id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
3214
https://ku.wikipedia.org/wiki/DEH
DEH
1. Jimare 10 ango X. Hw: de deh <P> 2. Kurtenave Tevgera Şoreşger a Hemcînsbazan
3217
https://ku.wikipedia.org/wiki/K%C3%AEmya
Kîmya
Kîmya yan jî kemî, zanîna li ser struktûr, xislet, hokarî û guhertina keresteyên xwezayî ye. Kemî, têrkera ku heyî û ankû tişta ku heyî, reng, awa, û temenê wê yê ku jê afirî hemûyan ku fahm bike lê dikolê. Bi teybetî, li ser esasê lêkolînkirinê bi lêkolînê re tê ser ziman. Wusa tê gotin û bawer kirin ku gotina kemî, ji ya Semî tê. Gotina semî jî, di wate ku rastkirin û awa dayîna tiştan bi rêzkerî kirna û sentezkirina wan re xwediyê wateyekê bûya. Kîmya, di temenê ceribandinê de gelek beşên pêşketina. Hemû ji bi lêkolînî, dikin ku fahm bikin. Minaq, atom ji melokulan pêt tê. Têkiliya nava melokulên we Notron, Proton û Elektron û hwd, çawa ya, çawa têkiliyê bi hevdû re didênin. Çawa bi hevdû re di ahangekê de na, û hwd, ku hê gelek aliyên din jî di nav de hena ku em rêz bikin li vir, hemûyan hewl didin ku li gorî wastîya wan fahm bike. Dîroka wê Di demên berê de, di dema ku bo xwarin were çê kirin pêşî dihat kifşkirin wê çi bikina nava hevdû. Ev hin bi hin pêş dikeve. Minaq, ji bo xweşikbûnê jinan andako çê kirin û li rûyê xwe dixistin bû ku bêhna xweşik ji wan were û xweşik bin. Ew çêkirin û ku ka çi dikina nava hevdû de, ew hemû teybetmendiyaka wê tevlikirina li nava hevdû, ya ku mirov bi kemîyê re bêne ser ziman hena. Minaq, di dema Sûmer, Babil Gûtî, Hûrî û Mîtannî, Medî û hwd, hesin dikat halandin û jê tişt dihat çê kirin. Zêr û zêv hevdû û dihat helandin û jê tiştênw eke guhar û hwd dihat derxistin. Ev hemû, dideê nîşandin ku di nava wan de semî pêşktibû bû. Piştre jî ku dem tê dema me em dibînin ku bi zanistê re bi metodên ceribandinê wê gelek metod pêş bikevin. Zanist û kemî Zanist, aliyekî wê yê ku weke lingê wê mirov bihasibinê ê ceribandinê heya û li ser kemîyê ya. Kemî jî, hinekî di temenê cerbandin û fahmkirinê de xwediyê wateyê ya. Binêre jî Element Tabloya periyodîk a elementan Kanza Çavkanî Girêdanên derve Kîmya Zanist Zanistên siruştî
3220
https://ku.wikipedia.org/wiki/Natriy%C3%BBm
Natriyûm
Natriyûm (, ji ) an jî sodyûm () metalek û elementek e. Element Zû dişewte Tirş
3221
https://ku.wikipedia.org/wiki/Oks%C3%AEjen
Oksîjen
Oksîjen (), oksicîn () an jî tirşînza elementek e. Ev gazekê ku nimroya wê ya atomî 8, giraniya wê ya atomî 16, reng û tehma wê nîn e û di hewayê de ji pêncan yek heye, kurtebêja wê O ye. Çavkanî Element Dêle bişewte
3223
https://ku.wikipedia.org/wiki/Element
Element
Element an tuxm an hêmana kîmyayî an jî hîmana kîmyayî coreyekê atomê ye ko li goreyê hijmara atomî anko hijmara protonan di navoka atomê da dihêt pênasekirin. Peyva hîman anko element ji wan keriste anko madeyan ra jî dihêt gotin ko tenê ji yek coreyê atomên xwediyê yek hijmara atomî pêkhatibe. Heta sala 2007ê tenê 117 hîman hatine niyasîn û ji wan jî tenê 94 bi awayekê xweriskî li ser rûyê Erdî peyda dibin. Mînakên herî berçav ên hîmanan hîdrojên, nîtrojên û karbon in. Hîmanên ko hijmara atomî a wan ji 82ê mezintir bit (anko bîsmût û bejortir) bi awayekê hundirîn ne xwedî tebat in û tîrêjçalakane (bi awayekê radiyoaktîv) ji hev hildiweşiyên û namînin. Bi ser wan ra jî, hîmanên 43ê û 61ê (teknetyûm û prometyûm) jî çi îzotopên tebitî nîne û ji hev hildiweşiyên. Lê dîsa jî hîmanên heta hijmara atomî ya 94ê ko çi îzotopên tebitî nîne jî bi awayekê xweriskî dihên dîtin. Ew ji hevhelweşiyana atomên netebitî yên girantir ên mîna uranyûm û toriyûmê peyda dibin. Heyam heyam hîmanên nû yên ko bi awayên destkir ji karvedanên navokî peyda dibin dihên vedîtin. <TR> <TABLE BORDER="1" CELLSPACING="0" ALIGN="left" class="wikitable"> Nimroyaatomî (Z) Hêmayakîmyayî Navêelementê 1 H Hîdrojen 2 He Helyûm 3 Li Lityûm 4 Be Berîlyûm 5 B Bor 6 C Karbon 7 N Nîtrojen 8 O Oksîjen 9 F Fluor 10 Ne Neon 11 Na Natriyûm (Sodyûm) 12 Mg Magnezyûm 13 Al Bafûn 14 Si Sîlîsyûm 15 P Fosfor 16 S Gogird 17 Cl Klor 18 Ar Argon 19 K Qelye (Potasyûm) 20 Ca Kalsiyûm 21 Sc Skandiyûm 22 Ti Tîtan 23 V Vanadyûm 24 Cr Krom 25 Mn Mangan 26 Fe Hesin (Asin) 27 Co Kobalt 28 Ni Nîkel 29 Cu Sifir (Mis) 30 Zn Çînko (Tûtya) 31 Ga Galyûm 32 Ge Germanyûm 33 As Arsenîk 34 Se Selenyûm 35 Br Brom 36 Kr Krîpton 37 Rb Rubîdyûm 38 Sr Stronsiyûm 39 Y Îtriyûm 40 Zr Zîrkon 41 Nb Niyobyûm 42 Mo Molîbdên 43 Tc Teknesyûm 44 Ru Rutenyûm 45 Rh Rodiyûm 46 Pd Paladyûm 47 Ag Zîv 48 Cd Kadmiyûm 49 In Îndiyûm 50 Sn Pîl (Teneke) 51 Sb Antîmon 52 Te Telûr 53 I Îyod (Yod) 54 Xe Ksenon 55 Cs Sezyûm 56 Ba Baryûm 57 La Lantan 58 Ce Seryûm 59 Pr Praseodmiyûm 60 Nd Neodmiyûm </TD> Nimroya atomî (Z) Hêmayakîmyayî Navêelementê 61 Pm Prometiyûm 62 Sm Samaryûm 63 Eu Ewropyûm 64 Gd Gadolînyûm 65 Tb Terbiyûm 66 Dy Dîsprosyûm 67 Ho Holmiyûm 68 Er Erbiyûm 69 Tm Tuliyûm 70 Yb Îterbiyûm 71 Lu Lutesyûm 72 Hf Hafniyûm 73 Ta Tantalyûm 74 W Wolfram 75 Re Renyûm 76 Os Osmiyûm 77 Ir Îrîdyûm 78 Pt Platîn 79 Au Zêr 80 Hg Cîwa (Zîbeq) 81 Tl Talyûm 82 Pb Zirîç (Risas) 83 Bi Bîzmût (Bîsmût) 84 Po Polonyûm 85 At Astat 86 Rn Radon 87 Fr Fransiyûm 88 Ra Radyûm 89 Ac Aktînyûm 90 Th Toryûm 91 Pa Proaktînyûm 92 U Ûranyûm 93 Np Neptunyûm 94 Pu Plutonyûm 95 Am Amerîsyûm 96 Cm Kuriyûm 97 Bk Berkelyûm 98 Cf Kalîforniyûm 99 Es Einsteiniyûm 100 Fm Fermiyûm 101 Md Mendelevyûm 102 No Nobelyûm 103 Lr Lawrensyûm 104 Rf Ruterfordiyûm 105 Db Dubniyûm 106 Sg Seaborgiyûm 107 Bh Bohriyûm 108 Hs Hasiyûm 109 Mt Meitneryûm 110 Ds Darmstadtiyûm 111 Rg Roentgenyûm 112 Cn Kopernîsyûm 113* Uut Ûnuntriyûm 114 Uuq Ûnunquadyûm 115* Uup Ûnunpentiyûm 116* Uuh Ûnunheksiyûm 117* Uus Ûnunseptiyûm 118* Uuo Ûnunoktiyûm 119* Uue Ûnuneniyûm 120* Ubn Ûnbînîliyûm </TR> <TR> <TD ALIGN="center" COLSPAN="2"> *Ev element hîn nehat dîtin. </TABLE> Binihêre Tabloya periyodîk a elementan Kîmya Element
3227
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xelat%C3%AAn%20Rojnamegeriy%C3%AA%20ya%20M%C3%BBsa%20Anter%20%C3%BB%20%C5%9Eeh%C3%AEd%C3%AAn%20%C3%87apemeniy%C3%AA
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê
Li Tirkiyê ji 1993an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993an de ji aliyê Özgür Gündem, piştre 1994an de Özgür Ülke, 1995an de Yeni Politika, 1996an de Demokrasi, 1997 û 1998an de Ülkede Gündem, 2000an de Yeni Gündem û sala 2001an de jî ji aliyê Yedinci Gündem ve hatibû dayîn. Di sala 2004an de xelat ji aliyê Ülkede Özgur Gündem hat dayîn. Xelatên 1993 Xelatên 1994 Xelatên 1995 Xelatên 1996 Xelatên 1997 Xelatên 1998 Xelatên 2000 Xelatên 2001 Xelatên 2004 Beşa nûçeyê: Adnan Gerger Beşa wêne: Sabahê Sadik Beşa karîkaturê: Özgur Evran Beşa nûçegihaniya jinê: Fatma Bilgin Beşa nûçegihaniya kurdî: Vedat Kurşun û Ertuş Bozkurt Xelata rûmetê: Tevgera Hemwelatiya Azad Xelatên 2018 Çavkanî Xelat Medya
3230
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%96zg%C3%BCr%20%C3%9Clke
Özgür Ülke
Özgür Ülke, rojnameyeke ye ku ji 1994 ta 1995 bi tirkî weşan kir. Di 2ê kanûna paşîn a sala 1995an de bi biryarê dadgehê hat girtin. Rojnameya Özgür Ülke di 28ê nîsana sala 1994ê de dest bi weşanê kir. Di 3ê mijdara sala 1994 an de, navenda rojnameya Özgür Ülke ya Stembolê hat bombe kirin û xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe wenda kir. Mina ku sansûrkirin û qedexekirina belavkirina rojnamê, an jî bi sedan dawe vekirina li dijî nivîsên rojname ne bes be, gelek xebatkarên wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û kuştin. Rojnameya ku di şertên legal de dihat weşandin, di şertên ilegal de dihat xwendin. Li beramberî ewqas astengî û zordariyan, rojname weşana xwe berdewam kir, lê belê hêzên dewletê vê yekê tehemûl nekir û ew bombe kirin. Di encamê de, hemû avahiya rojnamê şewitî, kompitur nedihatin xebitandin, lê belê xebatkaran dev ji karê xwe bernedan, hemû nûçeyên xwe berhev kirin û roja mayîn rojnamê careke din weşandin. Mijarên têkildar Özgür Politika Yeni Özgür Politika Çavkanî Rojnameyên rawestandî Rojnameyên kurdan bi zimanê tirkî
3232
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demokrasi%20%28rojname%29
Demokrasi (rojname)
Rojnameya Demokrasi rojnameyek bû ku li Tirkiyê derketiye. Rojname di 3ê gulana sala 1997an de ango di roja azadiya çapemeniyê de ji ber nivîseke wê li gorî xala 312an ya Qanûna Cezayê Tirk hate girtin. Çavkanî Rojnameyên rawestandî Rojnameyên kurdan bi zimanê tirkî
3235
https://ku.wikipedia.org/wiki/Demokras%C3%AE
Demokrasî
Ev gotar ser şekla civaka ya demokratîk e. Ji bo rojnameya "Demokrasi" biçe: Demokrasi (rojname) Ramana peyva Demokrasiyê "Desthilata Gel" e. Ev peyv bi koka xwe Yewnanî e û ji du paran pêkhatîye (demos= xelk, gel û Krasî= desthelat, serdestî).Demokrasî rengekê desthilatê ji bo netewe-hukmetekê an rêkxistinekê e. Praniya xelkî ji peyva demokrasiyê demokrasiya lîberal difamin, lê rengên dî yên gelek cihê ji demokrasiyê jî hene. Herçind e ko peyva demokrasiyê zêdetir derheqa yekînên sîyasî da dihêt bikarînan, lê binemayên wê di bîyavên wekî zanîngehanê rêkxistinan, komkarên karkeran û pêkhatên dî jî dihên bikarînan. Cureyên Demokrasiyê Pênaseya peyva demokrasiyê ji ber hindê ko di gelek bîyavên cihêcihê da dihêt bikaranîn gelek aloz û tevlihev bûye. Pêkhatên sîyasî yên ko dihên bawerkirin ko xwedî demokrasî in an îdîa dikin ko xwedî demokrasî in gelek ji hev cida in. Ji bo mînak: Arîstokrasî desthelatdariya gelekan (demokrasîyê) li beranberî desthelatdariya hindekan an oligarşîyê û desthelatdariya yekî an otokrasîyê dadinit. Civatên Eşîran Sîstem an destgehên ko desthilatdaran bi awayekê rasthatî û keysî ji nav xelkê hildibijêrin. (binihêre Sortition) Sîstem an destgehên ko li pey lihevhatinên tevane an razîbûnên giştî diçin. Hindek caran dîktatoriyên heyî jî îdîa dikin ko demokratîk in û hilbijartinên rûmetî dikin (wekî rejîma Sedam Huseyn li Îraqê). Cureyên Serekî yên Demokrasiyê ev in: Rasturast Demokrasiya Rasturast rengekê demokrasiyê e ko welatî ji bo hemî biryarên giring dengê xwe didin. Sedema evê navkirinê ew e ko di awayê klasîkê wê da çi navgîn an nimînende û nûner nîne. Mînakên niha yên vîcoreyî hindek rêkxistinên bajêrwarî (medenî) yên evro yên wekî destekên zankoman (Kolîjan) û civînên bajêrên Nû Înglistanê in (bi awayekê edetî li bajêrên ko hêşeta anko cemîyeta wan ji 10,000 kesan kêmtir e). Rexnegirên vî coreyî dibêjin ko tekezkirin pirtir li ser dengdanê e û kêmtir giringiyê didit şêwazên dî yên demokratîkên wekî azadiya axivtinê û rêkxistinên bajêrwarî. Bi gotinek dî ev rexnegir dibêjin ko demokrasî tenê hindek tîtal û rê û resim nîne.. Heta niha hemî demokrasiyên reasturast demokrasiyên civakên biçûk bûne); piranî bajêr-dewlet. Evro tenê hindek demokrasiyên rasturastên bertesk li hindek Kantonên Swîsreyê hene ko bi hemî ramana peyvê rasturast in. Dema hijmara dengdêran (kesên ko mafê dengdanê heye) zêde dibit, ev cureyê demokrasiyê gelek zehmet dibit- ji bo mînak li Demokrsiya Atênîan pirtir ji 30,000 kesan mafê dengdanê hebû. Lê dîsa jî, rapirsên giştî anko refrandûm jî her wekî vî cureyê demokrasiyê in. Demokrasiyên rasturas ên niha bizavê dikin ko vê kêmasiyê bi hindek awayên nimînendeyîa berteng çareser bikin. Sê stûnên wan çareseran ev in: Rapirs (ji aliyê hukmetan an qanûndaneran an jî ji aliyê xelkî di bersiva qanîndaneran da dihên destpêkirin), destpêşkerî anko Însîyatîv (ji aliyê welatîan ve destpêdikin) û hilbijartinên bîranînê (ji bo karbidestan). Nimînendeyî Navê Demokrasiya Nimînendeyî ji ber hindê e ko xelk nimînendeyên xwe ji bo desteyeka hukimker hildibijêrin. Li cîhana evro gelek şêwazên cidacida ji bo hilbijartina nimînendyan hene. Azad Demokrasî a azad anko lîberal coreyekê demokrasî a nimînendeyî (bi hilbijartên azad û dadwerane) e ko parastina mafên kêmanîan, desthilata qanûnê, jihev qetandina desthilatan, û parastina azadî ên axivtinê, kombûnê, dîndariyê û milkîyetê têda hene. Bervajî vê, demokrasîyek a neazad ew demokrasî e ko ev coreyên parastina mafên an hema têda nîne an jî nahên karpêkirin. Tecrube a welatên paşî-sovyetê bala xelkî ber bi vê arîşeyê kêşa, herçind e ko bertir jî her hebû. Ji bo mînak Napilyonî jî gelek biryarên xwe ên emperatorîane bi dengdana dengdêran werdigirtin. Dîrok Demokrasî a Atênîan kevintirîn demokrasî e ko baş hatîye tomarkirin. Peyva demokrasiyê jî li sedasala 5'ê berî bûna Îsayî li Yewnan a Kevnar hat bikaranîn. Wesa xweya dibit ko mafê sîasî di pêşda tenê mafê xwedî erdên arîstokrat bû û hêdî-hêdî bû mafê hemî mêrên ko jiyê wan ji 20 salan zêdetir bû. Mafên sîasî anko welatînî ji bo jinan, koleyan û nexwecihan (metics) nebû. Li alî yê gotinê ve (tîyorî), hemî Atênîan mafê dengdana li Civata Bajêrî hebû. Li wê civatê biryarên giring û qanûnên bajêr-welatî derdiçûn. Herçind e ko Atênê karbidestên fermî hebûn û ev karbidest ne bi hilbijartinan, lê bi awayê bext û şans, dihatin ser karî jî, niha xelk piranî wesa hizir dikin ko demokrasî a Atênîan mînaka demokrsîyeka rasurast e. Li sala 323'ê berî bûna Îsayî û bi dagîrkirina Atênê ji layê Makedonîan ve, ev demokrasî bi awayekê fermî dawî bû. Bêguman tovê demokrasî ya nimînendeyî li Komara Romanî hat çandin. Li çaxên Navîn jî çend dozen (sîstem) hebûn ko rengek ji rengên hilbijartinan û civatan têda hebûn, mina Hevpişkî ya Polonyayî-Lîtwanyayî û hindek bajêr-welatên Îtalya ya Çaxên Navîn wekî Wênîsê. Gelek mînakên îddîakirî yên dî yên demokrasiyê hene, lê jiber ko di pranî ya wan da tenê parek ji welatiyan mafên sîyasî hebûne navê olîgarşî zêdetir wesfa wan dikit. Parlamana Inglistanê vedigerit wan bertesikkirinên desthilata şayî ko di Magna Kartayê da hatbûn. Parlamana hilbijartî ya herî pêşîn Parlemana De Montfortê ya sala 1265’ê li Inglistanê bû. Lê ew parlaman jî nimînendeya hijmareka kêm ji xelkî bû û pirti li goreyê hezên şayî kar dikir. Salekê piştî Şoreşa Şkodar li sala 1689’ê bû ko Rêzika Mafan ya Inglistanê hat xebitandin. Vê rêzikê desthilata parlamanê hindek zêdetir bû. Heyam bihurîn heta şa bûye tenê navek. Bi giştî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî demokrasiya azad a herî pêşîn dihêt nihêrîn. Qanûna Bingehîn ya Amerîkayê ko li sala 1788’ê hat danan, maf û azadî diparastin. Lê dîsa jî hemî kesan mafê dengdanê nebû. Jib o mînak tenê li sala 1840’ê bû ko hemî mêrên spî siyan deng bidin. Amerîkiyan şiya ji bo cara pêşîn partî yên ji xwarê pêkbiînin û ev dozen (sîstem) pêşêxist. Werara demokrasiyê ji Demokrasî ya Cefersonî anko Dozena Partî ya Pêşîn ber bi Demokrasî ya Ceksonî anko Dozena Partî ya Duyê bû û paştir ber bi Dozena Partî ya Sêyê çû. Piştî Şerê navxweyî yê Amerîkayê (salên dûmahî ya 1860’an), reşan jî mafê dengdanê peyda kir. Li Fransa ya şoreşgêr jî Danezana Mafên Mirovî û Welatiyan, herçend e bi jîyekê kurt, Civîna Neteweyî bi dengdana hemî welatî yên mêr hat hilbijartin. Heta dawî ya sedsala 19’ê demokrasî yên azad kurt-jî bûn. Sedsala 20’ê ’’Pêlên Demokratîkkirinê’’ li sedsala 20’ê hatin ko ji gelek egerên cida-cida yên mîna şer, şoreş, nehêlana Mêhtinkariyê (Îstîmarê, kolonyalîzmê) û tengasiyên aborî bûn. Şerê Cîhanî yê Yekem û hilweşyana Împeratoriya Osmanî û Împeratoriya Awistirya - Mecaristanê bûn sedema avabîna gelek netewe-welatan li Ewropayê ko bi nav hemî demokrasî bûn. Li salên 1920’an, demokrasî bi pêşkevt, lê Dakevtina Mezin karekê wiha kir ko li piranî ya welatên Ewrûpayê, Amerîkaya Latînî û Asyayê bûn welatên ko j aliyê desthilatdarên xurt ve birêvediçûn an hema bi yekcarî bûn dîktatorî. Faşîzmê li Îtalyayê û Nasyonalsosyalîzmê li Almanyayê serhilda. Welatên mîna Spanya û Polonyayê jî bûn diktatorî. Peydabûna dîktatoriyan li Çîn, Brezîl, welatên herêma Balkanê û Yekîtî ya Şêwirdarî ya Stalînî jî karekê wiha kir ko salên 1930’an bi “Çaxê Dîktatoran” bihêt niyasîn. Şerê Cîhanî yê Duyem ev sirêm li Ewropaya Rojava bi tivavî vegerand. Almanya û Japon piştî dagîrkariya wan ji alî yê hevalbendan ve ber bi demokratîkbûnê çûn. Lê piranî ya Ewropaya Rojhilat ber bi dozeneka nedemokratîk bi navê Kutleya Şêwirdariyê ji demokrasiyê dûr kevtin. Nehêlana mêhtinkariyê piştî şerî xurttir bû û demokrasiyên li welatên wekî Hidistanê bûn mînakên serkevtina demokrasiyê li welatên mezin, xizan û neyekreng. Pêleka dî ya demokratîkkirinê li salên 1970’an û 1980’an li gelek welatên mîna Amerîkaya Latînî destpêbû. Herifyana Şêwirdariyê û dawîbûna Şerê Sar bû sedema demokratîkbûna piranî ya welatên Kutleya Rojhilatê. Li salên 1990’an gelek welatên Afrîkayê jî bûn demokratîk. Mînakên dawûtir yên demokratîkbûna welatan ev in: Şoreşa 1998’ê ya Îndonezyayê, Şoreşa Bildozeran li Yûgoslavyayê, Şoreşa Sorgulan li Gurcistanê, Şoreşa Pirteqalî li Ûkraynayê. Berbelavbûna demokrasî ya azad rojbiroj berçavtir e û wesa diyar dibit ko dê bibit şêwazê pîvankî (standard) yê cîhanî ji bo civakên mirovan. Ev berbînî kakila bîrdoza “Dûmahî ya Dîrokê” ya hizirvanê Amerîkayî yê bi koka xwe Japonî yê navdar Fransîs Fukayama ye. Teorî Têgeh (konsept) Di navbera teorîstên sîyasî da gelek têgehiştinên cida li demokrasiyê hene. Di bin navê ‘‘mînîmalîzmê‘‘ da, demokrasî wekî dozenekê dihêt pênasekirin ko têda welatî ji bo heyameka diyarkiri mafê desthilatdariyê didin destekeka rêberên sîyasî. Li goreyê evê baweriyê, welatî nikarin û nabit jî, ko desthilatdariyê bikin. Jiber ko piraniya wan çi hizrên zelal li derheqa rêvebirinê da nîne. Joseph Schumpeter di kitêba xwe ya navdar, ‘‘Sermayedarî, Sosyalîzm û Demokrasî‘‘yê da behsa vê baweriyê dikit. Têgeha ‘‘xirvekirinê‘‘ dibêjit ko di demokrasiyê da hukmet dibê qanûn û sîyasetên wiha dabirêjit ko li hizra dengdêrên navîn nêzîk bit- nîvek ji wan bi aliyê rastê da bin û nîva dî bi aliyê çepê da. Antonî Dawn (Anthonî Down) di kitêba xwe ya sala 1957‘ê da, ‘‘Bîrdozeka Aborî ya Demokrasîyê‘‘, vê hizrê behs dikit. ‘‘Demokrasî ya hûrhûrkanî‘‘ li ser wê têgehiştinê ava bûye ko hukmetkirin bi rêya gengeşekirin û danûstanê çêdibit. Kesên ko wisa ji demokrasiyê fêm dikin dibêjin ko hemî qanûn û sîyaset dibê li ser wan delîlan bihên danan ko welatî dikarin bipejirînin. Bîyava sîyasetê dibê bîyava gengeşe, guhdêrî û danûstana sîyasetkar û welatiyan bit. Jürgen Habermas ji alîgirên vê hizrê ye. Hemî têgehên jorîn behsa demokrasî ya nimînendeyî dikin. Demokrasî ya Rastûrast qayîl e kodibê hemî welatî bi awayekê rastûrast û ne bi rêya nimînendeyan pişikdariyê di danana qanûnan û biryardanên sîyasî da bikin. Alîgirên vê têgehê gelek sedeman ji bo alîgiriya xwe diînin. Çalakî ya sîyasî di xwe da bihadar e, xelkî civakîtir dikit û wan perwerde dikit, û pişikdarî ya xelkî dê serkete (nuxbeyên) bihêz diyar bikit. Ji hemiyê giringtir, welatî nikarin bi rastî hukmî bikin eger ew bi awayekê rastûrast pişikdariya çêkirina biryarên sîyasî û danana qanûnan nekin. Têgeheka dî ya demokrasiyê ew e ko ‘‘yeksaniya sîyasî‘‘ ewle dikit. Herwesa ramaneka dî ya demokrasiyê ew e ko ji ber hebûna demokrasiyê hindek damezrîyayî, destajo (prosîcer) û şêwaz di nav civakç da hene ko yeksaniyê di hêza sîyasî da ewle dikin. Damezrîyayî ya herî pêşîn rêveçûna rêkûpêka hilbijartinên azad û vekirî ne ko têda nimînende dihên hilbijartin da hemî an piraniya sîyaseta giştî rêvebibin. Ev ramana peyva ‘‘demokrasîyê‘‘ hindek caran polîarşî anko pirserwerî jî dihêt ravekirin. Ev nihêrîn pişikdarî ya piranî ya dengdêran di biryardana sîyasetê da tiştekî arîşeafirîn dibînin û dixwazin ko piranî ya xelkî pişikdariyê bikin. Ev hindek caran gengeşeyê ber bi aliyê hindê dibit ko pişikdarî ya sîyasî dibê tiştekê bizorê bit, wekî dengdana bizorê. Ew alozên bandora zengînan li ser dengdêran in. ”Demokrasî” û “Komar” Bikaranîna hevçerxa zarava “demokrasîyê” amajeyek e bi hukmetekê ko ji aliyê xelkî ve hatîye hilbijartin. Zarava “komarê” ramaneka cida heye, lê bikaranîna hevçerxa wê amajeyek e bi demokrasîyeka nimînendeyî ko serokê welatî, mîna serkomarî, ji aliyê xelkî ve dihêt hilbijartin da ji bo heyameka diyarkirî hukmî dikit. Bervajî vê hindek hukmet in ko şayekê mîratgir serokê welatî ye, ne xem e eger ev welat demokrasî yên nimînendeyî jî bin û serokê hukmetê, ji bo mînak serokwezîr ji aliyê xelkî ve jî hatibit hilbijartin. Li aliyê dîrokî ve, nemaze li goreyê Bavên Hîmdanerên Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê, ramana “demokrasîyê” bi giranî behsa demokrasiya rastûrat dikit û ji demokrasiya nimînendeyî ra ko nimînendeyên xelkî li goreyê qanûnê û gelek caran jî li goreyê qnîneka bingehîn hukmî dikin dibêjin komar. Bikaranîna zarava “demokrasîyê” tenê ji bo demokrasiya rastûrast niha jî di nav komên şopparêz (konservatîv) û azadîbawer (lîbertar) da her maye. Çarçûvkerên destpêkê yên Qanûna Bingehîn a Welatên Yekbûyî bi awayekê berçav haydarên metirsiya wî tiştî bûn ko wan jê ra digot “tepeserkirina azadiyên kitkesî ji aliyê piraniyê ve”. Ji bo mînak, James Madison di Kaxezên Federalîst hijmar 10 da li şûna demokrasiyê bangê ji bo komareka li goreyê qanîna bingehîn dikit da azadiyên kitkesan ji aliyê piraniyê ve nehên binpêkirin. Wan çarçûvkeran bi hişyarî hindek damezrîyayî di Qanûna Bingehîn da û di Rêzika Mafan ya Welatên Yekbûyî da ewle kirin. Komarxwaziyê û azadîbaweriyê pêvenîyeka aloz bi demokrasî û komarê ra heye. Ji bo hûrhûrkên zêdetir li wan gotaran binihêre. Şayên Mercdar û Dîwanên Jorîn Li destpêkê, di herdu şoreşên Amrîkayê û Fransayê da pirsgirêk ew bû ka erê di demokrasiyê da ji bo berbestdanana hukmê piraniyê dibê dîwaneka jorîn ji serketan (nuxbeyan) hebin an ne. Gengeşeyek jî ew bû ka endametî ya wê dîwana jorîn çawa bit: şehrezayên hejî yên danayî (bê dengdan), an Şayekê Mercdar bi desthilateka sînordar le ya rastîn. Li hindek welatan (mîna Brîtanyayê, Holendayê, Belçîkayê û Japonê) şayên bihêz bûn şayên mercdar ko destjilata wan hatibû sînordarkirin û li dawiyê jî hema tenê bû navek. Lê li piranî ya welatan şayatî û dozena arîstokrasî ya pêra neman (mîna Welatên Yekbûyî, Fransayê, Çînistanê, Rûsyayê, Almanyayê). Dewleta Demokratîk Herçind e hindek gengeşe yên felsefî li ser pênasekirina pîvikên karbestî û rewayî ya demokrasiyê hene, ev ên li xwarê kêmtirîn pêdvîtî in da dewletek demokratîk bihêt hesibandin (mêze bikin ko reng e anarşîst piştgirî ya coreyekê demokrasiyê bikin, lê ew dewletê naxwazin): 1. Dibê ‘‘Demos‘‘ anko ‘‘xelkek‘‘ hebit ko bi rêya hindek destajo yên tevane biryarên sîyasî bidin. Ne-endamên wê ‘‘demosê‘‘ mafê pişikdariyê nabit. Di piranî ya demokrasiyan da demos behra xelkê zelamê (gehiştî û balixê) hêşetê ji neteweyê ye û welatîyekê zelam ramana endamîtiyê digehînit. 2. Dibê ‘‘Axek‘‘ hebit ko biryar li ser bihên bicihkirin û ‘‘demos‘‘ lê akincî bibit. Li demokrasiyên hevçerx da, ax her netewe-welat e û jiber ko exleb ew bi ramana niştîmana neteweyê ye, demos û sînorên demokrasiyê dibin yek. mêhtingehên (muste‘mireyên, kolonîyên) demokratîk di xwe da demokrasî nahên hesibandin eger rêveberên wê ji derveyî niştîmanê bin, demos û ax ne yek in. 3. Dibê ‘‘destajoyeka biryardanê‘‘ hebit ko an rastûrast (di heyamên wekî rapirsan da) an jî nerastûrast e (wekî hilbijartina perlemanê). 4. Ev destajo ji aliyê wê ‘‘demosê‘‘ ve ‘‘rewa‘‘ anko şer‘î dihêt hesibandin, anko encama wê cihê razîbûna wan e. Rewayî ya Sîyasî heza xelkî ji bo pejirandina biryarên welatî, hukmetê û dadgehan e ko gelek caran reng e li dijî berjewendî yên kitkesanî bin. 5. Ev destajo bi raman hindikanî (mînîmalîstî) ‘‘kêra‘‘ anko kêrhatî û tesîrdar e, anko dikarit bi kêrî guhartina hukmetê dihêt, eger piştevanî ya têra (kafî) li wê guhartinê hebit. Hilbijartinên Şanokarane yên ko ji bo dubare-hatin-hilbijartina hukmeta heyî dihên rêkxistin ne demokrasî ye. 6. Derheqa netewe-welatan da, welat dibê xwedî serwerî bit: hilbijartinên demokratîk tewş û bêwurc in eger desthilateka derveyî bikarit encamên hilbijartinan û hukmetê biguhêrit. Rexne Anarşîst li dijî desthlata ‘‘zordarane‘‘ ya piraniyê in. Gelek piştgirî ya dozeneka demokrasîyeka rastûrast dikin ko heremî û zordarane nebit û rêyê hi beranberî civînên azad negirit. Hindek kes bawerin ko demokrasiya rastûrast ya rastîn ew e ko biryara piraniyê bi zordarî li ser kêmaniyê danesepînit. Kêmaniyê dibê mafê mandelkirin û nepejirandina encaman û mafê damezrandina civîneka dî hebit. Hindek anarşîst hene ko dibêjin dibê welat bi rêkkevtinê anko tewafuqê bihêt rêvebirin. Wêveyî astê welatî Herçind e ko ev gotar behsa demokrasiyê wekî rêyeka rêvebirina welatan dikit, hilbijartin û dengdan ji bo rêvebirina gelek civat û rêkxistiyên dî jî hatine bikaranîn. Gelek rêkxistiyên ne-hukmetî (NGO) biryarên xwe û rêberên xwe bi dengdanê hildibijêrin. Di bazirganiyê da, şerîke desteka rêvebera xwe li goreyê pişkan hildibijêrin. Yekîtî yên Bazirganî jî hindek caran rêberên xwe bi hilbijartinên demokratîk hildibjêrin. Li Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê, hilbijartin kêmbûn, lê li salên 1950‘an Kongirêsê ew kirin tiştekê pêdvî. Herwesa binhêre Rêzika welatên demokratîk Rêzika coreyên demokrasiyê Forma hikûmetê Çavkanî Civaknasî Hilbijartin Çanda rojavayî
3239
https://ku.wikipedia.org/wiki/Yeni%20%C3%9Clke
Yeni Ülke
Yeni Ülke rojnameyeke heftaneme ye ku ji 1990 ta 1993an li Tirkiyê weşan kir. Di 20ê cotmeh sala 1990î de, heftenameya Yeni Ülke dest bi weşana xwe kir. Bi giranî cih dida rastiya li Tirkiyê û pirsgirêka kurdan. Rojname ji ber van armancên xwe, di sala 1993an de jî hate girtin. Di 24ê sibata sala 1992an de jî nûçegîhanê Yeni Ülkeyê Cengîz Altun ji hêla kontrayan ve li Êlîhê hate kate şehîdkirin. Çavkanî Rojnameyên rawestandî Rojnameyên kurdan bi zimanê tirkî
3243
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%96zg%C3%BCr%20G%C3%BCndem
Özgür Gündem
Özgür Gündem rojnameyeke bi zimanê tirkî ye. Ku rojnameya di 16ê tebaxê de 2016 hate qedexe kirin. Dîroka rojnameya Özgür Gündem Rojnameyê di dirêjahiya jiyana xwe ya 18 mehan de 26 şehît da. Hejmara pêşîn a Özgür Gündem kengî derket? Şehîdên çapemeniya Özgür Gündem Di 30ê gulana sala 1992an de Rojnameya Özgür Gündem hate girtin. Di 12'ê Adarê sala 1994an de nûçegihanê Özgür Gündemê Nazım Babaoğlu yê Rihayê ji aliyê hêzên kirêt ve li Sêwregê hate revandin û di binçavan de hate windakirin. Encamê Babaoğlu heta niha jî nayê zanîn. Di 18'ê reşemiyê sala 1993an de Nûnerê Rihayê yê rojnameya Özgür Gündemê Kemal Kılıç bi destên hêzên tarî hate şehîdkirin. Di 8'ê pûşperê sala 1992an de nûçegîhanê Özgür Gündemê Hafız Akdemır hate şehîdkirin. Hafız, di sala 1996an de li Lîceyê hate dinê. Ji pêvajoya Dibistana Navîn û pê ve hertim hate binçavkirin, ji êşkenceyan hate derbazkirin û nêzî 7 salan di zîndanê de ma. Di herî dawiyê de dema ku nûçegîhaniya Rojnameya Özgür Gündemê dikir, ji alîyê kontr-gerîlayên Tirk ve hate bikujkirin. Di 9'ê sermawezê sala 1993an de, belavkarê rojnameya Özgür Gündemê Adil Başkan li Nisêbînê ji aliyê Kontr-gerîla ve hat bikujkirin. Di 10'ê sermawezê sala 1993an de, belavkarê rojnameya Özgür Gündem yê Amedê Yalçın Yaşa ji aliyê Kontre-gerîla ve hat bikujkirin. Di 27'ê sermawezê sala 1993an de, Berpirsiyarê belavkirina rojnameya Özgür Gündem yê bajerê Wanê, Adnan Işık ji alîyê Kontre-Gerîla ya Tirkiyê ve hat kuştin. Girêdanên derve Malpera fermî Çavkanî Rojnameyên kurdan bi zimanê tirkî
3244
https://ku.wikipedia.org/wiki/Yeni%20Politika
Yeni Politika
Rojnameya Yenî Polîtîka rojnameyeke rojane bû ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê dihate derxistin. Rojname Di 13ê nîsana sala 1995ê de dest bi weşanê kir. Her wiha ev rojname di 16ê tebaxa sala [[1995]an de hate girtin. Çavkanî Rojnameyên rawestandî Rojnameyên kurdan bi zimanê tirkî
3249
https://ku.wikipedia.org/wiki/G%C3%BCnter%20Grass
Günter Grass
