurdistan, Suleymanî, 1922", "Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930", "Kovara Rûnakî, Hewlêr, 1935", "Kovara, "Rojnama Rojanû, 1943", "Rojnama Rêga li rojhilatê Kurdistanê jî Mehabad, 1948", "Rojnama Rawêj, Mehabad" hatibûn derxistin. Salên çilan di dîroka başurê Kurdistanê de, bi xwe re geşbun û pêşketinê di jiyana siyasî û çandî ya wê perçeyê de tînin. Ew salên xurtbuna tevgera kurd ya netewî bun û salên damezirandina partiyên siyasî bi taybetî PDK ku programên wan yên pêşketî di warê guhertinkariyên civakî de hebûn. Di gel vê yekê bi heman rihê gelek kovar derdiketin. Gelawêj kovarekê wê demê bu ku roleke mezin belavkirina bîrûbaweriyên peşketinxwaz û çandî de lîyst Kovara Gêlawêj bi rastî jî stêra geşa rojnamegeriya kurdî bû. 1949ê de jî kovara serbixwe ya sîyasî bi navê "Nizar" derket. Di sala 1932an de li şamê kovara bi navûdeng Hawar dest bi weşanê kir. Xwedîye wê kovarê Celadet Alî Bedirxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî. Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kiribû. Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin. Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî ku zirar dida kurdî rizgar kiribû. Hawar despêkek nû bû. Bi Hawarê kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bûbun ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celadet Alî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn. Hawar dibistanek bu, Hawar wê demê de morelekê mezin da gelê kurd. Vê kovarê şanenava xwe li dîroka Kurdan da ku ev şanenav êdî naye jêbirîn. Kovara Hawar hejmarê xwe ya dawîn (hejmara 57. ) sala 1943an de derxist. Di sala 1998an de ji Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara HAWAR bi 2 cild hat weşandin. Piştre Celadet Alî Bedirxan kovarekê biwêne bi navê Ronahî derxist. Ronahî de giranî dengûbas hebun. Ronahî jî bo çapameniya kurdî de gavekê girîng bû. Li Komara Kurdistanê ku li Mahabadê hatibu avakirin rojname û kovarên fermî wekî Bangî Kurdistan hat derxistin û di varê rojnamegeriya kurdî demekê kin de gelek tişt hat pêk anîn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê jî ev pêşveçun bi avayekî xwezayî qut bû. Rojnamegeriya kurdî di navbera salên 1950-1980 Piştî demekê dirêj rojnamegeriya kurdî bêdengiya xwe li Kurdistana Bakur şikand û bi rêberiya wek kesên Musa Anter, Edîp Karahan bi tirkî be jî hêdî hêdî ber bi dewlementir buyîne ve çû. 1949 an de ji aliyê Musa anter ve rojname "Dicle Kaynağı (Çavkaniya Dicle)", 1950 de jî "Şark Mecmuası(Kovara Rojhilatê) hatiye derxistin. Di wan rojnameyan de kêşaya kurd dihat nîqaş kirin û hin nivîs û helbestên kurdî jî dihat weşandin. "Şarkin Sesi (Dengê Rojhilatê)" jî rojnameyekê girîg ê wê demê bû. Piştre rojnameya "Îleri Yurd(Welatê Peşketî) di sala 1958 an de li Diyabekirê hat derxistin. Di vê rojnameyê de helbestekê kurdî bi navê "Qimil" di nav nivîsa Musa Anter de hatweşandin. Li ser vê helbestê gelek doz ser perpirsyarên rojnameyê hat vekirin û ev buyer gelek deng ve da. 17'ya Çileya pêşin a 1959an de digel hin xwendekarên zanîngehan 49 ronakbîrên kurd hatin girtin. Ev buyer bi navê buyera 49an tê nas kirin. Salên 60î de hejmara weşanên perîyodîk zêde bûbû. 1962an de li Ferqînê "Silvan Sesî (Dengê Ferqîn)", dîsa 1962 de ji aliyê Edîp Karahan û Yaşar Kaya ve rojnameyê "Dicle-Firat" het derxistin. Di sala 1963 de ji alîye Ergun Koyoncu û Yaşar Kaya ve kovareke bi navê "Deng" hate derxistin. Ev kovar jî di nav çapameniya kurdî roleke baş lîst. Her wiha li Kurdistana Bakur rojname û kovarên wekî -bi kurdî û tirkî- "Roja Nêwe" 1963, "Çira" 1965 ji aliyê Kemal Burkay ve, "Yenî Akiş(Herîkîna Nû)" 1966, "Dengî Teze" 1966, "Karakoçan" 1969, Mardin'in Sesi(Dengê Merdînê) 1969, "Doğu(Rojhilat)" 1969, "Dengê Siwêreg" 1969, "Bultena DDKO" 1970 hatibun derxistin. Sala 1975an de kovareke bi navê "Ozgurluk yolu(Riya azadî) dest bi weşanê kir û heta 1980an 44 hejmarê ev kovarê derket. Di kovara "Ozgurluk yolu(Riya azadî) de bi zaravaya dimilî jî nivîs hebûn. Li gor gotina xwediya kovarê Faruk Aras tîraja vê kovarê nêzî 10 000 bû. Ji ber zordestiya Dewleta tirk weşana "Ozgurluk yolu(Riya azadî) hate rawestandin. 1976an de ji aliyê PDK-Tirkîye kovara "Xebat" hat derxistin. Sala 1976an de kovareke mehane bi navê "Rizgarî" dest bi weşanê kir. Ev kovar 4 sal weşanê xwe domand. 1977an de "Pêşeng Bo Şoreş" cihê xwe di nava kovarên temenkin de girtibû. Kovara "Devrimci Demokrat Gençlik" di sibata 1978an de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Piştî 3 hejmarên pêşîn îdarexaneya wê ji Stenbolê guhaztin Diyarbekirê. Kovar ji mehê carekê bi tirkî û kurdî(kurmancî-dimilî) derket. Kovar li ser hev 11 hejmar derket. Hejmara yekem 20 rûpel yên din jî her yek 16 rûpel bû û hejmarên 5-6 û yên 7-8 bi hev re çap bûn. (1) Tîraja wê di navbera 10.000 û 12.000 de bû. Dîsa 1977an bi navê "Roja welat" rojnameyekê giranbuha dest bi weşanê kir û heta sala 1986 a weşanê xwe domand. Her wiha "Xebat bo rizgariya Kurdistan" 1978-ji aliyê PDK-T, "Dengê Kawa" 1979, "Kawa" 1978, "Ala Rizgarî" 1979, li Wanê "Jîna Nû" 1979, li Entabê "Têkoşîn" 1979, û gelek kovar û rojnameyên din jî hatibun derxistin. 1979an de li Kurdistana Bakur yekem car xwerû bi kurdî kovarekê bi navê "Tîrêj" derket. Ev kovar jî bi hewlên cewsandinê re dûçar ma. Li Kurdistana başur di navbera salên 1950-1980 bi girêdayê têkoşîna rizgariyê ve bi rêberiya Nemir Mistefa Barzanî çapameniya kurdî jî pêşve diçu. Di vê konaxê de, rojnameya "Xebat" ya ku 1955ê wekî organa Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) derdiket. Berê navê vê rojnameyê "Rizgarî" bû li 1953ê kongireya PDK de navê wê kirin Xebat. Wê demê de rojnameyekê din jî li Kerkukê bi navê azadî dihate derxistin. Her wiha kovar û rojnameyên wekî "Dengî Das, Suleymanî "1950, "Peyam" 1952, "Kestin" 1958, "Kovara Çareserkirdinî Kiştukal" 1959, "Dengê qutabyan, Bexdad" 1960, "Afret"1960, "Rojnama Çiray Kurdistan, Suleymanî" 1962, "Tûtun" 1964...Piştî morkirina peymana otonomiya Kurdistan di rojnamegerîye kurdî peşkeftinek berbiçav çêbû. Di wê demêde rojnameya "Hewkarî" 1970, kovara "Beyan" 1970, kovara Rojî Kurdistan 1971, kovara Roşibbîrî Nwê 1973, rojnameya Xebatî Kurdistan derket. Wê konaxê de tenê rojnameye Birayetî ku organa PDK bû bi duristî rojane derdiket. "Asoy zankoy" 1977, "Estêre" 1974, "Bîrî nuwê" 1973, "Bilawkirawey Berew ronakî", "Çiya" hewlêr 1970, "Dengî mamosta" 1970, "Dengî Cotyar" 1971, "Estêre" 1971, Nûserî Nwê 1972, "Amanc"1973, "Huşyarî Kirêkaran" 1973, "Korî Zanyarî Kurd", 1973, "Baba Gurgur" 1973, "Bo Pêşewe" 1973, "Rêbazî nû" 1975, "Gizing, Kerkûk" 1973, "Hewalnamey Şoreş" 1978 jî hin kovar û rojnameyên wê demê bûn. Di salên 1976-1984an de şerê birakujiyê, yê di navbera hêzên kurdî de, di rojnamegeriya wan de jî cihê xwe girt û ew şerê gotinan di radyo û rojnameyên wan de bû egera dilsariya gelê kurd û şervanên wan û devberdana gelek kesan ji endamtiya xwe di wan partiyan de. Paşe ew hemu partî di Bereyê Kurdistanî de gihane hev û şerê birakujî rawestiya. Rojnamegeriya kurdî di salên 1980an de Di destpêka salên 80an de li Kurdistana bakur û tirkîye cunteya leşkerî hat ser hukmê. Bi hezaran kurd hate girtin û kuştin. Zulm û zordariyên nedîtî li ser gel hat pêk anîn. Lê têkoşîna gelê kurd jî ber bi xurt bunê ve diçû. Edî gelê kurd li bakur hêdî hêdî hişyar di bû. Di wê konaxê de jî "hin partîyan" şaşiyên mezin dikirin. Lewma jî çapamenîyeke yekgirtî çênedibû. Salên 80an de li her perçeyê Kurdistanê de têkoşîna rizgariya netewî geştir bûbû. Bi wê yekê re girêdayî di her warê jiyanê de gelê kurd pêşdiket. Rojnamegeriya kurdî jî hin xurtir bû wê konaxê de. Li bakurê Kurdistanê tesîra şoreşa başur ku bi rêberiya Mistefa Barzanî pêk dihat gelek mezin bû. 1981an de kovareke bi navê "Xebat Ser Riya Barzanî" dest bi weşanê kir. Dewleta Tirk nedixwest şoreşa başur ser gelê Kurdistana bakur de bibandor be. Ev armanca xwe jî bi destê hin "partiyên kurd" dikir. Li bakurê Kurdistanê kovar û rojnameyên wekî "Pêşmerge" 1983, "Berhem", "Dengê Partîzan" 1986(Organa TKP/ML navçeya Kurdistan), "Toplumsal Diriliş(Vejîna Civakî) 1987, "Ozgur Gelecek(Dahatûya Azad) 1988, "Şewqa Berxwedan" Amed 1989 hatibûn derxistin. Kovarekê herî girîng a wê demê kovara Medya Guneşi(Roja Medya) bû. "Medya Guneşi kovara yekem bû ku piştî cuntaya 12ê îlonê derket û bi derketina xwe şîmaqeq mezin li rejima Îlonê xist. Bêhêvitiya ku di nav gel de peyde bûbû şikand, moralek mezin da gelê kurd. Berpiriyarên rojnameyê Osman Aytar, Cemal Ozçelik, Yakûp Karademir, Salih Bal, Mahmûd Metîn, Abdullah Kiran, Vedat Aydin, Nusrettin Yuksekkaya, Murat Kizilirmak, Nesih Çilgin û berpirsiyarên buraya Anqerê Abdullah Güler û yê Diyarbekirê Hamdullah Akyol hatin girtin, di hepsan de man, ceza girtin, teda û zilm dîtîn. Bêguman Medya Guneşî di dîroka rojnamegeriya kurdî de ciyekî taybetî digre ji ber ku di dema xwe de bersîva hevcedariyeke mezin da. (2) Kovara "Deng" ku hin jî weşanê xwe didome di sala 1989an dest bi weşanê kir. Weşanê ev kovarê nêzî sîyaseta PSK(Partîta sosyalîsya Kurdistan) ye. Li başurê Kurdistanê bi xurtbuna şoreşê gelek rojname û kovarên kurdî jî bo belawkirina ramana neteweyî dihat çapkirin. "Riwangey azad" 1980, "Rêbazî pêşmerge" 1980, "Bilawkirawey Dengî lawan" 1981, "Kovara Alay surî kurdayetî" 1981, "Nûserî Kurdistan" 1981, "Estêre" 1982, "Raperîn" 1982, "Xebatî mamosta" 1982, "Kovara Kurdistan" 1982, "Kariwan" 1982, "Bilawkirawey Edebî bêgane" 1982, "Dengî Pêşmerge, Şoreşa başûr" 1983, " Rêya serkeftinê" 1983, "Rojnama Serbexoî" 1983, "Kurdayetî" 1983, "Rêbazî lawan" 1983 "Dengî xwêndekaranî Kurdistan" 1983, "Bilawkirawey Asos" 1984, "Bilawkirawey Edebî mindalan", "Rojnama Behdînan" 1982, "Kovara Pîrozî islam" 1982, "Bilawkirawey Hawdeng" 1983, "Peyamî şoreşî kurdistanî başur" 1984, "Bilawkirawey Nîrgiz" 1984, "Pala" 1984, "Roşinbîrî pêşmerge" 1984, "Rizgarî" 1985, "Dengê me" 1985, " Peyamî birayetî" 1986, "Peyamî kirêkaran" 1986, "Tendurustî û komel" 1987, "Qendîl" 1987, "Rojnama Berey kurdistanî(Organa Berey Kurdistanî)"(1988), "Helwêstî Edebî"(1988), "Terazû"(1989), û gelek kovar û rojnameyên din jî wê demê de li başurê Kurdistanê li bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Duhok dihatin derxistin. Derbarê rojname û kovarên han de agahiyên berfirehtir -wekî navên perpirsyarên wan û bi giştî serpehatiya wan bi çi rengîye- tuneye ku bidim. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî kovarên wekî Sirwe 1984, Lawan 1983, Dengî Lawan 1984, Pêşrew 1984 û hwd. derketibûn. Li Kurdistana Surîye jî Xunav û 4-5 kovarên din hebû. Rojnamegerî û medyaya kurdî di salên 90î de Salên 90î di mejûya Kurdistanê de werçerxanek girînge. Bizûtneweya rizgariya Kurdistan li her beşê Kurdistanê de geştir bû. Hemû bajarên Kurdistanê de serhildanên mezin pêkdihat. Li bakurê Kurdistanê hesta neteweyî bilind bû bû. Di serî de Amed, Şirnex, Merdîn, Wan û gelek bajarên bakurê Kurdistanê serhildanên mezin çêdibû. Li başurê Kurdistanê têk çûna şoreşê, qetlîamên ser xalkê Kurdistan ku ji aliyê rejîma Iraqê dihat kirin morela gel xirab kiribû. Karesatên wekî anfal, Helebce hêviya gel şikandibû. Lê sala 1992an de gelê kurd li başur delfetek baş bi dest xistin û cara yekem gelê kurd bi hêvîyen mezin hilbijartina Parlemana xwe çêkir. Edî beşekî Kurdistan ne bin destê dagirkeran bû. Edî gelê kurd li beşekê Kurdistanê de dikarî bû bêhn bigre. Bi zor û zahmetiyan be jî hêviya sedsalan pêk hat gelê kurd jî mafê xwe ya xwezayî bikar anî. Wekî hemû netewan pêwist bû ku gelê kurd jî xwediyê dewletek be. Piştî avakirina Parlemen û Hikumeta Kurdistan DEWLETA FEDERE A KURDISTAN (DFK) jî hat îlan kirin. Ku hin jî ser pîyaye. Li bakurê Kurdistanê weşana bi tirkî di nav rojnamevaniya kurdî de wê konaxê de jî berdewam kir. Destpêka salên 90î de rojnameya "Halk Gerçeği (Rastiya Gel)" dest bi weşanê xwe kir û di nava salekê de ji aliyê dewleta Tirk hat girtin. Ev rojname îcar bi navê "Yenî halk gerçeğî (Rastiya Gel a Nû)" weşanê xwe berdewam kir, ev jî heman salê de hat girtin. 1990an de rojnameyeke din bi navê "Yenî Ulke (Welatê Nû) dest bi weşanê kir û ev rojnameye rekora Cîhanê şikand, di nav salekê de 55 doz hat vekirin, 30 caran hat girtin, 18 car jî hat civandin. Ev rojname jî 1993an de hat girtin. Her wiha wê demê de bi navên "Ozgur Halk(Gelê azad)" 1990, "Serhildana Gel" 1990 2 kovar derket. 1991an de kovarekê îllegal ku navê wî "Xebat Bo Serxwebûna Kurdistan" bû ji aliyê komîteya Navendiya PDK li bakurê Kurdistanê 6 hejmar hat derxistin. "Li Welat" jî ku organa weşaniya nav welat a KUK-SE(Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê) bû 1991an de derket. Dîsa 1991an de kovara "Newroz" hate derxistin. 1991 an de cara yekem di dîroka rojnamegeriya bakurê Kurdistanê de rojnameyekê xwerû bi kurdî bi navê "ROJNAME" hat derxistin. Çi mixabin ev rojname ji aliyê "hin derdoran" hat asteng kirin û tenê hejmareke vê rojnameyê derket. Her wiha 1991an de li Dîyarbakirê kovarekê bi Kurdî-tirkî bi navê "Govend" derket. 1992an de ku ev sal tekoşîna gelê kurd jî û zilma dagirkeran jî gihîşt asta xwe ya herî bilind ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) kovareke bi kurdî (kurmancî û dimilî) hat weşandin û demekê dirêj weşanê xwe domand. Kovarên bi wî rengî tevkarîyek pir mezin dida wêje û çanda kurdî. Kovarên "Newroz ateşî (Agirê Newrozê)", "Ehmedê Xanî", "Serketin", "Yurtsever Gençlik (Ciwaniya Welatparez), "Komel" jî hin kovarên girîn ê wê demê bûn. Kovara "Nûdem" jî 92an de li Swêdê de dest bi weşanê kiribû lê dihat bakurê Kurdistanê jî. Ev kovar di pêşxistina wêjaya kurdî de rolekî ciwan lîst. 1992an de piştî rojnameya "ROJNAME" duyemîn rojnameye xwerû bi kurdî rojnameya "Welat" dest bi weşanê kir. Dîsa 1992an de yekemîn kovara pêkenînî li bakur kovara "Tewlo" derket. Her wiha rojnameya "Azadî" jî 1992an de dest bi weşanê xwe kir. Ev rojname bi kurdî û tirkî bû. 1992an rojnameyekî din "Ozgur Gundem(Rojeva azad)" jî dest bi weşanê kiri bû. Ev rojname jî ji aliyê Dewleta Tirk ve hat asteng kirin, rojnamevanên vê rojnameyê hat kuştin û eşkenece kirin, belavkerên wan jî dihatin kuştin. Rojnameya "Armanc" jî rojnameyeke hêja bû ku 1992an dest bi weşanê kir û di dîroka rojnamegeriya kurdî de cihê xwe girt. Rojnameyên kurdî wê demedê dihatin girtin û bi navêke din weşanên xwe berdewam dikirin. Mînak "Welat" hat girtin bû "Welatê me" (1995), Azadî hat girtin bû "Dengê azadî" (1994), Dengê azadî bû Ronahî, Ronahî bu Hêvî, Hêvî bû Roja Teze, Roja teze jî niha "Dema Nû"ye. Piraniyên kovar û rojnameyên kurdî wek perperikan temen kin bûne. Lewma listeyeke pir dirêj derdikeve holê û em li vir de nikarin derbarê hemûyan de agahî bidin, ev encax bi pirtûkek lêkolînî de dikarê bêne kirin. Piştre bi girtin û zordariyên mezin "Ronahî"(1995), "Hêvî"(1996), "Jiyana Nû"(1995), "Roj"(1995), "Nû roj"(1996), "Yenî Polîtîka(Polîtîkaya Nû)" 1995, "Ozgur Yaşam(Jiyana Azad)"(1996), "Demokrasî"(1996), "Jiyana Rewşen"(1997) gelek kovar û rojname hat derxistin. Wê demêde zordarîyeke pir mezin ser rojnamegeriya kurdî hebu. Dewleta Tirk di hovîtî de sînor nasnedikir. Mînak 1994an de avahiya rojnameya Ozgur ulke hate bombekirin. Lê edî Komara Tirk fêm kiribu ku bi tu avayî nikaribe dengê gelê kurd qut bike. Weşanvaniya kurdî de heta destpêka salên 2000î bi kovar û rojnameyên wekî "Ulkede Gundem", "Stêrka Rizgarî", "PêşeROJ", "Yenîden Newroz", "Jujin", "2000'de yeni Gundem", "Roza", "Zend", "Demokrasiya Nû, "War", "Roja teze", "Gulîstan", "Pêlîn", "Yedîncî Gundem(Rojeva Heftemîn)", "Rojev", Kovara mîzahî Pîne serpêhatiya xwe domand. Her wiha salên 90î de gavek pir mezin vebûna Televîzyona yekemîn a kurdî ku li seranserî Kurdistanê û 80 welatên Cîhanê de weşan dikir MED TV bû. Her çikas wê demêde hin televîzonên kurdî li başurê Kurdistanê hebe jî ne satalytî û netewî bûn. MED TV sala 1994an de dest bi weşane kir û sînorên navbera perçeyên Kurdistanê hinek be jî rakir. Di serîda Tirkîye û dagirkerên din gelek caran bi cureyên curbecur êrîşî MED TV kirin. MED TV 1999an de hat girtin. Başurê Kurdistanê de piştî îlan kirina DEWLETA FEDERAL A KURDISTAN(DFK) wê perçeya Kurdistanê de her çikas ne fermî be jî dewletek serbixwe hat avakirin. Parlemena Kurdistan, Hikumeta Kurdistan, Wezaretên Kurdistan hemû dezgeh, sazî, komale, sendîka, yekîtî, partî bi nasnameya xwe ya Kurdeyatî li gor rêzikên hikumeta Kurdistan li ser karê bûn. Ev azadî tesîra xwe ser çapameniya kurdî jî kir. Destpêka DFK de ji ber astengiyên polîtîk û aborî dezgehên media tunebu. 