id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
2535
https://ku.wikipedia.org/wiki/T%C3%AEr%20%28gerst%C3%AArk%29
Tîr (gerstêrk)
Zav, Zawe, Tîr an jî Merkur (nîşan: , ), gerstêrka herî biçûk a pergala rojê ye. Gerstêrka zavê gera xwe ya li dora rojê di 88 rojan de diqedîne ku ev dema herî kurt a gerstêrkên pergala rojê ye. Ji meyzandina li ser erdê, gerstêrka zavê gera li dora xwe di 116 rojan de temam dike. Agahiyên gerstêrka Zavê: Giranî: 0,06 (Dine 1) Cihgirtin: 0,06 (Dine 1) Tîrahî: 0,56 (Dine 1) Firehî: 4 878 Dûrahiya ji rojê: 0,39 (Pîvana astronomîk) Gera li dora xwe: 58,65 roj Gera li dora rojê: 87,97 roj Çavkanî Gerstêrk
2537
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kan%C3%AEre%C5%9F%2C%20B%C3%AEngol
Kanîreş, Bîngol
Kanîreş (di nexşeyên sala 1932/1934'an de weke Bingöl û Kale tê dîtin; bi tirkî: Karlıova), navçeyekê bajarê Bîngolê ye. Navçe di hêla çiyan da hatiye dorpêçkirin û navê wê 1938'an da hatiye guhertin û bûye Karlıova. Heta wê demê gundekî bi Gêxiyê va girêdayî bûye. Bilindayiya wê 1940 m, rûpîvana wê 1349 km2 ye.di navçeyê de çiya û erdên kend û kosp pirtirin.Erdên navrast biqasî %7.5 e. Erdnîgarî Çiya Çiyayên li dora Kanîreşê: Kox (Çîyayê Bîngolê) 3250 m, Çiyayê Çavreşî yê 2793 m, Çiyayê Şerevdînê 2544 m û Çiyayê Qertalixê X m bilind in. Hilhatina rojê li li dinê du ciyan tê temaşekirin ji van her du ciyan yek jî Kox da ye (Çîyayê Bîngolê). 47 gund pêva girêdayê ne. Çiyayên wekî qertalix û xirxal jî hene. Deşt Deşta herî mezin Deşta Gonîgê ye Çem Sê çemên henin lê derfetê dirêjiya wan da agahî nîne. Çemê Periyê, Dêrsimeda digîhê Mûnzûrê. Çemê Gonigê, di Darahêneda digîhe Miradê. Çemê Kêşê, di Gimgimê da derbz dibi û bajarê Mûşê da digîhê Miradê. Zozan Navçê zêdetir bi zozanê xwe navdar e: Zozanê Şerevdîne û Zozanê Çewligê ên herî navdar in. Dîsa Zozanê Xirxalê û Zozanê Çavreşîye di nava tixûbên navçeyê da ye. ji ber van Zozanan pezen wêyên sor di Serhedê da û hingivên wir li her derê pir navdarên. Germav Di gundê Hemzan da germavek he ye Gol Golbehrî, li Qerxepazarê ye. Gola Eko, di navbera Alpîran û Siqavêlanda ye. Şikeft Şikefta Kupikê, li gundê Kupikê ye, li ser dîwarên şikeftan hinik verojtinên dema kevirî henin. Rêje (Komir) Li Xelîfan û Kûrîkê da rêjeya lînyit heyê. Rezerva hatiye dîtin 88.844.000 ton, rezerva tê şuxilandin 56.545.000 ton hatiyê tespîtkirin. Hijmara kesan Nifûsê navçê nêzîke 6500 kesan e. Demsal Li vî navçê zivistan gelek dirêje û sarê bi mêtroyan berf dibare. Zivistana vî bajaroke di meha 11 da destpê dike heyan nîvê nîsanê didome. Ji nîvê Nîsanê şûnva bihar destpêdike bihar bi baran derbaz dibi le mixabin bihar li vir kine. Havîn bi hûnikayî derbaz dibe. Navdarên Kanîreşê Sidoyê Bozo Çavkanî
2539
https://ku.wikipedia.org/wiki/Meryem%20Xan
Meryem Xan
Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya Bakur stran li ser qewanan tomar kirine. Cihê jidayikbûna we nediyar e. Li gor riwayetekî di sala 1904'an li Dêrgola Botanê ser Şirnexê û li gor agahiyên din li gûndê Çêlika Ebdulkerîmê Eliye Remo e giredayî Kerboranê hatiye dinê (Bakurê Kurdistanê). Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê heya roja îro jî tên hezkirin. Meryem Xan sala 1949'an li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êşên mezin de çû rehmetê. Meryem Xan û civata kurdî Di demekê de ku di civaka kurdî de bi şerm dihat dîtin ku jin bibin dengbêj yan muzîkvan û piraniya dengbêjên kurdan zilam bûn, Meryem Xan (1904-1949) xwe da bayê hunera kurdî û ji ber vê yekê gelek zehmetî kişandin. Meryem Xan di nav kurdan de weke yekemîn stranbêja jin tê naskirin. Stran Girê Sîra Ha Wer Delal Helîm: https://www.youtube.com/watch?v=tHaxWQisrUw Weyla li min xerîbê: https://www.youtube.com/watch?v=YujSZaSRMO8 Lorke lorke Gulê wey nar wey narê Hey berde berde Lê lê weso Gul şênî şênî Miḧemedê romî Lê lê êmo Lê dayê Lê lê siwaro Ey delal Çavkanî Meryem Xan dîyalekta herema Torê bi kar tîne û kiteba Huseyîn Demîrer a bi navê Ha Wer Delal jî îdiayên cihê dayikbuna wê go li Çêlik xurt dike. Jidayikbûn 1904 Mirin 1949 Stranbêjên kurd Jinên kurd Dengbêj
2541
https://ku.wikipedia.org/wiki/1992
1992
Bûyer Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Kurdistan 19ê gulanê – Hilbijartinên Parlamena Başûrê Kurdistanê. 27ê îlonê – Sekreteri IKDP Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî û 2 endamên komîteya navendî yên partiyê li Berlîn ê ji aliyê ajanên Îranî ve hatne şehîd kirin. 4ê çiriya pêşîn – Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKK de. 4ê çiriya pêşîn – Parlamena Netewî ya Kurdistana Başûr, Dewleta Kurd ya Federe îlan kir. Zayîn 11ê sibatê – Taylor Lautner, lîstikvan, model û dûblajvanê amerîkî 22ê tîrmehê –Selena Gomez, stranbêj û aktrîsa amerîkî Mirin (Kesên ku di vê salê de mirî ne.)
2543
https://ku.wikipedia.org/wiki/1993
1993
Bûyer Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Kurdistan 3ê kanûna paşîn – Şaxa Amedê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê vebû. Zayîn Zekeriya Husênî, helbestvan û nivîskarê kurd. Mirin 10ê nîsanê – Endamê HEP a Farqînê M.Halîm Yalçinkaya hate kuştin. 10ê nîsanê – Reveberê HEP a Qoserê Şeyhdawut Yalçinkaya di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin. 10ê nîsanê – Yek ji serokên reşikan yê Efrîqaya Başûr Chris Hani hate kuştin. 17ê nîsanê – Serokkomarê heyştemîn ê Komara Tirkiyê Turgut Özal jiber bi awayekî nepênî mir.
2544
https://ku.wikipedia.org/wiki/1994
1994
Bûyer Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) 27ê kanûna paşîn – Li dijî nivîsgeha rojnameya Özgür Gündemê ya li Enqereyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Kurdistan Berfanber/Kanûn 1994 ê Serleşker ê gerilla ên ARGK ê Erdal GEDIK (Cihat)li Dêrsime bi deh hevalên xwera şehit ket. Zayîn 4ê gulanê – Heresh Kurdi, Gemşa profesyonel a kurd li Zaxoyê ji dayîk bû. Mirin (Kesên ku di vê salê de mirî ne.)
2545
https://ku.wikipedia.org/wiki/1995
1995
Bûyer Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Kurdistan Adar – Kovara weşana Înstîtûta Kurdî li Berlînê Lêkolîn dest bi weşanê kir. Zayîn (Kesen ku di vê salê de ji dayîk bûn) Mirin (Kesên ku di vê salê de mirî ne.)
2546
https://ku.wikipedia.org/wiki/1996
1996
Bûyer Cîhan 5ê nîsanê – Di bin pêşengiya Hrant Dink de ji aliyê komeke dilxwazên Ermenî rojnamê Agos dest bi weşanê dike. Kurdistan 24ê îlonê – Tevkûjiya li zîndana Amedê (1996) Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî li Stenbolê hatiye damezrandin. Zayîn 17ê sibatê – Sasha Pieterse, lîstikvan, stranbêj û strannivîseke amerîkî ku li Afrîkaya Başûr dayik bû. Mirin (Kesên ku di vê salê de mirî ne.)
2547
https://ku.wikipedia.org/wiki/1997
1997
Bûyer Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Kurdistan 3ê kanûna paşîn – Partiya Girseya Demokratîk (DKP) ji aliyê Şerafeddîn Elçî û hevalên wî hate damezrandin. Jidayikbûn 1997 – Jacob Elordi, lîstikvanê awistralyayî Mirin (Kesên ku di vê salê de mirî ne.)
2548
https://ku.wikipedia.org/wiki/1998
1998
Bûyer Cîhan 10ê nîsanê – Di navbêra Katolîk û protestanên li Îrlandaya Bakûr de peymana aştiyê ya Belfastê hatiye mohrkirin. Kurdistan Zayîn (Kesen ku di vê salê de ji dayik bûn) Mirin Andrea Wolf di rojê 22ê çiriya pêşîn mir.
2549
https://ku.wikipedia.org/wiki/1999
1999
Bûyer Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Kurdistan Zayîn 23ê sibatê – Warina Hussain , lîstikvan û modela efxan - kurd Mirin 10ê nîsanê – Gerîllayê Kurd Mehmet yê bi navê xwe yê kod Harun Kato, li Xakurkê jiyana xwe ji dest da.
2550
https://ku.wikipedia.org/wiki/2000
2000
Bûyer Cîhan 31'ê adarê – Aş û dûman ji Ûsûyê derket. Kurdistan Jidayikbûn (Kesen ku di vê salê de ji dayik bûn) Mirin 3'ê tîrmehê – Kemal Sunal, yek ji aktorên sînemaya (kîno) Tirkiyê bû, li Stenbolê mir. 16 çiriya paşîn — Ji hunermendên Kurd Ahmet Kaya li paytexta Fransa Parîsê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
2551
https://ku.wikipedia.org/wiki/2001
2001
Bûyer Kurdistan 1ê adarê – Rojnameya Dema Nû dest bi weşana xwe kir. Cîhan 11ê îlonê – Êrîşên 11`ê îlonê li New York û Waşingtonê Jidayikbûn (Kesen ku di vê salê de ji dayik bûn) Mirin tebaxê – Günter Dönges, nivîskarê alman mir.
2552
https://ku.wikipedia.org/wiki/2002
2002
Bûyer Cîhan 27ê kanûna paşîn – Di encama teqîneke li bajarê Lagos a Nîjeryayê de 1.100 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzîkê 20.000 kes jî bê cih û war man. 8'ê kewçêrê – Soundtrack'ê 8 Mile derket. Kurdistan 7ê gulanê – 12 kes ji ber xebatên li ser zimanê kurdî li Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Jidayikbûn (Kesen ku di vê salê de ji dayik bûn) Mirin (Kesên ku di vê salê de mirî ne.)
2553
https://ku.wikipedia.org/wiki/2003
2003
Bûyer Cîhan 6ê sibatê – Albûmê Get Rich or Die Tryin' yê 50 Cent derket. Kurdistan Enstîtuya Kelepora Kurdî li bajarê Silêmanî hata damezrandin. 27ê kanûna paşîn – Li Pilemorê erdhejeke bi mezinahiya 6,5 a li gorî pîvana richter qewimî. Jidayikbûn (Kesen ku di vê salê de ji dayik bûn) Mirin 27ê kanûna pêşîn – Siyasetmedar û nivîskarê kurd Hemreş Reşo çû ser dilovaniya xwe.
2554
https://ku.wikipedia.org/wiki/2004
2004
Bûyer Cîhan 1ê gulanê – Kîpros ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Çîk ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Estonya ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Letonya ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Lîtvanya ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Mecaristan ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Malta ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Polonya ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Slovakya ket nav Yekîtiya Ewropayê 1ê gulanê – Slovenya ket nav Yekîtiya Ewropayê Kurdistan Jidayikbûn (Kesen ku di vê salê de ji dayik bûn) Mirin 11ê çiriya paşîn – Yaser Erefat, serokî felastînî (jdb. 1929)
2556
https://ku.wikipedia.org/wiki/C%C3%AAw%C3%AE%20%28birc%29
Cêwî (birc)
Cêwî ji 21ê gulanê dest pê dike û di 21ê hezîranê de diqede. Birc Mîtolojî
2559
https://ku.wikipedia.org/wiki/Anatom%C3%AE
Anatomî
Anatomî zanista ku laşê mirov û lawiran lêkolîn dike. Bêjenasî û dîroka anatomiyê Bêjeya anatomiyê ji zimanê yewnanî ji gotin "anatemnein"e tê û wateya wê perçekirin e. Anatomî jî dibe ilme percekirine. Lê îro mirov ji beja anatomiye, ilma tevhevkirina perceyen bedene ji bo avakirina organizmayeki bi fonksiyon fêhm dike. Anatomî ilmeki gelek kevn e. Mirov berî bi hezaran salan li ser anatomiye xebitîne. Li Mezopotamya yê mirovan mih serjedikirin û gor şikle kezeba reş, nexweşiyan teşhîs dikirin. Dîsa li mitolojiya Yewnan da tê gotin ku, Xwedaye mezin Zeus, ji bo cezakirine, lawe xwe Prometeus davêje ser ciyaye Qaf û li ser zinareki da girê dide. Eylo her roj tê û parcekî ji kezaba wî ya reş jê dike û dixwe. Lê kezeba wî heta roja dine careke din xwe ji nû ve dike, mezin dibe. Yanî ta ji we çaxê ji mirovên him şikle organên him jî hindek fîzyolojiya wan, wekî mezinbûna kezeba reş, nas dikirin. Ji bo vê yekê ji mirova dikare li Mezopotamyayê berê bi hezarên salan nişdarîye çavên û yê kisika mize çebikin. Wek tê zanîn ew nişdarîana di dîroka mirovahiyê da yên ewilî bûn. Pêşangeh Binêre Anatomiya Bedena Mirovan Laşê mirov Çavkanî Girêdanên derve http://www.innerbody.com/ Anatomiya laşê mirov Human Body Maps (interactive human body) on HL.com Anatomiya mirov Binebeşên biyolojiyê
2561
https://ku.wikipedia.org/wiki/Am%C3%BBd%C3%AA
Amûdê
Amûde an jî Kanî Dara yek ji kevintirîn bajerên Rojavayê Kurdistanê ye. Bajerekî navçeya Qamişloyê ye, li parêzgeha Hesîçeyê ye û dora 30 kîlometran rojavayî Qamişloyê û 80 kîlometran bakur û rojhilatî Hesîçeyê ye. Hejmara niştecîhên bajarê Amûdê (tevî 156 gundên wê) dora 200.000 e. Li gundên başûrî bajêr hejmareke mezin ji êzdiyan dijîn. Di 13ê çiriya paşîna 1960î de di Şewata Sînemaya Amûdê de, ku hikûmeta Sûriyê wek berpirsyarê wê hatiye napesinkarkirin, dora 200 şagirtên dibistanê mirin. Li Amûdê ji bilî kurda hema hema gel najîn. Tenê çend malbatên ermeniyan û çend malbatên ereban li vî bajarê kurdan dijîn. Li başûrê Amûdê di ser 10an de gundê êzdiyan hene. Êzdî li gundên Amudê yên Merkebê, Dugirê, Qelaçix, Xirbê Xwê, Çetelê, Kuliyê, Xirbexezal, Gorseîd, Xirbedilan, Mîk, Hêşerî, Tolko, Berzan, Morîka, Enteriyê, Mehmûdiyê û Kerengo dijîn. Lê piraniyan niştecihên van gundên êzdiyan jî koçî Ewropayê kirine. Şewata Sînemaya Amûdê Di 13yê çiriya paşîn a 1960an de bi sedan zarokên dibistana seretayî li Sînemaya Amûdê kom kirine û agir bi sînemayê ketiye. Di encama vê şewatê de nêzî 200 zarokên kurd di encama şewatê de jiyana xwe ji dest daye. Mihemed Seîd Axa li Amûdê bi rêzdarî tê nasîn. Bo amûdiyan û gelê kurd ew leheng e. Dema li Sînemaya Amûdê şewat derdikeve Mihemed Seîd Axa agahiya şewatê dibihîse û ber bi sînemayê ve baz dide. Dema Seîd Axa ber bi sînemayê ve diçe welatiyek jê re dibêje: "Kurê te Fehed ne li sînemayê ye." Seîd Axa jî bersîv dide û dibêje: "Hemû zarokên Amûdê zarokên min in." Seîd Axa gelek zarok ji salona sînemaya Amûdê rizgar dike. Dema du zarokên din hembêz dike û ji salona Amûdê derdikeve hesinê derî ku ji agir sinciriye û heliyaye bi ser wî de dikeve, ew û du zarokên di hembêza wî de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê Seîd Axa di dilê gelê Amudê de wekî şehîd tê dîtin. Le gelek saziyên rêveberiya Rojava wêneyê Seîd Axa jî daleqandiye. Navdarên Amûdê Fehd Dakourî Cemîl Darî Ebdulrehman Elucî Yûnis Hakîm Ehmed Huseynî Ismaîl Kûsa Nezîr Melle Abdulkadir Musa Helîm Yûsiv Çavkanî Bajarên Kurdistanê
2562
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%AErwan%20Hec%C3%AE%20Berko
Sîrwan Hecî Berko
Sîrwan Hecî Berko rojnamevanekî kurd e. Berko di 14.05.1977ê de li bajarê Amûdê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Ew ji sala 1990î de li Elmanyayê dijî. Li wê derê, wî lîse kuta kir û dest bi xwendina "Medecine Informatik" li Zanîngeha Dortmund kiriye. Di ber xwendina xwe re, ew birêvebirî û xebata di Malpera Amûdê de dike. Herweha ew hekemê fotbolê ye û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elmanyayê ye. Ew endamê Partiya Sosyaldemoqrat a Elmanyayê (SPD) ye û dora 6 salan berpirsyariya rêxistina ciwanan a partiyê ya li herêma xwe kiriye. Mêr Rojnamevanên kurd
2569
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87iyay%C3%AA%20Agir%C3%AE
Çiyayê Agirî
Çiyayê Agirî, Grîdax, Glîdax berê bi Koşaxî an Çiyayê Şaxî jî hatiye binavkirin, çiyayekî ji cûreya stratovolkanane ku di çar qonaxên çalakiyên volkanîk de û di encama teqînên volkanîk û herikînên lavên volkanîk bilind bûye. Çiyayê Agirî çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye ku ji du konên volkanîk ên mezin ên agiriya mezin û ji agiriya biçûk pêk tên. Bilindahiya agiriya mezin 5137 mêtre ye ku lûtkeya herî bilind ê erdnîgariya Kurdistanê ye û bilindahiya agiriya biçûk 3896 mêtre ye. Li ser rast a erdê berfirehî ya girseya Çiyayê Agiriyê bi qasî 35 kîlomêtre berfireh e. Yekem hewldanên tomarkirî yên ji bo gihîştina lûtkeya Agiriyê di Serdema Navîn de pêk hatiye ku Friedrich Parrot, Khachatur Abovian û çar kesên din di sala 1829an de yekem hilkişîna tomarkirî pêk anîne. Tevî ku pirtûka destpêkirin 8:4 nebêje jî, ji ber ku "Çiyayên Agiriyê" di Încîlê de wekî cihê rûniştina Keştiya Nûh hatiye binavkirin, li Ewropayê, çiya ji Serdema Navîn ve bi navê Araratê hatiye binavkirin. Etîmolojî Ji serdema navîn a dawî ve navên Çiyayê Agirî tê bikaranîn. Navê çiyayê di kevneşopiya kurdî de bi navê Koşaxî an jî Çiyayê Şaxî hatiye bi navkirin. Navê çiyê di kurdî ya îro de Çiyayê Agirî ye. Ev nav tê wateya "çiyayê bi agir" yan jî "çiyayê agrîn". Navê kevneşopî ya farisiyê de navê Çiyayê Agirî bi farsî کوه نوح Kūh-e Nuh hatiye binavkirin. Ev nav di farisî de tê wateya "Çiyayê Nûh". Navê Ararat guherînek Yewnanî ya peyva אֲרָרָט ('RRṬ) e, ku di zimanê Îbranî de ji bo Urartiyan ku di demên kevnar de li zozanê ku Ermenî lê hebûn dihat bikar anîn. Her çend çiya li cîhanê bi gelemperî bi vî navî tê nas kirin jî, tu mirovên herêmî ev nav ji bo çiya bikar neanîne. Di Kevnariya Klasîk de, di xebata Geographica ya Strabo de, lûtkeyên Çiyayê Agirî wekî βος (Abos) û Νίβαρος (Nibaros) di Grekiya Kevn de hatiye bikaranîn. Çiyayê Agirî bi di kevneşopî ya zimanê ermenî de Masis Մասիս Masis be jî lê navên Ararat û Masis li Ermenîstana îro wekhev tên bikaranîn. Tê fikirîn ku ev nav ji peyva farisî ya navîn masist (mezintirîn) an ji "mns" ku di Proto-Hindo-Ewropî de tê wateya çiya. Li gorî arkeologê ermenî Petrosyan, navê Çiyayê Māšu, di Destana Gilgamêş de derbas dibe, navê çiyayê Māšu ji wir de maye. Erdnîgarî Çiyayê Agiriyê li rojhilata Bakûrê Kurdistanê ye ku di navbera parêzgehên Agirî û Îdirê de, li nêzîkî sinorê Îran, Ermenistan, navçeya Nexçewan a Azerbaycanê de ye û di navbera Çemê Aras û Çemê Miradê de ye. Deşta bilind ku ji lavan pêk hatiye û bi 2600 mêtre bilind e lûtkeyên agiriya mezin û agiriya biçûk ji hev vediqetîne. Çiyayê Agiriyê bi qasî 16 kîlomêtre li rojavayê sinorê Rojhilata Kurdistanê-Bakurê Kurdistanê ye û 32 kîlomêtre li başûrê sinorê Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê ye. Taybetmendiya erdnîgarî Çiyayê Agirî sêyem çiyayê herî girîngê li Rojavayê Asyayê ye. Çiya lûtkeya herî bilind ê Kurdistanê û Ewropayê ye. Çiyayê Agirî heya bilindahiya 4000 mêtreyê ji bazaltî pêk tê û ji 4000 mêtreyê bilindtir jî ji lavên andezît pêk tê ku taybetmendiyên çiyayê volkanîk nîşan dide. Li serê çiyê rûerdeke qeşagirtî heye. Li aliyê rojhilata Agirî ya Mezin bi bilindahiya 3896 mêtreyê Çiyayê Agirî ya Piçûk cîwarbûye. Di bilindahiya çiyayê agiriyê de xuyangên cihêreng heye. Mêrgên ku heya sînorê berfê tê, mêrgên kulîlkên cihêreng û rengîn û bi mêrgên çiyayî ve xwedanê dîmenek balkêş e. Bi tevahî 11 şaxên qeşagirtî yên ji serma qeşayê daliqandiye hene. Ev şaxên qeşayê di navbera 1 û 2.5 km de diguhezin. Daliqandina qeşayê li kêlekên başûrê çiya heta 3900 mêtrê, li kêlekên bakur heta 4200 mêtre, berjêr bûye. Ji van şaxên qeşayê ya herî mezin li geliyê bakurê rojhilatê kraterê tê dîtin. Ji ber şepola zêde, qeşayên ku car bi car berjêr ve şiqitîne bûye sedema çêbûna qeşagirtek mirî (qeşaya nûvekirî) ku di bilindahiya 2370 mêtreyê de li deverên jêrîn ên geliyê pêçaye. Lûtkeya qeşagirî Qeşaya li lûtkeya Çiyayê Agiriyê herî kêm ji sala 1957an vir ve her çûye kêm bûye. Di dawiya salan 1950an de, Blumenthal kifş dike ku 11 şaxên cemedên derketî hene ku ji girseya berfê (bi qasî qadeke 10 km²) berjêr dibe. Di wê demê de hatiye dîtin ku cemedên heyî yên li ser lûtkeya Agiriyê bi qasî 3900 mêtre li quntara bakur û bi bilindahiya 4200 mêtreyê jî li başûrê çiyayê dirêj dibin. Bi karanîna dîmenên hewayê yên berê û daneyên ji jor ve, li