Günter Wilhelm Grass (jdb. 16ê çiriya pêşîn 1927a li Danzig − m.13ê nîsana 2015 Lübeck, Almanya) nivîskarê alman bû. Di sala 1999ê Xelata Nobelê ya Wêjeyê wergirt. Jiyana wî Jêder û malbata wî Günter Grass kurê bazirganekî tiştên xwarinê ku protestan bû û katolîkeke ku bi eslê xwe kaşûbî bû û zarokatiya xwe li Gdanskê di nav mercên netewandî de derbas kir. Dêûbav li navçeya Langfuhr a Gdańsk (îro: Wrzeszcz) xwedîyên firoşgeheke berhemên kolonyal bû. Bi bandora diya xwe ya katolîk, Grass di ciwaniya xwe de, di nav tiştên din de, wekî lawê gorîgehê xebitî. Di destpêkê de ji Ciwanên Hîtler ne tam dilxwaz bû, ew di 17 saliya xwe de di sala 1944an de bi dilxwazî ​​beşdarî Wehrmachtê bû - li gorî gotinên wî, da ku ji pihêtiyên malbata xwe bireve. Cîwanî û leşkerî Piştî ku wekî alîkarê hêza hewayî û di Karûbarê Karê Împeratorê de xebitî, ew di 10ê mijdara 1944an de di 17 saliya xwe de wekî barkêş ji bo 10emîn Loda Tankan a SS Frundsberg ya Waffen SSê hate gazî kirin. Piştî ku ew di 20ê nîsana 1945an de li nêzî Sprembergê birîndar bû, Grass di 8ê gulana 1945an de li nêzî Marienbadê hate girtin û heya 24ê nîsana 1946an di dîlgirtina amerîkî de bû. Dema ku ew hat girtin, Grass xwe wekî endamê Waffen-SSê destnîşan kir, lê ev veşartî di jînenîgariyên xwe yên ku heya sala 2006an hatine weşandin.Li wir her tim dihat gotin ku ew di sala 1944an de bûye alîkarê dijî balafiran û paşê wek leşkerê tankê hatiye şandin Wehrmachtê. Grass di berhema xwe Beim Häuten der Zwiebel de , eşkere kir ku ew bi dilxwazî ​​beşdarî Wehrmachtê bû û piştre di 17 saliya xwe de ji bo Waffen-SSê hate şandin. Ji çiriya pêşîn a 2014an vir ve, Mala Günter li Lübeckê jî wekî beşek ji pêşangeha daîmî "Grass wekî leşker" nîşan dide.Di nav tiştên din de, rêwîtiya Loda SS Tankan a ku Grass tê de bû, her wiha dosyaya dîlgirtinê û wêneyên wî yên cîwaniyê di dema şer ên di sala 1944an de bi ûnîformê Xizmeta Karker a Împeratoriyê têne pêşkêş kirin . Camekanek rûpelên destnivîsa orîjînal a Beim Häuten der Zwiebel nîşan didin , ew pêvajoya nivîsandinê eşkere dikin. Nivîsên rojnivîsa Klaus Wagenbach ji sala 1963an nîşan didin ku Grass wê demê jê re gotibû ku ew berê endamê Waffen-SSê bû. Berhem Trilojî a Danzig aBeim Häuten der Zwiebel enîşan d tz und Maus= Pisîk û eşkere 19kin) Hundejahre segên salan (1963) Örtlich betäubt = benca cihînî(1969) Aus dem Tagebuch einer Schnecke=Meyxaneyek ji pirtûka rojane (1972) Der Butt=masiyê pehnik (1979) Das Treffen in Telgte= Hevdîtina li Telgtê (1979) Kopfgeburten oder Die Deutschen sterben aus= Zayîna seriyan an Elmandimirin (1980) Die Rättin= Xilt (1986) Ein weites Feld= Zeviyekî dûr (1995) Mein Jahrhunder= Sedsala mint (1999) Im Krebsgang= rêgeha Penceşêr(2002) Letzte Tänze= dîlana dawî (2003) Drama Die bösen Köche=Xwarinçêkerên xerab. Drama. (1956) Onkel,Onkel= Apo, Apo. Yariyek bi 4 fayîla ye. (1958) Lyrik = Helbest Gleisdreieck = şivîl a sêçik(1960) Die Vorzüge der Windhühner= pêşengiya mirîşkên ba. helbest, Pexşan û xêzkêşan. Fundsachen des Nichtlesers= Heyokên dîtî ên nexwêner Helbestên kurt û xêzkêşan Ên dîtir Widerstand lernen=fêrî berxwedanê bibin. Axaftinên siyasî 1980-1983. (1984) Zunge zeigen=ziman nîşan bidin. Bîranînên rojane bi xêz kêşanê (1988) Xelatên wergirtî Ji bilî ko xelata Nobel a Literatur, Grass pir xelatên bi nirx ên din wergirtine ji wan: 1965 Grass xelat a Büchnerpreis= Xelat a pirtûka li ser karê xwe ê helbest û pexşan bi navê " worin er kühn= ji kîve ev Dilbazî“xedarî“, ko jiyana me bi tundî rexne dike." 1967 Grass xelata Carl-von-Ossietzky-Medaille wergirt. 1994 akadîmiya Bavariya a ciwaniya huner xelata mezin a toreyê da Günter Grass=Großen Literaturpreis. 1995 Grass Hermann-Kesten-Medaille wergirt, û di sala pey re xelata Thomas-Mann a bajarê Lübeck wergirt. Çavkanî Tengezarê Marînî Girêdanên derve Çend helbestên Günter Grass Xelatgirên Nobela Wêjeyê Nivîskarên alman Jidayikbûn 1927 Mirin 2015
3253
https://ku.wikipedia.org/wiki/Huznu%20Ok%C5%9Far
Huznu Okşar
Huznu Okşar (z. 1977 − m. 1992), gerilayekî kurd e. Gerîllaya Kurd Hûznû Okşar ya bi navê kod Dîlan Canda di sala 1977an de li Başûrê Kurdistan, li gundê Cizîrê Kowaxê hate dinê, di 28`ê Nîsana sala 1992an de li Cizîrê tevlî nav refên gerîlla bû. Li herêma Botanê li Katoyê Jîrkî / Giriyê Herizê jiyana xwe ji dest da. Kuştiyên cengê (PKK) Jidayikbûn 1977 Mirin 1992
3255
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nesime%20Yaman
Nesime Yaman
Nesime Yaman (z. 1979 − m. 1999) gerîlayeke kurd e. Nesîme Yaman ya bi navê kod Delîla Goyî di sala 1979an de li gundê Qiliban Badinê hate dinê, di sala 1990î de tevlî nav refên gerîlla bû, femandarê bolûkê û rêvebera YAJKê ya Eyaletê bû. Nesime Yaman di sala 1999an de bi tevî 8 Gerîllayên Kurd li herêma Hazek-Gencê jiyana xwe ji dest dan. Yaman, Nesime Jidayikbûn 1979 Mirin 1999
3257
https://ku.wikipedia.org/wiki/Evin%20Bo%C4%9Fa
Evin Boğa
Evin Boğa (z. 1979 − m. 1999), berniyas bi Evîn Umut, di sala 1979an de li gundê Kinasora Tatwanê hatiye dinê, di kanuna paşîn a 1996an de tevlî nav refên gerîla yên PKKê bû. Evîn Boğa, di 28ê nîsana 1999an de li herêma Hazek-Gencê bi tevî heşt gerîlayên din jiyana xwe ji dest da. Çavkanî Boğa, Evin Jidayikbûn 1979 Mirin 1999
3258
https://ku.wikipedia.org/wiki/Muhsur%20%C3%87elik
Muhsur Çelik
Mûhsur Çelîk (z. 1978 − m. 1999) yê bi navê kod Dilovan di sala 1978an de li Bismilê hate dinê, di sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû. Di 28'ê Nîsana 1999an de, li herêma Hazek-Gencê bi tevî 8 gerîlayên din jiyana xwe ji dest da. Çelik, Muhsur Jidayikbûn 1978 Mirin 1999
3259
https://ku.wikipedia.org/wiki/Emine%20Uygun
Emine Uygun
Emîne Uygun (z. 1979 − m. 1999), ya bi navê kod Berçem Bote di sala 1979an de li Edenê hate dinê, di 20 tebaxa sala 1998an de tevlî nav refên gerîlla bû. Emine Uygun, di 28ê Nîsana 1999an de, li herêma Hazek-Gencê bi tevî 8 gerîlayên din jiyana xwe ji dest da. Kuştiyên cengê (PKK) Jidayikbûn 1979 Mirin 1999
3260
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hermann%20Hesse
Hermann Hesse
Hermann Hesse (; jdb. 2ê tîrmeha 1877an - 9ê tebaxa 1962an) helbestvan, romannivîs û nîgarvanekî alman-swîsrî bû. Di sala 1946an de Xelata Nobelê ya Wêjeyê stendiye. Jînenîgarî 1877 2. tîrmehê de, Hermann Hesse ji bavekî misyoner Johannes Hesse û diya wî Xanim Marie (Cihzê. Gundert) li Calw ji dayîk bû. 1891 wek Stipendiat di evangelische Klosterseminar Maulbronn de hate pejirandin. Pîştî 7 mehan, ji wê rehbaniyê direvê, jiber wî nedixwest ji bilî helbestanvaniyê karekî din bike. 1895 Hesse dest bi karekî di pirtûkxaneyekê de kir, li Tübingen, û li wir karê wî ê toreyî dest pêkir 1898 dîwana Hesse a yekem bi navê "Romantische Lieder= Stranên Romantîk" hate weşandindin. 1899 Hesse pirtûkeke pexşane bi sernavê "Eine Stunde hinter Mitternacht= se´etekê piştî nîvê şêvê", weşand. 1899-1903 Hesse diçe Basel û li wir jî di pirtûkxaneyekê de kar dike. Di 1904an de, nav û dengê Hesse belav dibe, ji ber weşana romana wî "Peter Camenzind", ko tê de rexne li pêşveçûna şaristaniyê digire û bi wênegira ji Basel Maria Bernoulli dizewice û dibin xwedî sê zarok. 1904-1912 Hesse êdî xwest karê nivîskariyê tenê bike û bi malbata xwe re li Bauernhaus li Gaienhofen li Bodensee dijî. 1906 Hesse di pirtûka kurte-çîrokên xwe de a bi navê "Unterm Rad = çerxê”Dûlab” jêr" zarokatiya xwe û astengiyên ko wî derbaskirin dike babet û mijarên vê pirtûkê. 1907-1912 Hesse digel Albert Langen (1869-1909), Ludwig Thoma (1867-1921) kovareke çepên lîberal "März=Adar" diweşînê. 1911 Hesse û hunermendê şêwekar Hans Sturzenegger (1875-1943) geştekê bo Seylon, Singapur û Sumatra dike. Ev geşt kartêkirineke mezin li jiyana wî dike 1912 Hesse û malbata xwe li Bern binecih dibin 1914 Hesse xwe wek leşeger di cenga cîhanî yekem de tomar dike. Hesse xwe nagirê û li dijî cengê radiwestê û wî wek mirovekî xayîn li dijî welatê bav li qelem didin. Hesse direvê û xwe digihînê Swêsra bo hevwelatiya wir werbigirê. Ji 1916 Mirina bavê Hesse, nexweşiya kurê wî Martin, bodîlebûna jina wî û êlperestiya gelek rewşenbîrên wê demê, ew pir xemgîn kir û kete nav nexweşiyeke derunî pir mezin. Mecbûr dibe her nik dr. Derûnî ko şagirt bû ew jî Carl Gustav Jung (1875-1961) bû. Ev serpêhatî di romana wî a bi navê "Demian" (1919) diyar dibe. Carl G.Jung, dibêjiyê hewl bide ko tu hînî hunerê şêwekariyê bibî û bi vî şêweyî wî derman dike. 1919 Hesse bi tena xwe, bê malbata xwe li Montagnola li Tessin binecih dibe û jiyana xwe a mayî li wir diqedîne. Li wir Hesse nameyan bo xortên Elman rêdike û nivîsên xwe bo wan terxan dike û berê xwe dide wan, bi mebesta ko ew bikaribin, dîmenên Elmaniya ên giyanî biguherînin û nû bikin û bi hêviya ko rê li ber şerên din bête girtin. 1922 Romana H.Hesse a bi navê"Siddharta" tête weşandin. 1923 Hesse dibe hevwelatiyê Siwêsirî û jina xwe berdide. 1924 Careke din H.Hesse bi Ruth Wenger dizewce û wê di sala 1927an de, berdide. 1926 Preußische Akademie a hunerî Hesse wek endam dipejirînê. 1927 Romana Hesse (Steppenwolf=dîlana gurgan) tête weşandin. 1930 Romana "Narziß und Goldmund= Nercisî û zêreheyv" tête weşandin. 1931 Hesse careke din bi mêjûnasa hunerî Ninon Dolbin dizewce. Di vê salê de, jiber sedemên siyasî dest ji Preußer Akademie berdide. 1933-1945 Tevî ko Hesse ne bi tu hêzên siyasî û partiyan girêdayî bû, lê wî di name û nivîsên xwe de, eşkere li dijî Naziyan bû û pirr alîkariya wan hunermend û nivîskar û rewşenbîrên jiber zulma naziyan revibûn dikir. 1946 Hesse xelata Goethe a bajarê Frankfurt/Main werdigire. Komîsiyona Nobela xelata toreyî bo kar û nivîsên wî, xelata Nobel didinê. 1947 Zanîngeha Bernê Doktora rûmetê didin H. Hesse. 1955 Hesse Xelata Aştiyê a pirtûka Elmanî werdigire. 1962 li 9. tebaxê Hermann Hesse li Montagnola diçe ser dilovaniya xwe. Xelatgirên Nobela Wêjeyê Nivîskar Helbestvan Alman Swîsrî Jidayikbûn 1877 Mirin 1962
3270
https://ku.wikipedia.org/wiki/Friedrich%20Nietzsche
Friedrich Nietzsche
Friedrich Wilhelm Nietzsche (jdb. 15ê çiriya pêşîn a 1844, li Röcken, Prûsya - m. 25ê tebaxa 1900, li Weimar, Împeratoriya Almanî), helbestvan û fîlozof û fîlologekî klasîk ê alman bû. Jînenîgarî Nietzsche di 15ê çiriya pêşîn a 1844an de tê dinê, di sala 1849an de bavê wî jiyana xwe ji dest dide, li ber destê dê, xwişk û xaltiya xwe mezin dibe. Nietzsche ku dibêjin fikra wî ya li ser jinan di vê demê de kemiliye, di van salan de jêre gotine "keşeyê biçûk" û di 25 saliya xwe de bûye profesorê fîlolojiyê. Friedrich Nietzsche ku li ser felsefeyê kûr dibe, ji malûlî malnişîn dibe û bi temamî xwe dide nivîsandinê. Ew bi taybetî di salên xwe yên dawî û piştî mirinê navdar dibe; piştî jiyana 11 salên wekî jiyaneke nebatî di 25ê tebaxa 1900î de jiyana xwe ji dest dide. Friedrich Nietzsche bi peyva "Xwedê mir" mirov kişandine nav fikirînê, peyva mirovê raser derxistiye pêş. Nietzsche ku heta niha di gelek anketan de di nav mirovên herî biaqil ên dinyayê de di nav rêzên pêşîn de cih girtiye, ji bo pirtûka xwe nirxandina, "berhema herî kûr" kiribû. Fîlosofiya wî kartêkirineke mezin li şêweyê ramana sedsaliya 20an kir. Bi boçûnên xwe ên felsefî aspektên felsefa Existenz, ango heyînê vala derxistin. Ramanên wî Mixabin naziyan felsefa Nietzsche bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û polîtîzekirin, lê rexneyên wî ên zelal li dijî nijadperestiyê, anti-semîtîzmê û biyologiyê bi zanebûn bêguhdan kirin û binax kirin. Nivîsên Nietzsche kartêkirineke mezin li gelek nivîskar û torevaên elmanî ên moderin kiriye mîna Rainer Maria Rilke, Robert Musil, Hermann Broch, Stefan Zweig, Thomas Mann, Hermann Hesse, Karl Kraus û Gottfried Benn, herweha li tore û felsefeya ferensiyan kir û bi taybetî li Michel Foucault û Jacques Derrida kir. Felsefa Nitsche li ser rastî û derewan, xêr û şer, reş û spî, di çarçewa sincê de, belavbû û bi taybetî di pirtûka wî de Also sprach Zarathustra (Zerdeşt werr go) de. Di Psychologiyê de jî bandora Nietzsche li Sigmund Freud, Ludwig Klages û Carl Gustav Jung bû. Li hember wê jî pir ramiyar û zane li dijî Nitsche û behweriyên wî hebûn mîna Karl Jaspers, Martin Heidegger, Martin Buber, Paul Tillich, Albert Camus û Jean-Paul Sartre. Wan di nivîsên xwe de, rexneyên tund li Nitsche girtine. Nitsche, di cîhana navnetewî de, wek fîlosofekî hatiye naskirin, lê wek helbestvan, kêm li derveyî Elmaniya behsa wî bûye. Hêjayî peyivê ye jî, ko helbestên wî pirr bi raman û bi giyan ve girêdayî ne. Tifingên tijî, jibo gulebarana mejiyên tijî, çêbûne Mejiyên vala jî jibo tijîkirina wan tifingan.... Friedrich Nietzsche Berhemên Wî - Pirtûka wî ya Also sprach Zarathustra, di hezîrana 2007an ji aliyê Muhammed Înal ve hatiye wergerandin û ji Weşanên Hîvda bi navê Zerdeşt wiha ferman kir bi kurdî derket. - Antîxirîst, nifir li xirîstiyantiyê (Der Antichrist, Fluch auf das Christentum, 1888) Gotinên Wî Girêdanên derve Friedrich Nietzsche – 1844-1900 - Ji Malpera Felsefevan Li Ser Nêrîna Nietzsche Ya Ol - Ji Malpera Felsefevan Bavê Ramana Postmodernîzmê: Nıetzsche - Ji Malpera Felsefevan Fîlozofên alman Nivîskar Alman Jidayikbûn 1844 Mirin 1900
3273
https://ku.wikipedia.org/wiki/Peymana%20rakirina%20hem%C3%BB%20away%C3%AAn%20d%C3%AEskr%C3%AEm%C3%AEnasyona%20jinan%20%281979%29
Peymana rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan (1979)
Komîsyona YNyê ya Jinan a di 1946an de ava bû, di salên 60î de dest pê kir û berê xebata xwe da hemû awayên dîskrîmînasyona jinan. Komîsyon berê li ser mafên jinan ên sîyasî û hevwelatiyê xebîtiye. Grûpê danezanek amade kir ku civîna YNyê ya giştî ew di 1967an de qebûl kir. Ev danezan bû bingehê peymana sala 1979an a rakirina hemû awayên dîskrîmînasyona jinan (Bi navê Peymana jinan jî hat binavkirin). Peymana jinan ji 30 bendên ku bi mafên jinan ên li hemû waran, pêk tê. Komîteya hemû awayên Dîskrîmînasyona Jinan (Committee on the Elimination of All Forms of Discrimination against Women, CEDAW) çavdêriyê dike, bê ka Peymana jinan çawa tê teqîbkirin. Welatên ku Peymana Jinan tesdîq kiriye divê her ji sê mehan carekê raporan bidin Komîteyê, bê bendên Peymana Jinan çawa tên tetbîqkirin. Komîte raporan dide ECOSOCê (Encumena aborî û civakî) och civîna YNyê ya giştî. Ev rapor dû re ji Komîsyona Jinan re tên şandin. Komîte dikare ji tiştên di raporan de tên gotin û agahdariyên ji welatên peymanê tên wergirtin hereket bike û pêşnîyazên xwe û tewsîyeyên giştî pêşkêş bike. Di 1998an de protokoleke ku di Çileya Pêşîna sala 2000î de ket îcrayê bi ser Peymana jinan ve hat kirin. Protokola servehî tê wê mahneyê ku jinên ku mafên wan ên mirovî li gora Peymana jinan pê pes bûne, ji bo sererastkirinê û stendina tezmînatê dikarin giliyên xwe li ba YNyê bikin. Berê îmkana giliyê takekesî li ba Komîteya YNyê ya Dîskrîmînasyona Jinan hebû. Niha jî mimkin e ku miorv li pêpeskirinên giran, an jî sîstematîk bikole. Girêdanên derve Nivîsara peymanê http://www.elektra.nu/nordkurdiska/db/artiklar/konv_om_diskriminering_av_kvinnor.htm Peyman
3274
https://ku.wikipedia.org/wiki/Peymana%20YNy%C3%AA%20ya%20di%20war%C3%AA%20maf%C3%AAn%20zarokan%20de
Peymana YNyê ya di warê mafên zarokan de
Peymana YN'yê ya di warê mafên zarokan de ji 54 bendan pêk tê. Ev Peymana zarokan bi versîyona kurt û bi zimanekî hêsan hatiye amadekirin, hemû bend di vê tekstê de nehatine nivîsîn. Girêdanên derve Nivîsarê peyamê http://www.elektra.nu/nordkurdiska/db/artiklar/barnkonventionen.htm Peyman
3275
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nam%C3%BBs
Namûs
Namûs li ser bingehê hiseke pir civakî ava dibe û ji bo ku mirov ji mirovên civaka tradîsyonel, gelek caran li gundên piçûk bixwaze, da ew nîzama giştî biparêzin, tê bikaranîn. Ev nîzam li ser bingehê normên patrîyarkalî hatiye avakirin û ji ber vê yekê kêm zêde jindijmin e. Ji bo ku civaka bi namûsê ve girêdayî karibe jîyana xwe bidomîne, şert e ku endamên wê bi nîzama giştî ve girêdayî bin. Bo nimûne, cezekirina yekî ku qaîdeyên heyî yên nenivîsandî pêpes dike û xwexistina şûna qanûnê, erkek e ku ji malbatê û beriya herkesî ji endamên malbatê yên mêr tê payîn. Ji ber ku namûs, an jî namûsa mêrî bi awayekî xurt bi jîyana jinê ya cinsî ve girêdayî ye, ev tê wê mahneyê ku ji bo paraztina namûsê, divê tevgerên jinê bên kontrolkirin. Bi gotineke din, di civakên ku li ser bingehê hisa namûsê tên avakirin, zordestîyeke xurt li ser jinan heye. Strukturên patrîyarkalî li her devera dinyayê hene. Zordetiya li ser jinan, lêdan û kuştin li her civakê çêdibin. Ev di nav civakên namûsê yên tradîsyonel de eşkeretir e. Bi saya şoreşa femînîst, zordestiya patrîyarkalî baleke mezin kişand. Di pêşveçûna demokrasiyê û mafên mirovan de, ev zordestî hinekî kêm bû. Civak Cîns Îslam
3276
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sinetkirina%20jinan
Sinetkirina jinan
Her roj bi hezaran keç tên sinetkirin. Sinetkirina jinan weke şikenceyê, dibe sedema êş û azara giran. Encamên wê dikarin bibin sedema mirinê. Piraniya keçên ku ji mirinê difilitin divê di jiyana xwe ya mayî de tehamulî şopên birînên fîzîkî û psîkolojîk bikin. Hikûmetên welatên ku sinetkirina jinan lê çêdibe, ji bo rawestandina vî adetê hanê, pir hindik tişt kirine, an jî tu tişt nekirine. Dewlet ne hew ji kes û aktorên din berpirsiyar in, bê di wezîfeyê de çi dikin, herweha ji kes, grûp û dezgehan jî berpirsiyar in, bê ew di nava dewletekê de ji bo pêpeskirina mafên mirovî çi dikin. Peymanên navneteweyî yên mafên mirovan ji bo reftariya dewletan bi tenê qaîdeyan danîne. Ew herweha daxwazê dikin ku divê dewlet bixebitin, da tawanên li dijî mafên mirovî rawestîne û êrîş û şikenceyê qedexe bikin. Dewlet berpirsiyar in ku bêyî ku lê binihêre, bê ew li kî derê û ji aliyê kê ve hatine kirin, divê reaksiyonê li hembera raporên li ser êrîş û şikenceyê nîşan bidin. Mahneya wê ev e ku şideta li dijî jinan a weke sinetkirinê, divê bê rûreşkirin û jin ji aliyê qanûnan ve bên paraztin. Divê li hemû giliyên ji bo şidet û şikenceya li dijî jinan bê kolîn. Divê kirdarên wan mihakeme bibin û ji bo sûcên xwe bên cezekirin. Rêxistina Efûyê ji hikûmetan û desthilatdaran daxwazê dike ku çi ji aliyê temsîlkarên dewletê ve hatibe kirin û çi jî ji aliyê şexsan ve hatibe kirin, divê ew jinan li hembera şidetê biparêzin. Şideta li malê, bo nimûne, lêdan û ecizkirinên cinsî, ne meseleyên malbatê yên taybetî ne. Li gora Rêxistina Efûyê, mirov nikare ji bo pêpeskirinên mafên mirovî, adetên dînî û çandî ve weke bingeh nîşan bide. Cîns Civak
3279
https://ku.wikipedia.org/wiki/Jeanne%20d%27Arc
Jeanne d'Arc
Jeanne d'Arc (1412 - 30'ê gulanê, 1431), bakîreya Orleansê, ezîzeya parêzvan a Fransayê û lehenga netewî jî tê zanîn. Jeanne, di şerên sedsalê de, welatê xwe li li hemberî dagirkerên Îngîlîz parastiye û wekî din fermandariya vê berxwedanê kiriye û birêve biriye. Bavê wê Jacques d'Arc cotkarek bû. Navê diya wê Isabelle ye. Jeanne ji malbateke 5 zarokan a 3emîn bû. Jeanne di 6`ê çileya 1412`an de li bajarê Domremy ku cîranê beşê hawirdora Champagne û Lorrainne'yê ye, tê dinê. Zarokatiya wê li çolter û şepalên gund, bi çêrandina pezê bavê xwe derbas dibe. Ew di heman demê de ji diya xwe bi guhdarkirina çîrokên dînî, derbarê dîn de agahî bidest dixe. Di karên malê de bi nîşandana hûnerê xwe mezin dibe. Li gorî rîvayetê, Jeanne dema ku dibe 12 salî, dest bi bihîstina dengê ezîz Michael, ezîze Catherine û ezîze Margeretê kiriye. Êdî bawer dike ku ev deng ji aliyê xwedê ve jê re hatiye şandin. Dengên jê re tê, ferman dide ku `Welatê xwe ji Îngîlîzan rizgar bike, alîkarî bide Qraltiya Velîaht û textê Frensî bilind bike û ev karên ku bike `Mîlsyona wê ya pîroz e`. Her wiha ev deng jê re dibêje ku porê xwe qût bike, kincên mêran li xwe bike û xwe bi çekan bixemilîne... Di sala 1429`an de Îngîlîz, bi alîkariya hevalbendên xwe Burgonya'yî, hemû Fransayê heta Parîs û Bakûrê Loireyê dagir dikin. Frensî, ji ber xemgîniya ku bîhîstine û ji ber nebûna serokê xwe, gelek kêm li ber xwe didin. Li ser wan keyê Îngîlîz Henryê 5ê, doza keyaniya Fransayê dik. Jeanne, destpêkê fermandar û piştre jî velîaht ji bo bikaranîna hêza wan razî dike. Piştî ku ji îmtîhan û azmûnên bawermendan derbas dibe, dibe fermandara yekîneyeke leşkerî ya sed kesî. Jeanne, di şerê Orleansê de, ji yekîneyan re dibe pêşeng û bi awayekî mûcîzevî, li dijî Îngîlîzan serkeftinê bi dest dixe. Di deverên cûda cûda yên welêt de tevlî şerê li dijî Îngîlîzan dibe. Piştre Jeanne, diyar dike ku divê velîaht, weke Charlesê 7ê taç bide serê xwe û bi vî awayî Velîaht razî dike. Di merasîma taçkirinê ya li katedrala Reimsê tê çêkirin, li cem Key cîh digire û bi vî awayî tê şehnazîkirin. Di sala 1430'an de, dema ku Compiegne ya li cem Parîsê diparast, ji aliyê Burgonyayiyan ve zeftkirin û radestî Îngîlîzan tê kirin. Îngîlîz, Jeanne di serî de bi efsûnbaziyê ji ber ramanên wê tewanbar dikin. Her wiha ji ber ku xwedî ramanên li dijî baweriya dêra Xiristiyan e û kincên mêran li xwe kiriye, radestî rêxistina Dêra Rouenê tê kirin. Dadgeha Girêdayî Rêxistina Dêrê, van ramanên Jeanne weke suç dipejirîne Di encama vê dadgehê de Jeanne tê mehkûmkirin û di 30`ê Gulana 1431`ê de, bi darekê ve tê girêdan û bi saxî tê şewitandin. Jeanne D`arc dema tê şewitandin, keçeke 19 salî ye. Lê belê Charlesê 7ê ji bo rizgarkirian Jeanne'yê nakeve nava ti hewildanan. Di sala 1456`an de rûniştineke duyemîn tê vekirin û tê îlankirin ku Jeanne bê suç e. Dêra Xiristiyan, Jeanne d'Arc, di sala 1909'an de derdixe mertebeya ezîzetiyê û di sala 1920`an ve ev yek bi fermî tê pejirandin. Çavkanî Girêdanên derve Jinên fransî Şoreşger Jidayikbûn 1412 Mirin 1431
3283
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gul%C3%BBl
Gulûl
Gulûl, gulol, xwarineke Botanê ye. Çêkirin Ji mast, birinc, savar an jî garis çêdibe. Dew tê kelandin, birinc an jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser agir tê girtin ku heta sar û tîr bibe. Rûn sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe. Xwarin Xwarinên sîr û mastê Pêjgeha kurd
3284
https://ku.wikipedia.org/wiki/K%C3%AApay%C3%AE
Kêpayî
Kepayê (hûrên dagirtî) xwarineke Botanê ye. Hûr tê perçekirin û wek kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û baharat dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin. Xwarin
3285
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mertoxe
Mertoxe
Metoxe navê xwarineke çorsane û amadekirina wê hêsan e ye. Li Botanê, Serhed, Xerzan û gelek herêmên din navdar e. Helbet li tevahiya Kurdistanê jî tê zanîn. Mertoxe bi taybetî di nav gerîllayan gelek bi nav û deng e. Lewra çêkirina wê hêsan e. Mertoxe û hesîde her xwarinên şervanên kurd bûne. Şîraniyek, ji to (toxavk an toşîr, tûwik), rûnê nivîşk û arvan tê çêkirin. To û rûn di rûnbirêşkê (taweyê) de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê, doşavî (şerbet) jî dikeve navê. Xwarin Şîranî
3286
https://ku.wikipedia.org/wiki/Doxave
Doxave
Doxave xwarineke Botanê ye. Ev xwarin ji dew çêdibe. Nok tê tevlêkirin. Goştê qîmeyê wekî kofteyên biçuk tê çêkirin û tê tevlêkirin. Li Culemêrgê jê re doxeba jî tê gotin. Xwarin
3287
https://ku.wikipedia.org/wiki/Keledo%C5%9F
Keledoş
Keledoş, keldoş xwarineke pêjgeha kurd e. Li herêmên Serhed, Botanê pirr tê xwarin. Ji koma xwarinên sîr û mastê ye. Li hin deveran cuda bin jî, ji keşkê tê çêkirin. Dahn, nok, goşt û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin. Ku hazir dibe nan hûrdikin û li ser nan dikin û tê xwarin. Li Serhedê ji sîr û mastê çêdikin. Berkelîna wê nan an pelhevîrka badayî (hin caran dagirtî), sîr, mast, îsota reş, rûn, xwê ye. Îsota reş di nava rûnê qijilandî de bi ser de dikin. Li Çewlîg, rojhilatê Kurdistanê, Sêwas û gelek deveran ji dêvla nanê pişirandî, şikevaya pêçandî û dagirtî bikartînin. Li Kanîreşê jê re sîrapel dibêjin, hinekê cuda ye ev. Bo keledoşê (gotin) Keledoşa herî xweş a xelkê ye. Keledoşê ne bi kevçiyê, bi destan bixwin lewra kewaniya malê sîr-mast jibîr kiriye. Her tişt dikele, lê keledoş, didoşe (heger pelhevîra dagirtî qul be, ava xwarinê dikevê, dema mirov bixwe dişibe guhanên ku şîr jê tên. Ji bo kewaniyên malê yên ne pisporên viya dibêjin) Keledoş xwarina dewlemendan e. Çavê xizanan li goştê qeliyê ye. Heger dizê keledoşê ez bim, ka quşxane. (ango wisa bitehm e ku bi tevî quşxaneyê tê dizîn). Xwarin Xwarinên sîr û mastê Pêjgeha Botanê Pêjgeha Serhed û deşta Rewanê Pêjgeha kurd
3290
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xeyl
Xeyl
Xeyl (Xêlî. Tara, Sork) Li serê bûkan tê girêdan. Xêlî ji cawekî tenik û rengîn çêdibe, dema ku bûk ji mala bavê derdikeve, xêliyê bi ser rûyê wê de berdidin. Piraniya caran bi rengê sor, şekirîn an jî pembeyî ye. Cil
3291
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eala%20Kurmanc%C3%AE
Şala Kurmancî
Şala Kurmancî Ji qumaşekî buha ye. Ji rîs tê çêkirin. Qalind û germe, zivistanê diavêjin ser pişta xwe. 2-3 reng tê de cih digirin, hin caran jî tên bi rengekî ye. Cil
3292
https://ku.wikipedia.org/wiki/Y%C3%AAleg
Yêleg
Yêleg (Surt, Sixme, Êleg) Ji du parçeyan pêk tê. Rengê pêşiyê û rengê estar heye. Estar her tim ji hevrîşim çêdibe. Ew li gorî temenê jinê tê guhartin, jinên ciwan rengên vekirî û gulgulî bi kar tînin, lê yên temen mezin rengên girtî li ber dikin. Cil
3293
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AAr%C3%AE
Dêrî
Dêrî (Pêşmal ango bervank) Wekî nîv etekî ye. Rengê wê diguhere. Li hev qurmiçandiye û bi piştanekê li dora navtengê tê girêdan. Lê hertim 2 dêrî bi hev re li berdibin. Yek wek bervank (pêşmal) û yek jî wek nîv eteke (paşmal) tê liberkirin. Her du jî, ji yek cawî(qumaş) tên çêkirin. Cil
3294
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tavri%C5%9F%C3%AE
Tavrişî
Tavrişî Dişibe şalê(davêjin ser an jî milên xwe), Tavrişî ji Şala Kurmancî siviktir û teniktir e. Ew bi qumaşekî sivik tê çêkirin. Jinên mezin li xwe dikin. Cil
3295
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eara%20Toksin
Şara Toksin
Şara Toksin (Tosin): Modeleke pir kevn e niha pir kêm tê bikaranîn. Ji gelek rengan pêk tê rişî bi rişî ye. Ji cawên buha çêdibe û kesên dewlemend didin serê xwe. (navê gelek jinên kurd ên Qafqasya, li ser navê Toksin in. Ev yek jî nirx û cihê vê şarê diyar dike) Cil
3297
https://ku.wikipedia.org/wiki/Albert%20Einstein
Albert Einstein
