english
stringlengths
1
1.84k
kurdish
stringlengths
1
1.85k
“We witnessed considerable part of CHP MPs’ standing by law and saying ‘no’ against the act intending to lift parliamentary immunities of some MPs in an unconstitutional way.
‘Me dît ku gelek wekîlên CHPê li meclisê di dengdana 20ê Gulanê de bûn aliyêke hiqûqê. Wekîlên CHPê ji bo wê teklîfa ku hewldidin pê parêzbendiya parlementeran rakin, dengê neyînî dan.’
President Recep Tayyip Erdoğan in his speech at the opening ceremony of the new service building of the Woman and Democracy Association (KADEM) has defined the equality of women and men as “being rival, hostile to each other”; and the women not giving birth as “incomplete”.
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar, li Komeleya Jinan û Demokrasîyê (KADEM) axiviye. Wî jinên naxwazin bibin dayik wek nîvjin bi nav kiriye.
Erdoğan’s speech is as follows:
Erdoganî gotiye:
“In terms of women’s right, a perspective that is not the product of these lands has become prevalent. You don’t make iron more valuable when you equalize gold and iron. Women constituting incomplete of the humanity is precious with her grace, her motherhood. We don’t accept the mindset, which sees the men and women as rival, hostile”.
‘’Li ser mijara mafên jinan bi salan e fikreka ne xwemalî serdest e. Heke hûn hesin û zêrî bikin wek-hev hûn qedrê wan jî nakin wek-hev. Nîvê mirovan jin in, ew bi bedewiya xwe, estetîkê û dayikbûna xwe biqedir in. Em wê hizra jin û mêran wek rikeberên hevdu dibînin qebûl nakin.’’
“A woman abstaining from motherhood for ‘working’ actually refuses her womanhood. This is my sincere thought. A woman refusing motherhood, refusing to manage household faces the threat of losing her freedom no matter how successful she is in the business world. She is incomplete, she is lacking.
‘’Jina ku ji ber karkirinê xwe ji dayikbûnê vede(bi dûr bixe) jinbûna xwe înkar dike. Ev hizra min a ji dilî ye. Jina ku qebûl neke bibe dayik, kevanîtiya mala xwe neke, li kar û barên xwe her çende biserkeftî bibe jî, ew di bin metirsîyê de ye ku azadiya xwe ji destan bide, ew nîvjin e, kêm e.’’(ÇT/MB)
Three years have passed over the bomb attack in Reyhanlı district of Hatay. As of that day, nine other attacks against civilians were launched.
Bi ser dema bombeyên ku li Reyhanliyê hatibûn teqandin de 3 sal derbasbûn. Ji wê demê vir ve li dijî sivîlan 9 êrişên din hatin kirin.
In the attacks, eight attackers died, 275 people exposed to the attacks lost their lives.
Di encama van êrişên bi bombeyan de 8 êrişkar mirin û 275 welatiyên sivîl jî hatin kuştin.
However, only one investigation into attack was completed: Reyhanlı. (None of the three cases opened with this attack have been concluded).
Lêpirsîna êrişeke tenê hat temamkirin: Reyhanli. (Derbarê wê êrişê de 3 doz hatin vekirin lê her sê jî negihiştiye encamê)
The investigations as to the nine attacks are ongoing. There is confidentiality order on all the investigations.
Lêpirsînên derbarê 9 êrişan de dewam dikin: Derbarê hemû lêpirsînan de biryara veşartinê hatiye dayîn.
The attacks we covered, death toll of the attacks and their dates are as follows:
Demên êrişan û hejmara kesên di encamê de hatine kuştin wiha ne:
52 people died in the attack launched with bomb-laden vehicles in Reyhanlı on May 11, 2013.
Li Reyhanliyê di 11ê Gulana 2013an de bi wesayîtên bombebarkirî êriş hat kirin û di encamê de 52 kesan canên xwe ji dest dan.
Five people killed in the attack launched on public meeting of the Peoples’ Democratic Party (HDP) in Diyarbakır on June 5, 2015.
Di 5ê Hezîrana 2015an de li Amadê li dijî mitînga HDPê êrişa bombeyî pêk hat û di encamê de 5 kesan canên xwe ji dest dan.
Suicide attack was launched in Urfa’s Suruç district on July 20, 2015, which claimed lives of 33.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20ê Tîrmehê de xwekujê bombeya ser xwe, di civîna çapemeniyê de teqand û di encamê de 33 kesan canên xwe ji dest dan.
Two people launched suicide attacks on the Peace Rally in Ankara killing 101 on October 10, 2015.
Di 10ê Cotmeha 2015an de li Enqereyê li dijî mitînga aştiyê du kesan bombeyên li xwe girêdabûn di nav welatiyên sivîl de teqandin û di encamê de 101 kesan canên xwe ji dest dan.
Suicide attack was launched against the tourists in Sultanahmet, the historical peninsula of İstanbul on January 12, 2016 killing 11 tourists.
