id
stringlengths
1
6
url
stringlengths
31
198
title
stringlengths
1
78
text
stringlengths
0
130k
1363
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kurmanc%C3%AE%20%28rojname%29
Kurmancî (rojname)
Kurmancî rojnameya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Ji îlona 1987an heta sala 2020an her şeş mehê ji bo standardkirina Kurmancî civînek dihate çêkirin. Ji bo her civînekê hejmarekê dihate derxistin. Hinek kesên ku beşdariya civînan bûne: Xosro Abdullahî (Selmas) Salih Akin (Xerzan) Mistefa Aydogan (Mêrdîn) Lutfî Baksî (Xerzan) Husên Binavî (Berwarîbala) Michael Chyet (Washington) Elîşêr (Wan) Rojan Hazim (Hekarî) Newzad Hirorî (Dihok) Emîn Narozî (Batman) Selam Nûman (Cizîr) Hemîd Kiliçaslan (Mêrdîn) Mehmûd Lewendî (Qerejdax) Emîn Narozî (Batman) Kendal Nezan (Diyarbekir) Cemal Onursal (Cizîr) Zinar Soran (Dêrik) Behroz Şucaî (Kotol) Newzad Şukrî (Dihok) Têmûrê Xelîl (Rewan) Reşo Zîlan (Agirî) Çavkanî Mijarên têkildar Komxebata Kurmancîyê Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî (2011-2012) Rêbera Rastnivîsînê (2012) Wîkîpediya Kurdî Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî)} (1997) Semînera Kurmancî Hawar Girêdanên derve Kovara Kurmancî Konferansên Zimanê Kurdî Rojnameyên kurdî Standardkirina zimanê kurdî
1367
https://ku.wikipedia.org/wiki/Komputer
Komputer
Komputer, kompyuter, kompîtur,kombers,xêvjimêr,amûr û hişekî elektronîk e ku gelek xebatên arîtmetîk û mantiqî li gor bernameyeke berê lê hatiye barkirin, dike û diqedîne. Computer bi ingilizî, ordinateur bi fransewî, bilgisayar bi tirkî, rayane bi farisî ye. Amûra xebatê ya ko mirov pê hejmarê dike, nemaze makîneyeka elektronîkî ku bernamekirî be û bikare karên matîmatîkî an mentiqî yên pir lezgîn pêk bîne an agahiyan (informasyonan) berhev bike, tomar bike, berhev bide an bi awayekî din ê dilxwestî û li gorî bernameyeke berê hatiye nivîsîn amade bike. Komputer bi rastî pirşiyan in. Ew makîneyên cîhanî yên destwerdana zanyaran in. Li gorî bîrdoza Church-Turing (Church-Turing Theory), her komputer xwedî şiyaneka kêmanî ya derazînkî (minimum threshold capability) di koka xwe de dikare her karekî ku komputereke din dike bike. Lewma, komputerên xwedî şiyanên curane, ji Arîkareka Kesokî a Dîgîtal (PDA) heta Superkomputeran dikarin heman karî bikin, heke dem û bîr (memory) nehên liberçavgirtin. Lewma, heman cureyê komputeran reng e ji bo gelek karên ji hev cuda yên mîna durustkirina lîsteya mûçeyê karmendan heta ajotina Gemiyên Esmanî yên bê Mirov bihên bikaranîn. Lê ji ber pêşveçûnên teknolojîk ên mezin ên vê dawiyê, komputerên elektronîkî yên nû gelek ji yên kevin bikêrtir in (diyarokek ku hindek bi Qanûna Morî ango Moor's Law tê wesifandin). Bi gelemperî xebatên komputerê dikarin bibin 2 beş: Pergala Xebatê Înternet Ji bo xebitandina komputerê çend Pergalên Xebatê hene, mirov pêşî wan pergalan di komputera xwe de saz dike. Pergalên xebatê DOS GNU/Linux Mac OS Microsoft Windows Unix Yên din di Lîsteya Pergalên Xebatê de Nivîsbarî Nivîsbarî ji zimanê bernameyên komputerê re tê gotin. Ev zimanekî gelekî cuda ye û teknîk e. Bernameyên ku bi vî zimanî hatibin nivîsandin, wekî nivîsbarî tên binavkirin. Nivîsbariya kurdî Nivîsbariya azad Microsoft Reader PHP-Nuke SQL E-Pirtûk Şexs û Şîrket Bill Gates Microsoft Linus Torvalds Kampanya Wîndowsa Kurdî Linux a kurdî Çend gotinên zimanê komputerê Howto Kernel OS Partition GPL .ISO Înternet - Nivîsbarî (Software) - ڤایرۆس (Vîrus (xêvjimêr)) Dîroka komputerê 1868 Patenta design a OWERTY hate standin. 1922 Cara yekem tupê tîrêjên katot a germ (CRT) hate hilberîn. 1939 Atanasoft -Berry, ABC îcad kir. 1946 ENIAC, yanî yekem komputera elektronîk a dikare were bernamekirin hate çêkirin. 1947 Cara yekem lîstika video hate afirandin. 1955 Cara yekem Diska Sabit hate çêkirin: IBM 350 1959 Cara yekem dewreya entegre an jî binavê navdar mikroçîp hate çêkirin. 1963 Jidayikbûna "kêzikê". Dûre navê wê bû Mişk. 1969 Bi yekemîn girêdana ARPANET'ê destpêka înternetê çêbû. 1982 Diskên Kompakt (CD) wekî pêşengê şoreşa dijîtal derketin piyaseyê. 1978 Hemû xebatkarên PC'yên modern mîmariya Intel x86 bingeh digirin. 1993 PC bûn platformeke lîstikan. Li yongaya Intel x86'ê 64-bit danerê, xetên pirxebatê û dûre jî teknolojiya MMX hatin lêzêdekirin. MMX'ê tiştekî zêde bi xwe re neanî, lê bi me da zanîn ku hemû xebatkar ne yek in ji MegaHertz'ê wêdetir dikare hinek cudahiyên wan ên din jî hebin. 1998 AMD'yê bersiva Pentium'ê da. Xebatkarê wê teknolojiya 3DNow! dihewand. Gelek caran bi qasî Pentium 2 performans dida û gelekî erzan bû. 2004 Hîn jî Pergalên Xebatê û sepan li gor 64-bit'an pêşve neçûne. Lê AMD Athlon 64 ji aliyê lîstikvanan hate hezkirin. Çavkanî Komputer Komputer Komputer komek elektronîk a Englishngilîzî, London-ê ye, ku ji Simon Leonard û David Baker pêk tê .
1368
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Azd%C3%AEt%C3%AE
Êzdîtî
Êzdîtî yan êzidîtî, navê ku êzdî ji dînê xwe re dibêjin, ol û dînekî Rojhilata Navîn e û li gor gelek çavkaniyan yek ji ayînên berê yên Mezobotamiya ye û yek ji dînên yekxwedayî. Mijara ku peyva êzidî li kû zayiye, ciyawaz e. Hin lêkoleran diyar dikin ku wateya wê di zimanên hind û ewropî ya kevn de "Xweda" ye. Bi gelemperî wateya êzidî li gor neteweyên misilman an jî cînarên wan û kêmzêde gelên di bandora îslamê de mane ne erênî ye. Di derbarê wan de pênîsên wekî "şeytanperest" lê ti têkîliya dînê êzîdî bi baweriyên îslamê nînin, "gawir", "dijminên elî", "zindîq", "kurdên bi porr", "bi heşt simbêlan" bikartînin. Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê Mishefa Reş û Cilwe ne. Li gor çavkaniyan herdu pirtûk bi zimanê kurdî ne. Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî nifş bi nifş ji hêla dê û bavan ve dihate veguhastin bo zarokan. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in. Baweriya êzdiyên Baweriya êzdiyên bi hebûna yek xwedêyî tê. Ew monoteyîst in. Rehkûrbûn û koka dînê wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Di dest pêkê de êzîdiyên her çar tuxima jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Dîn wisa pêşket, heya parastina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê mitrayîzmê tê naskirin. Dînê êzdiyên dînekî êkane ye li hemû cîhanê. Baweriya êzdiyên bi melekê Tawis heye. Perestgeha pîroz Lalişa Nûranî, li Başûrê Kurdistanê ye, Mîrê wan beriya niha Tehsîn Beg bû lê niha bê mîrin û serokê dînî Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê ye, li Baedreyê û Lalişê dimîne. Dîrok Tê diyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka hind û îranî (hindo-îranî) de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikirên hind û îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên hind û arî ve nêzîkê hev in. Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be. Carina bi êzdiyatî dibêjin "dînê polîteyistîk" (pirxwedêtî), lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdiyatî yek ji dînên monotêîzmî ye. Sîstêma ola êzdiyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek "xirabîperest" hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdiya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di gerdûnnasiya êzdiyan de digire. Bona êzdiyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162an dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdiyan Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî. Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan Mishefa Reş û Cilwe ne. Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin. Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê. Koka ulmê ayînê êzdiyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab. Hemû civata êzdiyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye. Êzdîtî û zerdeştîtî Heta îro jî derheqê pêşdaçuyîna êzdatiyê de fikrekî hevbeş nîne. Bi texmîna merîyên ulimdar hebandina Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdeştiyê dihate dîtin. Bi rastî jî, êlêmêntên notila (mîna) hev hin zêdetir û kûrtir in. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin, ku êzdiyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkê hev in, lê belê koka wan jî yek e. Taybetiyên mîna hev, ji aliyê baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimûne; duayên her rojê pênc cara, ku di îslamê de heye, ji zerdeştîyê hatiye. Edetê înîtîatîon û nîşanê firqekirinê jî di herdu sîstêmê dînan de anagorî hev in: kirasê sipî yê binî di herdu dînan de û cem êzdîya pêsîra gulover ser kirasê de, ku dibêjinê "girêban" û cem zerdeştiyan jî ser kirasê de cêbek, ku dibêjinê "girêvan". Objeyên eslî yên hebandinê di êzdîyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av. Êzdiyatîyê de ji wextê qedîm ve û heta niha jî hebandina agir hatiye xwedîkirinê. Kêmtir be jî eyan e ku av tê hebandinê. Fermanên li dijî êzdiyan Fermanên li dijî êzdiyan di sedsala 19an de Fermanên Mîr Mihemed Rewandizî li dijî êzdiyan (1831) Fermanên Bedirxan Beg li dijî êzdiyan (1845) Fermanên li dijî êzdiyan di sedsala 20an de Misilmanan pir êzdî kuştin û dixwastin ew jî bibin misilman. Loma gelek êzdî ji welatê xwe derketin. Ereb, kurd û tirkên misilman ji êzdiyan hez ne dikir û tiştên pîs bi êzdiyan çêkirin. Di roja miriyên xwe de êzdî vê jenosîdê wekî Roja Xezebê nav dikin. Stemkarî li dijî êzdiyan di salên 1980 û 1990î de Paşê jî wextê rejîma Sedam Huseyn di komkujiya Enfalan de (navê sûreya 8an a Quranê ye) êzdî carekî din bi qirkirineke kokanî re rû bi rû dimînin. Fermanên li dijî êzdiyan di sedsala 21ê de Komkujiya êzdiyên Şingalê (2014) Di 3ê tebaxê sala 2014an DAIŞê di bin maskeya dînê Islamê de êriş anî ser êzîdî Şingalê komkujî çêbû. Demografîk Piranîya Êzdîyên li Iraq li deverên Şengal û Şêxan dijîn, lê li beşên din ên Kurdistanê jî li cihên cûr be cûr weke li Mêrdînê, Êlihê, Rihayê, Efrînê û Serhedê û herwiha Êzdîyên ku li welatên Qefqasan, Sovyeta Berê û Îranê dijîn jî hene. Hejmara wan ji ber dijwara Kurdên Misilman û Misilmankirîna wan di sedsalên bihurdî de êdî kêm buye. Hejmara Êzdîyên di navbera 800 hezar û derûdora milyonekê tê texmînkirin. Dîsa di serî de li Almanya (60.000) li welatên Rojavayê Ewropa jî êdî diyasporayeke Millete Êzdî heye. Diyaspora Piraniya Êzdîyên Bakurê Kurdistanê di salên 90î û şûn de ji ber pevçûnên di navbera dewleta tirk û PKK'ê cîh û warên xwe berdan û koçber bûn. Ew bi taybetî li Almanya û Belçîkayê bi cîh bûn. Êzdiyên welatên Sovyeta Berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewîyên Ûkrayna, Rûsya û welatên din li Ewropayê. Di dema dawî de, piştî kû rejîma Sedam Huseyîn têk çû û dijminahîya di navbera ol û komên etnîkî li Îraqê mezintir bû, êdî gelêk Êzdî ji Iraq jî koçberî Ewropayê dikin. Navdarên êzîdî Qanatê Kurdo Ereb Şamîlov Heciye Cindî Aslan Ûsoyan Celîlê Celîl Mîr Ceferê Dasnî Guram Adzhoyev Egîdê Cimo Mijarên têkildar Cil û bergên jinên kurd ên êzîdî yên Kafkasyayê Yarsan Eşîrên êzdiyan Rêberên êzdiyan Ezidxan Girêdanên derve Yeziden Colloquium Bingeha Laliş ya rewşenbîrî û civakî li Duhok Malpera Dengê Êzîdiyan Nivîsên ser Êzîdiyan Malpera Navenda Çanda Êzidiyan Malpera Gundê Xetara Mezin Der Jesidismus ein Beispiel für religiösen Synkretismus Çavkanî Kurd
1369
https://ku.wikipedia.org/wiki/E%C5%9F%C3%AEr%C3%AAn%20%C3%AAzdiyan
Eşîrên êzdiyan
Eşîrên êzdiyan wek Eşîrên Kurdanên mayî heyîn û yekîtiya xwe ne parastine. Eşîrk nîne ko bavek an hêlek jê, ji ber sebebên ko em dê li jêr bêjin di Êzdîxanê an ola Êzdiyan da bi derneketî be. Heger em du-sê gundên êzdiyên Kurdaxê û çend gundên li Kurdistana bakûr jê biderxin, hemî eşîrên Êzdiyan li Îraqê û di êrdîmên (menteqe) Şengal û Şêxan da dimînin. Berî sê sed salî Êzdî ji îro gelekî pirtir bûn. Çi gava Êzdî ji Êzdîxanê da biderketine û li Kurdistanê belav bûne; gelek bavên pir eşîran hin bi tevayî û hinek jî bi malbatî bûne misilman. Di dema xîlafeta Osmaniyan de hikûmeta caran bi leşkerine mezin û xurt bi ser Êzdiyan da girti bû. Her carekê ji van caran, çawan ku bi sedan êzdî dihatin kuştin; hin eşîr û bavên gelek eşîran jî Êzdîxanê berdidan û li nav Kurdistanê belav dibûn. Tirk têkilî van eşîrên derketî ne dibûn. Wan dizanî ko herçî eşîrên ko ji Kurdistanê bi derkevin û bi nav eşîrên Îslam da herin; demekî dûr najo dê îslam bibin. Dawî jî her wekî wan texmîn kirî bi derket. Ji van bav û eşîrên ko ji Êzdîxaneyê bi derketî ji sedî heştê bûne Îslam. Dinan, Dêlikan û Gevozan ji van êşîran in. Osman Sebrî (di Hejmara Ronahî ya 21an de hatiye weşandin) Binere Lîsteya eşîrên êzîdî li Başûrê Kurdistanê
1380
https://ku.wikipedia.org/wiki/Qulp%2C%20%C3%8Edir
Qulp, Îdir
Qulp an jî Elîdizk () navçeyeke ku bi girêdayî bajarê Kurdistana Bakûr Îdirê ye. Nêziki navenda bajêr ciyayên Koyê hene mirovan ji bo ku xoya (sol, xwêy, xwê) paqij derxînin çiya kolane di encama kolandinê de qulpen mezin derketine holê, navçeyê navê xwe ji van qulpan hilgirtiye û bûye Qulp. Navçeyê da û gunden girêdayi navçeyê temamî kurd in, gelek hindik azerî jî hene belam gelek hindik in. Hejmara navçeyê 15 hezar e, %52 kurd in, ên mayîn ji azerî ne. Qulp heta sala 1992 ya tevî Îdirê ew jî girêdayî Qersê bû. Rêya Ermenistan û Tirkiyeyê li vê navçeyê de diçe. Di Qulp ê de her cûre fêkî şîn dibin. Di Serhildanên Agiriyê de ew jî heremeke rizgarkirî bû û ala rengîn li vir jî pêl dida. Di navçêde şikeftên xwê hene û xwêya wê boy her cure nexwaşiyan şîfaye. 81 gundê vê navçeyê hene. Navê Qulpê di sala 1934'î de bi fermaneke nivîskî ya Mustafa Kemal Atatürk wekî cezayê tevlîbûna gelê herêmê ya Serhildana Agiriyê hatiye guhertin û kirine Tuzluca. 81 gund, 20 mezreyên wê hene. 8 mezre jî bi fermî nayên pejirandin. 39 km ji Îdirê dûr dikeve. Çavkanî
1381
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hat%C3%AEb%20Dicle
Hatîb Dicle
Hatîb Dicle () di sala 1954'ê li Amedê ji dayika xwe bûye.Dicle siyasetmedar û parlementerekî kurd e. Di sala 1991'ê de li ser lîsta partiya SHP'ê wekê parlementer hat hilbijartin û ket meclîsa Komara Tirkiyeyê. Dicle, Leyla Zana, Orhan Doğan û Selîm Sadak 10 sal di zîndanê de man . Siyasetmedarên Tirkiyeyê Jidayikbûn 1954 Siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk Parlamenterên Diyarbekirê Mirovên zindî Siyasetmedarên girtî li Tirkiyeyê Siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê
1383
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ferheng
Ferheng
Ferheng (peyvname, bêjename) pirtûkek yan qeydek dî ye ku peyv û bêje tê de hatine rêzkirin û şîrovekirin. Ev şîrovekirin dibe bi heman zimanî be yan jî bi zimanek din be. Ferheng dibe ji bilî bi peyvan, bi wêneyan jî bên dîyarkirin. Di ferhengan peyv bi piranî li gor alfabeyê tên rêzkirin lê rêzkirin dikare bi gor babetan jî bibe. Yek cûn parvekirina ferhengan jî wiha ye: Ferhengên giştî û ferhengên taybet. Ferheng dikarin ferhengên yekzimanî, ferhengên duzimanî yan jî ferhengên pirzimanî bin. Wekî din ferheng dikare di wateya çandê de jî were bikaranîn, ji xwe ev gotin di zimanê Farisî de tê wateya çandê. Mînakeke ji bo ferhengek Wîkîferheng e. Binêre: Ferhengên kurdî Wîkîpediya:Ferqên nav Ensîklopedî û Ferhengan Girêdanên derve Wîkîferheng - Ferhenga azad Kategoriya "Ferheng" a dmoz - Lîsteya ferhengan Ferheng.org - Mala ferhengên kurdî Ferhenga Kurdi Ferhenga herî zirt û tirt yekemîn bi Kurdi Ferheng - Ferhengên kurdî, agahî û grêdan. Ferhengnasî
1406
https://ku.wikipedia.org/wiki/Barzan%C3%AE
Barzanî
Eşîra Barzaniyan Idrîs Barzanî Mesûd Barzanî Mele Mistefa Barzanî Nêçîrvan Barzanî Peyrewên Barzanî Mijarên têkildar Barzan
1408
https://ku.wikipedia.org/wiki/PalTalk
PalTalk
PalTalk programeke belaş e ji bo axaftinê û nivîsandinê ye. NivîsbarîÎnternet
1411
https://ku.wikipedia.org/wiki/T%C3%AErmeh
Tîrmeh
Tîrmeh an temûz an coxînan navê meha heftem ya gregoryen e. Meha tîrmeh 31 roj diajo romania favoritii sunteti voi si cantece pentru cei dragi luna iulie 2022 este cu bine vacanta vara!! A la calendar? Da Tîr naveke ji bo Sirius e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê 'tîrmeh' ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve. Çavkanî Girêdanên derve Meh
1412
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hez%C3%AEran
Hezîran
Hezîran (xizîran, cehzeran an jî pûşper), meha şeşem ya gregoryen e. Navên meha hezîranê Pûşper Hevedudaniya ji peyva "pûş" û "per" e. Ji giyayê ne diriyê hişkolek re "pûş" tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê "pûşper" hatiye binavkirin. Pûş, bixwe jî, navê şînatîya ku zûwa û hişk bûya ya. Gaye, di dema ku hişk dibe zer dibe. Malbatên ku sawalên wan hene, wî pûşî lev didina li hevdû didina sawalên xwe. Pûş, weke Kaya ku ji genim û nîskan derdikeve ya. Lê ferqîya wê ew a ku gaye hişk û zûwa ya. Pûş, kengi dibêt? Pûş, di dema ku palayî tê kirin de derdikeve. Lê pûş, pirr cûreyên ku dibin hene. Pûşê ku hinekî stûr a, ew ji aliyê jinan tê levdayîn li hevdû û ji bo pêxistina tanûran û şîncirandina wê tê bikarhanîn. Lê pûş pirr hûr jî, weke kaya sawêl tê levdayîn li hevdû û tê kirin li Kadîna Kayan de û piştre weke Rêsîyan tê dayin li sawalan. Di vê mehê de gaye hişk û zûwa dibêt û dibêt pûş. Hezîran (xizîran) Çavkanî Girêdanên derve Meh
1414
https://ku.wikipedia.org/wiki/15%C3%AA%20tebax%C3%AA
15ê tebaxê
Bûyer Kurdistan 1984 – Bi êrîşên li Şemzînan û Dihê tekoşîna çekdarî a PKKê dest pê kir. (bnr.:15ê tebaxa 1984an) 2004 – Li Amedê Qûrsa Zimanê Kurdî hatiye vekirin. 2007 – Li başûrê Kurdistanê, lî bajarokê Qahtaniya ku girêdayî navçeya Mûsilê Şengalê ye, êrîşa reşekujî (terorîstî) pêk hat. Di encamê de nêzîkî 500 Kûrdên Êzîdî jiyana xwê ji dêst dan. Hata kîpkirin ku di êrîşê dê du ton bomba hatiyê teqandin. Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Jidayikbûn 1892 – Louis de Broglie, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê 1953 – Wolfgang Hohlbein, nivîskarê alman 1977 – Nicole Paggi, lîstikvana amerîkan Mirin (Kesên ku di vê rojê de mirî ne.) Cejn û salveger (Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin) Roj
1416
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tebax
Tebax
Tebax (an jî gelawêj), meha heştem ya gregoryen e. Navên meha tebaxê Gelawêj Tê gotin ku navê mehê ji navê stêrka Gelawêj (Venus) tê, lê ev gerstêrk her sal di mehên cuda de derdikeve. حسنسسن نأ والله අෙ Tebax Bûyer Kurdistan 10ê tebaxê 1920an - Peymana Sewrê hate îmzekirin 15ê tebaxê 1984an - Partiya Karkerê Kurdistan PKKê bi pêngavekê dest bi şerê çekdarî kir. 12ê tebaxê 1960an - Girtina rêberên kurd endamên partiya yekem. 20ê tebaxê 1920an - Bajarê Qamişlo bi destê frensiyan hate avakirin. 16ê tebaxê 1946an - Partiya Dîmokrata Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) hate damizerandin li Mehabadê, rojhilata Kurdistanê. Cîhan Girêdanên derve Meh
1418
https://ku.wikipedia.org/wiki/Enst%C3%AEtuya%20Kurd%C3%AE%20ya%20Stenbol%C3%AA
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve roja 18ê nîsana 1992yan li Stembolê hate damezirandin. Armanca damezirandina enstîtuyê, bi awayekî zanyarî li ser dîrok, çand, huner, ziman û hwd., rawestîn bû. Koma damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ji van kesan pêk dihat: Musa Anter, Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, İsmail Beşikçi, Abdurrahman Dürre, İbrahim Gürbüz, Cemşîd Bender û Süleyman İmamoğlu. Di weşanên enstîtuyê de ferhengên tirkî-kurdî û kurdî-tirkî a Zana Farqînî derketin. Girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Enstîtuya Kurdî ya Stembolê di çerçoveya Rewşa Awarte di 31ê kanûna pêşîn a 2016an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin. Mijarên têkildar Lîsteya enstîtuyên kurdî li cihanê Çavkanî Girêdanên derve Malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Stenbolê Çanda kurdî Rêxistinên kurdan
1421
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20enst%C3%AEtuy%C3%AAn%20kurd%C3%AE%20li%20cihan%C3%AA
Lîsteya enstîtuyên kurdî li cihanê
Va ye lîsteyeke peymangehên kurdî li cîhanê. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê (Paris, 1983) Enstîtuya Kurdî ya Bonnê, 1983-1989 Enstîtuya Kurdî ya Brukselê (Bruxelles, 1989) Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (İstanbul, 1992) Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê (Berlin, 1994) Înstîtuya Kurdî li Stockholmê (Stockholm, 1996) Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê (Washington, 1996) Enstîtuya Çanda Kurdî ya Tehran (Tehran, 2001) Enstîtuya Kelepora Kurdî (Slêmanî, 2003) Enstîtuya Kurdî ya Amedê (Amed, 2004) Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê (Viyana, 2017) Sazî Lîste
1424
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Enst%C3%AEtuya%20Kurd%C3%AE%20li%20Stockholm%C3%AA
Înstîtuya Kurdî li Stockholmê
Înstîtuya Kurdî li Stockholmê (ÎKS) ango Peymangeha Kurdî li Stockholmê di sala 1996an de hat damezrandin. Serokê peymangehê Dr. Hûsên Xelîqî ye. Navê kovara peymangehê "Avaşîn" e.Rewşen weşanxaneya ÎKSê ye. Di Peymangeha Kurdî ya Stockholmê de Mehmed Uzun jî di nav de gelek nivîskar cih girtin. Nivîskarê kurd Mehmûd Baksî ku di 19ê Kanûna 2000î de li Swêdê wefat kir, di wesyetnameya xwe de hemû arşîv diyarî Peymangeha Kurdî ya Stockholmê kir. Pirtûka ku Peymangeha Kurdî ya Stockholmê bi Egitim-Senê re amade kiribû, di navbera Şaredarê Sûrê yê Amedê yê DTPê Abdullah Demirbaş û Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê Mustafa Tekdemir de ku li dijî belavkirina pirtûkê derketin bû sedema gotûbêjan. Peymangehê di 16ê îlona 2000ê de bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê re daxuyaniyeke hevpar da û xwest ku pevçûnên di navbera Kurdan de bên rawestandin û aştiya navxweyî pêk were. Di Cotmeha 2006an de di encama xebatên hevpar ên Koperatîfa Jinan a Umut Işıği de yekemîn pirtûkxaneya zarokan a Tirkiyeyê Navenda Pirtûk û Pêşdebirina Çanda Zarokan Astrid Lindgren hat vekirin. Enstîtuya Swêdê, Şaredariya Payasê û Navenda Olof Palme ya Navneteweyî jî di warê aborî û civakî de alîkariya projeya Pirtûkxaneya Zarokan kirin. Her wiha binihêre Enstîtuyên kurdî Stockholmê Swêd
1426
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Enst%C3%AEtuta%20Kurd%C3%AE%20ji%20bo%20L%C3%AAkol%C3%AEn%20%C3%BB%20Zanist%C3%AE%20li%20Almanyay%C3%AA
Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê
Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê, anku Peymangeha Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî li Almanyayê, di sala 1994an de li Berlînê hat damezrandin. Navê kovara peymangehê "Lêkolîn" e. Pirtûkên enstîtuyê di weşanxaneya Weşanên Înstîtûta Kurdî de derdikevin. Di sala 2007an de cihê enstîtuyê bû Köln. Mijarên têkildar Lîsteya enstîtuyên kurdî li cihanê Girêdanên derve Înstîtûta Kurdî li Almanyayê Almanya
1428
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20serhildan%C3%AAn%20kurdan
Lîsteya serhildanên kurdan
Lîsteya serhildanên kurdan lîsteyeke serhildanê ye ku li gorî dîrokên cûrbicûr jiber sedemên dagirkeriya Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve pêk hatiye. Berî Zayînê 521, 12ê kanûna paşîn - Serhildana Ferwertîşê Medî 522, 11ê adarê - Serhildana Gomada - Gomada Sedsala 17an 1609 - Emîrxan Lepzêrîn, dijî îranê. Sedsala 19an 1806 - Serhildana Baban - Ebdurehman Paşa 1808 - Serhildana Bingazê, berdewama Sehildana Baban bû - Şêx Ebdulselamê Barzanî 1829-1890 - Serhildanên Cizîrê 1832 - Şerê Mîr Muhemmed bi osmaniyan re. 1837 - Serhildanên Êzidiyan, Serhildana Sîncarê 1843 - Serhildana Botan a yekem, Serhildana Bedirxan 1843 - Serhildana Colemêrgê 1846 - Serhildana Yezdanşêr 1855-1958 - Serhildana Botan a duyem 1871-1881 - Serhildana Şêx Ubeydulayê Nehrî Sedsala 20an Qonaxa Osmaniyan 1916, Adar - Serhildana Dêrsim ya yekem 1919, 11ê gulanê - Elî Bati 1919, 21ê gulanê - Tevgera Serxwebûna Kurdistan dibin rêbertiya Şêx Mehmudê Berzencî de. 1919-1922 - Serhildana Îsmaîl Simko Axa yê Şikak li Rojhelatê Kurdistan. 1921, 6ê adarê - Serhildana Koçgiriyê Qonaxa Komara Tirkiyeyê 1924, 4 Êlûn - Berxwedana Elkê 1925, 14ê sibatê-31ê gulanê - Serhildana Şêx Seîdê Pîranê 1925, 10ê hezîranê - Serhildana Nehriyê 1925, 7ê tebaxê-1926 - Serhildana Raman û Reşkotan 1926, 21ê kanûna paşîn - Serhildana Hazro 1926, 16 gulan-17 hezîran - Serhildana Agiriyê ya yekem 1926, 7ê çiriya pêşîn - Serhildana eşîra Qozû/Qoçan li Dêrsimê 1927, 26 gulan-25 tebax - Serhildana Motkiyê 1927, 13ê îlonê - Serhildana Agiriyê ya duyem 1927 - Serhildana Biçar 1928 - Serhildana Sason-Perwarî-Kozluk 1929, 22ê gulanê-3ê tebaxê - Serhildana Zîlanê 1929, 6ê tîrmehê - Asi Resul 1929 - Serhildana Tendûrekê 1930, Serhildana Seyîdan û Berazan 1930, 26ê gulanê - Serhildana Stewrê 1930, 20ê hezîranê - Zeylan 1930, 21ê tîrmehê - Serhildana Oremarê 1930, 7-14 Êlûn - Serhildana Agiriyê ya sêyem 1930, îlon - 2. Mahmut Berzenciî 1930, 24ê çiriya pêşîn - Pilemoriye 1931, çiriya paşîn - Şêx Ehmed Barzanî 1937, 21ê adarê-1938, 16ê îlonê - Serhildan Dêrsimê ya duyem û jenosid (qirkirin). Qonaxa Dewleta Îranê Serhildana Şêx Ûbeydulahê Nehrî Serhildana Simkoyê Şikak Serhildanên dawî 1946, Damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistanê, PDK. 1961, 11 Êlûn - Li Kurdistana Başûr şerê çekdarî li hember rejîma Îraqê dest pê kir 1984, 15ê tebaxê - Destpêka şerê gerîla yê PKK'yê 1991, bihar - Serhildana Gel a li Başûrê Kurdistanê 2005, Serhildana Şemzînan û Gever piştî bûyera Şemzînan 2006, Serhildana Amedê Lîste
1432
https://ku.wikipedia.org/wiki/Baz%C3%AEd
Bazîd