Çiyayê Agiriyê di navbera salên 1976 û 2011an de berfirehiya qeşayê hatiye lêkolîn kirin. Di vê lêkolînê de hatiye kifşkirin ku berfirehiay qeşayê di sala 1976an de 8,0 km² bûye û heta sala 2011an jî daketiye 5,7 km² yê. Di vî lêkolînê de hatiye dîtin ku di navbera 1976an û 2011an de qeşaya li serê Çiyayê Agiriyê ji %29 ji qada xwe ya tevayî winda kiriye. Ev rêje bi rêjeyên giştî yên paşvekişîna cemedên din ên lûtkeyên Bakûrê Kurdistanê û herêmê ku ji hêla lêkolînên din ve hatine belge kirin re hevaheng e. Li gorî lêkolîneke sala 2020an "dibe ku helandina cemedê bi heman lezê berdewam bike, ihtîmal heye ku cemeda daîmî heta sala 2065an bibe cemedekî demsalî." Blumenthal texmîn kiriye ku xeta berfê di dema pleîstosena dereng de bi qasî 3000 mêtre berjêr bûye. Dibe ku xetek berfê ya wiha dê qeşayek bi qasî 100 km² afirandiye. Lêbelê wî nebûna delîlên zelal ên morenên (kevirî cemedî) pêşdîrokî yên ji bilî yên ku nêzî zimanên cemedê yên sala 1958an bûn, nedîtiye. Blumenthal nebûna van morenan bi nebûna zozanên sinorkirî ji bo kontrolkirina cemedan, nebûna barkirina bermahiyên di qeşayê de ji bo avakirina morenan û veşartina wan ji hêla teqînên paşîn ve rave kiriye. Piştî çend salan şûnda, Birman li ser zozanên ber bi başûr moranek mihtemel dibîne ku bi kêmî ve 300 mêtre li bilindahiya binê qeşayê ya sala 1958an li bilindahiyek 4200 mêtre dirêj bûye. Wî her weha du depoyên morenan (kevirî cemedî) dibîne ku ji hêla cemeda geliyê Agirî ya pleîstosenê, dibe ku temenê Wiskonsinan (Gelê herî dawîn a herî paşîn) be, li jêra Gola Masiyan de hatiye çêkirin. Morena bilind li bilindahiyek bi qasî 2200 mêtre û morena jêrîn li bilindahiyek bi qasî 1800 mêtre dimîne. Her du moren bi qasî 30 mêtre bilind in. Tê texmînkirin ku Gola Masiyan di nav hewzeke cemedî de cih digire. Jeolojî Çiyayê Agirî stratovolkanekî polîjenîk e ku qadeke 1100 km² vedihewîne û çiyayê volkanîkî ya herî mezinê li herêmê ye. Çiyayê Agirî bi dirêjahiya eksena xwe ya aliyên bakurê rojava-başûrê rojhilat ve bi qasî 45 kîlomêtreyan dirêj e û bi eksena xwe yê kurt re jî bi qasî 30 kîlomêtreyan dirêj e. Çiya bi qasî 1150 km³ ji bermahiyên pîroklastîk ên dasîtîk û rîolîtîk û ji lavên dasîtîk, rîolîtîk û bazaltîk pêk tê. Çiyayê Agiriyê ji du konên volkanîk ên cuda yên bi navê Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk pêk tên. Konê volkanîkî yê rojavayî, Agiriya Mezin xwedî konekî volkanîkî yê asê ye ku ji konê volkanîkî ya (Agiriya Biçûk) rojhilat mezintir û bilindtir e. Agirya Mezin di bingehê de bi qasî 25 kîlomêtreyan firehe û bi qasî 3 kîlometreyan ji asta erdê Îdir û Bazîdê bilind dibe. Konê volkanîkî yê rojhilat, Ararata Biçûk, 3896 mêtre bilind û ji bingehê ve jî 15 kîlomêtre firehe. Herdu konên volkanîk ku 13 kîlomêtre ji hev dûr in, bi şikestinek berfireh a bakur-başûr ve hatine veqetandin. Ev şikestin îfadeya rûbera şikestekek dirêjkirî ye. Gelek konên parazît û qubeyên lavan ji ber teqînên kêlekê li ser vê şikestekê û li ser milên her du konên volkanîkî yên sereke hatine çêkirin. Çiyayê Agiriyê di nava qadeke veqetandina tansiyonê ya tevlîhevê sinistral de ye ku bi eslê xwe depresyonê yekane û domdar bû. Bilindbûna Çiyayê Agiriyê deştên Îdirê û Bazîdê ji hev vediqetin e. Ev deştên ji hev veqetandî di encama tevgera lêdan-şimitîn ya li ser du beşên şikestekên (fault) qatbiqat e û şikesteka Bazîd-Gurcîbilax û Îdirê ya pergala lêdan-şimitîn ya sinistral de derketine holê. Tengasiya di navbera van şikestekan de ne tenê qada vekişînê ya orîjînal ava kiriye, pergalekî şiksetekên ku bi şêwaza belavbûna puça hespê afirandiye ku pozîsyona navendên teqîna volkanîkî yên sereke yên Çiyayê Agiriyê û kembera xêz a têkildar a konên volkanîkî yên parazît kontrol dikin. Sîstema şikesteka (fault) lêdan-şimitîn a ku Çiyayê Agiriyê jî di nav de ye di encama lihevhatina bakur-başûr û pevgirêdana tektonîkî ya di navbera Plaqeya Ereban û Laurasyayê de ye ku piştî girtina Okyanûsa Tetîsê di Serdema Eosenê de li ser stura Bilîs-Zagros berdewam kiriye. Dîroka jeolojîk Di destpêka Serdema Eosenê û destpêka Serdema Miosenê de, lihevketina Plaqeya Erebî bi Plaqeya Laurasiyayê re qada Okyanûsa Tetîsê tê girtin û li heman qadê Anatoliyaya îro derdikeve holê. Yekkirina van girseyên erdên parzemînî vê baskê okyanûsê di serdema eosena navîn de ji holê radike û di encamê de deryayên bermayî, heya dawiya mîosenê ya destpêkê de ji holê radibin. Lihevhatina tektonîkî ya di nav deverên lihevhatinê de, di dawiya destpêka miosenê de, dibe sedema windabûna tevahiya deryayên mayî yên li rojhilata anatolyayê. Heman lihevhatin dibe sedema qalindbûna qalikê û bilindbûna erdê bilind a rojhilatê Anatoliyayê û Îranê (herêma di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê ya îro). Digel vê lihevketinê deformasyonek berfireh jiber şikestek û şaxeşaxbûna erdê ku diqewime û di encamê de gelek deştên herêmîyên biçûk û mezin hatine afirandin. Deformasyona şidandina bakur-başûr îro jî berdewam dike ku ji ber şikestekên berdewam, çalakiyên volkanîk û erdhejiye pêk tên. Li Anatolyayê volkanîzmayên herêmî di Miosena navîna dereng de dest pê dike. Volkanîzmayên berbelavê di serdema dawîn a Miosen-Plîyosen de ku li tevahiya deştên Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê ya îro de bûn, di bin kevirên volkanîkî yên stûr de hatine girtin. Ev çalakiyên volkanîk heta demên dîrokî bênavber berdewam kiriye. Xuya ye ku aktîvîteyên volkanîkî di dema Miosene-Plîyosena herî dawî de, ji 6an heta 3yê (Ma), gihîştiye lûtkeyê. Di dema Kuaternerê de çalakiyên volkanîk li çend volkanên herêmî yên wekî Çiyayê Agiriyê dimîne. Ev aktîvîteyên volkanîk bi gelemperî bi şikestinên tansiyonê yên bakur-başûr ve girêdayî ne ku ji ber berdewamiya deformasyona kurtbûna bakur-başûrê Anatolyayê pêk tê. Di lêkolînek berfireh û kurteya volkanîzma Kuaterner ya Anatolyayê de çar qonaxên avakirina Çiyayê Agiriyê ji kevirên volkanîk ên ku li geliyên cemedî hatine kolandin, hatiye dîtin. Qonaxa yekem, qonaxek teqîna şikestinê ya teqînên fisûrên Plinian-subPlinian hatiye dîtin ku bi herikîna 700 mêtre ji kevirên pîroklastîk û çend herikînên lavên bazaltî pêk hatiye. Ev zinarên volkanîk berê çêbûna Çiyayê Agiriyê ji şikestekên (fault) ku ber bi aliyên bakur, bakurêrojava-başûr û ber bi başûrêrojhilat ve dirêj dibin, herikîne. Qonaxa duyem, çalakiya volkanîkî tenê li deverek şikestî zêde dike û bi vî re qonaxek avakirina konika çiyayî dest pê dike. Ev qonaxa duyem a volkanîkî despêka bi konikên biçûk re bilinbûna Çiyayê Agiriyê daye destpêkirin. Di vê qonaxê de, teqîna herikîna lavên bi bilindahiya 150 mêtreyê qalind piroklastîk ên pêkhateya andezît û dasîtê, piştre re jî teqîna herikîna lavên bazaltê konika Agiriya Mezin bi profîla çiyayiyek biçûk ava dike. Qonaxa sêyem, qonaxek herikînên zêde yê lavên andezît û bazaltî di vê qonaxê de despêkiriye. Di vê qonaxê de konên niha yê Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk ji ber teqînên li kêleka şikestinan çêbûne. Qonaxa çarem (qonaxa dawî), teqînên volkanîk ên li Çiyayê Agiriyê veduguhere qonaxek teqîna du konî ku şikseteka mezin a bakur-başûr re her du konên ku li gel çend şikestin û tîşirên pêvek li ser milên volkanê derketine, ji hev vediqetîne û bi vê qonaxê re aktîvîteyên volkanîkî vedigerin du konikên volkanîkî ku konika Agiriya Biçûk di vê qonaxê de dest bi pêşveketinê dike. Li kêleka vê şikestekê û şikestinên pêvek, hejmarek konik û qubeyên parazît bi teqînên piçûk re derketine holê. Yek ji konika pêvek lavên bazalt û andezîtên mezin herikandiye ku ev lav li Deşta Bazîdê û bi Çemê Avazer re ku ji başûr ber bakur ve diherikî, herikiye. Dîrokkirna radyometrîk a van herikîna lavan bi temenên radyometrîk ên 0,4, 0,48 û 0,81 Ma hatiye dîrokkirin. Bi tevayî, temenên radyometrîk ên ku ji kevirên volkanîkî yên ku ji Çiyayê Agiriyê herikîne di navbera 1,5 0,02 Ma yê de ne. Di lîteratûra dînî de Çiyayê herî mezin ê Kurdistanê çiyayê Agiriyê ye. Gorî Încîlê pîştî tofanê, keştiya Nûh li serê Çiyayê Agirî daniye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin. Li gorî baweriyek din ve jî, di peymana Kevin de, di nivîsa Tekvin hatiye nivîsandin ku keştiya Nuh li çiyayê bi cîh e. Lêbelê, di Quranê de tê gotin ku keştiya Nûh li ser Çiyayê Cûdî rûniştiye. Di salên 1950an de, di wêneyên hewayî de şeklên mîna keştiyê wekî hebûna keştiya Nûh hate şîrove kirin lê piştra derket ku ew bê bingeh in. Di zimanên cûda de gelek navên çiyayê Agiriyê hene. Navên sereke ku zêde têne bikaranîn ev in; Ararat Kuh-i Nuh Cebel'ûl Haris Kronolojiya çalakbûnê Kronolojiya çalakiya volkanîk ya Holocene ya ku bi Çiyayê Agiriyê ve têkildar e an ji aliyê vekolînên arkeolojîk, dîroka devkî, tomarên dîrokî, an jî kombînasyona van daneyan ve tê tomarkirin kirin, ku ev delîl dide teqînên volkanî yên Çiyayê Agiriyê di salên navbera salên 2500, 2400, û 550yê de pêk hatiye. Di dîrokên de di salên 1450 û 1783an û di 1840an de çalak bûye. Delîlên arkeolojîk destnîşan dikin ku teqînên teqîner û herikînên pîroklastîk ên ji milê bakurê rojavayê Çiyayê Araratê, herî kêm yek ji wargeha çandê ya Kura – Araxes rûxandiye û binax kiriye. Di salên 2500–2400 de bûye sedema gelek kuştina mirovan. Dîrokên devkî diyar kir ku teqînek girîng a mezinahiya nediyar di 550 Berî Zayînî de qewimiye û teqînên piçûk ên xwezaya nediyar dibe ku di 1450 û 1783an de pêk hatibin. Li gorî şîrovekirina daneyên dîrokî û arkeolojîk, erdhejên bihêz ên ku bi teqînên volkanî re têkildar nabin jî di salên Berê Zayînê 139, 368, 851-893 û 1319an de çêbûye. Erdheja sala 139an û şimitoka ku di sala 1840an de ji lûtkeya Çiyayê Agiriyê herikî bû sedema qurbaniya gelek kes an. Di 2ê tîrmeha 1840an de li Çiyayê Agiriyê teqînek avî ya binê erdê çêbû û ji şikestinên radyal ên li aliyê jorîn ê bakurê çiyê herikîna piroklastik pêk hat û di teqînê de erdhejek bi mezinahiya 7,4 pêkve qewimiye. Di vê erdhejê de 10 hezar kes mirin û ziyanek mezin çêbû. Galeriya wêneyan Binêre Çiyayên Kurdistanê Komara Agiriyê Çavkanî Volkan Încîl Çiyayên Kurdistanê Stratovolkanên Kurdistanê Çiyayên Tirkiyeyê
2576
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mexm%C3%BBr
Mexmûr
Mexmûr bajarek ji Başûrê Kurdistanê ye. Mexmûr nav Mûsil, Hewlêr û Kerkûkê ye. Nêzîkî bajarê Mexmûrê kampeke penaberan heye, navê wê jî Kampa Mexmûrê ye. Bajarên Başûrê Kurdistanê
2577
https://ku.wikipedia.org/wiki/Wargeha%20Mexm%C3%BBr%C3%AA
Wargeha Mexmûrê
Wargeha Mexmûr wargeh û qampeke penaberan nêzîke bajarê Mexmûra Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê, Iraq) e ya ku di 1998an de hate danîn. Li qampê di 2020an de bi piranî 13.000 penaberên ji Botanê (Bakurê Kurdistanê) dijîn yên ku di salên 90î de ji ber êrîşan neçar bûn ku berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê. Çend caran balafirên artêşa tirk êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kir. Cîhên ku penaber jê hatine Piraniya penaberên Wargeha Mexmûrê xelkê herêma Botan a Bakurê Kurdistanê ne. Jêder Mexmûr
2586
https://ku.wikipedia.org/wiki/FolderShare
FolderShare
Di sala 2002'an de endustriya muzîke bi serkeftî derîye Audiogalaxy, bernameya P2P ko wêrise Napsters girtibû girtin, Niha serkare Audiogalaxy berî, Michael Merhej, bi bernameyek nû ji bo sîstema P2P vegeriya. FolderShare. FolderShare veke ku navê ve dibeje lihevparîkirina belgedank û dosîye, Tu dikare dosîyeke çebike û tije belgedanke ku tu dixwaze bi heval û xelkê ji her terefê dinye re belavbike, Taybetî ez bawerdikim gelek mirovên kurd ko astengîye ji bo peydekirina klame dengbêjên kurdî dikşînin çareser bibe. Bi FolderShare tu dikare wêne, belgedankê musîk, zip, rar, iso, bin, cue, doc parîbike, Varê ewledarîye de jî qeysa FolderShare ji gelek bernameyên dinî P2P parastire, Hemû pêwendî bi alîkariya şîfrekirinek 256-bit derbasdibe, Herveha komunîkasyon jî bi bawernameya-RSA hatîye parastin, Di bernameye de funskiyona lêgerîne tuneye, ji ber vilo parîkirina bernameyen cerdevan (pirate) hatîye sînorkirin Bernama FolderShare belaş e, tu dikarî ji malpera van dakişîne, Le ji bo xelkê ko funksîyonen hêzdartir dixwazin dive bibin abone, li gorî şopana malpera FolderShare tu spyware têde tuneye, Bername heta niha tene ji bo Windows lihevhatîye. Çaxe Audiogalaxy hate girtin û ket nav rûpelên dîroke, Michael Merhej şîrketek bi navê ByteTaxi li Texas damezirand. Piştî Pêşvebirênên bi sala şîrketa van niha bernameya P2P, FolderShare teqdîm dikin. ”Me xwest xwegihandina belgedanka hêsantir bikin, heta yek dikaribe gelek kompûtera bikarbîne” dibeje Michael Merhej û berdewam dike, ” Min bixwe pirsgirek dîtin, em dixwazin xelk hêsantir li ku be xwebigihînin belgedanke xwe” Girêdanên derve Malpera FolderShare FolderShare 2.1.0 dakişîne Çavkanî: www.omerya.com Nivîsbarî
2589
https://ku.wikipedia.org/wiki/TCP/IP
TCP/IP
TCP/IP kurtnivîsa Transmission Control Protocol/Internet Protocol e. Nave berhevoka yekûna protokolen komunîkasyon herveha di nav de komunîkasyona înternet ku em îroj dikarin pêktînine. esehiya TCP/IP du protokole (transport layer û network layere li gor modela OSI), Le teswîrkirina bikaranînede hemû refikê protokole ku ji IP te jêîstifadekirine, vek protokolen FTP, Telnet, SMTP û UDP. Gelek Operatîf sisteme Tore ku protokelen xweyî taybet bikartînin li TCP/IP jî hevlihatîye vek (Novell NetWare û Windows NT). Înternet
2590
https://ku.wikipedia.org/wiki/FTP
FTP
File Transfer Protocol [] rûbayiya înternet di TCP/IP de ku yek dikaribe belgedank û kataloga di komputereke dûr de bibîne. Yekemîn car wekî bernameyeke FTP bernameya FileZilla ji aliyê Koma PcKurd ve li kurdî hatiye wergerandin. Înternet
2591
https://ku.wikipedia.org/wiki/Telnet
Telnet
Telnet (Terminal emulator-protokol) piranî di internetde te pekanîn. bi alîkariya protokola Telnet yek dikari têkeve kompûterek din û bernameyan di ve kompûtere de bajo, Telnet perçeyek ji berhevoka protokolen TCP/IP ye, Telnet ji terefe ARPAnet hatîye qewimandin. Komputer
2592
https://ku.wikipedia.org/wiki/Unicode
Unicode
Standardek ji bo Tîpandine komputer. Unicode Consortium neqeba salen 1988 u 1991 de hatiye avekirin. ASCII (8 bits) bikartine, Le Unicode 16 bits' a, Taybetmendiyek din ji ASCII dikare 256 herfa (Tîpa) sazbike, le Unicode dikare 65 536 herfa (Tîpa) Vek zimane kurdi bi alikariya Unicode em iroj dikarin di komputer de bikarbinin. Wîkîpediya Unicode bi kar tîne. Girêdanên derve Herfên erebî Komputer
2593
https://ku.wikipedia.org/wiki/V%C3%AErus%20%28komputer%29
Vîrus (komputer)
Vîrus, kodeke nivîsandî ye ku xwe bi serê xwe tomar dike, an jî xwe bela dike. Ew piranî ji bo xirabkirina komputerên din hatine nivîsandin. Gelek şiklên vîrusan hene; vîrûsa faylan (vîrusên belgedankê) li belgedankan digere û xwe bi vî havî bela dike. virûsa bootsektorê ji xwe dixe sektora startup dîskxane an jî dîsketan, çaxê yek jî dîskxane an jî dîsketê dest pê bike ev vîrus xwe belav dike. Vîrûsen îro piranî tên bikaranîn makrovîrûs in û ew jî berê xwe dide Office. Cara peşiyê di sala 1948an de ji aliye John von Neuman ve ramana xêvjimêr ku xwe bi xwe kopî kirin derxistiye holê. Çavkanî Komputer
2594
https://ku.wikipedia.org/wiki/OSI
OSI
Open Systems Interconnection. Berî ku Organîzasyona-Standartkirina Navnetewî (ISO) û CCITT komunîkasyona navbera kompûtera terîfbike, hemû komunîkasyon bi toren belawela û cîhazen ji terefe çêkerên cuda piranî lihevnehatî dihat pêkanîn. Bi alîkariya modelen OSI standartek ji bo çava tor bete bikeyskirin û xebitandin hat terîfkirin. Ji wan modelan re dibêjin OSI (Open System Interconnection). Komputer
2595
https://ku.wikipedia.org/wiki/OLE
OLE
OLE (Object Linking and Embedding) standartek Microsofte ji bo derfet û îmkan daniya çekirina objekta di bernameyeke de ye. Mîsalen. çekirina weneyekî di Microsoft Paint de û piştre ev wene yek texe bernameyek din "vek Microsoft Word" OLE-object fesala esl diparêze û grêdanekê neqeba bernameya ku te de hatîye damezerandinde dihele, Di versiyona OLE 2.0 û nûtir de icar hewcîtiya ve lînk (grêdane) jî tune. Heger tu weneyekî texe bernameyeke din vek word tu dikari be ku bernama Paint bişxûlîne di Word de bugherîne bi menû û haceten Paint, Bi gotinek din OLE funksiyonen Paint dixe Word e. Komputer
2597
https://ku.wikipedia.org/wiki/ARPANET
ARPANET
ARPAnet (Advanced Research Projects Agency Network) yek ji torek pêşîn û herî mezin e ku komunîkasyonê di navbera zanîngehên amerîkî de pêk dianî. ARPAnet di sala 1969an de ji aliyê enstîtuya lêkolînan ve di bin Wezareta Parastina Amerîkî de hatiye pêşxistin. Gelek kes ARPAnetê wekî destpêka înterneta îroj bi nav dikin. Înternet
2599
https://ku.wikipedia.org/wiki/PCKurd.com
PCKurd.com
PCKurd.com an jî KURDMCSE malperek bûye ku dixwest agahî li ser mijarên IT (information technology, teknolojiya înformasyonê) û kompûterê bi kurdî bidaya. Tê de li ser pir mijaran cara yekê bi kurdî hatiye nivîsandin. Di KURDMCSE'yê de eFerheng, ferhenga termên kompûterê û Dibistana Torê waneyên li ser înternetê bi kurdî hebûne. Kurtenivîsa MCSE tê wateya Microsoft Certified Systems Engineer, yanî "Teknîkerê Sîsteman ê Belgedar ê Microsoftê. Mijarên têkildar Kovara Bername NET Koma PCKurd Malper
2603
https://ku.wikipedia.org/wiki/ASCII
ASCII
ASCII (tê xwendin "askîî") kurtenivîsa American Standard Code of Information Interchange e. Organîzasyona ASCII biryare li ser Tîpe (karakter) kompûter dide. ASCII hemu Tîpan nimre dike vek 0-255, Çesidek ASCII ji terefe IBM hatiye damezerandin iro piranî tê bikaranîn vek Extended ASCII te naskirin ev versiyona IBM ji dewla ku 7 bits'a 8 bits bikartine. Ji ber ku bi ASCII tîpên wekî "ş" pirsgirêk in, îro gav bi gav Unicode zêdetir tê bi kar anîn. Nivîsbarî
2633
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eerefxan
Şerefxan
Çend peyvên bi vî navî hene: Şerefxan Bedlîsî, nivîskarê Şerefnameyê Şerefxan, gundekî Muşê
2634
https://ku.wikipedia.org/wiki/Medya
Medya
Televîzyon Radyo Rojname Kovar Înternet-Mediayaya Kurdî ya Înteraktîf E-pirtûk Dîroka rojnamegeriya Kurdî û Rewşa îroyîna Medyaya Kurdî Televîziyona Medya TV Çand
2635
https://ku.wikipedia.org/wiki/SLIP
SLIP
SLIP (Serial Line Internet Protocol) protokolek standard ji bo bihevgirêdana du mekîneya di înternet de ye. Wekî mina sazkirina komunîkasyonek neqeba kompûtereke bi serverek li cem ISP (Internet Service Provider), SLIP tene bi TCP/IP lihevhatîye. Ev protokolek kewn e û vek PPP ne şîfrekirîye komunîkasyon. Înternet
2636
https://ku.wikipedia.org/wiki/PPP
PPP
PPP (Point-to-Point Protocol) protokolek standard ji bo komunîkasyona neqeba du mekîneye di internete de e. Ji bo veguhastina (neqilkirin) pakêten TCP/IP bi riya xeta telefonaye, protokola PPP Modele ISO de di tebeqeya data-link de dixebite, PPP ji SLIP (Serial Line Internet Protocol) nûtir û baştir e, PPP bi van sîstema lihevhatîye, TCP/IP, NWLink, NetBEUI û DHCP, vekîdi PPP xeta rêbuwar pêşkeş dike û komunîkasyon şîfrekiriye. Înternet