2-3 katjimêr televîzyonên PDK Û YNK weşan dikir. Organên fermiya Hikumeta Kurdistan tunebun tenê organa Hikumetê rojnameya "Herêm" hebû. Belam başurê Kurdistanê her roj berew pêşkewtin û dewlemend buyîne ve diçu. Ev pêvajo de şerê "birakujî" derbeyek mezin moral û baweriya gelê kurd û pêşketina Kurdistana azad xist. Ji ber ku li Kurdistan azad wekî Kurdistan Bakur "girtin" tune bu lewma jî rewşa rojnamegeriya Kurdistan başur wekî bakur bi girtin, kuştin û ji nû ve vebûnên re ne tijîye. Li Kurdistana başur weşanvanî de profesyonelî pêşket û kovar û rojnameyên curbecur hat derxistin. Kovarên tenduristî, siruştî, wêjeyî, musîkî, çandî, hunerî, wênekeşî, erdnîgarî, zanistî, nuçeyî, werzişî û hwd. Piştî azadiya beşekê Kurdistan başur rojname û kovarên wekî "Alay şoreş", "Baban", "Bûn", "Demokrasî", "Êsta", "Gazî", "Gelawejî Nwê", "Gulan", "Karwan, "Serab", "Serboxoî(oragana Partî Serboxoî Dîmukratî Kurdistan), "Wêran", "Raman", "Rûnakî" dest bi weşanê kiribun. Piştre roj bi roj kovar û rojnameyên nû dest bi weşanê kirin. Ji ber ku hejmarên wan gelekin ezê tenênav û salên wan bidim. Her yek bi serê xwe di pêşxistina çand, huner, muzîk, edebîyat, hestên neteweyî, modernîzasyona Kurdistan, dîplomasî û pêşxistina civaka kurdî de cihêkî girîng girtine. Weşanên ku heta salên 2000î li Kurdistana Başur derketine = Kovara Karwan bo zanistî mirovayetî(1990), Rojnama Alay azadî(1991) Kovara Edebî kirêkar(1991) Rojnama Aborî-Hewlêr-(1992) Bilawkirawey Encûmenî Niştimanî Kurdistan-Hewlêr-(1992) Kovara Alternatif(1993) Rojnama Mafnas(1991) Kovara Newroz-Duhok-(1992) Rojnama Werziş û lawan(1992) Kovara Berhemî bawer(1992) Rojnama Pale-Raniye-(1992) Rojnama Parêzgaran(1992) Kovara Sînema(1992) Kovara Nojdar(1992) Kovara Peyamî wergêr(1992) Kovara Mehabad-Duhok-(1992) Kovara Perîsitan(1993) Kovara Çeleng-Zaxo-(1992) Rojnama Dengê Mirov, Hewlêr Kovara Dengê Zana(1993) Bilawkirawey Dengî kirêkaran(1993) Bilawkirawey dengî zanko-Suleymanî-(1993) Kovara Riwangey cîhan(1992) Rojnama Rizgarî(1993) Rojnama Serhildan-Duhok-, Kovara Kazêwe(1994) Rojnama Emro(1994), Kovara Cemawer-Helebçe-(1994) Kovara Peyv(1995), Rojanama Ayinde(1996) Kovara Ayind(1997) Kovara Bizava pala(1998), Kovara Peyv(1997) Kovara Pêla serbest Bilawkirawey Tekan, Kovara Dengêk(1996) Kovara Dozinewe(1997) Kovara Dengê xondevan-Duhok- Kovara Kildanî-Duhok-(1999) Rojnama Rêgay dîmokrasî(1998) Kovara Nivar-Suleymanî-(1998) Kovara Roşenbîrî kildanî(1999) Kovara Serdem(1999) Kovara Serê rê(2000), Kovara Huner Rojnama Awedanî(1991) Kovara Ezmûn (1991) Kovara azadî-Silêmanî-(1991) Kovara Aborî û komel-Silêmanî-(1992) Kovara Kelepûrî kurd(1992) Rojnama Babe gurgur-Kerkuk-(1991) Kovara Nûxazî(1991) Rojnama Bopêşewe(1992) Rojnama Hewlêr(1992) Kovara Beyan-Kerkuk-1992, Kovara Belên(1992) Kovara Pirone-Kerkuk-(1992) Kovara Senger Bilawkirawey Şepol(1992), Kovara Şebeng(1992), Kovara Şaristaniyet(1992) Rojnama Perlemana Kurdistan(1992) Kovara Meşixel(1992), Kovara Piştgîrî(1992) Rojnama Peyman-Duhok-(1994) Kovara Çermû-Çemçemal-(1992) Bilawkirawey Dengî kirêkaran-Duhok-(1992) Kovara Heng(1993) Kovara Derwaze-Raniye-(1992) KovaraDiwaroj(1994), Rojnama Dahênan Kovara Pênîsans(1993), Rojnama Rêgay Rencderan-Duhok-(1993) Kovara Jîn(1993), Kovara Jîyar-Duhok-(1993) Rojnama Alay Hilbijartin(1994), Kovara Aştî(1994) Kovara Ezmir-Helebça-(1995), Kovara Pêşmerge(1995) Kovara Eşkeft, Kovara Awat û Hêvî(1998) Kovara Avêsta-Duhok-(1998), Rojnama Behra(1998) Belavoka Pale-Duhok-(1998), Kovara Peyrew(1998) Bilawkirawey Taman, Kovara Tûeşûî zanistxiwazan(1998) Kovara Duhok(1997), Kovara Dicle(1998) Kovara Diyalog(1998), Rojnama Dengî qela(1999) Kovara Dengvedan-Zaxo-1997, Belavoka Dengê pîroz(1998) Rojnama Raperîn(1997), Kovara Rêbazî çandî(1998) Kovara Qelay Hewlêr(1998), Kovara Namey akrê-Akrê-(1998) Kovara Hamûn-Koye-(1998), Rojnama Rêberî pêşmerge Bilawkirawey Rojnamenûs(1999) Rojnama Rojnamewanî(2000), Kovara Jîyar-Duhok- Kovara Senterî lêkolînewey sitratîcî(2000) Rojnameya Dilname - Sûriya, Kobanî - (1-12-2010) - www. dilname. wordpress. com. û gelek kovar û rojnameyên din jî heye nivîsandina navên wan zehmete li Kurdistana azad hatîye derxistin. Li Kurdistana rojhilat jî gelek kovar û rojname derketîye. Hinek wana ewin. Rojnama Auyer-Sine-(1997), Kovara Rewandiz-Rewandiz-(1996), Rojnama Şehade... Hin kovar û rojnameyên ku di salên 90-2010 an de li Kurdistana Surîye derketine evin: Kovara Aso (1992), Rojnama Xwendevan(1997), Rojnama Deng(1995), Rojnameya Dêmoqratî, Rojnameya Yekîtî, Rojnameya Dilname - Sûriya : Kobanî - (1-12-2010) - www. dilname. wordpress. com. Rojnamegeriya kurdî ya derveyî welat Gelek kovar û rojnameyên kurdî li derwey Kurdistanê jî derketîye lê çerçoveya ev nivîsê de nînin, çunke ên ku qet nakevin hundirê Kurdistanê zêde sûda wan tuneye. Ez dîsa jî navê hinek wan didim. Rojnama Rêya teze, Erîvan, 1930 Rojnama Kurdistan, Azirbeycan, 1947 Kovara Kurdistan, Îngilistan, 1958 Kovara Kurd, DYA, 1963 Rojnama Bangî Kajîk, Berlîn, 1968 Kovara Pêşmerge, Finland, 1974 Kovara Kolnedan, London, 1976 Rojnama Armanc, Swêd, 1979 Kovara Belavok, Swêd, 1979 Kovara Rizgariya Kurdistan, Swêd, 1979 Rojnama Barzan, DYA, 1981 Kovara Berbang, Swêd, 1982 Kovara Bangî Kurdistan, Hungarya, 1982 Rojnama Berxwedan, Swêd, 1983 Kovara Berbangî Kurdistan, Swêd, 1984 Kovara Helebçe, DYA, 1986 Kovara Berhem, Swêd, 1987 Kovara Bingeh, Frankfurt, 1988 Kovara Peyvînuiê, London, 1991 Kovara Bangî rastî, London, 1991 Kovara Aware, Holenda, 1992 Kovara Dîdar, Swêd, 1992 Kovara Penaberîkurd, Pakistan, 1991 Kovara Kilawrojene, Pakistan, 1991 Kovara Çanda gel, Beyrût, 1991 Kovara Kurd, Kazaxistan, 1992 Kovara Gelavêje, Gurcistan Kovara Roj, Swêd, 1993 Kovara Raperîn, DYA, 1993 Kovara Dengî Gel, DYA û Keneda, 1982 Bilawkirawey Dengî kurd, Finlenda, 1994 Kovara Çira, Swêd, 1995 Kovara Helwest, Swêd, 1995 Kovara Jîndan, Swêd, 1996 Kovara Nûdem Werger, Swêd, 1996 Kovara Rojbaş, Swêd, 1996 Kovara dengubasî Kurdistan, 1996 Kovara Avaşîn, Stokholm, 1996 Kovara Agahdarî, Brusel, 1996 Rojnama Zayele, Darmstadt (Almanya), 1996 Kovara Peyam, London, 1997 Kovara Însîyatîf, Swêd, 1997 Kovara Çiwarçira, Yogoslavya, 1998 Bilawkirawey Awedanî, London, 1998 Kovara Helale, Nürnberg (Almanya), 1998 Kovara Pênûs, Almanya, 1999 Kovara Bîrnebûn. 1997 Swêd Rojnamegerî û mediyaya kurdî ya îroyîn Piştî destpêka salên 2000î wekî hemî Cîhan, Kurdistan jî xwe guhert. Belê Kurdistan hin jî ne serbixwe ye, hin jî ne yekbuyîye. Lê gelê kurd li gel hemu şaşitî û xete yên xwe, niha asta geşepêdan de ye. Tevgera netewiya kurd hêdî hêdî fêrî xwe helsengandine dibe. Teknolojî di leha xalkê kurd de pêşdikeve. kurd nêzî hev dibe. Buyerake li Hewlêr an Qamişlo, Amed an jî Mehabad dikare kurdên hemû perçeyê rake ser piyan. Di vê tiştî de bandora herî mezin bi pêşketina teknolojî û livdarbuna hişmendiya neteweyî gelê Kurde. Jixwe ji ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya kurd ne gengaze. Kêşeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê kurd de bibe egera sar bûyînê. Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê. Bi bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan rojname, bi dehan tv û radyo, bi sedan kovar, bi hezaran jî malper hene. Û heta niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar, belawok û rojnameyên kurdî derketîye. Li Kurdistana Azad wekî GULAN, XAK, SERDEM, RESEN, DUHOK grubên medya jî mewcûde. Çavkanî Bîbliyografî Malmîsanij û Mahmûd Lewendî (1992). Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1992). Öz-Ge, Enqere. Medyaya kurdî
4061
https://ku.wikipedia.org/wiki/Selahed%C3%AEn
Selahedîn
Selahedînê Eyûbî (1138-1193) Parêzgeheke Iraqê: Selahedîn (parêzgeh) Nahiyeyeke Şeqlaweya Hewlêrê (Başûrê Kurdistanê): Selahedîn, Şeqlawe
4066
https://ku.wikipedia.org/wiki/Radyo
Radyo
Radyo, teknolojiyeke ji bo weşandina deng û muzîk ser mesafeyên mezin bi awayeya pêlên elektromagnetîk e. Mijarên têkildar Lîsteya radyoyên kurdî Giredanên derve Teknolojî
4074
https://ku.wikipedia.org/wiki/N%C3%A2z%C4%B1m%20Hikmet%20Ran
Nâzım Hikmet Ran
Nâzım Hikmet Ran, bi kurtî Nâzım Hikmet (z. 15ê kanûna paşîn a 1902, li Tesalonîkiyê, Împeratoriya Osmanî (Yewnanistana îro) - m. 3ê hezîrana 1963, li Moskowê, Sovyet (Rûsyaya îro)), nivîskar û helbestvanê tirk bû ku di 1902an de li bajarê Salonîkiyê (Tesalonîkî) hatiye dinê. Jiyan Gorî Nazim Hikmet bavê wî tirk bû û diya xwe bi eslê xwe alman, polon û gurcî bû. Lê bi rastî bavê xwe lawikê Çerkez Nazim Paşa ye û bi eslê xwe çerkez e. Dayîkê bapîra xwe Hasan Enver Paşa serb bû. Ji ber vê yekê ji malbateke çerkez hat, ew bi xurtî tevlî komên etnîkî yên din bû. Nazım Hikmet di 15ê kanûna paşîn a 1902an de li Selanîkê ji dayik bûye. Helbesta xwe a bi navê Feryad-i Vatan di sala 1913an de nivîsandiye. Nazım Hikmet wek helbestvanekî şoreşger hate naskirin û 15 salan wek penaber derveyî welatê xwe dijiya. Bêguman ev penabertî tesîreke mezin li ser helbestên wî daniye. Ew 13 salan jî di zindanên Tirkiyeyê de maye. Hikmet xwediyê 27 pirtûkan e. Nâzım Hikmet di 3ê hezîrana 1963an de li Moskowê koça xwe ya dawî kiriye. Helbestên wî Jakond ile Sİ-YA-U, 1929 835 Satır, 1929 Varan 3, 1930 1+1=1, 1930 Sesini kaybeden şehir, 1931 Benerci kendini niçin öldürüldü, 1932 Gece gelen telegraf, 1932 Taranta Babu'ya mektuplar, 1935 Simavna kadısı oğlu Şeyh Bedrettin destanı, 1936 Kurtuluş savaşı destanı, 1965/1968/1973 Saat 21-22 şiirler, 1965 Rubaîler, 1966 Dört hapishaneden, 1966 Yeni şiirler, 1966 Son şiirleri, 1970 Tüm eserleri, 1980 Nâzım Hikmet ve seçme şiirleri, 1975 Şanoya Nâzım Hikmet Kafatası, 1932-66 Bir ölü evi yahut Merhumun hanesi, 1932 (Ocak başında, 1966) Unutulan adam, 1935, 1966 Berhemên wî yên piştî mirinê Sabahat, 1965 İnek, 1965 Ocak başında - Yolcu, 1966 Yusuf ile Menofis, 1967 Berhemên wî yên din Kan konuşmaz, roman, 1965 İt ürür kervan yürür, hizir, 1965 Yaşamak güzel şey be kardeşim, roman, 1967,1970 Sevdalı bulut, çîrvanok, 1968 Kemal Tahir'e Mapusaneden mektuplar, 1968 Oğlum, canım evladım, Memedim, name, 1968 Vâ-Nû-lara mektuplar, 1970 Nâzım ile Piraye, name, 1976 Çavkanî Nivîskar Helbestvan Jidayikbûn 1902 Mirin 1963 Şoreşgerên tirk
4078
https://ku.wikipedia.org/wiki/Stokholm
Stokholm
Stokholm (bi swêdî: Stockholm), paytext û bajarê herî mezin ê Swêdê ye û mezintirîn devera bajarî ya Skandînavyayê ye. Li herêma şaredariyê nêzîkî 980.000 kes, li devera bajarî 2,1 milyon û li devera metropolê 2,4 milyon kes li bajêr jiyan dikin. Bajêr li çardeh giravên li Gola Mälarenê (Mälaren) ku diherike Deryaya Baltîk dirêj dibe. Li derveyî bajêr li aliyê rojhilat û li ser peravê, zincîra giravên Komgiravên Stokholmê heye. Navenda bajêr ji Serdema Kevirî ve, di hezarsala 6ê de hatiye cihwarkirin û di sala 1252an de ji hêla dewletmendê swêdî Birger Jarl ve wekî bajarek hatiye damezrandin. Di heman demê de bajêr navenda Parêzgeha Stokholmê ye. Stokholm çend sed salan wekê beşek ji Swêdê paytextiya Fînlendayê kiriye (bi fînî: Tukholma). Stokholm navenda çandî, medyayî, siyasî û aborî ya Swêdê ye. Herêma Stokholmê bi serê xwe ji sêyeka dahata welat pêk tîne û ji aliyê dahata kesane ve bajêr di nav deh herêmên herî pêşîn ên Ewropayê de ye. Stokholm wekî bajarekî alpha-global hatiye diyarkirin ku bajarê herî mezin ê Skandînavyayê ye û navenda sereke ya navendên pargîdaniyê yên li Skandînavyayê ye. Bajar cihê hinek zanîngehên payebilind ên Ewropayê ye ku zaningehên wek Enstîtuya Karolinska (Karolinska Institutet), Dibistana Aboriyê ya Stokholmê (Handelshögskolan i Stockholm), Enstîtuya Teknolojiyê ya KTH (Kungliga Tekniska högskolan) û Zanîngeha Stokholmê li bajêr in. Merasîmên Xelata Nobelê ya salane û şahiyên li bajêr li Salona Konserê ya Stokholmê (Konserthuset) û li avahiya Şaredariya Stokholmê (Stadshuset) tê lidarxistin. Yek ji muzexaneyên herî bi qîmet ê bajêr, Muzexaneya Vasayê (Vasamuseet) ye ku li Skandînavyayê muzeya ne-hunerî ya herî zêde ye ku tê dîtin. Metroya Stokholmê ku di sala 1950an de hatiye vekirin, bi dekora rawestgehên xwe tê zanîn. Metroya Stokholmê wekê dirêjtirîn galeriya hunerî ya cîhanê hatiye binavkirin. Wêne Çavkanî Girêdanên derve Bajarên Swêdê Paytextên Ewropayê Swêd
4079
https://ku.wikipedia.org/wiki/Lic%C3%AA
Licê
Licê (tirkî: Lice) bajar û navçeyeke ji parêzgeha Diyarbekir di Bakurê Kurdistanê de ye. Herêm û gundên Licê Heft herêmên Licê hene. Lê çend gund û cî jî hene ku nakevin nav sînorê van her heft herêman. Wek aliyê rojhilat, rojava û başûrê navenda Licê. Ev gundên weha di nav herêman de, bi serê xwe hatin bi cî kirin. Dimbilyan Qora Berber Sîwan Çiya Dêrxeyd Fîs Pêşêkevir Rojhilat û Sarim Deşta Dadim û Zerê Gundên navçeya Liceyê di sala 1928'an de Herêma Lîcê di dîroka kevn de Licê ji aliyê cî û şaristaniyê ve herêmeke gelek kevn e. Herêmeke stratejîk û çiyayî ye. Şopên mirovên dema şikeftan (neolîtîk) ku 10 hezar berî îro jiyan e li herêma Licê hene. Hîn îro jî mirov li herêmên Biryas, Biriqleyn, Fîs, Hûrê, Sadilkêf, Husênik, Cinezûr, Melê û li derdora gomên Panav û Goma Xicîkan rastî gelek nawis, şikeft û xerabeyan tê. Licî ji şikeftên ku ji kevir hatine kolandin re nawis dibêjin. Li van herêmên ku me navên wan got, kevir wek mal hatine kolandin. Hundirên wan çavî bi çavî ne. Hinek ji wan nawisan du tebeq in û hinek jî di nav hev de xwedî çend beş û ode ne. Xuya ye ku di dema kevir û nêçîrvaniyê de, ev nawis ji aliyê însanan ve hatine kolandin û wek mal bi kar anîne. Ji aliyê dîrokzanan ve hatiye tespîtkirin ku 3.000 berî Mîladê bi navê Sobarî xelkek li herêma jorê Dîclê bi cî bûye. Tê gotin ku Sobarî xelkê herî pêşi ye ku li herêmê bi cî bûye. Piştre navê Hûrî li Sobariyan hatiye kirin. Hûrî ji Zagrosan heta Serhed, Amed, Riha û Sûriyê hukim kirine. Zimanê wan Hînd-Ewropî bûye. Di derheqê Hûriyan de dokumenta nivîskî ev e ku cara pêşî Hûriyan kela (bedena) Amedê çêkirine. Îro jî li ser kevirên kelê yên herî binî bi zimanê Hûrî nivîsên bizmarî hene. Piştre bajêr her ku dest guhartiye, li ser dîwarê Hûriyan dîwarên nû hatine îlawe kirin. Hûrî di herêma Licê de xurt bûne. Navê gundê Hûrê hîn ji wê demê ve maye. Hûrî di nawis û şikeftan de jiyan. Bi zimanê Babîliyan, hûrî navê şikeftê ye. Lê hezar mixabin ku heta niha li herêma Licê li ser van nawis û xerabeyan tu lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Ez weha bawer dikim ku ev nawis bi kêmasî 5.000 berî niha hatine kolandin. Dibe ku ew ji dema Sobarî-Hûriyan ve mabin. Dîsa nêzîkî van gundên bi nawis gelek xerabe hene ku di zemanê berê de ew gund û bajar bûne. Tu kes bi sedemên wêranbûn û cûmbûna wan şaristaniyan nizane. Îhtîmala herî mezin ew e ku bajar û gundên wê demê di erdhejekê de cûm bûne. Tofan û gîtên dijwar bi serê wan re hatine. Dîsa ne dûrî eqil e ku welatên wan di şerên giran û dijwar de hatibin wêran kirin. Bajarekî weha xerabe û cûmbûyî li pişt Licêya kevn, li serê çiyayê Şîro jî heye. Licî ji vî bajarê xerabe re bajarê Şîro dibêjin. Tê gotin ku Şîro komûtan û serokê bajêr bûye. Dîsa li gor gotinên gotinbêjan Şîro komûtanê Merwaniyan bûye. Kes nizane çi bi serê Şîro û bajarê wî hatiye. Gelo ji wir hatine û Licê avakirine? Lê li ser hinek kevirên xerabeyên herêmên Licê wek Zarga Fîsê, Biriqleynê nivîsarên dema Asûrî, Roma û Îskenderê Zirqleynî hene. Nivîsarên li ser şikefta Biriqleynê ji aliyê kralên Asûr Tîglatpîleser-ll an û Salmazerê lll an ve hatine nivîsîn. Tîglatpîleser-ll berî Mîladê di navbera salên 930-950î û Salmazerê lll an jî berî Mîladê di navbera salên 840-860î de hukimdarî kirine. Asuriyan ne ji bajarê Licê re lê ji hemû herêma Licê re Şîrîşa gotine. Piştre dagîrkerên wek Roma, Ecem, Bîzans, Ereb û Tirk hatine herêmê. Lê hezar mixabin wek dîroka Kurdan a giştî dîroka Licê ya nivîskî jî zêde ne diyar û zelal e. Lê tiştek heye ku dîroka Licê ya nivîskî bi ya Entaxê dest pê dike. Entax Li herêma Licê wek bajar ciyê herî kevn û dîrokî yek jê jî Entax e. Di dîrokê de navê wê Atax, Ataq û Hetax derbas dibe. Entax îro gundekî Licê ye. Ew dikeve başûrê rojhilatê Licê û bi qasî 15-20 km yî ji Licê dûr e. Ne awayekî dîrokî û zanyarî lê li gor gotinên bav û kalên liciyan, licî ji Entaxê koçkirine û hatine li ciyê Licêya îroyîn bi cî bûne. Ji ber vê yekê jî tukes nizane kîjan sal û dem ji Entaxê hatine û Licê ya îroyîn avakirine. Lê bi awayekî dîrokî û zanyarî nayê zanîn ku dema Entax sancaxa (qezaya) Farqînê bûye, gelo wê demê rewşa Licê çi bûye. Dibe ku Licê wê demê gund be û bi Entaxê ve girêdayî be. Li ser Licê dokumenta herî kevn a nivîskî ya ku li ser camiya Mezin a Licê ye di sala 1540î hatiye nivîsin, e. Di derheqê Entaxê de du çavkaniyên dîrokî hene: Dîroka Kurdên Merwanî û Şerefname. Li gor dîroka Kurdên Merwanî di navbera salên 985-1086 an de paytextê Dewleta Merwanî Farqîn bûye û Entax jî sancaxa wê bûye. Entax ciyê havîngeh û seyrangeha serokê dewleta Merwniyan bûye. Padîşahên Merwaniyan li Entaxê qesr û qonaxên bedew lêkirine. Di mehên bihar û havînan de çûne li wir kêyf û seyranê, xwarine û vedixwarine, guhdariya saz û stranan kirine. Li govend, reqs û dîlanan temaşe kirine û carnan jî çûne nêçîrê. Mirov dikare bêje ku Entax havîngeh û evîngeha padîşayên Merwaniyan bûye. Nivîskarê pirtûka Dîroka Kurdên Merwanî Îbn el-Ezraq, 990 sal berî îro, li Entaxê behsa serpêhatiyeke padîşah û wezîrên Merwanî dike. Serpêhatî weha ye: ”…Hukimdariya Mumehidîdewle dewam dikir. Şêro jî wezîrê wî bû. Hukimdar ji Şêro gelek bawer dikir. Şêro birêvebiriya hemû karûbarî girtibû destê xwe. Bi navê Înbî Felyus kurekî Şêro hebû. Şêro gelek ji kurê xwe hez dikir û ew kiribû serokê parastinê ya giştî. Lê hukimdarê Merwaniyan Mumehidîdewle ji kurê wî Înbî Fulyas hez nedikir. Ji aliyê din ve hukimdar keleya Hetaxê dabû Şêro. Kela Hetaxê gelek saxlem bû. Axa wê fireh, bi xêr û ber bû. Xwediyê çêrgeheke mezin bû. Edeteke Şêro hebû, di rojên biharê de padîşah dibir wir û herduyan rojên xwe yên biharê li wir derbas dikir. Şêro di wê demê de zîyafet û şahiyên mezin çêdikir. Di bihara 1010 an de, dîsa çûn Hetaxê. Bi roj xwarin, vexwarin, kêfkirin û çûn nêçîrê. Îbnê Felyus ji wan re xwarin û vexwarinên xweş û tehmdar amade kir. Rojên xweş û geş derbas kirin. Şêro ji lawê xwe re emîr dike û dibêje, ku divê çend pêwan (nobedar) bikevin deriyê keleyê bila nehêlin tu mirovên padîşah bikevin hundir. Ew jî dest bi xwarin, vexwarin û şahiyê dikin. Padîşah dixwe, vedixwe û emîr dike û Şêro jî rûne. Lêbelê li pêş padîşah xwar dibe erdê radimîse û dîsa rûnane û her car şûşe tijî dike û pêşkêşî padîşah dike. Padîşah baş mest û serxweş dibe. Pismamên padîşa yek bi yek radibin û Şêro jî wek ku wan bi rê bike, yek bi yek dibe der û her yekê di malekê de hefs dike. Û ew dibêje ku vî karî bi emîrê padîşah kiriye. Heta ku ew kesên meclisê diqedin vê plana xwe weha didomîne. Di dawiyê de ji derî sê stranbêjan tukes li ba padîşa namîne. Yek jê jî bi navê Muşrîk xizmetkarekî padîşahê yê taybetî ye. Şêro dema dibîne ku di rûyê padîşah de şopên serxweşiyê xuya dikin weha dibêje: ”Heger padîşahê min bixwaze raze nivîn amade ne!” Padîşa weha bersiv dide: ”Belê, ez ê razim lê divê ez vê qedexa di destê xwe de jî vala bikim. De were ji bo jîyana min, em bi hev re qedeheke mey vexwin.” Şêro, ” bi ser ser û çavên min” dibêje û bi hev re dest bi vexwarinê dikin. Piştre padîşah radibe û diçe wetaqa xwe û di nav ciyê xwe de dirêj dibe. Xizmetkarê wî yê taybetî jî, lingên wî digire hembêza xwe û miz dide. Wê demê Îbnî Felyus ji Şêro re weha dibêje: ”De haydê tam dema wê ye! Fersend ket destê te.” Şêro jê re weha dibêje: ”Welahî, ji bo vê yekê wijdana min bi min re îtaet nake.” Îbn Felyus bi heyecan û tirs: ”Divê em vî îşî bibin serî an em hemû tên kuştin.” Şêro weha bersiv dide: ”Wele ez nikarim vî karî bikim, dixwazî tu bi xwe bike!” Li ser vê yekê Îbnî Felyus şûrê tazî di dest de û dikeve odeya Padîşah. Dema padîşah ew dibîne bi awayekî sert jê dipirse: ”Di vê saetê de tu ji bo çi hatî vê derê?” Îbnî Felyus dibêje ku ji bo xizmetê hatiye. Padîşa bi awirekî sert: ”Derkeve, here û carekê din jî mewe!” Lê Îbnî Felyus dernakeve. Padîşah bi hêz û heybet ji nav nivînên xwe derdikeve û di hemleyekê de wî davêje erdê û li ser rûdine. Gaziyê Şêro dike ku şûrê wî bîne. Şûrê padîşa tim pê re bûye lê wê demê dibin nivînên wî de maye. Şêro şûrê wî ji bên nivînên wî digire û di nav milên wî de lê dixe. Wê demê padîşah ji Şêro re dibêje: ”Ax Şêro tu bi gotina Îbnî Felyus xapiyayî. Lê bi Xwedê dê tu ji vir û bi şûn ve îflah nebî.” Piştre Şêro bi eskerên ku bawer dike, ji xewê radike û rewşê ji wan re dibêje. Pismam û mirovên padîşah jî davêje zîndanê. Şêro bi kurê xwe Îbnî Felyus ve diçin Farqînê û ew li wir hukimdariya xwe elan dikin.” Çavkanî Bîbliyografî Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934). "Köylerimizin adlari" (1928). Girêdanên derve Pirtûka Licê (Amed Tîgrîs)
4081
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AEnema
Sînema
Sînema, hunera fîlmê. Çavkanî Çand
4089
https://ku.wikipedia.org/wiki/Parastina%20gelek%C3%AE%20%28pirt%C3%BBk%29
Parastina gelekî (pirtûk)
Parastina gelekî pirtûkeke siyasetmedarê kurd Abdullah Öcalan e. Di sala 2004an de derket. Öcalan tê de îktidar, şîdet û dewlet rexne dike û tezên xwe ser civaka demokratîk-ekolojîk eşkere dike. Çavkanî Girêdanên derve Parastina Gelekî di înternetê de (html, dû beş) Pirtûk Abdullah Öcalan
4090
https://ku.wikipedia.org/wiki/WLAN
WLAN