Bazîd an jî Kurdava (tirkî: Doğubeyazıt) bajarekî bi ser parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ve ye. Hejmara niştecihan bi qasî 92.000 kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Qesra Îshaq Paşa, tirba Ehmedê Xanî, kavilê medreseya Xanî û mîrê kurdan yê navdar Heftbela li vir in. Di wêjeya devkî û nivîskî de navekî Bazîdê yê berbiçav heye. Bazîd bajarê ku lê hatiye cîhanê ye. Berî ku em derbarê Miradxan de agahiyan bidin, em ji bajarê wî Bazîdê hinekî xeber bidin û rola vî bajarî ya di warê wêjevanên Kurd de bizanibin.Bazîd di dîroka wêjeya Kurd de taybetiyeke xwe heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd binav kirine. Lê tirkan navê bajêr weke hemû gund û bajarên Kurdistanê guhertine û kirine Doxubeyazît. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrêrojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Seraya Ishaq Paşa di navbera herdu bajaran de cîh digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêşket û bajarê kevin hat şemirandin. Taybetmendiya Bazîdê ji bo Kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wira cîwar bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya Kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên Kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihîştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî, Miradxan e. Digel Mirad Xan helbestvan ê wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihîştin ev in, Îsmaîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv. Navdarên bajêr Miradxan Îsmaîlê Bazîdî Mele Mehmûdê Bazîdî Seyadê Şamê Xelîfe Yûsif Galeriya wêneyan Çavkanî
1435
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Elon
Îlon
Îlon (rezber an êlûn an jî gelerezan), meha nehem ya gregoryen e. Îlon 30 roj diajo. Navên meha îlonê Rezber Li Kurdistanê bi piranî tiriyên rezan di vê mehê de tên çinîn. Ji bo çi peyva birîn tê bikaranîn û çinîn nayê xebitandin. Lewra weşiyên (gûşiyên) tirî tên birîn. Ji ber vê yekê "Rezçin" ne rast e. Rezber bê xweşûş rast e. Gelerezan Çend bûyerên ku di meha îlonê de çêbûne Kurdistan 12ê îlonê 1924 - Serhildana Nastûriyan ya li Hekkarî 13ê îlonê 1927 - Serhildana Agiriyê ya duduyan dest pê kir. 5ê îlonê 1937 - Serokê Serhildana dersimê Seyîd Riza hate girtin Îlona 1976 - Kawa hat damezrandin. 28ê îlonê 1977 - DDKD hat damezrandin. 12ê îlonê 1980 - Li Tirkiyê darba eskeriyê 9ê îlonê 1984 - Nivîskar û Hunermendê kurd Yilmaz Guney li Fransa mir. Cîhan Girêdanên derve Meh
1441
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gelaw%C3%AAj%20%28gerst%C3%AArk%29
Gelawêj (gerstêrk)
Gelawêj an Gelavêj an jî Venûs (nîşan: , , Stêrka Şivanan, Zuhre) gerstêrk a herî ronak e. Rêgeha Gelawêjê nav yên Tîr û Dinya ye. Gelawêj di mîtolojî û olê de stêrka Înanna, Anahita (Nahid), Afrodît, Venûs û Meryem e. Agahiyên gerstêrka gelawêjê: Giranî: 0,82 (Dine 1) Cihgirtin: 0,86 (Dine 1) Tîrahî: 0,85 (Dine 1) Firehî: 12 000 km. Dûrahiya ji rojê: 0,72 (Pîvana ostronomîk) Gera li dora xwe: 243,01 roj Gera li dora rojê: 224, 70 roj Di kurdî de gelawêj navê meha 8emîn tebaxê ye jî. Binêre: Gelawêj (meh) Gelawêj, du rojên 5-6´an ên pûşperê de di nava Erd û Rojê de buhurt. Weke Girtina Rojê, girtinaka xwezayî bû. Wê careka din, 105 salan piştre, wê Gelawêj, weke ku di vê rojê de bû û buhurt di nava roj û Erd de, wê buhurê. Gerstêrk
1443
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gelaw%C3%AAj
Gelawêj
Gelawêj navê mehekê ye Gelawêj navê stêrka Sîrîus e Gelawêj naveke din a gerstêrka Venus e Kovara Gelawêj, navê kovareke ku li Bakurê Kurdistanê derket (1939-49) Gelawêj (kovar), navê kovareke ku li Binxetê derket (1990-)
1446
https://ku.wikipedia.org/wiki/Xanedana%20Ey%C3%BBbiyan
Xanedana Eyûbiyan
Xanedana Eyûbiyan, xanedanekî ya dîrokî bû. Malbata Selahaddîn Eyûbî, malbateke kurd e ji êla Rewadiyan e. Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ku Eyûb jîr û zane ye, rabû wî xist destkarê Tekrîtê. Selaheddîn Eyûbî di 1136 an de li Tekrîtê hate dinyayê. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê. Dîrok Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû. Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû. Ji ber ko Frengan çavên xwe berdane Misre, Şêrko dîse vegerayê û Selahedîn jî rêkire bajarê Skenderiyê. Şêrko wezîrê Misrê bû û dest li ser danî. Ta mirina wî sala 1168 her Şêrko karûbarê Misrê gerand. Piştre li wir Selahedîn bû wezîrê pêşî, lê ji ber rastî û dadeweriya xwe êdî ew bûbû şahê dilê misriyan. Selahedîn Freng di şerê li Dimyatê de şkand. Bavê wî jî hate Misrê, gehayê. Piştî mirina xelîfê fatimî Adid (al-'Adid) êdî Selahedîn bû serdestê Misrê yê bêhempa. Û piştî ko Nûredînê Zengî mir êdî Selahedîn xwe kire siltanê Misrê. Bi vê hikmê malbata Eyûbiyan sazkir. Bi şer Yemen, Sûdan û Felestîn vekirin û sala 1174 dest danî ser Şam, Mûsil û Helebê. Sala 1187 di şerê Hetînê de zora xaçperestan bir û Quds vekir. Şahê Inglîstanê Richard (bixwîne: Rîçard), yê bi dilê şêr navkirî careke din êrîşî Eyûbiyan kir, da Qudesê vegerêne, lê biser neket. Di sala 1192 levhantinek di nav herdû aliyan de çêbû, û şer rewasta. Li gor vê levhatinê ji erda ber lêva deryayê pê ve, ya di nav Sûr û Yafa de titişt di destê xaçperestan de nema. Yek ji mezintirîn bûyerên di dîroka erebî de vekirina eyûbî, ya welatê Yemenê ye. Ji ber ko mîrekên eyûbî bi vê vekirinê Yemen, Misir, Sûriya û welatê Cezîrê (niha di nav destê Sûrî, Îraq û Tirkiyeyê de ye) kirine yek. Bi vê yêkitiyê biserketina mezin li ser xaçeperestan bû û welatê ereban gehane hev. Hikûmdar Hikûmdaren Misirê 1171–1193: an-Nasir Yusuf (Selahedîn) 1193–1198: al-Aziz Uthman, 1198–1200: al-Mansur Muhammad I., dessen Sohn 1200–1218: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin) 1218–1238: al-Kamil Muhammad I. 1238–1240: al-Adil Abu Bakr II. 1240–1249: as-Salih Ayyub 1249–1250: al-Mu'azzam Turan Schah 1250–1254: al-Aschraf Musa Hikûmdaren Sûriyê 1174–1193: an-Nasir Yusuf (Selahedîn) 1193–1196: al-Afdal Nur 1196–1218: al-Adil Abu Bakr I. 1218–1227: al-Mu'azzam Isa 1227–1229: an-Nasir Dawud 1229–1237: al-Aschraf Musa 1237–1237: as-Salih Ismail 1237–1238: al-Kamil Muhammad I. 1238–1238: al-Adil Abu Bakr II. 1238–1239: as-Salih Ayyub 1239–1245: as-Salih Ismail 1245–1249: as-Salih Ayyub 1249–1250: al-Mu'azzam Turan Schah 1250–1260: an-Nasir Yusuf Mîren Helebê 1183–1186: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin) 1186–1216: as-Zahir Ghazi 1216–1236: al-Aziz Muhammad 1236–1260: an-Nasir Yusuf Mîren Hemayê 1178–1191: al-Muzaffar Umar I. 1191–1221: al-Mansur Muhammad I. 1221–1229: an-Nasir Kilidsch Arslan 1229–1244: al-Muzaffar Mahmud 1244–1284: al-Mansur Muhammad II., dessen Sohn 1284–1299: al-Muzaffar Umar II. 1310–1331: al-Mu'ayyad Abu l-Fida (Xronîst) 1331–1334: al-Afdal Muhammad III. Mîren Homîse 1164–1169: Asad ad-Din Schirkuh I. 1178–1186: Nasir ad-Din Muhammad 1186–1240: al-Mudschahid Schirkuh II. 1240–1246: al-Mansur Ibrahim 1246–1248: al-Aschraf Musa 1248–1260: an-Nasir Yusuf 1248–1263: al-Aschraf Musa Mîren Kêrak 1188–1218: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin) 1218–1227: al-Mu'azzam Isa 1227–1248: an-Nasir Dawud 1250–1263: al-Mughith Umar Mîren Yemenê 1173–1179: al-Mu'azzam Turan Schah 1179–1197: al-Aziz Tughtegin 1197–1202: al-Mu'izz Ismail 1202–1214: an-Nasir Ayyub 1214–1215: al-Muzaffar Sulaiman 1215–1229: al-Mas'ud Yusuf Mîren Cîzîra Botan 1185–1193: an-Nasir Yusuf (Saladin) 1193–1200: al-Adil Abu Bakr I. (Saphadin) 1200–1210: al-Wahad Ayyub 1210–1220: al-Aschraf Musa 1220–1247: al-Muzaffar Ghazi 1247–1260: al-Kamil Muhammad Mîren Heskîfê 1232–1239: as-Salih Ayyub 1239–1249: al-Mu'azzam Turan Schah, Mijarên têkildar Zengiyan Fatimî Împeratoriya Mongolan Çavkanî Îslam Eyûbî Eyûbiyan Eyûbiyan Dîroka Kurdistanê
1448
https://ku.wikipedia.org/wiki/Behram%20%28gerst%C3%AArk%29
Behram (gerstêrk)
Behram, yan jî Merîx (; ) yek ji neh gerstêrkên Pergala Rojê ye ku bi nêzîkbûna xweyê Rojê piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Erdê (Dinya) re, gerstêrka çarem e. Behram 227,9 milyon kîlomêtre ji rojê dûr e ku gerstêrkeke bejayî ye û xwedî atmosfereke zirav e. Ji ber ku heyama zivirînê û her weha kêşa hêlîna zivirînê ya li gorî rêgeha eklîptîkê dişibin hev, roj û demsal ên Behramê bi yên Dinyayê re hevber in. Behram bi Çiyayê Olympusê, volkana herî mezin û çiyayê herî bilind ê naskirî li ser gerstêrka Pergala Rojê û bi Kanyona Valles Marineris, yek ji mezintirîn kanyonên Pergala Rojê ye. Tejaneya Borealis a nerm a li Nîvkada Bakur e û ji 40% rûbarê axa gerstêrkê digire. Behram gelekî ji dineyê piçûktir e, du gerstêrk jî li dora Behramê digerin, navê yekê Fobos e û ya din Deimos e. Dîrok Behrem gerstêreke ji berê de ji mirovên li ser rûyê erdê de dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û Yewnaniyên kevin bûbe sembola Xwedayê şer û cengê bi navê (Babîl) û Arês (Yewnan). Di Romayê de navê Mars stand. Di sedsalên dawî de piştî Galileo Galilei sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan. Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û bablîsokên tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin. Bablîsokên tozane bêhtirên caran di destpêka havînê de peyde dibin. Ji bilî van ewrên zer carinan ewrên spî jî tên dîtin. Ew jî yan ji ewrên bilind in, ên ji krîstalên qeşayê bi hev ketine û yan jî mija nizm e, nêzîkî rûyê gerstêrkê di ser berfê re ne. Ne hemû rûyên Behramê çola hişk û hola ye. Li gelek cihan, nemaze nêzîkî nîvê başûr em dikarin cihên tarî bibînin, ên ku navên derya, cezîre, çem û yên din li wan hatine kirin. Li gor baweriya hin zanayan ew cih hewa ne û giha û şînî lê heye. Di zivistanê de ew cihên tarî gewr dibin, bê reng dibin û pir ji wan di wê saldemê de nayên dîtin. Lê ku bihar tê, berfa serê her du kumên polî dibişive, ji ava wan çem diherikin û ji nişka ve ew deqên tarî dîsa bel dibin û xuya dikin. Wekî ku şîn bibin. Di destpêka havînê de pir xweşik diyar dibin. Piştre dîsa gewr dibin ta ku zivistan tê careke din winda dibin. Keştiyên gerdûnî, yên li ser danîne gelek informasionên nû û hêja ji Zemînê re şiyandine. Lê pirsa mezin a "Gelo tu formên jiyanê li ser Behramê hene an na" hîn ne bi erê û ne bi na hatiye bersivandin. Tiştê xuya ew e, ku tu formên jiyana bilind li ser vê gerstêrkê nîn in. Dibe, ku formeke jiyana prîmîtîv di destpêkê de hebe, wekî bakteriyan û şîniyên yekşanik. Lê heke bi tenê bakterî jî hebin dîsa wê li pir pirsên fîlosofî û olî bi dîtineke din were nerîn. Gelo di gerdûnê de em bi tenê ne? Gelo di nav milyonên gerstêrk, stêrk û galaksiyan de tu kaniyên jiyane yên din nîn in? Tîna mirov naşikê ta ku bersivê nestîne. Taybetiya fizîkî Behram, bi qasî nîvê çapa Cîhanê ye. Bi qasî ji 15% ji qebareya Dinyayê û ji 11% ji wekî girseya Dinyayê ye. Di encamê de bi qasî ji 38% wekî gravîteya rûyê erdê heye. Xuyabûna sor-porteqalî ya rûyê Behramê ji ber oksîda hesinê (III) yan jî jengê çêdibe. Rengên din ên rûyên hevpar, li gorî madenên heyî; zêrîn, qehweyî, tan û kesk e. Mîna Erdê, Berham jî veguheriye navokek metalîkî ya qelew ku ji hêla materyalên kêm qels ve hatiye dorpêç kirin. Modelên heyî yên hundurê wî tê wateya naverokek ku di serî de ji hesin û nîkelê bi qasî ji 16-17% ji kewbûrê pêk tê. Tê pêşbînîkirin ku ev navoka kewbûrê ya hesin(II) ji hêla hêmanên siviktir ve du qat ji ya Erdê dewlemendtir e. Navok ji hêla mantoyek silîkatî ve hatiye dorpêç kirin ku gelek taybetmendiyên tektonîkî û volkanîkî yên li ser gerstêrkê pêk anîne. Lê bi awayê ku dixûyê ku tektonîk û volkanîkên Behramê razayî ne. Ji xeynî sîlîkon û oksîjenê, hêmanên herî zêde di qalika Behramê de hesin, magnezyûm, alumînyum, kalsiyûm û potasyûm in. Bi navînî qalindahiya qalikê gerstêrkê bi qasî 50 kîlomêtre ye û qalindahiya herî zêde qalikê 125 kîlomêtre ye. Behram ji hêla erdhejê ve çalak e. InSight di sala 2019an de zêdetirî 450 erdhejîn û bûyerên ku bi erdhejê re têkildar tomar kiriye. Di sala 2021an de hat ragihandin ku li ser bingeha yanzdeh Marslerjeyên bi frekansa kêm ên ku ji hêla dakêşana InSight ve hatine tesbît kirin ku navoka Behramê şilek e. Nîv-çap a navokê bi qasî 1830±40 kîlomêtre ye û germahiya wî li dora 1900-2000 K ye. Qalindahiya navoka Behramê ji nîv-rûberê Behramê zêdetir e û bi qasî nîvê mezinahîya navoka erdê ye. Ev ji modelên pêşbînîkirî hinekî mezintir e û destnîşan dike ku di navokê de ji xeynî hesin-nîkel bi qasî ji 15% ji sulfur, hinek hêmanên sivik ên mîna oksîjen û hîdrojenê jî dihewîne. Behram gerstêrkeke bejayî ye ku rûyê wê ji mîneralên ku sîlîkon û oksîjen, metal û hêmanên din ên ku bi gelemperî keviran pêk tînin pêk tê. Li binê atmosferê leza pêlên erdhejê dest bi mezinbûnê dike û li kûrahiya bi qasî 1050 km sînorê herêma veguhêz heye. Rûyê Behramê di serî de ji bazaltê tholeiitî pêk bêjî beşên ji bazaltê tîpîk bi silikayê dewlemendtir in û dibe ku dişibin kevirên andezîtî yên li ser rûyê Erdê. Parçeyên qadên bilind ên başûr di nav xwe de mîqdarên ku dikarin bên tespîtkirin ên pîroksenên kalsiyûmê bilind heye. Konsantrasyonên lokalîze yên hematît û olîvayê hatine dîtin. Piraniya rûberan bi toza oksîda zirav ya hesinê (III) bi awayekî qalind hatiye nixumandin. Ax Di daneyên ku di Hezîrana 2008an de ji aliyê fezayê Phoenix ve hatine şandin de derket holê ku axa Marsê hinekî alkalin e û di nav axê de magnezyum, sodyum, potasyum û klorîd heye ev mîneral ji bo pêşketina madeya organîk hemî girîng in. Zanyaran biryar da ku li axa nêzî cemsera bakurê Behramê nebatên mîna asparagus lê şîn bibin. Di tebaxa 2008an de Phoenix, wekî tevlihevkirina ava Erdê bi axa Behramê dest bi ceribandinên kîmyayê yên hêsan kir û vedîtinek kir ku gelek teoriyên berê di derbarê axa Behramê de piştrast kir: wî şopên xwêyên perkloratê li axa Behramê kifş kir. Hebûna xwêyên perkloratê axa Behramê hêj balkêştir kir. Lê di heman demê de îhtîmal hebû ku hebûna xwêyên perklorate ji axa Dinyayê, nimûneyên cihêreng, an amûrên ku hatiye şandin re çûye axa Behramê; ji ber vê yekê, di vî warî de ceribandinên din hewce ne ku bi tevahî were piştrast kirin ka çavkanî axa Behramê ye yan na. Hîdrolojî Beriya yekem çûyîna Behramê ya ji bilindahiya nizm bi Mariner-4 re di sala 1965an de, gelek nîqaş li ser wê yekê hebû ku li ser rûyê Behramê av heye yan na. Ev nîqaş bi piranî ji ber çavdêrîya xalên ronahî û tarî yên dişibin derya û parzemînan bû ku li herêmên cemserî bi awayekî periyodîk diguherin. Xetên tarî ji demeke dirêj ve ji aliyê hinek çavdêran ve weke qenalên avdanê yên ku ava şile tê de ye, hatine şîrovekirin. Ev formasyonên rast ên xeta rast, ji ber ku di serdemên piştre de nedihatin dîtin, wekî îlluzyonên optîkî hatin şîrovekirin. Di demên kurt de formasyonên ku dikarin li bilindahiyên nizm pêk werin, ji holê ranebin, ava şile nikare li ser rûyê Behramê di bin zexta atmosferê ya îro de be; lê dibe ku herikandina ava şile ya demkî hebe. Berevajiyê vê yekê bi taybetî li her du herêmên cemserî qeşayên avê ya mezin hene. Di Adara 2007an de NASA'yê ragihandibû ku qeşaya avê ya li herêma cemsera başûr bê helandin av tevahiya rûyê gerstêrkê binixumîne û kûrahiya vê okyanûsê bigihêje 11e mêtreyê. Li gerstêrkê ji cemserê heta bi 60° paralelê mantoyeke cemedê ya permafrostê heye. Tê texmînkirin ku di binê tebeqeya girosferê ya zirav a li Behramê rezervên mezin ên avê hene ku tên pêşgirtî ne nikarin derkevin ser rûyê axê. Atmosfer Marsê 4 milyar sal berê manyetosfera xwe winda kir. Ji ber vê yekê, bayê rojê rasterast bi tebeqeya îonosfer a Berhamê re têkiliyê datîne û atmosferê zirav dihêle. Anketa Global a Marsê û Mars Express ê her duyan jî dîtin ku parçikên atmosferîk ên iyonîze kirî li valahiya Behramê belav bûne. Atmosfera Behramê îro hinek tenik e. Zexta atmosferê ya li ser rûyê erdê ji 30 Pa (0,03 kPa) ku li beşa herî bilind a gerstêrkê tê dîtin heta 1.155 Pa (1.155 kPa) ku di beşa wê ya herî kûr de tê dîtin diguhere. Ev yek li gorî zexta li bilindahiya 35 kmyî ya li ser rûyê Erdê ye. Ev jî ji sedî 1ê ji zexta li rûyê Erdê kêmtir e. Ji ber kêşiya kêm a li ser Behramê, "bilindahiya pîvanê" ya atmosfera wî 11 km ji ya Cîhanê (6 km) bilindtir e. Kêşiya li ser rûyê Behramê ji sedî 38% ji kêşiya li ser rûyê erdê ye. Atmosfera Behramê ji sedî 95 karbondîoksît, ji sedî 3ê azot, ji sedî 1.6 ji argonê pêk tê. Fi heman demê de şopên oksîjen û avê jî heye. Atmosfera wî ku pariyên tozê yên bi nîvçapa 1.5 μm tê de hene, bi tevahî toz e, lewra dema ku ezman ji rûyBehramê î tê temaşekirin, rengekî pirteqalî-qehweyî (Îilîl. tawny) dixûyê. Rêgeh û vegera Behramê Dûrahiya navîn a Behramê ji Rojê bi qasî 230.000.000 kîlomêtre (1.5 AU) ye. Heyama rêwitiya wî ya carekê 687 rojên Erdê ye. Rojên Behramê ji rojên Dinyayê dirêjtir e. Rojekî Behramê di 24 saet, 39 xulek û 35.244 çirkeyan de ye. Meyl a eksena Behramê gelekî nêzîkî meyl a Erdê ye û 25.19 pleye ye. Ji ber vê yekê, demsalên Behramê dişibin demsalên li Cîhanê rû didin. Lê jiber dirêjahiya gera Behramê dema demsalên Behramê nêzîkî du caran dirêjiya demsalên Cîhanê ye. Dewra sirûştê ya Behramê 96.000 salên cîhanê ye. Bi vî re li Behramê dewreke din a eksantrîteyê ya 2.2 mîlyon salî heye. Di nava 35 hezar salên dawî de, ji ber bandorên giraniyê yên gerstêrkên din, eksantrîteya li dora Behramê zêde bû. Behram û Erd (Dinya) her ku diçe nêzîkê hev dibin. Tê pêşbînîkirin ku wê di nava 25000 salên pêş de navbera Erdê û Behramê ji roja îro kêmtir bibe. Çavkanî Zagrosê Hajo
1451
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gir%C3%AA%20Mozan
Girê Mozan
Girê Mozan, cihê bajarê Urkeş ya huriyan, şûnwarekî dîrokî û arkeolojîk yî girîng e ko dikeve Rojavaya Kurdistanê, li Sûriyê. Cih Vekolîna li Girê Mozan ji sala 1984an ve dibin birêvebiriya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de berdewam dike. Xerîte piraniya cihê vekolînê diyar dike. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metr e. Li gor vê êdî ev cih di dema boşiya xwe de dibe yek ji mezintirîn cihan li tevayiya Sûriyê, di salên hezarê sisiyan de yên Berî Zayînê. Ji bilî mezinbûnê rasitiyke dinî balkêş, ya Girê Mozan heye, ew jî homojeniya radeya niştecihbûna wê ye: weke ko em dibînin, delîlên darîçav, yên niştecihbûnê vî cihî diyar dibin, ji serê gir bigire ta binê wî û ta derdorên derve yên bajêr jî, hê ji hezarên sisiyan ve yên Berî Zayînê. Herêm Deşta Xabûr li rojhilatê Sûriyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvaniya kevn de leyistiye. Dibe ko wê di hin radeyan de bûye hemberê bajarvaniya bilind, ya Sûmeran li deşta heryane li başûr. Çandinî yek ji faktorên vê pêşveçûnê ye. Herêm weke îro, di heyamên berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandiniya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwist nedikir, ko cotkar zeviyên xwe avbidin. Bi saya vê axa bi bereket, bajarên nû peydebûn, û hê di destpêka dîroka şaristaniyê de ev bajar mezinbûn. Bajarên mezin weke Chuera, Birak, Mozan û Leylên şahidên diyar, yên vê yekê ne. Mirov dikare bi ewlekarî bibêje, ko sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî weke Girê Mozan, cihê bajêr bû. Ew cih kilîta bazirganiya di nav çiyayên Anatoliyayê de, ev çiyayên bi madenê sifir (û dibe ko bi pîlê jî) zengîn û bajarvaniya mezin li, ya başûr de bû. Di vî warî de çiyayê Mêrdînê, yê di dîmenê Mozan de pir darîçav e, nîşan e; hejmara mezin, ya tiştên bronzî, di vekolînên me de, dibe ko delîlên giringiya Mozanê kevnare bin, çawa ko dergehê bazrganiya maden bû di dîroka Sûriyê ya kevn de. Dîrok Weke hîpotêza kar, em goman dikin ko Mozan digehe bajarê kevnar Ûrkîş, yê ko li vê herêmê diket û ji mêj ve tê goman kirin, ko li cihê girê bajarê Amûdê be. Ji dema ko me karîbû, em xwe bispêrine rastiya, ko girêdana Ûrkîş bi girê Amûdê ve şaş e, em dibînin ko hemû argumentên ji bona Amûdê û Ûrkîş hatibûn bikaranîn li ser Mozan (ko li nêzîkî Amûdê girê herî mezin e, yê ji dema sê hezar salî ve BZ) û Ûrkîş pêktên. Tevlî ko armanca vekolînên piştre ew bû, da diyar bikin, ko Mozan ne Ûrkîşa kevnar e, lê dîse ev cih û profîlê navenda Hûriyên kevnare li hev tên: Hişkere ye ko Mozan sê hezar salên BZ gehabû radeya xweyî bilind, û du hezar sal BZ melûl bûbû û dawî gişt di nîvê du hezarsaliya BZ de wêran bûbû. Sê hezar salên BZ heyama Ebla li rojava ye, û heyama Marî û Sûmeran li başûr e. Dibe ko rengekî taybetî ji çanda wêyî materyalî (arkîtektûr û nemaze sîramîk) bi destpêka bajarvaniya Hûriyan ve girêdayî be, çaxê ko Ûrkîş weke navenda siyasî û olî, ya sereke dihate naskirin. Di hebûna bajarvaniya Hûriyan de, ya sê hezar salan BZ de hinekî dîtinên cuda hene. Lêbelê dawiya dawî ko mirovên heyamên berê, yên li Mozan dijîn bigehine çi resenî jî, dîse rastî ew e, ko li vir bermayên bajarvaniya sûriyî kevnar darîçav in. 5000 sal BZ Tel Xalaf 4000 sal BZ destpêka Birak û Leylên; bandora Sûmeran 3000 sal BZ destpêka Mozan û Chuera 2500 sal BZ sûrha bajêrî hundur li Mozan; serê girê Mozan; pûtxana BA li Mozan 2300 sal BZ Akadan Birak bindestkirin 1800 sal BZ Heyama Xabûr: Herêma C1 li Mozan; serê girê Marî û Leylên 1500 sal BZ Heyama nûzî: Herêma BH li Mozan; wêranbûna Mozan Sûrha Bajêr Di bingeha jêr de, girê bilin bi sûrheke mezin hatibû rapêçan. Me li du cihên gir, yên cuda vekolabû, herêma K û S1. Mixabin, ko ew li ti deran bi mezinaya xwe, ya ko bêgoman di wextê xwe de çavên serdanvanan didagirt, nayê dîtin. Dîwarên sûrhê gelekî stûr bûn, ew ji kelpîçan hatibûn avakirin û dibe, ko bingeha wê gehabû latê ( hê dive bi vekolanê were derxistin), û bircên zêrevaniyê jî li hawîrdor di sûrhê de hatibûn avakirin. Kaşekî bilindî lihevhatî ji nav bajarê nizim dirabû û digeha binê sûrhê (çawa mirov bi rengekî ferehtir di kelehên heyama navîn de dibîne, weke li keleha bi nav û deng, ya Helebê); di dora vî girî de, dibe ko sengerekî ferehî tijî av jî hebû, lê eger wilo be jî, hê em di vekolanên xwe de negehanê. Dereng, di dawiya sê hezar salên BZ de, xwiya dike ko bajar tev dikeve bin rûdana jibîrkirinê, ji wê jî hew erkê parastinê yê gir dimêne û senger bi ax û kevirên ji avayiyên bajêr, yên hêrivtî tê dagirtin. Di parçê, ko me kolayî de, me kavilê embarekê dît, ew ji cihekî ji hundurê bajêr hatibû dagirtin û bi xitmeke giring hatibû muhrkirin, dibe ko xitma li ser derî be, dema wê jî ji nîvê sê hezarê sisiyan yên BZ ve ye (Destpêka Xanedaniya III). Ji ber berdewamiya ferehbûna demografî, gerek e bihatana xwiyakirin, ko sûrheke din di wê demê de li derbedrê bajêr hatibû avakirin: di vî warî de lêkolîn ne bi misogerî hatine piştrastkirin jî, lê ferehbûneke ko dora bajêr tev dorpêç dike, tê dîtin. Di her radeyê de bêşik e, ji lêkolînên me û ji lêgerînên li herêma derveyî bajêr, ko ew jî parçekî ava bû ji bajêr, û ko ew jî tevayiya girê bilind ji heyama sê hezarên sisiyan yên BZ ve ye. Li herêmekê li derveyî bajêr, goristaneke hemdem hate dîtin û tê de jî komeke giranbuha, ya firaxên ji sîramîk û bronz hatine dîtin. Bo agahiyên nû li ser vê mijarê hûn dikarin kovara"Das Bild der Wiessenschaft" bixwînin. Peykertiraşiya hezarsalên sisiyan BZ Di cihekî şewitî de, hema hinekî li pişt mihraba pûtxanê, me peykerê şêrekî dît. Peyker ji kevn bû û li gor delîlên stratîgrafî ew ji nîvê hezar salên sisiyan yên BZ ve ye. Peykerên şêran di embarên peykerên Sûmeran de têne dîtin, yên ko adetên wanî hunerî ji heyama şêrê me ne, lê stîlê wan ji hev cuda ye. Sûmeran şêr bi riheke darîçav dineqişandin, ew rih bêhtir weke berstika cilên heyama navîn bû, û kêm weke pirça ber sînga şêran bû. Gelekî stîl didane çavên şêran, weke ko yên hunermend ti caran şêr nedîbin! Dibe ko şêrê meyî Mozan ne weke yê hevrikê xweyî başûr şahîk be, lê ew ji wan bêhtir weke şêrekî rastî ye. Neqşên pirça sînga şêrê Mozan, tevlî ko hinekî gijol e jî, lê ew weke pirça rastî xwiyadike, lep bi xwe jî hatine neqişandin. Bi gelemperî mirov yekser di şêrê Mozan de têkeliyê di nav spehîtiya hesan û jîndariyê de dibîne, ko ew têkelî li derên din, di wê heyamê de kêm bû. Dibe ko bi tenê du şêrên ji Ûrkîş, yên niha li Motropolitan û Louvreyê ne dikarin bibin hempayê şêrê Mozan. Ev şêrên bronzî bi awayekî reyalîtir hatine neqişandin û bi destên peykertiraşên jêhatîtir hatine çêkirin, lê mirov di wan de şengî û jiyandariyê, weke ya di şêrê Mozan, dibîne. Li herêma pûtxanê ferşekî kevirî hate dîtin, ew ji her dû aliyan ve neqişandî bû. Li aliyekî vî abîdeyê bi serê xwe, neqşandineke neadetî hebû, ew komeke lawiran bû, hemû jî di haleta lebatê de bûn. Ev jî cudabûneke tûj di nav mijara lawirên xaçkirî de, yên ji aliyê hunermendên sûmerî li başûr dihatin neqişandin. Li cem wan lawir ji ber teşeyê xwe giring dihatine dîtin, ji ber vê yekê jî wan ew bi awakî sîmetrî û gelekî bêliv bi cih dikirin. Di ferşikê me de neqş ne bi bang, lê bêhtir bi awakî xwezayî hatine çêkirin, ew jî dihêle mirov biheste, ko ev komek ji garana lawiran e. Bi mijara xwe, aliyê din ji ferşik hê balkêştir e. Yekî cotkar, haletê wî li pey dewarên cot di dest de ye û kûçikek di ser re hatiye danîn. Cotkar di dawiya dîmenekî de hatiye danîn û li pişt wî cihekî ferehî vala hatiye hiştin. Ev herêma ferehî vala, xêzên qurçikî, yên ber bi jêr de beldike. Tiştê din jî yê ko dihêle ew bêhtir dramatîkî be, lingê cotkarî ji erdê tê hildan e, ew weke ko ji qurçikê hatibe. Ev berveçûna bi pêş de, bi ling, laş û serê cotkar ber bi pêş ve hê xurtir dibe û lebt di lingên dewêr de jî xwiyadike. Dîmenê ji ferşikê Mozan bi levanîna xwe, gelekî ji hunerê hevrikê xwe li başûr pêşketîtir e, yên ko li ber xwe nedidan lebatê bi awakî wilo dramatîkî bineqişênin. Sîramîk Dema sîramîkê pêşî ta yê dawî, ko li Mozan hatine dîtin bi tenê drêjayiya hezar û pênc sed salî dikişêne. Sîramîkên herî kevn ( destpêka sê hezar salên BZ) firaxên xweşikî rengê pirteqanî bûn, ew ji hudurû ve neqişandî bûn (weke ko li jor tê dîtin). Ji ber ko cara pêşî Sir Mallowan ew li taqê kûr, yê pêncan li Nînewa dabûn naskirin, êdî navê Nînevîte V li wan hatibû kirin. Teşeyên pêşî, yên firaxên hatibûne çêkirin, cêr bûn û piyaleyên piçûk bûn, ko dibe ji bona vexwarinê dihatin bikaranîn. Piştre cêrên mezintir dihatin çêkirin, lêbelê êdî ew nema ji wê kîla baş bûn. Di dema dawiya Nînevîte V de, berhemekî nû ji sîramîkên gelekî rind dihate çêkirin, ew bi Firaxên madenî bi nav dibûn, ji ber ko bi şewtandina kîlê rengê alavên madenî bi wan diket. Firaxên madenî li vê herêma Xabûr hatine afirandin û pê bazirganî bi bakur û başûr re dihate kirin. Firaxên bi vî rengî li herêmeke fereh têne dîtin. Texlîtekî din ji sîramîk li herêmê bi ferehî tê dîtin, ko êdî navê Firaxên xabûrî lê bûye. Ew texlît digehe destpêka du hezar salên BZ, û ji ber kemberên ferehî ji rengên qaweyî û sorî tarî li dora firaxan, ew hesanî têne naskirin. Di nav sîramîkên herî dawî de ( ji nêzîkî sala 1500 BZ) piyalên risimandî hene, yên bi navê Firaxên nûzî hatine naskirin û ew gelekî, çi li qesr û qûnaxan û çi li avayiyên cemawerî be, her li bareş û her li baxerbê Mozan jî peyde dibin. Ji ber ko ev heyama dawî ye, ya niştevaniya Mozan, êdî ew nema li herêmê têne dîtin, lê teşeyên wan nazik in û motîvên wan xweser in (li jor xwiya ne) . Pûtxana şêr (Pûtxana BA) Avayiya sereke di gir de hate vekolan: emê nefermî navê " Pûtxana şêr" (nîşana fermî "pûtxana BA" ye) li gor peykerekî piçûk, yê şêr ko li cihekî bel di hundurê avayiyê de hatibû dîtin, lê bikin. Fazên destpêkî, yên avakirinê (Faza A1a), ko hema bêje bi tevayî di vekolînan de hatiye vekirin, mirov dikare bigehêne nîvê sê hezar salên BZ ( Destpêka Xanedaniya III di mijara Mezopotamiya de). Ew struktûreke mezin e (15 x 24.5 m), mirov ji başûr di ser rampeke bêdûzan re derbasî dibe. Serdanvanên derbasî eywanê dibûn divabû di rêke gelekî kûr ve herin, hingê bala wan diçû ber bi rexê rastê ve, li wir li cihekî hinekî navendî, lateke mezinî (gişt 1 x 1.5 m) stûnî hatibû danîn. Xwelî di kortikeke di serê wê de hate dîtin, û cokek jê diherikî nav cêrekî ko di erda xênî de hatibû çandin. Tê gomankirin, ko ew masa pêşkêşkirina goriyan ji xwedê re bû. Guhertina modelê berê bû sedma avakirina du dîwaran li pey hev, û ber bi dawiya vê eywanê ve. Dîwarê pêşî zirav bû û ji kevir bû, ew yekser li pişt masa goriyan bû, û yê mezin ji kelpîçan bû, û nêzîkî dîwarê paş bû. Ev dîwar di şûna perda pişt şanoyê de bûn (faza A1b, li plan binere!). Peykerê şêr nêzîk li banî di nav kavilê dîwêr de hate vedîtin, û dibe ew di pûtxanê de di nav koma peykerên, ko nûneriya payebilindiya xwedê dikirin be. Herdû dîwarên dirêj, yên pûtxanê nêzîkî 1.6 metrî stûr in, û herdûyên kin du caran ji wilo stûrtir in. Dîwar ji kelpîçan hatine avakirin û bingeha wan gehaye latê. Berazên pala dîwaran û bircên anîşkan avayiyê bi hêz dikirin û ev hemû didine xwiya kirin, ko dive di asoyê heyama kevnare de, ew be cihê desthilatdariya bingehî li herêmê. Nêzîkî 100 parçên bronzî li herêma pûtxanê hatine dîtin. Erê, ne bi gewdê xwe, lê Mozan "Pûtxana şêr" li Sûriyê ji wê heyamê ji yên herî mezin e, ferehiya wê gişt weke, avayiya Pûtxana D li Ebla û Aussenbau û Steinau I li Chuera ye ( dibe ko ew jî weke pûtxanên tîpên atîs bêne hijmartin). Lê di wextê ko pûtxana Ebla li gor stûrbûna dîwarên xwe ji hundurû ve gelekî zirav bû, avayiyên Mozan (dibe ko Chuera jî) ji hundurû ve gelekî fereh bûn (gişt 9 m fereh). Ev kêşeya avakirina banê xênî derdixe meydanê. Ji nû ve avakirina avayiyê, li gor lêkolînên kûrî endazyarî, dipejirênin, ko dibe formeke destpêkî, ya banên sêçikî hatibe bikaranîn (çawa li jor tê dîtin). Sê fazên din, yên avakirnê hatine naskirin, ya dawî ji heyama Xabûr ve ye (nêzîkî 1800 BZ). Vê yekê kir ko danîna avayiyan bi awakî radîkal were guhertin, dibe ko bi rastî ev be sedema ko êdî ew hê ji dawiya sê hezar salên BZ ve, hew weke pûtxanê hatibe bikaranîn. Di vekolînên bi sînor de, çend srtuktûrên piçûk li herêma bakur û rojhilatê pûtxanê hatine dîtin, dibe ko, ew bi erkê xwe bi pûtxanê ve girêdayî bin û dibe, ko ne wilo be jî. Li cihekî ji wan, ew ferşikê bi dîmenê cot û cotkar neqişandî, û yê garana dilivî hatine dîtin. Çavkanî Cihên arkeolojîk Tor Keyaniyên berê