Li Stenbol Sultanahmetê di 12ê Çileya 2016an de li dijî tûrîstên alman bi bombeyan êriş pêk hat. Di encama wê êrişê de êrişkar mir, 11 turîstan jî canên xwe ji dest dan.
Six people killed in the attack launched on Diyarbakır Çınar Security Directorate and its mass housings with a bomb-laden vehicle on January 14, 2016.
Di 14ê Çileya 2016an de li wesayîtên bombebarkirî li dijî avahî û lojmanên Mudiriyeta Emniyetê ya Çinarê (Amed) êriş pêk hat û di encamê de 6 kesan canên xwe ji dest dan. 3 kesên ku hatin kuştin zarok bûn.
Attack was carried out against the General Staff shuttles in Ankara killing 28 on February 17, 2016.
Li Enqereyê di 19ê Adara 2016an de li diji servîsa sererkaniya tirk êrişeke bombeyî pêk hat û di encamê de 28 leşker û sivîl jiyanên xwe ji dest dan.
Five people killed in the attack on Israeli tourists in İstiklal street in İstanbul on March 19, 2016.
Li Stenbol Taksîmê li dijî tûrîstên îsraîlî êrişeke bombeyî pêk hat. Di encama wê êrişê de êrişkar mir, 4 tûrîstan jî jiyana xwe ji dest dan. (19ê Adarê)
Attack was launched in Güvenpark in Kızılay district of Ankara, which killed two attackers and 35 people.
Di 13ê Adarê de li Enqere Kizilayê êrişeke bi bombeyan hat kirin. Di encama wê êrişê de 35 polês-sivîl hatin kuştin.
President Recep Tayyip Erdoğan in the Sabahattin Zaim University 2015-2016 academic year graduation ceremony has commented on the Armenian Genocide Resolution recognizing the Armenian killings as “genocide”.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma mezûnan a Zanîngeha Sabahattin Zaim de derbarê pêşnûmeya Qirkirina Ermenan a li Meclîsa Federal a Almanyayê hat qebûlkirin de axivî.
President Erdoğan as to the resolution has noted; “A smartass comes up, prepares some stuff and submits it to German Parliament. And some claim these are Turks. Hell no! Their blood should be tested in laboratory”.
Erdoganî derbarê qebûlkirina pêşnûmeyê de got: ‘Devlewçeyekî derketiye li wir tiştek amade kiriye û pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê kiriye. Ji wî kesê re dibêjin tirk... Tirka çi lo... Divê xwîna wan ji testa laboratuwarê derbas bibe.’
“Germany will answer for the Holocaust first”
Ey Almanya…
President Erdoğan in short has noted;
Axavtina Erdogan bi vê rengî ye:
“You are maybe the last country to vote for an Armenian Genocide bill against Turkey and Turks in its parliament. Moreover, we don’t have any problem with our history on this issue anyway”.
'Divê pêşî Almanya bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne. Ey Almanya pêşî tê hisabê Holokostê bide, we li Namibyayê çawa 100 hezar însan kuşt û hûnê hisabê wê jî bidin.'
Claim of ‘we are handing over Armenian assets’
Îdiaya ku ‘Mulkên ermenan radestî wan tên kirin’
“As of today, there approximately are 100.000 Armenians in Turkey. Half of these are our citizens, the other half are not. We could have a much different approach. If we were an Armenian hostile country, we would send all those back to Armenia.
‘Li gorî texmîna niha li Tirkiyeyê nêzî 100 hezar ermen heye. Nîvê ji wan welatiyên me ne lê nîvê din welatiyên Tirkiyeyê nîn in. Eger em dijminê ermanan bûna me yê wan kesên ku welatiyên me nîn in, bişanda Ermenîstanê.
“They claim, we have demolished and confiscated Armenian churches. On the contrary, we are handing them over the churches in their foundation trusts.
‘Li Almanyayê dibêjin ku qaşo me dest danîye ser kilîse û milkên ermenan. Bila di çavê we re here. Em niha kilîseyên ku aîdî weqfên ermenan in, radestî wan dikin.’
“Send in your archeologists”
‘Arkeologên xwe bişînin’
“A smartass comes up, prepares some stuff and submits it to German Parliament. And some claim these are Turks. Hell no! Their blood should be tested in laboratory”. (AS/DG)* Photograph: Yasin Bülbül – İstanbul / AA
‘Devlewçeyekî derketiye li wir tiştek amade kiriye û pêşkêşî Parlamentoya Almanyayê kiriye. Ji wî kesê re dibêjin tirk... Tirka çi lo... Divê xwîna wan ji testa laboratuwarê derbas bibe.’
Body of Rozerin Çukur killed in Sur district of Diyarbakır on January 8, 2016 whose body hasn’t been delivered to her family has been identified.
Cenazeyê Rozerîn Çukurê ku di 8ê Çileyê de li Sûrê hatibû kuştin û dewletê cenazeyê radestî malbatê nedikir, hat tespîtkirin.