Albert Einstein (jdb. 1879, Ulm, - m. 1955 DYA) zanyarê fizîkê ye. Wekî damezrînerê Teoriya îzafiyetê tê nas kirin. Jiyana wî Einstein di 14ê adara 1879an de li Ulmê wekî zarokekî malbateke cihûyên Almanya ji dayik dibe. Bavê wî endezyar e, lê belê mirovekî dewlemend nîne. Albert zarokatiya xwe li Munîhê diborîne û tevî ku li malê gelekî jîr û hişmend tê dîtin jî, li dibistanê serkeftinên mezin bidest naxe. Di dibistana navîn de ji pergala hîndekariyê ya almanî hez nake, tewer bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigerin, dikeve nav pevçûnê. Ji ber van azmûnên pêşwext, Albert dibe dijmin û neyarê meqamên fermî yên almanî. Di sala 1894an de şert û mercên aborî malbata Einsteinî ber bi koçberiyê ve dibe û berê malbata wî dide Mîlanoyê. Lê Eistein li Munîhê tê hiştin da ku hîndekariya xwe temam bike. Einstein bi hinceta nexweşiyê piştre tevî malbata xwe ya li Îtalyayê dibe. Einstein gelekî ji Îtalyayê hez dike û li wê derê, di nava demeke kin de, ji Mîlanoyê heta Cenevreyê 160 km rê bi armanca gerê peyatî dibihûrîne. Einstein piştre serî li dibistanaPolîteknîk a li Zurihê dide. Bi tevî ku di fizîk û matematîkê de xwedî serkeftineke serdest be jî, ji ber ku bawernameya wî ya têr a Dibistana Amadehiyê tune ye, nekare azmûna destpêkê derbas bike û serlêdana wî nayê pejirandin. Ji bo qezenckirina azmûnê, ji bo wergirtina hîndekariyê diçe cîmnazyûma li Aarauyê. Li wê derê gelekî bextiyar dibe. Ew êdî evîndarê Swîsreyê ye; piştre xwe dike hemwelatiya Swîsreyê û di dûmahîka jiyana xwe de careke din qet ji wê derê venaqete. Paşê, dema ku dikeve dibistana Polîteknîkê, profesorên matematîkê H. Minkowski û A. Huntwitz dibin. Her du jî zanyarên pola yekemîn in. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan werdigire û ne jî ew li Einsteinî hay dibin. Dema ku dibe destûrdar ango mezûn dibe, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya wî bi karekî çêdibe û wî zorî û zehmetî dikişîne ku karekî peyda bike. Di destpêkê de weke mamosteyê yêdek kar dike û dersên taybet ên fîzîkê dide. Di 1902an de, li Daîreya Patentê ya li Kantona Bernê karekî dilnizm dibîne. Di wan deman de mehra xwe bi Mileva Mariç re dibirre. Ji malbata Einstein du zarok çêdibin. Piştre yek ji van zarokan, di paşerojê de, di Zanîngeha Kalîforniya a li Berkleyê de, dibe profesorekî pir bi bandor yê endezyariyê. Karê li ofîsa Patentê gelekî li gorî Einstein bû. Dema ku li ofîsa xwe îcadên dihatin şandin lêkolîn dikir, di nav karê xwe de bêyî zêde xûya bike, ji xwe re wext peyda dikir. Wê demê, dest bi nivîsandina gotarên fîzîkê kir. Nivîsên xwe ji Annalen der Physik a di rêveberiya W. Wien ku bi cismên reş namdar bû re, dişand. Di 1901ê lêkolînek, di 1902an de du, û di 1903`an de û 1904`an de lêkolînek pêşkêş kir. Hemû jî di warên dînamîkzanî û dînamîka germ de, lêkolînên kûr bûn. Weke rewşa Planck a salên berê, heman mijar berê ji aliyê Gibbs ve dihate nirxandin, lê belê Einstein vê yekê dizanibû. Di sala 1905an de dehaya Einstein bi awayekî bêhempa çirûsî, di adar, gulan û hezîranê de 3 xebatên xwe weşand ku evana bi tena serê xwe dikaribû wî bike keseke nemir. Xebata yekemîn ”Pêkhatina roniyê û derbarê gîhandina wê de xala awireke zimanê xweser” ku ev xebat kifşa pakêtokên roniyê û weke pêkanîneke mezin daxûyandina bandora ronayî-elektrîkê di hundirand. Ya duyemîn jî Li ser tevgera pirtikên şileyên meyîbûyî ku ji aliyê teoriya kînetîk a roniyê ve tê diyarkirin ku ev yek teoriya libatê ya Browncil dihewand û careke din hebûna rastîn a atoman nîşan dida û sabîtiya Boltzman bi rêyek din tespît dikir. Ya sêyemîn jî `Li ser elektromagnetîka cîsmên bitevger` bû. Ev xebat jî teoriya îzafiyeta taybet dihewand. Ji vê derê jî îzafet ango pêwendiya E=mc2 hat dîtin ku bû sedem ku herkes Einstein nas bike. Tevî ku piraniya cîhana fîzîkê bi guman Einstein pêşwazî dikir jî, encamên ku Einstein bi dest xistin ku qet nedihat hêvîkirin, di demeke kin de hate piştrastkirin. Einstein di 1913an de li Berlînê dest bi xebatê kir. Teoriya gumlatkêşiyê ji qonaxa ku Newton beriya du sedsalî hiştibû rahiştê û di 1916`an de weke Teoriya Îzafiyeta Giştî danî holê. Encamên weke xwarbûna zeman-mekanê ku Îzafiyeta Giştî datanî holê, bi ceribandinên ku hatin kirin, çend sal şûn de hate piştrastkirin. Piştre bi dîtina teorî, bi dîtina Firehbûna Gerdûna re ahengî çêkir. Ramana `Ronî bi hişyarbûnê re pexş dibe` ku Einstein di 1917an de danî holê, piştî 40 salan bi dîtina lazerê bi encam bû. Einstein ku ji mekanîka kuantumê ya di 1920an de pêşdiket bêzar dibû, di dewsa nêrîna determenîst a klasîk, nêrîna muhtemelparêziyê qebûl nekir. Einsteinê ku li hemberî mekanîka kuantumê diyar kir ku "Xwedê zar navêje", cara yekem xwe şaş kir. Einstein ku li hemû cîhanê gîhîşt navdariyekê, bi desthilatdariya Naziyan re, di sala 1933`an de Almanya terk kir. Emrê mayî li DYEyê derbas kir. Einstein salên dawî yên jiyana xwe, bi lêgerîna gumlatkêşî û teoriya elektro-magnetîk derbas kir. Lê belê di vê yekê de bi serneket. Hîn jî ev problem li benda çareseriyê ye. Einstein di sala 1955an de li Princetonê çû ser dilovaniya xwe. Li gorî anketên kovara Timeyê, weke kesê herî mezin ê sedsala 20emîn hate hilbijartin. Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein E=mc^2(Binavûdengtirîn Hevkêşeya Cîhanê) Albert Einstein, xwediyê 2 teoriyên pir grîng û binavûdeng ên bi navên Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Gîştî ne ku ya yekem di 25 saliya wê û ya duda jî di 36 saliya wê de, hatin weşandin. Nisbiyeta Taybet, ji 3 fenomenan, ew jî di lezên pir pir mezin da, pêk tê: Biçûkbûn û serhevdahatina Lorentzê ku heman daketina dirêjahiya cism di riya ku diherike da ye. Vebûn û berfirehbûna demê ku heman hêdîbûna demê ye. Mezinbûna giraniya Baristeyê. Tenê di Nisbiyeta Taybet e ku di suretên pir pir mezin da(di şertên ku suret di dema herikînê da naguhere û wekxwe dimîne- sureta neguher) meriv dikare baweriya xwe bi encamên wê bîne. Bi vê yekê tevgera Cîhana derdora me, di suretên pir pir mezin, bi riya qanûnên ku di jiyana me da nayên dîtin, dikarin bên şirovekirin. Wek mînak, dema ku cismek bi sureta nêzîkê leza Ronahiyê biherike, hingî dema ku ew derbas dike, pir pir hêdî û kin dibe. Hemû alî yan dûriyên wê jî, biçûktir dibin. Bariste yan cirma cismê ku bi leza ronahiyê diherike jî, îdî neguher nine, belke zêde dibe. Eger cismek bi leza ronahiyê biherike, hingî derbasbûn û herikîna demê jê ra disekine, dirêjahiya wê dibe sifir û bariste yan çiriya wê dibe bêsînor û vediguhere cirmeke pir pir giran. Yek ji encamên pir balkêş yên teoriya nisbiyeta taybeta Einsteinê, pêwendiya navbera dem û fezayê(navber) ye ku dibêje hemû tiştên dinyayê girêdayî hevodin nin û bandoran jî li hev dikin. Bi baweriya Newtonê, dem neguher û sabit e û di her dera dinyayê da jî tevgera wê yeksan e. Lê Einstein, îsbat dike ku ev yek ne rast e. Mînaka pir pir balkêş ku jibo şirovekirina vê meselê tê bikaranîn, wiha ye: eger ji 2 birayên ku cêwî ne, yek jê li ser erdê bimîne û yê din, bi keştiyeke fezayî ya bi leza nêzîkî ronahiyê ber bi esmîn yan galaksiyan, hereket bike. Dema ku 100 sal ji emrê birayê ser erdê, derbas bibe, birayê ku li keştiya fezayî ye, hê salek ji emrê wî derbas nebuye, yanê tenê salek kaltir buye! Teoriya Nisbiyeta Gîştî: Nisbiyeta Gîştî, jibo herikînên ku di dema herikîna wan da, sureta wan diguherin yan jî leza wan tê guhertin, tê bikaranîn. Leza Kêşa erdê, g ku heman 9,81 m/s e jî, yek ji cureyên lezê ye. Nisbiyeta gîştî girêdayî lezê ye nek herikînê. Teoriya ku behsa cirmên xwedî leza kêş û navendî dike ye. Bi gîştî, li her dera dinyayê ku cirmek di cihên vala da hebe, sedîsed li derdora wê, lezek kaşok jî heye ku mezinahiya wê girêdayî baristeya wê cismê ye. Bi gotineke din, li derdora her cismekê, lezek heye. Nisbiyeta gîştî jî liser wan lezana disekine û dide zanîn ku bi dûrbûna her cismekî ji rûxar yan setha gerstêrkekê, derbasbûna demê jê ra hêdîtir dibe. Wek mînak, eger em kamerayek daynin ser saeta xwe û jê fîlm, bikşînin û yeke din jî daynine ser saeta kesê/a ku hildikişe jorê, ji erdê vediqete, ber bi esmîn diçe û em her du fîlmên han, di perdeyeka televizyonê da nîşan bidin û bidine ber hev, emê pir eşkere bibînin ku saeta ser erdê pir bileztir ji ya derveyî atmospherê dixebite. Encamên nisbiyeta gîştî pir balkêş in û îmkana pêkhatina wan jî dikare li labarutawaran, were ceribandin. Wek mînak, ronahiya ku digihîje derdora stêrgeke giran, hinek ber bi aliyê wê kaş dibe, ji riya xwe derdikeve û jêbadan diqewime. Reşçal (Reşçal: eger mezinahiya stêrgek çend qasî Rojê be û hemû ardû yan şewatokên xwe şewitandibe, jiber hêza cazibeya xwe ya pirbihêz, bariste yan çiriya xwe di nav xwe da digivişîne, dide ser hev û çaleke reş ku dişibe qîfan(Forma Şeytanokî), jê çêdibe ku hêza cazibeya wê pir pir mezin e û tu ronahî jî, nikare jê bifilite) jî ligor vê taybetmendiyê, tevdigerin. Cirm yan çiriya wan, ewqas giran û hecma wan ewqas biçûk e ku dema ronahî, ber ra derbas dibe, dikeve nav û îdî tu car, nikare jê derkeve. Riya me hemuyan, jibo carek jî bûbe, ketiye dukanên ku saetan difroşin û me gelek saetên biçûk û mezin dîtine ku li ser 10:10 deqeyan, tenzîm bûne lê me tu carî nepirsiye, çima! Albert Einstein, di teoriya nisbiyeta taybet da, li ser hereketa lezdar nesekinî û pey şirovekirina kêşa erdê neket. Ew behsa mijarên teoriya nisbiyeta gîştiya xwe ku yekem car hatibûn weşandin, kir. Teoriya nisbiyeta gîştî bû sedema guhertina çawaniya şirove û dîtinên berê yên liser kêşa erdê û di vê teoriya nû da, hêza kêşa erdê wek taybetmendiyeke fezayê hat dîtin nek mîna hêza di navbera cirman da, yanê tam berevajî tişta ku Newton gotibû! Di teoriya wî da, feza di kêleka maddeyê da hinek ditewe. Bi gotineke din, cirmên heyî, rê yan jî kêmtirîn bergiriya nava kevaneyan, hildibijêrin. Fikra Albert Einstein, pir ecêb bû lê dikarî bersiva qewimînên ku qanûna siqla Newtonê nedikarî wan şirove bike, bide. Gerstêrka Ûranus, di sala 1781ê da keşif bûbû û bazineya(medar yan vedor) wê ya li dora Rojê hinekî ecêb yan jî xilloxwar bû! Zêdetir ji 50 salan, liser vê meselê behs hatibûn kirin. Ligor qanûna Newtonê, diviya ku cazibe û hêzek, bandorê lê bikira. Bi gotineke din, diviya ku gerstêrkeke mezin di aliyê din yê Ûranusê da hebiya ku ev yeka han normal bihata dîtinê. Di sala 1846an da stêrnasê Almanî, kameraya xwe danî ser nuqteya ku Le verrier, gotibû loma jî gerstêrgeke nû li wêderê dît ku paşê navê Neptûnê lêkir. Nêzîktirîn nuqteya vedor yan medara gerstêrka Mercury yan heman Tîr bi Rojê, li her dor û zivirîna xwe ya salane, dihate guhertin û ev guhertin tu carî, 2 caran di nuqteyeke taybet da nediqewimîn. Stêrknasan wisa dizanîn ku ev tevlihevî û nerêkî jiber guhertina hêza kêşa gerstêrkên nêzîkî Etarudê ne! Mezinahiya ladan yan jêbadana medara Tîrê, 43 saniye qews bû. Ev hereket di sala 1845an da ji aliyê Le Verrierê hate têderxistin, lê di dawiya dawî da bi riya teoriya nisbiyeta gîştiya Albert Einsteinê, hate şirovekirin. Teoriya nisbiyeta gîştî nîşan da ku ligor hendeseya neoqlîdosî(Non*Eukleides) û tam berevajî teoriya Newtonê, Hezîz yan Perihelion’a her cismekî zivirok, xwedî hereketekî taybet e. Dema ku formûlên Albert Einstein, liser gerstêrka Mercury hate bikaranîn, derket holê ku guherînên hezîza wê tam ligor formûlan e. Gerstêrkên ku mesafeya wan ji Rojê, zêdetir ji mesafeya Tîr heya Rojê ne, cihguhertina hezîza wan hêdîhêdî zêdetir dibe. Balkêştir ji fenomenên jorê, 2 mijarên nû bûn ku tenê teoriya Albert Einstein, dikarî wan pêşbînî bike. Ya yekem ew bû ku bi dîtina Albert Einstein, qada megnetîka pirbihêz, dibe sedema kêmbûna lerizîn û hejheja(irti’aş) etoman. Ev yek jî daketina leza guherîna cihê xêzên spectruman ber bi aliyê rengê sor erê dike! Dema stêrkek pir pir germ û kelok dibe, ligor formûlên berê, ronahiya wê divê ku şîn be, lê di pratîkê da sor e, gelo emê li ku karibin tîna mezin û hêzên kêş yên pirbihêz, peyda bikin, bersiv, Kinikên Sipî ne. Zaniyaran destbi lêkolînên berfireh liser teyfên kinikên sipî, kirin û cihguhertina ku hatibû pêşbînîkirin, bi çavê xwe dîtin! Navê wê guhertina cihan, cihguhertina Albert Einstein, danîn. Albert Einstein digot ku meydana kêş dibe sedema ladan û jêbadana şuayên ronahiyê, lê gelo ev yek dikare bê ceribandin. Eger stêrkek di pişt Rojê da, tam di imtidada rûxara wê da be, di dema Kusûfa Rojê da bê dîtin û em dewsa wan ligor dema ku em Rojê tune hesav bikin, bidin berhev, hingî dê ladana ronahiya wan misoger be. Tam wek dema ku hûn tiliyên destê xwe li ber çavê xwe û di mesafeya 8 santîmetriya wê da daydidin û carek bi çavê çepê û carek din jî bi yê rastê, lê mêze dikin, ji we tirê dewsa tiliyên we tê guhertin, lê di rastiyê da ne wisa ye û ew di dewsa xwe da ne! Zaniyaran di dema Kusûfê, li girava Principe’eya Rojavayê Afrîqayê da, dîtin ku ronahiya stêrkan dewsa ku rasterast û dîrekt hereket bikin, nêzîkî Rojê, jiber hêza kêşa Rojê, ditewin û wek kevanekan dibin. Ev yek dide xuyakirin ku em şûn û cihên stêrkan, hinek joratir ji cihên wan yên rastîn dibînin. Hemû serketinên teoriya nisbiyeta gîştiya Einstein, derbarê stêrkan bû, lê piraniya zaniyaran di hesreta vê yekê da bûn ku karibin wan di labaratuwaran da biceribînin. Teoriya Albert Einstein, maddeyan wek pakêteke givaştî ji enerjiyê, didît loma jî her du vediguherîne hev, yanê madde dikarî biguherta forma enerjiyê û enerjî jî dikarî veguherta maddeyê. E=mc2. Ji nişkê va, zaniyaran bersiva piraniya pirsan peyda kirin. Radiyoektîv, bi riya vê hevkêşeyê pir bi hêsanî hate şirovekirin. Zaniyaran têderxistin ku her zerreya maddî, ji dijmaddeyeke bi qasî xwe, pêktê û zanîn ku madde û enerjî, tu caraî ji hevodin nayên veqetandin. Heya ku Albert Einstein nameyek ji serokomarê Amerîkayê(letter to President Franklin D. Roosevelt) ra nivîsî û tê da wiha got: Meriv dikare maddeyê veguherîne enerjiyê û jê Bombeke Etomî berhem bîne loma jî serokomarê Amerîkayê, fermana damezrandina rêxistineke mezin da, ku bombeya etomî çêbikin. Jibo qelişandinê, dendika etoma Ûranyumê hate hilbijartin. Uranium elementeke ku di qaşila erdê da pir e. 2 giram di her tonek keviran da! Yanê 400 carî zêdetir ji zêrê, lêbelê Ûranyum gelek pergende û belavela ye. Di sala 1945an da, têra çêkirina bombeya etomî, Ûranyum hate berhevkirin û karê çêkirina bombeyê, di labaratuwareke bajarê Los Angelesê bi serpereştiya fîzîkzanê amerîkî Robert Oppenheimer, destpêbû. Ceribandina amûreke wiha di pîvaneke biçûk da mumkin nibû. Bombe, divê yan di raserî mezinahiya kirîtîk da be, yan jî qe nebe, loma jî yekemîn bombe, jibo ceribandinê hate teqandin. Ew di saet 5,5ê sibeya roja 16’eyê July’a sala 1945an da pêkhat(25 tîrmeha sala 1324an) û hêza teqîna ku beramberê 20 hezar ton T.N.T’yan bû, jê azad bû. 2 bombeyên din jî hatin çêkirin. Bombeyek Uraniumê bi navê Kurikê ku dirêjahiya wê 3,6 metre, kêşa wê 5,4 ton û ya din jî Mêrê Qelew bû ku tê da Plutonium jî hebû. Ya yekem liser Hiroshima û ya din jî liser Nagasakiyê hate avêtin. Sibeya roja 16’eyê Aguest’a sala 1945an di saet 10:10 deqeyan da, bajarê Hiroshima bi teqîna etomî bi erdê ra bû yek û hilweşiya. Bi bombarana Hiroshimayê, dinya teze hay ji xwe bû, çimku 160000 kes mirin, ew jî di rojekê da û ev karesata mirovî, bû sedema hişyarbûna wûjdana razayî ya fîzîkzanan! Oppenheimer ku berpirsê projeya bombeyê bû, tevî kesên din ji ezaba wûjdana zêde, bertekên tund nîşan dan loma jî hatin girtin û zîndankirinê. Albert Einstein, ragihand ku eger qirar be ku cardin were dinyayê, ew hez dike ku bibe lûlekêş nek zaniyar! Hin Encamên Teoriya Nisbiyetê: Einstein bi teoriya nisbiyeta taybeta xwe nîşan da ku, her 3 qanûnên Newtonê, tenê di şertên taybet da, ew jî teqrîben rast in nek bi temamî, çimku dema leza ecsam zêde dibe û digihîje leza ronahiyê, hingî bi tu awayî, qanûnên Newtonê, nikarin jê ra bên bikaranîn û encamên wê pir ji rastiyê dûr in. Teoriya nisbiyeta gîştiya wî jî, nîşan da ku teoriya Newton ya liser qanûna cazibeya gîştî jî, pir rast nîne û di meydanên cazibeya pirbihêz da, formûla Newtonê dikeve ber behs û gengeşiyên ciddî. Lêkolîna ser tevgera gerstêrka Tîrê li dor Rojê, ji mêj va ye ku bala stêrnas û fîzîkzanan kişandibû ser xwe. Pirsgrêk dema destpêkir ku stêrnasan têderxistin ku sefheya ku Etarud tê da li dor Rojê dizivire, bixwe jî hereketa wê heye. Ev hereket pir bi zelalî tê dîtin. Pîvandinên girêdayî tevgera Tîrê, nîşan didin ku ev hereket di her sedsalekê da, 43 saniye ye(Li vir mebest ji saniyeyê yekeya pîvandina kevanekê ye ku dibe 1/3600 dereceyan). Her çend ku 43 saniye di 100 salan da, pir pir kême bitaybet jibo salekê, lê qanûna cazibeya gîştiya Newtonê, nikare wê şirove bike. Newton digot ku ronahî di riyek dîrekt da hereket dike lê Einstein, nîşan da ku eger cismek xwediyê meydaneke cazibe ya pir mezin be û ronahî ji kêleka wê derbas bibe, hingî ladan û jêbadan ji mesîra Rojê diqewime. Mijarên din ku meriv dikare ji qanûna nisbiyeta gîştî, derxe, ew e ku ronahiya stêrkên ku meydanên megnetîka wan pirbihêz in, di dirêjahiya pêlên wan da, di nav riya ku ber bi erdê va tên, guhertin çêdibe. Ev bandor ku jê ra Red Shift, dibêjin dibe sedema mezinbûna dirêjahiya pêlên ronahiya van stêrkan. Ev mesele ku dîsa bi qanûnên Newtonê naye analîzkirin, bi riya hevkêşeyên teoriya nisbiyeta gîştî, pir hêsan tê modelkirin. Gelo Erd di çaleke Feza*Zeman da cih girtiye? Dem û feza, ligor teoriya nisbiyeta Einstein, bi hevodin ra hatine hûnandin û bûne sedema çêbûna pêkhateya tar û pûdî ya çaralî(4D) ya bi navê Feza-Zemanê. Bariste yan çiriya pir mezin ya erdê, buye sedem ku ev pêkhate, bi forma çalekê were xuyan. Wek kesekî/ê giran ku di nîveka doşikek bi bayê dagirtî, rûniştibe(Her çend ku em tewîn, çemîn yan kevanekên Feza* Zemanê yên wiha, bi piranî li derdorên baristeyên pir giran û zev givaştîtir yên wek Reşçalan, Stêrkên Notronî û Kinikên Sipî, dibînin lê eger em hûr û kûr û bi diqqetek zêdetir li diyaspora derdora ecramên ku baristeyên wan kêmtir in yên wek erdê, binêrin û liser wan bisekinin, emê karibin çemîn yan tewînên Feza*Zeman yên ku baristeya erdê buye sedema wan, pir baş bibînin). Ligor teoriya nisbiyeta gîştiya Einsteinê, hereketa ecsam di pêkhateya tar û pûdî ya Feza* Zemanê, pêktê. Yanê cism di dema ku hereket dike, ew di bin bandora forma Feza*Zemana ku tê da ye, dimîne. Ligor vê teoriyê, kêş yan giraniş dibe sedema guhertina forma pêkhateya Feza*Zeman û di encama wê da, hereketa cism jî jiber meydana kêşa erdê, tê guhertin. Bi gotineke din, ligor Einstein, kêşa erdê, hereketa ecsam di mesîra tewyayî ya pêkhateya Feza*Zeman ya li dora cisma giran e. Yanê dema ku erd di vedorek da li dora Rojê dizivire ligor nisbiyetê, jiber kevaneka Feza*Zeman ya li dora Rojê, ev yek pêktê. Eger erd neguherbar û sabit biba, hingî tu pêwîstiyek jibo lêkolîna han tune bû, lê jiber ku erd li dora xwe dizivire, loma ev çemîn jî divê bi erdê ra, bizivire. Erd bi badan û alandina hêdî ya pêkhateya Feza*Zemanê ya li dora xwe, wê dike wek pêkhateyeke zivirokî ya çendalî? Ev yek jî buye sedema şandina Satelite’a GP-B ber bi fezayê ku divê liser kêşa erdê, lêkolîn û pîvandinên pêwîst bike. Kešfa pêwendîya navbera cirm û enerjîyê ya ku ji alîyê Albert Einstein hate îsbatkirin û bikarhanîna wê di çêkirina bombeya Atomî, dišibe wê ku em kešfa Newton ya cazibe û hêza kaša Erdê bi ketina balafiran va girêbidine hevodin û wî wek sûçdar bibînin. Eger kesek wisa zanibe ku di jîyana xwe da, tu şaşîyek nekirîye Ew tê wateya ku ew di jîyana xwe da, tu hewlek nedaye. Albert Einstein Çavkanî Jêder: Malpera Hefttîr ya Farsî û Wikipedia. Wergêr: Edo Makuyî, Endazyarê Kîmiyayê, Ji zanîngeha Dewletê, salên 1997-2000. Girêdanên derve Edo Makuyî, Zanist jî bi Kurdî Xweşe, 2014 PDFa pirtûka Zanist jî bi Kurdî Xweşe Xebatên Ziman Zanyar Xelatgirên Nobela Fizîkê Aştîxwaz Mirin 1955 Jidayikbûn 1879 Fizîknasên alman Felsefeya zanistê Fizîknasên swîsrî
3298
https://ku.wikipedia.org/wiki/Albert
Albert
Çend kesên bi navê Albert hene: Albert Einstein Albert Camus
3301
https://ku.wikipedia.org/wiki/Heftreng
Heftreng
Heftreng, cilekî bûkan Heftreng (hewa), keskesor Heftreng berê wekî xêlî bi kar dianîn. Ji qumaşekî pir tenik û sivik tê çêkirin. Rengîn e, şefaf û nirxbuhaye. Bi piraniya xwe keç û bûkûn ciwan bi kar tînin. Cil
3302
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qutik
Qutik
Qutik (Kutik) ji qumaşên yêlegan ê giran tê çêkirin. Ew ji êleg dirêjtir û girantir e. Ji her du aliyan jî tê berkirin. Ango aliyên xwe yên bervajî nîn e. Cil
3307
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AEk%C3%AA%20Gund%20-%20Melle%20Huzn%C3%AE%20%28f%C3%AElm%29
Dîkê Gund - Melle Huznî (fîlm)
Melle Huznî/Dîkê Gund fîlmeke kurdê ku li Kurdistanê hatiye kişandin e. Di sala 2003, meha adarê de lı gundê Amedê, Canqetranê hate kişandin. Çîrok û derhênanî ya M. Saît Alpaslan e. Tê de Şahabettîn Dax, Gezmîş Satici, M. Saît Alpaslan, Vural Tantekin, Yilmaz Kurttekin, M. Emîn Yalçinkaya, Hulya Atli û Sabahat Kizilkaya lîstine. Di sala 2003 an de li Amedê, ji aliyê Aşanlar Muzîk Yapim ve hatiye çêkirin. Di Gulan 2004 an de çapa fîlm ya duwem pêşkêşî firotinê bûye. Fîlmên kurdî Fîlmên 2003an
3308
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ji%20Ava%20Ferad%20Dilopek
Ji Ava Ferad Dilopek
Pirtûka Delîl Mîrsaz a bi navê 'Ji Ava Ferad Dilopek' ji 12 çîrokan pêk tê û bi taybetî bûyerên piştî salên 1980'î wekî mijar digire dest. Pirtûk ji aliyê weşanên aram ve li Tirkiyeyê hatibû çapkirin. Şaredariya Qoserê ev pirtûk bi boneya Mîhrîcana yekem a Çand û Hunerê ya Qoserê (25.09.2004) belaş belav kir. Pirtûk
3309
https://ku.wikipedia.org/wiki/Helbest%C3%AAn%20Welat%C3%AA%20Bindest
Helbestên Welatê Bindest
Helbestên Welatê Bindest pirtûka yekemîn ya M. Saît Alpaslan e. Di sala 1992'an de li Stenbolê, ji aliyê Weşanxana Pelê Sor ve hatiye weşandin. Bi weşandina vê pirtûkê, cara yekemin helbestvanek li welêt dijî pirtûkek kurdî weşandiye. Pirtûk
3315
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rukiye%20Ozmen
Rukiye Ozmen
Rûkiye Özmen nivîskareke kurd e. Özmen li Emerîn (Cizîr) hatiye dinyayê. Berhem Wêneyên bîranîn (helbest). Çîrokên şevbihurkan (berhevkirin). Çîrokên şevbihurkan II (berhevkirin). Soro (çîrokên zarokan). Girêdanên derve Çend nivîsên Rûkiye Özmen Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd
3324
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fewz%C3%AE%20B%C3%AElge
Fewzî Bîlge
Fewzî Bîlge wênesaz û nivîskarê kurd e. Fewzî Bîlge di sala 1962an de li Mêrdînê, li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Di heman salê de malbata wî koçî Qoserê kirine. Heya perwerdehiya xwe ya lîseyê qedandiye li wê derê maye. Di 1978an de li Zanîngeha Stembolê, beşa edebiyatê xwend. Heya ko dibistana xwe ya duyem, li Zanîngeha Marmarayê beşa zanisteyên civakî, di sala 1987an de qedand di ajansên girafîkî de xebitî. Ji edebiyatvanekî bêtir weke wênesaz tê naskirin û hezkirin. Wî li çar aliyên welêt bi dehan pêşengeh li dar xistine. Şeş–heft salan di navendên çand û hunerî de di gelek beşan de, bi taybetî jî li beşên hunerên şêwekariyê berpirsiyarî girt û gihaşt gelek xebatên serkeftî. Bi sedan nivîs û xebatên wî yên wêneyan di kovar û rojnameyên kurdan, weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tîroj de hatine weşandin. Ev sêzdeh sal e bi keçikeke Dêrikî, xweşik, arkeolog re zewiciye. Bi navên Sultan Stêra û Serhat Berzan du zarokên wan hene. Ev çend salên dawiyê li Batmanê dijî, di kargeha xwe ya hunerên şêwekarî de gelek şagirt gihandine. Ev sê salên dawiyê weke çîroknivîsekî tevdigere û pirtûka xwe ya yekemîn ji dosyayên xwe yên çîrokan yek, bi navê Jidilara di 2002an de weşand. Di demeke kin de albûmeke wî ya ko ji wêne û nivîsarên şîroveyên wêneyên wî pêk tê wê bigihêje xwendevanan. Girêdanên derve Pêşangeha Fevzî Bîlge Bîlge, Fewzî Bîlge, Fewzî
3326
https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AAnesaz
Wênesaz
Wênesaz an wênevan kesên ku wêne çêkin in. Wênesaz hunermend in. Li Rojhilata Kurdistanê ji bo wênesaz "wênekêş" tê gotin. Lê li Bakurê Kurdistanê "wênekêş" ji bo makînaya fotografan tê bikaranîn. Gotina wênesaz li ser bingeha wêne û sazkirinê hatibe çêkirin jî, gotina wênekêş li ser wêne û kişandina firçeyê hatiye çêkirin. Di kurmanciya bakur de "wêne hate kişandin" nîn e, lê "wêne hate girtin" heye. Nexwe "wênekêş" di şûna makînaya fotografan de ne gotineke 100% rast be jî, di çanda nivîskî de êdî wisa hatiye bikaranîn. Binêre Lîsteya wênesazên kurd Wênesazî Huner Çand
3334
https://ku.wikipedia.org/wiki/We%C5%9Fan%C3%AAn%20%C3%96zge
Weşanên Özge
Di Weşanên Özge de gelek pirtûkên ser çand û dîroka kurd hatin weşandin. Xwediyê Weşanên Özge Mehmet Bayrak e. Weşanxane
3335
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nizamettin%20Ari%C3%A7
Nizamettin Ariç
Nizamettin Ariç hunermendekî kurd e. Bi muzîk û fîlmên xwe tê nas kirin. Ew bi navê Feqiyê Teyran hatiye naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Nizamettin Ariç e. Ariç li herêmeke ku dengbêjî lê xurt bû hate dinyayê, li Serhedan. Ew li ber dengê Şakiro, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan û Zadîne Şakir mezin bû. Di sala 1956 ji ber sedemên aborî malbata Ariç ji Agirî bar dike Enqerê. Di sala 1976 de jî ew bi awayekî çalek di radyoya TRT ya Enqereyê de programên hunerî amade dike. Ji ber ku ew di sala 1979 de li Agirî konserekê bi zimanê Kurdî pêşkêş dike, ji TRT tê avêtin. Piştre di navbera salên 1979-1980 de cara yekemîn bi navê Feqiyê Teyran albomên bi navê Bêrîvan, Dîlan û Diyarbekir derdixe. Nizamettin Ariç, xwediyê awayeke taybet e, ew hunermendekî dengxweş, deng bilind û gotin şêrîn e. Bi giranî wî stranên folklorîk gotine, lê belê gelek helbestên Cegerxwîn jî bi dengê xwe pêşkêş kirine. Yek ji albomên wî yên navdar Zînê ye. Zînê neynika trajedî û dramaya gelê Kurd e, Şahînê Bekirê Soreklî nivîsandiye. Li kêleka stranan Ariç fîlmeke serkeftî jî pêşkêş kiriye, ew jî Klamek ji bo Beko ye. 25 salên jiyana xwe pêkêşî stran û hunera kurdî kirin. Bi deng, awaz û sazbendiya xwe wî bi her awayî bizav kiriye ku vê çandê biparêze û ji bo nifşên pêşerojê bi awayekî modern pêkêş bike. Yek ji afirandinên wî jî ew bû ku stranên gelêrî bi şêweyekî nû eda bike. Ne tenê serkeftina di awayê strandinê de, her wiha wî di warê rejîsoriya fîlman û lîstikvaniyê de nîşan da. Berhem Muzîk Kurdish Ballads 1 û 2 Cûdî Wêneyên xewnê (Helepçe) Çiyayên me Dayê Zînê Bêrîvan Dîlan Diyarbekir Sînema 1991: Klamek ji bo Beko; Derhêner, Senaryonûs, Lîstikvan 1980: Bir Günün Hikayesi (Çîroka Rojekê) 1980: Kurban Olduğum; Lîstikvan Derhênerên fîlman ên kurd Kesên ji Agiriyê Jidayikbûn 1956 Stranbêjên kurd Senaryonivîsên kurd Bestekarên kurd Mirovên zindî
3338
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mezopotamya%20TV
Mezopotamya TV
Mezopotamya TV televîzyoneke çandî a gelê kurd bû. Di roja 17 hezîrana 2000'an de fermî dest bi weşanên xwe kir. Heta 2006'an xebata xwe domand. Girêdanên derve Mezopotamya TV Mezopotamya TV zindî Kanalên televîzyonê yên kurdî Teleweşanên ji aliya kesan
3345
https://ku.wikipedia.org/wiki/Unikurd%20Web
Unikurd Web
Unikurd Web fonteke ji bo kurdî bi herfên erebî ye. Ev font ji aliyê kurditgroup.org hat çêkirin. Di rûpelên Wîkîpediayê yên soranî Unikurd Web û Tahoma tên bi kar anîn. Unikurd Web li gora standartên Unicode hatiye amade kirin. Binêre Fontên kurdî Tahoma Girêdanên derve Daxistina "Unikurd Web" Cîhê fermî (kurditgroup.org) Cîhê alternatîf Ferheng.org Unikurd Font
3346
https://ku.wikipedia.org/wiki/Font%C3%AAn%20kurd%C3%AE
Fontên kurdî
Fontên kurdî, ango fontên taybet ji bo soranî pêwîst in. Fontên herî zêde tên bikaranîn Unikurd Web û Tahoma ne. Fontên kurdî ji aliyê kurditgroup.org û Nefel.com û Findi.info tên pêşkêş kirin. Wîkîpediya fontên Unikurd Web û Tahoma ji bo nivîsên soranî bi kar tîne. Binêre: Unikurd Web DejaVu Tahoma Ernst Tremel Linux Di gelek distrîbusiyonên Linuxê de DejaVu hêdî hêdî dibe standard. DejaVu ji guhertoya 2.7 şunve hemû tîpên erebî û latînî yên kurdî nîşan dide. Wekî din ji bo linuxê Scheherazade û Lateef jî baş in. Lateef û Scheherazade Girêdanên derve Rûpela 1 gelek fontên kurdî Rûpela 2 gelek fontên kurdî der barê taybetiyên kurdî ("Arabic Supplement") Rûpela 3 gelek fontên kurdî Font
3348
https://ku.wikipedia.org/wiki/Klavyeya%20kurd%C3%AE
Klavyeya kurdî
Ji bo nivîsandina zimanê kurdî bi kompûteran, sûda klavyeyên kurdî heye. Çend malper ji bo vê pirsgirêkê çareseran pêşkêş dikin. nefel.com Nefel.com http://www.nefel.com/font/klavye_latini.htm http://www.nefel.com/font/klavye_erebi.htm kurditgroup.org Kurditgroup.org bernameyên gelek baş ji bo Windows XP pêşkêş dike. Klavye û font Klavyeya Kurdî Latînî Ernst Tremel http://www.skytower.org/~ernstjtremel/ http://www.skytower.org/~ernstjtremel/OpenTypeFont_KurdishAllAlphabets.htm gerdi.net Keypanel http://www.gerdi.net/keypaneld.html chawg.org Klavyeya chawg Binihêre fontên kurdî Girêdanên derve Daxistina Kurdî latinî (kurditgroup.org) Windows Kurdish Support (kurditgroup.org) (soranî) Tavultesoft Keymanager (nefel.com) (sorani+kurmancî)) Keypanel (gerdi.net) (soranî) Komputer
3351
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tacedd%C3%AEn%20%C5%9Eah%C3%AEn
Taceddîn Şahîn
Taceddîn Şahîn gerîlayekî Kurd e. Di sala 1999`an di şerekî li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da. Nav û Paşnav: Tacettin Şahin Navê Tevgerê: Ferhat Berwar Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: 1972 / Gundê Kotranûs ser bi Colemêrgê Cîh û Dîroka Tevlîbûna Tevgerê: 1933 Cîh û Dîroka Şahadetê: 5`ê Gulana 1999 / Başkale Kuştiyên cengê (PKK) Şoreşger Mirin 1999
3354
https://ku.wikipedia.org/wiki/Anter
Anter
Musa Anter Seyîdxan Anter Dîcle Anter
3357
https://ku.wikipedia.org/wiki/Arthur%20Henry%20Limpus
Arthur Henry Limpus
Arthur Henry Limpus di sala 1863an de hate dinê. Di sala 1876an de kete artêşa deryayê ya Îngîlîz. Di sala 1910an de bû amîralê mezin. Di sala 1912an de ji aliyê Bahriye Nazırı Churchill ve weke şêwirmend ji Artêşa Deryayê ya Osmanî re hate şandin û çû Stenbolê. Di dema vê wezîfeya xwe de, bi Serokên Partiya Îttîhad û Terakkî`yê ve kete têkîliyê û hewil da ku artêşa deryayê ya Osmanî modernîze bibe. Di sala 1914an de bi xerabûna têkîliyên Îngîlîz û Osmaniyan re, dawî da wezîfeya xwe û çû Londonê. Piştre li Maltayê hate wezîfedarkirin û di sala 1916an de xelata şovelyayê (knight) wergirt. Leşker Jidayikbûn 1863 Mirin 1931
3360
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hubr%C3%AE
Hubrî
Hubrî Navê simala pîrekan e diavêjin serê xwe ye. Hubrî wisa tê girêdan ; Berê pîrek kumé xwe î bi destan çékirine dixine serê xwe Dû re kitané péda dikin Hubriyé jî li dora seré xwe digerînin Hubriya herî navdar jê re dibêjin hubriyé binya xetê. Navé hubriyan jî hene. Wekî pitikhûr, sêvkî, pelbahcan û hubriya reş. Pîrekén yextiyar an jî pîrekén gedeyên wan, mêrê wan hwd. dimire hubriya reş bikartînin. Cil
3362
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koma%20Deng%C3%AA%20Azad%C3%AE
Koma Dengê Azadî
Koma Dengê Azadî komeke muzikê ya ji Bakurê Kurdistanê ye. Di muzîka kurdî de yek ji komên kurdî yên herî navûdeng û kevin e. Di sala 1990î de li bajarê Stembolê hate sazkirin. Vê muzîka kurdî bi awayekî modern pêşkêş kirin. Çar albûmên vê komê derketine. Endam Dilek Ibrahim Erdem Oemer Avci Serhat Karakas Nuri Erdem Serhat Baran Mehmet Atli Sema Yigit Ece Guner I.Halil Yildiz Hakan Ener Dîskografî 1991: Hêvî 1993: Em Azadîxwaz in 1995: Welatê min/Roj wê bê 1998: Fedî Çavkanî Girêdanên derve Gotinên Stranan Muzîk Komên muzîkê yên kurd