1454
https://ku.wikipedia.org/wiki/Arkeoloj%C3%AE
Arkeolojî
Arkeolojî an jî şûnwarnasî zanistek e û li hemû tiştên ku ji destên mirovan derketine û li ser wan ked û xebatek pêk hatiye, vedikole. Pisporên arkeolojî (arkeolog) vekolanê li ser amûr, tişt û avahî yê wan dikin da ku çawa jîyanin, çawa tevgeryanin, çi kirinin û hwd.. Etîmolojî Gotina "arkeolojî" ji pevgîhana peyvên archaios û logia ên yewnanî pêk hatiye û ji xwe di wateya “vekolandina paşerojê” (vekolandina rabirdûyê) de ye. Beşên arkeolojiyê Arkeolojî dibe gelek beş. Ji van: arkeolojî berî dirokê (pêşdîrok, prehistorya), arkeolojiya klasik (protodîrok, protohistorya), arkeolojiya asya ya nêzîk, arkeolojiya Misrê, arkeolojiya Tewratê û arkeolojiya qirnê navîn. Mijarên têkildar Vekolîna li Girê Mozan (Ûrkiş) Girê Mirazan Etnoarkeolojî Girêdanên derve Zanista Şûnwarnasiyê ! Antropolojî
1457
https://ku.wikipedia.org/wiki/Wize
Wize
Wize, wuze, vejen, enerjî, (bi înglîzî: Energy), bi kurtasî: E, di fizîkê de jêhatina karkirinê ye. Ango heke pergalek dikare kar bike, tê gotin ku xwedî wize ye. Şêweyên wizeyê Wizeya mekanîkî ji me re ji hemû formên din, yên enerjiyê nastir e. Dema ko em barekî hildin, yan jî dema ko em darekê bibirin, hingî em enerjiyekê didin, ew enerjî enerjiyek e di forma mêkanikî de ye, ew karekî mêkanikî ye em dikin. Wilo jî hemû karên din, yên weke hildan û birînê, dema ko em dikin, em rastî enerjiya di forma mêkanikî de tên. Formeke din, ya enerjiyê wizeya germî ye, têhn e. Eger em bixwazin germbûna laşekî bêhtir bikin, em bibêjin ya avê, hingî dive ko em enerjiya germî bidne avê, têhnê bidine avê. Îro em dizanin, ko enerjiya germî bixwe enerjiya bizavî (livane, colaneyî) ye, ya mêkanîkî ye. Helbet ne liva makroskopî ya laşên mezinî darîçav e, lê liva atom û molêkolan e, liva mîkroskopî ya di laşan de ye. Hatiye naskirin, ko enerjiya mêkanîkî tê guhertin û dibe ya germî, yanî karê mêkanîkî dibe karê germî. Destên xwe çend caran pev bibe û bêne, tê bibînî, ko destên te germ dibin. Li vir te enerjiya mêkanîkî kire ya germî. Lê guhertina berevajî, da enerjiya germî bi ya mêkanîkî were guhertin, ew tiştekî zortir e. Berî çend deh salan, cara pêşî mirov enerjiya germî guherte ya mêkanîkî, ew jî dema, ko mirov makîna hilmî (makîna bi fişara hilma ava kelandî kardike) çêkir bû. Forma enerjiyê, ya nas jî wizeya ronahiyê ye. Ne tenê destê mirov jê nabe, lêbelê jîna her kesî û ya her organizmî jî bê wê nabe. Bi taybetî Roj vê forma enerjiyê dide. Helbet, mirov ji mêj ve hînbûye bi pîşkarî, vê forma enerjiyê bikarbêne. Pêşî bi pêxistina agir, piştre jî bi çira, lampe û ta dema dawî bi neonên herî modêrn mirov enerjiya ronahiyê bikaranî. Forma enerjiyê, ya gelekî bikêrhatî, wizeya elektirîkî ye. Gişt bê windabûn ew dikare bi enerjiya mêkanîkî, yan bi ya germî were guhertin. Pir hesanî tê guhastinî deverên dûr. Ji ber van xisletan carna dibêjinê enerjiya rind. Ji bilî van formên buhûrtî caran, wizeya kîmyayî û enerjiya atomî jî hene. Ew ne texlîtine nû ne, niha peydabûne. Lê ew herdû form didine nîşankirin, ko rêaksyonên kîmayî û atomî dikarin enerjiyê bidin. Ji vê enerjiyê re jî enerjiya potensyal tê gotin. Eger em bixwazin bi ferehî li ser giranbihabûna enerjiyê ji mirov re bipeyivin, dive pêşî em bizanibin, ko hebûna jînê bi xwe, her û her, bi pevguhastina energiyê ve girêdayî ye û pê jîn dibe. Bedena mirov energiyê di forma kîmyayî (xwarin) de distîne û diguhere forma mêkanîkî. Bi vê yekê hemû organên lêş dikarin bi karûbarên xwe rabin û dihêlin, ko karê fîzîkî pêk were. Ev enerjî di şev û rojê de dike nêzîkî 2000 kilo kalorî û ew ji şewtandina xwarinê di laş de tê. Lê da mirov karibe bijî, dive di laşê wî de hinek enerjiya embarkirî hebe, enerjiya embarkirî jî di lêş de bez e. Ji ber ko enerjî ji mirov re pir pêwîst e, dive mirov zanibe wê derxe jî. Derxistin û xerckirina enerjiyê di van her deh salên dawî de pir gelek bûye û gera ji bona dîtina kehniyên enerjiyê, yên nû bêhtirbûye. Kehniyên enerjiyê yên ta niha li ber dest ev in: kûmir, petrol, enerjiya elektrîkî ya ji sikrên li ser çeman ûym. Di pêşroja nêzîk de wê ev kehnî têra mirov nema bikin û dive, ko mirov destbavêje kehnîne enerjiyê, yên nûtir wek enerjiya Rojê, yan enerjiya germî ya navika Zemînê û yan kehniya pir zengîn: enerjiya atomî. Çavkanî Gerdûn Gotarên mijarên sereke Xweza Çendaniyên fizikî
1459
https://ku.wikipedia.org/wiki/Biyoloj%C3%AE
Biyolojî
Biyolojî, zîndezanî an jî jiyannasî , jîndenasî .Peyva biyolojî bi eslê xwe ji zimanê yewnanî wekî bios logos çêbûye. Wateya bios "jiyan" e, a logos jî "xebat" e. Ango jiyannasî bi kurtasî wekî xebata li ser zîndeweran tê binavkirin. Çêbûn, zêdebûn, celeb û belavbûna zîndeweran li ser cîhanê ji bo jiyannasiyê mijarên lêkolînê ye. Ji bilî vê, jiyannasî li ser xane, şane, endam û laşên zîndeweran jî xebat dike. -Li ser gerdûnê jiyan çawa dest pê kir? -Di navbera zîndeweran de têkilî çawa çê dibe? -Bandora hawîr li ser zîndeweran çawa ye? -Endam û Koendamên(sîstem) zîndeweran çawa dixebite? Ev pirs û gelek pirsên wekî van ji aliyê jiyannasî ve tên bersîvandin. Tesnîfa Zanistê Zanistên Siruştî Biyolojî Beşên Biyolojîyê Riweknasî Zoolojî Hûrjînewernasî Genetîk Binihêre Laşê mirov Galerî Girêdanên derve Biyolojî Zanist Zanistên siruştî
1462
https://ku.wikipedia.org/wiki/Meden%C3%AE%20Ferho
Medenî Ferho
Medenî Ferho nivîskarekî kurd e. Sala 1947'an li gundê Mizîzexê; piştî têkçûna serhildana Bagokê ko bi malbatî koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin û car din vedigerine ser cih û warên têr gorî, xwedê ew daye. Hemû qûnaxên xwendina dibistanên serete, navendî, dibistana mamostayan û lîse li heremên Kurdistanê qedandiye. Di dema mamostahiyê de, di nava damezrênerên Sendikaya Mamostayên Tirkiyê TOS de cih girt û rêvebiriya karên rêxistiniyê kir. Piştî heft salê mamostahiyê û heft caran sergomî û girtina sala 1970yî di cunteya eskerî li Amedê, di sala 1973an de li Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de dest bi rojnamevantiyê kir, di heman salê de xelata heypeyvinê ya Komela Arîkarî û Desteka Gundên Tirkiyê li Stembolê stand. Bi rojnamevantiyê re dest bi xwendina Zanîngeha Aborî kir û weşanxaneya ABeCe damezrand. Di heman demê de, di nava damezranên Sendikaya Nivîskarên Tirkiyê de TYS de cih girt. Medenî Ferho di salên 1963-1964an de di rojnameyên herêmê, Amed -Diyarbakirin Sesî û Mucadele de. li Mêrdinê rojnameya Mardînin Sesî, li Midyadê Turan Şehîr de dest bi nivîskariyê kir. Di salên 1970-1971 ê de nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên Stembolê weke Cumhuriyet, Demokrat, Varlik de hatin weşandin. 2 pirtûkên wî, Kaytan Osman û Topragin Turkusu di heman salan de hatin weşandin. Bi hatina darbeya eskerî ya 12ê Êlûnê 1980, 12ê Cotmehê hate girtin, piþtî hefteyekê serbest hate berdan, lê di 27ê Cotmehê de car din hate girtin. Girtina wî şeş sal û nîvan dom kir. Bi girtina dem dirêj, estên wî yên nivîskariya bi zimanê Kurdî bi awayekî riþtî hatin hunandin. Medeniyê Ferho bû seydayê pênûsê. Êdî awaza Kurdî ala wî ye, da ku di medya Kurdî de, rojname û kovaran de awazek têr qîrên bigihîne civakê û ji bo têkoþîna gelê Kurd bi hestên binbarî kar dike. Ew nûnerê Azadiya Welat yê Belçîka ye û ji destpêka wekirina MED TV re dest bi amade kirina bernameyan kir, hîna rojnamevantiyê dike. Berhem Topragin Turkusu: helbest, tirkî, bi zimanê holandî jî hatiye weşandin Kaytan Osman: çîrok, tirkî Mapusluk Gerçegim: helbest, tirkî Beranê Kozî: çîrok Mîrza Meheme: roman (Nûdem-1995, 107 p.) Berxwedan Jiyan e: roman (1994) Hey Gerîla: helbest Hades Îş Başmda: roman, tirkî Xaltîka Zeyno: roman (Doz-1998) Marê di tûr de: roman (Pêrî-1999, 192 p. (Banga Hawarê) helbest perî Nivîskarên kurd
1468
https://ku.wikipedia.org/wiki/Beran%20%28birc%29
Beran (birc)
Birca Beran (lat.: aries) birca yekemîn e. Di 21ê adarê de dest pê dike û di 20ê nîsanê de bi dawî dibe. Sembola birca Beran ♈ e. Birc
1469
https://ku.wikipedia.org/wiki/Teknoloj%C3%AE
Teknolojî
Teknolojî, peyv ji yewnanî (téchnē (τέχνη) wata wé bêşe û -logía (-λογία) ev jî lêgerîna tiştek) té. Îro çi dibi li dinyé ni bé têkilahya teknolojîyéye. Teknolojî, bi gotinê temenê xwe ji gotina "teknîkê" digrê. Teknik, dema ku bahse tiştekî ku weke amûr tê bikarhanîn a. Her wusa, wate wê ya din jî ew a ku bahse tişta ku "bikêrhatî" dikê. Bi dîrokê re, ku mirov bêne ser ziman, Piştî ku şariştanî pêşketin, êdî mirovatiyê bidest bikarhanîna amûran kirin. Gêsn, bo ard kolanê afirandin û ew ard çand in. Sênîk,çêkirin bo bi têde xwarinê bixwûn. Kevçî, çêkirin bo ku bi wê xwarinê bixwûn. Her wusa, dem bi dem ku bi dehan û sadan amûr û cûre lê zêde dibin, amûrên teknîkî pêş dikevin û tên afirandin. Teknolojî, di sadsale me de, weke gotinaka êdî herî zêde hat bikarhanîn bû. Ji ber ku weke teknolojiyê bi wê re tên salixkirin, Înternet, tv, û hwd jî pêşketin. Her wusa, ereb, û hwd tiştên lê sûwarbûnê û çûn û hatin hatin afirandin. Î ro, hêrî zêde, dema ku bahse teknolojiyê tê kirin, bahse çêkirina telefonên berîkê, tv, erebeyên sûwarbûnê, balefirên rêwîyan û ên şer û hwd ku bi wan re gelek cûreêyên din tên ser ziman, tên bîra me. Î ro, Kîştên Fezeyê hatîya çê kirin ku tê şandin li gêrwerkên din. peyk hatina çê kirin û hatina şandin ku li dora dunyê digerihin. Li ser wan re, înternet, tv, telefon û hwd kar dikin. Î ro ku bahse teknolojyê tê kirin, bi sereka ku gelek tişt û cûre pêre tên bîra mirov, lê du tişta bi hesanî ji ber ku di jîyane mirov de tên biarhanîn têna bîra mirov yek, amûrên înternetê weke kompîtûr in û ya dinjî, bernema wan ên weke "înternet explore", "Microsoft Office word" û hwd in. Lê dervî wan jî, gelek cûra û awayên wan yên ku hatina afirandin ku tên zanîn hena. Girêdanên derve Çavkanî Pergalên teknolojiyê Gotarên mijarên sereke
1470
https://ku.wikipedia.org/wiki/Adobe%20Acrobat
Adobe Acrobat
Acrobat bernameya Adobeyê ye û ji bo nivîsîn û nîşandana dokumentên bi formata PDF (Portable Document Format) e. PDF formata herî naskirî û belavbûyî ya e-pirtûkan e û ew di hemî kompûter û pergalan de wekî eslê xwe dixwehîn. Nivîsbarî Çavkanî
1472
https://ku.wikipedia.org/wiki/Portable%20Document%20Format
Portable Document Format
Portable Document Format (PDF) formatek ji bo belge û e-pirtûkan e ku di hemî sîsteman de dixebite û berhem wekî eslê xwe bi font, wêne û mîzanpaja xwe ve di ekranê de diyar dibin û derdikevin ser kaxezê. PDF ji aliyê şirketa Adobe hat pêşxistin. Komputer
1473
https://ku.wikipedia.org/wiki/ISBN
ISBN
ISBN kurtenavê "International Standard Book Number" e û wate "Jimara Standarda Navneteweyî ya Pirtûkê". Hejmareke ko ji 10 jimara pêk têt û her E-Pirtûkekê, pirtûkekê yan berhemên wekî pirtûkan ISBN'eka xweser heye. Ji roja 1ê kanûna paşîn 2007 nimrê ISBN bûn 13 pêjimar. Hên seke ISSN – Information and documentation – International Standard Serial Number ISMN – International Standard-Musik-Nummer ISAN – International Standard Audiovisual Number ISRN – International Standard Technical Report Number ISRC – The International Standard Recording Code ISWC – International Standard Musical Work Code Çavkanî Pirtûk Kurtenav Standardên ISOyê
1474
https://ku.wikipedia.org/wiki/DRM
DRM
DRM (Digital Rights Management, îdarekirina mafan a dîjîtal): DRM ji bo kontrolkirin û rêdana xwegihandina nêveroka berhemên dîjîtal e. Teknolojî
1475
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bi%C5%9F%C3%AEfrekirin
Bişîfrekirin
Bişîfrekirin (encryption) karê veşartina nivîsa zelal e. Bi rêbazeka şifrekirinê nivîsa zelal li nivîsa veşartî tê zivirandin. Yek an pirtir kilît wek parametreyên şifrekirinê tên bikaranîn. Herêma lêkolînê, a li ser van mijaran mijûl dibe krîptografî ye. Karê vajî, yê ku nivîseka veşartî li nivîsa zelal werdigerîne bêşîfrekirin e. Wekhevbûna rêbazên bi- an bêşifrekirine an jî kilîtan ne pêwîst e. Herêma lêkolîna vî mijarî krîptoanalîz e. Teknolojî
1476
https://ku.wikipedia.org/wiki/Pocket%20PC
Pocket PC
Pocket PC sîstema bikaranîna Microsoftê ye ku di kompûterên berîkan de dixebite. Gelek şirketên ko kompûteran li gor vê sîstemê derdixin hene: Compaq (iPaq), HP (Jornada 545 & 548) û Casio (Cassiopeia E115). Di Pocket PC-yan de berê Microsoft Reader bicihkirî ye. Cîhaz yan Windows CE
1477
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rocket%20eBook
Rocket eBook
Rocket eBook aleta (aparata) herî naskirî ya xwendina ePirtûkan e. Mezinahiya wê 11.43 cm x 7.62 cm ye. Teknolojî
1478
https://ku.wikipedia.org/wiki/RB
RB
RB formata dosyayên ya ji bo aletên Rocket eBook e. Teknolojî
1482
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mirov
Mirov
Mirov, merî an jî meriv (bi latînî: Homo sapiens) cureyê bi tenê yê giyanewerên ji cinsê Homo ye ku di destpêkê de ji Afrîkayê hatine û li hemû cîhanê belav bûne. Li gorî zanyaran, anatomiya mirovê îroyîn berî 300.000 salan çêbûye û 50.000 salên ku reftara nûjen a mirov diyar bûye. Ji 27ê Nîsan ya sala 2020'an û saet 22:30an pê ve li Cîhanê 7.780.672.100 mirov heye. Bêjenasî û Dabeşandin Peresîn Dîrok Jînewarî Biyolojî Anatomiya laşê mirov û Fîziyoljî Laşê mirovî binyatekî sirûştî (physical) û sergihayî ye(entire) ji organîzma zîndewera mirovî (human being). Laşê mirov ji serî, milan, du lingan, ûstû, pişt, bejn , pî , zik û sîng pêk tê ye. Bilindiya navîn ya mirovê mest der dorê 1.6 m(5_6 ling) wek dirêjî. Zikmakî yan cenetîks roleke girîng dilîze di pirsgirêka dirêjiya bejna mirov bi riya cînîs(genes). Em dibêjin laşa yan gede mirov ji mirovê sax, û ji mirovê mirî re dibêjin cendek. Laşê mirovan ji xane, şane, endam (organan) û koendaman (sîstemên fîziyolojî) pêk tê. Laşê mirovan bi riya zanista anatomî tê xwandin bo beşên geda mirov werê fehmkirin û nexweşiyên neyeksan werê nasîn. Zikmakî Awayê Jiyanê Parêzî Guhertinên Biyolojî Derûnnasî Mijarên têkildar Laşê mirov Çavkanî Jînewer Mirov Guhandar Guhandarên ku sala 1758 hatine dabeşandin
1493
https://ku.wikipedia.org/wiki/Lokman%20Polat
Lokman Polat
Lokman Polat nivîskarek kurd e. Polat di sala 1956'an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê. Ew caran hatiye girtin û berdan. Di encamê de bêyî ku li dadgehê amade be, deh sal û nîv ceza xwariye. Wî beriya sala salên 1980'yî li welêt belavokên siyasî dinivîsand. Di sala 1984'an de li Swêdê bi cih bû. Li Swêdê dest bi nivîsandina çîrokan kir. Gelek çîrokên wî di rojname û kovarên cihê de hatin weşandin. Heta niha 14 pirtûkên wî derketine. Ji wan çar heb bi tirkî, neh jî bi kurdî ne. Ji pirtûkên wî yên kurdî sê roman û heft kurteçîrok in. Lokman Polat ji bo zarokan jî 4 pirtûk wergerandine kurdî û kovarek bi navê Helwest li Stockholmê û kovarek bi navê Ronî li Stenbolê weşandiye. Lokman Polat di destpêka damezrandina Komela Nivîskarên Kurd de cih girtiye û endametiya wî ya komelê hîn jî didome. Ew endamê PENa Navnetewî û endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Niha ew di malpera “Çandname” , “Rojnameya Kurdistan” û carna di malpera ``Diyarname`` de û herweha di kovara Kund de gotar dinivîse. BERHEMÊN LOKMAN POLAT YÊN ÇAPKIRÎ : Roman û kurteroman Kewa Marî – Polat, Lokman – Weşanên Helwest – Stockholm- Sala 1998 Fîlozof – Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 2000 Rojnamevan / Polat, Lokman – Weşanên Pêrî / Stenbol / 2003 Robîn / Polat, Lokman – Weşanên Veng / Diyarbekir / 2004 Hawar û Qêrîn / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm /1996 Nûrheyata Licî / Polat, Lokman – Weşanên Doz / Stenbol / 2005 Kodnav Viyan / Polat, Lokman – Weşanên Helwest û Doz / Stenbol / 2006 Parola Operasyonê – Girtina Saddam / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stenbol / 2008 Trajediya Evîndaran / Polat, Lokman – Weşanên Nas / Stenbol / 2013 Paradîs – Xweşiya heft rojan / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 2003 Kaniya Stockholmê / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 2001 Sylvîa – Koleya bazirganên Jinfiroş – Polat, Lokman – Weşanên Ar / Stenbol / 2017 Kurteçîrok/novel Evîn û Jîyan – Polat, Lokman – Weşanên Çanda Nûjen / Stockholm /1991 Bayê azadîyê / Polat, Lokman – Weşanên Pêrî / Stenbol /1993 Mêrxas / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 1996 Jin û Zîndan / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 1995 Evîndar – Bi pêşgotina Mehmed Uzun / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 1996 Xwîn û hêstirên çavan / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm/1995 Ey Şehîd, Hey Hebûn – Polat, Lokman -Weşanên Helwest / 1997 Gulîzar / Polat, Lokman – Weşanên Doz / Stenbol / 2004 Çîrokên Rengîn / Polat, Lokman – Weşanên Helwest/ Doz / 2008 Girîna Kurdî / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 2012 Helbest Helbestên Sirgûnîyê / Polat, Lokman – Weşanên Veng / Diyarbekir / 2005 Lêkolîn / Nirxandin Ji nav edebiyata Cîhanê / Polat, Lokman – Helwest / Stockholm / 1998 Ji nav edebiyata Swêdê / Polat, Lokman – Helwest / Stockholm / 1997 Bandora edebiyatê / Polat, Lokman – Helwest / Stockholm / 2003 Bîst romanên kurdî / Polat, Lokman – Helwest / Stockholm / 2004 Pêncî romanên kurdî / Polat, Lokman – Weşnên Ar / Stenbol / 2014 Rewşa romana kurdî / Polat, Lokman – Weşanên Çandname / Batman/ 20018 Efsaneya Şahmaran / Polat, Lokman – Weşanên Pêrî / Stenbul/ 1995 Westayê peyv û hevokan Shakespeare / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 2002 Danasîna Kovarên Kurdî – Polat, Lokman – Jîna Nû / Stockholm – 1999 40 romanên kurdî / Polat, Lokman / weşanên Sîtav / Wan / 2019 Yên tirkî Barbar Kasırgasi – Kısa Öyküler – Polat, Lokman – Weşanên Hêviya Gel / Stockholm / 1989 Baş eğmeyen bir Kürt devrimcisi – Zekî Adsiz / / Polat, Lokman – Weşanên Hêviya Gel / Stockholm / 1990 Mari Kekligim – Roman / Polat, Lokman – Weşanên Helwest / Stockholm / 1999 Kürdistanda Özgürlüğün Şafağı – Urfan Alpaslanin anisina – Polat, Lokman – Weşanên Hêviya Gel – # Stockholm. Lice Izdirabi / Anlati / Polat, Lokman / Helwest / 2011 Berhem Bayê Azadiyê (kurteçîrrok) Efsaneya Şahmaran Kewa Marî (Roman, Weşanên Helwest, 1999, 272 p.) Fîlozof (Roman, Weşanên Helwest, 2002, 163 p.) Rojnamevan (Roman, Weşanên Pêrî, 2002, 109 p.) Robîn (2004, Stembol) BERHEMÊN LOKMAN POLAT YÊN ÇAPKIRÎ : Kurteçîrok/novel Evîn û Jîyan Bayê azadîyê Mêrxas Jin û Zîndan Evîndar Xwîn û hêstirên çavan Ey Şehîd, Hey Hebûn Gulîzar Çîrokên Rengîn Girîna Kurdî Roman û kurteroman Kewa Marî Fîlozof Rojnamevan Robîn Hawar û Qêrîn Nûrheyata Licî Kodnav Viyan Parola Operasyonê Horî Paradîs – Xweşiya heft rojan 11 - Trajediya Evîndaran 12 - Sylvîa - Koleya bazirganên jinfiroş Helbest Helbestên Sirgûnîyê Lêkolîn / Nirxandin Ji nav edebiyata Cîhanê Ji nav edebiyata Swêdê Bandora Edebiyatê Bîst Romanên Kurdî Efsaneya Şahmaran Westayê peyv û hevokan Shakespeare 7 - Pêncî Romanên Kurdî 8 - Çil romanên kurdî 9 - Sî romanên kurdî Yên tirkî Barbar Kasırgasi – Kısa Öyküler Baş eğmeyen bir Kürt devrimcisi - Anlati Mari Kekligim - Roman Lice Izdırabi - Anlati Isveçlı Gazetecı - Roman Kurdistanda Özgürlüğün şafağı - Anlati Nivîskarên kurd Jidayikbûn 1956 Nivîskarên zimanê kurdî Mirovên zindî
1494
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ereb%C3%AA%20%C5%9Eemo
Erebê Şemo
Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov (; z. 23 çiriya pêşîn a 1897 li Qersê − m. 21 gulana 1978 li Êrîvanê) nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye. Hinek ji deqa Şivanê Kurmanca ya çapên vê dawiyê hatiye desttêwerdan. Ev desttêwerdan di deqa ku Têmûrê Xelîl di pirtûka "antologiya 35 helbestvan û nivîskarên kurd yên sovyeta berê; çapa 2014 ", beşa li ser Şivanê Kurmanca, berçav e. Jiyan Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe. Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkîya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929'a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ ("Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî") çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû. Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibirya'yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye. Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt. Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov. Di war wêjeyî da li ser navê Erebê Şemo, xelatek heye. Vê xelatê didine wan kesan ku di xebata wêjeya kurdî da layîqê vê xelatê bên Berhem Roman Şivanê Kurmanca, 1930 Dimdim, 1966 Jiyana Bextewar, 1959 Hopo, 1969 Berbang, 1958 Şano Koçekê Derewîn, 1930 Çîrok Hikayetên Gelê Kurd, 1967 Kurdên Elegezê, 1936 Meqale Pırsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da, 1936 Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê, 1930 Çirûskên Şoreşa Oktobirê, 1972 Kolxoz û Kara Wê Ji Gundiyan re, 1930 Şerê Tarîlka, 1972 Senaryo Kurdên Ermenistanê, 1959 Jînenîgarî Emrê Lenîn, 1930 Çavkanî Girêdanên derve 110 saliya Erebê Şemo - rûsipîtiya gelê kurd; Têmûrê Xelîl, NETKURD, 5ê hezîranê 2007 Erebê Şemo; Eskerê BOYÎK, Avestakurd, 23ê gulanê 2007 Portreya Erebê Şemo; Vanîkê Elîxan, Avestakurd, Hejmar 12, tîrmeh 2001 Şemo, Ereb Jidayikbûn 1897 Mirin 1978 Kurdên Ermenistanê Nivîskarên zimanê kurdî Nivîskarên kurd
1495
https://ku.wikipedia.org/wiki/Evdile%20Ko%C3%A7er
Evdile Koçer
Evdile Koçer (jdb. 1977 li Sêrtê), nivîskarekî kurd e. Evdile Koçer di sala 1977an de li gundekî Sêrtê hatiye dinyayê. Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan de derketin. Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan. Pirtûkên wî Govendistan, Mîzah, Weşanên Pêrî, gulan 2002, Stembol, 136 rûpel, ISBN 975-8245-62-7 Mirin, Çîrok, Weşanên Aram, çiriya pêşîn 2006, Stembol, 79 rûpel, ISBN 9944-581-171-2 Koçername, Mîzah, Weşanên Do, çile 2009, Stembol, 128 rûpel, ISBN 9944-10861-8 Pêlava Birîndar, Çîrok, Weşanên Han, îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN 978-94040997-20-03 Koçerbêj, Ceribandin, Weşanên Ar, adar 2013, Stembol, 88 rûpel, ISBN 978-605-63699-8-8 Girêdanên derve Malpera Evdile Koçer Çend vîdyoyên Evdile Koçer Malpera Amed News: Hevpeyvînek bi nivîskar Evdile Koçer re Nivîsarên quncika "Govenda Gotinê ya Evdile Koçer" Hevpeyvînek li ser Rewşa Ziman û Edebiyata Kurdî, bi Evdile Koçer re, Hevpeyvîn: Latif Epözdemir, Navkurd Rûpela Evdile Koçer ya PENa Kurd Rûpela Evdile Koçer ya Facebook Rûpela Evdile Koçer ya Twîtter Evdile Koçer: "Wêje, riya nasîn û xwenasînê ye" - Hevpeyvîn: ciwan tengezar Nivîskarên kurd Rojnamevanên kurd Kesên ji Sêrtê Jidayikbûn 1977