According to the report of the Dicle News Agency (DİHA), Rozerin Çukur’s family has been informed that her body is being kept at Gazi Yaşargil Training and Research Hospital.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) piştî testa DNAyê hatiye terspîtkirin ku cenazeyeke li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê aîdê Rozerîn Çukurê ye.
The family will take the body to morgue at the Yeniköy Graveyard, then will take it to Herîdan village of Dicle district to inhume her body tomorrow morning (June 7) at 9 a.m.
Cenaze dê ji hêla malbata Rozerînê ve li gundê Herîdan ya girêdayê navçeya Pîranê were definkirin.
Identification after five months
Piştî 5 mehan cenaze hat tespîtkirin
Rozerin Çukur aged 16 was killed near Süleyman Nazif Primary School in Fatihpaşa neighborhood. Various news sites had written that Çukur was shot by snipers.
Rozerîn Çukur li taxa Fatihpaşayê ya Sûrê hate kuştin. Li gelek malperên nûçeyan hatibû gotin ku Rozerîn Çukur ji hêla nîşangiran ve hatiye kuştin.
Çukur family started watch at Fırat Culture Center with the other families whose relatives’ bodies are not found.
Gelek malbata ku ya Rozerînê jî tê de ye, ji ber ku cenazeyên zarokên wan radestî wan nayê kirin li Navenda Çanda Dicle-Firatê dest bi nobetgirtinê kiribûn.
Bodies were gotten out of the district in May, Çukur family gave blood samples.
Encamên testa DNAyê ku li Saziya Tip a Edlî ya Stenbolê hat kirin, di 4ê Hezîranê de diyar bûn lê cenazeyê Rozerînê nehatibû tespîtkirin.
Rozerin Çukur’s father, Mustafa Çukur in his interview to the DİHA said that he will apply to the prosecution again today (June 6).
Piştî ku îro bavê Rozerînê carek din ji bo tespîtkirinê serî li dozgeriyê da, agahî hat dayîn ku cenaze hatiye tespîtkirin.
Journalist Vecdi Erbay, in his article titled “Sleep Has been Forgotten at Rozerin’s Home” had covered Rozerin Çukur’s father, Mustafa Çukur’s words as to the day of the incident.
Vîdeoya ku rojnameger Semra Pelekê amade kiribû de dayîka Rozerînê daxwaz dikir ku cenazeyê keça wê radestî wan were kirin û wiha hawar dikir: ‘Çi ji destê we tê bikin, bila cenazeyê me bidin.’
Bomb attack has been launched against police bus at Vezneciler stop in Veznceiler neighborhood of the historical Beyazıt district in İstanbul at 8:40 a.m.
Li siet 8:30ê serê sibeyê êrîşeka bi bombeyan li ser otobêsa polîsan hatiye kirin. Polîsên di otobêsê de bûn li ser rêyê bûn ku biçin Zanîngeha Stenbolê.
The attack has been reportedly launched by detonating a bomb planted on a parked vehicle.
Li gor agahiyan peqîn di navbera navenda polîsan a Beyazitê û rawestgeha otobêsan de çêbûye.
Governor: 11 people seven of whom are police killed
11 kes mirin, 7 ji wan polîs in
İstanbul Governor, Vasip Şahin in his statement issued at 10:39 a.m. has stated that 11 people seven of whom are police killed, 36 others injured as three of them are in critical condition.
Waliyê Stenbolê, Vasif Şahin dîyar kir êrîş bi wesayita bombekirî hatiye kirin, 11 kes mirine 7 ji wan polîs in, 36 kes jî birîndar in. Jiyana sê birîndaran di xetera mirinê de ye.
Şahin noted that the attack was carried out by detonating bomb-laden vehicle.
(EKN/MB)
Vice Prime Minister and Government Spokesperson Numan Kurtulmuş has noted that the works for visa waiver continued.
Berdevkê hukimetê û Alîkarê Serokwezirî Numan Kurtulmuş ragihand ku ji bo serbestiya vizeyê hewldanên wan dewam dike.
“The negotiations between the EU and Turkey is an important one. [...] we are also of the opinion that the promises made by the EU are not just empty ones. Suspending the Readmission Agreement is not on our agenda”.
Kurtulmuşî derbarê Peymana Penaberan de got: ‘Muzakereyên ku di navbera Ewropa û Tirkiyeyê tên kirin, gelek girîng e. Ti gotin an pêkhatin bê sedem nehatiye kirin. Em pê bawer in ku sozên ji hêla YEyê ve hatine dayîn jî, badilhewa nîne. Betalkirina peymanê di rojeva me de nîne.’
President Recep Tayyip Erdoğan as to the issue had said earlier; “If a conclusion is reached in these negotiations, it’s fine. Yet if not, with all due respect, the Parliament of the Turkish Republic will not pass any decision regarding the implementation process of the Agreement”.
Erdogan derbarê mijarê de gotibû: ‘Eger encameke baş ji van hevdîtinan dernekeve, bila li qisûrê nenêrin. Peymana derbarê qebûlkirina penaberan de li meclisa Tirkiyeyê jî dê neyê qebûlkirin.’