3364
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xane
Xane
Xane yekeya bingehîn a zîndewer e. Heke tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ko piraniya xaneyan pir piçûk in, xane bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan hûrbîn (mîkroskop) tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina hûrbînê ji hebûna xaneyê hayîdar bû. Dîroka kifşa xaneyê Zanyarê brîtanî Robert Hook di sala 1665an de, cara ewilî ji bo xane terma cell bi kar anî. Cell bi îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk. Her çiqas Robert Hook tiştên di bin hûrbînê dîtibû wekî xane (cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn, lê çavikên vala bûn. Ji ber ko xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ko ji selulozê çê bûyî dîtibû. Antonie van Leeuwenhoek (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ko cara yekem hebûna bakterî û zîndewerên hûrik û yekxaneyî bi hûrbînê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb hûrbîn çê kir. Hûrbînên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka zîndezanî (biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi sernavê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin. Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie Van Leeuwenhoek nêzikê 200 salan paşê, Riweknasê (zanyarê botanîk) alman, Mathias Jakob Schleiden (1804-1881) di sala 1838e de daxuyand ko hemû riwek ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de, sala 1839an de zanyarê alman, Theodor Schwann (1810-1882) ragihand ko hemû ajal ji xaneyan çê bû ne. Her ko zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran teoriya xaneyê derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ko derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn, Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin. Bîrdoziya (teorî) xaneyê Her zîndewer herî kêm ji xaneyek çi dibe. Hemû xaneyên nû, ji dabeşbûna xaneyên berê çê dibin. Xane yekeya binyatî ye zîndewran e ko tê de hemû karên zindewariye tên bi rê ve birin. Çalakbûna zîndewer, girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne. Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin. Di nav sîtoplazmaya xane, an ji di hundirê navikê xaneyê de ADN (Asîda deoksirîbonukleî) heye. Zanyariya bomaweyî (genetîk) bi riya kromozoman (ADN û proteîn) derbasî xaneya nû dibe. Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî ya hemû xaneyan wekhev in Taybetmendiyên hevbeş ên xaneyan Piraniya xaneyan ewqas biçûk in ko bi çavên tazî nayên dîtin. Xaneya herî gir, a hêştirme ye. Ev balinde ji hemû balinde yên din girtir e. Hêka wê bi qasî du kîlogram e. Ji ber ko hêka hêştirme ji xaneyek pêk tê xaneya wê jî girantirîn û mezintirîn xaneyên gerdûnê ye. Her çiqas, xaneyên ajalan, xaneyên riwekan û xaneya bakteriyan ne dişibin hevdu û ji hev cuda bixuye ji, hemû xaneyan xwediyê hinek binyadên hevbeş in. Hemû xane bi parzûnek dorpêçkiriye. Di hundirê her xaneyek de sîtoplazma heye. Endamok a bi navê rîbozom di hemû xaneyan de heye. Di nav sîtoplazmayê an ji di hundirê navikê hemû xaneyan de Asîdên nukleyî, ADN (Asîda deoksîrîbonukleyî) û ARN (Asîda rîbonukleyî) hene Corên xaneyan Li gor hebûn an jî tunebûna navikê, du cor xane heye: Xaneya navikseretayî (xaneya prokaryotî) Hemû bakterî û arkea xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji navik e. Xaneya bê navik wek xaneya navikseretayî (prokaryotî) tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya navikseretayî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên firexaneyî, navikseretayî nîn in. Di xaneyên navikseretayî de ji xeynî rîbozom tu endamok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çê dibin. Ji ber ko xaneyên navikseretayî bê navik in, asîdên nukleyî, ADN û ARN li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in. Xaneya navikrasteqîn (xaneya êkaryotî) Zîndeweren ji cîhana protîstan, cîhana fungusan, cîhana riwekan û cîhana ajalan, hemû navikrasteqîn nin. Di xaneyên navikrasteqîn de navik heye û endamok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin. Hemû ajal û riwek firexaneyî (multicellular) ne û xaneyên wan xaneyên navikrasteqîn ne. Hin endamên cîhana protîstan tekxaneyî ne. Wek mînak amîb, euglena û paramesyûm. Lê hinek endamên protîstan firexaneyî ne. Wekî mînak kevzên avê û koloniya volvoxê. Hinek corên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan firexaneyî ne. Fungusê kofik, fungusê meya, fungusê jengê yekxaneyî ne. Karok (qarçik) ên bi komik firexaneyî ne. Xaneya navikrasteqîn ji derve ber bi navîn, ji sê beşan pêk tê Parzûna xaneyê Sîtoplazma û endamokan navika xaneyê Çavkanî
3366
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eane%20%28biyoloj%C3%AE%29
Şane (biyolojî)
Şane, ji komek xaneyên hevşêwe û hevbeş pêk tê. Anko xaneyên şaneyê bi erk û pêkhatiyên xwe de nêzî hev in. Ev xaneyên hevşêwe ji bo cihanîna erkek taybet di nav laş de kar dikin. Wekî mînak komên xaneyên lûsemasûlke ya gedê, şaneya masûkeya gedê pêk tînîn. Gede endam e û ne ji yek lê ji pirtir cure şaneyan çêbûyî ye. Herwiha gede û hin endamên din ên wekî ziman, diran, rûvî, kezeb jî ji bo karê herisînê dixebitin . Çalakiya komek endaman ji bo karek diyarî wekî koendam(sîstem ) bi nav dibe. Laşê mirov ji koendamên wekî, koendama herisê, koendama demarî, koendama bergiriyê, koendama gera xwînê, hwd. pêk tê. Ango bi kurtasî ji boy rêkxistina laşê mirov em dikarin wiha bibêjin; koma atoman dibin gerde (molekul), koma gerdeyan endamokan çê dikin, endamok bi hev re kar dikin û dibin xane, koma xaneyên hevbeş dibin şane, koma şaneyan dibe endam, koma endaman dibe koendam, koma koendaman jî laşê mirov pêk tîne. Şane ji komek xaneyan pêk tê lê ne pewîste ku ev kom ji yek cure xaneyan pêk were. Hin caran dibe ku çendin cureyên koma xaneyan jî bibin şane. Wekî mînak bestereşane ji gelek cureyên xaneyan pêk tê. Xaneyên xwînê, xaneyên hestî, xaneyên çewrî beşên bestereşaneyê pêk tînin, lê şeweya van xaneyan naşibin hevdu. Zanista ku li ser şaneyên zîndeweran dixebite ,jê re şanezanist (bi înglîzî:histology ) tê gotin. Ji ber ku şane ji komek xaneyên hevşêwe pêk tê, şane di laşê gelemperiya zîndewerên firexaneyî de hene. Ajalên wekî Îsfenc(bi îngilîzî: sponge) û bûka deryayê(bi îngilîzî: jellyfish) jî firexaneyî ne, lê tu şaneyên îsfenç tune ye, herwiha bûka deryayê hinek cureyên şaneyan lixwe digire lê ne hemû cureyan. Zîndewerên yekxaneyî yên wekî bakterî û amîb ji ber ku ji xaneyek pêk tên, şane lixwe nagirin. Pêkhateya xaneya ajal û a riwekan ne yek e, herwisa Şaneyên ajal û yen rîwekan jî ne wek hev in. Şaneyên ajalî Şaneyên hemî ajal û mirovan debeşî çar corên sereke dibe: Rûkeşeşane (Epithelial tissue) Bestereşane (Connective tissue) Masûlkeşane (Muscle tissue) Demareşane (Nervous tissue) Şaneyên riwekî Şaneyên riwekan çar corên: Şaneya Merîstematî (Meristematic tissue) Şaneya sergeh (Dermal tissue) Şaneya borrî (Vascular tissue) Şaneya bingeh (Ground tissue) Çavkanî https://www.youtube.com/watch?v=iDyn0PZts_A https://www.youtube.com/watch?v=YAe19rtIFUc&list=PLlR8ANNpYLZww4QthadY631mrGhoAYOHb&index=3&t=0s Girêdanên derve List of tissues in ExPASy Biyolojî Anatomî
3374
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AEdar%20J%C3%AEr
Sîdar Jîr
Sîdar Jîr, di sala 1980'î de li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye, wergêrek û nivîskarekî kurd e. Sîdar Jîr di sala 2004'an de li Zanîngeha Dîcleyê, Fakulteya Perwerdehiye kuta kiriye û paşê jî li Zanîngeha Andadolûyê fakulteya Îktîsadê beşa Têkiliyên Navneteweyî xwendiye. Çîrok û gotarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne. Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de yekemîn fanzîna xwerû ya kurdî li Bakurê Kurdistanê (li Amedê) bi navê Kulîlk ligel hevalê xwe Deştî Rewşen derxist û piştî wê bi navê Kulîlka Ciwan kovar derxist û edîtoriya wê kir. Di destpêka Kovara W'yê de wekî edîtor di nava komek nivîskarên kurd de cih girt. Di sala 2004'an de berhema wî ya yekem bi navê Ariya Giyanên Stewr û di 2011'an de jî pirtûka wî ya çîrokan a duyem ji weşanxaneya Lîsê bi navê Dozdeh Çirk hatiye weşandin. Her wiha Sîdar Jîr ji zimanê îngilîzî gelek çîrok wergerandine bo zimanê kurdî. Ji çîrokên çîroknûsên gewre yên wekî O. Henry bi navê Diyariya sersalê , Sharwood Anderson Mêrikê Lal û Ernest Hemingway Berfa Çiyayê Klîmanjaro çîrokên bijarte wergerandiye û her wiha Guldesteya Çîrokên Bi Îngilîzî jî wergerandine û ev berhem jî bo çapê amade ne. Her wisa ji tirkî çîrokên Cezmî Ersoz ên bijartê bi navê Bi kurdî hezkirinekê bidî min wergerandiye zimanê kurdî. Edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok û kovara zarokan a bi navê Dergûş jî kir ên ku li Amedê derdiketin. Li Akademiya Cegerxwîn li beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mamoste ye. Çavkanî http://cetoyezedo.blogspot.com.tr/2014/11/weje-u-niviskari-sidar-jir.html Nivîskar Wergêr
3376
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hunerkom
Hunerkom
Hunerkom saziya hunermendên kurd li Ewropayê bû. Hunerkom wekî "Yekitiya Hunermendên Welatparêzên Kurdistan" di sala 1983'an de li Ewropayê hat damezrandin. Çavkanî Sazî
3377
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hozan%20Xemdar
Hozan Xemdar
Hozan Xemdar di sala 1971ê de li Bacina Midyadê ser Mêrdinê hatiye dinê, ji malbateke Êzîdî ye. Di salên biçukayiya xwe de muzîka kurdî bala wî kişandî serxwe û hê dî 13 saliya xwe de dest bi lexistina tamburê dike. Bi hatina xwe re pêwendî ligel "Yekitiya Hunermenden Welatparêzên Kurdistan" (Hunerkom) çêdikê û di navê Koma Berxwedan de cih digire. Berhem û albûmên wî "Dayê" "Ferman rabû" "Dayika min" "Keça delal" Çavkanî Hunermend
3380
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xemg%C3%AEn%20B%C3%AErhat
Xemgîn Bîrhat
Xemgîn Bîrhat (Dr. Zülfü Kızıldemir) hunermendê kurd e. Dr. Xemgîn Bîrhat di sala 1961´an de, li Dêrsimê hate dinê. Di sala 1980´de xwendina lîseyê kuta kir û ji bo xwendina bilind diçe Elmanyayê. Hunera Kurd li vê derê hîn baştir naskir. Li ser muzîk û hunera Kurdî bi gelek hunermendên kurdre, weke Zozan, Çiya, Şehîd Sefkan û Mizgîn xebat kir û bi hevkariya wan hunermendan yekemîn car Yekîtiya Hunermendên Welatparêz Kurdistan, HUNERKOM di sala 1983´an de ava kirin. Li vê derê weke endamekî çalak xebitî û di sazkirina Koma Berxwedan de cîhekî girîng girt. Dr. Xemgîn Bîrhat xebata xwe a hunerî, ji sala 1983´an heta niha, di nav xebatên Koma Berxwedan de jî berdewam dike. Di nav Koma Berxwedande hem gelek stran şîrove kiriye û hem jî besteyên ku li hemu welat deng dane, afirandiye û nivîsandiye. Dr. Xemgîn Bîrhat ji bilî tekoşîna civakî û hunerî, xwendina xwe ya akademîk jî domandiye û li zanîngeha bilind li bajarê Münster (Elmanya) li ser rojnamevaniyê xwendina xwe ya dawîn kuta kiriye û doktora xwe li ser Muzîka Kurdî stendiye. Dr. Xemgîn Bîrhat heta nîha pênç kasêt tomarkirine. Di nav 16 berhemên Koma Berxwedan de ji Xemgîn Bîrhat gelek stran şîrove kiriye û nivîsandîye. Girêdanên derve Malpera Xemgîn Bîrhat Hunermendên kurd
3382
https://ku.wikipedia.org/wiki/T%C3%AEroj%20%28kovar%29
Tîroj (kovar)
Tîroj, kovareke dumehî ya çandî û hunerî bû. Kovara Tîroj carê yekemîn di 21'ê adara sala 2003'an de di weşanxana Evrensel de derket. Zimanê kovarê kurdî (zazakî û kurmancî) û tirkî ye. Kovar li Stenbolê dihat derxistin û çapkirin û li Tirkiyeyê, Kurdistana Bakur û Ewropayê dihat belavkirin. Xwediyê kovarê Cevriye Aydin bû. Tîroj di 29ê cotmeha 2016an de Bi KHK'ê (Biryarname ya di Hukmê Zagonê de) berî ku hejmara wê ya 83emîn çap bibe hate girtin. Girêdanên derve Malpera Tîroj Çavkanî Kovarên kurdî
3385
https://ku.wikipedia.org/wiki/Avesta%20%28cudakirin%29
Avesta (cudakirin)
Pir manên Avesta hene. Avesta, pirtûka Zerdeşt, pêxemberê Îranî. Avesta, weşanxane Zimanê Avestayî Teatra Avesta, şanoyeke kurdî Avesta (kovar), kovara Avesta
3388
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mem%20Bawer
Mem Bawer
Mem Bawer di sala 1973’yan li Amedê, li navçeya Bismilê, li gundê Safya ji dayik bûye. Di 1997an de Zanîngeha Dîjleyê, Fakulteya Perwerdehiyê qedandiye. Helbestên wî heta niha di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Kulîlka Ciwan, Tîgrîs, Pîtoresk, Kovara Wenda û di Kovara Hewara Botan de weşiyane. Nivîsên wî yên rexneyî di kovara W, Kovara BÎR û di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane. Dîwanên wî Monologên Evînên Kedîkirî, Weşanên Bajar,2004, nîsan Melayîketa Dîl, Weşanên P, 2008, îlon, Pexşan Helbest Stêrka Sêvê, Weşanxaneya Ronahî, 2013, gulan, Helbest Pirtûkên Zarokan Mîro û Hevalên wî, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed. Mîro û Paqijiyê Dike, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed. Mîro û Laşê Mîro, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed. Mîro û Rojbûna Mîro ye, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed. Mîro û Çûn û Hatin, Weşanxaneya Hîva,2014, Amed. 6-Hirç û Rovî, Weşanxaneya HÎVA, 2015, AMED 7-Masîkê, Weşanxaneya HÎVA, 2015, AMED 8-Batirsok, Weşanxaneya HÎVA, 2015, AMED Wergerên wî Nîl, Enis Batur, Weşanên P, 2009, adar Qendîl, Enis Batur, Weşanên P, 2009, adar Bayê Safîr, Azad Ziya Eren, Weşanên Pars, 2009, gulan Gotinên muzîkê Meşîn, di albuma” Evînên Şikestî ” ya Jan Axîn de. Nivîskarên kurd
3390
https://ku.wikipedia.org/wiki/We%C5%9Fan%C3%AAn%20Avesta
Weşanên Avesta
Weşanên Avesta yek ji weşanxaneyên ku kurdî û li ser kurdan pirtûkan diweşîne. Di sala 1995an ji aliyê rojnamevan Abdullah Keskin, Ruken Bagdu û Songul Duraker ve hatiye damezrandin. Di sala 1996an de bi awayekî fermî dest bi xebatê kir û di sala 1997an de bi awayekî Lîmîted Şîrket xebatên xwe domand. Di Weşanên Avesta de gelek pirtûkên kurdî derketin. Di sala 2003an de helbestên Cegerxwîn ji nû ve hatin weşandin. Navenda Avestayê li Stenbolê ye her wiha li Amedê jî nûnergeh û pirtûkxaneyekê Avestayê heye. Girêdanên derve Malpera Weşanên Avestayê Hevpeyivîn bi Abdullah Keskin re, Hevpeyvîn: Husên Duzen, 24 sibat 2008, NETKURD Weşanxane
3391
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ferheng%C3%AAn%20kurd%C3%AE
Ferhengên kurdî
Ferhengên kurdî ferhengên kurdî-kurdî an ferhengên kurdî û zimaneke din in. Çend ferhengên pirzimanî jî heye. Ferhengen kurdî wekî pirtûk, wekî bernameyên kompûteran û wekî bernameyên înternetê heye. Pirtûk Binihêre: Lîsteya ferhengên kurdî Bername Ferhenga gerdi Înternet Ferheng.org Wîkîferheng Ferhenga Erdnigariyê Ferhenga rojev.com Ferhenga Projeya ferhengên azad (linux-ku.com / fdicts.com ) FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ(tê de 131.277 heb peyv bi kurdî heye) Girêdanên derve Ferheng.org Danasîna ferhengên kurdî I Danasîna ferhengên kurdî II Listeya ferhengên kurdî Ferhengên kurdî yên azad
3392
https://ku.wikipedia.org/wiki/Projeya%20ferheng%C3%AAn%20azad
Projeya ferhengên azad
dicts.info pêşkêşkera Projeya ferhengên azad e. Di dicts.info de ferhengên azad bi gelek zimanan hene. Ev proje wekî Wîkîpediya projeyeke vekirî ye, her kes dikare peyvên nû zêde bike. Beşa kurdî û tirkî ve projejê ji aliyê Linux a kurdî tê rojane kirin û di malperên ferheng.org û freelang.com de jî tên dîtin. Gredanên derve Beşa kurdî-tîrkî Projeya ferhengên azad Ferhenga Kurdî-Tirkî Malper Ziman
3395
https://ku.wikipedia.org/wiki/Navenda%20%C3%87anda%20Mezopotamya
Navenda Çanda Mezopotamya
Navenda Çanda Mezopotamya (bi kurtahî: NÇM) di sala 1991ê de li bajarê Stembolê, di bin rêvebiriya çend rewşenbîrên kurd de hate sazkirin. Armanca sazbûna NÇMê ew bû ku huner û çanda kurd, bi pîvana hûner derxîne holê û bi gelê dinyayê re par bike. Bi vê felsefeyê, di serbana NÇMê de komên hûnerê hatin û tên avakirin. Şaxên wê Di sala 1993an de şaxa Amedê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê vebû. Girtina Navenda Çanda Mezopotamya Navenda Çanda Mezopotamya di çerçoveya Rewşa Awarte di 12ê çiriya paşîn a 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin. Galerî Çavkanî Girêdanên derve Malpera NÇMê Navenda çandê
3398
https://ku.wikipedia.org/wiki/Murat%20Batgi
Murat Batgi
Murat Batgi yan jî Murad Batgî, şanoger û lîstikvanekî kurd e ku di 1971ê de li Amedê (Bakurê Kurdistanê) ji dayika xwe bûye. Batgî dibistanên sereta, navîn û lîseyê li Amedê qedandine. Di sala 1990î de jî beşa Iktisatê ya zanîngeha Marmarayê de dest bi xwendinê kiriye. Di heman salê de dest bi xebatên şanoyê dike. 16 salan jî li Navenda Çanda Mezopotamyayê xebatên xwe yên şanoyê didomîne. Murat Batgî û şanogerî Ji sala 2002an û vir ve jî bi şêweya stand-up xebatên şanoyê didomîne. Lîstika xwe ya bi navê Zimandirêj (lîstik) cara yekem di 29ê gulana 2003an de li Amedê pêşkêş kiriye û heta niha 160 car vê lîstikê lîstîye. Di 14ê nîsana 2006an de li bajarê Stockholma Swêdê dest bi lîstika xwe ya bi navê Guhartim kiriye. Nivîskarê Murad Batgî Pirtûkeke wî ya bi navê Şûjin (pirtûk) heye. Murad Batgî û TRT 6ê Li demên dawî de bo çekirina bernameyan derbasê TRT 6ê bûye. Li wir di rêzefîlmek bi navê Cîran Cîran de aktoriyê dike. Çavkanî Hunermendên kurd Şanogerên kurd Kesên ji Amedê Jidayikbûn 1971
3403
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Elona%202004an
Îlona 2004an
27ê îlonê Artêşa Îranê, doh li nêzîkî bajarê Urmiyê, li hemberî gerîllayên Gerîlayên Hêza Azadiya Kurdistan (HAK) operasyon lidarxistin. PJAKê da xuyakirin, di navbera hêzên wan û leşkerên Îrane de şer derneketiye. 26ê îlonê Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTÜK), bi hinceta ku GUN Tvyê cih daye axaftinên bi kurdî, der barê televîzyonê de ji bo mehekî girt. Piştî Wan, Êlih, Amed, Edene û Rihayê Qursa Perwerdehiya Zimanê Kurdî li Stenbolê jî vekirina xwe pêk anî. Li encama peqîna otombîlekê li Dîmeşqê endamekê bilindê giropa çekdariya Hemas ya Felestînî Izzetdîn Şêx Xalîl hate kuştin. 25ê îlonê Şaredariya Qoserê pirtûka Delîl Mîrsaz a bi navê 'Ji Ava Ferad Dilopek' bi boneya Mîhrîcana yekem a Çand û Hunerê belaş belav kir. Pirtûka ku ji aliyê weşanên aram ve hatibû weşan ji 12 çîrokan pêk tê û bi taybetî bûyerên piştî salên 1980'î wekî mijar digire dest. PMF (Peace Monitoring Force) ko bi armanca nehêle PDK û YNK şerî bikin hatibû danîn yek car û bi carekê ji Kurdistanê derdikeve. Hate îdîakirin, ku artêşa Tirk, li zozanên Berçêlanê yên Colemêrgê, bi bahaneya ku gerîllayên HPGê li herêmê henin, çekên kîmyewî bikar aniye. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Abdullah Gul ku ji bo cîvîna gişti ya Neteweyên Yekbûyî li Emerîkayê bû ji Wezîrê karên derve yê Emerîkayê xwest ku li dijî Kongra-Gel gavên ber bi çav biavêjin. 24ê îlonê Mesûd Barzanî got bila ti kes wisa nehesibîne ko Kerkûk dê li derveyî Kurdistanê bi awayekê dagirkirî bimîne û got kurd dixwazin problema Kerkûkê li gor qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê bête çareser kirin. 23ê îlonê Tirkiye û Yekitiya Ewrupayê li hev kirin. Endamê ji firehkirina Yekitiyê berpirsyar Gunter Verheugen diyar kir ku êdî tu şertê wan nemaye. Artêşa Tirk li derdora gundê Xozmerek a girêdayî navenda Dêrsimê operasyoneke fireh da dest pê kirin. Tê gotin, Helîkoptêrên Kobra jî ji hewayê piştgirî didin operasyonê û ji seat 9`an û pê ve jî dest bi bombebaran kirina, çiyayên li derdora Xozmerekê kirine. 22ê îlonê Li herêma di navbera Navçeya Depe ya Elezîzê û Navçeya Mazgêrta Dêrsimê de, di navbera Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de pevçûn derketiye. 21ê îlonê George W. Bush berevanî ji biryara xwe dike bo dagîr kirina Iraqê li gûtara xwe ji bo civata giştiya Neteweyên Êkgirtî li New York. Dewleta Sûriyeyê eskerê xwe yê li Libanê paş ve dikişîne. Pêwendiyên Sûriye û Emerîkayê baştir dibin û berpirsyarekî bilind yê emerîkî dê biçit Sûriyeyê. 20ê îlonê Musa Anter di 12. salvegera qetlkirina xwe de li Amedê li kuçeya ku hate kuştin, bi tevlibûna hezar û 500 kesî hate bibîranîn. 8 ciwan bi mudaxaleya polîsan hatin binçavkirin. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê sala 2004an hatin dayîn. Konsera Hozan Diyar ku bi organîzasyona Navenda Çand û Hunera Serhedê, li Wanê li dar ket, ji ber îzdîhamê 3 caran navber hate dayîn. Nêzî 15 hezar kes tevli konserê bûn. 19ê îlonê Rêxistina bi navê "Ensar el-Sune", di malpera xwe ya li ser înternetê de, bi belavokek diyar kiribû ku li nêzikî Qesabaya Tacî ya ku 30 kîlometre li bakûrê Bexdayê ye, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) revandine û stuyê wan jêkirine. 18ê îlonê Li Kerkûkê, li ber Biryargeha Muhafizên Neteweyî êrîşek întîxarî pêk hat. Di encama êrîşê de 23 kes mirin. Leşkerên ku li Gumuşhaneyê derketin operasyonê, gundî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de 2 kes hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn. 17ê îlonê Rêxistinên Civakî yên Îslamî nerazîbûna xwe yên li dijî Pêşnûmaya Zagona Cezaya Tirk nîşan dan û diyar kirin ku di nava pêşnûmayê de gelek xalên li dijî azadiya raman û azadiya baweriyê hene. 16ê îlonê Teyrêbazên Azadiya Kurdistan TAK`ê diyar kir ku wan li Enqerê li hemberî Navenda Moral û Perwerdehiya Polêsan çalakiyeke bombeyî pêk anîne. 15ê îlonê Navenda Çand û Hunera Serhadê (NÇHS) ya Wanê ku ji bo konsera Hozan Diyar serî li Walîtiyê dabû, destûra konserê stand. 14ê îlonê Li Mûşê treneke amûrên leşkerî hat teqandin. Rayedaran nehişt ku Rojnamevan bikevin herêma bûyerê. Li dijî Waliyê Duhoka Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Ahmed, sûîkast hate lidarxistin. 13ê îlonê Li Cizîrê Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê vebû 12ê îlonê Salvegera darbeya 12ê îlonê li Tirkiyê. 11ê îlonê Verheugen ji bo endamtiya Tirkiyê ya ji Yekîtiya Ewropayê re sala 2015an nîşan da 3. salvegera êrîşên 11`ê îlonê 10ê îlonê - Hêzên Parastina Gel ji bo bibîranîna Kemal Pîr li navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê çalakî li dar xist. 9ê îlonê - Li Amedê di pêşbirka zebeşan de zebeşa bi 50 kîlo û 200 gramî bû yekemîn 8ê îlonê - Hejmara windayiyên DYAyê yên di şerê Iraqê de, ji hezarî derbas bû. 7ê îlonê - Wezareta Dadê ya Holandayê biryara teslîmkirina Nuriye Kesbîr erê kir 6ê îlonê - Komîserê Berpirsyar ê ji Berfirehbûna YEê Verheugen li Amedê bi parlamentera DEP'î Leyla Zana re hevdîtinek pêk anî Dîrok
3405
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koendama%20heris%C3%AA%20ya%20mirovan
Koendama herisê ya mirovan
Ji bo destxistina wize(enerjî), çêkirina xaneyên nû, saxkirina birînan, dabînkirina bergiriya laş û rêkxistina hevsengiya laş, pêdiviya mirov bi xwarin û vexwarinê heye. Ji bo pêkanîna erkên xwe divê xurek (tiştên ji bo xwarin û vexwarinê) bikeve nav xaneyên mirov. Xurek li gel av, vîtamîn û kanza (mîneral), madeyên proteînî, karbohîdradî û çewrî jî lixwe digire. Vîtamîn av, û kanza madeyên hûrik in û bi hêsanî ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan dibin. Proteîn, karbohîdrat û çewrî(lîpîd) molekulên gewre (makro molekul)ne, divê pêşî bên heriskirin. Bi navbeynkariya av û enzîman, ji perçekirina xurekên gewre, destxistina xurekên hûrik, wekî heriskirin bi nav dibe. Bi kurtasî, madeyên aloz ên di nav xurekan, bi heriskirinê tên perçekirin ji bo madeyên sakar. Bi herisbûnê ji proteînan asîdên amînî, ji karbohîdradan glukoz û ji çewrî jî glîserol û asîdên çewrî çê dibe. Ev molekulên herisî wisa hûrik in ko êdî dikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyan bibin û erkên xwe pêk bînin. Ew endam û pêkhateyên erkê herisê bi cih tînin jî wekî koendama heris bi nav dibe. Coga herisê Coga herisê, coga xurekê an jî rêka herisê.(bi înglîzî; digestive tract, alimentary canal, gastrointestinal (GI) tract). Coga herisê ji endamên herisê pêk tê. Endamên coga herisê; dev, gewrî, sorinçik, gede, rûviya zirav ê rûviya stûr e. Ev endaman ji dev heta komê bi şeweya borî dirêj dibin. Bi gelemperî coga herisê ya ajalên gihaxwer, ji yên goştxwer dirêjtir e. Coga herisê ji du beşa pêk tê, beşa yekem ji dev heta gedeyê ye. Beşa duyem jî ji gedeyê heta komê ye. Ji ber erka endaman, pêkhateya coga herisê li hemû beşan de ne wekhev e, li bi gelemperî ji soriçikê hata dawiya rûviya stûr pêkhateya coga herisê dişibe hevdu. Koendama demar, hormonên herisê an jî di nav cogê de hebûn û tunebûna xurek, bandor li ser çalakiya coga herisê dike. Sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî ya koendama demar a navendî, girjbûn û xavbûna lûsemasûlkeyên coga herisê kontrol dike. Bi gelemperî sîstema sîmpasawî çalakiya coga herisê kêm dike, sîstema parasîmpasawî jî çalakiya cogê zêde dike. Hormonên wekî gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn jî bandor li ser çalakiya hin beşên coga herisê dikin. Herwiha dema di nav coga herisê de xurek tune be, çalakiya cogê jî kêm dibe. Devê mirov Devê mirov endamek ji koendama herisê ye. Herisa kîmyayî û herisa mekanîk li dev de dest pê dike. Valahiya dev bi lêvan, gepan, ziman û esmanê dev dorpêçkirî ye. Di kotayîya dev de gewrî dest pê dike. Coga herisê ji dev dest pê dike heta zotikê dirêj dibe. Li gel erka herisînê, dev alîkarî ji bo peyivînê (deng derxistinê), tahm girtinê û henaseyê jî dike. Ji bo erka herisînê, di devê mirov de hin endam hene, wekî mînak; diran, ziman, rijênên lîkê(tûk) Rijênên lîkê (Lîkerijên) Gelek rijên di lînceperdeya dev û ziman de cih bûne û rojê bi qasî 1-1,5 lître lîk(tûk) berhem dikin û der didin nava dev. Lîk xurekan nerm dike û herisa kîmyayî ya xurekên karbohîdradî dide destpêkirin. Her çiqas di devê mirov de gelek rijênên lîkê hebin jî ji wan sê cot hê pirtir bi bandor in. Rijênên binguh (parotid glands), rijênên binziman(sublingual glands), rijênên çena jêrîn (submandibular glands). Ji xeynî avê, di nav lîkê de enzîma amîlaz, enzîma lîzozîm, iyonên wekî sodyum, potasyum, fosfat û bîkarbonat, lînc(mukus), dijetena A heye. Lê ji bo erka herisê pekhateyên herî girîng enzîma amîlaz, lînc, iyonên bîkarbonat û fosfat e. Berhemkirin û derdana lîkê ji aliyê koendama demara xweyî( autonomic nervous system) ve tê rêkxistin. Diranên mirov Diran (didan) endamêk ji bo herisa mekanîk e. Jêkirin, gezkirin, cûtin, hêrandin û perçekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pêk tê. Di devê mirovên têgihîştî de 32 diranên mayinde heye, lê hin caran dibe ko diranên kursî yên sêyemîn (diranê jîrî, diranê aqilî) dernekeve mirov bi 28 diranên mayînde bin. Li gor erk û şêweyê xwe, diran çar cure ne. Diranên pêşî( diranên birrê) heyşt heb, diranên qîl çar heb, diranên pêşkursî heyşt heb, diranên kursî 12 heb. Diranek ji sê beşên sereke pêk tê; Taca diran, stûyê diran, koka diran. Li ser ruyê taca diran û jorînê stuyê diran de çînek req heye navê vî çînê mîna ye. Di binê mînayê de çîna ac heye. Piraniya pêkhateya diran ji acê pêk tê. Di binê çîna acê de valahiyek bi navê kirok heye. Kirok li gel bestereşaneya nerm, bi lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û rîşalên demar ve tijî ye. Kirok ber bi koka diran ve dirêj dibe, ev der wekî coga diran bi nav dibe. Heke mîna ya diran biderize, di cihê derizî de bakterî û perçeyên xurek berhev dibe, ev rewş dibe sedema kunbûna çîna mînayê. Heke çîna mîna kun bibe, diran tûşî reşbûn û kilorbûnê dibe. Ziman û tahmgirtin Ziman endamek masûlkî ye, rûyê ziman bi çîna lînce dagirtî ye. Ziman li gel erka herisa mekanîk û kîmyayî, erkên wekî çêjtin(tamgirtin), peyvîn û daqurtin bi cih tîne. Xurek bi alîkariya ziman di nav dev de serûbin dibe, bi vî awayê lîk tevahiya xurekê şil dike û nerm dike. Dema cûtinê, ziman bi navbeynkariya masûlkeyên xwe, loqên xurekê aresteya nav diranan dike, bi vî awayê diran bi hêsanî xurek dicûn. Piştê cûtinê, ziman loqa xurekê ber bi gewriyê pal dide. Li ser rûyê ziman de goçke (bi îngilîzî, yekjimar papilla, pirrjimar papillae) hene, di nav van goçkeyan de komên gopka tamê(çêjegopke) heye. Çêjegopkeyek, ji koma xaneyên çêjewergir, xaneyên piştgiriyê, û demarên hestê pêk tê. Ji bo mirov tama xwarin û vexwarinê bigire, divê xurek di nav lîkê de şil bibe û bihele. Ji xurekên helandî molekulên kîmyayî derdikeve, molekulên kîmyayî bi navbeynkariya kûlkên çêjê tên girtin. Molekulên kîmyayî, kîmîkewergirên xaneyên çêjewergirê çalak dikin. Bi vî awayê sînyal ji xaneyên çêjewergir derbasî demarên hestê dibin. Demarên hestê sînyalan radigihînin mejî, di mejî de cureya çêjê an jî hestên din tê şîrovekirin. Gewrî Gewrî endamek hevbeş e ji bo heris û henaseyê. Têkiliya gewrî(gerû) bi valahiya poz, valahiya dev, sorsorik(soriçk) û qirrikê heye. Mirov ji poz û dev henase werdigre, hewa bi navbeynkariya gewriyê derbasê qirikê dibe û bi navbeynkariya borrîhewa(trake)diçe pişikan. Herwiha xurek jî ji dev bi navbeynkariya gewrî derbasê sorsorikê dibe û diçe gedeyê. Soriçik Soriçik boriyek masûlkî ye, ji gewrî heta gedeyê dirêj dibe. Dirêjiya soriçikê bi qasî 25 cm ye. Rûyê soriçikê bi çîna lînceperde dagirtî ye, rijênên lînceperdeyê madeya lînc der dide nav valahiya soriçikê, bî awayê xurek di nav soriçikê de bi hêsanî xiş dibin. Di nav soriçikê de, livîna xurek ne ji ber rakêşaniyê lê ji ber zora masûlkeyan e. Piraniya masûlkeyên soriçikê, ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Soriçik du cure lûsemasûlke lixwe digire, lûsemasûlkeyên dirêjkî(li aliyê derve) û lûsemasûlkeyên bazinî(li aliyê hundir). Girjbûna masûlkeyên soriçikê dor bi dor rû dide. Ango hemû masûlke bi carekî girj nabin. Masûlkeyên bazinî ji kotayiya gewrî dest bi girjbûnê dikin beş bi beş girj dibin. Bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyên soriçikê wekî perîstalsî bi nav dibe. Aresteya perîstalsiyê ji gewrî ber bi gedeyê ye. Masûlkeyên lûsê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser de kar dikin. Masûlkeyên soriçikê masûlkeyên xwenewîst in, ango girjbûn û xavbûna van masûlkeyan ne bi desthilatdariya(xwestek) mirov, lê bi awayek xweser rû dide. Li kotahiya soriçikê û navbera devê gedeyê de komek masûlkeyên bazinî yên givêşker heye. Ev masûlke wekî mîna derîçeyek kar dikin. Pêkhateya van masûlkeyan wekî guşer(givêşk) (bi îngilîzî:sphincter) bi nav dibe. Ji xeynî dema verişînê, divê tu car xurek ji gedeyê ber bi soriçikê neherike. Hin caran dibe ko guşer sist bimînê an jî girjbûna wan lawaz be, di rewşek wisa de, xurek ji gedeyê ber bi soriçikê paşdiherike. Ev rewş wekî nexweşiya dilekizê (reflu) (bi înglizî: heartburn) tê bi navkirin. Gede Gede endama herisê ye. Dişibe kîsekî(tûrek) masûlkî di navbera soriçik û rûviya zirav de. Gede di binê navpençikê(diyafram), li aliyê çêpê, li jorê Zikekelênê de cih digire. Gedeya tijî dişibe pîta J yê. Rûyê hundirîn a gedeya vala qurmiçî ye. Di dîwarê gedeyê de sê cure lûsemasûlke rêz bûne. Masûlkeyên bi şêweya bazinî, masûlkeyên dirêjkî û masûlkeyên çeperast (dîagonal) li ser diwarê gedeyê de rêz dibin. Rûyê hundirîn ê dîwarê gedeyê bi çîna rûkeşeşaneyê sergirtî ye. Xaneyê rûkeşeşaneyê madeya lînc der didin. Perdeya lînc (lînceperde) şaneyên gedeyê ji asîd û enzîmên nav gedeyê diparêze. Du guşerên (givêşk) gedeyê, hatin û derketina xurekan a nav gedeyê kontrol dikin. Guşera di navbera sorinçik û gedeyê wekî guşera kardiak tê bi navkirin. Guşera di navbera gede û rûviya zirav jî wekî guşera pîlorî bi nav dibe. Di gedeyê de herisa mekanîk û herisa kîmyayî rû dide. Xurek di nav gedeyê de ji ber culeya(livîn) perîstaltî bi awayek fîzîkî tê heriskirin. Xurekên di gedeyê de nermbûyî, dişibe şorbeyek tîr a nîvherik. Ev rewşa xurekan wekî kîmos(chyme) bi nav dibe. Xurekên proteînî cara pêşîn li nav gedeyê rastê enzîmên herisê tên. Enzîma pepsîn xurekên proteînî perçe dike bo polîpepdîdên hûriktir. Masûlkeyên gedeyê ji aliyê sistema demar a xweser(xweye koendama demar) ve tê kontrolkirin. Sîstema demarî ya xweser ji sîstema sîmpasawî û parasîmpasawî pêk tê. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagus ji bo zêdekirina girjbûnê sînyal radigihîne masûlkeyên gedeyê. Sîstema sîmpasawî jî berevajiyê sîstema parasîmpasawî kar dike û lêza çalakiya gedeyê kêm dike. Li gel sîstema demar , hormon jî li ser çalakiya gedeyê de bibandor in. Hormona gastirin ji aliyê xaneyên lînceperdeya gedeyê ve tê berhemkirin. Gastirîn di nav xwînê de ber bi rijênên gedeyê ve tê guhastin. Gastirîn rijênan han dike ko hê pirtir ji şileya gedeyê berhem bikin û der bidin. Şileya gedeyê(gastric juice) ji asîda hîroklorî(HCl), sodyum klorîd(NaCl) û Potasyum klorîd(KCl) pêk tê. Karê gedeyê Xurek ji bo demek di nav gedeyê de tê embarkirin, bi vî awayê, ji bo enzîma pepsînê derfeta çalakbûnê çê dibe. Pepsîn xurekên proteînî yên nav gedeyê diherisîne bo polîpeptîdan. Diwarê gedeyê ji sê çînên masûlkeyên lûs pêk tê. Bi girjbûn û xavbûna van masûlkeyan gedê mîna meşkê tê kilandin û guşandin, xurek û derdanên gedeyê li nav hev dikevin. Ev rewş dibe sedema herisa mekanîkî. Gede bi alîkariya guşera pîlorî xurekê(kîmos) hêdî bi hêdî, beş bi beş ber dide nav rûviya zirav. Bi vî awayê heriskirin û mijandina xurkan ji aliyê rûviyan ve hê hêsantir çê dibe. Hinekî av, alkol, xwê û derman gava hîn li nav gedeyê ne, tê mijandin û tevlê xwînê dibin. Ji ber derdana asîda hîdroklorîk, pH a nav gedeyê li derdora 1,5-2,5 e ango şileya gede asîda bi hêz e. Bi hebûna vî asîdê, gede li hember hokarên nexweşiyê bergiriya giştî dabîn dike. Ji ber hawirdora asîdî, xwêyên hesinî yên nav xurekan di gedeyê de dihele, bi vî awayê hesin di rûviya zirav de bi hêsanî tê mijandin. Xaneyên dîwarê gedeyê lîncemade der didin, madeya lînc rûyê gedeyê xijokî dike, xurek bi hêsanî nav coga herisê de xiş dibin. Rûviya zirav Rûviya zirav di navbera gede û rûviya stûr de bi awayek badayî dirêj dibe. Rûviya zirav bi qasî 6 – 7 metre dirêj e. Firehiya coga rûvî 2.5 cm e. Rûviya zirav ji sê beşan pêk tê. Rûviya donzdetilîk(Rûviya donzdegirê), rûviya vala, rûviya badayî. Rûviya donzdetilîk Rûviya donzdetilîk an jî rûviya donzdegirêk(bi înglîzî: duodenum) navê xwe ji dirêjîya xwe digire. Dirêjiya rûviya donzdetilîkê bi qasî donzde tilî an jî 25 cm e. Ji bo herisa mekanîk a çewrî, ji kezebê zerav tê derdan, zerav bi navbeynkariya cogê tevlê xurekên nav donzdetilîkê dibê. Herwisa ji bo herisa kîmyayî jî ji pankresê enzîmên herisê tevlê donzdetilîkê dibe. Rûviya vala Rûviya vala an jî rûviya birçî (bi Înglîzî: jejenum): Dirêjiya wê bi qasî 2.5 metre ye. Mijîna xurekan cara pêşîn di rûviya vala de dest pê dike. Rûviya badayî Rûviya badayî (bi înglîzî: ileum) beşa dawî ya rûviya zirav e. Dirêjiya wê bi qasî 3.6 metre ye. Di kotahiya rûviya badayî de rûviya stûr dest pê dike. Ji bo herisa kîmyayî û mijîna xurekan, xurek bi qasî 12 saet di nav rûviya zirav de dimîne. 90% ê xurek û av ji dîwarê rûviya zirav tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Li ser rûyê hundirîn a rûviya zirav de hin pêkhateyên mîna tilî hene navê van pêkhateyan memîle (bi ingilîzî: yekjimar “villus”, pirjimar “villi”)ye. Memîle bi çînek xaneyên rûkeş ve dapoşî ye. Rûkeşexane jî ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, parzûna xaneyê ber bi coga (lumen) herisê dirêj dike, li ser rûyê xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan peyda dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle (bi ingilîzî: yekjimar “microvillus”, pirjimar “microvilli”) bi nav dibe. Ango wirdememîle ji parzûna xaneya rûkeş pêk tê. Memîle û wirdememîle rûyê hûndirînê rûvî firehtir dike, bi vî awayê xurek bi hêsanî tê mijandin. Mirovên ko di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê bi nav dibin(bi îngilîzî:lactose intolerance). Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Di nav genim, ceh û çewder de komek proteîn heye navê wî gluten e. Koendama bergiriyê ya hin mirovan glutenê wekî hokara nexeşiyê dehesibîne û li hember glutenê bergirî dabîn dike. Kêmtolerasnsiya glutenê wekî nexweşiya sîliyak tê bi navkirin.(bi îngilîzî: celiac disease). Rûviya stûr Rûviya stûr beşa dawî ya coga herisê ye, ji kotahiya rûviya badayî ya beşa rûviya zirav dest pê dike, heta komê(pind) di nav zikekelênê de dirêj dibe. Firehiya coga rûviya sûtûr 6.5 cm e. Dirêjiya rûviya stûr bi qasî 1.5 metre ye. Xurek di coga herisê de bi tevahiyê nayên heriskirin. Li gel xurekên neherisî, hin kanza( mîneral) û av jî derbasî rûviya stûr dibe. Karê sereke ya rûviya stûr; Av, xwê û kanza ji nav kîmosê dimije. Di nav rûviya stûr de hinek bakteriyên sûdbexş dijîn, van bakteriyan vîtamînên wekî vîtamîna K û vîtamînên B berhem dikin. Ev vîtamînan jî ji aliyê rûviya stûr ve tê mijandin û tevlê xwînê dibin. Pîsayî kom dike û bi derketina destavê ji laş dûr dixe. Xurek bi %90 di rûviya zirav de tê mijandin. Rojê bi qasî lîtreyek xurek dikeve nav rûviya stûr. Piraniya av û iyonên nav xurekên neherisî di rûviya stûr de tê mijandin. A paşmayî êdî ne wekî mîna kîmosa şorbeyî ye, lê piçêk ziha ye ev pêkhate wekî pîsayî tê bi navkrin. Pîsayî di tortorîkê(rektum) de tê berhevkirin û bi derketina destavê jî ji laş tê dûrxistin. Ji bo her 1000mL (mîlî lître) paşmayiyên xurek ên dikevin nav rûviya kor, 700 mL di nav rûviya stûr de tê mijandin, tenê 300 mL ji paşmayî dibe pîsayî. Rûviya stûr memîle û pêçanên bazinî lixwe nagire. Paşmayiyên xurek bi qasî 12-24 seat di nav rûviya stûr de dimîne, ji rûviya kor ber bi tortorîkê hedî bi hêdî bi culeya perîstaltî tevdigere. Di rûviya stûr de ji bo heriskirinê tu enzîm nayê derdan, loma li vir herisa kîmyayî pêk nayê.Rûviya stûr ji çar beşan pêk tê; rûviya kor, kolon, tortorîk û kom . Rûviya kor Beşa rûviya zirav û rûviya stûr digihîjin hevdu wekî bi şêweyê kîsî ye. Ev beş wekî rûviya kor bi nav dibe. Ji rûviya kor pêkhateyêk wekî mîna tiliya qilîçkê dirêj dibe navê vî pêkhateyê rûviya zêde ye(apandîs). Dirêjiya rûviya zêde bi qasî 8-9 cm e. Ji bo koendama herisê, tu erka rûviya zêde tune ye. Kolon Kolon beşa herî dirêj a rûviya stûr e. Kolona rûviya stûr ji çar beşan pêk tê. Kolona hilkêşayî, kolona berwarîkî , kolona dakêşayî û kolona S-şeweyî ye. Tortorîk Tortorîk(rektum) beşa dawî ya rûviya stûr e. Erka serekî ya tortorîkê embarkirina pîsayî ye. Tortorîk cogek masûlkî ye, loma ji bo embarkirina paşmayiyên xurekan bi hêsanî fireh dibe. Dirêjiya tortrîkê bi qasî 13 cm e. Kolon pîsayiyê ber bi tortrîkê ve tehn dike, di nav tortorîkê de zêdebûna pîsayî dibe sedema firehbûna tortorîke. Firehbûn bandor li ser masûlkeyên dîwara tortorîkê dike, masûlke tên kişandin. Ev hêza kişandinê ya li ser masûlkeyan dibe sedema çêbûna xwesteka derketina destavê. Hekê mirov derketina destavê paş ve bavêje, pîsayî di hundirê rûviya stûr de ji bo demek dirêj dimîne, hê pirtir av ji pîsayî tê mijandin. Ji ber kêmbûna ava pîsayî, dibe ko mirov zikgirî(qebizî) bibe. Lê heke paşmayî pir zû ji laş bê avitin, vê gavê ji ber ko ava nav pîsayî bi têra xwe nayê mijandin, egera nexweşiya zikçûne(vijik) çê dibe. Li gel nexeşiya zikçûn û zikgirî(qebiz), nexweşiyên wekî bawesîr(basûr), kulbûna rûviya zêde (apendîst) û şêrpenceya kolon, hin ji nexweşiyên bi rûviya stûr ve tekîldar in. Endamên alîkarê herisê Rijênên lîkê, kîsikê zeravê, kezeb û pankreas wekî endamên yarîder(alîkar) bi nav dibin. Endamên alîkar ne beşek ji coga herisê ne, lê li derdora coga herisê de cih bûyî ne. Enzîm û berhemên xwe bi navbeynkariya cogan, dirijînin nav coga herisê. Kezeb ji bo heris a mekanîk zerav berhem dike û der dide. Rijenên lîkê û pankrease enzîmên herisê berhem dikin û der didin. Kezeb Kezeb, kezeba reş, an jî ciger. (Bi înglîzî liver, bi yewnanî hepar (ἧπαρ) ) Kezeb li aliyê rastê çaryeka jorê ya zikeklênê de li bin navpençikê de cih bûye. Giraniya kezebê bi qasî 1- 2.3 kîlogram e. Kezeb rijênî herî gewrê ya laş e. Kezeb ji aliyê jor ve wekî du pilên serekê, pila çepê û pila rastê xuya dibe. Ji bo heriskirinê, karê serekê ya kezebê berhemkirin û derdana zeravê ye. Herisa mekanîk a çewrî bi alîkariya zeravê rû dide. Kezeb rojê bi qasî 1.5 lître zerav berhem dike. Erka kezebê Metabolîzmaya karbohîdratan Piştî xwarinê, rêjeya glukoza xwînê berz dibe, kezeb bi navbeynkariya hormona însulunê, hinek glukozê diguherîne bo glîkojenê. Bi vî awayê glukoza xwînê dadikeve asta asayî. Dema mirov birçî ye, asta glukoza xwînê ji rêjeya asayî kêmtir dibe. Vê gavê hormona glukagonê, kezebê han dike ji bo perçekirina glîkojen û bi destxistina glukozê. Glukoza bi destketî ji kezebê belavê laş dibe û asta glukoza xwînê derdikeve asta asayî. Metabolîzmaya çewrî Çewriyên embarkirî di kezebê de tê guhertin û ji bo destxistina ATP tê bi karanîn. Metabolîzmaya proteînan Proteîn ji asîden amînî tên çêkirin. Gava asîdên amînî bi bendê peptîdî li hev tên girêdan, ji hin asîdên amînî beşa nîtrocenî(koma amînê) tê dûrxistin, ji van beşên nîtrocenî di kezebê de ure tê çêkirin. Kezeb ji asîdên amînî beşa nîtrocenî diqetîne, ev beşê bi molekulên karbohîdradî ve girê dide û ji vana asîdên amînî yên nebingehîn çê dike. Kezeb ji asîdên amînî proteînên plazmaya xwînê çê dike. Albumîn, globulîn û proteînên ji bo xwînmeyînê mînakên proteînên plazmayê ne. Perçekirina xirokên sor û bergiriya li dij hokarê nexweşiyê Di kezebê de xaneyên hellûşênera gewre yên kezebê heye. Van xaneyan wekî xaneyên Kupffer tên bi navkirin. Xaneyên hellûşêner li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dabîn dikin. Herwiha evan xaneyan di kezebê de xirokên sor ên mirî jî perçe dike. Ji derman û madeyên jehravî, dûrxistina jehrê Li gel alkol, paşmayiyên hokarên nexweşiyê, hin derman û xurek madeyên jehravî lixwe digirin. Kezeb hewl dide ko jehra nav laş bêbandor bike û ji laş dûr bixe. Guherandina amoyakê Dema asîdên amînî di nav xaneyê de tê perçekirin , li gel karbona dîoksîd, amonyak(NH3) jî peyda dibe. Amonyak ji bo xaneyên laş, bi taybet ji bo xaneyên koendama demar, madeya jehravî ye. Kezeb amonyakê diguherîne ure yê. Ure li gor amonyakê he kêmtir ziyanbexş e. Dawîanîna çalakiya hormonan Hormonên wek însulîn, glukagon, kortîzol, aldesteron, tîroîd û hormonên zayendê, piştî cihanîna erka xwe ji aliyê xaneyên kezebê ve tê perçekirin. Embarkirin Kezeb, glîkojen, hesin, mis(paxir), vîtamînên wekî vîtamîna A, D, E, K û B12 embar dike. Derdana zeravê Xaneyên kezebê zeravê berhem dike û der dide. Şileya zeravê ji xwêyên zeravê, pîgmentên(madeya rengdar) zeravêû kolesterolê pêk tê. Nexweşiyên kezebê Hewkirdina kezebê ya vîrusî ji ber vîrusan kulbûna(hewkirdin) kezebê , wekî nexweşiya hepatît bi nav dibe. pênç cureyên nexweşiya hepatît heye. Hokarên kulbûna kezebê vîrus in. Li gor cureya virus nexweşiya kulbûna kezebê jî wekî hepatît A, hepatît B, hepatît C, hepatît D û hepatît E tê bi navkirin. Di nav gel de nexweşiya kulbûna kezebê (hewkirdina kezebê) wekî nexweşiya zerikê jî bi nav dibe. Lê zerikî bi tena serê xwe nexweşî nîn e, yek ji nîşanên nexweşiya kezebê ye. Sîroz Sîroz yek ji nexweşiyên kezebê ye. Bi nexweşiya sîrozê, peşî li kezeb çewrî zêde dibe, paşê şaneyên kezebê diguherin û neçalak dibin. Nexweşiya avbendî(bi ingilîzî;edema) Di laşê mirovên bi nexweşiya sîrozê de av tov dibe. Li gel tevahiya laş, bi taybet şilemenî li derdora kezebê li zikê mirov de hê pirtir berhev dibe, loma zikê mirov diwerime. Ev rewş wekî avbendî bi nav dibe. Kîsikê zeravê Kîsikê zeravê, zeravdank (bi îngilizî: gallbladder) kîsek bi rengê kesk e. Di binê kezebê de li aliyê rastê de cih bûye. Kîsikê zeravê, kîsikek masûlkî yê bi şeweya hirmî ye. Dirêjiya wî bi qasî 8–10 cm ye û bi qasî 50 mîlîlître zerav embar dike. Kîsikê zeravê ji sê beşê serekê pêk tê. Binik (fûndûs), laş û stu. Binik beşa herî fireh e. Stû bi coga kîsikê zeravê ve girêdayî ye. Zerav ji kezebê bi riya coga kîsikê ber bi kîsikê zeravê diherike, zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava pêdivî bi zerava embarkirî hebe, zerav bi riya heman cogê ber bi donzdetilîkê diherike. Girjbûna masûlkeyen kîsika zeravê ji aliyê koendama demar û hormona kolesîstokînîn ve tê kontrolkirin. Erka kîsikê zeravê Kîsikê zeravê zerav embar dike, gava pêdiviya coga herisê bi zeravê hebe, zerava embarkrî berdide nav coga zeravê. Di dema embarkirinê de, rûkeşexaneyên lînceperdeya kîsikê zeravê, ava nav zeravê dimijîne bi vî awayê zerav tîr dibe, ango xestî ya zeravê zêde dibe. Nexweşiyên Kisikê zeravê kevirên kisikê zeravê: Hin caran dibe ko di nav kîsikê zeravê de an jî di cogên zeravê kevir peyda bibin. Heke kolesterola tîr û îyonên kalsiyumê têkilê hev bibin, di nav kîsikê zeravê de çêbûna kevir rû dide. Pankreas Pankreas hem wekî endama koendama herisê, hem jî yek ji endamên koendama hormon tê hesibandin. Bi eslê xwe pankreas rijên e. Ji bo koendama herisê enzîm û şileya pankreasê, ji bo koendama hormon jî hormon berhem dike û der dide. Enzîmên herisê bi navbeynkariya cogan digihîne rûviya donzdetilîkê. Hormonên di pankreasê de hatine berhemkirin rasterast tevlî xwînê dibin, loma bi vî erka xwe pankreas wekî rijênê bêcogî, ango korerijên tê hesibandin. Penkreas endamek nerm û pilokdar(bi îngilîzî:lobular) e. Rengê wê pembeyî – gewrîkî ye. Dirêjiya pankreasê bi qasî 12-15 cm ye, giraniya wê 60 gram e. Pankreas li beşa jor a zikekelênê de li aliyê çepê, li pişt gedeyê de cih digire. Rijênê pankreas ji sê beşê serekê pêk tê; serî, laş û dûvik.Di zimanê latînî de wateya tirî “acinus” e, xaneyên pankreasê yên enzîm berhem dikin, wekî mîna hebên gûşiya tirî li dora cogên pankreasê kombûyî ne, loma navê van xaneyan jî xaneyên asînî (bi îngilîzî: acinar cells) hatiye dayîn. Li pankreasê enzîmên amîlaz, lîpaz, nukleazê, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen tên berhemkirin û derdan.Di navbera xaneyên asînî de komên xaneyên taybet wekî mîna dûrgeh(girav) belavî ne. Ev komên xaneyan, wekî Dûrgeha Langerhans bi nav dibin. Xaneyên dûrgeha Langerhans hormon berhem dikin û rasterast ber didin nav xwînê. Dûrgeha Langerhans sê cure xane lixwe digire; xaneyên alfa, xaneyên beta û xaneyên delta. Xaneyên alfa, hormona glukagon xaneyên beta, hormona însulînê berhem dike û der dide. Çalakiya pankreasê ji aliyê koendama demar û koendama hormon ve tê kontrolkirin. Hormona kolesîstokînîn û hormona sekretîn ji aliyê rijenên rûviya zirav ve tên berhemkirin û derdan. Kolesîstokînîn xaneyên asînî yên pankreasê han dike ji bo derdana şileya pankreasê. Hormona sekretîn jî derdana îyonên bîkarbonatê han dike. Herwiha derdana şileya pankreasê ji aliyê sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî ve jî tê kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî bi navbeynkariya demara vagusê, derdana şileya pankreasê han dike. Herisa kîmyayî Hin curê xurek wisa hûrik in ko ne hewce ye bê heriskirin, rasterast bi hêsanî ji coga herisê derbasî nav xwînê û xaneyan dibe. Wekî mînak; av, xwê, vîtamîn, glukoz, fruktoz, kanza(mîneral) hwd. Xwarinên rojane bi gelemperî ji molekulên aloz pêk tên. Goşt, nan, hêk, hemû cûre rûn, şekirê çayê, şîr, pênir, savar, birinc, maqarnê û hwd molekulên aloz lixwe digirin. Di nav van xurekan de li gel molekulên sakar, molekulên aloz ên wekî proteîn, nîşa, glîkojen, çewrî û asîdên nukleî( ADN, ARN) heye. Molekulên aloz wekî molekulên gewre (makro molekul) bi nav dibin û ji ber qebareya xwe ya gir, nikarin ji parzûna xaneyê derbasî nav xaneyê bibin. Molekulên aloz pêşî di coga herisê de bi navbeynkariya enzîman tê hilweşandin bo molekulên sakar(sade), paşê molekulên sakar dikevin nav xaneyan. Hilweşandina molekulên gewre ya bi navbeynkariya enzîman û bi lê zêdekirana avê, wekî herisa kîmyayî tê bi navkirin. Herisa kîmyayî hem di nav coga herisê, hem jî di nav xaneyan laş de rû dide. Di coga herisê mirov de di dev, gede û rûviya zirav de bi derdana enzîman, xurek bi herisa kîmayayî tê têkşikestin. Ji bo herisa kîmyayî, divê şert û mercên hawirdor a heriskirin rû dide, guncav be. Ji bo heriskirinê, divê enzîma guncav, pH a guncav, germahiya guncav û bi têra xwe av hebe. Heriskirina karbohîdradan Xwarinên rojene yên wekî; lazût, kartol, pîvaz, tivir, gêzer, savar, birinc, şîr, penêr, şekira çay, hingiv, bîra(bi îngilîzî beer), hemû tiştên ji arvan çêbûyî (nan, maqarne, biskiwît, hwd), hemû cureyên fêkî( zebeş, tirî, sêv, mişmiş, porteqal hwd), bastêq û dimis mînakin ji bo xurekên karbonhîdradî. Karbohîdrat ne navê yek, lê navê komek made ye ko wek sakkarîd jî tên bi navkirin. Li gor qebareya molekulê, xurek sê cure karbohîdrad lixwe digirin, monosakkarîd, dîskkarîd û polîsakkarîd. Monosakkrîda nav xurekan, bê ko bên heriskirin, rasterast di rûviya zirav de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Glukoz, fruktoz û galaktoz karbohîdradên monosakkarîdî yê şeşkarbonî ne. Du molekul monosakkarîd bi awayek kîmyayî yek dibin û karbohîdradên dîsakkarîd çê dikin. Sukroz (şekira çayê), laktoz (şekira şîrê), maltoz( şekira bîrayê) cureyên dîsakkarîd in. Karbohîdradên dîsakkarîdî pêşî tê heriskirin bo monosakkrîdan, paşê tev lê xwînê dibin. Polîsakkarîd karbohîdradên herî gir û aloz in. Bi hezaran molekul glukoz bi awayek kîmyayî bi hev re tên girêdan, bi vî awayê polîsakkarîdên wek nîşa û glîkojen peyda dibin. Karbonhîdradên polîsakkarîdî di dev û rûviya zirav de tê heriskirin bo glukozê. Herisa karbohîdradên polîsakkarîdî di devê mirovde dest pê dike, li rûviya zirav de heriskirin bi davî dibe. Heriskirina dîsakkarîdan di rûviya zirav de rû dide. Di dev de amîlaza lîkê nîşayê hildiweşîne bo dekstrîn û maltozê. Dekstrîn jî karbohîdrada polîsakkarîdî ye, lê ji molekula nîşayê hûriktir e. Amîlaz di dorhêla asîdî de hildiweşe û kar nake. Herwiha li gedeyê ji bo heriskirina karbohîdradan enzîm jî nayê derdan, loma di gedeyê de herîskirina nîşayê jî rû nade. Pankreas ji bo heriskirina nîşayê, amîlaz berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilîkê. Amîlaza pankreasê nîşaya ne hersbûyî ya ko ji çalakiya amîlaza lîkê filitiye heris dike bo maltozê. Di rûviya zirav de li gel nîşa û dekstrînê, karbohîdraden dîsakkarîdî jî tên heriskirin. Ji xeynî pankreasê, rûkeşexaneyên rûviya zirav jî hîn enzîman berhem dikin bo dîsakkarîdan û der didin nav rûviyê. Dekstrînaz, maltaz, sukraz û laktaz enzîmên rûviya zirav e. Di rûviya zirav de xurekên karbohîdradî heris dibin bo monosakkarîdan. Monosakakrîd molekulên sakar in, ji aliyê memîleyên li ser rûyê rûviya zirav de tên mijandin û tevlê xwînê dibin. Heriskirina proteînan Di devê mirov de ji bo heriskirina proteînan enzîm tune, di dev de tenê herisa mekanîk a proteînan rû dide. Proteîn di coga herisê de, di gedeyê de cara yekem rastê enzîma herisê tê. Enzîma pepsîn di xaneyên gedeyê de tê berhemkirin. Pepsîn proteînan hildiweşîne bo polîpeptîdên hûriktir. Gedê bi xwe jî gellek proteîn lixwe digire. Xaneyên gedeyê enzîma ji bo heriskirina proteînan bi awayekî neçalak berhem dikin û der didin nav gedeyê. Enzîma neçalak wekî pepsînojen tê bi navkirin. Xaneyên gedeyê li gel pepsînojenê, asîda hîdroklorî(HCl) jî berhem dike û der dide nav gedeyê. Asîda hîdroklorî pepsînojenê çalak dike, pepsînojena çalakbûyî êdî wekî pepsîn bi nav dibe. Pepsîn proteînan hildiweşîne bo molekulên hûriktir, ev molekulan wekî polîpeptîd tê bi navkirin. Polîpeptîd ji proteînan hûriktir e, lê hê jî makromolekul e û ji bo tevlê xwînê bibe, divê hê zêdetir bê hilweşandin. Ji pankreasê li gel enzîma çalak a karboksîpeptîdazê, enzîmên trîpsînojen, kîmotrîpsînojen jî bi awayekî neçalak tên berhemkirin û derdan. Ji xaneyên dîwarê rûviya donzdetilîkê de enzîmek bi navê enterokînaz (wekî enteropeptîdaz jî tê zanîn) tê derdan. Enterokînaz trîpsînojenê çalak dike. Trîpsînojena çalakbûyî wekî trîpsîn tê bi navkirin. Tripsîn jî kîmotrîpsînojenê çalak dike. Ev herdu enzîmên çalakbûyî; trîpsîn û kîmotrîpsîn, li ser polîpeptîdan bandor dikin û polîpeptîdan hildiweşînên bo polîpeptîdên hûriktir her wiha hinek asîdên amînî jî peyda dibe. Ji xeynî pankreasê, xaneyên rûviya zirav jî enzîm berhem dike û der dide ser xurekê. Ji dîwarê rûviya zirav enzîmên karboksîpeptîdaz, dîpeptîdaz û amînopeptîdaz tê derdan. Van enzîman polîpeptîdên hûrik perçe dikin bo asîdên amînî. Bi herisa gedeyê û ya rûviya zirav proteînê xurekê tên hilweşandin. Monomerên proteînê; asîdên amînî, bi têra xwe hûrûk in, memîleyên li ser dîwarê rûviya zirav asîdên amînî dimijîne û tevlê xwînê dike. Heriskirina çewriyan Rûn, don, û bez ên ji xurek tên bi destxistin; wekî trîglîserît tê bi navkirin. Herwiha ji ber ko molekula trîglîserît nêtar e, ango barê + û – lixwe nagire, molekula trîglîserît wekî rûnê netarî jî tê bi navkirin. Trîglîserîd ji bo bi destxistina ATP, çêkirana parzûna xaneyê û hin hormonan tê bi karanîn. Molekula trîglîserîtê ji molekulek glîserol û sê molekulên asîda çewrî pêk tê. Trîglîserîd molekula gewreye, di coga herisê de pêşî bi herisa mekanîk û kîmyayî tê hilweşandin bo monoglîserîd û asîdên çewrî, paşê xaneyên rûviya zirav van herdu molekulê sakar dimijîne û tev lê şileya lîmfê dike. Lîpaz enzîma herisê ye ji bo çewrî. Di laşê mirov de ji xaneyên ziman, ji xaneyên gedeyê û ji xaneyên asînî yên pankreasê lîpaz berhem dibe. Lîpaza zimanî û lîpaza gedeyî, di gedeya mirov de çalak dibin. Dilopên çewriya nav gedeyê gir in, çewrî di avê de natiwawê loma lîpaz di gedeyê de bi têra xwe kar nake. Anko ji bo heriskirina çewriyan qada bingehîn rûviya zirav e. Ji kezebê zerav tê berhemkirin û derdan. Zerav dilopên çewrî perçe dike bo dilopên hûriktir, bi vî awayê, enzîm bi hêsanî xwe li ser rûyê dilopên çewrî ve girê dide. Pankreas ji bo herisa çewrî enzîma lîpazê der dide. Bi çalakiya lîpazên pankreasî, molekulên trîglîserîdê hildiweşe bo asîdên çewrî, û monoglîserîdê.  Dibe ko li gel van molekulên sakar, bi herisbûna trîglîserîdê, glîserol jî peyda bibe. Mijîna xurekan Xurek ji dev hetanî tortorikê di nav coga herisê de diherike. Coga herisê di nav laşê mirov de ye, lê xurekên nav cogê ne di nav xane û şaneyên mirov de ye. Ji bo ji xurekan sûd bigire, divê xurek bikeve nav xaneyên laş. Hin ji xurekemadeyan, rasterast li dev û gedeyê tê mijandin, lê qada esasî ji bo mijîna xurekan rûviya zirav e. Ji rûyê navî ya rûviya zirav pêkhatyên wekî mîna tilî ber bi xurekan ve dirêj dibe, ev pêkhate wekî memîle bi nav dibe. Memîle rûberê rûyê navî yê rûviya zirav fireh dike. Rûyê memîle bi rûkeşexane yên mijer dapoşî ye. Xaneyên mijer jî Ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, ji parzûna xaneyê pêkhateyên wekî mîna kûlkan, ber bi valahiya coga herisê (lumen) dirêj dikin. Ev pekhateyan wekî wirdememîle tê binavkirin. Memîle û wirdememileyan rûyê rûviya zirav bi qasî 300m2 fireh dike, ev rûyê fireh ji bo guhestina xurekan a ji coga herisê derfet çê dike. Xurek pêşî ji valahiya cogê derbasî xaneyên mijer dibe, paşê bi navbeynkariya lûleyên xwînê û lîmfê belavê laş dibe. Piraniya yekeyên(monomer) karbohîdrad, çewrî û proteînan di beşa rûviya birçî ya rûviya zirav de tê mîjandin. Xwêyên zeravê û vîtamîna B12 di kutahiya rûviya badayî de tê mijandin. Memîle, mûlûleyên xwînê û lîmfê lixwe digire. Mûlûleyên memîleyan xurekê dimijîne. Asîdên çewrî û monoglîserîd di nav xaneyên rûkeş de yek dibin bo trîglîserîdê. Trîglîserîd bi proteîn, fosfolîpîd û kolestrolê ve yek dibe. Ev pêkhate wekî şîlomîkron tê bi navkirin. Şîlomîkron ji xaneyên rûkeş derbasî mûlûleyên lîmfê dibe û di nav şileya lîmfê de ber bi dil ve tê guhestin. Herwiha, vîtamînên di lîpîd de tiwawe ; Vîtamîna A,D,E û K jî bi şileya lîmfê tê guhastin. Ji xeynî çewrî, xurekên din ji rûkeşexaneyan derbasî nav mûlûleyên xwînê dibin. Xurekên di nav mûlûleyên xwînê bi navbeynkariya xwînhênera derî ya kezebê, ber bi kezebê ve tê guhestin. Hinek av, vîtamîn, kanza û hin derman ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tê mijandin. Di rûviya stûr de gelek cure bakterî dijin, lê vana ne bakteriyên ziyanbexş in. Beravajî wî, hin ji van bakteriyan ji bo mirov sûdbexş in, xurekên neherisbûyî perçe dikin, di heman demê de vîtamînên B û vîtamîna K jî berhem dikin. Van vîtamînan ji aliyê xaneyên rûviya stûr ve tên mijandin û di xaneyên mirov de tên bi karanîn. Xurekên neherisbûyî û yên nehatine mijandin êdî wekî pîsayî bi nav dibe. Rêkxistina koendama herisê Ji bo despêkirin, domandin an jî dawîanîna heriskirin û mijîna xurekan, hemû şert û mercên coga herisê ji aliyê hormonên herisê û koendama demar ve tê rêkxistin. Li ser dîwarê coga herisê de gelek cure wergir hene, çalakiya van wergiran ji bo rêkxistina karê heriskirinê ye. Ji van wergiran, mîkanîkewergir, kîmîkewergir û osmosewergir dikarin pê ji kartêkerên(hişarker) mekanîkî, kîmyayî û osmosî bihesin. Wekî mînak, tijîbûn û firehbûna gedeyê ji ber xwarinê, cureya xurekan û mêjara avê û şilemenîyên nav xurekan ji bo wergiran hişarker e. Sinyalên ji wergiran bi navbeynkariya torên demar digihîjin koendama demar a navendî. Sînyalên ji wergiran, dibe ko derdana hormon û enzîman bide destpêkirin, an jî leza perîstaltiyê zêde an kêm bike. Masûlkeyên coga herisê û masûlkeyên li dîwarê lûleyên xwînê ji lûsemasûlkeyan pêk tê. Çalakiya lûsemasûlkeyan bi riya xweye demarekoendam ve tê kontrolkirin. Demarekoendama xweyî ji du sîsteman pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Bi gelemperî sîstema parasîmpasavî çalakiya coga herisê zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya heriskirinê kêm dike. Ragihandinên ji koendama demar ber bi coga herisê, bi navbeynkariya demara vagus ve pêk tê. Gellek hormon ji bo koendama herisê kar dikin, lê ji wana sê heb; gastrîn, kolesîstokînîn û sekretîn hormonên bingehînîn ji bo rêkxistina heriskirinê. Ji xaneyên dîwarê gedeyê hormona gastrîn tê berhemkirin û derdan. Gastrîn jî hin xaneyên gedeyê han dike ji bo derdana asîda gedeyê(Asîda hîdroklorî (HCl)) û enzîma pepsînojenê. Gava gede vala ye, îcar divê derdana gedeyê jî kêm be, loma hormona enterogastron a di rûviya zirav de tê berhemkirin çalakiya gastrînê kêm dike. Li gel hormona enterogastronê, hormona sekeretîn û kolesîstokînîn jî ji aliyê xaneyên dîwarê rûviya zirav ve tê berhemkirin û derdan. Hormona kolesîstokînîn bandor li ser pankreasê dike ji bo derdana enzîmên herisê(amîlaz, lîpaz, trîpsînojen û kîmotrîpsînojen). Herwiha hormona kolesîstokînîn kîsikê zeravê jî girj dike, zerav ber bi rûviya zirav ve diherike. Hormona sekretîn kezebê han dike ji bo berhemkirina zeravê, di heman demê de pankreasê han dike ji bo derdana îyonên bîkarbonatê. Îyonên bîkarbonat û xwêyên zeravê kîmosa asîdî ya ji gedeyê nû hatî, nêtar dikin. Bi vî awayê enzîmên herisê di rûviya zirav de hê baştir kar dikin. Çavkanî Anatomiya mirov Zik Sîstema hezmê Sîstema hormonan