2637
https://ku.wikipedia.org/wiki/SMTP
SMTP
SMTP (bi îngilîzî Simple Mail Transfer Protocol) protokolek ji bo ku yek dikarîbe e-posteya bişîne neqeba servîsên postayê de ye. Piraniya e-sîstema postayê ya ku dikare e-posta bi riya internetê bîşîne, servereke din a SMTP'ê bikar tîne û bikarhêner e-posteya xwe bi alîkariya e-posta klientan a ku tê de piştgîriya POP û IMAP'ê heye ji serverê dadixînin. Înternet
2639
https://ku.wikipedia.org/wiki/MS-DOS
MS-DOS
MS-DOS (Microsoft Disk Operating System) sîstema şixûlandina pêşîn ji bo PC (Personal Computer) bi bingeha serdarîye karaktera bû. Bi rastî dîroka DOS bi berhema şîrketa Seattle Computer Products destpêkir, Sala 1980 de şîrket li ser berhema QDOS (Quick and Dirty Operating System) ji bo PC yen IBM (8086, 80286, 386, 486, Pentium) dixebitîn, şîrketa ko nûjen hatîbû damezirandin Microsoft a Bill Gates, QDOS kirîn û versîyona yekem di sala 1981 de bi nave MS-DOS afirandin, ji ber vilo vek MS-DOS te naskirin. Berhemdaren din jî li ser nave xwe versiyonek DOS pêşxistin, nava wan de IBM versiyonek bi nave PC-DOS pêşvebirin. Piranîyen bikarhênere PC îroj versîyoneke Microsoft Windows bi rûbayî vek Windows 98, Windows NT, Windows 2000, Windows XP, Windows 2003 bikartîne, û Microsoft pêşxistina DOS hêdî hêdî sekinand. Pergalên Xebatê ya Microsoft
2640
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AAxember
Pêxember
Pêxember, ango pêẍember, peyxamber, peyamber, kesên dînên îbrahîmî ne ku li gorî kitêbên pîroz ên van dînan ji mirovan re ji Xwedê xeber didin. Wateya peyva pêxember Pêxember gotineke kurdî ye û ji du bêjeyan pêk tê: peyam û ber. Dema mirov herdû bêjayan bike yek dibe peyamber. Peyam tê wateya mesaj û ber ew kesê ku peyam (mesaj), ê digine ci ku jê tê xwestin, vêca ev gotin ji qalibê wê yê kurdî hatiye derxistin û bûye pêxember. Pêxemberên îslamê Pêxember û qasidên ku navên wan di Quranê de hatin 27 kes in. Adem, Îdrîs, Nûh, Hûd, Salîh, Îbrahîm, Lût, Îsmaîl, Îshaq, Yaqûb, Yûsif, Şû’eyb, Eyûb, Zulkîfl, Mûsa, Harûn, Dawid, Silêman, Îlyas, Îlyas (Elyesa), Uzeyîr, Xidir, Yûnis, Zekeriya, Yehya, Îsa û Muhemmed Pêxember ku paşiyê tevê Qasid û pêxemberan e. Pêxemberên xiristiyantiyê Pêxemberên cihûtiyê Pêxemberên zerdeştiyê Pêxemberên dînên din Çavkanî Girêdanên derve Dîn Cihûtî Xirîstiyanî Îslam Budîzm
2642
https://ku.wikipedia.org/wiki/Quran
Quran
Qur'an an jî Quran ‎(), kitêba pîroz ya dînê Îslamê ye. Çar kitêbên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê. Her yekî ji wan ji bo pêxemberekî Xwedê ji bo rêsanedana wî ji bo mirovan hatiye rêkirin. Quran, li gorî bawermendên Misilman gotinên Xwedê ye û ew di sala 610an a piştî mîladê, ji alî Xwedê de bi rêya wehiy ve ji Muhemmed (s.e.w) re gava ku ew 40 salî bû, di şeva leyletûl qadirê hatiye rêkirin. Quran ji 114 sûretan (sûreyan), 6.236 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin. Xaleke din a "divê xwendevan di têgihîştina Qur'anê de bizanibe" ew e ku, tevî gotinên neyînî yên di Qur'anê de (26:224-225) ji bo helbestvanan, ew xwe zimanek helbestî bikar tîne. (bi taybetî di sûreyan Mekkî de hîs dike). Di warê nirxên îroyîn de, têgihiştin û pratîkên li ser bingeha Quranê çalakiyên bi pirsgirêk in. Bo nimûne; Rewşa jinên ku di şeran de hatine girtin ji hêla olî ve pirsek krîtîk e. Li gorî şîroveyên kevneşopî yên Quranê, ev jin wekî tiştên desteserkirî têne hesibandin. Ma ev jin zewicî ne an na nayê hesibandin, û mîna jinên koleyên din ên destkeftî, xwedan maf (şervan an kirrûbirên wan) dikarin bêyî destûra wan pêkanînên cinsî li laşên xwe bikin.(23:5-6)(binihêrin: Sûcên şer) Kitêbên pîroz ên berê Quranê Kitêba yekê ku li gorî bawermendan ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê Tewrat e. Xwedê ew bo Mûsa rêkiriye. Lê ew 750 salan pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Dawid, texmînen, berî Mîladê, sedsalê 10'an de jiyaye. Xwedê Zebûr ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat û Zeburê, bi hevre "Ahd-î, Atîk" tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye. Încîl jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Piştî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, piştî Mîladê, bo Muhemmed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar kitêbên Xwedê re "kitêbên Îlahî" (kitêbên Xwedayî), tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê "kitêbên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor misilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye. Çêbûna Qur'anê Li gorî ola Îslamê, kitêba Qurana pîroz ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Pêxember Muhemmed, gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di şeva "Leyletûl Qadir" de, bi rêya wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê yekê jî weha dibêjê: "(Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160)". Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê hesanîtri kir . Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Muhemmed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Mihemed cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn. Hersal di meha Remezanê de, Muhemmed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qurana ku ji Cebraîl re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Dota Muhemmed, Fatime, dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Dota min, her sal Cebraîl carekê Quran dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre jî: "Resullullah her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Quran da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Piştî wefata Pêxember, di çaxê Ebubekir de, di şerrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafiz şehîd bûn. Ev yeka Omer tirsand. Wî mûracatî Ebûbekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Mihemed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê "MUSHAF" hate danîn. Piştî wefata Ebubekir, ew teslîmî Omer hate kirin û di taliyê de, gava Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin. Qur'an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin: Sûre: Maneya Şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê Quran ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 114 sûre ango qisim yên Quranê hene. Ayet: Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl , mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dikê. Hijmara ayetan, li gor Zemahşerî 6,236. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde (tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam (helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne. Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437. Mucîzeyên Quranê Mucîzeyên Quranê ên Zanist û Matematîkê Hin vegotinên helbestî yên di sûreya Quranê 54. de dest pê dike: اقْتَرَبَتِ السَّاعَةُ وَانشَقَّ الْقَمَرُ وَإِن يَرَوْا آيَةً يُعْرِضُوا وَيَقُولُوا سِحْرٌ مُّسْتَمِرٌّ "Saet (qiyamet) nêzîk e û heyv jî ji hev vediqete. Lê eger ew îşaretekê bibînin, berê xwe didinê û dibêjin:" Ev sêrbaziyek demkî ye. "(Qamer; 1-2) û vegotinên ku "Heyv bi nîşaneya desta ya Muhemmed li du perçeyan vebû û li ezmanan li hev civiya" di nav bawermendan de di nav nimûneyên herî berbiçav ên kerametan de têne hesibandin. Gotinên (ku yek ji bedewiyên edebî yên bêhemta yên Quranê têne hesibandin) vegotinên ku di helbestên Imru 'Qais de jî hatine bikar anîn bûn. Quran bi serê xwe mucîzekî giran e. Ji ber ku Muhemmed pêxember mirovekî sêwî bû û xwendevan nebû ku ew bikaribe Quranê ji ber xwe binvise. Ji ber ku Quran tiştê ku di sedsala 20 û 21ê de bi zanista niha ve hatine zanîn di Quranê 1400 sal berê nîşan dabû. Mirov dikare bi kurtasî van mucîzeyan waha berbi hev bîne: Mucîzeya firehbûna gerdûnê Mucîzeya giloverbûna dinyayê Mucîzeya Tebeqeyên dinyayê Mucîzeya nelinavhevketbûna avê Mucîzeya rugehê Mucîzeya atmosferê Mucîzeya şiqitandina çîyayan Mucîzeyên peyva (yên matematîkî) Dabeşbûna Qur'ana pîroz Hijmara sûreyan: 114 sûre Hijmara ayetan: 6236 ayet Hijmara tîpan: 323671 tîp Hijmara hiziban: 30 hizib Hijmara cuzan: 30 cuz Hijmara riban: 240 rib Hijmara peyvan: 77437 peyv Hijmara sucdeyên tê de: 15 sucde Hijmara sureyên mekî: 82 sure Hijmara sureyên medenî: 20 sure Hijmara sureyên yê ku zane tê de nakokdar in: 12 sure Qur'ana bi Kurdî Qur'an bi erebî hatiye nivîsandin, Qur'anê, berê Mamoste Hejar zivirand zimanê Kurdî piştê wî ji aliyê Husein Muhammed ve hate wergerandin. Li tirkîye ji di sala 1997an de ji alîye Abdullah M. Varlı ve ziviri zimane kurdi. Wegereke din di malpera al-shia.com de heye. Qur'an ji aliyê Mele Muhemmed Şirîn ve hatiye wergerandin. Bi navê Tefsîra Şirîn. Kamiran Alî Bedirxan di gelek hejmarên kovara Hawar û ên Roja Nûwê de qeteke bi navê "Tefsîra Quranê" diweşand. Di sala 1971ê de hinek jê (bi navê "Ji Tefsîra Quranê") û di sala 2020ê de ev kitêb hemû hate weşandin. Lê di kitêbê de hemû sûre û ayetên Qur'anê nînin û ne li gora rêzimanê hatiye nivîsandin. Ji ber wê divê yek dêhnê xwe bidiyê wextê ko yek dixwîne deqena yek xelet fêm nekê. Sûre Di Qur'an de 114 ferker (sûre) heye. Girêdanên derve Al-Quran online (+ Kurdî 'Burhan Muhammad-Amin') http://quran.al-shia.org/kur_eng/index.html Quran.com http://www.quranexplorer.com/quran/ Çavkanî Pirtûkên pîroz Termînolojiya îslamê
2652
https://ku.wikipedia.org/wiki/Partiya%20Gel%20a%20Demokrat%C3%AEk
Partiya Gel a Demokratîk
Partiya Gel a Demokratîk,(tirkî: Demokratik Halk Partisi - DEHAP ))tê naskirin, di 24'ê cotmehê sala 1997'an de hate damezirandin. Serokê giştî yê pêşîn ê DEHAP'ê Mehmet Abbasoğlu bû. Di derheqê DEHAP'ê de jî ji bona girtinê doz hatibû vekirin. DEHAP'ê li 19'ê sermawezê sala 2005'an xwe fesih kir û bi hemî rêvebir û rêxistinên xwe tevlî DTP'ê bûn. Gava DEHAP'ê xwe fesih kir serokê giştî Tuncer Bakirhan bû. Çavkanî
2662
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fiz%C3%AEk
Fizîk
Fizîk (grekî φυσική, fyziké "a xwezayî") zanistek siruştî ye, ku zagonên bingehînên xwezayî, her tiştên ku xweza bi wan ve ava bûye û bandorgewrînên wan li ser hev lêdikole. Fizîk hem bi gewşîn û helwestên bûjen û zeviyan ve, di dem û cîh de, û hem jî bi avahiya dem û cîh ve dikeve. Fizîk xwezayê bi awayê jimarî, bi modelên siruştzanistî, ango teoriyan şîrove dike. Herwiha dikare texmînan li ser gewşînên pergalên tên temaşekirin, bi dest bike. Ji bo vê yekê zimanê matematîkê bikartîne. Dîroka fizîkê Rêbazên fizîkê Fizîka ceribandinê Wek ji navê wê tê têgihîştin, di navenda fizîka ceribandinê de ezmûn heye. Bingeha emzûneka fizîkî nirxandina gewşînên pergaleka hatiye amadekirin bi jimaran e. Ev nirxandina jimarî bi pîvanê tê darxistin.Di pergalên emzûnan de gewşînên dembende (dînamîk) an yên demazad (statîk) tên pîvan. Fizîka teorîk Erka fizîka teorîk zivirandina modelên emzûnî, yên fizîka ceribandinê, li ser teroriyên bingehîn ên nas, an li ser gumanên bingehîn (hipotez), yên herjimareka dengaz-hindiktirîn bi matematîkê ye. Ji wir wê de, ji modelên êdî nas jî rawêj, ên dikarin werin nirxandin, dardixe. Fizîka matematîkî û fizîka bikaranînê Fizîka matematîkî dikare wek şitleka fizîka teorîk were dîtin. Tenê di bikaranîna modelan de ji hev cihê ne. Fizîka teorîk matematîkê wek zimanê fizîkê bikartîne, a matematîkî ji modelên fizîka teorîk pergalên matematîkî dardixe. Encamên lêkolînên fizîka bikaranînê jî di qadên nefizîkî de cîh digrin, wek teknîk, elektronîk. Fizîka kompûterî (sîmûlasyon) Bi pêşveçûna zanista kompûterî û, bi wê bende, bi xurtbûna pergalên kompûterî bikaranîna kompûteran bû rêbazeka girîng a fizîkê. Fizîkzanên komputerî ne bi tenê teorîvan, ji ber ku ew bi simulasyonan teoriyan diceribînin û ne jî bi tenê emzûnvan in, ji ber ku ceribandinên wan tenê di xwejimêran de dimeşin. Di her herêmên fizîkê de simûlasyon cîhekî pirr mezin digire. Mijarên fizîka nûjen Teoriya relatîvî Teoriya relatîvî ji Albert Einstein (wek Albert Aynştayn bixwîne) hat avakirin. Têgihîştinek bi bingeh ve nû ji bo dem û cîh anî. Dem û cîh ne tiştên gerdûnî ne. Ji bo her temaşevanek navberên demî û cîhî ji hev cûda tên dadkirin. Sê dîmenziyonên cîh û dem bi hev re dihelin û dibin çar dîmenziyonên "cîhdem". Hêza giraniyê ji xwarbûna demcîh peydah dibe. Sedema xwarbûna demcîh jî hebûna laş û hêz e. Bi dîtina Einstein laş û hêz yek tişt in. Çar hêzên bingehîn Hêza giraniyê Hêza elektro-magnetî Hêza jar Hêza xurt Armanceka fizîkê ew e, ku formuleke gelerî, ku bikari be ev her çar hêzan di formulekî de yek bike, (formula cîhanê) were dîtin. Heta niha tenê hêza karebar û hêza magnetî hatin yekkirin. Her du hêzên dendikî (ên atomê), a jar û a xurt, û a karebar (elektro-magentî) jî di formula "super symetry" de hatine yekkirin. Lê di raya giştî a fizîkzanan de hîn bi tevahî nehatiye pejirandin. Serêşa herî mezin, di vî warî de, hêza giranî derixe holê. Ji ber ku, li hember hêzên din, hêza giranî zaf nimiz e û di derdora laboratorkî de nikare were pîvan û herwiha yekkirina wê bi hêzên din ve pirr dijwar e. Di "teoriya string" (string = ta, bend) de, bi taybetî jî "teoriya M" de, tê gotin, ku bûjen ji stringan, ango ta, cêkirî ye. Ev string ji perçên atomî ên nas zaf piçûktir in (10-35 m) û yek dîmenî ne. Teoriya (super-)string gerdûneka yazdeh dîmenan dipejirîne. Ji ber dijwariya îsbatkirinê ev û hin teoriyên din di raya giştî a fizîkzanan de hîn rûneniştine. Çavkanî Girêdanên derve Zanist Fizîk Zanistên siruştî
2668
https://ku.wikipedia.org/wiki/10Base-T
10Base-T
10Base-T standartek ji bo ethernet e. Bingeha spesifikasyona IEEE 802.3, ji bo kabloyên UTP (unshielded twisted pair) bikartîne, bi gredaniya RJ-45 hatîye belavkirin. Topolojîya Star de te pîkanîn, piranî bi alîkariya cîhazek vek hub de, 10 Base-T û 100Base-T (Fast Ethernet) îroj helî pir te bikaranîn. Standarda UTP dikare kabloyê kategoriya 3, 4 an jî 5 bikarbîne. Kategoriya 5 berbelavtirîn e îroj. Teknolojî
2672
https://ku.wikipedia.org/wiki/Nirxandin.com
Nirxandin.com
Nirxandin.com malperek ser "Nirxandin, danasîn û rexneyên wêjeyî" e. Nirxandin.com yekemîn û tekane malpera rexnegirî, danasîn û nirxandina wêjeya kurdî ye. Malper wekî Atolyeya Wêjeya Kurdî tê bikaranîn û endamên malperê xebatên xwe bi hev re dikin. Tê de Ferhenga Wêjeyê jî tê amadekirin. Ev ferheng jî çavkanî ji bo Wîkîpediya ye. Girêdanên derve Malpera Nirxandin.com Malperên kurdî Wêje
2673
https://ku.wikipedia.org/wiki/Adaptasyon
Adaptasyon
Adaptasyon veguhestina cureyekî wekî roman, çîrok, bîranîn û hwd a li şano û sînemayê û hwd. e. An jî veguhestina berhemeke ji cureyekî din a li roman, destan, çîrok û hwd. Wêje Sînema Şano
2674
https://ku.wikipedia.org/wiki/Akrost%C3%AE%C5%9F
Akrostîş
Dema tîpên yekem yên rêzikên helbestê ji jor ber bi jêr ve bêne ser hev wateyekê derdixin, jê re "akrostîş" tê gotin. Yanî eger em wan tîpan danêne ber hev, dê peyveke watedar - ku mebesta helbestvanî/ê ye - çê bibe. Wêjeya tirkî de jê re "muvaşşah" yan jî "îstîhrac" hatiye gotin. Di wêjeya kevin a yewnanî û wêjeya latînî de "akrostîş" tê wateya "serê rêzikê". (Yewnanî: "akron"= ser, "stichos" = rêzik), di Farisî de jî موشح tê gotin. Mînak: Tîpên yekem yên rêzikên helbestê li ser hev "WELAT" derdixin holê. Wêje Mînaka duyem Wey waro! Ez im, Lalê te îro, Ax axê hero! Tawanbarê te me lo. Mebest ji tîpên yekem yên van rêzikan -W+E+L+A+T- jî peyva WELAT e. Bi kurdî jê re <TÎPBENDÎ> tê gotin. Helbest ji: Ûsibê Bêmal
2675
https://ku.wikipedia.org/wiki/Aksiyon
Aksiyon
Di berhemeke wêjeyî de aksiyon herikîna bûyeran e. Mînak, aksiyona di romanekê de; piştî ku mirov beşên wekî şayesandin, raman û moralê derxistin, ew bûyerên ku li holê dimînin e. Wêje Konseptên wêjeyî Teknîkên vegotinê
2676
https://ku.wikipedia.org/wiki/Afor%C3%AEzm
Aforîzm
Di wêjeyê de afrozîzm hunereke vegotinê ye. Vegotineke kurt, eşkere û bi hêsanî tê fêmkirin e ya hin taybetiyên bingehîn ên di hin mijaran de ku divê teqez bên zanîn. Hinek aforîzma: "Ji bo ku xwe tenê nehêlim gişê şevê li hemberî eynê rûhniştim." (Cesare Pavese) - Kesayetiya herkesî dişibite kesayetiya dewlata ku tê de dijî. (Platon) Ziman ji dest drêjtir e. (stanîslaw jerzy lec ) Divê hun amade bin ku di rivînên xwe de bişewitin; pêşî hûn nebin arî ma hûn'ê çewa xwe nûbikin. (Nîetzsche) Yê ku malê xwe winda kiribe tiştek winda kiriye.Yê ku rûmeta xwe winda kiribe gelek tişt winda kiriye.Yê kê mêraniya xwe winda kiribe hertişt winda kiriye. Goethe Heger di navbêna doh û îro de em şer derxin,em'ê sibê windabikin. Churcîll Virr,wek teniya kulekan reşdike zikê mirovan Pûşkîn Tiştê ku herî zû zuwa dibe hêstir e. Çîçero Ji keştiya bêarmanc re tu ba nikarin alikariyê bikin. Montaîgne Wêje Teknîkên vegotinê
2705
https://ku.wikipedia.org/wiki/Helwest%20%28kovar%29
Helwest (kovar)
Kovara Helwest li Swêdê ji aliyê Lokman Polat ve dihate derxistin. Gelek hejmarên kovarê derketin. Kovar bi kurdî bû û xwediyê naveroka kurteçîrok, gotar, helbest û nirxandinan bû. Çavkanî Kovarên kurdî
2706
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eahmaran
Şahmaran
Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji "Şaha Maran" tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûpişk û mar de wekî ajalekî taybet xuya dike. Dîroka Şahmaran Dîroka Şahmaranê, pir kevn e. Gava ku mirov li ser dîroka wê dihizire, mirov pir dîrokeke kûr û bi hizir dibîne. Di nava xelkê de dîrok û çîroka Şahmaranê ji heyemên berê ve berdewam dike. Di nava xelkê de weke wêne dageriya rûmetê û xweşikbûn, hebûn û rastbûnê, jiyan û esîlbûnê û hwd, tê ser ziman. Di nav xelkê çîroka Şahmaranê gelekî tê ser zimên. Ji demên berê ve behsa wê tê kirin. Li ser wêne û dîroka Şahmaranê, di nav kurdan de, ne tenê çîrokek tê ser ziman. Di demên berê de, li ser Şahmaran vegotin û çîrokên ku dihatin gotin, di wan de hinekî "bawerî" jî pir mezin tê ser ziman. Weke ku bahsa hizreke olî bê kirin, behsa Şahmaranê tê kirin. Dema ku behsa wê tê kirin, bi rêz û hurmet tê behskirin. Bi vê yekê, bi dîrok û çîroka Şahmaran ve, bi hizreke mezin ye civakî re gelek nirx û kevneşopiyên mezin hatina jiyîn û têne ser ziman. Bi zêdeyî li Herême Botanê, di nav kurdan de, Şahmaran weke hizreke olî tê ser ziman. Weke ku berê lê bawerî dihata anîn tê ser ziman. Ev nêzîkatî, dema ku mirov diçe herêmên din yên Kurdistanê jî, mirov rastê wê têt. Lê divêt ku me behsa hebûne şahmaran, me nêht kir, têne bi bêje û wateyên ku di nav xelkê de tê ser ziman û vegotin bênine ser ziman. Şahmaran, hizreke civakî ya pir kevn e û dîrokeke mezin di xwe de diafirêne. Deme ku bahsa Şahmaran hata kirin, pê re bahsa gelek nirx û hebûnên civakî yên dimên berê de jîn bûn, tê kirin. Di civateka kurd de, tê gotin ku deme ku bahsa Şahmaran tê kirin û dîrok û çîroke wê tê vegotin, "heft şev û rojan bahs tê kirin û vegotin", lê nayê xilaskirin. Her weha dirêj û bêdawî ye. Pir kur tê vegotin. Deme ku çîroka wê hate gotin, jin û zarok, mêr û jin, malbatitî û hwd gelek nirx bi hev ve tê vegotin. Di nav xalkê de weke vegotinekê tê gotin ku " Şahmaran deh hezar sal jîn bû". Lê deme ku ev vegotin tê vegotin, pêre hineke din jî têne ser zimên. Tê gotin ku Şahmaran ji ber ku nêvî mar û nêvî mirov bû, karîbu ku bi afsûna xwe, xwe bi tememî weke mirov bide nîşandin û herê nava mirovan û bi wan re weke mirov bimêne û jîn bibe. Bi vê vegotinê re, dihata gotin ku Şahmaran pir qancî bi mirovan dikir. Her deme ku derdikete nava mirovan, ku mirovek di rewşeke zor de bidîta, nêzîkî wî/wê dibû û çi ji destê wê bihatana jê re dikir. Bi vê yekê navê Şahmaran bi awayekî din jî derdikeve, bi aliyê wê yê mirov ve. Ji xaynî wê jî, ew hertimî weke Şahmaran, her tim hebûn dihata ser ziman. Li herêma botanê deme ku bahsa wê dihata kirin, weke ku bahsa pîroziyekê bikin, dihata kirin. Şahmaran, nêvî mirov û nêvî mar bû. Bi vê yekê re, dihata dîtin ku di dinyê de ti kesek weke wê xweşik nebû. Ti kes li ser wê re ne xwediyê xweşikatiyekê bû. Ji vî alî ve, dema ku behs dihata kirin, ev vegotin; weke dageriyeke xweşkatiyê dihata vegotin. Deme ku ev vegotin dihata kirin, pê re, wêne şahmaran ye ku hatibû çêkriin li ber çavan dihata zîn kirin. Mirov dikare bêje ku Şahmaran, ne tenê dageriya xweşkatiyê bû, ew dageriya rûmet û hebûnê jî dihata dîtin. Loma, di her malaka kurd de, wêne wê ye ku bidest bi neqş hatî çê kirin, hebû. Ew wêne, bi hêtên hundurû ve dihatine dalaqandin. Mala ku wêne Şahmaran têde bû, ew mal hinek ji xwe bi bawer bû. Hinekî li ser xwe bû. Di nav xalkê de bi rêz bû û bi tifre bû. Her weha mezin bû. Her keçika dihata zewicandin, pê re dayika wê, "xalîçe"yeka ku wêne Şahmaran ku li ser hatî çêkirin didayê de û wê jî bi xwe re dibîr. Ev yek, weke kevnşopîyeka pir bi rêz û bi hûrmet bû. Pir rûmeteka mazin di vê kevneşopiyê de dihata ser ziman. Bi vê yekê girêdayî mirov divêt ku pîroziyê jî bi Şahmaran re bi vê kevneşopiyê re bêne ser ziman. Baweriya li Şahmaran Li Şahmaran baweriyaka mazin heya. Deme ku bahsa wê tê kirin jî, ew bawerî tê ser ziman. Baweriye li Şahmaran, di xwe de xwediyê hinek xosletan bû. Ev xosletan jî, bi baweriye olî re pir caran dihata navhevkirin. Di mala kurd, ku mirov bahsa wê bike, divêt ku mirov bêje ku pir xwediyê hebûneke mazin bû. Kevneşopîye wê ya mazin hebû. Li gor wê kevneşopiyê, nirxbûn hebû. Hizir û bawerî, kevneşopî û çand, mirov û civak bi hev ve girêdayî di wê kevneşopîyê de bi nirxne mazin dihata ser ziman. Şahmaran ev hemû, bi wê wêne xwe dagir dikir. Ji ber vê yekê pir girîng bû. Wê Şahmaran di her malê de huzurek û rehetiyek dide çêkirin. Bi herkesekê di malê de baweriyek û ji bawerbûnek bi wan re dide çêkirin. Bi vê yekê mirov divêt ku bêje ku pir girîng bû. Di civatan de jî, deme ku dihata vegotin, pir bi rêz dihata ser ziman. Di wê rêzê de ew bawerî û bawerkirin jî, pir mazin û bi nirx dihata ser ziman. Deme ku dihata vegotin ji, pir bi bal lê dihata hisandin. Her mirovê kurd, yên ku zarok jî bana, demeke ji aliyê dê û bavê wan ve birine civatan û lê dihatina rûniştandin. Ji ber ku li Şahmaran bi hisênin. Diviya bû ku herkesekî zanî bana. Ev yek weke pêdivîyekê jî dihata dîtin. Di nava kurdan de, her demî, mirovên zane û biaqil, di civatan de lev digahana hevdû. Deme ku lê digahana hevdû jî, êdî ji hevdû re diaxiftin û bahsa Şahmaran û dîrok û çîrokê wilo yên di nav xalkê de dihatina kirin. Di nava kurdan de kevneşopîye civatê, bi vî awayî, ev nirxên xalkê û civakî li di parastin. Her timî kurdan zarokên xwe bi xwe re dibirine civatan û bi xwe re li civatan didana rûnandin, da qana hinek tiştne di daberê dîrok û zanebûnê de his bikin û pê mazin bibin. Vegotina Şahmaran bisereke Vegotina Şahmaran, pir kevn û dîrêj e. Di nava kurdan de weke ku tê gotin, pir dîrêj e. Vegotina Şahmaran, wêneyekê mazin yê çanda kurd e. Li ser vê vegotinê, pir tê vegotin. Di nav xalkê de pir bahs tê kirin. De ne, bi vê yekê re, mirov dîvêt ku kevneşopîyeke kurdan ye pir girîng bêne ser ziman. Ew kevneşopî jî jin e. Jin di civaka kurd de pir mazina û bi kevneşopî ye. Li ser wê çandaka pir mazin heye. Di demên berê de ev yek weha ye. Pîroziyek di jinê de dihata ser ziman. Ev pîrozî jî pir mazin bû. Bi nirx û kevneşopî bû. Di malê de, ya ku mal ava dikir jin bû. Di nav civakê de, ya ku aramî jî di parast ew bixwe bû. "Desmala serê jinê pir bi wate û pîroz e. Dema ku du mêr an jî aşîr ku ketibana ber hevdû de bi berberiyê, hingî, ku di civatê de jina çûbûya û li pêşiya wan sekinî bana û desmala serê xwe ji serê xwe kiriba û avêtiba nava wan, hingî, wê ew berberîyê ji holê radikir. Ev yek her weha pir girîng û pîroz e. Di nava kurdan de mîr çend ku mazin û bi nirx û bi bîryar e, wî jî, bi wê mazinatiya xwe jî, nikaribû li ber wê kevneşopîye di nava xalkê de bisekinîyana. Wî jî diviya bû ku rêze xwe jê re bidana nîşandin. Ev yek, ku nebûna, wê wî mîrî ji rêz di nava xalkê de ne girtibana. Bi vê yekê jin, bi nirx û çand hebû. Lê rêzeke hebû. Ev rêz bi mazinatiyekê dihata ser ziman. Di nava xalkê de, di civatan de, jin di civatan de dirûnişt û hizre xwe dianî ser ziman. Di civatên bi jin de bahsa Şahmaran û nirxên wê û hebûna wê pir dihata kirin. Weke ku bahsa wê hebûne jinê ye li wir di wê heyemê de bikin, her weha bahsa wê dihata kirin. Ku bahsa Şahmaran dihata kirin, hingî, bahsa wê pîrozîye jinê jî dihata kirin. Ew rewş û Şahmaran bi hev re di wê hebûnê de bi hev re dihatina ser ziman, her weha mîr jî li ber wê bi rêz bû. Ku bahsa Şahmran hata kirin, hingî, êdî pêde, bahsa serpêhatiyên Şahmaran jî dihata kirin. De ne, pir serpêhatiyên Şahmaran hebûn. Pir tişt wê jîn kiribûn. Gelek tişt û rewş hatibûna serê wê di jiyanê de. Ew serpêhatî û rewş hemû jî di civatên mîr de dihatina ser ziman. Civatên mîr civatên ku bi nîrx bûn. Ku di wir dihata ser ziman jî, pir birêz û mayînda dihata ser ziman. De ne, Şahamran, deh hezar salî jîn bûbû li jiyanê. Ji ber vê yekê pir dîrêj bahsa pir serpêhatiyên wê dihata kirin. Her serpêhatiya wê ji, ku bahsa wê dihata kirin, pir biêş dawiya wê dihat. Ji ber ku Şahmaran di nava mirovan de pir rastî bêbaxtiyan hatibû. Bi bêbaxtî pir tişt hatibûna serê wê. Li kê bawer kiribû, baweriya xwe anîbû, di dawiyê de bêbaxtiyak derketibû pêşiya wê. Ji ber vê yekê jî Şahmaran, êdî ji nava mirovan xwe dabû alîkî û xwe veşartibû. Êdî weke berê di nav mirovan de ne dima. Wê piştre jiyanaka xwe ya mazin û dirêj di bin ardê, li cihê ku wê cihana xwe têde avakiribû, di wir de bidest jiyana xwe kir. Weke mar êdî jiya bû. Ew ji xwe, şaha maran bû. Mar hemû pêve girêdayî bûn. Wê li wir, di bin ardê de, jiyanaka weke ye li ser ardê ji xwe re bi jiyana marî ava kir û tê de jîn bû. Mar jî, hingî, bi ziman bûn, weke mirovan diaxiftin. Bi ti kesekî ve ne didan. Her weha jiyanaka wan hebû. Şahmaran, lê car bi car xwe bi tememî dikira awayê marakê de û derdiket û li jiyanê dimeyîzend. Ji ber ku ew nêvî mirov bû, êdî destê wê jû bi tememî ji mirovan ne dibû. Deme ku derdikete derve jî, diçû mala ku jineke ku kurekî xwe jîn dibe û pir xizan bûn. Ew mal jî tenê çêlekeke wan hebû û pê dabara xwe dikrin. Şîrê ku jê dihildan, dikirina mast û difirotin û pê dabara xwe dikirin. Şahmaran ku diçû wir, wê hinekî ji wê şîrê malê vedixwar û ji dêla vexwarina xwe jî, her roj zêrek di cihê de dihişt û diçû. Jinek pîr ye xizan jî, ew mar dîtibû, lê wê hê nizanibû ku ew Şahmaran bixwe ya. Lê Şahmaran kiribû dilê xwe de ku qanciyekê bi wê jinê jî bike. Ev rewş weke demekê berdewam dike, û di demê de jî rewşe mala xizan pir xweş dibe. Piştre di dawiyêde, jin jî pê dihisêne ku ew Şahmaran e. Lê deme ku jin pê dihisêne, êdî xwe negirê û ji hinek mirovên din re jî rewşê têne ser ziman. Piştê ku ew dibêje, êdî Şahmaran jî pê dihisêhe ku wê jinê ji hineke din re ew gotiye û bahsa wê kiriya. Êdî Şahmaran nema diçê wir. Piştre bi qadarekê, êdî ew di cihê xwe de bi tenê dimêne û bîryara xwe dide ku êdî dernekeve ser ruyê ardê. Piştî ku ew weha bîryara xwe dide, piştre, di cihê xwe de dimêne. Lê rojekê du zarok ku bi hev re li ser ruyê ardê dileyizin, êdî yek ji wan dikeve çalaka avê ku av wilo zêde têde nemaya û weke ku ava têde çikahaya. Ku ew kurike ku dikeviyê de jî, navê wî Canşap e. Deme ku ew dikeve wir de, êdî ew xwe di nava maran de dibîne û pir ditirsêhe. Lê marakî mazin pêre dipeyivê û dibêjiye de "ne, ji me ne tirsihe, emê ti zirerê ne dina te, lê tê êdî ji wir dernekeve, ji ber ku te em dîtin û ti bi mere axiftî". Piştre mar wî bi xwe tênine ber Şahmaran. Deme ku wî tênine ber Şahmaran, êdî ew dibîne ku ew Şahmaran çend jineke bedew û xweşik e. Ew jê pir bi bandûr dibe. Dilê wî di cih de bidest avêtinê dike û laşê wî germ dibe û weke ku ji rihekî bikeve rihekî din de lê têt. Lê weke ku hinekî tirs jî pêre di dilê wî de çêdibe. Şahmaran farq dike ku hinekî tirs ketiye dilê wî de. Piştre Şahmaran pêre diaxivê û dibêjiye de "ne ne, ji me ne tirsiha, wê ti tiştek bi te newê kirin". Piştre ew jî, Şahmaran bidest axiftinê pêre dike. Lê di wê heyeme de, dilê Şahmaran de bidest zûavêtinê dike û Şahmaran jî piştre êdî dil dikeve wî de. Ew jî hij wî kurikî dike. Canşap, piştre weke qadarekê li wir pê re jî dibe, dibin ardê de. Piştre rojekê dilê kurik dixweze ku derkeve ser ruyê ardê. Ji ber ku pir bîre mala xwe û hevalên xwe kiriya. Piştre rojekê Şahmaran te ber wî û dibêne ku wa Canşap pir xamgîn e û jê di pirsê, ku ji ber çi ew xamgîn e. Ew jî derdê xwe jê re dibêje, ku jê dixweze, ku destûre bidiyê de ku herê ser rûyê ardê. Pêşî Şahmaran vê yekê naxweze, lê piştre ku isrer dike, êdî wî naşikêne û destûrê didiyê de ku herê ser ruyê ardê. Lê berî ku derkeve, Şahmaran jê re dibêje "haya nahaka her mirovê ku min dît, bêbaxtî li mîn kir. Ti jî, tê bêbaxtiyê li min bike. Lê herê, bile bê". Ku ew wilo dibêje, êdî Canşap dibêje, "ne, ezê li te bêbaxtiyê ne kim" û jê re sund dixwe. Lê Şahmaran dibêje "sund nexwe, tê bike, me ne tu jî mirov î". Piştre Canşap ji wir derdikeve û tê derve. Ku kurik derdikeve, êdî di nava xalkê bi merengozitiyê bidest kar dike û derbara xwe dike. Lê keyê ku heya ji, di wê demê de keça wî bi nexweşiyeka ku pir giran ketiye û tê gotin ku heya wê kêlîkê tu kesekî û ti hekîmî nikariya ku wê rehet bike. Bi vê yekê, êdî ew jî li gelek mirovên hekîm ku keça wî rehet bikin digerihê. Lê her hekimê ku dibêje ezê wê rehet bikim û nikarê bike jî, serê wî tê jê kirin. Bi vê yekê, tê gotin ku serê gelek mirovên ku di wê heyeme de gotine key, emê keça te rehet bikin û ne kirina, jê bûya. Rojekê tê gotin, ku mirovek tê wir û dibêje ku ezê rehet bikim. Tê gotin, ku çavên wî jî di wê de ya ku keçikê ji xwe re bêne. Berê ku ew mirov bidest rehetkirinê bike, pêşî dibêje key, "ezê keça te rehet bikim, lê ku min rehet kir, ezê pêre bi zewicim". Ji gotina tê gotin ku keçik pir xweşik bû. Li dinyeye li ser wê re ti yên xweşik ne bûn. Ew mirovê ku ji xwe re dibêje ez hekîm im, ew jî çi dike û nake nikarê wê keça wilo xweşik rehet bike. Bi vê yekê, ew jî, fahm dike ku wê serê wî jê bê kirin. Ew jî êdî li ser vê yekê bidest hizirandinê dike. Lê kurnakê ku ji xwe re ji bo ku serê wî ji jê kirinê xilas bike ti çarê nabîne. Di dawiyê re, rojekê key dibakiyê de ku were cem wî. Wê rojê key jî bê kêf û tê gotin ku weke ku ew jî weke ku nexweş ketiya. Deme ku ew mirov tê wir, êdî ew wê yekê jî kifş dike. Deme ku ew wê kişf dikê, êdî berî ku key biaxivê, ew mafê axiftinê dixweze û ji key re diaxivê, dibêje, "min çara rehetkirina keça te dîtiya". Deme ku ew ji wilo dibêje, êdî key jî di cih de di pirsê ku ka çara çiye. Ew dibêje, "tenê yek karê keça rehet bike, ew jî Şahmaran e". Deme ku wilo dibêje, êdî key di pirsê, lê emê çawa xwebigihênin şahmaran. Ew çara wê jî ji wî re dibêje. Û her weha dibêje, "deme ku ez hatima vir, min li cem merengozekî rawasgheg da û ez li cem wî sekinim". Piştre dibêje, "min dît ku wa bi laşê wî ve pirpirên ku bi maran ve hebûn, pêve min dît. Hebe nebe ew wê karibê wê bibîne. Xwe bi gihîne wî, navê wî jî Canşap e. Lê bi navê 'Lokman' jî navê kurik tê ser ziman". Piştre, ku ew mirov weha dibêje, êdî piştre key jî fermanê dide ku herin û xwe bigêhenine wî kurikê ku zilêm bahskiriye de. Deme ku dikin ku xwe bigihêninê de, wezirê key dibêje ku "wê çawa karibin ku wî nas bikin". Ew ji dibêje ku "li laşê wî meyîzênin, laşê wî jî weke yê maran bi pulpula". Piştre zilamê key bidest lêgerinê dikin, yên ku xwe digêhênine wan, li laşê wan dimeyîzênin. Piştre xwe digihênin Lokman. Ji ber ku ew li welatê maran "Marîstanê" maya, êdî ew jî weke wan bilaşpul bûya. Deme ku wî dibînin, êdî wî dibin û gelekî lê dixin, da ku cihê Şahmaran ji wan re bêje. Lê ew li ber xwe dide û cihê Şahmaran ji wan re nabêje. Piştre wezîr dihizrê ku wê bi wî awayî nikaribe ku wî bide axiftin û jê tiştekî fêr bibe. Piştre ew di serê xwe de planakê çêdike û piştre diçê cem wî, li cem wî hinekî bi zilamên ku lêxistine de jî dixayide û piştre wî dide berdan. Wezîr hizir dike ku Lokman herê, wê rast û rast herê û xaberê bide Şahmaran. Deme ku kurik derdikeve, êdî ew jî wilo dike û lez dike ku herê û xaberê bide Şahmaran, da qana xwe xilas bike. Ji bo ku herê û bêjiye de, lê diherihin diçê deve cihê ku ew têde ya. Lê deme ku ew ji qasrê derketiya ku ketiya rê de ku herê û Şahmaran bibîne, wezir zilamên xwe jî dana pay wî. Wezîr bi xwe jî di pay Şahmaran de ya. Ew ne ji kulê key û keça wî ketiya. Ji ber ku wî bihistiya ku zanebûna dinyayê hemû bi Şahmaran re ya. Haçiyê xwe bigihinê de, wê xwe bigihêne zanebûna dinyê hemû yî. Ew jî dixweze ku xwe bigihêne wê zanebûne wê. Deme ku ew te devê cihê ku ew têde ya, êdî di cih de zilamên key didine peşiya wî, dikevine hundur û Şahmaran digirin û dibine qasrê. Li wir dixwazin ku wê bikujin û di qazanên li ser agir de wê bi kelênin. Qazanekê aliyê serê wê têde û qazana din jî aliyê ji serî şunde, têde bi kelênin. Lê berî ku bê kuştin, kurik tê cem wê û ew jî ji kurik re diaxivê, dibêje "ti ji aliyê serê min, ti ji wir vexwa, ji ber ku ew bi jehra, ji ber ku te bêbaxtî li min kir". Kurik jî pir di rewşeke ne baş de ya. Ew jî dibêje bila. Wezîr jî li wan dihisêne. Lê Şahmaran tiştekî din jî gotiya. Gotiyê ku, aliyê min yê din, yê ji xwere pêde, haçiyê ku jê vexwe, wê gihê zanebûne dinyê û deman hemûkî. Piştre Şahmaran tê kuştin û di du qazanan de laşê wê tê kelendin, ku laşê wê dikelê, êdî kurik ji aliyê serê wê divexwe û wezîr ji aliyê xwere pêde. Piştre wezîr li cihê dimirê û kurik jî digihê zanebûne dinyê û deman hemûki. Cihê ku Şahmaran lê Jîn bûya Şahmaran, li ser cihê ku ew lê jîn bûya pir tişt têne vegotin. Lê Deme ku mirov li dîrok û vegotinên di nav xalkê de li wan dihisêne, mirov dibêne û têdigihê ku li dore Cizîra Botan û Nisêbînê wanderan jîn bûya. Di deme Medan de pir mazin hatiya ser ziman û di wê demê de jî nirxeke bi anîna wê ye ser ziman re, hatiya afirandin. Lê vegotina Şahmaran, bi kevnbûna xwe jî diçê berî demên Mîtanîyan, Hûriyan û Naîriyan wan. Di deme Mîtaniyan wan de, weke nirxeke pîroz hatiya vegotin. Mîtanî jî, li navênde wan Nêsîbîn û dore wê bû. Cihê wan haya bi Rihayê wan deran diçû. Li van herêman pir mazin hatiya vegotin. Piştî wan deman jî li van herêmen weke nirzeke pîroz hatiya vegotin. Li dore Nisêbîne, haya îro jî, di wê demê de çawa bû, wilo ya. Bi heman nêzîkatiyê nêzîkati tê kirin. Hinek kevir û hinek nivîsên ku haya sadsala 20 min jî, ku li ser nivîs hebûn, li van herêman bi wêneyên Şahmaran de bûn. Piştre ew kevir jî ji van herêmen bi awayekê hatina windakirin. Lê li herême, ku bi kê re tê axiftin, li ser hebûn û nirxê Şahmaran axiftin tê kirin. Şahmrana çanda wê, li Nisêbîn, Cizîra Botan, û li dore bicih e. Li wanderan, heya îro jî, hê vegotinên ku ji wan demên berê mana, bi Şahmaran li ser zimanan e. Di nav xalkê de Nisêbîn ku Cizîra Botan jî di nav herême wê de, di nav xalkê de heyemên berê, weke "Welatê Şahmaran" jî hatiya bi nav kirin. Li Nisêbînê û Cizîre botan û li dore wan, heya sadsala 19 û 20 jî, ti malên ku bê wêneyên Şahmaran ne bûn. Di her civatên xalkê de wêneyên Şahmaran dihatina dalaqandin. Li van herêmên Kurdistanê, gelek kevneşopî bi hebûne vegotin û Şahmaran bixwe, hatina afirandin. Xalk, haya demên dawiyê bi wan jîn bûya. Deme ku li civatekê rûniştin bûbana, pêşî li ser Şahmaran axiftin dihata kirin. Ku bahs nehatina kirin, weke ku ne dibû. Lê bi vê yekê re, ku baweriyê ve girêdayî divêt ku mirov bêje ku baweriyeka mazin bi Şahmaran ve dihata ser ziman. Vegotina Şahmaran jî, li herême bi gelek dev û vegotinên jev cuda dihata vegotin. Pişt dirêj dihata vegotin. Ji ber ku ji aliyê hizrî ve, weke nêzîkatiyaka olî hatiya ser ziman û pir mazin û bi rêz hatiya ser ziman, piştre jî, pir di nav xalkê de bicih bûya. Êdî ne tenê di nav kurdan de, di nav xalkên herêmê yên din de jî bi cih bûya û weke hizreke baweriyê ew jî bi bandûr kiriya. Bi vê yekê mirov karê bêje ku piştî deme Mîtanî û Hûriyan re, her xalkê ku derketiye û an jî têkiliyek bi herêmê re daniya, vê vegotinê bandûr li wan û hizir û baweriya wan kiriya. Bi vê yekê weke baweriyeka Mîtolojiya Mezopotamya li herêmê di nava xalkan de bi varsiyonên xwe yên cûr bi cûr û cuda bicih bûya. Weke destana Rûstemê Zal ku tenê di nav kurdan de dihata vegotin û piştre ku Firdewsî ew nivîsand û piştre di nava xalkê pers de jî bicih bû, her weha wilo ev vegotin û dîrok bi hizir û baweriya bi xwe re bicih bûya. Bi heman nêzîkatiyê mirov karê bêje ku mîtolojiya Yewnanî jî bi bandûr kiriya. Ve vegotina herêmî, hin varsiyonên xwe de di vê Mîtolojîyê de jî çêkiriya. Kevneşopiya Şahmaran Li Kurdistanê, divêt ku mirov bêje ku kevneşopîyeka Şahmaran, ku ji gelek aliyan ve tê ser ziman heya. Ne tenê weke mîtolojiyekê tê ser ziman. Ji wê zêdetir û maztir tê ser ziman. Di her malên kurdan de wêneyên Şahmaran, ku li ser Xaliçeyên Şahmaran ên hêtan hatina çêkirin û bi hêtan ve hatina dalaqandin hene. Ev alî, alieykê vê kevneşopiyê têne ser ziman. Di jiyanê de, li gor her komên civakê Şahmaran binirx hatiya kirin. Ev yek jî dide nîşandin ku Şahmaran ne tenê bi nirxekê heya, ne tenê weke kevneşopîyekê heya. Ev yek dide Nîşandin ku weke hizreke pîroz di nav xakê de heya. Bi vê yekê Şahmaran li ser lingan maya. Li Kurdistanê naqşkirin bi çêkirine wêne Şahmaran re nirx dibe. Bi xalîçe û tiştên ku bi nav û wêneye Şahmaran têne naqşkirin û çêkirin, li alîyekî nirx û kevneşopiya bi Şahmaran de tê ser ziman, li aliyê dî jî, bi ve gotin û pîrozkirinê re tê ser ziman. Deme ku bahs tê kirin, pir li ser tê sekinadin û hêjabûnak tê dayîn jê ra. Li gor