WLAN (wireless local area network) teknolojiyeke ji bo afirandina torên nav komputeran bê kablo e.''' Em Dikarin Pé WLAN'é çi bikin ? Dikarin Tor'a Cîhanî bi afirînî û dosyeyén xwe dikarin bar bikin. Ser Bingeha Tor'a Cîhanî Lehîstoka bilehîzî. Di Kompîtûren Sermase û Serlingde WLAN Kompîturén Serling taybetîyén wireless kû li ser xwe amade dike bi saya wan li Tor a Cîhanî re Té girédan. Lé belé Kompîtûren Sermasede Gelek Caran Bi arîkarîya Qerteki Hundurde WLAN'é re té girédan. Çeşîdén WLAN'é Peer to Peer(P2P) Bridge (Pir) Roaming Teknolojî
4091
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hamburg
Hamburg
Hamburg (elmaniya kevin: Hamborg) bajarekî Almanyayê û di heman demê yek ji 16 Eyeletên federal yê Almanyayê ye. Hamburg li paş Berlînê duyem mezintirîn bajarê Almanyayê ye. Di sala 2008'a de 1,7 milyon mirov li Hamburgê dijiyan. Galerî Girêdanên derve ! Herêmên Almanyayê Bajarên Almanyayê
4092
https://ku.wikipedia.org/wiki/Frankfurt
Frankfurt
Frankfurt bajarekî Almanya ye û mezintirîn bajarê eyaleta Hessenê ye. Frankfurt weke navenda bazirganiyê û bankayên Almanya tê naskirin. Navenda Bankaya Navendî ya Ewropayê jî li Frankfurtê ye. Bi 659.000 rûniştvanên xwe ev bajar li paş Berlinê, Hamburgê, Münchenê û Kölnê pêncemîn mezintirîn bajarê Almanya ye. Galerî Girêdanên derve Hessen Bajarên Almanyayê
4095
https://ku.wikipedia.org/wiki/Muzeya%20Arkeolojiy%C3%AA%20ya%20Amed%C3%AA
Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê
Di Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê bi giştî berhemên ji zemanê Hîtît, Asûr, Roma, Bîzans, Ertuq, Aqoyun û Osmaniyan ku li Diyarbekir û hawirdora wê hatine dîtin têde têne nîşandan. Her wiha die vê muzeyê de berhemên heyamên neolîtik jî peyda dibin û ji 10.000î zêdetir berhemên arkeolojîk û etnografîk têde hene. Di salên 2008-2009'an de Muzeya Arkeolojiyê ya Amedê girtî ye. Muze Cihên dîrokî Amed
4098
https://ku.wikipedia.org/wiki/Minareya%20%C3%87arling
Minareya Çarling
Minareya Çarling minareyeke bi nav û deng li Amedê ye. Minareya Mizgefta Şêx Matar (Şêx Muteher) ji abîdeyên balkêş e ku di 1500'î de ji aliyê Qasim Xanê Aqoyunî ve hatiye çêkirin ku ev minare li ser çar stûnên yekpare kevir hatiyê danîn. Pêşangeh Çavkanî Amed Cihên dîrokî
4100
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%BBra%20Amed%C3%AA
Sûra Amedê
Sûra Amedê yan jî Keleha Amedê, qeleheke dîrokî ye ku di sala 297an a de li navçeya Sûr a Amedê ya îro ji aliyê romayiyan ve avabûna kelehê hatiye destpêkirin. Sûra Amedê bi dirêjahiya 5,5 kîlomêtreyê yek ji dîwarên herî kevnê cîhanê ya xweparastinê ye. Dîwarê Sura Amedê bi bilindahiya 10–12 mêtre bilind e û sturiya dîwarê jî 3–5 mêtre stûr e. Sûra Amedê di roja îro de ji bo dîtinê li Amedê yek ji cihên herî sereke ye. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û awayên ku lu rûyê keviran hatin e niqartin re niha kîtbeyên 12e şaristaniyan têne xwendin. Dîroka avakirin despêkê ya kelheyê nayê zanîn. Tê pêşbînîkirin ku di sala 349ê de ji aliyê împeratorê Romayî Konstantînê I ve yekemîn car hatiyê firehkirin û hinek deverên wî hatine nukirin. Çar deriyên sereke yên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hin deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û bi awayê masîmertalek de dor li bajarê kevin dipêçe. Bilindiya dîwarên kelehê 12e mêtre ye. Dîwarên Sûra Amedê ji 3 mêtreya heta 5 mêtre yê fireh dibe û 82 birc li Sûrê hatine avakirin. Ji ber Erdhejê Pazarcixê ya sala 2023an bircên Sûra Amedê û hinek beşên dîwarên Sûra Amedê hilweşiyan. Hatiye ragihandin ev beşên ku hatine hilweşandin di asta restorekirinê de bûn û di rojê pêşerojê de dihatin restorekirin. UNESCOyê di derbarê hilweşandina avaniyên dîrokî ku di zirarê dîtine da zanîn ku ewê envantera cihên dîrokî û çandî derxin û ji bo restorasyonên cihên dîrokî di demeke kurt de dest bi xebatan bikin. Dîrok Sûr yan jî Kelhe ya Amedê di serdema Romayiyan de hatiye avakirin. Bikaranîn û ji nû ve avakirin, di nav wan de sûrên bajarê Amedê hene ku dirêjiya wan digihêje 53 mêtreyan. Di dîwaran de bi qasî 63 nivîsên ji serdemên dîrokî yên cuda hene ku bermahiyên Hûrî, Med, Rûm, Sasanî, Bîzans, Merwanî û Eyûbî hene. Di 4ê tîrmeha sala 2015an de UNESCO'yê keleh û Baxçeyê Çandî ya Hevselê beşdarî Lîsteya Kelepora Cîhanê kir. Kela hundirîn Dîroka Kela Hundirîn a ku li aliyê bakurê rojhilan ê sûrên Amedê hatiye bicihkirin bi îhtimaleke mezin digihêje dema gelê Hûrî-Mîtanî (B.Z. 4-3 hezar) ku gelê pêşîn e ku li vê herêmê bi cih û war bûye. Kela Hundirîn piştî ku sûrên bajêr ji hêla Romayiyan ve hatin çêkirin, bû xwediyê cihekî taybet û her tim wekî navenda rêveberiyê hate bikaranîn. Sûrên pêşîn ên ku Kela Hundirîn dorpêç dikirin û di Kembera Artûqiyan a niha re derbas dibûn, paşê xera bûne. Siltan Silêmanê Qanûnî 16 birc û du avahî lê zêde kirine û Ava Hamravat jî aniyê wir. Çar deriyên Kela Hundirîn ên bi navê Deriyê Serayê, Deriyê Kupelî, Deriyê Fetîh û Deriyê Orgûn hene. Di nav Kela Hundirîn de avahiyên giranbuha hene. Mizgefta Kelayê (Mizgefta Hz. Suleyman, Mizgefta Nasiriye), Kaniya Bişêr, Kembera Artûqiyan, Girê Wêran, Seraya Artûqiyan û Dêra Saint George çend heb van cihan in. Bircên kelehê Li ser sûran çargoşeyî, pirgoşeyî û bi şeklê gilover bi giştî 82 birc hene. Li aliyê ku li Geliyê Dîcleyê û Ben û Senê dinêre, ji ber ku parastina wê hêsantir e, birc kêm in û çargoşeyî ne. Li eniya Deriyê Çiyê û Deriyê Rihayê, ji ber ku ji êrîşên neyaran re vekirî ye, hejmara bircan zêdetir e û şeklê bircên li vê derê jî gilover e. Bircên ku di dema Artûqiyan de hatine çêkirin bi mezinahî û nexşên li serê ji bircên din cudatir in. Birc bi giranî du tebeqeyî, hinek jî sê-çar tebeqeyî ne. Qatên jêrîn wekî depo û embar, tebeqeyên jorîn jî bi armancên leşkerî hatine bikaranîn. Di nav van 82 bircan de ji ber mezinahî û nexşên xwe, bircên wekî Bedena Mezin (Ben û Sen), Birca Heft Birayan, Birca Bizinan, Nûr, Birca Findiqan, Merwanî, Qîza Qirêl û Dûpişk zêdetir tenê nasîn. Birca Bedena Mezin Birca Bedena Mezin an jî Birca Ben û Sen (tr.:Ulu Beden an Evli Beden Burcu) li aliyê başûr ên sûran e. Birc di sala 1208'an de li ser navê hikûmdarê Artûqiyan Melîk Salih ji hêla Îbrahimê Kurê Mîmar Cafer hatiye çêkirin. Bircên Bedena Mezin û Heft Birayan (ku wekî bircekê têne hesibandin) bi avahîsaziya xwe ya sîlindiriîk, bi kitabeya ku wan dorpêç dike, bi nîgarên eyloyê duserî, şêrê bibask gelekî bi heybet, bi plansazî û xemlên xwe gelekî dişibin hev. Li gorî efsaneyê: Hikûmdarê wê demê pêşbaziyekê li dar dixe. Fermanê dide ku li şûna van her du bircan, du bircên pir bilind û qewîn ên ku plana wan bi destên wî hatiye xêzkirin, bên avakirin. Li bajêr bi tenê du kes dikarin vî karî bikin. Yek ji wan hosta ye, yek jî qelfeyê wî ye. Xewn û daxwaza hosta ev e ku hostatiya xwe careke din nîşan bide, xewn û daxwaza qelfe jî ew e ku di hostatiyê ji hostayê xwe bibore. Hosta Birca Heft Birayan, qelfe jî Birca Bilind lêdike. Di encama kar de hikûmdar birca qelfe hîn zêde diecibîne. Hosta bi vê yekê gelekî bi ber xwe dikeve û ji ser bircê xwe davêje xwarê. Birca Heft Birayan Li gorî efsaneyekî din: Dijminan bajar dorpêç kiriye, piştî şerê ku bi rojan dewam kiriye, ji bilî birca ku heft birayan parastina wê dikir, bajar ketiye destê neyaran. Keyê neyaran ji bo lihevkirinê, qasidekî dişînin cem heft birayan. Heft bira ji qasid re mercên teslîmbûna xwe dibêjin. Li gorî van mercan di dema teslîmbûnê de dê key û fermandar werin, dema ku ew teslîm bûn dê wan efû bike. Qiran wan mercan dipejirîne û tevî fermandarên xwe diçe nav bircê. Çawa ku key û fermandar dikevin nav bircê, teqînek pêk tê. Ji ber ku heft birayan agir bi depoya barûdê daye, ew teqandiye. Bi teqînê re key, fermandarên wî û heft bira dimirin. Bajar rizgar dibe. Birca Bizinan Birca Bizinan li rojhilatê Deriyê Mêrdînê, li ser zinarekî tiraştî ye mezin hatiye bicihkirin. Birca herî kevn û herî mezin a li ser sûran e. Dîroka çêkirina wê bi awayekî teqeez nayê zanîn, lê belê li ser wê nivîseke ku dibêje, di sala 1223'yan ji hêla Merwaniyan ve hatiye tamîrkirin heye. Wisa tê bawerkirin ku ev birca 11 kemberî demekê wekî perestgeh jî hatiye bikaranîn. Mijarên têkildar Xançepek Sûr, Amed Çavkanî Girêdanên derve Sûr Amed Mezopotamya Împeratoriya Romê Cihên dîrokî Kelepora Cîhanê li Kurdistanê Kelepora Cîhanê li Tirkiyeyê
4102
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koendama%20henasey%C3%AA
Koendama henaseyê
Pêdiviya hemû xaneyên me bi enerjiya ATPyê heye. ATP(Adenozîna sê fosfatî) di nav xaneyê de ji xurekên herisbûyî tê bi destxistin. Lê ji boy destxistina ATPyê, divê xurek bi gaza oksîjenê ve bikeve reaksiyonê. Loma li gel xurekan, divê hertim bi têra xwe oksîjen jî di xaneyê de hebe. Gava oksîjen xurekan têkdişkîne boy ATPyê, gaza karbona dîoksîd jî peyda dibe, lê ev gaz, gazek ziyanbexş e ji boy xane û şaneyên mirov, divê bi demildest ji laşê mirov bê dûrxistin. Bi xebata koendama henaseyê oksîjen û karbona dioksîd di navbera hewa û xaneyên laş de tê alûgorkirin. Ango bi henasegirtinê oksîjen ji hewayê dikeve nav laş, bi henasedayînê, karbona dîoksîd ji laş ber bi hewayê tê dûrxistin. Di laşê mirov de du cor henasedan rû dide, henasedana derve û henasedana navî. Di navbera hewa û xwînê de alûgora gazan wekî henasedana derve tê bi navkirin. Henasedana derve bi navbeynkariya coga henaseyê, di pişikan de rû dide. Di navbera xwîn û xaneyên laş de alûgora gazan jî wekî henasedana navî bi nav dibe. Henasedana navî bi navbeynkariya koendama dilelûleyê pêk tê. Coga henaseyê Coga henaseyê beşek ji kondama henaseyê ye. Erka coga henaseyê, guhaztin û alûgorkirina gazan a li navbera hewa û koendama dilelûleyê ye. Coga henaseyê ji difin û devê mirov dest pê dike hetanî pişikan dirêj dibe, di kotahiya coga henaseyê de sikildanokên hewayê heye. Rûyê navî ya coga henaseyê bi rûkeşexaneyan ve dapoşî ye. Di nav rûkeşexaneyan de hin xaneyên derdanî hene, navê van rûkeşexaneyan “xaneyên goblet” e. Xaneyên goblet lîncemade(bi îngilîzî: mucus) der dide. Rûkeşexaneyên difnekelên, borrîhewa û liqê borrihewa xaneyên kûlkdar(bi îngilîzî: ciliated cell) lixwe digirin. Qirrik, borrîhewa û liqê borrîhewa pêkhateyên kirkiragî ne. Li gor cihên pêkhate û endaman, coga henaseyê dabeş dibe du beşan. Jorê coga henaseyê Difinekelên, gewrî û qirrik wekî beşa jorê ya coga henaseyê tê bi navkirin. Xwarê coga henaseyê Borrîhewa, liqê borrîhewa û pişik jî wekî beşa xwarê ya coga henaseyê tê bi navkirin. Pişik, borrîkehewa û sikildanokên hewayê lixwe digire. Difin Difin endamê henaseyê û endamê hesta bêhngirtinê ye. Difin deriyê serekî ye ji boy henasegirtinê. Hewa ji herdu kunên pêşî yê difinê dikeve hundirê difin. Herdu kunên difinê bi dîwarek kirkiragî ya bi navê septum, ji hev cuda dibin. Septuma kirkiragî bi hestiyêkî difinê ya bi navê vomer ve yek dibe û difinekelênê dike du beş, beşa çepê û a rastê. Rûyê hundirî yê kunên difin, bi lîncemade û mû dapoşrav e. Hewa ji derve bi navbeynkariya kunên difinê derbasî difinekelênê dibe. Difinekelên ne pêkhteyek girtî ye. Ji aliyê pêşî ve bi kunen pêşî, ango bi kunên difinê, ji alîye paş ve bi kunenên hundir ve girêdayî ye. Kunên hundir hewaya nav difnekelênê arasteyê qirriq dikin. Li ser dîwarê difnekelênê de sê cot hestiyên tenik, ên ko dişibin qalika sedefê (mîdye)heye, navê van hestiyan wekî konka(bi îngilîzî: concha) tê bi navkirn. Konka rûyê difnekelênê firehtir dike. Herwiha hewayê ji derve tê, gava rastê konkayan tê, serûbin dibe û belavî nav difnekelênê dibe, bi vî awayê karê henasedanê hêsantir dibe. Rûyê difinekelênê û konkayan bi rûkeşexaneyên kûlkdar (bi îngilîzî:ciliated epithelial cells) û lîncemade dapoşî ye. Rûkeşexaneyên kûlkdar, xaneyên derdanî lixwe digirin. Navê van xaneyan, xaneyên goblet e. Xaneyên goblet madeya lînc der dide. Hewayê henasegirtinê di nav difin û difinekelênê de tê parzûnkirin, paqijkirin, germkirin û şêdarkirin. Bi vî awayê egera tûşbûna borrîhewa û pişikan a bi hokarên nexweşiyê, kêm dibe, guhaztin û alûgora gazên nav hewayê hêsantir dibe. Gava hewa ji kunên difinê derbasê hundir dibe, rastê mûyên difinê tê. Ji ber gurrahiya mûyan û hebûna lîncemadeyê, hewa li vir tê parzûnkirin û paqijkirin. Di bin linceperdeya difnekelenê de jêrelinceperde heye, jêrelînceperde gellek zêde mûlûleyên xwînê lixwe digire. Gava hewa di nav difin de derbas dibe, ji ber cudahiya germahî ya navbera laş û hewayê, di navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina tînê dest pê dike. Heke hewa sar be, ji xwînê tîn diherike nav hewayê û hewa germ dibe, na heke hewa germ be, vê gavê ji hewayê tîn diherike nav xwînê û hewa hênik dibe. Hin caran dibe ko hewayê henasedangirtinê pîçek zuha be. Hewayê zuha gava li ser lînceperdeyê de ber bi qirrikê ve xiş dibe, ji lînceperdeyê molekûlên avê tevlê hewayê dibin û hewayê nav difin şêdar dikin. Gerdên (molekul) bêhndar bi hewayê henasegirtinê dikeve nav difin, di nav lînca difinê de dihele û ji aliyê hestewergiran wekî kartêker tên girtin û ber bi mejî ve tên şandin, boy peydabûna hesta bêhngirtinê. Loma dive difinekelên hertim şil be û bi lîncemadeyê dapoşî be ko bêhna molekûlan bên girtin. Qirrik Qirrik an jî zengilok beşa serî ya borrîhewa ye, gewriyê bi borrîhewayê ve girê dide. Bi henasegirtinê hewa ji difin û dev de arasteyê gewrî dibe. Gewrî ji boy xurek û hewayê coga hevbeş e. Ango serê soriçik û borrîhewayê di gewriyê de digihîjin hev. Qirrik ji neh heb kirkiragên bi şêweya lûleyî rêzbûyî pêk tê. Riya qirrik û borrîhewayê ji ber desteka kirkiragan hertim vekirî ye. Li qirrikê de kirkiragê tîroîdê, yê herî gewre ye, niçikek ji beşa pêşî ya kirkiraga tîroîdê dirêj dibe. ew niçik wekî sevê Adem tê bi navkirin. Sevê Adem ê qirrika zilaman ji ya jinan gewretir e. Li ser devê qirrikê, bi kirkiragê tîroîde ve girêdayî, kirkiragek heye bi şeweyî kevçî, navê wî zimanê kirkiragî ye. Zimanê kirkiragî, ji xeynî dema daqurtîna xwarin û vewxarinê, ji serê qirrikê dûr e. Ango coga henaseyê ji bilî dema daqurtina xurekan, hertim vekiriye. Rûyê navî yê qirrikê bi rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet dapoşî ye. Dengê mirov di qirrikê de peyda dibe, loma navê qirrikê wekî sindoqa dengê (voice box) jî tê zanîn. Beşa qirrikê ya deng peyda dike wekî zengîlok( bi îngilîzî:glottis) bi nav dibe. Borrîhewa Borrîhewa, trake, zengilor an jî kirkirog, borriyek kirkiragî ye, di navbera pişik û qirrikê de hewaye henaseyê diguhezîne. Hewa, ji qirrikê derbasî borrîhewayê dibe. Borrîhewa li pêş soriçikê, ji qirrikê dirêjê sîngekelênê dibe. Pêşî û kelekên borrîhewa kirkiragdar e, paşiya borrihewayê bê kirkirag e û bi soriçikê ve girêdayî ye. borrîhewa 16 heta 20 kirkiragên netemam, yên bi şêweya pîta C lixwe digire. Rûyê navî ya borrîhewayê bi lîncemade dapoşî ye. Di binê lîncemadeyê de çîna rûkeşaşane ya rûkeşexaneyên kûlkdar û xaneyên goblet heye. Xaneyên goblet lîncemade der dide. Xaneyên kûlkdar madeyên biyanî yên ko ligel hewayê henasegirtinê ketiye nav coga borrihewayê, ber bi qirrik û gewriyê pal dide. Di sîngekelênê de borrîhewa dabeşî du liqa dibe, van liqên ziravtir, wekî yekemîn liqê borrîhewayê bi nav dibe. Her yekê ji yekemîn liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek. Paşê yekemîn liqên borrîhewa jî di nav pişikan de dabeşê liqan dibin, bi vî awayê, liqên borihewayên hê ziravtir peyda dibe. Ev liqên zirav jî wekî duyemîn liqê borrîhewayê tê bi navkirin. Liqê borrîhewa jî wekî mîna borrîhewayê, kirkirag lixwe digire û rûyê liqê borrîhewa bi rûkeşxneyên kûlkdar û lîncemade dapoşî ye. Di nav pişikan de dabeşbûna liqê borrîhewayê didome, heta ko cogên pir zirav peyda bibe, ev cogên herî ziravtir wekî borrîkêhewa tê bi navkirin. Kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê heye. Pişik(Sî) Pişik, sî, an jî sîh endama bingehin a koendama henasê ye. Alûgorkirina gazan di navbera xwînê û hewaya derve, di nav pişikan de rû dide. Cotek pişikên mirov heye, di nav sîngekelênê de. Dilê mirov di navbera herdu pişikan, nezikê pişika çepê de cih digire. Loma pişika çepê ji ya rastê piçûktir e. Pişka rastê sê pil, pişka çepê du pil e. Dora pişikan bi perasûyan û navpençikê dagirtî ye. Pişik pêkhateyek nerm e, dişibe îsfencê û hertim bi hewayê tijî ye. Pişik rasterast bi sîngekelênê ve giridayî nin in, derveyê pişikan bi perdeya pilûr ve dapoşî ye. Perdeya pilûr ji du çînan pêk tê. Çînek pilûrê bi pişikan ve, çîna din jî bi diwarê sîngekelên û navpençikê ve girêdayî ye. Valahiya navbera çînên pilûrê, wekî kelêna pilûr bi nav dibe. Xaneyên pilûrê şileyek der dide nav kelênê, ev şile di navbera pişik û derûdora pişikan de lêkxişandinê kêm dike. Di nav pişikê de liqê borrîhewayê borrîkehewayê û sikildanokên hewayê hene. Dîwarê liqê borrîhewa yên stûr, kirkiragî ye, lê yê borrîkehewayan bêkirkiragin. Ji ber hebûna borrîkehewa û sikildanokan rûyê navî yên pişikan bi qasî 70 m2 fireh dibe. Ev rûyê fireh alûgora gazan hêsantir dike. Guhaztin û alugorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera xwîn û hewayê de, karê sereke yê pişikan e . Xwîna kêmoksîjenî, bi navbeynkariya xwînber û xwînberokên pişikê, ji dil digihîje sikildanokan. Xwîna têroksîjenî jî ji pişikan bi rêya xwînhênerok û xwînhênerên pişikê ber bi dil ve tê guhaztin. Pişik ne bi tena serê xwe, lê bi alîkariya navpençik û masûlkeyên parsûyan, guhaztin û alûgorkirina gazan dike. Navpençik Navpençik pêkhateyek masûlkî yê bi şeweya qubbe ye. Navpençik di nav sîngekelên û zikekelênê de cih digire. Rûyê qoqiz li aliyê sîngekelênêde, rûyê çal jî li aliyê zikekelênê de dimîne. Navpençik ji masûlkeyên peyker(peykeremasûlkê) pêk tê. Girjbûn û xavbûna navpençikê xwenewîst e. Li gel peykeremasûlkeyan, navpençik jêyek navendî lixwe digire. Dema masûlkeyên navpençikê xav in, jêyê navendî ber bi jor ve qoqiz e, û di asta birrbireyê sîngê yê 8emîn e. Gava masûlkeyên navpençikê girj dibin, îcar navpençik ber bi jêr ve dilive, masûlkeyên navpençikê jêya navendiyê heta asta birrbirreyê sîngê yê 9emîn dikişîne, bi vî awayê navpençik piçek pahn dibe û qoqiziya wê kêm dibe. Bi vî awayê sîngekelên fireh dibe. Zêdebûna qebareya sîngekelênê dibe sedema kêmbûna pestoya hewayê nav pişikan. Asta pestoya hewayê pişikan ji pestoya hewayê derve nizimtir dibe, loma hewa ji derve ber bi pişikan ve diherike. Ango henasegirtin rû dide. Bi xavbûna masûlkeyên navpençikê, jêyê navîn ê navpençikê ber bi jor ve hildikişe, Ji ber rûyê qoqiz a navpençikê, qebareya sîngekelenê kêm dibe, pestoya nav pişikan zêde dibe. Bi vî awayê hewa ji pişikan ber bi derve diherike, ango henasedayîn rû dide. Sikildanokê hewayê Li kotahiya borrîkehewayê de kîsikên piçûk heye, ev pekhateyan wekî sikildanokên hewayê tê bi navkirin. Alûgora gazan a di navbera hewa û xwînê, di nav sikildanokên hewayê de rû dide. Bi şaxdayina borrîkênhewayê, cogên sikildanokan peyda dibe. Sikildanokên hewayê li devê cogê de wekî mîna gûşiya tirî girêdayî ne. Gûşiya sikildanokên hewayê wekî kîsikê sikildanokê tê bi