3430
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mac%C3%AEran
Macîran
Macîran an Umraniye () girêdayî parêzgeha Sêwasê ye. Di sala 1948ê de bûye navçe. Di tomarên Osmaniyan de navê wê wekî Hemîdabad, Çît jî derbas dibe. Li gundên Maciranê de Tirkî, Kurdî (Kurmancî) û carinan jî Rûsî tê axaftin. Li vê derê hema hema 90 tenê gundan tirkî diaxavî. Li vê navçeyê de 90 gundan û mezreyên van gundan elewî ne, tirkî û kurmancî diaxavîn. Li 10 gundanê de jî kurdî diaxavî. Di derûdora hêrema Maciranê de eşîrên Qoçgîrî dijî. Zimanê wan ê zikmakî tirkî û kurdî (Kurmancî) ye. Hîn Eşirên Qoçgîriyê Qoçgirî (ji herdê İran hatine vê derê.Di testên Genetikê da êşirên Qoçgirî ji hemû êşirê Dêrsîm û Anatolyayê cûda ne.Em dikarin bibêjin ku koka Qoçgirîyan bi koka Dêrsîmî û Îzolîyan yek nîne.) Zerikan (di Maciranê de Zerikî, Zerikan dibêjin) Şadan Xormekan Parçikan Kurmeşan Reşîkan Resûlan Hin agahiyên bikêr Gelhe: Navend 6.300 û bi giştî 20.000 (sala 2000î) (di van statîstîkên fermî de şik hene. Tê payîn ku hejmara niştecihên wê pir zêde ne). Bilindahiya navenda navçeyê ji rûyê avê: 1.600 m Navçe xwedî 1 nehiye, 102 gund û 21 mezreyê ye. Hin mezra jî ji aliyê dewletê ve bi fermî nayê pejirandin. Navçe 108 km ji Sêwasê dûr e. Navê gundekî Depeyê (Karakoçan) jî Macîran e. Navdarên navçeyê Elîşêr Zerîfe Xanim Hasret Gültekin
3450
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rizoy%C3%AA%20Xerz%C3%AE
Rizoyê Xerzî
Rizoyê Xerzî helbestvanekî kurd e. Xerzî di sala 1966an li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Li zanîngeha Helebê beşa zimanê îngilîzî xwendiyê, lê xwendina xwe kuta nekiriye. Yek ji endamê komîteya amadekariya kovara Rojda bû. Ji sala 1988an ve dest bi weşandina helbestên xwe kiriye di kovarên mîna Zanîn, Gulistan, Nûdem, Buhar û gelek kovarên din de weşandine. Di sala 2000î de pirtûkeke helbestan bi navê Dema çavên te û di sala 2011 an de jî pirtûka bi navê Dilê min ne dîne daye çapkirin. Endamê Yekîtiya Nivîskarên PENa kurd e. Yek ji rojnamevanên rojnameya Azadiya Welat e; yek ji damezrînerê komeleya KARGER a lêkolîn û pêşxistina ziman e, yek ji edîtorê kovara zarokan Şemamok e. Endamê koma PCKurd e. Di sala 2021ê de pirtûka wî ya helbestan a bi navê Bêyî pêjna te ji weşanên Belkî derket. Ji sala 2006an heta sala 2016an di beşa çapemeniyê ya şaredariya Sûr a Amedê de xebitî. Di sala 2016an de piştî hatina qeyûman tevlî gelek kesên din dawî li karê wan hate anîn û ew ji şaredariyê derxistin. Di sala 2018an de derdora salekê li Weqfa Mezopotamyayê wekî midûrê karê weşanê xebitî. Di dawiya sala 2019an de bi destpêkirina rojnameya kurdî ya heftane (Xwebûn) li wir dest bi kar kir. Çavkanî Jidayikbûn 1966 Rojnamevanên kurd Helbestvanên kurd Kesên ji Qamişloyê
3463
https://ku.wikipedia.org/wiki/Aram%C3%AA%20D%C3%AEkran
Aramê Dîkran
Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî ye ku bi kurdî û ermenî distre. Jiyan Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) bi esle xwe Ermenî, di malbatekî adoptîv û Kurd hatiye dinê. Aramê Dîkran di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe. Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: "Tenê deng û huner dimînin û nemirin". Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşê mamostea Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî êşiq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Lurî, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên cimaeta Kurdan nas diken. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybetî çêdikin. Yek ji dengên ku hertim para kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar perçên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aramê Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û heza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand. Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna şakir, Aramê Dîkran û hwd... her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin. Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên kurdî bixwîne?! Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku nekitiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine!? Û gelek pirsên din. Lê emeknasî û famkirina siyaseta çewta dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aramê mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje: Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên kurd re jî û şîreta bavê xwe yê emeknas heya roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aramê hêja dimeşe. Sala 1966´an gelek Ermeniyên ku li welatê Sûriyê dijîn, vegerîn welatê bav û kalên xwe Ermenistanê. Li wir bû ku Aram bi hevkariya Xelîl Muradov ku berpirsyarên para kurdî ya radyoyê bûn, bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê stranbêjiyê kir. Carek din jê re hat îsbat kirin ku kurdî li her derê mêranî û mêvanperweriya xwe wenda naken. Li wir bû ku Aramê evîndarê stirîn û awazên kurdî bi hevkariya Cemîla Celîl û Keremê Seyad bêtir ket nava deryaya stranên kurdî û bi melevantiya di nava vê deryaya bêbin de bû hosta û şehrezayekî pispor. Elbete Aram rihê kurdîtiyê û hezkirina zimanê kurdî ji bav û diya xwe girtine ku hertim di nava malê de bi hevre bi zimanê kurdî diaxivîn û behsa bextereşiyên kurdî û Ermeniyan dikirin. Rêbaza (istîla) hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine. Kiye ku strana "Bilbilo" nebihîse û Kurdistana bindest û bextreşiyên gelê kurdî li ber çavên wî zindî nebin?! Kîjan evîndar e ku strana "Keçê ji bona te ez dîn im" bibhîse û hêsrên evîndariya bi şewat nebarîne?! "Stranên Hey lo lo delal", "Şev çû", "Çiyayê Gabarê", "Zîlan", "Diçim-diçim", "Bi hesreta Êrîvanê", "Çil-çil kezî", "Ey welato em heliyan", "Elmasa min ji dersê tê", "Ax dê û bavê me" û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin. Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, heza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya kurdî û ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bi netirsî canê xwe fîda kirin, wefadarî û emeknasî û... tev kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin. Bi salaye ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn. Dema ku ji sala 1915an û pêde genosîda li dijî gelê Ermenî (cîranên Kurdan yên dîrokî) bi destûra nifşparêzên Împeratoriya Osmanî destpêkir, Kurdan gelek ji wan di nava dilê xwe de veşartin. Kurdan nedikarîn bibînin ku neviyên Mongolan li ber çavên wan birayên wan bikujin. Herkes nikare muzîkê bi guhdarên xwe bide hezkirin. Ger hunermend bi deng û awazên xwe di vî karî de biser nekeve, nikare muzîka xwe mîna xwarina riha mirovan, pêşkêşî gel bike. Di vî karî de Aram mamostayekî jîr e û dizane çawa hest û hisên gel bilivîne. Ji bona wê jî mamoste Aramê Dîkran di derbarê huner û hunermendiyê de wiha dibêje: Aram hunermendekî bextewere. Ji ber ku wî di nava civakê de dilxweşî pêk aniye û mirovên hunerdost bi can û dil ji wî razîne. Hunera wî bi hezek bêdawî di nava gel de hatiye pejirandin. Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê kurdî didin nasandin. Mamosteyê me Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e. Aram kurê Dîkran Melîkyan di sala 1934an de li Qamîşlokê di nava malbateke hejar de hat dinê. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî his û xweşî ji temenê 18 saliyê di nava dewat û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir ew teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne. Sala 1966an bi malbata xwe re hatin Ermenistanê û heya sala 1985an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî xebitî. Di sala 1990an de wek penaber hat Ewropayê. Di roja de li Atînayê (serbajarê Yewnanistanê) miriye. Çavkanî Kakşar Oremar, Alemanya (2002). Girêdanên derve http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=579 Hevpeyvineke bi Aramê Dîkran re Jidayikbûn 1934 Hunermendên kurd Ermenî Mirin 2009 Kesên ji Qamişloyê Radyoya Êrîvanê Dengbêj
3467
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zeynel%20Abid%C3%AEn%20Han
Zeynel Abidîn Han
Zeynel Abidîn Han an Zeynelabidîn Xan (jdb. 1961, li Qilçixa Gimgimê (Mûş, Bakurê Kurdistanê) - m. , li Berlînê, Almanya), nivîskar, helbestvan û weşanvanê kurd bû. Li gel weşangeriyê di salên 1985-89 an de li Enqerê di zanîngeha Ziman-Dîrok û Cografiyayê de felsefe xwendiye û dû re bi demekê ve mamostetiya felsefê kiriye. Pişt re ji ber sedemên siyasî mecbûr maye û derkeftiye Ewropayê. Li Berlîna Almanyayê di sirgûniyê de dijiya . Han li gundê Gimgima Mûşê Qilçixê (bi tirkî navê wê kirine Aydınpınar) ji dayîk bûye. Ji ber ramanên xwe yî kurdewarî gelek caran ji aliyê dûgela Tirk ve hatiye zîndanîkirin. Bi zaraveyên kurdî kurmancî û dimilî (kirmanckî) û zimanê tirkî helbest û nivîsarên xwe dinivîsîne. Zeynel Abidîn Han demekê li Berlîn edîtoriya Weşanên Evra kir. Weşanên Evra di navbera salên 2003-2007 de kar kir û gelek berhemên kurdî weşandin. Weşanên Evra jiber sedemên aboriyê karên xwe da rawestandin. Di sala 2007an de kurê Zeynel Abidîn, Gazîn Onur Han, dest bi karê weşangeriyê kir û Weşanên Han damezrand. Weşanên Han jî gelek berhemên kurdî, telîfî û wergerî afirandin. Baskên Şikestî, Pêyamber (Xelîl Cibran), Gulistan (Şîrazî), Navên Kurdî (Hûsên Kartal), Xezala Warê Germiyan, Eniya me ji agir çi caran nexeyîdî (Zeynel Abidîn), Dîroka Împeratoriya Med (Ayhanê Bêrtî) ji van hinekan in. Zeynel Abidîn vê gavê li gel kurê xwe kar dike û edîtoriya Weşanên Han dike. Di sala 2015an de dest bi edîtoriya Kovara Xwenasê kir. Di de li Almanyayê wefat kir. Berhemên wî Stran Digotin, 1995, helbest, Weşana Xwe, Enqere Agir Digrî, 1998, helbest, Weşanên Hoybûn, Berlîn Binefşên Tariyê, 1999 roman, Weşanên Doz, Stembol Çemê Keseran, 2000, helbest-CD/kaset, ARES, Stembol Girava Stêrkên Vemirî, 2001, roman, Weşanên Gün, Stembol Dûr û bê Qesem, 2002, helbest, Weşanên Havîbûn, Berlîn Girava Sitêrkên Vemirî, 2004, roman, Evra Verlag, Berlîn Dilê min Nehêşe Çi dibe, 2005, helbest, Weşanên Evra, Berlîn Bigrî Heval, 2007, roman, Evra Verlag, Berlîn Xezala Warê Germiyan, 2008, helbest, Weşanên Han, Berlîn Eniya me ji agir ti caran nexeyîdî, 2009, helbest, Weşanên Han, Berlîn Kela Hawaran, 2009, roman, Weşanên Han, Berlîn Felsefe û Rûmeta Xwezayê, 2010, felsefe, Weşanên Han, Berlîn Sar, 2012, roman, Weşanên Soran, Berlîn Bêriya te dil dihêrîne, 2012, helbest, Weşanên Han, Berlîn Qet pireyek qasî me hilneweşiya, 2014, helbest, Weşanên Soran, Berlîn Rêwiyên Dutenêbûnê, 2014, roman, Weşanên Soran, Berlîn Siya Çûyînê, 2015, roman, Weşanên Soran, Berlîn Wergerên wî Memê Zirav, 2003, romana Yaşar Kemal, Weşanên Havîbûn, Berlîn Sîmyager, 2003, romana Paulo Coelho, Weşanên Evra, Berlîn Xweparêziya Sokratesî, 2003, tekst-parêznameya Platon, Weşanên Evra, Berlîn Min ji bêriya te paywend kevin kirin, 2004, helbesta Ahmed Arîf, Weşanên Evra, Berlîn Panzêr radibin ser me, 2004, helbesta Enver Gökce, Weşanên Evra, Berlîn Pîr Sûltan Evdal im Ez bi peyman im, 2004, helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Evra, Berlîn Gulbijêrek ji helbestên wergerî 1, 2004, helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Evra, Berlîn Gulbijêrek ji helbestên wergerî 2, 2014, helbesta Pîr Sûltan Evdal, Weşanên Soran, Berlîn Çavkanî Jidayikbûn 1961 Mirin 2020 Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd
3469
https://ku.wikipedia.org/wiki/Newroz%20Saidpour
Newroz Saidpour
Newroz Saidpour nivîskarekî kurd e. Di romana Viyan de, nivîskarê wê Newroz Saidpour jiyana xwe ya pêşmergetiyê dinivisîne. Ew bi zimanekî zelal û resen bûyer û rûdanên ku di nav de jiyan bûye şîrove dike. Romanê ji 206 rûpelan pêk hatiye û Weşanên Sî ew weşandinye. Nivîskarên kurd
3471
https://ku.wikipedia.org/wiki/Viyan%20%28roman%29
Viyan (roman)
Di romana Viyan de, nivîskarê wê Newroz Saidpour jiyana xwe ya pêşmergetiyê dinivisîne. Ew bi zimanekî zelal û resen bûyer û rûdanên ku di nav de jiyan bûye şîrove dike. Romanê ji 206 rûpelan pêk hatiye û Weşanên Sî ew weşandinye. Roman
3474
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ernst%20Tremel
Ernst Tremel
Ernst Tremel zimannasekî alman e. Pisporê Zimanê hindî ye. Xebatên wî ser zimanê kurdî jî gelek heye. Di malpera Ernst Tremel de gelek agahî ser alfabeyên kurdî, klavye û fontên kurdî hene. Grêdanên dervê Malpera Homepage Ernst Tremel Kurdish Computing Information (Penn State) Zimannas
3476
https://ku.wikipedia.org/wiki/Napoleon%20Bonaparte
Napoleon Bonaparte
Napoleon Bonaparte, (1769-1821) yek ji mezintirîn serokên Fransayê yên piştî şoreşa sala 1789'an e, ku tamar û çemikên wê di civaka Fransayê de bi cîh kir bû. Napoleon di 15'ê gelawêja 1769'an ji malbateke îtalî ya xwenedan li girava Korsîkayê hat cîhanê, ligel ku ji mala Bonaparte tu kesî karê leşkeriyê ne kirî bû jî Napoleon di şanzdeh saliya xwe de bû serbaz (ango, lieutenant). Bavê wî Carlo parêzer bû, û bi doza serxwebûna Korsîkayê re le bikî bû. lê piştî dagirkirina Korsîkayê ji alî Fransayê ve sala 1768'an û ji ber ku ew bi xwe ji malbateke xwenedan bû, bavê wî tevle arîstokrasiya (torîna) Fransayê bû, û bi bandora wî lawê xwe Napoleon di bin saya keyê Fransayê Louisê XVI'an de li amojgeha leşkerî ya Brienne-le-Château û li École Militaire ya Parîsê xwendin. Xwendina Napoleon ya supa di sala 1785'an de hêviş bu, û bû serbaz II di beşê gulebaranê di sobara Fransayê de. Piştî ku Şoreşa Fransayê dest pê kir, Napoleon di sala 1791 an de di parêzerên netewî yên Korsîkayê de bû serheng (kolonî), lê piştî ku Korsîkayê serxwebûna xwe leşkere kir, Napoleon ligel malbata xwe revî Fransayê û li wir bû kaptanê hêzeke Fransewî ya ku bajarê Toulonê dorpêç kirî bû, ji ber ku Toulon bi alîkariya gemiyên Brîtanyayê li dijî Komara Fransayê û şoreşa wê derketibû, li wir Napoleon bu şongirê serokê beşê gulebaranê yê ku birîndar ketibû, û karî alîkariya Brîtanyayê bişikanda û herweha karî Toulonê ji nû ve vegerînê bin axatiya Fransayê. li encama vê serkeftinê de Napoleon hat xelatkirin û diyaroka wî ya leşkerî bilind bû, ango di 24 salîya xwe de bû serheng. Di sala 1795'an de Napoleon serpêçîk li hember desthilata şoreşî li Parîsê talankir, û pê re ji Joséphine de Beauharnais zewicî, ya ku yek ji jinebiyên qinareyê (giyotîn) û diya do zarokan bû. Bargehên Dest pêk ê Di sala 1796'an de Napoleon bû serokê sobara Fransayê li Îtalyayê, û gelek generalên austrî ligel hijmareke mezin ji leşkerên wan şikandin, heya Austriya mecbûr ma ku aşitiyê ji Napoleon bixwaze, lewra peymana Campo Formio hat morkirin, ya ku ji mercên wê hemî herêmên ji aliyê Fransayê ve hatibûn dagirtin bidest wê de bimînin. Li bakurê Îtalyayê Napoleon keyaniya Cisalpine ya ku paşê bi navê Îtalyan hat naskirin afirand, û ji bo xurtkirina cihê xwe li Fransayê Napoleon bi milyonan gencîneyên şer şandin Parîsê. Di sala 1798'an de, û di gavekê armanca xwe asteng û larkirina bazirganiya Brîtaniyayê ya bi rojhilat re, Napoleon bargeyeke derî rêkir Misirê, ya ku wê demê di bin destê Osmaniyan de bû û karî ew dagirta; lê serkeftina Napoleon pir dirêj nekir, çimkî piştî demeke kurt gemiyên brîtanî di bin serokatîya Nelson de tengava Ebû Qîr dorpêçkirin û karîn gemiyên Fransa tev bişewitandana; lê arîşanên (meneviyên) Nalopeon hîç nizim nebûn ligel ku têkiliyên wî bi hikûmeta navendî re li Fransa qutbûn. Napoleon bi rêya zana û yasanas û lêkolînerên ku bi xwe re anîbûn Misirê pir ezgerî li wir çêkirin, berî her tiştî benîtî û Feudalîzm rakir û dîroka Misira kevnare vekoland, herweha ji cîhanê re yek ji dewlemendtirîn û kevintirîn şaristaniyên mirovantiyê pêşkêşkir. Pê re Napoleon bargeyek şand Sûriyê ta rê li êrîşên osmaniyan bigire, lê ligel ku bargeya wî binkeftî bu; Napoleon riswatîk mezin gihand Osmaniyan dema ku leşkerên wan bi şêweyekî şermî şikandin, di vê navberê de qompileyek (polt) ji alî Rûsya, Awistiriya û Brîtaniya li dijî Fransa dihat çêkirin. Rola Napoleon li Fransayê Piştî Napoleon nûçeya hevpeymana dijbertiya Fransa bihîst, wî biryar da ku vegere Fransa û general Kléber bû şongirê wî li Misirê. Li Parîsê, Napoleon beşdarî pilanik têkbirina hukûmeta Fransa bu, û ligel hevalan desthilat xist destê xwe. Bi vî şêweyî Napoleon rêjîmekî nû damezirand, û destûra bingehîn ya vî rêjîmî destekî bêsînor da serokê rêjîm, belê ewjî Napoleon bû, yê ku wek konsolê yekemîn hat naskirin. Di sala 1802'an de destûra bingehîn hat dorandin û nivîsa xwe ya nû hêl da Napoleon wek konsol heya mirinê, û di sala 1804'an de ew wek împerator hat binavkirin. Ev guhertin bi terzekî dilxweş ji gelê Fransayê ve dihatin pejirandin. Di sala 1800'î de, Napoleon cihê xwe xurt kiribu dema ku çiyayên Alpê derbaskiribu û austrî li Marengoyê şikandibûn, pê re peymana aştiya Ewropa ya giştî morkir, ya ku çemê Rînê wek sînorên rojhilat yê Fransayê nîşan kir. Di sala 1801'an de, Napoleon Konkordata (lihevhatina) bi papayê Vatîkanê re jî danîbu, ya ku dilsarî bi dîwara katolîk ya romî re bidawî kiribu, û aramiya hundir ya Fransayê jî parast, piştî helwesta negatîv ya dîwara katolîk ji şoreşa Fransa. Hemî ezgeriyên ku Napoleon afirandibûn li Fransa hatin pêşwazîkirin, herweha hemî dibistan ketin bin kontrola navendî ya hukûmetê, sîstema dadgehan hêsantir bû, û zagona Fransayê hat standardkirin di Code Napoléon de û şeş zagonên dî yên ku mafên sivîl, azadiya olan û takemafên dî yên ku şoreşa Fransayê vexweribûn parastin. Şer û vekirinên Napoleon Di sala 1803'an de, Brîtaniya bi kiriyarên tund yên Napoleon hat tûjikirin, û di encamê de şer di deryayan de bi Fransa re hat serborîkirin, û piştî do salan Rûsya û Austriya hevpeymanek nû bi Brîtaniya re danîn, lewra Napoleon sêwiranên (pilanên) êrîşkirina Brîtaniya çêkirin û leşkerên xwe berve hêzên rûsî-austrî birêkirin, û ew di cenga Austerlitzê ya 2'ê heyva berçileya sala 1805'an de şikandin. Di sala 1806'an de, Napoleon keyaniiya Napoliyê dagirt û birayê xwe yê mezin Joseph kir keyê wê, pêre Napoleon Komara Holandê guhart keyaniya Holandê û birayê xwe Louis kir keyê wê, paşê berê xwe da mîrîtiyên almanî û li wir Konfederasiyona Rînê damezirand û xwe kir parêzerê wê. Terz û kiriyarên Napoleon bihna Prûsya (mîrîtiya almanî ya tev mezin) tengkir, lewra Prûsya berê xwe da Rûsya û vê re hevpeymanek danî bû êrîşkirina konfederasiyona ku Napoleon damezirandî, lê Napoleon herdu leşkerên prûsî û rûsî lipeyhev li cengên Jena, Auerstädt û Friedland pelixandin û peymana Tilsitê bi Aleksanderê I danî, ya ku Napoleon têde Mîrîtiya Prûsya biçûktir kir. Bo qutkirina têkiliyên Brîtaniya bi Ewropayê re, Napoleon pergalê "sîstema kontînental" damezirand, û bi rêya wê dorpêçek aborî li dijî bazirganiya Brîtaniya bi Ewropayê re danî, û ji ber ku Portûgal û Spanya destekên Brîtaniya bûn, Napoleon di salên 1807'an û 1808'an de ew herdu dagirtin û desthilatiya wan li birayê xwe û xezûrê xwe belavkirin, ango birayê wî Joseph bu keyê Spanyayê û xezûrê wî şona Joseph li Napoliyê girt. Gelê spanî bi berxwedaneke çekdariya tund pêşwaziya gihîştina Joseph ya Spanyayê kir, vêça hemû serkeftinên Napoleon li wir tiştekî rêjeyî bûn, ango vê berxwedanê ya ku paşê bi navê Şerê Nîvgirava Pîreneyê (an jî "Penînsular") hatibû naskirin, bi alîkariya Brîtaniya ji gerîlayên spanî re pênc salan berdewam kir û 300.000 leşker ligel hejmareke diravî nediyar ji Fransayê daqirtand. Belê ev qamûşa ku pişta împeratoriya Fransayê birîbu, çimkî piştî vê ziyanê Fransa nema karibû xwe ji nû ve wek berê rake ser lingan û hêdî hêdî hemû împeratoriya fransî hilweşiya. Di sala 1809'an de Napoleon austrî carik dî li Wagramê şikandin û herêmên îlîrî (yên ku niha beşek ji Kroatiya, Serbiya û Bosniya-Herzogovîna ne) xistin nav împeratoriya xwe, pê re dewletokên papayî hilweşandin. Di vê navberê de Napoleon jina xwe Joséphine berda û bi keça împeratorê Austriyayê ji malbata Habsburg Marie Louise duşesa Parmayê ve zewicî, bi vî şêweyî Napoleon malbata xwe bi yek ji kevintirîn malbatên desthilatdar yên li Ewropayê ve girêda. Armanca Naopleon ji vê girêdanê ew bû ku zarê xwe yê di sala 1811'an de hatibû dinê ji aliyê mîrîtiyên ku wî damezirandibûn ve bê pejirandin. Ligel vê serkeftinê împeratoriya Napoleon jî di wê salê de gihîşt firehtir sînorên xwe, piştî xistina Bremen û Lübeck ligel Holandê nav împeratoriyê. Rola Napoleon li Ewropayê Li keyaniyên ku Napoleon li Ewropa damezirandibû Zagona Napoleonî (bi fransî: Code Napoléon) hat bikaranîn. Feudalîzm û benîtî hat rakirin, azadiya olan ji bilî Spanya li hemû qiraliyan hat belavkirin. Ji her keyaniyekê re destûrekî bingehîn hat dayîn, têde mafê dengdanê ji mêran re parastî bû, herweha terzê pergalê Fransayê li wan keyaniyan jî belav bû. Bandora ezgeriyên Napoleon li van keyaniyan berdewam kir heya ku gel ji wan bi dûr ket dema ku zordestiya Napleon di komkirina bacan û serbaza leşkerî de diyar bû, lê gelê wan qiraliyan tu carî sûda ji zagonên Napoleon girtine nadarnekirin. Merivên EHMEQ, timotim behsa berê dikin, Yên dîn, behsa pašerojê, Lê yên aqil, behsa niha dikin. Napoleon Bonapart Vemirandina çira Napoleon Di sala 1812'an de, Napoleonê ku hevpeymana xwe bi Alexander I re têkçû, êrîşeke mezin li dijî Rûsyayê destpê kir, lê piştî demeke kurt Napoleon ji wir kişî ji ber ziyanên mezin yên ku gihîştin sobara wî li Moskowê. Têkçûna Napoleon li Rûsya wêrekiya ewropiyan derxist holê, ango ew li dijî Napoleon bûn yek, lê ligel ku Napoleon bi şêweyekî bêhempa şerê wan kir; ciyawazî di navbera Napoleon û generalên wî de tişkî jênerevbû. Di sala 1814'an de şêwirmendên Napoleon nerazîbûna xwe li hember berdewamiya şer diyarkirin, piştî Ewropiyan berdana Napoleon ya desthilatê ji lawê xwe re nepejirandin, Napoleon ji nişka ve û bi şêweyekî bêmercî desthilat berda û li girava Elba li deryaya Sipî hat koçkirin. Pîreka Napoleon Marie Louise û lawê wî li şon bavê wê împeratorê Austriyayê ketin zîndanê, Napoleon nema ew carik dî dîtin. Xuyaye ku bihna Napoleon li koçberiyê teng bû, vêça di sala 1815'an de ji girava Elba revî û gihîşt Fransayê. Li Parîsê Napoleon dilê ew leşkerên ku hatibûn wî binçav bikin dizî, û ji nû ve desthilat kir bin destê xwe. Bo dilê hemî xelkê Fransayê ji nû ve dagire, Napoleon destûrekî bingehîn nû û demokratîktir danî, herweha cengînên Napoleon yên Kevin li dor wî kom bûn û desteka xwe jê re diyar kirin. Napoleon di destpêkê de banga aşitiyê li ewropiyan kir, lê wan li Napoleon wek mirovekê derzagon dinêrîn, ji ber wê banga wî redkirin. Bîhna Napoleon pir tengbû û biryar da ku ewropiyan pêşbike, di encamê de wî bargeheke mezin rêkir Belgiyayê, bargeha ku bi şikestina wî di cenga Waterlooyê 18'ê hezîrana sala 1815'an de hêvişbû. Li Parîsê cemawerê Fransayê li ber Napoleon gerîn ku dest ji şer bernede, lê siyastmedarên fransî desteka xwe ji Napoleon kişandin, lewra Napoleon revî Rochefortê. Li wir Napoleon ji alî serokê hêza brîtanî ya Şerê Waterlooyê, Bellerophon ve hat binçavkirin, û vê care koçberî herêmeke pir dûr bû, ta nikaribe carik dî vegere, herêma koçberiya wî girava Saint Helena li başûrî girsava Atlantîk bû. Napoleon li wir heya mirina xwe di 5'ê gulana sala 1821'ê de ma, pê re bi demekê laşê Napoleon vegerî Fransayê û di goristana Invalidesê de bi aramî razbû. Rastî Napoleon wek ferezîk leşkerî, siyasî û ezgervanî bi laşê xwe çû, lê ew wek nîşan û sembola jêhatin û wêrekiyê ta roja îro ne tenê di hişê fransiyan de, lê di hişê hemu jiyanê de dijî. Napoleon, di dema danîna Tacê da, berewajî debên berê ku li merasimê, Pop dihat û taca zêrîn daydida ser împerator, ew bixwe tac danî ser xwe û bi vê yekê da zanîn ku ew bixwe bûye padîšah nek bi ferman û daxwaza Xudê. Tu car ji yên ku li dijî we ne netirsin Belke ji yên ku bi we ra ne lê qet newêrin vê yekê bêjin we û ditirsin ku wê bînin zimên, xof bikin. Çavkanî Siyasetmedar Leşker Fransî Jidayikbûn 1769 Mirin 1821
3480
https://ku.wikipedia.org/wiki/Michael%20L.%20Chyet
Michael L. Chyet
Michael L. Chyet (z. 1957), mamoste û zimannasekî amerîkayî ye. Ew fêhristsazê zimanên Rojhilata Navînê Kitêbxaneya Kongreyê (Library of Congress) ya Washingtonê ye. Berê ew sernivîserekî bilind bû di Rajeya Kurdî de ya Dengê Amerîkayê û profesorê zimanê kurdî bû li Zanîngeha Parîsê û li Dezgeha Kurdî ya Washingtonê. Di 2003yan de ferhenga Michael Chyet ya bi navê Kurdish-English Dictionary Ferhenga kurmancî-inglîzî derket. Di 2020an de jî ferhenga wî ya "Birûskî" bi sê cildan hate çapkirin (Ferhenga Birûskî Kurmancî-Înglîzî, A-L, û Ferhenga Birûskî Kurmancî- Înglîzî, M-Z û Ferhenga Birûskî Înglîzî-Kurmancî). Dibêjin 32 zimanan bi axavtin û nivîsandinê dizane û di nava van zimanan de kurdî weke zimanê duyemîn ji xwe re hilbijartiye Nîmunek jî Ferhenga Birûskî Rê = Çavkanî http://www.rupelanu.com/michael-chyet-ferheng-diyariya-heri-mezin-a-ji-bo-biruski-bu-9716h.htm Zimannas
3483
https://ku.wikipedia.org/wiki/Baran%20Rizgar
Baran Rizgar
Baran Rizgar an Mehmet F. Önen (1957 Dêrika Çiyayê Mazî) amadekarê ferhengeke kurdî-îngilîzî ye. Ev ferheng û pirtûka bi navê Uygulamalı Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî di sala 1993an de hatin weşandin. Dûre di 1996an de pirtûka xwe ya Dersên Kurdî bi zimanê Îngîlîzî - Learn Kurdish amade kir û da weşandin. Baran Rizgar li gel van berheman bi deh salan li Londonê li xwendegehên fermî û komelan mamostetiya zimanê kurdî kiriye, ji bo nasandin, belavkirin û di saziyên fermî de bicihkirina Kurmancî pêşengî kiriye, û wek encama van xebatên wî yên dûdirêj nuha li Brîtanyayê gelek şaredarî û saziyên dewletê di weşanên xwe de cih didin kurmancî û wergêrên kurmancî pêşkêş dikin. Rizgar li Dêrika Mêrdînê hat dinyayê. Di sala 1988an de ji Tirkiyê derket û li Brîtanyayê bicih bû. Berhem Dersên Kurdî in English Kurdish-English, English-Kurdish Dictionary Uygulamalı Kürtçe Dersleri - Dersên Kurdî Girêdanên derve Bêtir Agahî: http://www.baranrizgar.co.cc http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane Mamosteyên kurd
3485
https://ku.wikipedia.org/wiki/Newroz
Newroz