baweriyekê tê ser ziman. Ji gelek aliyan ve vegotinên ku li ser hatina afirandin û vegotinên ku bi van vegotinan ve hatina zêdekirin û afirandin jî hene. Hemû jî yên demên berê ne. Di wan vegotinan de hinekan ji wan de ji aliyê Şahmaran yê ku weke jineke pir xweşik hatiya afirandin, weke zilem jî hatina nîşandin. Bi vê yekê zêdebûn hatina kirin. Vegotinên li ser Şahmaran, yên li aliyê rojhilatê Kurdistanê de gelekan ji wan, têde aliyê mirov "mêr" jî hatiya nîşandin. Lê ji wî aliyê ve her ku çend wêneyên ku aliyê mirov mêr in, hatina çêkirin jî, lê ew wêne wilo zêde derketina pêş di nav xalkê de. Ji ber ku li ser wêneyê Şahmaran, ku aliyê mirov jin e, pir pîrozyeka mazin hatiya çêkirin û ew pîrozî ji ji aliyê bandûriyê ve pir mazin û bi bandûr bûya. Ev alî jî, weke aliyekê din yê vegotina Şahmaran derkete pêş. Her afirandinên ku di nav xalkê de li gor çanda Şahmaran bi ve gotina Şahmaran ve hatina afirandin di nav xalkê de mazin dihatina vegotin û ser ziman. Navende Çanda Şahmaran û afirandinên bi wê ve jî, Nisêbîn û Cizîra Botan bû. Ji aliyê hizrî ve, ku di vegotina Şahmaran de, ku bahsa deme ku ew jin bûya ku tê kirin, weke demeke di aramî û aştiyê de tê ser ziman. Di naqabîna mirov û ajalan de jî ew aramî û aştî heya. Mar bi ti mirovî ve nadin. Mirov ti marî ne kujin. Her weha herkesek li ber hevdû di başiyekê de ya. Di ve gotina Şahmaran de ev yek pir mazin derdikeve pêş. Lê bi vê yekê re du hizrên din jî derdikevine pêş. Ew jî, her weha yek bêbaxtiya mirov e, û ya din jî her weha xamginiye dilê Şahmaran e. Di nav xalkê de jî, deme ku bahsa xamgînîya dilê Şahmaran dihata kirin, pêre xamginiya dilê mirov dihata ser ziman. Kengî dilê yekî xamgin bû, hingî ew xamginî dihata ser ziman. Deme ku yekî li yekî dî bêbaxtî jî kiribana, di cih de hingî, ew bêbaxtiya ku hatiya serê Şahmaran dihata bîra mirov. Di wê heyemê de jî, pir bahsa wê dihata kirin. Bi ve yekê re Çanda Şahmaran afirî bû. Di nava kurdan de jinên ku daq li ser li laşê xwe çêkirin, keçikên ku naqş dikirin, di naqşkirinên xwe de Şahmaran bi kar dianîn. Çi di Mîtolojiye Şahmaran de tê ser ziman, bihizir bê an jî bi wênegerî bê, di naqşan de dihata afirandin. Dîroka Şahmaran-ji PENA Kurd hatîya vegirtin Zanîn Ev nivîsa li ser dîroka Şahmaran, nivîsa Nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e û ji malpare PENa Kurdê hatîya girtin. Dîroka Şahmaran-pen-kurd Çîroka Şahmaran destanek dîrokî, kevnar, mîtolojîk û folklorî a neteweya Kurd e. Çavkanî Çirokên keçelok, Abdusamet Yigit Şahmaran, Abdusamet Yigit, roman 2011, Han, Berlin. ISBN 978-3-942735-00-1 Mijarên têkildar Şahmaran (pirtûk, 2011) Wêne Şahmaran Cihê Şahmaran Maristan Pirtûk Pirtûkeke Lokman Polat li ser efsaneya Şahmaran heye. Pirtûka Şahmeran ya Bavê Barzan di Evra Verlag-Weşanên Sara de derket. ISBN 3937716009. Şahmaran, bi zimanên din Bi ketelanî: Xamaran, la reina de les serps. Edicions de 1984, Barcelona. ISBN 978-84-96061-33-0. Wergera pirtûka Bavê Barzan e. Efsane Wêje Mîtolojî Mîtolojiya kurdî
2708
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%BBpi%C5%9Fk%20%28k%C3%AAz%C3%AE%29
Dûpişk (kêzî)
Dûpişk (Scorpiones), komek e artropodên an girêçikpiyên jehrî ne. Dûpişk, bi derziya di serê dûvê xwe de jehrê berdide dijminên xwe. Belavbûna erdnîgarî Dûpişk li hemû pazemînên Cîhanê dijî ji xeynî Brîtanya, hinek giravên Okanûsiya, Nû Zelenda û parzemîna Antartîkta yê. Li hinek herêmên Kurdistanê jê re dûvpişk, dolpî, tûpişk û hin navên bi vî rengî nêzîkî hev jî tên xebitandin. Dûpişk di kultûr de Dûpişk, pir bi jehra. Axlabe ji, li Kurdistanê, li herêmên weke Elih, Nisêbîn, Cizire bota, û li dore vanderan pir dijîn. Li ser dûpişkan li herême botanê bigiştî gelek çîrok li ser hene. Çawa ku weke Şahmaran di nav xelkê de bi mar ve hata afirandin, bi dûpişk ve ji heman afirandin heya. Axlebe ji li herême Cizîre bota û li dore wê pir li ser vê yekê dihata axiftin. Pir çîrok dihatina vegotin. Şahmaran, çawa ku nêvî jin û nêvî mar hata afirandin, Dûpişk ji nêvî mêr û nêvî dûpişk hata afirandin. Bi vê afirandinê ve, pir çirok û vegotin ji hene. Di çîrokên bi dûpişk re bizêdeyê ji bêbaxtî derdikete pêş. Li Dore Nisêbînê ve gotinaka ku bi ji bo ku wê bêbaxtiyê bênin ser ziman dihata ser ziman û ew vegotin ji, li herêmên din yên kurdistanê ji dihata vegotin. Vegotinên ku bi dûpişk ve têne vegotin, pir kevn in. Ji demên berê ve ne. Di mîtolojiya kurdan de ji hem bi navê xwe û hem ji hine navên din ji yên ku lê hatina kirin heya. Dûpişk yek ji bircan e. Dema havînê birca dûvpişk êvaran gelek baş tê şopandin. Taksonomiya dûpişkan Koma dûpişkan ji 13 famîleyan û nêzî 1400 cure û binecureyan çêdibe. Koma Dûpişkan Jêrekoma Orthosterni Pocock, 1911 Beşekoma Pseudochactida Soleglad et Fet, 2003 Jorefamîleya Pseudochactoidea Gromov, 1998 Famîleya Pseudochactidae Gromov, 1998 Beşekoma Buthida Soleglad et Fet, 2003 Jorefamîleya Buthoidea C. L. Koch, 1837 FamîleyaButhidae C. L. Koch, 1837 (Dûpişkê dûvikestûr) Famîleya Microcharmidae Lourenço, 1996 Beşekoma Chaerilida Soleglad et Fet, 2003 Jorefamîleya Chaeriloidea Pocock, 1893 Famîleya Chaerilidae Pocock, 1893 Binefamîleya Chearilinae Pocock, 1893 † Binefamîleya Electrochearilinae Fet, Soleglad et Anderson 2004 (nemabûye) Beşekoma Iurida Soleglad et Fet, 2003 Jorefamîleya Chactoidea Pocock, 1893 Famîleya Chactidae Pocock, 1893 Binefamîleya Chactinae Pocock, 1893 Êla Chactini Pocock, 1893 Êla Nullibrotheini Soleglad et Fet, 2003 Binefamîleya Brotheinae Simon, 1879 Êla Belisariini Lourenço, 1998 Êla Brotheini Simon, 1879 Bineêla Brotheina Simon, 1879 Bineêla Neochactina Soleglad et Fet, 2003 Binefamîleya Uroctoninae Famîleya Euscorpiidae Laurie, 1896 Binefamîleya Euscorpiinae Laurie, 1896 Binefamîleya Megacorminae Kraepelin, 1905 Êla Chactopsini Soleglad et Sissom, 2001 Êla Megacormini Kraepelin, 1905 Binefamîleya Scorpiopinae Kraepelin, 1905 Êla Scorpiopini Kraepelin, 1905 Êla Troglocormini Soleglad et Sissom, 2001 Famîleya Superstitioniidae Stahnke, 1940 Binefamîleya Superstitioniinae Stahnke, 1940 Binefamîleya Typlochactinae Mitchell, 1971 Famîleya Vaejovidae Thorell, 1876 Jorefamîleya Iuroidea Thorell, 1876 Famîleya Caraboctonidae Kraepelin, 1905 (Dûpişkê bipirç ) Binefamîleya Caraboctoninae Kraepelin, 1905 Binefamîleya Hadrurinae Stahnke, 1974 Famîleya Iuridae Thorell, 1876 Jorefamîleya Scorpionoidea Latreille, 1802 Famîleya Bothriuridae Simon, 1880 Binefamîleya Bothriurinae Simon, 1880 Binefamîleya Lisposominae Lawrence, 1928 Famîleya Hemiscorpiidae Pocock, 1893 (= Ischnuridae, =Liochelidae) (dûpişkê zinaran û dûpişkê daran) Binefamîleya Hemiscorpiinae Pocock, 1893 Binefamîleya Heteroscorpioninae Kraepelin, 1905 Binefamîleya Hormurinae Laurie, 1896 † Famîleya Protoischnuridae Carvalho et Lourenço 2001 (extinct) Famîleya Scorpionidae Latreille, 1802 dûpişkê zerikpê) Binefamîleya Diplocentrinae Karsch, 1880 Êla Diplocentrini Karsch, 1880 Êla Nebini Kraepelin, 1905 Binefamîleya Scorpioninae Latreille, 1802 Binefamîleya Urodacinae Pocock, 1893 Jorefamîleya incertae sedis † Famîleya Palaeoeuscorpiidae Lourenço 2003 (nemabûye) Beşekoma incertae sedis † Famîleya Archaeobuthidae Lourenço 2003 (extinct) † Famîleya Palaeopisthacanthidae Kjellesvig-Wæring 1986 (extinct) † Famîleya Protobuthidae Lourenço et Gall 2003 (extinct) † Famîleya incertae sedis (contains genera Corniops Jeram 1994; Palaeoburmesebuthus Lourenço 2002; Sinoscorpius Hong 1983). Galerî Çavkanî Girêdanên derve Biolumunescence in scorpions Scorpion anatomy Scorpions in Qatar Caring for a Pet Scorpion Scorpions from the Chihuahuan Desert Region of Mexico and the United States CDC – Insects and Scorpions – NIOSH Workplace Safety and Health Topic The Scorpion Hobby Dûpişk Faunaya Kurdistanê
2713
https://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%BBpi%C5%9Fk%20%28birc%29
Dûpişk (birc)
Dûpişk yek ji bircan e. Birc
2728
https://ku.wikipedia.org/wiki/Derz%C3%AEdank
Derzîdank
Derzîdank amûreke ku derziyan tê de diçikînin ji bo winda nebin. Di malên kurdan de cihê derzîdankê timî belî bû. Lewre Kurdistan welatekî çiyayî bû û heta salên 1970'î jî bazirganiyeke bi rêk û pêk neketibû nav Kurdistanê. Derzîdankê di çanda kurdî de cihekî girîn girtiye. Jinên kurd derzînkên bi neqş û rengîn çêdikirin û li dîwarê odeyê datanîn. Çand
2730
https://ku.wikipedia.org/wiki/Sedat%20Yurtda%C5%9F
Sedat Yurtdaş
Sedat Yurttaş (jdb. 1961) parêzer û siyasetmedarekî kurd e. Yurtdaş serokê Navenda PEN a Kurd bû. Di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî. Dû re Zanîngeha Stembolê Fakulteya Hiqûqê qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir. Di hilbijartina giştî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ku di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Enqereyê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn. Niha li Amedê dijî. Berhem Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak, Helbest – Weşanên Belge, bi tirkî, 1992. Bir Gensoruda Parlemento Gerçeği, Bîranîn – Weşanên Yurt, bi tirkî, 1993. İnsanlar Düşünceler Kavgalar, Bîranîn – Weşanên Öteki, bi tikî, 1996. Remo: Bitmeyen Sorgu, Roman – Weşanên Çiviyazıları, bi tirkî, 1998. Xelat, Çîrok – Weşanên Siyê, bi kurdî, 2002. Kevoka Xeyalî, Çîrok - Weşanên Elma, bi kurdî Stenbol, 2012. Kefaret, Çîrok - Weşanên Lis, bi kurdî 2012. Siyasetmedarên kurd Parêzerên kurd
2731
https://ku.wikipedia.org/wiki/Spyware
Spyware
Gelek navên pêşabûna zarokan hene, mîna Adware, Spyware, Trackware û Big Brotherware gelek cureyên bernameyên diznêr heye. Lê ramana paş wan yek e, hinek ji wan agahiyên li ser te û tevgera te yên di internete dide hev (û dû re tê firotin), Spyware bi piranî dema ku kesek bernameyeke belaş di komputera xwe de saz dike, xwe bixwe tomar (qeyd) dibe. Çend hevpariyên Spyware ev in: Ji bo bidestxistina agahiyên taybet (şîfre û agahiyên qerta benke) Guhertina girêdana pêwendiya înternetê (guhertina hejmara ISP, heke tu Modemê dixebitînî hişyar be ku tu li kîjan hejmarê digerî) Guhertina tomariyan (qeydkirinan) Registry Guhertina rûpela pêşîn ji bo înternetê Sazkirina Popup û gelek tiştên din ên bêdaxwaz Tu dikarî Spyware bi bernameyên wekî Ad-Aware paqij bikî. Di nav bernameyên Spware de bernameya ku yekemîn car li kurdî hate wergerandin jî Ad-Aware 6.0 e. Înternet
2742
https://ku.wikipedia.org/wiki/We%C5%9Fan%C3%AAn%20S%C3%AE
Weşanên Sî
Weşanên Sî yek ji weşanxaneyên kurdan ên li Stembolê ye. Edîtoriya weşanxaneyê ji aliyê Müslüm Yücel ve tê kirin. Pirtûkên Weşanên Sî Dimenên Derizî-Îrfan Amîda (Helbest, Reşemî 2002, ISBN 975-6560-14-2) Kakil - Dilawer Zeraq (Kurteçîrok, 2002) Viyan - Newroz Saîdpour (Roman, 2002) Li Qerexa Şevê Hîvron - Kemal Orgun (Roman, 2002) Mistek Jiyan - Çiya Mazî (Kurteçîrok, 2003) Xelat - Sedat Yurtdaş (Kurteçîrok, 2003) Jidilara - Fewzî Bîlge - (Kurteçîrok, 2003) Gera Pênûsê - Salihê Kevirbirî (2003) Qeşem - Bêrî Bihar (Helbest, 2002) ISBN 975-7714-01-8) Arzeba, m. zahir kayan (helbest,2001) 975-6560-04-5) Çavkanî Weşanxane
2744
https://ku.wikipedia.org/wiki/H%C3%AAz%C3%AAn%20Parastina%20Gel
Hêzên Parastina Gel
Hêzên Parastina Gel (HPG) navê gerîlaya kurd e. HPG di 7. kongreya PKK'ê di sala 2000'a de hatin damezarandin. Navê hêza leşkerî ya berê ARGK bû. Di 1'ê heziranê 2004 agirbesta yekalî bi dawî bû. HPG di helwesta parastina rewa de ne. Girêdanên derve Malpera HPG a Nû Rêxistina leşkerî Rêxistin (Kurdistan) PKK
2751
https://ku.wikipedia.org/wiki/MySpell
MySpell
MySpell bernameya ji bo kontrolkirina rastnivîsê ya OpenOffice.org e. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Ji ber vê OOo bernameya ofîsa yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye. Bernameyên din ji bo kontrolkirina rastnivîsê Ispell û Aspell in. Ferhengên MySpell ji bo Aspell jî tên weşandin. Ji ber vê ferhenga Aspell a kurdî jî heye. MySpell di asta ceribandinê ye. Guhertoya dawî ya MySpell a Kurdî 0.20 ye. Sazkirina MySpell a kurdî Sazkirina Jixweber Sazkirina MySpell êdî jixweber jî dibe, bi DicOOo 1.4.1 û jê pêşketîtir jixweber tê sazkirin. Sazkirina bi Destan Di guhertoyên kevin (<1.9) de zimanê kurdî hîn di nav zimanên fermî yên OpenOffice.org de tune bû. Ji ber vê yekê divê mirov bi xwe saz bike. Pêşî bi DicOOo ferhenga MySpell a kurdî daxe. Heke sîstema te Microsoft Windows be, peldankeke (klasor) wekî "c:\program files\OpenOffice.org1.1.x\share\dict\ooo" bibîne. Di vê peldankê de dosyayeke bi navê "DICTIONARY.LST" jî heye. Tê de lîsteya ferhengên heyî heye. Vê dosyayê veke û rêza DICT af ZA ku_TR lê zêde bike. Êdî OpenOffice.org ji bo zimanê "Afrikaans" ferhenga kurdî bi kar tîne. Kompûtera xwe bigire û dîsa veke. Qediya. Ji bo pelgeyên bi kurdî zimanê "Afrikaans" bi kar bîne. Dîroka versiyonên MySpell a kurdî 0.20 - 21.01.2005 0.12 - 12.09.2004 0.11 - 04.09.2004 0.1 - 03.09.2004 Girêdanên derve Rastnivîs a ji bo Firefoxê Rastnivîs a ji bo OpenOffice.org 3'yê Malpera MySpell a kurdî Projeya MySpell (di SourceForge de) bi DicOOo ferhenga kurdî daxe sazkirina otomatîk bi DicOOo MySpell kurdî versyona fermî wekî paketa ji bo sazkirina bi destê xwe Lîsteya zimanan Nivîseke ser firehkirina MySpell a kurdî - .sxw, bi OpenOffice.org veke Nivîsbariya azad Nivîsbariya kurdî
2752
https://ku.wikipedia.org/wiki/Aspell
Aspell
Aspell bernameya kontrola rastnivîsê GNU ye. Ferhengên Aspell û MySpell bi hevre tên pêşxistin. Naveroka ferhenga kurdî ya Aspell û MySpell wekhev e. Aspell ji aliyê bernameyên wekî AbiWord tê bi kar anîn. Guhertoya niha 0.60.8-ê ya 15-ê cotmeha 2019-an e. Dîroka Aspell a kurdî Guherto 0.60.8 15.10.19 Guherto 0.20 12.03.05 Guherto 0.12 22.09.04 Guherto 0.1 04.09.04 Girêdanên derve Ferhenga Aspell a kurdî Malpera Aspell (îngilîzî) Nivîsbariya azad
2753
https://ku.wikipedia.org/wiki/Peymana%20N%C3%BB
Peymana Nû
Peymana Nû navê beşeke pirtûkên pîroz ên xristiyanan e. Peymana Nû beşa diduyan a Kitêba Pîroz (Încîl) e; beşa pêşî Peymana Kevin e. Încîl ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê yewnanî tê. Mana wê Mizgînî ye. Încîl ji gelek pirtûkên cur bi cur pêk tê. Peymana Nû bi kurdî Wergereke Peymana Nû tevî Peymana Kevin ji aliyê weşanxaneya GBV-DILLENBURG li Eschenburg, Almanya hat pêk anîn. Wergêr Mehmet Sait Alpaslan (Seîdê Dêwreş) û Resul Yildirim (Resûlê Qereqoçanî) bûn. Pirtûk di tebaxa 2004'an de derket û ji 1340 rûpel pêk te. Încîl, yanî Mizgînî (Peymana Nû) di sala 2005'an de bi zimanê Kurmancî ji aliyê "Kitab-ı Mukkades Şirketi" ve li Stembolê hatiye derxistin. Wergêr Felat Dilgêş bû. Girêdanên derve Mizgînî (Încîl bi Kurmancî) Încîl bi soranî Bingehên Incîlê http://kitabimukaddes.com
2757
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tewrat
Tewrat
Tewrat (bi îbranî: תּוֹרָה, torah) pirtûkeke pîroz ya cihûyan e. Bi zimanê îbranî navê her pênc pirtûkên pêşî yên Peymana Kevin bi hev re Tewrat (yanî "hîndarî") e. Navê wan pênc pirtûkan jî ev in: Destpêkirin (; ; ) Derketin an pirtûka Derketina Îsraêlê ji Misrê (; ; ) Qanûna Kahîntiyê an pirtûka Lêwiyan (; ; ) Hijmartin an pirtûka Hijmartinê (; ; ) Dubarekirina Şerîetê an pirtûka Vegerandin li Qanûnê (; ; ) Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serhatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Yaqûb, Esaw, Yûsif, Mûsa, û Harûn tê gotin. Ji bo Tewrat, Zebûr û Pirtûkên Pêxemberan, bi hevre "Peymana Kevin" tê gotin. Berî Zayînê di sedsaliya 14'an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan dewam kiriye. Girêdanên derve Serhatiyên Tewratê / Peymana Kevin Cihûtî Pirtûk Xirîstiyanî Pirtûkên pîroz
2759
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%87iya%20Maz%C3%AE
Çiya Mazî
Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê. Çiya Mazî ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî. Xelat Di sala 1997an de, di pêşbazşiya çirokan a TUHAYDERê de xelata yekê, di sala 1997an de pêşbaziya çirokan a NÇMa (Navenda Çanda Mezopotamya) li Stenbolê bi çîroka "Agir jî dîl bû" xelata teşvikê, di sala 1999an de pêşbaziya NÇM ya çîrokan de jî bi çîroka "Mistek jiyan dixwazim" xelata yekem stendiye. Berhem Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol. Ferhenga Gotinên pêşiyanLêkolîn (2005). Elma, Stenbol. Ferhenga Gotinên PêşiyanLêkolîn (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok. Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol) Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol. Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol. Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol. Peyarêk- Şêwirgeha Tenêtiyê, Çîrok Weşanxane; Berbang 2013 Stenbol Baxek Ji Folklora Kurdî-Ji Derdora Mêrdîn,Folklor/Lêkolîn;weşanxaneya Barbang 2014 Stenbol Ez Çûm Ku Neçûm Ku- Ger û geşt. Weşanxaneya Berbang 2015 Stenbol Baranên Çilesrî, helbest, weşanxaneya Berbang, 2017 Stenbol Tebatî, çîrok, weşanxaneya Berbang, 2019 Stenbol. Bayê Zewêdiyan, helbest, weşanxaneya Berbang, 2019 Stenbol. Çavkanî Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd Kesên ji Şemrexê Jidayikbûn 1960
2760
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dilawer%20Zeraq
Dilawer Zeraq
Dilawer Zeraq (jdb. 1965, li Farqînê, Diyarbekir Bakurê Kurdistanê), edîtor, wergêr, nivîskar û akademîsyenê kurd e. Dilawer Zeraq di sala 1965an de li Farqînê ji dayika xwe re çêbû. Ji sala 1996an û vir de ye bi kurdî çîrok û roman û di warê rexneanalîza wêjeyê de gotaran dinivîse. Zeraq, ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedand. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeya Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13an edîtoriya vê kovarê kir. Digel ku berhevkariya biwêjên kurdî dike jî, pê re jî, li ser rênîşa kurmancî û standardîzasyona kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Di sala 2021ê de jî li ser ziman û wêjeya kurdî bawernameya doktorayê wergirt. Dilawer Zeraq li Amedê dijî. Berhem Kakil, kurteçîrok, Weşanên Sî, Stenbol, 2002. Bişirîna Şermînî, kurteçîrok, Weşanên Aram, Stenbol, 2003. Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Sêyîneya Winda, pitûka yekemîn) roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2005. Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî, Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005. Çilkên Pênûsê, kurteçîrok, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2009. Mirina Bêsî (Sêyîneya Winda, pirtûka duyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2011. Nexşên Li Giyan (Sêyîneya Winda, pirtûka sêyemîn), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2014. Rajena Kurdî, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015. Ferhenga Termên Matematîkê (Bi Mem Wenda re), ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015. Ferhenga Biwêjan, Kurdî, (3. cild) ferheng, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2015. Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De Weşanên Lîs, (Analîza Sosyolojîya Wêje û Zimên), Diyarbekir, 2017 Bêhna Dara Sincê roman, Weşanên Lîs, Roman, Diyarbekir, 2018 Ruhe Xwebûnê, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2021. Rengê Hebûnê, rexne-analîz, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022. Wergerên wî Ejdehayê Sêserî (ji Leyla Erbîl), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007. Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (ji Jaklin Çelik), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007. Mirina Li Madrîdê (ji Oya Baydar), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007. Gelaciyên Bajarê Nû (ji Müge İplikçi), Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2007. Şahiya Hêrsê (ji Jaklin Çelik), roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2012. Bêsîber (H. Ali Toptaş) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir , 2019 Mirina Bêar ya Delal (Latife Tekin) Roman,Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022 Ji Dinyayê Jêrhêl (Gaye Boralıoğlu) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022. Çîyayê Digirî Çemê Dengbirî (Ayçegül Devecioğlu) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022. Serêşîya Dinyayê (Ayfer Tunç) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022. Li Dûr (Mine Soysal) Roman, Weşanên Lîs, Diyarbekir, 2022. Çavkanî Zeraq, Dilawer Jidayikbûn 1965 Kesên ji Farqînê