1496
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ferhad%20Shakely
Ferhad Shakely
Ferhad Shakely, ango Ferhad Şakelî, nivîskar û helbestvanekî kurd e. Ferhad Şakelî di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li herêma Kerkûkê hatiye dinyayê. Ew li Kurdistanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostay Kurd 1985–1996 derdixe. Di destpêka salên 1970î de li zanistgeha Bexdayê ziman û edebiyata kurdî kurdî xwendiye. Di salên 1974-1975an de pêşmerga bû. Li pey belavbûna şoreşa Kurdistanê du salan li Sûrî û Libnanê mijûlê karê siyasî û çandî bû. Di sala 1977an de hat Almanyayê û nêzîkî salekê li wê derê ma, paşî hat Swêdê. Wî heta niha heşt kitêbên şiîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî. Wî bi swêdî jî kitêbeke helbestan û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi îngilîzî derxistiye û şiîran wî hatine wergerandin bo zimanên înglîzî, swêdî, erebî, farsî, îtalî, îslendî û tirkî bûne. Ferhad Şakelî yek ji zimannas û kurdîzanên herî navdar, naskirî û berhemdar yên Kurdistanê ye. Ew herdu zaravayên kurdiya başûr û bakur (soranî û kurmancî) baş dizane û dersa rêziman û edebiyata kurdî dide û ta niha gelek vekolînên zanistî liser edebiyat, dîrok, fîlozofî û tesewuf li Kurdistanê bi înglîzî û kurdî belav kiriye. Şakelî herweha fêrî zaravayên Hewramî û zazakî jî dike. Ew niha (2012) li Swêdê dimîne û li Zanîngeha Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike. Çend berhemên wî (1985) Kurdistan le dilî minda ye, Invandrarförlaget, Borås, Swêd. (1986) , Goran: Tårar och konst/Firmêsk û huner, Azad, Spånga, Swêd. (1991) Doften av mitt lands moln: kurdisk poesi, Swêd. (1992) Kurdish Nationalism in Mam û Zîn of Ahmed–i Khani, Kurdish Institute of Brussels, Bruksel, Belçîka. (1998) En pärla i drömmens grumliga damm, APEC, Swêd. (2011) Kurdistan berättar: fåglarna återvänder till bergen, Swêd. (2015) Avlägsenhetens strängar, Lindelöws bokförlag, Göteborg, Swêd. (2016) The Modern Kurdish Short Story, Acta Universitatis Upsaliensis, Uppsala, Swêd. Çavkanî Shakely, Ferhad Jidayikbûn 1951 Nivîskarên zimanê kurdî Helbestvanên kurd Mirovên zindî
1497
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hasan%20Kaya
Hasan Kaya
Hasan Kaya di sala 1964'an de, li Nisêbînê (Mêrdîn) ji dayik bû. Heta lîseyê li Nisêbînê perwerde bû. Di 1982-1984an de, di fakulteya îktîstê de (Anadolu Üniversitesi İktisat Fakültesi) xwend, dawî dev jê ber da û salên 1984-1988, li Amedê ji fakulteya perwerdeyiyê beşa edebiyatê ( D.Ü Eğt. Fak Türk Dili ve Edebiyatı) dîplomaya lîsansê wergirt. Di dema xwendina zankoyê de, di nav xebatên xortên welatparêz de xebata siyasî û çandî birêve bir. Li Adiyamanê, li liseyê du salan mamostetiya edebiyatê kir. Bi kurdparêzî ango cûdaxwaziyê hate tawanbarkirin; doz lê hate vekirin. Lewre ji herêma awerta hate derxistin û sirgonî Yozgatê bû. Neçû Yozgatê. Jiyana wî ya mamostetiyê li vir xelas bû. Piştî ku dev ji mamostetiyê berda, ji bo xebatên kurdewarî, sala 1990î, di nav xebata kovara Yurtsever Emekçiler û sendikayên mamoste û kedkaran de xebitî. Dawiya 1992yan, di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya Şaxa Edeneyê de cih girt. Van salan çend caran hate girtin û rastî îşkenceyan hat. Sê salan serokatiya vê şaxê kir. Dawî ji bo avakirina NÇM, şaxa Mersînê kar kir, piştî damezrandina şaxa Mêrsînê, sala 1996an , di kongreya 5. ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de, wekî cîgirê serokê enstîtuya Kurdî hate hilbijartin. Di sala 1997an de,wekî serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hate hilbijartin. Heta serê sala 2003yan serokatiya Enstîtuyê berdewam kir. Di van salan de, edîtoriya Kovara Zend, endamtiya lijneya Kovara Jiyana Rewşen kir. Di kovar û rojnameyên cihê de, bi piranî bi kurdî, kêm caran jî bi tirkî çîrok, helbest, gotarên edebî, çandî, lêkolînerî nivîsîn. Di projeya çêkirina Ferhenga tirkî-kûrdî de cih girt. Wekî redaktor û endamê lijneya şêwrê beşdarî xebata ferhenga tirkî-kurdî bû. Di sala 1998an de, pirtûka wî ya çîroka, Girnewas çap bû. Digel Samî Tan û Zana Farqînî, pirtûka bi navê “Em Zimanê Kurdî Binasin” amade kirin. Di sala 2005’an de pirtûkên wî ya helbestan “Bihêle” û ya pexşanê “Ayîneke Pîroz” çap bûn. Bi zimanê tirkî “Antolojiya kurteçîrokên kurdî” amade kir. Li ser nukteyên kurdî jî pirtûkek amade kiriye. Gelek tekstên zargotina kurdî berhev kirine; lê heta niha ew çap nekirine. Li Enstîtuya Kurdî û gelek cihên din, wekî komel, sendîka û avahiyên partiyan ders û semînerên zimanê kurdî dane xwendekar, mamoste, xortên karker, û gel. Ji bo ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersê zimanê kurdî dida, di sala 1998 û 2000an de, doz li wî hatiye vekirin; sê caran hate darizandin. Di dema serokatiya enstîtuyê de, beşdarî gelek konferans, panel, semîner, danişîn û civînên rêxistinên sivîl, akademîk, fermî û nîv-fermî bû. Di wan konferans û civînan de, teblîx pêşkeş kirin. Di sala 2003yan de bû endamê Pena kurd (klûba nivîskaran) a ku saziyeke navneteweyî ye û navenda wê li Elmanya ye. Demekê Nûnertiya Pena Kurdî, li Tirkiyeyê bi rê ve bir. Berhemên wî Girnewas-Kurteçîrok (İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınlar-1998) Kürt Dilini Tanıyalım - Xebateke Kolektîf (Kürt Enstitüsü Yayınları) 2000) Kürt Öykü Antolojisi (Evrensel Yayınları-2005) Ferhenga Mezin a Tirkî-Kurdî (Amadekarê Projê,redaktor û endamê lijneya editoryal (Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolêr-1997-2000) Bihêle - Şiîr (Elma Yayınları-2006) Ayîneke Pîroz - Pexşan (Elma Yayınları-2006) Kürt Halk Tarihinden 13 İlginç Yaprak - Werger (Evrensel Yayınları-2007) Belgesal-Erbab, Derhêner. (20 Beş, di TRTê de hate weşandin.) Medresên Kurdî yên Berê, Derhêner, (Filmê Belgeyî, 23 Beş, di TRTê de hate weşandin) Kürt Kavşağında Bir Siyasetçi, “Feridun Yazar” - Bîranîn (Fanos Yayınları-2012) Doğu'nun Elçisi'nden Yüce Divan'a, Şerafettin Elçi - Bîranîn,(Fanos Yayınları-2012) Pratik Kürtçe Konuşma Kılavuzu (Bi Hesanî Kurdî Hîn bibe)- Ziman, (Fanos Yayınları-2013) Nefiya Kurdistaniyan, 1925-1940, Belgefîlm 13 Beş, Ji bo TRT Keşkul (Dildarên Kurdolojiyê),Belgefîlm, 26 Beş, Ji bo TRT Nivîskarên kurd Kesên ji Nisêbînê Jidayikbûn 1964
1498
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hesen%C3%AA%20Met%C3%AA
Hesenê Metê
Hesenê Metê (jdb. 1957, Erxenî, Diyarbekir) nivîskar û novelnivîsekî kurd e. Berhemên wî ji kurdî hatine wergerandin ji bo zazakî, tirkî, swêdî û îngilîzî. Jînenigarî Hesenê Metê di sala 1957an de li gundê Tayan yê Erxeniya Diyarbekirê hatiye dinyayê. Ji ber sedemên malbatî di 11 an 12 saliyê xwe de ji gundê xwe derketiye. Çend salan li Nisêbînê û li Diyarbekirê jiyaye. Dibistana navîn û lîse li bajarê Mersinê yê Tirkiyeyê xelas kiriye. Di geremolên salên 70-80an de ji ber sedemên siyasî çend caran hatiye girtin û di girtîgehê de maye. Di dema derbeya sala 1980an de ji welêt derketiye û çûye Îranê. Li wir tevlî pêşmergeya KOMELA Zehmetkêşê Kurdistana Îranê bûye. Piştî wê, çûye başûrê Kurdistanê. Li gelek gund û bajêrên başûrê pêşmergetî kiriye. Di vê demê de bi pêşmergeyên YNKyê re pîyeseke ku nehatiye weşandin nivîsiye û derxistiye sehneyê, ku ji hêla Celal Talebanî û jina wî Hero Xanim ve hatiye temaşekirin. Vê serpêhatiya xwe di hevpeyvînekê de wisa vegotiye: Wî sê sal pêşmergetî kiriye. Pişt re daketiye Sûriyê û ji wir jî bar kiriye SwêdêKengî, di çi salê de?. Hesenê Metê hê jî li Swêdê dijî.. Kitêbên Hesenê Metê yên ku heta niha çap bûne Merivên reben, Wergera Бедные люди ya Fyodor Dostoyevskî, 185 r., Weşanên Welat, 1991. . Smîrnoff, Çîrok, 95 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991. . Ardû, Çîrokên Gelêrî, 173 r., Weşanên Welat, Stockholm, 1991. . Labîrenta cinan, Roman, 197 r., Welat Publishers, Huddinge, Swêd, 1994. . Epîlog, Çîrok, 141 r., Weşanên Nûdem, Järfälla, Swêd, 1998. . Keça Kapîtan, Wergera Капитанская дочка ya Pûşkîn, 1998. Tofan, Çîrok, 88 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2000. . Jiyana rastîn, Göran Tunström (werger) Weşanxaneya Apec, 2004 Ansîklopediya Zarokan (Children's Encyclopaedia), bi Amed Tigris, Mehmud Lewendi, Seyidxan Anter, Ali Ciftci, 236 r., Weşanxaneya Apec, Swêd, 2004. . Gername, Weşanxaneya Apec, 2005 Gotinên Gunehkar, Roman, 151 r., Weşanên Avesta, Stembol, Tirkiye, 2007. . Li Dêrê, Roman, 102 r., Weşanên Nûdem, Stembol, Tirkiye, 2011. . Pêsîrên dayê, Çîrok, 130 r., Weşanxaneya Apec, Spånga, Swêd, 2013. . Îşev û çîroka dawîn, Çîrok, 90 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2014. Hefsar, Roman, 94 r., Weşanxaneya Peywend, Stembol, Tirkiye, 2018. Çavkanî Girêdanên derve Hesenê Metê: Ez di dojehê de dijîm, Hevpeyvîn: Enwer Karahan, Beşa 1, 22 hezîran 2007, NEFEL Hesenê Metê: Ji hevîrê teşta tirkan nan çênabe, Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara, 2002, AVESTA Mêr Nivîskarên kurd Kesên ji Erxaniyê Jidayikbûn 1957 Nivîskarên mêr Nivîskarên zimanê kurdî Mirovên zindî
1500
https://ku.wikipedia.org/wiki/Jan%20Dost
Jan Dost
Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e. Jiyana wî Ew di 12ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakûlteya zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir. Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. Her wiha li Tirkiyeyê jî li ser sehneyê hatiye lîstin. Ji bilî wê çîrokê, Jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din. Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin. Jan Dost ji sala 2000î de li Almanyayê dijî û ji adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye. Berhemên wî Romanên bi kurdî Mijabad Weşanxaneya Belkî, Amed, Sibat 2003. wergerandina bi tirkî Sisli Şehir. Kawa Nemir. Beybun Ankara 2004 3 gav û 3 darek. Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê kal de. roman. 2007. weşanxana Avesta. Stembol.Çapa duyem Avesta 2012 Mîrname. Roman. çapa yekem 2008. Çapa duyem 2012 Istembol. weşanxana Avesta. Wergera bi tirkî: Muhsin Kizilkaya. Ithaki. Istanbul. 2011. Wergera erebî Kalima, Ebû Zebî 2011. Wergera soranî Sebah Ismaîl, Endêshe, Silêmaniyê 2013 Martînê Bextewer. Avesta, Stembol. Gulan, 2012. Romana Kobanî. Dara Yayinlari. Diyarbekir. 2017 Romanên bi erebî Eşîq el-Mutercim, عشيق المترجم. Roman, Dubay, 2014. Dem Ela El Mizana دم على المئذنة. Roman, Qahire, Misir. 2014 Nawaqis Roma نواقيس روما Roman. Bêrût, Lubnan. 2016 Otubusa Kesk باص أخضر Roman. Mîlano. Îtalya.2019 Korîdora Efrînê, ممر آمن, Roman, Tûnis, 2019 Jînenigarîya Xebat, سيرة خبات, Şam, 2020 Destxeta Petersburgê, مخطوط بطرسبورغ, Tûnis 2021 Ew li hêvîya berbangê ne. إنهم ينتظرون الفجر Roman, Bêrût. 2022 Ellahî, اللاهي, Roman, Bêrût. 2022 Helbest Kela Dimdim, Destan. weşanên Rewşen û Melsa 1991 Bonn-Stembol. Çapa çaran: Avesta- Stembol havîn 2011 Sazek ji çavên Kurdistan re أغنية لعيني كردستان, Helbest bi kurdî û erebî. 1994. Sûrya Dîwana Jan. Helbest. 2010. Semakurd. Dubai Dîwana Jan. Helbest. 2012. Avesta. Stembol Werger û lêkolîn Mem û Zîn bi erebî; مم و زين çapa 1 Şam 1995. ilegal, çapa 2 Beyrût 1998, çapa 3 Dihok 2006, çapa 4. Şam. sibat(reşemî). 2008. çapa 5 Qahire. Misir 2014 Şiir we şueraa شعر و شعراء - مختارات من الشعر الكردي القديم و المعاصر pirtûkek biblografî li ser helbestvanên kurd yên kevn û nû. 1991 sûrya Mehabad ber bi olimpiyada xwedê de - Stembol 1996 helbesta Selîm Berekat wergerandin bi kurdî. weşanxana Avesta Bedayiulluxe بدائع اللغة ferheng Kurdî-Erebî wergerandin ji Farisî, 1997.Sûrye. çapa ilegal Elhedîqe el Nasiriyye الحديقة الناصرية في تاريخ و جغرافيا كردستان wergerandin ji farisî, bi erebî weşanxaneya Aras Hewlêr 2002 Sirûda baranê, helbestên Bedir elseyyab wergerandin ji erebî. Stembol Avesta1995 El Durr El Semîn fî şerhî Mem we Zîn الدر الثمين في شرح مم و زين werger û şiroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi zimanê erebî. Dihok weşanxaneya Spîrêz 2006. Mem û Zîn bi kurdiya îro. Avesta. Stembol. 2008 Adatul-Ekrad. رسالة في عادات الأكراد وتقاليدهم. pirtûka Mele Mehmûdê Bazîdî: adat û risûmatnameê Ekradiye. Abû Dabî. 2010. Adat û Risûmatnameê Ekradiye. pirtûka Mehmudê Bazîdî. wergerandina bi ser tîpên latînî ve û ravekirin. Weşanxaneya Nûbihar. Stembol. 2010 Mem û Zîn. şirove û bi kurdiya îro. Avesta Stembol 2010. Ferhenga Kurdistanî. kurdî/kurdî. Nûbihar. Stembol. 2010. متاهة الجن wergera romana Hesenê Metê: Labîrenta Cinan. Kalima. Ebû Zebî 2013 رماد النجوم Ariya (xweliya) Stêran. kurteçîrokên hilbijartî. Belavkirina Meqam, Qahire-Misir 2014 وطن من ضباب. Mijabad bi erebî. Qahire, Misir. Belavkirina Meqam 2014 Perik. Romana Selîm Berekat ji erebî. Weşanxaneya Ayrinti. Stenbol 2015 Şerha Dîwana Cizîrî. wergerandin. Dara. Diyarbekir. 2018 Xanî û Cizîrî: du stûnên wêjeya kurdî. Dara. Diyarbekir. 2018 Medya û Rojnamevanî Kovar û Rojname Torevan. Edîtor. Sûrî. 1986-1987 Welat, Welatê Me û Azadiya Welat. Nûner û nivîskar. 1992-2002 Avesta. Edîtor. Almanya. 2000-2002 Pêl. Edîtor. Almanya 2003 Diyarname. Qunciknivîs. 2007-2012 Hecelname (حجلنامه ). Edîtor. Swêd. 2003-2005 Tv`yên ku bi wan re xebitiye Medya Tv. 2001-2002. Bruksel. Nûçexwan û bernamevan Zenûbya Tv. Bruksel. 2009-2010. Nûçexwan û bernamevan Fîlm Mistek ax. ev çîroka jan Dost ji hêla derhênerê kurd Şiyar Ebdî bû kurte filmek Şano Çîroka xewna şewitî ku xelata yekemîn di pêşbirka çîroka kurdî li Sûriyê sala 1993 an wergirt, li Tirkiyê û Kurdistana bakur bû şano û li ser sahneyê hatiye lîstin. Girêdanên derve Nivîsarên Jan Dost yên di malpera Diyarnameyê Jan Dost: “Mixabin ku Hevsarê Zimanê Kurdî; Îro Di Destê Amatoran da Ye”, Hevpeyvîn:Latif Epözdemir, NAVKURD Video: Jan Dost mêvanê bernameya Wêje yê, Amadekar: Îbrahîm Seydo Aydogan, TISHK TV hevpeyvîn bi Jan Dost re جان دوست. ويكيبيديا Dost, Jan Dost, Jan Helbestvanên kurd Kesên ji Kobaniyê Jidayikbûn 1965 Wêjevanên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Xelatgirên Xelata Şerefnamê Mirovên zindî
1501
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Ebrah%C3%AEm%20Seydo%20Aydogan
Îbrahîm Seydo Aydogan
Îbrahîm Seydo Aydogan (z. 1976 li Qoserê, Mêrdînê) nivîskarekî kurd e. Jinenîgarî Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993'an de beşa mamostetiya edebîyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetiyê re edîtoriya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir. Ji destpêka sala 2001'ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003'an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê "Parîsiyên sedsala 15'an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de", lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006'an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser "wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de" amade kir. Ibrahîm Seydo di şanzdehsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996'an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne. Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999'an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003'an de derket. Pirtûka wî ya sêyem Hezkiriya Xwedê ko ji şeş çîrokan pêk tê, di sala 2005'an de çap bû. Herweha pirtûkeke wî ya helbestan, xebateke wî ya li ser rexneya kurdî ya edebî jî hene ku hê nehatine çapkirin. Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir. Ji sala 2007'an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye. Îbrahîm Seydo herweha pirtûka Orhan Pamuk ya bi navê Romannivîsê Pak û Dilovan (Saf ve Dusunceli Romanci) jî wergerandiye kurdî. Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013'an hate çapkirin. Berhem 1999 Reş û Spî, roman,  Weşanên Doz, Stenbol, 288 r. 2003 Leyla Fîgaro, roman,  Weşanên Mîr, Stenbol, 163 r. 2005 Hezkiriya Xwedê, çîrok,  Weşanên Belkî, Amed. 2013 Guman 1: Zimanê Kurdî, lêkolîn,  Weşanên Lîs, Amed. 2014 Guman 2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî, Weşanên Rûpel, Stenbol. Binêre Gotar û lêkolînên Îbrahîm Seydo Aydogan li ser Kurdîgehê Lîsteya romanên kurdî Girêdanên derve Hevpeyvîna Muhsin Seyda ligel Îbrahîm Seydo Aydogan Hevpeyvîna Yado Ciwan ligel Îbrahîm Seydo Aydogan Hevpeyvîna Vedat Cetin li gel Îbrahîm Seydo Aydogan Aydogan, Îbrahîm Seydo Kesên ji Qoserê Jidayikbûn 1976
1502
https://ku.wikipedia.org/wiki/Osman%20Sebr%C3%AE
Osman Sebrî
Osman Sebrî (jdb. 5 / 7 kanûna paşîn 1905, li gundê Narinceya Kolika Semsûrê, Bakurê Kurdistanê - li gundê Berkevir, li Başûrê Rojavaya Kurdistanê), mamoste, siyasetmedar, helbestvan û serokêşirê kurd bû. Ew yek ji helbestvan û nivîskarên rewteka kovara Hawarê bû. Apê Osman ji serokên êla Mêrdêsî bû. Ji xêncî helbestvanî û nivîskariyê, ew pardarî xebata rizgarîxwaz a gelê xwe jî bûye. Jînenîgarî Osman Sebrî di sala 1905ê de li gundê Narinceya Kolîka Semsûrê çêbûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bûye. Dema Osman Sebrî hêşta zarok bûye, bavê wî li sala 1915ê çûye ber dilovaniya Xwedê û apê Osman Sebrî ku bûye serokê nû yê êlê, ew xwedî kiriye. Di 16 saliya wî de apê wî Şikrî Axa jinek jê re anî û wisa ji xwendinê dûr ket. Ji wê jinê sê kur, du ji wan zû mirin û yê siyan kurê wî Welato bû. Piştî Serhildana Şêx Seîd, Osman jî digel herdu apên wî Şukrî û Nûrî li sala 1926ê hatine girtin û li zîndana Amedê hatine darve kirin. Osman du salan di zindana Denizliyê da maye û piştî efûyeka giştî, li sala 1928ê hatiye berdan. Di sala 1929ê de, careka din Osman digel 26 serokên kurd tê girtin, lê dîsa zû tê berdan. Ew di 24ê kanûna paşîn ayê pêşîna 1929ê de direve Sûriyeyê, bi maweya du salan wekî endamê Partiya Xoybûnê xebat dike û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihêreng dest bi nivîsandinê dike. Gelek helbestên wî hatine çap kirin û hîn yên ne çap kirî jî hene. Di 1944an de Apo Osman Sebrî de ji nû ve dizewice û xanima wî çerkesî bû. Bi tevahî pênc zarokên wan hene, sê kur (Hoşeng, Hoşîn û Heval) û du keç (Hingir û Hêvî). Sala 1957ê Apê Osman ligel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê de cih digire û wekî sekreterê partiyê tê hilbijartin. Osman Sebrî roja 11ê kanûna paşîn a sala 1993ê diçe rehma Xwedê û li gundê Berkevirê, li binxetê tê veşartin. Jiyana dîrokrêzî ya Osman Sebrî (Apo) 1905 - Ew di 7ê kanûna paşîn a 1905an de li gundê Narinceya Kolika Semsûrê çavên xwe vedike. 1915 - Bavê wî Sebrî Axa ji ber nexweşiya tîfo di bihara 1915an de diçe ber dilovaniya Xwedê. 1922 - Apê wî jinek jê re anî û wiha ji xwendina dibistana "Rûştiye" dûr ket. 1928 - da dawiya vê salê di zîndana Denizli de 1929 - li Meletîyê didin dadgeha Cengî (Dîwanî Herb) 1929 - Ew di 24ê kanûna pêşîn a 1929an de derbasî binxetê (Sûrî) dibe û dibe endamek ji endamên partiya Xoybûn 1930 - vedigere Bakurê Kurdistanê 1930 - Dûrxistin (sirgûn) li bajarê Reqa 1930 - Di 1ê tîrmeha vê salê de dîsa dikeve Bakurê Kurdistanê bo alîkariya Şoreşa Agiriyê 1930 - meha 10an xweveşartin di nava Inizan de 1930 - dawiya salê derbasî Kurdistana Başûr (Barzan) ji bo xwe bigihîne Birkoyê Celalî, Şoreşa Agirî 1931 - meha gulanê li Mûsil û Bexda di girtîgehê de 1931 - meha hezîranê rev nav Bedewîyan li Tilelqed 1931 - meha çiriya paşîn heya sala 1935an dûrxistin li Aman û Filistîn 1935 - direve nav eşîra Berazan, tê dîlgirtin du mangî di girtîgehê de 1936 - Dûrxistin li girava Madagaskar (Afrîka) 1937 - vegerandina Lûbnanê 1938 - vegerandina Şamê û heya sala 1941ê danxwandina zarokên kurd di "Nadî Seleheddîn" de 1941 - payîza vê salê dîsa direve Kurdistana Bakur (bi tevî lawê xwe Welato yê ku paşê tê şehîdxistin) 1942 - heya sala 1943an xebat di kovara Hawarê de, tev Celadet Bedirxan 1944 - heya sala 1949an karmendiyê dike û bi destê wezîrê (neroyê) hundirî tê avêtin (ji ber xebatên wî yên Kurdewarî) 1956 - danîna hîmê Partiya Demokratî Kurdî li Sûrî 1960 - heya sala 1962an di girtîgehê de 1962 - heya sala 1963an li Beyrût 1963 - 23.05 ya vê salê heya 31.12.1964 di girtîgehê de 1969 - 14.06 ya vê salê dikeve nav Kurdistana Bakur, ji ber ku di 16.03.1969an de biryara 2 sal girtîgehê li ser hatibû dayîn 1972 - heya sala 1973an dîsa di girtîgehê de, li Şamê 1973 - Dewleta Sûrî ji bo wî biryara çavnêriya nêzîkî (Nezareta binçavî) ya temendirêjiyê dertîne û heya dawiya jiyana xwe di bin kontrola polîsên Surî de jiya. Kurtehelbestek ji Osman Sebrî Maf Ger zilmê hene top û tifing, keştî û leşker Têk de dişîne ser xwedîmaf pê rê dike şer Ew tev nikarin destên wê yên pola bibestin Zorbaz û sîtemkarên keleş tê de diwestin Her maf wekî ro nayê veşartin bi tevayî Bayek tê, dibe ewrên di reş, zû dike sayî Şam, 1960, Zîndana Mêzê çavkanî: Arşîva Bablekan Berhemên wî Alfabeya kurdî ya latînî, 1954. Bahoz, Şam, 1956. Derdên me, gotar û çîrok, Şam, 1956. Çar leheng, Şam, 1984. Gotinên xav napijin bê tav, helbest, Almanya, 1981. Helbestên vê dîwanê hêja Hemereş Reşo ji kovarên Hawar û Ronahiyê daye hev û pêşgotina xwe û pêşgotina Dr. Nûredîn Zaza çapkir. Elifbêya tekûz, Şam, 1982. Berseva hoşeng, Şam, 1992. Çavkanî Nivîsa Konê Reş li ser Osman Sebrî Osman Sebrî Helbestvanên kurd Nivîskarên kurd Jidayikbûn 1905 Mirin 1993 Nivîskarên zimanê kurdî Kesên ji Kolikê Kurdên sedsala 20an
1503
https://ku.wikipedia.org/wiki/P%C3%AEr%20Rustem
Pîr Rustem
Pîr Rustem nivîskarê kurd e. Pîr Rustem di sala 1963an de li gundê Çeqela gundekî ji (Efrînê) ji başûrê biçûk hatiye dinyayê. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar bajarokê (Cindirêsê) dikin û heya ku xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha Helebê de, ew çend salan li wir derbas dike, lê ji berî ku xwendina endezyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide. Wî gelek çêrok û gotar di rojname û kovarên Kurdî de belav kirine wek: Stêr, Pirs, Zanîn, Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Newroz û hwd. Berhemên wî yên çapkirî û hatine weşandin Çivîkên Beravêtî, Çêrok , ji weşanên kovara Aso, Bêrût, 1992 Pilindir, Çêrok , ji weşanên kovara Aso, Bêrût, 1993 Pûtvan, Çêrok , ji weşanên Merxê, Bêrût, 1998 Rustem, Pîr Nivîskarên kurd
1505
https://ku.wikipedia.org/wiki/N%C3%BBred%C3%AEn%20Zaza
Nûredîn Zaza