navkirin. Kîsikê sikildanokê ji 20 heta 30 sikildanokên hewayê pêk tê. Di herdu pişikên mirov de bi qasî 300 mîlyon sikildanokê hewayê heye. Ji ber hebûna sikildanokên hewayê, pêkhateya pişikan dişibe îsfencê(lûfik).Sikildanokên hewayê bi tora mûlûleyên xwînê dorgirtî ne. Dîwarên mûlûleyên xwînê ji çînek xaneyên rûkeş(rûkeşexane) pêk tê, ango pir tenik e. Dîwarê sikildanok û lûleyên xwînê, rasterast temasê hev dikin. Ev herdu dîwar bi hev re wekî “perdeya henaseyê” tê bi navkirin. Tora mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan, xwîna xwe ji xwînberok û xwînhênerokên pişik digirin. Xwîna nav xwînberokên pişikê kêmoksîjenî ye. Dema mirov henase digire, sikildanok dibin sikildanokên piroksîjenî. Ango xestiya oksîjena nav sikildanokên hewayê, ji ya xwînê zêdetir dibe, loma oksîjen ji kîsikê sikildanokan derbasî nav xwîna mûlûleyan dibe. Herwisa di nav mûlûleyên xwînê de xestiya karbona dîoksîde ji ya hewa ya nav kîsikê sikildanokan zêdetir e, loma karbona dîoksîd ji xwînê derbasî nav kîsikê sikildanokan dibe. Bi vê awayê asta rêjeya oksîjena nav mûlûleyên xwînê zêde dibe, karbona dîoksîda wê jî kêm dibe. Mekanîzmaya henasedanê Peyva henasedan, ji boy karê alûgora gazan a navbera xaneyên laş û hawîrdorê tê bi karanîn. Henasedan ji du gavên sereke pêk tê. Gava yekem girtina hewayê boy pişikan an jî dûrxistina hewayê ji pişikan e. Gava duyem jî, alûgorkirina gazan e. Navbera xwîn û hewayê de alûgorkirina gazan, di pişikê de, di nav sikildanokên hewayê de rû dide.Kiryara livîna hewayê bo nav pişik û derçûna wê ya ji pişik boy derve, wekî mekanîzmaya henasedanê tê bi navkirin. Mekanîzmaya henasedanê du cor e; henase wergirtin û henasedayîn. Ji derve bi navbeynkariya dev û difin, ber bi pişikan ve çûyina hewayê wekî henase wergirtin bi nav dibe. Herwisa ji pişikan derkirina hewayê jî wekî henasedayîn tê bi navkirin. Henasewergirtin Masûlkeyên navbera parsû yên derve, girj dibin, qefesa sîngê ber bi jor û pêş ve bilind dibe û fireh dibe. Di heman demê de, navpençik jî girj dibe. Navpençika negirjbûyî ber bi sîngekelêne ve qoqiz e, bi girjbûna masûlkeyan, navpençika qoqiz ber bi zikekelênê ve tê paldan û pahn dibe. Bi vî awayê sîngekelên dirêj dibe û fireh dibe. Ji ber ko pişik bi dîwarê sîngekelenê ve zeliqi yê, pişik jî fireh dibin. Ji ber firehbûna sîngekelenê, pestoya nav sîngekelenê û pişikan ji pestoya atmosferê kêmtir dibe. Hewa ji hêla pestoya bilind (ji amosferê ) ber bi cihê pestoya nizim ve diherrike û pişik bi hewayê tijî dibin. Ev rewş wekî henasewergirtin bi nav dibe. Henasedayîn Xavbûna navpençik û masûlkeyên navbera parsû yên derve, qonaxa henasedayînê dide destpêkirin. Gava navpençik xav dibe, ber bi sîngekelêne ve bilind dibe, ji ber qoqiziya navpençikê, qebareya sîngekelenê kêm dibe. Herwisa di heman demê de masûlkeyên navbera parsû yên derve jî xav dibin. Bi xavbûna masûlkeyan qefesa sîngê ber bi jêr ve dilive û qebareya sîngekelênê kêm dibe, sîngekelên zorê dide ser pişikan loma qebareya pişikan jî kêm dike. Ji ber kêmbûna qebareyê, pestoya hewa ya nav pişikan ji atmosferê zêdetir dibe. Wek encam, henasedayîn rû dide. Rêkxistina henasedanê Henasedan ji aliyê koendama demarê ve bi awayek demarî, herwisa ji aliyê kîmîkewergiran jî bi awayek kîmyayî tê kontrolkirin. Hejmara henasedanê ya di dirêjiya xulekek de, rêjeya henasedanê diyar dike. Rêjeya henasedana zarokan ji ya mirovên têgihîştî bilintir e. Ji xeynî dema mirov xebatên giran dike, rêjeya henasedanê ya asayî ya mirovê têgihîştî 12-15 henesadan/xulek e. Di heman rewşê de rêjeya henasedana zarokek 10 salî 18-30 henasedan/xulek e. Rêkxistina demarî ya henasedanê Ahenga henasedanê ji aliyê navenda rêkxistina henasedanê ve tê kontrolkirin. Navenda rêkxistina henasedanê di lakêşemejî(mejiyê lakêşe)û pirikê de cih digire. Lakêşemejî (bi latînî:medulla oblongata), pirik(bi latînî:pons) beşên qedê demax e (bi îngilîzî:brain stem). Ji navenda rêkxistina henasedanê bi awayek rêzikî, bi navbeynkariya demarên ragihandinê, sînyal tên şandin ji boy masûlkeyên parsû û navpençikê. Şandin û rawestandina sînyalan ji aliyê sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ve tê kontrolkirin. Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê Rêkxistina kîmyayî ya henasedanê bi navbeynkariya kîmîkewergiran(bi îngilîzî:chemoreceptors) pêk tê. Li ser diwarê kewanê şahxwînberê de, di nav şileya mejî û di nav şileya striyekelênê (bi îngilîzî: spinal canal) de kîmîkewergir hene ji boy rêkxistina henasedanê. Hekê di laş de rêjeya karbona dioksîdê zêde bibe, kîmîkewergir pê dihesin û navenda rêkxistina henasedanê agahdar dikin. Bi hîşarkirina kîmîwergiran, rêje û kurahiya henasedanê tê zêdekirin. Dema xestiya karbona dioksîda nav laş û xwînê zêde dibe, di heman demê de pHa hawirdorê jî dadikeve. Daketina pHa xwînê jî kartêkirin e ji boy kîmîkewergiran. Alûgorkirina gazan Armanca serekî ji boy henasedanê ew ko, oksîjena atmosferê bigihîjîne hemû xane û şaneyên laş û di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ji laş dûr bixe. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike û têkiliya wê ya rasterast bi atmosfer û xaneyan nîn e. Loma ji boy guhaztina gazan, divê pêşî, oksîjen an jî karbona dîoksîdê bikeve nav xwînê, paşê bi herikîna xwînê xwe bigihîne xaneyan an jî pişikan. Gazên henasedanê, ango oksîjen û karbona dîoksîda nav xwînê, li du cihan de tên alûgorkirin.(ango beramber cih diguherînin). Alûgorkirina yekem di navbera sikildanokên hewayê û xwînê de rû dide. A duyem jî di navbera xwînê û xaneyên laş de pêk tê. Atmosfer gîraweya gazî ye. Her gazek gîraweyê dibe sedema peydabûna pestoyê. Pestoya gazek a nav gîraweya gazî de wekî pestoya qismî tê bi navkirin. Pestoya atmosferê, ji tevahiya pestoya qismî ya gazên atmosferê peyda dibe. Ango pestoya atmosferê(Patm) = PO2 +PCO2 +PN2 + PH2O = 760 mm Hg ye. Ji ber ko xestiya gazên atmosferê ne wekhev e, pestoya ji aliyê wan gazan ve tê peydakirin jî ne yeksan e. Ango her gazek li gor xestiya xwe pestoya qismî peyda dike. Gaz ji hêla pestoya bilind ber bi hêla pestoya nizm ve belav dibin. Asta pestoya qismî ya gazên henasedanê li tevahiya şaneyên laş de ne yeksan e. Pestoya qismî ya oksîjenê li hinek deverên laş de bilind ê lê bi gelemperî di nav xaneyan de gellek nizm e. Cudahiya asta pestoya qismî rê li ber alûgorkirina gazan ve dike. Gazên henasedanê ji hêla pestoya qismî ya bilind, ber bi hêla pestoya qismî ya nizm ve belav dibin ev rewş wekî belavbûnî (bi îngilîzî: diffusion) tê binavkirin. Henasedana derve Kiryarê alûgorkirina hewayê ya navbera laş û atmosferê, di sikildanokên hewayê de rû dide. Di navbera sikildanokên hewayê û mûlûleyên xwînê de alûgorkirina gazan wekî henasedana derve bi nav dibe . Dîwarê sikildanokên hewayê ji çînek xane pêk tê. Ev çîna tenik a sikildanokên hewayê, ji aliyê derve, bi mûlûleyên xwînê ve dorgirtî ye. Dîwarê mûlûleyên xwînê jî ji çînek xane pêk tê. Ango oksîjena di nav sikildanokên hewayê ji xwînê bi qasî stûriya du xaneyan dûr e. Pêkhate û rêjeya hewayê nav sikildanokan neguherbar e û ji ya atmosferê cuda ye. Ji ber hebûna hilma avê, di nav sikildanokên hewayê de pestoya qismî ya oksîjen û nîtrocenê dadikeve. Lê pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan ji ya nav atmosferê bilindtir e. - PO2= 100 mm Hg ye û ji PO2 ya atmosferê kêmtir dibe. - Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan jî ji ya atmosferê bilindtir e. PCO2 = 40 mm Hg ye. Derdorên sikildanokên hewayê bi mûlûleyên xwînê dorgirtî ye. Xwîna nav mûlûleya xwînê ya xwînberoka pişikê, kêmoksîjenî ye. Pestoya qismî ya oksîjenê ya beşa xwînber a mûlûleyê(PO2)40 mm Hg ye. Di heman mûlûleyan da pestoya qismî ya CO2 yê 44 mm Hg e. Cudahiya xestiya gazên nav xwînê ji yên nav sikildanokên hewayê, dibe sedema alûgorkirina gazên henaseyê. Hewayê henasegirtinê ya nav sikildanokên hewayê, têroksîjenî ye û xestiya karbona dîoksîdê jî gellek kêm e. Lê beravajiyê wê, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan de xestiya oksîjenê kêm e û xestiya karbona dîoksîdê jî zêde ye. Wek encam, pestoya qismî ya oksîjena nav sikildanokan, ji oksîjena nav xwîna mûlûleyan bilindtir e. Herwisa pestoya kismî ya karbona dîoksîda sikildanokan jî ji ya xwînê nizimtir e. Rûyê navî ya sikildanokên hewayê bi çînek avê dapoşî ye, av belavbûniya (dîfuzyon) gazan hêsantir dike. Di sikoldanokan de pestoya oksîjenê 100 mm Hg ye, di nav xwînê de pestoya qismî ya oksîjenê 40 mm Hg ye. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena sikildanokê û ya xwînê, oksîjen ji sikildanokan ber bi xwînê ve belavbûnî dibe. Aresteya belavîbuniya karbona dîoksîdê beravajiyê ya oksîjenê ye. Xwîna mûlûleyan kêmoksîjenî ye lê pestoya qismî ya karbona dîoksîdê 44-45 mm Hg ye û ji ya nav sikildanokan bilindtir e. Loma karbona dîoksîda nav xwînê ji parzûna xaneya mûlûleya xwînê û parzûna xaneya sikildanokê derbas dibe dikeve nav hewayê sikildanokê. Belavbûniya karbona dîoksîdê didome, heta ko pestoya karbona dîoksîda xwînê dabikeve 40 mm Hg yê. Henasedana navî Alûgorkirina gazan a di navbera xwîn û şaneyan de wekî henasedana navî bi nav dibe. Herwekî henasedana derve, henasedana navî jî ji ber cudahiya pestoya qismî ya gazên henasedanê rû dide. Xwîna têroksîjenî ji pişikan bi navbeynkariya xwînhênerên pişikê ji bo guhika çepê ya dil tên guhaztin. Dil xwîna têroksîjeniyê pompe dike ji boy xane û şaneyên laş. Pestoya qismî ya oksîjena xwîna têroksîjenî 100 mmHg ye, herwisa pestoya qismi ya karbona dîoksîda xwînê jî 40 mm Hg ye. Ji ber henasedana xaneyî, pestoya qismî ya oksîjena nav xaneyê ji oksîjena xwînê nizmtir e û 40 mm Hg ye. Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xanayê jî 45 mm Hg ye û ji ya nav xwînê bilindtir e. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena nav xwînê û ya nav xaneyên laş, oksîjen ji xwînê ber bi xaneyan belavbûnî dibe heta pestoya qismî ya oksîjena xwînê dabikeve 40 mm Hg yê. Di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ber cudahiya pestoya qismî, ji hêla pestoya bilind ango ji nav xaneyan, ber bi hêla pestoya nizim, ango ber bi xwînê belavbûnî dibe . Bi vî awayê pestoya qismî ya oksîjena nav xwîna mûlûleya xwînê dadikeve 40 mm Hg ye û pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xwînê jî zêde dibe û dibe 45 mm Hg yê. Ev xwîna kêm oksîjenî bi navbeynkariya xwînhênerok û xwînhêneran ber bi dil ve tê guhaztin. Ji dil jî ber bi pişikan ve tê pompekirin ji boy henasedana derve. Guhaztina gazên henasedanê di nav xwînê de Oksîjen û karbona dioksîd bi kiryara alûgorkirinê ji atmosfer û xaneyan belavbûniyê nav xwînê dibin. Oksîjen, di sikildanokên hewayê de, ango di pişikan de derbasî nav xwînê dibe û di nav xwînê de tê guhaztin ji boy hemû xaneyên laş. Herwisa karbona dîoksîd jî ji xaneyên laş belavbûniyê xwînê dibe û di nav xwînê de ber bi pişikan ve tê guhaztin. Beşek hindik ji gazên henasedanê di nav plazmaya xwînê de dihelê(ditiwene) û bi herikîna xwînê tê guhaztin. Lê piraniya gazên henasedanê bi hemoglobînê ve giredayî tê guhaztin. Guhaztina oksîjenê di nav xwînê de Pirraniya oksîjenê tê guhaztin bi şeweyî oksîhemoglobînê, hinek jî bi şeweyî tiwawe li plazmayê de tê guhaztin. %1,5ê oksîjenê di nav plazmaya xwînê de dihele û bi navbeynkariya plazmayê tê guhaztin. %98,5ê oksîjnê xwe bi hemoglobînê ve girê dide û bi vî awayê di nav xwînê de tê guhaztin. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn (HbO2) tê bi navkirin. Hemoglobîna kêmoksîjenî jî wekî deoksîhemoglobîn bi nav dibe. Di laşê mirovê tendurîst de ji boy her milîlîtreyek xwînê, 0.2 mîlîlître oksîjen di nav hemoglobînê de tê guhaztin. Hemoglobîna bi oksîjenê têrbûyî, rengê xwînê sor dike, xwîna kêmoksîjenî bi rengê şînokî-binefşî ye. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê, girêdanek sist û demkî ye. Girêdana oksîjenê ya bi hemoglobînê di pişikan de, di nav xwîna mûlûleyên derdora sikildanokên hewayê de rû dide. Herwisa di hêla henasedana navî de, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên di kotahiya xwînberokan de, oksîjen ji hemoglobînê diqete û ji xwînê derbasî nav xaneyên laş dibe. Hin faktor hene ko bandor li ser yekgirtin an jî têkşikestina oksîjenê û hemoglobînê (oksîhemoglobîn) dikin. Wekî mînak, pestoya qismî ya oksîjenê, rêjeya pHa xwînê, germahiya hawirdorê, asta rêjeya karbona dîoksîda hawîrdorê û hin nexweşî bandor li ser têrbûniya hemoglobînê dike. Nexweşiyek bomaweyî heye bi navê kêmxwîniya xaneya dasî (bi îngilîzî: sickle cell anemia) şeweyî xirokên sor ên kesê bi wê nexweşiyê, glover nîn e lê bi şêweya dasê ye. Ji ber şêweya xaneyên xwînê, mêjera hemoglobîna xirokên sor ên dasî ji ya xirokên sor ên asayî kêmtir e. Loma di nav xwîna kesên bi nexweşiya kêmxwîniya dasî de bi têra xwe oksîjen nayê guhaztin. Guhaztina karbona dîoksîdê di nav xwînê de Xurekên wekî glukoz, asîdên amînî û çewrî di nav xaneyên de tên hilweşandin ji boy bi destxistina gerda ATP yê. Ev karê xaneyê wekî henasedana xaneyî tê bi navkirin. Bi henasedana xaneyî li gel ATPyê hin madeyên din ên wekî av, karbona dîoksîd û amonyak jî peyda dibin. Karbona dîoksîd û ji boy xaneyê madeyek ziyanbexş e, divê ji xaneyê bê dûrxistin. Xane ji pişik û sikildanokên hewayê dûr in, loma divê CO2 a xaneyê bi navbeynkariya xwînê ber bi pişikan ve bê guhaztin. Aresteya guhaztina CO2ê, ji xaneyên şaneyan ber bi pişikan ve ye. Xestiya CO2a xaneyan, ango pestoya qismî CO2a xaneyan ji ya nav xwînê bilintir e, loma CO2 bi hêsanî ji parzûna xaneyê belavbûniya nav xwînê dibe. CO2 bi sê rêbazê cuda di nav xwînê de tê guhaztin. 1. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şêweyî gaza CO2 Bi qasî % 7ê CO2 ê di nav plazmaya xwînê de dihele(ditiwawe). Karbona dîoksîd bi şeweyî tiwawe ber bi pişikan ve tê guhaztin. 2.Guhaztina li gel hemoglobînê bi şeweyî karbamînohemoglobîn Hinek ji CO2 bi hemoglobînê an jî bi proteînên plazmayê ve girêdan çê dikin bi van proteînan ve tên guhaztin. % 23ê gaza CO2 ê bi navbeynkariya xirokên sor, li ser hemoglobînê tê guhaztin. Bi hev re girêdana CO2 û hemoglobînê wekî karbamînohemoglobîn tê bi navkirin. 3. Guhaztina di nav plazmaya xwînê de bi şeweyî bîkarbonat Pirraniya CO2 jî bi şêweyî HCO3 di nav plazmaya xwînê de û wekî (H+) bi hemoglobînê ve gîrêdayî tê gugaztin. Bi qasî % 70yê karbona dîoksîdê bi şêweyî îyonên bîkarbonat di nav plazmaya xwînê de tê guhaztin. Pêşî, CO2 dikeve nav xirokên sor, di nav xirokên sor de bi navê anhîdraza karbonî( bi îngilizî: carbonic anhydrase) enzîmek heye. Enzîma anhîdraza karbonî, CO2 ê bi avê ve girê dide û asîda karbonî peyda dibe. Asîda karbonî asîdek lawaz e. Ji ber wê yekê, bi hêsanî hildiweşe boy îyonên bîkarbonat û hîdrojenê. Piraniya îyonên hîdrojenê bi hemoglobînê ve tên girêdan û ligel xirokên sor, di nav xwînê de ber bi pişikan ve tên guhaztin. Gava xwîn digihîje sikildanokên hewayê, di nav xwîna mûlûleyên pişikan de, îyonên bîkarbonatê bi îyonên hîdrojenê ve yek dibin û carek din asîda karbonî peyda dibe. Bi alîkariya anhîdraza karbonî, asîda karbonî tê hilweşandin ji boy av û karbona dîoksîdê. Di heman demê de Karbona dîoksîda bi hemoglobînê ve girêdayî jî serbest dimîne. Di xwînê de pestoya qismî ya CO2ê ji ya hewayê nav sikildanokan bilintir e, loma CO2 ji xwînê belavbûniya nav sikildanokên hewayê dibe. Çavkanî Biyolojî Sîstema bêhngirtinê
4105
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dil%C3%AA%20mirov
Dilê mirov
Dil yan jî Dilê mirovan, endamek masûlkî ye, xwînê di nav lûleyên xwînê de pompe dike. Xwîna pompekirî oksîjen û xurekan digihîne laş û di heman demê de paşmayîyên metabolîk ên wekî karbona dîoksîd digihîne pişikan. Ji bo berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji bo bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji bo gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojî, kardiyolog, eloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji bo tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojîyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e. Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin. Pêkhateya dil Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek (deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 7 000 lître, di salê de 2500 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike . Ji destpêka ducaniyê 22-23 roj şûn de dillêdana dergûşê dest pê dike. Roj û şev havîn û zivistan, dema xewê û dema kar kirinê hejmara lêdanê carnan kêm dibe carnan zêde dibe, lê lêdana dil heta dawiya jiyana mirov didome. Ji ber karê wî yê demdirêj û bêrawestan, dil endamek (organ) bêhempa ye. Dilê mirov di sîng de, navbera her du pişikan de piçek li aliyê çepê de cih digire. Pêşiya dil de perasûbend (hestiyê sing), li jêrê singê de navpençik (diyafram) heye. Qebareya dilê mirovê gihêştî bi qasî kulmekî mirov e. Giraniya dilê mirov bi qasî 250-350 gram e . Dîwarê dil Dil ji dîwarek sê çînî (tebeqe) pêk tê. Çîna epîkardiyum li aliyê derveyî dil, çîna endokardiyum li aliyê hundirê dil e, çîna myokardiyum jî di navbera epîkardiyum û endokardiyumê ve cih digire.Tevahiya dil, bi perdeya dil (perîkardiyum) ve dorpêçî ye . Perdeya dil dişibe kîsikê. Perdeya dil ji du çînan pêk tê navbera her du çînan de şilemenî heye. Perdeya dil cihê dil a nav valahiya sîngê de sabît dike. Li hember hokarên nexweşiyê û enfeksiyonan alîkariya bergiriya dil dike. Rê li ber werimîn û girbûna dil digire. Lêkxişana navbera dil û derdorê dil (pişik, hestiyê singê û navpençik) kêm dike. Çaviyên dil Dil ji çar çaviyan pêk tê. Du çavî (ode) li jor, du çavî jî li jêrê dil de cih digire. Çaviyên jor wekî guhike, çaviyên jêr jî wekî zikoke tên navkirin. Her wisa perdeyek masûlkeyî ya bi navê septum (navbirka zikokeyan) ji jorê dil hetanê jêrê dil dirêj dibe û dil dike du beş, beşa rastê û beşa çepê. Xwîna kêmoksîjenî li beşa rastê dil, xwîna têroksîjenî jî li aliyê çepê dil de diherike. Masûlkeyên derdora zikokeyan ji ya guhikeyan zêdetir e. Diwarên guhikeyan ji yên zikokeyan teniktir e. Dîwarê zikokeya çepê, li li gor beşên din ên dil hê pirtir stûr e. Rûyê zikoke û guhikeyan bi çînek xaneyên epîtel (endokard)ê rûpoşî ye. Xwîn ji laş diherike guhikeyên dil, ji zikokeyên dil jî ji dil diherike laş. Derîçeyên dil Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhike û zikokeyên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike .Di navbera guhikeya rastê û zikokeya rastê de derîçeyê sêperrî (trîkuspît) heye. Derîçeyê sêperrî bi girjbûna guhikeyan, xwîna nav guhikeya rastê, aresteyê zikokeya rastê dike. Dema guhike xav dibe îcar zikoke girj dibin, lê derîçeyê sêperrî bi girjbûna zikokeya rastê tê girtin, bi vî awayê rê li ber vegera xwînê ya guhikeya rastê tên girtin. Herwisa di navbera guhikeya çepê û zikokeya çepê de derîçeyê duperrî (derîçeyê mîtral) heye, derîçeyê duperrî xwînê ji guhikeyê arasteyî zikokeya çepê dike, lê nahêle xwîna zikokeyê vegere guhikeya çepê. Bi girjbûna guhikeyan, derîçeyên navbera guhike û zikokeyan tên vekirin, bi girjbûna zikokeyan van herdu derîçe tên girtin.Xwîna zikokeyan bi navbeynkariya derîçeyan derbasê xwînberan dibe. Şiklê derîçeyên derê zikokeyan dişibe kevanê, an jî heyva nîvî, loma ev derîçeyên zikokeyê wekî derîçeyên kewaneyî tên binavkirin. Di navbera zikokeya rastê û xwînbera pişikê de derîçeyê pişikan heye. Bi girjbûna zikokeyê ev derîçe ve dibe û xwîna nav zikokeya rastê derbasî xwînbera pişikê dibe. Gava zikoke xav dibin, îcar derîçeyê pişikê tê girtin. Bi vî awayê xwîna nav xwînbera pişikê venagere zikokeyan. Derîçeyek kewaneyî jî di navbera zikokeya çepê û şaxwînber (aort) de cih digire. Ev derîçe jî xwînê ji zikokeya çepê ber bi şaxwînberê araste dike Gera koronerî Çîna navendî ya dîwarê dil myokardiyum (masûlkeya dil) ji masûlkeyan pêk tê, dil tu car ranaweste û lê dide. Ji bo lêdana dil divê masûlkeyên dil girj bibe û xav bibe. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan pêdivî bi enerjiya ATP (Adenozîna sê fosfatî) heye. Xaneyên dilemasûlkeyê bi navbeynkariya oksîjenê, glukozê perçe dikin û ATP bi dest dixin. Ango ji bo peydakirina ATP, divê xwîna têrglukozî û têroksîjenî ji xaneyên myokardiyumê ve bên şandin. Di nav guhike û zikokeyan de her tim xwîn heye, lê çîna endokardiyumê rê nade xwînê ko xwe bigihîne xaneyên masûlkeyên dil. Lûleyên taybet xwînê digihîne dîwarê dil, ev lûleyên xwînê wekî lûleyên koronerî tê binavkirin. Di zimanê latînî de peyva “corona” ji bo tac (taca serê qiral û şahan) tê bikaranîn . Lûleyên koronerî wekî mîna tacek, dîwarê dil dorpêç dikin. Xwînberên koronerî li jorê derîçeyê xwînbera sereke ji şaxwînberê şax didin. Xwînbera koronerî ya çep aliyê çepê dil, xwînbera koronerî ya rast jî aliyê rastê dil dorpêç dike. Bi vî awayê xwîn digihîje xaneyên dilemasûleyê. Xwîna kêmoksîjenî û kêmglukozî bi xwînhênerên dilî vedigere guhikeya rastê. Gera xwînê ya navbera dil û myokardiyumê wekî gera koronerî tê binavkirin. Di hin cureyên dilnexweşiyê de hinek ji lûleyên koronerî teng dibin an jî dixitimin, di rewşek wisa de bi têra xwe xwîn nagihîje masûlkeyên dil. Heke beşa masûlkeya bêoksîjen û bêglukoz mayî, beşek piçûk be krîza dil pêk tê, lê heke beşek mezin ji masûlkeyên dil bêoksîjen û bêxurek bimîne, wê gavê dibe ko dilrawestan pêk were . Çerxa dillêdanê Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil. Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikeyan destpê dike û bi xavbûna zikokeyan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe . Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî diyastol tê binavkirin. Diyastola dil Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhike û zikokeyên dil sist in (xav in) ev rewş wekî diyastola dil bi nav dibe. Di vî qonaxê de xwîna kêmoksîjenî ji xwînhênera sereke ya jêrîn û ya jorîn ve diherike guhikeya rastê. Di heman qonaxê de çar xwînhênerên pişikê, guhikeya çepê bi xwîna têroksîjenî tijî dike. Di qonaxa diyastola dil de herdu derîçeyên dil ên navbera guhike û zikokeyan de vekirî ne, loma xwîna nav guhikeyan bi hêsanî diherike nav zikokeyan û %70- 75 ê her zikokeyêk bi xwînê tijî dibe . Di vî qonaxê de derîçeyên kewaneyî girtî ne, bi vî awayê rê li ber vegera xwîna hundirê xwînbera pişik û aortê tê girtin. Sîstol û diyastola guhikeyan Bi girjbûna (sîstol) guhikeyan, qebareya guhikeyan kêm dibe, pestoya xwîna nav guhikeyan bilind dibe. Ji ber pestoya xwînê, xwîn ji guhikeyan ber bi zikokeyan ve tê pompekirin. Di vî katê de derîçeyê sêperrî û ya duperrî vekirî ne. Bi vî awayê zikoke bi xwînê tijî dibin. Sîstola guhikeyan hetanê destpêka diyastola zikokeyan didome. Sîstola zikokeyan Bi girjbûna masûlkeyên zikokeyan, pestoya xwîna nav zikokeyan bilind dibe, lê ev pestoya pêşîn ji bo vekirina derîçeyên kewaneyî yên pişik û şaxwînberê têr nake. Loma xwîn ji dil dernakeve. Gava pestoya xwîna zikokeyan ji pestoya xwîna guhikeyan bilindtir dibe, xwîna zikokeyan ber bi guhikeyan ve diherike, lê derîçeyên sêperrî û duperrî tên girtin û rê li ber vegera xwînê digirin. Her ko diçe pestoya xwîna nav zikokeyan zêde dibe. Dema hêza pestoya xwîna nav zikokeyan, ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û ya şaxwînberê zêdetir dibe, îcar derîçeyên kewaneyî vedibin. Xwîna nav zikokeya rastê, aresteyê pişikan dibe. Xwîna nav zikokeya çepê jî bi navbeynkariya xwînbera sereke belavê laş dibe. Diyastola zikokeyan Di destpêka qonaxa diyastola zikokeyan de her ko masûlkeyên zikokeyan xav dibe, pestoya xwîna nav zikokeyan de mayî, nizim dibe. Gava pestoya xwîna nav zikokeyan ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û aortê nizimtir dibe, xwîn ji xwînberan ber bi dil ve diherike. Di heman demê de derîçeyên kewaneyî tên girtin û rê li ber vegera xwînê tên girtin. Her ko xavbûna masûlkeyên zikokeyan didome, pestoya xwîna nav zikokeyan hê pirtir kêm dibe û ji pestoya xwîna guhikeyan nizimtir dibe. Gava pestoya xwîna zikokeyan bi têra xwe daket, derîçeya sêperrî (trîkuspît) û ya duperrî (mîtral) ji ber pestoya guhikeyan ve dibin, xwîn ji guhikeyan diherike nav zikokeyan. Bi vî awayê pestoya xwîna nav guhikeyan hê pirtir dadikeve. Ji xwînhêneran xwîn ber bi guhike û zikokeyên xavbûyî ve diherike. Di vî qonaxê de derîçeyên navbera guhike û zikokeyan de vekirî ne, derîçeyên kewaneyî girtî ne, guhike û zikoke di qonaxa diastolê de ne. Bi vî awayê çerxek dillêdanê bi dawî dibe. Sîstema kontrola dillêdanê Dilê mirov bi ahengî lê dide, ango herî pêşî guhike girj dibin, paşê bi girjbûna zikokeyan guhike xav dibin, dawiya dawîn jî zikoke xav dibin. Bi xavbûna zikoke û guhikeyan çerxa dillêdanê diqede û ji nû ve girjbûna guhikeyan çerxek nû dide destpêkirin. Her çiqas çerxa dillêdanê biahengî be jî, leza dillêdanê ne sabît e. Di xulekek de hejmara kutana dil wekî leza dillêdanê tê binavkirin. Dilê mirovê gihîştî di demên asayî de di xulekek (deqe) de bi qasî 70 - 75 car lê dide. Lê li gor jiyana rojane dibe ko leza dillêdanê kêm bibe an jî zêde bibe. Wekî mînak di xewê de an jî dema bêhnvedanê de dilê mirov hêdî lê dide, lê dema mirov karekî giran dike an jî dema stresê de dilê mirov dibe ko di xulekek de 120-130 caran lê bide. Ahenga dillêdanê ji aliyê dil, leza dillêdanê jî ji aliyê Demarekoendama xweyî ve tên kontrolkirin . Ahenga dillêdanê Dil endamek (organ) taybet e. Masûlkeyên dil bêhemdê mirov dixebitin. Ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil di bin deshilatdariya mirov de nîn e. Ji ber vî taybetmendiya dil, masûlkeyên dil wekî masûlkeyên xwenewîst tê binavkirin. Ji bo çalakiya masûlkeyan, pêdivî bi sinyalên elektrîkê heye. Ji xeynî masûlkeyên dil hemû masûlkeyên laş sinyalên elektrîkê ji demarexaneyên koendama demar digirin. Masûlkeyên dil jî bi sînyalên elektrîkê çalak dibin, lê dil sînyalên ji bo girjbûnê tena serê xwe dirist dike . Li ser diwarê hundir a guhikeyê rastê de hin xaneyên taybet hene, komeleya van xaneyan wekî girê berika guhike (bi înglîzî: sinoatrial node) tê navkirin. Kontrola ahenga lêdana dil ji aliyê girê berika guhikeyê ve tê rêvebirîn. Navê din a girê berika guhike "pêngave diristker " e (bi Înglizî: pacemaker). Girê sînoatrî (berika guh) sînyalên elektrîkê berhem dike û arasteyî masûlkeyên herdu guhikeyan dike. Bi vî awayê masûlkeyên guhikeyan girj dibin, xwîna nav guhikeyan aresteyê zikokeyan dibe. Sinyalên elektrîkê ji girê berika guhike, xwe digîjin girêka duyemîn, ev girêk di navbera guhikeya rastê û zikokeya rastê de cih digire. Navê vî girêkê girê guhike-zikoke ye (bi înglîzî: atrioventricular node). Girê guhike-zikoke herrika sinyalên elektrîkê bi qasî 0,1 çîrke dereng dixe, bi vî awayê ji bo guhikeyan firsend peyda dibe ko beriya zikokeyan çalak bibin. Sînyalên elektrîkê ji girê guhike-zikoke, derbasê gurzên His dibe. Gurzên His rîşalkên taybet ên masûlkeyên dil e, sînyalên elektrîkê ji girê atrîoventrîkî (guhike-zikoke) digire û dişîne navbirka dil. Kardîologê swîsî Wilhelm His, Jr., di sala 1893 de erka van xaneyan diyar kir, loma paşnavê vî zanyarê li gurza van xaneyan hat dayîn. Gurzên Hîs ji du gurzan pêk tê, gurzêk dirêjê ber bi zikokeya raste, a din jî dirêjê ber bi zikokeya çepê dibe. Gurzên His lê diwarên zikokeyanan şax didin û mina torek dîwarên zikokeyan dorpêç dikin. Ev pêkhate wekî rîşalkên Purkinje tê binavkirin. Van rîşalkên masûlkeyen dil di sala 1839î de ji aliyê zanyarên Çekî Jan Evangelista Purkinje (bi zimanê Çekî: Jan Evangelista Purkynë) ve hat kifşkirin. Gava sînyalên elektrîkê digihîje rîşalkên Purkinje, tora rîşalkên purkinje girjbûna masûlkeyen zikokeyan dide destpêkirin. Bi girjbûna zikokeyan xwîn ji dil, derbasê xwînberan dibe. Leza dillêdanê Leza dillêdanê di bin kontrola koendama demrara xweyî de ye. Demarekoendama xweyî ji du beşan pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Sîstema sîmpasawî li ser leza dillêdanê bandorek erenî dike û hejmara kutana dil zêde dike. Sîstema parasîmpasawî jî hêjmara dilkutanê kêm dike. Demarekoendama xweyî raste rast li ser girêka sînoatrî bandor dike, li gor vî bondorê ahenga dillêdanê diguhere. Du cureyên demar, di leza dillêdanê û di mêjera pestoya xwînê de çalak in. Yek ji van demaran bi navê demara vagus tê nasîn. Demara vagus ji mejî wekî du gurz derdikeve û di nav sîng û zik de belavê endamên wekî dil, gede, masûlke, kezeb, gurçik û pişikan dibe. Çalakiya demara vagus wekî beşek ji sîstema parasîmpasawî ye. Vagus bi derdena hormona asetîlkolîn (acetylcholine) lêza dillêdanê û pestoya xwînê kêm dike.Demara duyemîn a demarekoendama xweyî, demara dilî ya sîmpasawî ye. Ev demar bi derdana hormonên nefrîn û epînfrîn, lêza lêdana dil zêde dike . Her wisa di nav xwînê de zêdebûna karbona dîoksîd, berzbûna pileya germahiya laş, hêrsdarî (stres) û werzîş hin ji sedemên çalakbûna sîstema sîmpasawî ne. Testa Elektrokardiyogram ê Ji bo girjbûna masûlkeyên dil, ji girêkên dil sînyalên elektrîkê tê diristkirin. Makîneya Elektrokardiyogramê (EKG an jî ECG) dikare bi navbeynkariya elektrodan van sînyalên elektrîkê bişopîne. Bikaranîna makîneya elektrokardiyogramê, wekî elektrokardiyografî tê binavkirin. Makîneya elektrokardiyogramê ji aliyê zanyarê Almanî, Willem Einthoven ve di sala 1903 de hat çêkirin . Navê makîneyê bi almanî ” Elektrokardiogramm” e. Bi alîkariya makîneya elektrokardiyogramê, mirov dikare rêça sînyalên ji girê sînoatrî derdikevin bişopîne. Bi şopandina rêça sînyalan, mirov dikare dema sîstol û diyastola guhike û zikokeyan diyar bike. Navê pelên sînyalên elektrîka dil bi tîpên P, Q, R, S, T tê nîşankirin. Sînyalên dibe sedema girjbûna guhikeyan, wekî pela P tê binavkirin. Pelên Q, R, S bi tevahî wekî kompleksa QRS tê bi navkirin. Girjbûna zikokeyan û xavbûna guhikeyan bi kompleksa QRS destpê dike. Her wisa pela T jî xavbûna zikokeyan dide destpêkirin. Elektrokardiyograma dilê mirovên tendurist, wekî EKG ya asayî tê navkirin. Ji bo EKGya asayî hin rêjeyên standard hene. Bi bikaranîna testa elektrokardiyogramê; ahenga dillêdanê, çalakiya çaviyên dil, qebareya çaviyên dil û masûlkeya dil, nexweşiyên perdeya dil, nexweşiyên ji ber derîçeyên dil, krîzên dil, pestoya xwîna dil, bi hêsanî eşkere dibe. Çavkanî Sîstema gera xwînê Endam (biyolojî) Dil
4106
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pi%C5%9Fika%20mirov%C3%AE
Pişika mirovî
Pişik , sî an jî siy (bi îngilîzî:lung) endama bingehin a koendama henasê ye. Alûgorkirina gazan a di navbera xwînê û hewayê derve, di nav pişikan de rû dide. Pekhateya pişikan ji aliyê derve Cotek pişikên mirov heye, di nav sîngekelênê de. Pişik bi şeweyê qoçekî ne. Aliyê jorê pişikê zirav û glover e, binê pişikê fireh û çal e û li ser qoqiza navpençikê de cih bû ye. Dilê mirov di navbera herdu pişikan, nezikê pişika çepê de cih digire. Loma pişika çepê ji ya rastê piçûktir e. Pişka rastê sê pil, pişka çepê du pil e. Her pilên(bi îngilîzî:lobe) pişkê jî di nav pişikê de dabeş dibin boy pilên hê hûriktir ên bi navê pilokn( bi îngilîzî: lobule).Dora pişikan bi perasûyan û navpençikê dagirtî ye.Pişik pêkhateyek nerm e, dişibe îsfencê û hertim bi hewayê tijî ye.Pişik rasterast bi sîngekelênê ve giridayî nin in, derveyê pişikan bi perdeya pilûr ve dapoşî ye. Perdeya pilûr ji du çînan pêk tê. Çînek pilûrê bi pişikan ve, çîna din jî bi diwarê sîngekelên û navpençikê ve girêdayî ye. Valahiya navbera çînên pilûrê, wekî kelêna pilûr bi nav dibe. Xaneyên pilûrê, şileyek der dide nav kelênê, ev şile di navbera pişik û derûdora pişikan de lêkxişandinê kêm dike. Liqê borîhewa, lûleyên lîmfê, xwînber û xwînhênerên pişikê di heman cih de dikevin nav pişikê an jî ji pişikê derdikevîn, ev cih wekî devê pişikê kar dike, navê vê beşê, hîlûm e (bi latînî: hilum). Pekhateya pişikan ji aliyê hûndir Borrîhewa di sîngekelenê de şax dide boy du liqên borrîhewayê. Her yekê liqê borrîhewayê dikeve nav pişikek. Liqên borrîhewayê di nav pişikan de şax dide boy liqê borrîhewayên ziravtir û hê ziravtir. Ev şaxdayîn di nav pişikê de 9-12 car dubare dibe. Bi her şaxdayinek, liqê borrîhewayan hê zirvtir dibin. Liqê borrîewayên ko tîreya wan ji yek mîlîmetreyê ziravtir e, êdî wekî borîkehewayê tê bi navkirin. Dîwarê liqê borrîhewa yên stûr, kirkirkî ye, lê yên borrîkehewayan bêkirkirkin. Di kotahiya borrîkehewayê de sikildanokên hewayê hene. Sikildanok pêkhateyên bi şeweya guşiya tirî ne. Bi lûleyên xwînê dorpêçî ne.Tîreya sikildonakan 0.25- 0.5 mîlîmetre ye. Herdu pişik bi qasî 300 milyon sikildanok li xwe digirin. Ji ber hebûna borrîkehewa û sikildanokan rûyê navî yên pişikan bi qasî 70 m2 fireh dibe. Ev rûyê fireh alûgora gazan hêsantir dike. Erka pişikan Guhaztin û alugorkirina gazên oksîjen û karbona dîoksîdê di navbera xwîn û hewayê de, karê sereke yê pişikan e. Ango oksîjena hewayê di pişikanda derbasî xwînê dibe, herwiha karbona dîoksîd a nav xwînê jî ji pişikan derbasî hewayê dibe. Xwîna kêmoksîjenî, bi navbeynkariya xwînber û xwînberokên pişikê, ji dil digihîje sikildanokan. Xwîna têroksîjenî jî ji pişikan bi rêya xwînhênerok û xwînhênerên pişikê ber bi dil ve tê guhaztin. Pişik ne bi tena serê xwe, lê bi alîkariya navpençik û masûlkeyên parsûyan, guhaztin û alûgorkirina gazan dike. Henase girtin û henase dayîn di bin kontrola koendama demare de rû dide. Çavkanî Endam (biyolojî)
4109
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87iyay%C3%AA%20C%C3%BBd%C3%AE
Çiyayê Cûdî
Çiyayê Cûdî (navê kevn: Çiyayê Qardû yan jî Qardo, Kardû, Kardo) yek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê. Çiyayê Cûdî û temenê wê yê jeolojîk Çiya Cûdî beşeke ji çiyayên başûrê rojhilat ên Torosê ye û bi gelemperî ji kevirên kilsê (kalker) û dolomî pêk tê û dema wî ya çêbûnê ji serdema triyasî ya navîn û heta di serdema kretasî ya navîn ve xwe dirêj dike. Çiyayê Cûdî û Nûh Pêxember Li gorî bawerîya olên birahîmî, Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, ku keştîya wî heta îro jî meşhur e û niha çîyayek gelekî giring e. Tê bawerkirin, ku heta keştîya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çiyayê Cûdî sekiniye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çiyayek bi xêr tê naskirin. Her sal ji gelek derdorê Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çiyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çiyayê Cûdî. Çiyayê Cûdî û operasyonên leşkerî yên dewleta tirk Di navbera salên 1995an heta 2013an de çiyayê Cûdî hatiye qedexekirin, ji ber ku eve 10 sal bûye dewleta tirkî operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih anîne. Çiyayê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006an de gelek caran ji aliyê leşkerê tirk ve hatiye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çiyayê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Di sala 2006an de heta çar û pênc caran ji aliyê leşkeran ve agir berdane Cûdî. Cûdî di helbestan de Çiyayê Cûdî Serê çiyayê Cûdî tu raweste û binêr. Axa welatê kurdan hemû zîv û tev zêr. Ji wê dê tu dibînî Şernex, Zaxo û Cizîr Sed heyf û sed mixabin hemî bê hakim û mîr Berwarî û Sindî, Silopî weko eynê diyar e Bêspin, Bêþêr û Hevler hatin bi yadîgar e Berde, Dêrgul, Herekol, heta bicit Piştkever Tor û Singar û Bêxêr kêla Memê Beranber Hemî qesta te dikin ey Cûdiyê miradan Tu qiblegah î îro ji bo vî qewmê kurdan Çendî xweşî, bilind î tu ey çiyayê Cûdî Te çend nav û nîşan hişt ji bo vî qevmê kurdî Bejna te bejna Zînê, mêranî wek Memê Al Dinalim ser te îro, ji qehran bûme evdal Taca serê te zêrîn, tu serbilinê Eyran Wextek hebî te zû da hemî ji bo te heyran Heke nîzîk heke dûr, weko Mekeh Medînê Ev ji cihek meqedes werin da em herinê Ko roj hate rasta te, heval heyv û stêr in Li vê rewş û xemla te hemî pêkve dinêrin Selam û erzi hirmet ji bo Cudî Nûh-Nebî Tu misteheq î fexr î bibêjî ma kî hebî Botî bo te dibêjit hero sed car ezbenî Taqê eywanan Kesra li pêş te her dikenî M.E. Botî, Antolojiya Edebîyata Kurdî Çavkanî Cûdî Çiyayên Kurdistanê Silopiya
4117
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ferhad%C3%AA%20I%C3%A7mo
Ferhadê Içmo
Ferhadê Içmo (jdb. 1960, Qamişlo - m. 8ê xizîrana 2017, Qamişlo) helbestvanekî kurd bû. Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlokê hatiye dinyayê. Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zaningeha Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye muzîkê û di sala 1970î de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbişê kiriye, lê di 29ê tîrmeha 1978an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran. Helbestvan di 8ê xizîrana 2017an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya Xwedê. Berhem Lêmişta Zozan, 1988 Pişti Çi, 1995 Evîna te, 1998 Landik I, Helbestên zarokan, 1998 Pelên Sipî, 2000 Landik II Çavkanî Girêdanên derve Çend helbestên Ferhadê Içmo Roka evînê Gotareke ser wî Jidayikbûn 1960 Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd Kesên ji Qamişloyê
4124
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kemal%20Xo%C5%9Fnav
Kemal Xoşnav
Rektorê Zanîngeha Silêmaniyê û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê yê kevn Prof Dr. Kemal Xoşnav, 12.12 2004an de li Amerîkayê çû ser dilovaniya xwedê. Kurtejiyan Xoşnav, di sala 1939an de li bajarê Şeqlawayê hatiye dinê. Ji mala begzadeyê Şeqlawayê ye. Xoşnav, dibîstana serate û ya navîn li Şeqlawayê xwendiye. Dibistana amadehiyê jî, li Hewlerê xwendiye. Li Zanîngeha Bexdayê, Beşa Zanîngeha Çandinê xilas kiriye. Li Yugoslavya yê doktora xwe xilas kiriye. Paşê dîsa vegeriya ye zanîngeha Bexdayê li Kuliya çandiniyê mamostetî kiriye. Xoşnav, di dest pê ka sala 1960 î de beşdarê Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1975'an de di vê şoreşê de birîndar bûye û çûye Ewropayê ji bo dermankirinê. Di sala 1968 a de Zanîngeha Sileymaniyê avakiriye (damezrandiye). Di sala 1976 ê de li Sûriyeyê tevê hinek hevalên xwe (Mam Celal) YNKê avadikin. Di van dema de li hinek li Lîbyayê jî, dimîne. Xoşnav, ji sala 1976an heta sala 1985an wek endamê dibistanê ramyarî di nav YNKê de cîh girt. Di sala 1982 a heta 1985 a wek berpirsê malbenda 4 emîn ya YNKê li herêma Hewlêr karkir. Di sala 1988 a heta 1989 a berpirsê giştiyê YNKê yê Îranê bû. Di sala 1989 a heta 1993 a berpirsê têkliyên giştiya YNKê ya Sûriyeyê bû. Di sala 1993 a de vegeriya Başûrê Kurdistanê. Di van salan de mamostetiya Kolîca Koştokalê (Zanîngeha Çandinê) ya Zanîngeha Selahedinê kir. Di sala 1996 a de heta ku çû li ser dilovaniya xwe Rektorê Zanîngeha Silêmanîyê dikir Xoşnav, ji sala 1978 a heta ku çû ser dilovaniya xwe, di nav şoreşa Kurdistan de wek pêşmergeyekî cîh girtîye. Xoşnav, dema ku çû ser dilovaniya xwe, bi navê Zervan û Zinar du keçê wî hebûn. Çavkanî Siyasetmedarên kurd Kurd Profesor