“Negotiations with the EU continue”
‘Hevdîtinên bi YEyê re dewam dikin’
Numan Kurtulmus making important statements as to the agenda following the cabinet meeting yesterday (May 6) has said the following in short;
Kurtulmuşî duh piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da û wiha got:
“Now it’s EU’s turn to fulfill its responsibilities. I assume that the EU will act transparently by taking Turkey which has fulfilled so many responsibilities of its own into consideration.
‘Niha dora YEyê ye ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ez wisa difikirim ku dê YE jî li hemberî Tirkiyeyê ku berpirsyariyên xwe ev qas baş bi cih anîne de, dê bi awayekî zelal tev bi gere.’
CLICK - CRITERIA ERDOĞAN DENIES TO ‘EXIST’ ARE IN ROADMAP
‘Ji bo dawiya serdema xebatên meclisê demeke kêm maye. Her wezaretê hin qanûnan ji xwe re kiriye xebatên sereke. Em derbarê vê mijarê de jî axivîn.’
“Relocating cities are not on the agenda”
‘Guhertina cihên bajêr-navçeyan di rojevê de nîne’
“The fight against terrorism was a very comprehensive battle, outside of the borders and in the cities. Our security forces act in a way which ever is necessary depending on the area. If there are such elements against the state and citizens in rural areas, this struggle will proceed in determination. The fight against terrorism and the process regarding the reconstruction of the cities continues anyway.
‘Li hemberî ‘terorê’ li bajêr û bejahiyê, li welêt û derveyê welêt operasyonên gelek berfireh tên kirin. Li ku û çawa diviyabe, hêzên me yên ewlehiyê wisa tevdigerin. Ji bo ji nû ve bajêr werin îmarkirin, hewldanên me dewam dikin.’
“Relocating certain cities is not a topic on our agenda. The most important part of the battle against terrorism has been completed. The fight will continue in the remaining places”. (YY/DG)
‘Guhertina cihê hin bajêr-navçeyan di rojeva me de nîne. Wê operasyon dewam bike.’
Journalist Hayri Tunç has been sentenced to 2 years in prison on charge of “propagandizing for the terrorist organization”.
Ji bo rojnameger Hayrî Tunç bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 2 sal cezayê girtinê hat dayîn.
In the trial held by İstanbul 13th High Criminal Court, journalist Hayri Tunç had previously been sentenced 1 year and 2 months in prison on charge of propaganda. The prison term has been increased to 1 years and 6 months on ground that the crime had been committed through means of press and to 2 years as it was a series of crime.
Doza ku 13. Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hat dîtin de, bi hiceta propagandayê salek û 2 meh, ji ber ‘sûckirin bi rêya çapemeniyê pêk hatiye’ ve salek û 6 meh, ji ber ‘sûckirin bi hevre pêk hatiye’ bi tevahî 2 sal cezayê girtinê li rojnameger Hayrî Tunç hat dayîn.
The court has not issued an arrest order. The decision is before Supreme Court of Appeal.
Dadgehê biryara girtinê neda û ji bo cezayê girtinê jî serî li Dadgeha Nilind hat dayîn.
Tunç had been taken into custody by civil police officers while leaving his house in Bayrampaşa on February 2. He had been brought before court on February 3, and arrested on charge of “propagandizing for the terrorist organization” in his social media postings and news photographs.
Hayrî Tunç 2ê Sibatê de dema ji mala xwe derdiket (Bayrampaşa-Stenbol) ji hêla polêsên sivîl ve hatibû girtin. Tunçê ku di 3ê Sibatê de sewqî dadgehê hatibû kirin, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hatibû girtin.
The act concerning amendment in Republic of Turkey’s Constitution as to lifting parliamentary immunities of the MPs against whom have cases has entered in force today by being published on the Official Gazette.
Qanûna ji bo rakirina parêzbendiya parlementerên ku derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin, hat erêkirin û îro di rojnameya fermî de jî hat weşandin.
In the voting held in parliament on May 20, the proposal was approved with 376 votes against 140.
20ê Gulanê de di dengdana ku li meclisê hat kirin de 376 parlementeran dengê erênî bi kar anî, 140 parlementeran jî wê qanûnê red kiribûn û dengê neyînî dabû.
President of the Assembly, İsmail Kahraman had submitted the approved proposal to President Recep Tayyip Erdoğan on May 24.
Piştî ku teklîfa qanûnê li meclisê hat qebûlkirin, ji bo erêkirinê şandin ji Serokomar Erdogan re. Erdoganî duh êvarê wê qanûnê erê kir, qanûn ket merciyetê.
Erdoğan approved the act within on the last day of the legal period of 15 days, which is June 7.
Li gorî wê yekê piştî erêkirina qanûnê divê di nav 15 rojan de dosyeyên parêzbendiyan ku li Lijneya Makeqanûnê, Serokatiya TBMMê, Wezareta Dadê û Serokwezîrtiyê ne, di çarçoveya biryarên hatine hilanîn de wê radestî saziyên berbirsyar werin kirin.