2763
https://ku.wikipedia.org/wiki/Leyla%20Qasim
Leyla Qasim
Leyla Qasim, (jdb. 1952an, li Xaneqîn − m. 12ê gulanê 1974ê li Bexda) aktîvîst û çalakvanek kurd e ku li dijî rejima baas a Iraqê têkoşîn kiriye. Leyla Qasim yek ji jineke têkoşêr a girîng e ku di dîroka têkoşîna Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê naskirin. Qasim di roja îro de jibo kurdan wek jina sembol û jina şehîd ya neteweyî tê binavkirin. Kurtejiyan Leyla Qasim û Cewad Hemewendî Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin serokatiya Adil Muradî da nasîn û wekî endam tevî wan bû û her bi piştgiriya Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû. Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin (îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijartibû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ku di şoreşê de û di civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin. Biryareke dîrokî Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza neteweya xwe bûn, di sala 1974an de bi hev re gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gelê de belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nû ve û girtina wan bû sedema hindê ku gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran di 11'ê Adara sala 1970an de, piştî danûstandinên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî de, di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur re hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Îlona sala 1974an domand. Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkariya serhildana kurdan dikir, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ku ji bo şikandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan bikin. Piştî wê, dema ku Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şereke giran û hovane destpêkir û ji nişkan ve di civakê de pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tijî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirand. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24ê Nîsana sala 1974an dd bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn. Piştî vê yekê, Beesiyan êrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, belkî xebata herî giran, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Di roja 28ê Nîsana sala 1974an de (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn. Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin. Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê Li gor dîtina ew kesên ku ji nêz ve Leylayê dinasiyan û ew dîtine, Leyla keçeke netirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetiyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got: Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12ê Gulana 1974an de, di saet 7ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin. Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin. Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn. Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da: Şehîdkirina Leyla Qasim Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin. Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin. Ramanên Leyla Qasim Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê di çarçovveya zulm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineke giştî xebat dikir. Di vê barê de Leya got: Leylaya Qasim di nav helbest û stranên Kurdî de Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leylayê kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. Seyda Hêmin Mûkryanî, helbestvanê neteweyî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê (bi soranî) li ser qehremaniya Leylayê wiha dibêje: Herwiha, Seyda Cigerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêje: Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanên Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfedayiya Leyla Qasim dikin. Tê gotin ku hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine. Herwiha, hunermendên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfedayiya Leylayê bi bîr tînin: Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestnavnên Kurd ku derheqê Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine. Çavkanî Kakshar ORAMAR Jinên kurd Şoreşgerên kurd Kuştiyên cengê Jidayikbûn 1952 Mirin 1974 Jinên kurd di siyasetê de
2770
https://ku.wikipedia.org/wiki/Andrea%20Wolf
Andrea Wolf
Andrea Wolf (Ronahî) ( li München - m. li Şaxê, Wanê) çalakvana siyasî ya alman û gerîlaya PKKê bû. Jiyana wê Çalakiyên wê yên siyasî Di sala 1996an de Andrea Wolf tevlî PKKê bû û piştî demekê tevlî ARGKê bû û bû endama YAJKê. Piştî perwerdeya leşkerî Andrea Wolf tevlî şerê PKK û PDKê bû û paşê derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di di encama şerekî navbera gerîlayên PKKê û hêzên artêşa tirk de Andrea Wolf dîl dikeve destê hêzên tirk û piştî demeke kurt tê kuştin. Girêdanên derve Rûpela Ronahî ya ISKU Jinên alman Şoreşgerên alman Kuştiyên cengê (PKK) Endamên PKKê
2774
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mi%C3%A7o%20Kende%C5%9F
Miço Kendeş
Miço Kendeş hunermend û stranbêjekî kurd e ku di sala 1966an de li Kobaniyê, li Rojavaya Kurdistanê ya bakurê Sûriyê, di nav perên malbateke kurd de ji dayik bûye. Ji zaroktiya xwe ve li ber dengê dengbêj û stranvan û dastanebêjan û di nav şevbuhêrkên ahangane yên ko li malê dihatine saz kirin, perwerde bûye, piştre li ber dengê dapîra xwe hinî rewanbêjî û şêweyên strana-dastanî dibe. Îdî piştî vê qonaxê xwe hînî lêdana biziqê û tembûrê dike, hişyarî û zanîna xwe ya muzîkî berfirehtir dike, hem dest bi hînbûna ûdê dike û hem jî bi alîkariya hin muzîknasên Helebê zanebûna xwe di derheqa meqamên rojhilatê de kûrtir dike. Miço Kendeş, dest bi berhevkirina stranên kevin û yên gelêrî dike, li çavkaniyên wan yên resen û zelal digre, anuha jî, ji wê gencîneya ko bi sedan stran têde hene berhevkirin, dest bi hibijartina xwe dike da ko yên herî sipehî, herî narîn, bi dengê xwe yê pêldar û afsanewî û bi şarezayiya dastanbêjiya xwe, pêşkêş dike. Hêjayî gotinê ye ku Mico Kendes hemwelatiyên Swîsre û Fransayê hene. Çavkanî Girêdanên derve Malpera Miço Kendeş Hunermendên kurd Kesên ji Kobaniyê Jidayikbûn 1966
2775
https://ku.wikipedia.org/wiki/Jan%20Ax%C3%AEn
Jan Axîn
Hunermendê kurd Jan Axîn di sala 1973'an de li gundekî Batman'ê hatîye dinyayê. Ji biçukatiya xwe de muzîk, hest û remanên Kurdî di gîyanê wî de cihekî girîng girtin. Di muzîka Kurdî' de klasîkên mîna Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mehmed Arifê Cizrawî û Miradko, li ser muzîka wî tesîr kirin. Ji biçûkatiya xwe de ji temburê hez kir û berhemên xwe bi tembura xwe afirand. Di sala 1997' an de beşa perwerdehiyê xelas kir. Berî berhema xwe, di nava xebat û organîzasyonên muzîka Kurdî de cîh girt. Li ser vê bingeha xwurt muzîka xwe ava kir û bi muzîka nujen ya cîhanê neqişand. Di muzîka cîhanê de jî li kom û kesên mîna Pink Floyd, Gary Moore, Nirvana, Bon Jovi û kesên mîna wan guhdarî kir. Bîr û baweriya wî eve ku muzîka Kurdî jî di nava muzîka cîhanê de êdî rola xwe bileyîze, ji ber ku muzîka Kurdî jî di keskesora vê cîhanê de rengekî taybet û bêhempa ye. Dîskografî Kaseta hunermend ya bi navê "Bajar", ji productîona bi navê Ares'ê derket. Ev kaset ji deh stranan pêk tê. Gotin û muzîkên neh stranan jî, ji aliyê Jan Axîn ve hatiye amadekirin. Jan Axîn di berhema xwe de enstrumanan bi tarza Rock bi kar aniye. Şêrîniya zimanê kurdî hîs kiriye û berhemên xwe li ser vê bingehê afirandiye. Em dikarin wekî mînakek binîşînin ku, helbesta Baba Tahîrê Uryan, ya bi navê "Delal", hezar sal berê hatiye nivîsandin. Lê Jan Axîn, vê helbesta klasîk bi muzikek nûjen biriqandiye. Wekî din cudatiya vê berhemê û taybetmendiya wê, ji helbestên ku di naveroka vê kasetê de hatine bikaranîn tê. Helbesta helbestvanê Frensî Louîs Aragon, ya bi navê "Evîna bextewar tuneye" û ji helbestvanê Yewnanî Konstantînos Kawafîs, helbesta bi navê "Bajar", bi melodiyên Kurdî hatine neqişandin û ev herdu stran, ji bo guhdarvanên muzîka kurdî jî, wê rêgaheke nû vebike. Ji bo strana "Kerîm lawo çekilmast" jî em dikarin bibêjin ku, di stranê de motîfên Rock, bi awayeke bingeh hatiye bikaranîn. Melodî di nav muzîkê de hatiye mehandin. Û her wiha stranên kasêtê, yên din jî, bi kirasê motîfên rock, li rihê gotin û melodiyên kurdî kiriye. Bi taybet strana "Keçikê bimeş" bi melodiyên kurdî yê otantîk, bes bi şêwazeke nu hatiye xwendin. Hunermend
2776
https://ku.wikipedia.org/wiki/Al%C3%AE%20Baran
Alî Baran
Alî Baran (jdb.1956 li Xozat/Dêrsim) hunermendekî Kurd e. Kurtejiyan Ali Baran di sala 1956 an de li gundê Bargeniyê, Axûçan, Xozat - Dêrsim ji dayik bû. Navê wî yê rastî Ali Baran e, lê ew di nava guhdarên xwe de weke Baran tê naskirin. Ew digel malbata xwe bi zaravayên Dimilkî û Kurmancî mezin bû. bi vî havî Baran fêrî her dû devokan dibe û lewra bi herdû devokan stranan dibêje. Baran di dema 7 saliya xwe, bi çûyîna dibistanê hînî zimanê tirkî bû. Dibistana navîn li bajarê Xarpêtê xelas kir, piştrev diçû dibistana amadehiyê, lê ji sedemên siyasî di sala 1973 an de ji dibistanê dihat avêtin. Bi vê yekê Baran ji bo berdewamkirina dibistana amadehiyê diçû Xozatê, li wir di sala 1978an de dibistana amadehiyê diqedant. Bavê Baran, hunermendê nasyar ê bi navê Mahmud Baran e û bi kasetên xwe yên muzîkê dihat nasîn. Tê gotin ku dayika Baran jî xwediyê dengeke zelâl e, ji ber vê sedemê zarokatiya Alî Baran di nav hunera Kurd de derbas dibû. Ew digel stranên Arif Cizrewî, H. Cizrewî, Kawîs Axa, Meryem Xan û wd. mezin dibû. Lewra, wî stranên ev dengbêjan ji nû ve aranje dikir û bi şeklekî nûjen dilorand. Baran bi 6 saliya xwe li dahole û bi 12 saliya xwe jî li tenbûrê dixist. Dengê wî ew qas dihat ecibandin ku ew li dibistana gund û ya dibistana amadehiyê di pîrozbahiyên fermî de bi tirkî distre. Baran cara yekemîn di sala 1976an de li Xozatê derdikeve dikê û bi Kurmancî distrand. Piştrev li gelek deran derdikeve pêş gel û stranên şoreşiyê digot. Bi stranên xwe tesîreke mezin li ser gel diafirand. ji ber vê yêkê polis gelek caran êrîşî wî dikir. Di sala 1977an de li Amed li Sînemaya Dîlanê sazdêranî mezin dida û li vir dihat girtin. Nêzîkî 2 mehan di girtîgehê de dima. Piştî Zîndama Amedê koçî Almanya dikir û li wir diçû zanîngehê. ji bo demekê beşa Kîmya, piştre jî demekê beşa muzîke dixwand. Lê dev ji xwendinê berdida û bi temamî xwe dida muzîkê.test Di sala 1981an de Cuntên leşkerê dîsa hikûm li Baran dixwandin, heya ku Baran di sala 1982an de ji nava biyaniyê Tirk dihat avêtîn. Ew li Elmanya dibû penaber û di sala 1993an de biyaniya Alman digre.1999 cara evili diçû welaten xwe Dersime u 2002 diçû festivala Dersime Berhem Kaseta yekemîna Baranê di sala 1981ê de bi navê "Lo warê" li Elmanya derdiket. Piştre di sala 1984an de kaseta xwe ya bi navê ”Deriyê Hepisxane”, di sala 1987an de “Ey Dersimê”, di sala 1989ande “Helepce û Zindan” û di sala 1991ê de jî “Çene Çene” derket piyasê. Piştî ku Baran di sala 1993an de dibe hemwelatiyê Elmanya, ew cara ewil vedigere welatê xwe û li wir kaseta “Deste ma” dikişand. Di sala 1995 Baran konserekî bi navê "Baran Live Konzert" (Baran, konsera zindî) pêk tîne. Bi temamî heta niha 8 kasetên wî yên muzikê û çend DVD û klîbên wî derketine. Baran tembûr, saz, cumbus û defê lêdixe. Dîskografî Lo warê - 1981 Deriyê Hepisxane - 1984 Ey Dersimê - 1987 Gelebçe u Zindan-1989 Çene Çene - 1991 Evîna Me - 2000 Teberik - 2005 Çel Avaz -2010 Klîbên wî Em Dixwazin Medîna min Teberik"(dimili-zazaki) Aşkin Divanesi - (dînokê evînê) Nabi Nabi Cigera min Yaro (dimili-zazaki) Halim bilen yok Dostlar (halem kes nizani) Girêdanên derve Malpera Alî Baran Hunermendên kurd Kesên ji Dêrsimê Mêr
2780
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hamza%20Yavuz%20%28Vasf%C3%AE%29
Hamza Yavuz (Vasfî)
Hamza Yavuz (Vasfî, 1963 Derkfan/Gercüş-20.8.2000 Saarbrücken) helbestvanê kurd û şehîdê têkoşîna azadiyê ye. Jiyan Hamza Yavuz, di sala 1963an de li Derîfkana Gercûşê jidayik dibe. Di piçûkatiya xwe de, bi tevî malbata xwe bar dikin Midyadê. Hamza, zarokatiya xwe li Midyadê derbasdike û dibistana seretayî û navîn li vir diqedîne. Di temenê xwendekariyê de ji têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdan bi tesîr dibe. Di lîseyê de bingeha fikra têkoşîna azadiyê di kesayetiya xwe de bi cîh dike. Hamza, di pola duyemîn a lîseyê de ji ber êrîş, zordarî û zextên rejîmê neçar dimîne ji dibistanê veqete. Hamza, ji ber têkîliya wî ya bi PKKê re du caran tê binçavkirin. Lê belê ewrê reş ê zordestiya rejîma leşkerî ya 12 îlonê xwe li hemû welêt vedipêçe. Hamza careke din tê girtin, rastî êşkenceyên giran tê, lê belê ew tewanbariyan qebûl nake û piştî meheke û nîv serbest tê berdan. Lê belê xiyaneta ku li Gelê Kurd raselitiye, di dika jiyana Hamza de jî rûyê xwe nîşan dide. Hamza piştî demeke kin piştî îxbarekê careke din tê girtin û yekser dişînin Mêrdînê. Fermanariya Rêveberiya Leşkerî Hamza careke din ji êşkenceyên giran derbas dike, lê Hamza sekna xwe ya berxwedanvan li vir jî didomîne... Hamza Yavuz, cara duyemîn serbest tê berdan û vê carê jî bi neçarî diçe Îzmîrê. Li Îzmîrê Hamza, jibo rûniştina ku li Dadgeha Rêveberiya Leşkerî ya Yekemîn a Amedê tê dîtin, tê vexwendin. Tevlî rûniştinê dibe û 16 sal cezayê zîndanê dixwe. Ew piştre vê helwesta xwe, di nameyeke xwe ya ku di girtîgehê de dinivîsîne weke "şaştiyekê" bi nav dike. Sal 1982 ye. Cîh zîndana Amedê ye. Li hemberî êrîş û êşkenceyên xedar û dervehî mirovatiyê Hamza, bi bedena xwe ya ciwan, berxwenake xûrt nîşan dide; bi tevî hevalên xwe beşdarî çalakiya Rojiya Mirinê dibe. Ji ber êşkenceyên bê perva, bi dehan car giran nexweş dibe. Di girtîgehê de, girtîmayîn û dûrbûna ji jiyana derve, hesret û evîna jiyanê ya bi wî re geştir dike. Hamza, li girtîgeha Amedê, bi helbestan dijî. Helbest û pênûs, hevalê wî yê herî nêz e, têhnîbûna xwe ya ji bedewiyên jiyanê, hesret û hêviyên xwe bi van tîne ziman. Hamza, di vê jiyana fanî de naxwaze bê dews koç bike, bi vê înadê, bi azweriya jiyanê, li hemberî hemû şert û mercên mirinê, bi serbilindiyeke berz li ber xwe dide. Ew bi evîna helbestê, bi diltenikiya hûnermendekî, jiyana xwe bi pevyên narîn û xweşik dineqişîne ser rûpelên spî. Dema ku rûpelên salnameyê 1989 nîşan dide, êdî ji girtîgehê derdikeve û bêrê xwe dide hesreta xwe ya salan; çiyayên Kurdistanê. Hamza, navê hevalekî xwe yê pir hes jê dike Wasfî Kiliç ku di 1986an de hate qetilkirin li xwe dike. Hamza Yavûz ango bi navê xwe yê kod Wasfî, wêjevanekî bi marîfet, zanyar û helbestvan bû. Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber meraqa wî ya ji dîrokê re, jê re gotibû `Mirovê ji kûrahiya dîrokê tê`. Navekî din ê Hamza hebû; Fîlozof Wasfî. Evîna di dilê wî de, bi rûbar, keskahî, av, ax, çiya û kûlîlkên welêt re dibe yek. Di her herikîna rûbarekî de diherike, di her vebûna gûlekê de dibişkive û bi xwendina bilbilan dilgeş û dilşa dibe Hamza. Hamza, ti carî ji temaşekirina bedewiyên xwezayê têr neba, wan di helbest û nivîsên xwe de bi ziravhestiyariyeke nedîtî tîne ziman. Ew mirovek ji kûrahiya vê dîrokê hatibû, bi zimanê xwezayê di axîvî û dijiya, lewma xwezayê jî hemû bedewiyên xwe jê re vekiribû. Hamza Yavuz, di sala 1999an de bi nexweşiyeke mirinî dikeve. Wasfî, bi bûhabûna mirinê, ya yekemîn li nexweşxaneya Gerîlla ya Zapê, ya duyemîn jî li Mûsilê du ameliyatan derbas dike. Ji Mûsilê derbasî Mexmûrê, ji wir jî diçe Suriyê û ji Suriyê jî berê xwe dide `parzemîna spî` Ewropayê. Hamza Yavuz, li Almanyayê li Klînîka Saarlaouise St. Elizabethê bi tevî hemû hewildanan nayê rizgarkirin û xatirê xwe ji jiyanê dixwaze. Rûpelên dîrokê 20ê Tebaxa 2000î nîşan dida. Ew beriya nefesa xwe ya dawî van hevokan bilêv dike: `Li pişt min negrîn, tilîliyê bikşînin. Dema ku li ber çavê min bedena ewqas qehremanan perçe perçe dibe, mirina li min li ber wan ne tiştek e..! Di vê oxirê de ne yekemîn im, ezê nebim yê dawî jî. Çawa ku helbestvan Nazim gotiye, li dijmin înad ezê rojekî din jî bijîm.` Di 25ê Tebaxa 2000î de xelkê Batmanê bi tilîliyan cenazeyê wî pêşwazî kirin û veşartin. Helbest Mînakek ji helbestên Hamza Yavuz: Wê roj were Emê xatir ji çekan bixwazin Lê ji Çiyayan qet Bi mizgînî em tên Bi Kîbele re tên Dilê xwe veke Himbêz bike Û zarokê xwe bîne dinê Xweşikbûyîn, hezkirin, evînî û zarokên aştiyê Mezopotamya Berhem Sevgi, Bilgi ve Sanatın Ozanıyım (Mezopotamya, 2002) Dağların Türküsü (Mezopotamya, 2003) Girêdanên derve Hamza Yavuz (Gotara Mehmet Şenol, tirkî) Yavuz, Hamza Yavuz, Hamza
2783
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hannover
Hannover
Hannover ( []), bajareki li bakurê Almanya Federale û payitextê Saksonya Jêrîn e. Nêzikayi 700.000 kes lê dijin. Hannover gelek zanîngehan hene, wekî Zanîngeha Leibniz Universität Hannover, Zanîngeha Veterinary Veteran Hannover û Dibistana Nexweş ya Hannover. Mêkarên sereke li herêmê Volkswagen, Continental, Nord LB, VHV û Talanx. Gîrêdanên derve Saksonya Jêrîn Bajarên Almanyayê
2791
https://ku.wikipedia.org/wiki/Azad%20%28rapvan%29
Azad (rapvan)