4129
https://ku.wikipedia.org/wiki/Berl%C3%AEn
Berlîn
Berlîn, paytext û bajarê Almanyayê ye ku ji aliyê rûerd û nifûsê ve bajarê herî mezinê Almanyayê ye. Bi 3 700 000 şêniyên xwe li gorî nifûsa di nav sînorên bajêr de ye, bajarê herî qerebalixê yê Yekîtiya Ewropayê. Berlîn yek ji şazdeh eyaletên Almanyayê ye û ji aliyê Eyaleta Brandenburgê ve hatiye dorpêç kirin û bi Potsdam, paytexta Brandenburgê ve girêdayî ye. Navenda bajêr a Berlînê ku nifûsa wî derdora 4 500 000 kes e, piştî Ruhr devera duyem ê herî qerebalixê li Almanyayê ye. Herêma paytext Berlîn-Brandenbûrgê bi qasî 6.2 mîlyon niştecih lê dijî û piştî herêmên Reyn-Ruhr û Reyn-Main sêyem herêma metropolê ya Almanyayê ye. Dîrok Sedsalên 12an û 16an Delîlên herî kevn ên niştecihbûnên li devera Berlîna îro bermahiyên bingeha xaniyekî ye ku di sala 1174an de ye, ku di kolandinên li Berlînê Mitte de hatine dîtin. Delîlek din jî situnekî darîn e ku tê pêşbînîkirin ji sala 1192an ve maye. Yekem tomarên nivîskî yên bajarên li devera Berlîna îro di dawiya sedsala 12an de pêk hatine. Beşa navendî ya Berlînê mirov dikare heta dema 2 bajarokan bişopîne. Cölln li ser Fischerinsel yekem car di belgeyên sala 1237an de tê behs kirin û Berlîn, li seranserê Spree ya ku niha jê re Nikolaiviertel tê gotin, di belgeyên sala 1244an de tê behskirin. Sala1237 wekî sala damezrandina bajêr tê pejirandin. Her du bajarok despêkê bi demê re têkiliyên aborî û civakî yên nêzîk ava kirin û ji du rêyên girîng ên bazirganiyê Via Imperii û ji Bruges ber bi Novgorodê ve sûd wergirtin. Di sedsala 15an de, şûngirên wî Berlîn-Cölln wekî paytexta margarî ava kirin û endamên paşîn ên malbata Hohenzollern, pêşî wekî hilbijêrên Brandenburgê, paşê wekî keyên Prûsyayê û di dawiyê de wekî împeratorên Alman, heya sala 1918an li Berlînê hikûm kirin. Di sala 1443an de, Friedrich II Irontooth dest bi avakirina qesra nû ya keyaniyê li bajarê duyem Berlîn-Cölln kir. Xwepêşandanên welatiyên bajêr ên li dijî avahiyê di sala 1448an de, di "Xemgîniya Berlînê" de ("Berliner Unwille") bi dawî bû. Ev xwepêşandan bi ser neket û welatiyan gelek îmtiyazên xwe yên siyasî û aborî ji dest dan. Piştî ku qesra key di sala 1451an de qediya, hêdî hêdî dest bi kar kir. Ji sala 1470an pê ve, Albrecht III Achilles, Berlîn-Cölln bû rûniştgeha nû ya keyaniya bajêr. Sedsalên 17an û 19an Şerê Sî Salî ya di navbera salên 1618an û 1648an de bajarê Berlînê wêran kir. Sêyek ji xaniyên wê xera bûne an wêran bûn û bajêr nîvê nifûsa xwe winda kir. Friedrich William, ku wekî "Helbijêrê Mezin" tê zanîn, di sala 1640an de li cihê bavê xwe George William dibe hikumda, siyaseteke pêşvebirina koçberî û tolerasyona dînî da destpêkirin. Di sala 1685an de bi Fermana Potsdamê re, Friedrich William mafê penaberiyê ji Huguenotên Frensî re pêşkêş kir. Di sala 1700an de ji ber koçberiya Huguenot, ji sedî 30yê niştecîhên Berlînê Fransî bûn. Damezrandina her du dewletên Alman tansiyona Şerê Sar zêde kir. Berlîna Rojava ji aliyê axa Almanyaya Rojhilat ve hatibû dorpêçkirin û Almanyaya Rojhilat beşa Rojhilat wekî paytexta xwe îlan kir. Lê ev îlankirin ji aliyê hêzên rojavayî nehate naskirin. Ji ber ku Friedrich III, Hilbijêrê Brandenburgê, xwe wekî key Friedrich I li Prûsya îlan kir, sala 1701ê de, dewleta dualî ya Keyaniya Prûsyayê ava dibe û Berlîn dibe paytexta Keyaniya nû. Ev yek jibo bajêr hewldanek serketî bû ku yekem car bû bajar dest bi mezinbûnê kir. Di sala 1709an de Berlîn bi çar bajarên Cölln, Friedrichswerder, Friedrichstadt û Dorotheenstadt re di bin navê Berlîn, "Haupt- und Residenzstadt Berlin" de bûye yek. Erdnîgarî Berlîn li bakurê rojhilatê Almanyayê ye, li deverek daristanên çolê yên nizm ên bi topografîyek bi giranî rût e û beşek ji Deşta Ewropaya Bakur a berfireh a ku ji bakurê Fransa heta rojavayê Rûsyayê dirêj dibe. Berlîner Urstromtal (geliyek cemedî ya serdema qeşayê), di navbera Deşta Barnim a nizm li bakur û deşta Teltow li başûr e ku ji ava helîna ku ji qeşayê diherikê pêk hatiye. Çemê Spreeyê niha vê geliyê dişopîne. Li Spandau ku navçeyek li rojavayê Berlînê ye, Spree diherike çemê Havel ku ji bakur ber bi başûr ve di nav rojavayê Berlînê re diherike. Kursa Havel bêtir dişibihe rêzeke golan. Golên herî mezin Tegeler See û Großer Wannsee ye. Ava ji rêzek golan jî diherike çemê Spree ya jorîn, ku di Großer Müggelsee ya li rojhilatê Berlînê re derbas dibe. Avhewa Berlîn xwediyê avhewa okyanûsî ye; beşa rojhilatê bajêr xwedî bandorek parzemînî ya sivik e, yek ji guhertinan barîna baranê ya salane li gorî girseyên hewayê û pirbûna zêde ya barîna baranê, di heyamek salê de ye. Ev celeb a avhewayê, xwedî germekî havînê yên nerm lê carinan germ (ji bo ku nîvparzemînê) û zivistanên jî sar e lê bi piranî hewayê wî nerm e. Galerî Çavkanî Herêmên Almanyayê Paytextên Ewropayê Bajarên Almanyayê
4131
https://ku.wikipedia.org/wiki/Salname
Salname
Rojên salê li gora sîstemen cur be cur tên hesîbandin. Ji van sîsteman re salname an teqwîm tê gotin. Salnameya kurdî Sersala Kurdan her 21ê adarê ye. Salnameya Kurdan ji salan 612 berî zayîn tê, û ev gelek kevn. yanî 31ê adarê 2014'ê = 1emin newroza 2628'ê Newroz (li başûrê Kurdistan ji meha Adarê re Newroz dibêjin) rojeke kifşe û di salnama Kurdî de bi "Sersalî" hatiye edilandin. Kurdan bi vê rewşê bi cîranên xwe daye nasîn jî. Ji xwe navê wê her karî ronahî dike û bi Kurdî ye: new= nû, roz= roj, newroz= nû roj yanê roja nû, ne ku meha nû ye. Gelek navên curbecur ji bo mehan tê bikaranîn. Navên mehên Kurdî yên ji alê Enstîtuya Kurdî (Stenbol) ve hatine pejirandindin û di salnama Enstîtuyê de hatine weşandin ev in: Adar, Avrêl, Gulan, Pûşper, Tîrmeh, Gelawêj, Rezber, Kewçêr, Sermawez, Berfanbar, Rêbendan û Reşemî. Ev nav hemî Kurdî ne, kevn in, û têgihdar in jî. Xweza di her mehê de li gor werza xwe têgih distîne. Bi kurtî têgiha navên wan ev in: Adar: Kurtkirina "Avdar"ê ye. Ji xwe hinek herêm Avdarê bikartînin. Têgiha bi av, xwedî av, têrav dide. Him jî têgiha "av dikeve daran" dide. Avrêl: Ji peyvên av û rêl (daristana çiyan) hatiye himatê. Di vê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango rêl jî şiyar dibin. Gulan: Meha gulan. Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên çinîn. Pûşper: Hevedudaniya ji peyva "pûş" û "per" e. Ji giyayê ne diriyê hişkolek re "pûş" tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê "Pûşper" hatiye bi nav kirin. Tîrmeh: Hevedudan î û ji wûşên "tîr" û "meh" pêk hatiye. Tîr naveke din ji bo Sirius (tirkî: Akyıldız) e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê 'tîrmeh' ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve. Gelawêj: Di vê mehê de, stêrka Gelawêj xwiyadibe û cîhan hêdî hêdî ber bi sermayê ve diçe. Rezber: Li Kurdistanê bi piranî tiriyên rezan di vê mehê de tên çinîn. Ji bo çi peyva birîn tê bikaranîn û çinîn nayê xebitandin. Lewra weşiyên (gûşiyên) tirî tên birîn. Ji ber vê yekê "Rezçin" ne rast e. Rezber bê xweşûş rast e. Kewçêr: Ji çêrîna kewan hatiye hevedudanî kirin. Di vê mehê de kewên koçber ber bi zivistanwarên xwe ve difirin û bi şev diçêrin. Li gor wê, ev meh weha hatiye bi nav kirin. Sermawez: Têgiha navê wê li ser e; sermayê tîne. Berfanbar: Ji barîna berfê ev nav lê hatiye kirin. Di vê mehê de gelek berf dibare, hişkî dikeve, serma zêde dibe û di serê mehê de çile zivistanê dest pê dike. Rêbendan: Ev nav ji bendkirina riyan hatiye girtin. Dewra berê çara berfavêtin û vekirina riyan tune bû. Ji ber vê yekê, gava qasek berf dibariya, pêşî li riyan dihat girtin. Ango dibû mîna bendan û bi hesanî riya derketinê ne dida. Ji xwe di mehên zivistanê de, li Kurdistanê zêde barîna berfê, tundiya bager û bapêçê û ketina şapan (aşîd) tê zanîn. Ev bûyer hemî ji sedemên bendkirina riyan bûn. Reşemî: Ev nav ji meha reş hatiye himatê. Her çiqas peyva "reş" bi têgiha peyvî ya ferhengî, rengdêra rengê reş e, lê bi biwêjkî bi têgiha xwerû, saf, sade tê bikaranîn. Wekî, mêrê reş, jina reş, leşkerê reş, zivistana reş û hwd... Salnameya Julianî û navên mehan Piraniya mirovan heta dema Împaratorê împaratoriya Roma Gajus Julius Caesar b.z. 100-44, dem bi Salnameya hîvê dihejmartin. Gava hîv difitilî û dîsa dibû wek bilindbûna xwe ya cara çûyî, ew wext, wek “hîvekê” dihat dîtin û qebûlkirin. Ji ber wilo ye ko hîna jî di gelek zimanan de ”hîv”, meh e. Hîvek, 29,5 rojên royê ye, salek 354 roj e. Li gora hin hesaban, hîvek 27,5 ya jî 27,2 rojên royê ye. Ji ber wilo, gava ko saleke wextê hîvê diçû, hîna sal nefitilîbû wextê destpêka salê û wext di hev dernediket. Lê Misiriyan hîna berî wî çaxî bi gelekî, wext li gora ”gera” royê û gera stêrika bi navê Sîrîus dihejmartin. Sîrîus, gava sala xwe dikir, dîsa av û merdî dida Nîlê. Ew dem û cîh jî kifş û pîvayî bû. Ew bêtir nêzîkî rastiyê bû. Misiriyan, zaniyariyên xwe yên stêrikzaniyê-astrolojiyê, ji astrolojiya mezopotamya girtibûn û li ser a wan ava kiribûn. Mezopotamiyan berî Misiriyan şiklên komên stêrikan dîtibûn û organize kiribûn. Yûnaniyekî bi navê Ptolemaios ew zaniyarî baştir organîze kirin, li ser nexşeyan raxistin û ragihandin Yûnaniyan. Ptolemaios li Aleksandria dima û ji Misiriyan fêr bûbû. Ew fêrbûna Yûnaniyan, îro hîna bingehê astrolojiya dinyayê ye. Romî jî ji Yûnaniyan fêr bûbûn. Her çi Gajus Julius Caesar bû mîrekî xwende bû, astronomiya Yûnaniyan zanîbû û wilo a Misiriyan zû ji hev derxist û sîstema nû ava kir. Caesar, sala 46 b.z. hejmartina demê bi salnameya rojê, sal kir dozeh meh, 365 roj û her ji çar salan jî rojeke zêde wek sala bermayî ditîn. Ew tê digihije ko saleke rast, wilo ye. Û her wilo wî nav li mehan kir. Ji ber ko Caesar wî çaxî li Misirê bû, Kleopatra VII. ji xwe re anîbû û bi nîvê Misrê re hîna di şer de bû, sîstema xwe ya nû pêşî salekê li Misirê ceriband û piştî wê li Roma bikar anî. Demjimara Julius Caesar ko jê re Salnameya Julianî tê gotin, dor 1550 salan rast hat qebûlkirin. Lê saleke royê, di rastiya xwe de ji demjimara wî dirêjtir e. Her ji çend salan dor saniyeyekê wenda dibû. Wî çaxî Pop û Vatikanê biryar da ko komîsyoneke nû bê avakirin û demjimareke nû bê hesabkirin. Tiştê ko wê komîsyonê derxist, wek a niha ye. Lê dîsa jî saet û demjimar, rastiya dirêjbûna sala royê dernaxin. Her ji sedsalekî çend saniye wenda dibin. Carê rêxistinên demjimariya dinyê li hev dikin û wext rast dikin. Caesar, serokê dewleta Romî bû. Navê Caesar, navê payedariyê û mezinbûnê bû. Wek ko mirov bibêje şah, mîr, paşe, ya jî key. Ji xwe gotina qeyser, Kaiser, Kejsare û Tsar ji gotina Caesar tê. Caesar di nav salên b.z. 100-44 de jiya. b.z. 44-an hat kuştin. Li gora sîstema mehan a ko wî ava kiribû, navê mehan wilo ye. 1. Januari, îngilizî. january: (Çileya Paşîn, Rêbendan) ji navê xweda Janus tê. Janus, xwedayê Romiyan ê mezin e û li Îtalya dimîne. Ew, xwedayê pêşî û destpêka jiyanê ye. Gotina pêşî, di maneya deriyê destpêka jiyanê yê pêşî de fam bikin. Mezinatiya Janus carê dema meha januarî tê pîrozkirin. Navê wî ji gotina ko navê derî ye tê. Bi latînî ji derî re janua tê gotin. Ji ber wilo heta niha jî li Emerîka ji nobedarê deriyan re janitor tê gotin. Janus bi piranî bi du rûyan tê sûretkirin. Her rûyekî wî li aliyekî dinere. Yek li pêşerojê, yek jî li paşerojê. Navê rûyê Janus ji wir tê. Tê mana duhêli. 2. Februari, ingl. february: (Sibat, Reşemî) ji gotina latînî februare tê. Februare tê mana pakkirinê, xwe pakkirinê. Li Roma kevn, ji bo rûmeta hatina sala nû, cejna pakkirinê dest pê dikir. Romî hemû diketin karê pîrozkirina wê cejnê; xwe, mala xwe, kuça xwe û bajarê xwe pak dikirin. Xweda Lupercus, xwedayê şînkayiyê, wî çaxî dest pê dikir û bihar diyarî mirovan dikir. Sala nû wilo dest pê dikir. Ji şahiyên pakkirinê yên ko ji bo spaskirin û rûmetgirtina xelatên xweda Lupercus ko dibûn sedema hatina sala nû re, Februus dihat gotin. Februus heta gava nav li mehan hat kirin, hêdî hêdî bûbû wek navê Lupercus ê din. Bi wî awayî gava navê meha salê a dawî kirin februari, him navê wî û him navê cejna biharê lê hat kirin. 3. Mars, ingl. march: (Adar) ji navê xwedayê Romiyan Mars tê. Mars, navê Ares ê bi latînî ye. Ares, bi esil xwedayekî Yûnanî ye, ew lawê Zeus û Hera ye, xwedayê şeran û şervanan e. Li ba Yûnaniyan ne xwedayekî gelekî birêz û qedirbilind e, pir jê nayê hezkirin. Lê li ba Romiyan mezin e, dihat bawerkirin ko ew parêzgerê bajarê Roma ye, sitara wî li ser bajêr heye. Ji ber wilo Ares ew rûmeta taybet girtiye û navê wî li meha pêşî ya salê hatiye kirin. Ji ber ko di demhejmariya Romiyan de Mars meha salê a yekem bû. 4. Aprîl, ingl. april: (Nîsan, Avrêl) ji gotina latînî aporos tê, tê mana bi dû re, a bi dû re. Yanî Aprîl meha bi dû a yekem de bû, aporos bû. Hinên din dibêjin ko ji gorina aperiere tê. Ew jî tê mana vekirinê. 5. Maj, ingl. may: (Gulan) ji navê xweda Maja tê. Maja, Yûnanî ye, ew xweda bereketê ye. Li ba Romiyan xweda şînkayiyê jî ye. Maja yek ji Pleîadan e, keça Atlas e, dotmama Zeus e. Zeus ji wê hez dike, wê ji xwe re tîne. Maja jê re xwedayê rêber, xweda Hermes tîne. Hermes yek ji xwedayên Olympos e. 6. Juni, ingl. june: (Hezîran, Pûşber), ji navê xweda Juno tê. Juno, navê xweda Hera yê bi Romî, latînî ye. Romî jê re Matrona jî dibêjin. Juno, keça Kronos û Rhea ye, yek ji xwedayên Olympos ên mezin e, banûya gerdûnê ye, xuşk û jina Zeus e. 7. Juli, ingl. july: (Tirmeh, Temmûz) ji navê Julius Caesar tê. Ji ber ko wî, ya jî pêşevaniya karîna dewleta Romî a di dema wî de nav li mehan kiriye, navê xwe li vê mehê kiriye. Her wilo gotina Temmûz jî, navê xwedayekî mezopotamiyan e. Ew bi Yûnanî Adonîs e, xwedayekî xort ê nêçîrvan e, delalê Afrodîthe ye. Yûnanî, bi piranî jî pîrek rûmeteke mezin didin wî û wî bi gul û çîçekan bi bîr tînin. 8. Augusti, ingl. august: (Tebax, Gelawêj) ji navê qeyserê dewleta Romî ê pêşî Augustus tê. Ew xwarzêyê Caesar bû û mîratxurê wî bû. Augustus, wilo piştî Caesar hat ser text. Gotina qeyser a bi formên guherti ko îro di zimanên Ewropî de heye, ji Caesar tê. Ji xwe ew gotin li ba Romiyan jî nevê mezinbûnekê bû. Wek gotina mîr, siltan û şah. Ew gotin bi Augustus re bû navê serokê dewletê. 9. September-september- ( Îlon. ) Navê vê mehê, ji gotina latînî septem, yanî heft tê. 10. Oktober-october- ( Cotmeh. ) Ocktober wek navê mehê, ji gotina latînî octo, yanî heşt tê. 11. November-november- ( Mijdar. ) Ji gotina latînî novem, yanî neh tê. 12. December-december- ( Çileya Pêşîn-Rezber. ) Ji gotina latînî decem, yanî deh tê. Salnameya koçî Muherem, () Sefer, () Rebî'ulewel, () Rebî'ulaxer, () Cemazîyelewel , () Cemazîyelaxer, () Receb, () Şe'ban, () Remezan, () Şewel, () Zîlqe'de, () Zîlhice, () Salnameya rojê nûṟoj guḻan baranbiṟan germaciman gelawêj berewpayîz mîran geḻaṟêzan agirdan sehoḻbendan nawzistan polan Baha'î biha celal cemal ʿezemet nûr reẖmet kelimat kemal esma ʿîzet meşiyet ʿîlim, ʿilm qudret qewl mesail şeref siltan, sultan mulk ʿela Bibîne Salnameya heyvê Salnameya rojê Salnameya koçî Salnameya gregorî Salnameya julianî Salnameya îranî Çavkanî Salname
4143
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pars%20%28cudakirin%29
Pars (cudakirin)
Cend cihên bi navê « Pars » hene: Zimanê parsî yê kevin Pars (ajal) Pars, satrapiyek di dema Sasaniyan de Navê gelê Farsê berîn. Pars
4144
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hefte
Hefte
Hefte yan jî heftî heyamek ango demek/wextek e ku ji heft rojan pêk tê. Rojên hefteyê Şemî Yekşem Duşem Sêşem Çarşem Pêncşem În Bide ber demsal, heyv, meh, roj, sal Salname
4150
https://ku.wikipedia.org/wiki/Brader
Brader
Brader muzîkvan û wênesazekî kurd e. Brader ango Brader Mûsîkî di 1958an de li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dinyayê. Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbas kiriye. Jiyan Brader dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristiyê li bajarê Wanê xwendiye.Ji ber xebata xwe ya muzîkê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigire. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekem li zindanê dinivisîne. Ji sala 1986an û vir ve li Holendayê jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkiriye. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava dengbêjî û muzîka modern de mîna pirekê dibîne. Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên kurd û holendî leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten van Godlos niha jî di xebateka nû ya filmekî holendî de ye. Herwiha di filmê Meşê de jî bi roleke çûçûk xuya bûye. Brader li gel xebatên muzîk û sinemayê xebatên wênekariyê jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Piştî 18 salan cara yekem di sala 2004 de vegeriya welêt. Li seranserê welêt nêzîkî 30-40 konser dan. Albûma talî di 2005an de bi navê Pepûlê derxistiye. Girêdanên derve Malpera Brader Hevpeyvîn Bi Brader Mûsîkî re/Beş 1-NETKURD Çavkanî Hunermendên kurd Wênesazên kurd
4153
https://ku.wikipedia.org/wiki/Leyla%20Bedirxan
Leyla Bedirxan