Nûredîn Zaza (jdb. 15ê sibata 1919an li Madenê, Împeratoriya Osmanî – m. 7ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû. Nûredîn Zaza kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurdperwer de rabûbû. Bavê wî Ûsiv Efendî û birayê wî yê mezin Ehmed Nafiz Beg, hevalbendên Şêx Seîd bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijî dewleta tirk ya nijadperest. Pismamê wî Osman Efendî di wê şoreşê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Bakurê Kurdistanê, desthilata tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk Nûredîn binxet dibin Sûriyê ku di bin mandata Fransayê de bû. Dr Ehmed Nafiz, kesatiyeke hekîm, tekûz û mêrxas bû. Hatina wî ya Kurdistana Sûriyê bû hêzeke nû ji Xoybûnê re. Ew roleke girîng tê de dileyîze û di salên çilan de serokatiya wê dike. Di warê bijîşkiyê de Dr Nafiz bi kar û xebateke mezin li herêma Cizîra Sûrî dirabe. Wê çaxê, êş û nexweşîyên weke êşa zirav, melariya, tîfo, sorik û xûrî belav bûn û mezin û piçûk bi wan êşan diçûn. Dr. Nafiz êşên cih nas kirin û li ser destên wî yên pîroz bi dihên hezran nexweş saxbûn. Ji lewra, baweriya xelkê bi bijîşkiya Dr. Nafiz zêde bû û nav û dengên wî ne tenê li herêma Cizîrê, lê belê di Sûrî tevî de belav bûbû. Nûredîn vêce, li Rojavaya Kurdistanê di bin sih û perwedeya Dr. Nafiz de mezin dibe. Ew ne tenê bira ye jê re, lê belê ew dibe bav û mamoste û rêber jî. Herwesa, Nûredînê piçûk, di nav civata welatparêz û girgirekên kurdan de mezin dibe. Di salên sihan de, gelek şoreşger û rewşenbîrên kurdan ji ber zilm û zora rêjîma Atatürk ya nijadperest binxet bûbûn Sûriyê. Ji wan Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axayê Eliyê Ûnis, Nûrî Dêrsimî, endeziyar Arif Ebas û hin dîtir. Wê tesîra wan camêran di warê netewe-perweriyê de li Nûredîn hebe. Bi wext re, wê Nûredînê dagirtî bi rihê şoreşvaniyê bide ser şopa wan û barê kurdîtiyê giran bigire xwe û doza mafên gelê xwe yê kurd bike. Çalakî û xebatên Nûredîn Zaza Ew kuştar û qetlîamên mezin, ku dewleta tirk dijê kurdan li Bakur û nexasim li Dêrsimê pêk tanî, Nûredîn di dil de têşîne. Vêce ew raporekê derbarî wan bûyerên xirab û hov dinivîse û dide pêşiya hevalên xwe ji xwendekarên dibistana fransawî li Şamê û çendek ji xwendekarê tara kurdan û diçin radestî balyozxaneyên dewletên biyanî dikin. Di sala 1937an de, dîse jî bi serokatiya Nûredîn, civateke xwendekaran bi navê Hêvî li Şamê tê damezrandin. Civata Hêvî, rihê netewî di nav xwendekarên kurd de geş dike û pirsa gelê xwe bi rê ya balyozxaneyên derve ku li Şamê heyî, digihîne Lîga Neteweyan. Di paşiya sala 1937an de, Nûredîn Zaza û çend hevalên xwe, tîmeke fûtbolê bi navê Kurdistan li Şamê çêdikin. Tîma Kurdistan pir xweş dileyize û pêlewaniya Sûrî distîne. Nûredînê 20 salî, çalak û jêhatiyê di warê rojnamegeriyê de. Di nivîsên xwe de, ew tekez dike ser fêrkirina zimanê kurdî û di kovarên Hawar û Ronahî de berhemên wî hene. Mîr Celadet Bedirxan, çîrokên wî yên kurt bilind dinirxîne û wî weke Çexovê kurdan bi nav dike. Bûyera kû di sala 1942an de bi Nûredîn re di tirênê de qewimî bû (xwe ji tirênê avêtibû) û helwesta wî ya cesûr bi herdû mamosteyên tirk û cendirmeyan re, didin xuyanîn bê çiqas ew mirovekî zane mêrxas bû. Nûredîn, her û her amade ye ku tiştekî ji miletê xwe yê kurd re bike. Gava jê re dibêjin: em dikarin te bigihînin nik seydayê Barzanî û komela Hêwa, ew yekser qebûl dike, û dev ji mal û mewdanên xwe digere û diçe. Lê mixabin, wan li ser sînorê Sûrî bi Iraqê re digirin û salekê Nûredîn di girtîgehên Mûsil û Emara û Bexdayê de girtî dimîne. Li Bêrûdê, sala 1945an, dema ku Nûredîn Zaza xwendina xwe li zanîngiha fransawî dike, ew şûna Mîr Kamîran Bedirxan di Radyoya Libnanê - beşê kurdî de digire û bi karekî mezin di behiskirina pirsa kurdî û ragihandina xeber û nûçeyan ji her çar parçeyên Kurdistanê dirabe. Piştî ku hikûmeta Libnanê beşê kurdî di Radyoyê de digire, Nûredîn dibistanekê şevane diveke ji bo kurdên Libnanê fêrbike zimanê kurdî. Di sal 1947an de, Nûredîn Zaza derenca Lîsans di zanîstên siyasî de ji Zanîngiha Fransayê li Bêrûdê distînê û berê xwe dide Swîsreyê da xwendina xwe ya bilind bidomînê. Li Swisreyê, qonaxeke nû û girîng di jiyana Nûredîn Zaza de dest pê dike. Ew çiwe wir xwendina xwe temam bike, lê pirsa miletê wî yê kurd di bîrê de ye. Wî li ser xwe ferz didît ku her xizmetê jê re bikê. Sekin ji Nûredîn re nîn e. Li Zanîngeha Lozanê, ew di ber xwendina xwe re, kurd û Kurdistanê bi xwendekaran dide naskirin. Gava dibîne ku xwendekarên kurd hewceyî rêxistinekê ne ku wan bide hev û bi heve girêde (da bikaribin bi awakî fermî dan û sitandin û têkiliyan bi berpirsiyarên swîsrî û rêxistinên biyanî re pêk bênin), ew komela xwendekarên kurd li Ewropayê sala 1949an didamezrîne û dibe serokê wê û kovarekê bi sernavê Dengê Kurdistan derdixin. Nûredînê zane, degel, û cesûr, illeh deng û pirsa miletê xwe û zilm û zor û te’dariya ku lê tê kirin bigihîne sazî, forûm û kongireyên navnetewî ku li Ewropayê dihatin lidarxistin. Li Budapêştê paytexta Mecaristanê, di Festîvala Xortên Cîhanê de, sala 1949an, bi ser hemû astengiyên ku partiyên komunîst yên rojhilata navîn (ya sûrî, tirkî û îranî) li pêşiyê didanîn, wî weke nûnerê kurdan xwe têde ferzkir û qesîdek li ser rêber û qehremanê neteweya kurd Mistefa Barzanî li pêşiya 5000 kesî xwend. Piştî çend rojan ji wê Festîvalê, li Sofyayê paytexta Bulgaristanê li kongireya xwendekarên cîhanê, wî weke nûnerê Kurdistanê qebûl dikin. Nûredîn Zaza di bîranînên xwe de dibêje: "Ew serkeftineke mezin bû. Vêce ez rehet û bi dilekî xweş vegerehame Swîsreyê". Li Fransayê jî wilo, gava Neteweyên Yekbûyî, cihê xwe di Sera Şapo de digirt, Nûredîn endamê şandekê bû ku raporekê ser rewşa kurdan bide, bizav û hewildanên xwe dike ku bigihe nûnerên dewletan de guh bidin pirsa kurdî û wê di cìvînê de guft û go bikin û li her derê jî wilo, Nûredîn bêtexsîr e. Raste Nûredîn yek bû, lê wî hamberî 100 çalakvanî kar û xebat dikir. Nûredîn Zaza û Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê Di sala 1956an de, Nûredîn Zaza du karên pir girîng pêk tîne. Yê pêşî, ew doktoriya di zanistên perwedeyiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre. Karê didwan, ew Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê didamezrîne. Dûv re, ew dide rê û divegere Sûriyê. Di bîranînên xwe de Bîranîn¡, Dr Nûredîn Zaza dinivîse: “di paşiya hezîrana sala 1956an de, ez bi hisret bûm ku ez tiştekî ji kurdan re bikim. Min rabû da rê, di rêya deryayê re Îtalya-Bêrûd, berê xwe da Sûriyê. Li Bêrûtê, piştî 9 salan ji mayîna li xurbetê, bira yê min yê mezin Dr Nafiz û hin dostên me yên dilsoz, hatibûn pêşwaziya min. Çawa ez ji gemiyê peyabûm, min naskir ku Kurdên Sûriyê ji mêj ve li hêviya vegera minin. Vêce gelo ezê bikaribim wan ji bin sitem û te’dariyê xilas bikim û maf û daxwaz û meremên wan di heyif û salên werin de bi cih bênim, yan na?!”. Nûredîn Zaza û Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Li Sûriyê, Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê kurd xirab e. Ji kinarekî ve, kurd ji nijadperestiya partiya Be's di metirsiyê de ne. Li kinarê dîtir, Partiya Komunîsta Sûriyê, ya qaşo Internasyonalîst, xwe ji neteweya ereban re kiribû parêzer, lê li dijê kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên neteweyî dikirin û ew bi şovînîzmê tometbar dikirin. Nûredîn Zaza dinivîse: “di rewşeke wesa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herwesa, welatparêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin û di paşiya sala 1957an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (PDKS) hate damezrandin”. PDKS, ji serokatiya xwe re, Nûredîn Zaza dihilbijêre û di demeke kurt de gelek kurd tevlû Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav kurdan de. Lê di salên 1958 - 1961ê de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma Cemal Evdul Nasir ya dîktatûr de ye. Di wan her sê salan de rewşa siyasî, ewlekarî û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê Nasir li Sûriyê Evdihemîd Elserrac û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin û nemaze li kurdan û helbet li PDKS, ku hebûna wê weke xetereke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Vêce rêjîma Nasir, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û aborî dike sukra gelê kurd de û PDKS de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên PDKS û serokê wê Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendkê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Nûredîn Zaza û 31 heval di hepis û zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên kurd gelekî têne lêxistin û îşkencekirin. Belê, behra mezin ji jiyana Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû. Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên kurdî Hawar û Ronahî û biyanî de nivîstibûn. Herwesa wî Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû û di sala 1982an de, wî pirtûkek bi navê Ma vie de Kurde (“Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd”) nivîstibû, tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû. Her wisa Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Nûredîn Zaza ji kurdan re gotibû: “Gelî Kurdan! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê”. Salên dawî yên Nûredîn Zaza li Swîsreyê Dr Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Swîsrayê dimîne. Li wir, ew di 1972an de bi keçeke swîsrî bi navê Gilberte Favre re dizewice û di 1973an de kurikê wan çêdibe, nav lê dikin Chango Valéry (Şêngo Valéry). Nûredîn Zaza di 7ê çiriya paşîn a 1988an de, ji ber nexweşiya penceşêrê mir. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê hat veşartin. Berhemên wî Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, Swêd, 1973. Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977. Ma vie de Kurde, Pierre-Marcel Fauvre Publi, SA, Lozan, 1982. Keskesor, Weşanên Nûdemê, Stockholm, Swêd, 1995. Bîranîn, Avesta, Stembol-Amed, 2008. Gulê, Weşanên Lîs, Amed, 2015. Çavkanî nivîskar Siyasetmedarên kurd Neteweperwerên kurd Nivîskarên kurd Kesên ji Elezîzê
1506
https://ku.wikipedia.org/wiki/Rojen%20Barnas
Rojen Barnas
Rojen Barnas (Berfenbar 1944 an li Farqînê), şanenavê Mehmet Gemici ye ku helbestvanekî kurd e. Rojen Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re Kovara Tîrêj derxist, her di wan salan de kitêbeke şiîran bi navê Li bandeva spêde weşand. Barnas bi wê kitêba xwe riyeke nû di şiîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek şaîrên nû kir. Rojen Barnas mîna gelek rewşenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk bike û piştî 80yî li Swêdê bi cih bû. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs nivîsandine. Barnas heta niha ev kitêb weşandine; Berhem Li bandeva spêde, helbest, weşanên Tîrêj, 1979 Heyv li esmanê Diyarbekirê helbest, 1983 Hingê kurteçîrok, weşanên Nûdem, 1997 Milkê Evînê, helbest, weşanên Nûdem, 1995 Şiîr -1- (berhevoka du kitêbên wî ne) weşanên Nûdem, 2002 Bi Kurmanciya Gewr bend û nivîs, weşanên Nûdem, 2005 Kadiz Hemû helbest û Yelda, weşanên Nûbihar, 2013 Sîlvan/ Silîvan / Farqîn , Weşanên Nûbihar, 2013 Nivîskarên kurd Helbestvanên kurd Jidayikbûn 1945 Nivîskarên zimanê kurdî Mirovên zindî Kurdên Bakurê Kurdistanê
1507
https://ku.wikipedia.org/wiki/Dimil%C3%AE%20%28e%C5%9F%C3%AEr%29
Dimilî (eşîr)
Dimilî, Dunbulî an jî Dumilî, eşîreke mezin ê kurdan e. Li Erzîromê, Şêxalê, Sêwregê û Makûyê. Navê Dimilî di sedsala 11'mîn de, di nav eşîrên Kurdên ên li Surî derbas dibe. Herwuha îro jî gundekî bi navê Dumilî li herêma Çiyayê Kurmênc de heye. Şerefxanê Bedlîsî diyar dike ku, Dimilî esle xwe ji Botan û dînê wan Êzdî bûye, paşê bibûne Misilman. Ji wan rê "Dunbuliye Boxtî" hatiye gotin. Di sedsala 16. de mîrengeha Sekmanabade û wextekî jî a Hekariye di destê wan de bûye. Ziman û Ol Dimilî ên Sekmanabade (Makû) Şiîne, zûdaye asîmîle bûne û wa 200 sale tenê bi Tirkî diaxavîn. Ên Erziromê û Sêwrege hemû Misilman in û li Erziromê navçeya Xinûsê û Qereyaziyê Kurmancî û li Sêwrege Dimilkî diaxavîn. Li Şêxan û Şengale jî Kurdên ji wê eşîre hene, li vir bi Kurmancî diaxavîn û Êzdî ne. Çavkanî Die Dimilî-Kurden "Donbolî" = Dimilî di Iranica´de Eşîrên Rojavaya Kurdistanê Eşîrên dimilî
1513
https://ku.wikipedia.org/wiki/Lerzan%20Jand%C3%AEl
Lerzan Jandîl
Rojnamevan-nustox Lerzan Jandîl serra 1958 de dewa Xelefan, Gimgim de amo dinya. Tawoke dewa dê de mekteb beno ra, o panc serre bîyo. Sebeta ke shagirtî kêm bîye, o kî girewto mekteb. Hîrê serrî dewa xo de waneno. Hardlerzê serra 1966î de shono Mardîn û mektebê verênî naca qedêneno. Serra 1974 de Mektebê musnedaranê mektebanê verênî qedênbeno û hewt serrî musnedarîye keno. O cuntaya 1980 ra dime xêlê rayan êno girewtene. L. Jandîl serra 1982 de mecbur maneno welatê xo û 1985 de kî Tirkîye terk keno, êno Almanya. L. Jandîl Almanya de sey pedagogî, bi domananê 3 ra hetanî 6 serriyan xebetîno. Xêca naye ziwan, tarixê kurdan yê sedserra pêynîye û dînan ser ro kî gurîno. Na derheq de rojnaman û kovaran de nivisê xo vecînê. Jandîl wayîrê di domanano. Berhem Pirtûkê Wênan bi ABC 1 - 1998, Almaniya (Bi Alan Dilpak) Pirtûkê Wênan bi ABC 2 - 1998, Almaniya (Bi Alan Dilpak) Wendene Roshtî ya - 1998, Almaniya (Bi Alan Dilpak) Niyade, Binivisne, Birengne - 1998, Almaniya (Bi Alan Dilpak) Jandîl, Lerzan
1516
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20kovar%20%C3%BB%20rojnamey%C3%AAn%20kurd%C3%AE
Lîsteya kovar û rojnameyên kurdî
Rojname Ewropa Bangî Kajîk, Berlîn, 1968 Armanc, Swêd, 1979 Berxwedan, Swêd, 1983 Zayele (kovar), Darmstadt (Elmanya), 1996 Peyama Kurd, Elmanya, 2004 (k-z-s) Roja Welat, Înternet, 2004 Tirkiye Kürd Teavün ve Terakki, Stembol, 1908 Şerq û Kurdistan, Stenbol, 1908 Amida-i Sevda, Stembol, 1909 Peyman Dîyarbekir, 1909 Rojî Kurd, Stembol, 1913 Yekbûn, Stembol, 1913 Jîn, Stembol, 1918 Jîn, Stembol, 1920 Dîcle-Firat, Stenbol, 1962 Roja Welat, Enqere, 1977 Kawa Stenbol, 1980 Rojname, Stenbol, 1991 Azadî, Stenbol, 1992 Welat, Stenbol, 1992 Dengê Azadî, Stenbol, 1994 Welatê me, Stenbol, 1995 Ronahî, Stenbol, 1995 Nûroj, Stenbol, 1996 Azadiya Welat, Diyarbekir, 1996 Jiyana Rewşen, Stenbol, 1997 Roja Teze, Stenbol, 1999 Dema Nû, Diyarbekîr, 2001 (k+t) Rojî Kurd Hetawî Kurd, Stenbol, 1913 Yekbûn, Stenbol, 1913 Rojî Kurd, Stenbol, 1913 Jîn Stenbol, 1918 Kurdistan, Stenbol, 1919 Deng , Stenbol, 1963 Dengê Teze, Stenbol, 1963 Rizgarî, Enqere, 1976 Xebat, 1978 Têkoşîn, Stenbol û Belcîka, 1979 Jîna nû, Wan, 1979 Dengê Kawa, Enqere, 1979 Kawa, Stenbol, 1979 Ala Rizgarî, Stenbol, 1980 Medya, Stenbol, 1988 Medya Güneşi, Stenbol, 1988 Deng, Stenbol, 1989 Newroz, Stenbol, 1991 Govend, Diyarbekir, 1991 Tewlo, Stenbol, 1992 Agirê Newroz, Stenbol, 1992 Nûbihar, Stenbol, 1992 Ehmedê Xanî, Bazîd, 1992 Serketin, Stenbol, 1992 Hevdem, Stenbol, 1993 Zend, Stenbol, 1996 Jîyana Rewşen, Stenbol, 1996 Hêvî Stenbol, 1996 Serbestî, Stenbol, 1998 Tîrêj, Çileya Pêşîna 1979an de li Îzmîrê Pîne, Stenbol, 1999 Pelîn, Stenbol, 1999 Tîroj, Stenbol, ? (k+t) Esmer (kovar), Stenbol, 2005 Ajda, Enqere, ? Çirûsk, Amed, 2007 Hinar (kovar),Îzmîr 2009 Kurdiname (kovar),Amed 2019 Başûrê Kurdistanê Hawlatî (s) Xebat Alay Azadî Nûbûn, Duhok, 2003 Cihên din Kurdistan (rojname), Qahîre (Misr), 1898 Kurdistan, Azirbeycan, Barzan, USA, 1981 Riya Teze (rojname), Rewan, 1930 Kovar Ewropa Roja Nû, kovar,Swêd 1978-2001 Armanc, Swêd, 1979 Avaşîn, Swêd, 1979 Bîrnebûn, Elmanya, 1997 Hêvî, Stockholm, 1981 Jîna Nû, Swêd, 1992 Lêkolîn, Berlîn, 1995 Mehname, Înternet, 1999 Dengê Penaber, Elmanya, 2000 Başurê Biçûk ê Kurdistanê Hawar, Sûrî, 1931 (k) Ronahî, Sûrî, 1931 Başûrê Kurdistanê Kovara Dengê Me Kovara Metîn Kovara Peyv Kovara Kepir Kovara Sivore Kovara Gazî Kovara Nûbûn Kovara Laliş Kovara Vejîn Kovara Gulan Kovara Raman Kovara Karwan Kovara Tendirustî û Komel Kovara Duhok Kovara Zirîmok Cihên din Kovara Kurd, USA, 1963 Nûdem Rewşen Rojev (k-z) Serbestî Stêrk Vate (z) Veger Dengê KOMKAR,Almanya, 1979 Berbang, Swêd 1981 (z) zazakî, (k) kurmancî, (k-z) kurmancî û zazakî, (s) soranî. Lîste
1517
https://ku.wikipedia.org/wiki/Suzan%20Samanci
Suzan Samanci
Suzan Samanci (jdb. sala 1961 li Heşolê, Amed, Bakurê Kurdistanê) nivîskareke kurd e. Bi pirtûkên xwe yên bi tirkî tê naskirin. Samanci di 1961ê li gundê Heşola Amedê hatiye dinyayê. Wê sereta bi ristina helbestan dest bi edebiyatê kir. Helbestên wê yên pêşîn di nav salên 1985-1987an de li kovara Sanat Olayı weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşî di pirtûka bi navê Eriyip Gidiyor Gece (Şev dihele û diçe) de dan weşandin. Pirtûkên wê yên çîrokan, di sala 1993an de Reçine Kokuyordu Hêlîn (Bêhna gêzoyê ji Helînê dihat), di sala 1996an de Kıraç Dağlar Kar Tuttu (Çiyayên bejî berfên girtin) weşiyan. Reçine Kokuyordu Hêlîn, li Swêdê bi zimanê almanî, li Spanya û Belgiyayê jî bi zimanê flamanî weşiyan. Kıraç Dağlar Kar Tuttu jî, li Mecaristanê çap bû. Dîsa, Reçine Kokuyordu Hêlîn bi navê Bajarê Mirinê ji Weşanên Avesta derçû. Pirtûka wê ya bi navê Kıraç Dağlar Kar Tuttu di pêşbaziya çîrokan a Orhan Kemal de duyemîn xelata sala 1997an wergirt. Çîroka Samanci ya bi navê Perili Kent (Bajarê bi perî) di pêşbaziyeke "Radyoya Dengê Almanyayê" de, di nav 25 çîrokên pêşîn de hate nirxandin û bi zimanê tirkî û almanî weşiya. Çîroka wê ya bi navê İki Anne (Du dayîk) jî bo îngilîzî hate wergerandin û di kovara PENa Navnetewî de weşiya. Di sala 2015an de pirtûka wê ya ewil a kurdî ya bi navê Ew jin û mêrê bi maskê ji Weşanên Avesta derket. Berhemên wê Eriyip Gidiyor Gece, çîrok, 1991. Reçine Kokuyordu Helin, çîrok, Weşanên Can, 1993, û Weşanên İletişim, 1996. Kıraç Dağlar Kar Tuttu, çîrok, 1996, Weşanên Can. Bajarê mirinê, çîrok, Weşanên Avesta, 1996. (ISBN 975-7112-08-9). Suskunun Gölgesinde, çîrok, Weşanên İletişim. Stembol, 2001. (ISBN 9789754708721). Siya Bêdengiyê, Weşanên Aram (Roşan Lezgîn ji tirkî wergerand kurdî), 2002. (ISBN 975-8242-51-2). Korkunun Irmağında, roman, Weşanên Metis, 2004.. Halepçe'den Gelen Sevgili, roman, Weşanên Sel, 2009. Ew jin û mêrê bi maskê, çîrok, (Pirtûka yekê ko bi kurdî nivîsiye) Weşanên Avesta, Stembol, 2015. (ISBN 9786059082105). Koca Karınlı Kent, roman, Weşanên Aytıntı, 2016. Mîrzaye reben, roman, Weşanên Avesta, 2019. Çirokên Jinên Dilşikestî Weşanên Avesta 2021 Bîblyografî derheqê Suzan Samancî Tufan Erbarıştıran, Suzan Samancı’nın Öyküleri Üzerine Bir Deneme, Istanbul, Dorlion Yayınevi, 2019, 198 p. (ISBN 978-6-05249259-8). Suat Baran, Dilsel Travmadan Sessizlik Hallerine: Suzan Samancı, Istanbul Bilgi Üniversitesi, 2014, 109 p. Nivîskarên kurd ên jin Nivîskarên kurd Kesên ji Amedê Nivîskarên zimanê tirkî Jidayikbûn 1961
1518
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tor%C3%AE
Torî
Torî (nivîskar) Torî (kesên ji herêma Torê (Tûrabdîn) Torî (devoka kesên ji Torê)
1519
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmet%20Kemal%20I%C5%9F%C4%B1k
Mehmet Kemal Işık
Mehmet Kemal Işık an jî Torî (jdb. 1931 li Midyad - m. 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an Stembol) nivîskarekî kurd bû. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana "Dicle Köy Enstitüsü" (Erxanî) mamosteyî xwend. Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê "Qolinç" li Stokholmê hate weşandin. Paşê bi navê "Sîlan" kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê "Mendik" romanek nivîsand û da weşandin. Torî di wextekî navbir de bi nivîsandina kurteçîrokan û bi kitêbên tarîxî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin. Di heman wextî de jî ew ferhengeke kurdî-tirkî ya bi 12.800 peyvî nivîsandiye. Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, di 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an de li Stembolê mir. Kitêbên wî yên kurmancî Qolinç - (kurteçîrok, Komal Basım, 95 rûpel, 1985 yan 1992) Şîlan (kurteçîrok, 1990) Rêziman - (1990) Destpêka xwendin û nivîsandina kurdî (111 rûpel, 1992) Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 1ê: (weşanxana Koral, 496 rûpel, 1992) Alfabeya Kurdî - (1992) Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 2a: (Weşanên Berfîn, 615 rûpel, 1999) Ferheng Kurdî-Tirkî, Türkçe-Kürtçe - çapa 3a (Weşanên Berfîn, 832 rûpel, 2004) Mendik - çapa 1ê (roman, Weşanên Berfîn, 195 rûpel, 2002) Mendik - çapa 2a (roman, Weşanên Berfîn, 421 rûpel)(çavkanî divê were kontrolkirin, ji ber ku sala ku tê şanîkirin 2000 e, lê çapa pêşî di sala 2002a de derketiye) Girêdanên derve https://candname.com/di-diroknasiya-kurdan-de-emreki-diroki-ape-tori/ Çavkanî Nivîskarên kurd Mêr Jidayikbûn 1931 Mirin 2010
1521
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ed%C3%AEp%20Karahan
Edîp Karahan
Edîp Karahan (1926-1976) nivîskarê kurd bû. Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin, ew di sala 1930'î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Lê li gor ku merivên wî yên emirmezin dibêjin, ew di meha nîsanê ya ku piştî Şêx Seîd hatiye daliqandin de çêbûye. Loma jî qeneeta xurt ew ku di sala 1926an çêbûye. Ew lawê Hecî Cemîlê Şêxmûsê Hecî Osmanê Reşo ye. Navê dêya wî Hecî Semo ye. Ew ji eşîra Mahmudan e. Mahmûdî yek ji pênc eşîrên Dêrikê ye. Piştî Hecî Osman, Êlasoyê kurê wî bûye serokê eşîrê. Ji ber kurdayetiya Êlaso, Edîp Karahan di zaroktiya xwe de dihere (bi dê û bavê xwe re derbasî Binya Xetê dibe) sirgûnê. Wî heta bi lîseyê li welêt xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya Dadê ya Stenbolê de çê bike, bi qancî salekê li Fakulteya Edebiyatê, besê felsefeyê xwendiye. Ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Ji ber wê jî di sala 1953'an de ji ber îthama bangeşeya komunîzmê tê girtin, lê pasê berat dike. Ew di dema telebetiya xwe de di gelek kovar û rojnameyên tirkî de nivîsan dinivîsîne; (Forum, Yeni Gün, Yeni Ortam hin ji wan in) û di sala 1957'an de, ji ber nivîseke xwe ya di Forumê de şeş mehan dikeve hepsê. Edîp Karahan di sala 1962an de bi navê Dîcle–Firat rojnameyeke mehane derdixe û ew bi navên cûda di vê rojnamê de dinivîsîne. Wî bi naznavê Reşo jî di vê rojnameyê de çîrok nivîsîne. Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hepsan de dimîne. Ew di sala 1963an de bi navê daweya "23yan" de tê girtin. Di sala 1971ê de ji daweya DDKO'yê tê girtin û heşt sal ceza lê tê birîn. Piştî sal û nîvekê ji vê daweyê xelas dibe û piştî derdikeve derbasî Kurdistana başûr dibe. Li Kurdistana başûr bi navê Mam Azad tê bi nav kirin. Ew demekê di beşê ragihandinê de dixebite û paşê jî li dadgeha Comanê dadgeriyê dike. Karahan, di 15'ê gulanê sala 1976'an de çû ser dilovaniya xwe. Ew zewicî bû û bi navê Tûrcel, Welat û Şiyar sê kurên wî hene. Girêdanên Derve Dîwana Edîp Karahan NNivîskarên kurd Jidayikbûn 1926 Mirin 1976
1523
https://ku.wikipedia.org/wiki/Kamiran%20Al%C3%AE%20Bedirxan
Kamiran Alî Bedirxan
Kamiran Alî Bedirxan parêzger û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Jînenîgarî Kamiran Alî Bedirxan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Konstantînopolîsê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Beyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Beyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin. Kamiran Bedirxan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Zanîngeha Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir. Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêb nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tune bin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine. Kamiran Alî Bedirxan di salên 1940î de, dersên xwendina kurdî dida kurdên Libnanê li zanîngeha Layîk ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên kurdî yên radyoya Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte du caran bû, roja çarşemê û roja înê. Kamiran çend kitêbên xwe jî çap kiribû li çapxaneya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat. Kamiran Alî Bedirxan serek da Kurdistana Başûr sala 1970 û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbixwe xiste dilê giştiya guhdêran. Kamiran Alî Bedirxan sala 1971ê serek da kurdên Beyrûta Libnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke kurdî ramyarî bi awayekî fermî pejirand, û destûra xebata ramiyarî da kurdên Libnanê. Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû çand, ziman û wêjeyê kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir. Jiyana polîtîk Di salên 1991an de wekî malbatiyên xwe yên din ew jî endamê Civata Bilindkirina Kurdistanê bû. Di sala 1919an de Kamuran û birayê wî Celadet Bedirxan di geştên xwe yên li Iraqê de digel zabitê Brîtanî Edward Noel bûn. Edward Noel afirandina neteweyek fermî ya Kurdistanê dinirxand. Bedirxan dijberê tevgera serxwebûnê ya Atatürk bû û di sala 1919an de ji aliyê dewleta Brîtanya ve li Stenbolê biryar hate dayîn ku beşdarî kongreya Sêwazê de û Mustafa Kemal Atatürk hevdîtin pêkbîne. Ew û gelek kes, birayê xwe, parêzgarê Xarpêtê û zabitê Brîtanî Edward Noel re ket rê lê hevdîtin pêk nehat. Kamuran dijberê Kemalîzmê bû û dema ku Komara Tirkiyê di 1923an de hate ragihandin, wî berê xwe da welatê Almanya koçê wir bû. Çendekî bi xizmên xwe re li Munîhê dijî. Wî li Zanîngeha Ludwig Maximilians hiqûq xwend û piştî ku xwendina xwe li Zanîngeha Leipzigê dewamkir û li wir jî xelas kir. Di sala 1927an de ew li Sûriyê bicîh dibe û li Beyrûdê wekî parêzer kar dike. Beşdarî rêxistina Xoybûn dibe û di derxistina rojnameya kurdî Hawar de alîkariya birayê xwe dike. Di salên sihî de ew li Berlînê ma û bi Karl Hadank Îranî re hevdîtinek pêk anî. Di navberên salên 1942 û heta 1946an de li Radyoya Levant a Beyrûdê bernameyek radyoyê bi zimanê Kurdî pêk anî. Sala 1944 Kamuran beşdarî damezrandina pêşkeftina karsaziyan ya Tora Trava bû. Di navbera salên 1943 û 1946an de Kamuran Alî Bedirxan kovara bi zimanê Kurdî û Fransî bi nabê Roja Nû li Beyrûdê derxist. Salên paşîn ew li Almanya û Fransa dijî. Piştî ku Sûriye di 1946 de serbixwe bû, wî karê xwe di Radyoya Levant de winda kir û wî nikaribû rêyek bibîne ku di siyaseta herêmî de bibandor bibe. Ji ber vê yekê çû Parîsê li wir di sala 1948an de bû mamostayê Institut national des langues et civilisations orientales (INALCO) ê. Di sala 1960an de ew bû berdevkê Ewropî yê Kurdên Iraqê ya serokatiya Mistefa Barzanî. Wî têkiliyên girîng di navbera Kurdan û Îsraîl de danî. Îsraîl ji bo lawazkirina militraqa leşkerî û girêdana arteşa inraq li bakurê Îraqê Kurdan wek navgînek hêz dît. Sala 1962an de li Berlîna Rojava Îhsan Nûrî Paşa nas kir. Kamuran di sala 1978an çû ser dilovaniya xwe. Piştî koça dilovaniyê hate bû hevdamezrênerê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Berhemên wî niha li Enstîtuyê têne ragirtin. Berhem Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite) Der Adler von Kurdistan, Postdam, 1937 Xwendina Kurdî Kitêbxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938 Dersên Şerîetê Kitêbxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938 Elfaba Min, Çapxana Hawarê, Şam, 1938 (32 rûpel) Langue kurde, Paris, 1953 La Queztion Kurde, Parîs, 1959 Le Kurde Saus Paine, Parîs, 1965 (172 rûpel) Zimanê Kurd / Kürt Dili, Stembol (bi Şivan, S.) Kolay Kürtçe - Pirtûka rêzimanê, Weşanên Doz Ji Tefsîra Quranê, Parîs, 1971 Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971 Destpêka Xwendinê, Parîs, 1971 (165 rûpel) Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer, 1977/1986 Tefsîra Quranê, Weşanxaneya Avesta, Stembol 2020 Çavkanî Nivîskarên kurd Zimannasên kurd Siyasetmedarên kurd Mîrên kurd Jidayikbûn 1895 Mirin 1978 Kesên ji Stembolê Xoybûn Malbata Bedirxaniyan Nivîskarên zimanê kurdî Neteweperwerên kurd Kurdên Împeratoriya Osmanî Kurdên Rojavaya Kurdistanê
1525
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20w%C3%AAnesaz%C3%AAn%20kurd
Lîsteya wênesazên kurd
Lîsteya wênesazên kurd A Ardalan (Rebwar Xalîd) Asmîna Zer Aziz Shawqi B Bahram Berçema Mişrîtan C Cengo Elî Cemal Ebdo E Ehmedê Ronîar F Fehmî Balayî Fewzî Bîlge G Ramzi Ghotbaldîn H Hêvî Jar Hoşyar Saîd Hasan Hüseyin Deveci (Malmime) Î İlter Rezan İsmail Çoban J Jan Jîndar Jaza Farig Jamil Karani Jovan Horî K Kurday L Leman Luqman Ahmedî M Madhat Ali (Kakeyî) Musto N Nurî Aslan Nînowa Anka P Parvîn Xalîlî R Rebwar Said Rêdî Sait Toprak Rehîmo Rıza Topal Ronî Îlten S Serhad Bapîr Sardar Ali Aziz Sînan Karataş Simko Ahmad Sîyabend Kaya T Tahir Fatah X Xanime Z Zahîr Kayan kurd
1528
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AEsteya%20helbestvan%C3%AAn%20kurd
Lîsteya helbestvanên kurd
A Arif Hîto Azad Zal Arjen Arî B Baba Tahirê Uryan Bedirxan Sindî Bekir Begê Erizî Bêrî Bihar Berken Bereh Bêwar Brahîm Bilind Mihemed Birahîm Qasim C Casimê Celîl Cegerxwîn Cîhan Roj Ç Çiya Mazî D Dildar Dost Çiyayî E Ebdulla Peşêw Ehmed Huseynî Ehmedê Nalbend Ehmedê Xanî Ehmedê Xasî Eliyê Herîrî Ehmedê Textî Eliyê Teremaxî Eskerê Boyik Evdê Cano Ebdulsemedê Babek Ebdurehman Mizûrî Ezîz Xemcivîn F Fatma Savcı Feqiyê Teyran Ferhad Şakelî Ferîd Xan Fethî Fewzî Bîlge Feqe Reşîdê Hekarî G Gulîstan Dêrikî Goran Goran Haco Gulîzer Gulnar Elî H Hecî Qadirê Koyî Hejar Hesen Silêvanî Hêmin Hêvî Berwarî Hêvîdar Haris Bitlîsî Hecî Qîranî Î Îrec Mêhrbexş Îrfan Amîda J Jan Dost Jan Ziryan Jana Seyda K Kawa Nemir Kejal Ahmed Kemal Burkay Kemal Necim Kovan Sindî M Macin Mehmet Deviren Mehmet Tanrikulu Mehwî Melayê Bateyî Melayê Cizîrî Mem Bawer Mesûd Xelef Mistefa Kewê Mistefa Besaranî Mîrza Elmas Xan Mîhrîbana Berwarî Mele Ehmedê Palo Mele Ehmedê Heyderî Mele Perîşan Mele Serhengê Zaxoyî Mele Tahirê Kewê Mewlana Xalidê Kurdî Mewlewî Tawegozî Mestûre Erdelan Müslüm Aslan N Nalî Nîzamettîn Akkurt O Occo Mahabad Osman Sebrî Orhan Basî P Pertew Begê Hekarî Pîremêrd Q Qanî Qedriyê Cizîrî R Receb Dildar Reîq Sabir Rênas Jiyan Reşîdê Kurd Rodî Zerya Rojen Barnas S Sebrî Botanî Selwa Gulî Seydayê Keleş Seydayê Tîrêj Seyid Celal Nizamî Seyid Eliyê Findikî Simar Masicanik Siyahpûş Ş Şêrko Bêkes Şêx Memdûh Birîfkanî Şêx Nûredîn Birîfkanî Şêx Rizayê Talebanî Şêx Hesîb Axtepî Şamî Kirmaşanî Şêx Ehmedê Feqîr Şêx Evdirehmanê Axtepî Şêx Ebdurehmanê Taxî Şêx Şemsedînê Exlatî T Tengezar Marînî Tehsîn Doskî Teysîr Hecer Têngîz Siyabendî Tîrêj Tirîfe Doskî W Walî Bedelpûr Wefayî X Xelîl Duhokî Y Yehya Elewî Ferd Z Zaroj Stêrk Zerdeşt Haco Zahîr Kayan Zekeriya Husênî Zahîr Kayan Zeynel Abidîn Han Lîste