The MPs against whom have cases can be tried now pursuant to this new regulation.
(BK/YO)
The News Watch organized to act in solidarity with the journalists working in conflict zones has been awarded the Günter Wallraff Critical Journalism Award by Initiative Nachrichtenaufklarung.
Nobedariya Nûçeçêkirinê, nobedariyeka ji bo hevgirtina digel nûçegihanên di herêmên metirsîdar de kar dikin e.
The Initiative Nachrichtenaufklarung, an initiative founded in Germany to draw attention to the news that the main-stream media overlooks, will give the award to the News Watch in a ceremony to be held in Köln on June 10.
Rêxistina Almanyayê ya İnitiative Nachrichtenaufklarungê xelatê dide wan destgehên medyayê ku nûçeyên medyaya sereke çavên xwe lê girtî belav dike. Wê desgehê Xelata Nûçegihaniya Rexnelêgir a Gunter Wallraffî da Nobedariya Nûçeçêkirinê.
68 journalists had worked with their colleagues for eight weeks within the scope of the News Watch, and shared the news which wide-spread media neglected with public.
Bi ‘’Nobedariya Nûçeçêkirinê’’ 68 rojnamegeran li herêmên metirsîdar digel nûçegihanên wan deran nûçe çêkirine.
The News Watch used the following expression as to the award:
Nobedarên nûçeçêkirinê ji 300î zêdetir nûçe çêkirine.
The media outlets with which the News Watch acted in solidarity are as follows:
Saziyên Nobedariya Nûçeçêkirinê lê hatiye kirin ev in:
Azadi Tv, Azadiya Welat, Batman Yön Gazetesi, Batman Sonsöz gazetesi, Diha, Evrensel Gazetesi, Haberdar, Hayat Tv, imc Tv, Jinha, Jiyan Tv, K24 Tv, Kurdsat News Tv, Özgür Gün Tv, Özgür Haber Gazetesi, Sabro gazetesi, Tigris Haber Gazetesi, Waar Tv.
Azadi Tv, Azadiya Welat, Rojnameya Batman Yönê, Rojnamegeriya Batman Sonsözê, Diha, Rojnameya Evrenselê, Haberdar, Hayat Tv, imc Tv, Jinha, Jiyan Tv, K24 Tv, Kurdsat News Tv, Özgür Gün Tv, Rojnameya Özgür Haberê, Rojnameya Sabroyê, Rojnameya Tigris Haberê, Waar Tv.
Ali Akel (serbest gazeteci), Aram Duran (T24), Arzu Demir (ETHA), Aslı Ceren Aslan (Özgür Gelecek), Aydın Bodur (Solfasol), Ayşe Yıldırım(Cumhuriyet), Ayşegül Doğan (İmc TV), Aysel Kılıç (Demokrat Haber),Aysel Sağır (T24), Çağrı Sarı (Evrensel), Cansu Pişkin (Evrensel), Cansu Yapıcı (Mimarist), Celal Başlangıç (Haberdar), Cem Dinlenmiş (Penguen),Cengiz Çandar (Radikal), Ceren Sözeri (Evrensel), Ceyda Karan(Cumhuriyet), Cihangir Balkır (Zete), Demet Yılan (Sendika.org), Elif Akgül(Bianet), Elif İnce (serbest gazeteci), Ergun Babahan (Özgür Düşünce),Evrim Kurdoğlu (serbest gazeteci), Eyüp Tatlıpınar (serbest gazeteci),Fatih Polat (Evrensel), Fehim Işık (gazeteci), Gökhan Biçici (Dokuz8 Haber), Gökhan Tan (serbest gazeteci), Gökhan Yılmaz (Yeni Asya),Gülistan Aydoğdu (Solfasol), Güliz Karaoğlan Vural (Nokta), Gülşen İşeri (İnsan Haber), Gülten Üstüntağ (Today’s Zaman), Hayko Bağdat (Diken),İmre Azem (belgesel sinemacı), İrfan Aktan (Express), İslam Özkan (On4 Tv), İsminaz Temel (ETHA), Kumru Başer (serbest gazeteci), Leyla Alp(serbest gazeteci), Mehveş Evin (Diken), Meltem Akyol (Hayat TV), Mesut Bayram (Sol portal), Metin Cihan (İleri Haber), Murat Sabuncu(Cumhuriyet), Murat Sayan (Yeni Asya), Mürüvet Küçük (Alınteri), Nermin Pınar Erdoğan (Kadınların Postası), Nevin Sungur (Açık Radyo – İmc TV), Önder Öner (ETHA), Onur Yılmaz (Solfasol), Pelin Cengiz (Haberdar),Pınar Öğünç (Cumhuriyet), Ragıp Duran (Liberation), Reyan Tuvi (serbest gazeteci, belgesel sinemacı), Şafak Timur (serbest gazeteci), Said Sefa(Haberdar), Semiha Şahin (ETHA), Semra Çelebi (Özgür Radyo), Sevil Doğan (Özgür Gelecek), Tuğba Tekerek (serbest gazeteci), Tunca Öğreten(Diken), Ümit Kıvanç (Radikal – belgesel sinemacı), Yavuz Baydar (P24),Yetvart Danzikyan (Agos), Yıldırım Türker (Özgür Gündem), Yusuf Nazım(T24), Zeynep Yüncüler (Birgün). (EA/TK)