Leyla Bedirxan (z. 1903/1908 Stembol, Tirkiye − m. 26 kanûna pêşîn 1986 Montauban, Fransa) yekemîn hunermenda baleyê ya kurd e û wekî prensesa kurd tê naskirin, Keça Ebdurrizaq Bedirxan û Henriette Bedirxan e. Kurtejiyan Leyla Bedirxan a ku îro weke prensesa kurd tê nasîn di sala 1903an de li Stembolê jidayikbû. Dayika wê, Henriette Hornik, jineke cihû-awistriyayî, li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye. Bavê Leyla, Ebdurrizaq jî ji malbata Bedirxaniyan e ku di nava kurdan de xwedî gotin bû. Ji ber koçkirina bi zorê malbata wê koçî Misirê kir. Li wir zarokatiya xwe derbas kir, lê piştî mirina bavê, keç û dayik bi malbarkirinê jiyana xwe li Viyanayê berdewam kirin. Destpêka jiyana hunerî Leyla Bedirxan li Viyanayê perwerdeya xwe ya ewil a dansê dît û li Operaya Viyanayê cara yekem derkete ser dikê. Ji bo ku karibe li Fransayê xwe ji aliyê hunerî ve pêş bixe, Leyla Bedirxan bi Henri Touache re dizewice. Keçeke wan a bi navê Nevîn heye. Leyla, him ji aliyê karê xwe yê hunerî ve him jî ji aliyê jinbûyîna xwe ve, weke jineke serbilind dihate nasîn. Û wê tu car kurdbûna xwe înkar nekir. Gava wek ereb hatiye bi nav kirin wê evya sererast kiriye û xwe hertim wek kurd daye nasîn. Dengdana hunera wê Di roja 30ê gulanê 1935an Leyla ji bo Centre Marcelin Berthelot a li Parîsê baleyek pêşkêş kir û baleya wê rastî gelek ecibandinan hat. Piştre, Leyla pênc piyesteyên cuda yên di bin derhêneriya muzisyenê navdar Maurice Naggiar de leyst. Dîsa di 24ê hezîranê heman salê de li La Grande Salleê, yek ji salonên herî bi nav û deng ên Parîsê, Leyla digel orkestraya di bin derhêneriya Maurice Naggiar de û bi alîkariya pianoya Iren Aitoff derket ser dikê. Êdî Leyla Bedirxan dilê hezkiriyên hunerê yên Parîsê feth kiribû. Jina kurd di çavên hunerhezên Parîsê de jineke eksotîk û bêhempa bû, lewra wê bi hunera xwe pir bala wan kişand -  bala gelek rojnameyên mezin ên fransî jî pê re. Nivîskarên gelek rojnameyan Leyla û hunera wê kirin sermijarên beşa hunerê: Le Figaro (bi nivîsa Georges Mussi), Echo de Paris (Carol Berardo), La Liberté (Pierre Wolf), La Semaine de Paris, Les Debats (Maurice Imberto), Guide Musical (J. Baurdy), Le Monde de Musical (L. Humbert) û çend nivîsên di rojnameyên din de. Dengdana hunerî ya Leylayê ne tenê bi Fransayê bi sînor bû. Ew li Swîsreyê, Elmanyayê, Îtalyayê, Spanyayê, Beljîkê û DYA'yê çûye ser dikê, bi hunerhezan re bûye yek û rastî gelek ecibandina wan hatiye. Êdî afîş û panqartên çalakiyan wê wek Şehzadeya kurd, Prensesa kurd û Hunermenda baleyê ya kurd didan nasîn. Bi vî havî Leyla, rastî înkarkirina hereketa kurd (a nê) hatibe jî, bi saya hunera xwe ji wan çêtir û firehtir peyva Kurd ji raya giştî ya cîhanê re da nasîn. Her çiqas di hunera xwe de serkeftî be jî, Leyla hertim ji çand û hunerên cîhanê re jî vekirî bû û hewl dida wan jî nas bike. Ji ber vê yekê, xwediyê agahiyeke fireh a çanda hunerê bû. Zanyariya wê ne tenê bi çand û hunera Ewropayê bi sînor bû; ew hew dida çanda hunera Hindistan û Îranê jî zanibe. Bêguman, muzîka kurdî û govendên kurdî ji bo wê bingeheke girîng bûn, ji ber ku ew digel wan mezin bû û lewra hunera kurdî ji wê re weke zimanê dayikê bû. Ev zimanê dayikê bûbû çavkaniya çend baleyên wê yên wek Dîlan, Govenda kurdî, Dansa durzî û Mar. Hunera Leyla û tevgera kurd Leyla Bedirxan di dema jiyana xwe de bi hunera xwe re her çiqas serkeftî û bi nav û deng bûbe jî, mixabin nekarîbû ji civaka kurd a wê demê re xwe bide pejirandin. Sedemên vê rastebîniya neyînî jî avahiya feodal a gelê kurd û bêgûman jinbûna Leyla bû: hunera wê ji aliyê rewşenbîrên kurd - ên ku bi pirranî ji mêran pêk dihatin - tune hate hesibandin, ji ber ku di eqlê wan de kurdbûn û doza kurd û Kurdistanê ji karê ku Leyla Bedirxan dikir cudatir bû. Jina kurd Leyla piştî ku li Elmanya, Awistriya û Swîsreyê perwerdeya baleyê stend, ji sala 1925an pê ve weke hunermendeke profesyonel a baleyê derdiket dikê. Ne tenê ji bo civaka kurd - ji bo hemû rojhilata navîn jî bû mînakek ewil û bêhempa: Ew bi karê xwe yê hunerî û nûjên hemû hebûnên kevneşopî xiste şoqê. Ji bo der û dorên hunera cîhanî Leyla Bedirxan her çiqas bûyereke balkêş be jî, keda wê ji aliyê civata kurd ve (meriv kare bibêje) dihat înkarkirin û navê wê tune dihat hesibandin. Bi gotinên wê Rojnameya Paris Midi di roja 19e kanûna pêşîna 1932an de hevpeyvînek bi Leylayê re kir. Di vê hevpeyvînê de dotmîra kurd xwe wiha dida nasîn: Di heman hevpeyvînê de Leyla Bedirxan qala dansê û hunera xwe dike: Mirina prensesa kurd Prensesa kurd Leyla Bedirxan di 26ê kanûna pêşîn a 1986an de li Montauban (Fransa) çavên xwe ji jiyanê re qurş kir. Mîrasa wê Jiyana xwe ji dest da be jî, bi nav û hunera xwe re di cîhanê de dengda û wek yekemîn hunermenda baleyê ya kurd kete dîrokê. Wê ji gelê kurd re mîraseke giran û bedew a hunerî li pey xwe hîşt. Cavkanî Jinên kurd Hunermendên kurd Malbata Bedirxaniyan Jidayikbûn 1908 Mirin 1986 Aktrîsên kurd
4155
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rojnamevan%20%28pirt%C3%BBk%29
Rojnamevan (pirtûk)
Rojnamevan romaneke Lokman Polat e. Kitêb behsa rojnemavan Karîn dike ku diçe Libnanê ji bo ku li ser Rojhilata Navîn binivîse. Pişt re, ew bi tesadufî pêrgî kurdekî tê. Hevalê Karîn yê nû tewsîye lê dike ku ew biçe Kurdistanê jî. Rojnamevan ew vedigere Swêdê û piştre diçe Stenbolê, da ku ew xwe ji wir bighîne herêma kurdan ya li Tirkiyê. Destpêka salên 1990î ye dema ku Karîn diçe Amedê. Gel hewl dide ku sersala nû, Newrozê, pîroz bike, tiştekî ku qedexe ye. Leşker hewl didin ku pîrozkirinê asteng bikin û çend kes têne kuştin dema ku ew mudaxele dikin. Ew rojnamevana bi meraq gelek tesîr lê tê kirin û biryar dide ku gera xwe bidomîne. Hema bibêje ew li nîvê welêt digere. Ew li her derî dibe şahidê çewsawandinê û belangaziyê û bêriya gelê kurd ya ji bo azadiyê. Di dawiya romanê de, sampatîyeke mezin ya gel bi Karîn re peyde / çê dibe û ew destpê dike ku bîr û baweriyên xwe li ser binivîsîne. Kitêb bi rêk û pêk hatîye nivîsandin û di derbarê bûyerên dehsalên dawî yên li Tirkiyê û Kurdistanê adahiyan dide. Pirtûk
4156
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bahattin%20Karak%C3%BCt%C3%BCk
Bahattin Karakütük
Bahattin Karakütük (1966-10ê kanûna paşîn a 2005) rojnamevanekî tirk e ku di çapemeniya kurd de xebat kir. Bi Rojnameya “Özgür Gündemê" gava xwe avêt nav medyaya kurd, û ji sala 1992’yan ve, wekî pisporê dîplomasiyê xebatên xwe bê navber domandin. Bi sedan hevalên wî yên rojnamevan ew bi navê “Baha” nas dikir. Baha bi eslê xwe ji Mêrsînê bû. Tevî ku li wir zêde nejiya jî, lê ji hevalên xwe re bahs dikir ku wî çiqas bêriya tama xwarina bi navê ‘Tantûnî’ kiriye. Baha herî zêde ji taxê Enqereyê “Kuçukesat” bahs dikir, ku ew di sala 1966an de li wir hatibû dinê û ew der bûbû mekana zaroktî û ciwantiya wî. Bi gotina wî, ew ji aliyê malbata xwe ya “burjuvaya biçûk”, weke “zarokên guldankan” tevî 2 xwişkên xwe tê mezinkirin. Baha di 11 saliya xwe de bavê xwe winda dike. Bîranîna xwe ya herî meşhûr a derbarê bavê xwe de wiha dianî ziman : gelek sal piştî mirina wî, min rojek nameyên evînî yên bavê xwe yên bi daktîloyê nivîsandî, dîtin. Baha, di sala 1984an de, ku wê demê hê diçe lîseyê, li ser wefata diya xwe, tevî xwişkên xwe jiyana xwe li ba xaltîka xwe didomîne, û li wê derê salek xwe ji bo zanîngehê amade dike. Piştî saleke din, Baha di şertên Tirkiyeyê de serkeftineke mezin pêk tîne, û dikeve yek ji zanîngehên bijarte: Yanî Beşa Fizîkê ya ODTÜyê. Di wê demê de, ku derbeya 12ê îlonê tesîra xwe hê bi awayekî pir dijwar didomîne, Baha fikrên çepîtiyê nas dike. Di destpêka salên 90î de, tevî têkoşîna neteweyî ya kurd, rojnamevaniya Kurdistanî ketibû pêvajoya pêşveçûnê. Ligel ku hin kovarên kurd derkevin jî, pêşveçûna sereke derketina rojnameya “Yeni Ülke”yê bû. Piştî demekê, di Gulana 1992’yan de, rojnameya rojane Özgür Gündem jî dest bi weşana xwe dike. Baha, di wê demê de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî, mafê xwe yê perwerdeyê winda dike. Û piştî ku demek li Mêrsînê dijî, di sala 1991’an de, li gel komek rojnamevanên ku ji Enqerê nas dike, tevlî amadekariya rojnameya Özgür Gündemê dibe. Sala 1992’yan Baha biryarê digire ku êdî bi rojnamevanên kurd re bixebite.Di wê demê de, Baha nûçevanê zanîngehan e û çalakiyên xwendekaran û li hemberî wan mudaxaleyên polêsan di asta xwe ya herî bilind de ye. Nûçegihaniya dîplomasiyê Baha her tim bahs dikir ku ew herî zêde di wê demê de rojnamevantî hîn bûye. Li hemberî pirsa “çima” jî, wî ev bersiv dida : “Çimkî herî zêde di wê demê de min ji polêsan lêdan xwaribû.” Bahayê ku li wê derê rojnamevaniyê hîn dibe, pişt re bi gotina wî “tenê ji ber zanîna wî ya îngilîzî” derbasî nûçevaniya dîplomasiyê dibe. Baha, wekî nûçevanê rojnameya Özgür Gündemê, dîplomasiya Enqerê dişopîne û nûçeyên xwe bi navê Bahattin Karakütük diweşîne. Baha hingê di rojnameyê de nûçevanê yekane yê dîplomasiyê ye. Ji ber ku ew ji her dîplomatî pirsgirêka kurd dipirse, ji aliyê nûçevanên rojnameyên din ên di nav dîplomasiya Enqerê de wekî “Kurdperest” tê gazîkirin. Karakutuk ji hêla hêzên tarî ve tê revandin Tevî derketina rojnameya Özgür Gündemê, li hemberî rojnamevanên kurd polîtîkaya çavtirsandinê bi dijwariyeke ku heta hingê nehatibû dîtin, pêk dihat. Heta sala 1994an, ji 30î zêdetir rojnamevan û belavkarên kurd hatin qetilkirin. Di wê demê de Baha bi baweriyeke xurt rojnamevaniya kurd didomîne û ji ber vê yekê jî ev tewr dibe sedema revandina wî. Piştî revandina wî, ji bo Baha çi ji Tirkiyê çi jî ji derve saziyên mafên mirovan û saziyên çapemeniyê dikevin dewreyê û dest bi kampanyayeke mezin dikin. Bi saya wê kampanyayê, Baha bi şertê ku careke din nexebite tê berdan. Lê belê Baha tevî hemû êrîş û binçavkirinan xebatên xwe didomîne. Baha bi dorê ji bo rojnameyên Özgür Ülke, Yeni Politika, Demokrasi, Ülkede Gündem, Özgür Bakiş, İkibinde Yeni Gündem, û ji bo Yedinci Gündemê xebitî û li ser dîplomasiyê qunciknivîs nivisandin. Pêvajoya sirgûniyê Baha di sala 1995an de tê Brukselê û demekê dixebite, û piştre careke din vedigere Enqerê. Lê ji ber ku li wir lê digeriyan, careke din neçar dimîne welatê xwe biterikîne. Di sala 1996an de, Baha bi jineke bi navê Cud re dizewice û li Londonê bi cih dibe, û li wir wekî nûnerê Londonê yê rojnameya Demokrasiyê dest bi kar dike. Piştî rojnameya rojane, pêşveçûna herî mezin a di çapemeniya kurd de, destpêkirina weşana Televizyona MED-TV bû. Ev, di rojnamevaniya kurd de, di heman demê de destpêkirina pêvajoyeke nû bû jî. Cara pêşîn neteweyekî bêdewlet, li gelek deverên dinyayê weşanê dikir. Û Baha, ji bo ku tê de cih bigire, ji Londrayê hat Brukselê. Di navenda nûçeyan a Televizyona MED de, bi salan edîtoriya nûçeyên derve û ya servîsa dîplomasiyê domand. Baha di 96an de tê navenda nûçeyan û di 97an de jî cara pêşî li gel hin pisporên din înternet hînî xebatkarên nû yên navenda nûçeyan dike. Baha ji bo çêkirina nûçeyê, înternetê wekî çavkaniyeke îstixbaratê bi kar tîne û gelek hewl da ku kanala yekemîn a televîzyonê MED-TV bibe xwediyê malpereke înternetê. Bi girtina MED-TV, di kanala demî ya “C-TV” de, karê Baha koordînatoriya weşanê bû. Baha, bernameyên ku li Îngiltereyê bihatana weşandin koordîne dikirin. Piştî “C-TV”ya demkurt, televîzyona nû ya kurdan MEDYA-TV, di sala 1999’an de derket pêşiya temaşevanên xwe. Baha li wir jî bi qasî salekê di navenda nûçeyan de edîtoriya nûçeyên derve û ya servîsa dîplomasiyê meşand. Li wê demê ku wî li navenda nûçeyan xebat dikir, wî wezîfeyeke aktîf jî di amadekirina bernameyên bi navê “Sabah Gündemi” û “Med-Boyut” de dimeşand. Baha hem nûçeyên derve yên van bernameyan amade dikirin hem jî heftiyê carek tevlî bernameya “Sabah Gündemi” yanî “Rojeva Sibê”, dibû. Û di ber re jî di hin bernameyên din de bûyerên heftiyê dinirxandin. Herçiqas bêriya şopandina nûçeyên li Enqerê kiribe jî, wî hemû rojên xwe li navenda nûçeyan a televîzyonê bi xebatê derbas dikirin, gelek şevan jî bi gihandina rojnamevanên ciwan re eleqedar dibû. Baha êdî bernameyê çêdike Baha, di sala 2000 de ji Navenda Nûçeyan vediqete, û weke ku dîsa wî digot, ew biryarê digire ku di avahiya televîzyona duqatî de hilkişe qata serî. Wê çaxê ew di Sêla Sor de ku wek hefteyî tê weşandin, dest bi xebatê dike, û pê re jî bername dibe rojane. Û êdî ew di wê bernameyê de edîtoriyê dike. Di wê demê de, Baha êdî dikaribû derkeve derve û tiştê ku pir dixwest bike, yanî ji derve nûçeyan bişopîne. Bi taybetî hevpeyvînên wî yên bi dîplomatên biyan re û bi sedan dosye-nûçeyên ku wî ji bo Sêla Sor amade kiribûn, demeke dirêj di rojevê de mabûn. Baha êdî bi tevlîbûna bernameya Sêla Sor tecrûbeya xwe ya nûçevaniya dîplomasiyê radigihand temaşevanan. Piştî bernameya Sêla Sor, Baha heman wezîfeya xwe tevî amadekariyê, di bernameya “Gune Bakış” yanî Nêrîna Rojê de domand. Di heman wextê de, wî di bernameya hefteyî “Pîvan” û di navenda nûçeyan de jî cih girt heta ku sala çûyî Medya TV hat girtin. Dîsa sala çûyî meha adarê, di amadekariya televîzyona me ROJ TV de Baha wezîfeyên aktîf hilgirtin ser milê xwe, û ji bo bernameyeke din jî milên xwe vemalandin. Wî notên xwe yên ku li ajandaya xwe ya binavûdeng nivîsîbûn, ji her xebatkarê televîzyonê re dixwend û behsa bernameya xwe ya nû dikir. Projeya bernameya ROJNAME Wî bernameyeke rojane, bi du zimanan, û bernameyeke nûçe-aktuel dixwest. Diviyabû bername niha heftiyê 5 roj bihata weşandin, lê piştre jî wê bibûya 6 roj. Baha terza ku ji bo bernameyê amade kiribû, tevî spot û flaş û manşeta xwe, ev bername wekî rojnameya televîzyonê pêşkêş dikir, ji ber wî navê bername jî wê bibûya ROJNAME. Tevî ku “ROJNAME” berhemeke nivîskî be jî, Baha li vî navî maneyên din bar dikirin: Yanî ji ROJ TV name. Her hêmana bernameyê wê xwerû bûya. Ji bo jenerîka bernameyê, Baha li Londonê bi pisporekî re lihevhatinekê pêk anî û ji bo şiklê wê jî tevî grafîkeran bi rojan xebitî. Bernameya Baha ROJNAME, li 2yê adarê hatibû dinyayê. Hem jî bi pêşkêşvaniya Baha ku bê dilê xwe rih û porê xwe qusandibû. Bultenên nûçeyan jî tê de, Baha bi tu awayî pêşkêşvaniya bernameyên xwe nedikirin, lê bernameya ROJNAMEyê ji ber ku bi dilê wî bû, êdî dikaribû pêşkêş bikira. Baha heta ku dawî li jiyana xwe anî, her tim hevalên xwe teşwîqî baştir çêkirina bernameyan, baştir nivîsîna nûçeyan dikirin. Wî her tim nalet dianî li wê rewşa ku ew mecbûrî jiyana xerîbiyê kiribû. Hempîşeyên Baha yên di medyaya kurd de pê re dixebitin, wê li bîranîna wî xwedî derkevin. Çavkanî azadiyawelat.com Rojnamevanên tirk
4160
https://ku.wikipedia.org/wiki/Anah%C3%AEta
Anahîta
Anahita navê Gelawêjê di Mîtolojiya Îranê de ye. Mîtolojiya îranî
4166
https://ku.wikipedia.org/wiki/M%C3%AEtolojiya%20%C3%AEran%C3%AE
Mîtolojiya îranî
Mîtolojiya îranî an jî dastannasiya îranî tevaya efsaneyên gelên îranî dihewîne. Ji bilî çîrokên paşerojê, ev çîrokên kevneşopî yên ji rojên destpêkê û serdema kevnare vedihewînin, ku tê de em ne tenê bi xwedayên îranî yên kevnar, Yazata, lê her weha bi kes û heyînên awarte û serxwezayî re rû bi rû dimînin. Ev gelek caran û bi awayekî taybet wêne û dîtinên li ser mijara rûbirûbûna qencî û bediyê, kirinên xwedawendan, lehengan û afrîdên din nîşan didin. Di dirêjahiya dîroka xwe ya çandî ya çend hezar salî de, fîgurên mîtolojiya îranî gelek caran û bi rengekî dûbare pêşdeçûneke têgihî û watedar nîşan didin, wek mînak di gihandina hin fîgur û têgehên mîtolojiya îranî ya pêşîn di mîstîsîzma farisî de. .Wek nimûne, metamorfoza sûretê Teyrê Sîmir, ku berê di nivîsarên kevnar ên îranî de peyda bûye, ji fîgurekî bingehîn ê mîstîsîzma farisî ya sedsala 12mîn re di "Mentiqultêyr" a helbestvan Etarê Nîşabûrî de dikare bixebite. Qada ku mîtolojiya Îranê lê derketiye û qada sereke ya çalakiya wê ya çandî bi taybetî Îran, Efxanistan, Tacîkistan, Mezopotamya her wiha Kurdistan, Qefqasya, Belûçistan û beşek ji Asyaya Navîn û parzemîna Hindistanê ye .Pirtûka Şahname , serberhema helbestvanê faris Firdewsî , ku bi girîngiya wê bi Îlyada a Homer re tê berhevkirin, ji bo kevneşopiya mîtolojiyê diyarker e.Dorpaşa berhema Homer ji ya farisî pir zêdetir e. Çavkaniyên din ên girîng ên mîtolojiya Farisî, beşên cûrbecûr yên Avestayê ne, wek Yaştan û nivîsarên Vendîdad, û her weha wêjeya Pehlevî.Efsaneya afirandinê ya îranî bi taybetî di pirtûka Bundahişn a farisiya navîn de cih digire. Têgînên "efsaneya îranî" û "efsaneya farisî" bi gelemperî bi hev re têne bikar anîn, tevî ku pêkhateya etnîkî ya têgîna "îranî" bi rêkûpêk hemî gelên îranî ji xêza farisî ya îraniyan vedihewîne. Ji bilî binavkirina Persia wek Îran di zimanên îranî de, ev yek ji ber wê yekê ye ku beşên girîng ên mîtolojiya îranî di zimanê farisî de, bi taybetî di farisiya navîn û nûjen de, û zimanê farisî di zimanê farisî de hatine danîn û ji aliyê çandî ve, li Asyaya Navîn û Başûrêrojavayê, wek zimanekî ku gelek caran bi hev re û carna jî wek zimanê Lingua franca ê bikaranîn, cihekî taybet digire. Kes û têgehên mîtolojiya îranî Di beşa jêrîn de nêrînek giştî peyda dike û ne navnîşek tevahî ye ji hemî têgeh û karakteran ku ji ber berfirehiya mîtolojiya îranî tê dayîn . Ageş , Agaş , Agij . Dêwê çavê bed, di Bundahişna mezin de bi me re tê. Ahûra Mezda, Hurmazd, Hormuzd, Ohrmazd, Ormazd; "Xwedayê zana", Afirînerê; Ahûra Mezda jixwe di metnên herî kevn ên îranî de, wek di Gathan de û di Farisiya kevin de, belgeyên hexamenişî de, wek mînak di nivîskên Bêstûnê ên sê zimanî de derbas dibe. Aîryanem Vaeceh Akataş , "Afirînerê bediyê", li gorî Bundahişn, mirov ji qenciyê dûr dihêl e Anahita Anaya , cinawirên cinî Araş an jî Key Araş , bi zimanê avestî Erexşa, "tîra bilez"; leheng û tîrvanekî birûmet e . Cemşîd Dehak Dêw Direfşa Kawa Ehrîman , Angra Mainyu. Giyana Afirandina Xirab, Ruhê Wêranker, Qada Destpêkê ya Afirandina Xirab; li hember wî Spenta Mainyu û Ahûra Mezda ne . Esman xwedawendê esmanê; ew dewlemendiyê dide; di şerê li dijî Ehrîman de ew bi xwe Ehrîman û hem jî Dêw tam dike. Êşma , dêwê xezebê Firawer Fraşokeretî Isfendiyar Kawayê Hesinkar Meh (mîtolojî) Mihregan Mîtra Newroz Ristemê Zal Teyrê Sîmir Tîrgan Suşyant Vîştaspa Zal Zervan Mijarên têkildar Zerdeştî Împeratoriya farisî Med Îran Avesta Yezdanên îranî Şahname Mîtolojiya Kurdistanê Çavkanî Tony Allan, Charles Phillips, Michael Kerrigan. Weiser Herr des Himmels: Persien. Aus der Reihe Mythen der Menschheit. Time-Life Books, Amsterdam: 1999. Jalil Doostkhah. Avesta. Übersetzung des Textes. Morvarid, Teheran, 1996. ISBN 964-6026-17-6. Jürgen Ehlers (Hrsg. und Übers.): Abū'l-Qāsem Ferdausi: Rostam – Die Legenden aus dem Šāhnāme. Philipp Reclam jun., Stuttgart 2002 A. Ferdowsi. „Shanameh e Ferdowsi“. Vollständige persische Ausgabe. Verlagsgesellschaft der Nationalbank (Bank Melli Publications).Teheran, 2003. ISBN 964-93135-3-2. D. N. MacKenzie: A Concise Pahlavi Dictionary. Routledge Curzon, 2005. ISBN 0-19-713559-5. M. Mo’in. An Intermediate Persian Dictionary. Six Volumes. Amir Kabir Publications, Teheran, 1992. Hashem-e Razi. Encyclopaedia of Ancient Iran. Sokhan, Teheran, 2002. ISBN 964-372-027-6. Hashem-e Razi. Chronology & Ancient Iranian Festivals. Behjat, Teheran, 2004. ISBN 964-6671-37-3. Friedrich Rückert: Firdosi’s Königsbuch (Schahname) Sage I–XIII. Aus dem Nachlass herausgegeben von E. A. Bayer. 1890. Nachdruck: epubli GmbH, Berlin, 2010 ISBN 978-3-86931-356-6 Friedrich Rückert: Firdosi’s Königsbuch (Schahname) Sage XV–XIX. Aus dem Nachlass herausgegeben von E. A. Bayer. Nachdruck der Erstausgabe. epubli Berlin, 2010, ISBN 978-3-86931-407-5 (Details). Friedrich Rückert: Firdosi’s Königsbuch (Schahname) Sage XX–XXVI. Aus dem Nachlass herausgegeben von E. A. Bayer. Nachdruck der Erstausgabe. epubli Berlin, 2010, ISBN 978-3-86931-555-3 (Details). Friedrich Rückert: Rostem und Suhrab. Eine Heldengeschichte in 12 Büchern. Nachdruck der Erstausgabe. epubli, Berlin, 2010, ISBN 978-3-86931-571-3 (Details). Friedrich Rückert: Rostam und Sohrab. Neuausgabe. Epubli, 2010. ISBN 978-3-86931-684-0 (Details). Friedrich Rückert: Rostam und Sohrab. Neuausgabe E-Book. Epubli, 2011. ISBN 978-3-86931-939-1 (Details). Vesta Sarkhosh Curtis. Persische Mythen. Reclam, Ditzingen, 1994. ISBN 3-15-010399-1. E. W. West. Pahlavi Texts. Translated by E. W. West. 5 Volumes. Routledge Curzon, 1895–1910, 2004. ISBN 07007-1544-4. Geo Widengren: Iranische Geisteswelt: Von den Anfängen bis zum Islam. Holle Verlag, Baden-Baden 1961 R. C. Zaehner. Zurvan. A Zoroastrian Dilemma. Biblo and Tannen, 1972. ISBN 0-8196-0280-9.