1538
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bedirxan
Bedirxan
Malbata Bedirxaniyan Bedirxanê Evdalxan (1803?-1899?) Emîn Elî Bedirxan (1851-1926) Celadet Alî Bedirxan (1897-1951) Kamûran Elî Bedirxan Mîqdad Mîdhed Bedirxan Ebdulrehman Bedirxan Sureyya Bedirxan Rewşen Bedirxan (1909-1986) Leyla Bedirxan (1908-1986)
1540
https://ku.wikipedia.org/wiki/Celadet%20Al%C3%AE%20Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan (, Stembol − , Hêcanê, Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimannasê kurd e. Celadet kurê Emîn Alî Bedirxan û Senîha Xanimê ye. Jînenîgarî Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha wêjeya kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Siltan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate sirgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza tirk bi serokayetiya Mustafa Kemal Atatürk bi serkeft, mafên kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Di sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû. Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: îngilîzî, fransî, almanî, tirkî, farisî, erebî, rûsî û yewnanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin. Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamiran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate cîhanê. Bavê wî ramyar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e. Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera kurdan da jî cihekê giring digirt. Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî helbestvanê navdarê kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû. Celadet tevî xwîşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir. Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Îsparta, Edirne, Qonye, Aqqa, Nahlûs û Tesalonîkiyê geriya. Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekem da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan şer kir. Piştî ku di encama şer da Împeratoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka kurdî bûn. Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamiran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Mîcer Edward Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû. Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welat serwext bû. Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê kurdan Şerîf Paşa, hin mafên netewî hatin nîşankirin. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamiran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê. Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin. Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir. Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê. Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû. Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê îlona sala 1927ê li Libnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn. Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Agiriyê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî. Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên kurd êriş birin ser qereqolên tirkan. Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê. Li Tehranê Şahê Îranê Mihmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Înglîzan nexwest ew li Iraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand. Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin. Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên tirkan, fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin. Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya kurdan bû. Di nav kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da. Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û çêkirina elfabêyeke kurdî kir. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfabêyan gihişt hindê ku elfabeya latînî dikaribû berî li nivîsîna kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû. Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe. Piştî amadekariyan, li hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya kurdî-latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye. Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê ya bi navê "Bingehên gramera kurdmancî" çap kir. Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike. Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di paşeroja nêz da ew derfet çênabe. Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir. Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî. Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha Sorbuna Fransa beşa wergeriyê qedandiye û niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li Parîsê dijî. Azad Endezyarê Karebayêye û wî jî kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qeterê dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna xwe Salah Sadallah çap kiriye. Niha bernameya wê ya herî girîng amadekirina Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal li roja derxistina kovara Hawarê amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav vê ansîklopediyayê kom bike û pêşkêşî xwendevanên kurdî bike. Useyma jî niha tevî malbata xwe(sê keç Şîrîn, Nesrîn, Ruşen) li Beyruta Libnanê dijîn. Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên kurd li Sûriyê careka din destpêkir. Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand. Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda kurd hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê. Hingê birayê wî, Kamiran, jî li Libnanê kovareka kurdî-fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot. Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek pirtûk jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike. Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê. Mîr Celadet li 15ê tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa kurdan li Şamê hate veşartin. Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dûgela Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye. Berhem Elifba Kurdî Rêzimana Kurdî Rûpelên Elfabê Ferhenga Kurdî Rêzimana Elifbaya kurdî Dîbaca nimêjên îzêdiyan Binêre Lîsteya zimannasên kurdî Klasîkên kurdî, nivîseke Celadet Bedirxan Çavkanî Têbînî: Ev jiyanname ji aliyê Sînemxan Celadet Bedirxan ve hatiye serrastkirin.() Girêdanên derve Malpera "Celadet Alî Bedirxan" Nivîskarên kurd Zimannasên kurd Mîrên kurd Jidayikbûn 1893 Mirin 1951 Kesên ji Stembolê Xoybûn Malbata Bedirxaniyan Kesên sedsala 20an Neteweperwerên kurd Nivîskarên zimanê kurdî Kurdên Împeratoriya Osmanî Siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê Çalakvanên kurd ên serxwebûnê Kurdên Rojavaya Kurdistanê
1548
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%96calan%20%28cudakirin%29
Öcalan (cudakirin)
Abdullah Öcalan Osman Öcalan Fatma Öcalan Ömer Öcalan
1551
https://ku.wikipedia.org/wiki/Opera
Opera
Opera (avahî) Opera (gerok) Opera (muzîk)
1553
https://ku.wikipedia.org/wiki/ActiveX
ActiveX
ActiveX teknolojîyek pêşketî ji tere Microsoft ji bo wegûhestina agahiyan di neqeba bernameyên komputer de, ActiveX bi du teknolojîyen din hatîye avekirin OLE (Object Linking and Embedding) û COM (Common Object Model). Naveroka ActiveX de funksiyonen rasteserê ber bi internete de heye, mînayek IE (Browser) dikari otomatîk kontrollek activeX ji internete dakişîne û di kompûtere de biweşîne, ActiveX ne zimanek bernamesazkirine ye, le komek rêzanen bername çava agahiyan wegûheze. Avekirina ActiveX bi gelek zimane bernamesazkirine mimkune vek Visual Basic, C++, Java û vekîdi. Nivîsbariya Microsoftê
1554
https://ku.wikipedia.org/wiki/Opera%20%28gerok%29
Opera (gerok)
Opera wekî Internet Explorer, Mozilla û Mozilla Firefox gerokek (browser) ji bo înternetê ye. Taybetiya Opera biçûkbûn û lêza xwe ye. Opera jî yekemîn ji gerokên mezin ku bi kurdî hat wergerandin. Opera belaş e, lê ne nivîsbariya azad e. Opera xwe bi reklam fînanse dike. Mozilla û Mozilla Firefox nivîsbariya azad e. Opera geroka yekemîn e ku li kurdî hatiye wergerandin. Opera 7.53 di tîrmeh 2004'an de qediya. Opera 8.0 jî di sala 2005'an de bi kurdî hate weşan. Opera 7.53 ku ji alî Rêzan Tovjîn ve hate wergerandin di malpera www.opera.com de ji meha tîrmeha 2004'an de hate weşandin. Ev ji bo zimanê teknîk ê kurdî gaveke girîng bû û yekemîn car bernameyeke bi vî rengî fireh bi kurdî hate pêşkêşkirin. Binêre: Nivîsbariya kurdî Opera 7.54 jî di meha Gelawêja 2004'an de derket. Di sala 2005'an de Opera 8.0 bi kurdî derket. Girêdanên derve Malpera Opera Rûpela Opera ya kurdî Nivîsbarî Gerok Nivîsbariya kurdî Înternet
1556
https://ku.wikipedia.org/wiki/Gerok%C3%AAn%20web%C3%AA
Gerokên webê
Gerok () nivîsbariya ji bo xwendina rûpelên înternetê ye. Gerok bi piranî belaş in, lê ne hemû nivîsbariya azad in. Gerokên herî bi nav û deng ev in: Mozilla Firefox Apple Safari Opera Microsoft Edge Google Chrome Nivîsbarî Înternet Gerok
1557
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mozilla%20Firefox
Mozilla Firefox
Mozilla Firefox an jî bi kurtasî Firefox gerokekê (browser) înternetê ye. Li gorî gerokên din wekî Internet Explorer pir avantajên Firefoxê hene: Bi lêztir e û ewlekariya wê zêdetir e. Li hember reklam û vîrûsan pir baş diparêze. Bi kurmancî Heta 2014 wilo Firefox bi kurmancî hebû û ji endamên Koma PCKurdê Amed Çeko Jiyan û Erdal Ronahî ve dihate wergerandin. Lê vêce hemû rûpelên li ser kurmancî hatine jêbirin û yek hew karê kurmancî bineqînê. Bernameya rastnivîsê hê jî heye lê ew vêce kevn e û gelek gotin tê de nînin. Di sala 2021a Firefoxa telefona ji kurmancî re hate çêkirin. Lê ji ya kompûterê re hê jî nîne. Girêdanên derve Malpera Mozilla Firefox Çavkanî Nivîsbariya azad
1560
https://ku.wikipedia.org/wiki/We%C5%9Fanxaneya%20Apec
Weşanxaneya Apec
Weşanxaneya APEC (bi swêdî: APEC Förlag AB) weşanxaneyeke kurdan li Swêdê ye ku kitêbên bi zimanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, swêdî û almanî diweşîne. 90% ji kitêban bi herdû diyalektên sereke yên kurdî soranî û kurmancî ne. Bi zaravaya dimilî (zazakî) jî heta niha hatine weşandin. Piraniya berhemên weşanxaneya APEC, kitêbên ji bo zarokan in. Kitêbên li ser dîroka kurd û Kurdistanê û folklor û zimanê kurdî jî tên weşandin. Weşanxane giringiyê dide zimanê kurdî, bi taybetî kitêbên ji bo zarokan û yên hindekariyê. Hin berhemên ku ji çapa APECê hatine der Ansîklopediya Zarokan (Amed Tîgris, Mehmud Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter, Ali Çiftçi) Pippiya Goredirêj li Humlegårdenê (Astrid Lindgren) Skatten från Halabja och andra berättelser (Suzan Samanci) Svensk-kurdiska kontakter under tusen år (Rohat Alakom) Mijarên têkildar Listeya weşanên ku bi kurdî diweşînin Çavkanî Apec
1568
https://ku.wikipedia.org/wiki/Ans%C3%AEklopediya%20zarokan%20%28pirt%C3%BBk%29
Ansîklopediya zarokan (pirtûk)
Ansîklopediya Zarokan pirtûkeke zarokan a bi swêdî ye, ku ji aliyê Amed Tigris, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Seyidxan Anter û Ali Çiftçi ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û di Weşanxana Apec'ê de hat weşandin. Wênekêşê ansîklopediya swêdî ji bo pirtûkê wêneyên orjînal çêkirine. Pirtûk li soranî jî hatiye wergerandin. Hem çapa kurmancî û hem jî çapa soranî ji aliyê weşanxaneya APECê ve hatiye çapkirin. Naverok Ansîklopediyeke bi wêne û rengîn e. Hinek mijarên kurdî yên wekî newroz, cilûberg, zebeşên Amedê, kew û hwd. lê hatine zêdekirin. Di vê Ansîklopediya Zarokan de nêzî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. Ew ansîklopedî di sala 2004'an de derket. Hemû peyv û gotin jî li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. Di her rûpeleke vê ansîklopediyê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin. Ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibînin û nas bikin. Girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin. Ansîklopediya Zarokan berî herkesî ji bo zarokên dema dibistanê ye, bi taybetî jî yên salên destpêkê. Girêdanên Derve Ansîklopediya Zarokan Çavkanî Pirtûkên kurdî Pirtûkên kurdî yên werger Weşandin 2004 Pirtûkên werger ên ji swêdî
1577
https://ku.wikipedia.org/wiki/Bertolt%20Brecht
Bertolt Brecht
Bertolt Brecht (1898-1956) helbestvan û nivîskarê elman e. Jiyan Di 10'ê reşemiya sala 1898'an de, li Augsburg ji dayîk bû. Bavê wî – rêvebirê karxaneyekê bû 1917- Xwendina xwe ya navendî qedand 1917- xwendina tendrustî û feylesofiyê li München 1918– leşger û di nexweşxaneya leşgerî de xizmet kir 1923- bo dramator li hicrika München a yariyan = Münchener Kammerspielen 1924– şanoya Elmanî bi hêz kir piştî 1924 – nivîskarekî azad li Berlinê 1933– reviya Siwêsra, piştre Danîmarka, Îngşlîztan, Swêdê, çû yekîtiya Soviyetê û DYE'yê jî 1947– li Swêsira bi cih bû 1949 - vegeriya Berlîn a rojhilat 1950- Endamê Akademiya huner li Berlina rojhilat 1954 - xelata Stalin a aştiyê wergirt di 14'ê tebaxê de 1956 koça xwe ya dawî kir Kartêkirineke mezin li şanoya elmanî û cîhanî kir Berhem Gok 1918 Dahola şevê Mêr mêr e 1926 Opêraya 3 qirûş (Dreigroschenoper, 1928) Serketin û binketina bajarê Mahagonny (1930) Dayê (1932) Tirs û belengaziya Imperatoriya sêyem (1935) Jiyana Galilei (1938/39) Dayê Courage (1939) Serketina nivîskêr Ui a bêrawestan (1941) Mirovê baş Sezuan (1942) Gêçglovera qafqasî(1945) Seydayê Puntila û xizmetkara wî Matti (1948) Tawanbariya Lukullus (1951) Li gor agahiyên weşanxaneya Suhrkamp Brecht 50 berhem nivîsîne. Helbest û pexşanên wî ku di sala 1998 ji weşanxaneya Suhrkamp hatibûn weşandin, bêhtir jı 70 Milliyon pirtûkî hatine firotin. Di bîranîna sedsaliya wî de di sala 1998an de, dramayên Brecht di cihê elmanîaxêv de û bêhtir ji 170 carî hatin lîstin. Berhemên Brecht hatine wergerandinî 42 zimanên cihe, di nav wan de jî Hindî, Marathî, Darî, erebî, û islandî heye. Çend Berhem ji Brecht Bi kurdî Horas û Kuryas - Werger: Zagrosê Hajo, Weşanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê, Stockholm 1992 Gêçglovera Augsburgî - Werger: Luqman Guldivê Du Kur - Werger: Luqman Guldivê Çavkanî Girêdanên derve Horas û Kuryas Gêçglovera Augsburgî Du Kur Nivîskar Helbestvan Alman Jidayikbûn 1898 Mirin 1956
1578
https://ku.wikipedia.org/wiki/Paul%20Celan
Paul Celan
Paul Celan helbestvanekî elman yê cihû bû. Di li bajarê Rumaniyayê Czernowitz hate dinê. Ew kureekê bi tenê bû. Ji bo bav û dayîka wî cihuyê elman bûn, wî xwendin û pîşkariya xwe bi zimanê elmanî û îbranî kiribû. Paul Celan, bi helbestên bo stranan dest bi nivîsîna helbestan kir, lê ew nivîs bixwe jî ketibûn bin bandora Surrealîzmê. Di sala 1959an de, berhema wiya ko pê re binav û deng bibe bi navê “Sprachgitter= Zimanê hesinî“ der xist. Paul Celan, li hindê helbestên xwe wek wergêr jî dihate naskirin. Hîn di destpêka huneriyên xwe de, dema ko li Bukreşê bû û di salên navbera 1960 û 1970 de, gelek berhem ji Rûsî û Frensî wergera zimanê elmanî kirin. Paul Celan bi xwekujê dawiya umrê xwe dide. Lê ew ne vebirîye ko wî xwe kîjan tarîxê de xwe kuşti ye. Hin rîwayatan de, tê nivîsîn ko di şeva 19- xwe kuştiye, û di hinên din de jî, tê nivîsîn, ko di li Parîsê, di çemê Seine de xwe kuştiye. Girêdanên derve Paul Celan (ji tirej.com) Helbestvan
1580
https://ku.wikipedia.org/wiki/Malm%C3%AEsanij%20%28kirmanck%C3%AE%29
Malmîsanij (kirmanckî)
Rojnamevan-nustox Malmîsanij 1952 de yew (jû) dewa Amed (Diyarbekir) de maya xo ra bî. Wendişê xoyo verên û mîyanên Kurdistan de, unîversîta zî (kî) Enqere de qedênay. Dima heşt serrî Kurdistan de malimîye kerde. Mabênê serranê 1975 û 1981î de hîrê rey dekewt hepisxane. 1982 de welat ra vejiya. Unîversîteya Sorbonne (Parîs) û Unîversîteya Uppsala (Swêd) de qismê ziwananê îranî wend. Unîversîteya Linköpingî de qismê perwerde (egitim) de wend. Swêd de Unîversîteya Göteborgî de masterê xo temam kerd. Malmîsanij hîna zaf bi lehçeya kirmanckî (zazakî) û tirkî nuseno. Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî ra pey heta 1970 welat de kirmanckî (zazakî) nênusîyabî (nêamebî nuştene). Malmîsanij keso tewr verên (yewin) o ke serranê 1970 de welat de kirmanckî nuşto. Ey û tayê hevalanê xo 1979-1980 de Tirkiya de kovara (dergîya) Tîrêje vete. Nêmeyê na kovare kirmanckî (zazakî) nêmeyê aye zî kurmanckî (kirdaskî) bî. Ferhengê verênê kirmanckî Malmîsanijî hedre kerd û 1987 de neşr kerd. Ey fariskî û tirkî ra tayê hîkayeyî zî tercumeyê kirmanckî kerdî. Reya verêne ey Mewlidê Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî herfanê erebkî ra çarnayê (tadayê) herfanê latînkî ser û nê her di şaîrê kirmancan bi ma dayê naskerdene. Heta ewro nizdî pancas rojname (gazete) û kovaran de, bi seyan nuşteyê Malmîsanijî vejîyay û ey nê kovaran de redaktorîye kerde: Tîrêj (Îzmîr), Hêvî (Parîs), Armanc (Stockholm), Çarçira (Stockholm), Wan (Stockholm), Çira (Stockholm). O serekê Komeleya Nuştoxanê Kurdan (Kürt Yazarları Derneği) û serredaktorê kovara Vateyî yo. Heta ewro nê hîrês (des û hîrê) kitabê Malmîsanijî vejîyay: Yüzyılımızın Başlarında Kürt Milliyetçiliği ve Dr. Abdullah Cevdet, Uppsala, 1986, 124 rîpel Ferhengê Dimilkî-Tirkî, Uppsala, 1987; İstanbul, 1992, 431 rîpel Herakleîtos, Uppsala, 1988, 51 rîpel Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegeriya Kurdî (1908-1992), Ankara, 1992, 465 rîpel (Malmîsanij & Mahmûd Lewendî) Folklorê Ma ra Çend Numûney, Uppsala, 1991; Îstanbul, 2000, 319 rîpel Said-i Nursi ve Kürt Sorunu, Stockholm, 1991; İstanbul, 1991 Abdurrahman Bedirhan Ve İlk Kürt Gazetesi Kürdistan sayı: 17 ve 18, Stockholm, 1992, 138 rîpel Bitlisli Kemal Fevzi ve Kürt Örgütleri İçindeki Yeri, Stockholm, 1993; Îstanbul, 1993 Cızira Botanlı Bedirhaniler ve Bedirhani Ailesi Derneği’nin Tutanakları, Stockholm, 1994; İstanbul, 2000 Kırd, Kırmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri, İstanbul, 1996, 88 rîpel Ferhengekê Kirdkî-Pehlevkî-Kurmanckî, Stockholm, 1997, 38 rîpel Kürt Teavün ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Stockholm, 1998; İstanbul, 1999 Kurdiskt författarskap och kurdisk bokutgivning: bakgrund, villkor, betydelse, Stockholm, 1998, 64 rîpel Kitabanê corênan ra yê 2., 3., 5. û 11. bi kirmanckî (zazakî) yê, ê bînî bi kurmanckî (kirdaskî), tirkî û swêdkî (isveççe) yê. Nînan ra teber Malmîsanijî no kitab redakte kerdo: Koyo Berz, Na Xumxuma, Jîna Nû, Uppsala, 1988 No kitab transkrîbe kerdo û ziwanê ey sade kerdo: Celâdet Âli Bedirhan, Günlük Notlar (1922-1925), Dilini sadeleştirerek yayına hazırlayan: Malmîsanij, Stockholm, 1995, 76 rîpel Tayê nuşte û şîîrê Malmîsanijî tercumeyê fransî, swêdkî û erebkî bîy. Di kitabê Malmîsanijî zî tercumeyê erebkî bîy: Malmîsanij, Bedirxanîyyû Cezîret Botan we Mehadir Ictima`at el-`Aîlîyye el-Bedirxanîyye, Terceme: Şukûr Mustefa, Wezaret el-Seqafe, Erbîl, 1988 Malmîsanij, El-Qewmîyye el-Kurdîyye we D. `Ebdellah Cewdet Fî Metle1e`î el-Qernî el-`Isssrîn, Terceme: Şukûr Mustefa, Dar el-Aras, Erbîl, 2000 Girêdanên derve Antolojî (Bi destûr ji Antolojiya Hamdi Özyurt) Zimannasên kurd Nivîskarên kurd
1581
https://ku.wikipedia.org/wiki/Claudia%20Pahl
Claudia Pahl
Claudia Pahl, ku bi navê Pahlî hatiye naskirin, nivîskar û hunermendekî alman e. Ji hêlekê ve wek aktereke şanoyê ko di warê satîrê (komîdiya rexeneyî) li Niedersachsen hatiye naskirin, ji hêla din ve nivîsên wê ên pexşan, efsane û helbestê belav dike. Jiyan Pahlî, di sala 1971ê de ji dayîk bûye û niha li Hannover dijî. Pahlî xwendina xwe a zaniyariya civakê di sala 1998an, li zanîngeha Bochum û Hannover bi dawî aniye. Ji sala 2001ê ta niha jî serperştiya Govara rojane di Radiyo Flora de dike. Ji salên 1989an de dest bi nivîsînê kiriye û gelek deqên şanoyên xwe nivîsîne. Pahlî di rêdaksiyona çend govaran de kar kiriye û hinek pirtûk weşandine. Pahlî berhemên xwe di gelek govaran de belav kirin û bi taybetî ên di wan de kar kiriye û ên Radiyo Flora, herweha deqên xwe li pir deveran xwendine, û li pir cihan wek aktereke şano derketiye ser textê şanoyê. Pahlî di beşê hunera axaftinê de pispora û waneyên hunera axaftinê (Rethorik) li Zanîngeh a Hannover û kursên taybet dide. Pahlî di helbestên xwe de carnan ji motîvên siyasî derbasî deqên xwe dike û dixwazê bersivê bide. Lê vê dema dawî de, gihaye wê behweriyê, ko êdî bersivdan û qane,ikirin ne karê helbestê ye, belkî çandina pirsan pêdivîtir e ji bersivan, lê dîsan jî mirov tê tîne der, ko pirr caran xelkekî din û derdên wan dinivîsê. Berhem Govara di navbera qadan de / 1998 VERschwore, govara toreya nû, êlûn 1999 Antolojiya Benda IX- pirtûxan bo helbesta bi elmanînivîs Girêdanên derve Claudia Pahl (ji tirej.net) Helbestvan
1582
https://ku.wikipedia.org/wiki/Niv%C3%AEsbariya%20kurd%C3%AE
Nivîsbariya kurdî
Nivîsbariya kurdî programên kompûterê in ku bi kurdî hatin wergerandin. Di înternetê de çend xizmetên jî hene ku nivîsen wan bi kurdî hatin wergerandin. Nivîsbarî Bername Bi tevahî hat wergerandin AbiWord Lavasoft Ad-Aware 6 - bernameya hemberê adware, dialer û hwd. Skype - ji bo telefonkirin ser înternetê, gelawêj 2004 Opera - gerok (browser), pûşper 2004 PostNuke - ji bo sazkirina malperan, tîrmeha 2004 PSPad - ji bo wergerandina programan, tîrmeha 2004 MediaWiki - nivîsbariya Wîkîpediyayê, sibat 2004 PHP-Nuke - ji bo sazkirina malperan, 2004 Avant Browser - gerok (browser), rezber 2004 Beşin hat wergerandin GNOME Linux (Mandriva û Ubuntu) û programên girêdayî Linux hîn tê wergerandin. Klavye Daxistina Kurdî latinî (kurditgroup.org) Windows Kurdish Support (kurditgroup.org) (soranî) Tavultesoft Keymanager (nefel.com) (sorani+kurmancî)) Keypanel (gerdi.net) (soranî) Binihêre: Klavyeya kurdî Xizmetên înternetê dmoz (ODP) Google Binêre nivîsbarî nivîsbariya azad Girêdanên derve dmoz bi kurmancî Google bi soranî Kurdish Çend rûpel ji bo bernamê çêkirina kurdî û wergêrandinên projeyan. Nivîsbarî Lîste Nivîsbariya kurdî
1584
https://ku.wikipedia.org/wiki/MediaWiki
MediaWiki
MediaWiki nivîsbariya Wîkîpediyayê ye. MediaWiki sîstemeke Wiki ser bingehê PHP û MySQL e. MediaWiki nivîsbariya azad bin Lîsansa Gelempera Giştî ya GNU (GPL) ye. Bnr: Nivîsbariya kurdî Girêdanên derve Malpera MediaWiki Weqfa Wikimedia
1585
https://ku.wikipedia.org/wiki/Haydar%20Diljen
Haydar Diljen
Rojnamevan-nustox Haydar Diljen serrda 1951 di Sêwregi di, dewda Xerzinoy di ame dinya. Mekteba destpakerdeni dewida Bilêrizî di qedênê. 1970 di Erxenî di wendişê mahlîmeyda mektebda destpakerdeni qedêna û dewênda Sêwregi di dest bi malîmey kerd. 1974 di kewt Enstîtuda Perwerdeyey ê Diyarbekirî. 1977 di na mektebi qedênê û bî malîmê dersda ziwan û edebiyatdê tirkî û Diyarbekir di dest bi kar kerd. Eynî serrê di zewijiya. 1980 di cûntaya eskerey ci kar ra eşt. Mabêndê serrandê 1971 û 1980 di çend finî kewt hepis û vijiya. Ci rê xeylê dawey abiyay. Komelandê malîman di zî aktif kar kerd. 1973-1974 di serokeya Şûbada TOB-DERi ê Sêwregi kerd. 1975 di bî sekreterê Şûbada TOB-DERi ê Diyarbekirî. 1978 di, Anqere di, kongredê "TOB-DER"i di malîmê Diyarbekirî temsîl kerdî. 1982 di welat ra vijiya teber. Nezdiyê serê Sûriye di mend. Dima nîsanda 1983ni di şi Swêd û wija di ca bî. Haydar Diljen 1984î ya nata yo ki Swêd di mahlîmeya kurdkî keno. Heta nika panc kitabê dersi nuştê. Nînan ra yew kitabê alfabada dimilî yo, Ziwanê Ma/Alfaba. Kovarandê Armanc, Berbang, Medya Güneşi, Çira, Vate, Avaşîn, Welat, Hîwa di, bi kirdaskî û dimilî (zazakî) ziwan, kultur û siyasetî ser o xeylê maqaley nuştî. Haydar Diljen zewijiya yo û bi namedê Şîlan, Arjen û Diljenî ya hîrê qeçê ci estê. Haydar Diljen endamê redaksiyondê kovarda Vateyî yo. Bi kirdaskî û dimilkî ya mektebên da înterneti viraşta. Girêdanên derve Antolojî (Bi destûr ji Antolojiya Hamdi Özyurt) Nivîskar Haydar Diljen Mamoste û nustox Haydar Diljen serra 1951 de Sêwregi de, dewa Xerzinoy de ame dinya. dibistana destpakerdene dewa Bilêrize de qedênê. 1970 de Amed de wendişê mahlîmeyda dibistana destpakerdene qedêna û dewênda Sêwregi de dest bi mamosteyey kerd. 1974 de kewt Enstîtuda Perwerdeyey ê Diyarbekirî. 1977 de na wendegehe qedênê û bî malîmê dersa ziwan û edebiyatê tirkî û Diyarbekir di dest bi kar kerd. Eynî serrê de zewijiya. 1980 de cûntaya eskerey ci kar ra eşt. Mabênê serranê 1971 û 1980 de çend rey kewt hepis. Ci rê xeylê dawey abiyay. Komelandê malîman de zî aktif kar kerd. 1973-1974 de serokeya Şûbada TOB-DERi ê Sêwregi kerd. 1975 de bî sekreterê Şûbada TOB-DERe ê Amedî. 1978 di, Anqere di, kongredê "TOB-DER"i di malîmê Amedî temsîl kerdî. 1982 di welat ra vijiya teber. Nezdîyê serrê Sûrîye de mend. Dima nîsana 1983ê de şi Swêd û wija de ca bî. Haydar Diljen 1984î ya nata yo ke Swêd de mahlîmeya kurdkî keno. Heta nika des kitabê dersa kurdkî nuştê. Înan ra yew kitabê alfabaya dimilî (zazakî, kirmanckî, kirdkî) yo, Xeylê kitabê domanan swêdkî ra çarnayê kirmanckî. Ziwanê Ma/Alfaba. Kovarandê Vate, Armanc, Berbang, Medya Güneşi, Çira, Avaşîn, Welat, Hîwa de, bi kirdaskî û dimilkî (zazakî, kirmanckî, kirdkî) zafêr ziwan ser o xeylê maqaley nuştî. Heta nika bi seyana panel û konferansan de ziwan û perwerdeyî sero semînerî dayê. Haydar Diljen Serra 1996î û nata yo ke Grûba Xebate ya Vateyî de kirmanckî ser o xebitêno. Haydar Diljen zewijiya yo hîrê domanê ci estê.