Azad (jdb. li Sine, Rojhilatê Kurdistanê) bi navê Azad Azadpûr ji dayîk bûye. Azad rapvanekî elmane, kû bi eslê xwe Kurd e. Azad navê "Der Bozz“ jî bernav dibê. Berê bernavê wî yê hûnermendî "Azazîn" bû. Azad li Frankfurt am Main nêzî Ginnheim dijî. Jînenîgarî Azad weke kurdekê penaber bi malbata xwere hate Almanyayê. Di sala 1984an da cara yekem têkiliya wî bi çanda Hip-Hopê re çêbû. Têkiliyên Azad bi her çar şaxên çanda Hip Hop'pê çêbûn. Pêşî bi Breakdanceêre, paşê pêşketinên wî di şaxê Graffitiyêde, di şaxê Rap'pêde û di şaxê Beatboxing'gêde çêbûn. Herwiha di prodûsiyona mûzîkêde jî pêşketinên wî çêbûn. Ligel A-Bomb, Combad û D-Flamedi sala 1988an da koma Cold-N-Locco damezrand, kû di 1990 bi navê Asiatic Warriors hat gûhartin. Kom bi bi stranê xwe yên as/req, kû bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdiyê rap'pê digotin zû li heremê hat naskirin. Sala 1994 komê berhemek bi navê „Told Ya!“ weşand, û bi vê gavê kom li derveyî herema xwe jî hat naskirin. Di nav salên derbasbûyîde cûdabûn mezin ketin navbera hûnermendande, û bi vî awayî kom Xerabû. Sala 1999 Azad peymanek bi produksiyona 3P ango Pelham Power Productionsre şanenav kir. Pêşveçûn Bi derxistina sîngila Napalm di sala 2000 Azad vegera xwe ya li ser sehnê parast. Di sala 2001an de, Azad berhema solo xwe ya yekemîn bi navê ”Leben” (Jiyan) pêşkeş kir. Azad berhema xwe, komple bi serê xwe amade kir û ciyê xwe li hûnera hiphopa elman girt. Sala 2003an de Azad berheme xwe ya duyem bi navê, Faust des Nordwestens (kûlma bakûrrojava) weşand. Sala 2004an de Azad weşanxana bi navê ”Bozz Music” damezrand. Di bin peymana Bozz Musicê de hûnermendên weke grûpa Warheit (Sezai, Jeyz, Chaker û Azad bixwe), rapperê Jonesmann, Yassir û Sti hebûn. Di heman salêde, skandalek li Hip-Hop-Opena Stuttgart çêbû. Piştî pevçûna Azad bi Rappere Sidore (kû gotinnên giran derheqê dayîka Azadde gotibûn), sivik birîndar bû. Ev cara yekemîn bû kû di dîroka Hip Hopa elmande (Ser-erdî - Overground), pevçûnek bi wî awayî çêbûbû. Vê bûyerê, gelekî bala çapemeniyê kişand ser xwe, û navê Azad li gelek derande derbas bû. Di heman salêde Azad berhemek nû bi navê ”Der Bozz” (Serdar) berhev kir û weşand. Berhemê cihe xwe di nav Top-10hêde li charta elmanîde girt. Sala 2005an Azad serkeftinek mezin bi berhama ”One” (Yek) a kû ligel rapvanê Kool Savasre bi dest xist. Bi vê berhemê, wan cihe xwe li Top-5ca charta elmanîde girt. Sala 2006an de Azad berhemek bi navê ”Game over” (lehîstok xilas) weşand. Bi vê berhemê Azad kete rêza 8emîn li charta elmanî. Sala 2007an de Azad bi strana “Ich Glaub An Dich” (baweriya min bi te heye) kû marşa rêzefîlma RTL Prison Break, ligel Adel Tawil, kete rêza yekemîn li charta sîngilen elmande. Bi vê serkeftina mezin Azad statûsa zêr sitand. Ev singila wî xwe 150.000 carî firoşt. Azad bû yekemîn rapvanê elman kû gihiştî vê amancê. Di heman salêde, Azad berhemek bi nave “Blockschrift” (nivîsîna gir) weşand. Di sala 2009an de, Azad berhema "Azphalt Inferno" (azfalt inferno) weşand û herwiha pêşnûmeyên (proje) xweyê nû jî ji bo sala 2009 diyar kir. Azad û Kurdayetî Azad qet eslê xwe mandel (înkar) nekiriye û her dem bi Kurdbûyîna xwe, bi awayekê serbilind xwe pêşwazî kiriye. Herwiha Azad yekemîn rapvanê kurdî ye. Di sala 1994an Azad di strana "Life's a fight" (Jiyan şere) di berhama "Told Ya!"'de bi zaravê soranî strand. Di salên pêş jî çend caran qala Kurdbûyîna xwe di berhemên xwe yên cûrbecûr kir. Di sala 2001an di berhama "Leben" (Jiyan) ligel hozan Nasir Rezazî stranek bi navê "Freiheit" (Azadî) çêkir. Di heman salê Azad beşdarî festîvala peytexta Kurdistanê Amedê jî bû, û ligel dengbêjekî amediyê kal, çend stran bi hevre gotin. Di sala 2006an di berhama "Game Over" (Leyîstok Xilas) vêcarê ligel hozan mezin Şivan Perwer'e stranek bi navê "Stadtfalke" (Bazê bajar) çêkir. Di hevpeyvînên xwe jî Azad her dem dibêjê kû ew ji erka (rol) xwe hişyarê di wata di Kurdîtiyê ji bo ciwanên Kurdan 1. Dîskografî Albûm Albûmên Mix (Tevlîhev) Albûmên Ligel Komê Sîngil Sîngilên Ligel Komê Mêhvan 2005 - Signal (J-Luv feat. Azad) 2005 - Locked Up (Akon feat. Azad) 2006 - 2 Kaiser (Seryoga feat. Azad) 2008 - On Top (Kool Savas feat. Azad) 2010 - Immer wenn ich Rhyme (Kool Savas feat. Azad, Olli Banjo & Moe Mitchel) Girêdanên derve Malpêra Azad a fermî 1Hevpeyvîn ligel Azad li ser Kurdîtiyê Hunermendên kurd Rapvanên kurd Jidayikbûn 1974 Mirovên zindî Kesên ji Sineyê Rapvanên alman Kurdên Rojhilata Kurdistanê
2792
https://ku.wikipedia.org/wiki/Y%C4%B1lmaz%20G%C3%BCney
Yılmaz Güney
Yılmaz Güney (jdb. 1ê nîsana 1937an li Edene − m. 9ê îlona 1984an li Parîs) aktor, derhêner û nivîskarekî kurd e. Bi navê xwe yê rast Yılmaz Pütün, wekî Yılmaz Güney tê naskirin. Yılmazê Başûr yanî Yılmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yılmaz bi kurdî tê van wateyan. Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe radiweste. Yılmaz Güney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Zaza e. Jiyan Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldar e û di wan salan de kovareke hunerî ya bi navê 'Dorûk (Lûtke)' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atıf Yılmaz nas kir. Bi alîkariya Atıf Yılmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957ande ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stembolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn. Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e." Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan. Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt. Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle. Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû. Filmên Yılmaz Güney Fîlmên ku Güney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in: At, Avrat, Silah, (Hesp, Jin, Çek) (1966) - Bana kurşun işlemez (Gule li min nake) (1967) Pire Nuri-Seyithan (Kêç Nûrî-Seyîdxan) (1968) Aç kurtlar, Bir çirkin adam (Gurên birçî, Mêrekî netîtal, nerind) (1969) Umut, Piyade Osman, Yedi Belalılar (Hêvî, Piyager Osman, Heftbelayan) (1970) Kaçaklar (Fîraran) - Vurguncular (Rêbirran) - Ibret (Sosretî) - Yarın son gündür (Sibeyê roja dawîn e)-Umutsuzlar (Bêhêviyan) - Acı (Jan) - Ag˘ıt (Lorîn) - Baba (Bav) (hemî di sala 1971an de) Zavalıllar (Belengazan) (1972/74) an de Arkadas (Heval) (1974) Fîlmên ku tê de weke aktor û nivîsarê senaryoyê kar kiriye Alageyik (Karxezal) - Bu vatanin çoçuklari (Zarokên vê welatê) (herdu di sala 1959an de) İkisi de Cesurdu (Herdu jî wêrek bûn) (1963) Her Gün Ölmektense (Heya her roj bimirî) - Kamalı Zeybek (Zeybekê bi singo) - Koçero (hemî di sala 1964an de) Kasımpaşalı (Qasimpaşayî) - Kasımpaşalı Recep (Recebê Qasimpaşayî) - Konyakçı (Konyakxwir) - Krallar Kralı (Keyê keyan)(hemî di sala 1965an de) Aslanların Dönüşü (Vegera şêran) - Es¸ref Pasalı (Eşrefpaşayî) - Hudutların Kanunu (Zagona tixûban) - Yedi Dagın Aslanı (Şêrê Heftçiyayan) - Tilki Selim (Rovî Selîm) (hemî di sala 1966an de) At Hırsızı (Dizê Hespan) Banus - S¸eytanın Oglu (Lawê Ehrîman) (hemî di 1967an de) Azrail Benim (Ez im Ruhstîn) - Kargacı Halil (Qijikvan Xelîl) (hemî di sala 1968an de) Belanın Yedi Türlüsü (Heft cureyê belayan) (1969) İmzam Kanla Yazılı (Mora min bi xwînê hatiye nivîsîn) - Sevgili Muhafızım (Parêzvanê min ê xoşevîst) - Şeytan Kayaları (Zinarên Ehrîman) (hemî di sala 1970an de) Fîlmên ku tê de weke nivîsarê senaryoyê kar kiriye Karacaoğlanın Kara Sevdası (Evînreşiya Karacaoğlan) (1959) Yaban Gülü (Gulbejî) (1961) Ölüme Yalnız Gidilir (Tenê ye çûyina mirinê) (1962) Burçak Tarlası (Zeviya xalxalî) (1966) Endişe (Bedgumanî) (1974) İzin (Destûr) - Bir Gün Mutlaka (Ew ê rojekê) (hemî di sala 1975an de) Sürü (Kerî) (1978) Düşman (Dijmin) (1979) Rê (Yol ) (1981) Duvar (Dîwar) Fîlmên ku tê de weke aktor kar kiriye Tütün Zamanı (Dema titûnê) (1959) Dolandırıcılar Sahı (Mîrê gendelgeran) - Tatlı Bela (Belaya şîrîn) (1961) Halimeden Mektup var (Ji Helîmeyê name heye) - Kocaoğlan - Kara Şahin (Reşik Şahîn) - Mor defter (Deftera mor) - 10 Korkusuz adam (10 mêrên wêrek) - Prangasız Mahkumlar (Zîndaniyên bêqeydik) - Zımba Gibi Delikanlı (Xortê berbaz) (1964) Ben Öldükçe Yaşarım (Pistî mirim wê ezê bijîm) - Beyaz Atlı Adam (Mêrê bi hespa spî) - Dağların Oğlu (Lawê Ciyam) - Davudo - Gönül Kuşu (Cûkê dilan) - Sayılı Kabadayılar (Dîlawerên bijimar) - Kan Gövdeyi Götürdü (Xwîn gewdê bir) - Kahreden Kurşun (Guleyê ku qehr dike) - Haracıma Dokunma (Dest nede xercê min) - Kanlı Buğday (Genima bi xwîn) - Korkusuzlar (Yên bêtirs) - Silaha Yeminliydim (Sondxwariyê silehê bûm) - Sokakta Kan Vardı (Li kuçeyê de xwîn hebû) - Tehlikeli Adam (Mêrê bi talûke) - Torpido Yılmaz (Yılmazê Torpîdo) - Üçünüzü de Mıhlarım (Ezê we her sêyan mix bikim) - Yaralı Kartal (Teyrê brîndar) (1965) Anası Yiğit Doğurmuş (Daykê wî egîd aniyê dinê) - Çirkin Kral (Keyê bêteşe) - Kovboy Ali (Eliyê Kowboy) - Silahların Kanunu (Qanûna cêkan) - Ve silahlara Veda (Û xarit ji cêkan re) - Yiğit Yaralı Olur (Egîd brîndar dibe) (1966) Balatlı Arif - Bomba Kemal - Büyük Celatlar- Çirkin Kral Affetmez- Eşkiya Celadı- İnce Cumali- Kızılırmak- Karakoyun- Kazanoğlu- Kuduz Recep- Kurbanlık Katil (1967) Aslan Bey - Beyoğlu Canavarı - Can Pazarı - Marmara Hasan - Öldürmek Hakkımdır (1968) Bin Defa Ölürüm - Çifte Tabancalı Kabadayı - Güney Ölüm Saçıyor - Kan Su Gibi Akacak - Kurşunkarın Kanunu (1969) Çifte Yürekli - Kanımın Son Damlasına Kadar - Son Kızgın Adam - Zeyno (1970) Çirkin ve Cesur - Namus ve Silah (1971) Sahte Yar (1972) Girêdanên derve Hevpeyvîna dawî ya Yilmaz Guney di gel rojnamenivìsê fransî Chris Kutschera (bi îngilîzî) Heman hevpeyvîn bi fransî Çavkanî Jidayikbûn 1937 Mirin 1984 Guney, Yilmaz Aktorên kurd Derhênerên fîlman ên kurd Kesên ji Sêwregê Kurdên Bakurê Kurdistanê
2794
https://ku.wikipedia.org/wiki/15%C3%AA%20tebaxa%201984an
15ê tebaxa 1984an
Di 15ê tebaxa 1984an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê yekem çalakiya xwe ya çekdarî li Dih û Şemzînanê pêkanî û bi awayekî fermî şerê çekdarî da destpêkirin. 15ê tebaxê di nava gelê kurd de wekî destpêka şoreşa vejînê tê pejirandin. Mijarên têkildar Dîroka Kurdistanê Çavkanî Dîroka Kurdistanê PKK
2796
https://ku.wikipedia.org/wiki/Roja%20A%C5%9Ftiya%20C%C3%AEhan%C3%AA
Roja Aştiya Cîhanê
1'ê îlon Roja Aştiya Cîhanê ye. Di 1'ê îlona sala 1939'an de Artêşa Hitler ya Almanya Polonyayê dagir kir û şerê duyemîn ê cîhanê de ku bû sedema mirina 50 mîlyon mirovanî dest pê kir. Ev roj, li hemû cîhanê weke "Roja Aştî ya cîhanê" tê pîrozkirin û di vê rojê de herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman. Di 1ê Îlonê sala 1939 de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hitler de, bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyêm da destpêkirin. Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Şer, çawa ku roja 1ê Îlonê dest pê kir, her wisa-jî di heman rojê de, di sala 1945an de bi dawî bû. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpênekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1ê Îlonê weke "Roja Aştiya Cîhanê" îlan kir. Û edî ev roj, ango 1ê Îlonê, li navênden cihanê yên curbecur bi pîrozbahiyên cihêreng tê pîrozkirin. Salveger
2797
https://ku.wikipedia.org/wiki/Yek%C3%AA%20Gulan%C3%AA
Yekê Gulanê
Yekê Gulanê, 1ê Gulanê roja karkerên cîhanê ye. Ev salveger di 1ê gulanê de tê pîrozkirin. Di sedsala 19an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmet de bûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tenduristiya mirovan, rojane 15-16 saetan dixebitîn. Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikr. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19an de, bi pêşketina burjiwaziyê, ku teknolojî bi pêşdike ve. Ceyran tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe. Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistina dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe. Dîroka salvegera Yekê Gulanê Di sala 1884an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. Yekîtiya karkerên navnetewî û federasyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên burcuwazî daxwazkirin, ku saetên kar yên rojane bibin heşt saet û ev yek pêwist e heya du salan pêk were. Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe, di 4ê gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya karkeran ve li Meydana Haymertê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80 hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawîdikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndardibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin. Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibinû. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin. Sendîkaya Karkerên Emerîkan di kongreya xwe ya 1888an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê sal di yekê gulanê de greva giştî pêkbînin. Di sala 1889an de, li Parisê civîna Înternasyonal ya duyem hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1ê Gulanê weke roja karkerên cîhanê hate îlankirin. Ji wê rojê û pêve, karkerên cîhanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, karkerên cîhanê bibin yek. Bi vî awayî 1ê Gulanê ji bo karkeran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê. Yekê Gulanê li Kurdistanê Yekê Gulanê li Tirkiyê 1ê Gulanê di roja me ya îro de li gelek welatan weke rojeke tehtîlê ye û ji aliyê karkeran ve bi xwepêşandanên girseyî tê pîroz kirin. Li hin welatan jî 1ê Gulanê bûye çalakiya daxwazên demakratîk ên siyasî. 1ê Gulanê li Tirkiyê yekemcar di navbera salên 1908an û 1912 an de hat pîroz kirin. Digel qedexeyên salên 1921 û 1922an de, li Stembolê karkerên tersane û tramvayê mitîng lidarxistin. Di sala 1925an de, li Tirkiyê qanunek hat derxistin ku pîrozbahiyan qedexe kir û 1ê Gulanê weke Cejna Bahar û Çîçekan îlan kir. 1ê Gulanê piştî bêdengiyeke 43 salan destpêkir ji sala 1968an û vir li Tirkiyê bi rengên cuda cuda hat pîroz kirin. Di sala 1977an de, 500 hezar kesên ku tevlî merasîmeke li meydana Taksimê bûbûnrastî gulbaranê hatin û 37 kes mirin. Bi tevî darbeya 12ê Îlonê jî 1ê Gulanê hertim dihat qedexekirin. Piştî 12ê îlona 1980î 1ê Gulanê di sala 1989an de li gelek fabrîkayan bi grev û berxwedanan hat pêşwazîkirin. 1ê Gulanê piştî sala 1992an jî li gelek navendan, li meydanan hat pîroz kirin. Tevgera karker û kedkaran ku pêş diket, di 1ê gulana 1996an de xwe nîşan da û bi sedan hezar kedkar meydan tijî kirin. Lêbelê di pîrozbahiyên li Kadıköya Stembolê de, di encama gulebaran polêsan de dîsa 3 kedkar jiyana xwe ji dest dan. Çavkanî Salveger Komûnîzm Sosyalîzm Sendîka
2798
https://ku.wikipedia.org/wiki/Roja%20C%C3%AEhan%C3%AE%20ya%20Jinan
Roja Cîhanî ya Jinan
Roja Cîhanî ya Jinan roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857'an de Neteweyên Yekbûyî roja 8'ê adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand. Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800'î tê. Di 8 adara sala 1857'an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900'î de destpê dike. Di sala 1903'an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908'an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909'an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910'an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19 adara 1911'an de li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985'an weke "Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî" îlan kir, di 16 kanûna 1977'an de jî 8 adarê weke "Roja Cîhanî ya Jinan" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin. Roja Cîhanî ya Jinan li Kurdistanê Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKK'ê bi navê TAJK ango Yekîtiya Azadiya Jina Kurdistan di sala 1987'an de hate sazkirin. Her wiha ev tevger di sala 1988'an de jî xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK guhert. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995'an de jî bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK jî di sala 1998'an de weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000'î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3'an ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe. Kronolojiya Roja Cîhanî ya Jinan 08.03.1857 rûdana Kargeha cil û berga li New York. 1889 Kongreya damezrandina Înternasyonala Diduyan li Parîsê hate bestin. 18.03.1911 êkemîn ahenga Roja Cîhanî ya Jinan. 08.03.1917 mangirtina jinan li kargahên li Rûsya çarî û destpêkirina şoreşa şibatê. 1918 mafê dengdanê bu jinê li Elmanyayê. 1920 konferansa afretên komunîst li Moskowa 1921 konferansa afretên komunîst ya diduyan li Moskova 1975 sala jinan Çavkanî Salveger
2801
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eeva%20%C3%87aran
Şeva Çaran
Di şeva 17'ê gulanê sala 1982'a de çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengin li zîndana Amedê şehîd ketin. Ji sala 1980'an û pê ve li gelek deveran çalakiyên şewitandina bedena xwe destpêkirin. Ji van çalakiyan ya yekemîn di 21 adara sala 1982an çêbû. Di vê dîrokê de yek ji kadroyên serokatiya PKKê Mazlum Dogan, xwe li zîndana Amedê bi dardekir. Di 18 Gulana sala 1982an de jî ji girtiyên PKKê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Onen û Mahmut Zengîn ên di heman zîndanê de jî xwe şewitandin. Ev şêwazê protestoyê di 21 Adara 1990î de careke din diyar bû. Di vê dîrokê de Zekiye Alkan li ser bedena Amedê ji bo şermezarkirina qedexekirina Newrozê canê xwe da ber agir. Dîrok Salveger
2802
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ferhat%20Kurtay
Ferhat Kurtay
Ferhat Kurtay (jdb. 1949 Qoser - m.18ê gulanê, 1982 Amed) şoreşgerkekî Kurd e. Li gundê Xursê, Qoserê ji malbateke hebûn ji dayika xwe bûye. Perwerdehiya wî Dibistana, Dibistana Navîn û Dibistana Amadehiyê li Qoserê, Mêrdînê berdewam kir. Li Trabzonê beşa Zanîngehe Qesirbendî Endezyarê qedand. Di vê navbêrê de zewicî û demekê peywir endezyar kir. Xebatên û Salên Partîgiriyê wî Di salên dibistanê de nêrînên şoreşgerî nas kir. Ji tevgerên şoreşger ên Tirkiye û cîhanê bi bandor bû. Piştî sala 1978an de bi rêya têkîliyên fermî bi awayekî çalak beşdarî partiyê bû. Di rêxistin kirina herêma Mêrdîn ê de di avakirina lijneyên amadekar de rasterast peywir wergirt. Wekî din endamên weşanên fermî li vê herêmê belav dikir û bi cîh dikir. Şehîda wî Roja 23ê çiriya paşîn 1979an de tevî Durmuş û hevalên xwe yên din li mala ku lêdiman hatin girtin. Şewa ku 17ê gulanê bi 18ê gulanê ve girê dide, li nivîngeh 33an xwe şewitandin û gîhîştin nîşankê. Çavkanî http://www.madiya.net/index.php?option=com_content&view=article&id=513:pkk-yi-kimler-kurdu-2&catid=40:portreler&Itemid=59 Wêne Kuştiyên cengê (PKK) Jidayikbûn 1949 Mirin 1982 Kesên ji Qoserê
2804
https://ku.wikipedia.org/wiki/Necmi%20%C3%96ner
Necmi Öner