Ali Akel (Rojnamegerê Serbixwe), Aram Duran (T24), Arzu Demir (ETHA), Asli Ceren Aslan (Özgür Gelecek), Aydin Bodur (Solfasol), Ayşe Yildirim(Cumhuriyet), Ayşegül Doğan (İmc TV), Aysel Kiliç (Demokrat Haber),Aysel Sağir (T24), Çağri Sari (Evrensel), Cansu Pişkin (Evrensel), Cansu Yapici (Mimarist), Celal Başlangiç (Haberdar), Cem Dinlenmiş(Penguen), Cengiz Çandar (Radikal), Ceren Sözeri (Evrensel), Ceyda Karan (Cumhuriyet), Cihangir Balkir (Zete), Demet Yilan (Sendika.org),Elif Akgül (Bianet), Elif İnce (Rojnamegera Serbixwe), Ergun Babahan (Özgür Düşünce), Evrim Kurdoğlu (Rojnamegerê Serbixwe), Eyüp Tatlipinar (Rojnamegerê Serbixwe), Fatih Polat (Evrensel), Fehim İşik (gazeteci), Gökhan Biçici(Dokuz8 Haber), Gökhan Tan (serbest Rojnamegerê Serbixwe), Gökhan Yilmaz (Yeni Asya), Gülistan Aydoğdu (Solfasol), Güliz Karaoğlan Vural (Nokta), Gülşen İşeri (İnsan Haber), Gülten Üstüntağ (Today’s Zaman), Hayko Bağdat (Diken), İmre Azem (sînemaçêker), İrfan Aktan (Express),İslam Özkan (On4 Tv), İsminaz Temel (ETHA), Kumru Başer (Rojnamegerê Serbixwe), Leyla Alp (Rojnamegerê Serbixwe), Mehveş Evin (Diken), Meltem Akyol (Hayat TV), Mesut Bayram (Sol portal), Metin Cihan (İleri Haber),Murat Sabuncu (Cumhuriyet), Murat Sayan (Yeni Asya), Mürüvet Küçük(Alinteri), Nermin Pinar Erdoğan (Kadinlarin Postasi), Nevin Sungur (Açik Radyo – İmc TV), Önder Öner (ETHA), Onur Yilmaz (Solfasol), Pelin Cengiz (Haberdar), Pinar Öğünç (Cumhuriyet), Ragip Duran (Liberation),Reyan Tuvi (Rojnamegerê Serbixwe), Şafak Timur (Rojnamegerê Serbixwe), Said Sefa (Haberdar), Semiha Şahin (ETHA), Semra Çelebi(Özgür Radyo), Sevil Doğan (Özgür Gelecek), Tuğba Tekerek (Rojnamegera Serbixwe), Tunca Öğreten (Diken), Ümit Kivanç (Radikal –), Yavuz Baydar (P24), Yetvart Danzikyan (Agos), Yildirim Türker (Özgür Gündem), Yusuf Nazim (T24), Zeynep Yüncüler (Birgün). (EA/MB)
Republican People’s Party (CHP) Chair, Kemal Kılıçdaroğlu has been threatened with bullet at the funeral in Fatih Mosque of the two police officers, Gökhan Topçu and Kadir Cihan Karagözlü who lost their lives in the bomb attack launched in Vezneciler district of İstanbul.
Ji bo polêsên bi navê Gokan Topçu û Kadir Cihan Kargozlu ku duh di encama êrişa li Stenbol Veznecilerê de hatin kuştin li Mizgefta Fatihê merasîmma cenazeyê hat lidarxistin. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku başdarê merasîmê bû, ji hêla kesekî ve bi guleyê hat tehdîtkirin.
While Kılıçdaroğlu was protested at entrance and exit of the mosque, CHP’s wreath was rent.
Kemal Kiliçdaroglu di çûyîn-hatina mizgeftê de ji hêla komekê ve hat protestokirin û çelenga CHPê jî hat perçekirin.
“A group provoked”
‘Komekê provakasyon kir’
Kılıçdaroğlu expressing that security officials warned him ahead of the funeral to not attend it since “some might throw stones, eggs at him”, spoke as follows on the way out of Fatih Mosque:
Kiliçdaroglu ragihand ku beriya merasîmê de hêzên emniyetê wî hişyarkirine û jê re gotine ku beşdarê merasîmê nebe. Piştî merasîmê Kiliçdaroglu daxuyanî da çapemeniyê û got:
“I am conveying my respects to the community. The community respectfully performed the prayer but 5-6 people mingling in them provoked.