Newroz yan jî Cejna Newrozê, cejneke biharê ye ku ji aliyê kurd, faris, peştûn, belûç, û gelek gelên din ve her sal di roja 21ê adarê de tê pîrozkirin. Cejna Newrozê ji aliyê kurdan ve her sal li gorî bernameyên partî û saziyan, di navbera 10 û 21ê adarê tê pîrozkirin û pîrozbahiyên Newrozê roja 21ê adarê bidawî dibe. Di dîroka kurdan de Newroz weke çîroka vejînê cîh digire. Li gorî mîtolojiya Kawayê Hesinkar, Kawa li dijî serdarê zordest Dehaq serî hil dide û vî serhildanê bi agir dadanê peyama serhildanê ji gelên derdorê re dişîne. Ji wê rojê ve agir dibe nîşaneya sereke ya Cejna Newrozê. Êtîmolojî "Nava Roaca" li gor zimanê qedîm yê avestayî Newroz e. Lê di kitêba Avestayê de ev tabîr “Nava Roaca” derbas nabe. Lê li gor zimannasan ku guherîbe, ew jî wiha çêbûye: Nava->new: nû û Roaca->roz: roj Di zaravayê kirdkî de bi vî awayî Nava wek Newe û Roaaca jî wek Ruec hatiye guherîn. Di zaravayê kurmancî û soranî de bi vî awayî Nava wek Nû û Roaca jî wek Roc(j) hatiye guherîn. Lewma di zimanê hînd-ewropî de dengên z-c-j bi hev diguherin. Bi maneya xwe jî ev peyv wiha tê watedarkirin: Roja nû. Hin gel vî wek “sala nû” watedar dikin lê dibe ku tenê ev li gor nirxandina teqwîmî be. Ev peyv pêşî bi du peyvan “Nava Roaca” pêk hatiye lê piştre di demeke dirêj de li gor tebîeta zimên û civakê guheriye bûye peyvek; pêşî di pehlewî de Noroz, piştre di kurdî de bûye Newroz. Dema îroyîn de Newroz bi taybetî di nav gelên rojhilata navîn de tê pîroz kirin. Ev jî gelek normal e. Lewra çanda gelekî, dema ku rengekê gerdûnî girt, êdî gelên ku wê çandê nêzî xwe dibînin, dipejirînin û li gor zimanê xwe û bîr û baweriyên xwe nav lê dikin û pîroz dikin. Bo mînak Newroz çanda gelê Kurd ên ku ji Medan bigire heya roja îroyîn dewam kiriye û vê cejna xwe ya netewî ji bo gelên din jî pêşkêş kirine. Taybeta "Roja Nû" Xêncî wateya roja nû, wateyên din li Newrozê bên barkirin, bawer im piçek ji çand, reng û ruhê wî tê qetandin. Lewra ev wateya han bixwe gelek fireh e. Bi taybetî jî ev şerê başî û nebaşiyê ye. Roja nû baş e û dê her dem roja nebaş bitemirîne. Çimkî roja 21ê Adarê li gor baweriya Newrozê Ehrîmen (nebaşî) li hember Ahûra Mazdayê (başî) têk diçe. Ev tenê di çanda newrozê de sembol in. Çimkî ev dualîte her dem heye, ji ber wî dê newrozê her dem bi vê wateya xwe bidome. Lê dema ku ev mane jê hate sitandin, tu taybetî jê re namîne. Ger ku îsnadê guherîna salê bikin, ew çax dema ku nêrîna teqwîm û demê di civakê de guherî, newroz jî dê biguhere. Roja nû ji bo Medan (Kurdan): Roja zayînê, roja destpêkeke nû, Roja Xweda(Homa), dîlgirtina şeytên(ehrîmen), girtina heyameke kesîf, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja Azadiyê ye. Piştî van nirxan meriv dikare bibêje destpêka sala nû ye jî. Çîroka Newrozê Di demeke kevn de, li welatê bapîrên kurdan, keyek hebû, navê wî Dehak bû. Dehak, keyekî pir zalim bû. Wî welatê kurdan wêran kir. Di gund û bajaran de mirov nehiştin. Zîndanên wî, ji girtiyan tim dagirtî bûn û celadên wî ji serîbirrînê nediwestiyan. Dehak bi awayekî ji xwe bawer, tim rûdinişt, zêr û zîv û kevirên buhadar, morîk û mircanên xizna xwe dijmartin, bi hespên xwe yên rewan û esîl serbilind bû û tu kes ji xwe mezintir û di ser xwe re nedidît. Ji kuştin û wêrankirinê têr nedibû, dixwest deverên hîn firehtir werbigire û talan bike. şevekê, Dehak xewneke xirab dît. Nîvê şevê, ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijîşkên li qesrê kir û ji wan re got: – Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavên min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin; yan na ez ê serê we tevan jê bikim! Hekim û bijîşkên qesrê, li laşê Dehak nêrîn ew pelandin. Çavên wan li du birînên ku li ser her du milên wî bûn ketin. Tev bi hev re mat man. Gotinek ji devên yekî derneket. Ji ber, heta wê gavê tu kulên bi wî rengî nedîtibûn û ne jî êşek bi wî awayî bihîstibûn. Lê Dehak ji ber êşa xwe her bi ser wan de dikir qêrîn: – Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane! Zû dermanekî bidin min. Ez peritîm, şewitîm! Hûn tebîb û bijîjkên herî baş û şahreza ne. Ma hûn derman peyda nekin dê kî peyda bike? Hekîmekî ji wan, dest da ber xwe û got: – Heta niha birîneke weha min ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Lê wa diyare ku mêjiyê teze dikare bibe melhema van birînan. Belkî hekîm dixwest xwe ji berpirsiyariyê xelas bike. Lê belê ev pêşniyar ji Dehak re bû sebeb ku ji “mêjiyên teze”, mejiyê zarokan bide ser birîna xwe. Wî emir da ku her roj mejiyên du zarokan bînin, bikin qurbana birînên ser milên wî ku bibûn wek du marên qelişî û dev vekiri. Bi vî awayî, rojê bi mêjiyên du zarokên nûhatî, kulên ser milên Dehak dihatin dermankirin. Lê carna zarok ji vê belayê dihatin xelas-kirin. Zarokên ku dihatin xelaskirin li şênaya nedihiştin, rêdikirin çiyan, di şikeftan de vedişartin. Her ku diçû çiya bi mirovên reviyayî tijî dibû. Jiyan di şikeftan de berdewam bû. Ava kanî, dar û ber û fêkiyên çiyan têra jiyana wan dikir. Demeke dirêj derbas bû. Lê kulên ser milên Dehak bi hev ve nekeliyan. Her ku diçû xerabtir dibûn. Agir ji devê Dehak dibariya. Tirs ketibû dilê her kesî. Dayik û bav, ji tirsa ku kengê dê dor were zarokên wan xew nediket çavên wan. Tu hêzeke ku tiştekî ji Dehak re bibêje tunebû. Ji tirsa zarokên xwe gelek malbatan berê xwe dabûn çiyayên asê. Lê gel nema êdî di şikeftan hildihat. Kawa, kurdekî hesinvan bû. Zarokên wî jî ji kulên Dehak re bûbûn qurban. Edî kêr gihabû hestî. Kawa ji tirsa qurbankirina zarokê xwe yê dawî, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re behsa zulm û zordariya Dehak kir. Plana kuştina Dehak ji wan re eşkere kir. Her kesî fikir û planên Kawa pejirandin û li benda îşareta wî man. Kawa gotibû gava ku ez Dehak bikujim, ez ê herim ser banê qesra wî agir vêxim. Ku we agir dît, bizanin ku min Dehak kuştiye. Kawa, ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kir û bi dizî li wan belav kirin. Ji xwe re çakûçekî ku mirov pê hesin dikute, çêkir. Gava leşkerên Dehak hatin ku lawê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got: – Hûn herin, ez ê niha, bi destê lawê xwe bigirim û bînim. Ez dixwazim ji bo saxiya padîşahê xwe lawê xwe bi destê xwe bikim qurban û li ber lingên padîşahê xwe deynim. Gava leşkeran ev xeber gihandin Dehak, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî ma li riya Kawa. Kawa, çakûçê xwe kir destê xwe, lawê xwe girt û berê xwe da qesrê. Gava gihaşt ber derî, leşkeran dergeh jê re vekir. Kawa, raste rast berê xwe da şahnişînê ku text lê vegirtî û Dehak li ser rûniştî bû. Dehak ji Kawa re got: – Tu qehremanekî bê hempa yî, tu nîşana fedakariyê yî. Bijî! Kawa, piştî gotinên Dehak, bêtir nêzîkî wî bû. Bi çengê lawê xwe girt û bir li ber piyên wî dirêj kir. Kawa çakûçê xwe bilind kir. Lê li şûna ku li serê lawê xwe bide, bi hemû hêz û hêla xwe daweşand serê Dehak. Taca serê wî gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî gava dîtin ku Dehak bi rastî mir, kêfa wan hat û yên mayî, ji desthilanînê ketin, teslîm bûn. Kawa bi destê lawê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê û agirekî gurr li wir dada. Dema heval û hogirên Kawa çav li êgir ketin, wan jî dest pê kir û êrîş anîn ser qesrê, leşker û hevalbendên Dehak yên mayî dîl girtin, yên teslîm nebûn jî kuştin. Gava gelê li çiyê jî agirê azadiyê dîtin, fêm kirin ku plana Kawa bi ser ketiye. Dehak hate kuştin û dawiya zordariyê hat. Wan jî li ser çiyan agirê azadiyê pêxist. Belê wê êvarê ne tenê li çiyan, li her aliyê welêt agir hate dadan. Gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welêt jiyaneke nuh û azad dest pê kir. Roja din, her kesî xemla xwe girêda û li meydanan govend gerandin. Û bi xwarinên xweş li seyrangehan civiyan, kêf û şahî kirin. Ew roj, roja 21ê adarê bû. Ji wê rojê û bi vir de ye, bi taybetî di nav kurdan de ku her sal roja 21ê adarê wek Newroz, ango wek cejna yekitî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin. Herwiha binêre Cejna Heftemal Çarşema Sor Gaxand Kosegelî Destana Kawayê Hesinger Pêşangeha wêneyan Çavkanî Girêdanên derve Mîtolojî Cejn Çanda Îranê
3486
https://ku.wikipedia.org/wiki/Koendama%20l%C3%AEmf%C3%AA
Koendama lîmfê
Koendama lîmfê an jî sîstema lîmfe, () sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yekalî ye, şileya limfê ji navbera şaneyan derdikeve, ber bi dil ve diherike. Berevajî sîstema gera xwînê, di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Ango sîstema gera lîmfê wekî mîna xwînhêneran, bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne. Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhikeya rastê ya dil de vala dibe û tevlê xwînê dibe. Erkê sereke yê sîstema lîmfê; Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike. Bergiriya laş dabîn dike. Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, çewrî (lîpîd) û vîtamînên A, D, E, K dimijînê û tevlî xwînê dike. Koendama lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê (lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq, rijênê tîmus û mejiyî hestî pêk tê. Lûleyên lîmfê Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Kotahiya mûlûleyên lîmfê girtî ye. Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî (endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayî derîçok çê dibin. Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevlê hev dibin bi vî awayî lûleyên lîmfê yên hê firehtir çê dibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî cogên lîmfê tên navkirin. Cogên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne. Şileya lîmfê Xane ji bo berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi parzûna xaneyê ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê mûlûleya xwînê, mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî valahiya navbera xaneyan tê navkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî şileya şaneyê an jî şileya navbera xaneyan tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê plazmaya xwînê ye. Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe. Lîmf ji av, mîneral, asîdên amînî, glukoz û lîpîd pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî jî heye. Lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye. lîmfegirê Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (; ) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe gurçikan. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên xiroka spî lixwe digire. Lîmfosîta B, lîmfosîta T, xaneyên hellûşênera gewre û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike. Hin caran dibe ku ji ber tûşbûyîna hokarên nexweşiyê an jî ji ber şêrpenceyê girêyên lîmfê biwerime. Sipil Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk an jî xalxalk jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê (biyolojî) de navê vê endamê sipil e (; ). Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve tekîldar e. Sipil xirokên sor embar dike, Xaneyên xwînê yên di kotahiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil dijeten berhem dike û bergiriya laş dirist dike. Korpele (dergûşa hê di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Sipil endama herî gewrê ya sîstema lîmfê ye. Aloq Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji bo sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne. Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên gewriyê (adenoîd). Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê gewriyê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase wergirtinê, ji difin (poz) derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dabînkirina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî bi nav dibe. Tîmus Tîmus endama sîstema lîmfê ye û alikariya bergiriya laş dike. Ji bilî wî, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî koendama korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane (lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfexaneyên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresîn û geşbûna lîmfexaneyan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfexaneyan diqede, êdî lîmfexane wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe. Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û dijepeydakeran bertek nîşan didin. Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên bi temenê pêgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e. Moxê hestî Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs), û hestiyê perasûbend (hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran (femur), hestiyên pazû (humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. Li nav hestiyên mirov de du corê moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî zer e. Di moxê sor de xaneyên bineretî () heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê (lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke yê koendama lîmfê tê navkirin. Çavkanî Biyolojî Anatomiya mirov
3487
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xw%C3%AEn
Xwîn
Xwîn an jî xûn, yek ji şaneyên laşê mirov e. Laşê mirov gelek cureyên şane lixwe digire, lê ji vana, şaneya xwîn yekane şane yê ko şile ye. Xaneyên xwînê di nav plazmaya şile de cih digirin, ango derdora xaneyên xwînê ji madeyek şile pêk tê, loma, şaneya xwîn ne req e lê şilemenî ye. Karên sereke yên xwînê Oksîjenê ji pişikan diguhêzîne hetanê hemû şane û xaneyên laş. Ji xaneyan, karbona dîoksîdê ber bi pişikan ve diguhêzîne. Hormonên rijênan diguhêzîne hetanê xaneyên armanc Xurekên wekî asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, glîserol, vîtamîn û mîneralan ji rûviyan tevlê xwînê dibin, bi navbeynkariya xwînê belavê laş dibin. Madeyên paşmayî yên wekî ure û av bi navbeynkariya xwînê digihîjin gurçikan. Xwîn, ji bo meyandina xwînê û bergiriya laş, proteînên plazmayê lixwe digire. Germahiya masûlkeyan belavê hemû beşên laş dike, bi vî awayê rêkxistina pileya germahiya laş pêk tîne. Madeyên jehrîn (toksîk) bi alîkariya xwînê ji laş tên dûrxistin. Ji boçalakiya enzîm û reaksiyonên xaneyê, pileya pHê rêk dixe. Xwîn hin mîneral û proteînan lixwe digire, bi vî awayê rêjeya şileya laşê rêk dixe. Pêkhateya xwînê Laşê mirovên gihîştî bi qasî 5-6 lître xwîn lixwe digire. Şaneya xwînê ji du beşan pêk tê, xaneyên xwînê û plazma . %45 ê xwînê ji xaneyan ,% 55 ê qebareya xwînê jî ji plazmayê(Xwînav) çêbûyî ye. Xaneyên xwînê Xiroka sor, xiroka spî û perikên xwînê sê cureyên xaneyên xwînê ne. Moxê sor a hestî ji bo hemû xaneyên xwînê re çavkaniyê. Ango xaneyên xwînê di moxê hestî de tên berhmekirin. Xiroka Sor( Erîtrosît) Di nav xwînê de xaneyên herî zêde xirokên sor,ango xaneyên sor ên xwînê ye. Karê sereke yê van xaneyan guhestina oksîjen û karbona dîoksîdê ye. Şêweya(şiklê) xirokên sor, şêweya xepleyî ye. Rûyên xirokên sor bi herdu aliyan ve rûçal in. Bi vî awayê rûyê xaneyê hê firehtir dibe û guhestina oksîjen hêsantir dibe. Xirokên sor yên mirov, ne xaneyên asayî ne. Erîtrosîtên gihîştî, tu endamok û navik lixwe nagirin. Bi vî rewşa xwe xirokên sor ji xaneyê pirtir dişibin kisikokan. Xirokên sor proteînek gogî lixwe digirin. Navê vî proteînê, hemoglobîn e. Ji ber ko navik, mîtokondrî û endamokên din tune ne, di nav xirokên sor de ji bohemoglobînê gelek cih dimîne. Di nav her xaneyek xiroka sor de bi qasî 250 milyon molekulên hemoglobînê heye. Her molekulek hemoglobînê, 4 molekul oksîjen lixwe girê dide û ji pişikan diguhezîne xaneyên laş. Li ser parzûna xaneyên xirokên sor de molekulên glîkoproteîn û glîkolîpîd hene, van molekulan, komela xwîna mirov diyar dikin. Di moxê sor a hestiyê mirovên gihîştî de her çirkeyek (seniyekî) de bi qasî 2400000 xirokên sor tê çêkirin, her wisa her çirke ewqas xirokên sor jî tên hilweşandin. Temenê xirokên sor derdora 120 roj e. Xaneyên neçalak ji aliyê xirokên spî ve tên hilweşandin, hin beşên xirokên sor di kezeb û sipil de tê enbarkirin. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-6 milyon xirokên sor heye. Eger ji ber hin sedeman hejmara xirokên sor kêm bibe, mirov bi nexweşiya kêmxwînê dikeve. Navê din a kêmxwînê anemî ye. Xiroka spî Lêkosît, xaneya spî ya xwînê an jî xiroka spî navê cureyekî xaneyên xwînê ye. Bi Îngilîzî wekî “white blood cell”( WBC) bi nav dibe. Xirokên spî li dij hokarên nexweşiyê, bergiriya laş dirûst (ava) dikin. Xirokên spî jî wekî mîna xirokên sor li moxê hestî de çê dibin . Di nav xwînê de hejmara xirokên spî li gor xirokên sor gelek hindik e. Di nav 1 mm3 (mîkrolître) xwînê de bi qasî 5-10 hezar xirokên spî heye. Xirokên spî ji xirokên sor girtir in. Xirokên spî xwediyê navik û endamok in. Temenê piraniya xirokên spî ji xirokên sor kintir e. Bi gelemperî temenê lêkosîtan ji hefteyek kêmtir e. Dibe ko dema nexweşiyê de temenê hin lêkosîtan ji rojek kintir be. Xirokên sor li nav xwînê de, li gor gera xwînê cih diguherin. Lê xirokên spî hem li nav xwînê hem jî li derveyî xwînê, di navbera xaneyan de bi awayekî çalak li hemû beşên laş de tevdigerin. Bi vî awayê li kîjan beşê laş de birîn an jî hokarên nexweşiyê hebe, xirokên spî xwe digihînin wê derê û li hember hokarên nexweşiyê bergirî dabîn dikin. Ne yek, lê pênc cureyên xirokên spî heye. Navê vana ;Nêtrofîl, Êzonofîl, Bazofîl, Monosît û Lîmfosît e. Lîmfosît jî sê cure ne, lîmfexaneya B (xaneya B ) û lîmfexaneya T (xaneya T) û kujerexaneya sirûştî. Li gor hebûn an jî tunebûna danikên(hebikên) nav sîtoplazmayê, du komên sereke yên xiroka spî heye. Koma yekem wekî xirokên spî yên danikî, a duyem jî wekî xirokên spî yên bêdanik tê navkirin. Hemû beşên xaneyê di bin mikroskopê de xuya nabe. Ji bo dîtîna endamok û madeyên nav sîtoplazmayê, divê xane di nav hin boyax( madeyen rengdan) de bê rengkirin. Eger madeye rengdan li ser xaneyên Nêtrofîl, Bazofîl û Êzonofîlê bê dilopkirin, di nav sîtoplazmayê van xaneyan de gelek hebikên danikî xuya dibe loma ev xaneyan wekî xirokên spî yên danikî tê navkirin. Di nav sîtoplazmayê xaneyên Monosît û Lîmfexaneyan de hejmara hebikan gelek kêm e, loma van xaneyan wekî xirokên spî yên bêdanik tên bi navkirin. Xirokên spî yên danikî Nêtrofîl Di nav xirokên spî de nêtrofîl bi hejmara herî zêde ye. % 50-70 yê xirokên spî ji nêtrofîlan pêk tê. Danikên nêtrofîlê herî baş bi boyaxên nêtar(ne asîdî ne jî bazî) de xuya dibin, loma ev cureya xiroka spî ya danikî, wekî nêtrofîl tê navkirin. Di xaneya nêtrofîla asayî de navik ji du heta pênc loban pêk tê, lê lobên navika nêtrofîla pîr, dibe ko ji pêncan pirtir be. Hin bakterî mirov tûşî nexweşiyê dikin. Dema di laşê mirov de bakterîyên hokarê nexweşiyê peyda dibê, pêşî nêtrofîl erîşê bakteriyan dike. Danikên nêtrofîlê gelek lîzozom, enzîmên herisînê û hîdrojena peroksîd(H2O2) lixwe digirin. Nêtrofîl bi fagosîtozê bakteriyan dadiqurtîne, paşê di nav sîtoplazmaya xwe de bi enzîmên herisînê bakteriyan têkdişkîne. 1.Li ser parzûna xaneya Xiroka spî(Nêtrofîl) de hin wergir hene. Nêtrofîl bi alîkariya van wergiran ji hebûna bakteriyê (dijepeydaker) haydar dibe. Dema bakterî bi wergiran re ket têkili(temas)yê, ev beşa parzûnê ber bi sîtoplazmayê ve tê kişandin. 2.Bakterî bi parzûnê tê dorpêçkirin, ev kîsik wekî fagozom tê navkirin. Lîzozomên nêtrofîlê xwe bi fagozomê ve dizeliqînin, ev pêkhate wekî fagolîzozom tê navkirin. Lîzozom, enzîmên herisînê berdide ser bakteriyê. 3.Enzîm bakteriyê perçe dikin. Bi têkşikandina bakteriyan, hin madeyên bikêr û bêkêr çê dibe. Madeyên bêkêr bi egzosîtozê ji nêtrofîlê tên avêtin. Êzonofîl % 2-4 ê xirokên spî ji êzonofîlan pêk tê. Boyaxêk asîdî ya bi navê êozîn(eosin) rengê sor-porteqalî dide danikên êzonofîlê. Êzonofîl navê xwe ji vî boyaxê digire. Navika êzonofîlê du an jî sê lobî ye. Danikên êzonofîlê molekulên dijhîstamîn(antîhîstamîn) lixwe digirin. Hin danikên nêtrofîlê li dij kurmên mişexwer(parazîtî), molekulên jehrî(toksît) lixwe digirin. Kurmên mişexwer bi gelemperî ji ber xwarina xurekên nepijiyayî ve dikeve nav laş. Loma heke di nav xwînê de hejmara êzonofîlan ji hejmara asayî zêdetir be, ev rewş nîşaneya kulbûnî, alerjî an jî di nav laş de hebûna kurmên mişexwer e. Bazofîl Di nav laş de, xiroka spî ya herî hindik bazofîl e. Rêjeya bazofîl di nav lêkosîtan de ji %1ê kêmtir e. Herî baş boyaxên alkalîn(bazî) renk dide danikên bazofîlê. Danikên bazofîlê gir in, bi boyaxê rengê şîna tarî an jî mor digirin. Bi gelemperî hejmara bazofîlan dema kulbûniyê û alerjîbûniyê de gelek zêde dibe. Danikên bazofîlê hîstamîn derdidin. Hîstamîn madeyek kîmyayî ye, alikariyê sîstema bergiriyê dike Lûleyên xwînê ji ber hîstamînê sist û fire dibin, bi vî awayê xirokên spî bi hesanî ji xwînê derbasê nav şaneya kulbûyî dibin û li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dikin. Her wisa bazofîl heparîn jî berhem dikin. Heparîn rê li ber meyîna xwînê ya nav lûleyan digire. Bazafîl di sala 1879 de ji aliyê bijîşkê Alman Paul Ehrich ve hate vedîtin. Xirokên spî yên bêdanik Xaneyên monosît û lîmfexane du cureyên xirokên spî yên bêdanik in. Danikên van xaneyan ji yê xaneyên danikî kêmtir û hûriktir in. Navika lêkosîtên bêdanik yek lobî û gewre ye. Monosît Xaneya herî gewre ya xirokên spî monosît e. Monosît, navikek gewre û bêlobî lixwe digire. Şiklê navika monosîtê dişibe şiklê gurçikê. Eger monosît ji xwîna nav lûleyan derkeve derve û di nav şaneyan de bicivire (geş bibibe), ev xane wekî xaneya makrofaj tê navkirin. Xaneyen makrofaj bi fagosîtozê bakterî û hokarên nexweşiyê digire nav xwe û li nav xaneyê de hildiweşîne. Hin xaneyên monosît jî di nav şaneyanda dibin xaneyên dendirîdî. Xaneyên dendirîdî bi gelemperî li şaneyên çerm, pişik û rûviyan de bergiriya laş dikin. Lîmfexane (Lîmfosît) Lîmfexane jî wek mîna xirokên spî yên din li moxê hestî de tê çêkirin. Lê xaneyên lîmfe, li şaneya lîmfê de, li girê lîmfê de dabeş dibin û zêde dibin . Di xwînê de xaneyên herî zêde yên xirokê spî, nêtrofîl in. Lîmfosît xaneyên duyem ên herî zêde yên lêkosîtan e .% 20-30 yê xirokên spî ji lîmfexaneyan pêk tê. Sê komên sereke yên lîmfexaneyan heye Xaneya B(Lîmfexaneya B ), Xaneya T (lîmfexaneya T) û kujerexaneya sirûştî. Xaneya kujera sirûştî lîmfexaneya herî gewre ye. Heke di xwînê de asta rêjeya lîmfexaneyan ji ya asayî pir zêdetir be, dibe ko ev rewş nîşana hin cureyên şêrpence an jî ji ber nexweşiyek vîrusî be. Perikên xwînê Perikên xwînê wekî trombosît jî tê navkirin. Bi gelemperî perikên xwînê wekî cureyek ji xaneyên xwînê tê hesibandin. Bi Yewnanî trombos “meyîn”, kytos jî bi wateya “xane” tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe perikên xwînê xane nîn in. Trombosît pirtikên sîtoplazmaya xanêyên gewre(megakaryosît) yên moxê hestî ne. Li moxê hestî de xaneyên gewre (megakaryotîs) perçe dibin. Ji sîtoplazma û hin lebatokên van xaneyan perikên xwînê çê dibin. Perikên xwînê bênavik in. Temenê perikên xwînê 7-12 roj e. Trombosîtên pîr an jî yên bêkêr, di sipil û kezebê de tên hilweşandin. Mîkrolîtreyek(mm3 ) xwînê de bi qasî 150-400 hezar perikên xwînê heye. Perikên xwînê ji xirokên sor û xirokên spî hûriktir e. Heke di laş de birînek çê bibe, ziyan digihîje lûleyên xwînê, xwîn ji lûleyên ziyangirtî diherikê derve. Divê rê li ber xwînçûyînê bên girtin, yan na, jiyana mirov dikeve xeterê. Karê serekê yê trombosîtan, meyandina xwînê ye. Xwînmeyîn dema xwînçûnê pêk tê. Hinek ji perikên xwînê li sipil de tê embarkirin. Hin caran ji ber hokarên genetîk(bomaweyî) an jî jiber nebûna proteîna meyînê trombosît karê xwîn meyînê pek nayinin, ev rewş wekî nexweşiya xwînberbûn (hemofîlî) tê navkirin. Plazmaya xwînê Plazmaya xwînê an jî plazma, şileyek bi rengê zer e. Xirokên sor, xirokên spî û perikên xwînê di nav vî şileya zerokî de tên veguhastin. %55 ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. Proteîn, dijeten, asîdên amînî, glukoz, asîdên çewrî, xwê, îyon, hormon, vîtamîn, av û madeyên paşmayî, yên wekî karbona dîoksîd, amonyak û ure madeyên serekê yên nav plazmayê ne. %90 yê plazmayê av e. Ava xwînê li dîwarê rûviyan ji nav xurekan tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Hinek ava plazmayê jî di nav xaneyan de piştê reaksiyonên kîmyayî, wekî madeya paşmayî çê dibe û tevlê xwînê dibe. Ji bilî avê % 7 ê plazmayê ji proteînan pêk tê. Hinek ji van proteînan her tim di nav plazmayê de digerin û wekî proteînên plazmayê tê navkirin. Rêjeya pH a xwînê bi proteînên plazmayê ve tê rêkxistin. Albumîn, globulîn û fîbrînojen proteînên sereke yên plazmayê ne. Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhastina asîdên çewrî, Vîtamîna D, hormona tîroksînê jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhastin. Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye . Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan, rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhastina hesin, çewrî, û vîtamînên A,D,E,K pêk tîne. Navê globulîna sêyemîn Gama globulîn ,an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên lenfosîta B de wekî dijeten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijeten proteînên taybet in, ji bobergiriya laş ne yek, lê gelek cureyên dîjetenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijetenan jî zêde dibe. Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna fîbrînojen e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya xwînmeyînê dike. Ev proteîn bi eslê xwe enzîmek neçalak e, dema xwînmeyînê fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe.Pêştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû şane û xaneyên laş dibin. Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were dûrxistin, serûm tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serûm tê navkirin. Di xwîna asayî ya nav laşê mirov de xaneyên xwînê di nav plazmayê de belavbûyî ne. Heke xwîn di makîneya santrefujê de were santrefujkirin, wê gavê ji ber hêza navendrev xaneyên xwînê ji plazmaya xwînê cuda dibin. Xirokên sor beşa herî girantir a xwînê ye, loma di bin lûleya azmûnê de tov dibin. Hemoglobîn Hemoglobîn an jî bi kurte nivîsê Hb, Hbg , molekulek gewre ye(makromolekul, e ). Ji proteîn û hesin pêk tê. Peyva hemoglobîn ji peyvên hem û globîn çê bûye. Çar heb proteînên gogî yên hemoglobînê heye, her yek ji van proteînan wekî globîn bi nav dibe. Di nav molekulek hemoglobînê de 2 heb α(Alfa), 2 heb β(Beta) globîn heye. Taybetmendiya van polîpeptîdan ew e ku, her zincîrek polîpeptîdê komeleya hem lixwe digire. Ango hemoglobîn ji çar binebeşan(zincîrên polîpeptîd) pêk tê, di her binebeşê de komeleya hem heye, komeleya hem jî îyona hesin(Fe+2 ) lixwe digire. Proteînên globîn komeleyên hemê dorpêç dikin. Hemoglobîn di xaneyên moxê sor a hestî de, ji aliyê mîtokondrî û rîbozoman ve di nav sîtoplazmayê de tê çêkirin. Karê sereke ya hemoglobînê, guhestina oksîjen û karbona dîoksîd e. Her îyonek hesin molekulek oksîjenê bixwe ve girê dide. Ango hemoglobînek dikare 4 molekul oksîjen bixwe ve girê bide. Hemoglobîn li ser xirokên sor e. Xaneyek xiroka sor bi qasî 250-300 mîlyon hemoglobîn lixwe digire. Ango yek xiroka sor dikare ji milyarek pirtir oksîjen biguhezîne. Hemoglobîn li pişikên mirov de bi oksîjenê ve tê girêdan ev rewşa hemoglobînê wekî oksîhemoglobîn bi nav dibe. Rengê oksîhemoglobînê sor e. Hemoglobîna bêoksîjen bi rengê şîn e. Hinek ji karbona dîoksîd ji xaneyan bi navbeynkariya hemoglobînê, ber bi pişikan ve tê guhestin. Pêkhateya hemoglobîn û karbona dîoksîd wekî karbomînohemoglobîn tê navkirin. Molekula hemoglobîn bi qasî 120 roj çalak dimîne, bi mirina xiroka sor, hemoglobîn jî neçalak dibe. Xirokên mirî, di kezeb, sipil an jî li moxê hestî de tê hilweşandin. Beşa proteîn hildiweşe û yeke ya proteîn, ango asîdên amînî çê dibin. Ev asîdên amînî ji boçêkirina xirokên sor yên nû tên bikaranîn. Hesinên nav komeleya hemê di sipil an jî di kezebê de wekî ferritîn tê embarkirin. Di nav plazmaya xwînê de glîkoproteînek bi navê Transferrîn heye, transferrîn ferritînê diguhezîne moxê hestî ko hesinê ferritîn tevlê xirokên sor yên nû bibe. Komeleya hem a bêhesin, perçe dibe û ji komeleya hemê bilirubîn çê dibe. Bilirubîn bi navbeynkariya albumîn(proteîna plazmayê) diçe kezebê. Di kezebê de ji boçêkirina zeravê tê bi kar anîn. Nexweşiyên xwînê Kêmxwînî Eger ji ber hin sedeman di nav xwînê de hejmara xirokên sor kêm bibe, ev rewş wekî kêmxwînî tê navkirin. Navê din a kêmxwînî anemî ye. Zêdetirî 400 cureyên kêmxwînî heye. Ji bokêmxwînî gelek sedem hene. Sedemên serekî yên kêmxwînî; Ji ber kêm-hesinî: Eger mêjera hesin di nav laşê mirov de ji asta asayî kêmtir bibe vê gavê bi têra xwe hemoglobîn çê nabe. Ji ber kêmbûna hemoglobînê, di nav xwînê de hejmara xirokên sor nagihîje asta asayî. Ji ber ducanîbûnê; Pêdiviya mirova ducanîbûyî hê pirtir bi hesin heye. Korpele(embriyo) ji dayika xwe hesin digire, loma asta rêjeya hesinê laşê ducan dadikeve. Ew jî dibe sedema kêmxwîniyê. Ji ber kêmasiya vîtamînan; Ji boçêkirina xirokên sor, divê di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna B12, Vîtamîna B9(Asîda folîk) û vîtamîna C hebe. Di laşê mirov de yek ji van vîtamînan kêm be, kêmxwînî rû dide. Ji ber birîn û birindarbûnê; Xwînçûna birînan jî dibe sedemê kêmxwînî, wekî mînak birînên gedeyê(made),û yên rûvî ji derve bi çav nayê dîtin, loma dibe ko demek dirêj ji mirov xwîn biçe. Ji ber nexweşiyan; Nexweşiyên wekî şêrpence, AIDS, nexweşiya gurçikan, hejmara xaneyên xwînê kêm dike. Di destpêka nexweşiyê de nîşanên nexweşiyê hindik in, lê bi pêşveçûna nexweşiyê ve nîşanên ji bokêmxwînî zêde dibin. Mirovên bi nexweşiya kêmxwînî ketine; Bêhemd dikevin, zû diwestin. Ahenga lêdana dilê wan ne asayî ye. Tengnefesî ne, singê wan diêşe. Bi kêşeyên bîr û têgihîştinê re rû bi rû dimînin. Gêjî û serêşî li wan peyda dibe. Qerim(kramp) dikeve hêt û çîpan. Hin beşên laş ditevize. Dest û ling sar dibe, bi gelemperî pileya germahiya laşê wan nizim e û dicemidin. Rengê tenê mirovên bi kêmxwînî zerokî ye . Eger hin ji van nîşanan di laşê we de derketiye, divê hûn bi demûdestî serî li nexweşxaneyê bidin. Mirov bi xurekên rojane jî dikare rê li ber hin cureyên kêmxwîniyê bigire. Kêmxwîniya ji ber kêmasiya hesin û kêm vîtamînî dibe ko bi xurekan baş bibe. Goştê sor, kezeb, sipil gelek hesin lixwe digirin. Riwekên bi rengê keskê tarî wekî mînak brokolî, spînax(îspanax),kelema brûkselê gelek hesin lixwe digirin. Çavkaniya serekî ya vîtamîna B12 goşt, hêk û şîr e. Bi taybetî goştê sor, kezeb, hêk, pênîr, kakil gelek vîtamîna B12 lixwe digirin. Di nav fasûlî,spînax, porteqal, nan,û findiq de gelek ji vîtamîna B9 heye. Ji nav rûvî de ji bomijandina hesin, pêdivî bi vîtamîna C heye. Ango eger di laşê kesekî de bi têra xwe vîtamîna C tune be, ji xurekan hesin derbasî nav xwînê nabe. Vîtamîna C bi gelemperî di nav mewe û zebzeyan de gelek e. Kêmxwîniya xaneya dasî Şiklê asayî ya xiroka sor gilover e. Ji ber nexweşiyeke bomaweyî di xwîna mirov de xirokên sor ne bi şiklê gilover, lê bi şeweya dasî ne. Ev nexweşî wekî kêmxwîniya xaneya dasî (Sickle cell anemia ) tê navkirin. Ji ber şiklê dasî, xirokên sor bi têra xwe hemoglobîn lixwe nagirin, loma veguhestina oksîjenê têra laş nake. Nexweşiya bi navê talasemiya (Thalassemia) jî dibe sedema kêmxwîniyê. Bijehrêketina karbona monoksîdê Eger di pişikan de li gel oksîjenê, karbona monoksîd jî hebe, hemoglobîn ji dewsa oksîjenê, pêşî bi karbona monoksîdê ve girêdan çê dike. Girêdana hemoglobînê bi karbona monoksîdê, ji girêdana oksîjenê zexmtir e. Ev taybetmendiya karbona monoksîdê dibe sedema bijehrêketina karbona monoksîdê. Hin caran mirov ji ber dûmana sobê bijehrê dikeve, sedem karbona monoksîd e. Çavkanî Anatomî Biyolojî Hematolojî Şane