1587
https://ku.wikipedia.org/wiki/J.%20%C3%8Ehsan%20Espar
J. Îhsan Espar
Rojnamevan-nustox J. Îhsan Espar 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de Dîyarbekîr de Înstîtuyê Perwerdeyî qedênayo. Kurdistan de demeyêko kilm mamostetîye (melimîye) kerdo. Semedê xebata xo ya sîyasî mehkûm bîyo û 1983 de ameyo Swêd. Hetanî ewro, kurdkî (kirmanckî, kurmanckî), tirkî û swêdkî gelekî nuşteyî ey kovar û rojnameyan de neşr bîy. Bi kirmanckî (zazakî, kirdkî, dimilkî) şîîrî û hîkayey nuştî. Redaksîyonê kovara Vateyî de xebitiyêno. Bi nameyê “Tanî Estanikî û Deyîrê Ma“ kitabêk ey esto. Girêdanên derve Antolojî (Nuşteyê Roşan Lezgînî ra) Espar, J. Îhsan J. Îhsan Espar Kam o? J. Îhsan Espar 1956 de Pîran de maya xo ra bîyo. Ey 1979 de, Dîyarbekir de Înstîtuyê Perwerdeyî qedênayo. Demeyêko kilm Kurdistan de mamostetîye kerda. Ameyîşê Cuntaya Eskerî ya 1980î ra pey, semedê xebata ey a sîyasî polîs ci geyrayo. Menga nîsana 1982 de Kurdistan ra vejîyayo, 1983 de şîyo Swêd û nika zî uca ciwîyêno. J. Îhsan Esparî Swêd de zî unîversîte de tarîx, îlmê cematkî û averşîyayîşê ziwanê ciwananê diziwaniyan wendo. Hetanî ewro gelek nuşteyê ey ê kurdkî (kirmanckî, kurmanckî), tirkî û swêdkî, hîkaye û şîîrî ey ê kirmanckî kovar û rojnameyan de neşr bîy. O, Grûba Xebate ya Vateyî reyra ziwanê kurdkî û bi taybetî lehçeya kirmackî ser o xebitîyêno. Û hûmara yewine ra hetanî nika redaktoriya kovara Vateyî keno. Kitabê ey: • Tanî Estanikî û Deyîrê Ma, Çapa yewine Weşanên Rewşen, 1995 Berlîn, Çapa diyîne Weşanxaneyê Vateyî, 2004 Îstanbul • Beyi Se Bena?, Weşanxaneyê Vateyî, 2004 Îstanbul • Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî û Tirkî -Kirmanckî (Zazakî), çapa yewine 2001, çapa diyîne ya hîrakerdîye 2004 Îstanbul, (No Ferheng, Grûba Xebate ya Vateyî reyra amade kerdo.) • Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî), 2005 Îstanbul (No kitab, Grûba Xebate ya Vateyî reyra amade kerdo.) • Dilopê Zerrî, Weşanxaneyê Vateyî, 2008 Îstanbul Kitabê ke tadayê (tercume kerdê): • Beşîkçî, Îsmaîl, Çend gotin li ser ronakbîrên Kurd, 1992 Bonn (Tirkî ra kurmanckî, J. Îhsan Espar & Amed Tîgrîs) • Nordqvist, Sven, Dema Findo biçûk bû û winda bû, 2001 Stockholm (Swêdkî ra kurmanckî) • Defoe, Daniel, Robinson Crusoe, 2005 Îstanbul (Swêdkî ra kirmanckî) • Hugo, Victor, Notre – Damea Parîsî, 2005 Îstanbul (Swêdkî ra kirmanckî) • Wolde, Gunilla, Kreşa Emma, 2007 Stockholm (Swêdkî ra kirmanckî) • Wolde, Gunilla, Tûte û Malîne, 2007 Stockholm (Swêdkî ra kirmanckî) • Wolde, Gunilla, Emmaya Eksî, 2007 Stockholm (Swêdkî ra kirmanckî) • Wolde, Gunilla, Tûte bi Pişê Kay Keno, 2007 Stockholm (Swêdkî ra kirmanckî) • Wolde, Gunilla, Tûte Hurdî yo, 2007 Stockholm (Swêdkî ra kirmanckî) • Löfgren, Ulf, Rindo kincanê xo şuweno, 2008 Stockholm (Swêdkî ra kirmanckî) • Nordqvist, Sven, Xuşka min li ku ye? 2008 Stockholm (Swêdkî ra kurmanckî)
1588
https://ku.wikipedia.org/wiki/Hamdi%20Ozyurt
Hamdi Ozyurt
Hamdi Özyurt 1964, Mûş de maya xo ra bî. Nika Swêd de maneno. Yew rojnameyê Swêdî rê karîkaturan virazeno. Kirmanckî (zazakî) de yew kitab (Sedefe) nuşt. Girêdanên derve Antolojî (Bi destûr ji Antolojiya Hamdi Özyurt) Ozyurt, Hamdi Ozyurt, Hamdi Kitbên Hamdi Özyurt ê zazakî: Dîvdîv Lajeko zimbêlîn Dergûs cira berbeno Daka pîre û luya dizde Sedefe
1616
https://ku.wikipedia.org/wiki/Azadiya%20Welat
Azadiya Welat
Azadiya Welat rojnameyeke kurdî bû ku ji 1996an heta 2016an li Stembol û Amedê derket. Azadiya Welat li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hat belavkirin û rojane derdora 14 hezar heb hatine firotin û bi vê yekê Azadiya Welat rojnameya kurdî ye ku herî zêde hatiye xwendin. Rojname di 28ê tebaxa 2016an de hate qedexekirin. Ji Welat û Welatê Me heta Azadiya Welat Piştî ku mîsyona heftenameya Welatê Me bi dawî bû rojnameya kurdî bi navê Azadiya Welat di sala 1996ê de di bin gerînendetiya Mehmet Gemsiz û berpirsiya karên nivîsaran a Düzgün Deniz de dest bi weşanê kir. Piştî ku Düzgün Deniz derket derveyî welat, Salihê Kevirbirî bû berpirsê karên nivîsaran. Kevirbirî, ji ber vê peywira xwe gelek caran bi dadgeh û binçaviyan re rûbirû ma û kete girtîgehê. Xwediyê rojnameya Azadiya Welat, di destpêkê de Celalettin Yöyler bû. Piştî sala 2003an Azadiya Welat navenda xwe anî Amedê û gerînendetiya rojnameyê Tayip Temel girte ser xwe û ew bi rêve bir. Heta tebaxa 2006an heftane derket, ji 15ê tebaxê 2006a şûnve rojane derdikeve. Rojnameya Azadiya Welat li ser kevneşopiya heftenameya kurdî Welat a ku ji aliyê Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Zübeyir Aydar, Serhat Bucak û gelek rewşenbîrên din ve hatibû avakirin dest bi weşanê kir. Piştî ku Welat ji aliyê dewletê ve di sala 1994an de hate girtin, heftenameya Welatê Me bi qasî salekê weşan kir û ew jî hate girtin. Ji sala 1996an heta 2003an Azadiya Welat li ser heman kevneşopiyê weşana xwe domand. Pişt re biryar da ku bê welat û navenda xwe anî Amedê. Bi tevahî heta tebaxa 2006an 554 hejmar bi awayekî heftane derketin. Azadiya Welat li hemû Kurdistanê rojnameya herî domdirêj e ya ku heta neha derketiye. Di nava 12 salan de ji sedî zêdetir doz lê hatin vekirin. Gelek dozên ku hatine vekirin ji ber wêneyan hatin vekirin. Ji ber ku Tirkiye nedixwest behsa kurdî bê kirin, di îdianameyan de Azadiya Welat wekî rojnameyeke bi zimanekî neyê fêmkirin weşanê dike bi nav dikir. Azadiya Welat di 15ê tebaxa 2006an de bi pêşengiya Tayip Temel û gelek kedkarên din gaveke din a yekem avêt û dest bi weşana xwe ya rojane kir. Lê ceza û doz bi dawî nebûn. Êdî dihate gotin ku bi kurdî propagandaya PKKê dike û lewre jî di nava sê mehan de nêzî 20 dozan lê hate vekirin. Li gerînendeyê karê nivîsaran Hamdullah Yilmaz ji du dozan bi tevahî çar sal û sê meh cezayê girtîgehê hate birîn. Ji dosyayekê sê sal û ji ya din jî 15 meh ceza ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate dayîn û ew niha li benda erêkirina Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê ye. Ev dozên dawî dawî piştî ku serokfermandarê artêşa tirk Yaşar Büyükanit çapemeniya kurd wekî hedef nîşan da pêk hatin. Ev rewş diyar dike ka hiqûqa Tirkiyeyê di çi rewşê de ye. Gerînendeyê karê nivîsaran Hamdullah Yilmaz daxuyaniyek da û got ku ew êdî naçe dadgehê parastinê nake. Piştî Yilmaz, Vedat Kurşun bû xwedî û midûrê karê nivîsaran ê rojnameyê. Piştî Kurşun, Emîne Demir berpirsyariya hiqûqî girt ser xwe û bû xwedî û midûra nivisaran a Azadiya Welat. Azadiya Welat di 28ê tebaxê de 2016 hate qedexekirin. Heftenameya Welatê Me Heftenameya Welatê Me şeş meh piştî rojnameya Welat, di çiriya paşîn a 1994an de dest bi weşanê kir, di çiriya paşîn a sala 1995an de jî dawî li jiyana xwe anî ji bo cihê xwe ji rojnameya Azadiya Welat re bihêlê. Xwediya heftenameya Welatê Me, Aynur Bozkurt, gerînendeyê giştî Mazhar Gunbat û berpirsiyarê karê nivîsaran Mehmet Gemsiz bûn. Di rojnameya Welatê me de wekî din van kesan kar dikir: Duzgun Deniz, Suut Kiliç, Sami Tan, Songul Keskin, Metin Aksoy, Siraç Aksoy, Salih Gunbat, Cewdet Hekarî, Gulsen, Abdullah Cangir, Amed Tigris, Faysal Daglî, Şefîk Beyaz, Ismet Akkurt, Ahmed Şerîfî, Bêrîvana Dêrsimî, Nijad Yaruk, Welat Gul, Gaffar Erbek, J. Espar, Lerzan Jandil, Sirwan Rehim, Bekir Şiwanî, Salihê Kevirbirî, Zahir Kayan, Mirhem Yigit, Murat Baran, Murat Batman, Cemil Oguz Zulkuf Kişanak, Azad Altun, Mezlûm Doxan, Îkram Balekanî û gelek kesên ku ji derve carna bi dilxwazî nivîs û nûçe dişandin. Piraniya kesên di Welatê Me de xebitîn, berê di Welat de jî xebitîbûn. Çavkanî Girêdanên derve Malpera Azadiya Welat Rojnameyên kurdî
1620
https://ku.wikipedia.org/wiki/Tb%C3%AEl%C3%AEs%C3%AE
Tbîlîsî
Tbîlîsî, Tilbîs yan jî Tiflîs (bi gurcî: თბილისი), paytext û bajarê herî mezin ê Gurcistanê ye ku li peravên Çemê Kurayê hatiye avakirin û nifûsa bajarê bi qasî 1.5 milyon kes e. Tiblîsî di sedsala pêncan ê zayînê de ji aliyê Vakhtang I ê îberî ve hatiye avakirin û ji wê demê vir ve bajar bûye paytexta gelek qral û komarên Gurcistanê. Di navbera salên 1801 û 1917an de ku di vê demê beşek ji Împeratoriya Rûsî bû, Tiblîsî navenda Cîgirparêziya Kafkasyayê bû ku hem li bakurê û hem jî li başûrê Qafkasyayê serwerî dikir. Ji ber ku cihê bajêr li ser xaçerêya di navbera Ewropa û Asyayê ye û ji ber nêzîkbûna bajêr a Rêya Îpekê, bi dîrokek demdirêj, Tiblîs di navbera hêzên cihêrengên cîhanê de bûye cihê nakokiyan. Heta roja îro cihê bajêr pozîsyona xwe wekî rêyek girîng a derbasbûnê ji bo projeyên enerjî û bazirganiyê misoger dike. Dîroka Tiflîsê di mîmariya bajêr de tê diyarkirin ku tevliheviyek ji avahiyên serdema navîn, neoklasîk, Hunerên Beaux, Art Nouveau û mîmariyên Stalînîst heye. Her çend bajêr bi gelemperî xiristiyanên Ortodoks ên Rojhilatî jiyan kirine, ji hêla dîrokî ve Tbîlîsî bûye wargeha mirovên ji gelek çand, etnîkî û dînî. Di avahiyên geştyariyên girîng ê bajêr, Katedralên Sameba û Sioni, Qada Azadî, Kolana Rustavelî û Avenue Agmashenebeli, Keleha Narîkala ya Navîn, Şanoya Operaya pseudo-Moorish û Muzexaneya Neteweyî ya Gurcistanê hene. Avhewaya Tiblîsê di demsalên havînan germahî bi piranî ji 20 °C heta 32 °C û di zivistanê de -1 °C heta 7 °C (santîgrat) diguhere. Wêne Çavkanî Girêdanên derve Bajarên Gurcistanê Paytextên Asyayê
1621
https://ku.wikipedia.org/wiki/L%C3%AAon%C3%AEd%20Atab%C3%AAkov
Lêonîd Atabêkov
Lêonîd Atabêkov, dersdare konservatoriye ye di Moskva. Hunermend
1629
https://ku.wikipedia.org/wiki/BIOS
BIOS
BIOS kurtenavkirina Basic Input/Output System e û vek nasnameya kompûter te naskirin. BIOS qalikek biçûk bi qerta bingehîn ve zeliqîye û wezîfeya we wergirtina agahîyen kompûtere di heqê kijan teknolojîye bikartine tespît bike. Çaxe ku kompûter vedibe her tim peşîn li BIOS dinere. Ji bo ku kompûter dikaribe hemû amrazên peytandi bitefsîlîne agahiyan ji BIOS dixwaze. Wek hejmar û kijan dîsk, kirar (processor), hafize, û vekîdi kijan giredayîye vek dîskxane, CD-Rom, CD-RW, DVD ûv... Gûhertina agahîyen BIOS mimkûn e, le ne minasibe ku ne mecbûrî be, ji ber ku eyarkirina BIOS şixûlekî dijbare, gûhertinen careke xeletî pekhat, tene merîven şehraze dikari serast bike. Piraniya kompûterên nû BIOS bi versiyonek FLASH hatiye xemilandin. Taybetmendiya flash meriv dikare BIOS hesanî rojane bike, Le çaxe ku tu versiyoneke rojane xelet dakîşîne talûka kompûter bi careke venebe heye. Peşnîyazîyen hilberîne (Producent) kompûter bo BIOS binêre. BIOS
1630
https://ku.wikipedia.org/wiki/Perl
Perl
Perl xweş vek "CGI" (Common Gateway Interface) te naskirin derdorê. Weşankarek peşketî ji bo avekirina tevnika malperaye, piranîye me pirî caran ji bîr dike vî zimanê hêzdar. Ji xwere bifikir zimanek hemû başîtîyen hemû zimane guzîde wergirtiye nav xwe 1.Ware karanîne Çaxe ku tû xwe hînî Perl bike, îhtîmalek mezinê ku tû ji bo malper çekirine bikarbîne wekî din Perl platforma Linux/Unix de bi haveyek din jî meriv dikari bikarbîne. 2.Çi pewîste bo ajotina scripten Perl? Makînek Linux/Unix (ne mecbûrîye, le hesanîtire), û Perl standard hatibe avekirin Dive tû dizanîbe çava belgedanek tekstnivîs li gor bikarhêner îmtiyaz bike. Gelek caran vilo ye: chmod a+x fil.pl 3.Naveroka scripta Perl Tişte ku dikeve hûndire naveroka Perl-script rastî ne geleke, kesen ku PHP dizane ve hemşibandiya van hesanî bibîne, Rêza peşîn di belgedaneka *.pl ev e: /usr/bin/perl Navnîşena rêgeha wergêrandine ye, di makînek Windows de tene #!perl bese. Her script li gor zimane xwe hêjahîye van hene, Variable bi kurdî te manêya guhêrok merîv bikar tîne çaxe ku hêjahîyekî bi nav bike, Munasîbe merîv data (dane) di $variable de qeyd bike. Guhêrok an jî Variable bi herfa $(dolar) destpêdike, vek: $naveMin = "OmeriKeles"; Hay jê hebe bi nuqtebêhnok ; davî dibe, ev sinyal dike fermana ve rêzdarê xelas bu. Em niha dikarin mestereke bi çend rêzika bidin: #!/usr/bin/perl -w $NaveMin = "OmeriKeles "; print $NaveMin; print " $NaveMin "; Ve veha be xûyakirin: OmeriKeles OmeriKeles Bawerdikim niha tu ji xwere difikire gelo ew jî çiye. bele ne tiştekî zehmete. Te maneya New Line (Rêzek nû), çaxe ku dibîne diqevizê rêza din. Em dixwazin ve artîkele bi numûneyek WebScript davî bikin. Ev Script agahîyen bikarhêner, Server, û IP-adresa te daxûyanî dike. #!/usr/bin/perl -w #şîrove #heger li vir ! dûvde hebe, ve rêzen dûvde jî berdewam bike. print "Content-type: text/html "; # dîve bi internet ve gredayî be (Dokument type) print "Server machine software: $ENV{'SERVER_SOFTWARE'}"; print "Server machine software: $ENV{'REMOTE_ADDR}"; Gihaştin, Pêşxistin: Development Serdestpêk: Introduction Environment: Derdor Weşankar: Editor Îmtiyaz: Privilege User: Bikarhêner Rêgeh: Path Guhêrok: Variable Semicolon: Nuqtebêhnok Komputer
1631
https://ku.wikipedia.org/wiki/%40
@
@ yan nîşana @ (bixwîne nîşana at) yan jî nîşana at, nîşanek e ku bi taybetî li ser înternêtê tê bikaranîn. Wateya @'ê (at) bi îngilîzî, "ji bo, bo, jê re" ye. Ji destpêka ku înternet ket jiyana me heta îro, nîşana "@", bû nîşana ku me herî pir bikaranî. Bikarhênerên amator, şîrketên tîcarî, hunermend, karmend, nivîskar û hwd. hema bêjin herkes, e-nameyek stend û nîşana "@" xist ber navê xwe. Ev nîşan bû sembola modernîzm, têkiliyên hevçax û girêdayîbûna înternetê. Baş e gelo hûn dizanin ev nîşana ku di jiyana me de bû ye xwedî ciheke mezin, xwedî dîrokeke 500 salî ye? Beriya ku em li dîroka kevnare ya nîşana "@" binerin em li dîroka nêzîk ya vê nîşanê çav bavêjin. Nîşana "@" gava yekem wek perçeyeke e-name yê, di sala 1971 ê de ji aliyê Roy Tomlînson ve hate bikaranîn. Tomlînson'ê mihendîsê kompûteran ji bo bi kurtasî mesaja elektronîk ku cara yekem ji xwe! re şandi bû, îfade biki, nîşana "@" hilbijart. Baş e Tomlînson ji bo çi nîşana "@" hilbijartibû? Tomlînson bersîva vê pirsa wiha dide: "Min li nîşanek ku di navê tu kesekî de tunnebe û nebi sedema tevlîheviyê geriya. Ma cara yekem vê nîşanê kêseyan bikaranî? Baş e gelo ev nîşan di kompûteran de çawa hate bikaranîn? Zimannasan li ser vê mijarê dibin dualî. Li gor hinekan, ji bo cara yekem di destpêka serdema navîn de ji aliyê kêşeyên ku li ser berhemên destnivîsarî dixebitî hate bikaranîn. Nîşana "@" a kêşeyan "ad"a ku di latînî de dihat maneya "di nav de" û "nêzîkê wê de" temsîl dikir. Rastî ev bû ku piraniya zimanzanan difikirîn ku nîşana "@" di demek nêzîk de, di sedsala 18. de hatiyê dîtin. Li gor pisporan "@" di wê demê de sembolek ticarî bû ku di têkiliyên aborî de dihate bikaranîn. Mînak: Dema ku dihate gotin "5 sêv @ 10 penî", dihat wê wateyê ku yekeyek bi 5 sêvî, bi deh peniyê tê frotin. Dîrokek 500 salî Lêbelê, lêkolinerek Îtalyan derxist holê ku di dokumentên sedsala 14. ya Wenedikiyan de bi awayekî berçav tê dîtin ku nîşana "@" hatiye bikaranîn. Di van dokumentan de nîşana "@" wek sembolek pîvanî ji bo "anfora" an jî "kûp" ê dihate bikaranîn. Her wiha lêkolînereke bi navê Gîrogîo Stabîle di ferhengokek Latînî-Spanyolî ku di sala 1492 de hatiye nivîsîn keşf kir ku peyva "anfora" tê wateya "arroba" ku pîvanek giraniyê ye. Di dawiyê de nîşana "@" wek "a ya ticarî" di sala 1885 ê de, di klawyeyên yekem makineya nivîsê ya bi navê Underwood ê de ci! hê xwe girt. Ji wê rojê heta îro di klawyeyên kompûteran de wek nîşana e-name yê hate bikaranîn. Di van rojên dawî de pirsgirekên li ser xwendina "@" ê de tê ditin. Naveke gerdûnî û hevbeş ya vê nîşanê tuneye. Îspanyol û Portekîzî wek weteya wê ya dirokî jê re dibêjin "arroba", Fransizan jî hinek vê peyvê diguherînin û dibêjin "arobase". Amerîkî û brîtanî jî "at-sign" (nîşana at) bikartînin. Almanan dibêjin "at zeiczhen", Japonan jî! wek "atto maak" dixwînin. Di tirkî de nîşana "@" carna wek "guzel a" (a ya xweşik) tê bikaranîn. Di nav kurdan de ev nîşan bi piranî wek "et" an jî "nîşana et" tê xwendin. Gelo dişibe kîjan heywanî Li hîn welatan ev nîşan li heywanên cûda cûda tê şibandin. Alman, holendî, mecar û afrikiyên ji başûr, nîşana "@" dişibînin wek teriya meymûnekê. Vê nîşanê fransizan wek şeytanokekê, danîmarkiyan wek xortima fîlekê, norwêcî wek teriya berazekê, Çîniyan wek mişkekê biçûk, rûsan wek kûçikekê, fînlandiyan jî wek pisîkek razayî dibînin. Çavkanî Înternet Teknolojî
1637
https://ku.wikipedia.org/wiki/Partiya%20Jina%20Azad
Partiya Jina Azad
Partiya Jina Azad (PJA) partiyeke şoreşgerî bû. Di sala 2004'an de navê xwe guherand û bû Partiya Azadiya Jin a Kurdistan Binêre Dîroka tevgera jinên kurd Partiyên siyasî yên Kurdistanê
1667
https://ku.wikipedia.org/wiki/OpenOffice.org
OpenOffice.org
OpenOffice.org nivîsbariya azad ji bo ofîsê ye. OpenOffice.org dikare her tiştê ku Microsoft Office dike pêk bîne, lê belaş û azad e. Kurtenavê OpenOffice.org'ê OOo ye. Ji bo kontrolkirina rastnivîsê OOo bernameya "MySpell" bi kar tîne. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Lewma OOo bernameya yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye. Bi DicOOo mirov dikare ferhenga rastinvîsa kurdî daxe. OpenOffice.org bi piranî li kurdî hatiye wergerandin. Kurdîkirina wê ji aliyê Komeleya Karger û Koma PcKurd ve hatiye kirin. Yekem car OpenOffice.org 2.1 bi awayê ceribandin bi kurdî hate weşandin. OOo ji bo Microsoft Windows û Linux heye. Girêdanên derve Rûpelên kurdî yên OpenOffice.org Malpera MySpell a kurdî bi DicOOo ferhenga kurdî daxe Paketa rastnivîsa kurdî ji bo OpenOffice.org Agahiyên bi kurdî Nivîsbariya azad
1669
https://ku.wikipedia.org/wiki/GIMP
GIMP
GIMP nivîsbariya azad ji bo karên bi wêne û fotografan e. GIMP dikare her tiştê ku programên wekî Adobe Photoshop dike, pêk bîne. Lê belaş û azad e. Girêdanên derve Malpera projeya GIMP GIMP Professional Presets Archives Nivîsbariya azad
1671
https://ku.wikipedia.org/wiki/KDE
KDE
KDE (K Desktop Enivironment, Derdora Sermaseya K'ê) derdoreke sermasê a Linux ê. Armanca KDE'yê û Gnome yek e, lê herdu hinekî ji hevdu cuda ne. Dîstrîbusiyona Kubuntu KDE'yê bi kar tîne. KDE nivîsbariya azad e. Girêdanên derve Malpera KDE Derdora sermasê Komputer
1673
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mozilla
Mozilla
Mozilla nivîsbariya ji bo înternetê ye. Mozilla nivîsbariya azad e û heta niha li kurdî nehatiye wergerandin. Li gor statîstikên sala 2005'an ên der barê gerokan (browser)de, li dinyayê textê ku di destê [Internet Explorer]] de ye bi tenê ji aliyê Mozilla ve tê hejandin û hejmara kesên ku wê bi kar tînin bi ser 50 milyon kesî ketiye. Binihêre Mozilla Firefox Mozilla Thunderbird NVU Girêdanên derve Malpera projeya Mozilla Komputer
1676
https://ku.wikipedia.org/wiki/Mozilla%20Thunderbird
Mozilla Thunderbird
Mozilla Thunderbird (bi kurtasî: Thunderbird) programek ji bo e-peyam (e-mail) e. Thunderbird nivîsbariya azad e. Thunderbird hîn nehat wergerandin bi kurdî. Nivîsbariya azad Gerok
1678
https://ku.wikipedia.org/wiki/GNOME
GNOME
Gnome (GNU Network Object Model Environment) derdoreke sermasê (desktop) ji bo Linux e. Bi vî rengî Gnome dibe beşeke gelek bingehî ji bo Linuxê. Gnome ji bo hemû rengên Linuxê heye. Guhartoya Gnome ya nû her şeş meh (adar û çiriya pêşîn) dedikeve. Ev plansazî û plansaziya Ubuntuyê paralel in. Di Gnome de, guhartoyên wekî 2.10, 2.12, 2.14, 2.16 û hwd. biistîkrar in, guhartoyên 2.13, 2.15 û hwd. ji bo testê ne. Gnome nivîsbariya azad e. Çend beşên GNOME hatine wergerandin li kurdî. Girêdanên derve Malpera GNOME Derdora sermasê Nivîsbariya kurdî
1680
https://ku.wikipedia.org/wiki/S%C3%BBr%C3%AE
Sûrî
{{Infobox welat | nav = الجمهورية العربية السورية Al-Jumhūriyyah al-'Arabiyyah as-Sūriyyah | navê_fermî = | navê_kurdî = Komara Erebî ya Sûriye | al = Flag of the United Arab Republic.svg‎ | girêdana_alê = Alaya Sûriye | nîşan = Coat of arms of Syria.svg | girêdana_nîşanê = Nîşana Sûriye | dirûşm = | sirûda_netewî = Homat el-Diyar | cîh = Syria (orthographic projection).svg | cîh_sernav = | zimanên_fermî = Erebî | paytext = Şam | koordînat_paytext = | bajarê_mezin = Heleb | sîstema_siyasî = Komar | serok_cure = Serkomar | serok_nav = Beşar el-Ased | serok_cure1 = Serekwezîr | serok_nav1 = Muhammad Naji al-Otari | serok_cure2 = | serok_nav2 = | rûerd = 185.180 | av = 1,1 | gelhe = 17.500.657 | gelhe_sal = 2020 | berbelavî = 119,9 | serxwebûn = 17'ê avrêlê 1946 ji Fransayê | TBH_giştî = | TBH/kes = | TBH_sal = | dirav = Pounda sûrî (SYP) | dem = UTC+2 | nîşana_înternetê = .sy | koda_telefonê = +963 | nexşe = Sy-map.png | nexşe_sernav = }} Sûrî (bi erebî: سوريا ‎ Sūriyā) an jî Komara Erebî ya Sûriye (الجمهورية العربية السورية Al-Jumhūriyyah al-'Arabiyyah as-Sūriyyah'') welat û dewletekî li rojhilata navîn e. Sûrî welatekî xwedî deştên bi adan û çiyayên bilind e. Li Sûriyê komên etnîkî û dînî yên cihêreng ê ku piraniya wan ji Ereb, Kurd, Tirkmen, Asûrî, Ermenî, Çerkez, Mandayî û Yewnaniyan pêk tê hene. Komên dînî yên Sûriyê Sunnî, Xiristiyan, Elewî, Durzî, Îsmaîlî, Mendayî, Şîe, Selefî û Êzidî ne. Paytext û bajarê herî mezin ê Sûriyê bajarê Şamê ye. Dîrok Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanya dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Li vî demî kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpê kirin ku Suriyeyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnêe Faysal diçe Îraqê. Berî şerê cîhanê yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de miadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina Almanan bo rojhilata navîn di xizîrana 1941ê de Brîtanyayê ji bo alîkarkirina Fransayê, Suriye dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945ê de bi hevpeymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û dewleta Sûrî ya serbixwe ava bû. Li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û terefdarên Cemal Ebdulnasir bûn desthilat. Di reşemeha 1958ê de Sûrî û Misirê bi navê Komara Yekgirtî ya Ereb ava kirin. Lê li sala 1961ê de li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û ev komar jî hate rûxandin. Piştî şerê 1967ê bi binketina dewletên Ereb xelas bû, li nav dewletên Ereb jî guherîn destpê kirin. Li Surîyê li sala 1970ê de bi rêberiya Hafiz Esad derbeyeke leşkerî pêkhat û bû desthilatê nû. Li sala 1973ê de Misirê ji nişka ve êrîş bir ser leşkerên Îsraîlî yên li derdora Kanala Sûveyşê. Di vî wextî de jî leşkerên Suriyê êrîş bir ser girên Golanê. Bi alikariya DYAyê ev rewş guherî û bi serketina Îsraîlê bidawî bû. Ji ber vê helwesta DYAyê dewletên Ereb û OPECê ambargoya petrolê dana ser dinyayê û bahayê petrolê zêde bûn. 2 sal piştî şer, bi berevaniya DYAyê Sûrî û Îsraîl pêkahtin û Îsraîl ji ax3en dagirkirî derket. Desthilata Osmaniyan Sûriyeya Osmanî di destpêka sedsala 16an de piştî dagirkirina ji aliyê Sultanatiya Memlûkan ve ji aliyê Osmaniyan ve wekî yek eyaleta (parêzgeh) Eyaleta Şamê hate binavkirin. Di sala 1534an de Eyaleta Helebê dibe rêveberiyeke cuda. Eyaleta Trablusê di sala 1579an de ji parêzgeha Şamê hat avakirin û paşê Eyaleta Edeneyê ji Helebê hat damezrandin. Di sala 1516an de împeratoriya Osmanî êrîşî Dewleta Memlûkan ya Misirê dike û piştre jî herêma Sûriyeyê zeft dagir dike. Sîstema Osmanî ji bo erebên sûrî ne giran bû lê ji ber ku tirkan zimanê erebî wekî zimanê Quranê rêz digirtin û cil û bergên parêzvanên baweriyê qebûl dikirin. Di sala 1831an de, Îbrahîm paşa ya Misirê dev ji dilsoziya xwe ji bo hikûmeta osmaniyan berda û Sûriyeya Osmanî ji destê osmaniyan sitand û bajarê Şamê zeft kir. Lêbelê di sala 1840an de, ew neçar ma ku herêmê dîsa radestî osmaniyan bike. Ji sala 1864an ve, reformên Tenzîmatê li ser Sûriya Osmanî hatin sepandin, parêzgehên (vilayetên) Heleb, Zor, Berût û Wîlayeta Şamê bûn herêma Sûriyê. Di Şerê Cîhanî yê Yekem de, împeratoriya Osmanî bi aliyê Almanya û împeratoriya Awistirya û Mecaristanê ket pevçûnê. Di dawiyê de têkçû û kontrola tevahiya Rojhilata Nêzîk ji împeratoriya brîtanî û împeratoriya fransî re winda kir. Di dema şer de, qirkirin li dijî gelên Xiristiyan ên xwecihî ji aliyê Osmaniyan û hevalbendên wan ve bi şêweyê nîjadkujiya ermeniyan û nîjadkujiya suryaniyan hat kirin, ku Deir Ez-Zor ya li Sûriyeya Osmanî, cihê dawî yê van meşên mirinê bû. Di navbera Şerê Cîhanê yê Yekem de, du dîplomatên hevalbend (François Georges-Picot û Mark Sykes) di Peymana Sykes–Picot ya sala 1916an de bi dizî li ser dabeşkirina piştî şer a împeratoriya Osmanî li herêmên bandor ên têkildar li hev kirin. Ev sînor dema ku Sûriye di sala 1920an de bû endama Cemiyeta Miletan, di qada navneteweyî de hat naskirin û heya îro nehatiye guhertin. Di sala 1660 de, Eyaleta Safed hate damezrandin û piştî demek kurt navê Sidon Eyalet hate binavkirin; di sala 1667 de, Mîrnişîna Çiyayê Libnanê di hundurê parêzgeha Sidonê de statuyek xweseriya taybetî hate dayîn, lê di 1841 de hate hilweşandin û di 1861 de ji nû ve wekî Mount Libnan Mutasarrifate hate saz kirin. Piştî reformên Tanzîmatê yên sala 1864an, eyaleyên Sûriyê hatin guhertin û bûn Vilayeta Sûriyê, Wîlayeta Helebê û Wîlayeta Beyrûtê. Di dawiyê de, di sala 1872-an de Muteserrîfetiya Qudsê ji Vilayeta Sûriyê hate parçekirin û bû rêveberiyek xweser û xwedî statuyeke taybet. Di şerê cîhanî yê yekem de Di van du salên ku piştî dawiya şer di sala 1918-an de û li gorî peymana Sykes-Picot ku di dema şer de ji hêla Brîtanya û Fransa ve hatî îmzekirin- Brîtanya piraniya Mezopotamyaya Osmanî (Iraqa nûjen) û beşê başûr kontrol kir. Sûriyeya Osmanî (Filistîn û Transurdan), lê Fransiyan li Sûriyeyê mayîna Osmanî, Lubnan, Alexandretta (Hatay) û beşek ji başûrê rojhilatê Tirkiyeyê kontrol kirin. Di sala 1920 de, Keyaniya Sûriyê ya demeke kurt di bin destê Feysel I yê ji malbata Haşimî de hate damezrandin. Lêbelê, desthilatdariya wî li ser Sûriyê tenê piştî çend mehan, piştî şerê Meysulûnê bi dawî bû. Leşkerên Fransî di dawiya wê salê de hikûmeta Sûrî dagir kirin piştî ku konferansa San Remoyê pêşniyar kir ku Cemiyeta Neteweyan Sûriyê bike bin hikûmdarê Fransa. Rêvebiriya herêmê di bin destê Fransiyan de bi rêya çend hikûmet û herêmên cuda pêk hat, di nav wan de Federasyona Sûriyê (1922-24), Dewleta Sûriyê (1924-30) û Komara Sûriyê (1930-1950). Sûrîyê û Fransa di Îlona 1936an de li ser peymana serxwebûnê danûstanan kirin, û Haşim el-Etaşî yekem serok bû ku di bin jimareya yekem a komara nûjen a Sûriyê de hat hilbijartin. Lêbelê, peyman qet neket meriyetê ji ber ku parlamenê Fransî pejirandina wê red kir. her weha dewletên piçûk: Dewleta Lubnana Mezin, Dewleta Elewiyan û Dewleta Cebel Durzî. Dewleta Hatayê di sala 1939an de ji aliyê Tirkiyê ve hat girêdan. Desthilatdariya Fransayê heta sala 1946an dom kir, dema ku leşkerên Fransî di dawiyê de ji Sûriye û Lubnanê derketin, ku herduyan di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de serxwebûna xwe îlan kiribûn. Komara Yekbûyî ya Ereb(1958-28 îlon 1961) Komara Erebî ya Yekbûyî di 1ê Sibata 1958an de wek gava yekem ber bi dewleteke mezin a pan-erebî ve hat damezrandin, ku di eslê xwe de ji aliyê komek serkirdeyên siyasî û leşkerî li Sûriyê ji Serokê Misrê Cemal Ebdul Nasir re hatibû pêşniyarkirin. Hestên Pan-Ereb bi kevneşopî li Sûriyê pir xurt bû, û Nasir kesayetek qehremanek populer bû li seranserê cîhana erebî piştî Krîza Sûsê ya 1956-an. Ji ber vê yekê li Sûriyê ji bo yekbûna bi Misrê Nasir re piştgiriyek gelêrî ya berbiçav hebû. Partiya Sosyalîst a Erebî