Necmî Oner (z. ? − m. 18'ê gulanê, 1982), li Çêrmikê ji malbateke dewlemend hate dinê. Hîndekariya xwe ya sereta, navîn û lîseyê li Çermîkê qedand. Hê di dema dibistanê de bû xwedî xisletên vekirîbûna ji nêrînên nû re, nîqaş, lêpirsîn û têgîhîştinê. Destpêkê bi şêweyekî sempatiyê girêdana wî ya bi DDKDyê re hebû, paşê ji axaftin û xebata kadroyên PKKê Ahmet Kurt û Huseyin Durmuş bi tesîr dibe û PKKê nas dike û di demeke kin de tevlî xebatên li Çermîkê dibe. Bi xebatên xwe yên serkeftî yê di nava ciwanan de, di girseyîbûna têkoşînê de rolekî girîng lîst. Berî were girtin bi demeke kin, di Komîteya Amadekar de berpisyartiya Ciwanan wergirtibû. Ji ber bûyereke ku li dibistanê derdikeve, di sala 1979an de tê girtin. Bi awayekî fîîlî cîhê xwe yê di berxwedanan de her wext parast. Şeva ku 17'ê gulanê bi 18'ê gulanê ve girê dide, Şeva Çaran, li zîndana leşkerî ya Amedê, di qoxûşa 33an di çalakiya ÇARan de cîhê xwe girt. Kuştiyên cengê (PKK) Kurd Mirin 1982
2806
https://ku.wikipedia.org/wiki/E%C5%9Fref%20Anyik
Eşref Anyik
Eşref Anyik (1960-1982) yek ji çar endamên PKK'ê bû ku di Çalakiya Çaran şehîd ketine. Di sala 1960an de weke zarokê malbateke xîzan li gundekî Wêranşarê jidayikbû. Ji ber xîzaniyê incex dibistana sereratayî karî bixwîne. Hê di temenên biçûkbûna xwe de ji bo debara malbatê ketibû bin berpirsyariyeke mezin. Bi malbata xwe re li Edenê karên emeletî û li metrepolan di gelek karan de xebitî. Eşref Aynık, bi bandora pêşkeftinên gelemperiya welêt û bi taybetî bi bandora têkoşîna Hîlwanê di nava refên PKKê de cîh girt. Di nava çalakiyên çekdarî yên dijî çeteyên feodal cîh girt û êdî hêzên dewletê lêdigeriyan. Di têkoşîna Hîlwanê de dema ku di nava şerekî li dijî hêzên leşkerî yên dewletê de bû, hate zeftkirin. Li hemberî hemu kirinên xiyanetê ku yek ji generalên Tirk Esat li ser wan ferz dikir, bi hevalên xwe re tevgeriya. Li Zîndana Amedê şeva 18'ê gulanê di de cîhê xwe girt. Endamên PKKê Şoreşger
2812
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mahmut%20Zeng%C3%AEn
Mahmut Zengîn
Eslê xwe ji Sêweregê ye, lê belê ji ber ku kalkê wî barkirin Hîlwanê beşeke mezin ê jiyana wî li Hîlwanê derbas bû. Dibistana sereta û navîn li vir qedand. Malbata wî feqîrbû. Li hemberî zextên feodal ku di wê demê de li ser herêmê dihate ferzkirin, hîn di temenê xwe yê biçûk de bubû xwedî nerazîbûnê. Li Hîlwanê di sala 1978an de li hemberî çeteyên feodal yên bi navê " Sülaymaniyan" hizkirina wî ji têkoşîna çekdarî ku di wê demê de di pêşengiya APOCIyan de pêşdiket, çêbû û di nava tevgerê de cîhê xwe girt. Di nava yekemîn xebatên ciwanan de cîh girt. Her wiha di nava xebatên weke xebata girseyê, propanda û hwd. de cîh girt. Piştre li herêma bejayî ya Hîlwan û Sêweregû li hemberî çeteyên Süleymaniyan û Bucakan di fermandariya kadroyê PKKê Cuma TAK de di nava têkoşîna çekdarî de cîhê xwe girt. 7 Tîrmeha sala 1979an di şerekî ku di dawiyê de ketê, hewil dida hevalekî xwe yê di çeperê de rizgar bike, dîl kete destên hêzên artêşa Tirk û ew birin zîndana leşkerî ya Amedê. Di çalakiya ÇARan a xwe şewitandinê de rawestineke bi biryar nîşan da. Kuştiyên cengê (PKK) Şoreşger
2817
https://ku.wikipedia.org/wiki/Halil%20%C3%87avgun
Halil Çavgun
Halil Çavgun, an jî Xelîl Çavgun endamê Komîta Navendî ya PKK'ê bû. Ew di 19'ê gulana 1978'an de li Hîlwanê hate kuştin. Jiyana wî Xelîl Çavgun, dibistana seretayî li Hîlwanê xwend, dibistana navîn û lîseyê jî li Rihayê bi li dibistanên ku mirov bi şev û roj lê dimînin, qedand. Paşê hîndekariya xwe di înstûtiya perwerdeyê de berdewam kir û jiber sedemên siyasî naçar ma dibistanê terk bike. Xelîl Çavgun di qonaxa 71'ê de dest bi jiyana siyasî kir û piştî ku têkoşîna rizgariya neteweyî li Hîlwanê pêşkeft, di nava têkoşînê de cîh girt. Çavgun, yek ji nûnerê têkoşîna rizgariya neteweyî ya herêmê bû. Çavgun, roja ku hate qetilkirin, yanî roja 19 gulana sala 1978an de, çi li Hîlwanê û çi jî li hemu Kurdistanê ev roj weke roja berxwedanê hate pejirandin. Xelîl Çavgun, di çalakiya daliqandina nivîsan ya di yekemîn salvgera qetilkirina Hakî Karer de, di encama şerê ku bi polês re destêkir, jiyana xwe ji dest da. Çavkanî Kuştiyên cengê (PKK) Şoreşger Mirin 1978
2820
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmet%20Hayri%20Durmu%C5%9F
Mehmet Hayri Durmuş
Mehmet Hayri Durmuş, (1955-1982) nojdar û siyasetmedarek kurd e ku yek kesên damezrandina Partiya Karkere Kurdistan (PKK) bû. Perwerdehiya wî Durmuş, perwerdehîya xwe yê dibistana sereke, dibistana davîn û lîseyê li Çewlîgê xwendiye. Xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Bijîşkî ya Hacettepe Enqere xwendiye. Xebatên siyasî Li wê derê dixwaze beşdarî sazîyên Şoreşgerên Kurdistanê bibe. Li sala 1977an de dev ji Zanîngehê ber dide û vedigere Kurdistanê. Li Riha, Mêrdîn û Amedê xebatên xwe birêvedibe. Li 30'ê tîrmehê 1978an li gundek Licê ku navê wê Fîs e, daxuyanîyek di derbarê avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê de didin. Ew, yek ji kesên endamê konseya birêvebir ya navendî tête hilbijartin. 12'ê rezberê 1980 berê darbeyê, rêhevalên wî Cemîl Bayik, Ahmet Bayık deşîfre dibin û xwe ji qadê paşve dikişînin, lê berpirsiyarê PKKyê ê parêzgeha Mêrdînê; Ferhat Kurtay tê binçav kirin. Endamên konseya birêvebir ya PKK, bi mebesta Kurdistana yekgirtî tevdigerîyan. Mehmet Hayrî, yek ji pêşengên Zindana Amedê bû. Mirina wî Ji kadroyên sazî û mankarên Partiya Karkerên Kurdistanê Durmuş di 12'ê rezberê sala 1982an de, di rojiya mirinê ya 14'ê tîrmeha 1982'ande şehîd ket. Durmuş û hevalên xwe li dijî rêzanî û pêkanînên derveyê mirovahî bîryar girtin ku dest bi rojiya mirinê bikin, li gel vê jî di 14 Tîrmeha 1982an de çalakîya rojiya mirinê dest pê kir. Di roja 60mîna Berxwedanê de Durmuş jiyana xwe ji dest da. Roja 14'ê tîrmehê 1982 êşkenceyên ji bo dawî û mafê parêzname ji bo bidest xistinê rojiya mirinê, darizîn xwe li dadgehe leşkerî bihevra destpêkirin. Roje 12'ê rezberê 1982 jîyane xwe winda bûn. Gorî, nêzîkî Düzağaç, Çewlîg. Meytê wî kîpe ewlekarî bergirîyên li bin heta gundê wî yê wan birinê wî kû tevî welatparêz; gelê Çewlîg û Dep bitunîyek wan hatin bûn wî, digel ayîne axê bi cîh kirin û dîsa jî, wî, gelê pêşeng rastîyek qewimîn bêtir carek peytandin bûn. Wêne; Dema Rojî Mirinê û wan Endamên Partîgirîye Encamdan Çalakîyê Xwekujî Çavkanî http://www.madiya.net/index.php?option=com_content&view=article&id=513:pkk-yi-kimler-kurdu-2&catid=40:portreler&Itemid=59 http://www.sosyalistforum.net/biyografi/36504-m-hayri-durmus-biyografi-ve-savunma.html Endamên PKKê Durmuş, Mehmet Xeyrî Mirin 1982
2831
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmet%20Karasungur
Mehmet Karasungur
Mihemed Karasûngûr (Mehmet Karasungur) (jdb. 1947 li gund Darebî ya parêzgeha Çewlîgê, m. li Başûrê Kurdistanê) yek ji endamên komîteya navendî ya PKKê bû, bi tevî Îbrahîm Bîlgîn di qirêjiya birakujiyê ya ku ji aliyê welatên Kurdistan kirine bin desthilata xwe ve tê birêvebirin de, jiyana dide der. Karasungur di sala 1947an de li Gêxiyê li gundê Darebiyê tê jiyanê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîseyê jî li Çewlîgê qedand. Beşa matematîkê ya Înstîtuta Perwerdeyê ya Erzîromê bidawî dike. Di sala 1972an de dema ku li Gurgumê mamostetiyê dike, ji ber xebatên şoreşgerî sirgûnî Colemêrgê tê kirin. Salên pişt re dema ku li Şebinkarahisarê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdewam dike, di sala 1975an de tayîna wî ji bo Dibistana amadeyî ya Çewlîgê derdikeve. Karasungur, du vekirina Komeleya Töb-Der, şaxa Çewlîgê de pêşengiyê dike û di rêvebiriyê de cihdigire. Dema wezîfeya xwe ya li Çewlîgê Mehmet Hayri Durmuş nas dike. Li qereqola ku di sala 1976an de lê tê girtin, jiber ku li midurê ewlekariyê daye, heta ku dikeve komayê rastî êşkenceyên tund tê. Karasungur, ji ber xebatên polîtîk deşîfre dibe û di sala 1978an de li Çewlîgê wezîfeya xwe ya mamostetiyê berdide û dest bi şoreşgeriya profesyonel dike. Sala 1980an de derbasî herêma Libnanê dibe. Di sala 1982an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî û dawîdayîna nifaq û neyartiya di navbêra rêxistinên Kurd de, her wiha ji bo sazkirina xeta yekîtî û têkoşîna hevbeş, gelekî dixebite. Dîsa ji bo wezîfeyeke wiha diçe biryargeha PDKê. Lê belê di wê demê de hêzên Yekîtiyê davêjin ser biryargehê û di encama vê êrîşê de di 2ê gulana sala 1983an de tevî hevalê xwe Îbrahîm Bîlgîn şehid dikeve. Di demên dawiyê de rêxistin û hêzên polîtîk ên kurd, êdî xwe ji şerên birakujiyê dûr digirin. Mirina Karasungur ji aliyê YNK, PDK û hêzên din ên kurd ve jî bi xemgînî hat pêşwazîkirin. Lewra şîdeta navxweyî zirarê dide daxwazên kurdan û ji aliyê dewletên li ser Kurdistanê hikmê dikin ve tê lidarxistin. Kuştiyên cengê (PKK) Endamên PKKê Siyasetmedarên kurd Mirin 1983 Jidayikbûn 1947
2834
https://ku.wikipedia.org/wiki/Akif%20Y%C4%B1lmaz
Akif Yılmaz
Akif Yılmaz (jdb. 1956 – m. 15ê îlona 1982an), çalakdarê siyasî yê kurd û endamê tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Di sala 1982an de di çalakiya rojiya mirinê ya 14ê tîrmehê jiyana xwe ji dest da. Akif Yılmaz, di sala 1956an de li gundê Micica Erdêxanê ji dayik bûye. Tevî ku rewşa malbata wan ya maddî ne baş bû jî, bavê wî xwest ku bixwîne. Akif Yılmaz, berî ku PKKê nas bike jî xwediyê nêrînên çep û pêşverû bû, piştî ku têkoşîn ji bo welat tê veguhestin, di nav refan de cihê xwe digire. Di 2ê gulanê sala 1980an de tê girtin û wî dişînin zîndana leşkerî ya Amedê. Piştî çalakiya Mazlum Dogan 21ê adarê û çalakiya çar lehengên 18ê gulanê, di 14ê tîrmehê sala 1982an de di pêşengiya Mehmet Xeyrî Durmuş de rojiya mirinê tê destpêkirin û Akif Yılmaz jî di vê çalakiya rojiya mirinê de cî digire û di roja 63em ya çalakiyê de roja 15ê îlonê sala 1982an de jiyana xwe ji dest dide. Çavkanî Kuştiyên cengê (PKK) Şoreşger Jidayikbûn 1956 Mirin 1982
2837
https://ku.wikipedia.org/wiki/Zeynep%20K%C4%B1nac%C4%B1
Zeynep Kınacı
Zeynep Kınacı, bi bernavkê xwe Zîlan dihat naskirin, (z. 1972 li Elmalî, Meletî − m. 1996 li Dêrsimê) endameke gerîlaya PKKê bû. Kurtejiyana wê Zîlan, di sala 1972an de li gundê Elmalî (Mamurek) yê Meletiyê hatiye dinyayê. Ew zaroka malbateke rewşa wê asayî bû. Zîlan, ji Zanîngeha İnönü ya Meletiyê ji beşa şêwirmendiya psîkolojîk destûryar bû û berî ku tevlî nav refên gerîla bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê dixebitî. Dema ku li dibistana amadehiyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û têkiliya wê ya bi fikrên kurdîtiyê zêde bû. Lê belê Zîlan di vê demê de nêzî ti rêçê nebûbû. Di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji PKKê re pêş ket. Zîlan, di sala 1994an de li Edeneyê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995an de tevlî nav PKKê bû. Di 30 hezîrana 1996an de li Qada Komarê ya Dêrsîmê li hemberî leşkerên tirk ku derindêze alayê dikirin, Zîlan çalakiyeke cangorî pêk anîn. Çavkanî Şoreşger Jinên kurd Endamên PKKê ARGK Jidayikbûn 1972 Mirin 1996
2839
https://ku.wikipedia.org/wiki/Che%20Guevara
Che Guevara
Ernesto Che Guevara (1928-1967) şoreşgerekî arjentînî yê navdar e. Che Guevara, di sala 1928'an de li bajarê Arjentînê Rosarioyê ji dayîk bû. Bi eslê xwe ji spanî, baskî û îrlendî ye. Di sala 1953an de li Buenos Airesê, bû bijîşk. Che, bi tevgerên çep ên şoreşger ên li welatên Amerîkaya Latînî ji nêz ve eleqedar dibû. Dûre, dema ku çû Meksîkê Fidel Castro naskir. Ew bi tevî Castro, li dijî rêvebiriya dîktator Batîsta, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlla de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê weke Wezîrê Sanayiyê hate wezîfedarkirin. Lê wî ev wezîfe qebûl nekir û ji bo rizgarkirina gelên din ên bindest berê xwe da çiyayên Bolîvya yê. Li Bolîvyayê leşkerên Barrientos şeva 7ê çiriya pêşîn 1967an Che li nêzî li Higuerasê asê dikin. Ji lingê xwe birîneke giran girt û wî di zîndaneke Hiegurasê de hepis kirin. Che, li hemberî ti kesî serî netewand. Gotinên dawî yên Che, bi qasî ku bikeve lîteratura dîrokê ya cîhanê bi wate bûn. "Mirina li ser pêyan ji jiyana li ser çogan çêtir e". Roja 9 çiriya pêşîn 1967an, saet 13:10an de bi fermana Dewletê Yekbûyî yê Amerîkayê û servîsa îstîxbarata wê û bi erêkirina serokkomarê Bolîvyayê Rene Barientos, ji aliyê Mario Tuzan ku yek ji mêrkûjê kirêgirtî yên Barrientos bû, bi neh guleyan can da. Piştî kuştina Che, Rêvebiriya Bolîvyayê bi biryareke wiha poşman dibe, ji ber ku Che, êdî bibû efsane. Ew bibû efsaneya şoreşgeriyê û îlhama rihê têkoşeriyê. Dijminên wî difikirîn ku eger sax bimaya, dibe ku bandora wî ew çend li cîhanê belav nebûya. Wisa jî -ji SNCCyê Juius Lester, daxûyaniyeke pir balkêş dide derbarê mirina Che de. Ew wiha dibêje: "Mirina Che, ne girînge, ya girîng ewe ku mirovekî wisa jiya ye. Ji bo tunekirina Che, divê hûn me hemû xelkên xîzan tune bikin; ev yek jî bê îmkane." Bi yek gotinê, ew xewna şevan ya zordar û mêtingeran bû û hîn jî wisa ye. Ew bi kesayetiyeke xwe ya bi utopya dagirtî, bi azwerî û xwestika têkoşînê û alîgiriya neteweyên bindest, di nava dilê herkesî de cîh girt. Piştî 35 salan jî ew hîn ciwanekî 39 salî ye di dilê hemû mirovatiyê de ye. Ya girîng jî, meşa mirovên ku bi vê felsefeyê dimeşin, berdewam dike. Di gotineke xwe de serok Apo wiha digot, "Heta ku mirovatî berdewam bike wê meşa mirovê ber bi kamilbûn û gîhîştinê ve jî berdewam bike". Di felsefeya Che de jiyaneke tijî û dagirtî heye. Ew dibêje, divê jiyana mirovan hertim bi têkoşînê derbas bibe. Ew bi romantîzma şoreşgerî dijî û dixwaze ku tim mirov ji bo rastiyê têkoşînê bike. Rastî li kû be mirov li wir be. Rêzedîroka jînenîgarî Rêzedîrok a Che Guevara Ernesto Che Guevara di 9ê çiriya pêşîn a sala 1967an de li çiyayên Andê ji aliyê çawişekî Bolîvyayî ve hate kuştin. Çavkanî Girêdanên derve Che, Guía y Ejemplo: Photos , Songs(mp3) and Videos Malpera "Che lives" Guevara, Che Kuştiyên cengê
2841
https://ku.wikipedia.org/wiki/B%C3%AAr%C3%AEtan
Bêrîtan
Gülnaz Karataş, bibernavk Bêrîtan (jdb. 1971ê Bongilan, Çewlîg - m. 1992an Şemdînan), çalakdara ciwan a siyasî û gerîlaya PKKê bû. Jiyan Bêrîtan di sala 1971ê de li Bongilan hatiye dinyayê. Di sala 1986an de ew di zanîngeha Stembolê dest bi hînbûna aborînasê kir. Heta sala 1990î Berîtan nizanîbû ku ew kurd e. Ew di sala 1991ê de gerîlaya ARGKê bû û di şerê Başûrê Kurdistanê de wek fermandara tîmê cihê xwe girt. Mirin Berîtan, di sala 1992an de, di dema dageriya yekem ya Başûr de ji bo nekeve destê hêzên kevneperest, dawî li jiyana xwe anî. Di hunerê de Derhênerê kurd Halîl Uysal di sala 2006an de fîlmeke bi navê "Bêrîtan" li ser jiyana Bêrîtan kişand. Sipan Xelat di sala 2006an de stiraneke bi navê "Bêrîtan" berdan. Çavkanî Girêdanên derve shehidan.com Agahdarî li ser jiyana Bêrîtan Kuştiyên cengê (PKK) Şoreşger Endamên PKKê Kesên ji Bongilanê Jidayikbûn 1971 Mirin 1992 Kurdên Bakurê Kurdistanê
2843
https://ku.wikipedia.org/wiki/Z%C3%AElan
Zîlan
Zîlan (êl) Zîlan (ba) Wan Geliyê Zîlan Komkujiya Zîlanê Kes Zeynep Kinaci (Zîlan) Hozan Zîlan
2853
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ronah%C3%AE
Ronahî
Kes Andrea Wolf (Ronahî), şehîdeke enternasiyonalîst. Kovar Ronahî, kovareke Celadet Alî Bedir-Xan. Ronahî, kovareke Hafiz Qazî. Ronahî (rojname), rojnameya kurdî bû. Ronahî, kovara YXKê. Televîzyon Ronahî TV, televîzyonekî kurdî ya Rojavayê Kurdistanê.
2861
https://ku.wikipedia.org/wiki/B%C3%AAr%C3%AEtan%20%28cudakirin%29
Bêrîtan (cudakirin)
Çend peyvên bi vî navî hene: Bêrîtan (Gülnaz Karataş), gerîlayeke PKK'ê bû. Bêrîtan, fîlmeke Halîl Uysal. Bêrîtan, straneke kurdî. Bêrîtan, eşîreke Kurdistanê.
2874
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pirt%C3%BBkxane
Pirtûkxane
Pirtûkxane an jî kitêbxane cihê ku pirtûk lê tê hilanîn e. Ev dibe ku di hundir mala mirov de odeyek be, dibe ku di hundir odeya mirov de beşek taybet be û dibe ku di hundir bajêr de xaniyekî taybet ji bo pirtûkan be. Çend pirtûkxaneyên kurdî li cihanê Kitêbxaneya Kurdî, Stockholm, Swêd Kitêbxaneya Sara, Stockholm, Swêd Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî, Parîs, Fransa Çavkanî Çand Pirtûkxane
2875
https://ku.wikipedia.org/wiki/Lok
Lok
Lok navê hêştirê nêr e. Di erebî de camel, di tirkî de deve tê gotin. Li gelek herêmên Kurdistanê jî ji hêştiran re deve tê gotin. Lok jî hêştirê nêr e. Guhandar
2877
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AAn%C3%BBs
Pênûs
Pênûs an jî qelem, alava ku pê tê nivîsandin û xêzkirin e. Tê gotin ku gotina kalem jî ji kelemê tê ku kelem jî tê wateya darikê serê wî tûj an jî dirî. Ji bilî va tiştan pênûs tê wateya pê nûsandinê. Pênûs dibe ku amûrên yekemîn bûn yê mirov bi kar anî. Danîşanên kevintirîn ji serdema kevirê ye li kû bi darên normal ve li ser axesork dihat selixandin û tim tim bi wêneyên şkeftê dihat dîtin. Bi hatina çandên bilind yê berê li şûn dara nivîsandinê çîxên nivîsandin dihatin bi kar aniyê. Ew jî paşê bi raborîna demê bi firçe û perrê nivîsandinê cih girt. Firçe û perrê nivîsandinê wekî şageste dihat dîtin û yek jî meriv dikar bû li ser kaxiz jî binivîse. Di serdema kevnara dereng tek hinek nivîsên runê û nivîsên mixî û peykersaz pênûsan bi kar anîn. Di serdema navîn de meriv pênûsên ji zirêç , zîv an jî sêhl bi kar anîn yê ema xêzên zirav û rengavêtî davîtin Di dawiya serdema navîne de meriv destpê dikir bi çêkirina pênûsa zirêc yê bi forma darê bi parçeyek zirêç dorgirtî bû. Di sedsala 16 ne zirêç lê hema grafît dihat bi kar anîn . Grafît xêzek daha qalind boyax dikir û ji ber ku daha hêsan di hat bi kar anîn çinkî meriv pêwîste ne dibû eyne berê li ser kaxiz bidewsîne. Çavkanî Teknolojî
2878
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dir%C3%AE
Dirî
Çend peyvên bi vî navî hene: Dirî (strî) Dirî (Darahênê) Dirî (eşîr)
2879
https://ku.wikipedia.org/wiki/Fam%C3%AEleya%20sihoran
Famîleya sihoran
Sihor (bi latînî Sciuridae), famîleyekî kojeran (Rodentia)e. Şayes Reftar û hawidor Sihor gûz, berû û hwd., dixwe; ji bo zivistanê jî birçî nemîne gûz û berûyan di hundir daran de vedişêre. Sihor di hundir koka daran de ji xwe re cih çêdike û di binê koka daran de dijî. Di kurdî de jê re sihorîk, sivorî, sihorik , simore, çekeloz û pilûr jî tê gotin. Taksonomî Gelek cins û cureyên sihoran hene Çavkanî Girêdanên derve Sihor Faunaya Kurdistanê
2880
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hav%C3%AEn
Havîn
Havîn (carina wekî tavistan, hawîn an jî hamîn tê nivîsin), demsaleke salê ye û ji mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê pêk tê. Li Kurdistanê havîn demsala herî germ e. Girêdanên derve Demsal
2881
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pay%C3%AEz
Payîz
Payîz (carina wekî pehîz, peyîz, peyiz an jî peîz tê nivîsandin), demsaleke salê ye û ji mehên îlon, çiriya pêşîn û çiriya paşîn pêk tê. Payîz li Kurdistanê destpêka serma û baranê ye. Di demsala payizê de li Kurdistanê dar pelên xwe diweşîne û giha hişk dibin. Girêdanên derve Demsal