‘Ez li ber cemeatê rêz digirim. Cemeatê bi rêzgirtî mêja cenazejê kir. Lê 5-6 kesên ku ketibûn nav cemeatê provakasyon kir. Qêr kirin ku cemeatê proveke bikin. Hevalno nabe ku li mizgeftê siyaset were kirin.’
“They tried to incite people by shouting. You can’t do politics in mosque.
Kiliçdaroglu wiha got: ‘Piştî mêjkirinê, dema ku ez ji ber serokomarê berê, serokwezîr û wezîran derbas dibûm kesekî ji pişt protokolê qêr kir û vê guleyê avête min.’
“After the prayer, one person shouting right behind the protocol threw bullet at me as passing by former president, prime minister and minister of interior.
Kiliçdaroglu derbarê gefxwarina li dijî wî de wiha got: ‘Qaşo wê gefa mirinê li min bixwin. Feriştahê wî kesê jî were nikare min ji riya min şaş bike. Eger ku mirina min ji bo gelê min be, bila canê min feda be. Ya min diêşîne ew e ku ev bûyerana li ber çavên emniyetê pêk tên.’
“If I am going to die for my people, then I’ll lay down my life. What upsets me is that all these incidents take place right in front of the security and in its coordination”. (EKN/TK)
Kiliçdaroglu dawiyê de got: ‘Ji me re gotin ku tedbîrên xwe bi xwe hilînin. Ji vir pê ve em ê tedbîrên xwe bi xwe hilînin. Em ê bibînin ka kî çawa mudaxele dike. Tu kes nikare me bêzar bike.’
* Photo: Hasan Hüseyin Kulaoğlu / AA
(EKN/YO)
31% of 2 million and 683 cases brought to trial in accordance with the Turkish Penal Code in 2015, were offenses against physical integrity.
Li sala 2015ê 2 hezar û 683 doz hatine vekirin, ji sedî 31ê dozan, dozên destdirêjiyê ne.
According to the report of Nurettin Kurt from Hürriyet daily, 622,112 cases have been brought to trial for offenses against physical integrity, 573,843 for robbery and 443,071 others for threatening.
Li gor nûçeya Nuretiin Kurtî ya li Hurriyetê hatiye belavkirin, 622 hezar û 112 dozên destdirêjiyê, 573 hezar û 843 dozên diziyê , 443 hezr û 71 dozên tehdîtkariyê hatine vekirin.
People’s Defence Forces (HPG) has claimed responsibility for the bomb attack on Midyat Security Directorate in Mardin province in southeastern Turkey yesterday (June 8).
HPGê derbarê êrişa bombeyî ku di 8ê Hezîranê de li dijî avahiya emniyeta Midyatê pêk hat de daxuyanî da û wê êrişê girt ser xwe.
HPG in its statement has claimed that 30 police officers have been killed and declared that the attack had been carried out by “Dirok Amed” code-named İshak Katar.
Di wê daxuyaniya HPGê de hat gotin ku di encama wê êrişê de 30 polês hatine kuştin û êriş ji hêla şervanê bi navê ‘Dîrok Amed (Îshak Katar)’ ve hatiye kirin.
The names of the police officers who have lost their lives are: Şerife Özden Kalmış, Nefize Özsoy ve Ökkeş Özdemir iken, hayatını kaybeden siviller; Fahrettin Ekinci, Bekir Sayan and Hayriye Sayan.
Piştî wê êrişê de Serokwezîr Yildirimî daxuyandibû ku yek jê polês 3 kesan canên xwe ji dest dane û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne. DHAyê jî hejmara birîndaran weke 34 nîşan da.
A temporary gag order has been issued by Radio and Television Supreme Council (RTÜK) on the explosion in Midyat district of Mardin. (BK/DG)
Debarê mijarê de ANFê jî ragihand ku li gorî agahiyên ji wezîfedarên nexweşxaneyê hatine hilanîn di encama wê êrişê de zêdetirî 20 polêsan canên xwe ji dest dane.
Kurdistan Freedom Falcons (TAK) has claimed responsibility for the attack launched on police bus, which claimed lives of 11 people including six police officers on June 7 in Vezneciler neighborhood of İstanbul.
Di 7ê Hezîranê de li Stenbol Veznecilerê li dijî wesayîta polêsan pêk hat û di encamê de 6 jê polês 11 kesan jiyanên xwe ji dest dabûn. Îro Terebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) daxuyanî da û wê êrişê girt ser xwe.
TAK in its statement said, “Our Rojhat-Munzur vindicative unit realized this attack in memory of Martry Asya for our people who murdered in Nusaybin”.
Di daxuyaniya TAKê de wiha hat gotin: ‘Ew çalakiya ku bi xeta fedaîtiyê hate kirin, bi taybetî li Şirnex û Nisêbînê, li dijî hemû êrişên hovane yên dewleta tirk de pêk hatiye. Heta ku dirêjî û êriş berdewam bikin dê çalakiyên me jî dewam bike.’