3489
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kak%C3%BBt
Kakût
Kakût, qerqûde an jî îskelet (bi yewnanî skeletos tê wateya laşê ziwa) beşa laşê zindiyan e ku ji hestî û movikan pêk tê û alîkariya binyata bedenê dike. Du cure qerqûde hene ; Qerqûda-derveyî (Ekzoskelet) li dora laş hatiye pêçan û ji derve laşê zindiyan diparêze.Ev cureyê qerqûde bi giştî di laşê famîleya bêmazmazkan de peyde dibe û Qerqûda-navîn(Endoskelet) di hundirê laşê zindiyan de ye. Ev cureyê qerqûde di laşê ajalên famîleya mazmazkan de peyde dibe. Kakûtê Mirovan Di kakûtê mirovan da 206 parçe hestî hene. Siklê wan 206 hestiyan ji hev û din cur bi cur in. Gor fonksiyona xwe, her hestiyek siklekî girtiye. Skelet ji serî, marîpişt, sing, qor û pîlan pêk hatiye. Di serî da tenê 20 hestî hene. 8 hestiyên serî mêjuyê diparêzin. 12 hestiyên serî ji hestiyê rû û devê mirovan pêk hatiye. Di navbera hestiyê çeneya jorîn u çeneya jêrîn da livoka hestiyê çeneyê heye. Mirov dikare bi wan herdu hestiyan, bi alîkariya masûlkan tiştan bicû û devê xwe bilivîne. Singê mirovan ji marîpişta sîng, parxan û hestiyê sing pêk tê. 12 parxanên mirovan hene. Wezîfeya parxanan parastina dil û pişikê ye. Parxanên ku digihijin hestiyê sing, hin nerm in û ji kirtikê hatine çêkirin. Marîpişta mirovan ji 24 parçe hestiyan pêk hatiye. 7 ji wan li berê marîpişta histû (stû), 12 li marîpişta sing, 5 li marîpişta navpiştê, 5 li marîpişta rûniştekê û 3-5 marîpişta boçikê hatine avakirin. Wezîfeya marîpiştê ji aliyekî ew e, ku mirova tîk bigire, ji aliyê din jî mêjuyê marîpiştê biparêze. Ger ku mêjuyê marîpiştê bişke, dibe ku mirov şil (felc) bibe û nekare qorên xwe bileqîne. Ji ber ku ew hestiyê marîpiştê bi hevra bi alîkariya bendan, temar û deziyan hatine girêdan û mirov dikare xwe bilivîne û xwe li ser aliyê destê rastê, li ser aliyê destê çepê xarbike û histuyê xwe biçerixîne. Ew livinana bi alîkariya masûlkan û livokan tên çêkirin. Di hindurê marîpiştê da mêjuyê marîpiştê cih digire. Ew ji mêjû destpê dike û tê heta dora hestiyê marîpişta nivpiştê ya duwemîn. Ji mêjuyê marîpiştê birik derdikevin û dicin bedena mirovan. Ew birikana emir ji mêjû digirin û dibin masûlke û organan. Ji ber wî emrî masûlke dikarin fonksiyonên xwe bînin cih. Hengîl ji bo tîkmayîna mirovan gelek giring e. Hestiyê hengîlê, rûviya zirav (bimbar), rûviya stûr (sincaq) û wan organên ku di zikê mirovan da hene, diparêze û wan di şûnê da dihele. Ji aliyê din da ji hengîl, ji bo rêveçûna mirovan gelek giring e. Cava tê zanin, kulimeka mirovan di navbere hestiyê hengîlê û hestiyê qora jorîn da cih digire. Hestiyê hengîl bi temar, band û deziyan bi hestiyê qora jorîn û bi marîpiştê re hatiye girêdan. Pilê mirovan ji hestiyê pilê jorîn, hestiyên pilê jêrîn û ji dest pêktê. Ew bi livoka pil (navbera girika pil û hestiyê berikê) bi hestiyê berokê re, bi alîkariya deziya hev û din va hatine girêdan. Ji we livokê re dibejin livoka gilor, ji ber ku mirov dikare we livokê li her alî da bicerixîne. Pilê jorîn bi livoka enîşkê, bi bask re (pilê jêrîn) hatiye girêdan. Bask ji du hestiyan pêktê: hestiyê baskê qalind (zendê stûr) û hestiyê baskê zirav (zendê zirav). Bask bi livoka zendikê bi dest re hatiye girêdan. Zendik ji 8 hestiyên biçûk pêktê. Ew hestiyan, bi deziyan bi hev va hatine girêdan. Dawiya zendik, 5 hestiyên dest tên. Ew hestiyan, bi livok, masûlke u deziyan bi hestiyê tiliyan va hatine girêdan. Her tiliyek mirovan bi 3 hestiyan pêk tê. Ji wan re dibêjin xaxik. Ew bi livok û deziyan bi hev va hatine girêdan. Qorê mirovan wekî pil û destan hatine çêkirin. Hestiyê qora jorîn, bi livoka kulemekê bi hengîlê re hatiye girêdan. Bi livoka jûnî ji bi binqore re (çîpikê) hatiye girêdan. Ji livoka jûnî re hin helan qomik jî tê gotin. Li ser livoka jûnî hestiyê qomikê (serçok) heye. Binqor ji du hestiyan pêktê. Ji wan re, hestiyê binqora qalind û hestiyê binqora zirav tê gotin. Ew hestiyan bi livoka ling re hatine girêdan. Di livoka ling da jî, wekî livoka destan (zendik) 8 hestî hene. Ew jî bi hev re hatine girêdan. Hestiyê mezin, hestiyê paniyê ye. Du livoka lingan 5 hestiyê ling tên. Ew hestiyan bi livoka bi hestiyê pêçîkan re hatine girêdan. Her pêçîkên mirovan ji 3 hestiyan pêk tê. Ji wan re dibêjin xaxikê lingan. Ew ji bi hevra, bi livokan u deziyan hatine girêdan. Gireya hestiyê serî şûna kirtikan e. Di serê zarokan da, li salen jiyanen pêşîn, hindik hestî hene. Ji ber ku mêjuyê zarokan hê nû mezin dibe. Eger serî bi temami ji hestî be, mêjû nikare mezin be, ji ber ku şûna mezinbûnê tune. Ji ber vê yekê jî, navbera hestiyê serî bi kirtikê tê girtin. Ji ve re sille an ji nermik tê gotin. Kengî zarok mezin bûn, ketin sal 2yan, ew kirtikan hêdî hêdî dibin hestî. Temamî şeş şûne usa di serê mirovan da hene. Kirtika mezin, di nav hestiye serî da, li aliyê pêşiyê serî da ye (bi latînî: Fontanela). Çavkanî Salnameya Navenda Çanda Mezopotamya, Rûpela 13 îlon 2003 Ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stembolê, Zana Farqînî Anatomî
3493
https://ku.wikipedia.org/wiki/Livok
Livok
Livok (movik) di navbera du hestiyan da cih digrin. Fonksiyona wana ew e ku, mirov bikare perca bedena xwe wek ling, dest, pil, qore bilivinin. Du cins livokdi bedena mirovan da hene; livoke gulover u livoke menteseyi. Livoken gulover li pile jor u u li kulimeke hene. Mirov dikare bi alikariya wan livokan pil u qora xwe li herali bicerxine. Le livoken weki livoke jinu (livoken coke), livoken menteseyi ne u mirov dikare organe xwe tene bi du aliyan ra bicerxine. Binêre Sîstema livînê Çavkanî Anatomî
3495
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kox
Kox
Kox çiyayekî Kurdistanê ye. Çîyayê Bîngolê 3500 m bilinde û di navbera Kanîreşa Çewlîgê, Gimgima Mûşê Xinûsa Erziromê cih digre. Çîyayek bê dar daristane. Le zozane herêmê ên herî navdar li wirin. Di her derên wîda kaniyên sar diheriki. Ew avên sar ji Çemê Aras û Cemê Miradê ra dibin çavkanî. Kox tûmê herî bilind ên çîye ra tê gotin. "Kox" gotinek farisî ye u wateya wi ji çiya ye. Li wir hilhatina rojê te temaşekirin. Van salên dawiyê hinik Şaredariya xwastine li wir festivalên Rojê çêbikin.le ev hin rûneniştîye. Li gor efsana koroxlî li wir wargehek çêkirîye, û hîna li wir kevirên ku mina hêm dixûyên hene û hespê Lawêkor an jî koroxlî li ser kanîyen (kul i wir bi hezaran kanî hene navê Bîngol-hezargol ji piraniya wan kaniyan hatiye) wi deri ava jiyane (abi-heyat) vexwarîye bûye bemirin Çiya Xinûs
3496
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ahmed%20Ar%C3%AEf
Ahmed Arîf
Ahmed Arîf (jdb. li Amedê; m. li Enqereyê) helbestvanekî bi eslê xwe kurd e ku bi zimanê tirkî dinivîsî. Jînenîgarî Navê wî yê rast Ahmed Önal e. Di 21ê nîsanê da li Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye. Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû re, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasiyê, beşa felsefeyê dest bi xwandinê kir, lê ji ber girtinan xwandina xwe neqedand. Ji ber helbestên xwe gelek caran hat girtin û şkencekirin. Helbestên wî di navbera salên 1944-1955an da di kovarên demê da dihatin weşandin. Kitêba wî ya navdar, bi navê Min ji hesreta te prange kevn kirin (Hasretinden Prangalar Eskittim) li sala 1968ê ji bo cara yekê hat weşandin, ew kitêba heya niha nêzîkî çil caran hatiye çapkirin û çend kesan jî paçveyî zimanê kûrdi kiriye anko wergerandiye. Ahmed Arîf li li Enqereyê ji çû ber dilovaniya Xudê. Piştî mirina wî hinek helbestên wî ên ku berê di kovaran da hatibûn weşandin û hinekên nû ên ku qed nehatibûn weşandin bi keda Filinta Önal (lawê Ahmed Arîf) hatin berhevkirin û li sala 2003ê di bin navê Welatê Min Şahtamarê Min (Yurdum Benim Şahdamarım) da di nava Weşanên Everestê da hatin weşandin. Ahmed Arîf her çiqas helbestên xwe bi tirkî nivisîbin jî, le ne şaş e ko bihêt gotin helbestên wî di hêla hûnandin û naverokê da jî tirkiyê zêdetir nêzîkî kurdiyê ne. Kitêbên helbestan Hasretinden Prangalar Eskittim. (Everest yayınları, 2006); Yurdum Benim Şahdamarım (Everest yayınları, İstanbul, 2005) Hasretinden Prangalar Eskittim (1968-2008) Binêre Sî û Sê Gulle (helbest) Kesên ji Amedê Jidayikbûn 1927 Mirin 1991 Mêr Nivîskarên zimanê tirkî Helbestvanên kurd
3500
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qir%C3%AEs
Qirîs
Qirîs xwarinek e ku li Culemêrgê tê çêkirin. Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin. Xwarin
3501
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ber%C3%A7elan
Berçelan
Berçelan zozanekî Culemêrgê ye. Cihekî bi mêrg û kanî ye. Çerwarê wê (cihê çêrînê) xweş e. Li bakura Culemêrgê ye. Du çel (şikêrên bilind) lê hene. Jixwe navê xwe ji wan her du çelan digire. Li ser wan Çelan Destana "Memê Şivan" heye. Her wiha ji destana "Cembelî û Binevşa Narîn" re jî li malevanî (mazûvanî) kiriye. Du gol li Berçelan hene ku şûna wan ji demên volkanîk (agirpij) mane ku bedewiyeke cuda ya Berçelanê ne. Zozan Hekarî
3506
https://ku.wikipedia.org/wiki/HRK
HRK
Hêzên Rizgariya Kurdistan, hêza çekdarî ya PKK heta 1986 Hêzên Rojhilatê Kurdistan, baska çekdarî ya PJAK
3507
https://ku.wikipedia.org/wiki/Art%C3%AA%C5%9Fa%20Rizgariya%20Gel%C3%AA%20Kurdistan
Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan
Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan, ARGK navê artêşa bi awayê gerîllayî hatibû damezirandin a PKKê bû. Piştre xwe bi navê HPG ji nû ve birêxistin dike. Biryara damezirandina ARGKê di Kongreya 3. a PKKê de ku di kewçêra sala 1986ê hatibû lidarxistin de tê dayîn. Beriya wê hêzên çekdarî yên PKKê bi navê HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistanê dihatin binavkirin. ARGKê xwe li seranserê Kurdistanê bicih kiribû. Şerê klasîk ê gerîllayî bi hin taybetiyên gelê kurd ve dewlemend dikir, li gorî stratejî û taktîkên nûjen ên leşkeriyê tevdigeriya. Bingehê taktîka tevgerê şerê gerîllayî bû. Baregehên wê yên ku nediketin keysa êrîşa firokeyên şer ên ji koma F (F5, F 16 ûêd), MIG û Mirrageyan hebûn. Bo mînak berageha Cudî wisa bû. Ji mêr û jinan pêk dihat. Ji her deverên Kurdistanê, ji her ol, bawerî û çînê şervanên wê hebûn. Gelek şervanên ji neteweyên din jî di nava xwe de dihewand. Bo mînak, ereb, rûs, fînlandî, alman, tirk, laz, terekeme, yewnan, spanî ûed. Ûnîformên wan dişibiyan kincên folklorîk ên kurdî, bi taybetî yên herêma Botanê. Bi çekên biçûk ên bo şerê gerîllayî ne şer dikirin. Aboriya artêşê di destê PKKê de bû. Qismek çekên xwe ji di şer de ji leşkerên artêşên dijber (ên Tirkiye, Îran, Îraqê) bidestdixistin. Bi gel û sîvîlan re bi awayê demokratîk têkilî dadianîn. Alîkariya gel dikirin. Pirsgirêkên gel ên wekî dadî, tenduristî jî didan ser xwe. Dîlên xwe bi normên nûjen xwedî dikirin. Tevlîbûn bi biryara azad bû. Çend caran ARGKê kampanyayên tevlîbûna mecbûrî lidarxistibe jî, prînsîp nedihat guhertin. Kê bixwesta dîsa jî dikaribû "zagona eskeriya mecbûrî" nepejirîne. ARGK sala 2000'î bi navê HPGê ji nû ve tê saz kirin, navê wê dibe Hêzên Parastina Gel. Gotarên têkildar HPG
3509
https://ku.wikipedia.org/wiki/Partiya%20Demokrat%20a%20Kurdistan%C3%AA%20-%20Bakur
Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur
Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur, bi kurtî PDK-Bakur partiyeke Bakurê Kurdistanê ye, ya ku li tîrmeha sala 1965an de li Diyaribekir bi şêweyeke weşartî hat damezrandin. Serokê pêşîn ê rêxistinê Faîq Bucax bû. Navê pêşîn ê partiyê Partiya Demokrat A Kurdistana Tirkiyeyê bû. Wekî din, Partiya Demokrat a Kurdistan li Tirkiyeyê jî ji aliyê Sait Kırmızıtoprak ve hatibû avakirin. Divê tevlîhev nebin. Binêre PDK Hemreş Reşo Dîroka Bakurê Kurdistanê Girêdanên derve http://www.pdk-bakur.org Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê Partiyên siyasî yên Kurdistanê
3510
https://ku.wikipedia.org/wiki/Made%20%28k%C3%AEmya%29
Made (kîmya)
Di zanistên fîzîk û kîmyayê de, made an keriste binestir a hemî tiştên fîzîkî ye ko ne berdewamî a wize (enerjî) an hêzqadan (force-fields) bit. Ev herduyên dawiyê koma bariste yê tiştan pêkdiînin lê bi xwe madde nahên hesibandin. Bi gotineka dî, keriste wekî hemî gîhana berçav anko hebûna ko ji mirovan ra xweya ye dihêt pênasekirin, herçend e ko ruhnahî bi xwe ne keriste ye. Bi vî awayî, pênaseya zanistî ya keristeyî hindekê nezelal e. Pênase Keriste pêkhata hemî tiştan e û ji binestirên kîmyayî pêk dihêt. Keriste ji atoman û atom jî ji notron, proton û elektronan pêk dihên. Bi vî awayî, madde an keriste ne enerjî ye û enerjî wekî xweyabûn anko nimiyana keristeyî dihêt pênasekirin. Di fîzîkê da keriste an madde gelek bi zelalî nehatiye pênasekirin, lewma li herdera ko hûrbûn û ramaneka zanistiyanetir pêdivî bit zarav anko termên zelaltir, mîna bariste, enerjî û keriyan dihên bikaranîn. Lê hindek fîzîkzanistvan her nebit li ser vê pênase a keristeyî lihevhatine: her tiştê ko ji fermionên hîmanî pêkhatibit. Ev lepton (bi elektronan ve) û kuarkan (bi proton û notronan ve)vedigirit. Ji ber hindê ko proton û notron û elektron kom dibin da atomê pêkbiînin, atom û molekûl û hemî tiştên ko ji wan pêkdihên madde an keriste ne. Coreyên baryon û mesonan jî madde ne. Tiştên ko ne keriste ne ruhnahî (foton) û bosonên pîvikî yên dî ne. Lê dîsa jî ev pênas hemî caran têrker nîne, her nebit di van kaûdanan û rewşan da: Bosonên W û Z bariste heye, lê ji fermionên hîmanî nîne. Her du fotonên ko ne bi awayekê ne paralel dimeşin, dema wekî pergal an sîstem lê bihên nihêrîn, xwedî yên baristeyê neberguhêr in. venîsogokan anko glueballan jiber enerjiya ko wan bi hev ra dibestit bariste heye, lê di gel baristeyê xwe çi kerî an fermionên hîmanî nîne. Û hindek caran jî keriste anko madde heye û çi bariste nîne, mîna: Piraniya baristeyê notron û protonan ji enerjiya bestinê di navbera kuarkan e, ne ji baristeyê kuarkan bi xwe. Yek ji sê coreyên notrînosan mumkine bê bariste bit. Kuarkên berjor mumkin e bê bariste bin. Çavkanî Fizîk
3514
https://ku.wikipedia.org/wiki/Silopiya
Silopiya
Silopiya an Silopî an jî Girika 'Emo navçeyeke ya Şirnexê ye. Bakurê Kurdistanê ye, ya ku dikeve nava sînorên Tirkîyeyê. Bajarê Silopiyê Heta îroj ji 20 an zêdetir taxên bajerê Silopiyê hatine çê kirin û avakirin, ji salên 1995an dest pêk de: Taxa Barbarus, taxa Basak, taxa Cûdî, taxa Cumhuriyet, taxa Karşiyaka (Bajêrê Pêşber), taxa Nûh, taxa Ofîs, taxa S. Harun, taxa Yenîşehîr (Şehrê nû), taxa Yeşîltepe (Girê Hêşîn). Bajarê Silopîyê di Bakûrê Kurdistanê de cîh digire. Li gorî kêmzêdeya malpera şaredarîya Silopîyê ya 2019an 134.000 kesan zêdetir serjimara xwe niha heye, yên ku ji Silopîyê ne û yên di salên 1995an û dest pêk de gundên xwe hêlayîn û ew jî li Silopîyê jiyana xwe berdewam dikin. Lê bes tête gotin, serjimara Silopî îroj gihiştiye 140.000. Hikûmetên Tirkî bi zordarî gundeyên Kurd ji gundên wan derêxistin û mal û xaniyên wan jî xira kirin. Ji ber wê yekê jî gundên li derûdore çîyayê Cûdî rêwîyên çûn Silopîyê. Bajerê Silopî ji berî salên 1995an serjimara wê li derûdore 20.000an bû, bes ji salên 1995an dest pê de Silopî di 10 salên paşîn de gelekî mirov kişandin xwe, mirovên Kurd yên ji hemû derên Kurdistanê tên. Di van 10 salên paşîn de li Silopîyê gelekî mal, avahî û bînayên heta 10 ketiyê zêdetir malî hatine avakirin. Her weha gelekî sûkên nih ketine di bajerê Silopîyê de. Pêşdeçûn li Silopîyê berdewam dike. Bajerê Silopî her li ber xwe daye li dijî hikûmetên Tirkên û îroj jî li ber xwe dide li dijî zordariyê. Li vira çîyayê Cûdî dikeve pişta Silopî û çend kîlometrekî ji Silopiyê dûr e. Li tenişta milê çepê jî Xabûr, çîyayê Bêxêr bajarê Zaxo Otonomîya Başur heye û nêzîkî 30 kîlometrên ji Silopiyê dûr e. Bajarê Şirnexê jî dikeve piş çîyayê Cûdî an jî li bakurê Silopîyê ye. Cizîra Botan jî dikeve rojavayê Silopîyê. Dêrika Hemko jî dikeve pêşberî an jî li Rojava yê Silopiyê. Berê ji berî salên 1990î, bajerê Silopî li ser Mêrdînê bû, bes ji sala 1991ê û wir de li ser bajerê Şirnexê ye. Halbukî serjimara Şirnexê ne ew qas zêde ye. Şûna ku Cîzîra Botan bêxin parezgêh û serjimara wê jî diqetî ya Şirnex e, ji ber nav û dengê Cizîrê, dîroka Cizîrê, erdnîgar Cizîrê. Seroka an jî Şaredarê Silopîyê bîrêz Suleyman Şavuk ye, ji (HDP) ye. Berî ku ew bikeve li ser text DYP ji aliyê mala Öktenan ve dihate îdare kirin. Ji ber ku partiya HDP (Demokratik Toplum Partisi) ji aliyê hikûmet û qanunên Tirkî ve dîsa wekî her partiyek ya Kurd hatê qedexekirin, Kurd ra bûn navê partiya DTP ê kirin BTP (Barış Toplum Partisi). Niha Şaredarîya Silopî di destê HDP ê deye û Şaredar jî Suleyman Şavluk e. . Gundên Silopiya Gundên li rojhilatê Silopiyê Bêmrîn: gundê avî bû û karê pembî, birinc wisa ve dixebitin û dikeve ber ava Xabur. Bêspin: gundê asûriyan an jî fileh û misilmanan e. Bêşêr: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene. Bilka: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene. Fêrga: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene. Gir Gewrê: Gite: gundê asûriyan an jî fileh û misilmanan e. Herbul: gundê asûriyan an jî filehan e, komira Silopiyê ji wira tê. Hevindga: gundekî bi avî ye û di karê pembî û birinc de dixebitin. Girê Çolya: Ev gunde he biniya çiye de ye.Gunde Mir u Beg'a ne Kizir: Kukît: 10 km ji Xaburê dûr e. Kulya: gundekî bi avî ye û di karê pembî û birinc de dixebitin. Kurava: Kurava jî gundekî liber ava Xaburê ye û di karê pembî û birinc de dixebitin. Xabur: deriyê gumrikan di navbeyna Tirkî û Otonomiya Kurdan an jî Îraqê de ye. Silib: ev gund di qontara çiyê de ne, rez û dehlên wan hene. Salatîn Wehsid: bes 10 km ji Xabur û Silopiyê dûr e. Zorava (Sorava): Zura: Zura jorî: Tilqebîn: ev gund jî nêzîkî 10 km ji Xabur û Silopiyê dûr dikeve. Ev Gundên he hemû jî di navbera an jî navbeyna Silopî û Zaxoyê de ne. Gundên li rojavayê Silopiyê Dader: Şirnexî tê de dijiyan, bes Tirkî xirabe kir. Babindek: gundê Teyan. Eywanê: xirabe ye. Gundê Ermeniyan: xirabe ye, miletê birayên ermenî mirovên zehf qenc bûn. Ewan û Kurdên misilman gelekî bi hevdu dikirin. Miletekî gelekî jîrbûn û mirovatiya wan zêde bû. Gêrkundan: xirabe ye. Hesana: xirabe ye, gundê asuriyan an jî filehan bû, danûstandina wan û kurdên misilman zêde bi hevdu re hebû û fileh û misilmanan jî ji hevdu his dikirin. Hurîsya: xelk Silopî ne. Kûrtik: berê gundiyên vî gundî Silopî bûn, bes di salên 1980an de firotine eşîreteke kurdan yên, ku ji wan re Zêwkî tête gotin. Li ber Cemê an jî Ava Bazamir e. Ev gund avî ye, çandiniya wê jî heye û pezên wan jî hebûn. Şerefxana: xelk Silopî ne. Şêvesor: xirabe ye, xelk Şirnexî ne û çandiniya wan jî hebû. Xezayê: xelk Silopî ne. Xirabreşik: xirabe ye. Di wî gundî de bes Silopî û Şirnexî hebûn. Silopî û Şirnexiyan zêde ji hevdu hisne dikirin. Hersal koçerên kurd zivistanan dihatin gund û havînan diçûn zozanên hunik. Ew malên Şirnexî, hin ji wan casusên tirkan bûn û gelekî kurdên dilsoz bê sebeb dan girtin. Di gundê Xirabreşikê de cotyarî û genim, ceh, garis, nîsk, nok çandinî dikirin. Lê dehil û rezên wan kêm bûn. Bes zebeş (jebeş), gindur (qawun) jî havînan hebûn. Bes dewar û heywanên Xirabreşkiyan jî hebûn wekî: hesp, hêstir, ker, çêlek û bizinên wan jî hebûn. Zêristîn: Ava Bazamirê di wira dibûrî. Hin havînan ava Bazamirê çik dibû. Ava Bazamirê heta 100 m jêdetir kurbûna xwe hebû û ji gundê Girê Çoliya dihat. Dirêjbûna xwe zêde hebû. Di ava Bazamirê de bax û bîstan jî dihatin çandin û herweha gelekî fêkî jî peyda dibûn. Bes mirov dikarî masiyan jî bigire. Heywanên kOvî: gurî, kêvruşk, rîvî, kew, kevok, zerzîlik û gelekî heywanên din jî peyda dibûn. Di nava şevê de gelek caran qaçaxçî jî di wira re dibûrî. Gund û xwe ne feqîr bû, bes gundiyên feqîr jî hebûn. Gundên li bakûrê Silopiyê Babga an Babigan: xirabe ye, çandiniya Babigan jî hebû. Besta Belega: Germgê an Germigê: xirabe ye, Germig jî gundek bi bax û bîstan bî, bes çandiniya wan ya genim û ceh jî hebû. Gelek kaniyên Gerimigê jî hebûn, gelekî avî bû. Girê Çoliya: xirabe ye, gelek bax, bîstan, rez û fêkiyên gundê Girê Çoliya hebûn. Bes hikmeta Tirkî hemû şewitandin. Sorbitim: xirabe ye, gundê Sorbitimê jî rez û pezên wan hebûn. Gundgê Remo: xirabe ye, rez û pezên wan hebûn. Şemga an Şemigan: xirabe ye, gelek bax, bîstan, rez û fêkiyên gundê Şemigan jî hebûn û ew jî ji aliyê hikmeta Tirkî ve hatin şewitandin. Xinis: xirabe ye. Zêdga an Zêdigan: xirabe ye, ev jî gundekî avî bû û bi bax û bîstan bû. Ev gund hemû jî di qontara çiyayê Cûdî de bûn, jiber vê yekê zû xira kirin, ku tirkî digot: arîkariyê didin Partiya Karkerên Kurdistan. Gundên li başûrê Silopiyê Basirîn: aboriya wî gundî jî liser birinc, pambî, zebeş û hin tiştên din bûn. Basurî: Bedru: xelk, Silopî û Teyan di gund de dijîn. Gundê Bedru jî di baran û lehiya sala 2006 an de hat xirakirin. Gunhedîd: li Gunhedîdê Silopî û Cizîrî dijiyan. Li wira jî çandîniya genim hebû. Tête gotin jeberî ku Silopî bibe navçe, dihata behskirin, ku Gunhedît bibe navçe ji şuna Silopiyê. Bes weke tête zanîn, di Silopiyê de xelkê Silopî hene, gôtinên wan li cem hikmetê mihimtir bûn. Jiber vê yekê jî rabîn Silopî kirin navçe û Gunhedît hêlan. Gunhedît gundek gelek xweş bû, heşînatiya vî gundî zêde bû û ji Silopî xweştir bû. Bes wextê Silopî bî navçe, Gunhedît rengê xwe yê berê winda kir. Di gund de mêrek bi navê Ebdulla Efendî hebû, bi xwe dewlet katibî bû û dilekçe ji xelkê re dinivîsî û vêrgî distand. Di wextê wî de gelek kurdan xwendin û nivîsana wan tune bûn, jiber vê yekê ji ewî bi dexdîlo ya xwe arîkariya kesê ku nivîsana wî nebû dikir. Ebdulla Efendî û xwe eslê wî ji Cizîra Botan bû û dibî mirovê Mala Mîr û Berdirxaniyan. Ev Gund niha jî dimîne, bes berû xiarbînê çûye. Nêrwan: gundê Teyan e, Teyî an jî Teyan eşîreteke kurdan e. Qonuta: Ribehî: jebeş an jî zebeşên vî gundê Rihanî yê wekî jebeşên Amedê bi nav û deng bûn. Rihanî: jebeş an jî zebeşên vî gundê Rihanî yê wekî jebeşên Amedê bi nav û deng bûn. Serêbiyê: gundê Teyan e, ev gund di salên 1975-95an de hat avakirin. Sofî Salim: ev gund di ber avê de ye. Takyan: xelk, Silopî û Teyan di gund de dijîn. Evqas gundên hatî xirabûn ti arîkarî jî ji hikûmetên Tirkî negirtin e, ku bikarin ji xwe re xaniyên xwe ava bikin. Çavkanî http://www.nufusu.com/ilce/silopi_sirnak-nufusu Girêdanên derve Malpera Silopî û Xabur
3520
https://ku.wikipedia.org/wiki/Serhed
Serhed
Serhed herêmeke Bakurê Kurdistanê ye. Bajarên Çewlîg, Erzirom, Mûş, Agirî û Qers (Serhed) li Bakûrê Kurdistanê û herêma sersînorî ya li parêzgeha Azerbaycana Rojava dikevin nav tixûbe vê herême. Navê xwe ji “serxet“ê digre. Cîvak Gelê Serhedê di pirraniya xwe de Kurd in, belê hin komên ecem (azerî), terekeme (qerepapax), romî û ereb (li Mûşe) jî li herême dijîn. Zêdeya kurdên serhedî misilman in, gelek gundên kurdên qizilbaş jî li Wan, Erzîrom, Erdêxan, Mûş û Çewlîgê hene. Kurd bi devoka Serhedê ya kurmancî û kirmanckî diaxivin. Xwarinên Serhed û deşta Rewanê Avsîra goşt Avsîra hêka Avsîra nîska Arxavk Avanît Babaxanûç Biraşka şîşê Bêdirav Bîco Bîstan Bîşî (kate) Cehzêr Deverûn Dewliser Etora hişk bi penîrê qaşarê Fesalî (kilor) Fetîr Girara kardiyê Goştekelem Girar Girara Dew Harşo Helawa ardikê Helîmeya ard û qeliyê Hesîde Hêkerûn Hêyavka goşt û kixseyê Hêyavka çavmarkê Jajerûn Karêberg Keledoş Kesmaşî Keşk Kilora çavbelek Kirdo Kufteya Evdîgor Kulîçeya dapîrê Kutilka dîlanê Meftuneya kerengê Narîn (xwarin) Pitî Qelî Qelandina goştê berxê û kartolê Seleteya Bazîdê Savarê heliz Xaşîl Xurîsk Binêrin Lîsteya eşîrên Serhedê Herêmên Kurdistanê Xinûs
3521
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87ewl%C3%AEg
Çewlîg
Çewlîg, Çolîg an Çebexçûr (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya Bakurê Kurdistanê ye. Nav Navê herî kevn yê bajar "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî Çebexçûr e, di Încîlê de maneya wî tê "ava paqij" yan jî ava cennet (bihuşt) ê. Nahrî jî navek din yê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navê wî yê vê demê ye. Tarîx Kronolojî Berî zayînê: 200 dema aramiyan 800 dema asûriyan 200 dema hukumdarî ya arasiyan 38 dema romayiyan Piştî zayînê: 395 dema bîzansiyan 636 dema ereban 1230 dema selçûqiyan 1243 dema moxolan 1515 dema osmaniyan Erdnîgarî Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan. Taybetiyên erda bajêr Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin. Avhewa Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar, dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe. Çiyayên herêmê Karîr (2.373 m), Şeytan (2.906 m), Çavreş (2.246 m), Serçelîk (2.900 m), Cotela (2.940 m) Deşt û zozanên herêmê Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye. Çem û gol Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd. Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013) Çewlîg an Çolig (navend) (Bingöl), 143.624 Azaxpêrt an Azarpêrte (Adaklı), 9.445 Darahênê an bi zazakî Dara Hêni (Genç), 35.958 Kanî Reş (Karlıova), 32.212 Kêxî an Gêẍiye (Kiği), 5.500 Bongilan (Solhan), 33.535 Xorxol (Yayladere), 2.144 Çêrme (Yedisu), 3.096 Tevayiya serjimarî herêmê (tevî gundan) 265.514 e. Babetên meywanan Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe. Aborî Serwetên bin erdê Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe. Ciyên turîstîk û gerê Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene. Çand û huner Ol û civak: Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê. Xwarinên herêmê Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne. Kincên herêmê Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin. Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe. Çavkanî
3522
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bazamir
Bazamir
Ava Bazamir an jî robarê Bazamir çemek ji çemên Kurdistanê ye. Robarê Bazamir dikeve navbeyna robarên mezin Dîcle û Firatê û di axa Mezopotamya de ye. Ava Bazamir ji qontara çiyayê Cûdî ji gundê Girê Çolya derdikeve anjî diherike û tê ser Ava Mezin. Di ber vê Ava Bazamir de gelek dehil, bexçe, bîstan, fêkî dihatin çandin. Yek ji van gundan, gundê Girê Çolya, gundigê Remo, Şemga, Germgê, Xirabreşik, Şerefxana, Kurtik û Hurisya bîn. Bes weke em dizanin ev gund behra bêhtir ji aliyê hikûmeta Tirkî ve hatine xirakirin û pişre jî ne mixabin ev dehil, bexçe û bîstan jî şewitand in. Çemên Kurdistanê Silopiya