4173
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ro%C5%9Fan%20Lezg%C3%AEn
Roşan Lezgîn
Roşan Lezgîn çîroknivîs, helbestvan û wergêrekî kurd e ku zêdetir bi kirmanckî (zazakî) û kurmancî dinivîse û hinek gotarên wî yê bi zimanê tirkî jî hatine weşandin. Jînenîgarî Roşan Lezgîn di sala 1964an de li gundê Dingilhewa ya bi ser Licêya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Di tevayî jiyana xwe de tenê 4 sal çûye xwendegehê, lê paşê dibistana navîn, lîse û zanîngehê (beşa ziman û edebiyatê) ji derve xwendiye. Ji sala 1996an û vir de li gelek kovar û rojnameyan bi kurdî (kirmanckî û kurmancî) û tirkî nivîsên wî hatine weşandin. Roşan Lezgînî bi kitêba xwe ya çîrokan (Binê Dara Valêre de) xelata edebiyatê ya Apec Förlag AB-2002 girtîye. Her wiha, bi çîrokekê jî (Serketina Kewan) di Pêşbaziya Çîrokên bona Zarokan a Yekem ku Şarevaniya Sûrê ya Diyarbekirê organîze kiribû de xelata duyemîniyê girtîye. Berhemên wî di pirraniya kovar û rojnameyên kurmancî û kirmanckî (zazakî) de derketine. Xebatên nivîskariyê Yekem kitêba wî ya çîrokan "Binê Dara Valêre de" (Weşanxaneya Apecê, Stockholm) bi kirmanckî û wergera wê "Li Bin Dara Biyê" (Weşanxaneya Elma, Stembol) bi kurmancî weşiyabû. Roşan Lezgînî kitêba Suzan Samanciyê "Siya Bêdengiyê" û kitêba Malmîsanijî, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî û Neteweperweriya Kurdî ji tirkî, kitêba Sadiqê Hîdayetî "Sê Dilop Xwîn" jî ji farisî bo kurmancî wergerandine. Ew niha li Amedê dijî. Roşan Lezgîn pirziman e. Ew ji bilî zaravaya xwe ya kurdiya zazakî, herwiha kurdiya kurmancî baş dizane û soranî jî fêm dike. Wî çendîn lêkolînên girîng ji soranî kirine kurmancî. Ew bi kêmî tirkî û farisî jî dizane. Wî hin çîrokên Sadiq Hîdayet ji farisî bo kurmancî wergerandine. Edîtorî û redaktoriya yekem rojnameya kirdkî Newepel, kovara edebî û hunerî Şewçila, Weşanxaneya Roşnayê û malpera Zazaki.net-ê dike. Berhem Berhemên wî yên ku weşiyane Binê Dara Valêre de, Çapa yewine, Weşanxaneya Apecê, Stockholm 2002. Çapa dîyine, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2003 Dêsan de Sûretê Ma Nimite, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005 Ferhengê Îdyomanê Kurdkî, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2005 Halîn, Weşanxaneya Komalê, Îstanbul 2006 Ez Gule ra Hes Kena, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul 2007 Sanikanê Dîyarbekirî ra Guldesteyêk, Estîtuya Kelepora Kurdî, Duhok 2009 Gotin Diçe Nivîs Dimîne, Weşanxaneya Pêrî, Stenbol 2009 Edebîyatê Kirmanckî ra Nimûneyî, Weşanên Enstîtuya Zimananên ku li Tirkîyê Dijîn ya Zanîngeha Artukluyê, Mêrdîn 2012 Tarîyîya Adirî de, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2012 Dersê Ziwanî, Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir, 2012, 128 rîpelî Ferhengê Kurdî (Zazakî)-Tirkî û Tirkî- Kurdî (Zazakî), Weşanxaneyê Roşna, Dîyarbekir 2013, 358 rîpelî Ji bo Kurmancan bi Awayê Muqayeseyî: Gramera Kirdkî (Zazakî), Weşanxaneya Roşna, Dîyarbekir 2013, 224 rûpel Sorgu (Pirsyarî), Weşanên Weqfa Ismail Beşikçi, Stembol, 2015 Toplumsal Kürt Gruplarından Zazalar (Ji Komên Civaka Kurd Zaza), Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2016, Lêkolîn. Ap Hus, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir 2018, Hîkaye Kevoke, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2019, Hîkaye Wergerandinên wî yên ku weşiyane Suzan Samancı, Siya Bêdengiyê (Wergerandina ji tirkî), Weşanxaneya Aram, Stembol 2001 Roşan Lezgîn, Li Bin Dara Biyê, (Wergerandina ji kirmanckî), Weşanxaneya Elma, Stembol 2003 Sadiq Hîdayet, Sê Dilop Xwîn (Wergerandina ji farisî), Weşanxaneya War, Diyarbekir 2004 Malmîsanij, Cemîlpaşazadeyên Diyarbekirî Û Neteweperweriya Kurdî, Weşanxaneyê Vateyî, Stembol 2008 Îsmaîl Beşîkçî, Ziman - Nasname - Netewe Û Neteweperwerî, Weşanxaneya Pêrî, Stembol 2008 Andranîk, Dêrsim - Raywanî û Cografya, Weşanxaneyê Vateyî, Stembol 2010 Berfîn Zenderlioglu & Mîrza Metîn, Mêrdeyê Şewe Weşanên Avesta, Stembol 2011 Perwerde de Tetbîqê Ziwanê Dayîke, Weşanên DÎSA, Dyarbekir 2013 Polîtîkayê Zafziwanîye û Plankerdişê Ziwanî, Weşanên DÎSA, Diyarbekir 2013 Rêberê Bikarardişê Setê Gulgulînê Gedeyan (Amadekar: Ferîdûn Bîrgul), Kurmanckî ra Çarnayiş: Roşan Lezgîn, Weşanê DÎSA, Diyarbekir 2016 Dewlet û Kurd (ji Îsmaîl Beşîlçî), Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îstanbul, 2016 Çawanîya Rejîmê û Kurd (ji Îsmaîl Beşîlçî), Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îstanbul, 2016 Vera Trawma de Muqawemetê Tutan, Tirkî ra Tercume: Roşan Lezgîn, Weşanê DÎSA, Diyarbekir 2018 Xewn (ji Nadîre Güntaş Aldatmaz), Wergerandina ji kirmanckî: Roşan Lezgîn, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2019 Serketina Kewan, Weşanxaneya Roşna, Diyarbekir, 2020 Çavkanî Mêr Nivîskarên kurd Çîroknivîsên kurd Wergêrên kurd Jidayikbûn 1964 Kesên ji Liceyê
4174
https://ku.wikipedia.org/wiki/Michel%20Foucault
Michel Foucault
Michel Foucault (15.10.1926-25.04.1984) fîlozofekî fransî ye. Li Parîsê profesorê dîroka pergalên zanînê bû.Di felsefeya wî de têgeyên wekî hêz, serdestî, biyo-îktîdar û zanîn cîhekê girîn digrin. Abdullah Ocalan di pirtûka Parastina Gelekî de çend tezên xwe li der barê hêzê ser bingeha teoriyên Foucault ava kir. Pirtûkên Foucault bi zimanê kurdî hîn derneketin e. Cavkanî Girêdanên derve Michel Foucault – 1926-1984 - Ji Malpera Felsefevan Jidayikbûn 1926 Mirin 1984 Fîlozofên fransî Civaknasên fransî
4177
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rojnamey%C3%AAn%20alman
Rojnameyên alman
Li Almanyayê çend rojnameyên netewî û gelek rojnameyên heremî hene. Rojnameyên netewî di siyasetê de rolekî girîng dileyîzin, lê rojnameyên heremî zêdetir tên firotin. Rojnameyên netewî ên rojane Bild - Rojnameya bulvar Frankfurter Allgemeine Zeitung - Rojnameya mezin a rastgir Süddeutsche Zeitung - Rojnameya mezin Die Welt - Rojnameya mezin a rastgir Frankfurter Rundschau - Rojnameya navenda-çep Çapemeniya almanî
4178
https://ku.wikipedia.org/wiki/Die%20Welt
Die Welt
Die Welt (Cîhan) yek ji rojnameyên mezin ên Almanyayê ye. Xizika wê rast e. Çavkanî Girêdanên derve Rojnameyên almanî
4180
https://ku.wikipedia.org/wiki/Frankfurter%20Allgemeine%20Zeitung
Frankfurter Allgemeine Zeitung
Frankfurter Allgemeine Zeitung (Rojnameya Frankfurt a Giştî) yek ji rojnameyên mezin ên Almanyayê ye. Xizika wê rast-muhafazakar e. Rojnameyên almanî
4181
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%BCddeutsche%20Zeitung
Süddeutsche Zeitung
Süddeutsche Zeitung(Rojnameya Almanyaya Başûr) yek ji rojnameyên mezin ên Almanyayê ye. Xizika wê lîberal an çep-lîberal e. Rojnameyên almanî
4182
https://ku.wikipedia.org/wiki/Siyon%C3%AEzm
Siyonîzm
Siyonîzm yan Seyhonîzm nave tevgera dewletparêz a cihuyan e. Tevger piştgirî dide avakirina welatek ji bo gelê Cihû li Filistînê, herêma ku li gorî kevneşopiya cihûyan bi axa Îsraêle ya dîrokî re têkildar e. Îro siyonîzm, piştî damezrandina Îsraêlê, wek îdeolojîyek ku piştgirîya "pêşketin û parastina Dewleta Îsraîlê" dike tê dîtin. Wekî bavê tevgera siyonîzmê Theodor Herzl tê dîtin. Siyon navê tepeyeke Orşelîmê/Qudsê e û şuna navê bajêr tê bi kar anîn. Wekî encamê siyonîzme di sala 1948'an de dewleta Îsraêl hat damezrandin. Jî bibînin Dagirkirina hikûmetên ji aliyê siyonîstan Siyaset Siyonîzm
4187
https://ku.wikipedia.org/wiki/K%C3%B6ln
Köln
Koln (bi almanî: Köln) yek ji bajarên Almanyayê ye. Ev bajar piştî Berlînê, Munîhê û Hambûrgê jibo mezinahiyê bajarê 4ê yê Almanyayê ye. Ew mezintrîn bajarê wîlayet ya federal ya Rayna Bakur-Vêstfaliya ya Almaniyayê ye. Hêşeta Kolnê ji 1 milyon kesan zêdetir e. Koln yek ji kevnartirîn bajarên Ewropayê ye û li sala 38ê B.Z. bi destê Romanan hatiye avakirin. Zanîngeha Kolnê jî yek ji kevnartirîn zanîngehên Ewropayê ye. Köln bi dêra xwe a mezin a katolîk (Kölner Dom) naskirî ye. Koln mezitrîn navenda weşanên Elmanyayê ye. Bingehê serekî yê televizyonên mîna VOXê, Westdeutscher Rundfunk (WDR) û RTLê li vî bajarî ye. Li Koln' e li 40000 zêdetir Kud dijin. Piranîyan Kurdên ji Kurdistana Bakur in. Çavkanî Girêdanên derve Nordrhein-Westfalen Bajarên Almanyayê
4194
https://ku.wikipedia.org/wiki/Karap%C3%AAt%C3%AA%20Xa%C3%A7o
Karapêtê Xaço
Karapêtê Xaço (), dengbêjê kurdî yê ku bi eslê xwe ermenî bû, ji gundê Kolhoza Êrîvanê bû û wî di 103 saliya xwe de sala 2005an jiyana xwe ji dest da. Xaço di dûmahika 90 salên jiyana xwe de bi kurdî stran çêkirin û gotin. Xaço ku 15 salan di artêşa Fransayê de leşkerî kir, 55 salan di Radyoya Êrîvanê de xebitî. Xaçoyê ku di tevahiya jiyana xwe de rastî gelek ta'dehiyan hat, bi dehan dengbêj gihandin. Karapêtê Xaço bavê 5 zarokan bû û 15 neviyên wî jî hebûn. Film û pirtûk Pirtûka Salihê Kevirbirî a bi navê Bir Çığlığın Yüzyılı: Karapetê Xaço, Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin. Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî zemanê berê: Karapêtê Xaço, Voice from the Past heye. Çavkanî Girêdanên derve http://www.semskiasireti.com/?Bid=505326 Dengbêj Ermenî Mirin 2005 Radyoya Êrîvanê Kurd Jidayikbûn 1900î
4208
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fr
Fr
Fr kurtenavê Fransiyûm Fransa ye.
4210
https://ku.wikipedia.org/wiki/He
He
Pir wateyên HE, He û he' hene. kurtenavê elementê Helyûm kurtenavê navçeyê Elmanyayê, Hessen (ISO 3166-2) herfê ibranî He high explosive''
4212
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mg
Mg
Mg (ya mg) kurtenavê Magnezyûm e. Mîlîgram e. Madagaskar di lîsteya kodên ISO yên dewletan da ye. Kurtenav
4213
https://ku.wikipedia.org/wiki/Cr
Cr
Cr kurtenavê Krom ye. Ev pir ji Kîmya ra mihume. Hên seke Kîmya Kurtenav Rûpelên cudakirinê
4214
https://ku.wikipedia.org/wiki/Co
Co
Co kurtenavê Kobaltê ye. Ev pir ji Kîmya ra mihume. Hên seke Kîmya Kurtenav Rûpelên cudakirinê
4219
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ge
Ge
Ge kurtenavê Germanyûm ye. Ev pir ji Kîmya ra mihume. Hên seke Kîmya Kurtenav Rûpelên cudakirinê
4223
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rb
Rb
Rb kurtenavê Rûbîdyûm e. Kurtenav
4226
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ca
Ca
Ca kurtenavê Kalsiyûm Kalîfornya
4229
https://ku.wikipedia.org/wiki/Y
Y
Y herfa 30. di alfabeya kurdî da ye. Hên jî pir manên xwe heye. Herfê Y, seke Y (herf) Li kîmya da kurtenavê Îtriyûm ye, seke Îtriyûm.
4231
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sr
Sr
Sr kurtenavê Stronsiyûm, metalekê ye. Kurtenav
4233
https://ku.wikipedia.org/wiki/Li
Li
Pir manên Li ya li hene. Li kurtenavê lîtyûme. Di Lîsteya kodên ISO yên dewletan da li kurtenavê Liştinştayîn ne. Kurtenav
4235
https://ku.wikipedia.org/wiki/Be
Be
Pir wateyên BE, Be û be hene. kurtenavê dewletê Belçîka (ISO 3166) kurtenavê elementê Berîlyûmê inglîziya brîtanî ("British English")
4240
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ra
Ra
Ra kurtenavê Radyûm navê xwedeyekî misrî ye: Ra (xweda) Nerv, birik, reh e. Bajêre Ranye Ranye
4242
https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AEdrojen
Hîdrojen
Hîdrojen () elementa bi hejmara 1 e. Hîdrojen gazek e. Gerdûn bi piranî ji hîdrojen pêk te. Germahiya 100 Milyon Dereceya Santîgrad, Jibo Pêkhatina Fusion’a Dendikî Fusion’a Dendikî yan bihevzeliqandina dendikan di germahiya pir mezin da, tam berevajî qelişandin û jihevbelakirina dendikan e. Di prosesa Fusion’a Dendikî da, dendikên sivik yên wek Hydrogen, Deuterium û Tritium, dizeliqin hev û jê dendikên mezintir pêktên ku enerjiyeke mezin jî pê ra, berhem tê. Jibo ku Fusion’a Dendikî pêkwere, divê enerjiya livokî yan kînîtîka dendikên nava redaksiyonê, têra xwe mezin be ku karibe lihember meydana Elektrostatîkiya derdora xwe, biserkeve. Loma jî germahiyên girêdayî van redaksiyonên dendikî yên Fusion’î, pir pir mezin in. Yekemîn teqîna germa*dendikî ku wek test, hate pêkanîn, di sala 1952’an da bû ku bû sedema azadbûna qaseke pir mezin ji enerjiya kontrolnebuyî. Ev test, nîşan da, eger germahiya gaza ku ji zerreyên bibar yên Plasmayên bi baristeya mezin pêkhatî, hilkişe ser 50 milyon dereceya Kelvînê, hingî di gaza yonbuyî da redaksiyona Fusion’a Dendikî pêktê. Piştî teqîna serkeftî ya Bomba Hydrogen’ê, lêkolîn jibo berhemanîna enerjiya kontrolbuyiya dendikiya Fusion’ê, destpêbû. Fusion’a Dendikî, redaksiyoneke tam berevajî Qelişandina Dendikan e. Dewsa qelişandin û jihevbelavkirina etomên mezin bi yên biçûk, etomên biçûk bi hevodin ra tên zeliqandin ku etomên mezin çêbibin. Enerjiyek pir pir mezin ji redaksiyona han azad dibe çimku ligor teoriya Nisbiyeta Enîşteynê, beşek ji maddeya vê redaksiyonê vediguhere enerjiyê. Derveyî navendên ku Fusion pêktê, em di xwezayê da bandorên redaksiyona han hîs dikin û dibînin. Fusion’a Dendikî, tam ew buyera ye ku di merkeza Rojê(Tav) da diqewime. Roj yan Tav, reaktoreke zev mezin ya Fusion’a Dendikî ye. Tav, Hydrogen’ê vediguherîne unsurên girantir û bi vê redaksiyonê, ronahî û germahiya pêwîst jibo jiyana me, berhem tîne. Dijwariyên Pêkanîna Prosesa Fusion’a Dendikî liser Erdê: Sedema serekeya dijwarbûna pêkanîna Fusion’a Dendikî ew e ku dendikên etoman, tu carî hez nakin bizeliqine hev. Dendikê etoma Hydrogenê, xwediyê Proton’eke loma jî bara elektrîkiya wê Pozîtîv e. Gava ku em dixwazin dendikeke din ya Hydrogenê pê va bizeliqînin, jiber bara pozîtîva herduyan, li himber bihevzeliqînê, berxwedidin. Tenê riyek heye jibo pêkanîna vê yekê û ew jî ew e ku em bi zor vê prosesê pêkbînin û germahiya etoman ewqas hilkişînin jorê ku etom veguherin forma Plasmayê. Eger germahiya Plasmayê bigihîje asteke pir bilind, dê hingî hin ji dendikan bi hêzeke pir mezin lihevbikevin û dê bizeliqine hev. Jibo pêkanîna vê haletê, pêwîstiya me bi germahî û pestoyeke pir pir mezin heye. Dijwariya herî mezin jî ew e ku divê em liser erdê, şertên ku li beşa merkeziya Rojê(Tav) hene, pêkbînin. Baristeya Tavê(cirm) 330 hezar carî ji ya erdê mezintir e û germahiya navenda wê jî digihîje 17 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka yekem ew e ku liser ruyê erdê, bi qasî Tavê, şewatok û arduya Hydrogenê, tune ne. Divê em germahiyê bigihînine 100 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka duda jî ew e ku madde di forma Plasmayê da, bertekên ecêb ji xwe nîşan didin. Plasma forma çaremîna maddeyê ye. Plasma ne Avîn e, Ne Camid e û Ne Gaz e. Dema ku em Plasmayê dixine nav şertên wiha ku têda germahî û pesto, gelek mezin in, ew pir pir nebergir(unstable) dibin û hez dikin û zû ji hev belav bibin. Jibo kontrolkirina şertên nebergir jî em nikarin ji alavên normal mifayê werbigirin. Bi gotineke din, dibe stêrkek liser erdê were çêkirin. Ev yek pir pir dijwar û zehmet e çimku pêwîstiya wê bi mezintirîn û komplekstirîn teknolojiyên tarîxa mirovahiyê heye. Bi şêwazên cihê wek sînordarkirina Megnetîkî, Leyzerîk û Katalîzora Muon’î, Fusion’a Dendikî, dikare pêkwere. Di sînordarkirina Megnetîkî da, qad û meydanên pirbihêz jibo xweyîkirina Plasmayê tê bikaranîn. Di sînordarkirina Leyzirî jî, ji leyzerên pirbihêz jibo sînordarkirina saçmeyên biçûk ku tê da şewatok yan arduya dendikî ya ku hatiye givaştin, tê istifadekirin. Prosesa ku di Tavê da pêktê: Di Tavê da, prosesa Fusion’a Dendikî ya ku pirî caran pêktê, heman zincîra Proton-Proton e, lê di stêrkên keltir û pir germtir ji Tavê da, prosesa han, piranî bi şêwaza sîkl û çerxeya Karbonê pêktê. Sedema guherîna prosesê jî ew e ku di germahî û lezên pir mezintir da, proton hêsantir dikare derkeve lewma jî redaksiyon di merheleya yekem ya çerxeya Karbonê da, bi awayeke bileztir pêktê. Germahiya pêwîst jibo destpêka prosesa Fusiona Dendikî ya navenda Tavê yanê derdora 15 milyon dereceya Kelvînê ye. Zincîra Proton-Proton: Tav reaktoreke terikî ya dendikî ye ku tê da dendikên Hydrogenê heyî, dizeliqine hev ku jê dendikên Helium’an pêkbên. Ev şewatok yan arduya germa-dendikî ya Hydrogenê, proseseke 3 merheleyî ye ku jê ra zincîra Proton-Proton tê gotin. Merheleyên cihê yên zincîra Proton-Proton’ê: Merheleya Yekem: Merheleya yekem ji hevzeliqîna 2 protonan pêktê ku dibe sedema çêbûna Deuterium’ek û derveavêtina Pad Elektronek û Neutrinosek, di demekê da. Pad Elektron di heman demê da, bi yek ji hezaran hezar Elektronên heyî li Plasmayê, dikeve, bi wê lihevketinê, Elektron tune dibe û ev yek jî dibe sedema jêpekîna 2 tîrêjên Gama’yan. 1H + 1H → 2H + e + γ 1.19mev Merheleya Dudan: Merheleya din jî hevkelîn û bihevzeliqîna Hydrogen û Deuterium û berhemanîna Helium-3(3He) ye. 1H + 2H →3H + e + γ 1.19mev Merheleya Sisyan: Bihevzeliqîna du dendikên ku encama wê, berhemhatina Heliuma normal(4He) û derveavêtina 2 protonên bi enerjiya mezin di eynê wextê da ye. Çimku di merheleya dawî da, pêwîstî bi 2 deste 3He heye. Jibo ku merheleya dawî bikare carekê pêkwere, pêwîste ku merheleyên berê qe ne du caran pêkhatibin. Bi vî awayî, zincîra Proton-Proton, 4 protonan mesref dike ku dendikeke 4He pêkbîne. Neutrinosa pêkhatî di merheleya yekem da: Di merheleya yekem ya zincîra Proton-Protonê da Neuterinos, azad dibe. Divê bê gotin ku navenda Tavê, ne tenê jêdera germahiyê ye, belke çavkaniya gelek Neuterinos’an e jî. Jiber ku danûsandin û bandordayîna 2alî ya Neuterinosan bi maddeyê ra pir pir lawaz û zeyîf e, lewma maddeya heyî li Tavê(û li erdê jî) jibo Neuterinosan, eşkere ye û ev zerre bê pirsgrêk ji merkeza Tavê ber bi derve diherike û tê derve. Çerxeya Karbonê: Şewitandina germa-dendikiya Hydrogen di nava Tavê da dibe ku bi riya proseseke 6 merheleyî ku jê ra çerxeya Karbon, tê gotin, pêkwere. (1H + 12C → 13N + γ (1.95MeV (13N → 13C + -e + r(2.22 MeV (1H + 13C → 14N + γ (7.54 MeV (1H + 14N → 15O + (7.35 MeV (15O → 15N + -e + γ (2.71 MeV (11H + 15N → 14C + 6He (4.96 MeV Di merheleya dawî, dîsan Karbonek berhemtê ku di merheleya yekem da xera buye. Bi vî awayî, Karbon cardin vê merhelê derbas dike, Karbon, tenê wek katalîzor, tevdigere û mesref nabe. Enerjiya azadbuyî jibo her Protona mesrefbuyî kêmzêde bi qasî ya zincîra Protonê ye. Çavkanî https://en.wikipedia.org/wiki/Nuclear_fusion Element Zû dişewte
4246
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sc
Sc
Sc kurtenavê Skandiyûm e. Kurtenav
4247
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ti
Ti
Ti kurtenavê Tîtanyûm e. Kurtenav
4248
https://ku.wikipedia.org/wiki/V
V
V herfa 27. a alfebeya kurdî ye. Binihêre: V (tîp). Wekî din kurtenavê Vanadyûm (element) hejmara 5 (hejmarên romî) e.
4249
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mn
Mn
Mn kurtenavê Manganez e. Kurtenav
4250
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mangan
Mangan
Mangan (, carina wek manganez jî tê nivîsandin ji , , ji ) metalek û elementek e. Element Zû dişewte
4254
https://ku.wikipedia.org/wiki/Al%20%28cudakirin%29
Al (cudakirin)
Ala — sembola welatekî yan jî yekîneyeke din ya siyasî Al — Kurtenavê bafûn (alûmînyûm)
4256
https://ku.wikipedia.org/wiki/Cs
Cs
Cs kurtenavê Sezyûm (lat.:Caesium) ye. Ev pir ji Kîmya ra mihume. Hên seke Kîmya Kurtenav Rûpelên cudakirinê
4260
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sb
Sb
Sb kurtenavê Stîbyûm (Antîmon, element) e. Kurtenav