TAK claiming a large number of special operation forces killed in the attack stated that “Colonialist Turkish State strives to keep its real deaths secret in this attack which resulted with more than 10 special forces. Fascist AKP who obstinately insists a wild war to Kurdish People is responsible for civilian deaths. Turkish People who keeps quiet this war, goes on to be victim of that”.
Di wê daxuyaniya TAKê de hat ragihandin ku hejmara polêsên kuştî zêdetir e lê tê veşartin û wiha hat gotin: ‘Ji ber ku AKP bi darê zorê polîtîkayên xwe yên faşîst dimeşîne, welatiyên sivîl tên kuştin û berpirsyarê wan kuştinan AKP bi xwe ye. Gelê tirk bi bêdengiya xwe piştgirî dide vî şerê heyî û ji ber vê yekê jî mehkûmê mexdûrbûnê ye.’
TAK also warned of future attacks and called on tourists to not come to Turkey as “Turkey is no more secure” for them.
TAKê got: ‘Em careke din tûrîstên li Tirkiyeyê û yên dixwazin werin vir, hişyar dikin. Me kesên xerîb ji xwe re nekiriye hedef. Lêbelê ev der êdî ji bo wan ciheke ewle nîne.’
About TAK
Derbarê TAKê de
Kurdistan Workers’ Party (PKK) Spokesperson “Roj Kandil”, had made the following explanation to CNN International in November 2010 as to the act launched on October 31, 2010 and claimed by TAK:
Berdevkê PKKê Roj Qendîl di Mijdara 2010an de derbarê êrişa li Taksimê ku di 31ê Cotmehê de pêk hatibû û TAKê girtibû serxwe de ji CNN Internationalê re wiha gotibû:
TAK has claimed responsibility for the attack in Taksim. According to you, who are they?
TAKê wê êrişê girt ser xwe. Gelo ew kes kî nin?
It is true that some of TAK members were among us. However, they were criticizing our policies. They saw us very passive and soft. They were saying they favor in escalating armed struggle. Then they separated from us. Nevertheless, they also accept [Abdullah] Öcalan as their leader. Serious problems arose within us after Öcalan has been caught. Some friends were saying, “Leadership has called truce, but state didn’t get it and developed conspiracies against him”. Afterwards, some elements voicing criticism have become a unit. This unit has rapidly went to extremes and established its own organization by decoupling from us.
Rast e, hin kesên ku di nav TAKê de ne berê ligel PKKê bûn. Lê polîtîkayên me rexne dikirin. Yê ku me dikir weke pasîf û nerm bi nav dikirin. Dixwestin ku bila berxwedana çekdarî zêdetir be. Pişt re ji me qetiyan. Lêbelê ew jî Ocalan weke rêber qebûl dikin. Piştî ku Ocalan hate girtin di nav me de pirsgirêkên mezin çêbûn. Hin hevalan digotin: ‘Serokatî agirbest ragihand, lê dewlet ji vê fêm nekir û komployan pêk anî.’ Pişt re kesên ku wan rexneyan pêk dianîn, di nav xwe de civiyan. Ew girse çiqas diçû zêdetir tîj bû û ji me qetiyan.
Are the allegations that TAK is PKK’s city wing true?
Gelo TAK yekîneyên PKKê yên li bajêran e?
Such evaluations are being made because some elements in TAK have separated from us. There is no relation between us. As far as I understand, they are subordinated to Öcalan and loyal to him”.
Ji ber ku beriyê de hin kadroyên TAKê di nav PKKê de cih girtine, ev nirxandin tê kirin. Tu têkiliyên me bi hevre nîn e. Qasê ku ez pê dizanim girêdayî Ocalan in û jê re sadiq in.*
TAK’s attacks
Çalakiyên TAKê
The explosion in Anafartalar bazaar in Ulus district of Ankara which killed seven people, and wounded 102 on May 23, 2007.
23ê Gulana 2007an de li Enqere Ulusê teqîna pêk hat de 7 kes hatin kuştin, 102 kse jî birîndar bûn.
Explosion in Bakırköy district of İstanbul which wounded 31 people on June 10, 2007.
10ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Bakirkoyê teqîn pêk hat û di encamê de 31 kes birîndar bûn.
Bombed attack which left 15 police officers wounded in Küçükçekmece district of İstanbul on June 8, 2007.
8ê Hezîrana 2007an de li Stenbol Kuçukçekmeceyê teqîna pêk hat de 15 polês birîndar bûn.
Attack on Konyaaltı beach in Antalya on August 26, 2011 and the attack on Kemer public beach leaving 6 wounded on August 28.
26ê Tebaxa 2011an de li Antalya Konyaaltiyê, di 28ê Tebaxê de jî li Antalya Kemerê êrişên bi bombeyan pêk hatibûn û di encamê de 6 kesan bîrîndar bûbûn.
Bombed attack which left three people dead, 34 others wounded in Kızılay district of Ankara on September 20, 2011.
20ê Cotmeha 2011an de li Enqereyê êrişa bî bombeyan de 34 kes birîndar bûbûn.