ya Baasê parêzerê sereke yê yekitiyeke wiha bû. Di nîvê sala 1957-an de, hêzên rojavayî dest bi fikaran kirin ku Sûriye nêzîkî desthilatdariya Komunîst bû; Partiyeke Komunîst a bi rêxistinkirî hebû û serfermandarê artêşê yê nû, Afif el-Bizrî, sempatîzanekî komunîst bû. Ev yek bû sedema qeyrana Sûriyê ya sala 1957an û piştî wê jî Sûriyan hewldanên xwe yên yekbûna bi Misrê re xurt kirin. Nasir ji şandeke Sûrî re, ku di nav wan de Serok Şukrî El-Quwatli û Serokwezîr Xalid el-Azem jî hebûn, got ku ew hewce ne ku hikûmeta xwe ji Komunîstan paqij bikin, lê şandê bertek nîşan da û hişyarî da wî ku tenê yekîtîya tev Misrê dê dawî li "tehdîda komunîst" bîne. Li gorî Abdel Letîf Boghdadî, Nasir di destpêkê de li dijî yekitiya tevahî ya bi Sûriyê re li ber xwe da û li şûna wê yekitiyek federal erê kir. Lêbelê, Nasser "bêtir ji desthilatdariya komunîst ditirsiya" û li ser yekbûnek tevahî li hev kir. Zêdebûna hêza Partiya Komunîst a Sûriyê, di bin serokatiya Xalid Bakdaş de, Partiya Beis a Sûriyê nîgeran kir, ku ji ber qeyraneke navxweyî ya ku endamên payebilind ên payebilind dilgiran bûn ku jê rizgar bibin, nîgeran kir. Ji dema hilweşandina rejîma leşkerî ya Edîb El-Şişeklî di sala 1954’an de Sûriye xwedî hikûmeteke demokratîk bû û zexta gel a ji bo yekîtiya Ereban di pêkhateya parlamentoyê de xwe nîşan da. Komara Sûrî ya Ereb(28 îlon 1961-...) Di Şerê Kendavê yê yekem de (1980-1988), Sûriyê li dijî Iraqê di bin serokatiya Sedam Huseyn de, ku ew jî ji aliyê Partiya Baas ve dihat birêvebirin, piştgirî da Îranê. Piştî ku leşkerên Îraqî Kuweyt dagir kirin, Sûrîye di şerê duyemîn ê Kendavê de beşdarî rizgarkirina Kuweytê bû. Têkiliyên bi welatê cîranê rojhilat re ji sala 1997-an ve tenê bi qismî normal bûn, lê têkiliyên dîplomatîk ên ku di sala 1980-an de qut bûbûn, heya Mijdara 2006-an ji nû ve dest pê nekiribûn. Di sala 1994’an de kurê Esad yê mezin Basil El-Esed ku dê şûna wî bigire, li nêzî balafirgeha Şamê di qezayeke trafîkê de hat kuştin. Piştî mirina serokê Sûriyê Hafiz el-Esed di 10ê Hezîrana 2000ê de, kurê wî yê biçûk Beşar Esed di 10ê Tîrmehê de piştî guhertina destûrî di derbarê temenê herî kêm ji bo serokekî bi piraniya %97.29 (fermî). encamên hilbijartinê). Bihara Şamê ku reformên demokratîk armanc dikir, di bin destê wî de dest pê kir. Baschar di destpêkê de ji bavê xwe lîberaltir dihat hesibandin, ji ber ku wî li Londonê dixwend, di nav tiştên din de, û hem jî zewicî. Nîşana yekem a kursa siyasî ya nû serbestberdana 600 girtiyên siyasî di Mijdara 2000 de bû. Bikaranîna Înternetê di dema Beşar de destûr hat dayîn. Lêbelê, di Îlona 2001 de, endamên naskirî yên muxalefetê dîsa hatin girtin. Di bihara 2004 de, piştî xwenîşandan û pevçûnên bi servîsên ewlehiyê re, bi sedan kurdên sûrî, ku zarok jî di nav de hebûn, hatin girtin û kuştin. Ev xwepêşandan li Qamişlo, Amûdê û Efrînê ku piraniya wan Kurd lê dijîn, hatin lidarxistin. Di Sibata 2005an de, karwanê otomobîla Refîq Herîrî, serokê berê yê hikûmeta Lubnanê, li Beyrûtê hat kuştin. Ji ber ku îşaretên xebatên servîsên veşartî hebûn, zextên li ser Sûriyeyê zêde bûn. DYE bi taybetî serokatiya wî bi kuştinê tawanbar kir. Lê Fransa jî daxwaza serweriya tam a Lubnanê ji Sûriyê kir. Di Gulana 2005 de, Serok Esed bi qismî van daxwazan da. Di serdema desthilatdariya xwe de, Beşar Esed jî li dora xwe mezhebeke xurt a kesayetiyê ava kir. Şerê navxweyî yê Sûriyê ji 2011an Ji Adara 2011an vir ve li dijî hikûmeta Esed xwenîşandan hebûn, ku bi mehan veguherî şerekî navxweyî. Di Nîsana 2016 de, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê, Staffan de Mistura, texmîn kir ku ji destpêka şer ve 400,000 kes hatine kuştin. Nêzîkî 12,9 mîlyon Sûrî li hundur an derveyî Sûriyê direvin. Hem li dijî mûxalefet û gelê sivîl ên girêdayî hikûmetê û hem jî li gelek cihan li dijî xebatkarên saziyên giştî gelek komkujî hatin kirin. Komên muxalefetê yên cuda jî şerê hev dikin. Komkujiya li herêma Hûlayê di dawiya Gulana 2012’an de bû sedema coşek mezin. Ev tawan ji aliyekî ve girêdayî dewletê û milîsên girêdayî dewletê (Şebîha) an ji aliyê din ve girêdayî hêzên opozîsyonê yên weke Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) û komên din ên şerker in. AAS ji aliyê hukûmeta tirk û hukûmeta amerîkî ve çek tê dayîn. Di sala 2013an de, Komeleya Komîteyên Neteweyî yên Mertala Şîn (ANCBS), ku navenda wê li Den Haagê ye, xwedî mîsyonên berfereh li Sûriyê bû ji bo parastina samanên çandî (mûze, arşîv, şûnwarên arkeolojîk) ku ji ber şerê navxweyî, alozî û dizî, abîdeyên, avahî û hwd.), ji ber ku di gelek rewşan de aliyên şer bi qestî hewl didin ku mîrata çandî û bîreweriya dijber têk bibin. Di vê pêvajoyê de “lîsteyên grevê tune” jî hatin amadekirin. Ji bihara 2011ê ve, xwenîşandanên li dijî hikûmeta Sûriyê veguherî şerê navxweyî li Sûriyê, ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov texmîn dike ku heta niha (3/2017) zêdetirî 465,000 kesan jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 5 milyon Sûrî ji welatê xwe reviyane (ji 3/2017an de), bi piranî ber bi welatên cîran an jî Ewropayê ve. 6,3 milyonên din jî di nav Sûriyê de direvin. Şerê navxweyî bû sedema parçebûna defakto ya welat. Di Gulana 2015an de, rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî zêdetirî nîvê xaka Sûriyê, ku bi zorê %15ê nifûsa Sûriyê lê tê de dijîn, kontrol kir, lê paytexta Şamê, 10 ji 13 navendên parêzgehan û navçeyên qelebalix li rojavayê Sûriyê. welatê ku piraniya nifûsa wê sax dijîn, di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye. Herêmên mayî ji aliyê komên serhilda yên wekî Artêşa Azad a Sûriyê, milîsên Kurd û Eniya El-Nusra ya baskê El-Qaîde ve têne kontrolkirin. Gelhenasî Gelên Sûriye Wekî ku tê zanîn, hêjmara hemwelatiyên Sûriye zêdeyî 19 milyonan ne, %70 -80-ên van jî ne ereb in. Hêjmarek mezin Kurd in (li gorî sîyaseymedarên kurd yê Sûriye, sê milyon kurd hene; hinek jî dibêjin ku sê milyon in) her wiha jî hêjmarek pir mezin ji aramî (sûryanî), tirkmen, ermenî, druzî û hîn jî hene. Ev gelan jî di heremên xwe yên esîl de dijîn û di dîrokê de îsbatên hebûna wan hene, lê dewleta Sûriye ya Baasîzm (Nasirîzim), van hemûyan înkar dike û ji bilî ereban tu kesî nasnakê. Yanî dive ku her kes bibe Ereb. Ku tu nebî Ereb jî, wê demê tu bi îxanet û ajantiya împeryalîzmê û Sehyunîzmê ve têy suçdar kirinê. Ol Li gelî Sûriyeyê 90% xwe misilmanên ne. (74% sunî û 16% alawî/druzî). 10% en xwe xristiyanên in. Parêzgehên Sûrî Bajarên mezin Şam, Haleb û Hims in. Bajarên ku bi piranî kurd in Efrîn, Heseke, Qamişlo, Dêrîk, Kobanî, Serê Kaniyê, Amûdê û Tirbespî ne. Kantonên kurdnişîn Kantona Cizîrê Kantona Kobaniyê Kantona Efrînê Revêberî Rejîma Sûriye ya ku di bin destê hişk û reş yê partiya “El-Baas” (ya ku bi înqîlabeke hovane derbasî ser desthilatiyê bû) de ye. Ev bû çiqas salin bi dîktatoriyeke ku nayê wesfkirinê û bi riya girtin, zilm, zor, zext û tirsandin û tehdîd û kuştinan re desthilatdariya xwe ya diktator bi rêve dibe û didomîne. Desthilatiya ku di destê malbata Hafiz el-Ased û çend mirov û xulamên wan yên hov de ye, hemû ecayib û felaket bi serê gel de anîn. Di destpêkê, di sere gelê xwe (Ereb) de û pişt re jî, di sere hemû gel û netewên ku bi darê zorê tevlî dewleta Sûriye kirine anîn. Têkiliyên derve yên Sûrî Têkiliyên Sûrî û Tirkiyeyê Çavkanî Girêdanên derve Malpera eşîra Dorika
1687
https://ku.wikipedia.org/wiki/Osman%20%C3%96calan
Osman Öcalan
Osman Öcalan (jdb. 1958 li Emeran, Xelfetî - 15 çiriya paşîn 2021, li Hewlêrê, Herêma Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd bû. Osman Öcalan birayê biçûk ê Abdullah Öcalan bû. Demeke dirêj di nav yek ji birêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Di sala 2004an de ji refên Kongra-Gelê qetiya û bû yek ji damezrînerên Partiya Welatparêzên Demokrat. Piştî damezirandina PWD di navbera wî û hevalên wî de nakokî derketin û Osman Öcalan ji partiyê vediqete. Zewiciya û li Başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Çavkanî Öcalan (malbat) Jidayikbûn 1958 Neteweperwerên kurd Endamên PKKê Kesên ji Xelfetiyê Siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê Kurdên Bakurê Kurdistanê Kurdên sedsala 20an Kurdên sedsala 21ê
1690
https://ku.wikipedia.org/wiki/3%C3%AA%20t%C3%AErmeh%C3%AA
3ê tîrmehê
Bûyer Kurdistan Cîhan (Bûyerên ji dîrokê binivîse) Jidayikbûn (Kesen ku di vê rojê de ji dayik bûn) Mirin 1904 –Theodor Herzl , nivîskar, qunciknivîs û rojnamevanekî awistirî-macarî yê ji Cihûtiyê bû. 2000 – Kemal Sunal, yek ji aktorên sînemê yê Tirkiyê da, li Stenbol mir. Cejn û salveger (Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin) Roj
1691
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eano
Şano
Şano yan jî hunera şanoyî hunereke wêjeyî ye ku şanoger (lîstikvanên şanoyê) li ser dikê pêşan didin. Cihê ku berhemên şanoyê lê tên pêşandan şanogeh e. Dîroka hunera şanoyî Tekamûla şanoyê Di despêka jiyanê de mirov ji bûyerên sirûştê û pêkhatina hin tiştên sosret ditirsiyan û nizanîbûn ew çawa tên holê. Ji ber ku sedemên kiretên sirûştê û zagonên xwezayî nizanîbûn, xof û tirs diket dilên wan û li hember wan bûyeran serî danîbûn û bûbûn xulam. Efsûnkariya hunerê ji wê demê vir de dest pê dike. Li gor baweriya wan di nav hêzên jîndarên xwezayê de wek hestên mirov, ruhên taybetî hebûn, ji ber wê sedemê reqs û lîstikên ku dişibandin ajalan (heywanan) dianîn holê. Tiştên ku tê ne digihîştin ji xwe re rûmet digirtin, dema xwarin têra wan hebû dawet dikirin û bi şahî derbas dibû. Ew durişm hemû bû hestiyê afirandina şanoyê. Piştre jiyan hate guhertin û dewlemend bû. Mirov durişma xwe jî guherand û bi bûyerên çûyî û yên rojane bi livbaziyên hişk tevgera xwe domand. Berî zayina Îsa di sedsala 5em û 4em de ramaniya şano di nav jiyana Yewnanên Kevnare de aj da. Ew rêgeh wek şanoya xemgînî ('trajedî') hate ziman. Mijarên xwe ji dîrok û destanan distand. Dîsa di wan sedsalan de Yewnan û Faris şerê hevûdu dikin û Yewnan serdikevin û pêş ve diçin. Di wê demê de pisporên Yewnan Aristoteles û Platon bi ramaniyeke xurt şano şîrove dikin. Dûre her ku jiyan pêşve diçe ramaniya şano û dirûşma wan salan tê guhertin. Ramana şanoya di dema Romê de Di ramaniya Romê de ne ew tirs û xofên berê ne jî ew jiyana wê dinê bikêr tên. Li ser tevgera jiyana mirov a vê dinê rawestin û hawîrdora Deryaya Navîn bi şer digirin û di jiyanê de peleki nû vedikin. Gelek jî di bin tesîra Şanoya Yewnanî de dimînin û di warê exleq û civakî de şano pêşdixin. Di wê demê de pisporên Romê Horatius Plautus û Cicero gelek keda xwe didin, lê dema ku Imperatoriya Romê perçe dibe olperestên Romê zordestî li şano dikin, karê şano ditefînin û nahêlin pêş ve biçe. Şanoya di dema Ronesansê de (sedsalên 15em û 16em) Di vê demê de pisporên şano dijî tawanbariya dêrê berxwe didin û bi mijarên pêkenänê mijarên nû diafiranin û ji bo guhertina jiyanê pevçûneke xurt lidardixin; dibêjin ku şano ji bo pêşketin û guhertina mirov haceteka civakiye. Şanoya di dema Klasîk de (sedsalên 17em û 18em) Piştî Şoreşa Fransayê li Ewropayê gelek netew xurt dibin. Ew dewlemendî karê şano li rex xwe pêş ve dibe. Ji bo ku di wê demê de gelek pisporên nû bi lêkolîn û afirandinên xwe bi nav û deng dibin, jiyanê diguherînin. Şano tê nivisandin, êdi ne tenê texlîdkirin, axaftin dikeve nav karê şano û rêgeh jî tê nûjenkirin Rewteka şanoya romantîk (sedsala 19em) Di vê demê de bi ramaniya siyasî a azad karê şano û rêgeha şano carekî din tê afirandin û şano bi jiyana civaki ji nû ve tixûbên xwe çê dike. Rewteka şanoya rasterast (sedsala 20em) Pisporê Rus Stanislavski ji şano û lîstikvanên şano re qaîdeyên nû û bi hukmê zanistî rêgehekî din datîne holê û dixwaze bila ramaniya mirov û buyerên ku mirov dijî baş bête zanin. Şanoya karkeran Ew rêgeh bi taybetî bi ramaniya cinî a karkeran tê holê û dijî kedxwarî û koletiyê û bindestiyê durişmê mirovên bindest û rewşa gerdûni wek mijar digire destê xwe û dixwaze jiyana mirov serdest û bextewar be û wekhevî çêbibe, daku mirov hemû azad û serfiraz bijin. Şanoya epîk-diyalektîk Pisporê Elman Bertold Brecht ê hemdemi ramanî û rêgeha şano bi zanistiyên nû ve diafirîne û dibêje "Di jiyana mirov a civakî de şano ne bi tenê ji bo şox û şengê ye. Mirov dikare bi vî hacetî çanda xwe û dinê jî biguherîne." Rewtekên şanoyê yên hevserdem Fûtûrîzm Surrealîzm Şanoya bi armancên siyasi "ramyarî" şanoya nivîskî 'bi belge' Rewtekên şanoyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn Pisporên zanyar li Rojhilata Navîn û Kurdistan li ser çar rewtekên sereke radiwestin. Şanoya di bin hukmê kevneşopiya gundiyan Şanoya di bin hukmê ramaniya gel Şanoya di bin hukmê kevneşopiya qesran Şanoya di bin hukmê kevneşopiya rojava Şanogehên Kurdistanê Komên şanogeran li Kurdistanê Sazûmana şanoyê Çawa ku ji bo wêne, muzîk û xebata sînemayê hin rêgeh û xusus hene, bi taybetî ji bo şano jî gelek tiştên sereta û bingehîn hene. Hemû jî mîna xelikên zincîran bi hevûdu ve girêdayî ne û hevûdu temam dikin. Rêxistina şano bi van dezgehan pêk tê; Cîhê şano 'şanogeh’ Rêvebir, 'mudur' û li rex wî ; Arşîv Pirtûkxane Kantîn Bandor 'efekt' Endezyarî 'teknîker'ji bo ronakkirina şanogeh Ji bo çêkirina nexş 'dekor' û ji bo dirûtina cil û coran Karkerên ji bo belavkirina billetan û ji bo nav û dengkirina lîstikê (pesn).. Wesemkirin û rûpoş (ji bo rengkirin ruyê lîstikvanan û guherandina rû rûpoş tê çêkirin..) Serkar (rejîsor) Serkarê şanogeh; nivîskarê şano, lîstikvan û muzîkperwer. Nexşvan, wênevan Lîstikek çawa tê şanokirin Dema mirov bixwaze lîstikeke şano bike, ev bi wan dezgeh û sazûmanên ku navê 'sazûmana şano' li jor hatiye nivîsandin, pêk tê. Berî her tiştî pirtûkeke ji bo lîstika şano hatiye nivîsandin divê hebe. Di mijara pirtûkê de çend karakter hebin, li gor wan lîstikvan tên hilbijartin û rolê her lîstikvanî tê parvekirin. Bi xwendina pirtûkê lîstikvan têne lihevkomkirin û dest bi ceribandina rolên karakterên yek bi yek têne kirin. Dibe ku lîstik kevn be û li gor rojevê naverok ji nû ve tê guhertin. Lîstikvan tên ceribandin û çend dewsgir (lîstikvanek tê hilbijartinê ji dewsa lîstikvanekî din). Lîstik bi çi rêgehî tê afirandin, li ser biryar tê girtin (serkarî (rejî), nîvîskar, nexş, ronahî, müzîk, cil û rûpuş hemû tên ceribandin). Pişt re bi pîvanekî teknîkî maketek (şiklê derewîn) tê çêkirin, proje bi temamî tê berbiçavkirin, daku lîstik amade be, piştre tê lîstin. Li ser hunera lîstikvaniyê Gelek pisporên şano li ser jêhatin û merîfeta lîstikvanan ramaniyên têkuz derxistine holê, ji wan yek jî Anton Çexov e. Çexov dibêje ku „divê her tişt hêsan be, hemû bi hêsanî. Tiştê herî girîng û esasî ji bo şano; ne şexs, têkiliyên ku di nav wan de hene, bi wate ne. Xwepêşandan û lîstikek ne bi fêl û fendan, divê bi jiyaneke jindar bête ziman.“ Serkarekî Şanoya Rus, ê bi nav û deng Stanislavski : „Li ser avahî û şiklê şano guhertinên nû diafirîne û ji bo hunera lîstikvaniyê rêzên nû û daîm dirust dike.““ Pisporekî din bi nav û deng Bertolt Brecht: „Lîstikvanek dikare jiyana mirovan, a civakî bi rêgeha epîk li ser şanogehê bi hêsan bileyze. Ew rêgaha epîk mina Lîstiknavîn [şanogeriya di nav koma gel de ya bêperde, dik, dekor û suflor tê lîstin] (bi Tirkî dagaçlama, ortaoyunu) ew karakterê ku lîstikvan dixwaze bileyze bi xwe re nake xem. Destvala derdikeve meydana lîstikê, çalakiyên ku dixwaze pêk bîne bi vatiniyeke rehet li hev tîne. Çawa ku her yek axaftin axaftina dawiyê ye wisa diaxife û gotinên xwe bi livînên awiran û destan xweşik dike û ji ber xwe gotinan diafirîne û ji nişka ve bê ceribandin wan gotaran derbaz dike." Bêguman di pêvajoya diroka şanoyê de gelek pisporan xebata şano birêzkirine û ramanên xwe yên hêja di çarçova zanistiyê de pêşxistine. Karê şano di bin hukimraniya sazûmanên serdest de ev rêgeh ji xwe re kiriye armanc. Lê ji bin hukimraniya serdestan derneketiye, azad nebûye. Jiyan xwe nû dike û pêş ve diçe: bi awayê ramanî û civakî şanoya serdestan û ya bindestan raman û rewşa xwe û tevgera xwe diguhere. Di hunera lîstikvaniyê de lîstikvan ne ew mirovê mêjûyê wî bi tiştên vala bê dagirtin e. Ew nikarin bi taybetî tiştên xwe yên şexsî wek bîr û baweriya xwe bikin hundirê lîstikê. Ew xetereke mezin ji bo jiyana civakî ye. Lîstikvan xwediyê du karakteran e; yek ew bi xwe ne, yê din di tevgera karakterekî din de biyanî ne. Brecht dibeje "yên kamraniyê fêr nakin û bi fêrkirinê nadin kêfkirin, karê wan li ser meydana lîstikê nîn e." Peroş "Heyecan" Dema lîstikvanên nû derdikevin şanogehê diperoşin. Lê ew heyecan ji bo lîstikvanên gihîştî jî derbas dibe, ji ber ku dema lîstikvan derdikeve şanogehê rol xwe pêşkêş dike, bi xwe peroşdar dibe. Ew tirse, tirsa ku mirov ji xwe re dibêje : " ma ez dikarim van gotaran rast bêjim. Dibe ku hin hevokan ji bîr bikim. Ew reziliya min e!" Ji ber van sedemên psîkolojîk hemû lîstikvan diperoşin. Ji ber vê sedemê dengê wî/wê lîstikvanî/ê dilerize û qut dibe, dest û pî tên girêdan, tevgera awirên rû têne guhertin, bi xemgînî û wîrîna wî dişike. Lîstikvaneki patî li ser wan tiştên hatine ji bîrkirin ranaweste û di gel hevalê xwe yên lîstikvan bi gotereke nû lîstikê bihev girêdide û rolê xwe dileyze. Qewimandinên ser laş (beden) Lîstikvanek dikare rolê xwe yê ku dewsa wî/wê şexsiyetê din de bi durişmê beden bi awirên rû û tevgera destan baştirîn biguhere. (Mînderekî bi pişta xwe girêde û xwe bul bike, dîsa bi minderê zikê xwe mezin bide pêşanîdan, bi solên bilind û nimiz xwe wek kulekek bike. Pêwistiya herî mezin jî axaftinek zelal û tevgera rû û dest û milan e.) Endezyarî û hin ferasetên şano Berê dora şanogehan bi hesinan hawîrdor dihate rekehkirin. Di dema Romê de mirovên dil û bende diavêtin hundirê rekehê û lawirên kuvî berdidan ser wan tu zirar nedigîşt temaşevanan. Di rojame de zanyarên şano bi sê şiklan şanogeh bi rêz kirine. Şanogehên tên û diçin. Mirov dikare li ser wan sê çar nexşan (dekor) pêk bine lê mixabin ew bi motoran dizivirin û bi dengin. Yên dizivirin; bi hawirdorê xwe bi xwe deh metre dizivire û sê çavin û zêde kêr nayên Yên asansorê; du qat li ser hev in, yek tê jor yê din dadikeve jêr. Şanogeh bi awayekî din jî gilover e. Beranberî derenceyan temaşevan rudinin. Perdeyên pêşruyê şano Şiklê Elmanan: yek perde ye û li hevûdu dipêçe û berbijor vedibe. Şiklê Yewnanî: du perden ne û berbi çepê û ji aliyê rastê vedibe. Şiklê Fransî: du perde ne, xwe li hevdipêçin û ji aliyê çep û rast ve ber bi jor vedibe. Şiklê Îtalyanî: du perde ne, di navîn de ber bi jor ve vedibe. Ronak (lambe) Lambeyên ser nexşa şano de hene gelekin û navên wan bi taybeti ji zimanê Latinî tên. Ronakên pêş şanogeh hemû bi reng in. Ronakên li jor: tên livandin, dadikevin û bilind dikevin. Ronakên li erdê jî hene, nexşên binî ronî dikin. Hin ronak ji aliyên çep û rast ve ronahiyê didin şanogehê. Ronakek jî bi tenê ronahiya xwe ya gur dide ser xalekî. Çend projektorên mezin bi rojik in, mirov dikare ji dûr ve bi her awayi rohaniyê bide şanogehê. Ronakên bi bandûr ji bo dû, ewr, berf û avê ne. Akustîk (deng): dema deng li ser dîwarên salona şano vedide. Mûzîk: hestên di lîstikê de peyda dibin, bi mûzîkê tên nîşandan. Suflor: ku lîstikvanek di lîstikê de rolê xwe û gotinên xwe ji bîr bike, yek ji paş perde bi dengekî nizm jê re gotinên wî dibêje. Diksiyon: Hevok û bijartin û gotina hevokan. Replik: her yek gotar ji axaftina lîstikvanan. Marke: dema lîstikvanek bikeve pêş lîstikvanekî din wî/wê marke dike (winda dike). Jest: bi tevgera dest û milan livînên bi wate. Mimik: awir. Ajitasyon: Axaftinên zîz. Pandomîm: Lîstika bi mûzîk û tevgera dest, mil, awir û rû ava dibe. Deng: bûyera lerizînê ye. dengê vekirî yê nerm dengê vekirî yê hişk dengê girtî yê nerm dengê girtî yê hişk Dengê mirovan du beş e: Dengê rast û hişk Dengê bi reng û rind ew jî wek Dengê trajîk. dramatîk komîk her yek wek dengekî zirav, dengekî navin û dengekî nizm tê holê. hînkirina lîstikvanan ji bo hin durişmên taybetî Ji bo perçinandina axaftinê lîstikvan di hundirê poz de, di nav diranan de, nava lêvan de, gewreyê de, bi rêya bêhngirtinê deng derdixe. Ev deng hin caran bi hêrsketinê bilind dibe wek qêreqêr, hin caran jî nizm û tenik dibe, wek mirov pê bigirî, pê bikene, bi vi avayî dikare dengê xwe bi xwe kontrol bike. Mînak ji bo kenandinê Lîstikvan herfê "H" pêyhev dubare dike, herwek "HO""HÎ" Di hundurê poz de ku herfên "NGA" "NG" bê xwendinê deng ji poz de derdikeve di gewriyêde ji "HE""HÎ""HA""HI" û "HEY""HAY""HOY""HÛY" tê dubare kirin, di nav diranan de jî „paqij“ "tenduristî" û hwd. Hin gotin tên dubarekirin, lê hin qinik jî hene, bê wan kar nabe. Dema dest bi karê şano tê kirin, di destpêkê de tevgera laş pêwist e, da ku ji jêr heta serî germ be. Bi wan livînên ling, dest, mil û tû û serî; lîstikvan dikare tevgera xwe, dengê xwe tevgera awir û ruyên xwe bi xwe qontrol bike. Ev hemû bi rêgeh û rêz pêk tên. Dema pêwist be, ji bo rolekî divê lîstikvan ji nişka ve li erdêkeve pêşde lingên xwe vedike û li ser enişka milê rast xwe diavêje erdê, dûre xwe gildî dike. Dema bixweze rûnê, lingê rast an jî yê çepê di şunde dimîne. Giraniya laş tê mêzinkirin. Wexta lîstikvanek di lîstikê de li ser şanogehê ye, divê pişta xwe ji temaşevanan neguhere. Dema lîstikvanek diaxife, yên din cihê xwe bigirin û dema ku dora wan hat ew li gor girîngiya rolên xwe biaxifin.Ti kes nikare li pêş lîstikvanekî raweste û divê her yek li ser şanogehê belav bibe. Durişmê lîstikvanan bi bizavên wan civane estetîk dibe. Li Kurdistanê ji ber sedemên mêtingehkirinê, karê şano pêş neketiye, di bin desthilatiyê de sedsalên dirêj di bin bandora çanda wan de maye. Divê ronakbîr û hunermendên Kurd bi rêz û pivanên zanyarî li ser çand û hunera Kurdan lêkolin û lêgerînên xwe rêz bikin û sazgehên çandî bên avakirin, da ku her tişt ji nû ve were ceribandin. Şano wek wêje, sînema û hunerê destan yên din cek û haceteke girîng e ji bo tevgera gelê Kurd. Çavkani Lacos Egri "Hunera nivisandina şano" Augusto Boal "Şano ji bo bindestan" Sevda Şener "ramaniya şano" Metin And "diroka şano" Adalbert serger "maske û şikilguherandin" Mamosteyên Dibistana lîstikvanan a ewlekariyê-berlin Hunerên ahengê
1694
https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Emral%C3%AE
Îmralî
Îmralî () giraveke di nava Deryaya Marmara de ye. Zindanek lê heye. Adnan Menderes û Abdullah Ocalan Siyasetmedar Abdullah Ocalan ji sala 1999an pê ve di girtîgehê Îmraliyê de girtî ye. Di zindana girava Îmraliyê de beriya niha jî gellek kes bi mebesta îzolekirinê hatine girtin. Yek ji wan serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Adnan Menderes bû ku 17ê îlona sala 1961ê hat darvekirin. Giravên Tirkiyeyê Girtîgeh
1730
https://ku.wikipedia.org/wiki/Em%C3%AEn%20Al%C3%AE%20Bedirxan
Emîn Alî Bedirxan
Emîn Alî Bedirxan (jdb. 1851 li Kreta, Împeratoriya Osmanî; − m. 1926 li Misir) kurê Bedirxanê Evdalxan û bavê Celadet û Kamûran Bedirxan û Seyîd Moîne Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1851ê de hate dinyayê. Wî di xwendegeha Siltanan de, ya ku tenê ji zaroyên mîran re li Stembolê hati bû ava kirin, beşê mafzaniyê, ango hiqûq xwend û bi vê hişê wî weke mirovekî rewşenbîr vebû. Ew mirovekî gelekî jêhatî û şehreza bû. Wî karî bû êdî bi zaneyî bikeve meydana xebatê, nemaze piştî ku ew li ser destê helbestvan û welatperwerê mezin Hecî Qadirê Koyî hati bû xwedî kirin. Vî helbestvanê mezin gelek ji rewşenbîrî, zanîn û hijkirina Kurdistanê xisti bû dilê Mîr Emîn Alî Bedirxan de. Mîr Emîn Alî Bedirxan berpirsiyariya malbata xwe, weke kurê mezin, êdî girti bû ser milê xwe û di riya welatperweriyê re jî, rêcika bav û kalên xwe girti bû û keti bû xebata rizgarkirina Kurdistanê de. Ji ber vê yekê di sala 1889an de wî û birayê xwe Midhet ji Stembolê berê xwe dane Kurdistanê. Wan li bajarê Trabzonê komcivînek bi beg û axayên Kurdan re li dar xist û kara komcivîneke giştî dikir, da hêrîşeke jinişkave berdine ser Tirkan û Kurdistanê rizgar bikin. Kariyera pîşeyî Di salên 1880-an de, ew bû mufetîşê dadrêsiyê û li gelek bajar û dadgehên Împeratoriya Osmanî xebitî ku reformên darazê yên ku di 1879-an de hatibûn derxistin bicîh bîne. Di 1888 de, ew ji peywirê hate dûr xistin, û ew eşkere bû ku bêyî xebatê heya 1893, dema ku ew yekem hate danîn meclîsa bajarê Konstantinopolis. Di destpêka 1900-an de, ew dîsa wekî mufetîşê dadrêsî hate wezîfedarkirin, û wî şandin gelek bajarên seranserê Empiremparatoriyê wekî Edirne an Enqere. Ji 1906–1908 sirgûn Di sala 1906-an de, karîyera Emîn Alî ji nişkê ve zivirî ku ew hate sirgûn kirin piştî ku pismamê wî Abdürezak Bedir Xan û birayê wî Ali Şamil Bedir Khan hatin tawanbarkirin ku di kuştina Ridvan Paşayê thearedarê [[Konstantinopolis (bajarê nûjen | Konstantinopojë]). Tevlîbûn di nav rêxistinên Kurd de Li dû Serhildana serxwebûna Ciwanên Tirk li dijî Sultan Abdulhamid II destûr hate dayîn ku ew vegere Stenbol û di 1908 de ew bû endamê damezrîner ê Civaka Kurd ji bo Hevkarî û Pêşkeftinê. Wê demê wî têkiliyên nêz bi Ubeydelah Barzanî re saz kirin, ji ber ku ew jî endamê tevgera Kurdî bû. Lê Civat di sala 1909-an de ji hêla Komîteya Unionttihat û Terakkî (CUP) ve hate qedexe kirin ji ber ku tu feydeyek ji rêxistinek Zimanê kurdî nedidît. Sala 1918 ew hate hilbijartin cîgirê serokê Civata ji bo Bilindbûna Kurdistanê, dijberî hilbijartina Abdulkadir wek serok. Lê nakokiyên ku Abdulkadir doza otonomiyê di nav dewleta pêşerojê ya Tirk de dikir didomîn, ji ber ku Emîn Alî Bedir Xan alîgirê serxwebûna Kurd bû lê di heman demê de naskirina dewletê ji hêla siltanek ve wekî Xelîfe. Emîn Alî di danûstandinên Konferansa Aştiyê ya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de jî beşdarvanek çalak bû. Wî nerîn dom kir ku divê parêzgeha Wan di nav Kurdistanekê de bête girtin, dijberî Şerîf Omerî ku Civata ji bo Bilindbûna Kurdistanê temsîl dikir li Danûstandinên Aşitiyê li Parîsê. Wî ji serokê konfêransa aşitiyê li Parîsê re nameyek nivîsand û nexşeyek jî nîşan da, ya ku li gorî wî divê Kurdistanek pêşerojê pêşkêşî nûnerê Brîtanya li Stenbolê, Richard Webb bike. Emin Ali dê biçûya damezirandina Civaka Rêxistinên Civakî yên Kurd ku doza Kurdistanek serbixwe dikir. Wî dev ji doza Kurd berneda û pêwendî bi Grek dîplomatên ku piştgiriya wan karibû bi dest xwe bixe. Dûv re wî û kurê wî, Celadet Alî Bedirxan, jî piştgirî ji Britishngîlîzstan xwestin, da ku serhildanek Kurd li Mûsil hêsan bikin, lê wan nehişt ku piştgirî bidin dozê. Ji ber ku nêzîk bû ku komarek Tirk dê were afirandin, ew çû sirgûnê Misrê, û li wir di 1926 de çû rehmetê. Berjewendiyên çandî Emîn Alî bi edebiyata Kurdî re eleqedar bû û helbesta Kurdî nivîsand, ew di heman demê de ji muzîka klasîk a rojava jî dilsoz bû. Ew bi Grekî, Frensî, Erebî, Tirkî û Zimanê kurdî xweş dizanibû. Malbat Ew du caran zewicî bû, û bavê heşt zarokan bû, Sureyya, Celadet, Kamuran, Hikmet, Tevfik, Safder, Bedirhan û Meziyet. Ji bîbine Celadet Alî Bedirxan û Kamiran Alî Bedirxan Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî Împeratoriya Osmanî Çavkanî www.xoybun.com Malbata Bedirxaniyan Mîrên kurd Jidayikbûn 1851 Mirin 1926 Siyasetmedarên kurd Kurdên Împeratoriya Osmanî Kurdên sedsala 19an Çalakvanên kurd ên serxwebûnê